Bavê Ronahî

Jinên Ekolojîk

 

Lezgîn Þêxo

Ne jibo ez pê sûnd bixwim

Î.Xelîl Sirûcî

Ew roja Ehmed

Hemo Rûto

Nasnama jor û jêr

Lokman Polat

Navên Tirsê

 

 

B.Omerî

Êêê birakê Jojeph Ralston!

 

Dilsotî

Erê Mamosteyê hêja erê!

     

Selîm Acar

  Qaþo (sözde)

 

 

    

Nebûye millet hîç kesek bê ziman

                                        

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Tofanê Dêrxustî

Li Swêdê rewþa qûndeyên îranî xerab bû

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Pira Selatê derew derket

H.Emînê Serhedî-12/10/06-Mûþ- Wek hûn zanin di dînê îslamê de pir behsa Pira Selatê tê kirin. Xwedêgiravî ev pir wek mû zirave û wek þûr jî tûj e. Heçê ku di ser vê pirê re derbas bibe wê here bihuþtê û ê ku jê bikeve jî wê mala wî bivirite û here dojehê (cehnemê). De îcar hesab li cem we..Wek mû zirav û wek þûr tûj!? Ma kî kare di ser re derbas bibe û nekeve!? Welkasilîkelam, xêr û guneh di stuyê Tirk, Ereb û Eceman de be û hew.

    Îcar rojnamevanekî rabûye ji kevneserokê Dîyaneta Tirkiyê Prof.Dr.Suleyman Ateþ pirsîye: Gelo birastî Pira Selatê heye yan na? Prof. Ateþ jî bersivandiye: “Pira çi û halê çi kuro, wey! Hema ji min misilmantir kes tune, bawerke ez jî nikarim di ser re derbas bibim, de îcar ha! Heyran ne di ayetên Quranê de û ne jî di Hedîsên Pêxember de qet behsa Pira Selatê nayê kirin. Kê ev derew kiribe mala xwe jî û a me jî biriye mîratê û hûn sax!”

   Îcar bi telaqê bê fitû wa Prof. Suleyman Ateþ fitû derxist, êdî ne Pira Selatê heye û ne Pira Felatê..Êdî ji pir û miran metirsin, çavê xwe bigrin û berê xwe bidin bihuþta rengîn..De yalla Xwedê li piþta we be...

Gazin ji kê?

Îro ji ber jana di dil

Dil jar û mest û xeste ye

Agir li ser daxê di kul

Bê gazin û bê lome ye

Bê fêdeye ev nale nal

    Borîn li min pir meh û sal

 Dîlber li ber çavan xiyal

 Lewra evîn yek niqteye

Zanim evîn pir þewq û tav

Peyda dikî jana zirav

Sînga ku pêtek çûye nav

Wek mûm û find û lukseye

               Zilman li min dîlber bikî

               Agir li ser dil wer bikî

               Canê Cegerxwîn ker bikî

               Dîsa me jê hêvî heye

Cegerxwîn

Ev jî moda Tirka ye

Azad Bêwar-11/10/06-Balikesîr- Tirk hewqasî bi pêþketine ku êdî ker û bergîlên xwe li motorên xwe siwar dikin.

   Hinek dibêjin, „na lo, ji feqîrîyê wilo dikin“. Hinek dibên, „heyran bi telaq ji bitrî wilo dikin“, û hinek jî dibên, „kuro ma Tirk û medenîyet ji hevre çi dibêjin?“ û herkes tiþtinan li ser wan dibêjin.

   Îcar me ji xwedîyê meselê pirsî: Mîster Nedîm Kurt, gelo çima tu kera xwe li motor siwar dikî? Ma di vê dema medenî de ev dikeve aqilan? Nedîm efendî jî got: De herin ji xwe re karekî bikin lo! Medenîyeta çi û halê çi! Ma rovî û sûk ji hevre çi dibêjin? Em Tirk in, medenîyet çi lazim? Îcar heyran Nedîm efendî jî rastîyê dibêje allahwekîl..Medenîyet ji Tirkan re çi lazim..

Bênamûso dest avêt torinên xwe

Ehmed Þerbikfiroþ-11/10/06-Västeros- Li Swêdê bajarê Västerosê Swêdîyekî 79 salî dest  avêt du torinên xwe û  bi namûsa wan lîzt. Dadgehê du sal ceze  li kalemêrê bênamûs birrî. Ji xeynî du sal ceze divê kalo 105 hezar kron pere jî bide herdu torinên xwe yên keç. Kalemêrê ku navê wî veþartî tê girtin ji rojnama Aftonbladetê re gotiye ku, „ê heyran bi telaqê mêrkê Swêdî xiyarê min zora min bir haa! Min kir û nekir min nikarîbû ez hefsarê wî bigrim, û hema ji nav destê min filitî. Ma sûcê min têde heye?“ û xwestiye xwe ji bin bar derxe û sûcê xwe têxe stuyê xiyarê xwe.

   Welhasilîkelam, civaka Swêdî jî ber bi berdî berdanê ve diçe, bav bi namûsa keça xwe dilîze, dê bi namûsa kurê xwe dilîze, bra bi namûsa xwiþka xwe dilîze, kalik mabû wa wî jî bi namûsa torinên xwe lîzt. De ne ser xêrê be rebbî…Ev bûyer di nava Tirkan de jî dibin, îcar em nizanin ne Swêdîyan ji Tirkan girtiye yan Tirkan ji Swêdîyan girtiye. Xuyaye emê hîna gellek ecêban bibînin heyran, em li ku û mala bavê li ku…

Thumbelîna qesifî

Hesen Almas-10/10/06-Amerîka- Conîya bi navê Thumbelîna bi bejn û bala xwe a kurt ve ket pirtûka rekoran a Guînnessê û meþhûr bû. Bejn û bala Thumbelîna 43 santîme û hema bêjin hindik maye ku xwe bighîne bejn û bala Mahmûd Ehmedînejad.

   Dayika Thumbelîna, Berfîna xatûnê bi taybet ji Lotikxanê re got ku, “xuyaye min di dema ducanîya xwe de zêde wîtamîn nexwarine. Yan jî hinekan conîka min çavînî kirine û top lêxistine. Ez dibêjim ezê herim cem sofî û melayên Îranê û ji conîka xwe re niviþt û bazbendekê çêkim ku bejna wê dirêjtir bibe” û dua ji Xwedayê xwe re kirin. Li ser bextê xelkê be, dibêjin Xwedêteala ji insanan Mahmûd Ehmedînejad û ji heywanan jî Thumbelîna qesifandiye. De Xwedê bejna Thumbelînayê dirêjtir bike rebbî....

Tirk û Fransî rabûn hev

Gulnaza Torî-10/10/06-Fransa- Tirk û Fransî li ser mesela qirkirina Ermenîyan bi poþ, lotik û pehînan rabûne hev û gurm gurma wan e. Fransî dixwazin qirkirina Ermenîyan bi fermî qebûl bikin, lê li dijî wan jî Tirk qirkirina Cezayirê derdixin pêþ çavê Fransayê û li dijî xwarinên Fransî dest bi boykot û kampanyayê kirine. Fransî dibêjin, “bi namûs Tirkan qira Ermenîyan anîye” û Tirk jî dibêjin, “bi telaq Fransîyan Cezayirî þewitandine”.

   Welhasil, herdu welatan dest bi govend û dîlanê kirine ka em binerin bê wê Xwedê bide dêya kê ji wan. Îcar li ser vê, partî û çapemenîya Tirk û virqo li dijî Fransîyan cîhada þer êlan kirine û ha ha direyên. Lê çi bibe dîsa li belengazên Ermenîyan dibe. Wekîlê AKP Yaþar Yakiþê gumgumokî dibêje, “madem wilo ye divê em 70 hezar Ermenîyên ku bi qaçaxî li Tirkiyê ne bavêjin derveyî sînorên xwe û lotikekê li wan xin”.  De ma Xwedê û Þêx Evdilqadirê Geylanî ku Fransa û Tirkiye koka hev biqelînin û em jî ji Tirkan xelas bin.

Lêxe erbanecîyo lêxe!

Alî Þervan-10/10/06-Batman- Tahsîn Gezerê 42 salî tam 27 salin debara xwe û malbata xwe bi lêxistina erbanê dike. Tahsîn bavê heft zarokane û di vê meha Remezanê de li erbanê dixe da ku xelkê herêmê fitrên xwe bidin wî û ew jî pê zikê zarokên xwe têr bike.

   Heyran bila destê te saxbin rebbî! Hema li erbanê xe ji minneta xelkê çêtir û bixêrtire allahwekîl. Tahsîn dibêje, „min nexwend û xeþîm mam. Lê ez dixwazin zarokên min bixwînin. Jibo xwendina zarokên xwe pêwist be ezê parsê jî bikin“ û qîmetek mezin dide girîngîya xwendina zarokên xwe.

   De heyran Xwedê alîkarê te be.. Heger pozê dewlemendên Batmanê bi halê te û zarokên te neþewite û alîkariya te nekin Xwedê topekê li mala wan xe û hew…

Timesê Iraq kir sê beþ

Hebeþ Kal-09/10/06-London- Rojnama Ingilîz The Times da zanîn ku Kongreya Amerîkayê çareserkirin û rêlibergirtina bûyerên li Iraqê di dabeþkirina Iraqê de dibîne û pêþniyaza sêbeþkirina Iraqê dike.

   Li gora rojnamê divê Iraq bibe sê beþ, Kurd, Sunnî û Þiî. Rojname dibêje, “Grûba Xebata Iraqê a ku ji alî George Bûsh ve hatibû amadekirin, wê di meha pêþîya me de rapora xwe pêþkêþî kongrê bike û doza sêbeþkirina Iraqê li kongreyê bike”. Herweha tê gotin ku Serokê Grûba Xebatê kevnewezîrê derve James Baker jî wê pêþniyaza sêbeþkirina Iraqê bike.

   De ya Allah û ya Xwedê..Îro beþbûn û sibê jî serxwebûn, ma ka ji vê xweþtir?

Dîwarekî deynin navbera me û Tirkan jî

Þemal Amedî-09/10/06-Waþîngton- Dibêjin serok Bûþ biryar daye ku dîwarekî 1200 kîlometroyî di navbera sînorê Amerîka û Meksîka de deyne da ku penaberên Meksîkî derbasî Amerîkayê nebin. Wê ev dîwar li ser wan bi 1,2 milyar dolarî bibe mal.

   Îcar ya serok Bûþ! Xwezî ji mîrê keremê re te biryarek daba û dîwarek di navbera me û Tirkan de jî daba lêkirin û hew! De hema ciwamêrîyekê bike û dîwarekî di navbera sînorên Kurdistanê û Tirkiyê de jî lêke ma dinya xira dibe qurban! Ma em dostên hev ên çi ne? Dostanî di rojên teng de kifþ dibe ya mîster Bûþ!

Em wek wan jî nayên

Hebeþ Kal-09/10/06-London- Dibêjin du serokên þebeka çaqaxçîtîya mirovan Ramazan Zorlû û Alî Riza Gun heþt sal û nîv ceze xwarine û wê êdî di girtîxanê de lotik û voltayên xwe bavêjin. Li gora çapemenîya Brîtanî, van herdu kesan hetanî niha zêdeyî 900 hezar penaberî derbasî Brîtanyayê kirine û serê her kesî 14 hezar sterlîn stendine.

   Yaaaa! Hûn dibînin bê kurê ciwamêran çawa peran qezenc dikin û Kurdistanê vala dikin ne wilo! Lê partî û rêxistinên me yên ku xwedêgiravî xwe wek þêr û pilingan dibînin çi dikin? Hêççç! Ji zimandirêjîyê pêve tu karekî bi xêr nekirine. Heger wan jî li vajayî van çeteyên qaçaxçîtîyê hema her salê hezar penaberên Kurd ji Ewrûpa û Tirkiyê vegerandibana Kurdistanê, niha wê Kurdistan dîsa bi Kurdan bihata dagirtin û meydan ji Tirkan re nedima. Wey xwelî li serê me be û hew..Ma emê çî din bêjin….Em ne bi kêrî defê tên û ne jî bi kêrî zirnê!

Îro federasyon sibê serxwebûn

Þîndar Berwarî-12/10/06-Hewlêr- Di parlamentoya Iraqê de qanûna federalîzmê hat qebûlkirin û lotika mirinê li dewleta Tirkiyê û Iranê ket. Li gora qanûnê, wê her herêm bikaribe bi referandûma ku ji sedî 50 dengê “erê” bigre ji hikûmeta navendî cuda bibe û îdareya xwe pêk bîne. Herweha wê li gor vê qanûnê desthilatdarîya 18 wîlayetan bê guhertin û lotikên nuh bên avêtin.

   Sunnîyên neþûþtî û þiîyên hevalên Sadr ê þaþikmezin li dijî federalîzmê derdikevin. Xwedêgiravî tirsa wan eve ku Kurd Iraqê parçe bikin û di pêþde serbixwe bibin.

   Ê heqê wan jî heye haaa! Di herêma sunnîyan de ne petrol heye, ne av heye û ne jî baran lê dibare! Ma wê rebenan bi çi îdara xwe bikin? Bi mîzê? Erê erê, hema ji mîza deveyên piþtxûz çêtir petrol tune allahwekîl..Ji xwe Erebên sunnî petrol û mîza devan ji hev nasnakin, ma îcar ferq çiye? De ser xêrê be û Xwedê alîkarê Kurdistana federal be rebbî.. Îro federasyon û sibê serxwebûn, oxxxxxxxx..........

Di 64 salîya xwe de zarok anî

Rojda Aydin-11/10/06-Stenbol- Hûn zanin, ku ne ji pêþketina teknîk û zanyarîyê bûya wê gellek kes kurdûnde bimana û belkî jî evqas derfetên medenîyetê bi destnediketin. Îcar Xwedê ji zanyar û pisporan razî be ku bi lêkolîn û zanyarîya xwe xweþî û rehetîyê berpêþî mirovahîyê dikin. Yek ji van jî anîna zarokan e.

   Gellek caran dihat zanîn ku piþtî emrekî êdî jin nema karin zarokan bînin. Lê pêþketina teknîk û zanyarîyê piþta van çîrokan jî þikenand. Jina bi navê Memnûne Tiryakî ya 64 salî piþtî ketina menopozê bi 20 salan bû dêya zarokan. Zarok bi rêya neqla hêkan çêbû. Wek tê zanîn piþtî emrekî hêkên di malzaroka jinê de bikêrkatina xwe winda dikin û dibin sedema zarokneanînê. Lê piþtî ku hêkên nuh tên bicîhkirin, êdî jin ciwan be, pîr be pirsgirêk namîne.

   De welhasil, Xwedê pispor, zanyar û qencan ji serê mirovatîyê kêm neke rebbî...Ger di 120 salîya xwe de jî insan zarokan bînin þaþ nemînin û hew...

 

Hunermend Bedîl dest bi lotikan kir

 

Hunermendê dengxweþ û lotikvanê mezin kekê me Bedîl wê di 27.10.2006an de li bajarê Oldenbûrgê mîkrofonê têxe destê rastê û bi destê çepê jî mîrkutan li serê xelkê xe. Vê fersendê nerevînin! Heçê deng û lotikên hunermend Bedîl nebîne ji dîn û îmana xwe dibe û hew!De yalla....

Pûtîn soz da

 

Bengîn Elegez-11/10/06-Moskova- Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn soz da George Bûþ ku di demek kurt de qesasê rojnamevan Anna Polîtkovskaya bigre û bi lotikan heyfa Polîtkovskaya jê hilîne.

   Dibêjin Pûtîn gotiye, “jina min ji min berdayî be, hetanî ez vî qesasê bêbav negrim doþeka jina min li min herame û ez nema votka Gorbatçov jî vedixwim”.  Welhasil, votka nebe wîskîya Amerîkî heye heyran, ma hûn Rûs karin bê quzilqurta araqê îdare bikin...

   Anna Polîtkovskaya rojnamevanek bi cesaret bû û zêde diçû ser Pûtîn û ew rexne dikir. Xuyaye wê Pûtîn jî wek Tirkan çend qirûþan bide yekî serxweþ û aqlêxwexwarî û wî wek qesasê Polîtkovskaya derxîne ber çapemenîyê. De serê me bi wan û votkaya wan naêþe lo, kî li kê radike bila rake û hew...

Niha jî pelûla Suryanîyan bi serê Tirkan de rijiya

Remezanê Sivûk-10/10/06-Hollanda- Xuyaye ji çar alî de dinya li Tirkan teng dibe û hema bêjin wek mirîþka gêj li wan hatiye. Piþtî ferman û qirkirina Ermenîyan, niha jî dewleta Hollandayê di televizyonên xwe de behsa qirkirina Suryanîyan dikin û hefsar dixin stuyê dewleta Tirk.

   Îcar Tirk har û dîn bûne û nema zanin bê wê bersiva kê bidin û ya kê nedin. Rebena hîna ji tirþika Ermenîyan xelas nebûne, îcar pelûla Suryanîyan jî bi serê wan de rijiya.

   Lê tiþtê ku herî zêde Tirk jê ditirsin pelûla Kurdistanê ye.Ew pê zanin ku gava pelûla Kurdistanê bi serê wan de birje ewê ji serî hetanî binî pê biþewitin û di nava pelûlê de bixeniqin. De Xwedê pelûlek wek pelûla pîrka min Eyþê bi serê Tirkan de birjîne rebbî..Her ji Tirkan re nexêre û hew....

Welatê þîzofren û nemêran

Serdar Mirad-10/10/06-Amed- Hat ragihandin ku li Tirkiyê 15 milyon nexweþên psîkîyatrî hene û ji wan jî 750 hezar jê þîzofren in. Psîkîyatrîst Arif Verîmlî dibêje, „ di civaka Tirkiyê de 15 milyon nexweþên psîkîyatrî hene, ji wana 750 hezar jê þîzofren in.  Ji serê her pênc (5) kesî yek jê nexweþe. Di warê depresyonê de jin ji zilaman zêdetir dikevin depresyonê, lê ji sedî 60 ê zilaman jî pirssgirêkên seksê dijîn û hetta gellek ji wan li wan ranabe. Ev jî dibe sebeb ku þîzofren bibin û tedawîya psîkîyatrîyê bibînin“ û filan û fîstan.

   De îcar hesab li cem we gelî xwendevanan. Gava ji sedî 60 ê civatekê pirsgirêkên seksê bijîn û gellek jî li wan ranebe çi dibe? Dibe civatek homo, yan jî bi gotinek vekirî dibe civatek qûnde, ne wilo? Belê! De îcar em Kurd ketine bin destê civatek mîna civata Tirkiyê ku ji sedî 60 ê wan nexweþ, þîzofren û qûnde ne..

   De werin û ji nav meselê derkevin, i ihii! Bi qesema navê Xwedê  alternatîfek ji Kurdan re maye: Yan divê em jî wek wan qûnek bibin û yan jî divê em xiyarên xwe li ser serê wan bihejînin û lotikekê li wan xin, xelas!  

 

Çend xalên bextewarîyê

 

Leyla Barîn-10/10/06- Li gora lêkolîna rayedarên tendirustîya Îskoçyayê, endîþe, bêbawerî û bêhêvîtî panzdeh salan ji temenê meriv kêmtir dikin. Li gora rapora Dr.Harry Burns, jibo ku endîþe, bêbawerî û bêhêvîtî ji holê bên rakirin û jîyanek bextewar bê jîyandin, çend xalên sereke hatine pêþkêþkirin. De kerem bikin van xalan bixwînin û hûn jî jîyanek bextewar bijîn: 1) Zewac: Li gora anketekê piranîya kesên zewicandî ji kesên azib (nezewicî) bextewartirin. 2) Seks: Bi sekskirinê hormona dopamîn derdikeve der û dihêle ku meriv bextewartir be. 3) Antreman: Hormona endorfîn a ku dibe sedema êþa serî, davêje der. 4) Heywanên kedî: Wextê xwe bi heywanên kedî re derbas bikin da ku hûn ji pirsgirêkên xwe dûr bikevin. 5) Minnetdarî: Ji dost û hogirên xwe re heftê carekê be jî nameyan biþînin yan telefonê vekin. 6) Dewlemendî: Dewlemendî û hebûna mal bextewarîya we zêdetir dike. 7) Çîkolata: Maddeya ku di nava çîkolatayê de ye (tyrptophan) bextewarîyê dide mejîyê meriv. 8) Hevaltî: Eþkere bûye ku hevaltîya rast gellek caran ji malê dinyayê bêhtir bextewarîyê dide mirovan. 9) Armanc: Kesên xwedî armancin û jibo wê armancê dixebitin ji kesên bêarmanc bextewartirin. Îcar heyran, li me gotin û li we kirin. Hûn dixwazin van pêþniyazan pêk bînin dixwazin pêk neynin, hûn û bextewarîya xwe li hev.  

Eskerên wan parsek derketin

Ahmed Beyan-09/10/06-Enqere- Hûn zanin, ev Tirkên doþirme dev ji tebîetê xwe bernadin. Kurmê þîrî yeta pîrî ye. Kêçekê dikin deve û dixwazin li hertiþtên xelkê xwedî derkevin û bikin “Turk mali”. Berî demakê li ser þerê Çanakkaleyê sûretê du eskerên jihevdeketî derxistibûn çapemenîyê û digotin, “son Osmanli askerlerî”. Lê derket holê ku ew esker ne eskerên Osmanî ne lê du reben û feqîrên ku ji ser zibil xwarinê didin hev da ku pê zikê xwe têr bikin.

   Li gora ku kovara “Turkîye polîs Dergîsî” a Komela Polîsên Teqawîtkirî dibêje, ew ne eskerên Osmanî ne û du parsekên belengaz in. Welhasil, serê me bi esker, ker û qantirên wan naêþe, lê derket holê ku Tirkên doþirme heta bi parsekan jî dikin eskerên xwe û dixwazin li ser binyata wan ji xwe re dîrokekê çêkin. Êêêê tabî canim, kesên ku ji kok û binyata xwe bi þik bin û tu dîrokek wan tunebe çi dikin? Li ser hebûnên xelkê rûdinên, wan didizin û xwe pê dinepixînin. Îcar ev jî mesela eskerên Osmanî û herdu parsekan e.

   Dibêjin finda derewînan hetanî eþayê pêdikeve..Tirkan di vir de jî top avêt û li pataxê ketin. De ser xêrê be rebbî...

Îsmaîl Henîye reya

Abdullah el Kurdî-09/10/06-Beyrûd- Serokwezîrê Filistînê û Erebê heram Îsmaîl Henîye di civîna çapemenîyê de wek segên har reya û kire ewte ewt. Henîyeyê ku destebrakê Saddam Hisên û dijminê Kurda ye, zimandirêjîya pêþmergeyên Kurdistanê kir û ew wek “nijdevan” (çete) binav kir. Filistînîyên ku ji berê de dijminatî bi Kurdan re dikirin û di dema Serok Mistefa Barzanîyê nemir de destê xwe xistibûn xwîna pêþmergeyên qehreman, îro jî bi heman kîn û dijminatîyê êrîþî Kurd û Kurdistanê dikin.

   Lê çi heyfe ku gellek ji partîyên me bi navê enternasyonalîzmek sexte gellek xortên Kurdan kirin qurbana Filistînîyên heram û þerê Îsraîlê dikirin. Îro jî bi navê Îslamê gellek ji Kurdên me piþtgirîyê didin Filistînîyên Ereb, bêyî pê zanibin ku Filistînî dîn dijminê qewmê Kurd in.

   Ê Îsmaîl Henîye! Kelb ibin kelb! Exû þermota! Em nenûka yekî pêþmerge nadin bi zuryeta te û bapîrên te yên Ereb ibnî! Wile û bile, hûnê jî wek gellekan ji derdê pêþmergeyên Kurdistanê bi kanserê bikevin û hew! Pêþmerde daye bin dûvê we Ereb, Tirk û Eceman kurê min...

 Berê xwe helal bike ewladim!

Nazenîn Dilþa-09/10/06-Amed- Serokê Partîya Rêya Rast (DYP) û qesasê serê Kurdan Mehmet Agarê ewladê zinê, li Amedê beþdarî fitara partîya xwe bû û dîsa wek dem û dewranên berê dest bi derewan kir. Agarê ku di dema wezîrtîya xwe de bi serokwezîr Tansû Çîllera dêlegur re bi hezaran Kurd dabûn kujtin îro li Amedê bi rehetî kare bigere û pozê tu Kurdekî jî naþewite.

   Agar di derewên xwe de dibêje, “divê Tirkiye dewlemendtir bibe, bila tu dayîk hêsran nebarînin, bila ji dengê çûk û çivîkan pêve dengekî din ji van çiyayan neyê” û filan.

   Ûlan ewladim! Onûn bûnûn çocûxû! Ma Kurdistan ciyê heywanên mîna te ye? Ma ne tu bû ê ku bi navê “qesas ne diyar” bi hezaran Kurd dan kujtin û te hêsrên bi dehhezaran dayîkên Kurd da rijandin oxlim?

   Yabo bi telaq tu çi bînî serê van Kurdên me misteheqe û hew! Kuro lawo em nizanin bê çi bi serê van Kurdên me hatiye haa!? Tu dibê qey ava reþ bi çavê wan de hatiye bavo! Lawo ma yê ku zarokên we didan kujtin ne Mehmet Agarê qûnde bû ey hawarrrr! Ma pozê we naþewite û hûn nikarin lotikek Amedkî li wî segbavî bixin jibo Xwedê û Pêxember!?

 Bê nezaket hem jî çawa bê nezaket

Sîpan Nas-08/10/06-Enqere- Li Tirkiyê nîqaþên di derbarê laîkbûn û dîndarîyê (îrtîca) de gur dibin û xuyaye partîya AKP û Erkanê Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit lotik li ser lotikê li hev dixin.

   Berî çendakê Yaþarko gotibû, „li Tirkiyê her ku diçe dîndarî bi pêþ dikeve û ev jî tehlûkeyek mezin e, wê namûsa dewleta Tirk têkeve bin pehnîyên oldaran“ û filan.

   Xuyaye ev gotin zêde li zora Serekmeclîsa Tirkiyê Bulent Arinç çûye ku dibêje, „de îcar yabo! Kuro ev Yaþarkê me qet nezaket li cem tune haa! Ma ev gotinên zilaman e? Em dibêjim gerek laîkî ji nû ve bê þirovekirin ew radibe bênezaketiyan dike û lotikan tavêje me“ û lotikek nerm li Yaþar Buyukanit xist.

   Êêêê mîster Arinç! Generalên artêþa Tirk çi ji nezaketê fêmdikin kardeþîm, ma tu wan nasnakî? Ma hindik carî tu dane ber þeg û pegan cîgerîm? A baþ bila hinekî rehên mêranîyê bên te û tu jî wan bide ber lotikên qantir û xelas....Pir pir te bikin qurbana sûîkastekê loo, metirse deeee.....

Dîsa çîrok û lîztikên Osmanî

Polat Erdem-08/10/06-Tirkiye- Belê..Serokwezîra Alman Angela Merkel hat Tirkiyê û hem zîyaret hem tîcaret dest bi ger û seyranê kir. Bêguman, Merkel bi xêra dê û bavê xwe silavek da Serokwezîrê Tirk Kasimpaþalî Erdogan jî û xwarinek nekelyayî pêre xwar.

   Merkel di derbarê endametîya Tirkiyê de got ku, “heger hûn lêmanên xwe ji keþtîyên Rûman re venekin, endametîyê jibîr bikin û zêde zimanê xwe dirêj nekin“ û filan.

   Dibêjin di piþta perdê de Erdogan jî ji Merkel xanimê re gotiye, “keçê kezîkurê, hema behsa pirsgirêka Kurd nekin bavo mesela Kibrisê rehete, emê karibin çend lotikan bavêjin..Ez Kasimpaþalî me Kasimpaþalî” û pesnê xwe daye.

   Kuro lawo bi namûsa Kasimpaþalîyan, wê pirsgirêka Kurd ji we re bibe kanser û jana zirav looo! Hetanî Kurdekî bi namûs hebe wê ev qirase li ser dil û kezeba we bisekine û hew...De yalla bye bye Kasimpaþalî Erdo....

Petrola Kurdistanê ew bizdandin

Þêrzad Zebarî-07/10/06-Hewlêr- Wezîra Derve ya Amerîkayê Condoleezza Rice ji niþkê ve serdana Iraqê û Kurdistanê kir û çend þîretên lotikvanî kirin. Xuyaye hinekan guhê Rice xanimê kiþandiye ku hema yekser behsa yekîtîya xaka Iraqê û petrola Kurdistanê kir. Li gora Rice, divê petrola Kurdistanê bi edaletî bê parvekirin û petrol petrola hemi Iraqîyan e. Xanima xweþik û reþik Rice, got ku, ”em dixwazin ne tenê herêma Kurdistanê bibe herêmek demokratîk, belê em dixwazin ku Iraqek demokratîk jî damezrînin. Em û Kurd ji esl û peslên xwe de dostên hev in” û filan û fîstan. Mesela dostanîyê rast e, naizûbîllah! We di lihevhatina Cezaîrê de dostanîyek pir mezin nîþanî me da, ma em nizanin! Heyran herin berê ji Kuveytê re bêjin, “kuro Erebên zikmezin, petrol petrola Xwedê ye, divê hûn bi edaletî li gelên dinyayê parvebikin” û piþtre werin doza parvekirinek bi edalet li Kurdan bikin babam!

Ji Hikûmeta Heremî ya Kurdistanê re

Xemgîmê Welat-12/10/06-Amed-Rêzdar Serokwezîr, wekî Serokwezîrê Hikûmeta Heremî ya Kurdistanê, em ji we hêvî dikin ku, jibo parastina Kurmancî, demek zûtir hinek tedbîran bistînin ku zimanê me yê þêrîn, bi temamî ji holê ranebe û nemire. Bi dîtina me, divê bi tevlîbûna linguîst, rewþenbîr, nivîskar û lêkolînerên Kurmanc, li Duhokê konferansek lidarxistin da ku seba parastin û vejandina Kurmancî biryar bête dayîn û rê û rêbaz bên destnîþan kirin.(Berdewam wêne bitikînin)

-         Ji esl û peslê xwe de diz in

-         Hisên Þêxbizinî-11/10/06-Konya- Em naxwazin tim û tim Tirkan bidin ber lotikên Kurdewarî, lê mixabin me rehet nahêlin û dibêjin, „de lotikekê li me xin, sebra me nema bê lotikên we tê“ û me mecbûr dikin. De binerin heta bi Ahmet U ê 63 salî jî diz derket.

         Ahmet U ê 63 salî heta niha 43 sabiqên wî çêbûne û êdî dizî jêre bûye wek kurmê þîrî. Ahmet U ji me re got, „yabo ma ne dizî di xwîna me de heye wey, em nema karin devjêberdin lawo“ û rastîya Tirkan anî zimên. De welhasil, jixwe ku Tirk ne diz bûna wê terka Mogolîstanê nekiribana baba…

 

Bêlome be rebbî!

 

Binevþ Agirî-11/10/06-Stockholm- Dem û dewran, yan jî em bêjin insan wilo hatine  guhertin ku  aqilê  meriv disekine. Berê xort û zilaman keç yan jin direvandin , dest tavêtin wan û ew diherimandin. Lê di dema me de êdî jin jinan direvînin, zilam zilaman direvînin û dest tavêjin wan.

   Binerin bê li paytextê Swêd Stockholmê çi bûye. Li gora rojnameya Aftonbladetê li taxa Kungsholmenê du zilam ji alî hinekan ve tên serxweþkirin û ji keçkanî hatine xistin. Yanî hinek zilaman bazdane ser wan û namûsa wan kirine pênc qirûþê xerabe.

   Herdu zilamên ku rojname navên wan vediþêre dibêjin, “hinekan em bi dermanan bêhiþ xistin. Piþtî em hatin ser hiþê xwe me nerî ku em bûne wek çaroxê û nema tir xwe di me de digre, yanî namûs mamûs nema..Em nema karin serê xwe li nav zilaman rakin” û filan. 

   Xwedêgiravî  polîsa taxa Solnayê Susanne Okers jî ji wan re gotiye, “ de herin looo, qûnekno! Em jinên Swêdî herroj wek çaroxê fireh dibin, hinekan dabe bin dûvê we ma îcar dinya xerabûye!” û li ber dilê wan geriyaye.

Meriv bi xwezîyan nagihê baqê kezîyan ezbenî!

Bavê Cengo-10/10/06- Qamiþlo- Li ser bextê wan û bavê wan be, li gora gotina xelkê dibêjin sekreterê Partîya Yekîtîya Kurd li Sûriyê Hesen Salih gotiye ku, “em tu hêvîyê di rejîma Sûriyê de nabînin. Jibo rejîm guhertinan pêkbîne û mafê Kurdan bide wan, divê çalakîyên protestoyê û xwepêþandan bên lidarxistin”. Ji aliyê din gotiye, “tu programek wan a berbiçav tuneye ku bi karekî wilo rabin” û filan û bêvan.

   Ê bavê min, madem hûn bê proje û bê bername ne hûn çi ji rejîma Sûriyê dixwazin hêê? Ma Beþar Esedê wek elokan qîma xwe bi tiþtên belaþ tîne? Tiþtên belaþ nînin qurban! Hûn hem doza mafê Kurdan li rejîma Sûriyê dikin û hem jî bê bernameyek berbiçav in, ma ev bû hal? Madem hûn tu hêvîyê di rejîma Sûriyê de nabînin, rahijin kêr û xincerên xwe, dar û bêrên xwe, xilç û gîsinên xwe, bigrin ser mala Beþar Esed û wî bixesînin û hûn sax! Bedelê bidin ku hûn xelefê bistînin exûyî, wey!

Ne ji dewletê be pirsgirêk tune

Gulistan Biþêrî-10/10/06-Biþêrîyê- Ilyas Dûmanê ku bi salan li Almanya mabû, piþtî vegera xwe Biþêrîyê xwarinek fitarê da misilmanên herêmê. Di xwarinê de Kurdên êzîdî û Kurdên misilman bi vê xwarinê kêfxweþîya xwe anîn zimên û têr goþt, savar û tirþik xwarin.

   Ilyas Dûman bi minasebeta xwarinê de got: „Ez meha Remezanê li brayên xwe yên misilman pîroz dikim.Ez dana vê xwarina fitarê wek erkekî brayetîyê dibînim“ û filan. Qeymeqamê Biþêrîyê Arif Yalçin jî rabû lotikek avêt û got: “Ez vê xwarina fitara hemwelatîyên me yên êzîdî manedar dibînim, ev nîþana piþtgirîya navbera dînan e“ û filan bêvan.

   De Xwedê xêra te qebûl bike birêz Ilyas Dûman..Heyran bi telaqê Tirkên Selanîkê, heger em Kurdên êzîdî û misilman bi ya dewletê nekin û neyên lîztikên wan, wê tu pirsgirêk di navbera herdu aliyan de çênebin. Bes haya we ji fen û fûtên dewletê hebe û hûn sax…

 

Sofîyan hevdu dan ber lotikan

 

Diyar Baban-10/10/06-Mahabad- Li Îranê sofîyê bi navê Muhammed Kazemeynî Borucerdî doza cudabûna dîn û dewletê li rayedarên Îranê kir, lê rebeno gava lotik avêtin dewleta xwe lingekî wî þikest û hat girtin.

   Borucerdî xwedîyê birrek mirîd û hevalbende û xuyaye bandora wî li ser lotikvanên wî jî heye. Piþtî girtina wî di navbera polîs û mirîdên Borucerdî de pevçûn derket, ji herdu alîyan lotikvan brîndar bûn. Welhasilîkelam, Borucerdî hat girtin û ket qulika hepsê.

   Rayedarên Îranê bawerin ku di serê Borucerdî de gellek þeytan, kêzik û miþk digerin û ew dixwaze dewletê ji hevde bixe. Erê lo, ev lêlê ye lê hîna lolo jî maye. Lê xuyaye êdî Îranî ji sofî û melayên þaþikmezin hatine hetanî qirikê û herdu alî jî li ber çavên hev reþ bûne.

   De Xwedê bikim kevir li ser kevir nemîne, ma ji me re çi! Tu bila rojhilatê Kurdistanê ji bin destê wan sofî û melayan derkeve bavo,kî sax dimîne kî namîne serê me pê naêþe.

Rapora xebatê ya wezareta werziþ û lawan ji roja damezrandina wê( 7-5-2006) heta 7-10-2006ê.

Jibo berdewama rapora wezaretê wêne bitikînin.

Nameyek bê sansûr û sosretek

Rustem Þad-09/10/06-Amed-Min xwest ez sûretê vî tolazî ji we re biþînim. Ev kesê ku bi edeba Kemalîzmê rabûye, qaþo dixwaze reportajê bi Kurdên ku mala wan xerabûye re bike û gilî û gazinên wan pêþkêþî temaþevanên Roj TV yê bike. Lê di ber re jî destê xwe dirêjî çeng û bendê keçikê dike û bêfedî difirkîne. Berdewam wêne bitikînin.

Jîrînovskî îlhama xwe ji Lotikxanê distîne

Bengîn Elegez-09/10/06-Moskova- Em dibêjin qey  rojekê em û Vladîmîr Jîrînovskî emê bibin destebrakên hev lê em nizanin bê kengî. Serokê Lîberal Demokrat Partîya Rûsyayê Vladîmîr Jîrînovskî di derbarê Gurcistanê de agir ji devê xwe barand û got, „divê em û Gurcistanê ebedîyen ji hev veqetin. Bihêlin bila artêþa NATOyê bê wir û bila Gurcî tanq û potînên Tirkan bimalin (paqij bikin)“.

   Yanî mîster Jîrînovskî dixwaze bêje ku, „bila Tirk di devê wan de bimîzin da ku Gurcî Tirkan binasin bê çi celeb insanin“. Îcar xuyaye di derbarê Tirkan de em û Jîrînovskî wek hev difikirin. Heger di pêþerojê de em meriv û xizmên hev derkevin qet matmayî nemînin haa!

   Dibêjin Jîrînovskî ji hevalekî xwe re gotiye, „ kuro binere nebêje kesî, bi telaqê jinberdanê ez îlhama xwe ji Lotikxanê distînim haa! Lotikxanê ez kirime dijminê Tirkan“.  De xêr ji me re û guneh jî di stuyê xelkê de be rebbî..      

Porkurê poþman bû

 

Berzan Mêrdînî-08/10(06-Hollanda- Wek hûn zanin berî bi demek kurt Parlamentera Sosyal Demokrata Hollandî û Tirka bi navê Nebahat Albayrak qirkirina Ermenîyan naskiribû da ku dîsa têkeve parlamentoyê û têra xwe peran bistîne. Piþtî ku di çapemenîyê de hinekî derket pêþ û lotik avêtin, îcar xuyaye dewleta wê ya Tirk û virq êdetir pere dane wê û ew ji rêya heqîyê paþûpê vegerandine.

   Îcar xanimê niha gotinên xwe înkar dike û dibêje, „mêrê min ji in berdayî be min negotiye ez qirkirina Ermenîyan qebûl dikim. Ez tucarî dewleta xwe rûreþ nakim“ û filan û fîstan.

   Keçê ma tu jî ne Tirk î? Ma bext û soz bi Tirkan re heye ku bi te re hebe hey gewende!? Yanî tu qirkirina Ermenîyan nasbikî çi dibe û tu nasneki çi dibe hêê!? De here avekê li xwe ke, Ermenî ne muhtacî lotikên te ne Nebahatka porkur…..

To:  Kurdistan Regional Government

Dear Mr. Prime Minister Nechirvan Barzani,

Xemgînê Welat-06/10/06-Amed- Me jibo xwedîlêderketina zimanê Kurmancî nameyek bi Ingilîzî ji birêz Nêçîrvan Barzanî re amade kir. Em hêvîdarin her Kurd vê namê bixwîne, îmze bike û xwedî li zaravê Kurmancî derkeve. Berdewam wêne bitikînin.

 

s© lotikxane 2006