Bavê Ronahî

Çi tonî heb e?

 

Lezgîn Þêxo

Jibo bîranîna xalê Mûsa û apê Ehmed

Î.Xelîl Sirûcî

Ew roja Ehmed

Hemo Rûto

Nasnama jor û jêr

Lokman Polat

Navên Tirsê

 

 

B.Omerî

Êêê birakê Jojeph Ralston!

 

Dilsotî

Erê Mamosteyê hêja erê!

     

Selîm Acar

   Roja reþ û tarî

 

 

 

Tofanê Dêrxustî

Li Swêdê rewþa qûndeyên îranî xerab bû

                                            

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

 

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Dawet ferikî berbûk hetikî

Serkan Þêxanî-03/10/06-Konya-Li bajarê Karamana Tirkiyê zewacek kesanedî pêk hat. Alî Tekînê 80 salî û Cemîle Ûgûza 78 salî bi emrê Xwedê û qewlê Pêxember zewicîn û dan lotikan. Bi ser ku xêr di herduwan de nemaye û hema bêjin fîþekên wan qelp dikin jî, lê xuyaye dil pîr nabe û hetanî mirinê jî lotikvanîyê dixwaze.

  Me ji Alî Tekîn pirsî: Xalê Alî, ma demança te zingar negirtiye? Hûn û zewaca piþtî vî emrî?

   Bû tîq-tîqa wî, keniya û got, „kuro demança çi û fîþekên çi xwedêjêrazî! Kuro hema emê di nava nivînê de hevdu germ bikin haaa..Bi Xwedê ne batûda min maye û ne jî qebzûn“ û xatir ji me xwest.

Tatana bû  lotikvana dinyayê

Sosin Bermal-03/10/06-Prag- Di pêþbirka bedewa dinyayê a 2006an de Tatana Kûçarova 18 salî a Çekoslowakî bû bedewa dinyayê û taca lotikvanîyê da serê xwe.

   Pêþbirk li paytextê Polonya Varþovayê çêbû û ji 103 welatan jinên bedew û spehî beþdar bûn. Lê Tatana Kûçarova bi pehîn û lotikan ket ser dilê jnên din û zora wan bir. Piþtî ku þanoya lotik û pehînan xilas bû, îcar Tatana taca zêrîn da serê xwe û hûrik hûrik, nazik nazik berê xwe da malbavanên xwe. De Xwedê wê bike qismetê yekî Kurd  rebbî… 

Av çû bin Hûho Çavez

Antonîyo Vega-03/10/06-Venezuela- Av çû bin Serokdewletê Venezuelayê Hûgo Çavez û tirsa mirinê pê ket. Çavez efendî dibêje, „min ji Qesra Spî agahî bidestxistine ku wê Amerîka yan min ji text bixîne û yan jî min bikuje. Herweha George Bûsh ferman daye ku berî 2008an min bide kujtin“ û filan û bêvan.

    Ê lawo ma ne laþê te duxre haa! Tu çima serê xwe bi dijminatî û zimandirêjîya Amerîka û serok Bûsh re dêþînî babam, wey! Yekî wek Saddam Hisên xwe li ber lotikên Amerîkayê negirt, îcar tê bi wî zikê xwe ê birçî dijminatîya Amerîkayê bikî! De here avekê li qûna xwe ke loooo, teww….

 

Îstatîstîka meha Îlonê

1 milyon 106 hezar û 149 kes (1.106.149) ketine lotikxanê. Wêne bitikînin

Fasûlyecî Atavirq

Elî Fasûlîfiroþ-02/10/09- Selanîk- Tirkê bi navê Atay (94 salî) di dema xwe de çar salan ji Atatirko re xwarinpêjî (aþçîtî) kiriye. Atay ji peyamnêrê AA re hinekç behsa Atatirk û xwarinên ku wî jê hezdikir dike û dibêje, “erê erêêê...Min tam çar salan xizmeta Atatirk kir. Xwarina ku herî zêde jê hezdikir fasûlî bûn. Min tucarî fasûlî ji ser masa wî kêm nedikir..Herçiqasî carna ji hinner û enerjîya fasûlîyan hinek tir û fis dikirin jî, lê dîsa jî me demek xweþ bi mêrik re rabûrand haaa” û serpêhatîya xwe got.

   Erê dinyayê...Xwedê tenê zane bê niha wan fasûlîyan çi qûn li Atavirqo çirandiye û hew..Binerin bê ji Atay efendî pêve sax maye, na! Heger wî rebenî jî rûdanka (maske) gazê nedaba ber devê xwe, wê niha ew jî jiber bêhna tir û fisên Atatirk “di rêya fasûlîyan de” þehîd biketa allahwekîl....

 

Pêkenok:

Gerçek Ziman

 

 Can Evîndar-01//10/06-

Du heval di navbera hev da sohbetê dikin:
-Yaw kardeþim min hezar carî ji te re go, ne laftan anlamaz adamsin yaw!

 Ewê din dibê:
-Kardeþîm tuyî pir kalin kafali yî, asil tu anlamîþ nakî!

Bi ser wan du hevalan da yekî din tê û dibê:
-Va sohbeta we weha çi ye lo! Tu nedizanî Tirkî ye, ne dizanî Kurmancî ye! Hele li min mêzekin ez tenê kelîmeke bi Tirkî jî tevlê nakim, gerçek ziman ez deng dikim, divê merî tim öz kîmligê xwe, zimanê xwe qorûmûþke! Doxrû ye, ne doxrû ye?

Ji mirîyan re Kurmancî serbest bû

Alî Þervan-01/10/06-Batman- Xwedêgiravî piþtî ku dewleta Virqo zimanê Kurmancî serbest kiriye ( di rastîya xwe de qedexe ye lê li ser kaxezê serbest e, pê çavên Ewrûpîyan diseyînin), êdî mirîyên me jî karin bi Kurmancî bixwînin û binivîsin. Kurmancîya ku ji zindîyan re qedexe ye, ji mirîyan re serbest bû.

   Li bajarê Batmanê êdî li ser kevirên goristanê bi sê zimanan, (Kurdî, Tirkî, Erebî) nivîs tên nivîsandin. Yaaaa! Hûn dibînin newilo? Tirkên heramzade bilasebeb nabêjin “en iyi Kurd olu Kurd tur” babam...

   Hingî bêbavan ji Kurdên mirî hez dikin radibin zimanê wan serbest dikin, lê ji Kurdên zindî re “yasaxtir, heramdir” çîroklerî dibêjin..Wey kafirbavan weyyy....

Xanimê têr naxwe

Ehmedê Kolanger-30/09/06-Stenbol- Stranbêja agirpêketî û tolaza Tirk Nez (Nezîhe Kalkan) xanim di rojnameyekê de kezîyên xwe kur kirin û got, “pekkkkkk, kuro ma ji zinêkarî û seksê xweþtir heye qurban, hema bi tirba bavê min hetanî ez bi seksê virikî nebim ezê lotikan bavêjim xwe. Piþtî ku bû qurqura zikê min îcar ezê ehmeqekî ji xwe re bibînim û pêre bizewicim” û projeya xwe a pêþerojê anî zimên.

   Dibêjin stranbêjên din her mehê mêrekî berdidin ser xwe, lê Nez her hefte yekî digre û yekî berdide û mala xwe kiriye wek febrîqa kondoman. De Xwedê wê bi cehnemê þa bike û aqûbeta wê li serê hemi Tirkan be rebbî...

Hêdî bajo Kasimpaþalî!

Þemal Amedî-30/09/06-Waþîngton-Dibêjin Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li Amerîkayê di derbarê agirbesta PKK, pêþeroja Kerkûkê, têkiliyên Tirkiyê, YE û DYA de çeng derew kirine û daye zîtirkan. Erdogan gotiye, “ em PKK wek tutiþtekî hesab nakin, jiber vê divê ew teslîm bibe û sererast berê xwe bide nezaretxanê”.

   Di derbarê Kerkûkê de jî gotiye, “ keko brawo! Kuro ma hetanî ez saxbim ez dihêlim ku li Kerkûkê referandûm çêbibe û Kerkûk têkeve destê serekeþîrên Kurd, wey! Ma ez ne Kasimpaþalî Erdo me lawo?” û çirandiye û çirvirandiye.

    Lan Erdo! Hêdî bajo ewladim..Ji bîr neke, heger tu Kasimpaþalî Erdo bî, em jî Kurdistanli Kurdo ne haaaa!

Lotik li ser lotikê li Tirkan dikevin

Barîn Melkemot-03/10/06-Bruksel- Konseya YE ê di derbarê paraztina zimanê Kurmancî de çend lotikên xweþ avêtin û dewleta Tirk da ber pehînan.

   Di raporê de çend gavên ku tên xwestin ev in: 1) Divê Tirkiye peymana zimanên herêmî û kêmasîyên (mînorîteyên) Ewrûpayê îmze bike û erê bike. 2) Divê di jimartina nifûsa pêþerojê de hejmara Kurdan tam (bêqisûr) bê diyarkirin. 3) Jibo perwerdeya Kurdî îmkan bên afirandin û rêyek vebe, li zanîngehan dersên ziman û edebîyata Kurdî bên dayîn. 4) Divê malbatên Kurd bên agahdar kirin ku zimanê xwe fêr bibin. 5) Divê li Tirkiyê jibo kultura Kurdan navendên kulturî bên avakirin. 6) Divê komeleyên Kurdan bi awayekî resmî bên naskirin û destekkirin. Û filan û bêvan.

   Di raporê de herçiqasî hejmara Kurdan pir kêm (25-30 milyon) hatibe nîþankirin jî, lê dîsa jî Xwedê mala Ewrûpîyan ava bike haa..Ma go bigotana “Kurd tunene” meyê bigota çi!

Serok Bûþ da bin dûvê Tirkan

Þemal Amedî- 03/10/06-Waþîngton- Wek hûn zanin, Serokwezîrê Tirk Erdogan li Waþîngtonê silavek da serok Bûþ û qehweyek pêre vexwar. Di tûrik û xurcika Erdogan de dosyayên PKK û Kerkûkê hebûn. Ewî bawer dikir ku wê serok Bûþ van dosyayan wek pirtûkên pîroz biramîse û deyne ser serê xwe. Lê xwêsîya Erdogan di qirika wî de asê ma û negiha mexseda xwe. Herçiqasî Erdogan behsa pirsgirêka PKK û Kerkûkê kir jî, lê serok Bûþ gotinên wî xist guhekî û di guhê din re derxist û rabû ji dêvla wan pirsgirêkan behsa Sûdan û Afrîkayê kir.

   Îcar Tirk û çapemenîya wan wek gurên devbixwîn har û dîn bûn û dibêjin, „way anasina way! Lan bu PKK ve Kerkûk ten bahsetmedî yaw!Way alçak way! Way nankor way! Lan bu bizim þerefîmîzîn îçîne ettî haa!“ û verþîyan. Ofyannnn, wele te dilê me rehet kir mîster Bûþ! Hema te ev tir ji Tirkan re nehiþt û bes..De Xwedê miradê te bike û jinek xweþik bide te rebbî…

Kurmê þîrî heta pîrî Seda xanim!

Rojda Aydin-03/10/06- Stenbol- Seda Sayana ku kes pê nizane bê hetanî îro çend mêr kirine û çend berdane, radibe di bernama xwe de serê xwe digre û qaþo xwe wek horiyên bihuþtê pak û rewan nîþan dide. Heçê pê nizanibe wê bêje qey ew ewlîya û qenca Xwedê ye û mêþekê jî xwe li ser wê dananîye.

   Ev ji sosyete û zinêkarên Tirk re bûye adetek. Çi jinên ku têra xwe lotikan li xwe dixin, piþtî ku bi lotikan virikî dibin û tir di wan de namîne,îcar wê serê xwe girêdin û yan berê xwe bidin mizgeftê û yan jî wê herin hecê tewaf bikin da ku qaþo ji gunehên xwe bên þûþtin.

   Bilasebeb kêfa xwe neynin xanimno! Bi þerefa Atatirkê Selanîkî „Kurmê þîrî heta pîrî“ ye, hûn sed çarçefî li xwe kin, hûn hezar carî hecê tewaf bikin, hûnê dîsa di binê wê çarçefê de lotikan bidin xwe û zinêkarîya xwe bikin û hew..Em bi qumaþê hev zanin keçko, êdî hasil di Mûsilê re derketiye xanimefendîler…

Tirk û þeva helawê

Merwan Keleþ-02/10/06-Mersîn- Komela Lêkolîn û Tedawîya Perwerdeya Cinsî (CETAD) li 20 bajaran lêkolînek li ser têgihiþtin û tecrûbeyên seksa Tirkan çêkir. Di lêkolînê de eþkere bû ku ji sedî 90ê Tirkan di warê zanyarî û teknîkî de haya wan ji seks û bazdana ser hev tuneye û ew tenê bi alîkarî û gotinên dost û hevalên derûdora xwe hay ji teknîka seksê dibin.

   Meselen Dûrmûþ Paspasogluyê Yozgatî ji rojnameyekê re gotiye, “wallahî bîllahî hetanî þeva pêþî jî min nizanîbû bê ezê çi bi bûkê bikim yaw. Heta ku hevalekî min ji min re got, “kuro ehmeqo ew quzilqurt ji helawê jî xweþtire haa, hema rahije çend nanê tennûrê û têkeve ser”. Min jî bi a wî kir û ez bi nanê tennûrê ketin ser wê quzilqurtê, lê herama Xwedê be go min tamek jê kir loo, tama wê wek a þorba nekelîyayî bû kardeþîm!” û serpêhatîya xwe û þeva keçkanîyê anî zimên.

   Yaaaa, birakno! Ê me Kurdan hema dîsa bi xêra wan ker û meran hinekî hînî teknîka xistin û derxistine dibin, lê ev Tirk tam zircahilin kuro....Þeva pêþî û helaw! Heheyyyyyyyy.........

Xelkê biryar da, Ocalan sediqand

Ahmed beyan-01/10/06-Enqere- Di derbarê agirbesa PKK de herkes tiþtekî dibêje. Bi taybet rayedarên dewleta Virqo êrîþî Mam Celal Talabanî dikin û di derbarê danûstendina PKK û agirbestê de nerazîbûna nîþan didin. Ji alîyê din herkes bawere ku agirbes bi biryara A. Ocalan hatiye girtin.

   Lê nivîskarê Tirk ê meþhûr Cengîz Candar di nivîsa xwe de rastî eþkere kir. Li gora nivîsa wî, nûnerê YNK ê Enqerê Behrûz Galalî telefonî wî kiriye û bi acizane gotiye, “herkes êrîþî Mam Celal dike, lê me ev ne bi serê xwe kiriye, tiliya hinek rayedarên Tirkiyê jî di agirbesê de heye, em bi serê xwe neçûne cem PKK û me doza agirbesê lê nekiriye, ezê hertiþtî eþkere bikim” û filan. Yanî; bi gotinek vekirî, hinekan biryara agirbesê daye û Ocalan jî îmze avêtiye binê biryarê. Xuyaye êdî berê þorbe tê kelandin û piþtre jî ji Ocalan re dibêjin, “de were tu jî hinek xwê bavêje navê” û biryarê ji wî re dikin mal.

   Neyse canim, Xwedê bikim xêr û bereket ji vê biryara agirbesê derkeve..Lê bextê Roma Reþ tuneye, pê nexapin û hew....

Çeteyên Kurd, hûn li ku ne?

Botan Agirî-01/10/06-Amed- Li gora lêkolînên Komela Perwerde û Tenduristîya Nû û Komela Li Dijî Bazirganîya Fihûþ û Pornografîya Zarokan a (OTRÎÞ) ê, zarokên Kurd ji bakurê Kurdistanê ji alî çeteyên dewletê ve tên revandin û bi darê zorê mecbûrî fihûþ û zinêkarîyê tên kirin. Keçên Kurd ên zaro (12-15 salî) li bajarên mîna Stenbol, Enqere, Îzmîr û wekî din tên firotin û piranîya zinêkarên ku pornografîya van zarokan dikin jî endamên polîs û artêþa Tirk in.Bi vê mebestê bêbav û xwînheramên Tirk dixwazin cikava Kurd aloz bikin, ji heysîyetê bidûr bixin û wan wek xwe bilewitînin.

   Îcar çete û mafya Kurd, hûn li ku ne? Ma pozê we naþewite ku zarokên we tên revandin û mecbûrî zinêkarîyê tên kirin? Ma hûn jî nikarin keçên Tirkan birevînin û hinekî bi wan bilîzin babam? Ma hûn tenê ên xwarinê, ên toz û pera ne? Yan jî TAK! Dev ji teqandina tenekeyên zibil berdin qurban, herin zarokên xwe ji destê gur û çeqelan derêxin, êdî bese loooo!  

Sebra mamê Bush nemaye

Hebeþ Kal- 30/09/06-Amerîka- Serok Bush qebûl kir ku Ewrûpî hinekî din jî wextê bidin Îranê da ku ew karibin Îranê ji dewlemendkirina ûranyûmê vegerînin û lotikekê li Ehmedînejad xin. Lê xuyaye serê Ehmedînejad ji ê Kurdan hiþktire û ji gotina xwe nayê xwarê.

   Serok Bush di rojnameya The Wall Street Journalê de got ku, “temam wextekî din bidin wî serhiþkê Ehmedînejad, lê nehêlin Îran fersenda zemên bi kar bîne. Binerin bêhna min pir ji Ehmedo teng bûye, ez nema debar dikim haa..Divê rojek berî rojekê ez li wî siwarêm û çend lotikên baþ lêxim, xatir matir bes e” û dilê xwe rehet kir. De a bi xêr..Huyeya heta Serok Bush lotikekê li Îranê xe wê hasil di Mûsilê re derkeve.Ê de ma tu li bendî çi maye te serê me xwaro? Lêxe lêxe lêxe.....

 Xatirxwestina ji malpera Tîrêj, ez ceza kirim

 Qado Þêrîn-30/09/06-Hollanda-Dema min xatir ji xwendevan û nivîskarên malpera Tîrêj xwest, ko ez nema beþê kurdî wek sernivîser birêve dibim, min nenivîsandibû ko malper diraweste. Piþtî sê rojan min jî wek  mêvanekî malper vekir, min dît ko têde hatiye nivîsandin; careke din bi mebesta belavkirina çand û evînê li we vedigere(qey min çi belav dikir?). Jixwe ez jî wek we xwendevanino; nizanim kî dê þûna min bigre(li gel ko ez dizanim kê ew gotin nivîsandine”ji þêweyê nivîsê diyare”), lê dema min bi xatirxwestinê xwe ceza kir, min nizanîbû ko ezê ji hêla aliyê din de jî ceza bibim. Piþtî sê rojan min nema dikarîbû maila xwe (kurdi@tirej.net)vekim, maila ko xemgîniya dost, piþtgir û nivîskarên malperê dighande min.

   Min di ../09/2005an de biryara rawestandinê dabû, dema min Qilçixa xwe “Ez nêzîk dimrim, ez nêzîk diçim nav lepên xweda..bi xatirê we..”, nivîsand, ( http://www.tirej.org/index.2385.qadoserin.htm ). Mebesta min ji mirnê xatirxwestinbû, ko hun li cilê min ê di Qilçixê û xatirxwestinê de binerin, hun ê eynî cilan li min bibînin, lê min dîsa û ji bo çand û wêjeya kurdî berdewam kir.

   Li dawî ez serkeftinê ji birêvebirên nû yên malpera Tîrêj re dixwazim.Ji bo bêhtir agahdariyan; http://www.tirej.org/ , vekin.

Navekî giran gundekî wêran

Þîndar Berwarî-29/09/06-Hewlêr- Li gora rojnameya Întependentê heta niha 70 hezar Kurdî terka bajarê Mûsilê kiriye û Erebên sunnî xezebê bi ser wan de dibarînin. Ji alîyê din li Kerkûkê jî Ereb û Tirk dixwazin pêþeroja bajêr aloz bikin û bi teqandina bombeyan çavê Kurdan bitirsînin, wan ji bajêr derêxin.

   Lê tiþê ecêb çi ye hûn zanin? Kurdên me bajarê xwe, erd û axa xwe terk dikin, tên kujtin û ketine derdê xelaskirina canê xwe, lê baregeha zêrevanên Kurdistanê jî bûye seyrangeha hunermendan û zêrevanên me bi pêþewazîya hunermendan daketine.

    Heyran, yan zêrevanîya xwe bikin û li Kurdên Mûsilê xwedî derkevin, wan nekin gep û parîyên devê Erebên bêbav, heyfa wan hilînin û yan jî navê xwe biguherin û bikin “Baregeha Pêþewazîya Hunermendan” û hûn sax! Yan em xelet in?

Sermezinê pozþelimî kir zirt û virt

Hesen Þêxbizinî-29/09/06-Konya- Serokê Hêzên Bejayî Org.Îlker Baþbûgê sermezin û pozþelimî li bajarê Konyayê kir zirt û virt û bi gelemperî tevgera azadîxwaza Kurd da ber lotikên xwe. Baþbûg ji bakurê Kurdistanê destpêkir, di baþûr re derket û diranên xwe li Yekîtîya Ewrûpayê jî qiriçand.

   Baþbûxo dibêje, “bila tu kes me neþîbîne artêþên din, em hesabê kesekî bi pîvazekê nakin û bila me nekin benîþtê devê xwe. Em pirsgirêka terorê hewaleyî kesî nakin, hetanî em hebin emê bi terorîzma etnîkî re têbikoþin û serê wan biperçiqînin. Kî çek datîne danayne ne pirsgirêka me ye, ê me emê her lotikên xwe bavêjin û di kadînan de li wan bigerin. Em tu daxwazek sîyasî qebûl nakin. Ji xwe ew potînalês û serekeþîrên baþûr zêde lingên xwe dirêj dikin. Heger Xwedê bê erê hetanî dawîya 2007an emê silavekê li wan bikin” û temamê Kurdan tehdît kir.

   Îcar heyran, bi telaqê Tirkên doþirme niyeta van bêbavên generalên Tirk ne þerîf e. Em dibêjin Kurdên baþûr hay ji xwe hebin û bi Tirkên elok nexapin baþ e. “Turkey!” Yanî “Welatê Elokan!” De heçê bratîya elelokan bixwaze Xwedê mala wî bibe mîratê rebbî.....

Girtina Cemal Batûn ket nav krîterên YE ê

Binefþ Agirî-03/10/06-Stockholm- Dibêjin wê Wezareta Derve a Swêdê lêpirsînekê di derbarê girtina nivîskarê Kurd Cemal Batûn de bide destpêkirin û Tirkiyê têxe lîsteya reþ a Yekîtîya Ewrûpayê.

   Li gor tê gotin, Wezareta Derve nameyek ji Cemalê me re rêkiriye û têde gotiye, „em bûyera girtina te, nexasim birçîhiþtina te, kirêt û nexweþ dinirxînin û emê bi riya YEê lotikekê li dewleta Tirko xin“.  Dibêjin „di qereqolê de birçîhiþtina kesekî“ ji êþkencê xirabtir tê qebûl kirin û wê Yekîtîya Ewrûpayê doza „we çima Cemal Batûn þev û rojekê birçî hiþt?“ li Tirkiyê veke û tazmînata birçîbûnê jê bixwaze.

   De a bi xêr…Carek din heger tu çû Tirkiyê, nan û pîvaza xwe bi xwe re bibe kek Cemal…..

Nîvê hîvê li ezmana ma

Diyar Baban-03/10/06-Mahabad- Dibêjin derhênerê Kurd û xwedîyê „Kûsîyên Firyayî“ Bahman Gobadî li Saînt Sebastîana paytextê Baskê bi flîmê „Nîvê Hîvê“ xelat girtiye û stêrkên ser milê wî zêdetir bûne. De ser xêrê be, Xwedê stêrkên wî zêdetir bike û wî bike „Generalê Flîmên Kurdî“ rebbî.

   Lê me fêhmnekir ewî çi bi nîvê hîva din kir? Xuyaye bi nêrdewanê hilkiþîyaye ezmên, nîvê hîvê daxistiye erdê û nîvê din jî li ezmên tenê û sêwî hiþtiye. Dibêjin wê di pêþerojê de Gobadî flîmekî bi navê „Nîvê Rojê“ yan „Nîvê Stêrkê“ jî bikþîne û xelatekê din bistîne. Welhasilî kelam, tu her bijî Bahman Gobadî..Xwedê te ji serê kûsî, hîv û stêrkan kêm neke rebbî..

Kê pirsî çima Qado xatir xwest?

Tacdîn Baran-03/10/06-Almanya- Brakê me Ezîz Xemcivîn di nivîsa xwe a di malpera Avestayê de pir li ber çûna Qado Þêrîn ketiye û kelegirî bûye. Xemcivîn dibêje, belê kesî ji dezgeh û partiyên kurdî nekirin qal, ne dewlemendekî Kurd, bes tenê gotibana ezbenî hûn xebatê ji ziman û tore û çanda Kurdî re dikin..Em weke partî an sazî an kesekî welatparêz û dewlemend ev hinek alîkarî ji we re û evî karê xwe nerawestînin“ û filan.

   Yahewlelwela quwetullehilezîm! Te serê me xwaro, ma ka ew partî û dewlemendên me? Kuro hemi parsekin parsek! Ê dewlemend jixwe ji mezinkirina zikê xwe pêve li kesekî din nafikire, û partîyên me jî ha ha berê xwe didin baþûr, destên xwe vedigrin û parsê dikin..

   De ihi, hikûmeta Kurdistanê pênc qirûþan bi zimanê Kurmancî nade îcar wê partiyên me bidin, tewww! Heyran bila bi devjêberdana malperê be û ne bi minneta wan partî û dewlemendan be wesselam…

Du lotikvan û lotikek

Kevîn Dîko-02/10/06- London- Kevneserokê Amerîkayê Bîll Clînton û lotikvanê navdar Mîchael Douglas li Londona paytextê Brîtanyayê hatin ba hev û bû pistepista wan. Wek hûn zanin Mîchael Douglas bi Katherîna Zeta Jones re zewicî ye û rebenê 25 salan ji mêrê xwe biçûktir e. Welhasil, dibêjin Bîll Clînton devê xwe xistiye bin guhê Douglas û gotiye, “çawa dimeþe pismam? Ma fîþekên te mane? Jinik te dêþîne naêþîne?”û filan.

  Dibêjin Douglas jî bi dizîka gotiye, “kuro ma ez wek te me pismam! Hetanî te lotikek li Monîka Lewînsky xist te dinya û alem bi xwe hisand malxirab..Ê min berî go ez fîþeka xwe berdim ez dorbînê didim ber çavê xwe û hedefa xwe þaþ nakim birakoo!” û herdu bi halê hev kenyane. Erê erê...Emrê çûyî paþde nayê, Xwedê kesî pîr û kal neke rebbî...

Me digot kesî bawer nedikir

Leyla Bamernî-01/10/09- Duhok- Dibêjin cîhgirê walîyê Mûsilê Xisro Goran ji malpera Nefelê re gotiye ku, “bi sê telaqên jinberdanê dewleta Tirko bi rêya Cepheya Tirkmenî sererast destê xwe dirêjî nav ewlekarîya Mûsilê dike û Kurd yek bi yek zilamên Tirkan nasdikin” û filan û bêvan.

   Yahewlelwela quwetillehilezîm! Ê baba qirika me qeliþî, zimanê me ziwabû hingî me digot, “hewarê, hewarê, Tirk dixwazin bi rêya OYAK û Tirkmenan Mûsil û Kerkûkê, Kurdistanê têkilhev bikin” lê kesî ji me bawer nedikir kaka!

   Erê baba, madem Kurd yek bi yek zilamên Tirkan nasdikin, hûn çima wan nagrin û serê wan naxin qu.... diya wan hêêê? Yan hûn li bendî ne ku Kurdek tenê jî li Mûsilê nemîne û Mûsil têkeve destê Tirkan? Wey!

Didin dû lê bi a wî nakin?

Seyid Brahîm-30/09/06-Mêrdîn- De binerin bê Doç.Dr.Osman Ozsoyê dîrokzan di nivîsa xwe de çi dibêje. Dibêje, “ Hz. Pêxember qet tehamulî derew, devavêtin û bêbextîyan nedikir” û hinek tiþtên din.

   Ê kurê min! Madem ku Hz. Pêxember (s.a.w) qet ji derewan hez nedikir, çima hûn Tirk derewan dikin? Hûn hebûna Kurd û Kurdistanê înkar dikin, ma ev ne derew e? Madem hûn misilma in, çima hûn ji rêya Hz. Pêxember derdikevin? Madem Hz. Pêxember ji devavêtin û bêbextîyan hez nedikir, çima hûn Tirk devavêtin û bêbextîyan dikin? Hûn ji sibê hetanî êvarî dev tavêjin milletê Kurd û bêbextîyên kesanedî li wan dikin, ma ev ne li dijî rêbaza Hz. Pêxember e? 

   Hûn çima bi navê îslam û misilmantîyê kafirtîyê dikin hey minafiqno!? Kuro bi telaq heçê ku bide dû we Tirkan ciyê wan cehnemeye û hew.....  

Ew jî zirya

Ahmed Beyan-30/09/06-Enqere-Erkanê Hêzên Deryayî Oramîral Yener Karahanoglûyê koknenas jî ket dora tennûrê û dest bi lotikan kir.

   Karahanoglû jî rabû kire qîjewîj, qarewar, zirya û got, “hinek hêzên derve û hindur bi yekdestî êrîþî dewleta me dikin, bila ew hêz ji bîr nekin ku ew aqûbeta xwe bi destê xwe amade dikin, dilê me bi wan diþewite. Yan wê ev xayîn terka vî welatî (Tirkiye) bikin û yan jî emê wan di derya (behra) Anadoliyê de bixeniqînin” û tirek gennî ji ber xwe berda.

   Ê ewladim! Cîcîm! Dibêjin “kûçikên har diranên xwe pêþ mirov nakin” yawrûm...Ne hewceyî zirt û virtên beredayî ne, de hûn mêr bin hûnê ji Amerîkayê re bêjin “sîya te xwar e” keroooo!

 

s© lotikxane 2006