Bavê Ronahî

Boqê Pîvazan

 

Lezgîn Þêxo

Jibo bîranîna xalê Mûsa û apê Ehmed

 

Î.Xelîl Sirûcî

Pirsgirêka zimên li Kurdistan

Hemo Rûto

Nasnama jor û jêr

Lokman Polat

Navên Tirsê

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Erê Mamosteyê hêja erê!

Aso Elîka

Arû

 

 

 

                                             

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

 

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Miftî 101 girêk li doxînê xist

 

H.Brahîmê Serhedî-23/09/06-Samsûn-Miftîyê bajarê Samsûnê Osman Þahîn ayet û hedîsên nedîtî ji bin çengê xwe derxistin û got, „di meha Remezanê de maçîkirina jin û mêr dînen ne heram be jî, lê mekroh e û divê jin û mêr hevdu ranemîsin. Ji xwe minasebeta seksê rojîyê diherîmîne, divê jin û mêr ji maçîkirinê wêdetir sînor derbas nekin û 101 girêkan li doxîna xwe xin“ û çîrokan dibêje.

   Ê ewladim, ma serê te bi doxîn û seksa me ketiye hêê! Ma tu kefîl û dergevanê doxîna me yî zinêkar! Doxîn doxîna me ye, mal malê me ye, em kengî bixwazin emê doxînê vekin, ma emê bi te biþêwirin cîgerim! Îcar 101 yek girêk haaa!? Bi telaq me girêk li doxînê nexist loo..Hema kengî doza þer bê kirin emê serê hefsêr berdin û hew… 

“Ezê di devê we û adetên we de birîm!”

Þemal Amedî-23/09/06-New York-Wezîrê Derve ê Tirkoleran Abdullah Gul li New Yorkê beþdarî civîna Yekîtîya Milletan bû û jibo xatirê beþdar û guhdaran resepsîyonek da çend mêvanan û xwest ku bi xwarinekê wan bixapîne.

   Piþtî xwarinê Wezîra Derve a Awistûryayê Ûrsûla Plassnîk xwest ji odê derkeve. Abdullah Gul jî bankir xulamê xwe Bakî Îlkîn û got, “kuro xiyar, Ûrsûla xanimê derxîne derve, adeta me Tirkan em xaniman tenê bernadin!”  Li ser vê Ûrsûla Plassnîk aciz bû, pêhnek li xulamê wî xist û got, “ezê di devê we û adetên we Tirkan de birîm haa!” û bi tena serê xwe ji odê derket.

   De Xwedê xêra te qebûl bike Ûrsûla xanim..Di devê wan de birî, bimîze, hema tu çi dikî xêre allahwekîl.. 

Maçek têra me nake

Hebeþ Kal-22/09/06-London- Ne dawîya van ankêt û lêkolînan tê û ne jî em di ber wan re digihên. Niha jî li Londona Brîtanyayê ankêtek di derbarê bedewên sînemayê de çêbûye û ji Brîtanîyan hatiye xwestin ku ew herî zêde dixwazin kîjan bedewê maçî bikin-biramîsin.

   Lîztikvana þîrîn û çîkolotayî Jessîca Alba di serê lîsteyê de cîh girtiye û Brîtanîyan gotiye, “herî zêde em dixwazin Jessîca Alba biramîsin”.

   Îcar li ser vê, me jî ji xwendevanên xwe pirsî: Baþe, hûn dixwazin herî zêde kê maçî bikin? Ji sedî 90ê xwendevanan gotin, “em jî dixwazin Jessîca Alba biramîsin baba, lê ramîsan têra me nakin, em tiþtên zêdetir jî dixwazin haaa” û me encama ankêta xwe ji Jessîca Alba re þand.

   De ka heger ramîsanêk da me xêra Xwedê ye, na heger neda me jixwe emê herin Hollywoodê dagîr bikin û bi zorê têkevin ser dilê wê..De ma Xwedê û Þêx Evdilqadirê Geylanî....

Dev ji çivan berde Ehmedo!

Gulbahar Þad-22/09/06-Tehran- Wek hûn zanin þîa û bi taybet jî Serokkomarê Îranê Ahmadînejad dîn dijminên Îsraîlê û cihûyan e. Lê Ahmadînejad efendî di preskonferansa Yekîtîya Milletan de zimanê xwe guhert û xwe bi cihûyan þelaf kir.

   Ahmadînejad dibêje, “kî mala xwe diþewitîne û dibêje ku ez dijminê cihûya me? Heyran bi serê Hesen û Hisên ez ji cihûyan hez dikim û rêzê ji wan re digrim, wey! Ez tenê dijminatîya sîyonîstan dikim û hew, tobe!”

   Ya starrrr bê ev sîyasetmedar çiqasî karin derewan bikin loo! Ê hey bejinkino! Ê hey qesifîyo! Ma kîjan cihû ne sîyonîste hêê? Tu dixwazî bi wê qama xweyî kinik xelkê bixapînî? Çîrokan ji cihûyan re nebêje efendî...Cihû ne zarokên te ne haaa....

Hingiv bixwin û ji melkemot netirsin

Leyla barîn-21/09/06-Hema em di serî de bêjin çêtire û hew..Li ser bextê textor û pisporan be, dibêjin Xwedêgiravî heçê ku hingiv bixwe mirin jêre tuneye. Li gora textor û pisporên xwarin û wîtamînan, hingiv hema bêjin dermanê hertiþtî ye û dijminê nexweþîyê ye.

   Dibêjin glîkoza di nava hingiv de ji nexweþîya dil, sertbûna damaran, gera xwînê, qebizê (esirîn), êþa aþikê, paqijîya rovîyan, elemgirtinê, rehetbûna kezebê, kuxik û ji bêxwewîyê re yek û yek e. Bi taybet dibêjin hingiv di xweþikbûn û bedewîya gewde û laþê meriv de rolekî mezin dilîze û divê bi taybet jin xwe ji xwarina hingiv bêpar nehêlin. Herweha hingiv jibo mêranî û xurtbûna þehweta zilaman jî yek û yek e.

   Îcar heyran ji me gotin û li we kirin…Hûn dixwazin hingiv bixwin yan jî dimsa Omerya bixwin ew karê we ye. Lê eman eman hûn dimsa bajarê Entabê nexwin haaa..Dibêjin heçê dimsa bajarê Entabê bixwe ji mêranî dikeve û dibe „nêr û mê“, îcar hûn zanin….

 

Yan lêxe û yan jî zirtan neke,

te em beicandin!

Diyar Baban-21/09/06-Mahabad-Serok Bûþ dîsa berê xwe da rayedarên Îranê û dest bi zirtan kir. Bûþ dibêje ku, “ hikûmeta Îranê di pêþîya azadîya Rojhilata Navîn de asteng e, ew alîkarîya terorîstan dike” û filan û bêvan.

   Hayhooo, hayhooo! Ê em jî van quzilqurtan zanin bavê min! Heger nêta te û lêxistina Îranê hebe wek mêran bêje “ez hatim” û bazde ser zikê Ahmedînejad. Na heger tenê bi zirt û mirtan be jixwe me ji wan têr xwariye û dev ji wan çîrokan berde heyran, wîî!

   Yan lêxe û yan jî zirtan meke, te em beicandin mîster Bûþ!

Ma serê te bi seksê ketiye Keþeyo!

Þemal Amedî-20/09/06-Teksas-Keçeyekî Teksasî di derbarê Jessîca Sîmpson û xwiþka wê çavê xwe girt û devê xwe vekir. Berî demakê Jessîca Sîmpson behda xortanîya xwe û mezinbûna memikên xwe kiribû. Xuyaye dilê keþê jî bijyaye memikên wê, lê jiber ku bi dest neketiye îcar radibe dev tavêje wê û dibêje, “Jessîca Sîmpson û xwiþka xwe civaka Amerîkayê aloz û provoke dikin. Ew hema bi cilên seksî derdikevin pêþberî temaþevanan û niyeta meriv xira dikin, meriv gunehkar dikin” û filan.

   Yahewlelwela quwetullahilezîm! Ê keþeyê nêtxerab, madem niyeta te xiradikin lê nenere bavê min, wey! Gava derket ser sehnê li memikên wê nenere û çavên xwe bigire ma zore!

  Kuro heger Jessîca di kadînekê de bi destê te keve, heger tê baznedî ser wê ez ne ji piþta bavê xwe bim loo! Ma ne ji berê de dibêjin, “devê rovî nedigiha tirî got tirþ e” heyran..

Berê xwe da vîagrayê

 

Rojda Aydin-20/09/06-Stenbol-Nivîskara rojnama Hurrîyetê û zinêkara kevin Ayþe Arman dixwaze eyba qûna zilamên Tirk veþêre û hebên vîagrayê bike sebeb. Arman di nivîsa xwe de dibêje, “zilamên me ên navsere piþtî demekê jinên xwe ên 30-40 salî berdidin û bazdidin ser jinên ciwan û xweþiktir. Gelo ev ne sûcê hebên vîagrayê be?”

   Yanî xanimê dixwaze bêje ku, “zilamên Tirk berê bi namûs bûn, jinên xwe bernedidan, lê piþtî ku ev hebên vîagrayê (hebên mêranîyê- ên lêrabûnê) derketine piyasê êdî zilamên me bênamûs bûne, bi wan heban har dibin û jinên xwe berdidin” û filan. 

   Ya rebbî ya îlahî! Keçê hey gewende, ma berê jî namûs bi zilamên we re hebû? Jinek tanîn lê di bin re jî herroj li kerxanan û li dû zinêkarîyê bûn keçko, wîî! Ma çi sûcê hebên vîagrayê heye îcar? Bila heban venexwin û jinên xwe bernedin ma zehmete? Dev ji heb û meban berde, allahwekîl zinêkarî di xwîna we de heye lêêêêêê....

Xweþik û zindî bin

Leyla Barîn-19/09/06- Xwarin û vexwarinek bi rêk û pêk bandorek mezin li ser xweþikbûn û zindîbûna mirov dihêle. Hûn dixwazin bi a me bikin û dixwazin nekin, lê emê ji we re çend çîrokên xweþikbûnê bêjin. Yek: Heger hûn dixwazin bibin xwedîyê laþ û bedenek þahîk û bedew, her rojê hinek dendikên gulên berbero yan dendikên kundiran bixwin. Di van dendikan de maddeya çînko heye. Kêmbûna maddeya çînkoyê dibe sedema qermîçonkên laþ û laþê mirov virçolaqî dibe. Kîvî jî baþe.

   Du: Jibo porê gur û biriqandî divê hûn heftê bi kêmanî çar hêkan bixwin. Di hêkê de maddeya kukurtê heye. Goþt, masî, mirîþk, penîr û selete jî jibo xurtbûna por baþin.Sê: Jibo çavên biriqandî û saxlem divê hûn xwarina gîzeran kêm nekin û bêrîkên xwe tije gîzer bikin. Di gîzerê de vîtamînên A û E heye. Çar: Jibo diranên saxlem rojê 250 gram penîrê bê rûn bixwin. Di penîr de maddeya kalsîyûmê heye û kalsîyûm diranan saxlem dike. Pênc: jibo memikên hestep û xweþik rojê rojê çend îskan ava ananasê vexwin. Di ananasê de maddeya bromelaîn heye û ev jibo memikan û zindîbûnê bi fêde ye. Îcar hûn dixwazin bi a me bikin û hûn dixwazin nekin, bi korima ser dilê we kiriye..

Motorsîklet bûn mode

Nazenîn Dilþa-19/09/06-Tirkiye-Xuyaye motorsîklet li Tirkiyê dibe moda pêþerojê. Ev demek dirêje ku li Tirkiyê êdî keç û xortên ku dizewicin û lotikan li hev dixin, di þûna lîmûzîn û trimbêlên þahane de motorsîkletan bikartînin û li qornê dixin, dikin tîte tît. Tê gotin ku Tirk wek benîþtê benka hema çi dibînin pêve dizeliqin,didizin û bi navê modê xwedî lê derdikevin. Herweha tê gotin ku êdî ewê þeva keçkanîya xwe jî li ser motorsîkletê derbas bikin û wê xwe jî û motorê xwe jî ji keçkanî bixînin.

   Li ser vê xeberê Tirkekî bi navê Dûrmûþ Satilmiþoglû ji me re got ku, “heyran ê min ez û jina xwe îþê xwe li ser kurtanê kera xwe diqedînin û xelas. Ne hewceyî benzîn û mazotêye wey” û moda ser kerê jî xist holê. Welhasil, nebixêr ker û motorsîklet li satilmiþan pîroz be û hew....

Gula sor

Cana me dî li nêk pencerê

Gurzek gul û çîçek bi dest

Min dest dirêj kir kemberê

Bes min gula sor jê bixwest

Ebrû li min wê hilçenî

Awir vedan got: Ez benî

Ew sorgula baxê min î

Nadim kesî ey gulperest

Ger te divê ya kesk û þîn

Ya zer û ya jî yasemîn

Fermo ji xwer wana derîn

Da bîn bikî ey jar û mest

Ger te divê ya þîrikî

Ji ter di pêsêra xwe kî

Tîrêj tu xweþ bawer bikî

Ya sor bi destê te neket

Seydayê Tîrêj

 Cemîl Dîken verþîya

Ahmed beyan-18/09/06-Ankara- Wezîrê Edaleta Tirkiyê Cemîl Dîken li bajarê Antalyayê di derbarê efûyek giþtî de axivî û agir ji devê xwe barand.

   Cemîl Çîçek got, “derxistina efûyê îxanetek mezin e, di bernama hikûmeta me de derxistina efûyê tuneye” û lotikek baþ li kesên ku doza efûyek giþtî dikirin xist.

   Îcar heyran, bi namûsa Atatirko hûn kesên ku hêvîya xwe bi efûyek giþtî ve girêdidin û Kurdistanê dikin qurbana efûkirina çend kesan, xeyalan nebînin û xwe nexapînin û hew! Heta hûn li bendî efûyekê bin wê hasil di Mûsilê re derkeve canim cîgerim….

Rapor fêde nakin, were dîploma Lotikxanê bistîne..

Sîpan Nas-23/09/06-Tirkiye-Bavê Þebnem Schafferê Alman û diya wê jî Tirk e. Lê Þebnema zinêkar xwe wek Tirk qebûl dike. Welhasil, Þebnem Schaffera Tirk hetanî niha bê hed û hesab zilam bera ser xwe dane, ev di çapemenîya Tirk de jî tê nivîsandin. Lê xanimê rapor li ser raporê ji Almanya tîne û dibêje, “ez keçik im û perda min neqetiyaye” û filan û bêvan. Erê lo! Bi telaq em derewan nakin haa..Ew dibêje.

   Welhasilî kelam, Þebnem xanim herî dawî Ozcan Denîzê brazîyê Þakirê Mûþî bera ser xwe dabû, lê xuyaye lotikên Ozcan Denîz ew têr nekiribûn ku rabû got, “Ozcano bîseksuel e”. (Hem ji mêran hem ji jinan hez dike- yanî bi gotina gundîkî “nîvqûnde” ye) û Ozcan Denîz xistibû bin tohmetê. Ozcano jî xuyaye pir li ber xwe ketiye û rabûye ew daye ber lotikên mehkemê.

   Neyse canim, îcar me xwest em ji Þebnem Schaffera Tirk re bêjin ku, “raporên doktorên Alman li cem me derbas nabin cîcîm! Bi rapor maporan keçkanî kifþ nabe, tu karî dîsa perda xwe bide dirûtin, ew rehet e. Lê doktor û raporên saxlem li cem xebatkarên Lotikxanê ne. Heger birastî tu dixwazî keçkanîya xwe bisediqînî, were emê te “hûrik hûrik” saxtî bikin û raporekê wek a Krîterên Kopenhagenê ji te re îmze bikin û xelas!”

Sîbelê rastî nizanîbû

Rojîn Beravî-23/09/06- Antalya- Rebena Sîbel Kekîlîya ku li Almanya stêrka flîmên seksê bû û ji paþ û pêþ de lotik tavêtin, di flîmê bi navê “Vegera Malê” de rola xwe xweþik lîzt. Flîm li ser dema 12ê Îlona 1980î ye û hinekî rewþa Kurdan jî derdixe pêþ çavê temaþevanan.

   Dibêjin gava Sîbel Kekîlî li bajarê Antalya li flîmê xwe temaþe kiriye, bûye “kûr kûra wê” û dest bi girî kiriye. Sîbelê gotiye, “em Tirk ji tarîxa Hïtler an jî Stalîn agahdarin lê di derbarê tarîxa xwe de ji gellek tiþtan ne agahdarin.Bav û dayîka min qet behsa derba eskerî a 12ê Îlona 1980 nekiriye“. Weledddd! Baþe dayika te negot, lê çima bavê te xwelî li serê xwe nekir û behsa 12ê Îlonê nekir keçko?

   Haaa, xuyaye bavê te neketiye bin êþkencê û qirase lê rast nebûne..Yan jî, keçê bavê te jî ne gardîyanek ji gardîyanên pirtûka Bûbê Eser be peppûkê?

Generalên me dixwazinTirkiyê dagîr bikin!

Binav Sindî- 22/09/06-Zaxo- Beriya çend rojan, lotikvanekî bi navê (Mam Hacîk) li dor seredana Fermandarê Behdînan yê Leþkirê Kurdistanê, raporek nivîsî bû. Li vir ez naxwazin lotikekê li wê raporê bidim, lê ezê hin þaþiyan serrast bikim.

   Rastî jî eve; General Þêx Elo digel hevjîna xwe û zarokên xwe çû Tirkiyê. Lê diyare piþtre general xwestiye tevî kezîzerên hejde salî yên Europî lotikan bavêje, loma wî weke her sal hevjîna xwe ya çil û pênc salî û zarokên xwe li Tirkiyê bicî hêlan û ew çû welatê Swêdê.

   Bo zanîn, General Þêx Elo qesreke mezin li bajarê Stanbûlê heye, ew qesir wî bi sed û pêncî hizar dolaran kirriye û her sal dema ew diçe Europa, ew xêzana xwe di wê qesrê de dihêle ta dema vegeryana wî. Li wê qesrê zêrevanek heye û ew zêrevan mehiya xwe ji Fermandeya Behdînan ya Leþkirê Kurdistanê digire, ango ew zêrevan weke pêþmerge li fermandeyê qeyd kiriye û ew bi xwe li bajarê Stanbûlê dimîne.

   Lê ha, ageha we jê hebe û bela kes lotikên giliyê li berpirsiyarên Kurdistanê nexe, ev siyaset e .. siyaset! Ew dixwazin bi kirrîna qesran Tirkiyê dagîr bikin haa!!!.

Tevgera azadîxwaz? Halla halla!

Leyla Bamernî-22/09/06-Duhok-Dibêjin Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husênî ji çapemenîyê re gotiye ku, ”desthilatdarîya Kurdistanê li dijî wê yekê ye ku tevgera rizgarîxwaza bakurê Kurdistanê wek ”terorîst” bêt binavkirin.Di daxuyaniyek dewleta Iraqê de bêjeya ”terorîzmê” jibo tevgera bakurê Kurdistanê hatiye bikaranîn û Serokatiya Kurdistanê li dijî wê binavkirinê ye” û filan û bêvan. Halla halla, siphan ji navê Xwedê re!

   Em fêm nakin bê çawa tevgerek ku ne doza federasyonê dike, ne doza serxwebûnê dike, ne doza otonomiyê dike, ji azadîya þexsekî pêve tu armanca wê û doza Kurdistanê pev nemaye û bi serde Kurdên baþûr wek kevneperest û paþverû bi nav dike, dibe “tevgerek azadîxwaz”?

   Welhasil, em naxwazin defterên kevin û þerê birakujîyê vekin, lê xuyaye Kurdekanên me jibîr dikin ku tevgera azadîxwaza ku ew dibêjin wek wan nafikirin û dema kêsê bibînin ewê wek marê kor bi wan vedin..Welhasilî kelam, hema gotina rast xweþ e...Tiþtek ji xirabîyê dernakeve...

Heyfa te li erdê ma Apê Mûsa!

Lawkê Omerî-21/09/06-Nisêbîn- Erê dinyayê erê....Hinek dikin û hinek dixwin, hinek dimrin, þehîd dikevin, tên kujtin û hinek jî li ser piþta wan kabên xwe davêjin û li ser xwîna wan nanê xwe dixwin.      Çira herêma Omerya, þewqa Kurdistanê û kelemê çavê dijmin Mûsa Anter di 20ê Îlona sala1992an de ji alî kurmên dara xwe ve hat þehîd kirin. Hevalên ku li Stilîlê fermana kujtina Apê Mûsa derxistibûn, li Stenbolê dor lê pêçabûn û ew kiribûn darkê ber diranên xwe.

   Apê Mûsa ne xeþîm bû, lê ketibû navbera Xelîl û Celîl, yan hero yan mero. Welhasilî kelam, emê çîroka Apê Mûsa dirêj nekin. Lê, heyfa te li erdê ma Apê Mûsa! Xebata ku te/we ji binê sifirê anîbû dereca sifirê, keda bi hezaran Kurdperwerên mîna te bû qurbana demokratîk cûmhûrîyeta Tirko, civaka ekolojîya pincêr, konfederalîzma zindî, kujtî, mirî,çûk, hacûc û macûcan. Saxîya te ji wan re têr nekir, niha jî hinek alî li ser cendekê laþê te nanê xwe dixwin..Li ser xwîna te xelatan didin, xelatan distînin..Lê kê heyfa te hilanî? Ne tu kesekî.....

   Ciyê te bihuþt be û bila Xwedê mala bêbextan biþewitîne rebbî......

Hinekî bidin me jî, ma em ji Eyþika Ereb in baba!

Leyla Bamernî-21/09/06-Zaxo- Emê zêde behsa dîrok û tekoþîna pêþmerge û brayên xwe yên baþûr nekin. Lê îro kêm zêde, hindik rindik be jî xakek azad heye ku wek Kurdistana federal tê binavkirin. Helbet em bi vê serbilind û bextewar in. Lê hinek tiþt, bûyer û helwestên hinek rayedarên Kurdistanê jî hene ku dilê meriv dixelîne û meriv pê dêþe, dilsar dibe. Welhasil, em zêde dirêj nakin.

   Dibêjin gellek Kurdên ku li Ewrûpayê zikê xwe bi mirîþk û tametîtkan mezin dikin, gava diçin Kurdistanê dibin xwedî zevî, erd, mal, trimbêl û þifêran.Ji xwe heger navê hunermend yan siyasetmedarîyê li ser hebe Xwedê dide wî/wê û dikevin xêra Xwedê.

   Meselen dibêjin stranbêja xweþik û meþhûr Awaz xanim di sala 2003an de xwe di nifûsê de wek “Turkmen” qeyd kiriye, lê piþtî  ku Kurdistan azad dibe û dibe gul û gulistan, diçe Hewlêrê û li wir hinek rayedarên Kurdistanê dolimek erd jêre dibexþînin. Yan jî em bêjin, hunermend Þêrîn diçe Silêmanîyê dibe xwedî xanî, trimbêl û þifêr. Yan jî hinek hunermend û siyasetmedar gava diçin têra xwe pere tînin û tên, û filan û bêvan. Lê li alîyê din bi hezaran malbatên þehîdan bê mal, bê trimbêl û birçî û tazî ne..

   Îcar heyran, heger xaka Kurdistanê malê xezîna Kurdan be, ji kerema xwe bi xêra dê û bavê xwe dolimek erd û trimbêlekê bidin me jî babam! Ma em ji Eyþika Ereb in? Yan divê em jî hunermend û sîyasetmedar bin?

Kakaler nikarin bêyî Tirkoleran bazirganîyê jî bikin

Þêrzad Zebarî-20/09/06-Hewlêr- Dibêjin karmendên Kurd û Tirk li Hewlêrê Komeleyek bi navê “Komeleya Kardêran” avakirine û wê ji îro û pêde wek komele bazirganîya xwe pêþdetir bibin û çêtir karibin beþdarî avakirina Kurdistanê bikin. Tê gotin ku niha pêncî endamên wan hene û di rojên pêþde wê hejmara endamên wan zêdetir bibin.

   Lê hûn zanin bê ecêba mezin çi ye? Weke ku tu bazirganên Kurd tunebin, yan jî nikaribin ji xwe re Komela Bazirganên Kurd ava bikin, rabûne bi Tirkên xwînheram re komele ava kirine! Qey bazirganên Kurd qeliyane bavo! Yanî; xuyaye sebra wan bêyî Tirkan nayê, yan jî bazirganên Kurd bi xwe ne bawerin ku karibin bên cem hev û komeleyekê ava bikin.

   Heyran bi telaq, we ji Lotikxanê re bigota meyê alîkarîya avakirina komeleyekê bi we re bikira heyran, wey!

 Hz.Alî dibe mêvanê mizgeftê

 

H.Ehmedê Mûþî-20/09/06-Tirkiye-Hz. Alî êdî wê di mizgeftên Tirkiyê de bibe mêvan û wê melayên Tirk dest bi pesinandina wî bikin. Li gora daxuyanîya Dîyaneta Tirkiyê, wê êdî melayên Tirko di mizgeftan de pesn û wesfê Hz. Alî jî bidin da ku navbera xwe û Îranê û Alewîyên Tirk û Kurd xweþtir bikin.

   Erê, erê..Ne hûn nizanin bê ev Tirk çi ewladê zinê ne looo! Neciwamêran îþê xwe zanin haa..Hûnê binerin sibe dusibe wê di mizgeftên xwe de pesnê Hz. Îsa, Mûsa, Bûda, Konfîçyûs, û ji wan bêhtir wê pesnê Hz. Atavirqoyê Selanîkî bidin. Lê bawerkin ewê tucarî behsa Hz. Zerduþt nekin! Çima? Jiber ku ew Kurd e....

Xuyaye Tirkbûn li hesabê wan jî tê

 

Þemdîn Serhedî-19/09/06-Berlîn-Ev demek dirêje ku çapemenîya Tirk herdu wekîlên Kurd (Giyasettîn Sayan û Evrîm Hêlîn Baba) ên ku berê di parlamentoya Eyaleta Berlînê de bûn û niha dîsa hatine hilbijartin, wek namzetên Tirk dan pêþ. Di televizyonên xwe de her ew kirin Tirk û gotin „Turk kokenli milletvekilleri“.

   Lê xuyaye ev gotina Tirkbûnê li xweþîya herdu Kurdan jî çûye ku hetanî îro jî ji çapemenîyê re negotine ku „em ne Tirk in babam, em Kurd in“. Hêlîn Baba keça Kazim Baba ye û ew jî endamê KNK bû. Bav di nava KNK de Kurdayetîyê dike û keç jî bi navê „Turk kokenli milletvekili“ dikeve Parlamentoya Eyaleta Berlînê…

   Ax ya reb!!!!! Ev menfeet û xweperestî çiqasî þîrîne loooo…Heyran bi Xwedê xelk zanin îþê xwe bimeþînin wey, ma bi derewa ye..Hem li nêl dixin û hem jî li bizmêr…..

Ne dawete ne seyrane, ev çi qurban û heyrane Gul efendî?

Þemal Amedî-19/09/06-Waþîngton- Wezîrê Derve ê Tirkiyê Abdullah Gul li Amerîkayê hema ji niþkê ve behsa Kurdan kir û got, “heger Iraq parçe bibe û þerekî navxweyî derkeve wê Tirk Kurdan biparêzin û xwedî li wan derkevin”. Gul bal kiþand ser þerê navxweyî û got ku heger Iraq parçe bibe ewê þerekî pir dijwar dest pê bike û çawa ku di dema Helebçe de Tirk li Kurdan xwedî derketin wê îro jî dîsa Tirk li Kurdan xwedî derkevin.

   Abdullah Gul hevqasî ji Kurdan re xweþ kir ku heçê nizanibe wê bêje qey birastî Tirk ji çav û burhên Kurdan hez dikin û wan bi reþka çavê xwe nadin. Esas Gul di van gotinên xwe de dixwaze vê bêje: Kurdino! Aqlê xwe bidin serê xwe haaa! Binerin bê em di Kerkûk û Mûsilkê de karin çi bînin serê we û di devê deriyê we de bombeyan biteqînin..Zimanê xwe dirêj nekin û li ser terîya xwe rûnên!

   Ma ka ê ku fêmbike qurban....Yan na, ne dawete ne seyrane ev çi qurban û heyrane babam!

Ne bi tenê qûndên me, ên xelkê jî hene!

 Girdoyê Stilîlî -18/09/06- Tê gotin ku serokê Partiya Hevwelatî a ku çendeyeke berê li herêma Katalonyayê hatibû damezrandin Albert Rîvera (Ciutadans-Partit de la Ciutadania), di hilbijartina serokatiya herêma otonom de, bi afîþên þilfî tazî xwe berdaye gasînên Katalonyayê û dibêje ”kî dibe bila bibe, bes ku mirov be”, dikare bike!

   Albertoyê ku ji bo berjewendiyên spaniyan derpî ji xwe kiriye, ma gelo pê dizanîbû ku hema hema temamê siyasetgerên kurdan ji zû de ew yeka wî kiribûn, û heta xwe di bin tirkan de ji qiram de xistibûn û di dawiyê de gava doza heqê xwe kirin, tirkan dîsa jî aha ji vî pê ve tiþtek nexist destê wan! Tew bi ser de mêrikan tecawizî zimanê kurdî jî kirin, bi jin û zarokan re bi tirkî peyivîn û dîsa jî tirk ji ser wan ranebûn! De me çi jê ye, kî kê biçirîne, weh!

Di dilê Kurdistanê de bombeyên Tirk, Ereb û Farisan diteqin

Þîndar Berwarî-18/09/06-Hewlêr- Tirk, Ereb û Farisên dijminên riknê Kurd rehet rûnanên û ha ha dixwazin Kerkûkê aloz û têkilhev bikin. Piþtî biryara bilindkirina ala Kurdistanê, xuyaye Tirk û þaþikmezinên Îranê bi xurtî destê xwe dixin nav kar û barên Kurdistanê û ji Kerkûk û Mûsilê dest bi terorê kirine.

   Li Mûsilê êrîþek mezin li ser malbatên Kurd heye û Kurd malên xwe terk dikin. Ev jî ji serî de xuyabû ku tiliya Tirkiyê di terorkirina Kurdistanê de heye, lê mixabin tu dengekî bilind jî ji rayedarên Kurdistanê dernakeve. Em wek dîn û îmana xwe zanin ku ev teror bêyî xebera OYAK ê çênabin, lê heyf û mixabine ku berjewendiyên aborî rê li ber xwedîlêderketina bûyerên Mûsilê û Kerkûkê digrin.   

   Em zêde dirêj nakin û serê we naêþînin..Heger birastî Kerkûk dilê Kurdistanê be, divê bi her awayî xwedî li Kerkûk û Mûsilê bê derketin û ev tir ji Tirk û Farisan re neyê hiþtin..Ji bîr nekin; îro Kerkûk û Mûsilê, sibê jî wê dora Hewlêr û hemi bajarên Kurdistanê bin kaka..Ji me gotin..

Zavayê Tirkan xezûranên xwe dan ber lotikan

Sosin Bermal-18/09/06-Ewrûpa- Zavayê Tirkan û Hevserokê Komisyona Yekîtîya Ewrûpayê Joost Lagendîjk da zanîn ku, “heger Tirk pirsgirêka azadîya fikrê û pirsgirêka Kurd çareser nekin ewê nikaribin têkevin kadîna Yekîtîya Ewrûpayê û ewê têr ka nexwin”.Lagendîjk herweha got ku çareserkirina pirsgirêka Kibrisê jî þertek ji ên xwarina kaya Ewrûpayê ye û filan û bêvan.

   Kuro tu her bijî loo..Bi telaqê Kurdên Ewrûpayê piþtî ku tu bû zavayê Tirkan me digot qey tê jî bêjî “ma ne xezûranên min jî Tirk bûn” û piþtgirîya xezûranên xwe bikî haa! Lê xuyaye em xelet derketin bavo..Heyran piþtî ku te jinka Tirk xist bin xwe û pêve,serê xwe bi xezûr û xesûya xwe neêþîne û hew, li kêfa xwe binere heval...

Rastan tir ji çepan berdan

Sven Kurdo-18/09/06-Stockholm-Di hilbijartinên Swêdê de enîya muhafazakaran pêl serê enîya çep û sosyaldemokratan kir û serê wan li dîwaran xist.

   Enîya çep hilbijartin winda kirin û hikûmeta nuh ket destê rastan. Piþtî têkçûna sosyaldemokratan niha nîqaþ tê kirin ku di þûna Serokê sosyaldemokratan Goran Persson de jinek bibe Serokê sosyaldemokratan û di lîsteya navan de navê Nalîn Pekgul (Baksî) jî derbas dibe.

   Welhasil, Kurdan li seranserê cîhanê tu xêr ji çep û sosyaldemokratan nedît, belkî hema bi xêra rast û muhafazakaran hinek lotikan bavêjin û gepik nan bixwin. Neyse, bila aqûbeta têkçûna çepên Swêdê li serê çepên me Kurdan be jî rebbî..De haydê serketin Serokwezîrê nuh Fredrik Reinfeld…

Cemal Batûn ket kemîna Tirkoleran

Binevþ Agirî-18/09/06-Stockholm-Dibêjin rojnamevan, bernameçêker û lawikê Nisêbînî Cemal batûn û kevneserokê Federasyona Kurdên Swêdê Keya Îzol li balafirê siwar bûne, berê xwe dane oxirê, piþta xwe dane felekê û hema carekê xwe li bajarê Stenbolê dîtine. Tu nabê Tirkoleran kemîn li pêþîya wan danîne lê xebera ên me jî jê tuneye.

   Welhasil em serê we neêþînin, li gora polîsekî endamê Lotikxanê ji Stenbolê ji me re got, Keya Îzol neketiye kemîna wan û bi selametî ji kemînê xelas bûye, lê Cemal Batûn ferek sola xwe winda kiriye û di kemînê de aliqîye û polîsên virqo dest danîne ser wî.

   Welhasilî kelam, dibêjin Cemalê me çend seetan tî û birçî maye, bûye qurqura zikê wî û di dawîyê de polîsan dîsa berê wî dane Swêdê. De bila serî saxî be qurban, derbasbûyî be û dua bike ku tu bi selametî vegerîya nav zarokên xwe...

 

Te go ji %10? Hindike bavo! 

Þîndar Berwarî-23/09/06-Bexda-Dibêjin Serokê Parlamentoya Iraqê Dr.Mahmûd El-Meþhedanî di derbarê tevlihevîya rewþa Iraqê de kiriye qîrewîr û gotiye, “ berpirsiyarên tevlihevîya li Iraqê dewletên cîran Îran, Sûrî, Siûdîya Erebî û Tirkiyê ye. Ji xwe Tirkiye xewna petrola Kerkûkê dibîne û ji hatina petrolê ji %10 payê dixwaze” û filan û bêvan.

   Halla halla! Heyran rabin, rûnên û dua ji Tirkiyê re bikin haa! Kuro heyran ma ji sedî 10 çi ye? Dua bikin ku ji %100 nexwestiye bavê min, wey! Ma Tirk zû bi zû bi sedî 10 qayil dibin? Tirk doza ji sedî 50ê dinyayê dikin îcar hûn behsa ji %10 dikin...Baþe ku temamê Iraqê naxwazin canim...

Rebenê Siltan jî kirin Tirk

Lawkê Dêrikî-23/09/06-Mêrdîn- Siltan Kosenê ku ji Dêrika Çiyayê Mazî ye û bejna wî du metro û çil û du santîm e (2.42) dixwaze serî li pirtûka rekorê a Guînnesê bixe. Heta niha zilamê herî bejindirêj ê ku ketiye pirtûka Guînnesê, Huseyîn Bîsadê Somalî ye (2.36 santîm) .

   Siltan Koseyê Kurd ê 24 salî  þeþ (6) santîman ji Hisoyê Somalî dirêjtire û ew bawere ku ewê karibe têkeve pirtûka rekorê. Siltan Kose ji rayedarên dewletê dixwaze ku ew alîkarîya serlêdana wî bikin.

   Lê tiþtê ku li zora me diçe ev e ku bêbavên Tirkan hema yekser navê Tirkitîyê bi dû rebenê Siltan xistin û ew di çapemenîya xwe de kirin Tirk.

   Heyran Siltano! Bila ne li wê rekorê be û ne li wî navê Tirk û virqan be û hew...Hema nan û pîvazê bixwe û wî navê heram neyne ser xwe û qurban...

Þêx Zana berê xwe da cehnemê

Þêrzad Zebarî-22/09/06-Hewlêr- Þêx Zana (Þêxê dijminê qewmê xwe) û çend hevalên xwe bi biryara Dadgeha Herêma Kurdistanê hatin daliqandin û berê xwe dan cehnemê. Oxira wan a Zerqawî be rebbî..

   Niha Þêxê milletê xwe bûya baþ bû, Þêxê Kurdparêz bûya emê jî bibûna mirîdên wî, lê lawo hey kafir! Hey sextekar! Ma meriv bi dê û xwiþka xwe re zinê dike? Ma meriv serê brayên xwe jêdike û dest tavêje namûsa xwiþkên xwe hey telaqreþ? De qenc û xweþ bi te hat û hew...

   Heger cehneme hebe ji sedî sed em zanin ku tu niha di nava êgir de diþewitî brakooooo... Silavan li Zerqawî jî bike haaa...

Heramzade dîsa zimanê xwe dirêj kir

Ahmed Beyan-22/09/06-Ankara- Wek hûn zanin berî demekê Berpirsê Herêmên Derve ê Herêma Kurdistanê Dr.Muhammed Ihsan di derbarê Turkmenan de gotibû ku ewê karibin herin li Stenbol û Ankarayê bicîh bibin. Îcar xuyaye ev gotin pir li zora heramzadeyê Tirk û nivîskarê dijminê riknê Kurd Vedat Yenerer çûye û wek kûçikekî har bûye.

   Yenererê ji dola kûçik di nivîsa xwe de zimandirêjîya Kurdên baþûr dike û dibêje, “Irakli kustah Kurtler” û tiþtek namîne ku ji Kurdan re nabêje. Piþtre kela dilê wî hênik nabe û dibêje, “ ên ku dijminatîya Turkmen, sunnî û þîîyan dikin û dixwazin navbera Kurd û Tirkan xirabikin canîyê zarokan Apo, Saddamê hemdem Barzanî û cahþê 67an Talabanî ye. Bila berê Barzanî û Talabanî biþînin Stenbol û Ankarayê” û jehra xwe vedirþe.

   Ê hey ewladim! Yawrûm! Dola kûçik! Barzanî Saddam be Saddamê me ye, Mam Celal cahþ be cahþê me ye, me qîma xwe bi wan anîye, qenc bin ên me ne xirab bin ên me ne, ma kê bazdaye ser diya te ku tu li zora xwe tînî hê! Here berê ji Kerxana Selanîkê dest bi nivîsandinê bike ewladim...Qûndetîya Atavirqoyê xwe binivîse û piþtre derkeve nava zilaman, yawrûmmmm....

Ha Mam Celal ha, bajooo!

Siyamend Sozdar-21/09/06-Waþîngton- Belê, Mamê me û Serokê Iraqê Celal Talabanî serdana Amerîkayê kir. Mam Celal di balafirê de ji me re got ku, “de madem em hatine, ka em herin li halê xalê xwe Bûþ jî bipirsin û pêre qehweyek þîrîn vexwin” û berê balafirê da Qesra Spî.

   Welhasilî kelam, balafirê xwe li bexçê Qesra Spî danî û Mam Celal nazik nazik, kubar kubar jê daket û “teq teq teq” li derîyê xalê Bûþ xist. Xalê me Bûþ bang kir, “wad? Who are you?” Mam Celal jî simbêlê xwe bada û got, “kaka I ‘m Mam!”

   Welhasil, kêfa xalê Bûþ pir hat û hema derî vekir û em derbasî odê bûn. Ez serê we neêþînim, piþtî wênekiþandinê pêhnek li me rojnamevanan xistin û gotin, “yalla yalla, flîmê sînemê xilas bû” û derî li xwe girtin.   

   Îcar piþtî wê, di odê de çi kirin, çi nekirin, çi gotin çi plan û proje çêkirin em pê nizanin allahwekîl..Lê em ji sedî sed zanin ku bêhna goþtê elokan ji odê dihat û hew!

Ez bi qurbano dîko!

Þîndar Berwarî-21/09/06-Hewlêr- Kuro me digot qey tenê Kurd navê “Dîko” li xwe dikin haa! Tu nabê Amerîkî jî wek me ji dîkan pir hez dikin û navê xwe dikin “Dîko”. Dîko kuro!

   Kolonelê Amerîkî û Fermandarê Karên Sivîl ê Dihokê Cak Lome Dîko serdana Serok Barzanî kir û soz da ku gava ew vegere welatê xwe ewê ji Kurdekî zêdetir propoganda û pesnê Kurdistanê bide.

   Heyran mala te û bavê te ava be mîster Dîko! Hema em dibê rojek berî rojekê vegere welatê xwe belkî ji te re çêtir be ha Dîko! Ê ji xwe Dîk bêyî mirîþkan nikarin debar bikin, mirîþkên me jî incex têra Dîkên Kurd bikin, îcar a baþ here welatê xwe û têra xwe bifisikîne mirîþkên Amerîkî bixêrtire û tu sax....

   Lê, destê xwe nede elokên Mam Celal haaaa, okey!

Qemerê jî pesnê Atavirqo da

Kevîn Kurds-20/09/06-New York-Wezîra Derve a Amerîkayê Condoleezza Rice a qemer hevpeyvînek bi peyamnêra rojnama Akþamê Ozlem Temîzê re kir û hinekî pesnê Atavirqoyê Selanîkî da. Rice dibêje ku Atatirk zilamekî mezin bû, giringîyek mezin dida zanistiyê û divê xortên Tirk jî wek wî bixwînin û qîmet bidin zanyarîyê. Lê xanima qemer Rice qet behsa wî û kerxana Selanîkê nake û ji xortên Tirk re nabêje, “xortino, herin berê li kerxana Selanîkê bixwînin û felsefa Atatirk ji wê Zanîngehê hîn bibin!” û filan..Ê tabî canim, ev sîyasete, ma kare bêje? Welhasil, qey ew jî bi xêra pesindana Atatirk têra xwe dixin Tirkan bavo..Hem jî hetanî bi ber dixin wan haaa...

Dev ji welatê me berdin ewladlarim!

Zilfiqar Beran-20/09/06-Wan-Hûn zanin nizanin em nizanin, lê dewleta Tirko berî salan ji Kirgizistanê koçber anîbûn li Kurdistanê derûdora bajarê Wanê bicîh kiribûn da ku civaka Kurd tevlihev bike.

   Îcar niha hinek ji van Kirgizan bûne cerdevan û þerê gerîllayên Kurd dikin. Wê rojê yekî cerdevan (Abdusselam Yar) ji alî gerîllayan ve hatibû kujtin û çûbû cehnemê. Îcar bavê wî ê heftê û çar salî Mehmet yar dibêje, “ kurekî min bû, heger yekî din jî heba minê ew jî bikira bi qurbana ala Tirkiyê” û qaþo xwe bi dewletê þelaf dike.

   Ê hey kurê nizanim çi! Hûn ji parsekîyê revyan hatin li Kurdistanê bicîh bûn, hûn nanê Kurdistanê dixwin û dijminatîya Kurdan dikin, herin welatê xwe babam! Herin li welatê xwe cerdevanîyê bikin û hûn li wir çi qûyî dixwin bixwin, wey!

Kî dirêjtire?

 

Çeng Çîng-19/09/06-Moxolîstan- Li gora pirtûka rekoran Guînnessê li dinyayê mirovê herî dirêj Xî Þûn ê Moxolî ye. Bejna vî malxirabî tam du metro û sîh û þeþ (2.36) santîm e û wek bertewîlê Darê ye (Di wextê xwe de li gundê Darê a girêdayî bajarê Mêrdînê jî yekî bejindirêj bi navê Bertewîlê Darê hebû). Xî þûn kêfa xwe pir ji bejna xwe re tîne û dibêje, „ heyran bi qesema navê Xwedê tu gazina min ji bejna min tuneye..Xwezî ez hîn dirêjtir bûma“ û filan.

   De îcar ma rayedarên pirtûka Guînnessê mala xwe nabin mîratê û derewan nakin? Ma Kurdê me ê Dêrika Çiyayê Mazî Sultan Kosen (2.42 santîm e) ji Xî Þûn ne dirêjtire bavê min? Hûn çima heqê Kurdan dixwin hey bêwîjdanino? Yan hema bi dilxwazîyê ye ne? Kuro bi telaq hûn xwe biçirînin jî hûn nikarin xwe bighînin xiyarê Sultan Kosenê me loooo…

Pîra 78 salî jî kirin esrarfiroþ

Serdarê Torî-19/09/06-Amed- Erê erê...Licîyên me pîra 78 salî jî kirin esrarfiroþ û dosya wê rebenê jî reþ kirin. Du torinên xaltîka M.O a 78 salî 6 kîlo û nîv esrar dixin tûrikê wê û dibêjin, “ de yalla pîrê, berê xwe bide Amedê cem filankes” û wê rêwî dikin. Lê rebena pîrê di saxtîkirinekê de tê girtin û bi wî temenê xwe dikeve qereqolên Tirkoleran.

   Welhasilî kelam, pîra me di qereqolê de li torinên xwe mikur tê û dibêje, “bavo bi serê we min digot mewîj û bastêq xistine tûrê min haa, ma ez peppûka Xwedê çi ji esrar û toz û mozê fêmdikim” û ji qereqolê xelas dibe. De binerin heta bi esrarfiroþên me jî wek sîyasetmedarên me tirsonek û ziravqetandî bûne haa...

   Erê erê..Ka ew Licîyên ku berê sînorên serxet û binxetê diçirandin û tir ji eskerên Tirko berdidan? Lê îro li þûna “þêran dixwînin kundên serê þikêran” babaaaaa.....

Jîr Dilovan ji destê enternasyonalîstên Kurd (!) kirasê xwe çirand

Tacdîn Baran-18/09/06-Almanya- Xuyaye enternasyonalîstên Kurd (!) çawa ku rê li ber pêþketina doza Kurd û Kurdistanê digrin, herweha dibin astengên pêþketina zimanê Kurdî jî. Ev fikra ku ji alî çepên Tirkên xwînheram ve di mêjî û xwîna van Kurdên ku qaþo xwe wek enternasyonalîstên Kurd dibînin de hatiye bicîhkirin, rê li ber biserketina kampanya zimanê Kurdî jî digrin û kampanya sazî û partîya xwe pûç dikin.

   Mamoste Jîr Dilovan hew debar kir û di nivîsa xwe a di Kurdistan-post de helwesta van enternasyonalîstan (!) eþkere kir. Ji ber pêwîstîya naveroka nivîsê me nivîsa wî ji Kurdistan-postê dizî û em pêþkêþî xwendevan û hezkirên zimanê Kurdî dikin. Em bawerin divê her Kurdê “îlkel mîllîyetçî” wek Mamoste Jîr Dilovan kirasê xwe biçirîne û rastîyê bêje. Bijî Mamoste!(Berdewam wêne bitikînin)

Kurdistan sporê li Azerîyan qeliband

Bengîn Elegez-18/09/06-Moskova- Di misabeqeya fûtbola ku ji alî Þaredarîya Moskovayê ve hatibû çêkirin de Kurdistansporê sê xol xistin Azerbaycansporê û xolek jî xistin xwe.

   Dibêjin bi van her sê xolên Kurdewarî qûn li Azerîyan qetîyaye, bûye tire tira wan û polîpoþman berê xwe dane malê. Lê dibêjin Kurdistansporê jî bi xola Azerîyan çend fis ji xwe berdane lê baþe ku kesî dengê fisên wan nekiriye. De bijî Kurdistanspor û bila tirên xelkê bi qurbana fisên Kurdan bin û hûn sax...

 

s© lotikxane 2006