Kezebperitiyo

Serdana Somal

 

Adil Dûran

Seretayên exlaqî

Bavê Welat

Ku melle tir kir

M. Elî Efrîn

Kî ji Xwedê ditirse?

Bavê Ronahî

Rava heyîvê

Lezgîn Þêxo

Ez jî bûme Kurd

 

Evdo Dîno

PDK-YNK-Kerkûk

 

Lokman Polat

Xelata Nobelê û Orhan Pamûk

 

    

Selîm Acar

Hilbijartina nava

 

Dilsotî

Erê Mamoste

Aso Elîka

Dr.Qasim-1

 

                                                                                                        

 

 

 

 

Wechê þerê qirêj

                                         Rastî tehl e...               Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Metelok: Ne gundê bê rez, ne þivanê bê pez, ne jî kesê dibê ez û ez, hersê jî bi kêrî tiþtekî nayên!

B. Omerî

Yek li nêl; du li bizmêr

Arþîv                                              info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com          

Canê soza xwe kir bexdûnis

Sosin Bermal-27/11/06-Almanya- Nizanim we di Netkurdê de hevpeyvîna lotikvana delal Canê xwend yan na. Lê bi telaq gava me xwend, hêsrên çavên me wek Çemên Dîcle û Feratê herikîn û hindik mabû ji lehîya hêsrên çavên me bajarê Kolnê di binê avê de bimaya. Serpêhatiya jîyana Canê hevqasî bi dilþewatî û qiriktalî derbasbûye ku Xwedê neyne serî miþk û maran rebbî. Rebenê di yanzdeh salîya xwe de zewiciye û hezar kevir û zinar bi serê wê de barîyane.

   Welhasil, hunermenda rindik û mindik, kilê çavên xort û mêrên Kurd, dengbêja qada navnetewî Canê di ciyekî de dibêje, “min bi gotina dêya xwe kir û ji dêya xwe re soz da ku hetanî ez saxbim ezê bi Tirkî nestirêm. Lê tenê carekê min di TVê de stranek bi Tirkî li ser þehîdek Kurd xwend, ew jî daxwaza hinekan bû” û filan fîstan. 

   Erê erê dinyayê...Canê li ser daxwaza hevalan soza ku dabû dêya xwe pêlêkirê, perçiqanc, hûrhûrî kir û avêt ber pisîkê. Keçê dua bike ku tu bi stranek Tirkî xelas bû peppûkê, wey! Hinek jî hene gava bi stranek Tirkî destpêdikin êdî hefsarê naletê dikeve stuyê wan û nema karin jê xelas bin..Îcar heyran Canê! Cana ber vî dilî! Carek din li soza xwe nequlipe, okey!

 

Ê xelkê xwe diteqînin, ê me jî tenekên zibil difirînin!

 

Abdullah El Kurdî-26/11/06-Filistîn- Erê lo...Meriv carna li hal û rewþa xwe dimîne halekî heyirî ha. De ka li qehremanîya Fatima Omer Ennacara 64 salî binerin û ibretê jê bistînin. Fatima 64 salî dixwaze heyfê ji Israîlîyan hilîne û radibe xwe bi bombeyên kundirî di nava wan de diteqîne.

   Fatima berî xweteqandinê di vîdeokasetê de dibêje, “ez xwe dikim qurbana Xwedê û welatê xwe”.  Yaaaa, hûn qehremanên xelkê dibînin ne wilo? Ên me çi dikin? Ên me jî wê di tenekên zibil de tirekê bikin û bêhnek gennî ji xwe bifûrînin.

   Ên xelkê xwe dikin qurbana Xwedê û welatê xwe, ên me jî xwe dikin qurbana Demokratîk Cimhûrîyetê û Ocalan. Îcar kî ji wan qehremane yabo? Fatima Omer Ennacara 64 salî yan enternasyonalîstên me yên doþirme? De rehma Xwedê li Fatima be..Bi telaq te tir ji enternasyonalîstên Kurd berda û xelas!

Kî dibê Kurd ne lotikvan in? Fermo îstatîstîka 24 rojan

Lotikxane-25/11/06-Bi serê we em pesnê xwe nadin lo, rastî her gavê biserdikeve û digihê armanca xwe. Di 24 rojên vê mehê de (01-24-11-2006)  2 milyon, 38 hezar û 894 kes ketine Lotikxanê û govend girtine. Xwedê bê erê, hetanî serê mehê emê xwe bighînin 2 milyon û nîvan û emê ji þerefa serketina xwe re þorba nîskê bixwin. Wêne bitikînin û bibînin.

 

Helbestek nûjen

 

25/11/06-Belê, mala Xwedê ava be ku helbestvanekî me ê nûjen jî çêbû lo. Wile û bile em bi van helbestvanên kevnare kezebreþî bûn haa, wîî!

   Helbestvanê me Hozan Vitvito helbestek ji me re þandiye û dibêje "bi telaq ger hûn helbesta min neweþînin ezê xwe bikujim" û em tehdît kirin. Dilê me jî pê þewitî û emê helbesta wî pêþkêþî we bikin. Dibe ku helbesta wî bibe mijara xelata Nobelê jî, ma kî zane..De yalla..

Bedewê!

Bedewê, kezîkurê, toplêketê

Çavên te wek çavên çêleka

Devê te wek çaroxa qetyayî

Ji pitpita te wek nepoxa fisyayî li min hat

 

Erê bedewê,

Diranên te wek mengena tûtinê

Ez dam ber xwe kirim piçik û parî

Her ku te gezek li min dida

Ez dibûm wek hejîra perçiqî, nedihatim xwarin

 

Erê bedewê,

Ji derdê te ez bûm Hozan Vitvito

Çêtirbû min navê xwe bikira ji kerê de keto

Guhê min bel dibûn gava te awir dida min

Ez kerxesandî bûm bi wan lotikên çîto-vîto

Erê bedewê erê......Te ez xesandim!

Ha ji we re elametek din!

Çan Çîng Çong-24/11/06-Pekîn- Belê...Çi bi emrê Xwedê dibe û çi jî jiber zêdebûn û pêþketinên hormon û maddeyên kîmyewî dibin, hema bêjin herroj li dinyayê bûyer û elametên qiyametê diqewimin û meriv matmayî dihêlin. Li Çînê jî bûyerek bi vî awayî çêbû ku Çînî di nava mat û ecêbmayînê de man. Zarokek “her du lingên wê pey zeliqandî” hat dinyayê û got “selamunaleykum”.

   Dibêjin gava zarok ji dêya xwe çêbûye wek masîyên b inê behrê kiriye “çîzewîz” û doza vexwarina avê kiriye. Li ser vê ecêbê hemþîre û doktorên li ber serê zarokê derpî dagirtine û bêhn bi nexweþxanê ketiye. Bi tesîra bêhna tir û fisên hemþîre û doktoran qey rebena zaroka bi jehrî dikeve û diperpite.

   Neyse canim, tê gotin ku wê operator, qesab û xeratên Çînê li hev kom bibim û bi kêr, meqes, bivir, das û misasan herdu lingên zarokê ji hev veçirçirînin, yan wê rebenê bugrînin û bikujin û yan jî bikin heywanekî du lingî. De a bi xêr...Xêr tê xweþî jî pêre tê....

Çima hûn bersivekê nadin kaka?

Cembelîyê Botî-23/11/06-Xabûr- Ev çend carin rojnameyên Tirkan behsa trimbêla Ferrarî a ku di sînorê Xabûrê de hêsîr maye dikin û dibêjin, „malbata Barzanî xwedî li Ferrarîya xwe dernakeve û dest danîne ser rebena Ferrarîya ku berê a lotikvanê navdar Rîcky Martîn bû. Belê, tê gotin ku buhayê vê Ferrarîyê 800 hezar dolar e û di dinyayê de tenê sê lib jê hene. Dibêjin ev Ferrarî fîþek tê re derbas nabin û pir saxlem e.

   Li gor çapemenîya Tirk dibêje, ev trimbêl li Stenbolê ji alî malbata Nezîr Sapanê Cizîrî jibo Seîd Barzanî (xwarzê yan brazîyê Serok Mesûd Barzanî) hatiye bidestxistin lê jiber kêmasiyên ewraqên wê li Xabûrê hatiye hefsarkirin. Dibêjin ev trimbêl ketiye ber devê meqesên qaçaxcîtîyê û dewleta Tirko 430 hezar lîreyên Tirkiyê jibo berdana wê dixwaze. Îcar qurban, yan bersivekê bidin Tirkan û bêjin, „heyran ev Ferrarî a me ye, erê buhayê wê pir erzane jî lê em qîma xwe pê tînin“ û yan jî bêjin „ Bi telaqê bê fitû em ji Kurdan newêrin xwedî li Ferrarîka xwe derkevin kaka! Wê zarokên þehîdan me bidin ber devê top û mitralyozan“ û filan.

   Erê erê….Bila zarokên xelkê nan û pîvazê bixwin û Seîd Barzanî jî Ferrarîya bi 800 hezar dolarî têxe binê xwe..Bixwin bavê min bixwin! Bi namûs hûn çi bînin serê vî milletî heq e û misteheq jî hîna maye û hûn sax…

 Bi telaq xebera we ye!

Ahmed Beyan-22/11/06-Enqere-Belê, dibêjin PSK ji raya giþtî re ragihandiye ku ewan dev ji Platforma Netewîya Kurdistanê berdaye û êdî ewê di nava platformê de cîh nestîne. Ji alîkî amadeye bi PKK re hevkarîyê bike û ji alîyê din dev ji Platforma Netewîya Kurdistanê berdide û dibêje “her ku çû xebata PNK-Bakur bê berhem bû” û filan bêvan. Neyse... emê behsa dema derbasbûyî nekin û brînên kevn venejînin. Lê gelo hîç gunehê we jî di vê bêberhembûnê de tuneye? Madem PNK-Bakur bêberhem mabû, ji kerema xwe we hinek berhem bidayê ku biba wek agirê sor û wek trêna expres li ser 280 kîlometreyî lotik bidana xwe babam, wîî!

   Kuro bi telaq xebera we ye û hew! Ma platform û yekîtî ji Kurdan re çi lazim hêê? Kurd ji platform û yekîtîyan çi fêhmdikin? Hêççççç! A baþ bila “hindik û rindik be,lê ji me re be” û hûn sax..... Em ditirsin sibê dusibê PSK xwe ji protokola PDK-Bakur û PWD jî bikþîne û bêje “kuro ji xwe bi kêrî tiþtekî nedihatin, bê berhem bûn” û dîsa serketinê ji wan re bixwaze.

   Welhasilî kelam gelî xwendevanan, em piþtgirîya her gotinên rast, her helwesta baþ dikin. Lê mixabin, xuyaye rêxistinên me Kurdên bakur hîna jî nekemilîne û wê zû bi zû dev ji nexweþî û berjewendîyên xwe ên rêxistinî bernedin.. De Xwedê li piþta wan be û hew, kî xizmetek baþ bike em pê re ne....

Seksa di balafirê de ji hêkên qelandî xweþtire

Steven Bordel-21/11/06-Los Angeles- Berî çend rojan balafira Þîrketa Southwest Aîrlînes ji bajarê Los Angelesê rabû  û berê xwe da ezmên. Tu nabê li ezmên, li jin û mêr Carl Persîng û Dawn Sewell radibe û kurmikên hormonan wan rehet nahêlin. Radibe mêrê jinikê Carl Persîng destê xwe dirêjî nav bexçê jina xwe Dawn Sewell dike û ber lemê bacanan tevir dide. Jina wî jî disincire, mûyên porê wê dibin wek þûjinan û herareta wê dibe 180 derece.

   Welhasil, piþtî ku “ax û ox” bi nava balafirê dikeve, îcar rêwîyên balafirê jî germ dibin û xwêdan bi wan dikeve. Xuyaye “ax û ox”ê bandorek mezin li rêwîyan dike ku hema rêvî qaîþên xwe vedikin û wek garanê dikevin nava hev, kê kê girt! Welhasil, dibêjin ji “ax û ox” “ax û wax”a rêwîyan, pîlotê balafirê jî duxre, rota balafirê winda dike û hindik dimîne balafir bikeve.

   Em zêde dirêj nekin, dibêjin pîlotê balafirê bi alîkarîya hostesekê kurmê xwe diþkîne û bi zor û heft belan balafirê bê qede û bê bele dadixe erdê. Îcar niha Carl Persîng û jina xwe Dawn Sewell girtî ne û dibêjin jiber ku wan “balafir kiriye kerxane” 20 sal ceze ji wan re tê xwestin. Heyran bi telaqê bêfitû me nizanîbû ku seksa di balafirê de ji hêkên qelandî xweþtire haaa!

Lîztika Melê û qelenê jina duwê

Îloxê Horkî-19/11/06-Duhok-Berî çend rojan hate ragehandin ku Melayê Mizgefta Zanyarîya Soranê li baþûrê Kurdistanê win dabûye û her cara ku xizmên mela peywendî bi telefona wî dikir, yekî bersiv dida û digot „eger hûn 3000 dolara neyînin emê mela bikujin“. Xwedê ne giravî ew terorîstin û wan ew revandiye.

   Lê îro berpirsê informasyona Wezareta Ewqafê xuya kir ku mela li kontrola polîsên Akirê hatiye girtin û revandina wî tev lîztikek bûye, wî çêkiriye û piþtî ku wî jina duwê aniye deynên xerciyên jinanînê ketine ser wî û dixwest bi wî awayî hindek peran bêxe destê xwe û qelenê Jinmelayê pê bide.

    Ê lawo melayo! Madem perê jinanînê bi te re tunebûn, tê çima du jinan bînî bêbext? Ma jinek têra bindoxîna te a gennî nedikir? De îcar yabo, ger melayên me doxînsist û çavlider bin, gelo wê xelkê reben çi xwelîyê li serê xwe bikin hêê!

Ev jî lînka wê nûçeya ku li malpera Awêne hatiye weshandin.

http://www.awene.com/new2389/content.asp?

ContentId=1644

150 hezar û lotikek

Sofî Xelef-18/11/06- Stenbol- Di flîmê “hezar û yek þev” de Benguzar Korel jibo tendirustîya zaroka xwe mecbûr dimîne ku bi patronê xwe re razê û çend lotikên Elemanî bavêje.

   Îcar niha ev bûyer di nava sosyete û lotikvanên Tirk de bûye mijara rojê. Lotikvana meþhûr û bedewa wek bûka lastîkî Denîz Akkaya jî ket nav lotikvanan û dibêje, “we go 150 hezar dolar? Hema bi heca go bavê  min tewaf kiriye ezê jibo 150 hezar dolarî ne lotikekê lê cotikan jî bavêjim, wey! Hema kî 150 hezar dolrî bide bila bê, derî vekirîye” û zilam bêminnet kirin.

   150 hezar dolar bavo, offfffffffff! Heyran bi telaq wek Lotikxane ê me 149 hezar û 99 qirûþên me hene. Heger tu qîma xwe pê bîni hema li kera xwe siwar be û were Lotikxanê. Bi namûs emê 25 xortên þemûz ên Lotikxanê têxin dora tenûra te, wîî! Li ser bextê xelkê be, dibêjin tenûra Tirkan zû disincire, hem jî bê pîþo û benzîn pêdikeve..De were de, ê deeeeeee! 

Her Tirk “Ez-Ker” tê dinyayê!

Silêman Beran-18/11/06-Elezîz- Piþtî Amedê li bajarê Elezîzê jî artêþa Virqo kire zire zir û zîtirk avêtin. Artêþa ku li Amedê diewtîn û digotin “ Vatan sana canim feda, arkadan tamponlandim bu yolda” li Elezîzê jî zirîyan û gotin “ Her Turk ez-ker dogar”, “En buyuk ez-ker bizim ezker”, “Ne mutlu Virqim diyene” û wekî din.

  Ma hewceye em tiþtekî din bêjin gelî xwendevanan? Ew bi xwe dibêjin “En buyuk ez-ker bizim ez-ker” û dizirin, wîîî!

Tirro gurê jina ye!

Þemal Amedî-17/11/06-New York- Boksorê tirtire Mîke Tyson pîþeyê xwe diguhere. Tyson wê ji îro û pêde wek “zinêkar” bixebite û ji jinên bêmêr re bibe alîkar. Piþtî ku Tyson di boksê de winda kir û tir têde nema, îcar biryar daye ku wek “eskort” bi jinan re here malê û lotikan li wan xe.

   Tyson dibêje, “ez guhdarîya kesî nakim, kî çi dibêje bila bêje ne xema min e. A girîng ewe ku ez peran qezenc bikin û lotikan bavêjim” û ji karê xwe ê nuh ne poþmane. Zinêkara binavûdeng Heîdî Fleîss dixwaze li Nevadayê 60 donim erd bikire û bike kerxane. Fleîss dibêje ku, “ezê hefsar têxim stuyê Mîke Tyson û serê hefsêr jî têxim destê jinan. Jina ku bixwaze wê karibe wî ji xwe re bibe malê û di nava nivînê de ji xwe re pê bilîze, tilîyan têxe wî” û filan. Welhasil, tirreko di boksê de winda kir îcar dixwaze heyfa xwe ji rebenê jinan hilîne. Ka go yekî qiraseyek xistiba wî bê çawa dibû....

Li Kurdistanê hê jî xweþmêr mane

 

Îloxê Horkî-27/11/06-Duhok-Li vê dawiyê Lotikxanê pirrrrr lotik li diz, gendel, zabitên gewad û çeqel meqelên din ên Kurdistanê dane. Lê Kurdino, ji bîr nekin ku hê jî li Kurdistanê mirovên bi namûs û pêþmergên qehreman pir mane haaaaaaaaa.  De va ya xwarê jî nimûneyek ji we lotikvanên hêja re.

   Li gor wan nûçeyên ku di binê xurcika peyamnêrê me ê gerok de mabûn û me pê nizanîbû û anuha me ew deranîn, dibêjin:

Li ba‏‏‏‏‏þûrê Kurdistanê pir karên hêja û bi lotik têne kirin. Ew jî kî dikin? Ma wê kî bin..!! Her ew pêþmergên qehremanin yên ku bi sedan lotik li Sedam û leþkerên wî yê dagîrker dan, heta ew li ber dîrokê rezîl û rûreþ kirin û gonên wan xistine bin postalên Emrîkiyan.

   Welhasil, liqa 18 ( Liqa Amêdiyê ) a PDK vaye saleke hatiye çêkirin, lê wan camêran ewqas lotik avêtine ku bi qasî lotikên 10 salan yên liqên din bûne. Ev jî çend nimûneyekin ji lotikên van camêran:

Çend komcivînên rêzgirtinê ji bo pêþmergên þoriþa Eylûlê, mamostayên þoriþê, brînpêçên þoriþê, çêkirina kampek taybet ji bo 300 jinan li Sûlava Amêdiyê ku çend þev û rojan têda man û gelek çalakiyên siyasî, rewþenbîrî û komelayetî têda encam dan. Çêkirina festîvala Þoriþa Gulanê li devera Çemankê, ku xebat û jiyana  xelkê Kurdistanê û pêþmerge têde mîna filmekî zindî hate nîþandan. Amadekirina ahengek xweþ ji bo Gulistan Perwer ( wê jî hindek lotik bi ser kela Amêdiyê ve avêtin ), amadekirna karnevala Enfala li Gundê Spînadar Xelfo û di kavilên xaniyên gundê ku hatiye Enfal krin de, ku birastî dîmenek rastîn û zîndî bû ji Enfalên Erebên qûnreþ li ser Kurdistanê. Amadekirina ahenga Þoriþa Eylûlê li Kanîmasê, çêkirina monomenta Enfala li ber derê baregayê liqa 18 li Amêdiyê ( Foto) û dîsa avakirina xaniyan ji bo malbatên ku zilamên wan li Enfalê hatine þehîdkirin û gelek ji karê van xaniyan berpirsên liqa 18 bi dest û zendên xwe kirine…Hey aferîn lotikvanên liqa 18!

   Divê em wê jî bêjin, ji ber ku berpirsên vê liqa han tev ( ji xeynî 1,2 kesan ) kevne pêþmergene, loma jî li nav bajaran û di xaniyan de bîhna wan teng dibe û dixwazin her li çiya û çola bin. Ji ber wê jî ew tev çalakî û ahengên xwe li çiyan, li gundan, li war û cihên xwe yên pêþmergeyatiyê dikin. Lawooo ma hûn kûvî ne baba…?! Îca lotikxane jî ji wan re dibêje:

Wa Pêþmerge bavê min,lêxin herdû çavê min

Sed aferîn ji we re Lotikvanên liqa hejde...

PSK tov avêt, federasyonê aj da

Ahmed Beyan-26/11/06-Enqere- Erê erêêêê..Xuyaye mesela federasyonê êdî li Kurdistanê û di nav rêxistinên me de dibe mode, hem jî modeyek ji modeyên bazara Parîs û Romayê çêtir û xweþiktir. Erê lo, îcar heçê radibe û doza federasyonê dike û lotikan dide xwe.

   Gava di destpêkê de Partîya Sosyalîsya Kurdistanê PSK di bernama xwe de doza federasyonê dikir, piranîya me me henekên xwe pê dikir û me digot „PSK reformîst û oportonîst e“ û em bi wan dikeniyan. Lê xuyaye piþtî guhertina þert û þirûtên cîhanê û sîyaseta global, îro piranîya rêxistinên me doza federasyonê dikin, çewalê reformîzm û oportonîzma ku avêtibûn ser piþta rebena PSK îro li wan vedigere û nizanim îcar ew dibin çi!?

   Welhasil, Xwedê ji PSK û federasyona wê razî be, bawerkin heger ne ji federasyona PSK bûya dibe ku niha me jî doza federasyonê nekiriba, yan meyê jî bigota „êzingên min“ û serxwebûn biparazta û yan jî emê jî bibûna Demokratîk Cimhûrîyetçî allahwekîl! Êêêê tabî canim, ma ku baþûrîyên me federasyon nexwestana wê kesî wêrîba bigota „federasyon?“ Naûzûbîlleh!

   Neyse, em vegerin ser mijara xwe babam, bi telaq em çend gotinên din jî li ser PSK bêjin te nerî fesad û ewanan yekser gotin „wey, kuro bi namûs Lotikxanecî jî reformîstin haaa“ û lotikekê li me xin. Dibêjin di civîna Komela Forûma Demokrasîya Kurd û Lêkolînên Akademîk de jî piranîya beþdaran doza federasyonê kirine. Ji Þerafettîn Elçî bigrin heta bi Sertaç Bûcak û Elî û Welî gotine „yan federasyon yan neman“ û sinyalên baþ dane hevdu.

   Lê dibêjin DTP jî ji tirsa doza federasyonê newêrîbû bihata civînê û xwe di bin sîwana Demokratîk Turk Cûmhûrîyetî de veþartine. Welhasilî kelam, di dema ku Federasyonên Yekîtîya Sowyetê ji hevde dikevin em Kurd radibin doza federasyonê dikin, qey qedera Xwedê ye bavo….Yabo bi telaqê jinberdanê „Federasyona “ ji „Demokratîk Cimhûrîyetê“ çêtire ma bi derewa ye, wîî! De a baþ ne Xêro û ne Dêro, « yan Kurdistan yan neman » û hûn sax….. 

Gewadê me li Fermanda Leþkerê Kurdistanê bû zabitê sê stêrik!

Îloxê Horkî-25/11/06-Duhok-Ajansa gotgotikpressê ragehand ku, kesê bi navê ( N:E:B ) ku ji esl û binekra xwe xelkê gundê ( B ) yê ji devera Bamernê a baþûrê Kurdistanê ye, ta sala 1991ê cahþ bû û sala1992 nexwest. Sala 1992an çûye welatê Swêd û li wêderê di wan 14 salan de çi ji destê wî hatiye, ji dizî, xapandin û xwarina peran, wî bi serê Kurdên wî bajarê ku ew lê dijî û dewrûbera anîye. Li gorî gotgotkên Kurdên wêderê, melayiketên xudê lingên xwe ji ber wî hilkêþane jor.

   Li dawiyê piþtî ku li ba Kurdên wê derê mîna goþtê berêz heram bûye, îca çûye bi yekî Turkmenê Îraqê re lihevhatiye û wan xwestine karekî helal ji zarokên xwe re bikin û rabûne Qehpexaneyek bi dizî vekirine, camêr bûne gewad û di qehpexana xwe de keçikên Swêdî ên ku problemên sosyal di malbatên wan de hebûne bikaranîne û ew firotine mûþteriyên xwe yên binamûs. Welhasil, polîsê Swêd jî nekiriye nemerdî, þevekê bi ser wan de girtiye û ew dane ber lotikan. Îca gewadê me bi mehan ketiye ber darê dadgeh û medyayê û paþê jî berpêkên xwe girêdane û " Kurdistan tu li kuyî va ez hatim", û mêrik gotiye “lawo pêdiviya Kurdistanê bi mirovên mîna min binamûs heye, divê ez herim”. Wele mêrik çûye.

   Ji gotinên gotindara dibêjin bi rêka ( Þ.R ) ku destê wî digihê nav giregir û maqûlên Kurdistanê (!), ew li Fermanda Leþkerê Kurdistanê a ( Spîlkî ) ku (S.B ) fermandê wê ye, wek ( Neqîb ) zabitê 3 stêrik damezirandiye û yek roj jî ne tiveng û ne cilê leþkerî hilnegirtiye. Dibêjin meaþê Zabitiya Leþkerên Kurdistan dikerêfe û bi dizî jî li Duhokê bazirganiya hêroyîn û tiryakê dike.

   De herrrrrrrrrrrrre lawoooo, pêþmerge pak mabû we gewad û qûnek xistin nava wan jî.. Ey rayedarên Kurdistana Azad! Ma Fermanda Leskerê Kurdistanê hêlîna cahþ, gewad û qûnekên mîna (N.E.B.) ye? Ma hûn ji Barzanîyê mezin fedî nakin?  Erê wey, Kerkûk rizgar kirin ma dora gewad û qûnekan, wey aferînnnnnnnn! 

Þîrê nêrî Loto ye

 

Narîn Remo-25/11/06-Holanda-Wek hun dibînin ev ne wêneyê çêlekeke Holendiye, ne jî mih û bizine ko þîr bide, belê ew nêrîye nêrî. Wek hun dizanin nêrî baz didin ser bizinan û wan avis dikin û piþtî bizin dizên þîr didin, nêrî þîr nadin ji ber bê guhan in û ko Homo bin jî nazên, lê ev nêrî jî wek bizinan, wek çêlekên Holendî þîr dide, ji mafê we ye hûn bawer nekin.

   Berî du rojan rojnameyên Holendî ev nûçe belav kirin. Li herêma Groningen(bakurê Holenda) ev nêrîyê ko wek bizinan þîr dide hate dîtin. Dema min ev nûçe xwend yekser nêriyê Dêra Zorê hate bîra min, berî 15 salan nêriyekî li Dêra Zorê þîr da û Loto ji xwediyê wî re derxist, xwediyê wî ji dû bû melyonêr, dilopa þîrê wî çû 17 dolaran, ji hemû herêmên Sûriyê bûs û turumbêlên taybet berê xwe dan nêrî dako þîrê wî vexwin, çimkî þîrê wî (li ser bextê xwediyê wî be) bibû dermanê her tiþtî, jina stewr avis dike, mêrên bawî saxlem dike, kora bi çav dike, mirya ji gora radike, loto ji merovan re derdixe..

   Nêriyê Dêra Zorê bibû çîrokek li ser her zimanî, ji hemû welatên ereb û misulman çûbûn serdana wî û wek ava zemzemê ji þîrê wî vexwarin, lê çima xwediyê nêriyê Holendî wisa nekir nizanim, xuyaye xwediyê wî hov e û bîra Loto nabe, kuro bê xwediyo wî bibe Dêra Zorê tê ji dû bibe melyonêr, jixwe ku tu wî bibe Meqedîþo tê bibe milyardêr allahwekîl!

Hem bratîya wan dixwazin hem gazinan dikin, tirrrrrrrrr!

Ahmed Beyan- 24/11/06-Enqere- Dibêjin vê carê serê parêzerên A. Ocalan û gardîyanan bi hevre ketiye belê û gardiyanên devê derî parêzer dane ber þeg û pegên Asenakî. Ebûqat Baran Dogan ji çapemenîyê re ragihand ku rayedarên hepsê ji wan re pirsgirêk û serêþandin derxistine û ew ji serî hetanî bi binî saxtî kirine.

   Baran Dogan dibêje, “çermê serî û hinek deverên çîma Ocalan kapik girtiye, xura canê wî jî berdewame” û filan û bêvan. Tew tewwwww! Ê babam, hem hûn bratîya Tirkan dixwazin, hem Dewlet Bahçelîyê faþîst pîroz dikin, hem jibo bratîya Tirkên qantir dev ji doza serxwebûnê berdidin, hem ji baþûrê Kurdistanê re dibêjin “qebîleyên Zûlû ên Afrîkayê” û hezar þehr û ziqûmên din.

   Maden hûn Dewlet Bahçelîyê dijminê riknê Kurd nadin bi “Zûlûyên baþûrê Kurdistanê”, çima hûn xwe ji gardiyan û eskerên Îmralîyê aciz dikin babam? Ew brayên we ê mezin in, di þûna bavê de ne, wê we saxtî jî bikin, we rût û tazî jî bikin û hetta tiliyan jî bavêjin we! Ma hûn karin bêjin “VIT!” De bixwin îcar...Hetanî hûn berdevkê “Demokratîk Tirko Cimhûrîyetî” bin, wê xelk tilîyan jî bavêjin we, lotikan jî li we xin û we jî wek xwe “nêrûmê” bikin û xelas, cîgerlerîm!  

Xwedê bikim hûn bi AÎDSê bikevin!

Þêrzad Zebarî-23/11/06-Hewlêr- Nivîskar Kewser Gelalî di rojnama Medyayê de nivîsek balkêþ li ser hinek ji dewlemendên Kurd nivîsand û lotikek li wan xist. Li gora Kewser Gelalî, hinek ji dewlemendên ku li ser xwîna þehîdên Kurdistanê dewlemend bûne û zikê xwe mezin dikin, ji Afrîkayê, ji welatên mîna Erître yan Etiyopyayê xizmetkar û cêrîyan tînin û di malên xwe de wek kole dixebitînin.

   Helbet armanc ne tenê maliþtin û paqijkirina malê ye. Wek hûn zanin Kurd mirîyên bindoxîna xwe ne. Xuyaye wê ev dewlemendên ku bi dizî û bertîlan xurcika xwe dagirtine minasebeta cinsî jî bi wan rebenên Afrîkî re deynin û namûsa wan biherimînin.

   Erê lawo erê, wax dinyayê wax! Bila kurê ciwamêran di çadirên naylonî de bijîn, birçî û tazî bin û bila dewlemendên diz û bertîlxwur jî xizmetkar û cêrîyan di malên xwe de bixebitînin, ma ev bû edalet ey rayedarên hikûmeta Kurdistanê!? We ev sermiyan ji ku anî ey dewlemendên zikmezin? De hêvîya me ji Xwedê û Þêx Evdilqadirê Geylanî ewe ku hûn ji van Afrîkanîyan bi nexweþîya AÎDSê bikevin û di nava civakê de rûreþ û qûnreþ derkevin!

Berê xwe bidin dizên mezin baba!

Îloxê Horkî-23/11/06-Duhok-Hûn zanin gelî xwendevanan, gava meriv bixwaze diz û gendelên (bertîlxwur) mezin veþêre, meriv berê ji diz û gendelên biçûk dest pê dike û dixwaze xwe paqij derxe yan rûyê xwe spî bike. Îcar ev jî mesela me Kurda ye.

   Li gor nûçeyên jinên li ser kanîyê, ber bêrîyê û kulkên balavan, dibêjin ku; Pazêrgarê Duhokê, polîs, asayîþ û dadweran zendên xwe yên zer hilkirine û êrîþek birine ser hindek diz û gendelên dezgehên bajarê Duhokê. Xwedêgiravî çendek ji asayîþ û þaredarîyê  û hindek dezgehên din destê wan dane adrê kelepçê, lingên wan dane qeydê, ew avêtine binê heps û zîndanan û ji xwe re ta roja dadgehê Elfatîhe û Yasînê dixwînin.

   Lotikxane jî hêvî dikê ku parêzgeh û hikûmeta me ne tenê bi qirika dizên biçûk bigrin, belkû hinekî guhdariya stiranên Þivan Perwer ên þoriþgêrî bikin, mîna rojên pêþmergeyatiyê xwe germ û hêrs bikin, þûrê rastiyê rakin ser diz û gendelên pirrrrrrrrrrrrrrrr mezin û wan jî bavêne zîndanên bêbinî. Masî ji serê xwe gennî dibe kaka! Dest bi diz û gendelên mezin bikin ên mezinnnnnnnnnn!

Malnexirabo serê seetê aþiq dibe

Sosin Bermal-22/11/01-Almanya- Dibêjin malpera Avestayê û çend gerîllayên xwe êrîþî ser bajarê Kolnê kirine û dor li Otêla Crowne Plaza pêçane. Gerîllayên ku bi pênûs, defter û kamerayên xwe ve ketine hindurê otêlê, li lotikvanê pozþelimî, dengbêjê dengzirav, kilê çavê jin û mêrên eþîra mala Haco geriyane.

   Piþtî ku gerîllayên Avestayê wek mêþên hingiv otêl serûbinê hev kirine, Ciwan Haco di piþt derîyekî dehmifte de bidestxistine, bi guhê wî girtine û daxistine salona jêrê. Welhasil lo, çîroka girtina ser otêlê dûdirêje, emê kurt meqes bikin. Li salona lotikavêtinê gerîllayên Avestayê xwe li dora Ciwan Haco kirine xelek da ku Ciwan Haco ji nav wan nereve û dîsa xwe li piþt derîyê dehmifteyî veneþêre. Dibêjin gerîllayan ew bi qelemên sertûj tehdît kirine û gotine “yan hevpeyvîn yan mirin, de tu zani!” û rebenê Pîro Haco mecbûrî hevpeyvînek qelandî kirine.

   Neysa canim, Ciwan di hevpeyvîna xwe de dide navê û dibê “çîîîîîrrrrrrrr”,  biçirîne û hey biçirîne.  Jê tê pirsîn: Tu kengî li kuderê aþiq bûyî? Ew jî dibê: “Kuro îþte em aþiq bûn lo”. Li vir yan li welêt? “Li vir jî li welêt jî. Bê eþq nabe, heya ku mirov aþiq nebe nikare stranan li ser eþqê çêke” û filan û bêvan. Piþtre jî dibê, “dema ez 22-23 salî bûm ez aþiqê Hulya Avþarê bûm” û diçirîne û didêre.

   Lawo malnexirab, ma kesê ne aþiq be nikare stranan li ser eþqê binivîse îcar hêê? Stranên te û stranên ku te dizîne hema bêje hemi li ser eþqê ne, naxwe tu her serê seetê aþiq dibî babam!? Tu li welêt aþiq bû, tu li Norwêçê aþiq bû, tu li Swêdê aþiq bû, tu aþiqê Hulya Avþarê bû, errrrreeeeeeekkkkkkkkkk! Ev çawa aþiq e? Ji ber wê te digot “dilketmê dilketmê þeva pêþî dilketmê” ne? Weyyyyyy, me jî digot ev çima þeva pêþî dil dikeve xelkê babaaaaaaa.....

Vê kezebê çi kir û çi nekir!

Tacdîn Baran-21/11/06-Almanya-Belê, em nema zanin ji ku destpêbikin û ji ku nekin. Xuyaye wê þer û pevçûna di navbera Þukru Gulmuþ û malbata Ocalan de bêhtir bisincire û wek þerê Amerîka û El-Kaîdeyê lê bê. Gulmuþ û Osman Ocalan fîþekên xwe dane ber devê keleþkofê û wey li wî ye ku zûtir pêl dîkê keleþê bike. De neyse, em bên ser mijara xwe canim.

   Dibêjin di dema xwe de Þukru xoce di zîndanê de pir êþkence dîtiye, kezeba wî wek pelûlê ji hevde ketiye û revî revî xwe avêtiye tor û bextê mezinên malbata Ocalan. Welhasil, dibêjin xwedêgiravî wan jî bi xêra xwe 200 hezar dolar yan mark dane wî û hatiye Ewrûpayê da ku kezeba xerabe bavêje ber pisîkê û kezebek nuh ji xwe re bikire. Lê gava çûye ser qesab û li buhayê kezeban pirsîye, dîtiye ku kezeb pir buhane îcar dewleta Alman xwe daye ber guhertina kezeba wî û nêzîkî milyonek mark kirine qurbana kezebê. Xwedê ji dewleta Alman razîbe rebbî.

   Welhasil, îcar xuyaye niha þerê di navbera malbata Ocalan û Þukru xoce de bûye þerê kezebê û herdu alî jî dev ji doza kezebê bernadin. Îcar çi kezeb hûn zanin? Kezeba Fransî haaa! Malmîrata kezeba Fransî jî ne tê kelandin, ne tê qelandin û ne jî tê birajtin, nayê xwarin wey! Îcar Osman dibêje "kezeb kezeba me ye, me 200 hezar lê daye" û Þukru jî dibêje "na bi telaq kezeba Almana ye, wan milyonek lê daye" û þerê kezebê berdewam dike.

   Welhasilî kelam, em serê we neêþînin, a baþ bela Þukru xoce wê bêxwedîka kezeba Fransî bavêje ber pisîkê û bê Lotikxanê, bi namûsa Tirkên Ewrûpayê emê kezebekê bidin wî babam, wîîî! Ma dostanî jibo çi ye? Gerçî kezeba me jî ne saxleme lê dîsa jî ji a Fransî çêtire allahwekîl..Dev ji þerê kezebê berdin bavê min, ma karekî din nemaye hûn serê xwe bi kezeb û gurçikan bêþînin û þerê hev bikin?

Qedera wan di destê Papa de ye

Sergîo Margerîta-19/11/06- Roma- Li ser bangewazîya “destûra zewaca keþeyan” a Dêra Katolîk a Romayê, Papa Benedîctê 16. mecbûr ma bi girgirekên Vatîkanê re rûnê û biryarekê di derbarê zewaca keþeyan de bide.

   Li gor daxuyanîya berdevkê Vatîkanê, Serekpîskopasê Zambîyayê Emmanuel Mîlîngo berî niha çar zilamên zewicandî wek keþe payedar kiriye û lotikek li destûr û rêbaza Vatîkanê xistiye. Dibêjin piþtî vê lotika Mîlîngo, qulek fireh di destûra Vatîkanê de vebûye û her keþeyê ku lê radibe doza zewacê û lotikan dike.

   Îcar niha rebenê Papa Benedîctê 16. ketiye bin barekî giran û nema zane çi biryarê bide. Heger biryarê bide û bêje “na! Keþe nikarin bizewicin!” wê ji sedî 99ên keþeyên dinyayê bibin “gay-homoseksuel” û dest bi qûndetîyê bikin. Na heger Papa bêje “bila keþe bizewicin û lotikan bavêjin!” wî çaxî jî îcar wê rehbikên jin serî rakin û doza xiyar û lotikan bikin. Dibêjin ji ber vê pirsgirêka zewaca keþeyan Papa li Papabûna xwe poþman bûye, Papabûn wek toqa naletê ketiye stuyê wî û nema zane çilo xwe jê xelas bike. 

   Bi xêra dê û bavê xwe bila  hinek ji xwendevanên me alîkarîya Papa bikin û wî ji vê pirsgirêka zehmet xelas bikin.Yan na, dibe ku rebeno xwe harakîrî bike haya we jê hebe.....

Wey em bi qurbanê!

Xincero-18/11/06-Nisêbîn- Kuro kî dibê keç û jinên Nisêbînî darê þikestî ne û newêrek in hêê? Waweylê! Kuro bi serê Þemoyê mitirb, heger kês û fersend têkevin destê keç û jinên Nisêbînî ewê zilamekî li nava bajêr nehêlin ha, wê sûkê li zilaman biherimînin. Ji xwe piþtî ku femînîstên me doza heq û azadîya jinê kirin û keçên me li Çiyayê Qendîl û Mendîlê derketin nêçîrê,  jinên me yekcar serberdayî bûn û em li dû xwe kiþkiþandin bavo! Em nema wêrin bêjin „keçê ka firek av bide me“, ewê rahijin kêrê û deynin ser stuyê me..Wile loo!

   Welhasil, li Nisêbînê taxa Zeynel Abidîn Razîye Okmena 20 salî mêrê xwe da ber kêran û ew totlanî hev kir. Dibêjin mêrê wê Firat Okmenê 20 salî nîvê þevê serxweþ hatiye malê, pêhnek li jina xwe a razayî  xistiye û gotiye, „rabe rabe keça dêlê, rabe ji min re kutilkan çêke“. Razîya reben jî çavlixew gotiye, „kutilk? Vê seetê û kutilk?" Mêrê wê jî hema kêra xwe derxistiye û qîriyaye, „yan ji te û yan ji kutilkan“ û daye dû jina xwe, di nava malê de bi xezalê lîztine. Rebena Razîye jî bazdaye mitbexê, kêra nan xistiye destê xwe û gotiye „ya allah“ û kêrek avêtiye stuyê mêrê xwe.

   Welhasil, mêrik totlanî hev bûye û emir daye haziran. Îcar heyran, keçên me Nisêbînîyan neheqîyê qebûl nakin. Heger we çavê xwe berdabe keçên me û dixwazin bibin zavayên me, divê bi þev û roj destê we li ser kêrê be û kefenê we di bêrîka we de be û hew….

Wê heta kengî Kurd di bin xîvetan de bijîn?

Alan Mizûrî-18/11/06-Kurdistan- Wê heta kengî Kurd di bin xîvetan de bijîn û kengî wê qiyada Partî û Yekîtî ji peran têr bibin? Ma ne bese? Xelk perîþan bûye. Bo çi kaxez bo mesûlî heye biçit gaz û benzînê werbigirit û feqîr sibê heta êvarê di rêzê de rawestin?

   Hema li wêneyê jorîn binerin hûnê rewþa Kurdên feqîr fêhm bikin. Lê mesûl û malbatên xwe di nava xweþî û firehîyê de dijîn,  bi peran dilîzin, di koçk û serayan de goþtê elok û berxikan dixwin. Dibêjin “hinek dikin û hinek dixwin”. Îcar ev jî serpêhatiya me û baþûrê Kurdistanê ye. De Xwedê kerîm û rehîm e, helbet wê rojekê roj li Kurdên feqîr jî

 hilê....

Bersiva Hunermend Zubêr Yûsiv

 Ezîz Xemcivîn

 Kekê hêja

Berî dest bi nivîsa xwe bikim lêbûrîna xwe dixwazim ko ne bi destê min û ne bi mebest ji aliyê min de ev þaþitî çê bûye, lê dixwazim ko ji xwendevanan re bidim xuya kirin çîroka evê tabloya ko te ez tawanbar kirime bi diziya wê,

Berî her tishtî di vê xwendevan binasin ko ez û hunermend Zûbêr Yûsiv þev û roj bi hev re bûn û min xwest ko yekem dîwana xwe bi tabloyeke wî bixemilînim, ji berî deh salan de rojekê em li cem wî bûn, min ji Zubêr xwest ko em taboleyekê ji dîwanê re hilbijêrin û wî erê kir piþtî min tablo eciband, hinek resim ê laleþê li ser pelekî avêtî risimandibûn, rabû min jê re got kekê Zûbêr çima em vî resmî li binê tabloyê naxin, da em van herdu babetan bi hev girêdin, kêfa xwe pir anî û rastî bû tabloyeke xweþik..Berdewam wêne bitikînin...

 

Hinar bavê min hinar!

 

Îloxê Horkî-17/11/06-Duhok- Li gora gotinên gotinbêjan û fesadîyên kal û pîrên kolanên Duhokê, dibêjin Zankoya Boston a Amerîkî ceribandinek li ser kêvroþkan kirine û xweþava hinaran dane wan.

   Piþtî ku kêvroþkan xweþava hinaran vexwarine bizava xwîna wan çalaktir bûye, li wan rabûye û hêza wan a seksê dehqat zêdetir bûye.

   Îcar ez dibêjim piþtî vê nûçeya xweþ, wê li bazara Duhokê buhayê hinaran ji buhayê zêr û zîv bilindtir bibe. Ji ber ku zilamên Duhokê mirîyên seksê û lotikan e, ez ji sedî sed bawerim ku wê zilamên Duhokê bi çewalan hinaran bikirin da ku hêza wan a seks û ganê zêdetir bibe û bi þev û roj lotikan bavêjin.

   Bi taybet kesên ku 2,3,4 û zêdetir jinên wan hene wê di zevî û hewþên xwe de darên hinaran biçînin da ku karibin ji heqê jinên xwe bêne der. Ma ku ne ji hêz û wîtamîna hinaran be kes kare 2,3,4,5 jinan têr bike kuro, wey!  

Çima nivîskarên Silêmaniyê beþdarî festîvalê nebûne qurban?

Þîndar Berwarî-16/11/06-Hewlêr- Wek hûn zanin Festîvala Duyemîn a Duhokê bi def û zirne dest bi govenda xwe kir û nivîskarên Kurmanc di govendê de xwe hejandin, lotik avêtin. Îcar xuyaye wek hercar nivîskarên Soranekan ên Silêmaniyê beþdarî festîvalê nebûne û xwe li ber strana “wele govend ranabe, bile govend ranabe, xwelî li mêrê xerab be, radizê þiyar nabe” nehejandine.

   Li ser vê sosretê (ku di eslê xwe de pir normale jiber ku nivîskarên Soran tucarî ji nivîskarên Kurmanc hez nekirine) Serokê Yekîtîya Nivîskarên Þaxê Duhokê Hesen Silîvanî li ber xwe dikeve, mitalan dike û ji rojnama Mîdya re dibêje “ez jî nizanim çima nehatin baba, ma ez xwedî kerametim ku zanibim” û filan.

   Yahewlelwela quwetillehilezîm! Lawo çawa tu nizanî bê Soran çima nehatine festîvala Kurmancan? Yan tu newêrî rastîyê bêji? Bêje kaka bêje, bêje û fedî jî meke. Vekirî bêje “heyran bi sê telaqên jinberdanê nivîskarên Soran bi çavên dijminan li nivîskarên Kurmanc û Kurmancî dinerin û pênc qirûþên xerabe bi zimanê Kurmancî nadin” û xelas!  Hûn jî biaqil bin û carek din gazî Soranekan nekin, aha mesele çareser bû û hûn sax !

   Rastî tehl e lê ji rastîyê jî xweþtir tiþtek tune kakacan. A baþ hûn jî bibin endamê “Yekîtîya Nivîskarên Lotikxanê” û hînî rastgotinê bibin û tewkelî bi Xwedê......

Doktorên Duhokê lotikên sêmetroyî avêtin

Îloxê Horkî-16/11/06-Duhok- Ya starrrrrr, ya starrrrrr! Me henekên xwe bi doktorên xelkê dikir, bi doktorên Tirkan dikir ku kêr û meqesan di zikê nexweþên xwe de dihêlin. Lê doktorên me ji wan xerabtir kirin û îmze avêtin bin bûyerek kesanedî allahwekîl!

   Li gora nûçeya rojnameya Evro a ku di 15/11/06an de li Duhokê hatiye weþandin, doktorên Nexweþxana Azadî a Duhokê di dema neþter (emelîyat) kirina jinekê de sê metro qumaþê birînpêçanê di zikê wê de hiþtine. Piþtî ku rebena jinikê jiber êþa zikê xwe rastî nexweþîyên dijwartir tê, serî li nexweþxaneyek taybet dixe. Li wir cardin tê neþterkirin û sê metro qumaþê brînpêçanê ji zikê rebena jinikê derdixin.

    De îcar destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin: Doktorên me çawane? Ma kes kare sê metro qumaþ di zikê jinikekê de bihêle? Niha metroyek ba erê, metro û nîv ba erê, du metro ba erê, lê sê metro? Wey aferîn ji doktorên Nexweþxana Azadî re, bi Xwedê we doktorî kir tirrrrrrrr! Heyran sê metro hindik e, ji kerema xwe carek din deh metro qumaþ di zikê xelkê de bihêlin baba, okey!   

Wey tirrrrr li bin qûna vê bratîyê!

Serdar Mirad-27/11/06-Amed- Erê lo, hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibin û partiyên Tirkan jî zorî dane hezkirina Kurdan û dixwazin xwe bi Kurdan þêrîn bikin da ku çend rayan ji wan bistînin. Ê tabî Kurdên me jî zû tên lîztika lotikvanên Trkan û bi zîtirkên wan serxweþ dibin. Niha jî Partîya Saadetê dixwaze pirsgirêka Kurd têxe rojeva xwe û ji garanê bi paþde nemîne.

   Cîhgirê Serokê Saadet Partîyê û kevnewekîlê Amedê Omer Vehbî Hatîboglûyê Kurd li Amedê civînek bi navê “Baþûrêrojhilat û Pirsirêka Kurd” lidarxist û dîsa dest bi derewan kir. Hatîboglû dîsa wek çîrok û fesadîyên berê çareserîya pirsgirêka Kurd di bratîya îslamê de dibîne û dibêje, “Kurd Tirkên me ne û Tirk jî Kurdên me ne, çareserîya vê pirsgirêkê bratîya îslamê ye” û filan bêvan.

   Ê ewladim! Oxlim! Ma em ji niha de brayên hev ên îslamê ne hêê? Ka we bi navê bratîya îslamê çi ji Kurdan re kir? We çi gû biserxist? Wek Kurdekî xwefiroþ te çi ji milletê xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe re kir xiyar? Kuro bi telaqê jinberdanê piþtî vê seetê Kurdên ku raya xwe bidin we û partîyên ku bratîya Tirkan dixwazin, ji we heramtirin û hew! Bratîya îslamê!? Wey tirrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrr li bin qûna vê bratîyê be.... 

Ya starrrr, naûzûbîllah!

Raca Candar-26/11/06-Pakîstan- Parlamentoya pakîstanê di 15ê Cirîya Paþîn de makzagonekê di derbarê jinan de derdixe û bi vê makzagonê tê xwestin ku hinek maf û azadîyên jinên Pakîstanî bên paraztin. Meselen di makzagonê de „di dema zinêkarî û destavêtina jinê de peydekirina çar þahidên misilmanên baþ“ tê rakirin. Yanî, gava yek dest bavêje jinekê û namûsa wê biherimîne, wê jin mecbûr nemîne çar þahidên baþ peyde bike. Ji xwe hetanî çar þahidên misilmanên baþ (!) peyde bike wê rebenê sed carê din jî rastî destavêtin û tecawizê bê. Ji alîyê din wê bi vê makzagonê pênc sal ceze li zinêkaran bê birrîn û ricimkirina jinê jî rabe.

   Îcar xuyaye ev zagon li xweþîya hinek rêxistinên misilmanên Pakîstanê nayê û ew dixwazin zinêkarîya xwe berdewam bikin. Li ser vê nerazîbûnê, Rêxistina Muttehîd-î Meclîs-î Amal derketiye kolanan û dibêje „pekkkkkkk, kuro me heta îro têra xwe dest tavêt pîrekan, kêf kêfa me bû, hetanî rebena pîrekê çar þahid peyde dikirin bi salan wext derbas dibû, îcar emê bê zinêkarî û destavêtina jinê çilo debar bikin“ û lotikan didin xwe.

   Erê lo, dîtina çar þahidên misilmanên baþ kuro! De îcar bifikirin, wê rebena jinê bê tecawizkirin û wê çar zilam jî lê binerin hetanî ku karibin þahidiyê bikin, ma ev bû edalet? Wile yabo xêra Xwedê û meyra bi kereng……

Xwezî bi febrîqê!

Hesenê Îsotfiroþ-25/11/06-Ruha- Di i xwe re li bereketa Ruhayîyîên me binerin bê çawa wek febrîqê dixebitin. Jina bi navê Hawa Otunc 44 salî ye û dêya 18 zaroka ye. Zaroka 19an jî bi rê de ye û di malzaroka dêya xwe de lotikan tavêje.

   Hawa dibêje, “ma min bilasebeb îsotên Ruhayê xwarine? Wele ez dêya pîro me, heta lotik hebin ezê hersalê zarokekê berdim van gasînan” û pesnê xwe dide. Ji xwe a xweþ gotinên mêrê wê Mehmet Otunc e. Mihemedo dibêje, “jinên me nikarin bibin sosyetîk, ew ji zarokan hez dikin. Bi taybet jina min mirîyê zaroka ye, febrîqeye kuro febrîqe! Bi telaq heta fîþek hebin ezê bera nîþanê dim, go neman jî Xwedê kerîm e. Ma ji xwe nêta me heye em bikin 25 yan 30 zarok” û fîþeka xwe da ber keleþkofê.

   Batil batil batil, ma ev kezîkur bû febrîqa bûkên lastîkî gidîîîî! Errrreeeekkkk! Lawo ê me heta em fîþekê didin ber demançê û li nîþanê dixin qidûmê me diþkê haaa! Ma piþtî vî emrî em jî rabin dest bi îsotên Ruhayê bikin çi bikin? Bi namûs ew jî zehmete lo, hem ji pêþ diþewitîne hem ji paþ..Na na babam, ne li wê þewatê be û ne li wê zarokanînê be...

Mehmet Agar katilê bi deh hezaran welatperwerên Kurd û Kurdistanê ye

Fûad Sîpan-25/11/06-Di van demên dawîn de serokê DYPê Mehmet Agar di her firsend û derfetê de bi daxuyaniyan xwe wek mirovekî demokrat, mafparêz û hema hema maye ku xwe wek Kurd-parêz jî îlan bike. Beriya ku ez niyeta wî þîrove bikim, divêt em dijminahiya wî ya li hemberî gelê Kurd ji nêzîk ve nas bikin. Berdewam wêne bitikînin

Golikekî navê garanekê xira kir

Siwar Botan-24/11/06-Þernex- Ji berê de dibêjin ku “golikek navê garanekê xira dike”. Îcar ev jî serpêhatîya me Þernexîya ye. Zinêkar û qûndeyê bi navê A.B ê 21 salî dest avêt namûsa þeþ (6) keçên çar-neh salî û serê me Þernexîyan di nava dinya û alemê de tewand.

   Bi telaqê jinberdanê, me bîra mirina xwe dibir lê me bîra ku wê yekî Þernexî wek Tirkan bibe zinêkar û pedofîlê zarokan nedibir haa! Xuyaye ev jî bûye polîtîkayek dewleta Virqo. Êdî destavêtin û revandina zarokan li Kurdistanê zêdetir dibe. Bi taybet dewleta Tirk bi rêya mafya û sazîyên xwe yên veþartî dixwaze civaka Kurd ji qalibê xwe derêxe û çeng gramek namûsa ku maye jî bi Kurdan re nehêle. Îcar vê bênamûsîya xwe bi destê xortên Kurdan didin kirin da ku Kurd ji zarok û derûdora xwe fedî bikin, xîret bi wan re nemîne, terka Kurdistanê bikin û herin li metropolan wek Tirkan li serê kûçe û kolanan xwe bifroþin.

   Welhasil, Xwedê ji sersebeban re nehêle û hew...Ma Þernexî û zinêkarîya zarokên 4-9 salî? Wey Xwedê emrê te biqesifîne A.B!

 

Ma birastî Kurdistan welatê hemi Kurda ye?

 

Bavê Cengo-23/11/06-Qamiþlo- Erê lo, dibêjin Þêx Murþîd Xeznewîyê kurê Þêx Meþûq Xeznewî ji Urdunê çûye Norwêçê û li wir koçber bûye. Ma heqê wî tune gelo? Heye hem jî çawa heye. Þêx Murþîd Xeznewî demekê dirêj lê xebitî ku ji Emmanê biçe baþûrê Kurdistanê û li welatê xwe, di nav milletê xwe de bicîh bibe. Lê kir û nekir nikarîbû biçe Kurdistana azad (!).

   Çima nikarîbû hûn zanin? Ji ber ku rayedarên Kurdistana azad xwe nedan ber Kurdekî ku di bin xeterê de ye, nexwestin destê alîkarîyê dirêjî wî bikin û lotikek Kurdewarî li rebeno xistin. Êêêêê! Îcar bû çi yabo? Berpirsên ku ji sibê hetanî êvarî dikin qarewar û dibêjin “Kurdistan welatê hemi Kurdan e”, ka gotinên we û emelê we bû çi qurban? Hûn çima derewan dikin?

   Lê hûn sedemê zanin gelî xwendevanan? Na ne! Ma em bêjin? Sedem ew bû ku Þêx Murþîd Xeznewî Þêxê Kurmancan bû, zimanê wî Kurmancî bû û wê wî bi Kurmancî bandora xwe li der û dorê bikira. Yanî, rayedarên Soranîstanê ne ji Þêx Murþîd Xeznewî, lê ji zimanê wî ê Kurmancî tirsiyan û destê xwe dirêjî wî nekirin wesselam!

   De Xwedê ji me û we re mezine ezbenî...Helbet wê rojekê petrola we biqede û hûnê wek dem û dewranên berê muhtacî Kurmancan bibin kakacan..Dinya bi dorê ye, ne bi zorê.....

Îsotçî û cilêtçî bihevketin!

Polat Erdem-22/11/06-Izmîr-Komela Çand û Piþtgirîya Ruhayê a herêma egeyê stranbêjê dengzîxankî Mahsûn Kirmizigulê Diyarbekrî protesto kir û sûnd xwarin ku êdî nema kasetên wî bikirin. Çima?

   Berî demekê Mahsûn Kirmiziul gotibû “ger rockçî bên Ruhayê wê Ruhayî bêjin qey tûrîstin û tilîyan bavêjin qûna wan” û tansîyona navbera îsotçî û cilêtçîyan bilind kiribû. Li ser van gotinên cilêtçî Mahso, endamên Komela Ruyayîyên Izmîrê rabûn poster û CDên Mahso çirvirandin û ew dan ber lotikên îsotkî.

   Serokê Komela Ruhayîyên Egeyê Îsmaîl Yurtseven ji çapemenîyê re dibêje, “cilêtçî Mahso bi van gotinên xwe dixwaze me Ruyayîyan wek qûnde nîþan bide, lê dibe ew bi xwe qûnde be. Ger pirsgirêkek wî û qûndetîyê bihevre hebe, bila bê cem me emê îsotek tûj têxinê, heskes bi xwe zane. Cilêtçî Mahso kurekî xweþik û nermik e, dibe ku ji zarokatîya xwe de qûndekî veþartî be” û filan û fîstan.

    Welhasil, hinek dibêjin ev provokasyona dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi vê provokasyonê dixwaze îsot û zebeþên Kurdistanê bera hev de û bi navê “Krîterên Enqerê” Ruhayî û Diyarbekrîyan bike dijminên hev. De bijî îsot û zebeþ!!   

Lawo wijdan nemaye haa!

Þaron Kardo-21/11/06-Telavîv- Belê, heyran emê zêde serê xwe û we neêþînin. Bedewa Hollandî a Cihû Yael Nezrî a 18 salî li Israîlê çû eskerîyê bike û bibe lotikvana Israîlê.

   Li Israîlê jin jî mecbûrin eskerîyê bikin û hînî hemi cûreyên lotikvanîyê bibin. Dibêjin hingî Yael Nezrî nazik û kubar mezin bûye, ji giranîya keleþkofê laþê wê ê wek goþtê masîyan nazik hemi mohr bûye û wek mirîþka kizirî lê hatiye. Îcar piþtî mohrbûna bedena wê a wek bedena Diyarbekirê, serbazên Israîlî çek ji wê stendine û gotine, “a baþ tu dev ji talîm û perwerdeya eskerî berde, tu were laþê me serbazan bifirkîne û em ji ber hev”.

   Dibêjin gava bedewa Hollandayê Nezrî xanimê laþê yekî serbaz firkandiye, bêhemdî wê destê wê þemitîye nav doxîna ê serbaz û qêrînî bi wî ketiye. Tu nabê ferek gunê wî di nav destê Nezlî xanimê de perçiqîye, ê serbaz li kerê siwar kirine û berê wî dane nexweþxanê.

   Welhasil, Nezlî xanim bi xêra perçiqandina ferek gun ji eskerîyê xelas bûye û berê xwe daye Hollandayê. Axxxxx, axxx...Xwezî tu bihata te laþê lotikvanên me jî bifirkanda gidî...

Ne ji Lotikxanê ba dinya têk diçû!

Þemal Amedî-21/11/06-Waþîngton- Daîreya Ezmên a Amerîkayê NASA li astronotekî qehreman digere. Dibêjin xwedêgiravî zinarekî yek milyon tonî berê xwe daye dinyayê û îhtîmalek mezin heye ku di sala 2036an de li dinyayê keve.

   Îcar radeyarên NASAyê ketine tirs û helakê û dixwazin ji niha de astronotekî qehreman biþînin ezmanan da ku wî zinarê bê wijdan biteqîne. Lê heta niha qehremanekî çargurçik derneketiye meydanê.

   Ji ber vê tehlûka mezin dilê serokê Lotikxanê Sofî Xelef bi NASA û dinyayê þewitî û lotikvanê xwe ê qehreman Serzelûtê Çargurçik þand Waþîngtonê. Piþtî îmzekirina protokolê, wê lotikvanê me xwe bi bombe û fûzeyên sê serî bipêçe û berê xwe bide zinarê yek tonî. Welhasil, qet metirsin! Qehremanê me Serzelûtê Çargurçik nahêle ku zixurek jî li dinyayê keve. Heta ew xwe feda neke ji ezmanan danakeve. We dît ne? Dîsa bar ket ser milê lotikvanên me kuro...De neyse, bila ev fedakarîya me xatirê Serok Bûþh be wesselam.... 

Kermêþên Israîlî

Abdullah El Kurdî-19/11/06-Lubnan- Rayedarên Israîlê dest bi çêkirina robotên “nanoteknîk” kirin da ku Filîstînîyan û robotên kermêþ bera hev din. Dibêjin wê navê van robotên biçûk bikin “kermêþên bîyonîk”. Wê ev robot wek kermêþan biçûk bin û di pêþerojê de bibin bela serê Filistînî û Ereban.

   Alîkarê Serokwezîr Þîmon Peres dibêje, “emê di nava sê salan de van kermêþên robot têxin jîyanê û bera nav Filistînîyan bidin. Wê kermêþên me têkevin nav þerwal û derpîyên Filistînîyan û wan bixesînin. Piþtî ku zilamên Filistînî hatin xesandin û ji mêranî ketin, îcar emê xefkên miþkan li ber wan vedin û wan bigrin” û filan. Yaaaaa!

   Hûn dibînin bê Israîlî çi dikin ne? Heyran aferîn ji xelkê re allahwekîl..Ê me çi dikin? Kurdên me jî hema wê bibin nivîskar û helbestvan! Ê lawo de hûn jî “Robotên Qijnik” çêkin malxirabno!

Pisîkê cewrên kûçik anîn

Antonîo Vera-18/11/06-Brezîlya- Li Brezîlya bajarê Passo Fûndo pisîka merivê bi navê Cassîa Aparecîda de Soûza zinê bi kûçikê cîranê xwe re kir û ji vê zinêkarîyê cewrên kûçik ji pisîkê re çêbûn. Yanî pisîk bû dêya kûçikan.

   Îcar ma ev jî ne ecêba kesanedî ye? Pisîk û kûçik? Xwedîya pisîkê dibêje, “carekê me dît pisîka me winda bû. Piþtî nîvseetê bû miyew miyewa wê û dest bi lotikan kir. Welhasil, piþtî sê mehan me dît ku zikê wê nepixî û þeþ cewrên kûçikan jê re çêbûn. Yanî, wek Tirkan, ji pisîka me re jî cewrên doþirme çêbûn haaaa!” û dest bi girî kir. Îcar heyran bi telaqê bê fitû dinya serûbinê hev dibe, hay ji xwe hebin û hew.

   Dibêjin li Tirkiyê bajarê Yozgatê jî yekî Tirk bazdaye ser dêlikekê û dêlik avis kiriye, Li gor tê gotin wê van rojan dêlik bizê, lê dibêjin ji niha de dengê zarokan ji zikê dêlikê tê û dibêjin “Ne mutlu Turkum Diyene!”. De a bi xêr....

Ya starrrr!

Bêrîvan Al-18/11/06- Îskenderûn- Ya rebbî tu me ji van ecêbên kesanedî biparêzi, amîn! Li dinyayê tiþtên wilo ecêb diqewimin û dicirin ku aqilê meriv disekine. Zarokên duserî, heywanên çarling û bi sedan bûyerên bi vî awayî pêk tên û ev jî nîþana serûbinbûna xweza û jîyana me ye. Niha jî li Hatayê elametek din ê qiyametê ciriya. Zaroka ku li Nexweþxana Dewletê a Kirikxanê çêbû doktor matmayî hiþtin. Jinika bi navê D.S a 21 salî di heft mehîya xwe de dikeve ber halê xwe û wê radikin nexweþxanê.

   Welhasil D.S dizê û zarokekê tîne dinyayê. Lê zarok jî çi zarok haaaaa! Zaroka ku ji lingên xwe hetanî bi gewrîya (qirika) xwe normal bû, ji serê xwe û pêde nediþibiya tiþtekî. Çavên wê wek topa tenîsê mezin û guh daliqiyayî bûn. Rebena zarokê bêyîku bi miradê xwe þabibe piþtî bi demekê çû ber rehma Xwedê. Dibêjin hîna dev û mejîyê zarokê çênebibûn.

   Welhasil, ya rebbî tu zarokên bi vê ecêbê neki qismetê me û hew! Hema çi zarokek tewþo mewþo hebe bavêje ser Tirk, Ereb û Eceman...   

Danîmarkîyan doxîn li heyeta Tirk sist kir

Mihemed Ehmed-17/11/06-Kopenhage- Polîsên Danîmarkî heyeta wezareta Tirkiyê di sînor de rawestand û doxîn li wan sist kir. Heyeta ku bi serokatiya Wezîrê Dewletê Alî Babacan ji Swêdê vedigerîyan Danîmarkayê, di sînor de ji alî polîsên Danîmarkî ve hatin sekinandin û hetanî bi derpîyê wan saxtî kirin.

   Dibêjin gava derpî ji wan kirine, ji bêhna tir û fisên wan polîsan maskeyên gazê dane ber pozê xwe û çendek ji wan jî bêhiþ ketine. Herçiqasî Wezîrê dewletê Alî Babacan gotiye “kuro ez wezîrim wezîr, derpî ji min nekin” jî, lê polîsan guh nedaye wezîrtîya wî û lotikek baþ lêdane.

   Welhasil, dibêjin piþtî bi çend rojan hikûmeta Danîmarkî lêborîna xwe xwestiye û gotiye “lotikvanên me lotikvanên we nasnekirine” û xwe ji bin bar derxistine.

Fermo, îstatîstîka 15 rojan

Di nava 15 rojan de1 milyon 189 hezar û 771 kes hetine lotikxanê. Zêdetir wêne bitikînin û bibînin.

 

s© lotikxane 20-02-2006