Adil Duran

Mirov be bibe qominîst

Bavê Ronahî

Seîd Axayê Giravî

Lezgîn Þêxo

Nexweþîya nefsî

 

Bavê Welat     

Xwarziyê Xwedê

 

Xançepeklî Mihê

Kurdî hêsane yan Tirkî?

 

Aso Elîka

Elok û kûçikê har

Qado Þêrîn

Nivîskarê Derewçîn

 

Dr.Cino Astare

Koka zimanê Kurdî

 

                     

        Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Vê jî xwe li ser wî tiþtî kir!

 

Rozê 09/07/06 Washington – Li Emerîkayê li herêma Michiganê mamosteya xwendegeha seretayî Laura Findlayiya 32 salî, ji bo ku þeþ xwendekarên xwe ên 16 salî carcarê berdidan ser xwe hat girtin. Malbatên xwendekaran jinik dan mehkemeyê û mehkemeyê jî mixabin bi cezeyê muebedê bazda ser. Bi rastî ev emerîkî jî çi ecêb in, li welatên misilmanan mêr dil diavêjin û bi ser de jî qiyametek pere didin ku bazdin ser keçên 13-14 salî û li Emerîkayê jî ji bo tiþtên wilo berketî insan ceze dixwin, kuro!

Êdî bese mamê Elçî!

 

Rona Nisêbînî 09/07/06 Þerafeddîn Elçiyê ku 30-40 sal in û hetanî niha, li tu partiyan germ nebû û ha bela li damezrandina partiyeke mezin û ewqasî jî kurdî dixebitî, li Enqerê bi çend hevalên xwe re dîsa ji bo damezrandina partiyeke mezin û kurdane civînek li dar xist û bi tirkî li ser mafê kurdan peyivî. Elçî, piþtî ku li ser partiyeke bi hêl û mêl rawestiya, vê carê jî berê xwe da tirkan û got: “Em li Tirkiyê dewleteke Federal dixwazin!...” Þiroveya siyasetgerên Lotikxanê jî ev e: “Ocalan, hîn nikare navê Þanli Urfa bike Riha û doza Konfederalîzmê jî dike! Elçî, hîn nikare destûra ku Malmisanij li ser bedirxaniyan bi kurdî semînerekê li Cizîrê bide, bistîne û doza Federalîzmê jî li tirkan dike! Ahmed Turk, nikare li ser devê deriyê xwe di þûna `Kanco Köþkü` de, Qesra Qenco binivîsîne û bi dizî doza `Kurd-Turk Cumhûriyetî` dike! Ka pêþî di hemû civîn û dan û stendinên xwe de bi kurdan re bi kurdî bipeyivin û dû re çêlî …”

Di 63 salîya xwe de çirya

09/07/06- Li gor nûçeya BBC psîkîyatrîsta zarokan Patrîcîa Rashbrook a Ingilîz di 63 salîya xwe de zarokek anîye dinyayê û bûye diya zarokan. Dibêjin jinikê tedawiya zarokanînê dîtiye lê kes nizane ka ew çi tedawî ye, nabêjin. Dibêjin hem kêfa Patrîcîa xanimê hatiye û hem jî gotiye, "ya starrr, Xwedê neyne serî kesî.Ez çiryam lê tam çiryam haa!" û gulolîkên (hêsrên) xwe barandine. Di dinyayê de jina ku herî navsere zarok anîye dinyayê jinika Romanî a bi navê Adrîana Îllîescû a 66 salî bû. Îcar heyran Kurdino! Heta bi 66 salan jî þansê we ê zarokanînê heye. Dev ji zarokanînê bernedin qurban…Ji me Kurdan re hê gellek lotikvan lazimin..De serketin û xwedê bi we re be…

Lotikxanê Mîta Tirk serûbinê hev kir

09/07/06-Dibêjin serokê Îstîxbara Tirk (Mît) ê þaxê bajarê Edenê Ufuk Acarê 49 salî bi þev þûþeyek wîskî vedixwe û dikeve nava malperên înternetê. Ufuk Acar hingî êþkence li Kurdan kiriye û îfadeyên wan girtiye, hinekî fêrî Kurdî jî bûye. Gava di înternetê de li malperên seksê digere bêhemdî rastî malpera Lotikxanê hatiye û ketiye dîwana Lotikxanê. Acar her ku Lotikxane xwendiye çavên wî sor bûne, zikê wî nepixîye û bûye gumguma dilê wî. Di dawîyê de ji qehran re nema hedana wî hatiye û demançe xistiye serê xwe û dîkê wê kiþandiye. Dibêjin berî xwekujtinê di nameya xwe de nivîsandiye, „Lotikxanê ez teqandim!“ De berê wî li cehnemê be….

Boyax û fêda boyaxa por

08/07/06- Ji Enstîtuya Onkolojîya Katalan a Barcelonayê Dr. Sîlvîa de Sanjose dibêje ku “boyaxa porrengkirinê di nava wextê de rîska nexweþîya lenformayê zêdetir dike û ev jî kare bibe sedema penceþêrê (brîna reþ-kanser)”. Îcar em bala kesên ku porê xwe reþ boyax dikin dikþînin û dibêjin, “heger hûn naxwazin bi kanserê bikevin dev ji boyaxkirina porê xwe berdin. Na heger hûn jiber porê xwe ê spî fedî dikin û dixwazin li ber dilê jina xwe þêrîntir bibin, jixwe boyaxê dewam bikin û mala xwe biþewitînin”..De biryara xwe hûn bidin...

Dev ji firça diranan berdin

08/07/06- Li gor pisporên xwarin û fêkî dibêjin, fêkîyên wek sêv, hirmî, bîhok û wekî din divê tev qaþilên wan bên xwarin û ev xwarin wezîfa wek firça diranan dibîne. Yanî; ne hewceye hûn firça xwe bi xwe re bigerînin, hema sêv, hirmî yan bîhokekê têxin bêrîka xwe û kengî ku diranên we zer bûn hema bixwin û ji zerbûna diranên xwe xilas bibin. Doktorê Lotikxanê Dr. Mihyedîn jî dibêje, “erê sêv, hirmî û bîhok baþin lê zebeþ û petîx çêtir diranan paqij dikin. Hema carê zebeþ û petîxekî têxin bêrîka xwe û bi xwe re bigerînin”. Îcar heyran biryar a we ye, ji me gotin.....

Tir tê de nemaye û bê çi dibêje, kuro!

 

Girdoyê Stilîlî 07/0706 Li gora kultura misilmanan, namûsa Bulent Ecevît Rehþana kesixî û perixî, ev çend roj in ku dîsa berê xwe daye temamê masmedya tirkan û ha ha diqîje:”Yûnanan, bulgaran, ingilîzan, cihûyan û biyaniyên temamê dinyayê Tirkî talan û tajan kirine! Hewarê Tirkiyê ji dest me diçe, tirkino rabin ser xwe!...”De îcar ji xwe re li porsipiyê binerin; keçê niha kî di ku rî kê re derxîne ev a te çî ye, hi? Keçê lingek te li der yek li gorê ye, ne tir û ne jî fis di te de maye; dev ji xwe berde, tu ne ehlilwqûfê namûsa vî û wî ye, weh! 

Ka mafê zarokan?

07/07/06- Rojîna þeþ mehî lotikek baþ li me xist. Bi vî sûretê xwe re kurtenameyek jî bi zimanê zarokî nivîsandiye û dibêje, "Malmîratno! Ma hema we Lotikxane tenê jibo mezinan vekiriye? Ka famê me zarokan?Emê di ku de lotikên xwe bavêjin?" û em dane ber þeg û pegan.Heyran bi xwedê heqê te heye Rojîn xanim! Ev malmîratê Kurdan karin wek febrîqê zarokan çêkin, lê nikarin berhemek zarokî ji Lotikxanê re biþînin, ma ev bû Kurdayetî îcar! Gelo em rabin Lotikxaneyekê jibo zarokan jî vekin çi bikin!?

Gorîlla jî ketin ber kêrê

07/07/06- Li gor ku Justîn Braþares ji Zanîngeha Calîfornîyayê radigihîne, di bazara Amerîka û Ewrûpayê de bi awayekî veþartî be jî, goþtê gorîlla, tîmsex, mar, meymûn, dûpiþk û gellek heywanên dirinde (wehþî- hov) tê firotin û kesên xwedî pere xwe dadidin goþtê van heywanên bêguneh. Çawa ku li Tirkiyê bi zagonek fermî goþtê ker, hesp û qantiran hat helalkirin û serjêkirina wan bû mode, niha jî goþtê gorîllayên Afrîkayê di nav sosyete û zikmezinên Ewrûpa û Amerîkayê de bûye mode. Heger teorî û ramana Darwîn rast be û însan û meymûn (qird) ji malbatekê bin, wî çaxî tê wê maneyê ku însan bi xwarina goþtê meymûn û gorîllayê goþtê qewmê xwe dixwe û ev jî êdî dikeve nav sînorên barbarîzmê. Wilo xuyaye her ku diçe însan sînorên însanetiyê diçirînin û barbarîzma di serê xwe de didin pêþ. Binerin heger di pêþ de însanan goþtê însanan nexwarin û ev goþtxwarina însanan jî nebû mode jixwe em bi tiþtekî nizanin....  Xwedê alîkarê meymûn û gorîllayên Afrîkayê be....

Zinêkarî ji zewacê pîroztire

07/07/06- Li gor tê gotin, bi xêra Kurdan nifûsa Tirkiyê ji sedî 15 zêde bûye lê li beramberî vê hevdûberdana jin û mêr zêdetir bûye. Li gor agahîya Sazîya Dîyaneta Tirkiyê, di sala 2005an de 156 hezar û 577 jin û mêrî hevdu berdane. Tê gotin ku wê di sala 2006an de jî ev hejmar duqat bibe û êdî hêdî hêdî pêwistîya zewacê li Tirkiyê nemîne. Li gor daxuyanîya Dîyanetê, sedemên hevduberdanê zêdebûna zinêkarîyê, Nataþayên Rûs, dizîtî, kujtin û êþkenca li ser jinê ye. Tê gotin ku Nataþayên Rûs ên çavþîn û bedew jinên Tirkan li ber çavên wan reþ kirine.Ev çavreþî û hesûdî jî dibe sedem ku jinên Tirk har bibin, bibin psîkopat û malbata xwe bikujin. De ser xêrê be û xwedê rojek berî rojekê civata Tirk ji hevde bixe rebbî....  

Ez bi qurbanê!

 

Keçê ez xulamê, de ka were hema carekê jî bi min re bi qeremaçan bilîze lêêê! Ma bi gulekê dinya dibe buhar ruhê min! Lîstikvanê Lotikxanê / Seyid Hesenê me

Çînî Kurd derketin

06/07/06- Li gor agahdarîya ku di malpera Navenda Zanîngerîya Çînê a înternetê de hatiye dayîn, di lêkolînek arkeolojîk û vekirina mezelek (tirb-gor) 2200 salî de hestîyên Kurd û Persan hatine dîtin. Hestîyên ku berî 2200 salî di mezelek kevnare de hatine veþartin û li herêma Þannxî a Çînê hatine derxistin, bi testa DNA yê hatin saxtî kirin. Li gor ku Profesorê beþê Antropolojîya Modern a Zanîngeha Þanghayê Tan Jîngze dibêje, di encama testa DNA de derketiye holê ku ev hestî diþibin hestiyên Kurdên Turkmenîstanê û Persên Hindîstan û Pakîstanê. Ev jî rastî dîrokek Berî Zayînî (berî çêbûna Hz. Îsa) bi 221-206 salan tê. Tê gotin ku ev Kurd û Pers yan wek kole di avakirina Împaratorîya Çînê de hatine xebitandin û yan jî girêdanek Kurd û Çînîyan bi hevre heye. Îcar heyran, niha go em û Çînî pismamên hev derkevin emê çi bikin? Emê bi kîjan zimanî bi hevre biaxivin? Zehmete haa! Em wek wan nikarin goþtê kûçik û pisîkan bixwin heyran, weyyyy!

Pîrejina lotikvan

06/07/06- Sophîa Loren yek ji navdartirîn artîsta Îtalyanî ye. Di ciwanîya xwe de mala gellek zilaman xirakir û dilê gellek xortan þewitand. Lê rebenê felekê piþta xwe dayê û niha bûye 72 salî û nema kes qirûþekî pê dide. Li ser vê, Sophîa xanima 72 salî dixwaze dîsa derkeve pêþberî kamera û projektoran û wî laþê xwe ê çermolaqî pêþkêþî bazar û mazatê bike. Wê Loren jibo salnameya Fîrellî a 2006an xwe tazî, rût û mût bike da ku karibe ji xwe re kalekî wek xwe çermolaqî bibîne û bi hevre lotikan bavêjin. Xurifandin eve haa! Digotin mirov piþtî emrekî dixurifin me bawer nedikir. Qey dema lotikvanîya wê hatîye bavo!

Ka jinên wek te!

06/07/06- Li Tirkiyê bajarê Sînopê, jinika 26 salî a bi navê Emîne Budak bi bivir ketiye ser dilê dê, bav û brayê xwe û bi lotikên bivirkî ew hûrhûrî kirine. Dê, bav û brayê wê berê xwe dane cehnemê û Emîne xanim jî li rastan, sêwî û þerpeze maye. De xwedê xêra te qebûl bike Emîne xanim! Xwezî her jina Tirk bi bivir, kêr û xenceran têketa ser dilê malbata xwe û malbatek Tirk li ser rûyê erdê nemaya! Bawerkin niha ji zûde Tirk qeliyabûn…Ka jina wek Emîne xanim!

Belqityo rûnanê

 

05/07/06- Li Çînê eyaleta Þanghayê kesê bi navê Yuan Mengxîn xelkê matmayî dihêle. Yuanê 65 salî êdî qûna wî erdê nagre û li ser dar û stûnan bêhna xwe berdide. Yuan li ser stûnên ceryanê dixwe, vedixwe û rojnama xwe dixwîne. Lotikxanê bi riya telefonê xwe gihandê û pirsî: Kuro Yuan, ev çi hewala te ye qurban? Tu çima hildiperijî ser dar û stûnan? Ewî got, „Pismam, ez lêkolînê li ser bapîrên xwe ên meymûn dikim, ezê binerim heger meymûntî tiþtekî xweþ be ez difikirim vegerim ser koka xwe a berê“ û ji ser stûnê nehat xwarê. De heyran dinya hurrîyete, hinek dibin meymûn, hinek dibin ker, hinek wek Zerqawî dibin qesab û hinek jî wek Tirkekan dibin gur û hêþtir..Ka ji azadîyê xweþtir!

Danîmarkiyan jî gotin: ”Bi dêr li tirkan bidin!!”

 

Simo 05/07/06 Kopenang – îro hema hema di temamê rojnameyên danîmarkî de hatiye nivîsandin ku ”…hetanî tirk haþ nebin, divê tu carî nekevin nav Yekitiya Ewrupayê. Lê mixabin niyeta tirkan jî bêyî ku mirov bi dêr li wan bide û haþkirinê tuneye!...”Tew! Bi rastî ev ewrupî pir bêbav in! Gava li hesabê wan tê goþtê berêz bi hesabê mîhê dikarin bidin misilmanê herî avzel. Û gava li hesabê wan neyê jî….Îcar ma bi tenê bi dêr divê mirov li tirkan bide, ha? Divê mirov bi mircaqan, debûzan, mîkutan, þûnikan, bi misasan, tefþo, bivir, bêr û hema çi ket ber mirov dawiþîne! Û dû re jî tam xweþik xwe têwerke. Aha wî çaxî ”kardeþ turk halki” dikare hinekî haþ bibe û li mirov guhdarî bike!

 

Hulyakê çav da kê?

 

05/07/06- Hulya Avþar xanima kurtik li bajarê Antalya ji kameravanan re got, „Êdî dema evîndarîyek nû hatiye. Min antênên xwe vekirine û li bendî sînyala me“. Hûn zanin bê Tirk ji zinêkarîyê re dibêjin çi? Dibêjin „aþk“! Li gor wan divê ew her mehê mêrekî bigrin û yekî berdin û ji vê re jî bêjin aþk! Yanî, evîndarî! Îcar me da dû vê meselê û me lotikvana xwe þand Tirkiyê. Lotikvana me Ayþenûr Guhbel dibêje, „Li gor fesadî û gotinên li ser tenûran, Hulya Avþarê antênên xwe jibo Ciwan Haco vekiriye û bi riya satelîtê sînyalên kesk jê re þandiye. Heger rojekê Ciwan jina xwe berde û li ser Hulya xanimê kurk bikeve qet ecêbmayî nemînin“. De ser xêrê be bavoo…. 

Ya rebbî aqilekî bide wan..

05/07/06-Li Diyarbekirê gundê Kotekanê bi sedan mirîdên Þêx Îbrahîmê ku berî 11 salan çûbû ser heqîya xwe, li ser gora wî kom bûm û bi kêr û þîþan êþkence li xwe kirin. Wek hûn di wêneyê jorîn de jî dibînin, van mirîdan þîþan li zik û devê xwe dixin, bi kêran zikê xwe diqelêþin û bi vî awayî bawerin ku ewê xêrekê ji þêxê xwe re bikin. Lê nizanin ku ew gunehkarîya herî mezin dikin û serê þêxê xwe di gorê de dixin belayê. Me henekê xwe bi Îranî û xelkên din dikir û digot, “Ev dînin bavo!” Lê xuyaye em Kurd jî ji wan ne kêmtirin û hê biaqil nebûne. Xwezî hinekan ji van re bigota, “De ka jibo Kurdistanê jî kêrekê li xwe xin” bê wê wan bigota çi!

Tiþtê belaþ nîne qurban!

04/07/06- Dibêjin Encumena Nistimanîya Kurdistanî-Sûriyê daxwaz ji Kongreya DYA kiriye ku rojek berî rojekê êrîþî Sûriyê bike û çend lotikên baþ li Beþar Esad bixe. Serokê Encumenê Dr.Þêrko Ebas dibêje, “Êdî dem hatiye, divê DYA zû biryara rizgarkirina Sûriyê bide” û filan û fîstan.. Ê bavê min, ma DYA hewqasî dîn û bêaqile ku hema jibo xatirê we rabe lotik û zîtirkan bide xwe? Ka berê çend fîþengan biteqînin, çend mixebarat û þirta bikujin, bila hinek bêhna xwînê bê we, berdana keleþkofê hîn bibin, brîndar bibin, bedel  bidin ku DYA jî karibe bêje, “Aha bi xwedê ev tam lotikvanin, îcar dem hatiye ku em çend lotikan li serê Beþar esad xin” û filan û bêvan...Ma tiþtê belaþ heye qurban? Bedel bidin bedel.......

Konya bûye kerxane

04/07/06- Heger hûn çapemenîya Tirk biþopînin, hûnê bibînin ku bajarê Konyayê bûye wek kerxana Tirkiyê û tiþtek namîne ku têde nabin. Konya yek ji wan bajarên herî oldar tê naskirin û zinêkarîya herî mezin jî li vî bajarî dibe. Niha jî mesela keçika 15 salî û zinêkarîya jinika bi mêr derketiye holê.Jinika bi navê Z.Ç a 40 salî keçika 15 salî K.Y firotiye zilaman û heta niha bi 21 kesî re zinê kiriye. De destê xwe deynin ser wîjdanê û bifikirin. Keçika 15 salî! Ji alîyê din sofîyê bi navê S.T bi jinika bi mêr re zinê dike, wê rût û tazî digre kamerayê û wê mecbûrî berdewamiya zinêkarîyê dike. Ê heyran ne em dibêjin Tirk kerxanecî ne, zinêkarin, deng û raya xwe nedin wan, silava wan herame kes bawer nake haa! Yanî heta hinek bi mîkutan li serê me nexe qey aqlê me nayê serê me bavo!   

Ne li vê zewacê be û ne li vî barê giran be

04/07/06- Zewac xweþe lê barê zewacê jî ji barê qantirekê (hêþtir) girantire.Dibêjin malbatên herêma Colemêrgê jiber qelen û xelatên bûkê mane halekî heyirî û per perîþan bûne. Xwestin, xelat û mesrefên bûk û zavê di navbera 15-35 milyarên Tirkî de ye. Dibêjin malbatên ku perên zewacê deyn kirine êdî nema karin deynên xwe bidin û heciz tê ser mala wan. Yanî; ji alîyekî malekê ava dikin û ji alîyê din mala xwe xira dikin. Dibêjin heger bi vî awayî bimeþe wê zewac li herêmê heram bibe û keç û xort di mala bavê de bimînin. Heyran pirsgirêka zewaca Colemêrgîyan wek derdê penceþêrê (kanserê) girane allahwekîl! Niha li herêma Mêrdînê bûye, wê xort û keçê þevekê hevdu birevandina û ne xelat û ne melat! Îcar mesela namûsê girane û em nikarin xwe bidin ber vî barê giran. Lê xwedê alîkarê malmatên Colemêrgîyan be.... 

Colemêrgî bê paraþût difirin

04/07/06-Komela Atî a Spor û Xortên Colemêrgê karên nedîtî pêktînin û hildiperikin serê çiyayên bilind. Serokê komelê Îsmet Agacanoglû ji rojnameyekê re dibêje “Em dixwazin îspatbikin ku tiþtên zehmet dikarin bên çareserkirin. Nêzîkî þeþ salane ku em bi çiyayên Colemêrgê û Tirkiyê ve hildiperikin, berî çend rojan ez û pênc endamên me em hilperikîn Çiyayê Simbil ku bilindîya wê 3 hezar û 600 metro ye” û filan û bêvan. Heyran bi xwedê hûn jêhatîne ma bi derewa ye! Hay ji xwe hebin lingên we neþemite û mar û dupiþk bi we venedin haa! Dibêjin di nava xelkê de tê gotin ku ev komele û endamên wê hazirîya firîna bê paraþût dikin. Li ser bextê xelkê be, lê dibêjin wê Walîyê Colebêrgê birevînin û bînin ji serê çiyayê Simbil bavêjin. Heger Walî bê paraþût firiya jixwe wê xort jî bidin dû wî û per û baskên xwe li hev xin. De haydê serketin.....

13 salî ye lê tirên devê dike

09/07/06- Paþayê welatê Toro ê Afrîkayê zarokekî 13 salî ye û navê efendî Oyo Nyîmba ye. Oyo efendî ji çapemenîyê re gotiye, „heger ez di nava du salan de refaha (xweþî û rehetîya) li welatê xwe zêdetir nekim, ezê di berde jêkim û dev ji textê xwe berdim“. Toyo di dinyayê de paþayê herî biçûk e û li gor temenê xwe jî gotinên ji xwe mezintir ên wek tirên devê dike. Ev tam deh salin ku Toyo efendî paþatîya welatê xwe birêve dibe û dibêje, „Bush jî nikare welatê xwe baþ birêve bibe, ma ez wek wî jî nayêm“ û lotikekê li serok Bush jî dixe. Xuyaye laþê Toyo jî wek ê Saddam û Hûgo Çaves duxre..Hûn zanin bê bernavê Toyo efendî çi ye? „Paþayê Þêr!“ De ka heta serok Bush li te jî bê xezebê emê þêr û pilingîya te bibînin…

Dîsa dan zîtirkan

09/07/06- Rojnameya Peyama Kurd jibo du mehan deriyê xwe li xwendevanên xwe girt û jibo betlanê berê xwe da giravên Hawaîî. Dibêjin wê rojname di nîvê meha Îlonê de dîsa dest bi lotikên xwe bike. Herweha tê gotin ku wê beþê Soranî êdî bi latînî derkeve da ku Kurmanc û Soranekan nêzîkî hev bibin û di navbera wan de konfederalîzma Kurdî pêk bê. Lê xuya dibe hinek malperên ku ketibûn kozik û kemînê û alerjiya wan ji rojnama Peyama Kurd re hebû, dan zîtirkan û yekser dest bi antîpropagandayê kirin û kêfa xwe ji girtina rojnamê re anîn. Îcar emê bibînin.Heger rojname birastî jî dîsa di meha Îlonê de derkeve jixwe lotikvan biserdikevin. Na heger dernekeve jixwe wê kêfa zîtirkvanan bê û heyfa rojnama Peyama Kurd...Em hêvîdarin wê xwediyên rojnamê kêfa zîtirkvanan li xwe neynin. De xwedê hesûdî û zikreþîyê ji nava Kurdan rake rebbî... 

Brîtanî lotikên baþ tavêjin

09/07/06- Têkilî û danûstendinên navbera Brîtanya û Kurdistanê bi lotikvanî xurttir dibin û wek hespê rewan bi pêþ dikevin. Dibêjin þandeyek (heyetek) Brîtanî serdana Kurdistanê kiriye û bi rayedarên Kurdistanê re çayê û qehwe vexwariye. Di dema vexwarina qehwê de serokê þandeyê Kîm Howells anîye zimên ku wê têkilîyên herdu welatan xurttir bibin û ewê jibo pêþdebirina demokrasîya li Kurdistanê lotikên xurt bavêjin. Me bi riya telefonê  xwe gihand mîster Kîm Howells û jê pirsî: Birêz Holwells, we bi salan Kurd û Kurdistan bombebaran kir û we dinya li Þêx Mehmûdê Berzencî kir zîndan. Gelo hûn difikirin ku tazmînatê bidin Kurdan? Ewî madê xwe tirþ kir û got, „Ev pirsa provokasyonê ye bavê min! Ka pirsekê xweþtir bike“ û xwêsîya me di qirika me de hiþt. De neyse, înþallah xêr e…

Niha jî Îtalî bûn Tirk

09/07/06- Ne em dibêjin van Tirkan aqilê xwe xwariye û wek hespên serxweþ ên Behman Gobadî li wan hatiye kes bawer nake haa! Hz. Pêxember kirin Tirk kesî dengê xwe nekir, Amerîka keþif kirin û dewletek Tirk li wir avakirin kesî dengê xwe nekir, Stenbol kirin Vatîkana misilmanan kesî dengê xwe nekir. Îcar dibînin ku çi dibêjin ji wan re kar dimîne û kes dengê xwe nake, radibin niha jî dibêjim, „bapîrên Îtanyanan jî Tirk bûne“ û xiyarê xwe li ser serê herkesî dihejînin. Dîrokzanê Pîþeyê Haluk Tarcanê serêxwexwarî dibêje, „ li gor DNA yê hestîyên bapîrên Îtalyanan Elruskan û Tirkan hevdu digrin û hetta alfabeya wan jî alfabeya Tirkî ye“ û namûsa Îtalyanan tîne pênc qirûþên bi qul. De îcar bila Berlûsconî û De Alema li namûsa xwe xwedî derkevin de….

 

Hikoyê Licî

 

08/07/06- Çapemenîya Tirk niha giranîya xwe dane ser Hîkmet Çetînê Licî û antîpropoganda wî dikin. Xwedêgiravî dibêjin Amerîka dixwaze ku Hîkmet Çetîn bibe Serokkomarê Tirkiyê û di vî warî de zorî daye hikûmeta Erdogan. Nivîskarê Tirko Mehmet Arîf Emre lêkolînek li ser koka Hîkmet Çetîn kiriye û dibêje, “malbata wî ne Tirk in, ne Kurd in û ne jî misilman in.Ew di dema xwe de ji aliyê Îranê hatine û piþtre bûne misilman” û filan û bêvan. Herweha tê gotin ku dewlemendê Kurd Halîs Toprak û hinek sermayedarên Tirk jî piþtgirîya Hikoyê Licî dikin û dixwazin ku ew bibe Serokkomar. De ser xêrê be û xwedê qiwetê bide Hikoyê me. Belkî hema Kurdên reben karibin ji xwe re li Licê febrîqeyên toz û mozê vekin û çeng gramek bigihê Lotikxanê jî..Ma kî zane?

Îsotê ew har kir

08/07/06- Li bajarê Ruhayê Cûma Suzelê 65 salî ev sê salin ji xwe re li jinekê digere lê kes mala xwe nabe mîratê û doxîna wî venake. Suzel tam sê salin hema bêje her roj diçe cem Walîyê Ruhayê û doza jinekê lê dike. Dibêjin Walîyê Ruhayê jiber Cûma efendî daye kerambera û nema wêre here meqamê xwe. Xwedêgiravî walî ji hevalekî xwe re bi dizî gotiye, “Kuro ez ditirsim ev kalê har rojekê bazde ser min û zarokên min heyran, ez rabim piþtî vî temenî doxîna xwe jê re vekim çi bikim!” Kalo jî gotiye, “Hema bi serê Îbrahîm Pêxember, heta ez baznedim ser hinekan ez ji devê deryê walî neçûm!” û gopalê xwe li erdê xistiye.. Xuyaye rebeno hingî îsota tûj xwariye nema kare bi xwe û êrîþî derûdorê dike..De xwedê keçek çardesalî bike qismetê te heyran ma em çî din bêjin...

Þêx Abdalla serê xwar

08/07/06- Serokê eþîretek ji ê Somalî Þêx Abdalla Alî biryar û fetwa da ku heçê li Somalî nimêj neke bê kujtin û goþtê wî/wê bi saxî bê birajtin. Þêx Abdalla dibêje, ”her kesê nimêj neke minafiqe û þerîet emrê kujtina wî dide”. Dibêjin li ser fetwa Abdalla efendî, însan û heywanên Somalî dest bi revê kirine û ji Somalî koç dikin. Xwedê me ji þêxên wek Abdalla bistirîne rebbî..Esas divê Þêx Abdalla li Tirkiyê bûya ku serê Tirkan yeko yeko bibiriya belkî hema xêra wî bighaya me Kurdan jî..Ma tu li Somalîyê çi dikî þêxo?

Hêro xanima Mam Celal!

 Gurikî 07/07/06 Jina Celal Talabanî Hêro xanim jî bi rêya masmedyayê dest avêt mafê jinan û di wî warî de hevpeyvînek bi Fadîa Fehedê re kir. Hêro xanim di têgihiþtina xwe a demokrasiyê de, guherandina paþnavên keçan antî demokratîk dibîne û dibêje “Ev ne aqil û karê demokrasiyê ye ku paþnavên keçan bi zewaca wan re serguherî paþnavê mêran dibin. Ev zilm e, ev heqaret e!...”Xuya ye hayê Hêro xanimê ji demokrasiya skandînaviyên ku piraniya paþnavên mêran li ser ên jinan e tuneye. Hêroya ku diya wê kurmanceke serhedî bû û bi qeweta mêrê wê ê soran kurmancî li herêmên kurmancan di xwendegehan de qedexe bûye, vê qedexê wek çî demokrasiyê dibîne gelo? Hêroya ku kurmanc bi çavekî mezin lê dinerin, gelo dizane ku kurmanc jî wek soranan xelkeke û asîmlekirina her xelkî di felsefeya demokrasiyê de wek “jenosîd”ê bi nav dibe?

Wîndows Soranish derdikeve

07/07/06- Li gor tê gotin Hikûmeta Kurdistana azad bi þîrketa Wîndowsê re li hev kiriye û wê amadekarîya derxistina Wîndowsa Soranî bikin. Di derbarê derxistina Wîndowsa Kurmancî de tu agahdarî nehatine dan, lê dibêjin kesên wek F.Þakelî û Þ.Bêkesekan derxistina Wîndowsa Kurmancî pêwist nabînin û dixwazin zaravê Soranî bikin zimanê serdestekan û lotikekê li Kurmancî û Kurmancan xin. De xwedê kerîm e...Heger Murad Karayilan li ser gotinên xwe bimîne û doza federasyonê li dewleta Tirko bike, jixwe emê jî di demek nêzîk de bakur azad bikin û Wîndowsa Kurmancî li nav rûyê xêrnexwazan xin.... De bajo siwarooooo!

Agir bi mala derewînan keve

07/07/06-Komisyona Lêkolîn û Fetwa a Ewrûpayê civîna xwe a 16. li bajarê Stenbolê çêkir. Girgirek, sofî, seyid û melayên Tirk û Ereban beþdarî civînê bûn û dîsa li ser navê îslamê dest bi derewan kirin. Serokê vê komisyonê û xwedêgiravî alimê dînê îslamê Yusuf Kardevî (!) jî beþdarî civînê bû û li dora xwe zîzikî. Wekî din cîgirê wî Qadî Faysal Mewlevî ê Lubnanî jî xwe bi dawa wî girt û dest bi çîrokan kirin. Mewlewî di divînê de got, ”Em hemi zarokên Adem in, divê em xêrekê bi mirovatîyê bikin” û dor da Yusuf Kardevî. Mîster Kardevî jî got, ”Stenbol berê jî paytextê dinyayê bû û niha jî paytextê dinyayê û îslamîyetê ye, wê di pêþerojê de jî paytextê îslamîyetê be” û çirand û dirand. Ka em berê ji mîster Mewlewî bipirsin: Mîster Mewlewî! Madem em hemi zarokên Adem in, hûn çima li hember doza Kurd û Kurdistanê bêdeng, wek kerê ker û lal in qurban? Yan em ji Eyþika Ereb in û ne zarokên Adem in?. Ka îcar dora Kardevî efendî: Mîster Kardevî! Stenbol navenda zinêkarî, eroînfiroþî, jinfiroþî, qûndeyî, kujtin, dizî û xwedênenasan e. Ma eve paytextê îslamê? Eve paytextê dinyayê? Dewleta Tirk çend milyon dolar dane te jibo tu van gotinan bêjî hey kafir!?

Rûyê Hikûmeta Hewlêrê ji kurmancan naêþe!!

 

Karûþo 07/07/06 Hewlêr – Hikûmeta soranên Þ.Bêkes û F. Þakiliyê ku zimanê kurmancî wek zarê sikakê bi nav dikin û bi qeweta meqaman û mal û milkê dinyayê serekên du milyon behdîniyên kurmanc dane dû xwe, kurmancî li xwendegehên behdîniyan qedexe kirine û bi wê qedexeyê jî wê piþtî 20 salekî kurmanc li baþûrê Kurdistanê nemînin, vê carê jî lê dixebite ku ji ser dika parlamentoyê xeberdana kurmanciya nîv qedexekirî tam qedexe bike! Ji xwe ji berê de xeberdan û xwendina peyamên kurmancî qedexe bûn, lê ji vir û pê ve bi qanûnî jî wê qedexe bibe! Tê gotin ku heger soran di vê projeya xwe de jî pereyekî mezin bi kar bînin û herwiha çend meqamên din jî bi dest behdîniyan ve berdin, mesele hema diqede. Îcar li gora siyasetgerên Lotikxanê jî heger wilo biçe, di wextekî kurt de wê kurmancên temamê dinyayê bibin dijminê Hikûmeta Hewlêrê û sed mixabin dîsa di Kurdistanê de biþke!

Wey porkurê Zehra!

06/07/06- Zehra xanim Kurde û ji derûdora bajarê Ruhayê ye. Di 1963an de Zehra nexweþ dikeve û wê dibin ber destê þêxekî bi navê Þêx Mistefa da ku li ser bixwîne û rehet bike. Þêx jibo çend rojan wê li cem xwe dihêle. Piþtre þêxê zinêkar bi derzîyekê wê bêhiþ dixe û difroþe malbatekê ji Binxetê (Sûriyê). Ew roj ev roje rebena Zehra li Sûriyê maye, gellek êþ û tade dîtiye û ji malbata xwe qut bûye. Piþtre Zehra xanimê didin bajarê Kobanê û di malek dewlemend de cêrîtî û xulamtîya wan dike. Niha Zehra xanim 50 salî ye, diya 7 zaroka ye û hatiye derûdora Ruhayê, warê bav û kalên xwe û li malbata xwe digere. Jiber ku Zehra xanim li Tirkiyê di nifûsê de ne qeydkirî ye paþnavê xwe jî nizane û nema zane bê wê çawa malbata xwe bibîne û wan nasbike. Îcar jibo xwedê, kesê ku ji Ruhayê ne, heger we di derbarê vê bûyerê de tiþtek bihîst xeberê bidin Lotikxanê da ku em karibin Zehra xanim bighînin meqsed û miradê wê...

Ev NATO kî ye?

06/07/06- Ev jinika ku navê NATO li xwe kiriye û rûyê xwe eþkere nake kîye? Tirk wê wek stara dinyayê didin naskirin û dawa wê bernadin. Ew bixwe dibêje, “Bavê min ji Kazakîstanê û diya min ji Kayserîyê ye, lê ez Tirkiyê wek welatê xwe dibînim”. Nato xanim diçe ku jî dijberî û antîpropaganda emperyalîzmê dike. Ev jî li xweþîya Tirkan tê jiber ku emperyalîstên ku ew qest dikin li Iraqê dibin sedema Kurdistanek azad. Îcar Nato xanim! Heger birastî tu ne sîxura dewleta Tirk bî, wek jinan derkeve meydanê û wê çarika ber devê xwe derxe! Derxe ku emperyalîst jî te nasbikin û lotikekê Kurdewarî li der qêla te xin qurban!

Ev bêbav natirse bavo!

06/07/06- Dibêjin ji Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî pirsîne: Wê Saddam kengî îdam bibe? Nûrî efendî jî bersivandiye, „Xwedê bê erê di demek nêzîk de“. Dibêjin li ser vê Saddam Hisên jî gotiye, „Bila min îdam nekin, min bidin ber fîþengan çêtire“. Xuyaye ev bêbavê Saddam ji mirinê natirse bavo! Heyran bi xwedê ji berê de dibêjin, „Mêran biikujin  lê heqê wan nexwin!“ Hema tu dijmin û barbarekî însanîyetê be jî, bi xwedê ev cesaret û berxwedana te dike ku meriv mirîþkekê jibo xatirê te bike qurban haa! Niha hinek ji serokên Kurdan bûna ewê yekser bigotana, „Tobe, tobe, ez hazirim bi we re bixebitim“ û xwe kiribana qurbana mirîþkekê wey! Mêranî ne di hûrikbûn û mezinbûnê de ye bavê min! Þexsîyet lazime looo, þexsîyet!

Ma çaycî û wekîltî?

 

06/07/06- Serokê Partîya Bilindbûna Gel (HYP) ê þaxê Ruhayê Omer Burkanoglu debara xwe bi firotina çayê dike û ev tam 30 salin çaycîtîyê dike. Yanî; haya wî ne ji sîyasetê û ne ji bayê felekê tuneye. Lê mêrik dixwaze namzetîya xwe ji bo wekîltîyê deyne û têkeve parlamentoya Tirkiyê. Burkanoglu çaya belaþ li miþteriyên xwe belav dike da ku ew rayên xwe bidin wî û bi çayekê mirovan bikire. Aha rewþa Tirkiyê û parlamentarîzma Tirkiyê eve haa! Wê çaycî û qehwecîyan biþînin parlamentoyê û kesên wek Mehmet Agar û Yaþar Nurî Gultekîn jî li ser piþta wan kabên xwe bavêjin. De yabo wê çawa demokrasî bi çaycî û qehwecîyan bê Tirkiyê de ka hûn bêjin!?

Tasa serî ne lazim

05/07/06- Li Hindîstanê Sambhu Roh ê ku berî salekê ceryanê (elektrîkê) ew girtibû, tasa serê wî firya û ma bê tas. Rebeno niha ji jor de qoqa serî wî nemaye û niha mejiyê wî ji xwe re hewa paqij dîstîne. Dibêjin Sambhu Roh gotiye, “kuro de ma tasa serê min hebû jî ez ev tirek bûm û tunebe jî ez ev tirek im, hema bila mejiyê min ji xwe re hewê bistîne û derkeve seyranê ma dinya xiranabe” û kêfa xwe anîye. Hûnê binaerin wê niha ev bûyer li Ewrûpayê bibe mode û herkes tasa serê xwe bavêje. Jixwe ev peppûkên Ewrûpîyan jî hema çi tiþtekî nû û balkêþ bibînin, dikin mode û pê serxweþ dibin. De modeya nuh ser xêrê be...

Lawê tirê, hîn nuh tirkan nas dike!

 Roda Rodî 05/07/06 Roma- Piþtî ku tirkan vê carê jî li Samsûnê di keþeyekî din de birin, Serokê Konseya Papatiyê Kardînal Walter Kasper Virqo li xwe qewimand û got ”Bila Tirkiyê nebe endama Yekitiya Ewrupayê. Tirk divê nekevin nav ewrupiyan…”Lawê yadê ma ji niha de em dibêjin ku tirk ji bilî têxin mirov pê ve ji tu gûyî re nabin, hi?  Tirk miletekî wilo ne ku ya divê mirov têxe wan û yan jî divê ew têxin mirov, wekî din tu rêya ku wê mirov karibe bi wan re bijî  tuneye. Hema ji xwe re li serok merokên kurdan binerin û  tiþtekî fêhm bikin. Digel ku serok merok û dost û hevalên me ên Lotikxanê û ahlên me ên li baþûrê welêt ewqasî serê xwe li ber tirkan xwar kirine jî, tirk hîn bêhtir li wan siwar hatine her der hemiyan þewliqandine!

Xwe derxist mazatê

05/07/06- Li Almanya jinika bi navê Leyla a 26 salî xwe û trimbêla xwe Ferrarî derxist mazatê û da ber bazarê. Leyla bi xwe ji Sûriyê ye û dibêje ez berê stranbêj û lotikvan bûm. Leyla xanim dibêje, „Perê min hene, lê ez li zilamekî dewlemend digerim ku karibe xwe bide ber mesref û barê min. Ez xwe û Ferrarîya xwe bi mîlyonek û 600 hezar euroyî difroþim. De keremkin!“ Ê madem perê te hene tu çima xwe didî ber bazarê û difroþî hey gewende? Leyla xanim pêþniyaz ji Lotikxanê re jî anî. Me jî serfettehî bi 25 sentan (qirûþan) vekir, de ka em binerin bê wê kî herî zêde lotikan li Leyla xanimê xe….

Oxforda îsotê

05/07/06- Li Tirkiyê Zanîngeha Bîlkentê dixwaze li bajarên wek Ezerom, Ruha, Meletê û Wanê dibistanên serete û navîn veke. Dibêjin wê ev dibistan di sewiya dibistanên Ewrûpayê de bin û bi qalîte bin. Herweha tê gotin ku wê ev dibistan wek laboratûarê bên bikaranîn û têde lêkolînên kesanedî çêbibin. Ruhayî ji vê dibistanê re dibêjin “Oxford” û pê pir kêfxweþ bûne. Ew dibêjin, “Mala Xwedê ava, êdî emê karibin di dibistanên xwe de lêkolînên baþ li ser îsotê çêkin” û govendê digrin. Xalê Ehmedê Ruhayî ji Lotikxanê re dibêje, “Kuro de Oxford hebe çiye û tunebe çiye! Bila serê îsota me sax be û hew!” Xuyaye wê herî pêþîn Îbrahîm Tatlises di vê dibistana Oxfordê de bixwîne...

 

Wan Kurdistan û Xwedê jî Tirkistan þewitand!

 Gurikî 04/07/06 Izmîr – Mizgîniya min li we êdî Xwedê jî hêdî bi hêdî li kurdan tê rehmê, yan jî tiþtekî wek rehmê. Erê wey, Xwedê li herêma Egeyê li tirkan hatiye xezebê û ew yeka han jî tê maneya ku dilê cenabê wî bi kurdan þewitîye! Wek tê zanîn çendeyeke ku mehmetçîkan agir bi Çiyayê Cûdî, Gebarê û gelek cihên bi dar û ber xistibûn. Neyse heval dizanin bê çi qewimî ye, îcar di dawiyê de Ezzawecel dibîne ku namûs ji mirîdên wî ên kurd çênabe, ji wehca nava xwe ew bi destê xwe agir berdide herêma Egeyê. Û ji deng û rengê ezmên wilo xuya dike ku çavên Ezzawecel yanî Xwedê lê ye êgir berde herêma Behra Reþ û Marmarayê jî. De gidî, de dueya min ûþaq, solalês û berdoþekçiyê xwe qebûl bike û hema carekê be jî êgir bi temamê Tirkiyê ve deyne! Herbijî ji serokê herî mezin û xefûr û kerîm Xwedê re!

Em bi daxwaza xwe bûne misilman

04/07/06- Dibêjin Serok Barzanî li Selaheddînê pêþwaziya Þêx Mihemed Þakelî Wezîrê Ewqafê (bi xwedê em nizanin ewqaf çiye!) û Karên Dînî ê Hikûmeta Kurdistanê û þanda (heyet) zanyarên ola îslamê kiriye. Serok Barzanî hinek gilî û gazindên xwe anîye zimên û xwestiye ku yekîtî û pêþdeçûna xelkê Kurd bê paraztin. Serok Barzanî gotiye “ Em gelê Kurd bi daxwaza xwe bûne misilman, ne bi darê zorê.Kurdan heta îro dînê îslamê paqij paraztiye, Kurd ne jiber îslambûnê lê jiber Kurdbûna xwe tên kujtin. Pirsa me pirsa netewî ye, lê divê em þanaziyê bi misilmantiya xwe jî bikin.Em wê misilmantiyê dixwazin a ku wek xwe be ne a ku bi dest çêkirî be” û hinek tiþtên din ên xweþ. Heyran bi xwedê û pêxember em bi hertiþtî bi te re, gotinên te ji Quranê ne. Lê ji roja ku me çavê xwe li dinyayê vekiriye, me xwendiye û bihîstiye ku Omer Ibin Xettab bi darê zorê, bi þûr û serjêkirinê Kurd kirine misilman! Rebenê Êzîdîyên me jiber þûrê Omer Ibin Xettab û Xalid Ibin Welîd bi çolan ketin û hetanî îro jî ji navê Omer û Xalid ditirsin. Welhasil bila devê te, ruhê te û serokatîya te ji me re sax be...Xuyaye divê em dîsa dîrokê ji serî de bixwînin, ewqas wextê me jî nîne haaa......

Dev ji me berdin!

04/07/06- Xuyaye ev bêbavê Tirkan dixwazin lotikekê li serokê me xin û me bê serok bihêlin. Dibêjin dewleta Virqo plan û projeyên kujtina Serok Osman Baydemîr dike û jibo vê jî pere daye mêrkujekî. Lê baþe ku ê mêrkuj gotiye, “Yabo ev meselek sîyasî ye, ji min nayê” û poþman bûye. Dibêjin Osman Baydemîr jî gotiye, “Li gel min du spaste (emanet) hene; yek a gel e û yek jî a Xwedê ye. Incex Xwedê dikare emanetê xwe paþde bistîne” û mêranîya xwe anîye zimên. Kuro tu her bijî! Hay ji xwe hebe bavê min! Ev bêbavên Tirk li bendî Xwedê namînin haa! Ne Xwedê nasdikin û ne Pêxember! Ji xwe serokekî me di hepsê de ye, tu jî biçî allahwekîl wê mala milletê Kurdên bakur biçe mîratê û emê jibo serokatîyê hevdu bikujin haaa.....Eman eman!

 

Ehmeqên me jî hene

04/07/06- Me digot qey tenê di nav xelkê de fanatîk û ehmeqên mirîdên fûtbolê hene. Lê derket holê ku Kurd jî ji van ehmeqan nebêparin û karin jibo fûtbolê xwe bikin qurban. Li gor nûçeya Pukmedîayê, li baþûrê Kurdistanê (Çemçemal) ehmeqekî bi navê Aram Mihemed Ehmed jiber têkçûna taximê Brezîlyayê demançe xistiye serê xwe û xwe kujtiye. Baþe ma ev ne ehmeqîye gelî xwendevanan? Ê lao ku te bombeyek bi xwe ve girêbida û te xwe di nava El Kaîde yan eskerên Tirk de biteqanda ma ne bixêrtir bû? Ev tam þeþ mehên me ne ku qîrqîra me ye û em dibêjin “Kurdino, serê xwe bi ava zemzem biþon û biaqil bin êdî bêaqilî bese” lê kes gundariya me nake, ma sûcê me ye heyran! De oxira te a Filîtê Quto be, rehma xwedê li bêaqiliya te be rebbî.....

Terorîst- DER

03/07/06- Komeleyên bi navê Ozgur-Der û Egitim-Bir-Sen a ku ji kujtina Kurd û bûyerên li Kurdistanê re çavên xwe digrin û ker û lal dibin, radibin li dij girtina sê endamên Ozgur-Derê (Metin Demir, Mustafa Eðilli û Mehmet Hasip Yokuþ) PDK û Hikûmeta Kurdistanê protesto û þermezar dikin. Ev komeleyên ku piþtgirîya Hamas û terorîstên li Kurdistanê û Iraqê dikin, bê fedî bi navê azadîyê êrîþê dibin ser PDK û Hikûmeta Kurdistanê û xizmeta Dewleta Tirko dikin. Wek tê zanîn tiliya Dewleta Tirk di êrîþên Mûsilê û Kerkûkê de heye û piranîya terorîstên li Mûsilê Tirk û Turkmenin. Îcar hîç þik têde nîne ku ev hersê endamên Ozgur-Derê ne bilasebeb çûne Mûsilê. Ozgur-Der di her wesîlê de êrîþî Kurdistana azad û bi taybet malbata Barzanîyan dike û ev jî ji hevkarîya Dewleta Tirk pêve ne tutiþt e. Kurdên ku bi navê azadî û ramana azadîyê piþtgirîya vê komela terorîst dikin, divê kumê xwe deynin ber xwe û hinekî bi Kurdewarî bifikirin. Reva pisîkê keta kadînê ye qurban..... 

Kurd û Polonî bi nexweþîya lotikan ketin

 Sîdar- 03/07/06- Berlîn- Ressamê Kurd Adnan Kalkanci ê 49 salî bi Ktyzîna a Polonî re zewicî û serê xwe danîn ser balîfekê. Katyzîna 39 salî ye, deh salan ji Adnan biçûktire û xelkên bajarê Berlînê di çayxane û qehwexanan de dibêjin „Aha bi xwedê evîna kêf kir, xwedê bi elb û çewalan dayê, ma êdî piþta wî tê erdê kuro!“. Katyzîna ji malbata Þahên Polonyayê ye û têra xwe giran û bi qîmete. Adnan Kalkanci brayê Alî Kalkanci ye. Alî Kalkanci jî di awira gelemperî de wek „Þêxê Sexte“ dihat naskirin û navê wî di bûyera Fadîme Þahîn de belav bibû. Dibêjin di daweta wan de stranên Kurdî û Polonî hatine gotin û xelkê lotikên baþ avêtine hevdu. Ji aliyê din dibêjin Kurd û Polonî bi lotikan ketine nava hev û „gurm û hey gurm“ dane zîtirkan. Herweha dibêjin xuþka Katyzîna Îsabel jî bi pismamê þehîda Kurd Zekîye Alkana Amedî re zewicî ye. Xuyaye navbera Kurdan û Polonîyan pir germ û xweþ bûye. Jixwe hinek dibêjin wê Kurd û Polonî bi hevre federasyon yan konfederasyonê jî ava bikin. Herweha tê gotin ku tu têkiliyên zavayê me bi civata Kurd re tune û kebaba ji goþyê erzan difroþe. Herweha karkerên Polonî reþ û bi nîvheqî li cem xwe dixebitîne. De ser xêrê be û xwedê wan bi hevre pîr û kal bike…

Kefenê xwe hazir bikin

03/07/06- Fatîhayekê bixwînin û kefenê xwe hazir bikin. Roja qiyametê nêzîk bûye û heçê ku mal û serweta wî/wê hebe bila bi emanetî di berkêþkên Lotikxanê de bixilqînin. Bi soz em dest nadin malê we û emanet heta qiyametê ye. Kevirê ku di sala 2004an de hatibû kifþkirin, xwe nêzîkî dinyayê dike û niyeta wî kevirî ne þerîfe. Kevirê ku 750 metroyî dirêj û berfirehe wê di demek nêzîk de nêzîkî dinyayê bibe û bê li halê mirovan bipirse. Pisporên Rûs û Amerîkî dibêjin „Wê ev kevirê mezin 433 hezar kîlometre nêzîkî dinyayê bibe û hema bêjin mesafeya wê wek a navbera dinyayê û hîvê be“. Lê tukes garantîyê nade bê ka wê ev kevir tenê bê li dinyayê çayekê vexwe yan xwarinê jî bixwe..Îcar hûn û qismetê xwe. Kevir bibê mêvanê kê xwedê dayê….

Hugo serê Qeddafî xwar

02/07/06- Serokdewletê Venezuelayê Hugo Çavez jibo hevkarîya petrolê serdana Lîbyayê dike û dibe mirç-mirça wî Muammer Qeddafî maçî dike. Piþtî maçîkirin û girêza devê wî, îcar preskonferansekê dide û dê û jinê Amerîkayê tîne pênc qirûþan. Tabî Qeddafî jî ji tirsa Amerîkayê dev li zimanê xwe dike û bi dizî ji Hugo re dibêje „Kuro bêbav hêdî bajo lao! Jixwe çadirek min hebû Amerîkayê bi bombê ew þewitand, çavê te lê ye dîsa lotikan li min bide bavê min!“ Piþtî konferansa Hugo Çavez, Wezîrê derve ê Lîbyayê Abdurrahman Þalgham derket pêþberî kamerayê û bi lerz got „Hema jina min ji min berdayî be gotinên Hugo Dewleta Lîbyayê girê nade“ û reviya þikeftê…Qeddafîyê ku bi zor û heft bela navbera xwe û Amerîkayê nerm kiribû, bi saya Hugo Çavez dîsa ket taswasê û ji xwe re li çadirekê ku bombe têre derbas nebin digere…

 

Laleþ Qaso û Soranên Kurmancî qedexekan!

 

 

03/07/06- Nivîskarê serokê herî bi nav û deng Serok Altaxus L. Qaso, bi gotara xwe a di malpera Rizgarî de berê xwe daye Hikûmeta Hewlêrê, kirasê xwe diçirîne û dibêje: “Dema ku Kurd bibin dewlet û zimanê Kurmancî wê hîn jî di xwendegehên herêmên Kurmancan de, bi kêmanî hetanî sinifê pêncan, nebe zimanê perwerdeyê, îcar dewleta Kurdan çêbûbe yanî çi! Ma Kurd bi tenê Soranekan in gelo? Heger bi tenê Kurd Soranekan bin, naxwe ev Kurmanc û mirmancekan û filan û bêvekan çi ne?” Îcar civaknasên Lotikxanê bi nivîskarê Kurmancan L.Qaso didin zanîn ku mixabin wî hîn jî ronakbîr û serekên Kurmancên xwe ên “ha babam” nasnekirine. Keko can, dev ji xwe berde. Ma qey tu dixwazî ku Soran bi Kurmancên te, wek ku îþê Cegerxwîn qedandin, îþê te jî biqedînin, hi?

MÎTê li Mîtê qeliband

03/07/06- Midurê MÎT ê (Teþkîlata Îstîxbarata Mîllî a Tirkiyê) ê herêma bajarê Batmanê Îsmet Onal ji alî parêzvanê avahîya MÎTê ve kat kujtin û berê xwe da cehnemê. Xuyaye parêzvan Veysel Kaya ji serokê xwe pir aciz bûye û hema rabûye li ber devê derî demança xwe kiþandiye û gotiye “Ezê di kefenê te û sed bavê te kutim” û kefenê wî xistiye destê wî. Hinek jî dibêjin Serokê Mîtê Îsmet Onal li dor jina Veysel Kaya digeriya û lotik tavêtinê. Veysel Kaya jî rabûye li dor jina serokê xwe Îsmet Onal geriyaye lê jinikê guh lê nekiriye. Li ser vê Veysel Kaya zîtirk dane xwe û xwestiye demança xwe li ser serokê xwe biceribîne. De xwedê bikim Tirk hemi li dor jinên hev bigerin û hevdu bikujin....

 

Ewrupiyan tam dan bin tirkan!

 

Roda Rodî 09/07/06 Buruksel- Di 28ê meha derbasbûyî de þandeke ku ji homoseksuel û lezbiyenên kurdan pêk dihat, bi çend endamên Komusyona Yekitiya Ewrupayê re rûniþtibûn û di derbarê edeb û þexsiyeta tirkan de dosyek qalind pêþkêþî endaman kiribûn. Bi kurtî, di dosyayê de asas a ku pir bala endaman kiþandibû û bûbû sebebê ku Tirkiyê ji endametiyê bi dûr bikeve ev bûn: ”Li Ewrupayê hetanî ku jin mêrekî berdidin ser xwe ruhê wan derdikeve û li Tirkiyê jî mêr li ser ku li jinekê dinere tê kuþtin. Li Ewrupayê lêdana qorna terempêlan heqaret e û li Tirkiyê jî qorne ji dêvla selamuneleykum û merhebayê ye. Li Ewrupayê keçên 13-14 salî wek zarok tên hesibandin û bazdana ser wan qedexe ye; û li Tirkiyê jî mêrên 40-50 salî bazdidin ser wan keçan!...” û herwekî

Hay ji xwe hebin pismam!

 

Simo 09/07/06 Stockholm- Piþtî daxuyaniya Dr. Sîlvîa de Sanjosa ku li Enstîtuya Onkolojiya Barcelonayê ji zû de li ser boyaxa por û makyajê lêkolîn dikir û di dawiya lêkolîna xwe de, li bizrik û peþkên kansêrê rast hat, vê carê jî ji Unîversîteya Karonîskayê daxuyaniyek ji Prof. Arne Karlson derçû ku mirov ji desthilanîn dixîne! Li gora profesor boyax û makyaja sirûþteyî wek deqdan û hineyê bêzerar in; lê ên din ji ber ku ji tevdana bûjenên kimyewî tên holê, ji sedî sed kanserologî ne û bi rêya xwêhdan û bêhnê xwe dighînin hicreyên parêzger û wan birîndar dikin….Nûçegihanê Lotikxaneyê Simo, ji bo boyaxa ku serekên PDKê û YNKê di porê xwe de didin, ji Profesor pirsî. Profesor got:”Ew dikare bi kansêra zarzora mejî bikevin. Û heger bi wê nekevin jî wê di salên heftêyî de jibîrkoyî û hejhejokî bibin!”Îcar pêþniyara profesorê Lotikxanê ê estetîkê û pêþenîkê jî ew e ku serekên me porê xwe hine bikin; da bi kanserê nekevin û bi ser de jî ciwantir, xweþiktir, gabelekî û kej xuyanî bikin!

Ma dêr û nimêj efendî?

09/07/06- Wezîrê Derve ê Tirkiyê Agdûllah Gul ji çapemenîyê re got, „ di sala 1991 ê de li Strasbûrgê min ciyekî ku lê nimêj bikim nedît, hema ez jî ketim dêrekê, min çakêtê xwe raxist û di dêrê de nimîja xwe kir“.  Li ser vê gotina wî, niha Dîyaneta Tirkiyê û hinek derûdorên din dibêjin, „estaxfurillah, estaxfurillah, ma ji vê mekrohtir û gunehtir tiþtekî din heye?“ û diê xwe dixelînin. Îcar heyran bi xwedê Abdûllah Gul û misilmanên wek wî îþ û karê xwe zanin haa! Xwe ne ji dêrê dikin û ne jî ji mizgeftê. Ew dibêjin, „ de dêr jî mala xwedê ye û mizgeft jî, ha kum li serî û ha serî li kum“ û hem xelkê û hem jî Xwedê dixapînin…Îcar þirove li misilmanên Kurd…

Hevqas ehmeqî jî nabe ha!

09/07/06- Li Hindîstanê zilamê bi navê M.P.Prasad tama maddeya kîmyawî a sîyanurê meraq kiriye û xwestiye li tama wê binere bê ka tama þebeþan jê tê yan tama hingiv. Lê ciwamêr berî ku li tama wê binere biaqilî kiriye û nameyek jî nivîsandiye. Di nameya xwe de gotiye, „doktorno, sîyanura potasyûmê ziman diþewitîne û tehl e“ û berê xwe daye cehnemê. Yanî; birastî me ehmeq dîtine lê ehmeqên ku bixwaze li tama jehrê binere nedîtiye. Xuyaye mîster Prasad bawer kiriye ku ew pisîka nehcanî ye û wê li ser lingên xwe bikeve..De oxira te jî a mirîþkên êþpêketî be..

Ramboyên Kurd

08/07/06- Li gor nûçeyên hinek çapemenîya dinyayê, PDK jibo kontrolkirina Kurdistanê hêzek “Kontrgerîlla” saz dike. Ev hêza taybet wê ji 5 hezar pêþmergeyên bijartî pêk bê û her yek mehê di navbera hezar û hezar û pêncsed dolarî bistîne. Dibêjin perwerdeya wan jî Ramboyên Amerîkî pêk tînin û ji sibê heta êvarî li flîmên Rambo temaþe dikin û hînî þerê taybetî dibin. Li gor tê gotin ji wan 30 kes jibo perwerdeya pîlotbûnê berê xwe dane Amerîka û Îsraîlê. De ser xêrê be û xwedê xêra Ramboyên Amerîkî qebûl bike. Welle em ji Rambo Sîlvester Stallone aciz bûn loo! Bila îcar Ramboyên Kurd jî çêbibin ma dinya xira nabe! Xwedê da me, îcar emê ji xwe re li flîmên Ramboyên Kurdekan temaþe bikin.....Bahman Gobadî! De hazirîya "Dema Ramboyên Serxweþ" bike qurban!

Masî û mast

08/07/06- De ka em hinekî jî behsa tenduristiyê bikin heyran. Me hema sîyaset û lotik dibin! We bihîstiye belkî, dibêjin xwarina masî û mast li hev nakin û meriv pê bi jehrî dikeve. Li gor pispor dibêjin di masîyên kevn de proteîna “hîstamîn”ê zêdetir dibe. Herweha ev proteîn di nava mast de jî heye û gava herdu ji alîyan ve proteîna hîstamînê digihê ser hev, hîstamîna di laþê mirov de zêde dibe û dibe sedema alerjiyê. Îcar heyran ji me gotin. Heger hûn bixwazin alerjî bigrin û nexweþ bikevin, herin masiyên kevn û erzan bikirin û bixwin. Na heger hûn naxwazin bi jehrî bikevin, masîyên taze bikirin û bi kêr û çargulîkan (çetel) têkevin ser, xurm û hey xurm bixwin. De noþîcan be....

Selah Bedreddîn navê xwe li ser van jî binivîsîne, heyran!

 

07/0706-  Þêwirmendê gergerekên PDKê Selah Bedredîn, kovarên Hawara ku Firat Cewerî bi navê Nûdemê ji sala qal û belayê de wek du cildan çap kiribûn, bêyî ku tu guhertinê di wan de bike navê xwe û weþanxaneya xwe (Kawa) li ser dixîne û li pêþ çavên me hemiyan li keda F. Cewerî diqelibîne! Aha þêwirmend divê wilo bin; da ev Kurmancên xerabe zû li pêþ bikevin! Erê, Selah bi wê jî bi tenê namîne, di ser rûpelên kovarê de sipasiya xwe ji Nêçîrvan Barzanî dike ku bi pereyên cenabê wî kovar çap kirine.Îcar edebzanên Lotikxaneyê jî bi rêya cambazên xwe, kitêba F.Cewerî a bi navê ”Payiza Derneg” û kitêba Laleþ Qaso ”Serok Altaxus” pêþniyarî Selah Bedredîn dikin ku hema ji aniha de navê xwe li ser wan xîne û wek proje pêþkêþî Mesûd Barzanî û Celal Talabanî bike. Asas pereyên mezin li wir in. Û bi telaqê jinberdanê wê herdu serok dinyayek pere ji bo kitêba L.Qaso bidênê; ji ber ku kitêba wî hemû li ser serokên saxlem û xerabe ne!

Ahmed Turk got “Deve!”

 

Rona Nisêbînî 07/07/06 Qesra Qenco – Serokê DDPê Ahmed Turk doh bi êvarkî re di asêgeha tekoþerên PKKa bîst sal berê de, yanî li Qesra Qenco, bi telaqê jinberdanê sûnd xwar ku partiya wî di hilbijartinan de bi ser bikeve, wê li parlamentoyê karê wî ê pêþî ew be ku navê Kurdistanê resmî bike! Û heger partiya wî bibe hikûmet, wî çaxî jî wê navê TC bike “Kurd-Turk Cumhûriyetî”.Wile gotin xweþ gotine, lê mixabin lotikxaniyan jê bawer nekirin. Li gora siyasetgerên Lotikxanê hetanî ku Ahmed û hevalên wî, ji kolanên Geverê navê “Esentepe, hîyargeçît” û ji kolanên Sêrtê jî “Karakoy, Tepecîk” û herwekî din ranekin û wan kolanan bi navên kurdî nexin resmiyeta namûsa mehmetçîkan, kesek wê gotinên heval Ahmed cidî negrin! Him kurdiyatî jî ma ne pêþî diva bû ji navên gundan, kolan, bajaran û hwd. dest pê bûba? 

Sîxuran lotik avêtin hev

07/07/06- Sîxurên dewleta Tirk bi lotikan rabûn hev û serê hev þikenandin. Sîxur kurê sîxuran Dogû Perînçek ji Serokê Partîya Nîjadperestên Tirk Devlet Bahçelî re dibêje, “Ew ajanê CIA yê ye û di xizmeta Amerîkayê de ye”. Dibêjin Devlet Bahçelî jî kenîyaye û gotiye, “Tirrrrr li bin qûna wî! Kî sîxurê kê ye? Dogû Perînçek gava serê xwe ji diya xwe derxistiye wek sîxur hatiye dinyayê looo!” û lotikek lê daye. Baþe baþe, xuyaye çeqel û sîxurên Tirkan jî ji me hînî lotikan bûne û bihev dikevin..De xwedê lotikan ji serê wan kêm neke û aqûbeta wan wek a Bulent Ecevîtko be...

Ezîzo da dû riya serokê xwe

06/07/06- Zilamê destê rastê ê Saddam Hisên Tariz Ezîz jî wek serokê xwe ket grêva birçîbûnê û got, “Kuro heger ez avê jî vexwim ez ne ji piþta bavê xwe bim” û da dû riya Saddam Hisên. Saddam Hisên jî berî demekê sûnda mirinê xwaribû û gotibû ezê gepik xwarin jî bêhn nekim û nexwim. Lê peppûko piþtî sê rojan radestî (teslîmî) qurqura zikê xwe bû û dest bi fir-fira þorbê kir. Îcar em meraq dikin gelo wê Tariq ezîz jî karibe sê rojan bê þorbe bimîne yan na? Em ditirsin ew jî wek serokê xwe here heyfa bavê lê qêla dê jî li ser bike û þorbe jî bidest nekeve haa...De ka emê mêran bibînin!

Lotik diçe cotik tê

06/07/06- Di yekê Tebaxê (meha 8) de wê Serekerkanê Artêþa Tirk Hilmi Ozkok teqawît bibe û êdî di mala xwe de lotikan li xelkê xe. Heta niha di dewleta eþkere de lotik li xelkê dixistin lê wê ji yekê Tebaxê û pêde jî bi navê “Lotikên Dewleta Kûr” dest bi karê xwe bike. Dibêjin wê Yaþar Buyukanitê zîtirkvan têkeve þûna wî û bibe Serekerkanê Artêþa Romî. Wek hûn zanin, Yaþar Buyukanit gunehkarê bûyera Þemzînanê û bi sedan bûyerên din ên terorê ye. Îcar xuyaye piþtî ew bibe Serekerkanê Artêþa Virqo wê lotik, cotik û zîtrikên wî xurttir bibin û divê Kurd hay ji xwe hebin..Hatina wî ne xebera xêrê ye....

Te go Federasyon? Wey tu her bijî....

 

Bahoz Hesê 06/07/06 Çiyayê Qendîlê- Serfermandarê KKKê yan jî serokê Konseya KKKê Mirad Karayilan, li himberî çekdarên xwe sê têgehên tam kurdî bi kar anîn û ava serê xwe germ kir. Karayilanê ku ji serî de dixwest kurdayetiyeke bêsînor kiribaya û hinekan rê li ber digirtin, di dawiyê de ji bakurê Kurdistanê re ”Kurdistan” got. Û bi ser de jî doza dewleteke federel li Tirkiyê kir. Lê ji van hemiyan mezintir tew xwe wek paþmêrê dewleta baþûrê Kurdistanê jî diyar kir.Îcar li gora remildarên Lotikxanê, heger Mirad Karayilan dixwaze xwediyê van gotinên xwe ên tam kurdane bimîne û bi ser bikeve, divê çendeyekî wê girava li nav behrê nebîne da bikaribe qeweta xwe li bakurê Kurdistanê bicivîne û berê xwe ber bi bajarên tirkan de veke! De Mirad! Wileh navê te xweþ e! De ha, de qurban!...

Mala Þêxmûs þewitandin!

06/07/06- Ya starrr, em Kurd çi milletekî dijmînê qewmê xwe ne! Çi siyasetmedar, çi rewþenbîr, çi gundî, çi mirî û çi zindî, hema heçê radibe lotikekê li gundî, cîran û li Kurdê xwe dixe û dixwaze mala wî biþewitîne! Niha hevqasî dijminê dijminê xwe bûna jî em zêde aciz nedibûn haa! Binerin li Geverê, taxa Esentepê rebenê Þêxmûs Severê Geverî keda xwe ya 30-40 salî wenda kir û ew ked bû nesîbê dizên Geverê. Dizên Geverî dikevin mala wî û zêr û pereyên ku bi ked û xwêdana xwe dabûn hevdu, didizin û wî û malbata wî per perîþan dihêlin. Ma ev bû însanetî dizekno!? Hûn çima naçin mala yekî Tirk naþelînin û serî li Tirkan nagerînin hey bêwîjdanno!? Yaho me digot qey tenê Ruhayî û Entabî diz in, me nizanîbû ku Geverîyan jî nanê wan xwariye! De derbasbûyî be Þêxmûs Efendî! Fatîhayekê li ser bixwîne û tu sax.....Xwedê ahê te ji wan re nehêle....

Îbokê bê esil piþtî destê Mehmed Agar, destê Kenan Ewren ê Arnawût maç dike

   Jîr Dilovan

Tu maç bike hey bê þeref hey bê namûs!!

Wî destê ku bi xwîna kurdan lewitî…

Ji gelê kurd tê bimînî bê kes û kûs!

 Hey sertewîn, rajêr, bintûte û belqitî!!!

Dola kûçik êrîþî xwendevanê me kir

05/07/06- Nivîskarê nîjadperestê Tirk, dola kûçik Behiç Kiliç di her wesîlê de êrîþî Kurd û doza Kurdî dike. Niha jî bi emailan êrîþî xwendevanekî me kiriye, dijûn û xeberên kesanedî ji wî û malbata wî re  daye.Xwendevanê me Osman jî hawara xwe gihand Lotikxanê. Em heyfa xwendevanê xwe li erdê nahêlin û Behiç Kiliç vedigerînin ser koka wî....

 

Ha ji we re Tirk û misilmantî !

05/07/06- Ha ji we re misilmanekî Tirk! De bila Kurdên misilman ên ku bi daw û dûvikê Tirkan girtine kumê xwe hezar carî deynin ber xwe û baþ bifikirin. Nivîskarê Tirk ê bi navê Orkun Uçar çi dibêje hûn zanin? Dibêje, “Hz. Muhemmed Tirk e lê kes newêre bêje. Wê rojekê Tirkiye bibe Vatîkana misilmanan” û zimandirêjîya Pêxember dike. Ê lao hey qantir! Hz.Muhemmed dibêje ez ji binyata Îbrahîm Pêxemberim, Îbrahîm Pêxember xalis muxlis Kurd e û însanetî ji Kurdistanê derketiye rê. Îcar Tirk û misilmantî? Tirk û Pêxembertî? Kurdên misilman! Bi Xwedê û Pêxember silava Tirkan herame..Bi telaqê jinberdanê hûn bi misilmantîya Tirkan neçûn buhuþtê (cinnetê)! Riya herî bi xêr çiye hûn zanin? PanKurdîzm û senteza Kurd-Îslam e..Dev ji tir û fisên Tirkan berdin heyran......

Wî jî go TIRRR!

05/07/06- Ha ji we re qantirekî din! Qantirê Tirk ê bi navê Cezmî Yurtsever (xwedêgiravî lêkolîner û dîroknase) rabûye dibêje, “Tirkan berî Crîstof Kolomb Amerîka keþif kirine û li wir dewletek Tirk avakirine”. De werin û serê xwe nexwin! Evan bêbavan di dinyayê de tiþtekî ku nekiribin Tirk nemaye. Hz.Mihemmed mabû, nivîskarekî Tirk ew jî kir Tirk. Hûnê binerin, heger rojekê van heramzadeyan haþa Xwedê jî nekirin Tirk jixwe em bi tiþtekî nizanin! Talîya talî jî wê bêjin, “Ma ne Xwedê jî Tirk e û hemi însan û heywan ji tuxmê hacûc û macûcên Tirk xuliqîne” û zîtirkan bidin xwe. Jibo xwedê ka rastîyê bêjin! Çi ferqa van û qantirê ji hev heye!?

Xwedê ji Ehmed û Mihemedan stend

04/07/06- Dibêjin þîrketa transfera peran Western Unîon li 200 welatan û bi 270 hezar xebatkarên xwe þîrketa herî mezine ku di navbera welatan de tansfera peran dike. Western Unîon biryar daye ku li ser navê Mihemmed û Ehmed transfera peran neke. Jiber ku navê piraniya misilmanan Mihemed û Ehmede, xuyaye wê þîrket jî bi vê biryara xwe bixesire û lotikan bide xwe. Îcar birastî hema yekser A.Zekî Okçûoglû û Mehmet Selîm Çurukkaya hatin bîra me. Yek Ehmede û yek Mehmet e. Ma Western Unîon qet li van ciwamêran nefiriyî yaho? Ma hevqasî bêwîjdanî dibe? Wê ev ciwamêr çawa perên xwe transfer bikin? Ma ev însanetî ye? De heyran heçê Mihemed û Ehmed bin bila serî li Lotikxane Ûnîon xin û perên xwe bi riya Lotikxanê bighînin xwedîyên xwe...Bi telaq em perê we naxwin! Garantîya me navê me ye û emê ji sedî sed, di eynî kêlîkê de perên we bighênin cîyê cîh..Ma hûn çî din dixwazin? De haydê werin zû...

Ha ji we re Îboþ!

04/07/06- Wek hûn zanin Kenan Evrenê Arnavûtî Serekerkanê Artêþa Tirk a cûntaya eskerî a 1980 î bû. Ewî xwîna bi dehhezaran Kurd vexwariye û li ser xwîna Kurdan dewlemend bû. Niha Kenanê xwînheram di wextê xwe ê vala de wêneyan çêdike. Ewî niha soz daye ku wêneyê Sîbel Can û Îbrahîm Acises çêke û wek dîyarî bide wan. Îboþê Ruhayî jî radibe destê wî ê ku bi xwîna Kurdan sor bûye radimîse û xwefiroþîya xwe carek din eþkere dike. Ma emê çi bêjin! Erê dibêjin Ruhayê warê Pêxemberane lê xuyaye warê xwefiroþane jî...Emê li axretê vî hesabî ji te bipirsin Îbo efendî!

Lotik çi lotik!

 

04/07/06- Li Moskowayê, di preskonferansa Wezîra Derve a Amerîkayê û Wezîrê Derve ê Rûsyayê Lavrov de lotikvanî çêbû. Bêyî ku haya wan ji mîkrofona vekirî hebe, Wezîr Lavrov ji Rice re gotiye, „Keçê gewende! Ev çend salin ez li bendî te bûm, min jibo xatirê te jina xwe berda, lê te çû xwe di bin Bush de avêt erdê, ma ev wîjdane!“ Xwedêgiravî Rice jî gotiye, „Kuro agirpêketîyo! Hinekî sebrê bikþîne ezê xelefê vegerînim û derdê dilê te derman bikim. Binere kes nikare xwe li ber lotikên min bigre haa!“ Dibêjin rojnamevan jî ji kenan li erdê gevizîne û bin xwe þil kirine. Ka îcar wê Rice û Serok Bush çi bînin serê hev em meraq dikin….

Piþtî jina El Zirqawî, dêya El Virqawî jî da nav!

 

Mûhemmed Ehmed Ebdellah 04/07/06 Bêrûd – Li gora kovara El Mûxerribîn ku ji bal þîîyên libnanî tê weþandin, dêya  Þêx Ebû Mûhemmed Ibnî Hemze El Virqawî, Uweyla Ya Iyyûnna El Qurêþ, pir bi xwe nexweþ aniye ku Hucetulislam El Binladî, lawê wê kiriye serekenbiya. Yada Uweyla herwiha lawê xwe mirovekî hîledarî jî dide naskirin û dibêje ku “lawê min ji destê nexweþiya xwe a (hidrê, atya, sara) dikare belayeke mezin bîne serê xwe û ummetulmislimîn…!Îcar hêviya me Lotikxaniya ji wî rebê di ezmanê Emerîkayê de ew e ku ji ser ummeta we venekiþe! Amîn!

Fermo reformeke din

03/07/06- Na na, bi serê we ev Tirk dixwazin bi pêþkevin û bibin mirov. Neciwanmêran zorî dane xwe û ha ha dixwazin reforman pêkbînin da ku xwe li ber dilê Ewrûpîyan þîrîn bikin. Helbet di pirsgirêka Kurd de reform nayên bîra wan ev tiþtekî din, lê binerin meselen di mesela destûra ajotina trimbêlan (di wergirtina þahdê-ehlîyet) de bavên pir mezin davêjin. Êdî wê kesên xwedîyê dîploma dibistana serete û kesên bi çavekî jî karibin þahdê bistînin û bikin tir-tir û li trimbêla xwe siwar bin. Dibêjin niha Tirk amadekarîya reforma herî mezin dikin. Çiye ew reform? Ew reforma kesanedî eve; Wê êdî kesên ji herdu çavan kor jî karibin þahdê bistînin û hetta dest bi ajotina TIR û kemyonan jî bikin. Dibe ku karibin bibin pîlotên tiyarê jî haa! De yabo kîjan welatê Ewrûpî ev reform pêkanîne de ka bêjin!

 

 

Kî dibê Kurd ji lotikan heznakin?

-Îstatîstîka meha Hezîranê-

1 mîlyon 519 hezar û 484 lotikvan ketine Lotikxanê. Wêne bitikînin

s© lotikxane 2006