Adil Duran

Çend bûyer ji Dersimê

Dilsotî

Lotikxane 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

Lezgîn Þêxo

Smeîlê dîn-2

 

Hemo Rûto

Nacî Kutlay verþiya

 

Lokman Polat

Çima nivîskar pirtûkên hevdu naxwînin

Senar Þahîn

Mêranîya jinan û jinitîya mêran

Aso Elîka

Erdsêvk

 

 

 

                           

              Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Pamela serê xwe girêda

 

Þemal Amedî-01/08/06- Calîfornîa-Lîztikvana navdar Pamela Anderson û stranbêj Kîd Rock roja Þemîyê li Saînt Tropez  mehra îmamê çaroxî avêrin ser hev û zewicîn. Em zanin, niha hûnê bêjin “yabo me serê me bi Pamela dêþe, zewicî zewicî ma ji me re çi!” Ê mal eve qurban! Ma emê behsa kê bikin? Em behsa hunermendên Kurd bikin, wê rabin serê xwe li dîwaran xin û bikin qarewar û bêjin, “aha we dît ne? Lotikxane fesadiya me dike!” û bibin dijminê me. Em behsa wan nekin xwe dixeyidînin.Em jî mane halekî heyirî loo! Ji xwe bi a femînîstên me be emê qet behsa jinan nekin û wan bi çarþef û kitan pêþkêþî xwendevanên xwe bikin. Ê zilam jî dixwazin di Lotikxanê de jinên spehî û xweþik bibînin! Em çi bikin da ka hûn bêjin? De a baþ emê lotikên xwe berdewam bikin û hema di ku re zirav bû bila di wir re biqete û hew, tevdîr......

Rihayiyên me vê carê baþ kirin!

 

Rona Nisêbînî 31/07/06 Riha- Doh bi þev li Rihayê li kolanekê piþtî ku çend xortan bi ser pêkerê Atatirk te mîztin û dû re jî bi keviran deverekî wî bêbavî sax nehiþtin, vê carê jî berê xwe dan xwendegeheke ku ala tirkan lê liba dibû û bi alê ve hilperikîn; al daxistin, þewitandin û reviyan. Aha karên wilo serbilind bikin, dev ji tekbîr û selewatên Erbêbav berdin û destên xwe li dijminahiya bi tirkan re vemalin. Bawer bikin heger misilmaniya ereb û tirkan û farisan tiþtekî baþ bûya, wê van ewrupiyên ku temamê tiþtên baþ ji xwe re birine misilmanî jî ji xwe re bibirna!

Xestexana me jî heye!!

Alî Basrawî-31/07/06-Kobanê-Wekî xelkê em jî bûne xwedî eþûr û mal û þênî û xestexana me jî heye! Xem nîne ku xizmetî milet nabînê, xem nîne ku zarok jî bi pêgirtina dûpiþkan bimrin, xem nîne ku otomobîla xwe naþixule û karê xwe pêk naîne, ev temamî dijî destûra me ye....Ma dermanê dijî avisbûnê lê tineye??? Li gor gotina, her rengê vî dermanî lê heye lê hema dîsa jinên ducan li welatê me kêm nabin.. Ez dixwazim bêjim ev derman li dijî destûrê ye ..lê hema di bin silya plana aîlê (tenzîm al usraa) de tê belavkirin.Qanûn û destûr wekî lastîk e, ti kuda kaþkî wêda dere. Gelo ma diktorên bêsînor nikarin xwe bighênin sînorên me? Yan jî diktorên bêsînor, diktorên sînorên wan ta Kobanê, li hemu cîhanê xestexanên xwe hene çima li cem me tinebin? Þikur ya rebî xestexana me jî heye....

Mêrên birçî ji jinên qelew hezdikin

Hebeþ Kal-31/07/06-Brîtanya-Li ser bextê Ingilîzan be, dibêjin pisporên Ingilîz lêkolînek çêkirine û di lêkolînê de derketiye holê ku gava mêr birçî dibin jinên qelew balkêþtir dibînin û li ber çavên wan dibin wek horîyên buhuþtê. Lêkolîna ku di kovara “The Brîtîsh Journal of Psychîatry” de hatiye weþandin eþkere dike ku birçîbûn bandorekê li ser xwesteka zayendî (cinsî) dike û di vê xwesteka zayendî de jinên qelew ji mêran re balkêþtir tên. Doktorê Zanîngeha Newcastle Martîne Tovêe dibêje, “ev lêkolîn eþkere dike bê psîkolojî di beden û xwestekên meriv de çiqasî kare rolê bilîze”. Îcar heyran jinên Kurd! Hay ji mêrê xwe hebin û wan birçî nehêlin, heger birçî man allahwekîl wê çavên xwe berdin jinên xweþik û qelew û hûnê li ber çavên wan bibin wek teniya binê beroþê haa! Zikê birçî malwêranî ye, îcar hûn zanin....Ji me gotin li we biryar.....

Ecelê bizinê hatiye

Bengîn Elegez-31/07/06-Moskow- Serokê dewleta Venezuelayê Hugo Çavez berî demekê hatibû Rûsyayê û bi Pûtîn re vodkaya Gorbaçov vexwaribû û lihevhatina kirîna çekên Rûsî îmzekiribû.Çavez wek hercar zimandirêjîya Amerîkayê kir û xwe ji Pûtîn re kir þîr û þekir. Piþtre berê xwe da Îranê cem destebrakê xwe Ahmedînejad û li wir jî þerbeta Îranî vexwar û dîsa serxweþ bû. Îcar bi bandora þerbetê zimanê wî buhustekê dirêjtir bû û dîsa êrîþî Amerîka û Îsraîlê kir. Xuyaye wek mesela bizinê ecelê wî hatiye û laþê wî duxre. Hingî Fîdel Castroyê jihevdeketî wî pif dide, ketiye çav xwe û dibêje qey ew “Rustemê Zal” e û ewê kes nikaribe pê. De heta serê Serok Bush vala bibe û li te bê xezebê keroooo....Ma bi tirtir û virvirê ye....

Ev jî lê digere ku ji hindur ve koka kurdan bîne!

Rona Nisêbînî 30/07/06 Ankara- Serokê DYPa ku bi deh hezaran kurd kujtin, bi milyonan koçber kirin, ji xizaniyê kurd li aziyê sekinandin û her bajarekî Kurdistanê kir wek nîv kerxaneyekê Mehmet Agarê teres, di dêlindêza ”geber”bûna Bînbaþî Adîl Karagoz de berê xwe da bêbavên dewletê, li kurdên bi dû xwe de nerî û got: ”Dewlet baba, dev ji operasyonên li derveyî sînoran berde û li hindurê vegere!…”Ew dijminê riknê miletê kurd wilo di kurdan de dibe û piraniya kurdên Xerpêtê jî rayên xwe didênê û wî berdidin ser xwe. Qey bi rastî ew teoriya psîkologê ku digot ”tiþtê ku mirov jê hez dike, di dawiyê de serguherî seksê dibe” rast e. Xuyaye psîkolog rast gotiye. Aha dohna pêr bû  ku li  Amedê kurdan bi mitînga li dijî Israîlê Erbakan berdan ser xwe! Û li Sêrtê jî Erdogan! De hema wan berdin ser xwe ka bê wê di kur e derkeve!

Ronaldîno, dîno mîno

Antonîo Vega-30/07/06- Brezîlya-Fûlbolvanê Brazîlî ê spehî û binavûdeng Ronaldîno biryar da ku mankena Fransî Alexandra Paressant bide dadgehê. Di pêþbirka navnetewî a Fûtbolê de Alexandra gotibû, „wîîîîî, kuro mane herþev ev Ronaldînoyê dînik dihat di nav doþeka min de bi fûtbolê dilîzt, ma hûn nabêjin bê çima ji taqat de ketiye û sewsî bûye!“ û moralê Ronaldîno dîno mîno kiribû wek gû. Li ser van gotinên Alexandra Ronaldîno nema karîbû derkeve nava civatê û serê xwe bera ber xwe dida. Lê xuyaye niha mêranîya wî hatiyê û dibêje, „kuro evê bêbavê ez rezîl û riswa kirim hahooo! Ma ezê vê tirê ji vê porkurê re bihêlim, de ka bisekinin!“ û serî li parêzerê xwe xistiye. De emê binerin bê wê xwedê bide diya kê ji wana…..

 Ma mehek

Dîyar Baban-30/07/06- Mahabad-Pênc endamên Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Milletan jibo rawestandina dewlemendkirina programa ûranyûmê hetanî 31 ê Tebaxê (meha 8) mohlet da Îranê. Heger Îran hetanî vê mohletê bi a konseyê neke ewê ambargoyên cûrbecûr li ser Îranê bên danîn. Hetta dikare þerekî germ û kelandî jî bê lidarxistin. Lê Mahmûd Ehmedînejad dev ji serhiþkîya xwe bernade û dibêje, “weylaw! Ma ezê ji van kafiran bitirsim? Kuro ma heta go ez saxbin ma ev kafir-mafir karin bêjin sîya te xware kuro!” û gef û zirtên xwe dike. De hêvîya me Þêx Evdilqadirê Geylanî û Melayîketên Xwedê go di sibeha 31 ê Tebaxê de dengê bombe û fûzeyên Amerîkî li seranserê Îranê belav bibin û hew....Amînnnnnn..

Pêþketina li Colemêrgê

Cembelî-29/07/06- Colemêrg-Wer xuyaye li bajarê Colemêrgê di warê civakî de pêþketinên mezin çêbûne. Keç û xortên Colemêrgî di van guhertinan de rola xwe dilîzin û civaka derûdorê jî xwe li bayê globalîzmê digrin. Keçên ku berê nikarîbûn tev li çalakîyên civakî bibin û malbatên wan destûr nedidan wan, îro bi serbestî dikarin têkevin nav çalakîyên civakî û di dibistan û xwendina xwe de biserketî ne.Yek ji van çalayîkan jî qursa tembûrê ye. Di vê qursê de ji xortan bêhtir keç beþdarî fêrbûna lêdana tembûrê dibin û zîrektir derdikevin. Heta niha 28 kes beþdarî vê qursa ku wê sê mehan bajo bûne û ji alî mamosteyê xwe ve tên pesinandin. Keça bi navê Gulcan Koç dibêje, “berê malbatên me rê nedidan ku em beþdarî çalayîyên civakî bibin. Lê bi pêþketina perwerdeyê re êdî ew rê didin ku keçên wan di civakê de rolekî bilîzin û beþdar bibin. Em bi riya vê qursa tembûrê dixwazin derfetekê bidestxin û konservatuarê bixwînin”. Heyran her bijî ji we Colemêrgîyan re.. Civak bi beþdarbûna jinê ve tê guhertin. Lê em hêvîdarin ku ev perwerde û guhertinên civakî nebin sedema asîmîlasyona zimanê Kurdî û keç û xortên me xwe wenda nekin....

Xebera xêrê hat

Nazenîn Dilþa-29/07/06- Amed-Xuyaye duayên nivîskarê me Xelefê Torî qebilîn. Îranîyên ku dixwazin herin alîkarîya Filistînîyan bikin berê xwe dane Tirkiyê, wê ji vir derbasî Sûriyê bibin û herin bi Îsraîlê re cîhadê bikin. Li gor agahdarîyên ku ketine destê me 250 Îranîyên fanatîk û serêxwexwarî hatine sînorê Tirkiyê da ku derbasî Sûriyê bibin û herin Lubnanê þerê Îsraîlê bikin. Herçiqasî rayedarên Îranê digotin “em esker naþînin Lubnanê lê kesên bi dil bixwazin herin em riya wan nagrin” jî lê xuyaye ev bi þêwirmendîya rayedarên Îranê pêk tê. Îcar xuyaye duayên nivîskarê me Xelefê Torî diqebilin û Îranî berê xwe didin riya çûn û nehatê. De a bi xêr..Em hêvîdarin ku wê Amerîka û Serok Bush li ser vê bûyerê bêdeng nemînin û ew jî bi paraþûtan Ramboyên xwe biþînin Îranê..De yalla, ya allah ya û Xwedê...

Seyda hewarêêêêêêê!

 

 ”Ger dê hebûya me itîfaqek, vêk ra bikira me inqiyadek
Tekmîlê dikir me dîn û dewlet, teshîlê dikir me ilm û hikmet”

 Li Hewlêr pêk hat ew tifaqa te, lê itibar nekirin bi kurmanciya te

Me îro heye ew dîn û dewlet, lê ka ziman da bikim pê ilm û hikmet?

 Seydayê Xanî ez xulam, kurmancên te û soranan a xwe li kurmanciya te kirine yek û ew hinera zimanê te, li dijî soraniyê wek remza ilet û ziletê li qelemê dane, hahoooooooooo!

 Mele Emînê Botî

Cerdevanan li dewletê qeliband

Rojda Aydin-28/07/06- Stenbol-Cerdevanên Kurd ên dewleta Tirko di sala 1984an de Kurdê bi navê Mêhdî Bîlgîn kujtibûn û ketibûn xwîna qewmê xwe. Kuro Bîlgîn Îhsan Bîlgîn jî radibe serî li Dadhema Mafê Mirovan dixe û dozê li dewletê vedike. DMM jî di van rojan de doza wî bi encam kir û dewleta Tirk bi 47 hezar euro ceza kir. Îcar werin û li qîjewîja çapemenîya Tirk binerin û têr bikenin. Dibêjin, “anasini satayim ma Kurd degîldir! Hem dewletîn ekmegînî yîyor hem de jî dewlete ceza yagdiriyor” û vedirþin. Îcar bi Xwedê heger rêxistin û partîyên me biaqil bûna, wê di nava van cerdevanan de xwe bihûnana û bi van cezayên DMM wê tir ji dewleta Tirko berdana haaa...Ha cerdevanno haaaa, bidin bin dûvê dewletê heyran.....

Reva pisîkê heta dawîya kadînê ye

Ceng Ço-28/07/06- Taylan-Heger bê bîra we, di sala 2000 î de li Taylandê rêxistina gerîlla a bi navê “Artêþa Xwedê” êrîþî ser nexweþxaneyê kiribûn û bi vê çalakîya xwe navê xwe belav kirbûn. Serokên vê rêxistine du cêwîkên 12 salî Johnny û Luther bûn. Van herdu cêwîkan nerîn ku tu xêr di wan de tune û bi kêrî serokatî merokatîyê nayên, îcar niha Luther wek pisîka tirsonek di kampa penaberan de xwe vediþêre û Johnny jî mêranî anî xwe û xwe radestî hêzên dewletê kir. Johnnyê ku niha 18 salî ye dibêje, “erê kuro em du zarokên beredayî bûn, lê evan ehmeqên din çawa dan dû du zarokan û bûn neferên “Artêþa Xwedê” looo! Pekkkk, me digot qey em bêaqilin lê ên ji me bêaqiltir jî hene bavo!” û poþmanîya xwe tîne zimên. Îcar heyran bi namûs di dinyayê de bêaqil û zirdêhn pir in heta hûn bêjin bessssss!

Kalo “Vîagra” xwest!!!

 

Serdar Torî-01/08/06-Mêrdîn- Xwedê kesî nexurifîne yan jî li kesî raneke ya rebbî! Li Mêrdînê gundê Midyadê, kalê me ê Birehîm Acarê 92 salî doza jinekê û kîsikek hebên Vîagrayê li walîyê Mêrdînê kir. Walî Mehmet Kiliçlar him mat ma û him jî têra xwe pê keniya û kalo jî serê me li ber Tirkan tewand. Kalo jiber ku bi Tirkî nizanîbû bi Kurdî ji wekîlê AKPê ê Mêrdînê Suleyman Dag re derdê xwe got û wekîl jî derd û kulên wî ber pêyî walî efendî kirinin. Piþtî daxwaza kalo, walî gotiye, „kalo! Piþtî vî emrî tê çi bikî ji jinê?“ Kalo jî keniyaye û gotiye, „pekkkkk, ma çi di emrê min de heye lo! Haa, û dibêjin hebên Vîagra jî hene, ji kerema xwe gava we jinek ji min re dît ji wan heban jî peyda bikin, ez bê jin mirim looo!“ û daye navê. De îcar yabo em ê niha çi ji xelkê re bêjin hii ihi? Wê Tirk henekên xwe bi me bikin û bêjin, „ de binerin, Kurd zû ji mêranî dikevin û dest bi hebên Vîagrayê dikin“ û serê me bera ber me bidin. Nizanin ku heta mewîj û trîyê Mêrdînê hebe Kurd ji mêranî nakevin. Ax kalo ax, te çi kir!….

 

Hay ji qelewbûnê hebin!

 

Dr. Mihyedîn-01/08/06- Di dema me de qelewbûn yek ji pirsgirêkên mirovan a herî mezin e. Bi piranî li rojava û li bajarên metropolên mezin ev pirsgirêk bûye nexweþîyek mezin. Ji xwe derketina xwarinên hazir (fast food) ên wek hambûrger û xwarinên qelandî ên ku kalorîyên wan zêde ye, hiþtiye ku nifþê nuh ji xwarinên xwezayî bidûr bikevin û wan bi xwe ve girêbidin. Macdonalds û þîrketên weke wê di qelewbûna nifþên nuh de rolek sereke dilîzin. Pisporên Zanîngeha Yale Cornell û John Hopkîns çend sedemên qelewbûnê pêþkêþî raya giþtî kirin. Hinek ji wan ev in: 1-) Bêxewî: Li gor lêkolîna wan kesên ku têr xewa xwe nastînin zûtir qelew dibin.2-) Germî û hewa: Li gora lêkolîna wan, bi taybet germî û hewa di xanîyan de bandorek mezin li qelewbûnê dikin. Bi taybetî germa kalorîferên hundur dihêle ku germa bedena insên di dereceyekê de bimîne û ev jî nahêle ku bedena insên mêzîna germ û sarîya xwe li hev ragire û kalorîyan biþewitîne. 3-) Temen: Li gora wan, her ku mirov kal û pîr dibe hinekî din qelewtir dibe û ev jî bûyerek xwezayî ye. Dê û bavên ku qelewin, qelewbûna wan bandorê li zarokên wan jî dike.Zarok jî li dê û bavê xwe dinerin û dixwazin bêsînor xwarinê bixwin.  Îcar heyran, wek doktorê Lotikxanê dixwazin bala we bikþînim ku hay ji xwarinan hebin û li tenduristîya xwe miqatebin. Heger we serê hefsêr berda û zik li xwe mezin kir, bizanibin ku hûn ê nema karibin serê hefsarê aþika (mîde) xwe bigirin..Ji me gotin û li we kirin....

Elîfê jî lotikek ji dewleta xwe xwar

Sîpan Nas-31/07/06-Stenbol-Sawcîyên dewleta Tirko li Stenbolê di derbarê nivîskara jin a Tirk de dawe vekirin û dixwazin lotikekê li nivîskar Elîf Saglik Þafak bixin. Elîf Þafak pirtûkek bi navê „Baba ve Piç“ –Bav û Bêjî- weþandibû û sawcîyên dewletê jî dibêjin, „wey wey wey, keçê te di vê pirtûka xwe de dewleta Tirk rezîl û riswa kiriye û þerefa me Tirkan anîye pênc peran! Ma evê ji te re bimîne qey!“ û li dora Elîf Saglik Þafakê çûn û hatin.Li gor qanûna 5237 maddeya 301/1 ê kesên ku dewlet û milletê Tirk rezîl û riswa bike ji 6 mehan heta 3 salan ceze dixwe. Îcar niha rebena Elîf Þafak serî lê geriyaye û dibêjin nivîskarî li ber çavê wê wek tenîya binê beroþê reþ bûye. Yanî; pisîkek jî bike „miyaw miyaw“ û ji devê wê gotina „Tirk“ derkeve ewê ji sedî sed bi kêmanî 3 salan têkeve hepsê haaa!  Hay ji xwe û tîpa „T“ hebin eman eman…

Kezeb li Mihemedcik qetiyan

Xelefê Torî-31/07/06-Li Çewlikê piþtî geberbûna serbazekî Tirk, duh jî kezeb li Mihemedcikekî qetiyan. Ji çavdêrên pêbawer hate ragihandin ku keftarên Tirk yên li Çewlikê ji tirsa mîz di wan de nedisekinî û serê pênc gavan yek ê bêje: ”Qomutanim, þîþîm geli”. Yek ji parêzvanên xaka welêt, ku ji serê zinêr li wan temaþe dikir dêna xwe dayê ku dîsa cendirmeyekî berê xwe da nav sitiriyan. Mihemedcik di nîvê karê xwe de hevalê li jor bang kir û got ”Be’”. Bi vî dengî re zirtênî ji Mihemedcik hat û di ciyê xwe de hiþk bû bêyî ku heval guleya xwe lê xerc bike. Di rojnameyên Tirko de jî hat nivîsandin ku ”bi lêxistina birûskê Mihemedcikek þehîd ket”. De hêviya me Xwedê ku ”þehîdên” we yên di ser mîzê de zêde bibin..

Hamaney jî rîha xwe hejand

Dîyar Baban-31/07/06-Tehran- Serokê Olî ê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney di serdana Serokê Dewleta Venezuela Hugo Çavez de, di derbarê Îsraîlê û þerê Lubnanê de agir ji devê xwe barand û got, “berxwedana Hizbûllaha li dijî Îsraîlê, li dijî Amerîkayê  nîþana berxwedana Cîhana Îslamî û Erebî ye. Cîhana azad, Îslam û Ereb hemi piþtgirîya Hizbûllahê dikin û Nasrallah di dilê wan de pir tê hezkirin” û filan û bêvan. Hamaney bi berdewamî dibêje, “êrîþa rejîma sîyonîst ji alî Amerîkayê ve hatiye amadekirin, ew dixwaze Projeya Mezin a Rojhilata Navîn pêk bîne” û Amerîka da ber devê topan. Helbet ew dixwaze bêje, “Projeya Mezin a Rojhilata Navîn tê maneya serxwebûna Kurdistana mezin, ma ev tê qebûlkirin!” û niyeta xwe bi awayekî sergirtî tîne zimên. Ê madem hûn qebûl nakin hûn çima zirtên vala dikin heyran! De ka li zirtên xwe xwedî derkevin û êrîþekê bibin ser Îsraîl û Amerîkayê ma wê dinya xirabibe malava! Ma hema hûn gurê Kurdên reben in, wey!

Mala Xwedê ava, Xwedê we bike bûk û zava

Rojda Aydin-30/07/06- Stenbol-Li gor îstîxbarata ku ketiye destê me, wê lîztikvan û þanogerê Kurd Yilmaz Erdogan û aktrîsta Kurd, nevîya malbata Þêx Seîdê Pîran Belçîm Bîlgîn a 23 salî bûne sozdarî û wê di meha Îlonê de bi hevre bizewicin. Wek hûn zanin Belçîm Bîlgîn di flîmê “Kîlometre Zero” ê Hiner Selîm de lîztibû û bal kiþandibû ser xwe. Em wek Lotikxane pê kêfxweþin ku hunermend, lîztikvan, sîyasetmedar û her çi kesê ku dibêje “ez Kurdim û bêhna Kurdayetîyê jê tê” bi jin an mêrekî Kurd re bizewice û xwîna Tirkên melez tev li xwîna Kurd a paqij neke. Yilmaz Erdoganê Colemêrgî biryarek baþ daye û em van herdu Kurdan pîroz dikin û hêvîdarin bi hevre pîr û kal bibin, lê ji milletê Kurd re jî xizmetekê bikin haa...Ey Kurd! Pêþeroja milletekî bi zarok û zimanê wî ve girêdayî ye, bi Kurdan re bizewicin da ku zarokên me nebin Tirk û zimanê xwe wenda nekin...Tu xêr ji mêr û jinên Tirk dernakeve bi serê we....

Îlkel mîllîyetçî (!) naxwazin þerê brayên xwe bikin

Þêrzad Zebarî-30/07/06-Hewlêr- Dibêjin Serokê Dîwana Serokatîya Kurdistanê Fûad Huseyn ji Radyoya Azad a Amerîkan a Ewrûpayê re gotiye,”raste, li sînorê Kurdistanê hinek tevgerîn hene. Xuyaye eskerên Tirk ketine nav hinek gundên derûdora Zaxoyê lê em bawer nakin Tirk karibin mudaxaleyî Iraqê bikin”. Huseyn bi berdewamî dibêje, “Tirk têkilîyên navbera Kurd û Amerîkanîyan dizanin, divê ew hinekî rasteqîn bin” û wekî din. Huseyn li ser pirsa: Gelo wê Kurdên Iraqê li hemberî PKK dest bi çalakîyan bikin? dibêje, “ma PKK li ku ye? Em li hember tukesî çalakîyên çekdarî nakin” û tiliya xwe xist çavê Tirkan. Li ser vê helwesta Fûad Huseyn çapemenîya Tirk dîsa dide zîtirkan û dibêje, “bak bak bak, yine Turklerî tehdît ettîler haaa!” û dibeicin. De a bi xêr..Em hêvîdarin wê sosyalîst (!) û çepên bakur jî þerê brayên xwe ên îlkel mîllîyetçî nekin...Heger Kurdperwerî îlkel mîllîyetçîtî (kevneperestî) be hema bi telaq em jî kevneperest lo!

Gavek pêþketî

Serdar Torî-30/07/06-Amed- Serokê Þaredarîya Zaxoyê Þerîf Þerîf serdana Amedê kir û di meqamê Serokê Þaredarîya Amedê Osman Baydemîr de çayek germ vexwar. Piþtî bixêrhatin, çay û qehwê îcar þêranî jî hat xwarin û herdu þaredarî bûn destebrakên hev. Þerîf Þerîf di hevdîtinê de kêfxweþîya xwe anî zimên û got, “bi telaqê jinberdanê ez berê jî hatime Diyarbekirê û kêfa min pir ji Diyarbekirê re tê. Bi taybet þebeþ û qawinên (tehlik-petîx) wê meþhûrin. Em dixwazin ji binavahîya Diyarbekirê agahdar bibin û herdu bajaran bi emrê Xwedê û qewlê Pêxember bikin destebrakên hev” û filan û fîstan. Osmankê me jî got, “bi sûnda bêfitû ez jî kêfxweþim ku hûn serketinên me bi me re parvedikin û emê di rojên pêþîya me de mîmar û mihendisên xwe biþînin bila li Zaxoyê qehweyek tehl vexwin” û xweþtir kir. Lê tiþtê ecêb eve ku li Diyarbekirê nêzîkî 4 hezar kerxane û malên zinêkarîyê hene, gelo ev jî wek serketin tên hesêb yan na!? Yan jî, asîmîlasyonek bêserûber li Diyarbekirê destpêkiriye, gelo ev jî serketine yan na? Þerîf abê, van serketinan jî nebe Zaxokê ha, eman emannnnnn....

Ev jî demokrasiya me ye!!

 

Karûþo -29/07/06- Silêmaniyê- Li Silêmaniyê 500 karkerên febrîqeya çîmentoyê ji bo bilindkirina meaþên xwe xwepêþandanek li dar xistin û bi siloganan qêriyan: “Em bi zikên birçî nikarin dîwar û xaniyan sewax bikin!...” û hikûmeta Kurdistanê protesto kirin. Lê mixabin hêzên ewlekariya ku wan karkeran û temamê miletê kurd ew bi dil û canê xwe nedidan, li xwepêþandêran reþand û di encamê de sê kes hatin kuþtin û sêzdeh kes jî birîndar bûn. Serokê Sendîkaya Karkerên Silêmaniyê Serdar Reþît got ku “kaka emin tê nagem ke hikûmetî ê me ditwanin be milyon dolar îhale we pare bîdeyn þîrketekanî tirkekan belam natiwanin çend centekanî zêde bîdeyn be karkirên xo baba” û lotikan dide xwe.Hikûmeta Hewlêrê hêdî bi hêdî! Hîn em xweþik nebûne tiþtek, me çavtirsandî xwe neke!

Femînîstan serê mêran xwar!

 

Rojda Aydin-29/07/06-Stenbol- Ji rapora Midîrîyeta Gelemperî a Ewlekarîya Tirkiyê xuya bû ku li Tirkiyê û Kurdistanê, mêr ji jinan bêhtir li ser namûsê hatine kujtin. mêr ji jinan bêhtir li ser namûsê hatine kujtin. Li gora raporê, di navbera salên 2000-2005an de 1190 kes li ser namûsê hatine kujtin. Ji van ên kujtî 710 jê mêr û 480ê jî jê jin in. Sedema van kujtinan jî zinêkarî, dijminatî, destavêtin û dan û stendina keç û xortan û herwekî van in. Herçîqasî ev hejmar di nav Kurdan de zêdetir be jî, lê Tirk bi xwe jî toreyên xwe bi kar tînin û heta niha di nav Tirkan de li herêma Marmarayê 212 û li Egeyê jî 209 bûyerên namûsê qewimîne.  Îcar bila kes bi tenê Kurdan sûcdar nekin û bi navê femînîzmê êrîþî Kurdan nekin. Tirk di vî warî ne kêmî Kurdan in. Li þûna ku jinên me ên femînîst êrîþî mêrên Kurd dikin û wan didin ber devê top û mîtralyozan, bila berê xwe bidin dewletê û doza azadî û bextewarîya jinê li dewletê bikin. Ma gurê mêrên Kurd in ku hema bibêjin ”sergundoro hinekî were firaxan biþo, qûna zarokan paqij bike, nan li tenûrê xîne û filan û bêvan…” Baþ e ser çavan, em ê bibêjin ku mêrên Kurd ev hemû kirin û mîna mêrkê min heya bi piþta min jî van mêran piþta ê xwe firkandin, wê Kurdistan azad bibe? Ew ê mehmetçîk ji ser namûsa miletê Kurd  rabe? Pêþî divê em hemû li himberî zalimên ku mêrên me jî kirine wek jinên xwe bibin yek û dû reeeeeeeee….

Lêkolîna li ser seksê

    Hemo Rûto-28/07/06-Kovareke swêdî *Veckorevy* lêkolînek li ser jiyana keçan a seksê kiriye. 1400 kes beþdarî lêkolînê bûne. Li gora vê lêkolînê ji % 75ên keçên Stockholm jiyana xwe a seksêbi azadî dikarin bijîn bêyî tu zordarî an tesîra civatê li ser wan hebe. Herweha ew bi rihetî dikarin li ser seksê bipeyivin bêyî þerm bikin û bêyî tesîra derûdorê li ser wan hebe. Û gava dilê wan bibije seksê ew bi xwe dikarin gava pêþî bavêjin jibo peydakirina hevalekî ku seksê bi hev re bikin.Ev herdu ciwanikên xweþik (yek 16 a din 17 salî)  jî dibêjin: " Bi qasî em ji serpêhatiyên xwe dizanin, ev berhema ku di lêkolînê de derketiye, rast e." De hima bi gora Þêx Ebdulkadir ev herdu ciwan ji gelek nivîskarên me zanatir, þarezatir û azadtir in. Ma bi derewan e. Lê jiber ku nasnameya keçên beþdarî lêkolînê bûne veþirtîye, em nizanin bê ji % çend kurd in. Lê bi hêsanî mirov kare bêje ew ji %25ên mayî ku ne azad in, zordarî li ser jiyana wan a sexê heye, tev ne kurd bin jî, miheqeq ji %20ê wan kurd in. Ji lêkolînê xuya nabe, gelo ji % çend ji van keçên ne azad seksê bi dizî dikin. Bêsebeb negotine: Tiþtê mirov nizanibe, mirov pê naêþe, de hima bila kurdên me pê nizanibin, hev nekujin, keçên xwenekujin, nebin sebeb ku keçên wan xwe bikujin, ma we negot piþtî vê sedsalê em zanibin, em dê biçin hîvê an merîxê.Min xwest fikra nivîskareke kurd a feminîst li ser lêkolînê zanibim.Canikê got " De here, bêedeb, beradayî, ma te negot ez çi me! Here bila dê û xweha te fikra xwe a li ser seksê ji te re bêje."

Bê amîn!

Xelefê Torî-28/07/06- 

Ya Rebî tu bidî xatirê þev û rojê, buhuþt û dojehê!

Ya Rebî tu bidî xatirê sitûna erd û ezman, leyl û leyletulqedrê sûretil rehman!

Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila, kerema her heft melekan!
Ya rebî tiþtê ji te dixwazim tu dîn û îmana vî sêwelekê Ehmedînejad zêdetir bikî!.

Tu îmana wî ewqas zêde bikî ku ew kor bibî ji te pê de tiþtekî din nebînî.

Ya Rebî tu îmana wî ji kevir, hesin û pola jî qayimtir bikî!

Ya Rebî tu bikî ku gawir li ber çavên wî reþ bibin û ew cîhadeke tevahî li hemberî hemû gawiran îlan bikî!

 

Ya Rebî mane tu muqtedirî, tu axirî, zahirî, tu batinî!

Ya Rebî tu çavên Ehmedînejad sor bikî û tu bikî ku Iran hucûmê bibe ser Israîl

Ya Rebî tu bikî ku ew mucahîdên xwe biþîne ji bo wêrankirina Amerîka.

Ya Rebî tu bikî ku Esed û Erdoxan jî di hawara birakê xwe Ehmedînejad biçin.

 

Ya Rebî mane tu munteqîmî, tu qehharî, tu dikarî

Ya Rebî tu bikî ku Mam Buþ li wan were xezebê û hilê wan li milê wan kê,

Ya Rebî tu ciyê wan jî li cem yê Sedam çêbikî.

Ya Rebî tu doqikkî têxî destê min û min bixî nehtorê wan her çar gewadan

Ya Rebî tu kerîmî, tu rehîmî, tu rehmanî, tu melekê erþê ezmanî

Ya Rebî ji ezelde her tu qedîmî, tika û rica ji te dikim ku tu daxwaza vî evdê xwe neþkênî!

Daxuyaniyek ji Lotikxanê!

 

 27/07/06- Lotikxane þerê ku li Libnanê gêr bûye û Rohilata Navîn disincirîne, wek þerê bi barbarên ku di xelekên zemên re bi kêr û xinceran kiþiyane ser sênga mirovahiyê bi nav dike û ji zû de li ba birayên xwe ên cihû rêz girtiye. Ev þer ne þerê bi miletê ereb, tirk, faris, kurd û cihûyan re ye. Di vî þerî de rêbirên tirk, ereb û farisên ku di qonaxên tarîxê de mirovahî ji per û bask kirine li aliyekî û mirovparêzên emerîkî û cihû li aliyekî ne. Helbet Emerîka bi sîstema xwe a emperyalîst barbar e, lê bi rola ku li Rohilata Navîn pê rabûye mirovparêz e. Destpêka imperetoriya Romayê û helwesta qralê Afganîstana salên 1920an jî wilo bû. Di vî warî de nimûneyên barbarên duhêlî pir in.  Herkes berjewendiyên xwe ên netewî dipazêre. Kurdino, li her derê û bi dengê herî bilind destekê bidin birayên xwe ên cihû. Ji bîra nekin, li Rohilata Navîn têkbirina cihû û emerîkiyan, qirkirina miletê kurd e! Liberxwedan û pevçûn!

 Midîrê Lotikxanê

Lotikxan 

Partîyên me çi dixwazin?

Kurdino hay ji pozê xwe hebin!


Hemo Rûto-27/07/06- Hewlêr-Di van demên dawî de kuþtina jinan û xwekuþtina  jinan li Kurdistanê zêde bûne ( di bextê çapemeniyê de be) Û sebebên van kuþtin û xwekuþtinan jî parastina namûsê  tê bi nav kirin. Heta dezgehên biyanî ên navnetewî jî xwestine ku kurdan ji ser kirinên qirêj vegerînin, lê xuya ye kes guh nade wan. Lê hukumeta kurdistana azad dest  pê kiriye jibo pêþî li van hovîtiyan bigrin û ji kurdên din re  bivin nimûne. Li gora agahiyên ketine destê me, fermanek  ji hêzên asayiþê re hatiye þandin, ji nuha û pê ve kî sûcekî wisa rûreþî bike, dê hêzên asayiþê pozê wî jê bike. Jibo  destpêkirina peydakirina wekheviyê di civatê de û bi taybetî parastina azadiya jinan jî Wezaretek ava kirine û dê wezîreke  jin û feminîst li wir kar bike. Me ji cenabê Nêçîrvan pirsî, çima heta nuha we wezareteke wisa ava nekiriye? Nêçîrvan: “Ev 15 sal in em li hêviyê bûn ku kurd dê bi xwe fahm bikin û dev ji  zordariya li ser jinan berdin, lê xuya ye ev kurdên me , tev ku wan bi xwe hewqas zilm û zor dîtine, hîn qîmetê azadiyê nizanin,  ew bi xwe nuha zilm û zorê li jinan dikin. Em mecbûr man ku wezaretekê jibo vî karî dînin û qanûnên hîþk derxin”.

Zirt heye emel tune

Dîyar Baban-27/07/06- Mahabad- Roja ku rayedarên dewleta Îranê gef û zirtên xwe li Îsraîlê nekin tuneye. Serê sibê bi taþtê re zirtekê dikin, nîvro bi firavînê re zirtekê dikin û êvarî jî bi þîvê re zirtekê dikin. Heçê nizanibe wê bêje qey ha wê îro Îran li Îsraîlê xe û ha sibê. Lê di rastîyê de ev gef û zirt dibin wek “fisên bêdeng û bê bêhn” û li ber avê diçin. Van rojan dîsa Ahmedînejad li Tacikîstanê gef û zirtên xwe li Îsraîlê kirin lê dîsa virt û vala derket. Bawerkin çi þeva ku em dikevin xewê em dua dikin û dibêjin, “ya rebbî, sibê em bi dengê top û bombeyên Îran û Îsraîlê þiyar bibin belkî hema Amerîka bi paraþûtan xwe li Îranê deyne”. Lê mixabin Ahmedînejad li zirtên xwe xwedî dernakeve û fîþekekê jî bernade. Ma ev bû mêranî yaho!

Leyla û Mecnûn

 

Girdoyê Stlîlî - 01/08/06 Riha- Ha ji we re Leyla û Mecnûnek hevdem. Nivîskarên ku bixwazin romanek evînî binivîsînin bila lêkolînek baþ li ser Zekî Gezîcî û Leyla Gezîcî bikin û dest bi romana xwe bikin. Heger romana wan xelat negirt em ê bibin kefîl! Zekî Gezîcî li bajarê Rihayê ji ber sûcekî dikeve girtîgehê û wî radikin girtîxana Sêrtê. Xanima wî Leyla Gezîcî jî hingî ku jê hez dike radibe bi çeplên herçar zarokên xwe digre, diçe Sêrtê ber devê derîyê girtîgehê konê xwe vedigre û li bendî azadîya mêrê xwe dimîne. Leyla xanim dibêje, „ez pir ji mêrê xwe hez dikim, ew her tiþtê min e, heta mirinê jî ez ê li vir li bendî wî bim“ û tûtina qaçax dipêçe û dikþîne ser kezeba xwe. De ji xwe re li wê û li a xwe binerin? Ma jinên me ên ku xwe hevdem û xwenda dibînin karin bi vî hawayî li bendî mêrê xwe bimînin gelo? Ez bi xwe bawer nakim! Bi wî rebê banî dikim ku a min jî wilo baya, min ê hefsarek di stuyê xwe xista û hevsar herwiha têxista destê wê!

Wergerê me jî çêbû!

Rojda Aydin-31/07/06-Stenbol-Cara yekemîne ku li Tirkiyê Bîroya Wergêra Kurdî vedibe. Mehdî Tanrikûlûyê Amedî, li taxa Ûnkapani bîroyek bi navê „Wergerîya Kurdî“ vekiriye û xizmeta wergerandina Kurdî-Tirkî dike.Mehdî Tanrikûlû wergêrekî sûndxwarî ye û dikare her zaraveyê Kurdî wergerîne Tirkî.Tanrikûlû dibêje, „daxwazek mezin jibo wergera zimanê Kurdî-Tirkî heye, gellek kes û saziyên fermî dikevin dorê“ û kêfxweþîya xwe tîne zimên.  Li ser tabelaya bîroya wî „Wergerîya Kurdî ya Sondxwarî“ hatiye nivîsandin û xuyaye Mêhdî Tanrikûlû kar û xizmetekê baþ dike. Tanrikûlû niha bi 10 noteran re dixebite û bi piranî Kurdên ku bi Tirkî nizanin tên cem wî derdê xwe derman dikin. Hûn zanin bê min çima ev nivîs nivîsand? Bi salane evqas partî û saziyên me ên „tirtire“ hene lê nefikirîne, nikarîbûn yan nexwestine wek Mêhdî Tanrikûlû bîroyên wergera zimanê Kurdî vekin û xizmetekê ji zimanê Kurdî re bikin..Ma ev ne qebhetek mezin û þermek kesanedî ye!? Bijî kekê Mêhdî…Ne bi qarewar û zirtên vala ye bavê min, emel lazime emel…..

Xwe ji tîrêjên rojê biparêzin

Leyla Barîn- 31/07/06- Rêxistina Tenduristîya Cîhanê ragihand ku hersalê 60 hezar mirov jiber tîrêjên rojê û kansera ku jê çêdibe dimrin. Li gor ragihandina RTC ji vî 60 hezarî 48 hezar kes jiber kansera bi navê malîn melanoma û ên mayî jî jiber cûreyên din ên kansera çerm dimrin. Hat ragihandin ku ji sedî 90 ê van cûreyên kanserê jî ji germa tîrêjên rojê çêdibin. Li gor rapora rêxistinê, herweha tîrêjên rojê dibe sedema qermiçîna çermê însên, korbûn û gellek nexweþîyên din. Pispor dibêjin ku, “raste, hewcedarîya me bi germê û tîrêjên rojê heye lê germa zêde xetera mirinê bi xwe re tîne”û bala mirov dikþînin.  Dîrektorê RTC Dr.Marîa Neîra dibêje ku, “tîrêjên UV (ultravîolet) jibo çêbûna wîtamîna D pêwiste, bi taybet wîtamîn D di mezinbûn û þikilgirtina hestîyên zarokan de rolek sereke dilîze, lê bi þertê ku sînorê germîya UV ê bê zanîn” û dîsa balê dikþîne ser baþî û xeterîya tîrêjên rojê. Îcar heyran, em wek dermanzanên Lotikxanê bala we dikþînin ser van baþî û xeterîyan..Hûn bi a me dikin hûn nakin bi tehtel erda we kiriye..Xêr û guneh di stuyê we de be....

Zirt û virt...

Ahmed Beyan-31/07/06-Ankara- Serokwezîr Erdogan beþdarî lêkolînên li ser projeya Marmarayê bû û pirsên rojnamevanan bersivand. Li ser pirsa alozîyên Rojhilata Navîn Erdogan got, “Tirkiye nikare çavên xwe ji bûyerên herêmê re bigre, em dewletek mezinin û divê em mezinbûna xwe nîþan bidin. Tirkiyê di dîroka xwe de çavê xwe ji bûyeran re negirtiye, heger em wek temaþevan bimînin wî çaxî çima em sîyasetê dikin” û wekî din. Lê xuyaye Erdogan tiþtekî jibîr dike. Îsraîl ne Yûnan e û þerê Lubnanê jî ne þerê Kibrisê ye. Tirk bawerin ku ewê wek Kibrisê hema têkevin erd û xaka xelkê û wê ev ji wan re bimîne. Ferza Yûnan bêhêz û tirsonek derket, ma hûn bawerin wê Amerîka û Îsraîl jî bêdeng bimînin Erdogan efendî! De ka bêdeng nemîne em qumaþê te bibînin loooo....

 

Li gora anketan, ên me jî….

 

 

Rozê 30/07/06 Londra – Piþtî anketa kovara The British Journal of Psychiatrya, vê carê jî kurdên baþûrê Kurdistanê di nav jin û mêrên kurdan de anketek kirin. D Dketek n de di nav jin û mêran stanê di nav jin û mêran de kirin i anketa The British Journal of Psychiatry de, piraniya mêrên ingilîzên feqîr û birçî, ji jinên qelew hez kiribûn. Lê di anketa kurdên me de tiþtekî ecêb derketiye holê. Li gora anketa ên me, piraniya jinan, mîna Nesrîn Berwariya ku di demekê de bûbû jina el erebekî qelew, ji mêrên qelew û piraniya mêran jî mîna wezîrê pêþmergeyan Hemîd Efendiyê mêrê çar jinan ku dil dabû keçika çavþîn, 19 salî û lê digeriya ku bi haweyekî jina xwe a çaran berda, da bi qudreta çavþînkê jî hilperikiya, ji jinên çavþîn, bejinçinar û gîtirgewr û boz hez dikin.

Jîr Dilovan da bin asîmîlasyonê

30/07/06- Nîvîskar û mamostê zimanê Kurdî Jîr DILOVAN bi pirtûka xwe a nuh lotikek baþ li dewleta Tirk û asîmîlasyona wê xist û xezîna ziman û çanda Kurdî dewlemendtir kir. Pirtûka Jîr DILOVAN a ku ji helbestên fabl tê holê, ji aliyê þaredariya Sûrê Ya Amedê  ve hat çapkirin û li Bakurê Kurdistanê, li zarokên Kurd hat belavkirin. Jîr DILOVAN di vê pirtûkê de, çîrokên gelê Kurd ên ku ji kûraya dîrokê tên û nirxên hezar salan digirin nava xwe, bi awayek helbestî nivîsîne û ji zarokan re kirine diyarî. Di pirtûkê de 17 helbestên ku ji 17 çîrokan pêk tên, pend, þîret û qewêtiyên kalikên me yên beriya hezar salan, radigihîne nifþên nû.Pirtûk bi dîroka fablên Kurdî û pêþgotina nivîskar dest pê dike û ji 67 rûpelan tê hole. Wek me berê jî gotibû, kar û xizmeta baþ hêjayî pesinandinê ye. Xwedê xêra te qebûl bike Mamoste.....

Bajo qurban bajo

Abdullah Kerîm-30/07/06-Necef-Serokê Civata Þoreþa Îslamî Ebdulezîz El-Hekîm di civîna bîranîna brayê xwe Mihemmed Baqir El-Hekîm de li bajarê Necefê got, “li herêmên naverast û baþûrê Iraqê hewcedarîya me bi federasyonê heye. Binerin bê Kurd çi biaqil derketin, ma wek me Þîeyan bêaqilin! Ciwamêran federasyona xwe lidarxistine û berê xwe dane serxwebûnê. Kuro ma niha em Þîe bi kêrî çi tên lo!” û doza federasyonê li Þîeyên Iraqê kir. Wey dengê te here xwedê ya El-Hekîm! Hûn dixwazin federasyonê lidarxin? Aha ji we re Kurd! Hûn dixwazin biaqil bibin? Aha ji we re Kurd! Kuro ma heta hûn ji bin per û baskê Hamaneyê rîhdirêj dernekevin hûn kengî biaqil dibin babaaaaa!

Bîkînî mabû ew jî derket

Leyla Barîn-29/07/06- Her ku diçe tiþtên kesanedî derdikevin piyasê û teknîka pêþketî wilo dike ku êdî mirov bibin hêsîrê wê û pêve bên girêdan. Helbet pêþketin baþe, ma ji pêþketin û guhertinê xweþtir heye qey! Binerin niha jî bîkînîyên biaqil derketine piyasê û êdî bila tirsa we ji avjenî (melevanî-sobanî) û þewata germa havînê nemîne.Bîkînî ketiye 60 salîya xwe. Jiber vê minasebetê jî bîkînîyên biaqil derketine piyasê. Ev bîkînî li gor lêkolîna kanserê hatiye amadekirin. Bîkînî germa tîrêjên rojê û ultravîyolê otomatîkî dipîve û bala xwedîyê xwe dikþîne. Bîkînî ji alî þîrketa SmartSwîmê ve hatiye çêkirin û dikare germa tîrêjên rojê ji 0-20an ji hev veqetîne. Bi vî awayî wê xwedîyê bikînî zanibin ka kîjan dereca germê jibo bedena wan baþe yan nebaþe. Dibêjin germa zêde û tîrêjên ultravîoletê kansera çerm çêdike. Lê ji Kurdan re çîrokên wilo virt û vala ne. Ji Ewrûpîyên ku wek pisîka pirtosekî nazik in re erê raste, lê ultravîolet li Kurdan tesîrê nake û hetta newêre xwe nêzîkî wan jî bike.Jiber ku derya (behr) li Kurdistanê nîne jixwe kes van bîkînîyan jî li xwe nake. Lê heger xelkên derûdora Gola Wanê van bîkînîyên biaqil bistînin em wê nizanin.....

Welatê herî bextewar

Azad Herdem-29/07/06- Kopenhagen- Li gor lêkolîna pisporê Brîtanî ê Zanîngeha Leicester ê Adrîan Whîte, li dinyayê welatê herî bextewar Danîmarka û ê herî nebextewar jî Bûrûndî a Afrîkayê ye.Whîte lêkolîna xwe sipart çavkanîyên Yekîtîya Milletan û Rêxistina Tenduristîya Dinyayê. Li gor lêkolîna ku li ser 128 welatan hatiye çêkirin, bi dorê Danîmarka, Swîsre, Awûstûrya, Îzlanda û Bahama welatên herî bextewar û Komara Demokratîk a Kongo, Zîmbabwe û Bûrûndî jî welatên herî nexweþ û nebextewar derketin. Îcar heyran, jiber ku em Kurd hîna ji êþ, zilm û kujtinê xelas nebûne em nizanin ka Kurdistan wê di kîjan beþê jîyanê de cîh bistîne. Lê heger Kurdistan azad bû û welatek serbixwe û demokratîk ava bibe em bawerin wê bibe welatê herî bextewar ê dinyayê. De heta wî çaxî Xwedê kerîm û rehîm e..Helbet wê rojekê feleka bêbext berê bextewarîyê bide me jî...... 

Rovî dixwaze þêr bixapîne

Ahmed Beyan-28/07/06- Ankara-Rayedarên dewleta Tirk di derbarê êrîþkirin û dagîrkirina Kurdistana azad de li xwe mane halekî heyirî û her roj li plan û projeyên nuh, li dek û dolabên xapînok digerin. Piþtî ku rayedarên Kurdistanê, hikûmeta Iraqê, Amerîka û Yekîtîya Ewrûpayê li dij Tirkan sekinîn û nerazîbûna xwe jibo dagîrkirina Kurdistanê nîþan dan, Tirk ketin nav lêgerînek din û niha jî dest avêtine mesela NATO yê. Serokwezîr Erdogan bi tundî daxwaz dike ku NATO têkeve Kurdistanê da ku bi vê riyê eskerên Tirk li Kurdistanê bi cîh bike. Yanî; rovîyê Tirk dixwaze bi wî aqilê xwe ê biçûk þêrên Amerîkî û Ewrûpî bixapîne û wan û Kurdan bîne ber hev. Lê þêrên Kurd, Amerîkî û Ewrûpî ji Lotikxanê re dibêjin, “hahahaha, ciyê rovî koxa mirîþkane bavê min, çi îþê rovî di nava þêran de heye” û lotikên xweþ li rovîyê Tirk dixin. NATOyê jî lotika xwe li Tirkan xist, ka em binerin bê ewê li kîjan fen û fûtên din bigerin....

Rabe û rûnê ji msn ê re dua bike ya hecî!

Polat Erdem-28/07/06- Îzmîr-Hecî Nîyazî Yildirim ê 64 salî, bavê 8 zarok û 14 torinan li bajarê Izmîrê bi riya msn ê ji xwe re jinek wek gulekê (20 salan jê biçûktir) dît û bi miradê xwe þa bû. Berî pênc mehan xanima Hecî efendî diçe ser dilovanîya xwe û dimre. Hecîyê xwenegirtî jî hê ku þîna jina wî li erdê ye nema îdare dike û înternetê nasdike. Bi riya înternetê bi xweþîya msn ê dihise û dest bi tolazîyê dike. Di encama vê tolazîyê de jinikek 20 salan jê biçûktir dikeve xefik û kemîna wî û agirpêketya jinikê jî pê qaîl dibe û bi mehra îmamê çaroxî bi hevre dizewicin. Îcar jibo ku Hecî ji xwe re fitûyê derxe çi dibêje hûn zanin? Dibêje, “hecîbûna min nabe asteng ku ez di msn ê de ji xwe re li hevalan bigerim, min guneh nekiriye. Li gor min înternet jibo hecîyên wek min agirpêketî nîmeta Xwedê ye”. Û wek mûyekî xwe ji nav mêst dikþîne. Îcar heyran, bi þeref û namûs înternet nîmeta Xwedê ye ma derew e! Binerin bê hecîyên xelkê çi biaqil in....Ê me çi dikin? Incex ew jî bidin dû Kerbakan, Millî gorûþ û sextekarên weke wan....

Piþtî jin û mêrên seksî, vê carê jî terempêlên seksî!

 

Rozê -27/07/06 Londra – Kovara terempêlên ingilizî Top Gearê, merqa texsiya Fîat 500, di dinyayê de wek texsiya herî seksî hilbijart. Li gora kovarê her kes û kesa ku çiqasî çist be jî, ”gava xwe dide ser dîreksyona Fîat 500ê, mîna stêrikê spehî xuyanî dike!..” Îcar li sikakên Londrayê tê xeberdan ku fîrma ingilîzî, wê bi vê terempêlê dinyayek dolar ji þêx û miþayix û mehþûqên el erebên ziktelêr qezenc bike.Pêþniyara Lotikxaneyê jî, ji bilî serokekî piçekî qut î girover û yek jî girs, ji temamê serokên kurdan re ev e: ”Rêzdar serokino, bi haweyekî vê terempêlê ji xwe re bikirin, tu carî jê danekevin û herwiha li nav xelkê bigerin da hûn hinekî bên xwarin, heyran!”

s© lotikxane 2006