H.Belê

Tirkî pere

F.Devliken

Kurd

paketî

B.Ronahî

Hesen û

goşt

L.Şêxo

Bûrkay û

Anter

A.Dûran

Qijik û

Hadîse

B. Qendîlê

Ji kîjan parçê

Kurdistanê

Qosarî

Leheng

R.Kal

Hewar

S.Îloz 

Tirkîtî

ya

Çi kesê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê bi milletê xwe re bike...M.Mistefa Barzanî....
 

Xaltîka Fatê-31

Xwerist

Tendurustî

Karîkatur   

     Magazîn

Medya  ///  Arşîv         

 

 

PIRPAR / PÊPÎNE

 

B.Jîndar- 12/09/09- Pirpar hêşînhatek gîyayî û bêar e.  Di nav parêzan de (baxçên dikakan) xwebixwe di meha hezîran û tîrmehê de çêdibe û wek dikakan ( zerzewat) tê xwarin.

   Gîyayek pirsalane ye. Navtenga wê razayî bi qasî mitroyekê dirêj dibe, bejna wê jî heta 30 cm bilind dibe. Belgên wê bê dûxûk, kesk û hêkanî, bi goşt û piravî ne.

   Belgên wê tacane wek qevdikan bihevre ne û di mehên tîrmeh heta êlûnê de vedibin. Rengên wan zer, eflatûnî an jî peyazî ne.  >>>>>

 

Zimanê keran jî têxin nav zimanên zindî babam!

 

Zinar Qelemşûr- 11/09/09-Stenbol- Gotina “Kurd” û zimanê “Kurdî” ji Tirkan re bûye wek jehra silêmanî. Hema ku ev gotin bihîstin, hew we dît bi jehrî ketin, wek mirîşka gêj li wan hat û jê direvin.

    Berî niha serokwezîr sayin Kasimpaşalî Receb û generalên hikûmeta wî, navê “Vebûna Pirsa Kurd” li lotika xwe kirin û hêvîyek mezin dan derûdorê. Piştî ku çeqel û keftarên wek Bahçelî û Baykal li dij derketin, >>>>>

 

1.800.000 sal berê tasa serê Kurdan

 

Bakurê Kurdistanê 10-09-2009

Lotikxanê skeletê pênc mirovan li Gurcistana girêdayî Kurdistanê ve dît û pêşkêşî raya giştî ya cîhanê kir.

   Axkologên Lotikxanê yên binerd, dema li nêzî Tiflîsa paytexta Gurcistanê lêkolîn dikirin, pêşî tasa serê mirovekî dîtin û pêre pêre hinartin Werbêjxaneya Lotikxanê.

  Tevdezan û pisporên DNA (Danasîna Nijada Ademîzad) yên Lotikxanê dema werbêj kirin, peyitandin ku milyonek û heştsed hezar sal berê ev serî ketiye binê axê. >>>>>

 

13 qebûl kirin ma 12

 

Ehmed Beyan- 09/09/09-Enqere- Şikir ji xwedê re, dewleta Tirk hebûna 13 milyon Kurd qebûl kir ma 12.

   Hûn zanin, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdeyî 25 milyon Kurd henin. Serokê Dezgeha Perwerdeya Bilind (YOK) Prof.Dr. Yusuf Ziya Ozcan, di derbarê zimanê Kurdî de got ku “Kurdî ji alî 12-13 milyon kes ve tê bikaranîn. Divê ev ziman dûrî zanîngehan nemîne” û hebûna 13 milyon Kurd qebûl kir.

    Ji berê de dibêjin:”Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane”.  Heger Kurdên me li ber xwe nedana û bi zora xwe doza xwe bi dewleta Tirko nedana qebûlkirin, belkî tew îro behsa hebûna Kurdan jî nehata kirin >>>>>

 

Bi serê şêx, van em kirin rêx!

 

E-Hecî- 08/09/09-Kurdistan- Xwezî ji xêra xwedê re Lotixane televîziyonek ezmanî ba û ev lotika nûnerê Kurdên Sûrî yê li Kurdistanê bi navê „Gidiyano çi dibe looo“ bi film ba û di wê tilfîzyonê de jî belav biba. Hema xwedê bikira, ez jî Rebeno bama lo.

   Ne bi serê şêxekî lê bi serê heft şêxan, hîngê ezê bibama pêhlewanê Hollywoodê. Hema çi xelatên sîyasî hene minê bigirtana, ew ji rebenên Kurdên Sûrî re bi rê kira û para mezin bida wan ku karîbûna nûnerê xwe yê Partiya Azadî Şemdîno, li Kurdistanê Azad kiribana. >>>>>

 

 

Heheyyyy, xanimê hem Seroka Yekîtîya Malbatan e, hem jî qehpik e

 

Polat Erdem- 07/09/09-Izmîr- Vê meza remezanê û vê rojîya xêrê, dîsa ezê gunehkar bibim û têkevim taloqa hinek ji van Tirkên doxînqetyayî.

   Wê rojê ez çûm cem şêxekî şaşikmezin û min li ber destê wî tobe kir. Min sûnd xwar ku ezê di vê meha remezanê de nenivîsim û gunehkar nebim.

   Lê babam, ev dolheramana nahêlin meriv gunehên xwe dawşîne û xwe di ava zemzem de bişo wey. Ha we dît zir lotikek bêîman avêtin û meriv ji dîn û îman derxistin. >>>>>

 

Kurdistan-Post 5 salîya xwe pîroz kir, çend lotik û motik

 

Tacdîn Baran- 06/09/09- Almanya- Malpera Kurdistan-Post ku mam Yaşar Kaya û cîgerim Hasan Bildirici nivîskar û generalên wê ne, doh (05.09.09) li bajarê Koln a Almanya, pênc salîya malperê bi kokteylekê pîroz kirin û çend lotik avêtin.

    Di şahîyê de bi qasî 50 qirasên zilam û xaniman hatibûn û dê weledê xwe avêt. Xwarin, çay û qehwe wek çemê Dîcle û Feratê diherikî û car caran jî eraq û şerab li ser hinek masan xuya dibû.

    Werhasil, mamê me Yaşar Kaya, Lotikxane jî dawetî kokteylê kir .>>>>>

 

Insan û heywan

 

Hesen Almas- 04/09/09- Amerîka- Li Eyaleta Karolîna Başûr a Amerîkayê, dostanî û destebirakîya meymûn û pûmayê nav daye û dawa insanan li serê wan pêçaye. Pûmaya ku bê dê û bê bav sêwî maye, ji alî meymûnê ve tê xwedîkirin û meymûna dilpak yeka pisîkê nake dudu.

    Navê meymûna şempanze Sîerra û yê pûmayê jî Anjana ye. Piştî mirina dêya xwe, rebena Anjana bê dê dimîne û wek me Kurdan bê xwedî û bê xwedan li ser halê xwe digrî. >>>>>

 

 

Roja ewil

 

B.Ronahî-02/09/09- Hesenê Mihemedê Fetê (Hesen Çetal ) tirinbêlek barkêşîyê dikire.

Rojekê camêrek Aşûtanî jêre dibêje:

 -Ez ji xwe re qesrekê ava dikim. Berên ( kevirên) qesrê me birine û li nêzîkî gund li cîhekî berhev kirine ( kom kirine). Tuyê bi tirinbêla xwe kevirên min bikêşî gund an na?

 Hesen dibêje:

-Ser seran û ser çavan! Lê şertek min heye. Hewiya min bêyî goşt nayê (hingî ji xwarina goşt hez dike), heke hûn xwarinên bi goşt bo min çêkin baş e, heke hûn çênekin ezê goştê xwe bi xwe re bînim. >>>>>

 

Adiyaman tirr ji meselê berda

 

Cembelîyê Botî- 01/09/09-Colemêrg-  Kuro ku ne serokeşîr û mîr û begên me meselê safî bikin û dilê me rehet bikin, xêr ji van zimandirêj û zirtik virtikên din dernakeve. Aha li boxê beranan, li gunikreşê Kurd û serokê eşîra Jîrkî Mehmet Adiyaman binerin bes e.

    Mehmet Adiyaman, serokê eşîra Jîrkîyan e. Erê eşîra Jîrkî piştî salên 1980î ji mecbûrî bûn cerdevan û gunehê PKK jî di cerdevanbûna wan de hebe jî, lê eşîrek Kurd e, Kurdewar e û di dema xwe de qûn li dewletê diqetand, eskerî ji dewletê re nedikirin û bi Kurdayetîya xwe serbilind bûn. >>>>>

 

Lotikxanê naveroka pakêta Atalay bi dest xist!

 

Mişko- 31/08/09- Îro çav li rê bû ku Wezîrê Navxweyî Beşîr Atalay, naveroka pakêta xwe eşkere bike û dilê gellek Kurdan xweş bike. Lê mixabin mêro dîsa dest bi çîrokên Elî Osman kir û xwe virde wêde bir û anî. Ji behsa naveroka pakêtê wêdetir, behsa hevdîtinên xwe kir û dîsa eynî tay eynî himam çîroka “yek al, yek sirûd, yek ziman û yek quzê kerê” kir. >>>>>

 

Daxuyanîya Wezareta Werzîş û Lawan

 

Welatiyên Birêz!

Rojnameya `Awêne` li hejmara 158 ê rêkefta 11/08/2009 li bin serdêreke bi navê «Awêne Naveroka Gendeliyên Wezareta Werzîş û Lawan belav dike« raportekî belav kir ku goya raporta fermiya lîjneya berê ya Rewşenbîrî û Peywendiyên Perlemena Kurdistanê di derbarê Wezareta Werzîş û Lawan deye.

   Tiştê balkêş eweye Awêne bêyî ku erk û hêmanên (prensîb) rojnamevaniyê berbiçav bigrê, bêyî ku lêkolîn û dûvdaçûnek li vî derbarî de bike, >>>>>

 

Di mislimantîyê de nîjadperestî tuneye ha?

 

M.Cemîlê Mûşî- 30/08/09- Mûş-Min insan ji van Tirk, Ereb û Farisan nîjadperesttir nedîtine. Min ji wan bêbavtir û virektir insan nedîtine. Ji wan re behsa her tiştî bikin, lê ku we behsa hebûna milletê Kurd û doza wî kir, hew we dît li qûna wan rabû û dan zîtirkan, wek kerên ku mêşik bi qûnê bigre virde wêde dest bi lotik û pehînan dikin.

    Birastî ez nizanim ezê çi ji Selaheddînê Eyyûbî re bêjim. Lê hema bila xwedê ahê Kurdan jê re nehêle û hew. Ma law ku ne ji Selaheddînê Eyyûbî bûya, niha ev bêbavana dibûn bela serê me û bi navê îslamê pêl serê me dikirin? >>>>>

 

Ma em ji hinekan kêmtir in law? Aha ji we re

NEXŞERÊYA LOTIKXANÊ

 

28/08/09-Piştî Qasimpaşalî Receb abê dest avêt NEXŞERÊya KURTAÇILIMIyê, serokê netewî yê sererd û binerd jî nexşerêyek fîtfîtane derxist qadê û çend xalên ku hema hema Kurdan nagîjîne serxwebûnê, derxist pêş.

   Helbet LOTIKXANE jî nexşerêyek qirase ji mêj ve hazir kiribû, lê li benda hin şert û mercên navnetewî mabû ku li gor dem û dewranê eşkere bike. Lê va ye îro dem hatiye serbiserê û van 10 xalên nexşerêya xwe eşkere dike. Şert û mercên Lotikxanê di nexşeriyê de ev in: >>>>>

 

 Herdu Nûrî 

 

Rêwîyê Kal- 27/08/09- Kela Milazgirê- Ewê ku dibêjin em û Tirk bira ne, ji vir heta pişta Çîyayê Qafê derewan dikin.

   Bi qebra Hesenê Kurd ê ku serfermandarê Tirk Alparslan kuştî ye, hûn dikarin xwe bixapînin lê nikarin min bixapînin. Ji xwe biratîya me û wan wî wextî qedîya ye.

   Keko ma hûnê  me bi zora ço bikin bira law! Bes e êdî dev jê berdin û li doza xwe vegerin bavê min.

    Bapîrên Selçûkîyan gava nû hate axa Kurdistanê, bê sunet bû. Bi temenê xwe 72 salî bû. >>>>>

 

Elî Şemdîn kete qulikê

 

Guhbel-27/08/09- Liser bextê xêrnexwazan be, dibêjin Ereban li Mûsilê bi qerpik û stûyê nûnerê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê girt û ew birin mala xaltîka wî.

Biraderên Lotikxanê li Silêmaniyê dibêjin ku ev çend rojin pêjna Elî Şemdîn nayê û serê xelkê rehet bûye û tu teşqele di bajarê Silêmaniyê de nemane. Dibêjin jî ku Elî Şemdîn çûye Mûsilê û rastî grûpek keftaran hatiye û xwedê jî nizane ew xistine kîjan qulikê. >>>>>

 

Welatparêz

 

 L.Şêxo. 25/08/09-Zilamek rêwî, digihije gundekî û lê dibe êvar. Li deryê malekê dixe, jinikek derî vedike

Zilam dibêje: „Êvara we bi xêr xwakê, ez xerîb im, hûn mêvana nahewînin?“

   Jinik dibê: „Mêvan mêvanê xwedê ne, cawa em nahewînin, keremke derbasbe“.

   Zilam derbasî hundir dibe rûdinê, jinik jê re qedir digre, xwarin û vexwarinê didiyê. Zilam bîhna xwe vedide, pistî gavekê ji jinikê dipirse: „Xwakê ka zilamê te kengî tê malê?“ >>>>>

 

DIZÎYA BÊ ŞOP

 

Rêwîyê Kal-23/08/09- Tirkîye- Dilê xwe ji min negirin, lê welle bille berê  Kurdan bi piranî bi dizîya xwe pesnê  xwe didan. Li derdorên me dizên navdar henûn. Yek ji wan jî Filîto bû. Filîto dizî dikir û li pey xwe  rêç û şop nedihîşt, ewqas bi huner bû.

    Filîto çav berdaye gayê Cindo, bi hevalên xwe yên diz re şêwir û mişêwran dike û plana xwe çêdikin. Radibe bi rê dikeve, dimeşe diçe  wî gundi û mêvanîya Cindo. >>>>>

 

Mihemed pêxember jî kirin Tirk hayhooo!

Mela Cemîlê Mûşî- 20/08/09- Mûş- Carnan ez dibêjim ev Tirk segbav in û hema her kesî dikin Tirk, xelk dibên de bavo Mela Cemîl xurufî ye û bêbextîyan li Tirkan dike.

   Ma gelo haşa ji xwedê pêve kesek maye ku nebûye Tirk? Ma mexlûqatek li ser rûyê erdê maye ku Tirkan ew nekirine Tirk û kerê min nizanim bera ser çiyî xwe dane? Ji xwe tenê xwedê û pêxember mabûn, wa Mihemed pêxember jî bû Tirk û ma xwedê! Heger rojekê ev dolheram xwedêteala jî bikin Tirk qet ecêbmayî nemînin û xwe “harakîrî” nekin gelî oldar û dîndarno.  >>>>> 

 

 

Ji bo quşê xwe 45 quş peritandin

 

Kawa Heskalî- 18/08/09-

Ji qewla kalê min ve, ku carna tiştin ne bi dilê wî çêbûbaya, digot: “Malikavawo, ma weke min çênedibû, îca malikavayê ma quşê te hewqas giran bû ku te ewqas kirine bi qurbana wî, ma çawa çêbû gidî”.

    Ka emê vegerin ser mesela xwe û jinka Ereba qûnreş a Kiwêtî.

    Pir caran em di Lotikxanê de dibînin bê ev bêbavên Tirkan çawa dê û xuşk û namûsa xwe diçirvirînin. Helbet birayên me yên bakur van hetîketiyên Tirkan derdixin û ez çavên wan radmûsim.>>>>>

 

Kê ji te re got Malazgirt bi Ermenî ye cîgerim?

 

Arkeologê Lotikxanê- 16/08/09- Serokwezîrê Tirkiyê cîgerim Kasimpaşalî Receb, di axavtina xwe ya dîrokî de behsa gellek tiştên xweş, germ û nerm kir. Behsa Selaheddînê Eyyûbî, Xelo û Celo kir û mesele anî ser serokê Tirkan Alparslan.

   Mêro lotikek li serokê gurên Tirkiyê Devlet Bahçelî xist û got:"Ma tu ji Alparslan netewperesttirî lan! Gava Alparslan bajarê Malazgirt stend, navê wê neguhert. Malazgirt bi Ermenî ye oxlim" û qaşo xwest xwe biparêze.

   Malazgirt û Ermenî ha!? >>>>>

 

Carna jî Kemançe xweş e

 

 

 

Wille yabo te kir tirr sayin başqan!

 

Av.Ezîz.Dîlan- 15/08/09-Enqere- Birastî ez meraqa vê pirsê dikim: Gelo ev tekoşîna 30 salî, kujtina35 hezar Kurd, şewitandina 4-5 hezar gundên me, derbederkirina 4-5 milyon Kurd, tev ji bo çi bû? Hûn bersivê dixwazin? Aha keremkin guhdarîya sayin Ehmedê mala Sînan Axa bikin, bila ew ji we re bêje û bitefsilîne.

    Li ser bextê çapemenîya Tirk be, dibêjin qirasê zilaman, sayin Ehmed Tirk, di hevpeyvînek xwe de pir vekirî dibêje:” Em pir xweş zanin bê netewperestîya etnîkî çiye, em naxwazin Tirkiyê ji hev vejînin, lê pirsgirêkê çareser bikin”. >>>>>

 

Çurukkaya lotikek qirase li cîgerim Ocalan xist

 

Tacdîn Baran- 14/08/09- Alamanya- Li ser bextê çapemenîya Tirk û rojnama Zamanê ya Fethûllah Gulen efendî be rebbî. Dibêjin xwedêgiravî Selîm Çurukkaya abêmiz,  serokê Kurdên sererd û binerd sayin û pir mezin Avdullah Ocalan daye ber şeg û pegan û bi kulm û boksan ketiye ser zikê wî.

    Li ser bext û namûsa rojnama Zamanê û Fethûllan Gulen efendî be, dibêjin Çurukkaya bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku Abdullah Ocalan endamê çeteya Ergenekonê ye û li Îmralîyê dek û dolabên kesanedî li serê Kurd û Tirkan digerîne. Xwedêgiravî Çurukkaya gotiye: >>>>>

 

Ê de here qurban!

 

Gerîllayê Bênav- 13/08/09-Mexmûr- Li ser bextê gotin û paşgotinên jinên ser tenûran be, dibêjin cîgerim Osman Ocalan, ji rojnama Sabahê re behsa çend lotikan kiriye û mesele kelandiye.

    Dibêjin Osmanê me berî hevpeyvîna bi Sabahê re, xwe xemilandiye, çend dilopên parfûm û lewentoyê bi ser xwe dakiriye, çend ta porê ku di serê wî de mane şeh kiriye û dest bi lotikan kiriye.>>>>>

 

 


Serê Misto xistin qûna çiyê

Polat Erdem- 12/09/09-Izmîr- Serê beton Misto, yanî kurê Zubeyde xanima Selanîkî, li bajarê Izmîrê di çiyayekî de çikandin û peykerekî din li peykerên wî zêde kirin.

   Axir, abdestxane, mizgeft, dibistan, gund û mezra, hol û meydan ne bes bûn, îcar mêrikan rabûn serê Misto xistin qûntara çiyayê Izmîrê ji bo mexlûqatên li Izmîrê têra xwe li wî binerin û bi xwe xweş bînin.  

    Bajarê Izmîrê di bin destê partîya CHP a sermezinê Denîz Baykal de ye. Îcar qûnalêsên CHP ji bo ku qaşo xelkê bixapînin û xwe wek „Atatirkçî“ nîşan bidin, hema li kuderê qulikek vala bibînin, hew we dît peykerekî Mistoyê Selanîkî lê çikandin >>>>>

Serokwezîrê Kurdistanê lotikek nû avêt

>>>>>

Lawkê Dêrikî dîsa bi qûna tazî li tembûrê xist

Cemîlê Çargurçik- 10/09/09-Swêd- Hewce nake ez xisûsîyetên me Kurdan raxim ber çav û dubare-sêbare bikim.

   Zikreşî, hesûdî, zimandirêjî, çavnebarî, paşgotinî, çîrok û çîvanok, lingşemitandin, gorahevkolan, fesadî û hezar jehr û ziqûmên din.   

   Hema çi tiştekî negatîv û nelirê hebe, xwe li me Kurdan girtiye û qûş li me qetandiye. Tew ji xwe hinek kesên ku navê nivîskarî û rewşenbîrîyê li xwe dikin hene ya, tewwwww mala minê! Yek xêra yê din naxwaze û ha ha gora hevdu dikolin. Yanî, bi kurt û Kurmancî: Em Kurd qesasê serê xwe ne wesselam.  

    Birastî min nedixwest ez di vê meha remezanê de guhê hinekan bikşînim û xwe gunehkar bikim. Lê babam kekê me Bûbê Eser, lawkê Dêrika Çiyayê Mazî, kilê çavê jinên 55-75 salî, dîsa rahiştiye pênûsa xwe û dest bi lotik û zîtirkên bê bingeh kiriye, hinek kes di bin tohmetê de hiştiye. >>>>>

 

Tê derxin:

Ev elok çi dibêjin?

 

Li gora we ev elok çi dibêjin?

Heçê tê derxe, emê 3.5 elokan bidin wan.

 De xwedê bi we re be rebbî.....

HEWAR ME JI NEÇÊYAN XILASKIN !!!

Rêwîyê Kal- 09/09/09- Tirkîye- Zemanekî li gundekî mirovekî neçê hebû. Ji cîranên xwe re qet ne baş bû, cinûsî bû. Herdem digot: “ Ez bimrim jî hûn nikarin ji  min xilas bibin “. Gundîya jî digotin: “ De tu bimire yabo, emê mêzekin hela çawa dibe “ fian û bêvan.

    Sal diborin, ew mirovê neçê êdî kal dibe. Radibe hemi gundîyan vexwendinî malê dike û zîyafetekê dide wan. Paşê dibê: “ Gelî cîranan li min biborin. Min li dijî we gelek nebaşî kir û min hûn gelek aciz kirin. Mafê xwe li  min  helal bikin, mirina  min nêzîk e. Lê belê hosîya (daxwaz- xwestek-qewîtî) min ji we heye. Gava ez mirim, >>>>>

Gelo çima Kurd seksê dikin?

Şemal Amedî- 08/09/09- Amerîka- Heta niha me digot qey jinên Amerîkî mirîyên seksê ne û bêyî ku seksê bikin vew nakene çavên wan. Lê lêkolînekê derxist holê ku ji bo jinên A,erîkî seks, tenê dermanê serêşê û acizîyê ye.

   Li gora lêkolîna ku hatiye kirin, dema serê jinên Amerîkî dêşe yan jî gava aciz dibin, dixwazin seksê bikin û pê serêşîya xwe û acizîya xwe derbas bikin.

Nivîskarên pirtûka “Why Women Have Sex?" (Çima jin seksê dikin) Cindy Meston û David Buss, di lêkolîna xwe de du hezar sedemên ku çima jin seksê dikin derxistine holê. Dixuye ku sedema kirina seks û avêtina lotikan tenê ne romantîzm e, lê gellek sedemên din jî hene. Çend sedemên ku herî giring in ev in:

>>>>>

Werin vê ecêbê, wî jî doza çareserîya xiyarê xwe li serokwezîr kir

E. Kurdî- 07/09/09-Mersîn- Piştî ku Erdogan dest bi hewldana avêtina hinek gavan kir, herkes ji alîyê xwe de dixwaze çareserî ji pirsgirêkên wî/wê re bê dîtin.

   Hinek doza çareserkirina pirsgirêkên navbera dîk û mirîşkan dikin, hinek daxwaza çareserkirina şerê navbera jin û mêran dikin û hinek jî daxwaza çareserkirina lotik û zîtirkên navbera ker û bergîlan dikin. Lê Emîn Kocaaslan daxwaza çi li Erdogan kir hûn zanin? >>>>>

Ezbeta Mahfelîtî û Kurd Paketî

F.Devliken- 07/09/09-Mêrdîn-‘’Kurd Açilimi’’ yanî ‘’Çareserkirina Pirsgirêka Kurd’’ Hin kes jî dibên, ‘’Kurd Paketî’’ yanî ‘’Tîtok-Mîtokên Kurd’’ Ji her serîyekî dengek derdikeve…Kes jî nizane mesele çî ye…
   Di hundurê wê pakêtê de kundir heye, petex heye, em wê jî nizanin..Nakeve serê min û ber bi aqilê min de nare ku ev pirsgirêka bi salan nehatiye çareserkirin, di wê pakêtê de hilê.
Ditirsim talîya talî ‘’Xîyarek’’ jê derkeve.
  Tê wî xîyarî bixwe an biebîne derek wan, nizanim!..
Tew ez dibêm ji xilaf Çareserkirina Pirsgirêka Kurd, her tişt di wê pakêtê de heye, hûn dibên çi loo? Hela hineka bi xêra dê û bavê xwe ew pakêt vekira û me jî berî mirinikê bi çavên serên xwe bidîya gidîno! >>>>>

 

Gidyano ev çi dibe loooo?

 

Rebeno- 06/09/09-Kurdistan Kuro li ser bextê xelkê be, dibêjin li Hewlêrê nûnerê Partiya Azadî Erebo, erê loo Erebo, Erebo!

   Ewê navê Partiya Azadî li Kurdistanê kirîye erdê lo, ma hûn wî nasnakin malneketino?

   - Êêêêê, belê belê dinasim lo, ewê diktorîya xwe ji pêşverû girtiye ne?

 -Çi bûye Kuro?

-Erê kuro, ew terîyê Şemdînko loo.

-Naxwe çi bûye? >>>>>

 

Ji kîjan parçê Kurdistanê ye?

 

Bazê Qendîlê-05/09/09-Kurdistan-

Tê derxin û bibin xwediyê gelek tiştên xweş û şêrîn,

Pir bi nav û deng, ji herçar parçên welêt:

Kerkûkî ye, lê ne ji Kerkûkê ye

Textor e, lê textorî nexwendiye

Navek li ser e, lê ne navê wî ye

Simbêl sor e, lê ne hinekirî ye

Gelo navê vî qerasî çiye? û ji ku ye? Yê tê derxîne emê jê re bişînin: >>>>>

 

Herin ku pêde dirîn

 

Abdullah El Kurdî- 04/09/09-Mekke- Kurmê şîrî heta pîrî ye gelî xwendevanan. Hinek insan û millet hene, hûn wan di ava zemzem de jî bişon, pak nabin û dev ji adet û toreyên xwe yên xirab bernadin. Meselen hinek ji Tirkan.

    Tirkên ku diçin tewafa hecê dikin, qaşo dixwazin xwe ji guneh û zinêkarîyên xwe dawşînin û bibin insan. Lê di rastîya xwe de çûna hecê ji wan re “hem ziyaret û hem ticaret” e û dixwazin pê insanan û xwedêteala jî bixapînin. 

   Mesela me li ser devjêneberdana adet û toreyên wan bû. Tirk herin ku, herin bihuştê jî (ku sedî sed narin) wan adetên xwe yên pîs bi xwe re dibin û wêderê diherimînin, pêde dirîn. Meselen çiyayê Hîra û şikefta ku qurana pîroz lê daketiye. >>>>>

 

Werin kerameta gurrîyê Kercosî...

 

Nûroj Hebizbinî- 04/09/09-Êlih- Wezîrê Malîya Tirkiyê Mehmet Şîmşek, ji Kercosa Batmanê ye û xalis muxlis Kurd e. Lê mixabin mêro jî wek bi hezaran Kurdên xwelîliser, erê eslê xwe înkar nake lê bi Tirkbûna xwe jî serbilind e û xwe wek Tirk qebûl dike.

    Cîgerim Mehmet Şîmşek, beşdarî xwarina fitarê ya Konfederasyona Karmendên Ciwan ên Tirkiyê bû û li wir axavtinek qirase kir, çend lotikên xweş û nexweş avêtin derûdorê.

Serperitîyo di axavtina xwe de behsa avêtina gavên demokratîk kir û xwe wek nimûna bratîya Kurd û Tirk nîşan da. Keçelê me di axavtina xwe de got:

- Cîgerlerim >>>>>

 

Kurdên dîasporayê, Taha Berwarî û etîka rojnamegerîyê

 

Nûrî Çelîk-02/08/09-

 

Gelek caran meriv xebat û keda ku Kurdên li dîasporayê dane piçûk dibîne yan jî înkar dike. Lê gava meriv bi aqlêselîm lê hûr dibe, dibîne ku xebat û xizmetên ku Kurdên li dîasporayê dane, têr wate û ciyê şanazîyê ye.

    Lê mixabin ev rastî ji alî gelek kes, dem û dezgehên Kurdistanî vê tê înkarkirin û rêz jê re nayê girtin.

    Gava meriv li dîroka damezrandina dewleta Israîlê dinere, dibîne ku dewleta Israîlê bi ked û xizmeta Cihûyên li dîasporayê hatiye damezrandin. Wek tê zanîn, piranîya Cihûyan derbederî cîhanê bûbûn, gelek zilm didîtin û ev bû sedema ku dewlemend, rewşenbîr û aqilmendên wan yên li dîasporayê hewla damezrandina dewleta Israîlê bidin û Cihûyan di navendekê de bînin ser hev. >>>>>

 

Rêça Mişko û Xîreta Pala

 

Rêwîyê Kal-01/09/09- Tirkîye-  Palayê me wer ji simbêlê xwe hez dikir ku bi serê simbêlê xwe sûnd dixwar. Ji bo wî simbêl pir girîng bû, bi qîmet bû. Nîşana camêrîyê bû. Her roj bi zeyta bizir badida, bi hinê sor dikir, bi bêhna piltanê xwedî dikir simbêlê xwe. Tu kesî nikarîbû ji simbêlê Pala re tiştekî bibêje. Yan na, şer û pevçûn  amade bû.

   Pala rojekê ji zevîyê tê, westîya ye. Xwe li ser xalîyê dirêj dike. Mişkekî biçûk ji nişkêva tê di ser simbêlê Pala re derbas dibe û direve dikeve qula xwe. Pala ji hêrsa dîn dibê lê fêde nake. Êdî bûye û çûye.  >>>>>

 

Kî dibê seg nizanin wey limin,

ew ne rind û nezanin wey limin..

 

 Salsa Dog
Salsa Dog

 

Kemal Bûrkay û Mûsa Anter jî kirin Tirk, hayhoooo!

 

L.Şêxo- 31/08/09-Gelî xwendevanan, gelo we bihistîye?

Li gora nûceyek di rojnama Türk Hürîyetê de, xwedê negiravî çend Profesorên Tirk lêkolînek çêkirine. Li gora vê lêkolînê,eşîra ku siyasetmedar Kemal Burkay û eşîra Xalê Mûsa Anter şaxek ji Tirkmenanin û li gora vê lêkolînê dibêjin Kemal Burkay û Mûsa Enter jî Tirk in.

    De îcar yabo, de were vî kerî bi vî kurtanî derbaske.

    Heta niha me digot qey  dostên meyî Tirk tunene. De îcar ji xwe re lê binêrin, rehmetî xalê Mûsa weke yekî Tirk 74 sal jîyana xwe di ber mafê Kurdan de derbas kir û heta ji bo Kurda jî hate qetilkirin. >>>>>

 

Wey siyasetmedarên me bi qurbana te bin rebbî!

 

Serdar Mirad- 30/08/09-Amed- Keça Kurd Medya Ormek a 10 salî, da bin dûvê sawcîyên dewletê û ew merezî kirin. Çima ku Medya 10 salî di mala xwe de derza Kurdî dida 27 zarokên Kurd, sawcîyê Amedê kirasê xwe çirand û nalet li bavê xwe anî, doza lêpirsînê li Medya reben vekir.

    Di derbarê paraztin û pêşdebirina zimanê Kurdî beledîya Sûrê xizmetên pir bixêr dimeşîne. Bi taybet şaredar Abdullah Demîrtaş di vê derbarê de xwedî hest û helwestek Kurdewarî ye, xwedî li zimanê Kurdî derdikeve. Her bijî!

    Werhasil, Medya Ormek di vê 10 salîya xwe de bûye mamosteya zimanê Kurdî û tirr ji siyasetmedarên me berdaye. >>>>>

 

 

Heqê me jî li we heye bavo!

 

Guhbel- 28/08/09-Kurdistan- Di van du rojan de, Kurdistana Iraqê kirasek reş ji rengê delingê pîrka min lixwe kiriye û hemû kes xemgîn e. Mêr û jin bi "gidyano û wax li minê" serê me gêj kirine. Me pirsî: Çi bûye bavo? Ji me re gotin: Ebdulezîz Hekîm serokê civata bilind a Islamî miriye.

    Xuyaye birayên me li başûr wê hêdî hêdî şal û şapikan bavêjin û şaşikên oldarên Necef û Kerbela lixwe bikin. Di rojên bîranîna kuştina hezretî Elî û Hesen û Husên de bi qamçiyan lixwe bidin û rondikên poşmaniyê bi wan re birêjin.

    Law hey xwelî li sera, ma ya we çiye? >>>>>

 

Siltan xanimê tirr ji koçka Çankaya berda

 

Av. E. Dîlan- 27/08/09-Enqere- Birastî Serokkomarê  Komara Tirkiyê sayin û pir bilind Abdullah Gul, mirovekî pir nermik û germik, mirovekî wek şekirê nava kaxezê ye. Min bi xwe heta niha nedîye ku ciwamêr hişk axavtibe û wek Kasimpaşalî Receb lotikên bêîman li derûdorê xistibe.

   Werhasil, piştî ku Abdullah Gul got:“Wê tiştên xweş çêbibin“, hêdî hêdî lotik û zîtirkên nermik tên avêtin û dewlet dixwaze destê xwe di ser serê Kurdan re bibe û bi çend gavên piçûk be jî devê wan şîrîn bike. Yanî mesele „Piçik piçik meriv xwe dighîne kûçik“ e ha. Hêdî hêdî… >>>>>

 

Bêziravo dîsa dest bi çîrokan kir

 

Ehmed Beyan- 26/08/09-Enqere- Serokwezîrê Tirkiyê sayin Kasimpaşalî Receb, di avêtina hinek gavên demokratîk de ewqasî germ bûbû ku te digot qey wê sibê mafê Kurdan bide wan û mesele hel bibe. Lê ji berê de bav û kalên me dibêjin:“Nanê Tirkan li ser kaba wan e“. Ango, nankor in û bext bi wan re tune.

    Avêtina hinek gavên demokratîk û çend lotikên çareserîya pirsa Kurd, rojeva Tirkiyê kiribû şorbe û hejandibû. Tew partîyên wek MHP û CHP porê xwe hildiçinîn, li sînga xwe dixistin û digotin:“Hewarêêêêêê Tirkiye ji dest çû, Kurdistan ava bû“ filan û fîstan û kerê min bera nizanim ser çiyî xwe didan. Lê nizanîbûn ku Kasimpaşalî Receb jî ji wan ne kêmtir e û mejî her eynî mejî ye, gennî ye, netewperest e û nayê guhertin. >>>>>

 

De were û nenivîse!

 

Tecawizcî Coşqûn- 25/08/09-Stenbol- Hingî me li ser wan nivîsand mû bi zimanê me ve hat. Lê xuyaye kurmê şîrî heta pîrî ye. Ev Tirkên ku navê xwe li Kurdan dikin û Kurdan wek hirç û hov nîşan didin, hema bêjin her roj bazdidin ser keçên xwe û namûsa wan dikin pênc qirûşên xerabe.

    De binerin bê di diyaxwegayê Ramazan K çi anîye serê herdu keçên xwe.

    Li bajarê Kocaelî nehîya Gebzeyê, dêqehpê bi navê Ramazan K, tam pênc salan bazdaye ser herdu keçên xwe (N.K 22 salî û T.K 20 salî) û namûsa wan kiriye bexdûnis. >>>>>

 

 

"Eyşikê ji xwe bi şik ê"

Lîsta Goran û siyaseta qirêj

 

Nûrî Çelîk- 21/08/09-Gotinek me Kurdan heye dibêjin:”Eyşikê ji xwe bi şikê”. Ango, ji ber ku Eyşik xanim ji xwe bi şik e û bawerîya wê bi wê nayê, nizane çi bike. Destê xwe bavêje çi bi şik davêjê, bi tirs davêje, ji xwe ne bawere û ji tevlihevî û xirakirinê pêve tu tiştekî xêrê jê nayê.

   Axir, xuyaye ev jî mesela me û Lîsta Goran, mesela me û kek Newşêrwan Mistefa ye.

   Realîteya civakan gelek caran ji hinek kesan re berûpaş xuya dibe. Yan jî ew kes realîteya wê civakê dizane jî, lê nikare rastîyê qebûl bike û dixwaze wê realîteya heyî li gora fikir û hizra xwe biguherîne. Bi ser ku ew dizane wê nikaribe realîteya heyî biguherîne jî, ji bo ku realîteyê aloz û têkilhev bike, hewl dide ku bi dek û dolaban, bi lotik û zîtirkên vala civakê û rojevê jihevde bixe û nîfaqê têxe navbera civakê >>>>>

 

Em naletê li helwesta polîsên Kanadayê tînin û qûna wan dax didin

 

20/08/09-Lotikxane- Em wek Lotikxane naletê li 101 bavê polîsên Kanadî tînin, helwesta wan a li dijî Şivan Perwer rûreş dikin û qûna wan dax didin.

 

Mêşa hingiv tirr ji Mehmetçîk berda

 

Serxweş Kemal- 19/08/09- Tirkiye-  Tirk ewqasî pesnê Mehmetçîkên xwe didin ku tu dibê qey her Mekmetçîkek wek Rustemê Zal e û mêrê bi hezar mêrî ne. Lê kes nizane ku mêşek hingiv jî kare qûnê li wan biqetîne û wan bişîne ser pira selatê.

    Axir, çawa ku Mehmetçîk “qardaşlar” di avdestxanê de, di ser gû de qrîza dil derbas dikin, dimrin û ji wan re “şehîd” tê gotin, vê carê jî Mehmetçîkê me ji ber pêvedana mêşa hingiv mir û bû şehîd.

   Mêşa hingiv, Mekmetçîk û şehîd kuro! >>>>>

 

XEWN Lİ WAN BÛ KABÛS!

 

F.Devliken-18/08/09-Mêrdîn- Dostekî min heye, ji haziran ne çêtir be, gelekî hêja û di xwîya xwe de ye. Mirovekî heta tu bê bes maqûl û heta tu bê bes mêrxas e. Wekî Baqîyê Binxetî tê naskirin, lê ez jê re dibêjim ‘Mamoste’

Çima Mamoste?

    Xêr û guneh di sutuyê Mamoste de be, ez derewçînê wî me. Gunehên xwe roja qîyametê xist sutuyê min da ku ez li ser vê meselê binivîsim.

Mesela me li ser sê nivîskarên me yî Kurd e: Firat Cewherî, Brahim Seydo Aydogan û Evdila Keskîn.

    Ê de ka em xwe lê biqewimînin, bê xwedê çi dike…

    Çîrok dest pê dike: >>>>>

 DEYNÊ DOQIZÊ

Rêwîyê Kal-16/08/09- Tirkîye-  Li Serhedê berê di danûstandinê de senet menet tunebû. Sozên mêra dewsa her tiştî digirt. Abidîn kiryarê pez û kavira bû. Payîzê kavir bi deyn dikirî heta salek din meha Îlonê. İca gel digot “ deynê doqizê “ ku meha nehan bû wer digotin.

    Ê ku Abidîn jê kavir kirîne yek ji wan jî Nûrî ye, bi deynê “doqizê”. Lê ew sal ji Abidîn ra xerab hat, zivistanê nexweşî ket nav kaviran, gelek kavirên Abidîn mirin. Roj û meh derbas dibin û ji bo Abidîn xeterek mezin nêzik dibû. Çimkî deyndêr wê dawa peran lê bikin û pere jî  tuneye. >>>>>

 

 

 

 

 

Wî jî lotikek kerîkî avêt

 

Firildeq Elî- 13/09/09-Stenbol- Hinek ji van profesorên Tirk tu dibê qey mejiyê keran xwarine û di axur û koxikên mirîşkan de profesortî xwendine. Dolheraman ewqasî tiştên beredayî dibêjin ku, ne dikeve serê mirîşkan û ne jî ker û qantir pê bawer dikin.

    Mixabin yek ji wan profesorê koxikê jî sayin Prof.Dr. Mesut parlak e.

    Kevnerektorê Zanîngeha Stenbolê Prof.Dr.Mesut Parlak, rekne li Serokwezîr Erdogan kir û avêtina gavên demokratîk wek “bombeya ku pîmê wê hatibe kişandin” bi nav kir. >>>>>

 

Xaltîka Fatê û çareserîya demokratîk

 

11/09/09-Hûn zanin, van heyaman avêtina gavên demokratîk û qaşo çareserîya pirsa Kurd bûye mode û herkes pê serxweş bûye, bûne wek mirîşka gêj. Ji alîyek Erdogan û hikûmeta xwe pakêt makêtan amade dikin, ji alîyê din PKK û Ocalan pakêtan amade dikin û ji alîyê din de jî her kesê ku destê wî qelem digre, pakêt, çewal û xurcikan amade dikin.

    Min jî wek sekreterê eşîreta Lotikxanê, yanî wek Sofî Xelef, xwest bizanim bê ka xaltîka me Fatê çi difikire, çi pêşniyazan dike û di xurcika wê de çi quzilqurt heye. >>>>>

 

Kî herî pir murîd e

 

Silo Omerî- 10/09/09-Mêrdîn Go hûn jî zanin bê çawa murîdên birêz Ocalan hene (yabo go em nebêjin birêz, dikare kevir mevir li me kevin). Ev heftiyek e go ez dibêjim ez ê xweşnivîsekê ji bo we binivîsim û dilê we xweş kim. Min go bila mijara min jî ev be "kî herî pir murîdê birêz Ocalan e."
   Min li kovar, rojname û malperan nêrî. Di hinek kovaran de 10 wêneyên wî hebûn, di hinekan de jî rûpelên tije. Her tişt jî li ser wî. >>>>>

 

 

SOFÎ BRAHÎMÊ GIJALÎ

 

Mem Dogala- 08/09/09- Sofî Brahîmê Gijalî, ji eşîra Elîka ye û ji gundê Gijalê ye ku bi Cizîra Botanê ve girêdayî ye. 

   Dibêjin wê çaxê zilamek ji gundê Mîjmîjokê bi navê Evdê Simko hebû. Ew gund niha xirabe ye.

   Bûka Evdê ji gundê Gijalê bû;  di navbera wî û Gijalîyan de pirsgirêkeke malbatî çêbû ye, heke neheqîyek lê bûye, bê çi bûye vî kesî çûye gilihê Sofî Brahîmê Gijalî li cem Elîkê Batê kiriye û gotîye:  >>>>>

 

Gurên Kurd dan bin dûvê serokê xwe

 

Cilêtçî Mihê- 07/09/09-Amed- Partîya Seg û Gurên Tirkiyê MHP û serokê wê Devlet Bahçelî, piştî ku bi tundî li dijî pakêta Kurd û avêtina hinek gavên demokratîk derket û derdikeve.

    Kurdên ku li Amedê bi vê partîya faşîst re ne û xwe wek “Boz Kurtler” (Kurdên Boz) bi nav dikin, bi xwe nexweş tînin û helwesta serokê xwe Devlet Bahçelî rûreş û şermezar dikin, qûna wî dax didin.

    Werhasil  >>>>>

 

Pelçîmok / Pirsa Kurdan

Selîm Acar- 06/09/09-

Pirsgirêka kurdan ji bo komek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd bû mîna çîroka pelçîmokê.

 

 Wextê ez zarok bûm, pîra Hewê çîroka pelçîmokê (şevşevokê) ji me zarokan re digot û her şev ew  dubare dikir: Qasî ew çîrok di huşê min de maye, ew bi kurtayî wisa bû: >>>>>

Serok Baydemîr vê carê îmana meselê teneke kir

Esrarkêş Ehmê- 04/09/09- Amed- Serokê Kurdên Amedê cîgerim Osman Baydemîr, di 1ê Îlonê roja aştîyê de derket ser dikê, bi cil û bergên Kurdî lingên xwe li erdê xist û zelzele rakir.

   Baydemîrê me di axavtina xwe de bi dûdirêjî behsa giringîya aştîyê kir û bang li gelê Tirk kir ku di vê roja pîroz de bibin insan û werin ser rêya îmanê, rêya heqîyê.

   Osmanê me wek ciwamêran got: >>>>>

Zeynelabidînê me 37 lotik bi hevre avêtin

04/09/09-Swêd- Nivîskarê qirase û boxê berana Zeynelabidîn Zinar, wek bayê xezebê daye dû nivîsandina pirtûkan û xizmeta çand û zimanê Kurdî dike.

   Yabo me tiştê wilo nedîye ellawekîl. Me digot qey tenê Lotikxane dide çargavê û wek hespê rewan dibeze. Lê babam, Zeynelabidînê me wek babelîsk û tofana Tsûnamîya Taylandê ha ha dide xwe û li ser 250 kîlometro dajo law. >>>>>

Şembelîk

B.Jîndar-03/09/09- Şembelîk nebatek ji malbata beqilan tê hesibandin. Bejna wê carnan bi tîrane, carnan jî bi razayî 20-70 cm dirêj dibe. Gîyayek kêm çetal jê diçin. Belgên wê keskêvekirî û sê perî ne.

   Belgên wê yên jêr binikdirêj, yên nîvekê binikkurt û yên herî jor bêbinik in. Rexên belgan rast an jî xetxetikên zirav in. Kulîlkên wê spî ne, ew kulîlk paşê dibe qebsûl. Di nava wê qebsûlê de 5-20 lib bizir ( tov, sîsik, dindik) hene.

   Rengê wan sîsikan zer, qahweyî yan jî esmer in. >>>>>

Doza serokatîya Kurdistanê jî bikin babam!

Şîndar Berwarî- 01/09/09-Duhok- Li ser bextê fitne û fesadên kolanên Hewlêrê be, li gora ku jin û pîrejin li ser tenûran dibêjin, dibêjin nûnerên hizb û hêzên Tirkmenên Kurdistanê çûne cem Serok Barzanî û doza hinek wezaret û serokayetîyan lê kirine.

   Tirkmenên ku di meclîsa Kurdistanê de pênc kursîyên wan hene, çi ji Serok Barzanî xwestibin başe? >>>>>

Gotina Feroz Ahmed wek ayeta quranê ye

Zinar Qelemşûr- 31/08/09-Stenbol- Prof.Dr. Feroz Ahmed, pisporê dîroka Osmanîyan e û ev tam 47 sal in li ser dîroka dewleta Elî Osman lotikan virde wêde davêje.

   Mêro hevpeyvînek qirase bi rojnama Sabahê re kiriye û di derbarê Kurdan de çend lotikên rasteqîn avêtine.

   Profesorê me bi dûdirêjî behsa dîroka komara Tirkiyê, serhildana Şêx Seîd, beton Misto û Îttîhat û Terakkîyê dike, dibêje û dibilîne.. >>>>>

Nivîskarên Kurd jî bêxwedî mane, wey weleddddddd!

Aram Serhedî- 29/08/09-Swêd-

Yaw em hunermend û nivîskarên Kurd çi gunene wey liminnnnnn û wey liminnnnn! Hunermendên xelkê bi milyon dolaran dilîzin, xwedîyên avanî, balafir û keç û jinên bedew in, lê hunermendên me yan pîzzacî ne, yan firaxşo ne, yan parsek in û yan jî jinên wan ji sibê heta êvarî bi melkes û şimikan li nav serê wan dixin.

    Nivîskarên xelkê bi firotina pirtûkên xwe dibin milyoner, xweşhal dibin, navdar dibin, dibin xwedîyê xelata Nobelê û xelk qedrê nivîskarên xwe zanin, wan li ser destê xwe dikin. Lê yên me Kurdan ewqas xizmetê dikin jî >>>>>

Qehpikê qîza xwe difrot xelkê kuro, wey tifûûûûûûû!

Firildeq Elî- 27/08/09-StenbolBirastî min nedixwest ez vê rojîya meha remezanê xwe gunehkar bikim û dîsa devê xwe bilewetînim. Lê nahêlin babam, wille, bille û tille ev dolheram nahêlin law, nahêlin ez gunehên xwe dawşînim ha, wîî!

   Hema çi roja ez rojnameyekê bixwînim yan têkevim vê quzilqurta înternetê, ezê bibînim ku yan Tirkekî nîhaye keça xwe, yan Tirkekê keça xwe firotiye zilaman, yan Tirkekî bazdaye ser pîra 80-90 salî û yan jî dest avêtiye jinbra xwe. Tew ez behsa tacawizkirina mirîşk û çêlekan nakim haaa,

>>>>>

 

Zarokên me ji kurdiya me fam nakin !

 

 Rêzan Tovjîn / Amîda Kurd

 

Wekî ku tu derdê me li dinyayê nemabe û ez derketibim gera derdan. Min ji xwe re derdekî nû dît û dixwazim ji we re jî bikim derd.

    Wekî ku tu derdê me li dinyayê nemabe û ez derketibim gera derdan. Min ji xwe re derdekî nû dît û dixwazim ji we re jî bikim derd. >>>>>

Werne memikên belaş, wernêêêê!

Kawa Heskalî- 26/08/09- Wek wûn dibînin, bê pêşkêşvana Swêdî çi di destên wê de ne ne wilo?

   Kî dizane geloooo ev çine?

   Memikêêêên wêêêêêê ne!

   Kuro bi sê telaqên jinberdanê ev dinya çirto virto bûye lo. Yaw namûs mamûs nemaye ha, pekkkkkk li vê sosreta kesanedî law!

   Hinek radibin memikên xwe difroşin, hinek radibin bacana nav şeqê xwe difroşin, hinek radibin xwe şût û rût dikin, hinek radibin xiyarên xwe ji qurmik jêdikin û qulekê di xwe vedikin, >>>>>

Ma kîjan hunermendê Kurd ne bêxwedî ye babam?

Xebat Şakir- 25/08/09-Almanya-

Kekê me Xebat Şakir, vê carê li ser Dilgeşê me nivîsandiye û dibêje:”Hunermend Dilgeş bê xwedî ye!

    Weyla te serê me  xwaro, ma kîjan hunermendê Kurd ne bê xwedî ye?

   Hema wê hêz û dezgehên me yên qaşo Kurd wan wek çêlekan bidoşin, bidoşin, bidoşin, heta dilopek şîr di wan de hebe wê bidoşin. Û dûvre?

   Dûvre jî wê lotikek bêîman li der qûna wan xin û bêjin:”Oxira te ya Filîtê Quto be heval” û di kefênê wan û 101 bavê wan in. Yan na?

   Axir, nivîsa Xebat Şakir bixwînin û hew...>>>>>

 

Hunermendên Kurd ketine ber lotik û pehînan

 

Sîxur 007- 25/08/09- Almanya-
Ez wek kesekî Kurd, min nivîsa di malpera Avesta Kurd a li ser hunermendên Kurd xwend. Ez matmayî mame!
   Birano, ew nivîs sedî sed rast e. Ji ber ez wek kesekî ku min sedî sed agahdarî girtine, gelek hunermendên me di bin tehdîtê de ne. Cara din jî min nivîsîbû.
Hunermend Delîl Dilanar û Xemdar sedî sed ji hêla Akademiya Kurdî ve hatibûn tehdîtkirin.
>>>>>

 

Xurşîdê me Şivan firand ezmana

 

   Ji şivan perwer re

 

Xurşîd Xelîl- 23/08/09-
Pesindarê te me ey xo bilindî tu şivan perwer
Sitêrek geş li ser xakê gelo azman tu anî der
Çi bêjim ez pesin nadim ji ter nîne kesek himber
Ji bona Kurd tu rêzanî tu aram u ti wî mehder >>>>>

Ezê bawerîya xwe bi te bînim

B.Ronahî- 21/08/09- Li Rusyayê kêm jî bin Kurdên misilman hene. Yek ji wan Kurdan jî di parlamentoya Rusyayê de kesayetîyek berbiçav e. Ew parlementerê Kurd kurê xwe di zewicîne.

   Di dawetê de hunermend Kazo jî amade ye. Lê berî dawetê dixwazin mahra melê jî bibirin. Lê melayên Kurd li Rûsyayê ninin.  Lewre diçin melayekî ji  gundek yên Gurcistana ku hêjta teknîk neketîyê, tînin. >>>>>

Sunetkirina keçikan

Bazê Qendîlê- 19/08/09-Kurdistan-

Law, va ez pîr û kal bûm û bi sê telaqan min sunetkirina lawikan bihîstibû lê ya keçikan min nebihîstibû, erê welleh min nebihîstibû heyra, ma ne eybe ha! Îca bi saya xwedê û serê van birayên me yên başûr, me sunetkirina keçikan jî bihîst, erê loo berî mirinkê me ev jî bihîst!

    Dibêjin çend qahpik û çend pîr ji van pîrên sihredar xwe berdane nav gund û bajarên Kurdistanê, ketine nav bazara qu... û petêxan û hemi gul û kulîlkên Kurdistanê perpitandine ellahwekîl >>>>>

Gelê nedikanibe xeyala jî bike!

Selim Acar-16/08/09-

 

Of! Of! Hezar carî of! Ana kuzek araqa tirî yê Dêrika Çayêmazî heba, min ê ew bi tasa, bi tasa ser xwe dakira; ji bo min dert, kul û êşên xwe jibîr bikira.

   Ellahwekîl, êdî xew nakevin çavên min, ez diponijim, difikirim, dikevim nava ramana û aqil li aqila dixim, lê ez tênagihêjim û fam nakim!...... >>>>>

 

Bênamûso jina xwe derxist mazatê

 

Zirto kurê Virto- 15/08/09- Kocaelî- Law min bênamûs dîtin, lê min wek hinek ji van Tirkan bênamûs nedîtin dînime îmanime. We dîtiye kesek rabe di ber deynên xwe de jina xwe derxe mazatê û bifroşe deyndayên xwe? Lê kurê kerê Ismet A ev bênamûsî kir û jina xwe pêşkêşî deyndayên xwe kir

   Werhasil, li bajarê Kocaelî, mezra Halidere ya Tirkiyê, Ismet A (53) derîyên hesinî difroşe. Lê ji ber ku bohrana aborî li qûna wî jî dixe û qûşê lê diqetîne, hew kare deynên xwe bide û dibe deyndarê xelkê >>>>>

 

Tê derxin

Gelo Ocalan ji Yalçin Kûçik re çi dibêje?

 

14/08/09- Tê derxin û bibin milyoner gelî xwendevanan.

   Gelo li gora we, serokê Kurdên sererd û binerd sayin û pir mezin Ocalan, ji endamê çeteya Ergenekonê Prof.Yalçin Kûçik re çi dibêje?

   Heçê tê derxe, emê pakêtek cixara qûnsor, çeqmaqek muxtaran, nîv xîyar, telaşek bacan û 0,99 cent dolar bidin wan.

   Lê binerin em mesrefa postê nadin haaa, na. Ew ji kîsî we ye. Mesrefa şandina postê 15 dolar in. Ê de ya allaaaa û ya xwedê!

Tê derxin û 0.99 cent dolar qezenc bikin....

 

Kurd parties have chosen inclusiveness

 

Khaled Salih - Friday, August 14, 2009

On July 25, the people of the Kurdistan region in Iraq for the first time elected a regional president and for the second time a new Parliament.

   The elections took place in accordance with Iraq’s new Constitution, which was approved by popular vote in October 2005 and recognizes the region and its institutions as a federal unit in Iraq. >>>>>

 

Tovjînê me lotikek bêîman li DTP'ê xist

 

Silo Omerî-13/08/09-Qoser-
Yabo heyra weleh ez hesûdiyan dikim îcar. Navê me Omeriya derketiye, lê ev Meşkînî go lotikan davêjin pir xirab dikin. Belasebeb negotine "Meşkîna tirrek berda işkîna".
   Rêzan Tovjîn ê me yê go di her nivîsek xwe de lotikê li derekê dixe, bûye wek qemyona cîranê meyî tat. Eyn wekî mesela "tat û qrawat" jî rahiştiye qelemê. Welhasil qemyona wî li kêxe, nema radibe, heyata wî dişewite. >>>>>

 

KURDAN AZAD BIKIN

 

Guhbel Nixumî- 12/08/09-Engurya-

Îro bi saeta Tirkriyê 13.25 civîneke taybet di navbera Dewlet Baxçeliyê serokê partiya Asenaya Ergenekonê û Deniz Baykalê serokê partiya nijadperest a nijadleşker li dar ket. 

   Naveroka civînê, ne gelşên Tirkiyê bû, lê li ser pirsa Kurdistanê bû. Peyamnêrê Lotikxanê xwe bi nihênî gihandiye avahiya civînê û dengê wan tescîl kiriye. Axaftina wan weha domandiye: >>>>>

 

Cîgerlerim dest bi lotikan kir

 

Ehmed Beyan- 10/08/09-Enqere- Sayin Kasimpaşalî Receb, dest bi lotik û zîtirkên Tirkane kir û wezîrên xwe li dora xwe civandin, bi wan re ket nav mesela gavavêtinên demokratîk û çareserkirina qaşo pirsa Kurd.

    Li ser bextê fitne û fesadên meclîsê be, dibêjin Recebê me tam çar seetên qirase ji wezîran re behsa giringîya avêtina gavan kiriye û gotiye:“Êdî bes e! >>>>>

 

 

lotikxane@lotikxane.com       lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006