Adil Duran

Hesenê Paloyê

Bavê Ronahî

Sofî Qopo

Î. Xelîl  Sirûcî

Em Kurd

 

Lezgîn Þêxo

Xalê Remo

 

Dilsotî

De fermo!

 

Aso Elîka

Nigê min kul e

Mîrza Yildiz

Dirûtî

 

Bavê Welat     

Xwarziyê Xwedê

 

 

                     

        Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Hawar ji destê kafirê..

Hawar ji destê kafirê dil ji min bir mala minê.

Ez kirim pepûk û reben stuxwar bûm li vê dinê. Tîra evînê li dil ket gava awir da min ji dil.

Awirek çavên xumalî ez xistim halê mirinê.

* * *

Awirek besbû jibo dil hilandim wê bejinkinê.

Can lerizî bêhn çikiya min newêrî dest bidimê.

Ziman lal bû min nikarî jêre bêjim bi serbestî.

Taqat nema ez bibînim ji wê pêve li vê dinê.

Brîndar /22/07/06

We go agirbes?

Þemal Amedî-22/07/06- New York-Li ser amadekirinên plana aþitîya navbera Îsraîl û Hizbûllahê Wezîra Derva a Amerîkayê Condoleezza Rice ji çapemenîyê re got, “ezê di rojên pêþ de herim herêmê û bi wan re çayekê vexwim. Lê bi serê we û bi serê Serok Bush agirbes nebaþe û em ne li dû agirbesê ne. Heger niha Îsraîl dev ji þer berde wê ev bi kêrî Hizbûllahê bê û þaþika serê Nasrallah mezintir bibe” û dîtinên xwe anîn zimên. Dibêjin li ser vê gotina xanima reþik, Serokê Hizbûllahê Nasrallah efendî jî gotiye, “ na bavê min na, çaya belaþ tune..Bila þekir û çaya xwe têxe bêrîka xwe û piþtre bê ser masê” û zirtên xwe kiriye. Îcar heyran bi Xwedê kî çayê vedixwe, çî qehwê vedixwe ew ne karê me ye, ê me bixwe em dew vedixwin...

Ew jî ket govendê

Sosin Bermal-21/07/06- Almanya- Xanima koknedîyar Nûrselî Îdîz a Tirka perçiqî jî ket nav karwanê zinêkaran û piþtî vî emrî xortek ji xwe ciwantir peyde kir. Nûrselî xanim dibêje, “dergistiyê min 20-25 salan ji min biçûktir û ciwantire, bawerkin ezê pê kêf bikim, ma dinya ne mirine!” û dide lotikan. Xwedê zane bê heta niha çend xortên ciwan di ser Nûrselî Îdîz û ên weke wê re derbas bûne kes nizane. Lê dibêjin hejmara zilamên ku di ber destê wê re derbas bûne û bedena wê masaj kirine zêdeyî hezarî ne.Neyse canim..Lê tiþtên ku xwendevanên me bi riya emaîlan ji me re dibêjin, dibêjin ku hunermendê me ê netewî Þivan Perwer jî niha dilê xwe daye keçek Kurd ku ew jî 20-25 salan ji wî biçûktir û ciwantir e. Herçiqasî niha bêdengîyek di vê derbarê de heye jî, lê dibêjin wê di demek nêzîk de hertiþt eþekere bibe. De a bi xêr ..Xêr û guneh di stuyê xelkê de be..

Amerîka got “bajo siwaro!”

Þemal Amedî-21/07/06- New York-Meclîsa Amerîkayê bi piranîya dengan destek da Îsraîlê û kiryarên dewleta Îran û Sûriyê þermezar kir. Meclîsê got, “mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze û divê helwestek tund li dij Îran û Sûriyê bê danîn”. Yanî; Amerîkayê ji Îsraîlê re got, “bajo siwaro ez bi te re” û tirs xist dilê Beþar Esed û Mahmûd Ehmedînejad. Îcar xuyaye wê Îsraîl ji niha û pêde hespê xwe bide çargavê û tîr û rimên dijwartir li kezeba Hizbûllahê xe. Lê dibêjin ji tirsa Amerîka û Îsraîlê re Beþar Esedê bejindirêj ketiye taya mirinê û ha ha telefonî Serokwezîrê Tirk Erdogan dike û alîkarîyê dixwaze. Lê Erdogan jî di navbera Amerîka û serekerkanîya artêþa Tirk de maye û wek serxweþan lê hatiye, nema zane çi bike. Heyran bi xwedê herkes, her dewlet berjewendiyên xwe diparêze. Îcar di Rojhilata Navîn de çi biqewime her ji Kurdan re xêre û ne xisare. Hema di ku de zirav bû bila di wir de biqete û hûn sax....

Herîrî tilî xist çavê Esed

Bavê Cengo-20/07/06- Qamiþlo-Serokê Muxalefeta Parlamentoya Lubnanê Saad Herîrî li Tirkiyê hevdîtinek bi Serokwezîrê Tirk Erdogan re kir û ji hev re çîrokên doh û îro gotin. Piþtî Herîrî gotarek da Televizyona El Arabîye û got, “hinek dewlet (Sûrîye) dixwazin bi riya tevlihevkirina Lubnanê êrîþî Îsraîlê bikin. Lê em fêmnakin çima ew dewlet rasterast enîyekê (cephe) li dij Îsraîlê venakin û Lubnanê dikin qurbana armancên xwe” û tiþtên din. Ê bavê min, Sûrîyê bavê te (Refîq Herîrî) kujt tû mêranî û desthilanîn ji te çênebû, tu niha jî wek berê xwe virde-wêde dibî û newêrî navê Sûrîyê bînî ser zimanê xwe, ma ev bû sîyaset! Wek ciwamêran derkeve û bêje, “gelî cîhana medenî! Beþar Esedê bejinelok þer dixwaze” û hew...Ma wê hinek serê te jêkin peppûko!

Li Îranê fitwa MODÊ jî derket

 

Repo-20/07/06-Yabooo, çi çav li ser tene newêrim li te meyzênim, yan jî kirasê te meleze hawer lê lê hawer lê...Ji nûnerê îslama Îranê fitû derketîye ku êdî wê mirov karibe çekên (kinc-cil û berg) xwenî xweþik pêþkêþ bike.. Heyran bi telaqê bê fitû sofî û þaþikmezinên Îranê bi pêþ dikevin ma bi derewaye..Li Îranê  mirov kare ji bo yek seetê bizewice û xwe ji gunehên xwe dawþîne, ez bi nav nakim lê hûn fêm bikin. Îcar vaye moda cil û bergan jî çêdikin. Ma li dinyayê ji vê pêþketinê mezintir pêþketin heye? Na! Îcar, heger rojek ji rojan sofî û rîhdirêjên Îranê jî derkevin ser podyûman û dest bi pêþkêþkirina cilên zilaman bikin jî qet þaþ nebin…Ya rebbî ez dîsa gunehkar bûm, estexfurullahilezîm….

Yarbay li partîya xwe qeliband

Ahmed Beyan-20/07/06- Ankara- Wekîlê AKP Ersonmez Yarbay di meclîsê de li dij dagîrkirina Kurdistanê derket û lotikek avêt partîya xwe AKP. Yarbay dibêje, “em nikarin wek Îsraîlê bikin, wê li Iraqê Kurd û Ereb li dijî me bibin yek û lotikên dijwar li me xin. Em nikarin xwe li ber lotik ü cotikên Kurdan bigrin bavo” ü porê xwe hildike. Xuyaye Yarbay efendî pir ji partîya xwe hez dike. Ew bawere ku ger Tirkiye têkeve Kurdistanê wê hikûmet têk biçe û ewê bê pere bimînin...Belkî jî carek din wek wekîl neyê hilbitartin rebeno, tirsa wî di ciyê xwe de ye.. Binerin wekîlekî Tirk li dij dagîrkirina Kurdistanê derdikeve, lê 70 wekîlên Kurd ên endamê AKP hene û wek peppûkan dengê xwe nakin..Gelo navê vê bêdengîya Kurdên peppûk çi ye?

Clînton jî çirand haa!

 

Hesen Elmas-19/07/06-Waþîngton-  Kevneserokê Amerîkayê Bîll Clînton li Kanadayê di preskonferansekê de got, “di dema serokatîya min de heger heger Iraq yan jî Îranê êrîþî Îsraîlê bikira, minê rahiþta tifinga xwe û jibo Îsraîlê biketama kozikê û minê þer bikira”. Yaaaa! Ê lawo allahwekîl heke horiyek wek Monîka Lewînsky di kêleka me de bûya, meyê jî di kozikê de þer bikira haa! Hem jî çi þer çi? Te têra xwe sîng û berên Monîka Lewînsky xanimê mijtin û niha tu behsa kozik û çeperan dikî ne?  Lawo ma go jineke wek Monîka xanimê di kêleka mirov de be, ma mirin heye kurooooo....

Sedema bêhna dev

Leyla Barîn-19/07/06- Wek hûn jî zanin, gellek caran bêhnek gennî û nexweþ ji devê mirov tê. Sedema vê bêhnê ji sedî 47-90 î sedemên hundurî ne.Sedemên din jî derveyî ne. Gellek kes bi bêhna devê xwe nahise, lê kesê beramber bi wê bêgnê aciz dibe û hetta wek araqvexwirekî pê serxweþ dikeve. Sedemek ji vê bêhna xerabûna goþtê dirên û kurmîbûna diran bi xwe ye. Cixare û kiþandina tûtinê kurmîbûna dirên û xerabûna goþtê dev zûtir dike. Rojî, birçîbûn û derman jî di çêbûna bêhna dev de rolekê dilîzin. Bi taybet serê sibehan gava meriv ji xew radibe bêhnek nexweþ ji devê meriv tê. Pispor dibêjin ku sedema vê bêhna serê sibehê eve ku, bi þev dev naxebite û demek dirêj girtî dimîne. Jiber vê jî dev û zengelolk ziwa dibe û bêhn pê dikeve. Wekî din sedemên wê pir in. Sedemek din jî eve ku xwarina ku tê xwarin di ber diranan de dimîne û dibe sedema bêhnê. Jiber vê pispor dibêjin, “divê piþtî xwarinê meriv diranên xwe qenc bi derzî û þûjinê bikole û bi sabûna þînokan jî firçe bike”. Îcar pisporên Lotikxanê jî dibêjin, “gava hûn razan (jin û mêr jî) benîþt (qajik) bicûn û di xew de jî bikin “qirçe-qirç” jibo serê sibehê bêhn ji devê we neyê”.  Îcar hûn bi a me dikin hûn nakin ew karê we ye...

 

Çi bavekî baþ loo!

 

Bengîn Elegez-19/07/06- Moskow-Mêrkujê bi navê Alexandr Petsjusikîn ê 32 salî li Moskowayê hat girtin. Petsjusikîn ji 1992an û vir de tam 62 kes bi bivir û çakûç kujtine. Mêrik di îfada xwe de dibêje, “min ji dengê mirinê pir hezdikir. Gava min bivir li serê wan dixist û wan dikir qarewar min zewkek pir mezin distend. Wekî din min xwe wek bavê wan didît, min xwest ez zarokên xwe biþînim dinyayek din” û li xwe mikur tê. De îcar we bavê wilo dîtiye? Mêrik nare dê, bav, bra û xwiþkên xwe nakuje û xwe nake bavê wan, lê zarokên xelkê dikuje û xwe wek bavê wan dibîne! Nebe ev bêbav jî ji tuxmê Tirkan be gelo? Tirk jî gava li wan teng dikeve hewara xwe dighînin Kurdan û dibêjin „em brayên hev in“ lê di firehîyê de pêl serê wan dikin! Dibe dibe çima nabe!

Were Çîmen here Çîmen

Cembelî Darþîn-18/07/06-Colemêrg-Belê,biraziya Parlamenterê Colemêrgê û Axayê herêmê Mustafa Zeydan zewicî û giha miradê xwe.Bila ew û Þehabettîn Iþik bi hevre pîr û kal bibin, ser xêrê be. Di daweta wan de 20 kîlo zêr û milyarek lîreyên Tirkî giha ser hev.Hûn zanin bê milyarek çiqase dike? Hema bêjin di dema îro de mirov kare pê çend gundan bikire haaa!Yanî; nêzîkî milyonek dolar. Ma em bêjin çi ya Xweda!? Bila kurê ciwamêran nikaribin qelendê xwe bidin ser hev, qelendê xwe deyn bikin û perîþan bibin, û bila keçên Axa jî bi zêr û dolaran bilîzin! Ma ev bû edalet? De neyse, pîroz û bimbarek be û aqûbet li keç û xortên Colemêrgê be rebbî...

 Kîjan ziman?

18/07/06- Dibêjin KURD KAV (Weqfa Lêkolînên Çanda Kurdî a li Stenbolê) piþtî gelek hevdîtinên ligel hikûmeta herêma Kurdistanê, diyar kir ku ew dikare alîkariya xwendekarên ku bixwazin biçin li baþûrê Kurdistanê li zanîngehê bixwînin bike.Xwedêgiravî wê 30-40 xwendekar karibin bi rêberiya KURD KAVê derbasî zanîngehên Kurdistanê bibin. Lê di vir de pirsgirêkek heye. Dibêjin þertek jê eve ku divê xwendekar zimanê Kurdî zanibin. Lê Kîjan ziman? Soranî? Kurmancî? Dimilkî? Hewremanî? Yan Behdînîya Duhokî? Lê em dibêjin, li gor ku zimanê Kurmancî di zanîngehên Kurdistana azad de nayê xwendin, hebe nebe ev zimanê Soranî ye! Ê bavê min ma kîjan xwendekarê bakur bi Soranî zane? Weyy!

Ma ev ne ecêb e?

Zîwer Baz-18/07/06- London Hetanî niha me digot qey tenê milletên Rojhilata Navîn û Asyayê 3-4-5-6 jinan tînin û wek febrîqê zarokan didin dû hev. Lê derket holê ku em xelet fikirîne. Li Brîtanyayê kesê bi navê Davîd Bradley ê 53 salî, tam 7 (heft) jin anîne û ji wan heft jinan jî 16 (þanzdeh) zarokên wî hene. Davîd Bradley bi her heft jinên xwe re di eynî malê de dijî û ew ji rojnama Daîly Maîl re dibêje, “oxxx, min kêf kiriye, her þevê bi jinek xwe re radikevim û heta niha jî tu problem jî çênebûne”. Bradley hersal ji dewletê 32 hezar sterlîn distîne û wek paþayan bi heft jin û 16 zarokên xwe re dijî. De îcar heyran ma ev ne ecêba xwedê ye? Ewrûpî û 7 jin û 16 zarok!?

Nameyek evînî

Repo-22/07/06-Xuyaye derdê dilan pir girane. Dibêjin ew qeraseyê Ehmedînejad çav berdaye Serokwezîra Almanya Angela Merkelê û nameyek evînî jê re þandiye. Heya niha kes nizane bê di nameyê de çi hatiye nivîsandin, lê dibêjin Serok Bush ji vê nameyê hesidiye û gotiye, “keko brawo! Lawo min çavê xwe berdabû Merkel xanimê, îcar ev bêbavê Ehmedînejad ji  ku derket! Qey li mirina xwe digere bavo!” û aciz bûye. Lê xuyaye ev behlûlê qamkinik nizane ku dema nameyan derbasbûye bavo! Ma hûn dibê wê çi di nameyê de nivîsandibe? Hebe nebe gotiye, “bîsmîllahîrrahmanîrrahîm, ez silavan li te û hemi wezîrên te dikim, bi taybet jî li wezîrê te ê  atomê dikim” û filan û fîstan...Îcar wê Merkel xanim çi bersivê bidê hûn zanin? Wê bêje, “yahewlelwela quwetullahilezîm! Wê evkê qamkinik bihêle ku ez û mêrê xwe hevdu berdin heyran!Lawo ma tu ji wan mela û sofiyên dora xwe fedî nakî tu silavên germik û nermik ji xanimek wek min kafir re diþînî tolaz!” û wê devê nameya xwe bigre û biþîne....

Nekevin xewa giran bavo!

Hemo Rûto-22/07/06-Li gora dengûbahsan ev 2 roj in ku Îran bi alîkariya hêzên Tirk ên taybetî agir li kampên PKK ên baþûrê Kurdistanê dibarînin. Ka kek Mesûd û mam Celal, qey hûn razane, ketine xewa giran? Ne we her roj digot, em qebûl nakin tu hêz têkeve Iraq û Kurdistana federe! De qurban ji xew rabin, ma divê her tim em kurd li bendî hinekî din bimînin, bila werin ji me re xwarinê çêbikin û em jî bixwin.  Firsetên wisa her dem nakevin destê we ha. De emir bidin pêsmergeyên qehreman bila çend cewran ji farisan û tirkan biþînin cehnemê û þer xweþ û germ bibe heyran, wey!. Xuyaye rojê li serê Serok Bush jî xistiye, ew jî her di xew de ye, hew gava Erdogan telefon dike ji xew þiyar dibe, hema Erdogan dibêje çi, ew dibêje NA û cardin dikeve xewa þêrîn: Ez rica ji te dikim Serok Bush hema vê carê tu ji xew rabû, ji qehremanên xwe re bêje, ERÊ, lêxin heta hûn wan kûçik û pisîkan di Enqere û Tehranê re derxin. Û cardin razê, eger tu ji hewa perwana bi elektirîk aciz î, bi soz ezê bêm baweþînkê li te bikim...

 

Fatê were dawetê

 

Nazenîn Dilþa-21/07/06- Amed-Em nema zanin ne bigrîn û ne bikenin. 24 jinên Kurd, 24 dayikên me, rabûne bi navê “Însîyatîfa Dayikên Kurd” însîyatîfek lidarxistine û xwedêgiravî doza aþitîyê li dijminê xwe, li dewleta Tirko dikin. Dayikên ku temenê wan di navbera 40-70 salî de ye, radibin dixwazin aþitîyê bînin Tirkiyê ku hîna ew bi xwe jî belkî nizanibin bê aþitî çiye. Dewlet zarokên wan dikuje ew aþitîyê dixwazin. Dewlet cesedên gerîllayên Kurd parçe dikin ew aþitîyê dixwazin. Dewlet gundê wan, welatê wan diþewitîne ew aþitîyê dixwazin.Dewlet tecawizî jin û keçên me dikin ew aþitîyê dixwazin. Baþe ma ka xîret li ku ma ey dayikên Kurd? Hûn çima doza tolhildanê nakin? Hûn çima doza heyfa zarokên xwe nakin? Hûn bi vî temenê xwe radibin bi wê Tirkîya xweya Stenbolî (!) belavokan  dixwînin û serê jina Kurd li hember dijminê xwe ditewînin, ma eve aþitîxwazî? Aha, waye dewleta ku hûn aþitîyê jê dixwazin 10 meh cezayê aþitîxwaziyê da we..De bila kêfa we bê îcar! Ma wê jina Kurd têketa vî halî!? Ka çima dayikên Tirk Însîyatîfa Dayikên Aþitîyê lidarnaxin keçko! Bila dayikên Tirk bêjin "vatan-millet-sakarya" û bila ê me jî bêjin "ê mane biz qardeþtir!" Hey hawarrrrr....

Av çû bin Erdo

Hemo Rûto-21/07/06-Hey hewar hewara Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan efendî ye. Ha telefonî Bush dike, ha telefonî Serokê Yekîtiya Netewan dike, ( bi Îngîliîzî jî nizan e, nizanim bi kîjan zimanî bi wan re dipeyive) ha telefonî Esed dike, ha telefonî Ahmed pisîkê Tehranê dike, yanî kes nehiþtiye li dinyê ku telefonî wan nekiribe. Û ew her gazinan dike: "Rewþa Rojhilata Navîn ber bi xerabiyê de diçe". Tiro Erdo jibo kê ber bi xerabiyê ve diçe jî nabêje. Lê eþkere ye jibo wî, birayên wî Esed, Ahmed û Hamasiyan e. Ê Erdo ma te negot dinya kûçên Istanbul in tu dê lê derewan û zirtan bikî? An her kes kurd in , ên belengaz, bê leþker, çek û pere ne hema kêfa te çawa bixwazî, tu dê wan talan bikî, wan bikujî ? De Erdo eger piçekî pozê we diþewite, tu û birayên xwe Esed û pisîkê Tehranê di gaziya birayên xwe ên Hamasî de herin, em jî a we bivînin bê ji derewan pêve hûn bi kêrî çi tên… Erdo jî fahm kiriye ku kes li peyva wî guhdarî nake, îja dibêje: Eger Yekîtiya Ewrûpa gavekê jibo aþtiyê bavêje dê tesîra wê hebe. Wey mala xwedê ava be ku heta xeþîmên wek Erdo jî fahm kirine ku YE bixwaze dê tesîra wan hebe. Dibe tirk jî bibin wek însanan?

Artêþê da bin polîsan

Rojda Aydin-21/07/06- Stenbol-Midurê Gelemperîya Polîsên Tirkiyê bi daxuyanîyekê eþkere kir ku êdî wê ji îro û pêde polîs nikaribin endamên artêþa Tirk bigrin. Ger endamên artêþê di ser sûc de jî, di ser firotina eroîn û bazirganîya jinfirotinê de jî bên girtin, wê polîs nikaribin dengê xwe ji wan re bikin û çavên xwe ji kiryarên wan re bigrin.Ev biryar li ser daxwaza Wezareta Edaletê û Serekerkanê Artêþa Tirk ve hatiye stendin. Jiber ku çete, mafya, narkoman, zinêkar û mêrkuj hemi endamên artêþê ne artêþ naxwaze endamên wan þermezar bibin û rûyê wan ê rastî derkeve holê. Yanî bi kurtasî, artêþa Tirk heta bi ber li polîsên Tirk qeliband û kesayetîya wan anî pênc qirûþê xerabe. Lê xuyaye gava ku kesayet û mirovatî bi wan re tunebe ji wan re ferq nake..Artêþê dabe binê wan çiye û nedabe binê wan çiye....Çawa be artêþê doxîn li herkesî sist kiriye....

Te çend milyon dolar stendin?

 

Mela Ehmedê Bedlîsî -20/07/06- Bedlîs-Wek tê dîtin dewleta Tirk û çapemenîya wê jibo ku Kurdistana azad dagîr bikin serî li her plan û projeyê dixin. Niha jî xwedêgiravî kevnexebatkarê Pentagonê derxistine pêþ û mîster Mîckael Rûbîn dibêje, “PDK û Barzanî çekên giran dide PKK, Barzanî wek Serokê Hizbûllah Hasan Nasrallah e” û ji dewletê re xweþ dike. Xuyaye Rûbîn piþtî ji Pentagonê hatiye qewirandin birçî û bê pere maye îcar xwe difroþe dewleta Tirk. Dewleta Tirk jibo van gotinên te çend milyon dolar dane te mîster Rûbîn? Barzanî Nasrallah be jî Nasrallahê me ye, Kurd bi Nasrallahên xwe serbilindin! Ma kê xistiye te tu propaganda dewleta Tirk û dijminatîya Kurdan dikî hêê? Yalla yalla, here xwe bi avek paqij helal bike efendî....

PKK lîyan vexwînin Tirkiyê

Serdar Torî-20/07/06- Mêrdîn -Serokê Komela Mafê Mirovan ê Amedê Mehdî Perînçek di civîna çapemenîyê de bal kiþand ser zêdebûna binpêkirina mafê mirovan û êþkencê. Piþtî gotinên xweþ û geþ Mehdî Perînçek got, “divê Serokwezîr çareserîya ku jibo Îsraîl û Filistînê difikire, jibo welatê xwe jî bifikire. Bila artêþ dernekeve derveyî sînoran. Di þûna wê de bila PKK lîyan vexwîne (dawet bike) Tirkiyê û li ser maseyekê bi hevre çay û qehwê vexwin. Ev pirsgirêk bi riyên aþtîyane û demokratîk tê çareserkirin” û filan û bêvan. Xuyaye hê kekê me Mehdî Çilgin dewleta Tirko nasnekiriye yan jî naskiribe jî çivan dide xwe û dîplomasîyê bikartîne. Heyran, ma tu nabê gava PKK lî bên Tirkiyê wê têkevin xefik û kemînên qardeþ Tirk halkî (!) babam! Ma me zarokên xwe jibo xefik û çay û qehwa Tirko þandine serê çiyê! Wey! Tu zanî kengî Tirk karin zarokên me dawetî Tirkiyê ser masê bikin? Kengî go li metropolên Tirkiyê bombe teqiyan, cendekên zarokên wan li ber derîyên wan rêz bûn û kezeba wan þewitî, aha wî çaxî belkî bêjin, “de heyran bese werin em bi hevre çay û qehwê vexwin” haaa.....Bextê Roma Reþ tune babaaaaa....Berî ku em ji bîr bikin, Dogu Perînçek ev paþnavê “Perînçek” li ber çavê me herimandiye haya te jê hebe qurban...

Namzetê xelata Nobelê

 

Sîdar Can-19/07/06- Amed- Serokê Odeya Qesabên Diyarbekirê Saît Þanli bû nemzetê xelata Nobelê. Þanli heta niha li derûdora herêmê 419 dozên xwîn û berberîyê bi aþitî çareser kirine û malbat û eþîr li hev anîne. Jiber vê helwesta wî, ew ji alî Ajansa Nûçeyên Fransî (APF) ve wek namzetê xelata Nobelê hat destnîþankirin. Saît Þanli jibo þirovekirina þêwe û metoda xwe jibo welatê Þîlîyê hat dawet kirin. Îcar em nizanin wê Þanli here welatê Pînoþet yan nare ewê di pêþde xuya bibe. Lê dibêjin kêfa Þanli pir hatiye û gotiye, “oxxx, ezê xelatê û têra xwe peran bistînim, ma ka ji vê xweþtir!” Herweha tê gotin ku gellek welatên dinyayê ketine dorê jibo ku Saît Þanli dawetî welatê xwe bikin û ji metoda wî fêdeyê bigrin. Bi taybet dibêjin welat û eþîrên li Afrîkayê ên weke Lûlû û Zûlû dixwazin ku Saît Þanli bê Afrîkayê û eþîrên Afrîkî jî lihevbîne da ku êdî xwîn li Afrîkayê neyê rijandin.Lê em nizanin wê Þanli têkeve navbera Îsarîl û Filistînê, yan PKK û dewletê jî lihevbîne ew ne diyare. De ser xêrê be...

Hikûmetê rexne bikin

Þêrzad Zebarî-9/07/06- Hewlêr- Serok Barzanî li Silêmanîyê bi Mam Celal re hevdîtinek pêk anî û ji çapemenîyê re peyivî. Barzanî di axavtinên xwe de got, “serxwebûna Kurdistanê mafê Kurdan e, herçiqasî jê re wextek dûdirêj lazimbe jî lê divê hikûmeta herêma Kurdistanê ji niha ve bi dewletên dinyayê re têkeve têkilî û dan û stendinê”. Barzanî bi berdewamî got, “mafê her hemwelatîyekî heye ku hikûmeta Kurdistanê rexne bike û kêmasiyên wê bêje. Wê Artêþa Kurd bê sazkirin û wê tukes nikaribe vê artêþê li hemberî hev bi kar bîne”. Îcar heyran, wa Serok Barzanî fitû da û Lotikxane jî mafê xwe ê rexnekirinê bi kar tîne. Ma Lotikxane çima rayedarên hikûmeta Kurdistanê rexne dike? Jibo ku kêmasî rabin! Ma çima em dibêjin “boyaxê di porê xwe nedin?” Jibo ku porê rayedarên hikûmetê neweþe û bi kanserê nekevin! Ma çima em dibêjin “zimanê Kurmancî di Zanîngehan de bidin xwendin û heqê Kurmancan nexwin?” Jibo ku gelê Kurd ji hev parçe nebe û nîfaq nekeve nav Kurmanc û Soranekan! Îcar Kurdino! Kêmasiyên hikûmeta xwe rexne bikin, bêdeng nemînin...Rexnekirin ne dijminatî ye qurban.....

Yek û yek teyrikê belek

Lotikxane-19/07/06- Xuyaye dewleta Tirko dixwaze bi kevirekî du çûkan bikuje, hem êrîþî PKK bike û hem jî bi mahneya wê têkeve Kurdistana azad û tê de bi cîh bibe. Ew bawerin ku þerê Îsraîl û Filistînê ji wan re bûye fersendek û hîna ku ev teqûreqa li Filistînê neqediyaye û bala dinyayê li ser vê bûyerê ye hêzên xwe derbasî Kurdistanê bikin.Li ser vê helwesta wan a nemirovî Balyozê Amerîka ê Ankarayê Ross Wîlson bala Tirkan kiþand ku ewê bi serê xwe nikaribin têkevin Kurdistanê û ev ne li berjewenda Amerîkayê ye. Serokwezîr Erdogan jî rabû bersiva wî da û got, “bila balyoz hedê xwe zanibin, ev ne karê zarokên wek Ross Wîlson e, biryar a me ye û berî ku ez bêm guhê wî bikþînim bila devê xwe bigre” û zirtên xwe kir. Li ser vê gotina Erdogan, dibêjin Wîlson dîsa gotiye, “ez li ser gotina xwe me û heger Erdogan mêr be û ji piþta bavê xwe be bila bê devê min bigre”.  Îcar bi xwedê Amerîka û Tirkiye wek du beranan rabûne hevdu. De hêvîya me ji Rebbê Alemê û Þêx Evdilqadirê Geylanî ewe ku Tirkiye têkeve Kurdistanê û Rojhilata Navîn serûbinê hev bibe..Ma heta ku xera nebe ava dibe? Na! Bila Tirkiye têkeve Kurdistanê belkî hema pozê Kurdên bakur biþewite û wek Îsraîl û Filistînê Kurd û Tirk têkevin nav hev..Ma hema bi tir û vira çîrokên “kardeþ Turk halki” ye? Ha ji we re kardeþ Kemalîst Turk askerî!!

Xaltîka Tirkan çû ma xaltîka Kurdan

Sosin Bermal-18/07/06-Almanya- Wek hûn zanin li Tirkiyê rojnameyek bi navê Hurrîyetê derdikeve. Di rojnamê de quncikek bi navê “Guzîn Abla” (xwîþka Guzîn) tê weþandin. Di wê quncikê de Guzîn xanima Tirk tam 27 salan bersiva pirsên xwendevanên xwe da û vê dawiyê di 84 salîya xwe de mir. Îcar heman quncin bi navê “Fatê Were Civatê” di rojnama Peyama Kurd de jî dihat weþandin. Xaltîka Fatê jî bi hawayekî pisporîya gundîkî bersiv û þîretên xwe pêþkêþî xwendevanên xwe dikir. Îcar bi serê we xuyaye Xaltîka Fatê zora Guzîn Ablaya Tirk bir û ew bi kanserê xist. Dibêjin berî mirina xwe Guzîn Abla (Fatma Guzîn Sayar) ji keça xwe re gotiye, “ez niha nedimirim lê evê porkura Xaltîka Fatê di Peyama Kurd de zora min bir û xwendevanên min hemi ji xwe re birin”. Îcar heyran bi xwedê Guzîn Ablaya Tirk çû ma Xaltîka Fatê! Heger Xaltîka Fatê jî ji derdê Kurdan re bi kanserê nekeve baþe!

Ey sextekar heta kengî!

 

Seyid Silêman-18/07/06- Amed- Serokê Partîya Saadetê Recaî Kutan û partîya xwe, bi devê dewletê û bi navê îslamê li Diyarbekirê lotikên dirûtîyê avêt û êrîþên Îsraîlê þermezar û protesto kir.Dewletê û Kutan xwest bi vê protestoyê Kurd û Îsraîlîyan bike dijminê hev.  Helbet Kurdên kêmaqil jî ketin vê govenda Recaî Kutanê sextekar û bi navê bratîya sexte û derewîn dijminê dijminê xwe Îsraîl þermezar kir..Ey Tirk oxlî Tirkê sextekar Recaî Kutan! Te çima komkujîya Helebçeyê þermezar nekir? Tu çima dengê xwe ji kujtina Kurdan re nakî? Qey ew ne misilmanin hey kafir!? Lê sûc ne sûcê te ye..Sûc sûcê wan Kurdên bêaqile ku bi korevanî didin dû kesên mîna te û partîya te looooo....  

Sunnet ne ferz e

Dr.Mihyedîn-18/07/06- Miftî û Profesorên Tirk fitû derxistin ku sunnetkirina zarokan ne ferze lê tenê adetek civakê ye. Heçê bixwaze wê sunnet bibe û ê nexwaze jî nabe. Kesê sunnet nebe ji dînê îslamê dernakeve. Miftîyê bajarê Îzmîrê Îbrahîm Acar dibêje, “sunnetbûn jibo paqijî û tenduristîyê baþe lê di îslamê de þertek wilo tune ku divê her misilman sunnet bibe.Kesên sunnet nebin ji dîn dernakevin”. Herweha Îlahîyatçîyê Tirk Prof.Dr.Zekerîya Beyaz jî heman tiþtî dibêje. Ew jî dibê,”sunnet îþaret û sembolek îslamê ye lê ne þerte herkes sunnet bibe, kesên sunnet nebin ji dîn dernakevin, ev helwestek dilxwazîyê ye”. Îcar heyran va Tirkan fitû derxist, heçê bixwaze bila zarokên xwe sunnet bike, dixwazin hindikî jê dikin dixwazin di berde jêdikin ew karê we ye. Û heçê sunnet nebe jî nabe kafir haaa! De hûn zanin.....

 

Berî mirinekê vî bêbavî biþeniqînin heyran!

Þêrzad Zebarî-22/07/06- Hewlêr- Dibêjin Saddam Hisên berî du heftan ketiye rojîya mirinê û xwarinê naxwe. Parêzerên wî dibêjin, “jiyana muwekkîlê me ketiye xeterê, wilo biçe wê ji birçîna bimre” û gazindên xwe kirine. Dibêjin Saddam jî gotiye, “ma ne ez vê tirrê ji Mam Celal re hanêlim! Bila ez li vir ji birçîna bimrim û bila ew elokên min bixwe newilo!Hema bi telaqê jinberdanê ez nahêlim ew min biþeniqînin, ezê ji birçîna bimrim û bila þeniqandina min ji Kurdan re bibe derdê kanserê” û zirtên xwe kiriye. Îcar heyran, evî bêbavî berî mirinek adetî bibin ber sêdarê û vê tirrê ji Saddam re nehêlin haa..Gava we bir ber sêdarê jî elokekê li ber çavê wî bibrêjin û bêhnê bi serde berdin..Xwedê zane ji qehran re bê wê çi tir û fisan bike, waxxxxx......

Niyeta Kastro û mirinê tune

22/07/06- Serokê Kubayê Fîdel Kastro li Arjantînê di preskonferansekê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Dibêjin rojnamevanekî jê pirsîye: Birêz Kastro, hinek dibêjin tê van nêzîkan bimrî û tê berê xwe bidî axretê, ma gelo raste? Kastro jî keniyaye û gotiye, “kê ev gû xwariye? Ma ez ê mirinê me qeþmer! Hema heta go Bush sax be ez jî namirim ma bi zorê ye, wey!” Îcar xuyaye heta Fîdel Kastro Þoreþa Sosyalîzma Kubayî neyne dinyayê niyeta wî û koçkirinê nîne..Êêêê, ruh þîrîne heyrannnn......

Qanûna nuh

 

Repo-21/07/06- Tirkan qanûnek nuh derxist û çend gavên din jî xwe nêzîkî Ewropa modern kirin. Li gor qanûna nuh, dibêjin heger polîsên Tirk eskeran di ser kerê de jî bibînin divê dengê xwe jê re nekin.Îcar ker lotikan bide yan zîtirkan bide jî divê polîs eskeran aciz nekin û çavên xwe jê re bigrin. Ev azadîya bêsînor tenê jibo eskerên Tirk derbas dibe. Heger kesek bi awirek nebaþ li eskeran binere wê wek Sawciyê Wanê bê serê wan û ewê têkevin ber lotik û cotikên eskerên qûnbicilik. Rebenê Sawcî jiber ku li Þemzînanê eskerek wek Yaþar Buyukanit di ser dehþikekê de zevt kiribû, rebeno lotikek ademaqilî ji eskeran xwar û kes nizane bê bi kude pekiya. Îcar allahwekîl, heçê ku dibê „Tirk ne modernin û ne Ewropî ne“ bextê xwe reþ dikin haaaa…..

 

Dîsa verþiya..

 

Mela Ehmed Tekîn-21/07/06- Stenbol-Serokê Diyaneta Tirkiyê Alî Bardakoglû dîsa kîn û befreta xwe verþiya û got, “me jibo rojhilat û baþûrê Tirkiyê (Kurdistanê) tîmên taybet çêkirine û wê ew tîmên me di radyo û televizyonên herêmê de li dijî terorê waaz û konferansan bidin”. Yanî; bêbavê Bardakoglû ne wek misilmanekî lê wek endamekî artêþa Tirk û zilamê dewleta kûr dixebite û dixwaze di bin perda îslamê de Kurdan ji rê bibe. Wek her Serokê Diyanetê, Alî Bardakoglûyê nîjadperestê Tirk jî dînê îslamê dike qurbana sîyaseta dewleta xwe, rastîya xwe û diyaneta Tirkiyê derdixe mazatê. Qey kesekî xwedî wîjdan di nava Kurdan te tuneye ku lotikek Kurdewarî li bin doxîna vî xwînheramî bixe bavoo....

Hamîlî Yildirim ji kîsî xwe çû

Bawer Çiya-21/07/06- Meletê-Wek hûn zanin kevnerayedarek ji ê PKK Hamîlî Yildirim di sala 2004an de li Sûriyê hatibû girtin û dewleta Sûrî ew radestî Tirkiyê kiribû.Yildirim ev du salin li girtîxana bajarê Meletê girtî bû.Niha Dadgeha Cezayên Giran a 3 an cezayê muebbetê da Hamîlî Yildirim û xuyaye heta dawîya emrê xwe ewê di zîndanên Tirko de birize. Ma em bêjin çi heyran! Bila Xwedê sebrê bide wî…Ji berê de gotine „hinek dikin û hinek dixwin“. Hinek bi can û malê xwe diþewitin, û hinek jî tên li ser ked û xwêdana mirovan rûdinên û kabên xwe davêjin. Dinyaye dinya! Ji hinekan re xweþî û ji hinekan re jî reþî dibare…..

 

Hawar û sed hawar!

 

Alî Þervan-20/07/06- Batman- Mehmet Ozgulen li Hesenkêfê dest bi kiþandina flîmê xwe ê bi nav „Hawar“ dike. Flîm li ser kujtina jinên herêmê û cînayetên toreyê ye. Xuyaye Mehmet Ozgulen dixwaze sedema kujtina jinên Kurd derêxe holê û heta dereceyekê bi dinyayê bide zanîn ku Kurd paþverû, nezan û kevneperestin û jinên xwe dikujin. Helbet dibe ku ciwamêr ji xwe re têra xwe pere ji dewletê bigre, lê li rûmeta gelê Kurd nanere û wê bi vî flîmî dîsa Kurd bên þermezarkirin. Heyran Mehmet! Here li metropolên Tirkiyê flîmekî li ser çete, mafya, zinêkarî, jinfirotin û sextekarîya memûrên dewleta Tirk çêke bavê min! Flîmekî li ser provokasyona Þemzînanê û serokê wê Yaþar Buyukanit çêke! Yan tu newêrî û destê te li Kurdên reben dibuhure!?

Hikûmeta Rûsyayê got “Na!”

Bengîn Elegez-20/07/06-Moskow- Çapemenîya Tirko dîsa dest bi qîrewîrê kir û dibêje, “ wey bavoooo! Hikûmeta Rûsyayê PKK nexist lîsteya terorîstan!” Halla halla! Ê lawo ma bi serê we û bavê we ketiye hêê! Lîste lîsta wan e, qelem qelema wan e, kê dikin terorîst kê nakin ma wê ji we bipirsin!? Na wele bila ji we pirsîbana, “sayin hacûc macûcler, ma em kê bikin terorîst” ne? Yalla yalla dewþîrmeno!Mîster Pûtîn îþê xwe zane qurban....

Erbanevano…

Ismet Darvan-20/07/06-Sêrt- Li bajarê Sêrtê Xelîl Elmanê 63 salî em tam 50 salin li erbanê dixe û pê debara malbata xwe dike. Xelîl ji bavê xwe fêrî erbanê bûye û wî jî riya bavê xwe þopandiye. Xelîl Elman dibêje, „ez beþdarî hemi dawet û govendên herêmê bûme, ez lêdana erbanê bi tiþtekî din naguherim, dengê erbanê dengekî cuda ye lê mixabin wek berê hunermendên baþ nagihên“ û gazindên xwe dike. Heyran bi Xwedê raste lo! Piþtî ev derbûqe, baterî, def, zirne, keman û ney û mey derketin ma xêra erbanê nehiþtin haa! Niha hinek rabin li erbanê xin sedî sed wê bêjin, „aha bi Xwedê ev mirîdê mala þêx e“ û henekê xwe pê bikin heyran…. Îcar a baþ di ber erbanê re jî hînî tembûr û kemançê jî bibin ku hûn karibin nanê xwe jê derxin haa! Êdî destê bi tenê deng jê nayê pismam…

Pamela jî çû

Þemal Amedî-19/07/06-New York- Lîztikvana sîngmezin Pamela Anderson jî mala xwe þewitand û serê xwe girêda. Anderson wê hefta pêþîya me bi Bob Rîchîe re bizewice û ji zinêkarîya virde wêde xelas be. Anderson 39 salî ye û dergistiyê wê jî 35 e. Rîchîe dibêje, “erê ew çar salan ji min mezintire lê xem nake, ew bi serpêhatîyên xwe ji min bêhtir xwedî tecrûbe ye û ezê ji tecrûbeyên wê fêdeyê bistînim”.  Erê erê...Me hevqasî got, "Kurdino, mala xwe xerabikin û ji xwe re bi artîstek Amerîkî re bizewicin, di nava navdarên Amerîkî de lobîyê çêkin" lê kesî guhdarîya me nekir. Niha Kurdek bi Pamela Anderson re bizewicîya wê bi xêra wê Hollyvord têketa destê Kurdan û meyê kûsî jî firandibana û beq jî! Lê ma ka aqil!?"

Tirk har bûn

Rojda Aydin-19/07/06- Stenbol- Piþtî zêdebûna cendekên eskerên Tirk ên qûnbicilik, partiyên Tirk li hember Kurdan bi yekdengî seferberî û cîhad êlan kirin. Ji çepê wan û misilmanên wan bigrin heta bi komunîst û rastên wan bi yek dengî diewtin û daxwaza dagîrkirina Kurdistana azad dikin. Yek ji wan çavsoran partîya MHP û serokê wê Devlet Bahçelî ye. Bahçelî û gellek serokên mîna wî dibêjin ku divê êdî Erdogan dev ji Amerîka û Barzanî berde û yekser têkeve Kurdistanê. Bahçelî bi tayber êrîþî ser Barzanî û hêzên pêþmerge dike û dibêje ku êdî kêr gihaye hestî û sebir nemaye. Îcar em meraq dikin gelo rêxistina ku navê TAK (Teyrên Azadîya Kurdistan) li xwe kiribû û xwe wek hêzek serbixwe nîþan dida, li ku ye? TAK a ku ji çend mehan carekê wê bombeyekê biteqîne û têkeve binê ewrên reþ, hûn çima dengê xwe nakin heyran? Wa dijminê we seferberî û cîhad li hember gelê we êlan kir, hûn çima cîhadê li hember Tirkan venakin? Yan hîna emir ji jor nehatiye babam? De neyse canim, þer tê xêr û xweþî jî piþtre tê..Hema di ku re zirav bû bila di wir re biqete, tevdîr........

Sextekarên rojên teng

Ahmed Beyan-18/07/06-Ankara- Wek hûn zanin rayedarên dewleta Virqo li hev kombû û di derbarê terorê û nexasim çalakiyên PKK de biryarên tung girtin. Ji xwe ji wan re hertiþtê ku navê Kurd li ser be wek teror û terorîst tê fêmkirin. Îcar Serokê Parlamentoya Tirkiyê mîster Bulent Arinç di televizyonê de giriya û got, “ez dixwazim ku brayên min ên Kurd (!) dengê xwe li dij PKK bilind bikin, divê Þaredarên bajaran jî di pêþîya wan de bimeþin” û filan û fîstan. Ê ne niha em rabin xwe aciz bikin wê dîsa xwendevanên me bêjin, “bêhna xwe fireh bikin heyran” û me rexne bikin haa! Ê hey belqityo! Ma kengî bavê me bazdaye ser diya we sexte qardaþim  benim!? Ma em brayên hev ê çi ne? Gava li we teng dikeve brayên we ên Kurd tên bîra we newilo? Hadê hadê! Em bratîya "dola Asenayê" naxwazin Bulent efendî! Mêrê çê be û dest hilîne,  kerkes kurê bavê xwe ye Kemalîst qardaþ......

Xwarina hindik, temenê dirêj

Leyla Barîn- 18/07/06- Li gor „Kovara Yekîtîya Tenduristîya Amerîkayê“, kesên ku xwarinên kêmkalorî dixwin temenê wan dirêjtire û jîyanek bextewartir dijîn. Lêkolîna ku ji alî Navenda Lêkolînên Bîomedîkal a Pennîngtonê ve hatiye çêkirin eþkere dike ku xwarinên pirkalorî mirov qelewtir dikin û ev qelewbûn jî dibe sedema jiyanek kurt (kin). Li gor lêkolînê, kesên ku rojê hetanî bi 2 hezar kalorî distînin di DNA ya wan de jeng (zingar) kêm çêdibe û ev jî nîþana temendirêjîyê ye. Îcar heyran ji me gotin..Hûn dixwazin bi beroþan xwarinê bixwin û hûn dixwazin jî bi kevçîyan xwarinê bixwin..Heger hûn dixwazin emrê we dirêjtir bibe rojê tenê mirîþkekê bixwin, na heger hûn dixwazin zû bimrin jixwe rojê du mirîþk û elokekê bixwin…De serketin….

Vê carê jî “hevalan” li mehmetçîkan qeliband!

 

Gurikî 17/07/06 Batman- Çekdarên KKKa ku vê dawiyê li dijî asîmîlasyona zimanê kurdî hinek biryarên baþ girtibû û wan bi xwe jî di asîmîlasyona zimên de zimanê kurdî çîrvîrî hev kiribû, li herêma Xerzan 13 mehmetçîkên “kemalîst abê-kardeþ turk halki” bi dojehê þa kirin. Ev pir baþ bû. Kujtina kemalîst kardeþ turk halki (!) wê bihêle ku kurd halkî û kemalîst turk kardeþler ji hev veqetin û bibin dusman kardeþler! Ev jî li xêra me kurdan e. De haydê!

 

s© lotikxane 2006