Adil Duran

Çend bûyer ji Dersimê

Hemo Rûto

Gerard Depardieu xwe di çiravê da

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

Lezgîn Þêxo

Smeîlê dîn-3

 

Lokman Polat

Romaneke nû: Sê terîþ

 

Dilsotî

Kurmancno

Senar Þahîn

Mêranîya jinan û jinitîya mêran

Aso Elîka

Erdsêvk

 

 

 

                           

              

Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Hay ji kondoman hebin!

 

Rozê -08/08/06 London – Li gora lêkolîna Dezgeha Tendurisiya Brîtanî ku li ser kondoman kiriye, di hingama seksa ingilîziyan de, ji sê kondoman du kondom diçirin. Û ew yeka han jî rê li ber nexweþiyan vedike. Hêjayê gotinêye ku dîrektorê Dezgeha Tenduristiya Brîtanî Tonî Belfîeld ji mêran re dibêje:”Fedî nekin, ji cihê ku hûn ê kondoman bikirin dirêjaya þilindirê xwe bibêjin da kondomfiroþ jî li gora qiyasa þilindir bi we re bike…” Hetanî vir temam, lê ka îcar jin wê çawa bibêjin? Ma dibe ku xanim ji kondomfiroþ re bibêje ”qiyasa þilindirê mêrê min ewqas e…” Heydê em ê bêjin ev jî temam, lê ew jinên ku her þev bi yekî re ne wê çawa van kondoman peyde bikin? Xuyaye dîrektor bi tenê li gora xwe û jina xwe çûye.

Îtalîyên zinêkar û jinên çarþefkirî

Baran Anton-08/08/06- Roma-Serokê Þaredarîya Rîccîone Andrea Cîcchettî dixwaze modeyekê nuh li Îtanyayê bide destpêkirin ku ev mode nakeve serê tu mirovên Xwedê. Cîcchettî dixwaze di sînorên þaredarîya xwe de, di plajên deryayê de ciyekî taybet jibo jinên Erebên dewlemend ên misilman veqetîne da ku jinên sergirtî û çarþefkirî bêyî ku zilaman bibînin û zilam wan bibînin têkevin behrê û ji xwe re masîyan bigrin. De îcar ev dikeve serê kê yabo! Ê lawo, mafya Îtalî dewlemendên dinyayê ne, hûn ne muhtacî pereyên Erebên zikmezin in, jinên Erebên bêderpî jî ne mecbûrin bên Îtalyayê û ji xwe re masîyan bigrin, îcar ev çi qeþmerîne hûn dikin! Ma derya li Dubaî, Kuwêt û Siûdîyê nîne? Belê! Heger ev ne fen bin ev çi ben in naxwe heyran! Heger niyeta wan jinên Erebên zikmezin ne zinêkarî be çi îþê wan di plaj û deryayên kafir û gawiran de heye yabo, hêêê!

Avrêja erd û ezmên

Berjen Beran-08/08/06- Swîsre-Kuro binerin bê kurên xelkê çi biaqilin looo! Li Swîsreyê þîrketekê cûreyekî avrêjê (tuwalet-qedemge) çêkir ku ji sedî sed dibe ku ev avrêj têkeve pitûka gynesê û di dîroka mirovatîyê de cîyê xwe bistîne. Avrêj bi camê hatiye çêkirin. Ji derve de kes ê hundur nabîne, lê ê di avrêjê de kesên li derve dibîne. Yanî; wê yek têkeve hundurê avrêjê, çay û qehwa xwe vexwe, cixara xwe bikþîne û di ser mîzê de têra xwe li jin û mêrên derve binere. Ma ka ji vê xweþtir? Kuro ev teknolojî nameta Xwedê ye namet….

26 salin bê nasname ye

H.Emîn Tek-08/08/06-Konya- Ehmedê 26 salî di çêbûna xwe de ji alîyê diya xwe ve tê terk kirin û di kuçe û kolananên bajarê Konyayê de mezin dibe. 26 salin ku bê nasname ye û hê jî nizane bê ew kî ye. Rebeno ne kare karekî ji xwe re bibîne û ne jî kare ji xwe re nasnameyekê derêxe. Tukes wî qebûl nake, bê xwedî û bê xudan maye. Îcar rebeno dilê xwe bi xwe diþewitîne û dike kazewaz. Heçê nizanibe wê bêje di dinyayê de ji xeynî wî pêve kesekî din bê nasname tuneye haa! Kuro lawo malxirab, Kurdên Sûriyê ev zêdeyî sed salî ne bê nasname ne, çima weke te nakin kazewaz oxlim? Bi milyonan Kurd bê nasname ne, çima wek te li serê xwe naxin hey peppûko? Hema mêr be û bêje, „ ez di nava nasnama Tirkî de bimîzim, nasname tune tune“ û li wan û nasnama wan bihejîne ma wê serê te jêkin!

Lîz Hurley jî terka me kir

Serdar Mirad-07/08/06- Kalîfornîa-Artîsta xweþik û þekirlêvî Elîzabeth Hurley jî terka me dike û dixwaze bizewice. Hurley di hevpeyvîna bi kovara Îtalî vanîty Faîr re dibêje, “êdî bese, min ji nêçîrê têr xwar, ma heta kengî ezê yekî bigrim û yekî berdim heyran, wey! A baþ ezê bi dostikê xwe ê Hindî Arûn Nayer re bizewicim û ji van zinêkarên heyranên xwe xelas bim û hûn sax”.  Tuhhhhh! Yabo bi telaq þens û siûda me tune looo! Me jî tam dixwest em dora xwe deynin ser tenûra Hurley xatûnê lê ciwanikê berî me tenûr vemirand we dît ne! Ew di destê me de mabû ew jî çûûûûûûû......

Xweþ xebere, lêêê..

Bavê Cengo-07/08/06- Qamiþlo- Dibêjin Wezîrê Derve ê Sûriyê Welîd Muelem efendî li Lubnanê daxuyanîyek daye rojnamevanan û dest bi derewan kiriye. Li gora rojnama Al Arabîye dibêje, ewî gotiye, “em ji þer re amade ne, em hazirim li cem birêz Nasrallah bibim leþkerek qûnbicilik” û daye navê. Ji alîyekî de Îran zirtên xwe dike û ji alîyê din Sûriyê hespê xwe dibezîne. De ka emê binerin bê wê ev zirt û beza hespê li ku raweste. Heger zirtên Îranê rast derkevin û hespê Sûriyê jî di nîvê rê de neteqine baþe. Lê em ditirsin dîsa wek hercarê zirt bibin tir û fis û hespê Sûriyê jî bibe wek kerê tî û di nîvê rê de ji tîbûna bibeice. De ya allah û ya Xwedê...Hema kî têxe kê her ji Kurdan re xêr e.

Telefonan bifroþin ereban!

 

Rozê 06/08/06 Londra- Di dawiya lêkolîna Unîversîteya Manchester beþê mîkrobîyolîgiyê a li ser telefona destan ”mobîl”, xuya bû ku mîkroba bi telefonên destan ve ji mîkroba ku bi qelpaxa qedemgehan ve (tuwalet), pir pirtir e û ew mîkrob rê li ber gelek nexweþiyên wek zatûrê û menerjîtê vedikin. Li gora Joanna Verrana mîkrobîyolog bi her telefona di destê ingilîzekî de bi sed hezaran mîkrob hene. Eeeeehewww! Dema ku bi telefonên ingilîzan ve ewqas mîkrob hebin, îcar niha bi telefonên di destên ereban de çiqas mîkrob hene gelo?

Fermana Madonna derxistin

Tacdîn Zero-06/08/06- Roma-Stranbêja çil (40) salî bû benîþtê devê Xiristiyan, Katolîk û Misilmanan. Di tûrneya li Romayê de Madonna xwe dike wek Hz. Îsa Pêxember û xwe li ser xaçê vedizilîne. Li gora Madonna ewê þow kiriye, lê li gora Xiristiyan, Katolîk û Misilmanan (!) ewê heqaret li Hz. Îsa kiriye û ev heqaret nayê qebûlkirin. Îcar niha Xiristiyan, Katolîk û hikek ji Misilmanan fermana Madonna derxistine û daxwaz dikin ku ew ji dîn (olê) bê avêtin. Dibêjin li ser vê cîhada li hemberî wê Madonna jî ketiye nav lêgerînekê û ji xwe re li olekê nuh digere. Xwedêgiravî dibêjin Madonna gotiye, “ez dibêjim ola herî maqûl ola Zerdûþtî ye, de ka ku xêr têde hebe ezê bifikirim” û peyamek daye Kurdekan..De a bi xêr...Heger Madonna bû Zerdûþtî ji xwe wê  Þakîra û Brîtney Spears jî bidin dû wê û bi telaq emê piyasa muzîka dinyayê têxin destê Kurdan loo...

Werin vê ecêbê !

Sosin Bermal-06/08/06- Almanya- Hinek dibêjin „ev elametek ji ê qiyametê ye“, hinek dibêjin „na wele ehmeqî ye“, hinek jî dibêjin „ de herin lo, ev hebe nebe îþê cin û pîrebokan e“ û li ser vê bûyerê gotinên li ser tenûrê li Almanya digerînin. Li Almanya bajarê Achenê nîvê þevê jinikek Alman telefonî polîsan dike û alîkarîyê dixwaze. Polîs li daxwaza wê dipirsin û jinik jî dibêje, „ev çend mehin mêrê min nayê ser nivîna min û seksê bi min re nake, wezîfa xwe a mêranîyê nayne cîh“ û gazindan ji mêrê xwe dike. Îcar niha ev bûyer di devê Almanan de bûye wek benîþtê benka (navê darekê ye, benîþtê wê meþhûr e) û herkes li gora xwe diçû. Îcar heyran hûn çi navî lê dikin bikin lê li gora min ev ji ehmeqîyê pêve ne tutiþt e. Yanî jinika Alman çend mehan bê mêr bimîne û zinêkarîyê neke, ma ev dikeve aqilan? Ê keçko, li bajarê Achenê bi hezaran Kurdên betal û birçî hebûn haa, hema tu li ber kîjanî bigeriya allahwekîl wê þûna mêrê te dagirta, weyy! Ma ka aqil! 

Pirsgirêka Kurmancî û  Soranî mezintir dibe

Þîndar Berwarî-08/08/06-Duhok-Kî çi dibêje bila bêje lê ji berê de alerjîya kakacanên Soran li hemberî Kurmancî hebû û ev alerjî her ku diçe zêdetir dibe. Hikûmeta ku di her wesîlê de xwe wek hikûmeta her çar parçeyên Kurdistanê û hemu Kurdan dibîne, helwestek neyînî û dijminatî li hember zaravê Kurmancî dide meþandin û ev jî di nava Kurdan de dibe cihê nerazîbûn û serêþandinek mezin. Xuyaye heger wilo biçe ewê di nava Kurmanc û Soranan de dubendîyek xurt derkeve û ev jî ne li berjewendîya milletê Kurd lê wê di berjewendîya dijminên me de be. Ji xwe piþtî ku Dilþad Ebdilrehman bûye Wezîrê Perwerdeyê ev pirsgirêk kûrtir bûye. Li gora daxuyanî û nerazîbûna xelkê herêmê Dilþad Ebdilrehman dixwaze bi temamî zaravê Kurmancî (Behdînanî jî di navde) qedexe bike û Soranî bike zimanê fermî ê xwendin û nivîsandinê. Heger plan û projeya Wezîrê Perwerdeyê têkeve jiyanê ewê brînek bêderman di bedena milletê Kurd de vebe û di pêþerojê de wê ev brîn bibe cihê dijminatîya Kurmanc û Soranan. Herçiqasî helwesta fermîkirina zaravê Soranî berê jî hebû lê xuyaye Wezîrê Perwerdeyê dixwaze bi êgir here ser vê pirsgirêkê û vê brîna xedar kûrtir bike. Em tika ji rayedarên hikûmeta Kurdistanê dikin ku dubendîyê nexin navbera Kurmanc û Soranan û milletê Kurd ji hev parçe nekin. Heger birastî hûn hikûmeta herçar parçeyên Kurdistanê û hemu Kurdanin,rêzê ji zaravê Kurmancî re jî bigrin û bizanin ku piranîya milletê Kurd bi zaravê Kurmancî diaxive..Kurdino! Bêdeng nemînin, bêdengî piþtgirîya xeletîyan e. Hikûmeta xwe rexne bikin lê rexneyên dostanî.Rexnekirin ne dijminatîkirin e, lê bêdengî þirîkatîya xeletîyan e....

Ma ev jî mêr e, na welle!

Ehmed Melle-08/08/06- Beyrûd-Kuro li þûfa (qilafet) zilaman nenerin û bawer nekin ku her zilam zilame haa! Aha ji we re nimûne: Fûad Sinyora! Serokwezîrê Lubnanê Fûad Sinyora efendî di civîna Wezîrên Derve ên Ereban de bû kûrkûra wî û dest bi girî kir. Yanî qaþo wî dixwest dilê Erebên ziktelêrî bi xwe biþewitîne û çend qirûþan ji wan biçilvizîne haa! Dibêjin piþtî ku di civînê de Sinyora girîyaye, Wezîrên Dewletên Erebî rabûne ser xwe û kirine “þeq, þeq, þeq” û jê re li çepikan dane û wan jî dest bi girî kirine. Ji xwe dibêjin Wezîrê Derve ê Sûriyê Welîd El Muallim ji ê kêleka xwe re gotiye, “ tu mêran dibînî ne wilo! Kuro ku mêr wek Fûad Sinyora negirîn û fiþþînîyê bi pozê xwe nexin, ma ew jî mêrin loooo!” û pesnê Sinyora daye. Îcar heyran bi serê we, dilê me jî bi refîq Fûad Sinyora þewitî û ev stran hat bîra me..Em vê stranê diyarî Sinyora dikin: Ma ev jî mêr e, na welle! Ma ev jî mêr e, zik telêr e, her ro du ro li bajêr e, heqê wîna neh-deh kêr e, ma ev jî mêr e, na welle!

Wekîlê AKP serokê zinêkaran derket

Þerîf Zaza-08/08/06- Cewlig-Rojnameya Vatan a Tirkî qumaþê Wekîlê AKP ê Cewligê (Bîngolê) Feyzî Berdîbek derxist mazatê. Di operasyona bi navê “barbîe” de li telefona Feyzî efendî hatiye guhdarîkirin û tê de derketiye holê ku ew ketiye nav bazara zinêkarîyê û zinêkarekî xalis muxlis bûye. Li ser nûçeya rojnama Vatanê, Feyzî efendî li Bîngolê hemi hejmarên rojnama Vatanê dikire û dixwaze gunehê xwe ji xelkê veþêre. Lê rebeno dike û nake nikare ava ku çûye binê wî rawestîne û ji serî heta bi binî di nava av û mîza xwe de dimîne. Ji alîyê din Serokwezîr Erdogan dibihîze ku Feyzî efendî azib e (ne zewicî ye) û ji Feyzî efendî re gotiye, “kuro Feyzîko! Bizewice lawo! Binere tê belayekê bîne serê xwe haa” û bala wî kiþandiye. Lê Feyzî beg jî bersivandiye, “efendim, li Enqerê û Bîngolê karê min pir e, xwedî û nasên min min rehet nahêlin, ma wê kî qîma xwe bi min bîne, qîma xwe bîne jî piþtî du rojan wê min berde” û henekê xwe bi serokê xwe kiriye. Welhasilîkelam hat fêmkirin ku Feyzî efendî di binê kayê re avê diherikîne û bazirganîya zinêkarî û fihûþê dike. Lê çi fêde...Jiber ku li Tirkiyê jibo wekîlan fihûþ wek sûc nayê hesibandin vê carê Feyzî efendî ji qulikê xelas bû. De ka emê binerin bê cara bê ewê kîjan rojê di ser jinekê de bê girtin

Îslamofaþîst jî ket nav lîteraturê

Þemal Amedî-07/08/06- Waþîngton-Heyran bi telaqê bê fitû ev Amerîkî jêhatî ne ma bi derewa ye. Piþtî êrîþa 11ê Îlonê gotin “terora îslamî” xistin devê xelkê û bi xêra wê lotikek xurt li Saddam û Zerqawî xistin, ew totlanî hev kirin. Îcar niha jî Wezîrê Paraztinê Donald Rumsfeld gotina “îslamofaþîst” xist nav lîteratura xwe û xuyaye ewê bi vê mebestê serê gellek dîktatorên din bixwin. Gotina îslamofaþîst tê maneya “dîktator-zalim” û bi vê jî helbet ku di serî de Mahmûd Ahmedînejad û Beþar Esed tê qestkirin.  Yanî bi gotinek vekirî mîster Rumsfeld dixwaze bêje, “di Rojhilata Navîn de îslamofaþîstên wek Ahmedînejad, Beþar Esed, Bîn Ladîn û Nasrûllah hene. Heta em serî li van dîktatoran negerînin demokrasî nayê Rojhilata Navîn” û hespê xwe dibezîne.  Yabo bi namûs ji Kurdan re ferq nake loo! Ha terora îslamî û ha îslamofaþîst! Heyran me ji van dîktatoran azadkin hûn çi navî li wan dikin bikin, wey! Hûn dixwazin bêjin îslamokomunîst jî......

170 þaþikmezin..

Îbrahîm Sofî-07/08/06- Misir-170 þaþikmezinên ku qaþo xwe wek zanyar, ronakbîr, sîyasetmedar û alimên îslamê dibînin belavokek hevbeþ li dijî êrîþên Îsraîlê derxistin û ji hemi misilman û mirovhezar daxwaza lidijderketina Îsraîlê dikin. Ev 170 kesên ku di qirkirina Helebçê de wek pisîkên kedî bêdeng mabûn, bi kujtina Kurdên misilman kêfxweþ dibûn û hevalbendîya Saddam Hisên dikirin, îro bêfedî radibin bi navê zanyar û alimên îslamê piþtgirîya brayên xwe ên Ereb dikin û alîkarîyê ji misilmanên cîhanê dixwazin. Ev sextekarên ku îslamê tenê jibo daxwazên xwe û berjewendiyên xwe bikartînin di belavoka xwe de bêfedî bi navê “Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm” destpêdikin û haþa Xwedê bixwe jî dixapînin. Di belavokê de êrîþî Îsraîl, Amerîka, hevalbend û xulamên wan (Kurdan qest dikin) dikin û çîrokên xwe wek libên tizbîyê rêz dikin. Ey þaþikmezinên bê dîn û bê îman! Gelo di dema me de kî (di ser û bin re) bi Amerîkayê re naxebite? Gelo di nava we 170 þaþikmezinan de çend ji we sîxurên Amerîka û Îsraîlê ne hûn karin bêjin? Gava dor tê ser pirsgirêka Kurd hûn ker û lal, bêaqil dibin. Lê ku mesele dibe mesela Erebî hûn dikin “zirezir” û dibin zanyar û alimên îslamê ne wilo! De yalla xeyoooooo..Herin xwe helal bikin û piþtre alîkarîyê bixwazin yewel.....

Xwarina modern

 

 Hebeþ Kal-06/08/06-London-Li Brîtanya bajarê Gloûcesterê bûyerek kesanetî ciriya (qewimî). Jin û mêrek xwarinpêj (aþçî) tiþtekî wilo kirine ku aqilê mirovan disekine. Jin û mêrê xwarinpêj di mala xwe de dersa xwarinpêjanê didin þagirtên xwe yên jin. Her carê jî bi dizî bi destê jinekê digrin dadixin qata binî û bi kêr û biviran dikevin ser dilê wê, wê perçe perçe dikin û û dixin binê erdê vediþêrin. Piþtî wendabûna van jinên þagirt xelkên derûdorê dikevin þikê û polîs dikeve taqîbatê. Piþtre derdikeve holê ku in û mêrê xwarinpêj tam deh (10) þagirtên jin kujtine, bi kêran perçe perçe kirine û veþartine. Lê a ecêb çiye hûn zanin? Herdu zinêkaran keça xwe a 16 salî jî bi kêrê perçe kirine û veþartine..Çi insanên dilkevir hene ya starrrrrrr! Welhasil herdu tên girtin û dikevin girtîxanê. Mêrik piþtî çend rojan xwe dikuje û jinik jî dîsa wek berê dersa xwarinpêjanê dide þagirtên jin. Jinika bi navê Rose niha amadekarîya derxistina pitûka xwe a bi navê “xwarina modern” dike. Yanî; wê têde bitefsilîne bê ka çawa ji goþtê jinan xwarina modern tê çêkirin. Ya rebbî tu me ji insanên ne insan bistirîne û hew.....

Xiyarên Mêrdînê Tirk qutifandin

Rojîn Beravî-06/08/06- Edene-De binerin bê xiyarên Mêrdînê çawa Tirkan ziravqetandî dikin û tiran ji wan berdidin..Li îstasyona trênê a bajarê Edenê li piþt trimbêlekê çenteyek bêxwedî tê dîtin. Xelk ji vî çentê bêxwedî dikevin þikê û bawer dikin ku bombeyek atomê wek a Hîroþîmayê têdeye. Radibin bi qarewar û hawar hawar ban polîs û eskeran dikin û qiyamet li bajarê Edenê radibe. Welhasilîkelam, polîs û eskerên Edenê seferber dibin û bi rûdankên (maske) gazê çente diteqînin. Piþtî çente diteqe hûn zanin bê çi ji çente derdikeve? Xiyar! Hem jî tirozî û xiyarên ku nuh ji bajarê Mêrdînê hatine! Dibêjin piþtî teqandina çente, polîsekî Tirk gotiye, „oxxxx, bu sefer de kurtulduk, bu xiyarlar anamizi sî….tî yawwww!“ De îcar hûn texmîn bikin bê xiyarên Mêrdînê karin çi bikin û çi nekin……

Lotikxanê civaka Tirkiyê serûbinê hev kir

 

Sîpan Nas-06/08/06- Tirkiye-Wek hûn zanin Lotikxanê berê xwe daye têkbirina civaka Tirk û bi xêra kampanya Lotikxanê roj namîne ku yekî Tirk jina xwe û yeke Tirk jî mêrê xwe nekuje. Ji xwe ê ku zêde têkeve nav diranên Lotikxanê hem xwe jî dikuje û hem jî qira malbata xwe tîne û tuxmê Tirkan hêdî hêdî kêmtir dibe. Niha jî li bajarê Balikesîrê jina bi navê S.K piþtgirîya kampanya Lotikxanê kir û bi biviran ket ser dilê mêrê xwe, ew hûrhûrî kir. Dibêjin dayika du zarokan S.K a 45 salî bi mêrê xwe M.K ê 50 salî re li ser malpera Lotikxanê pevçûne, jinikê li ser malpera Lotikxanê qebûl nekiriye, rahiþtiye bivirekî û “pelq û hey pelq” bi nav serê mêrê xwe ketiye û mejîyê wî belawela kiriye. Heyran em bi serê Atatirkê Tirkan kin sûcê Lotikxanê têde tuneye haaa! Em ji kesekî re nabêjin herin mêrê xwe bikujin..Lê go jinên Tirk mêrên xwe yan mêrên Tirk jinên xwe bikujin û tuxmê xwe kêmbikin jî em nikarin bêjin “na!” Ma dinya ne hurrîyete bavê min!

PUKmedîaya YNKê kurmancî bi pîvazekê hesiband!

 

 Karûþo- 05/08/06 Hewlêr – PUKmedîaya YNKa ku mîna Peyamnêra PDKê li ser lînka xwe ”turkish, english, erebî, farisî, kurdî, latînî” nivîsandibû û gava mirov pê li lînka kurdî dikir soranî û pê li a ”latînî”jî dikir tekstên kurmancî derdiketin, piþtî nivîsa Laleþ Qasoyê kurmanc û qîrewîra Lotikxanê, xuyaye wê kurmancî bi þelimekê hesibandibe ku di þûna ”latînî”de ”kurmancî” nivîsandiye. Wek tê zanîn PDKê û YNKê herduyan a xwe li zimanê kurmancî kirine yek û kurmancî ji perwerdeyê û îdara dewletê derxistine. Îcar kurdino, ma ev jî ûjdane gava ku qaþo dewleta me kurdan hebe û ew dewlet jî zimanê kurmancên ku li gora rîwayeta Ehmedê Xanî qaþo ew jî kurd bûn wek zimanê dewletê û perwerdeyê qebûl nekiribe, gelo ne neheqiye ku em kurmancên sê perçeyên din jî doza ku zimanê me bibe zimanê dewleta tirkan, ereb û farisan û doza vekirina zanîngehên kurmancî li wan dewletan dikin? PUKmedîa YNK temam, ma Peyamnêra PDK...

Ev bêbav nemir kurooooo…

Nazenîn Dilþa-05/08/06-Amed-Berê digotin „mirovên qenc zû dimrin û ên pîs jî wek pisîkê nehcanî ne“. Xuyaye qey raste bavo. Binerin ev xwînheramê Tirk ê ni navê Altemûr Kiliç ji roja ku ji diya xwe derketiye û heta niha dijminatîya Kurdan dike û kare di þûna þerbetê de xwîna Kurdan vexwe. Bavê wî Kiliç Alî hevalê Atavirqo bû û zinêkarekî di ser xwe re bû. Altemûr Kiliç di vê nivîsa xwe a dawiyê de dibêje, „hevalên min yeko yeko bardikin û dimrin, lê þikir ji Xwedê re ez hîna wek beranekî kol im, qey Xwedêteala hîna mirina min naxwaze“ û kêfa xwe tîne. De werin û dêhn nebin loo! Kuro bêbav, çi îþê te ji daxwaza Xwedê ye? Te têra xwe emir kir, te têra xwe dijminatîya Kurdên reben kir, te têra xwe gû xwar, de here bicehime oxlim! Ma ne bes e? Ma hema heta tu saxbî tê bela serê Kurdan bî dola qantirê! Qey Kurdekî nibamûs tune ku qiraseyekî bide bin vî bêbavê Tirk bavoooo...

 

Badok

 Nivîsa Azad Kanîwar bixwînin..

                    Wêne bitikînin

 

 

Bo Mîdyaya Kurdî ya Înternêtî

 Ragîhandinek Ji Þahînê Bekirê Soreklî

Li Tirkiyê hew homoseksuel demokrat in!

 Rona Nisêbînî- 08/08/06 Bursa – Homoseksuel, lezbiyen, qûnek û qûndekên tirkên ku dixwestin li Bursayê xwepêþandana li ser azadiya xwedan û kiþanê li dar bixin, mixabin bi ser neket. Homoseksuel û lezbiyenên ku bi qasî 400 kesekî dihatin, piþtî ku li ber pêkerê Atavirqo li hev civiyan, bi ser pêker de qêriyan û gotin ”Demokrasî ew e ku her mirov çawa karibe xwe îfade bike, xwe bide û bikiþe ser hev. Bedena min a min e û ez wê bedenê çawa bixwazim ez ê wilo bi kar bînim…” xwe berdan kuç û kolanan. Lêbelê çawa ku meþiyan, bi hezaran tirkên ku wek ne qûnde dihatin naskirin êrîþ berdan wan û qûn li hemiyan qetandin.Îcar li gora sosyologên Lotikxaneyê, bi vê xwepêþandana homoseksuelan tam hatiye fêhm kirin ku divê siyasetgerên kurdan xwe li qûnekkirina tirkan girêbidin, da tirk bi miletî qûnek bibin û mafê kurdan bidin wan. Yana wekî din nabe û hew.

Ûnakitan derpî dagirt

Þeyda Kilam-08/08/06- Konya-Berî niha zavayê Wezîrê Aborîyê Kemal Ûnakitan li bajarê konyayê bi trimbêlê qeze kiribû û bûbû sebebê mirina çar mirovan. Li ser vê bûyerê Wezîrê Aborîya Tirkiyê Kemal Ûnakitanê serperitî çû bi hawara zavayê xwe ve û berê xwe da bajarê Konyayê. Li Konyayê Ûnakitan xwarinek bi tewaþ (rûn-dohn) dixwe û piþtî nîvseetekê zikê wî dike „qurequr“ û nema tir û fis xwe têde digrin. Welhasilîkelam, li gora ku çapemenîya Tirk dibêje, hetanî ku Kemal Ûnakitan gihandine nexweþxanê derpîyê xwe dagirtiye û ji bêhna virika wî bêhn bi bajarê Konyayê ketiye. De Xwedê bikim Tirk hemi di nava virika Ûnakitan de bimînin û ji bêhna virik û tir û fisên wî bi jehrî bikevin…..Amînnnnnn…

Dîsa vî got “tahlûkeya Sevrê heye!”

 

 Girdoyê Stlîlî 08/08/06 Imraliyê – Serokê KKKê di hevdîtina xwe a bi ebûkatan re piþtî ku eyarê hevalên xwe ên li ser çiyan û bin çiyan û di þikeft û qulêran de tije pûþ kir, vê care jî berê xwe da dewleta tirkan û dîsa ew gotina xwe a tirkhez got: ”Tirkiyê di xeterê de ye. Tirkiye nikare di vê bêdengiyê de demek dirêj bimîne. Min ji zû de gotibû ku tahlûkeya Sevra kûr heye. Sevr heye… Tiþtekî bikin….”  Hûn dibînin bê çi dibêje ne! Yaho babam te çi ji Tirkiyê ye, kî bazde ser tirkan a te çî ye? Namûs û þerefa herî mezin ew e ku mirov tirkekî ji destlimêj bixîne û serokê KKKê jî bûye parêzerê namûsa tirkan! Lahewlelwela, xelk çi dikin û ew li çi digere, kuro! Bi rastî qey kes tune þîretekê li vî bike?

Zerqawî serê wan jî xwar

Hesen El Kurdî-08/08/06- Urdun-Ebû Mûsab Zerqavî di saxîya xwe de serê gellek kurên bava xwar, lê xuyaye di mirina xwe de jî bela xwe ji insanan venake û serê wan dixwe. Ê ne ku ehmeq pirbin  jixwe wê Zerqawî jî di gorê de jî rehet nesekine û lotikan bavêje ha..Du wekîlên Urdunî, Muhammed Ebû Fares û Alî Ebû Sukar, çûne sersaxîya malbata Zerqawî. Piþtî vegera xwe Dadgeha Ewlekarîya Dewleta Urdunê bi qerpika stuyê wan girtiye û ew dane ber lotikên Urdunkî. Buhayê vê serdana malbata Zerqawî ji Muhammed Ebû Fares re du sal hepis û 563 dolar, û ji Alî Ebû Sukar re jî 18 meh hepis û 282 dolar ceze bû mal. Îcar heyran, heger Xwedê bide yekî nabêje “tu kurê kê yî” û xerabike jî dîsa nabêje “tu kurê kê yî” haa. Ji berê de bav û kalên me gotine, “çê kiro bixwe kiro xerabkiro bixwe kiro”. De oxira wan a Filîtê Quto be û Xwedê bikim ji hepsê dernekevin....

Mêrik tê heyfa bavê..

Rojda Aydin-07/08/06- Stenbol-Kurê Turgut Ozal Ahmet Ozal dixwaze partîyek nuh damezrîne û xwîna bavê xwe li erdê nehêle. Wek hûn zanin kevneserokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal ji bajarê Meletê ye, bi eslê xwe Kurd e û di pirsgirêka Kurd de jî ji rayedarên din ên dewletê erênîtir difikirî. Lê çi heyf û mixabine ku zarokên wî jî wek ên gellek ji sîyasetmedarên me bûne Tirk û ji Kurdayetîya xwe dûrketine. Îcar niha kurê wî Ahmet Ozal efendî dixwaze li ser ked û îtîbara bavê xwe kaban bavêje û parsê kombike. Ew bawere ku hezkirina bavê wî wê di serketina wî û partîya wî de destketinek mezin be û ewê têkeve parlamentoyê. Heger hûn texmîn bikin, sedemek ji kujtina Turgut Ozal jî naskirina realîteya Kurd bû. Turgut Ozal dixwest pirsgirêka Kurd binase û bi awayekî çareser bike. Hetta xanima wî Semra Ozal jî demekê xwest kujtina mêrê xwe eþkere bike lê devê wê girêdan û ew tirsandin. Îcar ya Ahmet Ozal efendî! Heger tu dixwazî bidî dû þopa bavê xwe û biserkevî, berî hertiþtî divê tu bêjî, “jina min ji min berdayî be ezê pirsgirêka Kurd nasbikim. Yan ezê jî wek bavê xwe bêm kujtin û yan jî ezê vê tirê ji generalên Tirk re nehêlim!” Ma rastî ne eve qurban!? Lê hay ji xwe hebe haaaa! Gava tu çû heyfa bavê tu tiþtekî din li ser nekî.....

Mîster Ozîlhan rastî got

Ahmed Beyan-07/08/06- Ankara-Serokê Anadolû Endustrî Holdîngê Tuncay Ozîlhan beypeyvînek bi rojnameyek Tirkî re kir û di derbarê kar û xebata holdînga xwe de hinek agahdarî dan çapemenîyê. Bi taybet agahdarîya wî a di derbarê Kurdistana azad de ji me re balkêþ hat. Qezenca salane a Anadolu Endustrî Holdîngê 4 milyar dolare û bi taybet jî febrîqeyên wê ên þûþeyên coca cola hene. Li ser têkilîyên xwe û Kurdistana azad Ozîlhan dibêje, “bakurê Iraqê (Kurdistan) bexçê Tirkiyê ê paþ e. Çawa ku Polonya ji Almanya re bexçê paþ e, bakurê Iraqê jî ji Tirkiyê re bexçê paþ e. Em bi daxwaza dewleta xwe li wir dixebitin, ewder wek þaxekî Tirkiyê ye. Em bi hinek kesên ji herêmê re þirîk in û ez bawerim emê piþtî salekê dest bi berhemên xwe bikin. Ji sedî 85ê malê wir malê Tirkiyê ye. Ankara dixwaze ku Tirk li wir çalak bin” û filan û bêvan. Yanî bi kurtayî dibêje, “em Tirk bi aborîya xwe dixwazin Kurdistanê dagîr bikin û wê bikin kolê xwe”. Îcar heyran em wek Lotikxane tiþtekî din nabêjin. Heger baþûrîyên me mebesta Tirkan fêmkiribin jixwe fêmkirine, ne hewceyî gotina zêde ye...

Doktor e û bê çi dibêje, kuro!!

 

Gulnaza Torî 06/08/06 Buruksel- Berpirsyarê rêxistina Hevbendiya ji pir bendî Mûsa Kavalê ku temamê binketin û serketina miletê kurd, bi tevgera ewrupiyan ve girêdaye û her ji çendeyekî ewrupiyên xwe ên ku bi Atavirqo re Kurdistan kiribûn çar perçe re wek asas dostê miletê kurd ditewirîne, vê carê jî ji devê wan peyivî û got:” "Ewrupî tev li federesyonê bi hemû haweyî amade ne ku alîkariya kurdan bikin...”Doktorê me ê ku tu carî emeliyat nekiriye û heta li venerxaneyekê bi nexweþekî re jî rûneniþtiye, 20 saleke ku daye dû ewrupiyan û hîn navê Kurdistanê nexistiyê ewraqan, ka bila pêþî bi ewrupiyên xwe xutbeya înê û zewaca bi tirkî bike bi kurdî û dû re ji dostaniya....

Dermanê xweþikbûnê:

Bacanên sor

 

Leyla Barîn-06/08/06- Li gora hinek ji pisporan dibêjin bacanên sor (firingî-tomate) jibo xweþikbûnê yek û yek in. Bacanên sor ne tenê xwarinek xweþ lê herweha di xweþikbûna mirovan de jî bandorekê dilîzin. Maddeya ku rengê sorbûnê dide bacanê „lîkopen“ herweha antîoksîdana herî baþe û çermê (eyer-cild) mirov nerm û xweþik dihêle. Li gora pisporan, „maddeya lîkopenê bi tewaþ (rûn) û germê bandora xwe zêdetir dike û ev jî jibo xweþikbûna çermê mirov dermanekî yek û yek e“. Îcar heyran gelî xwendevanan, ji me gotin û li we kirin. Heger hûn dixwazin xweþik bibin û çermê we neqermiçe bi þev û roj bacanên sor (firingî) bixwin. Na heger hûn naxwazin xweþik bibin îcar bi þev û roj „bacanên reþ“ (balîcan) bixwin û bibin wek tenîya binê beroþê…De haydê Xwedê bi wer e be…

 Þebeþên seksî jî derketin mazatê

Antonîo Vega-06/08/06- Brezîlya-Bereketa Xwedê li teknolojî û zanînê be lo..Kuro ma ji pêþketin û guhertinê xweþtir tiþtek heye gelo? Meselen hinne û boyax tuneba jinan nikarîbû porê xwe zer û sor bikira û xwe li ber dilê mêrê xwe þîrîn bikira. Boyaxa reþ tuneba wê zilaman nikarîba porê xwe reþboyax bikira û porê xwe ê spî veþarta.Yan jî em bêjin balafir (tiyare) derneketa wê hîna jî xelk bi ker û bergîlan ji welatekî biçûna welatekî din. Em serê we neêþînin wesselam, niha jî teknolojîyê þebeþên seksî derxistine mazatê. Þebeþên (zebeþ) ku li Brezîlyayê derketine mazatê çargoþe ne, nermik û germik in. Herweha tê gotin ku heçê van þebeþan bixwin wê yekser av bi wan keve û heger zilam be wê êrîþî jinan bike na heger jin be wê êrîþî zilaman bike û wê di navbera jin û mêran de þerekî mîna ê Îsraîl û Hizbûllahê destpêbike. De ka heta ev þebeþên seksî bên piyasa Lotikxanê emê li tama wan binerin û agahdarîyek baþtir bidin xwendevanên xwe..Heta wî çaxî Xwedê kerîm û rehîm e...

s© lotikxane 2006