Gabar Çiyan

Pirsa Kerkûkê û Þemo

Adil Dûran

Rikdarî

Bavê Welat

Ku melle tir kir

M. Elî Efrîn

Kî ji Xwedê ditirse?

Bavê Ronahî

Keça Ebdila

Lezgîn Þêxo

Ez jî bûme Kurd

Kezebperitiyo

Kilîta bihuþtê bi tiro re ye

Lokman Polat

Têkçûna paradîgma fermî

    

Selîm Acar

Hilbijartina nava

Evdo Dîno

PDK-YNK-Kerkûk

Dilsotî

Rewþ

berbat e

    Arþîv                                                               info@lotikxane.com                   lotikxane@hotmail.com                             

 

 

 

 

Wechê þerê qirêj

                                         Rastî tehl e...               Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Metelok: Ne gundê bê rez, ne þivanê bê pez, ne jî kesê dibê ez û ez, hersê jî bi kêrî tiþtekî nayên!

B. Omerî

Ku Mele fisekê bike

 

 

                                                                                    

Wê kengî siyasetmedarên me  demançê têxin serê xwe?

Tacdîn Baran-09/12/06-Almanya- Li Stenbolê, li meydana Taksîmê, çawîþê Tirk O.Y, ji ber ku nikarîbû deynê xwe bide û deyndar e, demançê dixe serê xwe û dixwaze xwe bikuje. Xuyaye çawîþê qûnbicilik li xîreta xwe danayne ku deyndar be û di nava xelkê de stuxwar be. Herçiqasî em û Tirkan dijminê hev bin û em wek tenîya binê beroþê li ber çavên hev reþ bin jî, lê gotina rastî xweþe û hew!

   Welhasil canim, îcar çi hat bîra me hûn zanin gelî xwendevanan? Ev qaþo serok û siyasetmedarên me yên li Ewrûpayê hatin bîra me. Ewên ku di wextê xwe de serokatîya rêxistin û partîyên me dikirin û hîna jî ji tirra xwe nayên xwarê, îro hê jî li kolanên Ewrûpayê bi navê siyasetmedarbûnê dibin bela serê milletê Kurd û rê li ber pêþketina tevgera Kurd digrin. 

   Îcar em dipirsin: We rêxistinên xwe ji hev tarûmar kir. We herroj partîyek ava kir û yek xera kir. We hersal partîyek guhert û bi lîztikên Bîzansî kevir li ser kevir nehiþt. Hûn hîna jî lotikvanîya bi derewa dikin û rê li ber pêþketina tevgera Kurd digrin. Hûn gunehkar û deyndarê milletê Kurd in. Gelo hûnê jî karibin wek vî çawîþê qûnbicilik bi xîret bin û demançê têxin serê xwe? Yan nêta we tune hûn deynê milletê Kurd bidin?

Berberê zinêkar

Mahmûdê Berber-09/12/06- Stenbol- Berber mabûn wa berberên Tirk jî zinêkar derketin û berbertî li ber çavê me reþ kirin. Erê lo, me Kurdên koçberên Stenbolê bi xêra berberîya xwe qepik nan dixwar, lê xuyaye jibo ku berberên Tirk rê li ber me bigrin, radibin dest tavêjin xebatkarên xwe ên zarok û namûsa wan dilewitînin.

   Li taxa Beykozê berberê zinêkar O.S dest avêt namûsa xebatkarê xwe zarokê neh salî û berê xwe da qulika hepsê. O.S ê ku bavê du zarokan e, berê jî dest avêtibû namûsa çend zarokên din û hetta kirasê jina xwe a kevin jî çirandibû. De neyse canim, Xwedê bela xwe lêxist û niha di hepsê de beqan dixesîne.

   Mesela me li ser Tirkan û zinêkarîya wan bû ha. Bala xwe bidinê, roja ku di çapemenîya Tirkan de xeberên destavêtin, zinêkarî û firotina zarokan tunebin, weke ku gayek bizê ecêb tê allahwekîl! De Xwedê bela xwe bide wan û tuxmê wan û hew....

Þêrîna ber vî dilî

Helbestek ji Hozan Vitvito

Erê gewrê, þêrînê, dimsê, bastêqê.

Xwezî tu bûba þekir û min te li xurînî bi çayê re vexwara..

Xwezî tu bûba zebeþekî Diyarbekrê û min te bi diranên kurmî bikevajta..

Xwezî tu bûba mewîjên Hibabê, sêvên Meletê, dimsa Omerya, zeytûnên Efrînê û ez têketama ser dilê te, xurm û hey xurm!

Ax gewrê ax! Te ez wek topa heyva Remezanê teqandim, çirandim û ji kerê de xistim!

Tirra kesekî wek ya Axar bêhn neda

Faris Kilso-08/12/06-Qurba dibêjin Xwedêgiravî heger mirov tiþtên ji malbata Baqilxanê mîna nok, nîska nehêrdî, fasulî, baqla gamêþî û lepê bixwe êdî girîna ewrê biharê dikeve zikê mirov û mirov goman dike ku dê sêlaveke mezin rabe û herderê xanîxerabe bike.

   Azîzanên xweþawîst! Wek ku herkes zane, bayê ku ji zik derdikeve bi du cura tête þirovekirin: yek fis û ya din tirrr e. Qurba tir deng dide lê bêhn jê nayê lê fis bê deng e û bêhn dide.   Lê vê sosreta ku kesî nedît; Mihemed Axar li herêma Kurdistan tirrek kir û geleka ji xelkê me þirove dikirin û digotin:

-Bêhna indekowê ji tirra wî mêrê nehazir têt! Dilê xwe xweþ dikirin ku ew dê ji me re dinyayê bike Bihiþt û bexçê Îremê. (Berdewam wêne bitikînin)

Te ev zarok ji ku anî xanimê?

Þemal Amedî-07/12/06-Waþîngton- Dibêjin keça Alîkarê Serokê Amerîkayê Dîck Cheney Mary Cheney bi hemil e û li bendî zarokekê ye. Mary Cheney bi xwe lezbîyen e û ev panzdeh salin bi Heather Poe a jin re zewicî ye. Yanî, xanimê bi jinekê re zewicîye lê radibe bi hemil dibe û zik li xwe dinepixîne.

   Îcar ma wê xelk û alem nepirse: Keçê porkurê, nemayê, te ev zarok çawa peyde kir? Ma ji ezmana hat? Ma ji lotikên du jinan zarok çêdibin? Erê lo, kuro lawo dinya bûye berdî berdan haaa, wîîî! Ê keçko, madem tu ji zilaman heznakî û qîma xwe bi lotikên wan nayni, ev çi zarok bû?

   Keçê nebe ku ew jî wek Hz.Îsa bi xewnekê di malzaroka te de meyabe keçko? Waweylêêêêêê!

Wile yabo jinên herî xweþik jinên Tirkan e, tirrrrrrrrrr!

Rojda Aydin-06/12/06-Stenbol- Heçê jinên Tirkan nedîtibin wê bêjin qey birastî ew horî û ferîþtahên bihuþtê ne û wek fatima Muxrubî xweþik û bedewin haa! Erê kuro, Profesorê estetîkê Dr.Onur Erol radibe li bajarê Antalyê di semînerekê de dibêje, „di dinyayê de jinên sê nîjadan xweþik û bedew in. Jinên Swêdî, ên Ûkranî û ên jinên Tirk“.

  De îcar van jinên ku doþirme ne, ji dola qantirê ne û hemi bi estetîk û hemra û bodra xwe dineqiþînin ji nav Tirkan derxin, binerin bê wê çi jin di nava Tirkan de bimînin! Hûn nimûneyê dixwazin? Aha fermo yek ji wan Ayþen Grûda! Ma ne bedewa dinyayê ye? Belê çawa! Aha Rahþan Ecewît! Çawa ye? Tewwwww, stêrke stêrk! Yan jî Nazmîye xanima jina Çoban Silo! Wek Semîra Tewfîq e allahwekîl!

   Yabo de herin li koka Prof.Dr.Onur Erol bikolin, heger ew jî doþirme derneket emê pîvazekê bi quhê xwe vekin û hew! Ma kûçik goþtê kûçik dixwe? Na kardeþîm, naaaa!

Festîvala xelata werzîþ û lawan

Nasrat Hacî (Berpirsê Peywendîyên Kurdistanîyekan li KRG) 05/12/06-

 Wezareta werziþ û lawan festivalek a werziþê jibo xelatkirina baþtirîn karê werziþê yê salê radigehîne.

    Cara yekê ye ku dê festîvaleke werziþê û pêþkeþkirina xelatekê salane, bi amadebûna serkirdayetiya hikumeta herêma Kurdistanê, saz bibe.(Berdewam wêne bitikînin)

Semînarek ji PAK ê

05/12/06-Di 9/12/2006an de, di Paltalkê de semînarek ji alî Cîhgirê Serokê Partîya Azadîya Kurdistan birêz Huseîn Yezdanpena ve tê lidarxistin. Semînar bi katî Ewrûpa seet li 20.00 û bi katî Kurdistan seet li 22.00an destpêdike. Babet li ser “li Kurdistanê bar û dûxî îro û Partîya Azadîya Kurdistan” e. Emê di EDK de bi beþdarbûna we xweþhal bibin.

Hevalbendên PAK

 

 Gotin û sitran

ji bo Azadiya Ramanê

 

Þemî, 9 Kanûn 2006 Saet,18.30

Gemeenschapscentrum De Maalbeek, Hoornstraat 97 – 1040 Bruksel

 05/12/06-Bi þeva kultûrî “Gotin û Sitran ji bo Azadiya Ramanê” em çar rêxistinên cihê, di hemberê zagonên dijî terrorîzmê û firaza wan li Beljîka û li welatên ku em jê hatine, nerazîbûna xwe bi awayê sheveke pirkultûrî diyar dikin. Di vê þeva kultûrî ewê di aliyekî de bernameyeke kultûrî, di aliyê din de bernameyeke agahdariyan pêk were; Navdarên cihê ji Beljîka ewê li ser vê mijarê bîr û baweriyên xwe eþkere bikin û piþtgiriyê ji bo kesên ku ji aliyên van zagonan de hatine “sûcdar” kirin eþkere bikin. (dewam wêne bitikînin)

Yekîtiya Ermeniyên Demokrat li Beljîka

Yekîtiya Asûriyan li Beljîka

Weqfa Info-Türk

Enstituya Kurdî ya Brukselê

Robota Koreyî nêta xwe li Ciwan Haco xerakir

Çang Çîng Çong-03/12/06- Koreya Baþûr-Piþtî Japonîyan îcar Koreyî jî dest bi lotikên çêkirina robotan kirine û ha ha berûpêþ dibezin. Niha jî robotek jin çêkirine. Robota bi navê Ever2-Mûse Xibþê di 20 salîya xwe de ye û tam ketiye kemla xwe. Hem xweþik û bedewe û hem jî bêbavê wek Angelîna Jolîe seksî û tenûra sincirî ye.

   Dibêjin xanim robot Ever2-Mûse Xibþê çend stranên Kurdî jî fêr bûye û dibêjin gava strana Ciwan Haco a „Dil ketmê dil ketmê cara pêþî dil ketmê, wek pelûla dimsê heta newqê ez ketmê“ dibêje, mest û xweþ dibe û wek mûm û findê dihile.

   Ji xwe berî demakê Ciwan Haco gotibû, „heyranên min pirr in û herroj nameyên eþqê ji min re tên“ Xuyaye heyranek Ciwan Haco jî xanima robot Ever2-Mûse Haco ye. De a bi xêr û Xwedê miradê herdu aþiqan bi hev bike rebbî…

Ev nebû yekî din, yek din nebû yekî din!

Þemal Amedî-03/12/06-Hollywood- Stêrka flîm û seksê, lotikvana memikmezin, zinêkare kemilî Pamela Andersson dîsa mêrê xwe berda û ket kemînê. Andersona ku ew bi xwe jî nizane bê hetanî niha çend mêr kirine, wek çêleka nav garanê ji gonxwarinê têr nabe û hema li ku yekî betal dibîne lotikekê li wî dixe.

   Me xwe bi telefonê gihand zinêkara meþhûr û jê pirsî: Keçê porkurê kezîkurê, te mêrê xwe Kîd Rock berda, ma ev bû mêrê çenda? Xuyaye mêr xwe li ber lotikên te nagrin, te go çi? Bû tîq-tîqa wê û bersiv da: O yes yes..Keçê qûneko bi kêrî pîvazekê nedihat haa! Salên berê nayê bîra min, lê sala çûyî zêdeyî 365 kes wek gayê ber cot di ser min re derbas bûn, ez hûrhûrî kirim. Îsal jî hema bêje 300 qirasên zilaman ez dame ber haletê xwe bawerim. Keçê pepûkê ma ku zik û çav birçî be meriv çi dike? Helbet wê meriv bixwe, wîîî! Ma xeþîmên wek te çi ji jîyanê fêhm dikin lêêê!” û xatir xwest.

  Ya starrrrr! Di nava du salan de 665 xiyar û halet! Errrrreeeeeeek!

Çi lotikvanekî xurt loo!

Þemal Amedî-09/12/06-Waþîngton- Wek hûn zanin, piþtî ku navbera Yekîtîya Ewrûpa û Tirkiyê xerabû, rayedarên dewleta Virqo çûn û hatina xweya Îran û Sûriyê zêdetir kirin û xwestin xuyabikin ku ewê berê xwe bidin dewletên Rojhilata Navîn û Tirk ne bê alternatîf in. Helbet sedema van serdanan a herî mezin tirsa Kurd û Kurdistanê û parçebûna Iraqê ye.

   Dibêjin piþtî serdana Sûriyê û lotikavêtina bi Beþar Esed re, Serokwezîrê Tirk Erdogan telefonî Serok Bûþh kiriye û li halê wî pirsiye. Piþtî xweþ û bêþê Serok Bûþh sergirtî lotikek li Erdogan xistiye û gotiye, “kuro malxirab, tu van rojan lotikên zêdeyî xwe tavêjî haa” û keniyaye. Îcar çapemenîya Tirk jî xwe dinepixîne û dibêje, “oooooo, Serok Bûþh pesnê jêhatbûna Erdogan daye” û filan.

   Hûn zanin,Tirk herdem peyaman paþûpê dixwînin û li gor xwe þirove dikin. Lê peyama rast a Serok Bûþh ev bû: Lan Receb! Lingê xwe li gorî lihêfa xwe dirêj bike ewladim, emê guhê te bikþînin haaaa!

Halla halla, ya suphan allah!

Ahmed Beyan-09/12/06-Enqere- Erê lo, halla halla ya suphan allah! Kê bawer dikir ku wê Serokê Sîvîl Toplûm Konfederasyonû sayin A.Ocalan ji gelê Kurd û ji hevalên xwe lêborîna xwe bixwaze? Kesî bawer dikir? Naûzûbîllah! Na! Li ser bext û telaqên Ajansa Nûçeyên Firatê be, dibêjin A.Ocalan di hevdîtina xwe a vê dawîyê de li ser gellek mijaran sekinîye û bi das û qeynax çûye meselê.

    Lê tiþtê herî bala me kiþand ev bû ku Ocalan dibêje, “ezê ji Kurdan, ji hemi hevalan pirr lêborîna xwe bixwazim. Me panzdeh salan bi sebir xwest karekî biserxin, lê nebû. Çunkî hewldanên me ên panzdeh salan bê bersiv dimînin” û filan. Wekî din behsa azadîya cinsîyeta jinê û gellek mijarên din jî dike. Ji xwe pesnê Mehmet Agarê ku qatilê panzdeh hezar Kurdên faîlî heþhûle dike û wî difirîne ezmanan.  Di dawîya xeberdana xwe de jî silavan ji gelê Amedê re diþîne.

   Ê babam, heta te mesele fêhm kir û lêborîna xwe xwest hasil di Mûsilê re derket kardeþîm! Ma panzdeh sal hindik in? Di van panzdeh salan de bi saya serê Dûran Kalkan asîmîlasyonê serê xwe hilda û dêya zimanê Kurmancî hat gan. Ji tirsa “Îlkel Mîllîyetçîbûnê” wek mirîþka gêj li serê milletê Kurd hat û bûn kurtanê kerên Tirkan. Bi navê”Tek tarafli ateþkesê” bi hezaran gerîllayên me þehîd ketin. Bi xeyalên “Demokratîk Cûmhûrîyet” “Demokratîk Konfederalîzm” û niha jî “Sîvîl Toplûm Konfederasyonû” hêvîya azadî û serxwebûnê di Kurdên bakur de nema, wek dermalên malê hatin xesandin.

   Êêêêêê!? Ev ên ser bêjingê ne haa! Em behsa ên bin bêjingê jî nakin allahwekîl! Îcar bi telaqê Tirkên Selanîkê, me fêhm nekir bê tu jibo çi lêborîna xwe dixwazi? Welhasil canim, meriv ji nîvê rê jî vegere baþe. Roj tê xêr û bereket jî pêre tê..De a bi xêr...

Hinekî bidin me jî qurban!

Leyla Bamernî-08/12/06-Zaxo- Dibêjin dezgeha Aras bi awayekî fermî hêlîna xwe vekir û dest bi lotikan kir. Wek hûn zanin, serokê dezgeha Aras Bedran Ehmed hebîb e. Bedran Hebîb ne tenê wek serokê Arasê ye lê herweha Misteþarê Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye jî.    Tê gotin ku dezgeha Aras dixwaze bibe dezhegek navnetewî û hema bêjin li her welatê ku Kurd lê hebin þaxên xwe veke. Yanî, heger di pêþerojê de dezgeha Aras wek “Holdîng”ê derkeve pêþberî we qet þaþ nebin. Helbet divê kêfa hemi Kurdan bê ku dem û dezgehên wan ên navnetewî çêbibin. Lê gelo çima tenê rayedar û girgirekên hikûmeta Kurdistanê karin dem û dezgehan vekin? Çima reben û belengazên wek me nikarin bibin Holdîng kaka?

   Xuyaye heta meriv di hikûmetê de cîh nestîne û nekeve bin per û baskên hinekên girgirek, meriv wê nikaribe bibe xwedî gotin, dezgeh û Holdîngan.. Serok Nêçîrvan Barzanî jî gotiye “metirsin, mafê herkesî heye me rexne bike, em li dijî sansûrê ne” xwedêgiravî. Em jî ji gotinên wî cesaretê digrin û dibêjin: Hinekî bidin me jî qurban! Ma em zarokên jinbavê ne canekem? Bidin bidin, bidin bila Lotikxane jî bibe “Lotikxane Holdîng!”

Wey maþele, du partîyên din jî li me zêde bûn!

Diyar Baban-08/12/06-Mahabad- Erê lo..Dibêjin Partî Demokratî Kurdistana Îranê PDK-Î bûye sê parçe û Pêþewa Qazî Mihemed di gora xwe de dike nale nal. Ê lawo hûnê çi ji parçebûnê fêhmbikin hêêê? Di vê dema ku Kurd muhtacî yekîtî û hevkarîyê ne, hûn çima lotikên parçebûnê tavêjin û kêfa dijminan li me tînin çavekem? Dibêjin Sekreterê kevin Abdulla Hesenzabe û çend lotikvanên xwe ji PDK-Î ê cuda bûne û hevalên xwe ên PDK-Î ê dane ber lotikan. Ev jî ne bes bû îcar dibêjin grûbek din jî bi navê “Partîya Demokrata Kurdistanê (Ararat)” jî derketine qada þer û dibêjin, “Malbatên þehîd, kadir û peþmergên herêma Araratê peywendî û dijberîya me bi grûpên birêz Mistefa Hicrî û birêz Abdulla Hesenzade re nîne. Li ser bangevazîya malbatên þehîdan, kadir û Peþmergên herêma Araratê, me xwest ku partiyekê bi navê Partîya Demokrat a Kurdistanê (Ararat) ava bikin û ji bo yekitî û azadîya gelê xwe xebatê bikin û li þehîdên xwe xwedî derkevin”. Yahewlelwela qiwetillehilezîm! Ê lawo, madem hûnê jibo yekîtî û azadîya gelê xwe bixebitin, hûn çima parçe dibin bavê min? De ka berê bibin yek û piþtre doza yekîtî û azadîya gelê xwe bikin qurban! Me fêhm nekir çima herêma Araratê? Çima ne seranserê Kurdistanê lê tenê herêma Araratê? Xuyaye wê di pêþerojê de “Kurdistana Araratê” jî çêbibe û bi xêr wê Kurdistan bibe þeþ parçe allahwekîl! Kurdistana bakur, baþûr, rojhilat, rojava, Rûsya û Kurdistana Araratê! Wey maþeleeeeeeeee!

Goþtê elokan ma ji Mam Celal re

Þîndar Berwarî-07/12/06-Hewlêr- Belê...Dibêjin endamê polîtburoya YNK Noþîrwan Mistefa dev ji postê xwe berdaye û êdî dixwaze giranîya xwe bide kar û barên ragihandinê. Noþîrwan Mistefayê ku di nava YNK de wek darkê hewdelê dihat naskirin, êdî wê bi ragihandinê lotikan bavêje û xizmeta xwe berdewam bike. De ser xêrê be û Xwedê alîkarê YNK û Noþîrwan Mistefa be rebbî..

   Lê dibêjin herî zêde kêfa Mam Celal bi îstîfakirina Mistefa hatiye. Xwedêgiravî wî ji hevalekî xwe ê nêzîk re gotiye, “oxxxxxx! Kaka, bi serî to êdî emin dê be serî xom goþtî elokekan bixom” û lotikek avêtiye. Erê lo, heta niha Noþîrwan Mistefa jî þirîkê xwarina goþtê elokan bû, lê piþtî îstîfakirina wî êdî wê Mam Celal têr goþtê elokan bixwe û ji þirîkatîyê xelas bû allahwekîl!

   Welhasil, henek li alîyekî lê bila Ereb û elokên Ereban hemi bi qurbana serê Mam Celal bin û hûn sax! Ji xwe Mamekî me maye, ku em wî bi goþtê elokan xwedî nekin emê bi çi xwedî bikin kaka?  

Daweta bi çarox

 

Faris kilso-06/12/06-Swêd- Ez çi serê we neêþînim. Dengê hîrîna hespekî di axurê zilamekî feqîr de hat. Zilamê feqîr çû axur. Malikê tu xeranebe! Hespekî zîn û zengokirî, li ber alif girêdayî, ber tije ka û ceh bû. Xirmîna hespê bû û êmê xwe dixwar. Zilam destê xwe danî ser hespê, bi ser zîn, zengo û hevsarî ve bir û anî. Wek ku wî deh salan ew xwedî kiribe, hespê stiwê xwe pê dixwurand. Care yekem zilamekî feqîr xweþ hal bû ku Barê keremê ew diyarî jê re þandiye. Zilam lez li lingan kir û ew xweþhalî ji xatûna malê re got. Vê carê herdu pêkve hatin axur lê hesp bûbû rêviyek (rovî). Zilam li ber derî sekinî, jinikê rêvî di axur de bir û anî. Rêvî keyîs dît û xwe li derî xist lê zilam teriya wî hiþk girt û berneda. Lê rêvî li ber xwe da û xwe xelas kir lê terî di dest mêrik de ma. Mêrik terî xiste destê xwe û ew û jinik hatin hundirê xwe. Piþtî qederekî zilam dest avêt bêrîka xwe û xwest teriya rêvî jê derxe lê mîrat bûbû zirneyek zer.

    Azîz xeyolar! Nêta me ew bû ku em dewleteke Kurdî çêkin, gelek kes ji Suriyê, Libnanê, Rûsya û Îranê Hatin nav sefê cimhuriyetçî kardeþ. Nêzîkî þeþ hezar ji kurdên Suriyê hatine þehîdkirin û hêjî gelek ji wan li serê çiyê ne. Xeyo, heger em dewqiratîk kurdxweriyê çêkin, gelo wê çi bibe nesîbê hevalên baþûrê biçûk, yê mezin û rojhilat? Ew rebenê ku li Rûsyayê di bin gîzma segbavê Stalîn de perçiqî bûn emê çi bidin wan? Babam YNK, PDK û yên din hemû revisyonîstbûn lê yê me em Seyidxanê guhker bûn û sekana peyabûn. Kuro xwelî li sero, ji wan þerm bikin! Ew jî brê me ne û ne ji Eyþika Ereb in baba! Erê lo, dibêjin wê Ehmedê Tirk doza me bibe serî (!) Demekê Serokê netewî ew kiribû xayîn û têkilê dijmin.  

Hasan hayra merî kuro merî

Lê eger ji tirsan re tu herî

Tivingê deyne hêja herî

Kuro te digot ez xwediyê sûstema devbixwînim

Roja biqewime ezê qira leþkerê dijmin bînim

Te digot ez kewê ribatim beranê çargurçikim

Te digot ez mêrekî bi kefîl û her bi demanim.

Lolo lo mîro bê ray û bê tedbîro

Ga û gamêþ çûn maye çêleka qîro

Çot dike bê kulab halet û þinîro

Kesê zana her zana lê yê nizane dibêje qey mesele li ser baqê nîska ye. Bi telaqê ya lêvdeqandî ku wextekî li bin konê Ereban bû, ez ji vê daweta bi çarox û vê helperkandina cemidî tiþtekî fêm nakim!

Kum ji serî ket

Ahmed Beyan-05/12/06-Enqere- Wek hûn zanin berî bi demakê ji alî Forûma Deokrasîya Kurd ve konferansek li ser pirsa Kurd û xwestekên wan hatibû lidarxistin. Di konferansê de piranîya partîyên Kurdên bakur beþdar bûbûn lê DTP beþdar nebûbû. Herçiqasî sedema nebeþdarbûna wan dihat veþartin jî, lê dihat texmînkirin ku DTP jiber naveroka konferansê a li ser “federasyonê” beþdar nebûye.

   Welhasil, ji berê de tê gotin ku “filankeso ji xelkê re masîgir e lê ji xwe re kûsîgir e”. Îcar xuyaye ku DTP jî newêre derdê xwe ji Kurdan re bêje, xwestekên Kurdan bîne zimên lê xwe tavêje tor û bextê Tirk û dewleta Tirko û wê ji Kurdan bêhtir dost û nêzîktirî xwe dibîne.

   Nivîskarê Tirk Derya Sazak beþdarnebûna DTP di quncika xwe de eþkere kir û lotikek li DTP xist. Di serdana rojnama Millîyetê de Serokê DTP Ehmedê Mala Sîno eþkere dike ku ew jiber daxwaza federasyonê beþdarî konferansê nebûne û ew çareserîya pirsgirêka Kurd di yekîtîya Tirkiyê û “tek vatan, tek mîllet, tek dîl, tek bayrak” de dibînin.

   Erê lo, Ehmedê Mala Sînan Axa îro pirsgirêka milletê Kurd bi Tirkên dola Asenayê ve girêdide û dixwaze bi darê zorê me li hev mehr bike. Ê lawo Ehmo, malnexirab, ma Mala Sîno û bratîya Tirkan? Tu çima dixwazi hefsarê Tirkan têxi stuyê Kurdan kardeþîm?

 Amedî jî hînî lezbîyenîyê kirin..Pepûkkkkk!

Bêrîvan Al-05/12/06-Amed- Erê erê...Ji xwe lezbîyenî ji Amedîyan kêm mabû wa bi xêra Tirkan ew jî ket nav civaka Kurd. Erê lo, dibêjin xwedêgiravî midûra starxana keçên 8-18 salî Î.A, keçên bi navê C.A (16) û K.O (17) mecbûrî têkilîyên zayendî ên lezbîyenî (jin bi jinê) kiriye û ew tehdît kirine. C.A di kaseta vîdeo a înternetê de mikur tê û dibêje, ”wê gewendeya midûra me em tehdît dikirin û mecbûrî seksa lezbîyenî dikirin. Xanimê wek bizina ku hînî xwarina nanê þivên bibe, hînî lezbîyenîyê bûbû û nema sebra wê bê lotikên lezbîyenî dihat. Jinik elimîbû alastinê û wek dermaleyên zivistanê ku têkevin ser xwêya ser ferþ, em dalastin” û filan.

   Tabî canim...Ev nametên Demokratîk Cimhûrîyetê ne haaa, kuro kî bextê xwe reþ dike û dibêje Demokratîk Tirko Cimhûrîyetî ne xweþe û demokrasî lê tuneye hêê!?  J

   i xwe lezbîyenî ji Amedîyan kêm mabû, wa bi xêra Demokrat Tirk Kardeþlerên (!) xwe hînî lotikavêtina alastinê jî bûn..De ser xêrê be rebbî..Îro lezbîyenî, sibê homoseksuelî, sêsibê zarokxesandinî, û çarsibe jî dora pifkirina lempê ye allahwekîl! Ji xwe piþtî ku lempe vemirî û pê ve êdî kê kê girt xwedê ji dêya wî/wê stend û xelas! 

 

Yekîtîya Medya Elektronîka Kurdistanî

 

 05/12/06-Bi dilxweþî ji we re dema girêdana Kongra YMEK radigihînin:

 

Roja girêdana kongreyê: 16-17 Ciriya Paþîn (December 2006)

Dema civînê: Dejimêr 11:00 roja Þemî 16-12-2006

 

Cihê civînê: Stockholm – Swêd

Navnîþan: Henriksdalsringen 6

            Nacka

 

 Peywendî:

Sefwet celal (mobayl):0046 (0)736523095

Dana Celal (mobayl):             0736944308

Arî kakeyî (mobayl):           0704463579

e- past: ku_e_m@yahoo.se

 

Ala rengîn elok û xweþ

Þêrzad Zebarî-04/12/06-Hewlêr- Li kuçe û kolanên Hewlêrê, li ser tenûrên gundên derûdorê xeberên ecêb belav dibin û di devê herkesî de wek benîþtê benka tê cûtin. Tê gotin ku hikûmet û serokatîya Kurdistanê qebûlkiriye ku marþa Ey Reqîb wek marþa netewî nemîne û di þûna wê de helbestek Þêrko Bêkes (?) a bi navê Kurdistan wek marþa netewî bê qebûlkirin. Baþe, çima ne Cegerxwîn, ne Osman Sebrî, ne Qedrî Can, ne Seydayê Tîrêj, lê Þêrko Bêkes? Ji ber ku Þêrko Bêkes dîn dijminê Kurmanca ye ne wilo? Þêrko Bêkes yek ji wan Sorana ye ku dijminatîya Kurmancî dike û wek marê reþ li Kurmancan dinere. Welhasil, li wan pîroz û bimbarek be..Ji xwe talîya talî em Kurmanc û Soran emê hevdu bidin ber lotik û pehînan û gustîlka zewacê bavêjin teneka zibil.

    Ji alîyê din tê gotin ku Soran dixwazin ala Kurdistanê jî biguherin. Erê lo, çi tiþtekî ku bêhna Kurd û Kurdistanîyê jê tê dixwazin biguherin û bi bêhna Soranî û Soranîstanê bifûrînin. Ê lawo çi heqê we heye hûn ala ku bi xwîna sedhezaran þehîdên Kurdistanê hatiye xemilandin biguherin hêê? Hûnê çi bersivê bidin Qazî Mihemed? Hûnê çi bersivê bidin Barzanîyê nemir? Ma xema we ye? Naaa! Ji xwe dibêjin Wezîrê Rewþenbîrîyê Felekeddîn Kakeyî jî daxwaza guhertina ala Kurdistanê kiriye. Xwedêgiravî gotiye, “bila du alên Kurdistanê hebin. Yek jê têde sembolên kêmnetewan hebe û yek jê jî ala neteweyê Kurd a Kurdên seranserê cîhanê”. Dibêjin Kakeyî daxwaz kiriye ku “ala dewra Selaheddînê Kurdî ku alek seranser zer û teyrek li ser bû, baþtir Kurdam temsîl dike” û filan. Temam! Bi telaq we kir tirrrrrr!

   Kuro ma Selaheddîn çi ji Kurd û Kurdistanê re kir hetanî ku hûn bikin baba? Selaheddîn bi navê bratîya îslamê Tirk, Ereb û Ecem li serê me kirin bele û em kirin koleyên wan.Ma qencîyek kir? Na na, a baþ elokekê deynin ser rengê zer wê tam Kurdên cîhanê temsîl bike allahwekîl! Welhasil.. Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro...

Kurmancan mecbûrî telaqavêtinê nekin xoþewîstekem!

Þîndar Berwarî-04/12/06-Dihok-Belê, dibêjin Serokê Partîya Yekgirtûy Îslamîy Kurdistan Selaheddîn Bahaeddîn ji nivîskar Muhsîn Ciwamêr re du nameyên qirase rêkirine û piþtgirîya helwesta wî a Soranîzmê kiriye. Muhsîn Ciwamêr (çawa ciwamêre em nizanin) yek ji wan kesane ku bi hiþkî dijminatîya zimanê Kurmancî dike û dixwaze li baþûrê Kurdistanê Soran û Soranî bibin mîr û hakimên herêmê.

   Dibêjin Bahaeddîn efendî di nameyên xwe de gotiye, “bajo kaka bajo! Lotikekê li zimanê Kurmancî û Hawramî xe, seranserê Kurdistanê (Soranîstanê) bi Soranî û Erebî bixemilîne, em bi þûr û mirtalên xwe li piþta te ne” û filan. Dibêjin Bahaeddîn bi xwe jî Hewremanî ye lê li dije ku zarokên Kurmanc û Hewremanan bi zimanê dayika xwe perwerde bibin. Yanî, mêrik dixwaze bi navê “bratîya îslamê” wek ku Tirk, Ereb û Faris dikin, Kurmancan tune û asîmîle bike. Ji alîyê din rojnameya Hawarî Niwê dibêje ku “nivîskar Muhsîn Ciwamêr ji bilî lehçeya Soranî hemi lehçeyên din bi cahþîtîyê binavdike” û navê xwe li xelkê dike.

   Yaaaa hûn dijminatîyê dibînin ne? Bawerkin heger em dosya cahþîtîyê vekin wê di serî de mîster Muhsîn Ciwamêr (neciwamêr) di serê lîsteyê de cîh bistîne. Lê emê hinekî din jî bêhna xwe fireh bikin. De herrrrrreeeeee gewad! Tu xizmeta kê dikî ku zimanê Kurmancî bi cahþîtîyê binavdikî qûnde! Tirk û Farisan çend milyon dolar dane te ku tu xizmeta daxwazên wan dikî hêê? Kuro bi namûs cahþên mîna te çi bînin serê Kurmancan misteheqe û hew! De binerin bê Kurmancên Bahdînî dengê xwe dikin? De neyse canim, talîya talî hûnê Kurmancan mecbûrî telaqavêtinê bikin û emê bi emrê Xwedê û qewlê Pêxember hevdu berdin û hûn sax....

Cehþên Sedam di parlamentoya Kurdistanê de çi dikin?

Îloxê Horkî-02/12/06-Hewlêr-Berî çend rojan endamê parlemena Kurdistanê Edhem Barzanî di hevpeyvînek xwe ya bi rojnama Mîdya re xuya kir ku kasêtek vîdeoyê a TV Îraqê di destê wan de ye û di wê kasêtê de, ku ji  TV rejîma Sedam hatiye girtin, Sedam behsa qirkirina 8000 hezar Barzaniyan dike, devê xwe diherimîne û dibêje: " Yên ku jê re digotin Barzanî me ew þandin cehnemê ". Wê demê kesek li ba rûniþtiye û radibê ser lingan ji vê axaftina Sedam re li çepikan dixe. Gelî Kurdino.. camêrno.. xwendevanino, ma hûn dizanin ew kes kî bû!? Heyfe ku kak E.Barzanî navê wî cehþê heramzade nabêje, lê dibêje „nuha ew kerzade endamê parlemena Kurdistanê ye“.

   Wey hewarrrrrrrrrrrrrrrrr! Ma heya vê derecê? Vana parlemena me jî bi cehþ û xayînan herimand bavo! De ezbenî serok û rêberên me.... de bila jibo xatirê wan þehîdan be yên ku em heroj li ber mîkrofonan sozê didinê û direwan li giyanê wan dikin, bila bes be êdî!. Erê em zanin Kurdistan tejî cehþ û cehþ-Eþîr û cehþ in, lê ne heya vê derecê jî haa! Bi kurya wan a mirar bigrin û ji parlemena Kurdistanê bavêjin.

   Hey bavê bavê min de bese û çavên xwe vekin... Parlemena Kurdistanê cihekî pir pîroze, ew tenê hêjayî zarokên þehîdan, pêþmergan, xebatkar û Kurdên pak e. Ew ne cihê axa û cehþikên qûnekên ku bi salane wan xwe berdaye bin zikê Erebên qûnreþên faþist kaka!

Ermenî jî wek kakacanên me man bê marþa netewî

Bengîn Elegez-09/12/-Êrîvan- Berî salekê parlamentoya Ermenîstanê biryar dabû ku marþa xwe a netewî biguherin û marþek xweþtir peyda bikin. Heta berî bi çend rojan diviyabû marþa netewî bihata dîtin. Lê xuyaye parlamenter li ser gotin û muzîka marþa li hev nakin û marþa wan a kevin qîmetê xwe winda kir.

   Niha halîhazir Ermenî bê marþa netewî mane û li ber strana Gerebêtê Xaço “lê lê dayikê,dêranê” dikevin rêzê.

   Îcar kakacanên me ên baþûr hat bîra me. Xwedêgiravî ew jî nema qîma xwe bi “Ey Reqîb” tînin û dixwazin di þûna wê de helbesta bi navê “Kurdistan Þêrko Bêkes” bikin marþa netewî. Em ditirsin ew jî di navbera Xelîl û Celîl de bimînin û îcar jî li ber strana Nasirê Rezzazî “Berzî berzî berzî, þemama serê bi derzî” têkevin rêzê allahwekîl!

 

Ha ji we re pisporekî Tirk!

Rojda Aydin-09/12/06-Stenbol- Li bajarê Afyonkarahîsarê mamosteyên Klûba Paraztina Sivîl, Aysûn Unal, tetbîqatek di derbarê zelzelê de pêþ xwendevanan kir da ku karibin di dema çêbûna zelzelê de xwe biparêzin.

   Midûrê dibistanê Hîdayet Þahîntepe jî mêranîya wî pê girt û wî jî xwest lotikekê bavêje. Þahîntepe derket pencera qata duyem a avanîyê û go “virrrrr” û xwe çeng kir erdê. Þahîntepe xwest ku þagirtên wî jî xwe ji qata duyem bavêjin erdê û li binguhê erdê kevin.

   De îcar jibo Xwedê û Pêxember ka vê tetbîqata Tirkan bitefsilînin û aqilekî jê derxin! Ê ewlatlarim, ha rebenê zarokan di zelzelê de mirin û ha xwe ji qata duyem avêtin û mirin, ma çi ferq heye ûlan? Yan jî go seqet û lenger bimînin? Bila bi mirina zelzelê be û ne bi seqetbûn û lengerîya emrê ciwan be dandîkler!

Xweþ xebere, lêêêê?

Ehmedê Seyidbîlal-08/12/06-Batman- Mamê me Þerafettîn Elçî jibo avakirina partîya xwe serdana bajarên Kurdistanê dike û lotikên Alamanî li dewleta Tirk dixe.    

   Þerafettîn Elçî li bajarê Batmanê agahdarîyek berfireh da awira gelemperîya Kurd û çareserkirina pirsgirêka Kurdên bakur di federasyonê de dît. Herweha Mam Þerafettîn Partîya DTP jî rexne kir, hebûn ü cudabûna milletê Kurd anî zimên û got, “Kurd milletekî serbixwe ne, wek Tirkan ne doþirme û þorbe ne” û bi mêranî dilê me rehet kir.

   Lê tiþtê ku me fêhm nekir ev bû ku, “HAK-PAR” jî federasyonê dixwaze, gelo çima herdu alî nikarin bi hevre bibin yek û di bin sîwana partîyekê de lotikên xwe bavêjin?” Ma pirr zehmet e? Yan nayê xwestin? Heta niha me digot qey pirsgirêk di navbera Mam Þerafettîn Elçî û Mam A.Melîk Firat de heye. Lê va A.Melîk Firat jî çû babam! Naxwe pirsgirêk çiye ku hûn nabin yek? 

   Welhasil, lê xwezî ji mîrê keremê re go Ahmet Turk jî wek mêran derketa meydanê û bigota, “em jî federasyonê dixwazin kardeþîm, Kurd milletekî cuda ye û em naxwazin hefsarê ker û qantirên Tirkan têxin stuyê xwe babam!” û dev ji “Kurd-Turk kardeþlîgî” berdaya û hew...Ma ka ew roj kuro, teww!

"Bila li Iraqê jî li ser Diyarbekîrê konferans bê lidarxistin"

08/12/2006  Hawardengûbas.com-Rêveberîya Kurdistana Azad, bi tundî bersiva hewlên lidarxistina „Konferansa Kerkûkê“ da û dewleta Tirk þermezar kir. Parlementerên Îtîfaqa Kurdistanê ên di parlamena Iraqê de û gellek rayedarên ji Kurdistana Azad nerazîbûnek tund li dijî hewldanên dewleta Tirk nîþan dan.

   Rêveberîya Kurdistanê dîyar kir ku konferanseke bi vî rengî derzagonî û mudaxaleya li desthilatiya Iraqê ye.Kerkûk û xala 140'emîn,pirsgirêka Kurdan û Iraqiyan e.Endamên hevpeymanîya Kurdistanê dîyar kirin ku eger hewlên dewleta Tirk bi vî rengî berdewam bikin ew ê jî wek Hevpeymanîya Kurdistan a di Parlamentoya Iraqê de, ji bo ku konferansa „Li Tirkiyê Pirsgirêka Kurd“ bê lidarxistin, pêþniyarname pêþkêþ bikin. Berdewamê di Hawardengûbas.com de bixwînin.

   Gotinek ji Lotikxanê jî qurban: Naxwe, heger Tirkan konferansa li ser Kerkûkê çênekiriba, wê Kurdekanên me behsa pirsgirêka Kurdên bakur nekirana ne wilo? Yaaaaa! Em dibêjin em Kurdên bakur zarokên jinbavê ne kes bawer nake babam, halla halla! Ê wilo ye bavê min, ji berê de gotine „girîyê herkesî li ser mirîyê wî tê“ Wax dinyayê waxxxxx!

Feydeyên cixarê hatin dîtin

Cemîl Mûrad-07/12/06-Amed-

Cara yekemîn ev feydeyên cixarê ji bo malpera Lotikxanê hatiye amedekirin. Ew ên ku cixare dikþînin:
   Kûçik dev li wan nake, bi wan nagire; lewre bi xwe re gopal digerînin. Diz nakeve mala wan; lewre heya serê sibê dikuxin. Mêþ xwe li ser wan danaynin; lewre bîhna nîkotînê ji wan tê. Zêde nabetilin; lewre ew zanin ku bîhna wan wê bê çikandin. Ji bo bimeþin zêde zorê nadin xwe; bi sendeliya  tekerlek tên gerandin. Pîr nabin; lewre hîn di ciwantiya xwe de digihîjin hezkirinên xwe.
   Wekî din ên cixare dikþînin:
Reng tê ser ruyên wan; lewre diran û simbêlên wan zer dibin. Canê wan wek çivîkan sivik dibe; lewre di demên pêþ de xwîna wan xera dibe, pêþî tiliyên wan, bi dûre dest û lingên wan tê jêkirin.
    De îcar hûn ji xwe re zanin, hûn dixwazin bikþînin an mekþînin! Ji me gotin û li we kirin, dixwazin kezeba xwe reþ bikin dixwazin nekin, bi tehtilerda we kiriye û hew!

 

Bûka kurdan Micaella Marsovich ji bo pirsa mafê jina kurd serî hilda:

"Helwesta mêrê kurd divê naziktir bibe!"

 

Hevpeyvîna nivîskarê me Gabar Çiyan û xanim Mîcaella Marsovich bixwînin. Wêne bitikînin

De hûn bi ser û guhan ve li hev pîroz bin rebbî!

Sîpan Nas-05/12/06-Tirkiye-Hûn zanin em Kurd ecêbin ecêb! Ji xwe ev kesên ku bi mejîyê Tirkitîyê ketine nav partîyên Kurdan û di serokatîya wê de kurk ketine (ketine ser hêkê), mala me þewitandine allahwekîl.

   Erê lo, jibo ku Mehmet Agarê ku qesasê serê bi dehhezaran Kurd e, çend derewên Tirkane kirin, KKK û DTP a me jî rabû piþtgirî da canî Mehmet Agar û kir ku Mehmet Agar lotikên bilindtir bavêjin û bi ser xwe ve here.

   Qûneko niha jî dibêje, ”Kerkûk û Mûsil perçeyek ji axa Tirkiyê ne, bazirganên Tirk ne mecbûrin li ser axa xwe bacê bidin xelkê” û filan. 

   Ê lawo Mihemedo, axxxxx ku me tu di newalak ji newalên çiyayên Mêrdînê de zevt bikira û hew! Tu zani bê me yê çi banîya serê te? Me yê singek di te de bikuta û te þilfî tazî biþanda Çiyayê Qendîlê cem Dûran Kalkanê Tirk..Bila îcar wî çaxî we bigota ”bûnlar Îlkel Millîyetçîlerdir!” kardeþîm!

”Mirov ne mecbûre jibo sîng û berên yarê li hêvîya buharê bisekine”

Cemîl Mûrad-05/12/06-Amed- Li ser helbesta Arjen Arî , a ku we Lotikxanê de weþandîye, me bersiva wî di Kurdinfo.com de  xwend. M.Ali.Ural ji Arjen Arî dipêrse: Ev helbesta te ya dawî  bi taybetî  bingeha wê li ser evînê hatiye damezirandin, di zargotina Kurdî de evîn û zayendîtî di nav hev de ye ji xwe. Te vekirî bal kiþandîye ser vê helbestê. Te bi awakî dijraber ceribandîye, tê çawa li hemberî reaksîyonan bisekini? … Fermo, bersîva helbestvanê modern Arjen Arî:
   „Belê ez tevî we dibim, lê tiþtek heye hûn lê neferqîne, ev evîn ango ev þer ji Xanî destpêdike, li min nasekine û dom dike. Ya rast ev helbest bêndera helbesta klasikî, helbesta min û ya zargotinê ye, ji ber ku wek hêma westên pirekê, di hin cihên helbestê de hêman ne hevbeþin, ne ê zargotinê ne. Niha di payîza dawi, di destpêka zivistanê dene û jibo gonxwarinê divê zivistanek bibuhure. Mirov ne mecbure jibo sîng û berê yarê li hêviya biharê bisekine, ne mecbure li hêviya biharê bisekine. Hez, jiyan, welat, dildarî di têkilîya cinsî de hevbeþiyên jiyanî û mirovayî ne. Yê ku nikaribe ji yekê/kî hez bike, nikare ji welatê xwe jî hez bike“.

   Yaaaa! Naxwe niha ne dema gonxwarinê ye bavo..Ma emê ji ku li benda derbasbûna zivistanê bisekinin jibo em lotika xwe bavêjin bavê min!? Em wek te ne bêhnfirehin cîgerîm, wey!

 Agir agirê qurma ye qurban!

Silêmanê Hebîsî-04/12/06-Hebîsê- Kuro nizanim ne dinya çerqo-berqo bûye û yan jî em xeþîm û nezan mane bavo! Lawo hetanî bi pîr û kalên me devê xwe dixin devê hev ey hawarrrrr! Min bi xwe ne di xortanîya xwe de devê xwe xist devê yekê û ne jî di kalbûna xwe de.Ma yanî hûn dibê min jî tamek ji jîyana xwe kiriye? Na kuro na, bi telaq hema bêjin ez nejîyame û hew!

   Hûn zanin, piþtî ku ev televizyon ketin malên me, ne exlaq bi me re ma, ne ar ne fedî. Ji biçûkan bigrin heta bi 70-80 salîyên me di bin bandora flîmên wek „Ferîþtahên Çarlî, Teksas, Lotikvana Meþordekî, Xanima Zirnevan“ de dimînin û hema bêjin wek „Hespên Serxweþ“ ên Bahman Gobadî serxweþ dibin û di kuçe û kolanan de devê xwe dixin devê hev.

   Du ji wan Lotikvanan jî xalê Ismetê 81 salî û Zekiya xanima 71 salî ne. Herdu lotikvan hingî di bin bandora van flîmên berdîberdan de mabûn, nema debar kirin, bi emrê Xwedê û qewlê Pêxember mehra çaroxî avêtin ser hev û berê xwe dan piþta kewar û kulînê. Kuro heta bi wan jî wek çûkan devê xwe xistin devê hev lawo, weyyy! Dibe ku ji bavê Nazê jî hînî dev û zimanalastinê bûbin ma kî zane? 

Fermo,

Îstatîstîka Ciriya Paþîn /11/2006

2 milyon,593 hezar û 357 lotikvan (2.593.357)

 

Wêne bitikînin

Wile yabo helbesta modern!

Bavê Stêr-Ûkrayna-03/12/06-Ji gotara seyda Tengezar Marînî li ser mehrecana Duhok{Net kurd}

   “Arjen Arî,  ku yek ji wan helbestvanên, di gel Rojen Barnas û Berken Bereh, roleke wan mezin di pêþdebirina helbesta moderin ya bakur de heye, mêvanê dawî yê þeva helbestê ya diwem bû”.Dewamê wêne bitikînin

s© lotikxane 20-02-2006