Bavê Ronahî

Tirçepoz

 

Lezgîn Þêxo

Sofiyê mala Þêx

 

Î.Xelîl Sirûcî

Pirsgirêka zimên li Kurdistan

Hemo Rûto

Nasnama jor û jêr

Lokman Polat

Çîrokên Kedkarê Pirtûkên Kurdî

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Ey Millet!

Aso Elîka

Arû

 

 

 

                                             

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

 

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Bush naxwaze Ehmedo bibîne

Þemal Amedî-17/09/06-Waþîngton-George W.Bush ragihand ku ewê di civîna Yekîtîya Milletan de Serokdewletê Îranê Ahmedînejad nebîne û lotikan lênexe.

   Bush dibêje, “hetanî ewê qamkinik dev ji bernameya dewlemendkirina ûranyûmê bernede, rîha xwe kur neke, qirawata ji rengê ala Amerîkayê nexe stuyê xwe û diranê xwe bi macûna spîkirinê neþo ezê wî nebînim û silavê lê nekim”.

   Dibêjin ji alî Ahmedînejad ve hertiþt kare bê qebûlkirin, lê kurkirina rîhê û qirawata ji rengê ala Amerîkayê hinekî zehmete. Lê dibêjin ewê li ser qirawatek ji rengê ala Amerîka û Îranê karibin li hev bikin. De emê binerin bê wê Xwedê van herdu dijminên serhiþk çawa li hev bîne..A bi xêr...

Bavkûçikan dîsa bi Barzanî dest pê kirin!

 

Hesoyê Omerî- 17/09/06 Amed - Rojnameya tirkên herî kûçikbav Hurriyetê, bi sebeba ku Meshûd Barzanî ji kordînatorê emerîkî re gotibû “ez dikarim bibim navbênhatê tirkan û PKKê”, sermanþeteke qehpane bi kar aniye: “Barzanî den kustahça teklîf!”

   Yanî wek ku mirov bibêje “ji zirtekan daxwazeke zotane!” Manþet di wê maneyê de hatiye bi karanîn.Satilmîþ û sîktirîlmîþ tirk, dua ji hevalan re bikin ku em kurd duþurulmîþ kirine û hew!!!

Kobanê dîsa da lotikan

Alî Basrawî-16/09/06-Kobanê-Li bajarê Kobanê ew nexweþîya erdan dîsa hate meydanê. Lîztikên erzan hatin lîztin û çîroka kitik û berêz anîn zimên. Dema ku tûrîstên dinyayê dirin ser mars û hîvê, gelê me jî dibêje, „nabe kitik erdan li nav berêz bikire û çepî wilo nabe“.

   Gelo çima divê em bi xanîyan cîranên hev bin? Bi dikanan? Lê nabe em bi erdan cîranên hev bin! Heta kengî emê lotikên xwe bavêjin, tiþtên mezin jibîr bikin û þopa qûna du mirovên gundê kevin û þevên xwe bi zarokên xwe re derbas nekin!? De Xwedê aqilekî bide me rebbî...

Serê zarokê 9 hezar dolar

Bengîn Elegez-16/09/06-Moskova-Wek berê jî hatibû gotin, her ku diçe nifûsa Rûsan kêmtir dibe û rayedarên Rûsyayê ji vê rewþê wek pirsgirêkek mezin dibînin. Ew ditirsin ku bi kêmbûna nifûsê tuxmê Rûsan biqele û dinya ji xelkê re bimîne.

   Jibo rêlibergirtina kêmbûna nifûsê û anîna zarokên zêde, hikûmeta Rûs dixwaze hinek çareserîyên dilbijare pêþkêþî xelkê xwe bike. Meselen ew difikirin ku jibo anîna her zarokekê neh (9) hezar dolarî bidin malbatê da ku wan timayî çêkirina zarokan bikin. Halîhazir nifûsa Rûsyayê daketiye 142.4 milyonî.

   Îcar heyran bi Yezdanê pak ev pêþniyarek pir baþe haa! Bi taybet Kurdên ku li Rûsyayê dijîn û hemwelatîyên wan in divê dest bi çêkirina zarokan bikin û her salê neh hezar dolarî têxin bêrîka xwe.

   Kuro allahwekîl, ev ji hatina petrola Kerkûkê jî bixêrtire wey! Hem wê Kurd zarokan bînin, tuxmê xwe zêdetir bikin û hem jî wê perê xwe bistînin, ma ka jê xweþtir heyran!Fêda gavana ye fêda gavanan.....

Pere çûn ma derpî

Nazenîn Dilþa-15/09/06-Kibris- Oryantal û lotikvana Tirk Asena li Kibrisê bi qumarê lîzt û heft hezar dolar li ser kir. Asenaya ku di nav nivîna Îbrahîm Tatlises de mezin bû û bi xêra lotikên wî navdar bû, hema bêjin hindik mabû ku derpî û binkirasê xwe jî li ser qumarê bike û þilfîtazî vegere mala xwe. Lê siûda wê hebû ku wê rojê derpî û binkirasê xwe li malê jibîr kiribû û xanimê þût û rût lotik tavêtin.

   Dibêjin Asena gotiye, „oxxxxx, þikir ji Xwedê re ku min derpîyê xwe li malê jibîr kiribû kuro..Ew derpî xelata Îbo bû û ne hûn nizanin bê wî derpîyê zer çi dîtiye û çi nedîtiye..Bila heft hezar dolar bi qurbana derpîyê zer be rebbî“ û eþheda xwe anîye. Heyran me fêmnekir, qey ev lotikvanên Tirkan hemi derpîyên zer li xwe dikin bavo!

Qereçî lê çi qereçî haa!

Rojda Aydin-15/09/06-Stenbol-Mustafa Aksûyê ku bi xwe qereçî ye û jiber þerma xwe eslê xwe heta niha veþartibû, di pirtûka xwe de eslê xwe eþkere kir û barê dehê salan ji ser xwe avêt. Aksûyê ku di kar û barê dewletê de hatibû hetanî bi dereceya mifettiþîyê, di pirtûka xwe de gellek navdarên ku bi eslê xwe qereçî ne lê ji qereçîbûna xwe þerm dikin eþkere kir. Wek: Turkan Þoray, Orhan Gencebay, Sîbel Can, Muazzez Ersoy, Kîbarîye, bi dehan hunermendên din û navê çend sîyasetmedaran jî dide. Aksû dibêje, „ çima ji eslê xwe fedî dikin? Qereçîbûn jî wek Tirk, Kurd, Çerkez û Lazan nasnameyek etnîkî ye“ û filan û bêvan.

   Heyran komplekse kompleks,wey! Kompleksa biçûkbûn û bêþexsîyetê ye babam! Ev bêxwedîka kompleksê li cem me Kurdan jî heye qurban..Aha ji we re Îbrahîm Acises, Mahsun Siyahgul, Ozcan Kuçukdeniz, Alî Þan, Izzet Bakirmeþe, Izzet Guneþhan, û bi sedan qereçîyên wek wan..Ma hemi ne Kurd in? Ma ji Kurdbûna xwe þerm nakin?Êêêêêêê! Qereçî qereçî ye babammmm..

Anketê, jinên tirkan ”demokrat” derxist!

 

Gulnaza Torî -14/09/06 Berlîn - Li gora anketa Weqfa Konrad Adenauer ku di kovara Dîe Zeîtê de belav bûye, jinên tirkên li Elemanyayê ên ku xwe dinixumînin ji %90 jê demokrat in.

   Kovar bi vê bi tenê jî namîne, dibêje ku ev jin di heman demê de mîna mêrên xwe xwediyê temamê mafên li der û hindur in jî. Yanî jin gava bixwazin wê mîna mêrên xwe bikaribin biçin li jinên kerxaneya Sanpaolê û qereqopk û þilindirên ku di vitrînên dikanan de raxistîne binerin! Îcar bi rastî wilo ye, ha?

   Batil, ewqasî jî çirandin nabe!! Him ew çawa demokratî ye ku ew jinên ser û bin nixumî wê yê mirov hemî bibînin û mirov jî hema wê serê memikeke wan nebîne! Ji sedî sed xwediyê Weqfa Konradê ya jina tirkekî û ya jî qûndeyekî elemanî ye! Em ê lê bikolin bê ew qûnek kî ye.

Tirk dîsa rezîl bûn

Þemal Amedî-14/09/06-New York-Di Google de derket holê ku millet û welatê herî zêde li pornoya (seksa) zarokan dinerin Tirk û Tirkiyê ye. Di bajaran de jî bajarên ku herî zêde jê dikevin malperên pornoya zarokan bajarên Tirkiyê ên wek Îzmîr, Stenbol û Ankara tên.   

   Îcar hinek malperên Tirkan porê xwe hildikin û dibêjin, “way babam wayyyy, yîne el aleme rezîl olduk” û qaþo li ber xwe dikevin.

   Ê ewlatlarim, yawrûlarim, zêde li ber xwe nekevin haaa! Ma namûs û xîreta we heye ku hûn li ber xwe dikevin xiyarlar! Ma zarok li kê tên? Li dê û bavê xwe! Li gora ku hûn zarokên Atavirqo ne helbet hûnê pornocî, satilmiþ û sikilmîþ bin dangalaklar......

Yabo bi telaq a min jî ji Raya Gistî re û hew!

Hemê Riþwanî-13/09/06- Yabo van rojan heçê radibe û dibêje, „ji Raya Giþtî re“ û belavok-melavokan belav dikin. Heçê jina xwe berde wê bêje, „ji Raya Giþtî re“, heçê li hev bê wê bêje, „ji Raya Giþtî re“, heçê tirekê bike wê bêje, „ji Raya Giþtî re“, heçê bi xwe de bimîze wê bêje, „ji Raya Giþtî re“.   

   Errrrrrreekkkkkk! Ma ev Raya Giþtî bû çi gidîîîîîî! Ma xune ez kêmî De Dî Ko Dî û Þivan Perwerim babam?

   Bi telaqê jinberdanê heger Lotikxane sansûrê ji ser nivîsên min raneke, ezê herim baþûr civînek navnetewî lidarxim û ezê di televizyonan de behsa Lotikxanê bikim..Îcar hûn zanin, aha vaye qûça we, wey!

Li ser ku doktor vajîna jina wî venirandibû…

 

Rona Nisêbînî- 13/09/06 Amed- Rojnameya tirkên duþurulmîþ tecawizçî Milliyet nivîsandiye ku li bajarê Çanakkaleyê, mirovekî ku jina xwe biribû nexweþxaneyê ber lingê pisporê jinên avis Adnan Uçar, tam bêhnika ku doktor destê xwe xistiye wê derê jinikê, xwe dadaye doktor û bi lêdanê ew tirek kiriye.

   Bi rastî ev tirk carina ji me kurdan jî ecêbtir in! Lawê tirê, tu jina xwe dibî ber lingên mêrik û tu vajîna jinikê û wan tiþtik miþtikên wê ên di wir de hemiyan dixe nav lepên wî û tu dibêjî ”tu çima ewqasî pê dilîzî û bi empûl û eletirîkan wilo bi çar çavan lê dinerî!...

   Kuro helbet wê lê bineriya, ma qey mêrik bêhn nedikir, weh! Xwedê aqilekî bide we û hew!

Du salên xwe didin makyajê

Gulbahar Nas-13/09/06-London- Li gora lêkolînekê jin zêdeyî du salên xwe didin makyaj û xweþikbûna xwe. Li gora lêkolîna ku li Brîtanyayê çêbûye, jin rojê bi kêmanî 35 qeqîqeyên xwe li ber mirêkê derbas dikin û salê zêdeyî 22 hezar sterlîn didin derman û mermanan.

   Lêkolîn li ser du hezar û pêncsed jinî hatiye çêkirin û derketiye holê ku ji sedî 44ên jinên Brîtanî herroj xwe makyaj dikin.

   Îcar rebenên jinên me Kurdan çi dikin hûn zanin? Di jîyana xwe de 10 salên xwe bi anîna zarokan, bîst salên xwe bi þûþtin û mezinkirina wan, 15 salên xwe bi pitepit û dirdirê, 5 salên xwe bi kelandina goþtê mirîþkan, 3 salên xwe bi hevîr û çêkirina kutilkan û 4 salên xwe jî bi pêçana epraxan derbas dikin. Pijandina savar û tirþikê jî ne di vî hesabî de ye haaaaa... Ma jinên me wextê vala dibînin ku xwe makyaj bikin qurban! 

 Evîn û seks derman e

Leyla Barîn-12/09/06- Pispor radigihînin ku evîndarî dermanê gellek nexweþîyane û kesên ku dil digrin ji kesên ne evîndar saxlemtir in. Li gora lêkolîna ku di rojnameya Frandî L’Express de hatiye weþandin, kesên ku dil nagrin û ne evîndarin, yan jî bi gotinek din keç û xortên ku li wan ranabe, zûtir nexweþ dikevin û xwe li ber tir û fisan nagrin.     L’Expressa ku bi taybetî bi lêkolînên xwe ên li ser evîn û seksê tê naskirin dinivîse, „adrenalîna ku di dema seksê de digihê sewîya xwe a herî bilind mêjî dixebitîne û hiþmendîyê berûpêþtir dibe“. Di lêkolîna ku li ser 2 hezar û 500 zilamî hatiye çêkirin de dixuye ku „evîn û seks rê li ber gellek nexweþîyan digre û jîyana meriv bextewartir dike“.

   Li gora pisporan, „kesên ku heftê sê caran seksê bikin ji nexweþîya wek tansiyon, prostat û hinek nexweþîyên din bi dûr dikevin û temenê wan 10 salan dirêjtir dibe“. Îcar heyran hûn û evîn û seks li hev. Heger hûn heftê sê caran lotikan bavêjin jixwe hûnê zû bi zû nexweþ nekevin. Na heger hûn heftê heft caran lotikan bavêjin, jixwe nexweþî newêre nêzîkî we bibe û bi telaqê Kurdên Ewrûpayê mirina we jî tuneye..De hûn zanin…

 

Kirasê te meleze, hawer lê lê..

Cembelîyê Botî-17/09/06-Colemêrg- Dawet û zewaca Yahya Adiyaman û Elwan Taþ eþîrên Kurd anîn cem hev û daweta wan du roj û du þevan ajot. Yahya Adiyaman kurê serokê eþîra Jîrkîyan Tahir Adiyaman e û Elwan Taþ jî brazîya kevneserokê eþîra Silehîyan Temir Axa ye. Di dawetê de nêzîkî deh kîlo zêr hat berhevkirin û bûka me di bin giranîya zêran de westiya. Welhasilî kelam, bila li hev pîroz û bimbarek bin.

   Welhasil, serê me bi zêr û perên wan naêþe, lê tiþtê bala me kiþand kirasê bûkê ê ji rengê kesk, sor û zer bû ku ev yekser nîþana ala Kurdistanê bû. De ji xwe re li ecêbê binerin..Hinek partîyên ku qaþo li ser navê Kurd û Kurdistanê derketine mazatê radibin ala partîya xwe û gellek caran jî ala Tirkan di dawet û çahîyên xwe de bilind dikin, lê zarokên axa û eþîrên ku wek cerdevan tên binavkirin kirasên ji rengê ala Kurdistanê li xwe dikin û ferqa xwe û çepên me radixin ber çavan.

   De îcar yabo kî ji wan Kurd e û kî zirKurd e? De hûn bêjin......

 Yek ji vir û yek ji wir

Sosin Bermal-17/09/06-Almanya- Piþtî gotinên Papa, þerê di navbera Îsawî û Mihemmedîyan de xurt bû û ha ha lotikan li hev dixin. Mihemmedî dibêjin, “bi telaq heger Papa lêborîna xwe nexwaze emê Vatîkanê bombebaran bikin” û Papa jî dibêje, “ kuro ma ez ê lêborînê me, ez beranê kol im wey” û li ber xwe dide.

   Îcar dibêjin Þêxê El Ezherê Mihemed Seîd Tentawî jî gotiye, “kuro ev Papayê piþtqop bi tiþtekî nizane, ew cahilekî Xwedê ye” û lotik dane xwe.

   Îcar dibêjin wê Papa û Tentawî di pêþerojê de li welatekî Xwedênenas  “gurm û hey gurm” bi buksan rabin hev. Îcar kî zora kê bibe ewê lêborîna xwe ji xeklkê bixwaze û wê þerê navbera herdu dînan heta demekê raweste. De Xwedê kerîm û rehîm e...

 

Çima xort ji Kurdistanê direvin?

Leyla Bamernî-16/09/06-Duhok-Xuyaye çeteyên artêþa Tirk îcar jî dest avêtine xortên Kurdan û wan hewesdarê terkkirina Kurdistanê dikin. Di nava du mehên dawîyê de zêdeyî 300 xortên Kurdên baþûr li bakurê Kurdistanê hatine girtin û ev jî nîþana planên çete û artêþa Tirk in. Çawa ku polîs û çeteyên Tirko li metropolên Tirkiyê bi pereyekî mezin Kurdan diþînin Ewrûpayê û wan ji welatê wan bidûr dixin, niha jî dest avêtine xortên baþûrê Kurdistanê û Xwedê zane bê bi çi xewn û xeyalan wan dixapînin.

   Gelo rayedarên Kurdistanê qet ji xwe dipirsin ku gelo jibo çi ev xort terka welatê xwe dikin û qîma xwe bi Kurdistana azad naynin?  Îcar heyran pirsgirêk ne yek in ne dudu ne..Xuyaye rayedarên Kurdistanê wextê nabînin ku serê xwe bi pirsgirêk û çareserîyên xortên Kurd re bibînin.

   Qurban! Hay ji xortên xwe hebin û bi hefsarê wan bigrin! Hay jê hebin ew xortên ku wê karibin di pêþeroja Kurdistanê de rolekê bilîzin, di destên dijminekî wek Tirkan de nebin lîztik haaaa...Ji me gotin....

Brînên xwe li Kurdistanê tedawî bike qurban!

Mam Hacîk-16/09/06-Duhok-Her sal di heyva Tebaxê de, dema dinya li Kurdistanê germ dibit, Fermandarê Pêþmergên Behdînanê General Þêx Elo ligel hevjin û zarokên xwe diçin Ewrûpayê da ku li ber hewa hênik seyranê bikin. Her carê jî bi hinceta brîndarbûna xwe û çûna dixtor bi dehhezaran dolar ji hikûmeta Kurdistanê werdigirit û bi wî pereyî ew û malbata xwe seyranê pê dikin.

   Li gora ku em pê zanin, cenabê fermandar di þerê brakujiyê de çend caran brîndar bûye lê brînên wî sivik bûn û ew brîn dikarin li Kurdistanê jî bên dermankirin. Li gora hinek çavkanîyên pêbawer Þêx Elo ta niha bi navê brîndarîyê bi sedhezaran dolar ji  hikûmeta Kurdistanê wergirtiye. Di heman demê de bi hezaran pêþmergeyên qehremanên brîndar hene ku nikarin hezar dolarî jî jibo çûna dixtor bidestxin û bi êþa brînên xwe dinalin.

   Erê erê! Ji berê de gotine „hinek dikin û hinek dixwin“. Bila pêþmergeyên me bi zikek têr yek birçî xwe bikin qurbana welatê xwe, û bila walî û generalên me jî li ser piþta wan herin geþt û seyranê…Ey hikûmet! Ma hatina petrolê tenê jibo general û fermandarane qurban!? Ax ku niha Mistefa Barzanî ji gorê rabûya û rewþa pêþmergeyên xwe bidîta, axxxx….

 

Hizbullahê hêk bi Îsraîlê ve nehiþtin

Arîel Kardo-15/09/06-Telavîv-Li gora îstîxbarata ku ketiye destê me, piþtî þerê Îsraîl û Hizbullahê mirîþkên Îsraîlê ji tirsa þer nema hêkan dikin û dîkên wan jî nema karin bifisikînin wan.

   Li ser vê ecêba kesanedîtî dewleta Îsraîlê dixwaze ji Tirkiyê 25 milyon hêk bikire da ku Îsraîlî karibin bi taþtê re hêkên kelandî yan qelandî bixwin. Li ser vê xeberê, dibêjin Îsraîlî bi kirîna hêkan rabûne govendê, lotik dane xwe û gotine, „çi Lubnan û Hizbullah, bijî bijî hêkên me“ û stranek li ser hêkan derxistine.

   Dibêjin dibe ku ev strana hêkan „çi Lubnan û Hizbullah, bijî bijî hêkên me“ di pêþbirka stranên navnetewî de xelata zêr jî bistîne..De Xwedê xêr bike rebbî..

Keça xwe bide Kurdan keçko!

Tacdîn Baran-15/09/06-Almanya-Serokwezîra Almanya Angela Merkel beþdarî þahîya yeksalîya televizyona Tirk EuroD bû û pirsên rojnamevanan bersivandin. Li ser pirsa: Gelo tê destûrê bidî ku keç yan kurê te bi yekî/ka Tirk re bizewice? Ewê îskana þampanyayê hilda hewayê û got, „erê çawa..Kî lotikên xweþ û baþ li zarokên min xin ewê bi wan re bizewicin..Lotik zanin“ û þampanya xwe bi ser kezeba xwe dakir.

   Ê heyran bi serê Helmût Kohl kim lotik nagihên lotikên Kurdan Merkel xanim! De ka bela keça te bê lotikên me biceribîne, heger bi çarde dilan dil neketiyê û negot „oxxxxx“ emê pîvazekê bi guhê xwe vekin, weyyyy! Dev ji Tirk û virqan berde, piþta xwe bide Kurdekan te îþ pê tune…..

Xêr têde nema bû jin

Berxo Keleþ-14/09/06-London- Piþtî zewacek 35 salî û dayikbûna du zarokan Doktor Colîn Bone di þêst (60) salîya xwe de emelîyat bû û xwe kir jin. Colîn Boneyê ku di neh salîya xwe de bi rola prensesbûnê derketibû ser þanoyê, ji bandora prensesbûnê xilas nebûbû û hertim xwe wek jinan didît. Qey Xwedê di þêst salîya wî de jinbûn jêre kir qismet û talîya talî bi miradê xwe þa bû. Ê ne niha em devê xwe vekin û çend xeberên xweþ jêre bidin wê xwendevanên me dîsa bêjin “ma ne yabo Lotikxane bûye dînxane” û me rexne bikin haaa! Ê hey kurê nizanim çi! Ma te di xortanîya xwe de xwe bikira jin ne bixêrtir bû? Belkî hema xêra te bigiha çend zilaman û çend lotik li te bidana wey! Ma piþtî vî emrî wê kîjan zilam mala xwe bibe mîratê û bazde ser te hê, tirro!

Heçê bide dû Tirkan ji dîn û îmana xwe dibe

Rojda Aydin-13/09/06-Stenbol- Ma heyran emê li ser Tirkan çi bêjin û çi nebêjin! Hema ku we nifirek li mirovekî kir bêjin, “Xwedê te bike Tirk” û hew.

   De binerin bê zinêkarên Tirk çi anîne serê keçika heft (7) salî. Li gundê Buyukkadaganê keçika heft salî G.K ji alî du cîranên xwe ve gellek caran hatiye tecawiz kirin û ji keçkanî ketiye. Zinêkar H.D (35) û A.D (65 salî) dest avêtine zaroka doh û dinya lê herimandine. Herçiqasî herdu zinêkar hatibin girtin jî, lê bavê keçikê ji qehran re wextî aqilê xwe bixwe û ketiye nav psîkolojîyek xirab.

   Îcar heyran, jibo Xwedê û Pêxember xwe ji Tirkan dûr bixin, heçê Tirk in xwiþk û dêya xwe jî bernadin. Allahwekîl heçê bide dû Tirkan û bratîya wan bixwaze hem ji dînê xwe dibe û hem jî ji îmana xwe..

Wê kengî dor bê ala Tirkan?

Leyla Bamernî-13/09/06-Hewlêr- Piþtî biryara Serokê Kurdistanê a di derbarê bilindkirina ala Kurdî de, xortên Kurdan jî li Hewlêrê li ala Iraqê hatin xezebê û malik lê þewitandin. Piþtî ku xortan bi ala Iraqê de mîztin, pêde gû kirin û di nav lingên xwe de dan, agir pêxistin û þewitandin.

   Îcar em meraq dikin gelo wê kengî dor bê ser ala Tirkan û wê kengî Kurdên bakur bi ala Tirko de bimîzin û biþewitînin!? Ê mane yabo ev Demokratîk Cûmhûrîyetçîyên me nahêlin zû bi zû tiþtek bi ala Tirko bê wey! Heta ku bêjin “bu bayrak bizim de bayragimizdir” wê hasil di Mûsilê re derkeve û yekî Kurd li ser lingan namîne allahwekîl.....Ax ku ev tir jî ji Tirkan re nemaba bê wê çi dinya biba gul û gulistan! 

Dev ji me berde þaþikmezino!

 

Þêrzad Zebarî-12/09/06-Hewlêr- Wek hûn zanin, di rojên teng û nexweþ de Kurd tên bîra xelkê.Di firehîyê de kes Kurdan bi pênc qirûþan nahesibîne, lê ku cîh li wan teng bû û zorî li qûna wan hat hawara xwe dighînin Kurdan. Ev jî mesela Eyman El Zevahirîyê þaþikmezin e.

   Zilamê duyem ê El Kaîdeyê Eyman El Zevahîrî di malperek înternetê de bang li Kurdan dike û dibêje, “em hemi misilman in, brayên hev in, divê em li dij Amerîkî û Cihûyan derkevin û di dîrokê de rûpelekî xîretê binivîsin” û filan.

   De here ji xwe re karekî bike lo! Kurd ji berê de xwedî xîretin baba, ma wek we bêxîretin ku tu doza xîretê li Kurdan dikî? Heta niha tu di kîjan qulê de bûyî Zevahîrî efendî? Tu di firehîyê de brayê xwe ê Kurd naynî bîra xwe, lê ku li qûna we teng dibe em dibin brayên hev ne!? Ew dem çûûûûûûûû, here qûna xwe li avê xe, hereeeeee...................

Bilind li Qamiþlo wek gû-zan nizim bû

 Narîn Remo-12/09/06-Qamiþlo-Di 31/08 meha borî de qaþo hunermend Bilind Ibrahîm çûbû Qamiþlo da ku konsêrtekê bi 13 hezar dolar ji 3000 kesî re bide, konsêrtê katjimêr 11.00 ê þevê bi hunermenda xweþik Zoya destpêkir. Bilindê ku katjimêr 01.30 ê þevê hat û 7 stran gotin û rawestiya, ango stran hat ser 2000 dolar, (wele karê te ji karê Corc W. Bûþ buhatire), cemaweran bawer nekirin. Di bazarê debû ku 21 stranê û 15 ê folklorî ji bo dîlanê bibêje.Mexabin tenê heft stran gotin û rawestiya, û di navbera stran û stranê de 16 xulekan dirawestiya. Madona û Maykil Cakson jî wisa nekirine bavo!

   Dema ku kosêrt bi dawî hat xort û qîzên Qamiþlo yên xweþik û nazik û rindik û tenik û findik xwestin wêneyan pêre bikþînin û pêþ zarokên xwe yên pêþerojê bikin, (ev jî di bazarê debû). Mexabin Bilind verþiya û got: Ez wêneya bi we re nakþînim, hûn ê cilên min bilewitînin û biqetînin!

   Kuro te serê min xwaro ma tu ji serok M. Barzanî çêtire dema ku hat Qamiþlo berî du-sê salan û di nav derya hezkirên xwe de winda bû? Wî negot hûnê cilên min biqetînin. Wele bi serê te ku tu wisa berdewam bikî, ji niha û du sê salan jin û diya te nema li te guhdarî dikin. De here ji xwe re bi xar û kaban bilîze baþtire hebîbî! Diyare tu bi kêrî hunerê nayê, jixwe tu ji bo dolaran bûyî qaþo hunermend! Belê, Bilindê ku berî demekê li Duhokê navê wî di nav belavkirina flîmên seksê ên keçên Kurd de derbas bûbû, li Qamiþlo wek gûzan nizim bû..

Huseyîn Kalkan xurifî!

 

Hunera Ax-11/09/06-Batman-Li gorî gotinan, þaredarê bajarê Batmanê Huseyîn Kalkan serê sibê ji niþka ve diçe þaredariyê û ê ku nehatibin ser karê xwe, di derheqê wan de lêpirsînê vedike û wan ji îþ davêje.

   Di kemineke Huseyîn Kalkan de, berpirsiyarê sinemaya þaredaré Batmanê Dîcle Anter  hatiye girtin ku ne li ser îþê xwe bû. Ji ber vê jî Dîcle Anter ji îþ avêtine û niha Dîcle li Batmanê wek conegayê ji hevsarê xwe azad bûye tew tew digere. Ji xwe Batmanî ji Dîcle aciz bûn. Dîcle bi tena þortê xwe bi qûna tazî li Batmanê  digeriya. Ev jî Batmanî gelek aciz dikir.

   Tê gotin, birêz Hüseyin Kalkan, li beþê þaredariya Batmanê lîstina atarî û ketina MSN û Chat ê jî qedexe kiriye. Ji ber gotina Kalkan, e-maila karkerên þaredariya Batmanê li ber nivisandiye û wan tevli MSN ya xwe kiriye. Û kî dikeve MSN ê wî zevt dike û lêpirsînê vedike.Ev yek niha mijara Batmanê ya serekeye. De Xwedê xêr bike...

 

MHP û AKP tir ji hev berdan

 

Çetoyê Kurikî-11/09/06-Mêrdîn-Dibêjin partîya MHP a faþîstên Tirk û AKP a îslamofaþîstên Tirk bi hev ketine û tir ji hev berdane. Li gora ku çend jinan li ser tennûrê digotin, dibêjin MHP bûye kêr û AKP jî bûye penêr û çetel û kevçî ji wan kêm maye.

   De binerin bê çawa MHP a faþîstên Tirk ji me Kurdan bi xîrettir in û pozê wan bêhtir diþewite! Hevalên MHP otobûsa AKP didin ber kevir û pêhnan, lê ên me li Amedê bi gul û çîçekan dirin pêþiya Kerdogan û wî tewaf dikin. Kerdoganê ku di her wesîlê de dijminatîya Kurdan dike, zarokên wan dikuje, li Amedê li ser destan tê girtin lê li bajarên Tirkiyê Tirkên faþîst wî didin ber kevir û pêhnan û lotikan! De kî ji wan xwedî xîret e?

   Ya rebbî tu aqilekî bidî van Kurdên ku pêþî û paþîya xwe ji hev nasnakin...Welhasil, wa xwe bi xwe bi hev ketine, belkî hema ji hevalleran re bibe nimûne û pozê wan jî hinekî biþewite. De ya Pîrkemalê newala Zorava, hema tu zani û hew....

Serdanek û lotikek

Vera Kolombo-17/09/06-Hawana-Sekreterê Yekîtîya Milletan Kofî Annan li paytextê Kuba Hawanayê çû nexweþxanê û serdana Fîdel Kastro kir. Ji ber ku Kastro bi Ingilîzî nizane mecbûren wergêrekî bi xêra xwe gotinên wan berdêlî hev kir û bi zor û heft belan hevdu fêmkirin.

   Dibêjin Kofî Annan gotiye, “birêz Kastro tu çawayî?” Ewî jî gotiye, “ez baþim reþo, ma tu çawayî?” Annan dîsa bersiv daye, “ez jî baþim tirreko, min di te kiro hindik ji te re maye haaa” û serdana wî bi çawa û mawa derbas bûye.

   Dibêjin li devê derî Kastro dîsa ji Annan re gotiye, “de here here, ma ne ezê li axretê jî bela serê we bim qûnde, ma hûnê ji xezeba sosyalîzma Kubayê xelas bibin qey!” û fatîhayek xwendiye..

Prodî got “no lotik!”

Antonîo Vega-17/09/06-Roma- Serokwezîrê Îtalyayê Romano Prodî di derbarê Papa Benedîktûsê 16. de devê, xwe vekir û diranên xwe qiriçandin. Prodî got ku, “Papa gotina xwe gotiye û ew xelet hatiye fêmkirin. Êdî nîqaþa vê babetê nema dibe û dev ji lotikan berdin” û piþtgirî da Papayê ku berî demekê behsa dînê îslamê kiribû.

   Wekî din hinek parlamenterên Îtalî dibêjin ku, “em nema wêrin ji Tirkan tir û fisan jî bikin, divê ciyê Tirk û virqan di Yekîtîya Ewrûpayê de tunebe..Ma ew bekçîyê tir û fisên me ne, wey!” û Tirkan didin ber lotikên Îtalî. Welhasil, xuyaye bi lotika Papa ewê Ewrûpî Tirkan bidin ber lotik, cotik, buks û pehînên xwe û serê wan têxin nizanim çiyê wan..De a bi xêr....

De ka carekê were Omerya jî hêêê!

Sofî Xelef-16/09/06- New York- Yabo bi telaq em nema di ber van jinên bedew re dighên wey! Ma emê pesnê kê ji wan bidin û ê kê nedin, yek ji yeka din xweþiktir û seksîtire bavo, wîî! Niha jî pêþkêþvan û mankêna agirpêketî Kelly Brook wek jina herî bedenxweþik hatiye hilbijartin.

   De werin  mala xwe nebin mîratê û bila jinên me li ber çavên me reþ nebin, i ihiii! Brook xanima ku germa wê 180 derece bilinde û awirên wê ji tîrên kevana Rustemê Zal dijwartir in, ji alî mexazeyên La Senza a Kanadî ve wek jina herî bi bejn û bal, bedenxweþik, memiknerm û awirkuj hat hilbijartin.

   Axxx, axxxx! Ax ku Kelly Brook di newalek ji newalên Omerya de têketa destê min û hew!

Yekî tenê jî nehêlin

Þîndar Berwarî-16/09/06-Hewlêr-Wezîrê Dewletê berpirsîyarê herêmên derve ên Kurdistana Federal Dr. Muhammed Ihsan di daxuyanîya xwe de bal kiþand ser xala 140î û dîtinên xwe anîn zimên. Ihsan got ku xala 140 bi piranî Kurdan eleqedar dike û divê rayedarên Kurdistanê zêdetir serê xwe pê bêþînin.

   Di derbarê Erebên Kerkûkê de Ihsan got ku, “ger Ereb venegerin ciyê ku jê hatine ewê serî li çareserîyên din bixin”. Lê gotinên herî xweþ di derbarê Turkmenên Kerkûkê de anîn zimên û got, “hinek Turkmen ji derve destekê distînin, jiber vê ciyê wan li vêderê tuneye û xuyaye divê ew herin li Stenbol û Ankarayê bicîh bibin” û lotikek xweþ li Tirkan jî xist.

   Heyran ne tenê hinek Turkmen, hema heçê ku bêhna Tirkîtîyê jê bê bi guhê wan bigrin, pakêt bikin û biþînin Ankarayê malbavanên wan û hew...Yan jî çewalan têxin serê wan û ji ezmanan wan ji balafirê bavêjin ser Ankarayê û hûn sax...

Diyaneta zinêkar dîsa ziriya!

 

 Mele Hemzoyê Aþîtî -15/09/06- Reyisê diyaneta tirkên bavkûçik Duþurulmîþ Bardakçî, bi bafîka ku Papa gotibû ”Islam dînekî þerxwaz e…”, zirt û pirtan li Papa dike. Duþurulmîþ dibêje ku ”Papa, ji ber wan gotinên xwe ên kirêt, ji umeta Islamê divê lêborîna xwe bixwaze!”

   Lawê tirê, Papa derew nekiriye ku hetanî lêborînê ji zinêkarên wek te û Virqawî û Zirqawiyên we bixwaze. Heger Islam ne þerxwaz bûya, naxwe çi karê imperetora emewiyan li Kurdistanê, Îranê û Azerbaycanê û heta li Endulisê hebû? Papa can, xweþ þirûve kiriye.

Barzanî jî kirin ”Barzanîzm”, hay jê hebin!!

 

Lotikxane -15/09/06 -Konferansa ku bi pêþdestiya Selah Bedreddîn li Zanîngeha Moldoyê bi gelek kesên naskirî li ser ” Berzanîsatonîsmê” di heftê vê mehê de pêk hatibû, bi tekezkirina ku Barzaniyê nemir ji vir û pê ve êdî bûye”Barzanizm” qediya.

   Xuya ye Barzaniyên ku bi ”Barzanîzmê” Barzaniyê mezin piçûk dikin, gelek dolaran didin birêz Selah Bedreddîn. Gelo konferansa ji bo ”îzma” ku Selah Bedreddîn bi Barzaniyekî din veke, vê carê wê li ku be? Ji kerema xwe re di rojnameya Birayetiyê de belav bikin! (Berdewam wêne bitikînin) 

Bi seksê dest bi boykotê kirin û bi serketin!

 

Lotikxane -14/09/06- Li Kolombiyayê, ji yekê îlonê û vir ve, jinên çeteyên bajarê Pereîrayê ku li himberî mêrên xwe ên mêrkuj dest bi boykota ku her jinek ”pênc mêran berde ser xwe” kiribûn, berhem da.

   Jinan wek þert dabûn ber mêrên xwe û gotibûn ”heger hûn dev ji kujtinê û sîlehan bernedin, em ê her hefte pênc mêran berdin ser xwe!”

   Li gora nûçegihana me a li wan deran Bozê, boykota jinan li temamê welêt belav bûye û mêr ha ha dev ji kujtinê sîlehan berdidin.Bi rastî wek Lotikxane em nizanin bê em ê çawa vê boykotê destek bikin. Îcar hema a herî baþ ew e ku jinên ”abê turk xelqî”, bi boykoteke wilo rabin û me û xwe hemiyan bi carekê ve rihet bikin û hew!

Ev tir ji Tirkan re nema!

Antoniyo Vega-14/09/06-Îspanya-Ofyannn, ev tir jî ji Tirkan re nema! Tirkên ku bi eslê xwe diz û heramî ne û li ser tore û kultura herkesî rûdinên û dikin malê xwe, êdî ji her alîyan ve lotikan dixwin û beravêtî dibin.  

   Heta niha Tirkan digot, “kebab û doner a Tirkan e”. Lê piþtî lêkolînek kûr û dûr derket holê ku ev jî derewe. Li gora lêkolînê esl û peslê kebab û donerê Îspanî ye û xwarina netewî a mîr û paþayên Îspanî bûye. Di sedsala 10. de mîr û paþayên Sevîlla, Granada û Cordobayê bi taybet doner û þîþkebab dixwarin û þêx û miþêxên Ereban jî ji wan hînî kebabê bûne. Piþtre ev xwarin di ser Îranê re derbasî nav Tirkan bûye û wan jî kiriye a xwe.   

   Ofyannnn, tu bila ev tir jî ji Tirkên diz re nemabe û hew! Kuro bêbavan tiþtek nemaye ku nedizîne yahooo....

M.Uzun li ser “þehîdên PKKê” dinivîsîne!

 

 Bûblanî -13/09/06 Amed- Piþtî ku fêrisê binê zindana Imraliyê û xelaskarê miletê me ê tirk û dewleta me a Tirkiyê birêz Ocalan, bi rêya ebûkatan û ebûkatan jî bi rêya rojnameya Azadiya Welat ragihand M. Uzun, da “gotarekê li ser þehîdên PKKê binivîsîne”, M.Uzun xwe lê ceriband. Lê mixabin destê wî qelem negirt.

   Li gora îþbîrlîkçî û muxbirçiyên Lotikxanê ên li nexweþxaneyê, M.Uzun rojê du-sê rêzan dinivîsîne.Lê ma gelo diva bû bi tenê hew Mehmet ew gotar nivîsandibaya? Ne bi tenê M.Uzun nanê PKKê xwaribû û bi qeweta wê meþhûr bûbû. Gelekên mîna Cewerî û Ciwan bi xêra PKKê hatin naskirin. Firad Cewerî, Mirad Ciwan, M.Lewendî, Remzî Kerîm, Elî û Welî  her hefte di MEDTVê û ROJTVê de bûn, mala miletê kurd wêran bûbû û wan jî li ser þeng û þûxa xwe ditewirand.

    Erê, nabe ku ew jî li ser þehîdan nenivîsînin! Nanê belaþ tune!

Ecêba jina Alman !

Tacdîn Baran-13/09/06-Almanya-Li eyaleta Baden Wurttenbergê, bajarê Vogstburg-Bîschoffîngenê jinek Alman a 65 salî li nexweþxanê serdana mêrê xwe Heînrîch S.ê 68 salî dike lê dibîne ku mêrê wê çûye ser heqîya xwe û mirîye. Gava dibîne ku kesek di oda wî de tuneye, hema kêrekê ji çentê xwe derdixe û penîsê mêrê xwe jêdike, dixe qetremîzekî biçûk û dixe çentê xwe. Tu nabê hemþîreyek wê dibîne û telefonî polîsan dike.

   Welhasil, polîs tên çentê wê vedikin û dibînin ku birastî jî penîsê mêrê wê di qetremîz de ye. Polîs jê dipirsin: Keçê porkurê piþtî vî emrî tê çi bikî ji penîsê mêrê xwe peppûkê?  Ew jî hêsran dibarîne û dibêje, “erê erê, ne hûn nizanin bê min çi rojên xweþ bi wî penîsî re derbas kirine, wî penîsî çi dîtiye û çi nedîtiye xwezî we zanîba! Minê ew li malê daliqanda û xortanîya xwe banîya bîra xwe” û filan.   

   Yaaaaa..Hûn jinên sadiq dibînin ne? Jinik piþtî mirina mêrê xwe jî ji penîsê wî têr nebûye û xwe dike qurban û heyrana mêrik. De îcar yabo ka jinên wilo? Keçê bi namûs tu horîya bihuþtêyî lê, wey!

Îro duwazdehê îlonê ye!!!

 

Lotikxane-12/09/06- Îro duwazdehê îlona sala 1980î ye! Îro roja ku mehmetçîk bi tenq û top û balafiran kiþiyabûn ser namûsa miletê kurd! Îro roja ku mehmetçîkan namûs û þerefa kurdan anîbû pênc peran!

   Îro roja ku mehmetçîkan Xeyrî Dûrmûþ, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û bi hezaran tekoþerên kurd, di Zindana Diyarbekirê de bi çengelê zilmê ve daliqandibûn!

   Îro roja ku mehmetçîkan bakurê Kurdistanê kiribûn qesabxane! Îro roja ku mehmetçîkan dadabûn hindurê malên kurdan û ketibûn ser sênga keç û dê û jinên wan! Îro rojek ji roja qirkirina miletê kurd e! Xwîn bi xwînê!!

Pûtîn jî dev ji lotikan berdide

Bengîn Elegez-12/09/06-Moskova-Piþtî ku Serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blaîr telaqên xwe avêtin û got „ji sala bê û pêve ezê nema namzeta xwe deynim“ îcar Serokdewletê Rûsyayê Wladîmîr Pûtîn jî her sê telaqên xwe avêtin û got, „yabo bi sê telaqên jinberdanê ezê jî ji sala bê û pêde (2008) nema namzeta xwe deynim û hem jî ezê nema wodka Gorbatçov vexwim“ û mizgînî da xelkê.

    Welhasil, serê me bi Blaîr û Pûtîn naêþe, lê xwezî  hinek ji serokên me jî wek mêran bigotana, „heyran, min heta niha malik li xwe jî û li we jî xira kir, tobeeee tobeeee! Aha serokatî li we xweþ helal be“ û mizgînî bidana me…Lê ka ew mêranî? Serokên xelkê li dervene dev ji serokatiyê berdidin û ên me di hindurde ne jî devjê bernadin kuro..

s© lotikxane 2006