Mala xwe biviritînin,programan bitikînin û bê pere qeyd bikin

Lotikxane 

Magazîn, henek, gilî û gazin

Arşîv                                   info @lotikxane.com                                                 lotikxane@hotmail.com  

Xecê

Wechê þerê qirêj

 

Gabar Çiyan

Baþûrê biçûk

 

 

Adil Dûran

Mafê min jî heye

 

 

Lokman Polat

Sosyolojiya  edebiyata kurdî

 

Bavê Ronahî

Kezeban xwiþka Gulê ye

 

Lezgîn Þêxo

Cehnemiyo

 

 

  B.Omerî

Tajiyên bê dilê xwe

 

Temûrê Xelîl

Ji jiyana Êzdîyan

 

 

Bavê Welat

Eger ku melle tir kir

 

  Dilsotî

Qehremanên me

 

 M.E.Efrîn

Ji henekên Efrînê

 

Metelok: Heçê ne li malekê nizane bi hewalekê!

Wan heyv kirî, de ka em jî Marsê bikirin!

Þaron Kurdî-05/01/07-Israîl- Rojnama Jerûsalem Post radigihîne ku Israîlîyan dest bi kirîna axa heyvê (hîv) kirine û heta niha di nava þeþ salan de 10 hezar israîlîyan li heyvê ji xwe re erd kirîne. Li gora xeberê, Þîrketa Crasyschopê karê kirîn û firotina axa heyvê girtiye ser xwe û heçê bixwaze li heyvê erdê bikire, wê bi vê þîrketê re lotikan bavêje.

   Dibêjin Israîlî dixwazin pêþerojek xweþ ji zarokên xwe re amade bikin, zarokên xwe nexin nav pençeyên Filistînîyan û wan bikin hakimên heyvê.Li gor gotinan, nîv donim erda heyvê bi 60 dolarî ye û pirr erzane.

   Îcar heyran, Israîlî pirr biaqil in. Çima em Kurd nafikirin ji xwe re Kurdistanek azad li Marsê danemezirînin? Bi hezaran dewlemendên Kurd, mafîosa Kurd, lotikvanên Kurd hene. Bi telaqê bê fitû heger her yek ji wan çend donim erda Marsê bikire, aha ji we re Kurdistanek Serbixwe, Demokrat û Yekbûyî, wîî! Her li vê dinyayê mala me çûye mîratê, hema bela zarokên me li Marsê bibin xwediyê welatê xwe bavê min!

   Erê wey, Kurdan çi dinya kirine tir maye dora Marsê ne wilo? Tew mala minê! Kuro bi telaq em ne bi kêrî defê tên ne bi kêrî zirnê û hew!

 

Ziman nasname û hebûna milletekî ye...

Temaþekirin xêr e

Bêrîvan Al-04/01/06-Tirkiye- Hûn zanin, ji berê de digotin „temaþekirina jinên xweþik xêr e“ lê kesî bawer nedikir û wek guneh didîtin. Lê ji Zanîngeha Erciyesê Psîkolog Prof.Dr.Ertûgrûl Eþel dibêje, „Kesên ku li jin yan zilamên xweþik û lihevhatî dinerin, di navenda mejîyê wan de (Anterîor Sîngûlat) livbazî û çalakîyek çêdibe û mejî zindîtir dibe".

   Yanî, Prof. Dr. Eþel fitûya temaþekirina jin û mêrên bedew û çeleng derdixe û dibêje, „Kuro têra xwe li jin û mêran binerin. Ji jin û mêrên xwe netirsin. Pir pir hûn hevdu berdin û hew, wekî din!“

   Îcar heyran mêrno, êdî fedî nekin û li jinên bedew û xweþik binerin. Lê binerin ku þehweta we bilindtir bibe û hûn derûdora xwe bidin ber lotik û pehînan. Jinikno, hûn jî li zilam, xortên þeleng û lihevhatî binerin, axînekê bikþînin û bêjin, „Dil ketmê dil ketmê cara pêþî dil ketmê, ka were kadînê piþtre herin Mêrdînê“ û zilamê xwe têxin þûna wî xortê çeleng.

   Welhasil, mêr li jinan binerin, jin li mêran binerin, û piþtre jî rabin por û incika hev bikþînin. Okey!

Avjenîyê bikin û ji mirinê xelas bin

Dr.Mihyedîn-04/01/07- Dibe hûn nizanibin, lê spor ji bedenê re pirr baþe û wek þorba nîskê bi fêde ye. Nexasim avjenî (melevanî, sobanî) ji þorba nîskê jî bi fêdetire û hema bêjin wek goþtê berxan ji bedenê re baþe. Li gor ku pispor dibêjin, dibêjin divê her insan heftê carekê têkevin avê û avjenîyê bike.

   Hûn avjenîyê zanibin nizanibin ferq nake. Ji xwe piþtî hûn ketin nava avê û pêde, yan hûnê bixeniqin û yan jî hûnê hînî avjenîyê bibin. Heger derya (behr) li derûdora we tunebe têkevin golan. Gol tunebin têkevin çeman. Çem tunebin têkevin bîr û qulteynan. Bîr tunebin jî xwe bidin bin ava baranê û xwe di nava herîyê de bigewizînin. Yanî, avjenîyê bikin û hew!

    Îcar hûn li erdê dikin, li ezmanan dikin ew pirsgirêka we ye. De Xwedê qiwetê bide we rebbî...

Diyarbekirî jî modern bûne bavoooo!

Nazenîn Dilþa-03/01/07-Amed- Niha hûnê bêjin, „Kuro ma Diyarbekirî ji xwarina petêx û zebeþan pêve, ji cilêtavêtinê pêve, ji pêxwasîyê pêve tiþtekî din zanin gelo?“ û Diyarbekirîyan rexne bikin. Lê Xwedê wekîlê min û we be hûn xelet difikirin. Diyarbekir modern bûye, xelkê wê wek Ewrûpîyan difikire, qedrê xwe û tendirustîya xwe jî zane, wîî! Kuro ma hûn Diyarbekirîyan dixin þûna eþîrên Lûlû û Zûlûyên Afrîkayê qey? Na na, bi serê we hûn xelet in.

   Werhasil, dibêjin her ku diçe bajarê Amedê modern dibe û pê re xelkê wê jî ji nametên modernîzmê fêdeyê digrin. Meselen êdî zilamên Amedî jî diçin ser kuafor û manîkurîyê dikin.

   Niha hûnê bêjin „Îcar ev manîkur çi quzilqurte yabo?“. Manikur paqijî û tendirustîya dest û lingan e. Dibêjim Diyarbekirî êdî ji Ewrûpîyan zêdetir giringiyê didin paqijî û tendirustîya dest û lingên xwe. Manîkurî ji wan re ji zebeþ û petîxan bi qîmettir bûye. Meselen, li wêne binerin hûnê qedir û qîmetê ku Diyarbekirî didin manîkurê bibînin.

   De aqûbet li serê Ruhayîyên îsotçî û Mêrdînîyên dimsxwur be rebbî…

Qûneko xwe anî zimên!

Sîpan Nas-02/01/07-Bursa- Stranbêj û lotikvanê bêesil cîgercî Ehmênin oxlî Îbrahîm Tatlises li bajarê Bûrsayê lotikên serê salê avêtin û kir zir û vir. Piþtî zir û virbûnê, rojnamevanekî jê pirsî: Ûlan Îbo, tu li ser Saddam çi difikiri oxlim? Ewî jî gotiye: Ûlan oxlim, Saddam ji alî siyasî ve baþ nebû, lê li gor xwe lotikvanên wî jî hebûn haaa! Xwedê bihuþtê bike qismetê wî rebbî! filan û fîstan. 

   Ûlan xiyar! Ma ji alî siyasî ve ferqa te û Saddam çiye ewladim? Hema Saddam eslê xwe înkar nedikir, lê tu? Tu wek dehþika kerê geh virde diçi geh wêde diçi Îboþûm! Erê hezkirî û lotikvanên te jî hene, lê bi telaq ne tu û ne jî Saddam, we bihuþta rengîn nedît!

   Heger birastî Qurana Pîroz rastîyê dibêje û kesê “eslê xwe înkar bike heramzade ye”, bi telaq ciyê te jî cehnemeye û hew!   

Xalis muxlis Tirk

Dilcan Îzol-01/01/07-Tirkiye- Dîdem Erol yek ji wan zinêkar û lotikvana ye ku hema bêjin her hefte lotikvanekî digre û yekî berdide. Yanî, jê re bûye wek nexweþîyekê, hefta ku zilamekî nuh bera ser xwe nede sebra wê nayê, laþê wê duxre û kurmik di bedena wê de dikin vizeviz.

   Welhasil, Dîdem Erol ji sedî sed Tirkan û þexsîyeta wn temsîl dike allahwekîl. Di rojnama Posta de rojnamevan Savaþ Ay ji Dîdema lotikvan dipirse: Te gotibû ez bi kesê ku seksa xerab dike re lotikan navêjim. Yanî, berê tu wan diceribîni û piþtre dibi mehîna wan? Ew jî bêfedî dibêje: Belê raste. Heta ez wan neceribînim û keleþkofa wan saxtî nekim, bi wan re hevaltîyê nakim. Savaþ Ay dîsa dipirse: Heger ku ew zilam bikêrnehatî derkevin? Ew jî dibê: Zilamê ku nikaribe wek zilaman lotikan li min xe, bila here xwe ji pira Stenbolê bavêje û xwe bikuje.

   Îcar gelî xwendevanan, niha hûnê bêjin: Ma serê me bi Dîdem Erola zinêkar dêþe bavê min? Dêþe, dêþe, hem jî çawa dêþe ohooooo! Aha sembola jinên Tirk Dîdem Erole haa! Heger hûn bi xwe bawerin û karin Dîdem xanimê têr lotik bikin, kerem bikin....Derîyê wê tim vekirîye allahwekîl! Yalla....Guneh ji Tirkan nayê....

Wê jî doxîn mifte kir

Rozê-01/01/07-London-Erê erê...Brîtney Spears jî wek Parîs Hîltonê soza miftekirina doxîna xwe da û ji Daîly Star re got, “Min biryara xwe daye. Ezê ji niha û heta þeþ mehan seksê nekim û doxîna xwe bixilqînim. Dilê min ji lotikan xeliyaye, ez pê bi jehrî ketime” filan û fîstan.

   Îcar hûn zanin çi hat bîra me gelî xwendevanan? Model, zinêkar û gewendeyên Tirkan jî piþtî ku têr xiyar dixwin û dilê wan dixele, îcar radibin diçin mizgeftê yan jî berê xwe didin hecê û tobe dikin. Ji wan weye wê toba wan bê qebûlkirin û ji gunehê xiyaran bên þûþtin. Îcar ev jî mesela Brîtney Spears e. Xanimê xiyar, tirozî û ecûr neman go nexwarin, îcar dibêje ezê þeþ mehan têkevim greva seksnekirinê û lotikan navêjim.

  Keçê lawo ma qûna go hînî tirr û fisan bûbe kare dev jê berde, waweylê?

Xanimê tamijkî bûye

Þemal Amedî-31/12/06-Hollywood- Lîztikvana navdar û xanima giran Julîa Roberts cara sêyem hemle dibe û zik lê dinepixe. Julîa Roberta ku serê flîmekî bi milyonan dolar qezenc dike tamijkî bûye û dîsa bi hemil bûye. Xuyaye Roberts civaka Kurd baþ diþopîne û jibo zêdeanîna zarokan Kurdan ji xwe re dike nimûne. Me xwe bi rêya emaîlekê gihand xanim Julîa Roberta devmezin û seksî. Me jê pirsî:

-Keçê peppûkê, kezîkurê, ev cara sêyeme tu zik li xwe dinepixîni, ma xêre keçko?  Ewê jî bêhna gul û ruhanê bi emaîla xwe dakir û bersiva me da:

-Çima? Çima hûn Kurd karin heta bi 40-45 zarokan bînin û xwe biçirînin, lê ezê nikaribim çend lotikan bavêjim? Ma ez ji we kêmtirim darlîng?

   Welhasil, li gor fesadîyên kolanên Hollywoodê, dibêjin Julîa Robertsê soz daye ku her salê zikê xwe bike nepox. De aqûbet ji lotikvanên me be rebbî....jinên me rebenê Kurdan bi vê feqîrîya xwe bi dehan zarokan tînin, gelo ku wek Julîa Roberts milyoner bûna wê çend zarok banîna?

Kê çi got?

Em vê tirrê ji we re nahêlin!

Sofî Xelef-29/12/06-Kovara Tempo rapora Mîtê a li ser Kerkûkê weþand. Em guh nadin rapora wan, lê tiþtê li zora me çû ew bû ku bêvanan sûretê Serok Barzanî danîne ser kapaxa kovarê, xirtûma petrolê xistine destê wî û serê xirtûmê jî xistine serê wî.

   Yanî bêbavan dixwazin bêjin: Binere Barzanî! Lingê xwe zêde dirêj meke, yan na emê wê petrolê wek keleþkofê di serê te de biteqînin, tamam mi lan!

  Ma qey em vê tirrê ji wan re dihêlin? Na canim!

   Me jî rabû çarçef li serê Atavirqê wan pêça,  çewalê Amerîkîyan xist serê wî, doxîn lê sist kir û got: Barzanî ne bêxwedî ye ûlan! Emê serê wê xirtûmê ji Kerkûkê têxin we heta di Enqerê re derkeve haaa!

Kêzikçî Turkler

Zinar Qelemþûr-29/12/06-Stenbol- Dibêjin Þîrketên Hewayî yên Tirkiyê dest bi xwarina kêzikan kirine û kêzikekê dixin nav xwarina her miþterîyên xwe da ku xwarina wan lezîz û tamdar be.

   Di balafira navbera Stenbol-Samsûnê, di nav xwarina miþterîyekî de kêzikek derketiye û rebenê miþterî wê rojê birçî maye. Ahmet Çakiroglûyê ku di nav xwarina xwe de kêzikek qelew dîtiye ji çapemenîyê re dibêje, “Ûlan allahima kîtabima gava min kêzik di nava xwarina xwe de dît, dilê min di devê min re derket û wextî min xwe ji balafirê bavêta der. Ûlan bû nasil îþtîr yaho?” û dike lav lav.

   Îcar heyran, gelî xwendevanan, jibo Xwedê û Pêxember, heger hûn li balafirên Tirkan siwar bûn xwarina xwe bi xwe re bibin. Çi dibe û çi nabe cîgerlerim...Bawerî bi van bêbavan nayê. Îro kêzik, sibê miþk, duþibe jî kare dûpiþk û mar ji nav xwarina wan derkeve haaaa! Ji me gotin....

Yekîtîya Kurd li Sûriyê toz bi ser serê xwe xist

 

Azad Seyda-28/12/06-Swêd-Hebû nebû rehme li dê û bavê min û we bû, diruþma tevgera siyasî ya kurdên Sûriyê yekbûn û rizgarkirina Kurdistanê bû, bi qudreta Wahid Ehed (xwedê te`ala) ew diruþme bû mafên netewî.. Roj li pey rojê û ji ber barê giran –xwedê neyne serê tu kesî-   ew diruþmeya avis, lawaz bû û di dawiyê de beravêt û hêviyên me li ber lingan bir..

   Di sala 2002an de qebqeb bi Yekîtî ket, Fuad Elîko û Ebdulbaqî Yûsif û Hesenê Tenûriyê (Hesen Salih) û Merwanê Te`like (Merwan Osman) biryar dan ku lotikekê li rêjîma Beþar Esed bidin, me jî keysa xwe ji desthilata Sûriyê anî û jinên kurd li gund û bajarên kurdan devdelingê xwe ji çoxên kesk û sor û zer dirûtin û dilê mêra xweþ bû.. diya min lîrand ..Yekîtî dest bi xwepêþandanan kir.(Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Wile yabo we muzîka Kurdî kir tirrrr!

Bêrîvan Al-28/12/06-Amed- Wek we bihîstiye, li Amedê Konferansa Muzîka Kurdî (!) hat lidarxistin û muzîkzanên nîv Kurd pir Tirk” li ber mîkrofonê lotik avêtin. Dibêjin ji xeynî çend kesên ku bi Tirkî nizanîbûn, ji sedî 99ên van qaþo muzîkzanên Kurd bi Tirkî axivîne û “Turkçe” lotik avêtine muzîka Kurdî.

   Dibêjin tenê destpêka konferansê bi Kurdî bûye ( ew jî jibo eyba xwe veþêrin yan na wê destpêk jî bi Tirkî bûya) û wekî din konferans bi “Here Turkçe û were Turkçe” bi dawî hatiye. Dibêjin di konferansê de heqaretek pir mezin li ziman û muzîka Kurdî hatiye kirin û hinekan gotiye ku, “Zimanê Kurdî hatiye piþavtin, lewra jî ev ziman têra xebatên akademîk nake” û piþtgirîya îddîayên dewleta Tirk kirine.

   Welhasil, xuyaye ev gotin li zora “Îlkel mîllîyetçî Kurd muzîsyenlerî” çûye ku wan rabûye li dijî wan “Îlkel enternasyonalîst Turk mîllîyetçîlerî” derketine, zimanê Kurdî paraztine û salon terk kirine.

   Neyse, brayên me yên Îlkel Kurd Mîllîyetçîlerî dîsa namûsa muzîk û zimanê Kurdî ji destê wanên nîv Kurd pir Tirk” xelas kirine û nebûne þirîkê gunehên wan. Erê dinyayê, Kurdên bakur ketine çi halî hûn dibînin ne wilo? 

Gaye xanimê da zîtirkan

Cembelîyê Botî-27/12/06-Colemêrg- Nivîskar û senarîsta Tirk keça Tirkan Gaye Boralioglûya bêedeb, di roja 17/12/2006an de nivîsek sosret (Jîpler ve Aþklar) di derbarê Geverîyan de nivîsîye.

   Xuyaye Gaye Boralioglû ji hinekan bertîl û pere girtiye û hema yekser êrîþî ser Geverê, adet û toreyên herêmê dike û bêyî ku civaka Kurd binase daye lotik û zîtirkan. Hem jî lotik û zîtirkên bergîl û qantiran haaa!

   Ûlan Gaye xanim! Sayin femînîstlik ve kadin haklari adi altinda Kurdlere saldiran canavar tîplî maklûk! Tu çi ji me dixwazi þillik?

  Ma serê te bi jinên me, bi jîp û eroîna me dêþe allahin sîktîr ettîgî kadin? Tu çima behsa general, albay û Mît û îta xwe naki? Ma eroîna ku bi destê generalên we tê firotin, sextekarîyên ku bi destê general û siyasetmedarên we tên kirin, li ku tên dîtin? Tu çima lotikan li wan naxi lê tu êrîþî Kurdên Colemêrgê diki, yirtilmiþ kadin?  

Gokê navêjin nav lingê parlamentoyê kaka!

Þîndar Berwarî-26/12/06-Dihok- Dibêjin Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di parlamentoyê de ragihandiye ku haya wî ji guhertina ala Kurdistanê û sirûda netewî tuneye. Li ser pirsa parlamenterekê Barzanî gotiye, “Al û sirûda Ey Reqîb ji fîraz û pîrozeyên Kurdistanê ne, tu hewla me a guhertina wan tuneye. Biryara guhertina wan di destê parlamentoyê de ye. Heger parlamento biryarê bide ew tiþtekî dine” û filan. Yanî li gor Serok Barzanî, heger parlamenyo biryarê bide wê al û sirûd karibin bên guhertin.

   Yahewlelwela quwetullahilezîm! Ê baþe kakacan, al û sirûda Ey Reqîb di nava herçar parçeyên Kurdistanê de hatiye qebûlkirin. Nîþana yekîtîya Kurd û Kurdistanê ye. Çi mafê parlamentoya kakacanan heye yekîtîya Kurd û Kurdistanê parçe bikin û wan biguherin canekem? Parlamentoya we vî mafî ji kê û ji ku distîne? Ma we destûr ji Qazî Mihemed, ji Mistefa Barzanî û ji DILDAR wergirtiye?

   Top û gokê nexin nav lingên parlamentoyê baba! Yek îrade tenê kare al û sirûda Ey Reqîb biguhere, ew jî “Referandûm” e! Yanî, divê Kurdên li seranserê cîhanê biryara guhertinê bidin, ne lotikvanên parlamentoyê, xelas!

   Li gora me halîhazir guhertina al û sirûda netewî qebûlkirina parçekirina Kurd û Kurdistanê ye. Ev jî tê çi maneyê hûn zanin? A baþ hûn navekî lê bikin kaka!

Xwedî li kerxana Selanîkê jî derkevin babam!

 

Xelîl Sirûcî-05/01/07-Ruha- Hûn zanin gelî xwendevanan, kesên ku bêesil bin, kesên ku hebûnek wan tunebe, kesên ku li ser hebûnên xelkê rûnên, wan dagîr bikin û bi wan pesnê xwe bidin, wek Bulent Ersoyê nêrûmêk li wan tê. Bulent Ersoyê Tirk berê qaþo zilam bû. Gava dît ku lê ranabe , tu xêrekê ji zilamtîya xwe nabîne, îcar rabû navþeq û sîng û berê xwe da ber kêr û meqesan û xwe kir jin. Me Bulent Ersoy tenê wek nimûne da haa, tu gotinek me ji dengê wî yê xweþ û tefsilandina muzîka wî re tuneye allahwekîl!  Îcar ev jî mesela me û Tirkên bêesil e. De binerin bê Doç.Dr.Sînan Bîlgîlîyê yawþaq çi dibêje. Dibêje, “Bajarê Êrîvanê (Paytextê Ermenîstanê) ji alî Wwezîrê Tirk Kuluhan ve hatiye avakirin. Ji ber vê jî bajarekî Tirka ye. Ji xwe gellek navên gund û navçeyan bi Tirkî bûn, lê hikûmeta Ermenîstanê ew guhertine zimanê xwe da ku Tirkbûna bajêr bê înkarkirin” filan û Ûlan dangalak! Ma navê gund û bajarên Kurdistanê jî ne bi Kurdî bûn ewladim? We çima navên Kurdî kirin Tirkî hêê? Ji xwe bajarekî Ermenîyan heye, çavê we lê ye hûn wî jî ji rebenê Ermenîyan bistînin ne wilo? We qira wan anî têr nekir ma dora bajarên wan yawrûm? Baþe oxlim, madem wilo ye, hûn çima doza bajarê Selanîkê li Yûnanîyan nakin? Yan hûn zanin Atavirqê we di kerxana Selanîkê de hatiye dinyayê, wê poxê we derkeve meydanê ne? De yurruuuuuuuuu ûlan taþ arabasi!

 

Kurd ewe ê ku dost û dijminê xwe ji hev nas dike...

Silêmanîyê kirin kerxane

Ehmedê Doxînsist-04/01/07-Silêmanî- Li gora ku rojnameya Hawlatî radigihîne li Silêmanîyê laþfiroþî, zinêkarî û kerxanecîtî zêdetir dibe û destê hinek berpirsên îdarî û siyasîyên bajêr jî di pêþdebirina vê zinêkarîyê de heye. Li gora rojnamê, zêdeyî hezar (1000) jinên xwefiroþ li Silêmanîyê xebata welatparêzîyê dikin, derpî û þerwalên kakacanan dadixin kabokê. Dibêjin car caran asayîþa bajêr digre ser baregehên leþgerî yên van jinên welatparêz, lê gava çav li wan jinên xweþik dikevin asayîþ û kontrola xwe jibîr dikin û ew jî doxîna xwe vedikin.

   Dibêjin par (sala çûyî) 40 ji wan jinên welatparêz hatine girtin û di malzaroka wan de vîrûsa HÎVê derketiye. Hûn zanin, HÎV piþtre dibe AÎDS, tirê ji meriv berdide û piþtre jî lotika mirinê li meriv dixe.Herweha dibêjin ev xizmeta welatparêzîya pîroz ji alî Îran, Tirk û Erebên sunnî ve tê hûnandin û dixwazin bi alîkarîya van jinan Kurdekanên Silêmanîyê ji mêranî bixin da ku fîþek û berikên kakacanan nemînin û zû teslîm bibin.

   Me lîztika Tirk, Ereb û Eceman fêhm kir. Lê çima berpirsên îdarî û siyasîyên Soranekan vî karî dikin babam? Êêêêê, hem ganê xwe dikin û hem perê xwe qezenc dikin, ma wê çima nekin bavê min? Ma serê wan pê dêþe kî bi AÎDSê ketiye kî neketiye? Na! Kuro bi namûs wê rojekê Kerkûkê jî bikin qurbana doxîna xwe lo, wîî! Em bi hev zanin babam…..   

Bajo siwarê berîka Heranê bajo!

Gerîllayê bênav-04/01/07-Mexmûr- Heyran bi telaq em nema zanin ji ku destpêbikin, wîî! Kuro em Kurd wek mirîþka gêj li me hatiye bavo, rojekê dikin qid-qid û roja din jî xwe wek dîkan dibînin û bang didin. Welhasil, Xwedê me hedayet bike rebbî û hew. De ka em bên ser mijara xwe. Osman Ocalan, siwarê berîka Heranê, bavê Firat, kilê çavê Kewê di nivîsa xwe a di www.nerina-navend.org de gellek tiþtên xweþ, rast û mast dibêje. Hevqasî xweþ dike ku hema meriv dibêje “de ka ez vê nivîsê daqurtînim” allahwekîl. Ji hemî xweþtir ev gotinên wî wek “Votka Gorbaçov” tesîr li me kir û hema bêjin em pê serxweþ bûn.

   Bavê Firat dibêje, “ Di siyaseta Tirkiyê de Kurd nebûn xwedîyê helwestek serbixwe. PKKa ku siyaseta Kurdîtîyê kiriye bin pençên xwe, ketiye bin per û baskên neteweperestiya Tirk. Alîyê çep ê ku di tayinkirina siyaseta PKK de xwedî erk e þerê bi AKP re ji xwe re kiriye armanca bingehîn. Çepên PKKê naxwazin bi Tirkên neteweperest û dijminê Kurdan re þer bikin. Fermî nebe jî, lê PKKa ku nikare ji bin çavdêrîya van çepan xelas be li cem Tirkên neteweperest, îmhacî û înkarcî saf girtiye” filan û bêvan.

   Pekkkkk! Kuro ma go ne yek ji malbata Ocalan be, kîjan babaegîd kare van gotinan bêje bavê min? Bi telaq wê yekser mohra “objektîf ajan yan subjektîf ajan” li piþta stuyê wî keve û hûn sax! Bijî bavê Firat....Xwezî herkesî wek te wêrîba bida lotikan û hew! Ax ji destê van çep, rep û enternasyonalîstan axxxxxx!

 

Kesî nedîtiye ku ker çûbe bajêr û li vegerê bûbe hêþtir(deve)

 

Faris Kilso-03/01/07-Swêd-Ji zamanê Roma qedîm û heta îro wextê du pêlewan, du þervan an du afirker tên hember hev, berî ku dest bi karê xwe bikin, zirtikvanên her du cihan di nav xelkê de diçin, tên û her yek pesnê yekî dide. Ew gazî dikin:

-Filan pêlewan hewqas bi qewet e, wextê destê wî bighê hemberê wî, ew dê wî perçe bike, milê wî ji cih rake û parsiwên wî hûr bike.

Yê din jî lotikan davîje, gazî dike û dibêje:

-Filankes, hinde bi qewet e, heta vêga wî piþta gelek reqîbên xwe þikandiye. Lotikên wî pir xerîbin. (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Wî jî lotikek xwar

Polat Erdem-03/01/07-Izmîr-Xwedê neyne serê kesî rebbî. Tiþtê ku hatiye serê xalê Hisên nehatiye serê miþk û maran allahwekîl.Xalê Hisên Kanel þevekê di xew de xewnekê dibîne. Di xewnê de zilamek rîhspî ji xalê Hisên re dibêje, "Kuro Hisêno! Hay ji xwe hebe tê di 26.12.2006an de bimrî". Xalê Hisên jî bawer dike ku ewê di wê tarîxê de bimre. Radibe diçe ji xwe re ciyekî di nava goristanê de vediqetîne, nav û navnîþana xwe li ser kevirê gorê dinivîse, hertiþtê xwe difroþe yan li feqîran belav dike û li bendî roja mirina xwe dimîne.

   Welhasil, êvara 26.12.2006an tê. Xalê Hisên jî xwe ji mirinê re amade dike, fatîhe û yasînan dixwîne û wê þevê xew nakeve çavên wî. Dibe sibe lê xalê Hisên dibîne ku tu tiþtek neqewimî û ew nemir. Îcar rebeno li serê xwe dixe, dike ax û wax lê êdî fêde nake. Mal jî çû, pere jî çû û rebeno rût û tazî li rastê dimîne. De ka îcar hûn bêjin bê bila xalê Hisên çi bike gelî xwendevanan? Hûnê çi aqilî bidin xalê Hisên?

   Ê lawo xalê Hisên! Malxirab! Ma tu Îbrahîm Xelîl i ku xewnên te bicirin (pêk bên) bavê mino? Belkî yekî di xewnê de henekek li te kiribe yabo, wey! Dua bike ku te xwe nekujtiye....Heger te carek din xewn dîtin, malê xwe zû bi zû li xelkê belav meke haaaa!

Dola kerê dîsa zirya

Ahmed Beyan-02/01/06-Enqere-Dola kerê, qantirê bêesil, Kemalîstê qûnde û nasyonalîstê doxînsist Dogû Perînçekê xwînheram Saddam Hisênê Ereb bera ser xwe da û ew wek þehîd êlan kir. Dogû Perînçekê ku di mesela Kurd û Kurdistanê de destebrakê Saddam bû, îro di bin perda „Partîya Karkeran“ de dike ewte ewt û di her wesîlê de êrîþî doza Kurd û Kurdistanê dike.

   Dogû Perînçekê ku ji sedî hezar zilamê Mît û Îta dewletê ye û wextekî li ber dilê hinek kesan þêrîn bû, di partîya xwe de cîh daye bi dehan generalên dijminên riknê Kurd û lotikan tavêje. Welhasil, em wek Lotikxane wî kûçikbavî baþ nasdikin. Lê heçê wî nasnakin û bi navê „Turk-Kurd kardeþlîgî“ doxîna xwe jê re sist dikin bila bifikirin û li halê xwe bigrîn.

   Ûlan îbne, Saddam þehîd be jî ciyê wî cehnemeye û quzilqurt be jî dîsa ciyê wî cehnemeye oxlim! Ma ciyê qûnekên mîna we di bihuþtê de heye ewladim?

Lotikxanê þoreþ kir 

 

Sofî Xelef-01/01/07-Stenbol-Em di wê bawerîyê de ne ku malpera me Lotikxane di weþangerî û çapemenîya Kurdî de þoreþek bi serê xwe kiriye. Bi henek, nûçe, þirove û rexneyên xwe ve di dilê xwendevanên xwe de ciyekî bi paye girtiye û bûye dengê bi milyonan Kurd. Di vê meha Kanûnê (12) de 2 milyon.950 hezar û 668 kes ketine malperê û þopandine. (Zêdetir wêne bitikînin)

YE kirin tirr ma dora Iraqê

Ahmed Beyan-01/01/07-Enqere- Belê, gotinek heye dibêjin, “Qûna reþ û spî li meydanê kifþ dibe”. Îcar ev jî mesela Tirkan û Recebo ye. Piþtî ku Yekîtîya Ewrûpayê lotikek bêîman li Tirkan xist û dawa wan li serê wan pêça, îcar qaþo Tirk jî dixwazin bi taktîkên din çavê Ewrûpîyan bitirsînin û ji xwe re li kadîn û axurên din bigerin.

   Xuyaye di civîna Dezgeha Ewlekarîya Netewî (MGK) de pir li ser rewþa Iraqê û Kurdistanê hatiye rawestandin û çavê Tirkan yekcar ji pêþketinên li Kurdistanê tirsiyaye. Helwest û biryarmendîya Kurdan û nêzîkbûna referandûma Kerkûkê hiþtiye ku wek mirîþka gêj li Tirkan bê û pirsgirêkên Iraqê û Kurdistanê di ser giringîya endametîya Yekîtîya Ewrûpayê re bigrin. Ji xwe endametîya wan a YE jî hemi fen, fût, lîztik û qeþmerîyên Osmanî bûn. Ewrûpî jî bi wan hisiyabûn ku rabûn ew dan ber lotik û pehînan û derpîyê wan daxistin kabokê.

   Welhasil, Serokwezîr Recebo eþkere kir ku “pêvajoya Iraqê ji wan re ji endametîya YE giringtire û ewê hemi giranîya xwe bidin têkbirina Kurdistanê û bi tayber jî bajarê Kerkûkê”. Xuyaye wê sala 2007 gellek lotik û pehînan li Tirkan xe û bi milyonan tirr û fisan ji wan berde. Heger Kurd wek îro dîsa xwedîyê helwesta xwe bin, serî ji Tirkan re netewînin, ewê karibin Tirkan di nav jehra tirr û fisên wan de bifetisînin allahwekîl! De haydê kakacanekem, kirin heta mirin!

Emniyet xwedî li alîgirên DTP derdikeve, heheyyyyy!

Gulistan Biþêrî-01/01-07-Batman- De kerem bikin û li rûreþîyek din binerin jibo Xwedê û Pêxember! Lamîa Tarhana 70 salî di nav xebat û çalakîyên DTP de cîh digre û wek milîtanekê dixebite. Mîna dayikek welathez dilê wê li ser gel û welatê wê diþewite, xwe ji kar û xebatê nade paþ. Lê piþtre çi dibe? Çi tê serê wê?  Lehîya avê xanîyê wê tar û mar dike û perîþanîyek mezin tîne serê wê.

   Partîya wê DTP çi dike hûn zanin? Fatîhayekê li ser dixwîne û xwedî lê dernakeve. Xuyaye emnîyeta Batmanê jî vêna wek fersendekê dibîne û xwedî li Lamîa Tarhan derdikeve, xanîyê wê boyax û tamîr dike. Midurê Emnîyetê Arif Oksuz dibêje, “Me dayika xwe Lamîa wek “Dayika Emniyetê” îlan kiriye. Emê ji îro û pêde bi her awayî xwedî lê derkevin” filan û bêvan. Xaltîka Lamîa jî bi Kurmancî spasîya wî dike û dibêje, “Mala emniyetê ava be” û kêfxweþ dibe.

   Yaaaa! Sayin DTP wezîr û kizîrlerî! Hûn li ku ne kardeþim? Ma divê hûn li insanên xwe xwedî derkevin yan emniyeta Tirkan? Niha xaltîka Lamîa Tarhan bi vî temenê xwe bibe sîxura emniyeta Batmanê ne heqê wê ye cîgerlerîm? Bi namûs çi bê serê xaltîka Lamîa hûn sebebin û xelas!  

 

Ferqa we ma çi?

 

Ahmed beyan-31/12/06-Enqere- Dinya ji dîktatorekî din jî xelas bû. Ji her kesî zêdetir gerek kêfa Kurdan bê. Lê mixabin em dibînin hinek partîyên ku li ser navê milletê Kurd lotikan tavêjin, li dijî îdamkirina dijminên xwe derdikevin û piþtgirîya yekî wek Saddam Hisênê xwînheram dikin. Ev jibo kes yan jî dezgehên ku xwe wek temsîlkarên milletekî dibînin rûreþîyek mezine.

   Welhasil, dibêjin serokê Partîya CHP Denîz Baykalê xwînheram li dijî îdamkirina Saddam Hisên derdikeve. Ev normale û em lê namînin ecêbmayî. Lê tiþtê ku li ecêba me tê eve ku partîyek wek DTP radibe lotikan li Kurdan dixe, li dij îdamkirina Saddam Hisên derdikeve û kêfa xwe ji þehadeta pênc hezar þehîdên Helebçeyê re tîne. Îcar hûnê çi navî li vê helwestê bikin gelî xwendevanan? Îcar ferqa Denîz Baykal û rêvebirên DTP bû çi?

   Erê erêêêê.....Em çi ji we hêvî dikin lê hûn çi lotikan tavêjin sayin DTP wezîr û kizîrlerî! Yabo bi telaq heyfe haaa! Me hîna jî fêhm nekiriye bê hûn çi ji vî milletê reben dixwazin kardeþim?   

Çerxa tarîxê lotikan davêje, ne bi zor belkî bi dor!

 Faris Kilso-31/12/06-Swêd-Yarê gone gelek lotik avêtin lê dawî kete xefika miþkan. Em hêvî ji yezdanê mezin dikin ku sala 2007 aqubeta wî li serê dirawsên (cîranên) wî be.

   Îsal gelê dinyayê sê cejin, cejna heciyan, Noel û sala nû pêkve pîrozkirin lê gelê Kurd çar pîroz kirin. Herçar cejnên kurdan pîroz bin!  Pêþiyên me gotine:

-Heger mirin bêt, bila dijminê min danê sibê bimre û ez danê êvarê bimrim.

Kuro! Kesê ku di tifika xelkê de mîzke, dê rojekê hinek di tifika wî de bimîzin. Her Firawnek Mûsak heye. Her berjêrek berjorek heye. Her derdek dermanek heye û her nêrek mêyek heye. Saddam gelê kurd li terampêlên barî siwar dikirin, dibirin, cola sîlekanê, erd bi makînan dikola û ew bi saxî dixistin bin xîzakê. Wî gelek keçên ciwan firotin qehbexanên welatên Ereban. Wî av û çira li gelê kurd xedexe kiribûn. Wî bax û rezên Kurdistanê þewitandibûn. Wî kaniyên welat bi çimento girtibûn. Jiber ku kurdan karê xwe bi qantiran dikirin, wî tovê qantiran qelandibû.

   Lê tirk jê nekêmtir in. ji sala 1984 heta îro wan zêde ji 80 hezarî kurd kuþtine, warên wan wêran kirin, bax û bîstanên wan þewitandine. Bi deh hezaran cenazê xortên kurdan li Sêrtê di newala qesaban de hatine binaxkirin. Berî du rojan tirkan bi devê xwe gotin ku 45 hezar kuþtiyên tirkan çêbûne û muxtarê Bîrhiþkê bi mebesta cejna heciyan name ji xwediyên wan re þandin.. Bêgoman yên kurdan du beþ ji yên wan zêdetirin. Qene ew qebrên kuþtiyên xwe zanin lê kurd nizanin bê ewladên wan li ber kîjan kevir û darê hatin binerd kirin.

De li vê ecêbê binerin lawo!

Rojda Aydin-30/12/06-Stenbol- Wê rojê min li taxa Galatasaray a Stenbolê piyase dikir û lotik tavêtin. Carekê min dengê qîjewîjekê bihîst. Min berê xwe da deng û meraq kir ka gelo çi bûye. Neyse, ez hatim ber postexanê min dît ku grûpek jinên me yên ji Insiyatîfa Dayikên Aþitîyê þaxê Stenbolê kom bûne û lotikan tavêjin.

   Berdevka grûpê Guler Bûgday hinek rexneyên xwe li helwesta Serokê Parlamentoyê Bulent Arinç kirin û got ku gelê herêmê ne terorîstin û ew jî parçekî ji vî welatî ne û filan. Piþtre kartên pîrozbahîya cejna qurbanê û a serê salê ji Serokê Parlamentoyê Bulent Arinç, Serokwezîr Receb Erdogan, Serekerkan Yaþar Buyukanit, Wezîrê Hindur Abdulkadir Aksû û Wezîrê Edaletê Cemîl Çîçek re þandin. Cejn û sala nuh li wan pîroz kirin.

   Îcar hûnê çi ji van dayikên aþitîyê re bêjin gelî xwendevanan? We dayikên ku kartên pîrozbahîya cejna qurbanê û sala nuh ji qesasê serê zarokên xwe re þandibin dîtine? Destê van kesên ku van jinan kart ji wan re þandine bi xwîna Kurdan hatiye þûþtin. Destê wan di xwîna bi hezaran Kurdan de heye. Gelo ev jinên ku bi navê aþitiyek xeyalî dijminên xwe pîroz dikin, bi çi navî û bi çi wîjdanî karin li ser xwîna þehîdan siyasetê bikin?

   Welhasil, ev jinên ku bi navê azadîya jinê lotikên kesanedî tavêjin, lingên xwe zêdeyî qiweta xwe radidin, gepên mezin dixwin û doza aþitîyê dikin. Waweylêêêêêê û sed waweylêêêê! We çi aþitî û demokrasî anîye gundê xwe, hûnê rabin aþitî û demokrasîyê bînin Tirkiyê. Wey mala minê!

Gepa xweþ bidin feqîran

Hecî Ismet-29/12/06-Konya- Perwerdekarê Fakulteya Hiqûqa Îslamê a Zanîngeha Selçûkê Prof.Dr.Orhan Çeker di derbarê qurbanê de bal kiþand ser feqîran û dibêje, “Yek ji hikmetên qurbanê ewe ku feqîrên bi meh û salan goþt nexwaribin têr goþt bibin. Gellek kesên ku qurbanê serjêdikin piranîya goþt ji xwe re dihêlin, hestî, parçeyên nexweþ û goþtê xerabe didin feqîran. Ev ne mecbûrî ye. Esas divê gepa xweþ li feqîran bê belav kirin” filan û bêvan.

   Em bi xwe nizanin ka Profesorê me gepa xweþ li feqîran belav dike yan na, lê bi telaqê jinberdanê heta hestî, hûr û pizûr hebin kesî gepa xweþ li feqîran belav nekir lo, wey! Ma em misilmanên xwe nasnakin qurban? De hema bela gepa xweþ, goþtê nerm biþînin Diyarbekirê ji wan parsekan re, ma dinya xeradibe babam?

   Welhasil, li gor kekê me Receb Dildar dibêje, Diyarbekir bûye bajarê birçî û parsekan. Kuro bi telaq raste, xilafî di gotinên Receb Dildar de tuneye allahwekîl. Ma çima gelê Amedê di meþa Enqerê de DTP bi tenê hiþt hêê? Ma rebenên birçî û parsekên bajêr bi zikê birçî karin DTP bifirînin ezmanan kardeþîm!?

Ji esl û peslê xwe de diz in

Baran Golik-29/12/06-Eskîþehîr- Carê me digot Tirk ji esl û peslê xwe de dizin kesî bawer nedikir. Ha ji we re nimûneyek berbiçav.

   Li bajarê Eskîþehîrê kalê 63 salî, herdu kurên xwe û nevîyekî (torin) xwe di ser dizîyê de hatin girtin û lotikek li wan ket.

   A.D ê 63 salî û malbata xwe ji roja ku xwe dîtine dizîyê dikin û hema bêjin tiþtek nemaye ku nedizîne. Vê dawîyê jî wan qubeya sifir a binzikê xanîyekî dizîne (2.5 ton girane) û di bin erdê de veþartine. Lê rebena hatine girtin û lotikek bêîman xwarine. Li gora lêkolîna polîs tiþtekî ku wan nedizîne nemaye û lotikek li her kesî û li her tiþtî xistine.

    Îcar çi hat bîra me hûn zanin? Ev partîyên me yên bakur, evên ku ji bêperetî nikarin serê xwe buxrînin, çend malbatên wek vê malbata diz kiribana hevalên xwe niha milyoner bûn û bawerkin di bakurê Kurdistanê de dibûn alternatîf. Ma wî çaxî hewceyî parsekîya li baþûr bû bavê min? Partîno! Guhê xwe bidin me û dev ji gazin mazinan berdin. Dest bi hûnana dizan bikin, bi telaq hûnê di nava çend mehan de bibin partîyên herî dewlemend û hew!

Darkê hewdelê kifþ bû!

Þîndar Berwarî-28/12/06-Dihok-Belê belê..Xuyaye di mijara guhertina sirûda Ey Reqîb de darkê hewdelê, kesê ku di serê temamê Kurdan de þik û alozî çêkirin kifþ bû, malpera Nefelê bi qirika wî girt û ew ji qulê derxist.Helkewt Zahir!

   Þêwirmendê Nêçîrvan Barzanî Helkewt Zahir û çend braderên xwe yên ezîz (!) bi fikra guhertina sirûda Ey Reqîb Kurd bera hevdu dan û lotikek bêîman li Kurdan xist. Li gora rojnameya Medya û malpera Nefelê, Helkewt efendî gotiye, “Ey Reqîb zingar girtiye, nema tê xwarin, wek þorba kelê (bê xwê) ye, me xwestiye hinek xwê pê dakin û tama wê xweþtir bikin” filan û fîstan. Ê helbet lotikvanê navdar Þêrko Bêkes jî hazir û nazire, wî jî hema rabûye dest avêtiye qelemê û gotiye “Kurdistan û hey Kurdistan, eman Kurdistan yeman Kurdistan” û rabûye govendê.

   Ê baþe babam, em bêjin wan aqilê xwe xwar, ma desthilatdar çawa ketin xefika wan hêê? Ma nefikirîn ku wê Dildarê reben di gora xwe de ji qehran re bigrî? Yan hûn nefikirîn ku wê Kurd hevdu bidin ber lotik, cotik û pehînan canekem? Lawo ma guhertina sirûda netewî bi serê we ketiye? Heheyyyyyy! We çi zimanê Kurmancî kir tirr ma dora guhertina Ey Reqîb! Kuro lawo ev jî ne îhaleyek ji îhaleyên OYAKê be gidî?

Lotikxanê naveroka nama Ehmedo bidestxist!

Antonîo Vera-28/12/06-Roma- Wek we bihîstiye, Lotikvanê Karûbarên Derve ê Îranê Manûçehr Muttekî hat Vatîkanê cem Papa Benedîktûs û pêre qehweyek nîvþîrîn vexwar. Di dema vexwarina qehwê de Muttekî li derûdora xwe nerî, piþtî dît ku kesek tuneye, rabû nameya Ehmedonejad ji bêrîka xwe derxist û di binê masê re dirêjî Papa kir.

   Dibêjim gava Papa rahijtiye namê tevzînok bi laþê wî ketiye û bi sur û idrê ketiye. Heta niha kes naveroka namê nizane. Lê bi telaqê jinberdanê me çend qirûþ dan yawerê Papa û me ew name bidestxist.

   Piþtî me name xwend em man ecêbmayî. Ohooooooo, ma çi hatiye nivîsandin û çi nehatiye nivîsandin Xwedêjêrazî! Ehmedo di rêzek nama xwe de gotiye, “Kuro Papa, hey bêaqil, hey kumspîyo, berî mirinekê were bibe þiî û þûrê Hz. Elî bikþîne. De were em bi hevre govendê bigrin hey malxirab, binere tê di qul û kewarên Vatîkanê de birizi û kufikê bigri haa!” û gellek tiþtên din.

   Welhasil, kengî ku Papa bersivek da nama Ehmedo, bi xêr û selamet emê naveroka nama Papa jî ji we re bixwînin. Bye byeee!

Demokratîk Cimhûrîyetê tehamulî pirtûkekê nekir

Serdar Mirad-27/12/06-Amed- Hûn zanin gelî xwendevanan, carma meriv ji xwe dipirse: “Ma qey birastî cin û melayîketan li ser me Kurdan xwendiye û em þevekorî kirine?” Berê dijminên me digotin, “Yekî Kurd çûye serdana Pêxember. Hingî ê Kurd bi heybet û nezan bûye, rabûye bangkiriye Pêxember û gotiye “Kuro Miho, va ez hatim haa” û çavê Pêxember tirsandiye. Ji ber vê jî Pêxember dua û nifir li Kurdan kiriye ku Kurd nebin tiþtek û tiþtekî bidestnexin” filan û bêvan.

    Yanî, dijmin dixwest bi van propagandayan bawerîya Kurdan biþkîne û wan bi qedera xwe bide razîkirin. Îcar carna meriv difikire û dibêje, “Ma birastî jî hinekan nifir li me kiriye û  ev qedera me ye gelo?” Qey raste bavo!

   Welhasil, Demokratîk Tirk Cimhûrîyeta ku Kurdên me xwe di ber wê de didin kujtin û kiras û dûvikê wê bernadin, li Amedê tehamulî pirtûkek Kurdî nekir û di derbarê wê û Þaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaþ de doz vekir.Demîrbaþ wek Kurdekî dilþewatê millet û zimanê xwe tê naskirin û berî demekê pirtûkên Kurmancî dabûn weþandin û li xelkê belav kiribûn. Îcar, heger hîna jî me Tirk nasnekiribin û em hîna jî bi terî û dûvikê Demokratîk Turkçuler Cimhûrîyetî bigrin, çareserîya pirsgirêka Kurd di axur û kadînên wê de bibînin, wê xelk ji me re çi bêjin hûn zanin? Xwelî li ser!

   Dewleta ku tehamulî pirtûkek Kurmancî neke, wê çawa pirsgirêka 25 milyon Kurd çareser bike sayin enternasyonalîst Kurd kardeþlerîm?

Hem li nêl dixin hem li bizmêr dixin, way alçaxlar way!

Bêrîvan Al-27/12/06-Amed- Hûn zanin, ev bêbavên Tirkan pir biaqilin xuyaye. Ên ku bi wan tên xapandin û bêaqilîya xwe didomînin jî cardin Kurdên me ne. Bi Qulpa Amedê leþkerên dewleta Tirko ji alîkî Kurdan bi hev dide kujtin, wan dike dijminê hev, û ji alîyê din de jî wan bi xelatan payedar dike û lotikekê li wan dixe.

   Cerdevanê bi navê Mecît Yazici bi mayinekê brîndar dibe û lenger dimîne. Îcar jibo ku Tirkoler xwe li ber dilê wî û cerdevanên din þêrîn bike, radibin wî wek “Cerdevanê Salê” hildibijêre û bi xelatekê çavê wî diseyînin. Lê mîster cerdevan Mecît Yazici nafikire û nabêje, “Çima?”

   Ûlan ewladim Mecîdo! Tu di ber kê de brîndar bû oxlim? Tu xelata çi distîni kero? Xelata þerê brakujî ne wilo? Aha hûn ev zilamin haa! Hem te þerê brayên xwe kir, hem tu lenger ma, û hem jî xelata dijminê xwe distîni. De wê xelatê bavêje ser û çavê Tirkoleran ûlan! Ji wan re bêje bila te bînin ser sêhra berê ha tiroooo!

Kê bi exlaqê milletekî lîzt?

Sîdar Xelat-26/12/06-Swêd- Kekê me Laleþ Qaso di malpera Nefelê de behsa guhertina al û sirûda netewî dike, ronakbîrên Kurd di çala genim de werdike û li aqilê serkêþên malperên Kurdî jî dimîne ecêbmayî  û dibêje, “Hemi jî lê nefikirîn ku guherandina al û sirûda milletê Kurd bûne du hêmanên me ên netewî û wê ne ji heqê parlamenyoya Kurdên baþûr ba ku bi karekî wilo raba; bê bingeh bi vir de wê de teriqandin, li gora rojnameyan û înternetê sîyaset kirin û nivîsandin! Bi kurtî ên ku ew xeber derxistin û ên ku dan ber bayê xeberê bi exlaqê milletekî lîztin!” filan û bêvan.

   Laleþ Qaso bi dilekî paqij xeberê bêbingeh binav dike û naxwaze bawer bike ku helwestek bi vî awayî heye. Lê di eynî rojê de malpera Nefelê bingeha xeberê diweþîne, lotikek bêîman li kekê me Laleþ dixe û eþkere dike ku xwestinek wilo heye û ji du serkêþên vê hewldanê yek jê þêwirmendê Nêçîrvan Barzanî ê hunerê Helkewt Zahir e û ê din jî ji xwe Þêrko Bêkesê dijminê Kurmancî ye.

   Yanî bi gotinek kurt: Malpera Nefelê kekê me Laleþ Qaso derewîn derdixe û dibêje, “Ha ji te re bingeha xeberê haaa!” û Laleþ Qaso li hev dizîzikîne.

   Îcar kekê Laleþ! Em qurban! Ciyê ku agir lê nebe dû jê bilind nabe bavê mino! De îcar ka bêje; kê bi exlaqê milletekî lîzt babam? Ronakbîrên ku xwe di çala genim werkirin, serkêþên malperên Kurdî, yan lotikvanên parlamentoya Kurdekanên baþûr? De îcar tu û Nefelê li hev....

 

Çi lê lê û çi lo lo!

 

Qado Þêrîn-27/12/06-Holland-Wek hûn zanin helbestvanê kurd Abdulla Peþêw  li Amedê got; ’’Li Baþûr 10 milyon dolar ji bo lê lê û lo lo tê xerckirin, lê ji bo kurdî tiþtek nayê kirin’’.

   Îca sala bê jî dê 150 nivîskar di bin siya diruþmeyeke nû de bicivin û vê carê dê 10 milyon dolar ji bo lo lo û lê lê bên xerckirin, lê ji bo çêkirina ferhengek giþtî, ji hemû zaravayên kurdî û ji bo tevaya gelê kurd dê menteliyek jî neyê xerckirin.

   Yek melyon dolar bidin 50 zimanzanên kurd daku ferhengeke serkeftî û dewlemend ji hemû zaraveyan çê bikin bi sûdetire ji civandina 150 nivîskarî daku helbestan bixwînin.

Ma emê çi ji lê lê û lo lo yan jî ji lo lo û lê lê girêdin qurban?.

 

Zekerîya efendî dîsa tirek kir

Ahmed Beyan-05/01/07-Enqere- Profesorê îlahîyatê, zilamê hewlo-mewlo, qûnekê Tirk Zekerîya Beyaz di înternetê de bersiva yekî hacker da û dîsa zir tirek kir. Dengê tira wî ji înternetê derket û li seranserê dinyayê belav bû, bêhnek pîs bi xwe xist.

   Hackerê Tirk ji Prof. Zekerîya efendî dipirse: „Xoce, hackkirina malperek Fransî (êrîþa ser malperê û girtina wê) gunehe yan na?“ Zekerîya Beyaz: „Heger bi zirar bin, erê!“ Hacker: Min fêhm kir mamoste. Ez hacker im, ekranê li malperên xelkê reþ dikim. Yanî mafê min heye ne wilo?“ Zekerîya Beyaz: Belê, heger malper zirarê bidin dînê îslamê û milletê Tirk, girtina wan helale, xêr e!“

   Yaaaa! Hûn dibînin bê Profesor û dîndarên Tirkan çawa ne ne wilo? Mêrikan heta ji wan tê dînê îslamê jibo berjewendîya milletê Tirk bikar tînin û dînê îslamê didin ber lotik û pehînan. Ûlan sextekar, çi eleqa dînê îslamê, hackkirin û milletê Tirk bihevre heye ewladim? Yanî hûn di her meselê de behsa milletê Tirk nekin qûna we duxre ne wilo?

   Aha îlahîyatçî û misilmanên Tirkan ev in ha gelî xwendevanan. Kuro heçê bide dû misilmanên Tirkan bila ji wan pîstirbin û hûn sax! 

 

Kurd ewe ê ku berjewendîya gel û welatê xwe biparêze..

 

Îstatîstîka meha Kanûnê

(2.950.668)

03/01/07-Stenbol-Em di wê bawerîyê de ne ku malpera me Lotikxane di weþangerî û çapemenîya Kurdî de þoreþek bi serê xwe kiriye. Bi henek, nûçe, þirove û rexneyên xwe di dilê xwendevanên xwe de ciyekî bi paye girtiye û bûye dengê bi milyonan Kurd. Di vê meha Kanûnê (12) de 2 milyon.950 hezar û 668 kes ketine malperê û þopandine. (Zêdetir wêne bitikînin)

Dinya ji we re jî nema me di we kirino!

Þîndar Berwarî-04/01/07-Dihok- Piþtî ku Saddam Hisênê ewladê zinê çû cehnemê, niha jî wê zirbrayê wî Barzan El Tîkrîtî û serokê îstîsbarata kevin Awad El Bender berê xwe bidin cehnemê. Li gor gotinên gotinbêjan, wê herdu zinêkar îro yan sibê herin ber sêdarê û lotikekê bixwin.

   Yaaaaa! Ev dinya gewrik ji we re jî namîne me di we kirino! We bîra van rojan nedibir ne wilo? We digot qey heta hûn saxbin hûnê goþtê mirîþk û elokan bixwin ibnî? We nizanîbû wê rojek ji rojan hambûrgerên Amerîkî û xiyarên Kurd û þiîyan têkevin we ne? De herrreeeeeee, bidin dû serokê xwe exûyî,yallaaaaa bye byeeeee......

 

Yek çû ma yek

 

Simkoyê Gardîyan-04/01707-Oslo-Di girtîxana Vadso a Norwêçî de du hevalên girtî hene. Yek ji wan jar-zeîf e û ê din jî têra xwe qelew û wek qantirekî ye. Êvara serê salê ê zeîf xwe þilfî tazî dike, laþê xwe bi rûnê zeytê þahîk dike û di nava hesinên hepsê re derdikeve. Dor tê ê qelew. Rebeno ew jî rût û tazî xwe zeyt dike û dixwaze wek hevalê xwe di nav hesinan re derbas bibe û bireve. Lê rebeno dike û nake nikare û di nav hesinan de asê dimîne.

   Werhasil, ê zeîf direve diçe Swêdê û li wir dîsa tê girtin û vedigere qulika xwe, cem hevalê xwe.

   Îcar heyran gelî xwendevanan, em Kurd pirr ji êþkencê û hepsê hez dikin. Hema bêjin Kurdên ku neketibe hepsê kêm in. Îcar carê bila tim û tim þûþek rûnê zeytê di bêrîka we de be. Hema ku hûn ketin hepsê, xwe rût û tazî bikin, laþê xwe zeyt bikin û xwe di qulik û mulikên hepsê re rakin. Bi telaq hûnê yekser ji hepsê birevin lo, wey! We fêhm kir? Rûnê zeytê zeyt!!

Hûn vexwin guneh di stuyê Lotikxanê de

Leyla Barîn-03/01/07- Li gora piranîya pispor û textorên dinyayê, rojê yek-du îskan alkol ji dil re baþe û rê li ber krîz û xitimandina dil digre.

   Li gora lêkolîna ku li Brîtanyayê çêbûye, alkol ji dilê mirov re bi fêde ye û nahêle meriv zû bi zû bimre. Yanî, kesên ku rojê yek-du îskan wîskî vexwin mirin ji wan re tune û ewê ji lotikên dilê xw netirsin. Îcar, heçê ku ji dilê xwe ditirsin, heçê ku dil bi wan re heye, heçê ku jiber gunehîyê alkolê venaxwin, bila kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin.

   Yan jî nefikirin! Lotikxane kefîlê xêr û gunehê we ye. Gava we wîskî vexwar, îskana xwe rakin jor û bêjin, „Ya rebbî, xêr û guneh di stuyê Lotikxanê de“ û wîskîyê bi ser kezeba xwe dakin. Okey!

Etayê fîþek peyde kirin

Antonîo Vera-02/01/07-Madrîd-Wek hûn zanin, di meha Adara 2006an de fîþekên rêxistina ETAyê nemabûn û bi rayedarên dewleta Ispanî re rûniþtibûn. Ji xwe di binê her lihevhatin û aþitîxwazîyê de hinek fen, fût û qezenckirina wextê heye.

   Xuyaye herdu alî jî li hev û lingþemitandinê bûn, wek pisîk û miþk li ber hev veketî bûn. Lê derket holê ku miþk û pisîk, gur û mîh nikarin bibin brayên hev û bi hevre bijîn.

   Ev jî mesela ETAyê ye. Xuyaye ETAyê di van çend mehên bêdengîyê de têra xwe fîþek kirîne û êdî nema sebra wê bê teq û req tê. Ê ji xwe canim, me qûna go hînî tirran bûye kare dev ji tirrekîyê berde babam? Na! ETA jî bê teq û req sebra wê nayê allahwekîl....

Ker lotikvanekî baþ e

 

Faris Kilso-01/01/07-Swêd-Ker lotikvanekî baþ e, mirov barê xwe lêdike, pê diçe êþ, êzingan pê tîne, bêrîvan pê diçin bêriyê, þivan lê siwar tê, diçe ber pez, mirov pê çot dike, karwanê hiþtiran (devan) hevsarê deva pêþî bi kurtanê wî ve girêdidin, ew di rê de dibe serekvan, tirk gelek caran wî di karê sexê de jî bi kar tînin, heger ew bi þev di cihekî re çûbe, ew þeva tarî di berfê de kare di cihê xwe re here, sibê zû dike zirezir jibo xwediyê wî ji xew rabe û gelek baþiyên wî hene lê ku di mêrgê de pir kerbeþ dixwe, ew zû har dibe, tiran dike, dike zirezir û dixwaze nêrekeriya xwe bide nîþandan.

   Jiber ku di afrandina wî de genên kerîtiyê hene, ew çiqas baþ be jî lê genên wî jê naçin. Pisîk jî wisa ye û dijminiya miþk ji genên wê naçin. (Zêdetir wêne bitikînin)

Lotikvanên HAK-PARê kifþ bûn

Serdar Mirad-01/01/07-Amed-Partîya Maf û Azadîyan HAK-PARê Lotikvanên Dezgeha Serokatîya xwe kifþ kir. Dibêjin Hasan Daðtekin, Vahit Aba, Fehmi Demir, Mahzar Zümrüt, Kasým Ergün, Reþit Deli, Nevzat Teker, Fikret Þahit, Fettah Karagöz, Yýlmaz Elçi, Hüseyin Taysun, Semir Güzel, Þeref Yalçýn û Faysal Balaban di Dezgeha Serokatîyê de cîh girtine û ewê ji îro û pêde dest bi lotikên xêrdar bikin.

   Li gor gotin û fesadîyên nava kolanên Amedê, dibêjin wê HAK-PAR ji berê zêdetir pehînan li dewleta Tirk xe û çalaktir be. Li gora sîxurên Lotikxanê dibêjin, wê HAK-PAR bajarê Amedê serûbinê hev bike û kolanan ji parsek, feqîr û cilêtçîyan paqij bike.

   De ser xêrê be rebbî. Hêvî ewe ku Endamên Serokatîya HAK-PARê nekevin ber derbên cilêtçî û zebeþçîyên Amedê. De serketin yaboooo!

Ji te re çi gewenda heram?

Zinar Qelemþûr-01/01/07-Stenbol- Nivîskara Tirk, gewenda heram Fatma Sîbel Yuksel di nivîsa xwe de li ser daliqandina Saddam Hisên disekine. Sernivîsa wê eve: Saddam ölüme erkek gibi gitti, Ýmralý'daki alçak utansýn...Sîbel têra xwe Saddam diparêze, Kurdan bi hevalbendîya emperyalîstan binav dike û dike sebebên daliqandina Saddamê bêbav.

   Piþtre wek sernivîsa xwe tê ser A. Ocalan, wî wek “newêrek” binav dike û dîsa gotina xwe dibêje: Saddam ölüme erkek gibi gitti, Ýmralý'daki alçak utansýn...filan û bêvan.

   Ûlan þilliq! Onun bunun kizi! Ma serê te bi newêrekîya sayin Ocalan ketiye kizim? Ma Atatirkê we bi çarçefê ji seraya Padîþah nerevîyabû yawrûm? Tu çima behsa newêrekî û tirsonekîya Atavirqê xwe naki lê tu Ocalan diki benîþtê devê xwe haa? Yan tirsonekîya Atavirqo li zora we tê?

   Ocalan baþ be, xerab be malê me ye keçko, newêrekîya wî pirsgirêka me Kurda ye, okey! Em jî dibêjin: Erkekler kaçmaz, çarþafla kaçan Ataturk utansin! 

Kê çi got?

MMC û Beken bi lotikan çûn hev

R.Stêr-30/12/06-Dibêjin hunermendê Rock, Pop, Tep û Repê lotikvanê ciwan Rojhan Beken û televizyona MMC hevdu dane ber lotik û pehînan û serê hevdu êþandine.Li gor gotinên ser tenûran û fesadîyên xelkê, dibêjin MMC klîpa Rojhankê me a bi navê Þikriya neweþandiye û di nav lingên xwe de perçiqandiye.

   Li ser vê helwesta MMC, Rojhan Beken jî rabûye bi sê telaqan sûnd xwariye ku êdî dev ji muzîkê berde û hew lotikan bavêje. Lê xuyaye piþtre Rojhankê me poþman bûye û polîpoþman rahijtiye gîtara xwe û dîsa gotiye “Tep û Rep”.

   Hûn zanin bê sedema neweþandina klîpa Rojhan Beken çiye? Di klîpa Þikrîya de jina yekî gerîlla li ser çûna wî digrî û porê xwe hildike. Xuyaye ev jî li zora MMC çûye û gotine, “Keko brawo! Ma jina Kurd digrî? Ma jina Kurd dike ax û wax?” û Rojhan Beken protesto kirine. Yaaaa! Na bavo, bi telaq jina Kurd ne digrî, ne dike ax û wax, ne dixwe û ne vedixwe!

   Lawo sayin enternasyonalîst MMC xizmetkarlerî! Ma jinên Kurd robotên Japonyayê ne? Ma jinên Kurd ji hesin û pola ne ku negrîn, nekenin, nexwin û venexwin babam? Wile yabo we jî kir tirrrrr!

"Zarathustra News Service" ava bû

 

30/12/06-Ji bo raçavkirin û belavkirina deng û behsên cîhanê, lêkolîn, analîz û çalakiyên çandî û edebî Z News Service ava bû. Gerînendeyê giþtî Gabar Çiyan li ser avakirina Z News dîtinên xwe wisan anî zimên: Z News li ser pêwîstiya raçavkirin û belavkirina nûçevaniyek bêalî û hatiye avakirin. Nûçe piþta xwe dê bide kaniyên bi bingeh. Bê jêder çi dengûbehs nayên belavkirin. Her wisan çalakiyên çandî û bi taybetî xebatên edebî, þano û sînemayî dê bên raçavkirin. Analîzên cewaz dê bên amadekirin.

   Ji nûçevaniya rojane bêhtir, li ser ya biqelîte û bêalî dê bê rawestandin. Zimanê bingehîn yê Z News bi kurdî ye. Z News serbixwe ye, bi çi hêz anjî koman ve ne girêdayî ye. Ji xwe têkiliyên me bi hejmarek malper, radyo û rojnameyan re heye. Ji bilî wan jî em bi dostanî dê nêzî malper û rojnama, tv û radyoyan bibin. Nivîsên me ne bi rêya malperekê, lê bi nûçeyên rojane, lê bêhtir bi bultenên hefteyî di gel wêneyan dê bên amadekirin û belavkirin. Navenda me li Stockholmê ye. J

   i niha û nêzîk navnîþan û telefona me dê bên diyarkirin. Lê kesên ku bixwazin têkiliyê bi me re deynîn, dikarin bi zarathustra@telia.com re têkevin têkiliyê. Armanca me ew e ku di pêþerojê de ji bo avakirina Z News and Media Service gavekê bavêjin. Bi vê yekê nêzî xebatên tv bibin.

Wan jî aqilê xwe xwar!

Hesen Almas-29/12/06-Amerîka- Kuro bi namûs van Amerîkîyan jî aqilê xwe xwariye ha. Rebena hingî hambûrger, petat û ava bacanan (keçûp) dixwin, nema serê wan dixebite allahwekîl.

   Dibêjin li gora encama anketekê qenc û xerabên sala 2006an hatine hilbijartin û mîster George Bûþh serê hefsêr girtiye û bernedaye. Bûþh hem di rêza qencan de û hem jî di rêza xeraban de serî kiþandiye. Yanî, mîster Bûþh hem qenc e hem jî xerab e.

   Welhasil canim, bila qencî û xerabîya wî ji Amerîkîyan re be. Ê me bi xwe heta berî rapora Bekir û Hemîdo her ji me Kurdan re qenc bû. Lê ku ew jî wek Bekir û Hemîdo bêbextîyê li Kurdan bike û heqê me biperçiqîne, bi telaq emê jî lotikekê lêxin û hefsarê xerabîyê têxin stuyê wî û hûn sax! Gerçî bawerî bi siyaseta Amerîkayê nayê lê, de neyse....

Wê þenqa wî ji kê re bibe qismet?

Þêrzad Zebarî-29/12/06-Hewlêr- Dibêjin piþtî ku biryara þenqa Saddam efendî derketiye, bûye vitvita qûna wî û her serê seetê berê xwe dide destavê. Li ser bextê xelkê be, lê dibêjin hikûmeta Iraqê nema di ber guhertin û þûþtina þerwalê wî re digihê.

   Welhasil, li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin bi sedan kes ketine dorê ku lotikekê li wî bêbavî xin, þerîtê têxin stuyê wî û wî biþînin cehnemê.

   Lê li gor sîxurê me dibêje, dibêje George Bûþh ji Nûrî El Malikî re gotiye, “Hebîbî, dora tenûrê dora mine, divê berê ez þerîtê têxim stuyê wî, yan na bi telaq ezê di hilbijartinên Amerîkayê de bisernekevim haaa!” û ketiye dora tenûrê. Ji alîyê din tê gotin ku wê þeva þenqê pir qedir û qîmetê Saddam bigrin, wê dilê wî nehêlin û hambûrgerek Macdonaldsê bidin wî.

   Neyse, de bila ew bêbav bê þeniqandin yabo, kî çi gûyî dide wî bila bide....

Emanet heya qiyamet

Bavê Cengo-28/12/06-Qamiþlo-Hûn zanin nizanin nizanim lê dibêjin “emanet heta qiyametê tê paraztin û îxanet lê nayê kirin”. Ev jî mesela me û pasaporta Mam Celal e.

   Mam Celal heta niha pasaporta Sûrî wek emanetekê parazt, lê xwedî derket û piþtre jî li nav guhê Beþar Esed xist û got, “Aha ji te re pasaportka te exûyî. Te jibo pasaportekê terorîst diþandin Iraqê û xwe diteqandin. Ne li vê qencîyê be û ne jî li wan terorîstan be” û lotikek li dewleta Sûrî xist.

   Welhasil, henek li alîyekî, lê Tirkan jî digot, “Barzanî û Talabanî bi pasaportên me piyasê dikin” û seravde didan wan. Haþayî wan, em nizanin bê çend pasaport di bêrîkên wan de ne, lê ji kerema xwe pasaportên Tirkan jî li wan vegerînin berî ku jibo qencîya pasaportekê Kurdistan seranser têkeve bin destê þîrketên Tirkan qurban!

   We qencîya Tirkan jibîr nekir û we cîh da 450 þîrketên Tirk. We xelefa wan vegerand, êdî bese kaka! Hevqas qencî jî nabe ha, wey!

Roviyê bi rih û tiriyê tirþ

Ferat Dilbirîn-28/12/06-Berlîn-Dema mihrîcananên kurdî çêdibin, heçî nivîskarên diçin mîhrîcanê halo pesnê wê didin, lê gava hinek naçin mîhrîcanê dibêjin vêca mîrato tirþ e. Ev jî karê birêz Abdula Pêþew e {lîsta kaka can}. Mixabin nivîskarên me jî gotinên wî ji xwe re dikin ayet.

   Ê bira Pêþew kî ye û çî ye, ta ku wa li ser mîhrîcana Duhokê bibêje? Çima gava ew çûye mîhrîcana Amedê kes nabêje ev mîhrîcan tiriyê tirþ e?

   Zikreþno, bibin tiþtek qurban! Ma kurd çima nabin tiþtek ya rebbî? Ma hema pelûl bi serê me kurdan de rijiyaye? Gava Xwedê aqil belav kir em kurd li ku bûn? Heywaxxxx, felekê te çima li me wa kir, te mala me xerakir, te pelûla zikreþîyê bi serê me dakir, felekê yemannnnnnn!

 

s© lotikxane 20-02-2006