Gabar Çiyan

Zarokên jinbavê:Baþûrê biçûk

Adil Dûran

Mafê min jî heye

Bavê Welat

Ku melle tir kir

M. Elî Efrîn

Kî ji Xwedê ditirse?

Bavê Ronahî

Melle Cemal

Lezgîn Þêxo

Ez bi ser Xwedê de digrîm

Kezebperitiyo

Kilîta bihuþtê bi tiro re ye

Lokman Polat

Salê çend roman derdikevin

T.Xelîl

Ji jiyana Êzdîyan

Evdo Dîno

PDK-YNK-Kerkûk

Dilsotî

Qehremanên

me

    Arþîv                                              info@lotikxane.com                   lotikxane@hotmail.com                             

 

 

 

 

Wechê þerê qirêj

                                         Rastî tehl e...               Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

B.Omerî

Tajiyên bê dilê xwe

Metelok:   Kera nebin nav kera ku ji hev hîn nebin tir û fisa!

***Ji niha ve sala 2007an li we pîroz be. Hêvîdarin 2007 ji gelê Kurd re bibe sala azadî û serketinê***

                                                                                     

Mêrdînîyan jî lotik dan xwe

Serhanê Qoserî-26/12/06-Mêrdîn- Dibêjin karkirên beledîya Mêrdînê ev çend mehin perên xwe nastînin û zikê xwe bi nan û pîvazê têr dikin. Piþtî ku serokê beledîyê sozên xwe neanîne cîh, nan û pîvazê li serê karkiran xistiye û hema yekser êrîþî beledîyê kirine, beledîye dagîr kirine û bêhna pîvazê ji beledîyê fûriyaye.

   Dibêjin halîhazir 430 karkirên beledîyê di salon û hêwanên beledîyê de piyasê dikin, lotikan tavêjin vir û wir û kuþkuþa cixara wan e.

   Li gor gotinan, karkirekî gotiye, “Ev çend mehin em nan û pîvazê dixwin. Zarokên me ji xwarin û bêhna pîvazê bi jehrî ketine. Bi telaq heta em pîvazekê nexin qûna serokê beledîyê, emê çalakîya xwe bidomînin û hew!”

   Welhasil, Xwedê qiwetê bide karkirên beledîya Mêrdînê û bereketa pîvazan bi ser wan de bibarîne rebbî! Dibêjin rebenê serokê beledîya Mêrdînê Metîn Pamûkçû ji tirsa ku wê karkir pîvazekê têxin wî, newêre bê beledîyê û winda bûye...

 

Reklaman bitikînin û xêrekê bi xwe bikin!..

Qûnekekî behsa qûnekekî din kir

Zinar Qelemþûr-25/12/06-Stenbol- Hûn zanin, kesên ku ji eslê xwe fedî dikin, xwe biçûk dibînin û di nava kompleksê de dijîn, kesên herî bêþexsîyet û qûnekên herî mezinin. Meselen Mehmet Aurelîoyê Brezîlî!

   Fûtbolcîyê Brezîlî Eurelîo, piþtî ku hat ket nev refê taximê Fenerbahçeyê, navê xwe guhert, bû hemwelatîyê Tirkiyê û ji Tirkekî zêdetir bû zîtirkvan. Vê dawîyê jî Mehmet Eurelîo ji çapemenîyê re got, “Di biçûkanîya min de malbata min ez sunnet kirime û nîvê xiyarê min jêkirine. Piþtî ku ez bûme Tirk ez xwe wek mirovekî nûçêbûyî dibînim. Di dersên zimanê Tirkî de herî zêde ez fêrî “En buyuk Turk Ataturk” (Tirkê herî mezin Atatirk) bûme û vê hevokê wek þorba nîskê xwîna min kelandiye. Ez bi Tirkbûna xwe serbilindim” û filan.

   Halla halla! Xuyaye Mehmet Eurelîo jî wek Atavirqo di kerxanê de çêbûye heta ku qûnek ji qûnekan hez dikin bavo, wey!

 

Weyla bêmiradê!

 

Þemal Amedî-25/12/06-Hollywood- Lotikvana beredayî Parîs Hîlton wê rojê ji çapemenîyê re got ku, "Ez li ser soza xwe me. Bi Mazilevdînê nava Nisêbînê min toba xwe xeranekiriye û ev tam heft mehin min lotik nedane xwe. Hê mêþekê jî xwe li ser min dananîye" û filan.

   Erê bavo, xanimê dev ji kirîn û firotina xiyar û tirozîyan berdaye îcar bi Brîtney Spears re bacan û kundiran difroþe wey! Dibêjin ev çend mehin herdu lotikvanên jin hevdu di ode û þikeftên Hollywoodê de digevizînin û dibe pelqe-pelqa wan û hevdu didin ber þûnik û mîkutan. Wile keçko tu tobedarî, tewwwww! Xuyaye wê rebenê bêmirad here axretê, weleddddd!

Çima Saparmûrad mir?

Bengîn Elegez-24/12/06-Moskova- Wek hûn zanin, serok û bavê hemi Tirkmenên dinyayê Saparmûrad Tirkmenbaþî berî çendakê di 66 salîya xwe de lotikek lê ket û çû cehnemê.

   Piþtî mirina wî gellek teorî û çîrokên sedema mirina wî hatin gotin. Lê li gor îstîxbarata ku ketiye destê me sedema mirina wî tê veþartin.

   Îstîxbarata ku ji alî sîxurên me yên li Tirkmenîstanê ketiye destê me ev in: Tirkmenbaþî Saparmûrad berî mirina xwe derketiye nêçîr û lotikvanîyê. Lê jina wî jê dikeve þikê û wî diþopîne.Tam di kêlîka ku Saparmûrad dikeve ser zikê jinika 21 salî, jina wî bi dizî tê ber wî û dibêje, “pixkkkkk!” û ziravê wî diqetîne. Piþtî vê ziravqetandinê Saparmûrad dibê, “gurmmmm” û wek berazekî dikeve erdê, dimre û berê xwe dide cehnemê.

   Îcar gelî xwendevanan, sedema mirina Saparmûrad a rastî ev e. Hay ji xwe û jinên xwe hebin. Heger we jî rojek ji rojan qaçaxî û lotikvanî kir, berê li der û dora xwe binerin û piþtre bêjin, “bismillahilrahmanilrehîm” û têkevin hindur. Okey!

 

Min bêriya te kir tu ket bîra min

Rabûm min nivîsand helbestek jibo te

Navê teyê þîrîn kete dilê min

Ez têr nebûm ji te ey welatê min

Ez evîndar kirim herdu çavên te

Gelek xweþin ew deþt û çiyayên te

Gelek xweþe jiyan li ser sînga te

Ez têr nebûm ji te sebra dilê min

Carek tenê min te dilxweþ bidîta

Wê derd tev çûbana dilê min geþ ba

Bila mirin li ser seran bihata

Ez têr nebûm ji te ey welatê min

Daxwazya min ewe serxwebûna te

Û herweha azadiya gelê te

Bila gorî biba Brîndarê te

Ez têr nabim ji te sebra dilê min

Brîndar /1984-kaset 4/Berlîn

Dêlika heram!

Dilþa Îzol-23/12/06-Antalya- Kuro jinên van Tirkên doþirme ji zilamên wan gewende û xwînheramtirin lawo, waweylê! Tu dibê qey dêlegura Asenayê di devê hemiyan de mîz kiriye bavo!

   Nivîskara Tirk, dêlika heram Neval Kavcar (li navê wê binerin. Newal! Tirrekê navê Kurdî li xwe kiriye û bê fedî êrîþî Kurdan dike) di nivîsa xwe de wek gurên devbixwîn êrîþî Kurd û doza Kurdî dike û pêre jî partîya AKP a Kasimpaþali Laz Reco gunehbar dike. Xwedêgiravî Laz Reco û partîya xwe rê ji pirsgirêka Kurd û parçebûna Tirkiyê re vedikin û filan.

   Dêlegur Neval Kavcar dibêje, “Tirkan di 1071ê de bi Bîzansîyan re þer kir û Anadolû ji xwe re kirin war û mesken. Xwestina referandûmê gerek ji alî Bîzansîyan ve bê kirin (heger Bîzansî li wê herêmê hebin). Ma ev welat ji Kurdan hatiye stendin ku Kurd doza referandûmê û doza axekê dikin?” û çîrokên wekî din.

   Keçê hey gewenda heram! Ma bi xêra kê zora Bîzansîyan çû?  Ma ku ne ji Kurdên bêaqil bûya,  Tirkên hacûc karîbûn zora Bîzansîyan bibin hêê? Hûn li ser axa kê bera kê didin yawþaklar? 

Ya rebbî tu neyni serê kesî din!

Dr.Robîn Kent-23/12/06-Amerîka- Hûn zanin, di qirnê me de tiþt û bûyerên wilo diqewimin ku aqilê meriv disekine. Ma çi dibe û çi nabe? Ha ji we re nimûneyek. Li Amerîkayê du xwiþk di bedenekê de jîyana xwe didomînin. Du serî, lê laþ û bedenek!

   Ma ev ne ecêbek ji elametên qiyametê ne gelo? Herdu xwiþk di her warî de serketî û jêhatî ne û xuyaye xelkê derûdorê jî kêfa xwe ji wan re tînin. Ew diçin dibistanê, trimbêlê dajon, lotikan tavêjin û hetta dil jî digrin.

   Lê me tiþtek fêhm nekir. Gelo gava her yek ji wan dil têkeve xortekî, ewê çawa bikin? Wê kî bi kê re lotikan bavêje? Heta niha pisporan bersiva vê pirsê nedaye. Welhasil canim, nebû nebû wê herdu jî dil têkevin heman xortî û hûn sax! Ma ne îþê pênc-deh deqîqaye babam, wîî!

Anîta bû sereka lotikvanan

Sabrîna Temo-22/12/06-Macarîstan- Di pêþbirka “Mîss Bîkînî World 2006” de bedewa Macarî Anîta Horvath bû sereklotikvan û taca  lotikvanîyê da serê xwe.

   Anîta xanim bi taybet ji Lotikxanê re ragihand û got, “ez ji kêfa re wextî herdu terîþên bîkînî jî bavêjim mazatê allahwekîl. Herçiqasî ez zêde bi Kurmancî nizanim lî, lê lotikên we yek û yek in” û silavek ji lotikvanên Kurd re þand.

   Belê, lotikvana þîrîn soz jî da ku rojekê bê qîwanxana Lotikxanê û bi lotikvan û zîtirkvanên me re þampanya vexwe. De a bi xêr...Kesê ku bixwaze ji lotikên Anîta xanimê tecrûbê bistîne bila serî li Lotikxanê xe..

 

Ew mabû wî jî tirrek kir!

 

Rojda Aydin-22/12/06-Stenbol-

Erê kuro, ev çapemenî û medya Tirk wek þîrêz û benîþt bi yekî ve dizeliqe û heta tirrê ji yekî bernedin, dev ji wan bernadin. Niha jî lotikek li artîst û lîztikvanê meþhûr Cuneyt Arkin xistin û serê wî jî xistin nav teneka zibil. Cuneyt Arkin di televizyona CNN de zimandirêjîya Yekîtîya Ewrûpayê kir û ew bi lotik û pehînan tehdît kir. Cuneyt Arkinê ku di xortanîya xwe de kilê çavê keç û xortan bû, niha kal bûye û tirr têde nemaye. Lê mêrik hîna jî xwe wek dem û dewranên berê dibîne û bawere ku ewê Yekîtîya Ewrûpayê bîne ser rê.

   Arkin dibêje, “Yekîtîya Ewrûpayê em kirine wek jinika qehpik, heçê tê û lotika xwe li me dixe û kirasê me bi serê me dipêçe. Bila serê min xera nekin, ez “Dunyayi kurtaran adam” im (zilamê xelaskerê dinyayê), ezê bi lotikekê tirrê ji wan gawiran berdim” û dide zîtirkan.

   Ûlan oxlim! Dewlet û artêþa te ya qirase nikare lotikan li gawiran xe, ma tê bi vê peppûkîya xwe YE bîne ser rê hê? Bi telaqên te, YE û gawiran kirasê we li serê we pêçaye, ji pêþ û paþ de we didin ber lotik û pehîhan û xelas! De here qûna xwe biþo ûlannnnn!

Wek dîwarê Berlînê fîþek tê de narin bavo!

Zinar Qelemþûr-21/12/06-Stenbol- Niha hûnê bêjin, "agir bi mala te keto, ma çawa fîþek têde narin? Ma pola ye?" û bikenin ez zanim.

   Model û bedewa bejindirêj Tûgba Ozay di defîleyekê de dilê xwe rehet kir û got, "Bi serê we yê ku ez nadim bi kondom, xiyar û bacanan, ez her hefte diçim doktor û testa AÎDSê çêdikim. Bawerkin ez wek horîyên bihuþtê pak û rewan, paqij û saxlem im". We fêhm kir?

Yanî xanimê dibêje, "Ez rojek tenê jî bê lotik namînim. Ji ber wê ez her hefte serî li doktor dixim û xwe saxtî dikim bê ka vîrûsa AÎDSê bi min re heye yan na".

   Îcar ev tê çi maneyê? Tê maneya ku fîþekên vîrûsên AÎDSê di xanimê de narin, bedena xanimê wek dîwarê Berlînê saxlem û sewaxkirî ye allahwekîl! Rojek ji rojan têketa destê me, me zanîbû bê emê çi fuze û topan berdinê lê de ka Xwedê kerîm e... 

Îro Ermenî sibê Kurd!

Þemal Amedî-21/12/06-Hollywood- Rambo û Rocky” Sylvester Stallone, amadekarîya lotikek mezin dike û dixwaze bi vê lotika xwe tirrê ji Tirkan berde. Stallone dixwaze romana lotikvanê Awûstralyayî Franz Werfel “40 rojên li ser çîyayê Mûsa” têxe jîyanê û mesela qirkirina Ermenîyan têxew rojevê.

   Lotikvanê meþhûr Rambo dibêje, “roman li ser tunekirina medenîyetekê ye, dibe li himber vê projeya min astengîyên sîyasî çêbibin. Tirkên hov ev 85 salin bi lotikên xwe rê li ber vê mijarê digrin jibo curm û tazmînatê nedin Ermenîyan” filan û bêvan.

  Ji alîyê din Rambo bi taybet ji Lotikxanê re got ku, “bi soza mêrên berê, heger ez di vê lotika Ermenîyan de biserketim û min çavekî Tirkan derxist, îcar ezê lotikekê jibo Kurdan jî bavêjim, flîmekî qirase li ser serhildanên Kurdistanê û helwesta dewleta virqo çêkim û herdu çavên Tirkan derxim, wan kor û hittim bikim”.       

  Welhasil, Xwedê, Îsa û Mihemed li piþta Rambo Sylwester Stallone bin rebbî..Lawo Rambo, bi namûs tu soza xwe neyni cîh, yan tu ji Tirkan bertîlê bixwî, emê bikin ku Dilþa Yûsiv helbestekê li ser te jî binivîse û te bike “xayîn û neyar” haaa!

Dilþa Yûsif jî dest bi lotikan kir

Azad Seyda-20/12/06-Kuro ev keçên me yên kurd car caran me dihetikînin. Xaltîka me ya rojnamevan, nivîser, çalakvan, helbestvan, dengbêj û qidqidqirîþk di eynikê de li xwe nêrî, dil ket bejna xwe û diranên xwe li ser hev kirin destar û piþtî bêdengiyeke dirêj pijiqî û got:

   Min serhed kir dengbêj û yê bawer dike bila bawer bike û yê bawer nake bila serê xwe li dîwarê keleha Hewlêrê bide.

  Ciwankê navê xwe û lêsta karên xwe û wêneyekî xwe li ser hev kom kir û lotikek li wan da û berê wan da malperan.

Xwediyê malperan veciniqîn, terpilîn û tep li serê xwe dan û gotin: Wax li qirdê me yê mirî be, me ha ji vê nivîsera Super tune bû, bi xwedê em kawikî bûn û sînga malperên xwe bi wêne û nivîsên Dilþa xan xemilandin. (Jibo dewama nivîsê lotikekê li wêne xin)

Ew jî dixwaze balêse

Kevîn Kurdson-19/12/07-Hollywood-

Lotikvana navdar, bedewa agirpêketî û seksî Cameron Dîaz jî dixwaze têkeve nav karwanê lezbîyenan û li tama alastinê binere.

   Dîaza seksî çavê xwe berdaye lotikvana sîngmezin Pamela Anderson û dibêje, "Anderson pir bala min dikþîne. Gava ez wê dibînim weke ku ez zebeþên Diyarbekrê bibînim, yekser av bi devê min dikeve û tevzînok tên min. Ez dibêjim qey ezê rojekê lotikekê li wê xim û kurmê xwe biþkînim" û filan. Xuyaye ev lezbîyenî û lotikvanîya jin bi jinê dibe mode.

   Êêêêê, ev jî nametên demokrasî û azadîya jinane canim..Ma her roj xiyar û tirozî tên xwarin qurban? Na na! Ma hûn nabînin, heta bi Kurdên me jî qîma xwe bi tirþika her roj naynin û sê-çar jinan tînin, wîî! Azadî xweþe xweþþþþþþþ! Kuro dinya mirine, allahwekîl meriv li tama hertiþtî binere xêra Xwedê ye û hûn sax! 

 

Çavê we ronî, ferrarî çû Kurdistanê!

 

Þîndar Berwarî-19/12/06-Xabûr- Wek me berê jî behsa wê kiribû, ferrarîya ku berê a lotikvanê navdar Rîcky Martîn bû û bi 800 hezar dolarî jibo Seîd Barzanî hatibû kirîn (li gor gotinên xelkê), ji hepsê hat berdan û piþtî sê mehan azad bû, berê xwe da Kurdistanê.

   Dibêjin ji baþûrê Kurdistanê du kesên ku navê wan veþartî ne, hatine 430 hezar lîreyên Tirkî cezeyê gumrukê dane û ferrarîya sorik birine Kurdistanê. Îcar ji Seîd Barzanî yan ji Nîhat Barzanî re birine em pê nizanin. Lê wê di rojên pêþ de bêhna vê meselê bifûre û emê pê bihisin.

  Erê lawo erê...Ê me em nikarin li bergîlekê siwar bin, zarokên xelkê li ferrarîya bi 800 hezar dolarî siwar dibin..Weleddddd bê em çi peppûk û rebenin kuro! De bikin bikin..Li nava bajarê Hewlêrê fors û qapanîya xwe bi ferrarîyê bikin ku dilê zarokên feqîr û þehîdan jî biþewite. Çawa be ne xema kesî ye....

Yek ji ê din ehmeqtir

Ebû Berxo-19/12/06-Qatar- Li Qatarê, Santhî Soudarajana Hindî beþdarî pêþbirka bazdana 800 metroyî a jinan dibe û xelata zîv qezenc dike. Soudarana 25 salî ji kêfa re dide lotikan û bi xelata xwe dilþa dibe. Lê xuyaye piþtî xelatê rayedarên pêþbirkê ji rebenê dikevin þikê û nema zanin ne ew jine û ne jî mêr e.

   Radibin heyeta jinekolog, endokrînolog û psîkologan jê re testa zayendî (cinsî) çêdikin û di encama testê de xuya dibe ku, “ bi Santhî Soudarajan re taybetmendîyên jinan tuneye”. Îcar niha dixwazin xelata rebena Soundarajan jê bistînin. Îcar hûn ecêban dibînin ne? Bêyî ku heyet derpî ji Soundarajan bike û li cinsîyeta wê binerin, radibin li gor encama testê biryarê distînin. Ê ehmeqino!

   Ma hewceyî test û mestan lawo? Hema we derpî jê bikira û xelas, wîî! Piþtî derpî jê hat kirin, yan wê xiyarek derketa holê û yan jî bacanek! Ma derpîjêkirin zehmet bû?

Kerametên Pêxembera Tirk

Bêrîvan Al-18/12/06-Amed-  Wek hûn zanin, Pêxemberek jin ji Tirkên doþirme re hat dinyayê û navê wê jî Hatîce Benlîoglû ye. Mêrê wê jî Doç.Dr.Osman Nûrî Benlîoglû ye û bênamûs di Zanîngeha bajarê Kutahya de perwerdekar e. Em serê we zêde neêþînin.

   Mirîdê wê Cengiz Ç di dadgehê de  ji hakim re dibêje: Hatîce Pêxember ji her mirîdekî xwe re gustîlkek (hingulîsk) dikirî, dixist tiliya wan, digot “em li ezmanan zewicîne” û bazdida ser mirîdên xwe, namûsa wan tanî pênc qirûþên xerabe. Vê qehpikê gellek caran bi namûsa min jî lîztiye. Mêrê wê di oda kêlekê de bû û me jî lotik tavêtin hev, oxxxxxxxx, ma ka jê xweþtir? û filan.Yaaa!

   Îcar we bênamûsîya wilo dîtiye gelî xwendevanan? Mêr li oda kêlekê li jina xwe dinere, û Pêxembera zinêkar jî bi mirîdên xwe re çerq û berqê dike, lotikan dide xwe. Aha Tirk ev in haa! Pêxemberên wan jî zinêkar in, sofî û melayên wan jî tarikselat in, û ji xwe siyasetmedarên wan ji vir û heta ezmana qûndene allahwekîl! Îcar, ji Kurdên ku didin dû wan, bi dû wan de nimêj dikin û bi wan dixapin re çi tê gotin gelo?

 Taba Xelef çû bertelef

 

Serdar Mirad-26/12/06-Amed- Dibêjin serokê HAK_PARê Sertac Bûcak serdana Osmankê me kiriye û di oda wî de silavek germ daye wî. Sertac Bûcak behs kiriye û hey behs kiriye: Eman yekîtî, yeman yekîtî! Rabin em bibin yek, rûnên e bibin yek! Yekîtî, yekîtî û sedcarî yekîtî!

   Lê xuyaye hiþê Osmankê me jî tenê li ser pirsgirêkên Amedê bûye ku di axavtina xwe de tenê behsa pirsgirêkên bajarê Amedê kiriye û lotik avêtine. Tenê di dawîya axavtina xwe de carekê bi xeletî gotiye, “Tabî, tabî, divê yekîtî û hevkarî di navbera me de çêbibe canim” û kurtebir lêxistiye.

   Îcar, em bawerin çend carên din jî Sertac Bûcak here cem Osmankê me, ewê yekîtî li ber çavên wî reþ bibe û dilê wî ji yekîtîya partîyên Kurd bixele.

   Sayin Sertac! Canim cîgerim! Ma birastî tu yekîtîyê dixwazi? Wî çaxî em ji te re bêjin qurban: Yekîtî xurtkirina HAK_PARê ye! Yekîtî lotikên Kurdewarî ye! Yekîtî xurtkirina hest û bîr û bawerîya neteweperestîya Kurd e! Kengî ku te ev bi cîh anîn, bi telaq îcar wê Osmankê me bê devê derî û bêje, “Êêêê, em li ku mabûn lo?"

   Kuro lawo, heta ferman ji Imralîyê neyê ma wê rebenê Osmankê me çi xwelîyê li serê xwe û me bike bavê min, wey!?

Þiî ketine dora lotikan

Þêrzad Zebarî-26/12/06-Bexda- Xuyaye konferansa ku li Stenbolê jibo sunnîyan hatibû lidarxistin pir li zora þiîyan çûye û hema bêjin navbera Tirkiye û þiîyan bûye wek mesela kêr û penîr. Piþtî ku berdevkê þiîyan Ammar El Hekîm li dijî Tirkan axivî û ew dawetî Konferansa Gelê Iraqê a li Mekkê nekirin, niha jî endamê parlamentoya Iraqê Îyad Cemaleddîn lotikek li Tirkan xist û ji partîyên Kurdên baþûr zêdetir xwedî li Kurdên bakur derket.

   Îyad Cemaleddîn dixwaze bi minasebeta konferansa li Stenbolê serê Tirkan bêþîne û pozê wan bifirkîne. Cemaleddîn pêþniyaza xwe biriye parlamentoyê jî û dibêje, “Divê li Iraqê konferansek di derbarê pirsgirêka Kurdên bakur de bê lidarxistin” filan û bêvan.

   Lê dibêjin bêbavê Wezîrê Asayîþa Niþtimanî Þêrwan El Waylî li dij vê pêþniyazê derketiye û gotiye evê bibe desttêwerdana karê hundurên cîranên Iraqê. Lê bêbavê Þêrwan El Waylî nafikire ku Tirk jî dest û lingên xwe dixin kar û barên Iraqê.

   Welhasil, tiþtê balkêþ eve ku Kurdên baþûr û kakacanên me qet fikara konferansekê wilo nakin û serê xwe bi Kurmancên bakur re naêþînin.Yanî, mîster Îyad Cemaleddîn hem lotikek li Tirkan xist û hem jî serê Kurdekanên baþûr xist ber wan. Bijî Îyad Cemaleddîn! Bi telaq tu ji kakacanan ciwamêrtir derket û xelas!

 

Xwedê ji betalan hez nake,

bê lotik nemînin!..

Çima na kardeþîm?

Serdar Mirad-25/12/06-Amed- Dibêjin serokê DTP Ahmed Turk û girgirekên partîyê li Amedê beþdarî kongreya herêma navendîya Amedê bûne. Dibêjin A.Turk di kongrê de behsa gellek tiþtan kiriye û lotik avêtine. Di derbarê meþa xwe a Enqerê de gilî û gazin kiriye û gotiye, “Di meþa Enqerê de em xeyalþikestî bûn. Li Amedê gel me bi tenê hiþt û xwedî li me derneket”. Ji alîyê din dibêjin gotiye, “Divê em xwe di ciyê fermandarê gel de nebînin. Divê em xwe di ber çav re derbas bikin. Ji ber kêmasîyên ku me di dema buhurî de kirine lêborîna xwe dixwazin” filan û fîstan.

   Neyse canim, kî li kê xwedî derneketiye bavê mino? Ev bîst-bîst û pênc salin Kurd li we xwedî derdikevin. Bi mal û canê xwe alîkarîya we kir, jibo doza serxwebûna Kurdistanê zarokên xwe kirin qurban. Lê we di þûna serxwebûna Kurdistanê de çi da Kurdên bakur cîgerim? Demokratîk Cimhûrîyet, Demokratîk Konfederalîzm, Demokratîk Sivîl Toplûm Konfederasyonû, Ozgur Yurttaþ Hareketî, Demokratîk Tek Ûlûs, Turk-Kurd kardeþtîr, Li Tirkiyê zilamê herî biaqil Mehmet Agar e, Ala Tirkiyê ala me ye jî, Kurdan Kemalîzm fêhm nekiriye, û çîrokên weke van!

   Madem wilo ye, wê çima Kurd li Amedê xwedî li we derkevin bavê min? Wê çima zarokên xwe jibo Demokratîk Turk Cimhûrîyetî bidin kujtin babam, wîî? Hûn ne doza serxwebûnê dikin, ne doza federasyonê dikin, ne doza otonomîyê dikin, here were demokrasî û zirt û virt, êêêêê!? Naxwe çi? Halla halla ya suphan alla!

Kurd û þiî lotikên bêîman li Tirkan dixin

Þîndar Berwarî-25/12/06-Hewlêr- Dibêjin piþtî rapora “Bekir-Hemîdo” navbera Kurd û þiîyan wek agirê cehnemê germ bûye û li dijî Tirkan lotikên bêîman tavêjin. Piþtî ku Tirkoleran li Tirkiyê “Konferansa sunniyên Iraqê” lidarxistin, îcar jî Kurd û þiî li Mekkê “Konferansa Xelkê Iraqê” lidardixin.

   Tiþtê xweþ çiye hûn zanin? Hemi cîranên Iraqê hatine vexwendin, lê ji Tirkan re gotine STOP! Berdevkê þiîyan Ammar El-Hekîm di daxuyanîya xwe de dibêje, “Tirk alîkarîya El-Kaîde û terorîstên sunnî dikin, li welatê xwe ji wan re konferansan lidardixin û destê xwe dixin nav kar û barên Iraqê, em vê tirê ji Tirkan re nahêlin” û lotikek li Tirkoleran xist. Dibêjin wê gellek siyasetmedar û navdarên Kurd beþdarî vê konferansê bibin.

   Yaaaa! Çawaye sayin Tirkoler? We lotikek li Kurd û þiîyan xist lê Kurd û þiîyan du lotik û pehînekê li we dixin yawrûlarimmmmm!

Me jina xwe xapand, lê milletê xwe nexapand!

Tacdîn Baran-24/12/06-Almanya-Dibêjin Rêxistina Ewrûpa ya Partîya Sosyalîsta Kurdistanê bi minasebeta 70 salîya pênc damezrêner û berpirsên PSKê (Kemal Burkay, Ziya Acar, Yilmaz Çamlibel, Mehmet Elbistanli û Kazim Yilmaz) li Almanya, li bajarê Solingenê þahîyek lidarxistiye. Di þahîyê de li gel nûnerên rêxistinên Kurdistanî û PSKyî nêzîkî 500 Kurdperwerên vexwendî amade bûne, xwarine û vexwarine.

   Dibêjin axavtina herî xweþ û balkêþ kekê meYilmaz Çamlibel kiriye. Xwedêgiravî Yilmaz Çamlibel gotiye, “Berê gava me karê rêxistinê dikir, me newêrîbû em ji jinên xwe re rastîyê bêjin. Me derew li wan dikir û ew dixapandin. Min bi xwe sîh salî jina xwe xapand, lê min tucarî milletê Kurd nexapand” û bi dilekî paqij rastîya xwe anîye zimên.     Îcar meriv niha difikire: Gelo bi sedan siyasetmedarên me yên ku hê jî di serokatîya hinek rêxistin û partîyan de cîh digrin û wek benîþt pêve zeliqîne, karin wek Yilmaz Çamlibel rastiyê bêjin? Karin bêjin, “Me milletê Kurd nexapandiye?” Ew serok û generalên ku niha bê esker mane, wê kengî karibin bi dilekî vekirî lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin û bêjin: Kurdino! Bi telaqê bê fitû me hûn xapandin! Me gellek soz û peyman dan we, me zarokên we dan kujtin, me namûsa we di nav lepên dijmin de kir pênc pere, li me biborin!

   Heheyyyyyy...Ka ew cesareta medenî looooo! Kuro ma kes dibêje, “Dewê min tirþe” babam? Emrê te hezarsalî be Yilmaz Çamlibel! Bi telaq te tam wek Lotikxanê rastî gotiye. Lotikxanê jî jina xwe xapandiye lê tucarî milletê xwe nexapandiye.

   Welhasil, kontenjanek di Lotikxanê de vala ye, heger li te teng bû keremke bibe mêvanê me kek Çamlibel!

Ha serokca‏‏‏‏‏þino! Hûnê nuka bi ku ve bazdin..?!

Avdelê Guhbel-23/12/06-Bexda-Munqiz Al Ferûnê ku dozgerê doza Enfala ye û her roj bi dehan lotikan li poz û serê Sedam dixe, di hevpeyvînek xwe a bi Rojnama Mîdya re, ku li Hewlêrê derdikeve, xuya kir ku wê 50 serokcaþên Kurd bên kurtan kirin, hevsarê wan bê kêþan, bêne dadgehê û li Bexdayê bi serokê xwe Sedam re bizirin. Farûnê xweþmêr dibêje: Eger van  serokcaþan pileyên berpirsî jî hebin ew nabe asteng ji bo wan ku wan bîne dadgehê û eger ew li derveyî Kurdistanê jî bin wê bi alîkariya polîsê enterpolê hevsar û cuhoran bide serê wan û ewê bên li ber çavên bi milyonan Kurdan bizirin ka wan çawa qirasê Sedam xiste xwe û li Enfala ji bo Erebên qunreþ Kurd dikuþtin…!!

De here serokcaþê mejî ker!

De tu her bizire û lotikan bavêje her!

Îro wê gelê Kurd kef û tevê ji pozê te bîne der!

Cegerxwîn li Batmanê rabû ser xwe

Siyamendê Hesarî-23/12/06-Gundê Hesarê- Þaredarîya Batmanê þaîrê mezin Cegerxwîn ji bîr nekir û peykerê wî di parka “Fatîh” de çikand. Serokê Þaredarîya Batmanê Huseyîn Kalkan got, “Ne mimkine em wî ji bîr bikin. Ew di dilê me de dijî. Çikandina peykerê wî nîþana hezkirina me ye” û dilê me rehet kir.

   Heyran bi telaq kekê me Huseyîn Kalkan lotikên xweþ û xêrdar davêje.Lê xwezî nivîsandina li bin peykerê wî ne bi Tirkî, lê bi Kurmancî bûya û hew! Hêvîya me ewe ku Þaredarîya Batmanê parkekê bi navê “Lotikxane Park” jî veke da ku lotikvanên me bi serbestî lotik û pehînan bavêjin dijminên xwe. Kuro bi telaqê jinberdanê emê dîsa raya xwe bidin te lo, wey!

Xalê Newzat aborîya Yekîtîya Ewrûpayê têk bir

Idrîsê Mûþî-22/12/06-Mûþ-Xalê me Newzat Demîr mêrê çar jinan û bavê 42 zarokan e. Kurdên weke wî jêhatî pirr in. Dibêjin, Midurê Þopandina Proje û Nirxandina bernameya “Tendirustîya jibo civatek saxlem” Augustus Tîambengê Filipînî serdana baþarê Mûþê kiriye û silavek daye xalê Newzat.

   Xalê Newzatê 60 salî çay û qehweyek nîvþîrîn daye mîster Tîambeng û xwestîye ku Yekîtîya Ewrûpayê alîkarîya aborî bi wî û malbata wî bike. Mîster Tîambeng jî berê gotiye, “Yes yes, okey!” lê piþtî dîtiye ku 42 zarokên wî hene û zarokek din jî bi rê deye, veciniqîye û çaya wî di qirika wî de maye.

   Welhasil, rebenê Augustus Tîambeng wek serxweþan lê hatiye li xalê Newzat û zarokên wî ecêbmayî maye. Newzatê 60 salî, çar jin û 42 zarok! Rabûye Tîambeng gotiye, “Bi telaq barê te û barê dewleta Tirk weke hev e! Em wek Yekîtîya Ewrûpayê nikarin di bin barê te û zarokên te rabin bavê mino! Ha me dewleta Tirk kiriye endamê Yektîya Ewrûpayê û ha me te kiriye endam, mesref weke heve bi namûs!”

   Îcar heyran, bi sê telaqên jinberdanê, heger ev partî û rêxistinên me ên ku tenê wek general, çawîþ û onbaþî mane, sed kesên wek xalê Newzat bikin hevalên xwe, wê artêþekê qirase saz bikin û di nava çend salan de bakurê Kurdistanê azad bikin û hûn sax!

Pêþniyazek maqûl û bi þeref

Bêrîvan Al-22/12/06-Tirkiye- Serokê Þewkat-Der ê Hayrettîn Bûlan, pêþniyazek maqûl û bi þeref ji Serokwezîr Erdogan re bir û xwest ku ew xwedî li mafên jinan derkeve. Ew pêþniyaz çiye hûn meraq dikin ne wilo?

   Hayrettîn Bûlan dibêje, “Em wek Þewkat-Der ê Serokwezîr Erdogan dawetî serdana kerxaneyên Tirkiyê dikin û dixwazin ku ew bi çavê serê xwe pirsgirêkên jinên kerxanecî bibîne û guhdarîya wan bike” û filan.

   Hayrettîn Bûlan û du jinên kerxanecî piþtre daxuyanîyek dan çapemenîyê û gotin, “Halîhazir þêst (60) kerxane û sê hezar jinên kerxanecîyên fermî hene. Lê li alîyê din zêdeyî hezar kerxane û 25 hezar jin jî nefermî dixebitin û nahêlim em têr nan bixwin. Em dixwazin ku Erdogan bê li van kerxanan lotikekê bavêje û teftîþê bike” û wekî din.

   Halîhazir Kasimpaþali Laz Reco bersivek eþkere nedaye wan. Lê hinek derûdor difikirin û dipirsin: Gelo wê Laz Receb bi serê xwe teftîþa van kerxanan bike yan wê xanima xwe jî bi xwe re bibe!? Çi pêþniyazek maqûl û karekî li gora Recebo ye ne wilo gelî xwendevanan?  

 

Heger pisîk bibe Hecî wê Mehmet Agar jî bibe Þêx!

 

Faris Kilso-21/12/06-Swêd-Pisîkê þaþik daye serê xwe û bûye hecî. Werin! Werin! Gelî miþkan werin! Min tobe kiriye û ez çûme beyta Xwedê!

Mehmet Agar egaleke sor xistiye stuwê xwe, êdî nema xerabiyê dike, li gorî wî û hinek guhdirêjên me wî tiþtek nekiriye. (Jibo dewama nivîsê hecî pisîk bitikînin)

Ji rêya Xwedê jî derketiye û ji a Pêxember jî!

Þîndar Berwarî-21/12/06-Hewlêr- Wek ku me cara berê behsa wê kiribû, wezîrekanê me Felekeddîn Kakeî dixwest semînerekê bi navê “Abdullah Ocalan” lidarxe û çend lotikên bêîman bavêje. Me bala wî kiþandibû û gotibû, “ma te ji nav 25 milyon Kurdên bakur navekî din nedît malnexirab?” û lotikek lêxistibû. Yanî me xwestibû em jê re bêjin, “kuro lawo dev ji xwe berde kaka, navê A.Ocalan wek niviþta liserxwendî ye, wê bi te vede û serê te bixwe haaaa” û filan.

   Welhasil, niha dibêjin Serok Mesûd Barzanî lotikek xweþ li Felekeddîn Kakeî xistiye û ji ciwamêrekî re gotiye, “Yahewlelwela quwetullehilezîm! Qey ev Felekeddîn Kakeî ji rêya Xwedê derketiye bavo” û rê li ber lidarxistina semînera li ser Ocalan girtiye. Tê gotin ku Felekeddîn Kakeî lotikvanekî baþe û ji lotikên sansasyonel û zîtirkvanî pir hez dike. Ji ber vê jî car caran serê hikûmeta Kurdistanê li hêt û dîwaran dixe.

   Welhasilî kelam, em meraq dikin çima Felekeddîn Kakeî semînerek sansasyonel li ser pêwistîya zimanê Kurmancî jî çênake? Kakaî di meqaleya xwe a di KTV de jî dibêje, “Li bakurê Kurdistanê þoreþek spî destpêkiriye û divê baþûrê Kurdistanê û ragihandina wê destekê bide vê þoreþa spî” û filan.

   Te go çi te go çi mîster Kakeî? Te go hûn dixwazin alîkarîya þoreþa spî a bakurê Kurdistanê bikin? Xwedê mala wan biþewitîne heger raste! Heger raste tu dixwazî bi ragihandina xwe alîkarîya Kurdên bakur biki, berê hefsarê zimanê Kurmancî serbest berde, di dibistan û zanîngehan de bide xwemdin, aha piþtgirîya ji vê mezintir tuneye allahwekîl! Dewleta Tirko jî Kurmancî qedexe dike û nahêle bê xwendin û hûn jî. Êêêêê, îcar em çi navî li vê helwestê bikin qurban?

Pîroz be xortên 70 salî!

Sosin Bermal-20/12/06-Almanya- Dibêjin wê çend xortên me di van rojan de heftê salîya xwe pîroz bikin, zarotî û xortanîya xwe wek flîmekî sînemê bînin ber çavê xwe û axîn û keserekê bikþînin.

   Hûn zanin, ev pîr û kalî ji mirinê jî xerabtire allahwekîl. Ya rebbî, hema bila ev yextiyarî tuneba ma dinya xera dibû? Birastî dilê meriv xwe bi xwe diþewite lo, wîî!

   Welhasil, ka em vegerin ser mijara xortên xwe û dilê wan jî bi wan neþewitînin. Erê, dibêjin wê çend xortên me ên 70 salî van rojan bên cem hev û kamilbûna xwe pîroz bikin. Di nava wan de xortên wek Kemal Bûrkay, Yilmaz Çamlibel, Zîya Acar û Mehmet Elbîstanli jî hene.

   Niha hûnê bêjin: Lawo malnexirabno, ma xortên 70 salî hene?  Erê wey, çawa tunene? Ma dil pîr dibe qurban? Na bi namûs! Ew 70, 80, 90 salî jî bikin, dilê wan her wek dilê xortekî çardesalî dike “gurme gurm” babam!

   De em serê we neêþînin. Em ji niha de wek eþîreta Lotikxanê 70 salîya xortên xwe pîroz dikin û hêvîdarin ewê di jîyana mayî de jî dost û dijminan ji lotikên xwe bêpar nehêlin. Her bijîn!

Muxtarê Bîrhiþkê

Faris Kilso-20/12/06-Swêd-Muxtarê Bîrhiþkê dîsa lotik dan, kete nav haletê Instability û dibêje:

Em hem mêr in, hem diz in û hem þêr in. Tirkek li kîdere cîhanê hebe, em didin lotikan, wî diparêzin. Lê kes li welatê me nikare bêje bê kurd hene. Pirsgirêka kurdîniyê nîne. Pirsgirêka teroristan heye. Kesê bêje kurd hene, ew jî terorîst in. Me Antakya û Kibrisê dagîr kir û kesî dengê xwe nekir. Ji roja ku me kurd naskirine, em wan dikujin, înkar dikin û mineta me ji kesî nîne. Bav û bavpîrên me Stenbolê ji Romê stand û ji me re ma. Em her tiþtên xwe bi qeweta milê xwe dikin. Heger tiþtek ji qûna kesî têt bila bikin. Mineta me ji Ewropa û Emerîka nîne. Ew mecbûrin bi gotina me bikin. Heger bi gotina me nekin, emê dinyayê li serê wan bikin tara bêjingê. (Dewama nivîsê meymûn Reco bitikînin)

Wezareta werziþ û lawan pirekê di navbera lawên Kurdistanê û yên derve de dirust dike.

 Nasrat Hacî-19/12/06-Havîn ji bo civaka akademîk werzek taybete. Bihênvedaneke piþtî kar û çalakiyên sala derbazbûyî û herwesa xweamadakirine  bo xebatên sala bihêt. Werin em bihênvedan û xweamadekirina havîna sala 2007an ji bo demek çar hefteyî ji meha  hizîran- tîrmeh ê li Kurdistanê bi hev re derbas bikin. Eve derfeteke zêrîne jibona lihevguhertina serbor û tecrubeyan di navbera lawên Kurdistanê û yên derve de.Dewama nivîsê wêne bitikînin

KADEPê lotiknameya xwe pêþkêþî dewletê kir

Sîpan Nas-19/12/06-Enqere- Partîya Demokratîka Têkildar KADEP bi awakî fermî serî li Wezareta Hindurîn kir xist û lotiknameya xwe radestî rayedarên wezaretê kir. Serokê partîyê Þerafettîn Elçî di kurteaxavtina xwe de di ser û bin re behsa partîya xwe û armancên wê kir. Elçî got:

Divê rista dewleta ku dijberê fikra demokratîkbûna hemdemî ye bê guhertin. Modela dewletê a herî maqûl rista federalîzmê ye. Li Tirkiyê pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e û ev pirsgirêk herî baþ di ristek federatîf de kare bê çareserkirin. KADEPê armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd di nav sînorên Tirkiyê de daye ber xwe. KADEP her awayên þiddetê red dike, tekoþîna demokratîk û siyasî diecibîne, filan û fîstan.

   Welhasilî kelam, KADEP li gelê Kurd pîroz û bimbarek be rebbî..Xwedê bikim bi lotik û pehînên demokratîk û siyasî pirsgirêka Kurd çareser bike û Kurdên bakur ji nav vê toz û tirabêlka bêalternatîfbûnê derxe. De ka emê bibînin, gelo wê dewleta Tirko rê bide lotikvanîya federasyonê yan na! Heger Tirk rê bidin KADEKê ji xwe mêrin, na heger rê nedin ji xwe kerê bêxêr in..

 

Laz Reco kir zirt û virt

 

Þemal Amedî-19/12/06-New York- Laz Reco li Neteweyên Yekbûyî civînek çapemenîyê lidarxist û xwe hinekî dawþand. Rojnamevanekî mirovhez rabû jê pirsî: Gelo tiþtên ku hûn ji 100 hezar Tirkên Qibrisê re dixwazin, hûn ji 25 milyon Kurdên li welatê xwe re jî nasdikin? Vê pirsê Laz Reco bi zelzele û tsûnamîyê xist, wek sofîyê ku bi sur û idrê bikeve lê hat, lotikek avêt û got:

-De siktir lan! Kurd kî ne? Li Tirkiyê pirsa mafê Kurdan tuneye. Niha li parlamentoyê 50 parlamenterên Kurd ( 50 kerên bê kurtan) hene. Ez ji Rîzeyê me (Laz im) jina min Emînakê ji Sêrtê ye û Ereb e

(berê digot jina min Kurd e). 29 salin em lotikan li hev dixin û tu pirsgirêka me jî çênebûye. Divê dawî li nasyonalîzma etnîkî û olî bê. Em hemi Tirk oxlî Tirk in“ filan û fîstan.

   Ûlan ewladim, madem divê dawî li nasyonalîzma etnîkî bê, de ka hûn Tirk jî dev ji nasyonalîzma xwe berdin û em bi hev re navekî din li xwe bikin, te go çi? Em navê xwe bikin Kurd û zimanê xwe jî bikin Kurmancî. De ka qebûlbikin ha tirro! Çima ma ji we re adete ji Kurdan re qebhete oxlim!

Bi heqê benzîna xwe xesirîn

Ahmed Beyan-19/12/06-Enqere- Dibêjin 600 DTP lî yên me rabûne bi def û zirne,bi tilîlîîîî li otobosên xwe siwar bûne û berê xwe dane Enqerê paytextê lotikvanên Tirk. Lê xuyaye kesî qîmet nedaye dengê def û zirna wan û li ber wê govend negirtine. Ji xwe di serî de jî xuyabû ku wê Tirk bi pênc qirûþan qîmer nedin wan û rêza wan negrin. Lê dîsa jî enternasyonalîstên me fedî nakin û bi zorê dixwazin bibin brayên Tirkoleran.

   Dibêjin li Enqerê gotara xwe xwendine û doza „Çareserîya demokratîk û rawestandina çekan“kirine. Lê mixabin deng neçûye parlamenter, wezîr û kizîrên Tirk û wek kerr û lalan deng ji wan nehatiye. Ji xwe dibêjin Serokê Parlamentoyê Bulent Arinçê ku bi salane Kurdan di bin sîwan û derewên bratîya îslamî de dixapîne, pembo xistiye guhên xwe û gotiye, „deng nayê min kardeþîm!“

   Lê bawerkin em gellekî bi halê DYPlî yên me êþiyan. Çima em êþiyan? Feqîran bi heqê benzîna xwe xesirîn û qulek din di bêrîka wan de vebû. De a bi xêr….Ev jî zêdebûna ser kezebê bû..

Wey aferîn Orhan Agar!

Ahmed Beyan-18/12/06-Enqere- De binerin bê dijmin çiqasî bi me Kurdan lîztiye û em ji eyarê xwe derxistine. Orhan Doganê ku deh salan di zindanên Tirko de raza, îro radibe pesnê qûnekekî wek Mehmet Agarê dijminê riknê Kurd dide, wî difirîne ezmanan û hêvîya çareserkirina pirsa Kurd jê dike.

   Orhan Dogan Agar, ji Mahmût Ovurê nivîskarê rojnama Sabahê re dibêje, “ Halîhazir serokê yekem ê ku ji “sîyaseta qutîyê” derdikeve der mixabin Mehmet Agar e. Dibêjim mixabin ji ber ku çep û sosyal demokratan ev nekirin.Mehmet Agar kare bibe De Klerkê Afrîka Baþûr. Wek hûn zanin De Klerk zilamê Serekerkanê Afrîka baþûr ê herî xwedî gotin bû. Berpirsiyarê bûyerên wêderê bû. Lê piþtre bû serokdewlet û hevdîtin bi endamên Kongreya Netewî a Afrîkayê û Nelson Mandela re danî.Yanî, Tirkiye li De Klerkê xwe digere. Ê herî nêzîkî De Klerke jî Mehmet Agar e” filan û fîstan. Wekî din dibêje, “Em ji cudaxwazîyê derbasî entegrasyonê bûne” û hinek çîrokên din.

   Baþe sayin Orhan Kardeþîm, 15 hezar Kurd wek faîlî meçhûl bi destê Agarê faþîst hatin kujtin, Agarko siyaseta “Yek dewlet, Yek millet, Yek al, Yek ziman” diparêze, we kîjan rojê hesab jê pirsî cîgerim? Yan qezda te bi entegrasyonê “Yek dewlet, Yek millet, Yek al, Yek ziman” e? Heyfa mêran! Piþtî deh sal hepis tu radibi entegrasyonê diparêzi. Gelo tu bîst salan razabûya tê çi biparazta? 

Pentagonê lotikek bê îman li Bekir-Hemîdo xist

Kevîn Kurdson-18/12/06-Pentagon- Wek hûn zanin, rapora Grûba Xebata Iraqê a Baker-Hamîlton qarewar û welweleyek mezin rakir û toz û dûman bi dû xwe xist. Di serî de Kurd ketin nava tirs û mitalan û gotin qey “wê Ceyazîra duyemîn” li serê me rabe. Lê xuyabû ku vê raporê di nava Amerîkamîyan bi xwe de jî nerazîbûnek derxistiye holê û kêm kes bi çavekî erênî li raporê dinerin.

   Eþkere bû ku teyr û generalên Pentagonê jî ji vê raporê ne xweþin û naxwazin jibo xatirê aramîya Iraqê bi Îran û Sûriyê re têkilîyan deynin. Herçiqasî ev nerazîbûn tên veþartin jî lê dîsa di hinek rojnameyên nêzîkî Pentagonê de bi hûrnivîskî hatin weþandin. Li gora ku tê gotin zilamê çaremîn ê Pentagonê û Alîkarê Miþteþar Peter Rodman rapora Baker-Hamîlton rexne kiriye û gotiye, “Ne mimkine ku em jibo aramîya Iraqê bi Îran û Sûriyê re têkilîyan deynin, ev nayê qebûlkirin” û Baker û Hamîltonê bertîlxwir dane ber lotik û pehînan.

   Îcar, herçiqasî heta ku peymanek nivîskî di navbera Kurd û Amerîkîyan de çênebe divê meriv bi wan bawer nebe jî, lê xuyaye wê ev rapora bêxêr xêrekê ji kesî re neyne. Welhasil, gerçî Kurd zû tên xapandin lê dîsa jî divê kumê xwe deynin ber xwe û ji lotikan re hazirbin û hûn sax.....

 

Ma kîderê Tirkan raste?

 

 Faris Kilso-18/12/06-Swêd-Xwedêgiravî Ewropiyan tirk qebul nekirine jibo çend pirsgirêkên bêqîmet wek balafirxana Qibrisê, baregeha keþtiyan, filan, bêvan û lotikxane. Heger pirsgirêk bes Qibris be, ez dê bi xwe lotikekê li ewropiyan xim lê na. Mesele ne baqê nîska ye. Wek hêþtirê, ma kîderê tirkan raste? Tirkan du milyon Ermenî, fileh û hewqas jî kurd kuþtine û bi kuþtina wan xwe serbilind dibînin. Zimanê xelkekî çil milyon înkar dikin, wek lawirên qudusî êrîþî her kesî dikin, qanûn çêdikin lê bi qanunên xwe bawer nakin. (Jibo dewama nivîsê wêne bitikînin)

Wî jî lotikek avêt

Ihsan Pozmezin-18/12/06-Kocaelî- Serokê Beþê Felsefê ê Fakulteya Fen-Edebîyata Zanîngeha Kocaelîyê Prof.Dr.Sînan Ozbek got ku, “Di mijara kujtina namûsê de mêr ji jinan zêdetir tên kujtin” û lotikek avêt derûdorê.

   Ozbek dibêje, “Li gor îstatîstîkên Midurîyeta Ewlekarîyê, di bûyerên kujtinên namûsê de mêr ji jinan zêdetir hatine kujtin lê zêdetir jin derdikevin pêþ. Li gor îstatîstîkê di nava þeþ salan de ji 1190 kujtî 710 jê mêr in (zilam in)”. Wekî din Profesorê me hinekî behsa naveroka namûsê jî dike û dibêje, “Gava meriv kujtinên namûsê wek “taybetmendîyên grûpek etnîkî” (behsa Kurdan dike) derxe pêþ temaþevanan û di ber re stranên Kurdî deyne ser, xeletîyek mezin e, ev dibe nîjadperestî” û piçekî be jî lotikekê li Tirkan dixe û Kurdan diparêze.

   Aferîn ûlan Ozbek! Allahima kîtabima helal olsin!

 

Ataturk Deve Lîmani meþhûr bû

Rojda Aydin-18/12/06-Stenbol-Wek me berê jî behs kiribû, Lêmana Hewayî a Atatirk (Atatirk Hava Lîmani) bi serjêkirina deveyê ketibû rojeva Ewrûpîyan û wek Ataturk Deve Lîmani hatibû binavkirin. Piþtî ku ev lêman bi xêra rebena devê meþhûr bû, îcar xuyaye heçê ku bixwaze binavûdeng bibe berê xwe dide vêderê û lotikan tavêje. Niha jî mankenên dinyayê berê xwe dane Atatirk Deve Lîmani û lotikên xwe li ber xwîna devê dikþînin.

  Modela naskirî a Brezîlî Letîcîa Bîrkheur yek ji wan lotikvanane ku hatiye Stenbolê û li Atatirk Deve Lîmani sûretên xwe dikþîne. Herweha dibêjin wê di rojên pêþ de jî qûnde, lezbîyen, qesab, berber, keþe, çeqel û rovîyên welatên derûdorê jî berê xwe bidin Atatirk Deve Lîmani û lotikên xwe bavêjin.

   Lê me meraq kir gelo wê hunermendên Kurd jî bên li vê qesabxana Atatirk Hava Lîmani klîpên xwe bikþînin yan na? De a bi xêr...Heger rojek ji rojan Tirk di mizgeftên xwe de wehþ û berazan jî serjêbikin qet ecêbmayî nemînin û xelas!

 

Misilmanên Çep ji me kêm mabûn!

 

Ahmed Beyan-26/12/06-Enqere-Dibêjin partîyek din li Tirkiyê zêde bûye. Partîya ku wek “Partîya Misilmanên Çep” tê binavkirin, dest bi xirecira xwe kiriye û ha ha lotikan li der û dora xwe dixe. Rêvebirên partîyê Ertûgrûl Gunay û Mehmet Bekaroglû bi daxuyanîyekê sazûmendîya xwe îlan kirin û gotin, “Xwe bigrin! Em wek misilmanên çep emê serê Tirkiyê di binê wê re derxin û Tirkiyê ji bihuþtê xweþtir bikin” û wek hemi serokên partîyan derew û vir kirin.

   Hûn zanin bê wê dîsa kî ray û dengê xwe bidin van zinêkaran? Kurdên bêaqil! Ji xwe ev misilmanên çepên bêbav (elhemdillah me tu xêr ji misilmantîya wan nedîtiye) piþta xwe bi girseya Kurdên bêaqil qewîn dikin. Ew jî zanin ku Kurd zû bi derew û virên bratîya îslamê dixapin.

   Îcar ku navê çepîtîyê jî bi dû misilmantîyê ket, tewwww, Fatê were civatê! Bi telaq wê Kurdên oldar û çepên me yên enternasyonalîst bi derewên van “Misilmanên Çep” serxweþ bibin û bibin leylan û hêlan haaa! Ji xwe çi hatibe serê me ji van herdu alîyan hatiye serê me allahwekîl! Xwedê xêra wan qebûl neke rebbî....

 

Heçê reklaman netikîne mala wî bivirite rebbî!

Li partiyên rojavayê Kurdistanê pîroz be!

  Kiyaksar Temir-25/12/06- Li gor

tê gotin, dibêjin partîyên Kurdî li rojavayê Kurdistanê bi hejmara xweyî ne xwezayî ketine pirtûka Guînnessê.

   Li gor gotin û fesadîyên ser tenûran, dibêjin ew bi navê “Keroþka Avis” ketine pirtûka rekoran û ewê di sala 2007an de jî wek gêrik û mûrîyan bixebitin da ku di vê pirtûka wek incîl û tewratê de ciyê xwe ê yekem biparêzin.

   Welhasilî kelam, li ser bext û namûsa xelkê be, dibêjin wê di sala 2007an de nêzîkî deh (10) partîyên din jî li Kurdên me yên rojava zêde bibin û ewê piþtre jî ji hev parçe bibin û bibin bîst partî. De Xwedê xêr bike rebbî.....Her bijî keroþka me ya avis!!

Ha ji we re ehmeqekî din!

Rojda Aydin-25/12/06-Stenbol- Dibe ku hûn nizanibin, lê li gora lêkolînekê, yek ji wan welatên ku herî zêde ehmeq lê hene jî Tirkiye ye. Dibêjin piranîya ehmeqên Tirkiyê jî di parlamentoyê de cîh stendine û ha ha lotikên ehmeqîyê tavêjin. Li gora lêkolînê yek ji wan ehmeqan jî wekîlê AKP Bûrhan Kiliç e.

   Tê bîra we, Tirkan li Balafirgeha Atatirk deve serjêkiribûn û ev di çapemenîya dinyayê de wek “Atatirk Deve Lîmani” hatibû binavkirin. Îcar Bûrhan Kiliç efendî jî rabûye di derbarê serjêkirina devê de dibêje, “Ez pir li ber serjêkirina devê ketim.Bêhna bihuþtê (cunnetê) ji devan tê, bêhnek pir xweþ û balkêþe. Ji xwe bavê min bi devê dêya min revandibû” û filan bêvan.

   Ûlan dangalak! Tu çi zani bêhna bihuþtê çawaye oxlim? Yan tu ji bihuþtê hatiyi? Heger bêhna bihuþtê wek bêhna deveyên Erebên qûnreþ bin, bi namûs ez neçûm wê bihuþtê, wey! Îcar bêhna bihuþtê ji devan tê kuro, waweylêêêê!

   Xuyaye birastî jî bavê te dêya te bi devê revandiye allahwekîl! Yan na, ma deveyek mîna te ehmeq ji wan re çêdibû cîgerîm?

Artêþa kê mezintire ûlan?

Sofî Xelef-24/12/06-Dinya- Dibêjin lêkolînek li ser artêþên mezin yên welatan hatiye kirin û derketiye holê ku di dinyayê de artêþa herî mezin bi 2.225.000 leþger artêþa Çînê ye. Piþtre Amerîka, Hindistan, Koreya bakur, Rûsya, Koreþa baþûr, Pakistan, Tirkiye, Vîetnam û Misir tên.

   Lê xuyaye wan bêbavan hêza artêþa Lotikxanê jibîrkirine yan nexwestine bînin zimên. Ê lawo bêbextino! Bêbavno! Ma artêþ digihên artêþa Lotikxanê? Bi 2 milyon û 500 hezar xwendevan û lotikvanên xwe ve kîjan artêþ digihê artêþa me ûlan?

   Bi hersê telaqên jinberdanê lotikvanên me tirê ji artêþên we berdidin û xelas! Lê çi fêde fîþek û barûda artêþa me nemaye. De bila ew petrol û pereyên kakacanên baþûr di destê me lotikvanan de bûya, weyê bidîta bê me çi lotik li dijmin dixistin, offfffff! Kuro bi namûs meyê bikira ku bibe tire tir û zirte zirta qûna Tirk, Ereb û Eceman, lê mala feqîrîyê biþewite û hew! 

Em bûn benîþtê devê xelkê

Cembelîyê Botî-23/12/06-Colemêrg- Heger hûn nizanibin bizanin, Tirk milletekî fersendcî, nankor û bêbext e. Gava fersenda xwe di Kurdan de bibîne, wek marê kor pê vedide û nabexþîne.

   Welhasil, Serokê Teþkîlata Ewlekarîya Kurdistanê kekê me Mesrûr Barzanî (kurê Serok Mesûd Barzanî) berî demekê li ber rayedarên Amerîkayê geriyabû û gotibû, "Jibo Xwedê û Pêxember me wek sala 1975an nefroþin dijminên me" û dibêjin çend dilop hêsir jî barandibûn.

   Îcar xuyaye ev libergerîn di devê Tirkan de bûye benîþt û ji wan re fersenda henekpêkirina Kurdan derketiye. Ker û qantirên çapemenîya Tirko dibêjin, "heheyyyyyy! Bizim kirolar satilmaktan korkmaya baþladi" û dibe tîqtîqa wan û bi halê me dikenin.

   Welhasil canim, ker û qantirên Tirkan bi lotikvanên Lotikxanê re ketine qayîþ û berberîyê..Ka emê binerin bê wê kî siwar û kî peya be...

Kîne em?

Gulistan Biþêrî-23/12/06-Batman- Þaredarîya Batmanê û serokê wê lotikvanê jêhatî Huseyîn Kalkan, navê helbesta Cegerxwîn “Kîne em” li parkek ji parkên Batmanê kir û xêrek mezin bi xwe kir. Helbesta Cegerxwîn “Kîne em” bi dengê Þivan Perwerê lotikvan þax û perên xwe berdabû nav dil û mejiyê Kurdan û bi xêra wî zêdetir hatiye naskirin. De Xwedê û Pêxember xêra Huseyîn Kalkan di deftera xwe de binivîsin û di bihuþta rengîn de kursî û meqamekî saxlem û xweþ diyarî wî bikin. Haaaa, Xwedê 70 horîyên bihuþtê jî bike nesîbê wî rebbî!

Eloko bêrîya bavê xwe dike

Ahmed Beyan-23/12/06-Enqere- Kurê Ismet Înonuyê zirKurd Prof.Dr.Erdal Înonuyê pozelokî bi minasebeta bîranîna Atavirq û Ismeto çeng lotik avêtin û kir zirt û virt. Erdal efendî piþtî ku têra xwe pesnê Atatirk û Ismeto da, bi dilekî xemgîn got, “Hûn zanin, min pirr bêrîya bavê xwe kiriye. Xwezî niha li vir bûya û me bi hevre lotik bidana xwe”, filan û fîstan.

   Erê erê.....Erê pozeloko! Bi serê bavê te Ismeto kim, me jî bêrîya wî bênamûsî kiriye haa! Xwezî niha Ismet Înonuyê telaqreþ li vir ba û me heyfa xayintîya ku li Lozanê bi Kurdan re kir, jê bistenda û hew!

   Bi namûsa Tirkên kerxana Selanîkê, me yê ew bikira wek çêleka nav garanê looo....Ma me yê çi xilç û qirase bidana bin dûvê wî, offffffffff!

Îro roja jixweberdanê ye

 

Kevîn Kurdson-22/12/06-Teksas- Îro (22.12.2006) roja orgazma navnetewî ye! Yanî bi gotinek vekirî, îro roja jixweberdan û çerq û berqê ye. Niha dîsa hûnê bêjin, “Ya starrrrr, dîsa Lotikxanê çirand û çirvirand” û bi me bikenin.

    Bi telaqê Erdogan na! Rastî çi be em wê dibêjin û derhemekê jî lê zêde nakin. Welhasil, Donna Þeehan (76) û hevalê wê Paûl Reffell (55) pêþniyaza xwe a “bila 22ê Cirîya Paþîn bibe roja orgazma dinyayê” (roja jixweberdan û lotikvanîya global) dubare kirin. Ew dibêjin, “Divê enerjîya insên jibo aþîtîyê bê bikaranîn û jin û mêrên dinyayê derkevin kuçe û kolanan û ji xwe berdin” (masturbasyonê bikin). Ew dibêjin, “Bi taybet, divê hemwelatîyên welatên xwedî çekên giran di çalakîya orgazmê de cîh bigrin û bi jixweberdanê piþtgirîya aþitîyê bikin” û filan.

   Îcar heyran, heçê fikra “Orgazma Global” baþ û rast bibîne, bila derkeve kuçe û kolanan, derpî ji xwe daxe û fîþekan bera ezmanan bide..De biryar a we ye...

Jiyan helwest e

 

Lotikvanê ciwan, kilê çavê keçên Alman, rojnamevanê xwîngerm Sîrwan Hecî Berko, lotikek baþ avêt û pirtûka xwe a yekem bi navê "Jiyan Helwest e" derxist. Em wek eþîreta Lotikxanê kekê xwe ê ciwan pîroz dikin û jê re lotikên mezintir dixwazin. Jibo agahdarîya firehtir wêne bitikînin. Heçê wêne netikînin û dewama nivîsê nexwînin, mala wan ne ava be rebbî!

Bila bi nan û pîvazê be û ne bi wê xwendinê  be!

Cemîlê Batmanî-21/12/06-Batman- Gulîstan Çelîka dêya heft zarokan wek gellek malbatên Kurd di nava belengazîyê de dijî û nikare zarokên xwe bide xwendin. Zilamê wê bê kar e û li malê ji betalî tizbîyê dikþîne. Gulîstan xanim dilê wê bi zarokên wê diþewite û dixwaze pêþerojekê ji zarokên xwe re ava bike lê nizane çawa. Ew dixwaze zarokên xwe bide xwendin û alîkarîyê ji rayedarên bajêr dixwaze.

   Helbet ew dayike û dixwaze ku zarokên wê jî wek wê perîþan nebin û di pêþerojê de bibin xwedî erk û desthilatdarî.

  Welhasil, îcar Abdulkadir Aksû, Kamûran Înan û pêncî (50) kerwekîlên ku niha di parlamentoya Tirkan de ne û tu xêra wan nagihê milletê Kurd hatin bîra me. Gelo xwarina nan û pîvazê û xwejibîrnekirin baþe yan jî wek van kerwekîlan xulamtî û alastina hestîyên dijmin baþe?

   Gulîstan xanim! Dêya minê, bi namûsa mêrên berê, bila zarokên te nan û pîvazê bixwin, xwedî þexsîyet bin, xwe jibîr nekin, hezar û yek carî ji xwendina wek a Abdulkadir Aksû û Kamûran Înanê xulam çêtir û bixêrtire û tu sax! 

Ehmedo terfî kir

Sofîyê kurê Hecî-21/12/06-Kopenhagen- Komek Hunersazên Danîmarkî ji xwe re kiriye kar û bi nivîs û wêneyên xwe henekên xwe bi serokên dewletan dikin. Vê carê jî lotikek li Mahmûd Ahmedînejad xistim û tirr jê berdan.

   Dibêjin vê koma lotikvan kurteîlanek ji rojnma Tehran Times re þandiye û di îlanê de gotine, “bi namûsa Xumeynî em li dijî Amerîkayê piþtgirîya te dikin” û silavek dane Ahmedînejadê bejinkurtik.

   Dibêjin kêfa Ehmedo pir ji vê peyamê re hatiye û rabûye lotik dane xwe. Lê piþtre fêhm bûye ku sertîpên herçar rêzên peyamê wek “SWÎNE” (BERAZ) hatiye nivîsandin.

   Îcar dibêjin Ehmedo dîsa lotik avêtine û gotiye, “evan bêbavan ji Lotikxanê xerabtir anîn serê min” û porê xwe hilkiriye.

   Îcar heyran, beraz meraz, ker û mer nizanim lê bi telaq vê lotikê ciyê xwe girt û tirr ji Ehmedo berda û hûn sax!

Apê Mûsa da bin dûvê dewleta Tirko

Emîn Dildar-20/12/06-Strasbûrg- Rehmetîyê apê Mûsa Anter di gora xwe de jî dewleta Tirk da ber lotik û pehînan û di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê de rûreþ û þerpeze kir. DMM a Ewrûpayê di derbarê þehîdkirina Mûsa Anter de dewleta Tirko sûcdar dît û ew mehkûmî 28.500 euroyî kir.

   Doza ku ji alî zaroên wî ve hatibû vekirin bi encam bû, lê xwezî ji mîrê keremê re apê Mûsa di saxîya xwe de ev kêlîk bidîta û hew. Ma wê nivîsên xweþ li ser vê rûreþîyê binivîsanda? Pekkkkkk! Bi telaqê jinberdanê wê tirr li Tirkan bikira fis û hûn sax!

   Bila hezar rehma Xwedê lê be..Apê Mûsa! Bila dilê te rehet be. Bi namûs Lotikxanê yeka Tirkan nekir didu û xelas!

 

Kerê me çû seferê, hat ji seferê, dîsa kerê berê!

 

Fûad Sîpan-20/12/06-Sernûçeya vê gotarê ji gotinên pêþiyên me ye. Ev gotin li ser axaftina serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan e, ku wî li New Yorkê dîsa mafê Kurdan daye bin lingê xwe û di pelixîne. Wek tê zanîn, hingiya Erdogan bûye serokwezîrê Tirkan bi taybetî di pirsgirêka çareserkirina Kurdî de potan li ser potan diqirçîne.

   Gotinek me dîsa heye û dibêjin, “ma bêarî bi peran e? Mirovek bêar be jixwe bêar e.” Belê ev jî tifaqa Erdogan e. Ji mirovên wek wî re bêar tê gotin. Çimkî du gotinên wî hevdu nagirin. Ji bo wî geh Kurd hene, geh tine ne, geh Kurd birayên wî ne, geh Kurd dijminên wî ne û heger ji destê wî were, dê nehêle li Arjantînê jî Kurdistaneke serxwibixwe ava bibe. Rojnamegerek li New Yorkê ji Erdogan dipirse, “mafê ku hûn ji Tirkên Qibrisê re dixwezin, hûn amade ne ku eynî mafan bidin Kurdan jî?” Li ser vê pirsê Erdogan wiha bersivê dide:      (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

 

Vexwendin

 

 Roja Pêncshemê, 21.12.2006, saet 18, Enstituya Kurdî ya Brukselê bixêrhatina nivîskar, rojnamevan û helbestanên Kurd ji Bashûrê Kurdistan dike.

Mohsin Qoçan helbestvan û sernivîserê Kovara Metîn, Beþîr Mizorî endamê birêvebirê yekêtiya nivîserên Kurd li Duhokê û desteya birêvebir ya Kovara Peyv, Selam Balayî sernivêserê Kovara Sivore û endamê desteya birêvebir ya yekêtiya nivêserên Kurd Duhok, Seîd Osman desteya birêvebir ya Rojnama Behdînan li Duhokê, dibine mêhvanên Enstituya Kurdî ya Brukselê.

Ji saet 18 pê ve ewê behsa xebata xwe, ji berhemên xwe, bîr û baweriyên xwe ji me re biaxivin.

   Bi dil û can em we jî vexwendî vê hevdîtinê dikin

 Derwich M. FERHO

 Koerdisch Instituut te Brussel

Bonneelsstraat, 16 - 1210 Brussel

Tel. 00 32 02 230 89 30,  Fax 00 32 02 231 00 97

kib@skynet.be  -  www.kurdishinstitute.be

 

Ahmed Acar hazirîya lotikên dijwar dike

 

Serdar Mirad-19/12706-Amed-Li ser bextê malpera Serwext.com ê be rebbî. Li gora malpera Serwextê, siyasetmedarê Kurd û kekê me Ahmed Acarê ku di partîya KADEPê de cîh distîne, hinek gazin ji Derwêþê Sado û hinek kesan kiriye û dibêje, “Derwêþê Sado û hinek kesan civîna ku li Amedê çêbû provoke kirin. Di civînê de ne hezar kes lê zêdeyî 2500 kes beþdar bûbûn. Ez vê provokasyona Derwêþê Sado bi meqsedek xerab dibînim. Wezîfa Derwêþê Sado ewe ku rêxistinên berfirehbûyî li ser navê Kurdayetîyê  provoke bike. Ev jî navnîþana wî ye. Ezê di pêþerojê de di derheqê Derwêþê Sado û karên wî yên xerab de binivîsim û çend lotikan lêxim” û filan.

   Welhasil, kî provoke dike kî nake em nizanin, lê hûn hevalên hev ê kevnin heyran, hûn bêhtir bi qumaþê hev zanin. Lê xwezî ji mîrê keremê re we karîba bi hevre lotik li dewletê bixista û hew! Ji 1965an û vir ve hûn “demirbaþên” me lotikan li hev dixin û rêxistinan ji hev tarûmar dikin. Ma ne bese kardeþîm? Ma hûn bi lotik û pehînan nebetilîn?

Al û sirûd çûn ma navê Kurdistanê

 Kiyaksar Temir-19/12/06-Îro al û sibe sirûd û du sibe navê Kurdistan..

Dûrnebin ku hûn bibhîzin ku parlementa baþûrê Kurdistanê biryarekê bistîne û bêje ku navê Kurdistan ne li gorî dema îroye û navê wê bikin „Kurdlanda“.

   Kurdê me bûne wek yê ku ji gund çûye bajêr û þûna þerwal û þapikê pantalon û þepqe li xwe kir, lê mixabin lê nehat.

Ji xwe ew kes hisabê Kurdên perçên din nake, her yek ji xwer serîkî dikþîne.

   Rehma xwedê li te be Dildar! Sirûda te nivîsand îro tê guhertin, emanetê Qazî Mihemed ku dabû Berzanî ala Kurdisan îro guhertina wê  tê xwestin, xwîna hezaran ku li bin alê hatibû rijandin îro tê guhertin. Xwedê me bistrîne ku tiþtek din neyê guhertin, amîn!

Tê behsa çi biki qurban?

Ehmed Sindî-18/12/06-Zaxo-Dibêjin wê Wezîrê Kulturê Felekedîn Kakeyî îro piþtî nîvro li navenda kulturê a Zanîngeha Selahedînê semînerekê li ser bakurê Kurdistanê pêþkêþî rewþenbîr û nifþên nûhatî bike. Dibêjin ewî navê mijara xwe jî kiriye “Abdullah Ocalan”. Abdullah Ocalan? Halla halla naûzûbîllah!

   Baþe em xulam, tu çima semînerekê li ser zimanê Kurmancî nadi? Semînerekê li ser Kurmanc û Kurmancî bide bê ka we heta niha çend derfer û îmkan dane pêþketin, xwendin û nivîsandina Kurmancî heyran, wîî! Baþe lo, rê li ber Kurmancî bigre, Kurmancan bi pênc qirûþan nehesibîne, û piþtre jî rabe semînerekê li ser bakurê Kurdistanê bide.. Bihêle bila Kurmanc semîneran li ser bakurê Kurdistanê pêþkêþî kakacanan bikin canekem!

   Wekî din, ma te ji 25 milyon Kurdên bakur ji navê Abdullah Ocalan pêve navekî din nedît ku tu biki mijara xwe? Te bigota: Þêx Seîd, Seîd Riza, Elî Þêr, Ihsan Nûrî Paþa, Bedirxanî, Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Mela Ehmedê Batê, Elî, Welî, Eyþo û Fato....Halla halla, ya starrrrrrr! Bela xwe ji rebenê Ocalan vekin baba, yahewlelwela!     

s© lotikxane 20-02-2006