Mihemed Elî Efrîn

Kerê Bavingilîz

Bavê Ronahî

Jinên Ekolojîk

 

Lezgîn Þêxo

Ne jibo ez pê sûnd bixwim

 

Î.Xelîl Sirûcî

Ew roja Ehmed

 

Lokman Polat

KURD-KAV

 

 

B.Omerî

Êêê birakê Jojeph Ralston!

 

Dilsotî

Erê Mamosteyê hêja erê!

     

Selîm Acar

  Qaþo (sözde)

 

 

      

Nebûye millet hîç kesek bê ziman

                                   

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Bavê Welat

Koma Cinan

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Miþkê me gwîzeka wê þikenand

Abdullah el Kurdî-19/10/06-Urdun-Miþkê Lotikxanê bi Þahbanûya Urdunê Ranîa veda, ew tirsand û lingê wê þikenand! Wê rojê Þahbanû Ranîa nazik nazik, kubar kubar xwe li ba dikir û derketibû seyranê. Gava miþkê me “Miþkê Dîn” çav li Ranîa xanim dikeve ne bi dilekî lê bi heft dilan dil dikevê û jê diheside.

   Miþko zane ku Ranîa qîma xwe bi wî nayne, îcar hema bi dizî derdikeve pêþîya wê û dibêje, “pixkkkkk” û wê ditirsîne. Tu nabê rebena Ranîa jî qet miþk nedîtine û hema ji tirsan diterpile û gwîzeka xwe diþkîne.

   Dibêjin xwedêgiravî Ranîa gotiye, “ezê doza tazmînat û curmê li Miþê Dîn vekim”. Li ser vê sosreta kesanedî rabû me jî bang li miþkê xwe kir û ew kiþand mehkema Lotikxanê. Hakimê Lotikxanê 25 roj hepis da Miþkê Dîn û ewê di hepsa Lotikxanê de cezê xwe bikþîne.

Marîah gazin kirin

Çang lêê-19/10/06-Tokyo- Stranbêja seksî û lihevhatî Marîah Carey li Japonyayê konserek da lotikvanan û paytext Tokyo serûbinê hev kir. Careya ku demek dirêje deng jê dernediket, êdî bi çargavan dest  bi lotikên cengawerî kir û zelzele li Japonyayê rakir.

   Dibêjin di vê zelzelê de bi hezaran Japonî brîndar bûne û hinek ji wan jî bêhiþ ketine. Lê dibêjin Carey gazin ji Kurdan û bi taybet jî ji lotikvanan kiriye û gotiye, „min ev hêvî ji lotikvanan nedikir! Min bawer dikir ku wê lotikvanên Kurd jibo xatirê min Japonyayê dagîr bikin û min di nava van Japonên çavmiþk de bi tenê nehêlin. Birastî dilê min þikest“ û filan. Yaaaaa,we dît ne!

   Heyran bi telaq carek din emê Marîah xanimê bi tenê bernedin û wê ji lotikên xwe bêpar nehêlin lo, wey!

Oxford bû kerxane

Hebeþ Kal-18/10/06- London- Zanîngeha Oxsforda ku di dinyayê de bi navûdenge, derîyê xwe ji seksê re jî vekir û xuyaye wê di pêþerojê de bibe “Kerxana Oxford”ê. Xwendekarên Oxfordê êdî piþtî kêf û þahîyê serxweþ dibin, hevdu dikþînin quncikên reþ û tarî û dest bi lotikan dikin. Ji wan Hannah Quînceya 20 salî û Charlîe Turnhamê 21 salî di ser hevde hatin girtin û flîmê wan di înternetê de belav bû.

   Me bi rêya emaîlê xwe gihand Charlîe û me jê pirsî: Kuro bêbav! We fedî nekir di zanîngehê de lotik avêtin hev? Charlîe keniya û got: De here looo! Kuro em xortin xort! Em wek ciwangeyên nava garanê ne haa, ma em di vî  emrî de lotikan li hev nexin, emê kengî lihev xin? Ma em rabin di berde jêkin?

   Welhasil, heçê ku bixwaze here di Oxfordê de bixwîne, divê ji niha de hazirîya xwe û lotikan bike û hew...Bi Xwedê xebera wa ye, ma dinya bê lotik hêjaye çi baba!

Rojê sê lotik û hew!

Kevnar Zendo-17/10/06-Hollywood- Scarlett Johanssona ku wek „Jina Zindî a Herî Seksî“ hatiye hilbijartin, dilê xwe bi xwe diþewitîne û gilî û gazindan dike. Johansson dibêje, „ma hema hûn behsa xweþikî û bedewîya min dikin? Ka gurçik, dil û mejiyê min? Hûn çima behsa wan jî nakin bêwîjdanino!“

    Johansson di rojnama „The Daîly Maîl“ de hinekî jî behsa jîyana xwe ya zayendî dike û dibêje, „ ez salê du carî testa AÎDSê dikim. Herkes bawer dike ku ez her serê seetê bi zilamekî re lotikan tavêjim. Lê ev neraste. Raste, wextekî min her serê seetê lotikek li xwe dixist. Lê niha min tobe kiriye û rojê tenê sê caran lotikan didim xwe. Ji xwe ez zêdeyî sê kondoman bi xwe re nagerînim“ û filan û bêvan.

   Keçê bi Xwedê heger tu rojê tenê sê carî lotikan bidî xwe, tu horîya bihuþtê yî, wîî! Keçko, jinên Tirkan her serê nîv seetê yekî bera ser xwe didin qirikê..Bi telaq  tu ji ber wan ve wek ava zemzemî ava zemzem! Rojê sê lotik ne kême ne zêdeye…

Hay ji þûþtinê hebin

Leyla Barîn-17/10/06- Di kovara tendirustî „Apotheken Ûmschaû“ a Almanî de lêkolînek balkêþ li ser xweþûþtinê hat weþandin. Li gora lêkolînê her ku diçe Alman zêdetir xwe diþon û di bandora vê xweþûþtinê de jî çermê wan teniktir û jartir dibe.

   Li gora gerînendeyê kovarê Dr.Hans Haltmeier dibêje, piranîya nexweþîyên çermî (cildî) jiber bikaranîna lixwenerînên xelet pêk tên. Li gor Dr. Han Haltmeier, þûþtina zêde ziyanê dighîne xwerista xwezayîya çerm û dihêle ku çermê meriv zû jihevde bikeve. Þûþtina zêde çerm ziwa dike, qata çerm a sereke diguhere û ev jî dibe sedem ku çerm nikaribe xwe li ber mîkrop û bakterîyên bi zirar bigre.

   Li gora pisporan, divê meriv herî zêde heftê 2-3 caran xwe biþo. Îcar heyran,em erka xwe bi cîh tînin û bala we xwendevanan dikþînin. Îcar hûn bi a me û pisporan dikin yan nakin ew karê we ye. Hûn dixwazin her seet xwe biþon û dixwazin salê carekê xwe biþon, ne serê me pê dêþe û ne ê bavê me…..

Romjin xanim îslamê balkêþ dibîne

Sosin Bermal-16/10/06- Ewrûpa- Li gor hinek rojname dibêjin, artîsta agirpêketî Rebecca Romjin xwe nêzîkî dînê îslamê dibîne û îslamê wek dînek balkêþ dibîne. Xwedêgiravî Romjin xanimê gotiye, “ jiber ku dêya min mamoste ye ez ji lêkolîn û xwendinê pir hez dikim. Min dînê îslamê bi vî awayî nas kir. Gellek dostên min ên misilman hene. Tiþtê ku di îslamê de herî bala min dikþîne nimêj e, ez nimêjê wek sporek modern dibînim” û filan û bêvan.

   Xuyaye Romjin xanim jî dixwaze wek artîst û gewendeyên Tirkan dike bavo! Tirk jî piþtî ku têra xwe zinêkarî û heramîyê dikin û piþtî ku tir di wan de namîne, îcar wê serê xwe girêdin û berê xwe bidin mizgeftê û dînê îslamê jibo berjewendîya xwe bikarbînin. Romjin xanim! Em wilo qîma xwe naynin heyran..Ka berê çarçefekê li xwe ke, heger çarçefa reþ li bejn û bala te hat bi soz emê te qebûlî dînê xwe bikin..Na heger bi te nekeve, a baþ tu li ser dînê xwe û em li ser dînê xwe heyran, okey!

Roja qiyametê nêzîk bûye

Antonîo Vega-15/10/06-Îspanya- Dibêjin lêkolîner û pisporên serûbinbûna dinyayê gihane hev û di bin serokatîya Jan Van Damê Hollandî de civîyane. Pispor û lêkolînerê Lotikxanê Prof. Dr.Sofî Xelef jî di civînê de beþdar bû û çend lotik avêtin.

   Sofî Xelef dibêje, “di civînê de ji her serîyekî dengek derdiket. Hinekan digot “qiyamet çênabe”. Hinekan digot “jixwe em di qiyametê de dijîn, ma ji vê qiyametê mezintir qiyamet heye?”  Û hinekan jî digot “kuro bi namûs qiyamet çêbibe wê ji ber Mahmûd Ehmedînejad çêbibe û hew..Ma hûn nabînin, gû ji mirûsê wî dibare”. Welhasil, ez jî rabûm min li ser navê Lotikxanê got: Hema bi telaqê Tirkên Selanîkê, ji me Kurdan re ferq nake. Ji xwe em bê welat in, bindest in, qiyamet rabe çiye û ranebe çiye! Hema bela ev tir ji Tirk, Ereb û Eceman re nemîne û hew!”

   Îcar heyran, berî ku di 31ê Cirîya Pêþîn sala 2.252.006an de qiyametek rabe, pere û zêr û cewherên xwe bînin û teslîmî Lotikxanê bikin..Bi soz emê li axretê dîsa li we vegerînin..

Dinya ji xalê Martînez re jî nema

Roza Martînî-15/10/06-Hawanna- Erê dinyayê, dinya ji xalê Benîto Martînez re jî nema kuro, wax wax wax! Xalê Martînez li Kubayê wek kalemêrê herî temendirêj dihat naskirin û temenê wî gihabû 126 salan. Xalê Martînez di sala 1880î de li Haîtîyê hatibû dinyayê û dest bi lotikan kiribû. Lê piþtre kêfa wî pir ji Fîdel Castro re hatibû û jibo xatirê wî hatibû li Kubayê lotikên xwe berdewam dikirin.

   Dibêjin sedema temenê wî ê dirêj ev bû ku ewî zêde hêþînayî û sebzeyên teze dixwar, goþt kêm dixwar û pir kêm jî alkol vedixwar. Erê xalê Martînez, dinya ji te re jî nema, waxxx! Xuyaye mamê Kastro serê te jî xwar! Xwedê zane bê wê hîna çend Martînez ji derdê Fîdelkê me bimrin..Lê ew li ber xwe dide haaa, nêta wî û mirinê tune allahwekîl...

De îcar yabo!

Þêrzad Zebarî-14/10/06-Kerkûk- Erê lo! Tirkmenên ku wek maþika dewleta Tirk in, sîxur û parsekên devê derîyên xelkê ne radibin li Kerkûkê dimeþin û dibêjin, “Kerkûk Tirk e wê Tirk bimîne! Em federasyonê naxwazin!” û direyên.

   Nêzîkî hezar Tirkmenên ku piranîya wan alîgirên partîya faþît a Tirk MHP ne, bi alên sûretê “Gurê Boz” derketin kolanan û xwe di nav toz û tirabêlkê de dan.

   Ê hey sîxurên dewleta Tirk! Hey parsekên devê derîyên xelkê! Hey virek, derewîn û fesadno! Ka we digot “sê milyon Tirkmen li Iraqê hene?” hê! Hûnê bi hezar kesî Kerkûkê bikin a Tirkan? Kê doza federasyonê li we kiriye ku hûn li dijî derdikevin dola qantirê? Haaaaa, jiber ku kes hesabê we bi pênc qirûþan nake hûn li dijî federasyonê derdikevin ne wilo? Yan dîsa dewleta Virqo tilî avêtiye bin dûvê we? Kuro de herin avekê li qûna xwe kin û looo...Dua bikin ku fedaîyên Lotikxanê ne li Kerkûkê bûn, yan yek ji we li ser lingan nedima, de welhasil....

Malpera Diyarê Kurd vebû

Wêne bitikînin

Seks yan jiyan?

Hebeþ Kal-13/10/06-London- Li gor ankêtekê ku tê pirsîn:Hûn dixwazin jibo 100 salî bijîn dev ji seksê berdin? Derket holê ku piranîya jinên Brîtanî seksê dikin qurbana ku karibin sedsalî bijîn. Ji sedî 48 jinan gotine,“bila bi sed salî be û ne bi wê quzilqurta seks û xwêdanê be“. Lê ji sedî 31 ê mêrên Brîtanî jî gotine, „pekkkk, kuro ma jîyana bê seks hêjaye çi bavê min? Ha em sed salî jîyane û ha me xwarina kellê (bê xwê) xwariye ma ferq çiye? Na bi telaq em sed salê xwe dikin bi qurbana lotikekê, wey“ û jîyan kirine bi qurbana lotikên seksê. 

   Îcar me ji xwendevanê xwe Silêmanê har pirsî: Kuro Silêmano, 100 sal yan seks? Silêmanê me boqê simbêlan ba da û got: Kuro ma ji berê de nabêjin ku „Aqilê Kurdan di serê k…ê wan de ye“ heyran, wîî! Hema jina min ji min berdayî be ez lotikekê nadim bi petrola Kerkûk û Basrayê loo“ û xatir ji me xwest û çû..

Ava Zemzem kanserojen derket

Dr.Mihyedîn-13/10/06-London-Li gor lêkolîn û ceribandinên laboratuarî ava Zemzem a ku bi þûþeyan ji Siûdî Erebîstanê tê Ewrûpayê nepaqij û kanserojen derket. Li ser vê lêkolînê, beledîya Westmînster a Londrayê kirîn, firotin û vexwarina aza Zemzemê qedexe kir.

   Li gora ceribandina laboratûarê, di vê avê de ji ava normal sê (3) qat zêdetir maddeya „arsenîk“ derketiye û ev jî xeterek mezine. Di lêkolînê de derket holê ku bi taybet ev ava ku bi navê „Ava Zemzem“ tê binavkirin, li ser zarokan bandorek neyînî dike û ji ava normal du (2) qat zêdetir „xwêya asît nîtrîk“ têde heye.

   Îcar heyran ji me gotin. Heçê bi Erebên zikmezin bawer bikin û ava wan vexwin divê qîma xwe bi kanserê jî bînin. Li gor lêkolîn û îstatîstîka Prof.Dr. Friedrich Gutenberd, di dinyayê de divê meriv ji sê milletan bawer neke. Tirk, Ereb û Ecem..Îcar xêr û guneh di stuyê we de…  

 

Reçeta harbûnê

Dr.Mihyedîn-19/10/06- Çawa ku mêzîna xwerista cîhanê serûbinê hev dibe, herweha di têkilî û xwestekên zayendî (cinsî-seksî) de jî serûbinî çêdibin û gellek caran hewes û þewqa hezjêkirin û seksê bi meriv re namîne. Îcar jibo çareserkirina vê pirsgirêkê em dixwazin ji we re reçeteya Lotikxanê pêþkêþ bikin. Ger hûn li gora reçeteya me bimeþin wê jîyana we a seksê qet jihevde nekeve. De fermo, heger zewq û þehweta seksê bi we re nemabe, van tiþtan bikin hûnê bibin wek agirê sor allahwekîl.

   1) Serê sibê (taþtê) li xwirînî kîlok hingiv û kevçîyek darçîn bi ser kezeba xwe dakin.Piþtre beroþek þorba nîskê û nîv kîlo îsotên tûj pêre bixwin.

   2) Nîvrokî (firavîn) du kîlo pîvaz, sê nanê tenûrê, 25 hêkên qelandî bixwin û pêre jî pênc þerbik dewê meþkê vexwin.

   3) Êvarî (þîv) beroþek kutilk, leganek eprax, sê mirîþk, deh gurçikên çêlekan, nîvberoþ tirþika fasûlîyên hiþk, deh bacan, pênc xiyar, baqek bexdûnis, nîv baq tûzik û du nanê malê bixwin. Piþtre jî du þerbik dimsa Mêrdînê berdin devê xwe heta ku zikê we binepixe. Piþtî we ev hemi kirin, îcar cixareyek qaçax jî bikþînin ser kezeba xwe û nîv seetê bêhna xwe berdin.

   Îcar hûnê binerin, heger hûn wek conegayên nav garanê har û dîn nebûn, emê pîvazekê bi guhê xwe vekin! Herroj vê reçetê bikarbînin xêr û guneh di stuyê me de....Bi telaq hûnê ji keleþkofê xerabtir bibin! 

 

 

“Em lotikên Tirkiyê naecibînin!”

 

Hisênê Serperitî-18/10/06-Bruksel-Serokê Komisyina YEê Jose Manuel Barroso di derbarê endametîya Tirkiyê de hinek lotikên xweþ avêtin û ew dan ber pehînan. Barroso dibêje, “em di derbarê Tirkiyê de bi endîþe ne, jiber ku rîtma muzîka wan û a me li hev nakin. Halî hazir Tirkiye di tu warî de gav û lotikên pêþketî navêjin. Heger ew bibin endamê YE jî incex 15-20 salên din karibin têkevin nav lotikvanên Ewrûpayê” û filan.

   Îcar Tirk jî nerazîbûna xwe tînin zimên û dibêjin, “way xiyar oxlî xiyar way! Ûlan bû yuce Tirk milletîne yapilirmi be!” û zîtirkan didin xwe. Welhasilîkelam, heta 15-20 salên din jî Xwedê kerîm e, kî saxe û kî mirî ye..Kuro bi namûsa Tirkên Ewrûpayê 100 salên din jî Tirk nebûn Ewrûpî lo, wey! Ma gur û mîh karin bibin destebrakên hev?

 Ha ji we re sextekarekî din

Seyid Silêman-18/10/06-Stenbol- Yek ji wan sextekarên ku li ser navê dînê îslamê lotikên xerab li îslamê dixe û wê jibo berjewendîya xwe bikartîne Ahmet Xoceyê Cubbeyî ye (Ahmet Mahmut Unlu).

   Ahmed Xoceyê sextekar wek gellekan dînê îslamê ji xwe re wek perda þanoyê dibîne. Li ber perdê dîndarekî baþ, rîhdirêj û þaþikmezin dixuye. Lê li piþt perdê jî tolaz, tarikselat û sextekar derdikeve. Derket holê ku Cubbeyî efendî li Maltayê di nav jinikên tazî de ketiye behrê û têra xwe lotik avêtine. Welhasil, em zêde serê we bi cubbe, kum û þaþikan neêþînin.

   Îcar niha Ahmet Cubbe efendî jibo eyba qûna xwe veþêre û zinêkarîya xwe piþtperde bike ji xwe re fitûyan derdixe û dibêje, “Xwedayê min ji min re got here bigere, li kêfa xwe binere û bide lotikan” û derewên qirase dike.

   Ê hey tarikselatê heram! Hey sextekar kurê sextekaran! Hey Xwedê lotika mirinê li bin guhê te xisto! Kengî Xwedayê te ayet ji te re daxist û got “de here li Maltayê têkeve nava jinikên rût û wan hedayet bike hê?” Ma derewek din tunebû hey qûnde!?

Teyrê Lotikxanê balafira Tirkan xist

Mela Ehmedê Bedlîsî-17/10/06-Bedlîs- Teyrê malpera Lotikxanê balafirek Tirkan a F-16 xist. Teyrê me „Teyrê Har“ derketibû nêçîra keroþkan û li ezmanan çarçav difirîya. Teyrê me yê dîn û har ji niþkê ve balafirek Tirkan a F-16 dibîne û hema bi întîxarwarî êrîþî balafirê dike.

   Di encama êrîþê de teyrê me bi nikilan dikeve ser pîlotê tiyarê û herdu çavên wî derdixe. Piþtî pîlot kor dibe, ew û balafira xwe dikevin û agir bi wan dikeve.

   Em bi dilek xemgîn dibêjin ku teyrê me „Teyrê Har“ jî þehîd ketiye û emir daye haziran. De bila serê malbata Lotikxanê û hazir û guhdêran sax be..Amîn!

Erkano got “fissssss!”

Serdar Mirad-17/10/06-Amed- Serokê partîya ANAPê Erkan Mûmcûyê çerqoberqo jî wek tirrekên din serdana bajarê Amedê kir û di derbarê pirsgirêka Kurd de lotikek avêt.

    Mûmcû di derbarê pirsa Kurd de devê xwe dibe tîne û dibêje,“ev serokên partîyên din hemi tirrek û derewîn in. Heger kesekî ku karibe pirsgirêka Kurd çareser bike ew jî ez im. Kesê ku li Enqerê newêribe behsa pirsgirêka Kurd bike, li Amedê jî nikare behsa lotikan bike. Em û Kurd bi dîrokek dûr û dirêj bi hevre jîyane, me dîk û mirîþk dane hev, xwîna me li dawa hev ketiye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokrasîyê ye, pirsgirêka azadîya lotikan e“ û filan û fîstan.

   Dola qantirê di dawîya gotina xwe de jî rastîya xwe eþkere dike, vedirþe û dibêje, „li Tirkiyê pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd tuneye. Gava em meselê bi navê pirsgirêka Kurd binavbikin, wê ev bibe cudaxwazî û neteweperestî“ û jehr û ziqûm.

   Ê kerê min heywanê Xwedê! Qûnde! Çîrokên dema eshaban ji me re nebêjin ewladim! Hûn serok û partîyên Tirk ji heman qul û þikeftê derketine yawrûm! Em zanin bê çend mû bi qûna we vene dangalak, ma hûnê kê bixapînin! De here tu jî wek Mehmet Agar avekê li qûna xwe ke, yalla…

Lotikvanê 50 salî!

 

Sofî Xelef-16/10/06- Swêd- Erê dinyayê..Lokman Polat jî bû 50 salî, weledddd! Xwedê neyne serê kesî rebbî! 50 sal nîvê emrê meriv e. Yanî lingekî meriv li dinyayê ye û yek jî berê xwe dide axreta xopan, erê erê!

    De heyran em zêde dilê Lokman Polat pê neþewitînin û dilê wî ji dinyayê sar nekin. Lokman Polat bi minasebeta 50 salîya xwe li Stenbolê pirtûkek bi navê ”Çîrokên Rengîn” çap kiriye û pêþkêþî xwendevanên xwe ên li welêt kiriye.

   Çîrokên rengîn (bi telaq me nizanîbû çîrokên rengîn jî hene) ji pirtûkên wî hatine berhevkirin û xuyaye hingî çîrokin xweþ in, bi rengê kesk û sor û zer hatine boyaxkirin û bêhna gul û beybûnan ji wan tê.

   Welhasil, em wek xebatkarên Lotikxanê 50 salîya nivîskarê xwe Lokman Polat pîroz dikin û hêvîdarin ewê 50 salên din jî lotikên Kurdewarî bavêje..Kek Lokman! Ji melkemot netirse, em bi lotik, cotik û pehînên xwe ve li piþta te ne allahwekîl...De yalla, bajo siwarê berîka Licê bajooooooo.... 

Ha ji we re rojîya Tirkan!

Dilcan Îzol-16/10/06-Antalya- Li bajarê Antalya, navça Alanyayê himamek Tirkan heye û piranîya miþterîyên himamê jî tûrîst û lotikvanên Ewrûpî ne.

    Xwedîyê himamê Ramazan Baþkaplan dibêje, “ di himama me de sê zilam û jinek tellak (kesên ku laþê meriv difirkînin) dixebitin. Hersê karkirên me jî rojîyê digrin” û filan. De werin û ji îmana xwe dernekevin! Tellakên zilam laþê jinan sabûn dikin, difirkînin, masajê dikin û hettanî bi nav þeqê wan jî lûfik dikin. Tellaka jin jî laþê zilaman sabûn dike, difirkîne û wan nerm û germ dike. De îcar yabo rojîya wan bû çi? Aha Tirk û rojîgirtina Tirkan jî eve haa!

   Ramazan Baþkaplan, Ahmet Dûran, Adem Baþar û Sevgî Dûr dibêjin, “ev deh salin em vî karî dikin. Em profesyonelin û gava em karê xwe dikin jî em qet niyeta xwe xerab nakin”. 

   De îcar yabo destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û hûn bêjin: Gava di vê meha Remezanê de, bi zikek birçî zilamek jinekê sabûn bike, bifirkîne, destê xwe ji serê wê hetanî bi binê wê bibe û bîne, çi tê serê wî? Niyeta wî xerab dibe yan nabe? Yan gava Sevgî Dûr xanim laþê zilamên tazî sabûn bike, bifirkîne, destê xwe têxe nav þeqên wî û ji xwe re bi heftokan bilîze, niyeta wê xerab dibe yan nabe? Ya starrrrrrr! Kuro lawo van Tirkan rojî jî li ber çavên me herimandin bavo! Wax wax wax, ev çi ecêba niyetêye ey hawarrr.....

Qûneko poþman bû

 

Ahmed Beyan-15/10/06-Enqere-Serokê DYP Mehmet Agarê ku di dema wezîrtîya xwe de destê wî ketibû xwîna bi hezaran Kurd, berî demekê li Amedê ziryabû û gotibû, “heger ez bibim serokwezîr ezê efûyek giþtî ji PKK re derxim.Wê di dema min de esker nikaribe bêje “zirt”, ezê poz û guhê wan jêkim” û dest bi derewan kiribû.

   Piþtî van zirtên wî ên vala, îcar Serekerkanê Artêþa Tirko Yaþar Buyukanit jî daw û delingê xwe hilda û got, “kuro Mehmet Agar çi kûçike ku direyê ha? Em van gotinên wî li dijî xwe wek lotikekê dihesibînin” û filan.

   Îcar piþtî zirtên Buyukanit Mehmet Agar li gotinên xwe poþman bû û got, “kî dibê min efûya PKK xwestiye? Kuro ma ew mêranî bi min re heye go ez dev bavêjim yekî wek sermezinê Buyukanit?  Na na, ez xelet hatime fêhmkirin..Ji xwe li Tirkiyê pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd tuneye, em hemi Tirk in û zimanê me Tirkî ye, heçê bêje pirsgirêka Kurd heye jina xwe ji xwe berdide” û filan bêvan.

   Lê ecêba Xwedê çiye hûn zanin? Mehmet Agarê heram pirsgirêka Kurd înkar dike, û DTPlî yên me jî radibin beyanan didin û dibêjin, “em piþtgirîya Agar dikin” û xwedî li tunebûna pirsgirêka Kurd derdikevin. Heyran bi telaq em nema zanin bê emê bêjin çi û hew! Em nema zanin kî Kurde û kî Tirk û Virq e...De Xwedê ji xêrnexwazan re nehêle rebbî...

Hewreman rabûn ser xwe, Kurmanc berdidin bin xwe!

Leyla Bamernî-15/10/06-Duhok- Dibêjin hinek hemwelatîyên Hewremanî doza paraztin û xwendina devokê Hewremanî li hikûmeta Kurdistanê dikin û dixwazin ku hikûmeta Kurdistanê vê daxwaza wan di destûrê de bisediqîne. Tê gotin ku 143 Kurdên Hewreman daxwaznameyek ji hikûmetê re rêkirine û doza mafê xwe dikin.

   Li gor daxwaznamê tê xwestin ku; 1-Zimanê Hewremanî li Kurdistanê wek zimanekî mînorîtet bi resmî bê naskirin û di xwendegehan de bê xwendin.2- Li herêmên din ên Kurdistanê dibistanên jibo Hewremanîyan hebin. 3- Ev daxwazname bi awayekî diyar û berbiçav di destûra Kurdistanê de bê destnîþankirin. Wele her bijî Hewremanîno!

   De binerin; li baþûr texmînen 2 milyon Kurmanc hene, binerin bê deng ji yekî ji wan derdikeve û doza paraztin û mafê zimanê Kurmancî li hikûmetê dikin? Ey Kurmancên baþûr! Hûn çima dozê li hikûmeta xwe nakin û nabêjin, „kakacan! Ruhekem, dest û lingekem, por û pirçekem, ê we bo Kurmancî di destûrî Kurdistan de be cî nakeyn kaka? Ê we bo 30 milyon Kurmanc dikeyn be qurbanî xiyarî (arû) 2,5 milyon Soran haaa! Ê we bo heqaret le Melayê Cizîrî, le Feqîyê Teyran, le Melayê Batê, le Ehmedê Xanê, le Cegerxwîn we le Lotikxane dikeyn baba!?“ û filan û bêvan. Rabin kaka rabin, bi xewn û xeyalan wextê xwe derbas nekin..Bi tir û fisan tenûr germ nabe baba….

Amerîka stûn danî

Þemal Amedî-14/10/06-Waþîngton- Amerîka êdî destê xwe li masê xist û got, “em hetanî sala 2010an ji Iraqê dernakevin, heçê qebûl neke bela dakeve meydanê!” û lotikek li Tirk, Ereb û Eceman xist. Her çiqasî Tirk, Ereb û Ecem bi hêvîbûn ku wê Amerîkî di demek zûtir de leþgerên xwe ji Iraqê bikþînin û meydan ji wan re bimîne jî, lê xwêsîya wan di qirika wan de ma û kenê wan li wan bû girî.

   Halîhazir 141 hezar leþgerên Amerîkî li Iraqê û Kurdistanê ne. Erkanê Hêzên Bejayî ê Amerîkayê Orgeneral Peter Schoomaker di vê derbarê de got ku, “emê hetanî sala 2010an di kêmkirina hejmara leþgerên xwe de tu guhertinan nekin” û kêfa me anî. Welhasil, bela Xwedê, Îsa û Mûsa xêra Amerîkîyan xebûl bikin û di bihuþta rengîn de her yekî ji wan heftê horîyên çavþîn bidin wan rebbî..Amîn!

Li Västerosê þeva hunermendên Kurd

Hunermendên Kurd li Swêdê bajarê Västerosê þevekê lidardixin. Heçê bixwaze lotikan bavêje bila berê xwe bidin þevê. Xwedê ji mirovên betal hez nake. De yalla...

Ji welatên cuda çend adetên balkêþ

Serdar Mirad-13/10/06-Amed- Li gellek welatên dinyayê hinek tore û adet hene ku meriv pê nizane. Me jî jibo we çend nimûne dan ser hev. De fermo: 1) Li Tanzanyayê gava mêrê jinekê bimre, jin mecbûre penîsê mêrê xwe di stuyê xwe de bigerîne. 2) Li Gûambayê zewaca qîzên azib qedexeye. Jibo vê qîz li cem yekî ku qîzan ji keçkanî dixîne bi peran xwe ji keçkanî dixînin. 3) Li Arîzonayê di hindurê trimbêla ku dolabên wê (teker) teqiyane de kirina seksê qeexeye. Kesê di kursiyê pêþîn de seksê bike 50 dolarî ceze dide. 4) Li Gîneyê kesê ku jina bi mêr ji rê derxe û zinê pêre bike tilî yan pêçîyek wî tê jêkirin. Tilî yan pêçîya jêkirî bi jinikê didin xwarin. 5)  Li Gûyanayê jin û mêrên ku di serþokê de li ser seksê bên girtin, bi boyaxa sor tên boyaxkirin û piþtre li ser kerê li nava bajêr tên gerandin.6) Li Colombîyayê þeva zewacê dêya bûkê li ber serê bûk û zavê rûdinê û dibe þahidê þeva pêþî. 7) Li Hindistanê cêrîya nava malê (jina ku bi peran li nava malê dixebite) mecbûre bi xortê malê re seksê, wî di warê zayendî de têr bike. 8) Li Laosê lingên jinan herêma herî seksî tê qebûlkirin. Jiber vê pêþêkirina lingan li jinan qedexeye. 9) Li Taywanê heval yan merivên zavê bûkê ji keçkanî dixînin. Sedema wê; “Bila zave wextê xwe bi karekî wilo serêþandinî re derbas neke”. 10) Li Girava Amboynayê heger zad û bereketa salê kêm be, zilamên giravê mecbûrin berêvarî rût û tazî herin nava erd û zevîyan û ji xwe berdin (masturbasyon).

Yaaaa! Çawaye, we eciband ne? Aha li dinyayê tiþtên wilo kesanedî jî diqewimin ha braknooo!

Waweylê wey waweylê, wey waweylê Manuelo!

Antonîo Vega-13/10/06-Meksîko- Manuel Ûrîbe herî qelewê dinyayê ye û tam 556 kîlo ye. Rebeno ne kare rabe ser xwe û ne jî kare wek insanan bilive. Îcar dilê Profesorê Lotikxanê Prof.Dr.Gîancarlo De Bernardînîs bi halê Manuel þewitî û hema yekser berê xwe da Meksîkayê û Manuel saxtî kir.

   Profesorê me soza mêrê berê da Manuel û got, „qet metirse, ev tiþtik miþtikên wilo li cem min wek karê zaroka ye. Ezê rovî, hûr û serûpîyên te bidim ber kêr û meqesan. Bi telaqê Tirkên Selanîkê yan ezê te wek Mahmûd Ehmedînejad daxim 65 kîloyan û yan jî ezê Profesorîyê li xwe û bavê xwe heram bikim“.

   De ka emê binerin..Heger birastî profesorê me Manuel kir wek Ehmedînejad jixwe emê wek Orhan Pamûk xelata Nobelê bidin wî. Na heger wek textor û profesorên Tirkan fasafîso be, jixwe emê lotikekê lêxin û meaþê wî bibirin. De yalla…. 

Heyla topek lê ketê!

Temel Satilmiþ-11/10/06- Trabzon- Wek hûn zanin, berî demekê li bajarê Trabzonê O.A yê 16 salî keþeyê Îtalî Andrea Santoro dabû ber kêr û xinceran û ew kujtibû. Îcar niha mehkema wî bi dawî bû û mehkemê 18 sal ceze lê birî.

   Welhasil, îcar dêya wî Necmîye A ya toplêketî li devê deriyê mehkemê dike qarewar û dibêje, „Kurê min kare 18 salan jî razê 20 salan jî razê, kurê min jibo dewleta xwe û jibo Xwedayê xwe ew keþeyê heram kujtiye“ û dixwaze xelkê bixapîne.

   Ê hey dêlika heram, kurê te jibo dewleta xwe keþe kujt rast e. Lê çi îþê Xwedê û kujtina keþe bi hevre heye hêê? Ma haþa Xwedê muhtacî te û kurê te ye? Yan Xwedê hevqasî bê qiwet û bê taqate ku ji kurê te re bêje, „de here wî keþeyî bikuye?“ Ma ew keþe jî ne ebdê Xwedê bû? Hûn çima li ser navê Xwedê mirovan dikujin û partîyan avadikin hey Xwedê topek li we xistino! Yanî hûn herin zinê bi dêya xwe re jî bikin hûnê bêjin haþa „me jibo Xwedê kiriye“ ne wilo? De ka go Xwedê kevirek bi ser we de bigindiranda ku koka we Tirkan biqelîya, axxx ka ew roj….  

Ji Hikûmeta Heremî ya Kurdistanê re

Xemgîmê Welat-12/10/06-Amed-Rêzdar Serokwezîr, wekî Serokwezîrê Hikûmeta Heremî ya Kurdistanê, em ji we hêvî dikin ku, jibo parastina Kurmancî, demek zûtir hinek tedbîran bistînin ku zimanê me yê þêrîn, bi temamî ji holê ranebe û nemire. Bi dîtina me, divê bi tevlîbûna linguîst, rewþenbîr, nivîskar û lêkolînerên Kurmanc, li Duhokê konferansek lidarxistin da ku seba parastin û vejandina Kurmancî biryar bête dayîn û rê û rêbaz bên destnîþan kirin.(Berdewam wêne bitikînin)

 

 

Zekerîya efendî çirand û çirvirand

Rojda Aydin-19/10/06-Stenbol- Profesor û Îlahîyatçîyê Tirk Zekerîya Beyaz dîsa dest bi lotikên kesanedî kir û bû zirte zirta wî. Beyazê þaþomaþo vê carê jî got, „jinên ku zarokan tînin karin vajîna xwe (arkun) estetîk bikin û bînin hev“.

   Yanî jinên ku zarok anîbin û arkuna wan fireh bûbin, wê karibin bi estetîkê vajîna xwe teng bikin da ku kêfa mêrê xwe bînin û wek dem û dewranên xortanîyê beroþ û qapax li hev bên. Îcar hinek jinên Tirk li dijî peppûkê Beyaz derdikevin û piranî jî jêre li çepikan dixin.

   Zekerîya Beyazê çavhewl jî piþtî vî temenî çarçavî bûye, por û simbêlê xwe boyax dike û li keçikên 14-15 salî digere. Êêêê, normale normal! Dil pîr nabe haa..Ji xwe dilê zilaman qet pîr nabe, hetanî saxbin dixwazin zinêkarîyê bikin û lotikan li derûdorê xin…De ne ser xêrê be rebbî…

Ew mabû wî jî lotikek avêt

Ahmed Beyan-19/10/06-Enqere- Piþtî Serekerkanê Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit û Erkanê Hêzên Bejayî Îlker Baþbûg, niha jî Erkanê Artêþa Duyem Org.Hasan Igsiz lotikek avêt û di derbarê agirbesa PKK de got “zirt!”

   Igsiz jî bi devê generalên din dipeyive û dibêje, “bela kes xewn û xeyalan nebîne, hetanî ku terorîstek çekdar li serê çiyê hebe emê dev ji lotikan bernedin û nêçîra wan bikin”.

   Heyran bi namûs em ji roja pêþî de zanin ku hetanî balyozê Kawa li serê we nekeve hûn dev ji lotik û zîtirkên xwe bernadin, wîî! Ma em hevdu nasnakin? Lê bela mala xêrnexwaz û enternasyonalîstên Kurd biþewite û hew! Ma lawo heta go enternasyonalîstên me ên “nîv Kurd nîv Tirk” doza bratîya Tirk û Kurdan bikin, emê çilo biserkevin û lotikan li we xin hêê!

   Yabo bi telaq hûn bi kêrî xwe tên lo, ê dijminê koka xwe dîsa em in û hûn sax....Xwedê mala neteweperestên me biþewitîne ku nikarin xwe bihûnin û bibin hêz û hew...

Luqman Cemîl di mala bavê de ma! 

Sebrîyê Fesad-18/10/06-Bochum-Li gor gotinên ser tenûran û paþgotinên xelkê, hunermend û stranbêjê lihevhatî Luqman Cemîl di mala bavê de maye û kesek pê qaîl nabe. Bi ser ku Luqman Cemîl lotikvanekî baþe jî lê xuyaye keç û qîz newêrin xwe nêzîkî wî bikin.

   Dibêjin Cemîl li Almanya ji alîyekî xefikên miþkan vedane û ji alîyê din de jî þewka xwe avêtiye çemê Reîne û li bendî ye ku keçek  xweþik têkeve xefik û þewka wî. Herweha dibêjin ku Luqman Cemîl ji qehr û mitalan ji xwarin û vexwarinê ketiye û ji qehwa qaçax pêve tiþtekî din venaxwe.

   Keçno, qîzno! Jibo Xwedê û Pêxember li Luqman Cemîl xwedî derkevin bavo..Berî ku rebeno xwe bikuje yek ji we lotikekê lêxin û wî ji vî halê mirinê xelas bikin..Bi telaq hûnê raste rast herin bihuþtê..

Ma dora xiyaran

Cembelîyê Botî-18/10/06-Çolemêrg- Her ku diçe mêzîna dinyayê serûbinê hev dibe û bûyerên ecêb diqewimin. Piþtî þebeþên Amedê niha jî li herêma Çolemêrgê kundirên 30-40 kîloyî tên bidestxistin.

   Fahrettîn Çelîk di behçê xwe de kundirên 30-40 kîlo bidestxistin. Ew dibêje ku ewî tenê zibilê çêlekan bikaranîye û heftê tenê carekê kundir av daye.

   Erê dinyayê erê....Þebeþ û kundirên 30-40 kîlo çêbûn, ma dora tirozî, ecûr û xiyarên 40 kîlo..Kî zane? Dibe ku îsot û bacanên 40 kîlo jî çêbibin haaa..Ji xwe ger sîr û pîvazên 50 kîlo çêbibin qet ecêbmayî nemînin..Ev dinya wilo ye..Hinek masîyan digrin û hinek jî kûsîyan..

Namak vekirî ji birêz Mizgîn Gemo û berpirsê malpera Tirej.net ê nû re

////////////////

Tu li ku û Xwedê li ku peppûko!

Diyar Baban-17/10/06-Mahabad-Serokkomarê Îranê Ahmedînejad di sohbetek xwe ya bi mihafazakarên Îranî re ragihand ku, " Ez bi serketina Îranê bawerim. Jiber ku min bi Xwedê re têkilî danîne". Ahmedînejad piþtre jî got, " Em dibêjin serketin a me ye. Rojekê ji min pirsîn , ji bo em biserkevin te bi kesî re peywendî danîye yan na?"  Min got  " Erê min bi Xwedê re danîye" û filan û bêvan.

   Ê qamkiniko! Mirûztehlo! Hey Hesen û Hisên topek li te xisto! Ma tu li ku û Xwedê li ku peppûko! Yanî Xwedê kesekî xweþiktir, kesekî bejindirêjtir, kesekî qelewtir, kesekî pozbiçûktir nedît ji te pêve ne wilo?

   Tiiirrrrrrrrrr li bin qûna te! Kuro tu kiyî ku tu karibî têkilîyan bi Xwedê re deynî kurê pîrê!? De here tu jî avekê li xwe ke, de yalla deeeeee...

Dansê bikin û ji mirinê xelas bin

Leyla Barîn-16/10/06- Wek hûn zanin stres û xirecira zêde mirov ji hal de dixe û hetta tirê ji meriv berdide. Îcar Pisporê Nexweþîyên Hindurîn ê Nexweþxana Almanyayê Dr.Jan Klod Kayûka dibêje ku, “ dermanê stres û westana zêde dans û spor e. Dans (reqs) bandorek pozîtîf li gewde û lebatên meriv dike û dihêle ku meriv ji styres û acizîyê dûr bikeve..Ez dibêjim hema bila herkes dansê bike û lotikan bide xwe” û balê dikþîne ser dans û lotikvanîyê.

   Îcar heyran, dîsa ji me gotin û li we kirin..Derî û pencereyên Lotikxanê ji we re vekirîye. Kengî hûn aciz bûn û we bêrîya lotikan kir, werin li derîyê Lotikxanê xin, perê xwe bidin û derbasî hindur bibin. Haaa, emê ji we re kasêta Ciwan Haco a “dil ketmê dil ketmê, cara pêþî dil ketmê” jî belaþ deynin ser allahwekîl! De werin, yalla....

Te zêdetir bidizîya malneket!

Hebeþ Kal-15/10/06-London- Mala Xwedê ava ku ev cara yekeme yekî Kurd bi eþkereyî perên partîyek Kurdistanî didize û direve derveyî welêt.

  Erê lo! Heta niha heçê radibû veþartî pere didizîn, bertîl dixwarin û lotik li hikûmet û partîyên xwe dixistin. Îcar xuyaye wîjdanê xwedîyê Þîrketa Deþtî Osman Hisên efendî qebûl nekiriye ku bi dizî peran bixwe û rabûye gotiye, “kuro lawo ma kî nikare bi dizî peran bixwe? Hema bi telaq ezê jî eþkere bidizim lo..Belkî hema ez jî têkevim pirtûka Guînnessê” û 2 milyon û 100 hezar dolar dizîne û lotikek li Þîrketa NOKANê (milkê Yekîtî Nistimanî Kurdistan) xistiye.

   Dibêjin birêvebirê Þîrketa NOKANê Rizgar Abdulqadir gotiye, “emê bi rêya Înterpolê li Osman Hisên bigerin, heta em wî negrin xew li me herame” û filan.

   Tewww! Yabo hûn dev ji Înterpol mînterpolê berdin bavê min! Hema bi telaqê jinberdanê heger hûn 2 milyon û 99 hezar dolarî bidin sîxurên Lotikxanê, emê di nava 24 seetan de Osmankê we teslîmî we bikin û hûn sax! De yalla..Ma em kontoya xwe bidin we?

Galbraîth li Tirkan qeliband

Tacdîn Baran-14/10/06-Berlîn- Ofyannnn, bi telaq Peter Galbraîth dilê me rehet kir loo! Balyozê Amerîkî ê berê û mîster Peter Galbraîth jevpeyvînek bi rojnama Alman TAZê re kir û çend lotikên xweþ avêtin Tirkan.

   Galbraîth di hevpeyvîna xwe de dibêje, “ we go Tirk dixwazin têkevin baþûrê Kurdistanê? Na lo, birastî? Tewww! Kuro ma ew cesaret bi wan re heye? Bi telaqê jinberdanê wê 100 hezar pêþmergeyên Kurdistanê tirê ji wan berdin û wê bikin ku hetanî bi anitqabîrê bi xwe de birîn! Dewleta Tirk nikare bi 5-6 hezar gerîllayên PKK îcar wê zora 100 hezar pêþmergeyên wek cinawiran bibe, wey mala minê! Kuro jina min ji min berdayî be wê pêþmergeyên Kurdistanê Tirkiyê bikin Vîetnama duyem haa..Ma kî li piþta wan e? Em qurban em!” û  tirsek mezin xist dilê Tirkan.

   Kuro Xwedê te bihêle lo! Bi telaq em ji zilamên rastgo hezdikin haa...Lê xwezî te bigota “wê Kurd doza Stenbolê jî bikin” heyran....

 Ala kurdî  li doxînê jî hate gerandin

 

Derdê Dil-13/10/06-Dubaî-Batil lawo çeqilmast… min anî û te alast..Nikarim dirêj bikim,  hunermenda kurd Aynûra nazik û xweþik li ahengekê bîranînî de stranên kurdperwerî distirê û xelk jê re çepikan dikutin.

   Xuyaye hingî bi lotikan germ bûye ji bîr kiriye ku  ala kurdî li doxînê nayê pêçandin û ciyê wê alê ne kelefên wê ne. Merov a Xwedê bêje, xelk matmayî neman ji ber daniye ser cihekî germ… keçê porkurê ma te ji doxînê pêve ciyekî din nedît!!!

Piþtî tir têde nema tobe kir

Þemal Amedî-13/10/06-Holyywood Xwedîyê kovara Playboyê Hûgh Hefner piþtî ku tir têde nema û têra xwe zinêkarî kir, îcar tobe kir û dibêje, „êdî seks li dê û bavê min heram be, ez pê virikî bûm û nema karim lotikan bavêjim“.

   Hefner herweha dewam dike û dibêje, „ ez hîna çalak im, karim çend lotikên din jî bidim xwe, lê êdî ezê enerjîya xwe bidim lîztika domîno û bi cêrîyên xwe re lotikên domînokî bavêjim“ û filan.

  Hefner 80 salî ye, heta berî salekê jî bi heft jinan re diket nava nivînê lê êdî hejmara jinan anîye sisêyan û xuyaye êdî ne tir têde maye û ne jî fis..

Komunîsta kapîtalîst

Çang Çong-13/10/06-Pekîn- Xanima Çînî Çeûng Yan a 49 salî  bi serweta xwe ya 25 milyar dolar bû dewlemendtirîn jina cîhanê. Yan xwedîya febrîqa kartona ye û di borsayê de hisseyên wê hetanî bi 165 prosenta bilind bibû. Heta niha Oprah Wînfrey a Amerîkî û Joanna Rowlînga nivîskara Harry Potter wek dewlemendtirîn jinên cîhanê dihatin nasîn. Lê xuyaye Çeûng Yan a kominîst ew dane ber lotikên xwe û bi serweta xwe zora jinên kapîtalîst biriye.

   Îcar heyran em nema zanin bê kî komunîste û kî kapîtalîste? Jinik li welatekî mîna Çîna komunîst dijî, bixwe komunîste û xwedîya 25 milyar dolar e! De ka îcar hûn bêjin: Kapîtalîzm çiye? Komunîstên ku bi ked û xwêdana zarokan dibin kapîtalîst, wey mala minê…

   De bila Maoîstên me yên Kurd herin xwe bavêjin bext û namûsa wê, belkî hema çend qirûþan jê bistînin bavo! 

Jinên me ji me hatin berdan!

Mele Þewqî-12/10/06- Stenbol- Ey hawarrr! Heger rast be, bi telaqê bê fitû jinên hemi misilmanan ji wan hatin berdan û hew! De binerin bê Endamê Sazîya Karûbarên Dînî yê Dîyaneta Tirkiyê Prof.Dr.Saîm Yeprem dibêje çi. Dibêje, “di dînî îslamê de mehr (nîkeh) tuneye. Mehr ji dînê Xiristîyanîyê û ji dêrê hatiye girtin. Kesê ku mehrê bibire divê kesekî ku karibe li ser navê Xwedê biryarê bide û pir nêzîkî Xwedê be, divê ciyê ku mehr lê bê birîn jî ciyekî pîroz be ku ev jî mehra di nav Katolîkan de ye. Di îslamê de kesekî ku karibe li ser navê Xwedê biaxive û herweha ciyekî pîroz jî tuneye. Mehra ku li gor Qanûna Medenîya Tirk tê birîn mehra dînê îslamê bi xwe ye” û filan û bêvan.

   Yaaaa! Hûn dibînin ne? Naxwe hetanî niha jinên hemi misilmanan ji wan berdayî bûn lê me nizanîbû bavo! De xêr û guneh di stuyê Tirk û bavê Tirkan de be..Bi telaq ji min re baþ ket loo..Ji xwe ez ji jina xwe hatibûm hetanî qirikê, va mehra dînî jî rabû, ezê ji xwe re yeka 14 salî bînim û têxim paþila xwe û xelas! Oxxxxx, Xwedê da min.....

 

s© lotikxane 2006