Adil Duran

Bîr û bawerî

Bavê Ronahî

Ez jî têm

Lezgîn Þêxo

Kerê Melê

Hemo Rûto

Nasnama jor û jêr

Lokman Polat

Romana fenomenên endîvîduwel

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Ey Millet!

Aso Elîka

Arû

 

 

M.Elî Kut

Þivan ozanê gelê Kurd e

 

                                             

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Qado Þêrîn

 Bi lêv û serê memikan jî helbest têne nivîsandin.

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Xanimê jî da zîtirkan

Nazenîn Dilþa-04/09/06-Amed-Belê; mêr, çep û rast, dîndar û kafirên wan nebes bûn îcar jinên Tirkan jî rabûne ser tapanan û êrîþî Kurdên belengaz dikin, wan wek terorîst û serekeþîr binav dikin. Nivîskar Zahîde Ûçar ku ji sedî sed doþirme, yan Arnavût û yan jî koçbera Bûlgarîstanê ye, rabûye di nivîsa xwe de dibêje, “em bi destê xwe dewletek Yahûdî a Kurd ava dikin, me Barzanî û Talabanî di himbêza xwe de xwedî kir lê em herroj ji wan serekeþîran tehdît û gef û zirtan dibihîzin, ez ji xwe þerm dikim” û gellek zimandirêjîyên din. Ê hey gewende! Tu berê here li kok û eslê xwe bipirse bê ka tu ji kîjan dolê û ji bezê binguhê bavê kê yî? Ma serekeþîrtî baþe yan meriv wek Atatirkê we di kerxana Selanîkê de wek bêjî bê dinyayê baþe xanimê? Heyran, em bi xwe bi serekeþîrên xwe serbilind in..Em bawerin hûn jî ji bêjîbûna xwe serbilind in...Tobe tobe, dîsa me Tirk anîn ser zimanê xwe û ji em destnimêj ketin haa....

Ax Nataþa axxx!

Bengîn Elegez-04/09/06-Moskova- Wê rojê hevalekî min got, “kuro Bengîno, sibê wê jinên Rûs li filan ciyî xwe bera çolê bidin û piþtre wê bidin lotikan, me tu jî nayê?” Ez rebenê Xwedê jî minêkar bûm, min got, “kuro çawa nayêm ruhê min, ma ka ji vê xweþtir” û me berê xwe da lotikxana jinên Rûs.

   Welhasil ez serê we neêþînim, yabo em ketin hindur ma me çi dît û çi nedît! Tewwww! Tu nabê jinên Rûs ên ku ji malên xwe zêde dernakevin derve, li vir kom bûne û pêþbirka xweþikbûnê lidarxistine. Lê jin jî jin bûn haaaa! Ya starrrrr, agir bûn agir! Welhasilîkelam, min li wir Nataþa Kerîmova naskir û min got, “keçê Nataþa, ka ez sûretekî te jibo Lotikxanê bikþînim”, wê jî got “da” û min ev sûret kiþand..

   Îcar hûn wê diecibînin naecibînin, we germ dike nake ew ne sûcê min rebenê xwedê ye....

Xwînheramê pîs

Sîpan Nas-04/09/06-Tirkiye-Adnan Aybabayê ku di televizyona Starê de þirovekarîya sporê dike, tam helwestek Tirkane danî û xwînheramîya xwe eþkere kir. Aybaba di bernama xwe de xwe reþ girêda, sûretekî Atavirqo û paçikek sor û spî danî ser masa xwe û bi kelegirî got, „ divê milletê Tirk bike virq û bibe yek, evan terorîstên cudaxwaz (Kurd) derpîyê me daxist heta bi kabokê, jiber vê ez xwe reþ girêdidim û divê taximê me ê fûtbolê jî bi cilên reþ derkevin qada navnetewî“ û filan û bêvan..     Kuro wele bijî ji we re looo! Hûn fûtbolcî, nivîskar, lîztikvan, siyasetmedar, dîndar, kominîst, qûnde, femînîst, çep û rastên we, hetta bi ker û bergîlên we jî di mesela Kurd de dibin yek û bi yek zimanî dizirin…

   Ê xiyar oxlî xiyar, tu þirova xwe a fûtbolê bike û ji studyoyê derkeve ewladim! Ma Kurdan çend xiyar xistine te, hêêê!

Hikûmeta Iraqê vê carê li xêra kurdan kir!

 

Karûþo -03/09/06 Hewlêr- Hikûmeta Îraqê biryara hikûmeta herêmê a ku dixwest elektrîk ji Îranê bikiþandana Kurdistanê betal kir. Wey sed carî mala wan ava be ku ew biryar avêtin teneka çopê!

   Bertîlxwurên me bi OYAKê derzika piþta xelkê herêmê derizandibûn û vê care jî dixwestin ku bi melayên zinêkar xelk li piþtê vezilandibana.

Ax pere wax pere..

Rozê-03/09/06-London- Li gora lêkolîna ku li Brîtanyayê çêbûye,dibêjin ji jinên Brîtanî re pere ji hertiþtî girîngtir e. Li gora lêkolînê ji sedî 45ê jinan gotine “ax pere û wax pere” û ji sedî 22ê zilaman jî dîsa gotine “hem pere û hem jin”. Yanî; ji jinên Brîtanî re, temen û xweþikbûna zilaman ne girîng e lê perê wan hebe û bêrîka wan gadirtî be bes e.

   Li gora van jinên pereperest divê zilamek salê bi kêmanî 50 hezar pound qezenc bike. Û zilam jî dibêjin, “divê jin hem xweþik be, hem seksî be û hem jî salê 70 hezar poundî qezenc bike, aha jin ev jin in” û dilê xwe xweþ dikin. Îcar rebenên jinên me Kurdan çi dibêjin hûn zanin? Dibêjin, “kuro de pere çiye looooo! Hema ku zikê me têr be, kutilk û epraxên me, savar û nîska me hebe bes û zêdeye jî..Lê pere jî hebin helbet baþe haa, ma kî ji peran direve” û ew jî dilê xwe xweþ dikin.

   Heyran bi telaqê jinberdanê dinya li ser pere û malê dinyayê avabûye lo, wîî! Aniha ku pere û azadîya keç û jinên Batmanê hebûya meyê bidîta bê birastî wê wan xwe bikujta yan na....Ax pere, wax pere, pere dikin mere.....

Wey xalê Biþar çi hat serê te!

Mîrxanê Bûbilanî-03/09/06-Qoser-Wek me cara berê jî behsa xalê Biþar kiribû, di 67 salîya wî de dewletê bi stuyê wî girtibû û berê wî dabûn eskerîyê. Xalê Biþar jiber nexweþîya xwe serîkî hatiye malê û gilî û gazindên xwe ji dewletê û eskerîya wê dike.

   Xalê biþar bi kelegirî behsa xwe û eskerîya Tirko dike û dibêje, “ev çi dewlete, ev çi edalete ku yekî weke min 67 salî dibin eskerîyê pê dikin..Min di eskerîyê de gellek zorî û zehmetî dîtin, ewan bêbavan henekên xwe bi min dikir” û filan û bêvan. Erê xalê Biþar erê! Ev hîna lêlê ye, lolo jî maye..Tê hîna 14 mehên din jî xizmeta wan bêbavan bikî û Xwedê zane bê wê çi bînin serê te rebenê Xwedê...

   Ma tu nizanî ku nanê Tirko li ser kaba wan e xalê Biþar? Tirk çi zanin edalet çi ye, mirovatî çi ye, ixtiyarî çi ye Xwedê jê razîyo! De welhasil, bila serî saxî be loo....

Awir wek derbên xincerê

Awir wek derbên xincerê xwe avêt dil û cegerê

Bi lêv û devê sorgulî bi bêhna misk û emberê

Dil difire hiþ namîne bê eraq wek serxweþim ez

Bi nerîna çavên wê ez dibim wek ava kewserê

 

Neqiþandî wek zînet û almas û lal û cewherê

Ya reb maçek bike qismet ji herdu lêvên dîlberê

Piþtî wê êdî xem nake ger mirin bê devê derî

Belkî bi wê maça lêvan vegerim ser kemla berê

Brîndar /02/09/06

Evê nîvmetro ne li qor qama xwe ye kuro!

Aryan Jara-02/09/06-Nepal- Khagendra Thapa Magarê 50 santîm (nîv metro) berendamê rekora dinyayê ye û dixwaze têkeve pirtûka Guînnesê. Ew bi xwe 14 salî ye lê Xwedê bela xwe lêxisyiye û qama wî (bejna wî) dirêj nekiriye.

   Em hîna nizanin bê çi pirsgirêkên wî û Xwedayê wî bihevre hene, lê dibêjin hingî ew di biçûkanîya xwe de pir þûm bûye Xwedê jî gotiye, “madem tu rehet nasekinî tê jî mesix bibî û ji 50 santîmî dirêjtir nebî”.Welhasil, tew mêrik bi pirtûka Guînnesê jî têr nabe îcar rabûye doza jinekê jî dike.   

   Dibêjin keç û jinên Nepalî ji ber tolazîya wî dane qaqa reþ û kes nema wêre ji mala xwe derkeve derve.

   Heyran jibo Xwedê, dilê vî çavsorî nehêlin, hem wî têxin pirtûka rekorê û hem jî rojek berî rojekê wî bizewicînin berî ku dest bavêje namûsa xelkê bavoo! Gunehe guneh! Ew jî zilame heyran, wîîî...Ma lêrabûn ne heqê wî ye jî bavo?

Li Amedê Konferansa muzîka Tirkî!

 

Rona Nisêbînî -01/09/06 Amed – Îro ji bal ”hevalan” hat ragihandin ku wê di 16-17 meha duwazdehan de li Amedê konferansa Muzîka kurdî li dar bikeve. Lê nexapin!             Hevalan her çiqasî navê festîvalê bi kurdî lê kiribin jî, ziman, reng û dengê festîvalê wê bi tirkî be.

   Guh nedin gotina wan, henekan dikin, taktîk e. Wilo dibêjin, kurdan li xwe dicivînin û dû re jî bi tirkî didin bin her tiþtî! Ma di newrozan de jî wilo nakin? Belê.

   Ma berî bi çend mehekî di festîvala bi navê ”Çanda Kurdî” de jî li Amedê bi tirkî lê rast nekirbûn? Belê. Ma tev li KKK û KNKê hemiyan aha çend roj berê dîsa biryara ku bi kurdî bixwînin, binivîsînin û bipeyivin nedabûn? Belê. Ê ka bû çi? Bû quzelqurt! Kuro, keçê ne me got ku henekan dikin, weh! Masmedya wan ji berê jî bêhtir zorî daye tirkî! Xwezî bi rewþa berî biryarê!

Recebo lo Recebo..

Bêrîvan Al-04/09/06-Tirkiye-Serokwezîrê Laz Receb Tayib Kerdogan li Stenbolê beþdarî semînera bi navê “Rêveberîya Koçberîya Stenbolê” bû û di semînerê de çend tir û fis ji ber xwe berdan. Erdogan di derbarê koçberîyê de çend gotinên balkêþ gotin û di binê masê re dîsa êrîþî Kurdan kir.

   Erdogan got, “berî niha gava min digot bila jibo ketina Stenbolê vîze bê derxistin çapemenîyê êrîþî min kir. Lê xuyaye niha aqilê we hatiye serê we û êdî hûn kerîtîya berê nakin. Stenbol bûye cîh û mekanê insanên bêkar, serserî, diz, teþqelcî, xiyar û bacanfiroþan (xiyaro Kurdan qest dike) û divê em rê li ber van bigrin. Ger rê li ber wan neyê girtin ewê Stenbolê têxin destê xwe û wê zarokên me jî dest bi firotina xiyar û bacanan bikin” û dilê xwe li Kurdan rehet kir.

   Ûlan Receb! Yek çareya pirsgirêka Kurd û bajarên Tirkiyê heye babam, yek! Aqilê xwe bidin serê xwe û bi a me bikin..Kurdên Tirkiyê li hev kom bikin, wan li Kurdistanê vegerînin, sînorekî têxin navbera Tirkiyê û Kurdistanê û wek mêran bêjin, “aha kardaþlar, Kurdistan sîze û Tirkiye bîze, de yalla bye byeeeeeeee!”   

Mêrik dîsa dest bi zirtan kir

Ahmed Beyan-04/09/06-Ankara-Hûn zanin, ev Kurdên ku eslê xwe înkar dikin û wek qantirê bêesil dibin, ji Tirkan bêhtir dibin Tirk û berê qubleya xwe ber bi Selanîkê ve vedikin. Abdulkadîr Aksûyê Diyarbekrî jî yek ji wan xulamokên dewleta Virqo ye û ha ha zirtan li Kurdan dike.

   Vê carê jî Aksûyê ku Tirkîya wî jî ne tu Tirkî ye,  li herêma bajarê Mêrsînê devê xwe vekir û kefê di devê wî re avêt. Aksû dîsa êrîþî zarokên qewmê xwe kir û bi Tirkîya Kurdîkî got, “kuro ez ne ji piþta bavê xwe heger em PKK di xwîna wê de nexeniqînin looo, tu bise hele..Ma perçekirina Tirkiyê hêsane? Hema bi telaq heta ez saxbim ezê nehêlim kevirek ji stûna Tirkiyê bileqe, ihiiiii” û zikê xwe ê mezin firkand.     

   Heyran me tiþtek fêmnekir allahwekîl! Ji alîyekî dewlet naxwaze Tirkiye perçe bibe û ji alîyê din jî PKK yekîtîya erda Tirkiyê diparêze û gerîllayên Kurd jibo “dewletin birlik ve butunlugu” dide þehîd kirin...Niza ne em xeþîm in û ne jî xelk plan û projeyên aqilane dimeþînin..Neyse canim, di kure zirav bû bila di wir re biqete û hew, tevdîrrrrrr......

Xelk îþê xwe zanin babaaaa!

Polat Erdem-03/09/06-Tirkiye-Dibêjin karmendê Ingilîz Davîd Robert Clark bi xêra xwendina çend pirtûkên qetiyayî bûye misilman û dev ji dînê Îsa berdaye. Clark xwedîyê þîrketekê ye û dibêjin bazirganekî baþ e.

   Piþtî ku Clark dibe misilman, navê xwe jî diguhere û pêþnavê xwe dike Mehmet Robert Clark û ew û malbata xwe li Tirkiyê bicîh dibin. Clark dibêje, “kuro bi serê Îsa û Mûsa min tu xêr ji dînê Îsa fêm nekir. Malbata min hîna di çar salîya min de jibo tenduristîyê ez sunnet kirim û evê sunnetkirinê bandora misilmantîyê li ser min hiþt û min niha fêmkir ku ji îslamê xweþtir dîn tuneye” û çîrokan dibêje. Dibêjin miftîyê bajarê Balikesîrê jî gotiye, “wey eferim ji te re lo” û quranek dîyarî wî kiriye. Ê lawo xiyaro! Carekê sunnetkirin berî dînê îslamê û hetta berî Mûsa Pêxember jî hebû.Piþtre derbasî dînê Mûsa Pêxember dibe û ji wir jî îltîcayî dînê îslamê dike. Tu çima rastîyê vediþêrî û nabêjî, “heyran bi telaq ez dixwazim þîrketa xwe bînim Tirkiyê û li vir bazirganîya xwe bikim, jiber vê ez dibim misilman” mîster Mehmet Robert Clark! Ya starrrr ku insan hevqasî durû û timakar bûne yahoooo...

Dev ji Îsa berda, bû Mihemmedî îcar dev tavêje xelkê

Þemal Amedî-03/09/06-New York-Hûn zanin, gava kesek dev ji dînê xwe, qewmê xwe yan partîya xwe berdide û derbasî alîyekî din dibe, ji wanên berê zimandirêjtir, êrîþkartir û hetta nîjadperesttir dibe. Meselen Kurdên ku dev ji qewmîyeta xwe berdane ji Tirkan hartir û nîjadperesttir, êrîþkar û çavsortir bûne û hema bêjin bingeha piranîya partîyên Tirkiyê jî ji van Kurdên aloz pêk tên.

   Îcar mesela Ingrîd Mattson xanimê jî ev mesele ye. Jinikê rabûye dev ji dînê Îsa berdaye, bûye Mihemmedî û hema êrîþî der û dora xwe dike. Ingrîd Mattsona ku bûye Seroka Civaka Îslamîya Bakurê Amerîkayê di komcivîna rêxistinê de êrîþî Bush kir û dibêje, “Bush bi gotina Faþîzma Îslamî êrîþî nirxên îslamê dike û îslamê li ber çavên xelkê reþ dike” û filan û fîstan.

   Ê keçko, gava îslamîst jî ji wan rebenan re dibêjin “gawir, kafir, emperyalîst,beraz, hirç û keftar”, kes ji we dengê xwe nake û bi we xweþ tê ne! Na lê, hûn devê xwe metrokê vekin, wan bikin benîþtê devê xwe û bila rebenan jî ji we re li çepikan xin ne! Keçê ma kesê dev ji dînê xwe berde bi kêrî dînekî din tê peppûkêêê.....

.

Eger rojekê

 

Dîyar Koçer

Eger rojekê te xwest rondika bibarînî... telefonî min bike

Ez soz nadim ko ez keyfa te xweþ bikim, bes ez jî dê rondika bibarînim li gel te

Eger rojekê te xwest tu baz bidî û birevî, netirse û telefonî min bike
Ez soz nadim ji te bixwazim bisekinî, bes ez jî dê li gel te bazdim

Eger rojekê te nexwest guhdarîya tukesî bikî... telefonî min bike
Ez soz didim te ez amade bim bo te û soz didim bêdeng bim

Bes eger rojekê te telefon kir...Û bersiv nebû...
Zû were min bibîne...Bêhemdî min ez hewceyî te me....

Bi zikê birçî tirên devê dike

Bavê Cengo-02/09/06- Þam- Serekdewletê Venezuelayê Hugo Çavez hat serdana destebrakê xwe Beþar Esed û qehweyek tehl pêre vexwar. Çavezê ku li welatê xwe têr gepik nan naxwe û çavê wî li ber destê xelkê ye, dest bi zirt û mirtan kir û sozên nebawer dan xelkê Sûrî.

   Çavezo ji çapemenîya Sûrî re got, „ya hebîbî! Me biryara azadîyê daye, em dixwazin li ser bingeha mafê çarenûsa gelan dinyayek nuh ava bikin“ û çîrokên pêhnpêketî gotin. Werek ibnî! Lenîn, Stalîn, Mao Zeytûn, Hoþîmîn, Gandhî û Elî û Welî nikarîbûn li ser mafê çarenûsa gelan dinyayek nuh ava bikin, tê bi wî zikê birçî dinyayê biguherînî yewel! Kuro lawo a baþ zimandirêjîyan meke û xwe ji Serok Bush bisitirîne Xwedêjêstendo…..

Sermezino got „naaa!“

Sîpan Nas-02/09/06- Mersîn- Fermandarê Hêzên Bejayî Îlker Baþbûgê sermezin û keçel di derbarê derxistina efûyek giþtî de ji çapemenîyê re axivî û bû leplepa devê wî.

   Îlker Baþbûgê ku yek ji dijminê riknê gelê Kurd e got, „ we go efûyek giþtî? De îcar haa! Kuro ma ji terorîstan re efûyek giþtî tê derxistin ewlatlarim? Qanûn hene, edalet heye, wê terorîst bên xwe teslîm bikin, derkevin mehkemê û cezê xwe bikþînin..Ma ka ji vê efûyê xweþtir yawrûlarim!“ û paya devê Kurdên Tirkparêz da wan.

   Yaaaaa…Bila Tirk li tunekirina koka me bigerin û bila ên me jî di nava xewn û xeyalên efûyek giþtî û bratîyek sexte de avjenîyê bikin…Tewwwww mala minê….

Qede bi we û cejna we keve!

Alî Þervan-01/09/06-Batman-Dibêjin di pîrozbahîya cejna 30ê Tebaxê a dewleta Virqo de di navbera Þaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan û fermandarê leþkerên Tirk Erhan Guler de xirûcir çêbûye û fermandarê Virqo nehiþtiye ku Huseyîn Kalkan di pîrozkirina 30ê Tebaxê de beþdar bibe.

   Xwedêgiravî dibêjin fermandarek hatiye cem Huseyîn Kalkan û bi dizî di guhê wî de gotiye, “ ûlan yawrûm, ev cejn cejna fermandara ye, zû vêderê terk bike berî ku em serê te ji gewdeyê te hilqetînin, anladinmi lannnn!” û berdane rebenê Kalkan. Dibêjin piþtî wê,  Kalkan jî rabûye bi daxuyanîyekê helwesta general, çawîþ û onbaþîyan þermezar kiriye. Îcar tiþtê ecêb çiye hûn zanin? Hinek malperên Kurdan vê helwesta fermandarên Tirk wek “helwestek dijminane û nîjadperest” binavdikin û hêsrên xwe dibarînin.

   Yahewlelwelaaaaaa! Kuro lawo ma em û Tirk ne dijminên hev in babam? Ma kengî Tirk bûne demokrat ku hûn dibêjin ev helwestek nîjadperestî ye? Yan nêta we heye hûn jî têkevin ber bayê Demokratîk Cûmhûrîyetê qardaþ? Estexfurullahilezîm, dîsa em gunehkar bûn......

Muzîka Kurdî serê fermandarê Tirk jî xwar

Nazenîn Dilþa-01/09/06-Amed-Di þahîya piþtgirîya zarokên feqîr de Þaredarê Amedê Osman Baydemîr û fermandarê qereqola Gezina girêdayî bajarê Elezîzê Azîm Baþol ketin govendê û „gurm û hey gurm“ li ber stran û muzîka Kurdî govend girtin. Piþtî ku di govendê de germ bûn û xwêhdan dan, îcar rayedarên dewletê rabûn govenda hirçan û zîtirk dan xwe.

   Dibêjin rayedarên artêþê li ser govendgirtina li ber muzîka Kurdî dest bi lêkolînê kirine û bi guhê fermandar Azîm Baþol girtine, kiþandine îfadê. De li ser xêrê be û Xwedê muzîka Kurdî bike bela serê hemi Tirkan rebbî…Em hêvîdarin wê ku rojekê Tirk hemi li ber stran û muzîka Kurdî govendê bigrin û ew û dewleta xwe bibin dijminên hev… 

 

Al Hayatê rastî got

 

Þêrzad Zebarî-04/09/06-Hewlêr-Di rojnameya Al Hayatê de nivîsek xweþ û balkêþ hat weþandin. Nivîskar Samî Suruþ dibêje, „sedema dagîrkirina Iraqê ne PKK ye. Dewleta Tirko dixwaze wek ku Îsraîlê anîye serê Filistînîyan bîne serê Kurdên baþûr. Bi bombebarankirina herêma Kurdistanê dixwaze herêmê têxe nav alozîyekê, Kurdên baþûr çavtirsandî bike û nehêle Kerkûk têkeve bin destê Kurdan. Wekî din Tirk dixwazin xwe li ser rayedarên Kurdistanê ferz bikin da ku ew bêyî wan nikaribin gavekê bavêjin“ û wekî din.

   Helbet mesela PKK çîrokên berê ne, mahne û dek û dolab in. Ew ji serxwebûna Kurdistanê û jidestberdana Kerkûkê ditirsin, ev rast e. Lê xwe ferzkirin? Jibo xweferzkirinê ne hewceyî bombeyane baba! Ji xwe mêrikan bi OYAKê aborîya Kurdistanê xistiye bin destê xwe û ji sedî pêncsed xwe li ser wan ferz kiriye haaa…Dewleta Virqo hewqasî Kurdistan dorpêç û dagîr kiriye ku rayedarên me newêrin jiber Tirkan zimanê Kurmancî di dibistanên xwe de bidin xwendin….Ma wê ji vê ferzkirinê pêve çi ferzkirinek din hebe kaka….

Ji te mezintir tune ilan bike!

 

Girdoyê Stilîlî -04/09/06 Stilîll- Rojnameyên satilmiþ tirkan û nîv duþurulmuþ kurdan nivîsandine ku Meshûd Barzanî gotiye “parlamentoya Kurdistanê kengî bixwaze dikare serxwebûnê ilan bike!” Errrrrek lawo, kurd dibin dewlet! Ê ne hûn nizanin bê kêfa van stilîliyên me çiqasî bi vê gotinê hatiye lo!

   Îcar stilîlî jî dibêjin ku ma ne ew serokê parlamentoyê ye, wî xwendiye û ew dizane. Parlamento marlamento hemû ew e. Tev li me stilîliyan temamê kurdan bi dûde ne û de hema bila dewleta me ilan bike û hew! Ax berî mirinekê, me jî dîtiba bê ev jiyana bi dewletî tiþtekî çawa bû!!

Kengî dora eroînê tê Gulen beg!

Rojda Aydin-04/09/06-Stenbol-Dibêjin serokê terîqeta Fethûllahçîyan Fethûllah Gulen di derbarê herambûna kiþandina cixarê de dîtinên xwe pêþkêþî mirîd û nemirîdên xwe kiriye û dibêje, “cixarekiþandin heram e, hem mesrefek zêde ye hem jî dibe sedema nexwþîyê” û filan û bêvan.

   Wekî din Prof.Hayrettîn Karaman jî dibêje, “ cixarekiþandin ji sê aliyan ve dînen heram e.Yekem ji tendirustîyê re zirar e.Duyem zirarê dide insanan û derûdorê û sêyem jî cixare zilaman ji mêranî dixe û fîþekan pêre nahêle” û filan.

   Heyran bi telaq me fêmkir lo, wey! Ê de ka bi xêra xwe navê ayetê jî bidin bê di kîjan ayeta quranê de behsa herambûna cixarê tê kirin babam! Em jî zanin cixare zirarê dide insanan û tendirustîyê bavê min, ma hûn tenê biaqil in?..Yanî ku hûn cixarê û dînê îslamê pev girênedin nabe ne? Madem we destpêkiriye ji kerema xwe vê jî bêjin û hiþê me hinekî zelaltir bikin: Ma gelo dînen eroîn, kokaîn, afyon û kiþandina esrarê jî herame yan na? Dibe ku qehwe û çayê jî heram be ma kî zane...Çawa be ayet û hedîs di bêrîka Fethûllah Gulen efendî de ne....

Tê texmîn kirin ku pêþiyên kurdan dînazor in!

 

 Sara Omerî- 03/09/06 Silêmanî - Li navçeya Çemçemalê li gundê Mamreþê skeleteke kesanedîtî ji bal cotkar Xelîlê Gero hate dîtin!

   Li gora arkeolog û jeologan, temenê vî skeletê ku bi qasî çar metreyekî dirêj û sê metreyekî jî bilind e, 8 yan jî 10 milyon sal in. Îcar a herî balkêþ ew e ku jeolog û arkelog dibêjin “Bi skeletê vî dînasoûrî êdî wê tarîxa kurd û Kurdistanê jî tam zelal bibe…”Wilo çawa ye ezbenî, çi têkiliya kurd û Kurdistanê bi dînasoûr re heye!

   Xuyaye ku mêrikan tirk, ereb û faris in û dixwazin vê care jî bi navê ilim pêþiyên me bikin dînasoûr! Îro du roj in ku temamê ajan, muxbirçî û îþbîrlikçiyên Lotikxanê dane dû jeolog û arkelogan û li esil û feslên wan dipirsin!

Demokrasî ev e ha!

Gulistan Beþîrî-03/09/06-Sêrt- Dibêjin li rayedarên hepsa bajarê Sêrtê nahêlin girtîyên Kurd nameyên Kurdî ji malbatên xwe re biþînin û dixwazin ku ew name berê li cem noterê bi Tirkî bên wergerandin.

   Parêzerê girtîyan M.Sabir Taþ jî vê yekê piþtrast dike û dibêje ku hetta perê wergarandina nameyan jî 60 lîreyên Tirkî ye û girtî mecbûrin vî pereyî ji kîsî xwe bidin.

   Ê heyran ma emê çi bêjin, em jî þaþomaþo bûne haa! Normale normal! Ma Demokratîk Cûmhûrîyeta ku nameyên Kurdî qedexe neke hêjaye çi bavê min? Madem navê wê li ser e û demokrasî tê xwestin, ev jî demokrasîya girtîxanê ye, weyy!...

   Yan sînorekî têxin mavbera xwe û Demokratîk Cûmhûrîyetê û wê neparêzin, û yan jî gazind-mazindan nekin, eybe eyb! 

 Golikên Kurdan keviran dixwin

Þîndar Berwarî-03/09/06-Hewlêr- De werin û ji xwe re li ecêba Xwedê binerin. Li devera Þêladiza baþûrê Kurdistanê qesaban (goþtfiroþ) golikekê serjê dikin û di nava golikê de 9.5 kîlo kevir û zixur derdikevin.

   Goþtfiroþê bi navê Feysel Rêkanî di vê derbarê de dibêje, “ bavo ev bûyerek gellek seyr e, cara pêþîne li vê deverê bûyerek wisa tê dîtin ku golik kevir û beran bixwe û di zikê wê de bimîne”. Erê dinyayê...Hetanî ku aborîya me di destê OYAK a Tirkan de be, bi Xwedê ne golik lê wê çêlek, bizin, mîh, berxik, ker û bergîlên me jî dest bi xwarina kevir û hesinan bikin kaka...

   Dua bikin ku Kurd bi xwe jî dest bi xwarina keviran nakin..Lê xuyaye bi saya OYAKê wê ew dem jî nêzîk bibe...

 

Gîbson da bin dûvê Tirkan jî

 

Derwêþ Mîran-02/09/06- Hollywood-Artîstê bi navûdeng Mel Gîbson piþtî ku serxweþ hat girtin û zimandirêjîya Cihûyan (Yahûdî), niha jî da bin dûvê Tirkan û li wan qeliband.

   Gîbson di barekê de vedixwe û ji Ermenîyan re dibêje, “ ez zanim, gelê we ji alî Tirkên hov û beraz ve hat qetilkirin” û qurtînîyê ji wîskîyê tîne. De Xwedê xêra te binivîse heval Gîbson!

   Dibêjin bi xêr carek din gava Mel Gîbson serxweþ bibe, îcar wê ji Kurdan re bêje, “ez zanim, bi telaq Kurd dijminê qewmê xwe ne lo” û tiliya xwe têxe çavê Kurdan..De neyse canim, ev mîrata wîskîya Amerîkî jî carna tiþtên xweþ bi merivan dide gotin haaa....Bijî wîskî!

Bajo Darîno bajooooo!

Binevþ Agirî-02/09/06-Stockholm-Piþtî ku Darînê Kurd li Swêdê bi navûdeng bû û av lê geriya, îcar xuyaye keçikên rindik û mindik nema bela xwe jê vedikin û jê re ketine dora tenûrê. Ê ji xwe ne hewceyî em bêjin; ev keçên Îskandinawî jî bêmiradan wek mêþa ku xwe li ser gû datînin haa, hema navek bi dû kê keve te nerî dan dû wî û bi terîya wî girtin.    

   Dibêjin Darîn Zanyarê stranbêj êdî ji dora tenûra Swêdî aciz bûye û berê xwe daye saûna Fînlandîyayê û ji xwe re di saûna de keçek Fînlandî bi navê Madeleîne af Enehjelm dîtiye, keçik 15 salî ye û di tenûra wê de nanê xwe pê vedide. Gerçî 15 sal hinekî zêde ye, gerek keçek 9 salî bidîta lê de xem nake..

   Erê dinyayê...Van rebenên Kurdên ku ji ber sîyasetê reviyan Swêdê tu xêr ji xwe nedîtin..Hingî dan dû sîyasetê ji dêrê jî bûn û ji mizgeftê jî allahwekîl..Ê lawo niha we jî wek Darîn Zanyar kiriba “zirt û virt” wê keçên xelkê jibo we jî têketana dora tenûrê bavê min....

“Sîkolojî” hebe, “Sîkolog” jî heye!

Gulnaza Torî - 01/09/06- Malpera Avestayê nivîsandiye ku li Elemanyayê wê semînera Sîkolojîyê ji bal Dr.Zêno li dar bikeve. Lê bi rastî me fêhm nekir bê ev Sîkolojî çi bû?

   "Neyse, me ji zimannasên Lotikxanê pirsî. Li gora wan “Sîkolojî” peyveke ku ji “Sîk” tê. Di tirkî de “Sîk” û “Sîkolojî” jî herdu navdêr in. Bi erebî Sîkolojî “Nîkolojî” û Sîkolog jî" “Nîkolog” e. Û bi kurdî jî têgeha Sîkolojî dibe “Teriknasî” û  Sîkolog jî dibe “Teriknas”.Erê, ha. Îcar di her zimanî de hin qayideyên gramerî hene. Xeberdan tiþtek e û nivîsandin tiþtek e. “Psychology” di xeberdanê de wek Sîkolojî dikare bê gotin.

   Di nav malperên kurdî de kurdiya herî xweþ Avesta û a herî xerabe jî Nefelê dinivîsîne. Lê xuyaye mêrikan Avesta jî xir kirin! Rêz û hirmetê ji zimanê bav û kalan re bigrin. Pêþî hînî nivîsandinê bibin û dû re xwe tê de werbikin!

s© lotikxane 2006