Bavê Ronahî

Çi tonî heb e?

 

Lezgîn Þêxo

Jibo bîranîna xalê Mûsa û apê Ehmed

Î.Xelîl Sirûcî

Ew roja Ehmed

Hemo Rûto

Nasnama jor û jêr

Lokman Polat

Navên Tirsê

 

 

B.Omerî

Êêê birakê Jojeph Ralston!

 

Dilsotî

Erê Mamosteyê hêja erê!

     

Selîm Acar

   Roja reþ û tarî

 

 

 

Zingîniya li ber guhê mêr hawara jinê

                                        

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Tofanê Dêrxustî

Li Swêdê rewþa qûndeyên îranî xerab bû

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Kezîkurê Toyîlo!

Sosin Bermal-08/10/06-Berlîn-Lîztikvana seksî û kezîkura Alman Davorka Toyîlo jî ket nav karwanê rût û mûtan û wê jî xwe berda çolê. Toyîlo jibo beþdarîya galaya flîmekî hat bajarê Berlînê û  bi cil û bergên rûtanî bala herkesî kiþand.

   Me bi zor û heft bela xwe gihand xanim Toyîlo û me jê pirsî: Keçê kezîkurê, ev çi cilên rûtanî te li xwe kirine? Ma tu ji bavê xwe fedî nakî? Niha emê çawa wî sûretê te di Lotikxana xwe de belav bikin hêê?“

   Ewê qet xwe aciz nekir û got: De here ji xwe re karekî bike dêla heram! Ma ez mêrên we Kurdan nasnakim qey? Ma ez nizanim ku þev nîvê þevê piþtî ku jinên wan radizên mêrên we radibin bi dizî dikevin Lotikxanê û li sûretê tazî mazî dinerin hêê! De haydê sûretekî min bikþîne û zêde xwe netewkilîne“. Me jî got „çerq“ û me sûretekî wê jibo xwendevanên xwe kiþand.

   Îcar hûn lê dinerin, nanerin hûn û wîjdanê xwe heyran..

Min tenê sing hilkir

Mihmed Elî-08/10/06-Efrîn-Bavê Bêndektê XVI, silav li te! Ezbenî tu çima wisa singan hildikî û paþê dibêjî te tiþtek nekiriye? Ka ez vê çîrokê ji te û lotikxaneyê re bêjim, ka bê singê te çi li welatê Ereb û Mislimanan kir û nekir! Berdewam wêne bitikînin.

Mêrik ji derb ket, jinikê jî lotikek lêxist

Bêrîvan Al-07/10/06-Tirkiye- Li Tirkiyê bajarê Kocaelîyê Mustafa Kayayê 35 salî berî pênc salan qezê derbas dike û ji mêranî dikeve, nema li feqîro radibe. Herçiqasî çend carî bi protezan hat xwestin ku lê bê rakirin jî, lê fêde nekir û bû wek darikekî pûç û rizyayî. Li ser vê jina wî Pakîze Kaya rabû doza hevdûberdanê li mêrê xwe kir û ew da mehkemê.

   Rebenê Mustafa Kaya ji me re got, “ hûn dibînin bê jin çi bêbextin ne wilo? Gava ez li ser xwe bûm û wek xiyarên Mêrdînê di kemla xwe de bûm ax û oxa jinikê bû..Lê piþtî ku ez bûm wek xiyarekî kurmî, îcar jinik nema qîma xwe bi min tîne” û filan.

   Jina wî Pakîze Kaya jî got, “ min emrê xwe da wî û xiyarê wî. Ma go xiyar tunebe ezê çilo cacîqê çêkim qurban? Ma mêrê bê xiyar mêr e?” û gazind kirin. Yaaaa! Jinên Tirkan  wilo ne haa..Yan wê xiyar bixwin yan jî wê mêrê xwe berdin..Bêlomebe rebbîîîîîîî

Incîlê rengê xwe guhert û bû Afrîkî

Mýhemed Zoro-07/10/06-Afrîka- Afrîkanî êdî nema qîma xwe bi Incîla Ewrûpîyan tînin û dixwazin Incîlê ji bin bandora Ewrûpîyan derêxin. Li gora zanyarên Afrîkî, Incîl li gora daxwaz û xwestekên Ewrûpîyan hatiye hûnandin û berjewendîyên Afrîkanîyan têde tuneye. Ji ber vê jî wan niha Incîlek li gora daxwaz û xwestekên Afrîkanîyan amade kirine.

   Incîl niha bi zimanê Ingilîzî hatiye wergerandin lê hewl heye ku bi hemi zimanên Afrîkanî bê weþandin. Dibêjin wê di Incîla nuh de behsa nexweþîya AÎDSê, sunneta jinan, bertîlxwarin û gellek tiþtên din jî tê kirin û ev pirsgirêk bi awayekî li gora þertên dema îro tên þirovekirin. Erê erê...

   Xwezî Kurdên me jî Qurana Pîroz ji bin bandora  Tirk, Ereb û Eceman derxistibana û li gora berjewendîya milletê Kurd bihûnana û hew..

 

Mêrek têra wê nake

Hesen Almas-06/10/06-Hollywood- Stêra seksî û agirpêketî Lîndsay Lohan di hevpeyvînek xwe de dilê xwe rehet kir, çirand û çirvirand. Lohan bi kinayî dibêje, “min tucarî kokaîn, eroîn, morfîn û quzilqurt bikarnanîye, ev paparazzî mala xwe dibin mîratê û derewan li min dikin. Wekî din ez jinek azad im, ez nikarim jîyana xwe bi mêrekî tenê re biherimînim. Ez 19 salî me û wek tak rihana devê çem im, hetanî ez ji seksê têr nexwim û wek jinên Tirk her hefte yekî neguherim ez nazewicim” û filan bêvan.

   Ax pere wax pere! De bila perê te tunebana bê birastî teyê her hefte xwe di bin zilamekî de bavêta erdê xanimê! De bi xêra xwe carekê rêya xwe bi Lotikxanê jî bixe hêê! Xortên me jî biceribîne bavo, belaþ belaþ peppûkê! Bi telaq em qirûþekî jî ji te naxwazin..De were wer....

Ev çi ecêba xewnê bû gidî!

Gulbahar Bêrtî-06/10/06-Kanada- De werin û li ecêba Xwedê binerin bê kesî xewna wilo dîtiye!  Mary Wollensa Kanadî di xewna xwe de dibîne ku çeka perakî mezin dikeve destê wê. Hema ew jî serê sibehê bi lez diçe bilêtek lottoyê dikire û xewna wê dicire. Ji wê bilêtê tam 14 milyon dolar jê re lêdikeve û Xwedê peran bi serde dibarîne.

   Ax axx..Ê me em rebenên Xwedê bi þev û roj xewn û xeyalan dibînin, lê rojekê bi tenê jî xewna me necirîyaye û qirûþek neketiye destê me allahwekîl..Kuro go siûda meriv tunebe valaye haaa..Me zanîba bê þens û siûd li ku tê firotin meyê derpî û binkirasê xwe jî bifrota û çend gram siûd ji xwe re bikiriya heyran, wîî!

Ecelê bizinê hatiye

Antonîyo Vega-04/10/06-Madrîd- Wek hûn zanin, ji berê de dibêjin, “go ecelê bizinê tê nanê þivên dixwe”. Îcar ev jî mesela me û Serokê Venezuelayê Hûgo Çavêz e. Ji alîyekî ketiye tirsa kujtina xwe û dibêje, “Amerîka dixwaze min bikuje” û ji aliyê din de jî qûna wî duxre û bûye vit-vita wî.

   Niha jî bela xwe di Wezîrê Parastina Amerîkayê Donald Rûmsfeld dide û dibêje, “ew kûçikê þer” e, nizanim ”ew cewrik” e, û nizanim çi quzilqurt e.

  Mîster Hûgo! Serbizino! Nanê þivên nexwe lawo! Kuro wê nêrîyên Amerîkî te gon bidin ha dîno....Bi telaq wê wilo bînin serê te ku ji sibê hetanî êvarî tu li ser wan bibanî û bêjî “meee, meee, meeee” û zimanê xwe li dora devê xwe xî. De ji me gotin..

Xwedê neyne serî kesî, ya starrr!

Bêrîvan Al-04/10/06-Tirkiye- Derket holê ku ji sedî 15-17ên jinên Tirk bêyî hemdê xwe bi xwe de dimîzin. Hat ragihandin ku piranîya van jinan fedî dikin derdê xwe ji doktoran re bêjin û jiber vê jî pirsgirêka wan hetanî niha nehatiye çareserkirin.     

   Perwerdekarê Beþê Nexweþîyên Jinan a Fakulteya Tendirustîya Zanîngeha Egeyê Prof.Dr.Îsmaîl Mete Îtîl di vê derbarê de got ku, “raste, li gora lêkolîna me ji sedî 15-17ên jinên Tirk bêyî hemdê xwe bi xwe de dimîzin. Lê jiber ku fedî dikin derdê xwe ji doktoran re bêjin tedawîkirina wan jî zehmettir dibe” û  sosreta ku hatiye serê jinên Tirk anî zimên. Ya rebbî tu jinên me Kurdan ji vê nexweþîya bêderman bistirînî! Hema çi nexweþî hebin bi ser Tirkan de bibarîne, amîn! 

Bakoyanî jî lotikek avêt

Yorgo Anasîs-04/10/06-Atîna- Wezîra Derve a Yûnanîstanê xanim Dora Bakoyannî di derbarê endametîya Tirkiyê de lotikek avêt û got, „ohooooo, îþê me tune em li bendî reformên Tirkiyê bisekinin! Heyran sayin Tirkoler, yan rojek berî rojekê lotikên xurt li reformên xwe xin û yan jî me netewkilînin kardeþîm, wey! Ma hûn henekên xwe bi me dikin yawrûlarim?“ û Tirk dan ber þeq û pegan. 

   Ha wilo carna mêranîyê bikin gidî….Ma heta kengî wê navê we Yûnanîyan bi tirsonekî derkeve heyran! Welhasil, carna di ser re, carna di bin re û carna jî di kêlekê re li Tirkan xin ku Xwedê xêra we binivîsîne..

Bê nezaket hem jî çawa bê nezaket

Sîpan Nas-08/10/06-Enqere- Li Tirkiyê nîqaþên di derbarê laîkbûn û dîndarîyê (îrtîca) de gur dibin û xuyaye partîya AKP û Erkanê Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit lotik li ser lotikê li hev dixin.

   Berî çendakê Yaþarko gotibû, „li Tirkiyê her ku diçe dîndarî bi pêþ dikeve û ev jî tehlûkeyek mezin e, wê namûsa dewleta Tirk têkeve bin pehnîyên oldaran“ û filan.

   Xuyaye ev gotin zêde li zora Serekmeclîsa Tirkiyê Bulent Arinç çûye ku dibêje, „de îcar yabo! Kuro ev Yaþarkê me qet nezaket li cem tune haa! Ma ev gotinên zilaman e? Em dibêjim gerek laîkî ji nû ve bê þirovekirin ew radibe bênezaketiyan dike û lotikan tavêje me“ û lotikek nerm li Yaþar Buyukanit xist.

   Êêêê mîster Arinç! Generalên artêþa Tirk çi ji nezaketê fêmdikin kardeþîm, ma tu wan nasnakî? Ma hindik carî tu dane ber þeg û pegan cîgerîm? A baþ bila hinekî rehên mêranîyê bên te û tu jî wan bide ber lotikên qantir û xelas....Pir pir te bikin qurbana sûîkastekê loo, metirse deeee.....

Dîsa çîrok û lîztikên Osmanî

Polat Erdem-08/10/06-Tirkiye- Belê..Serokwezîra Alman Angela Merkel hat Tirkiyê û hem zîyaret hem tîcaret dest bi ger û seyranê kir. Bêguman, Merkel bi xêra dê û bavê xwe silavek da Serokwezîrê Tirk Kasimpaþalî Erdogan jî û xwarinek nekelyayî pêre xwar.

   Merkel di derbarê endametîya Tirkiyê de got ku, “heger hûn lêmanên xwe ji keþtîyên Rûman re venekin, endametîyê jibîr bikin û zêde zimanê xwe dirêj nekin“ û filan.

   Dibêjin di piþta perdê de Erdogan jî ji Merkel xanimê re gotiye, “keçê kezîkurê, hema behsa pirsgirêka Kurd nekin bavo mesela Kibrisê rehete, emê karibin çend lotikan bavêjin..Ez Kasimpaþalî me Kasimpaþalî” û pesnê xwe daye.

   Kuro lawo bi namûsa Kasimpaþalîyan, wê pirsgirêka Kurd ji we re bibe kanser û jana zirav looo! Hetanî Kurdekî bi namûs hebe wê ev qirase li ser dil û kezeba we bisekine û hew...De yalla bye bye Kasimpaþalî Erdo....

Petrola Kurdistanê ew bizdandin

Þêrzad Zebarî-07/10/06-Hewlêr- Wezîra Derve ya Amerîkayê Condoleezza Rice ji niþkê ve serdana Iraqê û Kurdistanê kir û çend þîretên lotikvanî kirin. Xuyaye hinekan guhê Rice xanimê kiþandiye ku hema yekser behsa yekîtîya xaka Iraqê û petrola Kurdistanê kir. Li gora Rice, divê petrola Kurdistanê bi edaletî bê parvekirin û petrol petrola hemi Iraqîyan e. Xanima xweþik û reþik Rice, got ku, ”em dixwazin ne tenê herêma Kurdistanê bibe herêmek demokratîk, belê em dixwazin ku Iraqek demokratîk jî damezrînin. Em û Kurd ji esl û peslên xwe de dostên hev in” û filan û fîstan. Mesela dostanîyê rast e, naizûbîllah! We di lihevhatina Cezaîrê de dostanîyek pir mezin nîþanî me da, ma em nizanin! Heyran herin berê ji Kuveytê re bêjin, “kuro Erebên zikmezin, petrol petrola Xwedê ye, divê hûn bi edaletî li gelên dinyayê parvebikin” û piþtre werin doza parvekirinek bi edalet li Kurdan bikin babam!

Xwînheraman zîtirk dan

Ahmed beyan-07/10/06-Enqere-Herdu parlamenterên Tirkên ji dola qantirê Tûrhan Çomez ê ji partîya AKPê û Orhan Zîya ê ji CHP, piþtî vegera ji Kurdistanê raporek jehrî pêþkêþî rayedarên dewleta virqo kirin. Di raporê de tê xwestin ku divê dewleta Tirko plan û projeyên mezin li ser Kurdistanê çêke û bi hemi derfetên xwe wê dagîr bike.

   Tûrhan Çomezê serperitî ku serê wî û mikûsê wî diþibe ê berêz dibêje, "divê neyêhiþtin ku li Kerkûkê referandûm bû çêkirin çunkî wê wî çaxî Kerkûk têkeve bin desthikatdarîya Kurdistanê". Ji alîyê din tê xwestin ku li Hewlêtê radya, rojname û televizyonên Tirkî bên vekirin da ku Kurd bên asîmîlekirin û jehr û ziqûm.

    Ê ne qey zilamek bi namûs di Kurdistanê nemabû wey! Ma we nikarîbû lotikek Kurdewarî li van parlamenterên heram bixin kakacan!? Heger carek din hatin Kurdistanê lotikekê wilo li wan xin ku riya ber serê xwe nebînin û carek din zimandirêjîyan nekin. Okey kakacanler!

Destûra Kurdistanê yan a Soranistanê?

Þîndar Berwarî-06/10/06-Duhok- Hawar û sed hawar! Em fêmdikin bê çima dewletên dagîrkerên Kurdistanê Kurmancî qedexe dikin. Lê me hîna jî fêmnekiriye bê jibo çi kakacanên Soran Kurmancî li brayên xwe (!) yên Kurmanc qedexe dikin, yan jî rê li ber digrin? Birastî gava em van gotinan dinivîsin dil û kezeba me diþewite, em pê dêþin gava di nava malbata Kurd de brayê biçûk rê li ber zimanê brayê xwe ê mezin bigre û wî û zimanê wî bi pênc qirûþên xerabe nehesibîne. Xuyaye kakacanan keda Kurmancên ku bi can û malên xwe alîkarîya wan kirine ji bîr kirine, dikin. Lê bizanibin ku hûn bi rêlibergirtin û înkarkirina zimanê Kurmancî 30 milyon Kurmanc dikin dijminên xwe kaka! Dinya ne rojek û du roj in. 

   Welhasil, em ji mijara xwe dernekevin. Dibêjin Komîsyona Pêdaçûna Projeya Destûra Herêma Kurdistanê radigihîne ku meriv kare dîtinên xwe yên li ser reþnivîsa destûrê rasterast bigihîne wê Komîsyonê.

   Êêêê? Reþnivîsa destûrê bi çi zimanî ye? Soranî û Erebî, ne wilo? Baþe, wê 30 milyon Kurmanc çawa ji Soranî fêmbikin baba? Yanî jiber “de kaka Kurmanc Soranên çiyayî ne û Kurmancî jî zimanê kolanan, ê parsek û qereçîyane” hûn hesabê Kurmancî nakin ne? De biron kaka biron...Ger ê we hesabî Kurmancî be pîwazek nakeyn, tew ê me qet hesabî Soranî nakeyn kaka..Destûrî Soranîstan le we pîroz be...

Sarkozy rastî dît

Gulnaza Torî-06/10/06- Fransa- Wezîrê Hindur ê Fransayê Nîcholas Sarkozy kire qarewar û li dijî endametîya Tirkiyê derket.

   Sarkozy dijberîya xwe a li dijî endametîya Tirkiyê didomîne û dibêje, “ kuro lawo ev Tirk nabin mirov babam, wey! Kuro ev 30-40 salên wan li Ewrûpayê ne hîna wek insanan fêrî zimanê Ewrûpî nebûne û di kolanan de bi þildim bildima xwe dibêjin “lan gelsene yawþak! Ananin a...na kodugumun pîçî, lan bîze ne gavurun dilinden lan!” û dixwazin zarokên me asîmîleyî zimanê xwe bikin. Bi telaqê jinberdanê heger Tirk têkevin Yekîtîya Ewrûpayê wê tirê ji me berdin û wê di nava çend salan de Ewrûpayê bikin Kibrisa duyemîn loo” û filan bêvan.

   Heyran bi namûsa mêrê berê gotinên te rast in mîster Sarkozyîyo..Kurmê þîrî heta pîrî ye cîgerîm, ma Tirk û medenîyeta Ewrûpî çi ji hevre dibêjin hê? Ji berê de Kurd ji Tirkan re bi nîv Kurdî û nîv Tirkî dibêjin “Tirk qereçî xatûn olmaz”, yaaa.....

Ji welatên cuda çend zagonên balkêþ

Serdar Mirad-05/10/06-Amed- Di her welatekî de hinek zagonên balkêþ û kesanedî hene. Fermo ji we re çend nimûne: Þifêrê ku di bin trimbêla xwe de kesekî bibîne divê trimbêlê najo (Danîmarka). Maçîkirina li ser xeta trênê qedexeye (Fransa). Navê “Napolyon” li berazan nayê kirin (Fransa). Gava baran bibare geya û çîmen nayên avdan (Kanada). Jibo çûna kolêjê divê hûn entellektuel bin (Çîn). Di trimbêlên belediyê de jin nikarin çîkolata bixwin (Brîtanya). Mêrên ku kiras li xwe kin tên girtin (Îtalya). Rojên Þekþeman girtina masîyan qedexeye (Îskoçya). Rojên Yekþeman daliqandina cil û bergan qedexeye (Swîsre). Zarok nikarin cixarê bikirin, lê karin bikþînin (Awûstralya).  Gerra bê binkiras qedexeye (Tayland). Di dadgehê de girîna kesê sûcdar qedexeye (Amerîka-Los Angeles). Li malê vexwarina alkolê-eraqê qedexeye (Amerîka-Îndîana).  Li ser berber jêkirina huhê zarokan qedexeye (Amerîka-Îndîana). Ker nikarin di serþokê de razên (Amerîka-Arîzona). Firrrrînî ji þorbê anîn qedexeye (Amerîka-New Jersey). Razana bi pêlavê qedexeye (Amerîka-Oklahoma). Razana li ber sarincê qedexeye (Amerîka-Pennsylvanîa). Di serþokê de gotina stranan qedexeye (Amerîka-Pennsylvanîa). Li kolanê xwekurkirin qedexeye (Amerîka-Mîssîsîppî). Kurd hene lê Tirkên çiyayî ne (Tirkiye). Kurdê herî qenc Kurdê kujtî-mirî ye (Tirkiye). Kurdî Soranî ye (Kurdistana baþûr). Kurmancî zimanê kolanan e (Kurdistana baþûr). Di zanîngehan de Fransî, Ingilîzî karin bên xwendin lê Kurmancî qedexeye (Kurdistana baþûr).  

 

Nikare bi kerê bezîya kurtên

Ahmed beyan-04/10/06-Enqere-Nivîskarê Ermenî û gerînendeyê rojnama Agosê Hrant Dînk, nerî ku wê nikaribe komkujîya Ermenîyan têxe stuyê Tirkan û bela dadgehên Tirkiyê ji xwe veke, îcar tirreko rabûye di hevpeyvîna bi rojnama Akþamê re dibêje, “ bûyera 1915an ne tenê mesela Tirkan, lê a Kurdan û Ewrûpîyane jî. Ji xwe di wê demê de Tirk tunebûn, Osmanî hebûn” û dixwaze qirkirina Ermenîyan têxe stuyê Kurdên reben. 

   Ê ewladim! Çi hatibe serê Kurdan ji dilpakî û insanetîya wan hatiye serê wan. Kurd tucarî nebûne dijminên milletên bindest. Lê vêna jî bizanibe, heger hinek têkevin bexçê Kurdan û dest bavêjin namûsa wan, wê Kurd jî bêdeng nemînin û xwe biparêzin ha! Ma we hindik Kurdên Serhedê kujtin lawo? Na lo, hûn bi Rûsan re werin Kurdan bikujin û bila Kurd jî serê xwe li ber þûrên we bitewînin newilo!

   Yabo bi telaqê jinberdanê Kurdan qira Ermenîyan nanîye lo..Lê na heger hûn “nikaribin bi kerên Tirk û bela xwe di kurtanê Kurdan” de bidin û fermana Ermenîyan têxin stuyê Kurdan, wê Kurd jî mecbûr bimînin û bêjin, “me qenc û xweþ kir, de werin qebûl nekin” û hûnê bibin sebebê gunehkarîyê, yaaa! Xwe nekin dijminê dostên xwe brakoo.....

Xatûnan pirsa xwarinê kir

Þemal Amedî-04/10/06-Waþîngton-Wek hûn zanin Serokwezîrê Tirk Erdogan û zarokên xwe serdana Waþîngtonê û mamê Bûþ kiribûn. Piþtî ku Erdogan derbasî oda Bûþ bû û pirsa PKK jê kir, îcar herdu xanimên “First Lady” jî (Laûra Bûþ û Emîne Erdogan) jî derbasî oda pîrekan bûn û ji xwe re ketin nav gotin, fitne û fesadiyên ser tennûrê.

   Dibêjin Laûra Bûþ ji Emîne xanim pirsîye: Keçê kezîkurê, tu zani kîjan xwarinan bipêjî (çêkî)? Emîne xanimê jî daw û delingê xwe hildaye û gotiye: Tewww..Keçê ma ez wek te toplêketî me? Ma ez çi çêdikim û çi çênakim te serê min xwarê! Ez þorba nîskê dikelînim, hêkan diqelînim, pîvazê hûr dikim, xiyaran dikim çar telaþ û çi dikim û çi nakim waweylê! Haaaa, carna jî Erdogan alî min mirîþkê diheþîne allahwekîl” û xwe mezin kir.

    Heyran bi telaqê Kurdên Ewrûpayê Emîne xanim jina malaye lo, wey! Ma di roja îro de kîjan jin kare þorba nîskê bikelîne û xiyaran bike çar telaþ babam?

Lotik li ser lotikê li Tirkan dikevin

Barîn Melkemot-03/10/06-Bruksel- Konseya YE ê di derbarê paraztina zimanê Kurmancî de çend lotikên xweþ avêtin û dewleta Tirk da ber pehînan.

   Di raporê de çend gavên ku tên xwestin ev in: 1) Divê Tirkiye peymana zimanên herêmî û kêmasîyên (mînorîteyên) Ewrûpayê îmze bike û erê bike. 2) Divê di jimartina nifûsa pêþerojê de hejmara Kurdan tam (bêqisûr) bê diyarkirin. 3) Jibo perwerdeya Kurdî îmkan bên afirandin û rêyek vebe, li zanîngehan dersên ziman û edebîyata Kurdî bên dayîn. 4) Divê malbatên Kurd bên agahdar kirin ku zimanê xwe fêr bibin. 5) Divê li Tirkiyê jibo kultura Kurdan navendên kulturî bên avakirin. 6) Divê komeleyên Kurdan bi awayekî resmî bên naskirin û destekkirin. Û filan û bêvan.

   Di raporê de herçiqasî hejmara Kurdan pir kêm (25-30 milyon) hatibe nîþankirin jî, lê dîsa jî Xwedê mala Ewrûpîyan ava bike haa..Ma go bigotana “Kurd tunene” meyê bigota çi!

Serok Bûþ da bin dûvê Tirkan

Þemal Amedî- 03/10/06-Waþîngton- Wek hûn zanin, Serokwezîrê Tirk Erdogan li Waþîngtonê silavek da serok Bûþ û qehweyek pêre vexwar. Di tûrik û xurcika Erdogan de dosyayên PKK û Kerkûkê hebûn. Ewî bawer dikir ku wê serok Bûþ van dosyayan wek pirtûkên pîroz biramîse û deyne ser serê xwe. Lê xwêsîya Erdogan di qirika wî de asê ma û negiha mexseda xwe. Herçiqasî Erdogan behsa pirsgirêka PKK û Kerkûkê kir jî, lê serok Bûþ gotinên wî xist guhekî û di guhê din re derxist û rabû ji dêvla wan pirsgirêkan behsa Sûdan û Afrîkayê kir.

   Îcar Tirk û çapemenîya wan wek gurên devbixwîn har û dîn bûn û dibêjin, „way anasina way! Lan bu PKK ve Kerkûk ten bahsetmedî yaw!Way alçak way! Way nankor way! Lan bu bizim þerefîmîzîn îçîne ettî haa!“ û verþîyan. Ofyannnn, wele te dilê me rehet kir mîster Bûþ! Hema te ev tir ji Tirkan re nehiþt û bes..De Xwedê miradê te bike û jinek xweþik bide te rebbî…

 

 

Porkurê poþman bû

Berzan Mêrdînî-08/10(06-Hollanda- Wek hûn zanin berî bi demek kurt Parlamentera Sosyal Demokrata Hollandî û Tirka bi navê Nebahat Albayrak qirkirina Ermenîyan naskiribû da ku dîsa têkeve parlamentoyê û têra xwe peran bistîne. Piþtî ku di çapemenîyê de hinekî derket pêþ û lotik avêtin, îcar xuyaye dewleta wê ya Tirk û virq êdetir pere dane wê û ew ji rêya heqîyê paþûpê vegerandine.

   Îcar xanimê niha gotinên xwe înkar dike û dibêje, „mêrê min ji in berdayî be min negotiye ez qirkirina Ermenîyan qebûl dikim. Ez tucarî dewleta xwe rûreþ nakim“ û filan û fîstan.

   Keçê ma tu jî ne Tirk î? Ma bext û soz bi Tirkan re heye ku bi te re hebe hey gewende!? Yanî tu qirkirina Ermenîyan nasbikî çi dibe û tu nasneki çi dibe hêê!? De here avekê li xwe ke, Ermenî ne muhtacî lotikên te ne Nebahatka porkur…..

Xêra Xwedê meyra bi kereng

Mistefa Hecî-08/10/06-Toronto- Dibe ku bê bîra we, keþe Charles Sylvestreyê 84 salî bazdabû ser 47 zarokên di navbera salên 9-14 salî û li ser mikurhatina zarokan doz lê hatibû vekirin. Li ser vê sosretê ew ji keþetîyê hatibû avêtin û lotikek paþûpê xwaribû.

   Îcar dibêjin niha dadgehê xwedêgiravî jibo bazdana ser 47 zarokan 3 sal ceze lê birrîye û ewê di girtîxanê de tedawîya psîkîyatrîyê bibîne. Yaaaa!

   De îcar hesab li cem we. Mêrik bi namûsa 47 zarokan dilîze, wan diherimîne û tenê sê sal ceze!? Ma ev bû edalet? Ax ku tu niha li ber destê edaleta min bûya û hew...Bi telaqê bê fitû minê kiriba ku ew 47 zarok hem yeko yeko û hem jî cot cot bazdabana ser te û qûn li te kiribana çarox looo....

To:  Kurdistan Regional Government

Dear Mr. Prime Minister Nechirvan Barzani,

Xemgînê Welat-06/10/06-Amed- Me jibo xwedîlêderketina zimanê Kurmancî nameyek bi Ingilîzî ji birêz Nêçîrvan Barzanî re amade kir. Em hêvîdarin her Kurd vê namê bixwîne, îmze bike û xwedî li zaravê Kurmancî derkeve. Berdewam wêne bitikînin.

Nebahatkê li dewleta xwe qeliband

Berzan Mêrdînî-07/10/06-Hollanda-Parlamentera Sosyal Demokrata Tirk Nebahat Albayrak, jibo ku carek din têkeve parlamentoyê rabû komkujîya Ermenîyan qebûl kir lê got ku divê li þertên komkujîyê jî bê lêpirsîn. Yanî; Nebahat Albayrak, dewleta Tirk derewîn derxist û lotikek baþ lê dewleta xwe xist.

   De binerin bê çi taktîkek xweþ ne wilo? Heger dewletên Ewrûpî bi yekdengî bigotana, “heçê ku qirkirina Ermenîyan û hebûna Kurdan qebûl nekin, wê nikaribin li Ewrûpayê bibin parlamenter” û filan. Weyê bidîta bê wê çi tirtira lobîyê ji Kurdan re çêbiba..

   Bi telaqê Tirkên Ewrûpayê, wê piranîya Tirkên Ewrûpayê jibo ku bibin parlamenter bigotana, “yaho namûsûma kîtabima Kurdler vardir canim! Oyle degilmi lan?” û dewleta xwe bidana ber lotikên Alamanî..

 Qedera Iraqê di destê Saddam de ye

Þemal Amedî-06/10/06-Waþîngton- Kevnewezîrê Edaleta Amerîkayê û ebûqatê Saddam Ramsey Clark ragihand ku heger Saddam bê daliqandin wê Iraq serûbinê hev bibe û bibe gola xwînê.

   Clark dibêje, “ ger Saddam bê daliqandin wê erd here ezmên û ezman jî dakeve erdê, dibe ku bi sedan, hezaran yan jî bi milyonan kes bên kujtin” û filan fîstan.

   Yahewlelwela quwetullahilezîm! Ê lawo ma serê te bi kujtina Ereban dêþe bavê min? Tu ji xwe re perê xwe têxe bêrîka xwe û hew, ji te re çi çend milyon Ereb tên kujtin yan na! Kuro Xwedê bikim Ereb wek liba hinarê li binguhê dîwaran kevin û yek ji wan sax nemîne..Amîn! Ya rebbî tu wilo bikî ku Saddam daliqînin, Ereb bi kêr û xinceran têkevin nava hev û belkî hema bi xêra wan em sînorên xwe hinekî din jî firehtir bikin. Dîsa amîn!  

Derpîfiroþê heram

Rojîn Beravî-06/10/06-Antalya- Erê lo, wile û bile herkes karê xwe bi awayekî dimeþîne û pê nanê xwe dixwe haa! Yanî mirov wilo bûne ku êdî ne dîn û îman bi wan re maye û ne jî wîjdan. De binerin bê Îsmaîl Bîberê 45 salî bi saya serê înternetê çi kiriye û çi nekiriye.

   Îsmaîl Bîber di malpera xwe de xwe wek efsûn (yan jî em bêjin kesê ku cin û ruhên tarî ji bedena mirov derdixe) dide naskirin. Ê helbet ehmeq û bêaqil jî pir in, ma wê çima neke? Welhasil, hinek jinên dinyanedî jî pê bawer dikin ku birastî ew efsûn e û pêre dikevin têkilîyê. Îsmaîl efendî jî ji wan jinan derpîyê wan ê sor dixwaze da ku li ser bixwîne û wan ji cin û ruhên tarî rizgar bike. Di mala wî de derpîyên 21 jinî tên dîtin.

   Îcar me xwe bi awayekî gihand wî û jê pirsî: Kuro malxirab, me mesela derpî fêmkir lê çima derpîyê sor? Ewî jî got: Hayhooo, hayhooo! Lawo ma go ehmeq û bêaqil hebin çima ezê nexwazim hêê? Kuro min xwest ez derpîyên wan bidim ser hev û ji xwe re dikanek derpîfiroþîyê vekim haa..Lê xêrnexwazan nehiþt bavê min!” û winda bû. Erê dinyayê erê....

Tirk bertîlxwir derketin

Cemal Karzan-05/10706-Berlîn- Li gora lêkolîna rêxistina Transparency Înternatîonala ku navenda wê li bajarê Berlînê ye, di nava welatên bertîlxwir de Tirkiye di rêza çaran de cîh digre û Tirk bertîlxwir kurên bertîlxwiran e. Li gora endeksa bertîldanûstendina sala 2006an, Swîsre welatê ku herî kêm bertîlê distîne derket. Lê ji nav welatên ku herî zêde bertîlê (ruþwet) distînin, dixwin û didin de Tirk bûn çaremîn û dîsa xwe nîþan dan ku bawerî bi wan nayê û hema ji bêrîk û zikê xwe pêve li tu tiþtekî din nafikirin. Li gora lêkolînê, welatê ku herî zêde bertîlê dide û distîne Hindistan e.

   Erê erê...Mirov carna difikire û dibêje, “ma gelo OYAK jî bi bertîlê Kurdistan dagîr kir?” Halîhazir hefsarê aborîya Kurdistana azad di destê OYAKa artêþa Tirk de ye. Em ditirsin ev bêbavên Tirkan Kurdekanên me jî hînî bertîlxwarinê bikin haaa...Yan na!?

Qencî ji Tirkan re nabe

Serdar Mirad-04/10/06-Amed- Ne em tim dibêjin, „bawerî bi Roma Reþ nayê û nanê Tirkan li ser kaba wan e“ kes bawer nake.

   De binerin bê Erkanê Hêzên Bejayî Orgeneralê sermezin Îlker baþbûg li Amedê çi dibêje. Dibêje, „ji rêxistina terorîst re (PKK) tenê rêyek heye ku çekên xwe deynin û xwe radestî edaleta Tirkan bikin“. Yanî; pozþelimo dixwaze bêje ku, „agirbes? Tew mala minê, fersend ev fersende bavê min..Ma go þer bisekine emê çilo nanê xwe bixwin? Emê çilo dewlemend bibin? Emê çi mahneyê ji baþûr re bibînin? Na na! Bi serê Atatirko hetanî fîþekek me jî hebe emê þer bikin, wey!“ Yaaa!

   Heyran bi namûsa mêrê berê bawerî bi heramzadeyên Tirk nayê û hew..A baþ li Kurdistanê agirbesê bikin û berê xwe bidin metropolên wan, tiþtên din fasafîso ne….

 

Amerîkîyan kef bi dev xist

 

Sîpan Nas-04/10/06-Mêrdîn- Serokê BBP (Partîya Yekîtîya Bilnd) û zinêkarê dijminê riknê Kurd Muhsîn Yazicioglû, di derbarê nexþeya ku Amerîkîyan çêkiribû de kef bi devê wî ket û verþîya.

   Segbavê ji dola asenayê dibêje, „çawa ku milletê Tirk berê nexþeyên bi vî awayî avêtibûn teneka zibil, wê îro jî van nexþeyan biçirîne û bavêje teneka zibil“ û nexþeya ku di destê wî de bû çirand.

   Ê ne kero, ax ku tu di newalek ji newalên Kurdistanê de bi destê me keta, me zanîbû bê em çi qiraseyan dixin te û milletê te, lê çi fêde! Wile heger Kurd Kurd bin û piçek namûs di serê wan de mabe, wê nexþeya Kurdistanê di dil û kezebên we de bineqiþînin, lê ka ew roj!

s© lotikxane 2006