H.Belê

Tirkî pere

F.Devliken

Lêpirsîn

B.Ronahî

Memo

L.Şêxo

Fileh û tirr

A.Dûran

Qijik û

Hadîse

B. Qendîlê

Te Kurdî kir

tirr

Qosarî

Leheng

R.Kal

Dendika

dila

S.Îloz 

Tirkîtî

ya

 

Xaltîka Fatê-31

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur   

        Magazîn

Medya  ///  Arşîv         

            

Diyarî ji bo Faroqê Devliken

 

Selah Mihemed-15/10/09-
 
Faroqê Devliken
 
Hey Faroqê dev li ken
Raste tu devliken î
Gul û beybûn û çîmen
Malperê de diçînî
 
Ez dixwazim bi te re
Dostaniyekê deynim
Her gav li te digere
Malperê her dixwînim >>>>>

           Girêka Kora

Ahmedê Berazî- 15/10/09- Almanya- Weleh û bileh û tileh, bi hersê navê xwedê  Tirk marê di tur dene wîî, hima kerê kor jî vê zane.

   Dek û dolabên van bêbava xelas nabin yabo, bi ocaxa Şêx Muhsîn ev gotinên wan tev derew in. Ne tenê derew in, xap û hîlene jî. Bi xwedê ku ji Tirka were ew nahêlin ku Kurd bi Kurdî di berê jinên xwe de jî razin. >>>>>

Kurd û siyaset

Mihemed Ronahî-

Siyaset peyveke erebî ye. Tê wateya terbiyekirina hespên hîşterî. Ev pênas, pênasa wê ya peyvî ye.

   Li gel pênasa wê ya peyvî, pênasa wê ya wateyî jî ev e: Zanist an hunera birêvebirinê ye.

   Hûn li kîjan netewe an dewletên heyî dinihêrin binihêrin, hûnê bibînin ku her yekê ji xwe re têgihaneke siyasî ava kiriye û bi vê têgihanê berjewendiya neteweya xwe diparêze û gelê xwe îdare dike >>>>>

Xalê min Zinarê Xamo sor bûye lo!

Beranê Gunikreş- 12/10/09-  îcar ez mecbûr im ku bersîva nameya xalê xwe yê jîletçî bidim, yan na wellahî wê min bi paşpalkî siyarî kerê belek bike yaw.

    Xalê min li ser programa Bûka Baranê rabûye tapanan û giliyên gelekî zanyarî û siyasî dike û weha bi ser min da dike qîreqîr:
"Lawo Beranê Gunikreş, lan bê derpiyo, tu ji Meletiyê yî, hela ji xalê xwe ra koka vî bêbavê Îlyas Selman baş bikole. >>>>>

 

XEWNEKE  KO

 

Pîroz- 11/10/09-

 

Nikarim rista xoşxiwanan misoger bikim

Gewriya min zuha ye

Argûşkê min

Bi qûndaxê tivingan ko bûne

Ez gula Hîro li hestên

xwe digrim

digvêşim  >>>>>

Qadoyê me da bin dûvê serokan hayhooooo!

Sofî Xelef- 10/10/09- Sekreterê Lotikxanê- Nivîskarê xweşik, germik û nermik Qado Şêrîn (hingiv e hingiv) da bin dûvê serokan û pirtûkek bi navê “Serok û Merok” derxist bazarê.

   Qadoyê me dixwaze ku Kurd tev xwedî li serokê xwe yê nû serok “Qilçix” derkevin û bêjin:”Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok Qilçix!”  Îcar serok Qilçix kuro! >>>>>

 

Vexwendin

Em we vexwendinî çilrojîya koçkirina Adil Yezidî ( Bavê Sero ) ku di roja 09.09.09an de çû ser dilovanîya xwedê, dikin

Dem :  17.10.2009

Seat :  15.00

Cih : Oststraße 53   33332 Gütersloh

Tel    : 0174 79 27 70 8  

 

Rodî Ibrahim Xidir Yezidî

 Malbata Ibrahim Xidir Yezidi

 

Terîya kûçik rast nabe

 

Esrarkêş Ehmê- 09/10/09- Kurdistan- Dibêjin terîya kûçik heft salan xistine qalib, gava derxistine dîsa eynî tas û eynî himam, rast nebûye. Îcar ev jî mesela me û sayin Tirko qerdeşlerimiz e.

    Tirko qerdeşlerimiz (heçê em kirin brayên hev xwedê topa qiyametê li nav şeqê wan xe rebbî) dikin û nakin ku karibin ji kabûsa Kurdan rizgar bibin û wek insanên medenî bifikirin, nikarin. >>>>>

 

North Turkey and North Kurdistan in Crisis

 

Steve Tataii- 08/10/09 Introduction, Discussion, and Recommendation:
Kurdish people are a great wonderful nation of 30,000,000 Kurds in Turkey, 15,000,000 Kurds in Iran, 3 million in Syria, and around 8 million in South Kurdistan (forcefully usurped by Arab Baghdad of the defunct Iraq) with the consent & engineering of England & France colonial powers during the 1920-1923 Treaty of Sevres to establish an Independent Kurdistan  >>>>>

 

Leyla

 

Saher Mîro Al_Baedrî

 

08/10/09

Leyla Leylê Leylokê
Dînê gêjê gerokê
Dêm binê beroşkê
Dêm giroverê
 
Zendik nermê hevîrê
Sing sipîyê penîrê
Bav axa û wezîrê
Ji min bigerê  >>>>>

 

 

Rûdaw.NL 1 salî ye: Guftugo û şahî

 

Sîdar Bengîn Epozdemir- 05/10/09-

Roja îna borî (02-10) beşa holandî ya heftenameya Rûdawê yeksaliya xwe bi amadebûna nêzîkî 90î kes pîroz kir.

   Çalakiya Rûdaw.NLê ne tenê şahiyek bû lê bû boneyek ji bo guftugoyekê li ser insiyatîfa demokratîk a ji bal hikumeta Tirkiyeyê destpêkirî û rewşa rojnamegeriyê li başûrê Kurdistanê. Pisporên holandî û kurd çi gotin? >>>>>

 

Lan oxlim, çima carekê ez nabim başqan?

 

Beranê Gunikreş- 05/10/09- Yaw babam ez jî dixwazim carekê bibim "başqan" wîîî!  

  Ma qey ez ji Eyşika Ereb im sayin pir muxterem cîgerlerim hi? Ez gelekî baş dizanim ez ê çawa mista xwe li ser maseya nermik û germik bixim dînime îmanime.

    Sayin pir muxterem hevalno, bi sê telaqên jinberdanê hisûsîyet û taybetmendîyên serokatîyê ji min dibarin ha.

   Law heger hûn simbêlên qeytanî bêjin, aha va ye wek daristana bê rê ye, tew ji xwe pirça sînga min ji daristanên Latîn Amerîkayê jî bi tovtir e, tam 101 hirç karin xwe di nav de veşêrin >>>>>

Bû profesor lê nebû insan

Zugurd Axa- 03/10/09- Tirkiye- Hinek dibêjin: „Meriv bi xwendinê dibe insan“. Wey herama xwedê be go rast e. Gava insanetî di xwîna meriv de tunebe, tu bibî profesor jî, bibî fîlozof jî virt û vala ye.

   Werhasil, mesela me li ser profesor û doktorên Tirk bû lo. Meselen wekîlê bajarê Mersînê yê partîya MHP sayin pozmezin Prof.Dr. Akîf Akkûş. >>>>>

Cewrikên Mao Zedûng dest avêtin perda keçkaniyê jî

Çang Çîng Çong- 03/10/09- Pekîn- Cewrikên Mao Zedûng, yanî ev Çînî lo, tiştek nehiştine ku sexte û kopya wî/wê çênekiribin. Bi vê sextekarîya xwe mêrikan bûne „kominîstên milyarder“ û dewlemendên dinyayê.

   Bazara dinyayê ji destê mal û alavên Çînîyan ber avêtine dibêjin naûzûbîllah. Tiştên ku bi hezar euroyî bin Çînî bi 5 euran çêdikin, tiştên ku bi 10 hezar dolarî bin Çînî bi 100 dolarî pêşkêşî bazara cîhanê dikin. >>>>>

Samî beg berî fîşekê biteqîne hat girtin

Firildeq Elî- 02/10/09-Stenbol- Niha ez bêjim, dîsa wê hinek bêjin Firildeq Elî dîsa dest bi dijminatîyê kir.

   Ê law ji bo xwedê û pêxember, we li tu welatî dîtiye walîyê dewletê di nav daristanê de dest bavêje jina xelkê û bazde ser? Ev zinêkarî li ku dibin? Li Tirkiyê. Hem jî bi destê rayedarên dewletê haaaaa, pehhhh!

   Meselen walîyê bajarê Erzeromê. >>>>>

 

Temerê me dest avêt rojnamegerîyê

 

Binav Sindî- 01/10/09-Duhok- Lotikvanê 

mezin yê Duhokê kekê me Temer Remezan, vê carê bi rastî hewil didet lotikek bê îmanî li gelê Kurdistanê û bi taybetî li rewşenbîrên Duhokê bidet.

   Wî biryar da rojnameyek rojane ya Kirmancî (Badînî) li Duhokê damezrînit û tinê kesên ku hez ji „Jajî“ diken, dê bibitin karmendên vê rojnamê. 

   Navê rojnamê (War) e. >>>>>

Ahmedo! Bazo! Lawo hêdî hêdî!

 Xelefê Torî- 30/09/09- Min digot, eger hêviyek me mabe ew jî Lotikxane ye. Min digot qey nivîskar û xwendevanên Lotikxana rengîn ewqas xwedîkurdiyeke baş in ku êdî nivîsên ji çal û bîran kûrtir jî wê fam bikin.

   Min digot eger hinek hebin ku kodên di pirtûkên Serokê Ser’erd û Bin’erd bi xwe de jî fam bikin wê tenê xwendevanên Lotikxanê bin. Min digot bere Serok qet xeman nexwe, artêşa nivîskarên Lotikxanê gotin bi gotin, rûpel bi rûpel, pirtûk bi pirtûk li ser gotinên wî yên muqeddes hûr hûr difikirin, analîz dikin û >>>>>

Rûdawê em ji nêza kujtin

Tacdîn Baran- 27/09/09-Almanya- Lidarxistina”kokteylan” êdî di nav Kurdan de bû mode. Lê mode û tradîsyonek xweş. Berê me salvegera partîya xwe yan komela xwe li dar dixist. Lê ew hilat (rabû) û niha jî îcar em salveger yan jî roja malper û rojnameyên xwe li dar dixin û bi kokteylan pîroz dikin.

    Berî bi çendakê em dîsa çûbûn kokteyla malpera “Kurdistan-post”ê û me çend lotik avêtibûn. Doh jî dora tenûrê ya rojnama Rûdawê bû. >>>>>

Aha ciwamêr wek Ayhan begefendî ne haa..!

Tecawizcî Coşqûn- 26/09/09- Stenbol- Birastî min li ber destê şêx û mirîdên Lotikxanê tobe kiribû ku carek din xwe gunehkar nekim û destê xwe dirêjî doxîna xelkê nekim. Lê çi cara ku ez tobe dikim û tizbîya 101 lib dixim destê xwe, hew we dît qûnekekî Tirk lotikek kerîkî avêt û bû bela serê min, ez ji destnimêj xistim. Meselen Ayhan Ş ê 37 salî.

    De werin li vê kerametê û li vê qehpîtîya kesanedî binerin û hinek ji van Tirkan nas bikin. >>>>>

Qiyametê berê xwe da bajarê Shropshîre

Hesen Keleş- 24/09/09- London- Roj namîne ku alametên roja qiyametê dernekevin pêş û mirovan behitî nehêlin. Niha jî wan alametan berê xwe daye Brîtanya bajarê Shropshîre. Alameta çi? Alameta gîzera pênc tilî.

   Li bajarê Shropshîr a Brîtanyayê, rêncberê bi navê Peter Jackson, gava bi tevrik ber gîzerên xwe dikole, tevrik li gîzerekê dixe. Gava gîzerê hildike çi bibîne başe? Gîzera pênc tilî! >>>>>

 

Hah vê carê bû

 

 Rêwîyê Kal- 24/09/09- Kurdistan Bûka teze sibê radibe  malê, der û dorê malê, hewşa malê paqij dike. Taştê amade dike û bi hevre dixwîn û vedixwin. Jêhatîbûna  xwe nîşanî xezûr û xesûyê dike. Paşê berê xwe dide kanîyê ku avê bîne. Wê gavê destîyên ku ji qafikan çêdikirin hebûn e. Du destîyan hildide û diçe.

    Cîranê wan Remo jî çêleka xwe anîye nêzikî kanîyê, bi boxe bide gonxwarin û wextê kelê wê hatiye ku avis bimîne. Lê bejna boxe piçûk e, nikare bazde ser çêlekê. >>>>>

Mizgefta Îsa temam, ma mizgefta Lotikxanê

Cilêtçî Mihê- 21/09/09- Xançepek Amed Li ser bextê esrarkêş, eroînfiroş, cilêtçî û pêxwasên Amedê be, dibêjin Komela Xêrxwazên Amedê biryar daye ku mizgeftekê bi navê Hz. Îsa pêxember lêkin û xêrekê bi xwe bikin.

   Dibêjin evê lotikê kêfa dêrên Ortodoks û Protestan pir anîye û keşeyên van herdu dêran ev lotik wek lotikek pîroz nirxandine.>>>>>

 

 

Brûskê jî tirr ji wan berda

 

Gerîllayê Bênav- 18/09/09-Mexmûr- Ez karim bi dîn û îman sûnd bixwim, bawer nakim di dinyayê de tu mexlûqatek hebe ku ji Tirkan hez bike. Ji xwe ji ber vê ye ku Tirk dibêjin:“Turkun Turkten başka dostû yoktûr“ (Ji Tirkan pêve dostên Tirkan nînin). Çima dostên wan nînin? Ji ber kes ji wan hez nake û herkes bi qûna wan zane bê çi qumaşê xerabe ne.

    Werhasil, mesela me ne li ser qumaş, tirgal û şerwalê wan bû. Mesela me li ser lotika brûska welatperwer bû. >>>>>

 

Dêqehpo di meha remezanê de bazda

ser keçika 10 salî kuro

 

Satilmîş Yandançarpti- 17/09/09-Konya- Gerçî hewce nake ez bi dûdirêjî ji we re behsa zinêkarîya hinek ji van Tirkan bikim, lê dîsa jî min go bila di bîra we de be û hûn zinêkarîya wan ji bîr nekin.

   Dibêjin meha remezanê mehek pîroz û bibbarek e û divê xwedêgiravî di meha pîroz de kes gunehan neke, kesên guneh kiribin jî xwe bavêjin tor û bextê xwedêteala ji bo wan efû bike. Lê kî guhdarîya guneh û munehan dike baaaaaaa,  >>>>>

 

LÊPİRSÎN

 

F.Devliken- 14/09/09-Mêrdîn-

Min ji bo xwendekarên Lotikxanê bîst pirs amade kir. Kî her pîst pirsa jî rast bibersivîne, li ser navê lotikxanê ez ê wî/wê bişînim Kurdistanê û li wir ew ê bi Mazlûm Dogan re şevek taybet derbas bike. Mazlûm li hêvîya we ye…
   1- Pisîk bera mişk dide û mişk jî ji ber direve. Pisîk li ku wî bigre ew ê wî bixwe. Mişk di cî de disekine û li pisîk dizîvire. Gelo mişk ji pisîkê re çi dibê?
>>>>>

Ethem efendî jî lotikek li Tirkan xist

Pişo Miheme- 14/09/09- Tirkiye- Karmendê qirase, serokê bi dehan febrîqe, xwedîyê rojnama Star û televizyona Kanal 24 Ethem Sancak, lotikek li Tirkbûnê xist û li eslê xwe xwedî derket.

    Ethem Sancak, bi xwe ji bajarê Sêrtê ye û li gor gotina wî Ereb e. Yanî, malxezûranê Serokwezîr Erdogan e û mirovekî nêzîkî wî ye.

    Ethemê me hevpeyvînek qirase bi rojnama Sabah re kiriye û >>>>>

 

Herkesî tiştek jêkir

 

Zugurd Axa- 13/09/09- Beyoxlî-Stenbol- Hûn zanin, doh bîranîna  darbeya eskerî ya 12ê Îlona 1980î bû. Arnawût Kenan Ewrenê ku di 12ê Îlona 1980î de dest danî ser hikim û namûs bi xelkê re nehişt, îro di 80-90 salîya xwe de li nexweşxanê dirêjkirî ye û nebixêr wê bi emrê xwedê bimre.

    Axir, li taxa Beyoxlûya Stenbolê, grûpek çepgir kom bûn û di salvegera 12ê Îlonê de darbeya keran rûreş kirin û darek xistin Arnawût Keno. Hinek  hunermendên wek Lale mansûr jî >>>>>

 

PIRPAR / PÊPÎNE

 

B.Jîndar- 12/09/09- Pirpar hêşînhatek gîyayî û bêar e.  Di nav parêzan de (baxçên dikakan) xwebixwe di meha hezîran û tîrmehê de çêdibe û wek dikakan ( zerzewat) tê xwarin.

   Gîyayek pirsalane ye. Navtenga wê razayî bi qasî mitroyekê dirêj dibe, bejna wê jî heta 30 cm bilind dibe. Belgên wê bê dûxûk, kesk û hêkanî, bi goşt û piravî ne.

   Belgên wê tacane wek qevdikan bihevre ne û di mehên tîrmeh heta êlûnê de vedibin. Rengên wan zer, eflatûnî an jî peyazî ne.  >>>>>

 

Zimanê keran jî têxin nav zimanên zindî babam!

 

Zinar Qelemşûr- 11/09/09-Stenbol- Gotina “Kurd” û zimanê “Kurdî” ji Tirkan re bûye wek jehra silêmanî. Hema ku ev gotin bihîstin, hew we dît bi jehrî ketin, wek mirîşka gêj li wan hat û jê direvin.

    Berî niha serokwezîr sayin Kasimpaşalî Receb û generalên hikûmeta wî, navê “Vebûna Pirsa Kurd” li lotika xwe kirin û hêvîyek mezin dan derûdorê. Piştî ku çeqel û keftarên wek Bahçelî û Baykal li dij derketin, >>>>>

 

1.800.000 sal berê tasa serê Kurdan

 

Bakurê Kurdistanê 10-09-2009

Lotikxanê skeletê pênc mirovan li Gurcistana girêdayî Kurdistanê ve dît û pêşkêşî raya giştî ya cîhanê kir.

   Axkologên Lotikxanê yên binerd, dema li nêzî Tiflîsa paytexta Gurcistanê lêkolîn dikirin, pêşî tasa serê mirovekî dîtin û pêre pêre hinartin Werbêjxaneya Lotikxanê.

  Tevdezan û pisporên DNA (Danasîna Nijada Ademîzad) yên Lotikxanê dema werbêj kirin, peyitandin ku milyonek û heştsed hezar sal berê ev serî ketiye binê axê. >>>>>

 

13 qebûl kirin ma 12

 

Ehmed Beyan- 09/09/09-Enqere- Şikir ji xwedê re, dewleta Tirk hebûna 13 milyon Kurd qebûl kir ma 12.

   Hûn zanin, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdeyî 25 milyon Kurd henin. Serokê Dezgeha Perwerdeya Bilind (YOK) Prof.Dr. Yusuf Ziya Ozcan, di derbarê zimanê Kurdî de got ku “Kurdî ji alî 12-13 milyon kes ve tê bikaranîn. Divê ev ziman dûrî zanîngehan nemîne” û hebûna 13 milyon Kurd qebûl kir.

    Ji berê de dibêjin:”Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane”.  Heger Kurdên me li ber xwe nedana û bi zora xwe doza xwe bi dewleta Tirko nedana qebûlkirin, belkî tew îro behsa hebûna Kurdan jî nehata kirin >>>>>

 

 

Kilîlîlîlîlîî, Mesût Tek jî bû Hecî!

Sofî Xelef- 16/10/09- Wey şikir ji xwedê re, wey şabaş ji Şêx Hadî û Lalişa Nûranî re, mala xwedê 101 carî ava be ku xwedêteala serokê PSK Mesût Tek haş kir û ew anî ser rêya îmanê, rêya heqîyê. Kilîlîlîlîî, şikir ji yezdanê pak û dilovan re, Mesût Tek jî çû tewafa Lalişa Nûranî û bû hecî. Yanî, HECÎ MESÛT TEK!

    Mesûtê me di gotara xwe de behsa hecîbûna xwe dike û bi şeş telaqan sûnd dixwe ku ew di 6ê vê mehê de çûye Lalişa Nûranî tewaf kiriye û li ber destê Şêx Hadî tobe kiriye.

    Ezê serê we neêşînim kezeb, ji îro û pêde kesê ku ji kekê me Mesût Tek re nebêje „Hecî Mesût“, wê jina wî jê bê berdan û rasterast berê xwe bide cehnemê ellawekîl, ihii! >>>>>

DENDİKA DILA, BU KULA DILA

 Rêwîyê Kal- 15/10/09- Îro qet hewesa min nîne ez henekan bikim gelî lotikvanino. Bîhna min teng e, çav di serê min de sor bûne û fişe fişa min e.

    De min go her tim henek nabin lo, carna di ber re lotikên siyasî jî bên avêtin xweş e ha. Ma her roj tirşik tê xwarin law? Na.

   Bi Kurdî gotinek heye dibên >>>>>

The Jerusalem Post dîsa lotikek li Tirkan xist

Abdullah El Kurdî- 13/10/09- Telavîv- Kurd û Filistînî di navbera Tirk û Israîlîyan de bûne wek goka nav lingê Maradona. Herdu alî jî van herdu milletan wek „qoz“ li himberî hev bi kar tînin û tirrê ji hev berdidin.

    Dibêjin niha dîsa navbera Tirkiye û Israîlê xirab bûye û ha ha zimandirêjîya hev dikin, dek û dolaban li serê hev digerînin.

   Tirk qaşo xwe wek parêzerên Filistînîyan dibînin û dixwazin bi vî awayî tawîzan ji Israîlê bistînin û Erebên qûnreş ji xwe re bikin dost. Lê di esasê xwe de ev helwest ji durûtîya siyasetê pêve ne tu gû ye û cîgerim Tirkler jî vê siyasetê xweş bi kar tînin. >>>>>

Pirskerên Axretê û kalo

rcel Ararat- 12/10/09-  Li gundekî ne diyar kalekî yextiyar, temenê wî 70 salî hebû. Ev kal ji  kurê xwe re dibêje: „Lawê min, wexta ez mirim hinek esrar têxe kefenê min“.

Kurê kalo dibêje: „Ma bavo ne guheh e?”

Bav: „Guneh ne guneh wasiyeta min ev e, xelas“.

    Êdî kur nikare serî bi bavê xwe re derxe û dibêje baş e.

    Dema mirina kalo tê; amedekariya veşartina wî çêdibe. Kurikê kalo radibe weke bav xwestibû wesiyeta wî tîne cih; mistek esrar dixe kefenê wî. Kalo diçe dilovaniya xwe, malbat bi xemgînî stûnê malê dinixumînin. Kalo çavê xwe vedike li hemberî wî du pirskerê axretê  hene. >>>>>

TRT 6 û rêbaza Berzanî

TARIQ HEMO-10/10/09- Piştî sala 2003’an li başûrê Kurdistanê rewşek nû xuya kir. Rejîma Sadam ket û Kurdên Başûr di “Iraqa nû“ de bûn xwedî hêz û gotin.

   Gelek siyasetmedarên başûrî bûn berpirsên mezin û rêveberên xwedî qedir li Bexdayê. Ji vê yekê zêdetir budçeya herema Başûr bû ji sedî 17 ji ya Iraqê. Bi gotinek din, ji bo 3 eyaletan, hikûmeta Başûr her sal der dora 11 milyar dolar ji navendê girt. Bi vî awayî başûrî dewlemend bûn.
   Vê dewlemendiya surprîz gelek diyarde bi xwe re anîn. Yek ji wan diyardeya ‘rewşenbîrên defteran’ bû (DEFTER têgehek başûrî ye, tê wateya 10 hezar dolar).
 >>>>>

TIRKEŞ BEG KUŞTIN !

Rêwîyê Kal-09/10/09- Tirkîye- Ez bêjim li ser bextê kera Mele Nesreddîn be “ polîsan Tirkeş kuşt “ hûn bawer nakin . Hûnê bibêjin: “Bi sê telaqan derew dibe lê ne evqas jî ha “. Welehîn  rast e, billehîn rast e. De ka em bên ser mesela kuştina Tirkeş, ka cawa bûye.

      Di sala 1978an de li Mûşê navça Milazgirê, zarokên çepgir kûçikekî sipî girtibûn û li ser pişta wî bi boyaxa rûnî rengê sor

“ Tirkeş “ nivîsîbûn. Îcar ku ew kelb kuçe bi kuçe li çarşîyê digerîya, xelk pê dikenîyan. Kûçik bibû maskot û hemû kesî deng lê dikir û digotin: “ Tirkeş beg “. >>>>>

 

Bê şirove

Berazan bela xwe li Fatê jî da

Xalidê Hekarî- 08/10/09- Heyran ez nizanim çi hewala hunermend û nivîskarên Kurd e.  Ciwamêran ewqasî nazik in ku tu dibê qey malmîratan nanê bê xwê xwarine. Hema mêşek xwe li ser wan deyne, hew we dît bi şewb û zekemê ketin û tirr di wan de nema.

    Axir, hefteya çûyî başçawîşê Lotikxanê Pîrkemal beg sipîsaxlem çûbû Hollanda. Û di vegerê de? Di vegera xwe de bi “şewba çêlekên Holllandî” ket û sê rojan ji nav cihan ranebû. Şewba çêlekên Hollandî kuro! Kuro law me digot qey top û mîtralyoz nikarin başçawîşê Lotikxanê bixînin erdê, wille yabo me nizanîbû başçawîşê Lotikxanê ewqasî nazik û laştenik e bavo. >>>>>

Xaltîka me Mîtterand da bin dûvê kakacanan

Cemîl Cewher- 07/10/09- Li ser bextê fitne û fesadên Hewlêrê be, dibêjin xaltîka me Danîelle Mîtterand, di parlamentoya başûrê Kurdistanê de axivîye û lotikek bêîman li kakacanan xistiye.

   Dibêjin xaltîka me Mîtterand, gotin anîye ser alîkarîya Kurdên parçeyên din û ji endamên parlamentoyê re gotiye:” Kakaciyan, weyla xwedê topek li nav şeqê we nexistino, çima hûn alîkarîya Kurdên parçeyên din nakin baba? Ma ew ji Eyşika Ereb in ruhekem? >>>>>

 

Tê derxin:

Spîkerê Ereb çima qûna xwe dihejîne?

 

 

  05/10/09-Li gora we ev spîkerê televizyona Al Îraqiye çima qûna xwe gihejîne?

1- Qûnek e. 2- Îsotên tûş xwariye û ji êşa îsotan xwe diçelqîne.

3- Lehmecûncî Îbo Tatlises lê xweş anîye û ji paş de lê rabûye

   De ya allaaaaa û ya xwedê! Heçê tê derxe emê wî bişînin Bexdayê cem ê spîker. Îcar ê spîker we bera ser xwe dide nade hûn û qismetê xwe..... 

Çi Reben e.. Gunehê Me Bi Wî Tê!

Hoşeng OSÊ- 05/10/09-  Mala minê çi guneh e..!!. Ewqas kon, cil û gotinên wî riziyayî bûne, êdî nema zane dê çawa wan pîne bike..!. Tew li me felekê.. Mala wî ji pelê çixarê teniktir e û xwe di awêneyê de bahoz û bagerê peyva Kurdî dibîne..!. Ji wî weye ku kelehên Qustentînopolîs ê vekiriye..!.

   Ji wî weye ku (ezmûna) wî a rojnamegerî qert bûye, kokên xwe berdaye qatê heftan ên zemînê û şax û pejel û fîdanên we berdane esmanê heftan..!. Çi reben e..!. Çiqas kenê mirov bi xwe tîne û di heman demê de, gunehên mirov bi xwe tîne..!.  >>>>>

PDK-Bakur li Almanya lotikek avêt

Kezebşewityo 03/10/09-Almanya- Wek hûn zanin, rêvebirên PDK-Bakur tiştekî wilo anîne serê partîya xwe ku ne wîjdanê insanan û ne jî yê mişk û pisîkan qebûl dike. Tu dibê qey ev partî ne partîya wan lê partîyek dijmin e, ewqasî ku partîya xwe ji hev tarûmar kirine, tirr têde nehiştine û kirine wek şorba nîskê.

   PDK-Bakur a ku di 1965an de bi xwîn û xwêdana kesên wek Faîk Bûcak, Saîd Elçî û gellekên din ve hat damezirandin û zîl da, îro kirine wek lîztika zarokan û herkes ji alîyê xwe ve lingê partîya xwe dişemitîne û wê dike bi qurbana berjewendîyên xweyên şexsî. Bi gotinek kurt û Kurmancî, hinek alî dixwazin vê partîyê ji dîrokê rakin û rûn li ser nanê dagîrkerên Kurdistanê bikin.

   Axir, rêxistina herêma Almanya ya PDK-Bakur kongra xwe çêkir û daxuyanîyek belav kir. De ka bixwînin bê çi dikeve serê we >>>>>

Dora kê ye?

Rêwîyê Kal- 02/10/09- Tirkîye-  Gotinek pir xweş heye dibêjin:

“ Xwedê ewil aqil ji mirov distîne paşê malê dinê “.  Ev gotin sedî sed rast e.

   Zivistanê gamêş zû diqefilin, lewma di hundir da (axur da)  av didin û nabin ser avê.

    Li gundekî Serhedê malbatek pir feqîr hebû. Ew bûn û madekekî wan bû. Ji xeyrî madekê tiştekî wan tunebû. Zivistanê didotin, şîrê wê dikirin mast û pê îdara xwe dikirin. >>>>>

Alfatîhe Ala Niyetil Tewfîq!

Ahmedê Berazî- 01/09/09- Almanya- Ya fetah û ya rezaq û ya elîm û ya kerîm. Bismilahilrehmanilrehîm.

    Kaka, birakê me yê lîberal Birahîmkê Salih yê nîv Kurd û nîv Amrîkî, dest bi gera xwe ya danheva hêka kir. Weke min ji muxbirê Lotikxanê bihîst, kaka wê nozdeh hêkê rengereng di gera xwe de bide hev û bîne di dîwana kak Mesûd de deyne. >>>>>

 

Hûn dixwazin hînî tirrên Ewrûpî bibin?

De fermo, rahijin qelem û defterê û dest bi derza tirrên Ewrûpî bikin

  

Ma ji vê xweştir heye qurban?

Sofî Xelef- 30/09/09- Sekreterê Lotikxanê-Bawer bikin seeta ku me helbesta kekê xwe Jan Dost a li ser lêborînek derengmayî ji Atatirko xwend, me zanîbû ku Jan Dostê me serokê Kurdên sererd û binerd A.Ocalan daye ber lotik û pehînên bêîman û tirr jê berdaye. Lê me dengê xwe nekir û me xwest bizanibin bê ka xwendevanên me çi helwestê datînin.

   Werhasil, berê Bazê Qendîlê lotikek avêt û helbesta wî li gor xwe şirove kir. Piştre Ahmedê Berazî tirr ji meselê berda û Jan Dost bi rengekî din şirove kir. Û niha?

   NIha jî kekê me Xelefê Torî îmana meselê teneke kir û lotikek li Bazê Qendîlê û Ahmedê Berazî xist.

   Axir, ji xwe xweşî di vir de ye lo. Ma jê xweştir heye gava herkes nivîsekê li gora xwe şirove bike û lotikên demokratîk bavêje? Na.

  De li ser xêrê be û xwedê 25 horîyên bihuştê bike qismetê her çar nivîskaran rebbî...

Îcar dora tenûrê ya “şewba hespan” e

Belqityo- 29/09/09-Kanada- Piştî nexweşîya “golikên dîn” şewba mirîşkan dest bi lotikan kir. Piştî “şewba mirîşkan” îcar “şewba berazan” tirr ji xelkê berda. Û niha? Niha jî “şewba hespan” dest bi lotikan kir û ket bazara nexweşîyê.

   Em bi van grîp, şewb, zekem û helmewtan ketine belayê yabo. Hew we dît serê çendakê şewbekê serê xwe rakir û got: Selamunaleykum kaka!

   Rabe grîp û rûnê şewb, here zekem û were helmewt. Em hew wêrin ji ber van şewb û zekeman herin ser doşeka jina xwe jî bavo, wille lo! >>>>>

Te Kurdî kir tirr îca dora Erebî mabû

Bazê Qendîlê- 27/09/09-Kurdistan- Berî demekê, hevpeyvînek bi Jan Dost re di Avesta de derketibû. Rebenê Jano ewqas gilî û gazincên xwe kiribûn ku dilê mirovan pê dişewitî, soz jî dabû ku êdî bi Kurdî nenivîse.

    Dosto, êdî xwe bi tenê didît û wekî digot li deryê kê dixe, derî lê nayê vekirin, deryê vekirî jî di rûyê wî de tê girtin. Ê heyran, xuyaye wî dims û mast tevlihev dikir ha…Xelkê jî nikarîbûn ew ji hev derxistana, loma baştir didîtin deryan li wî bigrin û xwe ji pelûla wî dûr bixin!

   Berî du rojan min yek helbesta wî bi navê « Lêborîneke derengmayî ji Ataturk » xwend. Lê ez li wê jî poşman im. >>>>>

Rojnamevanê Tirsonek

Qadiro -26/09/09-Kurdistan- Berî çend rojan li ser Kenala Galî Kurdistan hevpeyvînek bi Ehmed Turk re hebû. Min li rojnamevanê digel wî temaşe kir, min ew nas kir, ji ber ew bixwe bernameyê bi navê Vedeng pêşkêş dike.

   Neyse.. Ev hevpeyvîn giring bû, min jî heya dawiyê temaşe kir, têde axaftinên baş hatin gotin..

Li vê derê dixwazim ji vî rojnamevanê hêja, germik û nermik bipirsim: Çima tu herdem hevpeyvînan li ser pirsa Kurd li Bakur saz dikî lê tu carekê behsa Rojhilat yan Rojavayê Kurdistanê nakî kaka? >>>>

NANÊ TENÛRÊ

24/09/09- Rojhatê me, xortê pêşerojê, silavek germ da Lotikxanê û di derbarê nanê tenûrê de şiroveyek kurtik, germik û nermik kir. Xwedê wî ji dê û bavê wî re bihêle û temenekî dirêj bide wî rebbî.   

   Zarok pêşeroja me ne. Zarok û ziman xerc û stûna pêşeroja milletekî ne. Ger ku ev herdu ji destê me biçin, bizanin ku Kurd mirî ne û tirr di wan de nemaye. >>>>>

Pelûl bi serê wê de jî rijandin

Firildeq Elî- 22/09/09-Stenbol- Gotina Kurd û Kurdistan ji Tirkoleran re wek marê reş û axtapot e. Çi cara ku gotina Kurd yan Kurdistan dibihîzin, wek mirîşka gêj li wan tê, ji qidûm dikevin û ji şewba berazan jî xirabtir tê serê wan rebenan.

    Wey weleddddddd bê çi milletekî çeqilmast, cahil û dirinde ne wey weleddd!

   Sayin Tirko qardaşlarimiz ji alîyekî ve bi dek û dolabên dewleta Elî Osman dixwazin çend hestîyan bavêjin ber me Kurdan, girêzê ji devê me birjînin û qaşo çend gavên demokratîk bavêjin, lê ji alîyê din ve jî tehamilî lotikên “Kurd û Kurdistan” nakin, li dijî kesên ku dibêjin em Kurd in, dek û dolabên Beko Ewankî digerînin û dozê li wan vedikin. Meselen rebena Hulya Avşar. >>>>>

Çi terapîstek welatparêz looooooo!

Hesen Keleş- 19/09/09-London-  Dibêjin herkes di beş û hunera xwe de pispor e. Diz be gerek dizekî şareza û jêhatî be, nijdevan be gerek nijdevanekî baş be, profesor be gerek profesorekî baş be û hema çi quzilqurt be gerek di wî beşî de quzilqurtîyek baş bike.

    Em Kurd bi xwe bi zimandirêjî, zikreşî, dijminatî û xapandina hevdu pispor in. Bawer nakim kesek wek me Kurdan karibe lingê hev bişemitîne û tirrê ji hev berde. Em ji hev re şêr lê ji xelkê re pisîk in wesselam.

    Mesela me li ser jêhatîbûn û taymetmendîyên mirovan bû lo. Meselen xanim Mare Sîmone. >>>>>

Di muzîkê de her kes li gora xwe dipîve

Xebat Şakir- 18/09/09-Oldenbûrg Gare Sazkar dengê ku di hembêza Baedra şêxan de zîz dibe, li qontara çiyayê Gare û Metînan bilind dibe û bi xwişîna ava şîn re dibe hermonî, hermoniya azadiyê, hermoniya biratiya gelan.

   Gare Sazkar meretonvanê çand û hunera resen e, dengê şîxana bi Toke, li ber beyit û diayê Lalişa Kurdî û stranên Şêx Derwêş, Xelefê Hemo, Elyasê Pûrto, Elyasê Silo, Qewal Hesen mezin bûye, qeraşê şoreşa hunera resen e.

   Gare Sazkar dengbêjê azadiya Zîna xwe ye, Zîna ku ji bo wê bû xwînî, bû rêwî, bû strî di çavên neyaran de >>>>>

Di vê meha pîroz de jê re „Lotto Totto“ lêket

Tecawizcî Coşqûn- 17/09/09-Stenbol- Qismet û nesîbê hinek mirovan pir fireh e. Hema xwedêteala bi çewalan bi ser wan de dibarîne lo. Meselen sermezinê C.T ê 52 salî.

    Li bajarê Sakaryayê, Tirkê bi navê C.T heta wextê siorê li qehwexanê dimîne, ji xwe re bi dama, okey û pinîker dilîze, kurmê xwe dişkîne. Piştî kurmê xwe dişkîne, radibe berê xwe dide malê û dixwaze here têkeve ber jina xwe, vê meha remezanê çend lotik û zîtirkan li jina xwe xe û xêrekê bi xwe bike.

    Lê gava tê malê çi bibîne başe? >>>>>

Ey dinya, werin serê wî têxin qûna bavê wî!

Zinar Qelemşûr- 15/09/09-Stenbol- De werin li vê ecêba kesanedî binerin û kirasê xwe neçirînin. De ji xwe re li lotika qaşo lêkolîner û nivîskarê Amerîkî birêz perçiqyo Gene.D.Matlock binerin û serê wî nexin qûna bavê wî.

    Matlockê xurufî û qûnalêsê Tirkan, rabûye pirtûkek qirase bi navê “Ey dunya însanlari hepînîz Turksunuz” (Ey mirovên dinyayê hûn hemi Tirk in) nivîsandiye û kîrê Tirkan xistiye nizanim çiyî xwe. Matlockê xwedênehiştî, Tirk kirina bapîrên mirovatîyê, ji Maya, Aztek, Çermsor, Rûs, Hindî, Ereb, Ingilîz, Îtalyan û temamê Ewrûpî kirine Tirk. Hz Ibrahîm, Hz. Mûsa, Hz, Îsa, Hz, Mihemmed, Bûda û hemi ol û mezhebên li dinyayê hene ji Tirkan re kiriye mal û ew bera ser xwe dane. >>>>>

Yan Kurdistan yan Lotikxane

Mistefa Kerkûkî- 14/09/09-Kerkûk- Piştî ku malbatek polîsê Kurd li Kerkûkê di mala xwe de ji alî dêqehpên Ereb ve hatin qetilkirin, Kurdên li Mûsilê û derûdora wê ala berxwedanê hildan û daxwaz kirin ku ew jî têkevin bin desthilatdarîya Kurdistanê.

    Li ser bextê gendel, diz û keleşên başûrê Kurdistanê be, dibêjin Kurdên derûdora Mûsilê bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwarine ku ger ew nekevin bin desthilatdarîya Kurdistanê, ewê tevî malbatên xwe herin xwe bavêtin tor û bextê Lotikxanê û lê îktîca bikin, sitarê bixwazin. Herweha dîsa fitne û  fesadên Hewlêrê dibêjin ku  >>>>>

 

Dimsa Mêrdînê

 

L.Şêxo- 13/09/09-Apê xelil digot: Dema berê em feqîr bûn, me êzing ji vir (gund) dibirin heta Mêrdînê jibona firotinê.Wê caxê tirimpêl tunebûn, me êzing bi keran dibirin.

   Rojekê min û hevalekî xwe me kerê xwe bar kirin û em çûn Mêrdînê, me li wir êzingên xwe firotin. Em daketin sûkê me ji xwe re pêvistîyên xwe kirîn û pistre em çûn firinekê, me heryekê çend nanê firnê jî ji xwe re kirîn.

    Me bi hefsarê kerên xwe girt û em ji nav Mêrdînê derketin. Li dawîya xanîyan em sekinîn, me kerê xwe bi darekê ve girêdan û em li ber dîwarê xanîkî rûnistin. >>>>>

 

 

 

Qaşo Vatanî Gorev‏

Tûrcel Ararat- 15/10/09-  Ehmed diçe leşkeriyê û bi zor û zehmetî karê xwe dike. Ji ber ku wext derbas nabe; teva tertîbê xwe lîstika dilîzin, qala bîranînên xwe dikin. Silêman jî  ji hevalên wî yek e.

    Silêman piştî betilandina rojê di qoxişê de gotinek mezin dike: "Ez dikarim di devê mirovan de  gramek gû bikim" 

    Ehmed li hemberî vê gotinê  bi dilsafiya xwe bersivê dide: " Ma mêzîn di qûna te de ye arqadaş ? Ez dibêjim tu nikarî" >>>>>

 

Law hêdî bajo sayin Ozcan!

 

Zinar Qelemşûr- 13/10/09- Stenbol- Ma hewceye em ji we re behsa sayin Tirko qerdeşlerimiz bikin gelo? Na canim, çawa be hûn bi qumaşê wan zanin û zanin bê çend mû bi qûna wan ve ne. Yan na?

   Werhasil, mesela me li ser zimanê Kurdî û Tirkî bû.  Êêêêê, ma kesên ku Îsa, Mûsa, Mihemed, Brahîm û Nuh pêxember bikin Tirk, kesên ku heta bi kurmik û zîroyên binê erdê jî bikin Tirk û bêjin:”Belkî xwedê jî Tirk be” hebûna milletê Kurd û zimanekî wek zimanê Kurdî qebûl dikin? Na. Çima na? >>>>>

Segê ser sergo ewtîya

Gavan Silo- 11/10/09- Tirkiye- Partîya Seg û Gurên Tirkiyê MHP, li bajarê Trabzonê kongreya teşkîlata xwe ya herêmî kir û xirrê Kurdan xist qûna Mehmet Ekîcî.

   Alîkarê Serokê Giştî yê MHP sayin kurê dêlê Mehmet Ekîcî, di kongreyê de zimandirêjîya Kurdan kir û ew li dora jina xwe birin û anîn. >>>>>

 

>>>>>

Du dilxweşî

 Xalidê Hekarî- 10/10/09-  Îro ez û başçawîşê Lotikxanê Pîrkemal çûn serdana heftenameya RÛDAW ê

   Mala xebatkarên wê ava be. Qedrê  xwe û me girtin û bi mêvanperwerîya xwe,ya Kurdewarî dilê me xweş kirin, tew xwarin  û çayê jî dan me. Redaktorê wê heta derîyê derva em bi rê xistin û dilê me xweştir kir.

   Ez û Pîrkemal li gara trêna bajarê Kolnê ji hev veqetîyan. Ez ber bi esbahnê (trênê) hatim, Pîrkemal jî got: “ Ezê hinekî bimeşim”. >>>>>

Pîra perçiqî jî bayek ji ber serê xwe berda

Ehmed Beyan- 09/10/09- Enqere- Înkarkirina hebûna Kurdan ji Tirkan re bûye wek kurmê şîrî. Xwe bi heft qalib sabûnên Helebê bişon jî, ne pakij dibin û ne jî helal dibin.

   Tirkên ku ji sedî 90 ê wan dewşîrmeyên Boşnak, Mihacirên Bûlgar, Qereçîyên Romen, Laz, Çerkez, Abaza, Kurdên bênamûs, Rûm, Arnawût û jehr û ziqûm in, înkarkirina hebûna Kurdan ji xwe re kirine şertê jiyana xwe û ji insanîyetê bi dûr dikevin.  Meselen sayin pîra perçiqî Muazzez Llmiye Çig. >>>>>

Serokwezîrê Kurdistanê îmana mesela DNO û Borseya Osloyê çikand

>>>>>

Çavên Ceylanê

 Selîm Acar- 08/10/09- Çavên wê wek çavên xezalê” ye (Xezal=Ceylan). Çavên xezalê pirr xweşik in, ji bo vê yekê jî çavên xezalê bûnin babetên sitranên evînê.  

  Di sitranên evînê de, çav sembola jiyan, hêvî, hezkirin û hestên pak û narînin. Di çavên êvîndaran de tirs û xof nîne; di çavên wan de evîn diçûrisîne. Çav pencereya dila ye. Ew dil, dilê ji bo hêvî û jiyanê lê dide!  >>>>>

Aqûbet li serê hinekên din be

Ahmed Berazî- 07/10/09-Almanya-

 

Em ev malmîratê Kurda çi dilê me safî ye, hima yek bêje me noşîcan be emê cerek av bi ser xwe dakin. Yan jî gotinek baş ji devê xêrnexwazekî Kurda derkeve, emê rabin û li ber tava heyvê  bikin hingeding û govendê bigrin.

    Berî demekê Gul ê Tirka got wê tiştên baş çêbibin. Yabo mi Kurdê xwe nedîtin, wey li wî ku berê xwe bide Tirkiyê û xwe bavêje dawa wan.>>>>>

Mihemed Xêr bi şîreta Lotikxanê kir

Qadiro 05/10/09- Piştî nivîsa min ya di malpera Lotikxane de hate belav kirin, ku min têde gotibû Mihemed Xêr di bernama xwe (Vedeng) de bi tenê behsa Bakur û Başûr dike û qet behsa Rojhilat û Rojava nake, şeva din li ser Kenala Geli Kurdistan mijara bernameya Vedeng doza gelê Kurd li Rojava bû.

    We dît?! Min çawa hişt ku ev rojnamevan ber xwe bide û bi germî xwe berde meydanê û şîreta min di ber çavan re derbas bike…>>>>>

 

Di parlamenta Swêdê de

Semînarek li ser rewşa Kurdan li Suriyê

 

05/10/09- Di sala 2004ê Surî û Yekîtiya Ewropayê li ser peymaneke hevkariyê li hev kir. Lê ev peyman ta niha nehatiye imzekirin, çimkî Yekîtiya Ewropayê Surî ta roja îro gunehkar dike ku ew şerê terorê nake û ti hewildanên ji bo rêzgirtina mafên mirovan nîşan nade.

  Yekîtiya Ewropa dixwaze di demeke nêzîk de vê peymanê imze bike. Hikumeta Swêdê jî îsal hin gav avêtine >>>>>

WAR dest bi weşanê kir

>>>>>

Meeeee, Mooooo!

B.Ronahî- 03/10/09- Tahoyê Birukî bi dotmama xwe re dizewice û deh salan zarokên wan çênabin. Li ser gelek bijîşk, mele, şêx û mişayîxan, ewlîya û enbîyan digerin lê zarokên wan çênabin. Gelek mirîşk, dîk, berx û beranan dikin qûrban lê dîsa zarok çênabin.

    Dawîya dawîyê piştî deh salan xudê kerema xwe li gel wan dike û zarokekî wan yê nêr çêdibe. Lê vê carê jî jin û mêr li hev nakin. >>>>>

 

>>>>>

 

  Sayin û gellek birêz nivîskar û xwendevanên Lotikxanê.....

Law hingî me got em kezebreşî bûn wî. Me emaîla info@lotikxane.com girtiye û em emel pê nakin babam. Hûn bi serê xwe û bi serê xaltîka Fatê kin, nivîsên xwe  bişînin ser lotikxane@hotmail.com  yan jî

lotikxane@lotikxane.com ê. Yan na, piştre gazinan nekin û nebêjin çima Lotikxane nivîsên me naweşîne.

 

Heger we fêhm nekiribe, bi xêr û selamet emê sala bê dîsa bala we bikşînin. De yalla bay bayyyyy....

 

Fileh û tirr

 

Lezgîn Şêxo-01/10/09-  Zilamê fileh di şevbêrkê de di navbera duduyê musliman de rûniştiye. Şevbêrk germ bûye, herkê (herkes) ji xwe re li ser tistekî diaxive. Ji nişkê ve ji alîyê ku ê fileh rûniştîye dengê tirrekê bi deng tê, deng ji civatê dibile û hemu li alîyê wan dinêrin.

   Ji fedya xwêdan bi ê fileh dikeve. Li vî alî, li wî alî dinere kes li xwe tap nake. Ê tenişta wî radibe û dibê:

-Mêja min li min çû, ka secadê ezê limêj kim  

Û rabû li mêj kir. >>>>>

 

 

A.Melîk Firat çû ser heqîya xwe

29/09/09-Siyasetmedarê Kurd û torinê Şêx Seîdê kal Abdulmelîk Firat, li Enqerê çû ser heqîya xwe û xatir ji vê cîhanê xwest.

   Em wek malbata Lotikxanê sersaxîyê ji malbat, dost û hogirên wî re dixwazin û dibêjin:Bila xwedê wî bi rehma xwe şa bike.

.

Jandost xurifî ye wîîîîî!

 Ahmedê Berazî- 28/09(09- Bi qurhana li ser sînga pêxemberê ometê, Jan Dostkê me xurifî ye wî.

   Bavo em dibînin her ku diçe tirtirê xelkê dibirqînin û mezin dibin, lê yên me berevajî wê korîk û biçûk dibin. Na wele her ku diçe bi xwede dirîn.

   Aha ji we re mînaka Jan Dostê me û lêborîna ku ji Ateturk dixwaze. Wey bavooooo em çi miletekî guneh in ku yên mîna Jan Dost bûne tirtireyê wêjeya me. Gava Jan Dost bû tirtireyê Kurda, naxwe xwelîya 7 gundan li serê me bariyaye û hew. >>>>>

Selîm Temo da bin dûvê Hasan Celal Guzelê rewtele

 

Xalisê Sergundor- 24/09/09-Mêrsîn-
Selîm Temoyê çavreşê Elihê, derket televizyona Ulke û qûş li çend nivîskarên
çapemeniya Tirkî ku bê zanîn li ser ziman û vêjeya Kurdî dinivîsin qetand. 

   Yek ji wan Hasan Celal Guzelê kerê garanê, yê din Mustafa Armaganê qûnreşê
keriyê çêlekan bû. Temo pêşî qala dîroka wêjeya Kurdî kir û digel çend pirtûkên seyr û enteresan hevpeyvîna xwe xemiland. Lê
bi carekê hêrs bû û berê xwe da Hasan Celal Guzel û Mustafa Armagan. >>>>>

Necati beg jî çirand haaaaa!

Arkeologê Lotikxanê- 23/09/09- Xwedê neyne serê kesî û kesî şaş neke rebbî.

   Gava meriv wek bergîla ku tenê pêşîya xwe dibîne li mesele û bûyeran binere, ne meriv îflah dibe û ne jî nêzîkî insanetîyê dibe. Ango, çawa ku dibêjin:“Çû seferê hat kerê berê“ meriv jî eynen kerê berê dimîne.

    Îro heta bi kêzik, kurmik, xilt û çeqelên Tirkiyê jî zanin ku, Tirk di sala 1071ê de bi xêra kî---ê Kurdên bêaqil hatine Kurdistan û Anadolûyê û bûne bela serê dinyayê. Ev rastî di pirtûkên dîroka Tirkiyê de jî wek bingeh tê girtin û nayê veşartin. Lê çi hikmet be, profesorên wek Prof.Dr. Necatî Demîr >>>>>

Komela Berazên Dinyayê S.Erebistan da mehkemê

Abdullah El Kurdî- 21/09/09- Mekke- Hûn zanin, hinek misilmanên sexte hene ku naûzûbîllah, derdê wan nayê kişandin. Ev bêbav ola îslamê ji xwe re wek lastîkê virde wêde dikşînin û li gora berjewendîyên xwe bi kar tînin.

    Werhasil, mesela me li ser şewba berazan û şehadetê bû.

    Hûn zanin ku beraz di ola îslamê de heram e. Ne goştê wî tê xwarin û ne jî kesek wêre xwe nêzîkî wî heywanê xwedê bike. >>>>>

Cejna we ya Remezanê pîroz be!

Va ye me cejnek din di bin nîrê koledarîyê de derbas kir. Dîsa cejnek bi êş û jan, bi herka girîyê çavan, bi arêşe û pirsgirêkên doza gelê Kurd. Hêvîdarin emê rojek ji rojan cejnên xwe di Kurdistanek azad û serbixwe de pîroz bikin.

    Bi vê wesîlê em wek malbata Lotikxanê cejna we ya Remezanê pîroz dikîn.

hêvîdarîn wê hemi rojên we bibin cejn û şahî.

Kontenjan vala ne, werin di Lotikxanê de jî konsolosxana xwe vekin babam

Ûstûra Kemal- 18/09/09- Tirkiye- Xuyaye bajarê Hewlêrê bûye wek Mekke û Medîne û hema herkes dixwaze konsolosxane û lotikxana xwe têde veke.

   Tirkên ku demekê li dijî Hewêr û Mewlêrê bûn, îro ketine dora tenûra vekirina konsolosxanê û di kemînê de ne.

Serokwezîr sayin cîgerim Kasimpaşalî Receb, di xwarinek fitarê de eşkere kir ku ew jî ketine dora tenûrê û ewê di demên pêş de li Hewlêrê konsolosxana xwe jî vekin. >>>>>

Jin li me û dawet li te qurban

Serxweş Kemal- 17/09/09-Mêrdîn- Lawikê Dêrika Çiyayê Mazî, xortê 2 metro û 46 cm dirêj, rekortmenê bejna dirêj Siltan Kosen, li Londonê bi fermî ket pirtûka rekoran Guînnesê û bû dirêjtirîn zilamê li dinyayê.

    Werhasil, piştî ku Siltanê me bû rekortmen, niha jî doza zewacê û zarokan dike. Ê helbet zewac jî mafê wî ye ha, ma bila rebeno tamekê ji jiyana xwe neke law?

    Lê ka ew keç yan jina ku bejna wê jî 2 metro 46 cm be û pêre bizewice? >>>>>

Mêrxasê gund

Rêwîyê Kal- 16/09/09-TirkîyeHûn dizanin Kurd ji hev re pir jêhatî ne. Ji bo  tiştekî ne girîng, vala û beredayî, dikarin birayê xwe bikujin ne wilo? Ev paşverûtî ya me ye birastî. Birakûji ji kevneşopîyê tê xwedê xira bike.

    Xalê Şabo jî, xwedêgiravî bi vê wateyê mêrxas bû! İcar bejinkinikê xalê Şabo pir bi hêrs bû, bêhnteng bû.Gava bi cîranê xwe re ji bo tiştekî bêqîmet biketa niqaşê yan pêvçûnê, wuha digot: >>>>>

 

Perên xwe nedin biyanîyan, çekên xwe ji Lotikxanê bikirin canekem

 

Miradê Torî- 14/09/09- Parîs-  Li ser bextê rojnama Fransî Le Fîgaro be, dibêjin xwedêgiravî rayedarên eyaleta Soranistana Kurdistanê bi hikûmeta Sarkozy re ketine nav bazara kirîn û firotina çek û sîlehan û hevdu dane ber lotik û pehînan.

    Lê dibêjin ji ber ku Sarkozy merivekî serhişk e û ditirse ku navbera wan û hikûmeta Bexdayê têk biçe, çekên xwe nafroşin Kurdekan û tiştekî naxin xurcika wan.

    Axir, dibêjin dîplomatekî Fransî navê xwe nedaye û ji rojnamê re gotiye: >>>>>

 

Bijî Şevval xanim bijî!

 

Rojda Aydin- 13/09/09-Stenbol- Berî niha bi çend rojan hunermenda Tirk Şevval Sam, li bajarê Igdirê derket pêşberç temaşevanan û çend lotik avêtin.

    Di şahîya kişandina Mîllî Pîyango de girgirekên dewletê, qeymeqam û çend sermezinên din jî beşdar bûbûn û dê weledê xwe davêt.

    Werhasil, piştî ku Şevval Sam derket ser dikê û dest bi stranan kir, >>>>>

 

Wî jî lotikek kerîkî avêt

 

Firildeq Elî- 13/09/09-Stenbol- Hinek ji van profesorên Tirk tu dibê qey mejiyê keran xwarine û di axur û koxikên mirîşkan de profesortî xwendine. Dolheraman ewqasî tiştên beredayî dibêjin ku, ne dikeve serê mirîşkan û ne jî ker û qantir pê bawer dikin.

    Mixabin yek ji wan profesorê koxikê jî sayin Prof.Dr. Mesut parlak e.

    Kevnerektorê Zanîngeha Stenbolê Prof.Dr.Mesut Parlak, rekne li Serokwezîr Erdogan kir û avêtina gavên demokratîk wek “bombeya ku pîmê wê hatibe kişandin” bi nav kir. >>>>>

 

Xaltîka Fatê û çareserîya demokratîk

 

11/09/09-Hûn zanin, van heyaman avêtina gavên demokratîk û qaşo çareserîya pirsa Kurd bûye mode û herkes pê serxweş bûye, bûne wek mirîşka gêj. Ji alîyek Erdogan û hikûmeta xwe pakêt makêtan amade dikin, ji alîyê din PKK û Ocalan pakêtan amade dikin û ji alîyê din de jî her kesê ku destê wî qelem digre, pakêt, çewal û xurcikan amade dikin.

    Min jî wek sekreterê eşîreta Lotikxanê, yanî wek Sofî Xelef, xwest bizanim bê ka xaltîka me Fatê çi difikire, çi pêşniyazan dike û di xurcika wê de çi quzilqurt heye. >>>>>

 

Kî herî pir murîd e

 

Silo Omerî- 10/09/09-Mêrdîn Go hûn jî zanin bê çawa murîdên birêz Ocalan hene (yabo go em nebêjin birêz, dikare kevir mevir li me kevin). Ev heftiyek e go ez dibêjim ez ê xweşnivîsekê ji bo we binivîsim û dilê we xweş kim. Min go bila mijara min jî ev be "kî herî pir murîdê birêz Ocalan e."
   Min li kovar, rojname û malperan nêrî. Di hinek kovaran de 10 wêneyên wî hebûn, di hinekan de jî rûpelên tije. Her tişt jî li ser wî. >>>>>

 

 

SOFÎ BRAHÎMÊ GIJALÎ

 

Mem Dogala- 08/09/09- Sofî Brahîmê Gijalî, ji eşîra Elîka ye û ji gundê Gijalê ye ku bi Cizîra Botanê ve girêdayî ye. 

   Dibêjin wê çaxê zilamek ji gundê Mîjmîjokê bi navê Evdê Simko hebû. Ew gund niha xirabe ye.

   Bûka Evdê ji gundê Gijalê bû;  di navbera wî û Gijalîyan de pirsgirêkeke malbatî çêbû ye, heke neheqîyek lê bûye, bê çi bûye vî kesî çûye gilihê Sofî Brahîmê Gijalî li cem Elîkê Batê kiriye û gotîye:  >>>>>

 

lotikxane@lotikxane.com       lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006