H.Belê

Hecî Xelîl

F.Devliken

Kerem

Gerdenzerî

B.Ronahî

Fişar

L.Şêxo

Texmîna

doktor

A.Dûran

Horî û

Nûrî

B. Qendîlê

Pîremegrûn

Qosarî

Leheng

R.Kal

Xalê

Salih

S.Îloz 

Rêdan

Çi kesê ku ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike...M.Mistefa Barzanî...

Xaltîka Fatê-31

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur   

        Magazîn

                                                                                                               Medya   ///   Arşîv

 

Sersaxî

 

Kurdperver, walatparêz  û şoreşgerê  doza Kurdistanê kek Zeynel Abidin ÖZALP (Lezgîn-Şêx Zeynî) veke hatiye diyarkirin, li welatê Swêd bî kêrê hat kuştîn, jîyana xwe ji dest da û çû ser dilovanîya xwe. Em gelek bi wê kuştina kek Şêx Zeynî xemgîn bûne.

  Em ji malbata Şêx Zeynî, ji dost û hevalên wî û ji gelê Kurd re sersaxîyê dixwazin. Bila serê me tevan sax be, rehma xwedayê mezin lê be.

        TEVGERA KURDÊN DEMOQRAT

         Bakurê Kurdistanê / 11/11/09

Tê derxin

Ev îmamê Îranî çi dike?

 

          Tê derxin û xêrekê bi xwe bikin.

Ev îmamê Îranî çi dike? Çima devê zarokan maç dike?

         Ji van bersivan yekê hilbijêrin:

1- Pedofîlê zarokan e, tecawizî zarokan dike.

2- Qûnek e, zarokan bera ser xwe dide.

3- Diranê zarokan dikşîne.

4- Jehra xwe bera devê zarokan dide.

5- Bi zimanê xwe diranê zarokan firçe dike.

    De xwedê bi we re be rebbî....

"Penaberê Parîsê" berê xwe da Qahîrê


Fîlmê aktorê kurd Ahmet Zîrek, ji bo festîvala navneteweyî ya Qahîreyê hat hilbijartin.
PARÎS – Fîlma bi navê “Penaberê Parîsê” (Paris d’exil) ya derhênerê kurd Ahmet Zîrek ji bo Festîvala Navneteweyî ya Fîlman ya Qahîreyê hat hilbijartin.
   33yemîn festîvala Qahîreyê dê di navbera 10 û 20ê vê mehê (çiriya pa
șîn) de li paytexta Misrê bêt lidarxistin. >>>>>

 

Xwendekarên me ahengek navnetewî

li dar dixin, hernêêêêê!

 

09/11/09- Xwendekarên me yên serbixwe (bawer nekin serbixwe ne ha, bi telaq hemi Lotikxanecî ne), ahengek navnetewî li dar dixin û dixwazin tirrê ji ahengê berdin. Bixwînin babam bixwîninnnn...>>>>>

Talîya talî li xwe mikur hat

Hesen Almas- 09/11/09- Amerîka- Lotikvana germik û nermik, yek ji jinên herî seksî û agirpêketî Kelly Brook, talîya talî li xwe mikur hat û sedema bedewîya bejn û bala xwe eşkere kir.

    Kelly Brook a ku cerg û hinavên zilaman tîne xwarê û agir bi nav şeqê wan dixe, eşkere kir ku sedema xweşikbûn û bedewîya bejn û bala wê seks e û ew bê rawestan seksê dike, ji lotik û zîtirkan têr nabe. >>>>>

Daxuyanîya çapemenîyê

08/11/09- Kitêba “Kulîlkên Qeşayê” ya Parlamenterê DTP’ê Osman Ozçelîk û ya bi navê “Yasal Kurtler” a Eyup Demîr ji aliyê Dadgerê Sulh Cezayê ya Sêrtê ve hatin qedexekirin.
   Xwediyê Weşanên Tevnê Mehdî Tanrikulu, di derbarê biryara berhevkirina van kitêban de  daxuyaniyek da çapameniyê. >>>>>

 

 

Werne dîlanê wernêêêê...

MÎRÊ ÎSLAMÊ LOTİKEK DİN AVÊT

 

Zirço Can- 06/11/09- Kurdistan- Mîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê (Elî Bapîr) jina sêyemîn anîye û berpirsekî Komelê jî got: “Bi sê telaqan tiştekî siruştî ye” û werin bıgrın dîlanê.

    Muxbîrên me yên ser erd û bin erd derxistın ser bêrikê ku mîrê îslamê ( Elî Bapîr) jina sêyemîn çend roj berê anîye û sûnd xwariye ku yên gênc nebe tirrê jê bernede.

   Qey kes tuneye jêre bêje ewladê pêxember, ma me ji bo vê yekê xebat kir û Kurdıstan azad kir ku rihpanên mîna te zirçik û mirçikan bavêje!   

   Hey hoooooo, wille yabo te Kurdıstan ava kir mîîîîîîîîîîÎîîro....!

Vexwendin

                 Ji bo pêserok hevpar

 

Rewsa rewenda Kurd û rêxistinên wan li Herema Nord Rhein Westfalen  li Almanya di demên dawîn de rêxistinên koçber ji aliyê raya gistî û aktorên siyasî ve balê diksînin ser xwe.   

  Rêxistinên rewendî gerek bi tevna xwe ya civakî, gerek bi ezmûna xwe, berjewendiyên civakên xwe tînin ziman û temsîla wan dikin. >>>>>

Osmanê me dîsa bayek ji ber serê xwe berda

Gerîllayê Bênav- 05/11/09 - Mexmûr- Li ser bextê kurtanfiroşên Tirkiyê be, dbêjin cîgerim Osman Ocalan, hevpeyvînek qirase daye çapemenîya Tirko û çirandiye.

    Osmanê me gotiye: “Bi sê telaqan, heger ez vegerim Tirkiyê û partîyekê saz bikim, ezê di nava 2 salan de tirrê ji DTP berdim û wê ji qada siyasetê rakim. Ezê bikim ku DTP bi xwe de birî û kes nizanibe ne DTP hebû ne tunebû” filan û fîstan. >>>>>

Sazî çêbû ma kar û xebat

Ahmedê Berazî- 03/10/09- Almanya-

Bi Lalişê, bi Şêx Hadî, bi Şerfedîn, bi hemî xas û qencên Xwedê min zanîbû ku Xemdarê me wê dîsa bibe Serokê Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî.

   Niha hûnê bêjin çima Berazo?  Weleh û bilah û tileh, bi sê navê xwedê, wek rojê xweya bû. Bi sê telaqê jin berdanê, serokatî xwe li Xemdarê me dixwe, ihii!. >>>>>

Mîrê me egala serê xwe avêt

Ahmedê Berazî- 01/11/09- Almanya- Niha hûnê bêjin mîr ji belengazî hat yan jî ji ber zilm û zorê hat, yan jî hat ku hinek hebê vîagra ji xwe re bikire.Ji halê mîr xuyaye ku bûye halê hilawçiya. Eva dawî belkî rast be, lê ji feqîrî ez behwer nakim û nakeve serê min.

    Ji ber Mîr Tehsîn Beg li Kurdistanê xwedî 2 erebê Monîka bû, xwedî 34 xulamê bi mihaş bû, xwedî kiriya Lalişê ya ku salê bi sed hezarê dolara bû, li ba girgirekên gelê Kurd xwedî qedir û qîmet bû. >>>>>

Pising û seg‏

Zirto kurê Virto- 01/11/09- Trakya- Malbatek Kurd dema Beton Misto eskerlerî ew hinartine sirgûnê herêma Tirakyayê, pisinga xwe jî bi xwe re birine.

   Li wê herêmê malbatek Kurd berê hatiye sirgûnê û ji mal û serweta xwe tenê segê xwe yê gurêx bi xwe re anîne. Îcar dema ew seg û ew pising hev dîtine, weku ne seg û pisinga dijmin bin, lê weku ji cûnê hev, bav û bira bin >>>>>

TÛSPΠ Û TÛREŞK

Bavê Jîndar- 31/10/09- Tû darek fêqîyan ji binemala tûyan e. Di bingehî de du awayên wê hene. tûspî û tûreşk. Ferqa navbera wan a mezin rengê tû û mezinahîya darên wan e.

   Dara tûspîyê 10- 30 mitro û ya tûreşk ê 4-7 mitroyan bilind dibe. Belgên tûyan wek dilan e û kesk in. Alîyê derva biriqok ê navê mat e.

   Di nîveka belga wê de rehek ji serî heta binî heye, ew reh di herdû alîyên belgê de şaxan vedide. Serê çimên belgan hinekî tûj û rexên wan xetxet in. >>>>>

 

Her werin vê govendê....

Berazan tirr ji melayên Tirk jî berda

 

Mela Cemîlê Mûşî- 30/10/09- Mûş- Beraz jî xweywanekî xwedê ye. Lê rebeno ji alî civaka misilman ve hatiye afarozkirin û toqa naletê ketiye stuyê wî.

   Halbûkî xwedê ew xuluqandiye û wek her heywanî mafê jiyanê, mafê heywantîyê daye wî. Lê misilmanên me heywanê ku xwedê teala xuluqandiye û daye dinyayê bi navê xwedê heram dikin û qetla wî helal dikin.

    Axir, li ser bextê fitne û fesadên eşîreta berazan be >>>>>

 

XWEDAYÊ CERDEVANAN

 

Rêwîyê Kal-29/10/09-  Gulnazê mêrê xwe di pêvçûnek berdayî de winda dike. Ew û lawikek tenê dimînin. Lawik mezin dibe û di dema xortanîya xwe de ji teref cerdevanan (qoricî)  de tê kuştin.

   Gulnaz bi tena serê xwe dimîne. Gilî dike lê tu kes lê nabe xwedî. Gazî û hawara xwe ji xwedê dike, ew jî bi cîh nayê! Feqîrî  û belengazî li alîyekî, xemgînî û dilşewatî li alîyekî pêsîra Gulnaz’ê bernade. >>>>>

 

Kurdistana me bû 19 mehî

 

Rojda Aydin- 29/10/09- Stenbol-Tofan û bahozek wisa mezin li serê Tirkan rabûye ku ne tê gotin û ne jî tê bihîstin. Rebenan ji êşa mirîşkan xirabtir bi serê wan de hatiye.

   Tew şewba Kurdan jî zêdebûna ser kezebê bû, ewê jî hat û bela xwe di Tirkan de da. Wey weleddddddd çi guneh in! Dilê min bi wan dişewite ellawekîl. >>>>>

Wey li ser xêrê be rebbî, îcar jî „şewba Kurdan“ derket bazarê

Av.E.Dîlan- 29/10/09- Enqere- Piştî nexweşîya golikên dîn, şewba mirîşkan, şewba berazan û şewba hespên serxweş, niha jî şewba Kurdan derket bazarê û tirs xist dilê xelkê.

   Serokê Komela Hizra Atavirq Yekta Gungor Ozden, bêbavek ji bêbavên dijminê qewmê Kurd e û jê bê wê xwîna Kurdan vexwe. Sayin ewladim Ozden >>>>>

Dewaro jî ket nav garanê

Firildeq Elî- 28/10/09- Stenbol- Me bi salan da dû qûna van çepên Tirk, me bi navê bratîya gelan qûna wan alast û hîna jî gellek ji me heman gûyî dixwin. Û di encamê de çi bû?

Piranîya çepên Tirk yan sîxurên dewleta Tirk derketin û yan jî wek mirîdên kerxanecî Misto derketin holê.

  Yanî, çepên Tirk bûne „sosyal faşîst“, çep nîşan didin lê rast lêdixin û tirrê ji me berdidin. Û mixabin hîna jî gellek ji ehmeqên me yên Kurd bi navê bratîya Kurd û Tirk dibin kurtanê kerên wan û xizmeta Kemalîzmê dikin.

Axir, mesela me li ser nehunermendê „deng gû“ Volkan Konak ê Laz bû. >>>>>

Ezê jî jina wî derxim serê çiyê

Tecawizcî Coşqûn- 27/10/09- Stenbol- Sayin dolheram û rojnamevanê Tirk Serdar Turgut, berî bi çendakê heqaretên mezin li hunermenda Kurd Rojîn û gerîllayên PKK kiribû û xirrê Kurdan xistibû nizanim çiyî jina xwe.

   Oxlim gotibû: “ Heta nuha min PKKyîyên jin nedîtine. Ji bo vê jî min ê jî Rojînê derxistna serê çiyê. Minê hucreyek ava bikira. êrîşî bajêr bikira û Rojînê birevanda bibira serê çiyê. Bifikirin, minê bi salan li serê çiyê kêf bikira û minê Rojînê jî ji xwe re bikira koleya seksê“ û Kurdan bera ser jina xwe dide. >>>>>

 

Tê derxin

Ev jinik çi ji zilêm dixwaze?

 

27/10/09- Tê derxin û kêfa xwe bikin.

    Gelo li gora we ev jinik çi ji zilêm dixwaze?

    Heçê tê derxe, emê wî/wê li kerê siwar kin û berê wan bidin Mekke û Medînê.

    De xwedê bi we re be û destê xaltîka Fatê li pişta we be rebbî....

Cîgerim başqan!!

Pêxwasê Sêwregê- 25/10/09- Sêwreg-

Yawo qardaşlarim, her çıqa ez dibêm ezê li ser serokê Kurdên sererd û bınerd sayin û pir mezin Ocalan nenivîsim, lê dîsa cîgerim zora min dibe û min mecbûrî nivîsandinê dike.

   Ez bi sê telaqan sûnd dixwin ku ezê li ser başqan nenivîsim, lê qelem û pênûs zora min dibin û dibên:”De binivîse min di te kiro, ma betalî karê zilama ye oxlim, de binivîse wî” û min mecbûrî nivîsandinê dikin. >>>>>

We Will Never Surrender & the Victory will soon be ours

 Steve Tataii- 23/10/09- USA-

I wrote this outlined Reality In Recognition of the current “Qasedine Ashti” (the Messengers of Peace), who have traveled from Maxmur, Qandil, and Europe to Turkey for Peace Talks and solutions to North Kurdistan (South East of Turkey) in their 89 years of wars, heavy handed suppression and denied Kurdish National Rights, which has stemmed from an anti-Kurd rotten old Turkish Constitution, promulgated in an era >>>>>

WERİN BADÎNÊ ERZANNNNN !

Rêwîyê Kal-22/10/09- Kurdistan- Etar hatiye gund. Bi barê keran tişt, pertal anîye bifroşe. Di rêda li ser pişta keran badînên çayê hinek şikestine hinek jî derizîne.

    Di gund da pîrekek hişsivik ber bi êvarê tê dixwaze ku badînên çayê bikire. Etar dibê:

 “ Ev badînên derizî erzan in. Dixwazî wan bitsîne. Ji xwe ez li çûyînê bûm“.

   Pîrek dibê: “ Başe, ez biçim ji koxê hêkan hilînim û werim . Mêze mala min ew mala li hember e, nebê tu biçî ha“. >>>>>

Alîkarîya keçên me jî bikin kaka, ma em ji Eyşika Ereb in?

Azad Zaxoyî- 21/10/09- Zaxo- Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêr û Silêmanîyê be, dibêjin wezîrê werzîş û lawan kak Taha Berwarî qedr û qîmetek mezin dide sporvanên Kurd û bi taybet jî sporvanên keç.

    Dibêjin kekê me Taha Berwarî pêşwazîya du keçên Kurd “Gulistan Mehmûd û Bihar Xesro” kiriye û ji ber serkeftina wan ew pîroz kiriye. Herdu keçên Kurd di pêşbirka welatên Erebî de qûn li Ereban qetandibûn û xelatên zêr û bronz bi dest xistibûn. >>>>>

Texmîna doktor 

Lezgîn Şêxo- 20/10/09- Du doktor ji xwe re li sûkê digerin. Li pêşiya wan zilamek weke kulekan dimeşe. Meşa zilam bala herdu doktoran dikşîne. Dinęrin ku zilam xweşik nikare bimeşe, zilam weke ku kulek be, hêdî bi hêdî dimeşe.

    Doktorek ji yê din re dibê: Ger ez bim û li gora zanebûna min, ev  zilam ji ber êşa piştê nikare xweşik bimeşe.

    Doktorê din dibę: Na ger ez bim û li gora zanebûna min, ne ji piştê ye, ji êşa ling nikare xweşik bimeşe. >>>>>

Lotik li welîyên Xwedê jî xistin ha!

Bazê Qendîlê- 19/10/09- Kurdistan

Di seyrangeha gundê Zêwê de, li ser çiyayê Pîremegrûn ku nêzîkî bajarê Silêmanîyê ye; sê gor hene. Yek ji wan goran bi qasî sê mitran dirêj e û merqeda Pîremegrûn bi xwe ye. Ji xwe navê vî çiyayî jî ji navê wî hatiye.

    Dibêjin xwedêgiravî, di salên heftiyan de dema Mam Celal bi hinek pêşmerge re diçin ser merqeda Pîremegrûn, daxwazekê jê dike û dibêje >>>>>

 

Gelo wê Kurd ji Medya xanim fedî bikin?

 

Miradê Torî- 18/10/09- Parîs- Keça Kurd Medya Ornek, a ku 10 salî ye û di mala xwe de qursa zimanê Kurdî vekiribû, ji alî kovara Fransî „Elle“ ve di nav 10 jinên navdar ên cîhanê de ket rêza yekem û serê me Kurdan bilind kir. Her bijî keça Kurd Medya Ornek!

   Helbet di vê serbilindîyê de keda Şaredarîya Sûrê ya Diyarbekirê û serokê wê Abdullah Demîrtaş jî pir e. Ji wan re jî her bijî û xwedê 25 horîyên bihuştê bide Abdullah Demîrtaş rebbî. >>>>>

Li xwe mikur hatin,  Tirk goştê bergîlan dixwin

Ehmed Kurdî- 17/10/09-Edene- Ev ne cara ewil e, bi sedan car li bajarê Edenê ker û bergîl hatine serjêkirin û bi navê “goştê mîh û berxan” hatiye firotin.  Tew ji xwe hinek fesad dibêjin: “Sedema ku insanên bajarê Edenê û derûdora wê gêj û paşdemayî ne, ji xwarina goştê ker û bergîlan e”.

    Werhasil, berî bi çend rojan dîsa li febrîqeyek ji yên bajarê Edenê bi dehan ker û bergîlên serjêkirî û çermjêkirî hatin hatin girtin. Rebenê ker û bergîlên herêma bajarê Edenê ji ber destê kerfiroş û bergîlfiroşan dane qaqa reş û bêçare mane. >>>>>

 

 

Diyarî ji bo Faroqê Devliken

 

Selah Mihemed-15/10/09-
 
Faroqê Devliken

 
H
ey Faroqê dev li ken
Raste tu devliken î
Gul û beybûn û çîmen
Malperê de diçînî
 
Ez dixwazim bi te re
Dostaniyekê deynim
Her gav li te digere
Malperê her dixwînim
>>>>>

          

Le Monde Diplomatique Kurdî derket

11/11/09- Köln Rojnama navnetewî Le Monde Diplomatique bi Kurdî derket. Le Monde Diplomatique Kurdî; bi Kurmancî li Ewrûpa, bi Soranî jî li Başûrê Kurdistanê dest bi weşanê kir. Hejmara yekem ya Le Monde Diplomatique Kurdî roja çarşemê daket firoşgehan. Le Monde Diplomatique Kurdî wê li hemû welatên Ewrûpa û li Başûrê Kurdistanê bê belavkirin. >>>>>

Helbestek ji Jan Dost

 Dûriya te zor e dilber Jan perîşan e were
 Li birînên ku li dil bişkiftine xweş binere
           Nexweş e ew jar û bêhal e tu nojdar î delal
           Dilbirîndar e û derman ji te ew sîng û ber e
 Ka bibînim lêv li ser lêvan dinoşim şerbetê
 Sînga te zadê gihiştî destê min das e li ser e
>>>>>

Xanimê ji bo deynê xwe xwe berda çolê

Elî Efrînî- 10/11/09- Sydney- Lotikvana Awistralî û stranbêja agirpêketî Kylie Minogue, ji bo ku 150 hezar sterlîn deynê xwe bide, xwe berda çolê û wek mirîşka peritî şût û rût bû.

    Ji ber ku pere têra Kylie Minogue nakin û hingî cil û bergên buha dikire, her şev ji bar û dîskotekan dernakeve, radibe 150 hezar deyndar dibe. Îcar ji bo ku deynê xwe bide, radibe derdikeve pêşberî kamerayan û xwe ji kovar û rojnameyên wek Playboy re şût û rût dike. >>>>>

Ma em ji Eyşika Ereb in kek Nêçîr?

Sofî Xelef- 09/11/09- Sekreterê Lotikxanê- Li ser bextê dijmin û neyaran be, dibêjin serokwezîrê me û kekê me yê germik û nermik Nêçîrvan Barzanî, 600 hezar dolar wek hîbe daye tîma fotbolê ya ciwanên Afganistanê û lotikek kesanedî avêtiye. 600 hezar dolar, pekkkk!?

   Gelo bi 600 hezar dolarî çend malbatên Kurd, çend zarokên Kurd ên li ber dîwaran karin zikê xwe têr bikin? Belkî bi sedan. Gelo meriv kare bi 600 hezar dolarî çend malper û rojnameyên Kurdî xwedî bike? Belkî bi dehan. Ê naxwe? Ma em ji Eyşika Ereb in kek Nêçîr? >>>>>

Rêdana Demokratîk

Senger Îloz-08/11/09-  Gelî lotikvanên hêja piştî navberekê, bi silav û hûrmetên xwe yên çareseriyeke demokratîk, aştiyane û bê dilmayîn dixwazim balê bikişînim ser bêjeyeke ku di van rojên dawî de pir tê bikar anîn. Ev bêje ji ber ku di rojeva Tirkiyeyê de ye û me belengazên kurd jî eleqedar dike zêdeyî adetê tê bi kar anîn.

   Ev bêjaya em behsa wê dikin bi Tirkî ‘açılım’ ango Demokratik Açılım e. Ji ber rojevîbûn û girîngiya vê bêjaya nûgihayî em neçar man ku li ser wê hinekî rawestin. Mijar girînge û berî ku çaresiya tê hêvîkirin pêk were, pêdiviya me bi çareserkirin û rast bikar anîna vê bêjeyê jî heye. >>>>>

Gundê Qeşmeran

Rêwîyê Kal-07/11/09- Kurdistan- Xalê Salih pezê xwe şandibû zozanan. Ew bi xwe jî car caran li mehîna xwe siwar dibû diçû seredanîya şivên.

   Rojekê ji zozanan dizîvire, lê  li ser rêya wî gundek pir henekvan û miqalid hebû. Neçar di nav wî gundî re derbas dibû. Kî di wî gundî re derbas biba, îlakî tiştek dianîn serê wî kesi.

   Xortên gund bala xwe didinê xalê Salih wa li mehînê siware û tê. Ji bo henek û lîstikekê çav dikin hev, bi hev re dibên: >>>>>

Xalê me Burkay ji Çoban Silo xirabtir kir

Cemîl Cewher - 05/11/09- Kurdistan - Çavê siyasetê kor be law, siyaset tiştekî wilo ye ku ne tê xwarin û ne tê avêtin. Gava siyaset rast û dirust be, xweş e. Lê ku siyaset wek nok û fasûlîyan meriv binepixîne û tirr û fisên gennî ji meriv berde, dibe quzilqurt û dilê meriv dixelîne.

   Kurdan tucarî siyasetek rast û dirust li himberî hev nemeşandiye. Yan xwestine lingên hev bişemitînin û li ser ked û xwêdana hev rûnên, yan jî dek û dolab li serê hev gerandine û hevdu xistine xefikê. Hevdu kirine ajan, sîxur, mît û ît, hevdu kujtine û bi navê Kurdan xwîna Kurdan rêtine. Ji ber vê ez dibêjim “siyaseta rast û dirust xweş e, lê  siyaseta çerqoberqo wek nok û fasûlîyan zik li meriv dike meşk û tirr û fisên atomî ji meriv berdide”. >>>>>

Çend karîkatur ji Yahîa Alsalo

>>>>>

Ev çi rêx bû me xwar?

  M.Nûreddîn Yekta- 04/11/09-  Di dîroka jiyana mirov de gelek tiştên ecêp tên serê mirov, an jî tên serê xelkê lê mirov dibe şahidê wan. An jî mirov ji rûsipiya seh dike û ji xwe re dersek jê distîne. Nizam gelo em Kurd jî, ji çîrokên pêşiyan tu dersekê distînin an ne?

   Min ji mezina sehkiriye dema yek an hinek karekî bikin, bi zanîn an nezanîn, lê di dawîyê de li xwe, li malbata xwe an li derdorê xwe xisarê dikin. >>>>>

Xwezî bi dilê wî, jina xwe kir wek keçikek 14 salî

Tacdîn Baran- 04/11/09- Almanya- Operator û neştersaz Reza Vossough ê 48 salî, li bajarê Berlînê lotikek kesanedî avêt û dilê xwe rehet kir.

   Li ser bextê esrarfiroşên bajarê Berlînê be, dibêjin jina Reza Vossough ewqasî nexweşik û ne li gor dilê wî bû ku, li ber çavê bûbû wek tenîya binê beroşê û gava diket nav livînên wê, weke ku têkeve ber pîrek 70 salî. Ewqasî ku dilê wî ji jina wî xeliyabû û bi dîtina wê berşoşkî dibû.  >>>>>

Ev jî vîrûsa zinêkarîyê ye

Pornocî Kemal- 02/11/09- Tirkiye- Li Tirkiyê bi hezaran vîrûs û nexweşî hene. Erê niha şewba berazan bûye mode û tirr ji xelkê berdaye jî, lê şewbek heye ku zêde bala kesî nakşîne. Şewba zinêkarîyê!

    Li gora lêkolîna pispor û seksologên Lotikxanê, şewba zinêkarîyê li her bajar û gundên Tirkiyê belav bûye û zilamên Tirk ji tirsa vê nexweşîya xedar newêrin terka mala xwe bikin. Çima? Ji ber ku vîrûsa nexweşîya zinêkarîyê xwe li daw û delingên jinên wan pêçaye û wek toqa naletê ketiye stuyê wan. >>>>>

 

80 sal in hûn şerefsizîyê dikin, ma DTP carekê kiribe eyb e ewladim?

Zugurd Axa- 30/10/09- Tirkiye- Gelo kî şerefsiz e? Cafer Tatlibal (jehr bal) yan DTP?

   Wekîlê partîya AKP ê bajarê Konyayê Cafer Tatlibal, di civînek çapemenîyê de tirrek kir û bêhn bi ser xwe xist. Ewladim Cafer, di civînê de qaşo behsa pêvajoya îro kir û lotikek bergîlkî avêt.

  Cafer Tatlibal, got ku „ me dixwest pirsgirêka 30 salî ya PKK çareser bikin, lê DTP şerefsizî (bêşerefî) kir“ û xwest bêje ku DTP bi pêşewazîya qasidên aştîyê bêşerefî kiriye û karê wan têk biriye. >>>>>

 

Hewa Demoqratîk Cimhûrîyetê li serê hevalan xist

 

Serdar Mirad- 30/10/09- Amed- Nizanim ne bigrîm ne bikenim. Hûn zanin, 34 hevalên me dev ji wê hewa paqij a çiyayên Kurdistanê berdan û bi navê „Qasidên Aştîyê“ daketin berîyê, hatin bakur. 

   Ê helbet bû qiyamet lo, dê weledê xwe avêt. Heçê nizanîbû wê bigota qey Kurdistan azad bû û mesele safî bû. Lê dawet ferikî û berbûk jî hetikî. Axir, bi xêr hatin û ehlen û we sehlen.

   Lê zêdebûna ser kezebê çiye hûn zanin gelî lotikvanan?

   Dibêjin piranîya wan qasidên aştîyê nexweş ketine û yekser ew rakirine nexweşxanê. >>>>>

Şewba Kurdan

Tûrcel Ararat- 29/10/09- Dûran Kalkan, di merasîma perwerdeya gerîlayan de wisa dibêje; „Em derdikevin çiyê ji me ditirsin, em dadikevin dîsa ji me ditirsin. Em şer dikin ji me ditirsin, em aştî dixwazin dîsa ji me ditirsin“. Ev gotinên  Dûran Kalkan, strana Şivan anî bira mîn. 

      Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em
      Serdarên bilind, gernas in herdem
      Em şer naxwazin, , >>>>>

Pîroz û bimbarek be, Dr. Berhem Ahmed Salih bû serokwezîrê me

Lotikxane- 29/10/09- Kilîlîlîlîlîîîîîîîîî, Dr. Berhem Ahmed Salih bû serokwezîrê Kurdistana Iraqê û dest bi lotikan kir. Wey li ser xêrê be û destê Mam Celal li pişta wî be rebbî.

    Dibêjin Berhem Salihê me bi sê telaqan sûnd xwariye ku gendelî, diz û keleşîyê ji holê rake û başûrê kurdistanê bike bihuşta nûranî. De ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Gêlanî ku rast be û sozên xwe bi cîh bîne.

   Lê kek Salih, canekem, ruhekem.

   Erê gendelîyê ji kokê ve rake, lê Lotikxanê jî ji bîr neke qurban. Çend qirûşan ji Lotikxanê re bide alîyekî û têxe xurcikê ha, okey!

   Em wek Lotikxane Dr. Berhem Ahmed Salih pîroz dikin û hêvîdarin di kar û xizmeta xwe de serkeftî be…

Roja qiyametê

Belqityo- 27/10/09- Medya Qasimpaşalî Reco diyar dikir ku roja qiyametê di sala 2012an de ye. Lê belê NETKURDa me jî ketibû tavilav û nerazîbûna xwe diyar kiriye.

   NETKURDa me bi xwe lêkolîn kiriye û derxistiye holê ku roja qiyametê di sala 2220an de ye. Yanî 1110 salan bi paş xistiye.

    Li ser vê yekê, pisporên LOTIKXANÊ ketin nava tevgerê û li ezmanê heftan çûn cem milyaketên Xwedê. Piştî destûrê îcar çûn bi Xwedê teala re hevdîtin kirin û encama roja qiyametê bi dest xistin. >>>>>

 

 

Kî qehpik e?

Ji berpirsên xwendina bilind yên başûrê Kurdistanê re

 

Lotikxane: 27/10/09- Me wek Lotikxane Îxbarnameyek ji razanxaneya xwendevanên keç yên li Hewlêrê wergirt. Me li ser vê Îxbarnameya ku tê de behsa berpirsiyara razanxanê tê kirin lêkolîn kir. Li ser esasê vê lêkolîna xwe, em wek Lotikxane gihiştin wê qeneetê ku em ji cenabê we rayedaran re bi riya malpera xwe Îxbarnameyekê biweşînin û bala we bikşînin ser bêexlaqî û bêbersiyariya wê neciwanik û bêedeba ku berpirsiyara razanxaneya xwendevanên keç yên li Hewlêrê ye.

    Birêzan, canekem, ruhekem, gurçik û kezebekem

    Li gora lêkolîna me û saloxdanên xwendevanên Lotikxanê yên ku li Hewlêrê di razanxaneya xwendevanan de dijîn, >>>>>

 

 

Fatma Xanim û mizgeft

 

Tûrcel Ararat- 25/10/09- Ji ber ku atmosferek aştiyê kete rojeva Tirkî;  nerazîbûna malbatên şehîdan (qaşo) derket pêşberî ekranan. Ji wan malbatan yek; yanê Fatma xanim, dibêje: “Çima Hakanê min şehîd ket?”.  Fatma Xanim ligel van gotinan dibêje: “Ez Çerkez im hikûmetek Çerkezan dixwazim û xilasss!”   

   Piştî 34 qasidên aştiyê,  bi rengê mîhrîcanekê hatin pêşwazîkirin, mafê Çerkezan hat bîra Fatma xanim û got: “Êdî ez zarokên xwe naşînim leşkeriyê. Ez jî otobozan dixwazim, ez jî gulên sor dixwazim, madalyayên wan bila têkeve hundirê qu...ê diya wan“ filan û fîstan. >>>>>

 

 

Va hatin pêşmergên me şal û şapik li bejna wan, ew in ronya çavên me gulên sor bidin dest wan, teq teq teq teq!

 

Esrarkêş Ehmê- 22/10/09- Xançepek/Amed- Cîgerim Lotikxane û lotikvanino. Nizanim ne ji ber ku min cigareyek esrar kişandiye ez fêhm nakim, ne jî ji ber ku min şûşek eraq vexwariye ez fêhm nakim. Ka ji kerema xwe hûn bi serîyekî zelal û ne serxweş bersiva vê pirsa min bidin qardaşim:

  Min bi xwe ji hatina "Bariş Guvercînlerî" tiştek fêhm nekir, gelo hûn çi fêhm dikin?

  Ji kerema xwe kesik karibe bersiva pirsa min bide û min bîne ser rêya îmanê, ezê heta bi mirinê minnetdarê wî/wê bim. Ji bo çi çûn û ji bo çi vegeriyan?

  

 

Lotikxane bi xwe dermanxane ye babam!

 

21-10/09- Serokwezîrê germik û nermik kek Nêçîrvan Barzanî, di vekirina fabrîqeya dermanan "Awamedîca" de çend lotikên germ avêtin û axavtinek hingivîn kir.

   Mala xwedê ava be, êdî Kurd jî dibin xwedîyê fabrîqeyên dermansazîyê û êdî wê dermanên xwe bi xwe çêkin.

   Em hê nizanin ka wê Awamedîca dermanên li dijî nexweşîyên wek "AÎDS, êşa mirîşka, şewba berazan û nexweşîya gendelîyê" jî çêke yan na, lê em dibêjim hewce nedikir hûn bi milyon dolaran fabrîqeyan çêkin baba. Çima? Ji ber Lotikxane bi xwe fabrîqeya dermana ye. We bigota meyê bi nîvê heq, bi "fîftî fîftî" fabrîqeya Lotikxanê transportî başûr bikira canekem. Hetta meyê heqê transportê jî ji we nexwesta ellawekîl.

   Axir, henek menek li alîyekî, lê ka gotara kek Nêçîr bixwînin bê çi dikeve serê we ruhekem  >>>>>

 

 

Kerên Kurdistanê jî ketin ber bohrana aborî

 

Bê şirove

 

Wey wey wey ..

Kaka can dadgeha Silêmaniyê kir kerxane

 

Zirçoz can- 18/10/09- Silêmanî- Li ser bextê fitn û fesadên Lotikxanê be, dibêjin ji ber zêdebûna telaqê jin û mêran li Silêmaniyê, kaka canekî me li Silêmaniyê karekî baş ji xwe re peyda kiriye.

   Mêro her roj li sikakên dadgeha Silêmaniyê disekine û li benda wê yekê ye ku jin û mêrek li cem hakim hevdu berdin ji bo dest bi nêçîra xwe bike. Îcar piştî ku ew jin û mêr hevdu berdidin, kaka canê me li dûv jinika berdayî diçe û di guhê wê de di bêje: „Xemê nexwe canê, bi telaq ezê çend rojên din te li xwe mehir bikim „. >>>>>

Aha xîret û namûs ev e ha!

Şemal Amedî- 17/10/09- Amerîka- Gelo li gora we xîret û namûs çiye gelî xwendevanan? Parçeyek goştê nav lingê jin û mêr e, yan jî her tişt e? Li gora min her tişt xîret e, her tişt namûs e.

   Kesê ku pozê wî /wê ji misqala serê derzîyê neşewite, ji şûjin, kêr û xincerê jî naşewite. Kesê ku pozê wî/wê ji libek nîsk neşewite û li liba nîska xwe xwedî dernekeve, li ber goştê nav şeqê jina xwe /mêrê xwe jî nakeve. Kesê ku pozê wî/wê ji kujtina mirîşkekê neşewite û li mirîşka xwe xwedî dernekeve, li welat, millet, ziman û Kurdayetîya xwe jî xwedî dernakeve. Ango, namûs her tişt e.

    Axir, mesela me li ser xîreta jinika Amerîkî û bêxîretîya hinek ji me Kurdan bû. >>>>>

Kilîlîlîlîlîî, Mesût Tek jî bû Hecî!

Sofî Xelef- 16/10/09- Wey şikir ji xwedê re, wey şabaş ji Şêx Hadî û Lalişa Nûranî re, mala xwedê 101 carî ava be ku xwedêteala serokê PSK Mesût Tek haş kir û ew anî ser rêya îmanê, rêya heqîyê. Kilîlîlîlîî, şikir ji yezdanê pak û dilovan re, Mesût Tek jî çû tewafa Lalişa Nûranî û bû hecî. Yanî, HECÎ MESÛT TEK!

    Mesûtê me di gotara xwe de behsa hecîbûna xwe dike û bi şeş telaqan sûnd dixwe ku ew di 6ê vê mehê de çûye Lalişa Nûranî tewaf kiriye û li ber destê Şêx Hadî tobe kiriye.

    Ezê serê we neêşînim kezeb, ji îro û pêde kesê ku ji kekê me Mesût Tek re nebêje „Hecî Mesût“, wê jina wî jê bê berdan û rasterast berê xwe bide cehnemê ellawekîl, ihii! >>>>>

DENDİKA DILA, BU KULA DILA

 Rêwîyê Kal- 15/10/09- Îro qet hewesa min nîne ez henekan bikim gelî lotikvanino. Bîhna min teng e, çav di serê min de sor bûne û fişe fişa min e.

    De min go her tim henek nabin lo, carna di ber re lotikên siyasî jî bên avêtin xweş e ha. Ma her roj tirşik tê xwarin law? Na.

   Bi Kurdî gotinek heye dibên >>>>>

The Jerusalem Post dîsa lotikek li Tirkan xist

Abdullah El Kurdî- 13/10/09- Telavîv- Kurd û Filistînî di navbera Tirk û Israîlîyan de bûne wek goka nav lingê Maradona. Herdu alî jî van herdu milletan wek „qoz“ li himberî hev bi kar tînin û tirrê ji hev berdidin.

    Dibêjin niha dîsa navbera Tirkiye û Israîlê xirab bûye û ha ha zimandirêjîya hev dikin, dek û dolaban li serê hev digerînin.

   Tirk qaşo xwe wek parêzerên Filistînîyan dibînin û dixwazin bi vî awayî tawîzan ji Israîlê bistînin û Erebên qûnreş ji xwe re bikin dost. Lê di esasê xwe de ev helwest ji durûtîya siyasetê pêve ne tu gû ye û cîgerim Tirkler jî vê siyasetê xweş bi kar tînin. >>>>>

 

 

 Bûkê derxin

 

 Selah mihemed-11/11/09

  

Rabin bûka xwe rakin

Gula bi ser wê dakin

Wê bixine dîlanê

Zavê jî ji bîr nekin

 

Bûka me ji Kurdistanê

Wê derînin ji eywanê

Zava bi desta bigre

Wêna bixe dîlanê >>>>>

 

Zirnevanê me dîsa li zirnê xist

 

Aram Serhedî- 11/11/09- Stockholm- Kujtina siyasetmedarê Kurd Şêx Zeynî trajedîyek mezin e û birastî jî kesên wî nas dikin, bi kujtina wî pir êşiyan.

   Hem kurê wî bi kujtina bavê xwe bû qatil û mexdûr bû û hem jî Şêx Zeynî bi destê kurê xwe jiyana xwe winda kir û mexdûr bû.

    Lê ji berê de dibêjin rastî tehl e. Rastî tehl be jî divê ew rastî bê gotin û neyê bincilkirin. >>>>>

Nexşerê, Horî û Nûrî

A.Dûran- 10/11/09-  Di vê pêvajoyê de cîhê ramanî û felsefeyê heye yan na?

Tê gotin: „Di  teşbîhê de xeta nabe..“

Di nav Jîyana meyî rojane de cîhê kûrahîya zanistî û felsefê nemaye.

   Têkîlîya mîrov jî wek her tiştî pûç û wala bûye.

Ji destpêka hebûna mîrov heya roja me ew nexşerê hebû.

   Nexşerêya wê dinyê û ya vê dinyê. Jibo hemi mexlûqat û tebaan hebû. Bi tenê ji bo Kurdan tunebû. >>>>>

Biçirîne Beşaro, biçirîneeeee!

Ebû Cengo- 10/11/09- Qamişlo- Serokeşîrê Sûrîyê Beşar Esed, ji çapemenîya Tirk re dîsa çirvirand û çend lotikên qirase virde wêde avêtin.

    Beşaro ji televizyona CNN a Tirk re bi 101 telaqên jinberdanê sûnd xwar û got:“Exûyî, jina min ji min berdayî be ezê wan PKKî yên ku li serê wan çiyayên Kurdistanê şerpeze bûne efû bikim û wan negrim. Bila bên welatê xwe û li Sûrîyê bextewar bin, lotik û zîtirkên azad bavêjin“ filan û kiras û xeftan. >>>>>

Civîna Akademîsyenên Zanizt ên Kurdistanê

 Akademîsyenên Zanist ên Kurdistanê KAS, bi kêfxweşî daxwaz ji hemû akademîsyenên Kurd dike ku beşdariyê di civînê de bikin. Bi hêviya dewlemendkirin, hevkarî û piştgiriya we yê hêja ji bo ku em bikaribin bi vê civîna berfireh zanyarî û zanîstê li Kurdistanê pêk bînin û pêşve bibin.

    Komîta Demkî

    Akedemîsyenên Zanist ên Kurdistanê

Cih: Kista Träff, Stockholm, Swêd

Roj:28-11-2009

Demjimêr: 12:00-17:00

Serpêhatîya Mesûd Barzanî û generalê Tirk

Cembelîyê Botî- 09/11/09- Colemêrg-

Li ser bext û namûsa fitne û fesadên bakur û başûr be, tê gotin ku di salên 1990 – 91ê de (dibe ku tarîx ne rast be) dewleta Tirkan qamyonek çek û sîlehan jibo Tirkmenan dişîne başûrê Kurdistanê.

    Pêşmerge wê qamyona çekên dewleta Tirkan digirin. Dibêjin General Ilker Başbûx jî wan deman li bakurê Kurdistanê berpirsê artêşa Tirkan bû. >>>>>

 

 

Fişara qûna min rabûye

 

B.Ronahî- 08/11/09-  Beşek ji Kurdên Îranê ji hinavçûyînê (virîkîbûn -îshal) re dibêjin "Fişara qûna min rabûye". Aha yek ji wan Kurdên Îran ê jibo karekî tê Geverê.

   Li Geverê bi virikê dikeve û diçe nîk bijîşk (doxtor).  Bijîşk jê dipirse: “Êêêê, çîyî te heye qurban?”

   Ew dibê: " Fişara qûna min rabûye textor beg".

   Rebenê bijîşk tê nagihê û jêre dibê:”Naxwe bikeve dorê”.

   Ew jî dikeve dorê, dora wî tê û dikeve manexanê. >>>>>

 

SOSRET!

Şêx Zeynî bi destê kurê xwe hat kujtin

 

Dijmin nikarîbû wî bikuje, bi destê kurê xwe hat kujtin

Lotikxane- 07/11/09- Stockholm- Em Kurd ji her alî ve têk çûne. Ne malbat maye, ne nirxên Kurdayetî li cem me maye, ne qedr û qîmet maye û ne jî rêz ji ked û xebata meriv re maye. >>>>>

 

BIROSKEDAR 

 

Zagros Osman / 06/11/09-

 

Di asoyên  awirên sêdarkirî de

keskesor bilind bû

û pêlên dûrgehan

tu li ber xwe birin 

 ***

Li şûnwara

kewên hêviya terqiyan

û şalorê xewna basko bûn

ji nehêniyên memikên te bêpar bûm >>>>>

Tenê nexwîne, hîn jî bibe xaltîkê!

Bêrîvan Al- 05/11/09- Amed- Li ser bextê esrarkêş û cilêtçîyên bajarê Amedê be, dibêjin parlamentera DTP a Amedê xaltîka me Aysel Tugluk, wê di roja “Rojên Edebiyata Navnetewî” de qaşo ji bo piştgirîya zimanê Kurdî romana Şivanê Kurmancan a Erebê Şemo bixwîne û lotikekê bavêje.

    Ji bo piştgirîya zimanê Kurdî xwendina çend rêzên romana Şivanê Kurmancan ha! Wey bavoooooo wey bavo xaltîkê! Aferîn û her bijî! Te mesele safî kir. >>>>>

 

 

Elameta dawî ya qiyametê

Mele Qûnek

 

 Xelefê Torî- 03/11/09- De were dîn û har nebe, bi çola nekeve û pora xwe neveçirîne! De were û tifû li vê dinyayê neyêne!

   Pêşî Hacûc û Macûc ji Asya Navîn hatin û erda pîroz ya bi bereket herimandin. Piştre zilaman rih û simbêl qusandin û mane devrût, jina şal li xwe kirin û Ereban kirasên spî kişandin ser qûna reş. >>>>>

Şermokê me bi şehweta jinek nû heyecanê digre kuroooooo!

Serxweş Kemal- 01/11/09- Stenbol- Balkêş e, hema piranîya nivîskarên me bi dîtina keç yan jinekê bi heyecan dibin û dilê wan wek dahola Şemoyê mitirb lê dide, „gum gum gum gum“.

    Piştî çend nivîskarên ku gotibûn „dîtin û maçên keçek ciwan me bi heyecan dike“, niha jî nivîskarê ku di romanên xwe de dixwaze hinekan bikuje, yanî Firat Cewerî, merama dilê xwe got û sedema heyecanbûna xwe anî zimên. >>>>>

Lêlê temam, ma lolo

Nûrî Çelîk- 31/10/09- Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serdana başûrê Kurdistanê kir û bi serok Barzanî re hat cem hev. 

   Cara yekê ye nûnerekî bilind yê dewleta Tirk bi fermî serdana başûrê Kurdistanê dike û bi serokê Kurdan re tê cem hev, destê wî dihejîne.

   Tirkên ku heta berî demekê serokên Kurd wek „serokeşîr“ bi nav dikirin û nedixwestin wan mixattab bigrin, îro bi halla halla û weke ku tiştek nebûbe di bin ala Kurdistanê de xoş û bêşê dikin. >>>>>

Mîrê me jî bû mihacir, wey weleddddd!

Rizgoyê Êzîdî- 30/10/09- Almanya- Xwedê neyne serî kesî, xwedê kesî mihacir neke û destê wî ji welatê wî qut neke rebbî.

   Li ser bextê malpera Avesta be, dibêjin xwedêgiravî mîrê me Mîr Tahsîn Beg  jî hatiye Almanya û di 23.10.2009an de mafê penaberîyê stendiye. Kilîlîlîlîlllîîîîîî, va mîrê me jî hat Almanya û me mesele safî kir.

   Nizanim tê bîra we yan na, wextekî mîrê me ji hikûmeta Alman re gotibû >>>>>

Nama Xezalê

Selim Acar-29/10/09- Ez bawerim, we ez ji bîr kirim; ez êdî nayêm bîra we. Piştî kuştina min, bûyerên din ên mezin û pirr mezin qewîmin.

   Ma êdî ez ê werim bîra kê? Ji ber ku ez Kurd bûm, ez zarok bûm, ez keç bûm, ez feqîr bûm û ez gundî bûm. Pirr zû hatim ji bîr kirin .

    Ez zarok bûm, hîn ne ji şekir û ne jî ji lîstokê têr bûbûm, ez kuştum, ez perçe perçe kirim >>>>

Berlûsconî ji niha ve ketiye dora tenûra wê

Antonîo Vega- 29/10/09- Roma- Di pêşbirka “Mîss Îtalîa 2009” de lotikvana 18 salî Marîa Perrûsî bû yekemîn û taca bedewîyê da serê xwe. Bejna Marîa Perrûsî 1,82 dirêj e û wek karxezalekê ye.

    Li ser bextê zinêkarên bajarê Romayê be, dibêjin serokweîrê Îtalya Berlûsconî ji niha ve ketiye dora tenûra Marîa Perrûsî û li dora wê dire û tê. >>>>>

Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî

Ahmedê Berazî- 28/10/09- Almanya-

Bereketa xwedê li vî navî be û ya rebbî ev tifaq li ser xêrê be.  Şikir ji dana te re ku stranbêjên Kurdên êzîdî jî bûn xwedî sazî, sazî çêbû ma kar û xebat. De ya allaaaaa û ya qiweta Şêx Hadî! 

    Li ser bextê gotiyan be, dibêjin Xemdarê me dîsa kul û derdên vê saziyê avêtin ser milê xwe û bû rêvebirê saziyê. Ne li ser bextê min be ha, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Bîelefeldê be >>>>>

Nasnama "Hêvî Jiyan"a me jî li Tirkoleran bû wek 20 gûzên Pîrê

 Kurê Pîrê- 27/10/09- Pîrê ji kurê xwe pirsî:

- Civatok çi xeberok?

Kurê Pîrê got:

- Yadê wele dibêjin wê pîran bidin xortan û qîzan jî bidin kalan. Lê ew pîra bidin xortekî, divê 20 gûzan bi diranê xwe bişkîne. Kurê pîrê ket nava ciyê xwe û raza. Sibehê dema ji xewê rabû, dît ku va ye xirtexirt ji devê diya wî tê. Jê pirsî û got:

- Ha yadê, ew çiye di devê te de?

Pîrê got:

- Ez gûzan dişikînim.

- Te heta niha çend şikandine?

- Eger ez vê bişkînim, dimînin nozdeh.

- Ji êvarê ve tu dişkînî hêj 20 mane? Tewwww, bi ellawekîl gûzên te jî bûn wek kaxeza Hêvî Jiyana me ya ku li Enqerê rû daye...

Mîhrîcana Helbestên Qûşlêqetandî

27/10/09- Kurdên me yên rojava mîhrîcana helbestan li dar dixin û tirrê ji helbestan berdidin. De me go madem mesele mesela helbestê ye, emê jî wek eşîreta Lotikxanê mîhrîcana helbestan li dar xin û bang li xwendevanên xwe bikin.

    Bi vê minasebetê, em jî “Mîhrîcana Helbestên Qûşlêqetandî” li dar dixin gelî xwendevanan. >>>>>

17 hezar li kuuuuu û 49 milyon li ku!

Samî- 26/10/09- Laponya- Nizanim ne ji bextreşîya me ye yan ji ehmeqîya me ye. Lê ez zanim ku herdu jî di xwîna me Kurdan de heye.

    Laponî, yan jî bi navekî din SAMÎ, li bakurê Swêdê dijîn û hejmara wan 17 hezar in. Lê ciwamêran xwedîyê parlamentoya xwe ne û dewleta Swêd jî yeka wan nake dudu.>>>>>

Mîh-rî-can a Hel-bes-tê

Ahmedê Berazî- 25/10/09-AlmanyaDoh yanî 24 ê cotmehê li kolanên bajarê Bonnê, helbestvanên Rojavayê Kurdistanê “Mîhrîcana Helbestan” li dar xistin û helbestên xwe difrotin hev, wey li ser xêrê be rebbî.

   Kuro ma îşê mîhrîcanê bû, pekkkkk û 101 carî pek! Memik û dêmên sorgulî li ser savarê rêz kiribûn û digotin:” Werin memikan, werin dêmên hinarî, werin helbestên belaş, werin ku em xwe di çirava ber devê deriyê mala bavê keleşgewra xwe de bigevizînin, werin de yellaaaaaaa” û  >>>>>

Meymûnê me dixwaze bibe şahê meymûnan

Çang Çîng Çong- 22/10/09- Pekîn- Yu Zhenhuan ê ku ji meynûnan zêdetir bi pirç e û hema bêjin wek wan xweşik e, li herêma Lîaonîng a Çînê dijî û bi saya pirça xwe têra xwe navdar bûye.

   Piştî ku bi xêra pirça xwe navdar bûye, hinek derhêneran pêşniyaza aktrîstîyê (lîztikvanê sînemayê) lê kiriye û mêro niha dixwaze wek sereklîztikvan lotikan bavêje.

   Dibêjin wê Yu Zhenhuan, yanî meymûno, di flîmê (The Monkey King- Şahê Meymûnan) de bilîze û bibe şahê meymûnan.  >>>>>

Salihê me çar lotik li ser hev avêtin yaboooo!

Nivîskarê germik û nermik, kilê çavê keç û jinên 35 heta 67 salî, Flîtê Quto nimro 2 û hevîrtirşê nanê genimî Salihê Kevirbirî, çar pirtûk li ser hev derxistin û îmana meselê teneke kir.

   Li ser bextê fitne û fesadên kuçe û kolanên Stenbolê be, dibêjin bi xêr û selamet wê Salihê me sala bê jî tam 8 pirtûkan li ser hev binivîse û wan têxe kodika kemança Weşanxana Do yê.

    De li ser xêrê be û xwedê qiweta Emê Gozê bide Salihê Kevirbirî rebbî..>>>>>

Civîna çepikan

Bêstûnê Xemxwar- 20.10.09- Bîelefeld-

Tevgerekê ji yên me Êzîdiyan, berî hilbijartina serokatiya bajarê Bielefeld  bê çêkirin civînek li dar xist. Ewan çend kesên Alman vexwendin wê civînê, yek ji wan „Pitt Clausen“ bû, yê ku niha serokê şaredariya Bielefeld de.

   Civînê dest pê kir, niha birêz Pitt Clausen wê dîtin û helwesta xwe ji were bêje. Hemû rabûn ser xwe û jêre bi dest û lingan li çepka dan.

    Yekî gote wan: >>>>>

Mala xwedê ava, KOMKAR ji Dolar derbasî Euro bû

Tacdîn Baran- 19/10/09- Almanya- Li ser bextê fitne û fesadên eşîreta KOMKARê be, dibêjin xwedêgiravî eşîreta KOMKARê esker û başçawîşên xwe kom kirine û bi navê „Komcivîna salane“ Ewrûpa hejandine.

   Herweha dibêjin ku gellek general û mareşalên bê esker û gellek siyasetmedarên ku zimanê wan metro û nîvek dirêj e lê emelê wan siiifirrrrrrrrrrr e, hatine vexwendin û bi taxim û qirewat şeref dane komcivînê.

   Axir, li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê yên di nava eşîra KOMKARê de dibêjin, >>>>>

 

Hunermendê bêhempa

 

Farûq Devliken- 18/10/09- Stenbol-  Şeva çûyîn mêvanê bernameya ‘Bûka Baranê’ hunermendê bi nav û deng, hunermendê bêhempa endam û berpirsîyarê Koma Wetan brêz Kerem Gerdenzerî bû.
   Bi pêşkêşvanîya hunermenda xweşik, bedew û dengxweş Nîlufer Akbal û li gel Kerem Gerdenzerî şeveke taybet me derbas kir. Bi rastî jî şeveke taybet, ji ber ku cara yekem e ku hunermendekî wisa bi nirx, wisa hêja û giranbuha dibe mêvanê bernameyek TRT 6 ê…

   Spas ji bo Nîlufera delal! >>>>>

GIJOK 

Bavê Jîndar- 17/10/09-  Gijok dareke wek hejan e. Bejna wê li gor cih û cûre 1- 4 metroyan bilind dibe. Bi qasî 150 awa û cûreyên wan hene. Hinek ji wan cûreyan xweser li welatekî hêşîn tê û navê wî welatî lê tê kirin. Wek mînak (Rhamnos Kurdikus ) “ Gijika Kurdan “. 

    Ev gijok  li çîyayên Bedlîs, yên Wanê û li çîyayê Gare yê li başûrê Kurdistanê li zinaran û cihên firok yên ji 1800 metro berjortir tê dîtin . Lê babeta nivîsa me gijoka normal e. >>>>>

Meselayê Hecî Xelîlî - I

Hesê Belê- 16/10/09- Hecî Xelîl merdimêko entîke bi. Rencber, henekçî û xeyrxwaz bi. Zaf skandalê ey bîy. Ez çend hebine şima rê vaco.

   Şarê ma vanî aşikî û qereçî bîy. Geyrayni, çî ontêni pêser, parsencîyey kerdêni.

Keynekêka qereçî şona key Hecî Xelîlî. Hecî cenîka xo ra vano (namey ya Riqa key Hacî bî): >>>>>

Qaşo Vatanî Gorev‏

Tûrcel Ararat- 15/10/09-  Ehmed diçe leşkeriyê û bi zor û zehmetî karê xwe dike. Ji ber ku wext derbas nabe; teva tertîbê xwe lîstika dilîzin, qala bîranînên xwe dikin. Silêman jî  ji hevalên wî yek e.

    Silêman piştî betilandina rojê di qoxişê de gotinek mezin dike: "Ez dikarim di devê mirovan de  gramek gû bikim" 

    Ehmed li hemberî vê gotinê  bi dilsafiya xwe bersivê dide: " Ma mêzîn di qûna te de ye arqadaş ? Ez dibêjim tu nikarî" >>>>>

 

lotikxane@lotikxane.com       lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006