Adil Duran

Çend bûyer ji Dersimê

Bavê Ronahî

Ezêêê!

Lezgîn Þêxo

Smeîlê dîn-3

Hemo Rûto

Kûçik tenê ji zimanê Tirkan fêmdikin

Lokman Polat

Serok Altaxusê Laleþ Qaso

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Kurmancno

Senar Þahîn

Kategoriyên nivîskariyê-1

 

 

                                                                  

                             Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî...

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Ma bû çiiiiii !

Þemal Amedî-12/08/06-Hollywood- De werin li ecêba Xwedê binerin û aqilê xwe nexwin, dîn nebin. Xwedîyê kovara Playboyê Hugh Hefnerê milyarder dibêje, ”ez bi serê jinên Amerîkayê kim, heger Nîcole Kîdman xwe jibo kovara min tazî bike ezê 30 milyon dolar bidim wê. Kîdman Vîagraya sînemayê ye. Ew fantazîyên min dixemilîne” û li ber Nîcole Kîdmana zerik digere. De îcar jibo Xwedê û Pêxember, jibo çend wêneyên tazî 30 milyon dolar! Ma ev ne ji Xwedê ve gunehe? Ê hey malxirab Hefner! Lawo tu van 30 milyon dolarî bidî Lotikxanê û pê xizmeta zimanê Kurdî bikî ma ji Nîcole Kîdmana milyoner ne bixêrtir e efendî! Ma çavên te ji jinên xweþik pêve tiþtekî din nabînin yaho! Axx, axxxx! Ya rebbî tu gunehê Lotikxanê ji kesî re nehêlî û hew....

Keça Kurd tîyê xwe þand cehnemê

Bêrîvan Al-12/08/06- Isparta- Keça bi navê S.E a 17 salî ji bajarê Agirî qeza Patnosê ye. Malbata wê belengaz e û wê bi qelen didin xortê bi navê E.T û diþînin bajarê Ispartayê nav Tirkan. Ê tabî Tirk jî tolaz û pîç ewladê zinê ne. Tîyê wê H.T çavê xwe berdide jinbra xwe û dest tavêje S.E. S.E a Patnosî jî hema dîn û har dibe, nûr di çavên wê de namîne, radihije kêrê û dikeve ser dilê tîyê xwe, lêxe û hey lêxe. Welhasilîkelam, S.E tîyê xwe ê Tirk bi cehnemê þad dike û bi serbilindî berê xwe dide girtîxanê. Îcar Tirk di çapemenîya xwe de dibêjin, ”vay alçak vay! Vay canavar vay! Aha Kurdlerden kiz alirsaniz bizim gençlerimiz de boyle poxû poxûna geberirler haa” û dilorînin. Geberir hemde çawa geberirler looo! Hûn dest bavêjin jinbrên xwe, namûsa xwe têxin qu...ê nizanim çî xwe û dûre bêjin gençlerimiz haaa! De siktirrrrrrrrr........

Seks yek û yek e

Tara Soya-11/08/06-Malayzîya-Heyran li ser bextê pisporên Malayzîya be. Li gora lêkolîna wan dibêjin heçê ku di dema hemilbûnê de bi xanima xwe re têkeve têkilîya cinsî (zayendî-seks) ewê zaroka wan tam di wextê xwe de bê dinyayê, deqîqe û sanîyekê jî þaþ nabe.Pisporên Malayzîyayî dibêjin, “gava meriv di dema hemilbûnê de bi xanima xwe re seksê dike, xwîn çêtir digere û anatomîya jinê mêzîna xwe sererast dike. Ev jî dihêle ku zarok tam di wextê xwe de bê dinyayê” û balê dikþînin.  Îcar heyran, xêr û guneh di stuyê pispor û zanyarên Malayzîyayî de be. Heger hûn bixwazin zaroka we tam di deqîqeya xwe de bê dinyay û bêje, “rojbaþ baba!” bi xanima xwe re seksê kêm nekin. De biryar a we ye....

Mahso þer naxwaze

Rojîn Beravî-11/08/06-Bodrum- Stranbêjê binavûdeng Mahsûn Kirmizigul (Abdullah Bazencîr) ê Bîngolî li bajarê Bodrûmê serdana Þaredarê bajêr Mazlûm Agan kir û qehweyek nîvþîrîn pê re vexwar. Piþtî çîrokên li ser fûtbolê û virde wêde Mahso got, “heyran bi namûs ez ne alîgirê þer im. Ne þerê li Lubnanê tenê lê ez dixwazim li seranserê cîhanê þer çênebin. Divê þer bên rawestandin” û lotikek li þer xist. Ê yabo bi telaq em jî ne alîgirê þer in loo! Ma ji þer xirabtir lotik hene? Na! Lê bavê min, hele bise em Kurdistana xwe azadkin piþtre emê behsa aþitî û þernexwazîyê bikin haa..Ma bê þer azadî çêdibe qurban! Bi wî serê te ê þûnikî, heta xiranebe ava jî nabe loooo.....

Dinya bûye çerq û berq

Rojda Aydin-11/08/06- Stenbol-De binerin bê ev timakarî û navûdeng mirovan dixe çi halî. Nîhat Doganê Mûþî jibo ku meþhûr bibe radibe bi jinek mîna pîrika xwe re dizewice û tirro kêfa xwe jî tîne. Stranbêja navdar a ku kes nemaye di ser re derbas nebûye Seda Sayan û Nîhat Doganê ku dengê wî wek dengê zarokên þîrî zirav û nexweþe, wê di 28ê vê meha Tebaxê de bizewicin. De îcar hûn biryarê bidin bê ka wê ciwangeyek û çêlekek perixî çi ji hev fêmbikin...Hinek dibêjin, “ê ma ne dil dil e, dil dikeve kerbeþê jî û dikeve gulê jî” û xwe pê dixapînin. Lê bi tirba bavê min ev derewe loo! Ma kerbeþ li ku û gul li ku heyran, wey! Ma niha goþtê berxik ji goþtê mîhê ne tazetir û xweþtire yabo? Wêêêê....

Lotik ne besbûn ma dora samba

 

Rojîn Beravî-10/08/06-Antalya- Bajarê Antalya ji tûrîstan re bûye wek kerxaneya servekirî û zinêkarîyek bêsînor têde dibe. Ji Lotikxaneyan bigrin heta bi Cotikxane û Kerxaneyên meþhûr têde hene. Îcar ev ne besbûn hina jî Latîn Amerîkî dixwazin Sambaxaneyekê li vir vekin û lotikên sambakî bavêjin. Jibo hezkirinpêdana reqsa sambayê jî sambalotikvan derdikevin ser dikê û bala xelkê dikþînin ser govenda xwe. Me ji xanim Margarîta Peres pirsî: Gelo çi îþ û karê we li Antalyayê heye? Ewê xwe li ba kir û got, “tewww, keçê ma tu nabînî ku Antalya bûye navenda Lotikxane, Cotikxane û Kerxaneyên dinyayê peppûkê! Em jî dixwazin ji xwe re Sambaxaneyekê vekin, ma em kêmî wan in!” û xwe hejand. De heyran sambaxane li kerxanecîyên Antalyayê pîroz û bimbarek be rebbî....

Qûnde û mûnde Tirkiyê didin mehkemê

Þoreþ Candar-10/08/06- Stenbol-Wek hûn pê zanin berî çend rojan qûnde, lezbîyen, travestî û homoseksuelên Tirkiyê dixwestin li bajarê Bursa yê bicivin û xwepêþandanekê mezin lidarxin. Lê Tirkên ku qaþo xwe binamûs didîtin rê dedan wan û nehiþtin ew bi miradê xwe þa bibin. Îcar niha komeleyên qûnde, lezbîyen, travestî, homoseksuel, bîseksuel û hemi jehr û ziqûmên wan beyanek dan awira gelemperîya Tirk û gotin, “demokrasî li Tirkiyê tunene. Welatê ku mafê qûnde û lezbîyenan lê tunebe dîktatorî lê heye. Jiber vê emê Tirkiyê bidim Mehkema Navnetewî a Ewrûpayê” û kirin qarewar. Jixwe Seroka Grûbê Pembe Hayatê qirika xwe çirand û dewleta Tirk rezîl û riswa kir. Heyran bi namûsa Atatirko hûn rast dibêjin! Ma dewleta ku mafê qûnde û lezbîyenan lê tunebe dewlet e? Ma ev ne dîktatorî ye? Çawa Xwedêjêrazî.....De haydêêêê, serketin a qûnde û lezbîyenên Tirk e....

Turkmenên lîberal lotikvan derketin

Þêrzad Zebarî-10/08/06-Hewlêr-Turkmenên lîberal daxuyanîyek belav kirin û tê de ragihandin ku ew çûndina Tirkiyê a Serokê Cepha Turkmenan û Parlamenterên Turkmenên ku di lîsteya îttîfaqa Þîayan de ne, þermezar dikin. Turkmenên lîberal di daxuyanîya xwe de gotin ku têkilîya Turkmen û Kurdan ji kesên ku xwe jibo peran difroþin bihêztir e û ewê nikaribin têkilîyên Turkmen û Kurdan xirabikin. Herweha hat gotin ku tu daxwazek gelê Turkmen ji Tirkiyê nîne û çiyê çareserkirina pirsgirêka Turkmenan ne Tirkiyê ye. Wek tê zanîn Serokê Cepha Turkmenan Sadettîn Ergeç peyayê dewleta Tirk e û endamekî çalak ê Îstîxbarata Tirkiyê ye. Me jî wek Lotikxane pîrozbahîyek ji Turkmenên lîberal re þand û ev helwesta wan pîroz kir. Me got ku, “lotikên ku hûn li dewleta Tirk dixin xêra herî mezin e û hûnê ji sedî sed jiber vê helwesta xwe herin buhuþtê (cunnetê)”.

Hevalên lingên þemitî nînin

Cembelî-09/08/06- Colemêrg- Reîsê malbata Ûygûr Sadûllah Ûygûrê 32 salî bi pênc zarokên xwe ve di nava sefalet û perîþaniyek mezin de dijî. Sadullah berî çar salan di dema avakirina xênî de dîwar bi ser de dikeve û ji wê rojê ve felc bûye û jiyana wî serûbinê hev bûye. Malbata Ûygûr bi zehmetîyek mezin debara xwe dikin û car heye ku nanê tisî jî bidest wan nakeve.  Sadûllah Ûygûr dibêje, “zarokêm min hemi xwendevan in, alîkarîya min bikin da ku rabim ser xwe û zarokên xwe muhtacî kesî nekim. Gava ez li ser xwe bûm bi sedan kes dihatin mala min, lê niha kesek nayê serdana min jî” û gazindên xwe dike. Erê, erê....Hevalên lingên þemitî nînin brakooo! Herkes li ber a xwe ye haaa...Kurdino! Halxweþno! Destê alîkarîyê dirêjî malbata Ûygûr bikin û zarokên wî muhtacî xêrnexwazan nekin! Wê bi alîkarîya we ew zarokên Kurd karibin di pêþeroja Kurdistanê de rolekê bilîzin, kî zane! De yalla, destê xwe bavêjin bêrîka xwe....

Here Gulîstan were Gulîstan

Axîn Zaxoyî-09/08/06- Zaxo-Wek hûn zanin hunermenda xweþik û rindik Gulîstan Perwer hat Kurdistana azad û gulên mêrg û çîmenên Kurdistanê pê vebûn, geþ û xweþ bûn. Îcar bi xêra serdana wê, malperên înternetê ên Kurdî jî ketin dû çûn û hatina Gulîstanê û bi xêra wê ji xwe re çend nûçeyên magazînî çêkirin. Îcar bûye zirt û virta wan û dibêjin, “Gulîstan li Hewlêrê peya bû”, nizanim “Gulîstan berê xwe da Zaxo”, nizanim “Gulîstan niha li Duhokê ye”, nizanim “Gulîstan vê sibê þorba nîskê xwar”, nizanim “îro firavîna Gulîstanê mehîr e”, nizanim “wê Gulîstanê li Hewlêrê bi navê xwe behçakî gulan biçîne” û filan û bêvan. Ê heyran me jî got de em jî ji wan kêmtir nemînin û emê jî bêjin, “yabo bi serê we îþev þîva Gulîstanê mast û dims e!” Ma xune derew bi heq in!

Bû qurbana lotikekê

Sofî Xelef-09/08/06-Tirkiye- Li Tirkiyê bajarê Zonguldakê Abdulkadîr Ûçarê 74 salî bû qurbana lotika kerxanê û bi cehnemê þa bû. Ûçar efendîyê 74 salî lê radibe û berê xwe dide kerxana bajêr. Li wir dikeve ser dilê jinika bi navê H.K û bêhn lê diçike. Bi bêhnçikandinê re dilê rebeno dike “gum-gum” û ji niþkê ve dibê “çikk” û disekine. Welhasilîkelam, Abdulkadir efendîyê Tirk bû qurbana zinêkarîya xwe û berê xwe da cehnemê..Îcar heyran bi telaqê jinberdanê em tu neheqiyê li kesekî nakin haaa...Ew zinêkar derdikevin û xwe didin dest ma sûcê Lotikxanê ye heyran, wey!

Ho malperino, ma Gulistanê îro li ku ye, lo?

 Lotikvan- 12/08/06 -Gelî guhdaran, temaþevanan û “seyircîler”, ji doh û vir ve, Lotikxana ku her ji çend seetekî ji Netkurdê, Avesta Kurd, malperên baþûrê Kurdistanê û televizyonên wan, xebera Gulistan xanima Þîvanî demekê distend, ji sibehê û vir ve nizane bê Gulistanê li ku derê ye. Doh xanimê kordela nexweþxaneya li Hewlêrê birîbû û derbasî meqamê general Weysî Ezîz bûbû. Ha wê rojê jî bi Meshûd Barzanî re jî rûniþtibû; ma ji xwe dibêjin ku Meshûd Barzanî ew dawetî wan deran kiribû.Errrrrek lawo, Gulistanê ji berdevkiya Apociyan pê ve tiþtek nekiribû û bi ser de jî tu carî ji bo selameta baþûrê Kurdistanê di RTVê de li xêrê tiþtek negotibû û de ji xwe re lê binerin bê li wan deran çawa wek qralîçan pêþewazî dibe, kuro! Îcar PDK gava ev PDK be, yanî karê wê mabe hema “kesên mîmlî temîze çikarmiþ ke”, bi wî Þêx Evdilqadirê li Bexdayê piþtî du salekî, li hersê perçeyên din ên Kurdistanê wê kurdekî tebût bi dû de nemîne, lo!

Qral Abdullah çû, lê hûn zanin bê çi li dû xwe hiþt?

Sîpan Nas-12/08/06-Ankara-Wek hûn zanin Qralê Siûdîyê Abdullah tevî 300 zikmezinên Ereb hatibûn Tirkiyê û ji xwe re çend rojan piyase kirin. Di van çend rojan de nîvê aborîya Tirkiyê ket zikên van her 300 Erebên zikmezin. Welhasil Qral Abdullah û zilamên xwe li deveyên xwe siwar bûn û berê xwe dan Siûdîyê nav zêr û xezîneyên xwe. Dibêjin piþtî çûna wan, Serokwezîr Erdogan û Abdullah Gul xwêdana xwe paqij kirine û ji hevre gotine, “oxxxxxx! Mala Xwedê ava em ji van hûtan xilasbûn.Kuro evan bêbavan berxik, beran û çêlek li Tirkiyê nehiþtin bavo.Nîvê aborîya me ket zikê wan û hîna jî digotin “exûyî, ene birçî birçî” û têr nedixwarin, tobe ku em carek din mala xwe biviritînin û wan bînin Tirkiyê!” Îcar hûn zanin bê van Erebên zikmezin çi li dû xwe hiþtin? 50 tanker gû. 125 qemyon hestîyên berxik, beran û çêlekan. Hezar û 500 jinên avisbûyî. 3 hezar bîdonên (galon) gazê ên tir û fisên wan. 5 ton qilêr û xwêdan. 2 hezar û 500 goreyên bêhnpêketî. 2 hezar derpîyên bi mîz û 4 hezar jî kondomên qetiyayî ji Tirkan re hiþtin û gotin, “ de yalla, alla mahek xeyo, bye byeee!” û çûn....

Ez Kurdparêz nînim

Nedîm Zana-12/08/06-Stenbol- Li gora ku rojnameya Azadîya Welat radighîne, vê carê motorê keþtîya Îmralîyê xiranebûye û Serokê KKK A.Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin pêkanîye. Li ser bextê rojnamê be, li gora wê Ocalan gotiye, ”tê îddîakirin ku ez dijminê Tirkiyê û çanda Tirkan im.Na, nînim, ez jî bi çanda Tirkan mezin bûme”. Wekî din bi berdewamî dibêje, ”ez Kurdparêz nînim. Ez bawernakim ku wê netewdewletek bibe çareserî. Ger ku dewletek wiha (Kurdistan) ava bikin û bêjin keremke tu birêve bibe, ezê nepejirînim. Lê dixwazin kesayetîyên wek Þerafettîn Elçî ku daxwaza federasyonê dike bikin dewrê. Gel wê pirsa ”ev çil salin tu li ku bû?” neke gelo.Dawîya dawî mirov bi gel re dizewice” û filan û bêvan. Birastî me digot qey 30-40 hezar Kurd jibo Kurdistanek serbixwe hatin kujtin, 4 hezar gund jibo Kurdistanek serbixwe hatin þewitandin, 5 milyon Kurd jibo Kurdistanek serbixwe koçber bûn, lê me nizanîbû avabûna dewleta Kurdistanê ne çareserîye haaa! Ê babam! Madem tu ne Kurdparêzî, ne dijminê Tirkiyê yî û bi çanda Tirkan mezin bûyî, tu çi ji rebenê Kurdan dixwazî heyran? Wî çaxî ji kerema xwe wê gotina ”Kurdistan” ji KKK bavêje û di þûna wê de KKT (Koma Komelên Tirkiyê) deyne û bibe serokê Tirkekan û tu sax! Yabo bi telaqê jinberdanê me zewaca jin û mêran bihîstibû lê me nizanîbû ku mirov kare bi gel re jî bizewice! Haaa, bi serê Atavirko kim Þerafettîn Elçî ev 40 salin li Kurdistanê bû.Terka welatê xwe nekir û neçû Þamê, wey!

El Bûtî jî da lotikan

Bavê Cengo-11/08/06-Þam-Prof.Dr.Seîd Remezan el-Bûtî jî li dijî Îsraîl û Amerîkayê da lotikan û di rojnama el-Menar de bû zirezira wî. El-Bûtî li Sûriyê wek zanyarek ji ên cîhana îslamê tê naskirin. Lê çi heyfe ku her þaþikspî û alimên ku xwe wek zanyarên ola îslamê dibînin, hemi jî di xizmeta dewleta xwe a nîjadperest de ne û berjewendîyên netewa xwe di ser berjewendîyên îslamê re digirin. Mixabin tenê Kurd biaqil nabin û xwedî li berjewendîyên xwe ên netewî dernakevin û wan berjewendîyan dikin qurbana îslama Erebî. Farisî û Tirkî. Hazret El-Bûtîyê Ereb dibêje, “divê li her alîyê cîhanê misilman êrîþî berjewendîyên Îsraî û Amerîkayê bikin.Ev ferzek ji ê îslamê ye, ew zarokên me dikujin” û filan û fîstan. Ê hey belqityo, çavrijyayo! Lawo ma dewleta te zarokên Kurd dikuje, wan bê nasname dihêle, rojekê namûs neket pozê te û te dengê xwe nekir! Lê go mesele dibe mesela Erebên qûnbigû hûn wek cewrikên sa xwe li hev kom dikin û êrîþî xelkê dikin, hey himmar ibin himmar! Îcar ka misilmantî û zanyarîya te yewel!?

Nalîn Baksî tam bûye dijminê cihûyan !

 

 Simo -11/08/06 Stockholm- Nalîn Baksiya ku li ser Hizbullaha dijminê riknê insaniyetê xwîn vedirþe, di van rojên dawiyê de bê hawe li dijî Israîlê tevdigere! Ev hizbullahparêza ku ji malbateke kurdperwer û serbilind tê û bi wê minasebetê jî bi desteka kurdan derbasî parlamentoya Swêdê bû, xwe tam daye destê cepheyê Hizbullaha ku ji tirkan, faris û erebên panislamîstên faþîst pêk tê. Xanim yan nabîne û yan jî dibîne ku þerê li Libnanê rastûrê bi guherîna statukoya Rohilata Navînê ve giradayî ye û parêzgerên wê statukoyê jî tirk, faris û erebên barbar in. Nalîna li dor çil salekî miheqeq zane bê çi dike! Nalîna ku di parlamentoyê de tu carî gotinek nexweþ bi dijminên miletê kurd re nekiriye, doh li Stockholmê di mitînga li dijî israîliyan de mîna hirçeke birîndar xwe kil kir û got “Her tiþtê israiliyan boykot bikin!” Rojnameya CITY (10.08.2006) xeberdana wê bi sernîvîsa:”Köp inga israeliska varor! (Tiþtekî israiliyan nekirin) berfireh daye. Hizbulparêzê çendeyeke berê jî gotibû “Hikûmet divê balyozxaneya Israîlê ji Swêdê rake”

Di 88 salîya xwe de bû bav

Brako Raca-11/08/06- Hindistan- Li Hindistanê eyaleta Racastanê elametek din a qiyametê rû da. Vîrmaram Jatê di 88 salîya xwe de bû bav û serê gellek zanyar û pisporan tevlihev kir. Vîrmaram Jat qîma xwe bi zarokekê nayne û dibêje, “pekkk, kuro ez wek bayê xezebê me, ma zarokek tenê têra min dike, bi serê Zerdûþtê kal ezê di vî temenê xwe de febrîqeya zarokçêkirinê vekim, ma ez mirî me kurooo! Ez naxwazim heta 100 salî bijîm, lê heta ez bimrim jî ez dixwazim seksê (ganê) bikim” û pesnê xwe dide. Jina wî Gammo Devî a ku 45 salan ji mêrê xwe biçûktir e jî ji rojnama Times of Îndîa re dibêje, “ heyla topek lê keto, di vî emrê xwe de wek keleþkofê dixebite rebenê!.Min cêwîk anîn lê yek jê mir û yek ma” û kêfa xwe tîne. Vîrmaram Jatê ku di jîyana xwe de navê hebên Vîagrayê nebihîstiye vegetaryan (ên ku goþt naxwin) û oktonejaryan (ên ku alkol û cixarê nakþînin) e. Îcar niha hinek pispor kûr difikirin û dibêjin, “me bilasebeb hebên Vîagrayê derxistine piyasê. Evî em li topê xistin” û ecêbmayî dimînin. Îcar heyran ji me gotin û li we kirin. Heger hûn jî dixwazin di 88-90 salîya xwe de bibin bavê zarokan, goþt nexwein, alkolê venexwin û cixarê nekþînin..De haydê serketin....

 

Hedef rast bû lê felekê nehiþt

Ahmed Beyan-10/08/06-Ankara- Kesê bi navê Mûstafa Balci li ber avahîya Serekerkanîya Artêþa Tirk li ser þikê hat girtin. Mûstafa Balci xwe wek “Mesîh-Îsa pêxember” da naskirin, lê esker û polîs nehatin xapandin û bi qerpika stuyê wî girtin. Li ser wî demançeyek û di trimbêla wî de jî du çifte hatin girtin.  Niha mijara Tirkiyê hemi maye li ser Mûstafa Balcî Mesîh Îsa pêxemberê Tirk. Hinek dibêjin, “ewê ji sedî sed Orgeneral Yaþar Buyukanit bikujta”, hinek dibêjin, “de herin looo, ewê ji sedî sed xwe di avahîyê de biteqanda”, lê zavayê wî  Abdûllah Polat dibêje, “kuro malxirabno ew dîn e dîn! Çi havîna ku heye germ li serê wî dixe û xwe wek Îsa Pêxember dibîne. Lê bi telaq me fêmnekir bê çima ewî demançe û çifte bi xwe re gerandîye yahooo”. Yabo bi sê telaqên jinberdanê ewî nêzîkayî li Îsa Pêxember kiribû, lê çi fêde feleka xayîn nehiþt ku xwe bigihîne Yaþar Buyukanit haaa...Carek din carek din..Rojên Xwedê pir in...

Holîganên me jî çêbûn

Axîn Zaxoyî-10/08/06- Zaxo- Heyran bi serê we, me henekê xwe bi xelkê û holîganên wan ên fûtbolê dikir û me digot, “waweylêêêêê! Kuro qey ev dîn in ku jibo fûtbolê hevdu dikujin bavoo” û em ecêbmayî diman. Îcar derket holê ku Kurdên me ji holîganên xelkê bi sedqatî fanatîktir in û holîganên xelkê li ber ên me gû xwarine. De binerin, bê li gundê Carula ku ser bi nehîya Geralê a qeza Mexmûrê ve ye, çi qewimî. Li ser nîqaþa fûtbolê gundî bi demançe û keleþkofan ketin nava hev “bikuje û hey bikuje”. Di encama nîqaþ û pevçûnê de 5 kujtî û gellek brîndar li holê vezilîyan. De îcar yabo Kurd û fûtbol ji hevre çi dibêjin de ka hûn bêjin! Ne li vê fûtbolê be û ne li vê gûxwarina holîganîzma Kurdekan be...Ya starrrrrr, em Kurd çi ecêbin looooo......

Sofîyên Îranê zimanê Kurdan jêdikin

Dîyar Baban-10/08/06- Sine-Wezareta Perwerdeya Îranê biryar daye ku li dibistanan dersên Kurdî qedexe bike û zimanê Kurdên reben jêke. Berpirsê Eyaleta Kurdistanê ê Wezareta Perwerdeya Sofîyên Îranê Xusrew Sakî dîyarkiriye ku kêm be jî li dibistanan hin ders bi zimanê Kurdî tên xwendin, lê ev yek rê li ber pêþketina zimanê Farisî digre û nahêle zimanê Farisî wek Ingilîzî bibe zimanê navnetewî. Xusrew Sakîyê rîhdirêj û þaþikmezin li bajarê Sinê di civînekê de ev yek eþkere kir û çavê Kurdan tirsand. Sakîyê bênîjad gef li mamosteyên Kurd xwar û tehdîta jikaravêtinê li wan kir. Ê heyran, bi serê Xumeynîye ku niha di agirê cehnemê de diqiçqiçe jixwe me tu qencî û xêrek din ji we Farisan hêvî nedikir haaa! Dijmin dijmine, ha Tirk, ha Ereb û ha Faris...Ma qencî ji dijminan tê? Na bavooooo....

Namûsa xelkê anî pênc peran

Sosin Berman-09/08/06- Dusseldorf-Wênekêþ Spencer Tunîck ê New Yorkî ev çend salin bi navê wênekiþandinê milletên welatên cîhanê þilfîtazî dike û bi namûsa wan dilîze. Tunîck  her salê diçe welatekî û li wî welatî jin û mêran tazî dike, tiliyan tavêje wan û wêneyên wan dikþîne. Ew jî bi vî haweyê xwe meþhûr bûye. Lê Xwedê heye haa, ew bi zorê kesekî tazî nake û bernade çolê. Kesên ku xwe tazî dikin bi dilxwazî namûsa xwe berdidin çolê û qaþo dixwazin xizmetekê ji hunera wênekêþîyê re bikin. Niha jî Spencer Tunîck li Almanya bajarê Dusseldorfê xelk tazî kir û têra xwe wêneyên parçeyên laþê wan kiþand. Ji bo xatirê Tunîck 850 jin û mêrên Alman derketin pêþberî kameraya wî û firax û miraxkên xwe berdan çolê. De heyran xêr û guneh di stuyê Spencer Tunîck de be. Ê  jixwe mîster Tunick jî dibêje, “heyran gava ehmeq pir bin ma ezê jibo çi wan bikarneynim, ma ez dîn im?” û rastîya xwe tîne zimên. Îcar gava ehmeq pir bin ên ku kurtan li wan kin ji xwe minêkar in.

300 zikmezin hatin Tirkiyê

Rojda Aydin-09/08/06-Stenbol- Heyeta Siûdiyê a ku bi serokatîya Qral Abdullah ji 300 kesan pêk tê, bi 17 balafiran xwe li Tirkiyê danî. Dibêjin gava balafirên wan daketine zelzele li Ankara û Stenbolê rabûye û hindik maye Tirkiye serûbino bibe. De hesab bikin; her 300 kes zikmezin û xwarinxur in. Her yek ji wan bi kêmanî dikare du berxik û beranekî bê “lam û cîm” bixwe. Îcar birastî me meraq kir û ji xwe pirsî: Gelo ev 300 hûtên Ereb çawa di 17 balafiran de hilatine û balafir çawa ji giranîya wan neteqîyane? Welhasilîkelam, dibêjin bi sedan xwarinpêjên (aþçî) Ankara û Stenbolê ketine nav helaka têrkirina zikên 300 hûtên Ereb û berxik, beran û çêlek li Ankara û Stenbolê nemane, hemi hatine serjêkirin lê evê inceq têra xwarina wan a du rojan kiriye. De îcar hesab bikin ku ev 300 zikmezinên Ereb hefteyekê yan mehekê li Tirkiyê bimînin bê ewê çi felaket bê serê berxik, beran û çêlekên reben!?  Baþe ku jinên xwe jî bi xwe re nanîne, heger jinên xwe jî banîna Tirkiyê allahwekîl wê felaketek wek felaketa Tsûnamîya Asyayê bi serê Tirkiyê de bihata looo...Errrrrrekkkkkk!

 Kuro nebe em û Rûs pismam derkevin?

Bengîn Elegez-09/08/06-Moskow- Pisporê ziman û dîrokê Vadî Makarenko beþek mezin a pirtûka deþîfrasyona dîroka Asya û Ewropayê ji dîroka Kurd û Mezopotamyayê re veqetand. Makarenko di pirtûka xwe de kokên çanda Asya û Ewropayê digihîne çanda Mezopotamyayê û dibêje, “jibo ku di dîroka cîhanê de çanda rojhilat û rojava baþ bê fêmkirin divê dîrok û zimanê Kurdî çêtir bê lêkolînkirin”. Li gorî Makarenkoyê ku di derbarê ziman û dîroka Rûsan de lêkolînê dike, di zimanê Kurdî û Rûsî de koka 3 hezar peyvan wekî hev e û ev peyv ji Kurdî hatine girtin. Makarenko radigihîne ku Rûsî di bin bandora Kurdî de maye û Rûsan ne tenê ji aliyê zimên ve ji aliyê çandê ve jî wek gelên cîhanê gelek tiþt ji çanda Mezopotamyayê (Kurdistanê) girtine. De îcar yabo! Kuro lawo ma kê ji ziman û çanda Kurd û Kurdistanê nedizîye bavê mino? Kurdistan dergûþa þaristanîya cîhanê ye, ma kesekî ku ji vê þaristanîyê nerdizîbe maye? Na! Evan Rûsan ji xerabîyê pêve heta niha tu qencîyek bi me Kurdan nekirine (ji xeynî çend nivîskarên wan). Ji xwe Stalînê zinêkar mala Kurdan þewitand..Yaw mîster Makarenko! Em û Rûs pismamên hev dernekevin kuro? Xwedê neke rebbîî....

Di gorê de jî dev jê bernedan!

 

 Ehmedovîç- 12/08/06 Serayevo – Þevê din gora serokomara Bosna-Hersekê  Aliya Ýzzetbegoviç li Saraybosnayê ji niþkê ve teqiya û ji hev belav bû. Tê gotin ku polîs jî li tiþtekî teqemeniyê rast nehatine û gora mêrik ji ber xwe ve teqiyaye. Li gora dîndarên Lotikxanê jî dibe ku mêrik ji ber xwe ve teqiyabe. Di nav misilmanan de ”þeytanqûnî” heye û bûyerên ku  ”miriyên þeytanqûnan” jî kirine pir hene.

Nîþana qiyametê li Çînê derket holê

Çang Çîng-12/08/06- Çîn-Her ku diçe elametên qiyametê zêdetir dibin û mirov behitî dimîne. Niha jî nîþanek ji nîþanên qiyametê li Çînê peyda bû. Li eyaleta Hubeî zarokek 5.5 kîlo û 57 santîm ji dayika xwe bû. Serê zarokê wek serê dayika wê mezin e û di nava zarokên di nexweþxanê a herî mezin ew e. Heger hûn li wêne binerin hûnê ferqa di navbera herdu zarokan de bibînin. Xuyaye heger ev zarok bi saxlemî mezin bibe ewê li Çînê bibe mirovê herî dirêj û herî qelew. Doktorên nexweþxanê li vê zarokê ecêbmayî mane û dibêjin, ” errrreekkkkkk! Bavo ev ne zarok e, ev dêw e dêw! Ev çawa ji diya xwe derketiye em hîna jî nizanin” û mîna serxweþan li wan hatiye. De tewkelî bi Xwedê...Emê hîna gellek ecêbên din bibînin bavoooo.....

M. Barzanî OYAK ji derveyî “þeþ xalan” hiþt!

 

 Karûþo 11/08/06 Hewlêr – Meshûd Barzanî di civîna polit buroya PDKê û YNKê de li ser þeþ xalên wek þeþ problemên sereke rawestiya û ji serekên herdu partiyan xwest ku bi haweyekî cidî wan probleman safî bikin. Lêbelê li gora siyasetgerên Lotikxaneyê jî asas maka wan her þeþ problemên ku Barzanî diyar kirine, OYAKa dewleta tirkan bi xwe ye. Wê OYAKê kiriye ku her tiþt li baþûrê welêt bûbe bihayê xwînê, elektrîk û petrol nemabe û xelkê kurd li dijî hikûmetê serî hildabe. Rehmetiyê Barzaniyê mezin gotibû “Bila bi zilma ereban be û ne bi rehma tirkan be!” Û mixabin barzaniyên îro jî li ser navê ticaret û micaret û dewletiyê bi tirkan re tam xweþ û bêþ bûne. De qey a wan jî siyaset e, tirkan dixapînin kuro!

Ma tenê durûtî?

Þemal Amedî-11/08/06- Waþîngton-  Rojnameya Amerîkî Waþîngton Tîmesê gotarek di derbarê Serokwezîrê Tirk Erdogan de nivîsand û got, “Erdogan dixwaze ku Hizbûllah bêyî bikaranîna hêza çekdarî dev ji çekên xwe berde. Lê ji alîyê din ew dixwaze ku Amerîka li hember PKK çek bikarbîne û þerê wê bike. Ev helwestek durûtîyê ye” û lotikek li Erdogan xist. Xuyaye Waþîngton Tîmes yan Tirkan baþ nasnake û yan jî nasdike lê di bin re lotikan li wan dixe. Heyran bi serê wî kerxanecîyê Selanîkî û bi gora Mistoyê kor, ne tenê Erdogan lê Tirk hemi durû, sêrû û hetta sedrûyî ne loo! Ma rû bi wan re maye heyran? Rûyê wan ji derew û sextekarîyê wek rîha Ûsama Bîn Ladîn reþ bûye û nema bi sed qalib sabûna þînokan (kizwan) tê þûþtin haaa.....

 Tirkiye kare têkeve Kurdistanê

Hesen Elmas-11/08/06- Los Angeles- Rojnama Los Angeles Tîmes di gotarek xwe de bal kiþand ser þerê Îsraîl û Lubnanê û got ku, “ heger ev þerê Îsraîl û Lubnanê berdewam bike, ewê Kurd karibin serxwebûna xwe êlan bikin û di vê rewþê de jî wê Tirk karibin Kurdistanê dagîr bikin” û bal kiþand ser xeterî û lîztikên dewleta Tirk. Ê yabo bi namûsa Atavirqo, heger Kurd serxwebûna xwe êlan bikin jixwe baþ e, lê Tirk jî Kurdistanê dagîr bikin û bibin sedema þerekî herêmî jî dîsa baþ e. Qe nebe hema wê du parçeyên Kurdistanê (bakur û baþûr) bibin yek û wê Kurdistan ji çarparçebûnê dakeve sêparçebûnê û ev jî destketinek mezin e. Lê em ditirsin kakacanên me ên Soranekan yekgirtina bakur û baþûr nexwazin haa! We go çima? Êêêêê, gava bakur û baþûr bibin yek ewê zaravê Kurmancî zora Soranî bibe û ewê kakacanên me asîmîle bibin û bibin Kurmanc kaka cannnnnn......

Yilmaz û Belçîm gihan miradê xwe

 

Polat Erdem-10/08/06-Îzmîr- Herdu lîztikvanên Kurd Yilmaz Erdogan û Belçîm Bîlgîn li bajarê Îzmîrê qeza Çeþmeyê mehra xwe birîn û bûn jin û mêrê hev. Di mehrbirînê de lîztikvan û þanoger Demet Akbag, stranbêja navdar Sezen Aksû û çend dost û nasên wan amade bûn. Em wek xebatkarên Lotikxanê zewaca herdu Kurdên navdar pîroz dikin û ji wan re temenekî dirêj, jîyanek bextewar û serketî dixwazin. Em hêvîdarin ewê bi kêmanî 25 zarokên wek xwe navdar bînin dinyayê û nifûsa Kurdan zêdetir bikin.

Lêkolîna li ser Osmanan bi dawî bû!

 Lotikxane-10/08/06 - Di meha çûyî de midîrê Lotikxaneyê ji tarîxzanên xwe daxwaza lêkolîna kesên ku bi navê Osman derbasî rûpelên tarîxê bûbûn kiribû. Tarîxzanan jî ji dema emewîyan de tarîx dan ber xwe û li Osmanan geriyan. Di dawiya lêkolîna wan de xuya bû ku ji bilî Osmanên Kurdan ên ku ketine nav rûpelên tarîxê, hemû jî gelparêz û qewmparêz bûne. Wek nimûne, Hezretî Osman, Osman Beyê Imparatoriya Osmanî, Osman El Huweyra, Osman Ibnî Cawîn, Osman El Helmût û gelekên din qewmparêz û gelparêz bûne. Û di me Kurdan de jî Osman Baydemîr û Osman Ocalan wek du Osmanên tarîxî derketine holê û mixabin herdu jî li xêra Tirkan bûne. Yek jê ji bo ku Kurdan ji Kurdayetiyê bi dûr bixe, bi temamê qeweta xwe kiþiyaye ser ziman û kultura Kurdî û Kurdan ha ha dike Tirk; û ê din jî li Silêmaniyê rûniþtiye, her meh bi rêya hin Kurdan ji Emerîkiyan 400 dolarî mehaþê xwe distîne û habela li hevalên xwe ên kevin diqelibîne. Wê kengî Xwedê Osmanekî “Kurd oxlî Kurd” ji Kurdan re biþîne ne kifþ e....

Rachman lotikek baþ li Tirkan xist

Cemal Derbend-10/08/06-London-Nivîskarê rojnameya Ingilîz Fînancîal Timesê Gîdeon Rachman di gotara xwe de lotikek baþ li Tirkan xist û bal kiþand ser operasyonên dewleta Tirko. Rachman dibêje, “li Lubnanê hem di qada þer û hem jî di qada medyayê de þerek tê meþandin. Li seranserê cîhanê li ser gorîyên þer tê axavtin, lê kes behsa þerê Kurd û Tirkan nake. Tirkiye endamê NATO ye û hewl dide ku bibe endamê Yekîtîya Ewrûpayê. Lê Tirkiyê di sala 1990î de li hember þervanên PKK ên Kurd dest bi êrîþek kontrayî kir û bi sedan gundên Kurdan wêran kir. Di van bûyeran de 30-40 hezar Kurd hatin kujtin. Çima kes dengê xwe nake?” û dewleta Tirko þermezar dike. Yabo Xwedê xêra te qebûl bike ya mîster Rachman! De bila Kurdên Kemalîst û zurîyeta Tirkan bi qurbana vê helwesta te bin rebbî....

“Kurdinfo”ya Turkinfo!

 

Gurikî -09/08/06- Kurdino, gelo qed rêya we bi vê malpera “kurdinfo.com” ketiye? Heger rêya we pê neketibe, pê bixînin, ji xwe re li tewþ û rewþa malperê binerin û li kurdayetiya birêvebiran bifikirin! Kurdinfoya ku ji sê piþkên nivîsên wê du piþk û ji piþka mayî jî nod prosentê wê dîsa bi tirkî ye, wê çawa siyaseteke kurdane bike? Wê zihniyeta ku piþtî vê rojê hîn jî ji wehþeta asîmlasyona tirkan fêhm nekiribe û hîn jî karibe bi tirkî û him jî bi vê ecêba kesnedîtî binivîsîne, ji miletê kurd re li xêrê wê nikaribe tiþtekî bike! Ji zimanê malperê, reng û dengê wê xweþ xuya dike ku wê “Platforma” malperê, di warê kurdayetiyê de pêyekê jî bi pêþ de neavêje. Hûn li ser nave kurdayetiyê, bi wê malperê kurdan asîmîle dikin, bi we nakeve!

Ferraro got lê xelet got..

Sîpan Nas-09/08/06-Îtalya- Model û mankêna seksî Raphaella Ferraro jibo amadekirina kataloga (pirtûka reklaman) pêlavên (þekal-sol) Flower li hespê siwar bû û wêneyêk reklamê kiþandin. Di wê demê de xwîna hespê keliya û nema xwe li ber têhna germa Ferraro girt û xwe hejand. Ferraro hema hema wextî biketa nav þeqên hespê û felaketek mezin bihata serê wê. Îcar hûn texmîn dikin bê Ferraro gotiye çi? Gotiye, “zilamên Tirk jî wek vê hespê har û dîn in” û lotikek li Tirkan xistiye. Lê xanim Ferraro xelet gotiye. Tirk ne wek hespê ne, ew wek qantirê (hêstir) ne. Qantir ji mehîn û kerê çêdibin, yanî heramzade ne. Lê hesp esîl in û heger hinek wek hespê esîl hebin jî ew jî Kurdin, ne Tirkin xanim Ferraro! De ka bila tu lotikên zilamên Kurd bibînî em bawerin wî çaxî tê fikra xwe biguherî keçko...

Biþaro lo Biþaro

Biþarê Çeto-09/08/06-Mêrdîn-Biþar Kiliçê 63 salî bi salane ku firarê eskerîyê bû û xwe li Qosera Mêrdînê, li gund vediþart û nedixwest ji Tirkan re eskerîyê bike. Lê talîya talî felekê piþta xwe dayê û eskerên Tirk bi qirika wî rebenî girtin û ew þandin eskerîyê. Xanima wî Zehra Kiliç dibêje, “ waweylê waweylê waweylê! Mêrê min nexweþe ma wîjdan bi van Tirkan re tune ku zilamekî nexweþ diþînin eskerîyê bavo!” û ecêbmayî dimîne. Yaaaa...Tirk nexweþ mexweþan nasnakin keçko! Ji sedî sed wê wî rebenî biþînin sînorê baþûr jibo Kurdan bi Kurdan bidin kujtin..Ma qencî ji Tirkan tê heyran! Biþaro lo Biþaro kumê serî hate xwaro!

 

 

s© lotikxane 2006