Google

    

Arşîv                                                                     info@lotikxane.com                                                                            lotikxane@hotmail.com          

Bêwar Brahîm

Jenîneke bi deng

Xecê Omerî

Peyamek

 

Gabar Çiyan

Lotikxane

 

Adil Dûran

Dilreşî

 

Lokman Polat

Şîret û şêwirmend

Bavê Ronahî

Bûka bixêlî

 

Lezgîn Şêxo

Qeyikvan û Doktor

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-VII

Bavê Felek

Bê Xweda dibe bê xwedî nabe

Dilsotî

Peyva rast

 

Bavê Welat

Ker, gur û rovî

                                                            Metelok:  Mêr ketin kewara jin daketin hewara                                   07/03/2007   

De berde Alî Şenê Boşnaqî berdeeeee!

Cemîl Mûrad-07/03/07-Amed-Ez dibêm haya Lotikxanê ji van nûçeyan heye lê ez dixwazim cardin dilê xwe rehet bikim û ji were bişînim, hema çi dibe çi nabe belki bi kêrî Lotikxanê bê......
   Boşnaq'ê heram Ali Şen ne ji bo xêrê Kurdistan'a azad diparêze. Ev merivên wek Ali Şen'ê Boşnaqi, Azîz Yildirim'ê Erxeniyî  û Saffet Sancakli,  ji devleta kûr re dixebitin. Ev merv ji devleta kûr re silehan dikirin û difroşin. Ji pazara silehên Rûsyayê pêve dixwazin pazarek nû vekin herhalde ..... Ali Şen bi xeberdana xwe xwe bi Kurdan şêrin nîşan dide, dixwaze li nav kurdan rêya pazarek nû veke. Çi ecêbe ku Qûneko tam di dema ku Kenan Evren da zîtirkan de rabû xwedî li serxwebûna Kurdistanê derket Ûlan kurê min, tu heta niha li ku bû? Yan tu di guhê gê debû cîgerim?

   De berdeeeeeeeeee! Gellekan wek te bi tir û fisan rojeva Kurdan herimandine looo...Bi namûs hûn Tirk hezar carî destê xwe li quranê xin jî êdî bawerî nemaye û hew!.....

Lotikvanê bê lotik

Çang Çong Çîng-06/03/07-Hong Kong- Hinek pispor û textorên navdar seks û lotikvanîya zayendîyê wek « şertê jîyanek dirêj » qebûl dikin. Dibêjin divê jin û mêr heftê bi kêmanî pênc carî lempê vemrînin, lihêfê bavêjin ser erê xwe û dest bi şerê gerîllatîyê bikin.

   Lê li Hong Kongê Chan Chî yê 107 salî û cixarekêş di derbarê sedema emirdirêjîya xwe de dibêje:“Temenê min 107 sale, cixarekêşêkî xurt im, ji roja ku min xwe naskiriye ez cixarê dikşînim. Lê rojekê tenê jî nexweş neketime. Bi serê min û we ez hîna xwe wek xortekî 14 salî dibînim. Sedema emirdirêjîya min ev e ku ez zêde seksê nakim û xwe nawestînim. Di 30 salîya min de jina min emir da haziran. Ji wî çaxî û pêde min kiribe jî nayê bîra min min lotik avêtine hinekan“ filan û bêvan.

Werhasil, xuyaye teorîya Chan Chî ji ya pispor û textorên seksê rasttire. Mêrik 107 salî ye, cixarekêşekî tirtire ye û hîna xwe wek zîtirkvanekî çardesalî dibîne. Bi namûs teorîya Cahn Chî ji teorîya Mao Zedûng a "Teorîya ser sê dinê" jî rasttire allahwekîl,wîî!

 

 

 

Bedew Canê

 

Bedew Canê, xwezî ji mîrê keremê re ez bibûma bilbilek ji bilbilên quntara çiyayên Omerya, tu jî gulek sor..

Min li ser te bixwenda bi rengê Mihemed Arifê Cizrawî, vebûna sorgulên te û biba gulistan hawîrdor.

Bila ji eşqa me bihesidyana Leyla û Mecnûn, bi agirê lêvên te zîl bida Zînê, ne xembû ger min wek Mem berê xwe bida gor...

Maçek ji lêvên sorgulî bese berî mirinekê, ji xwe Brîndar bûme ez ji awirên çavên belek, maça ji lêvên agirî derman dike vî bextê kor

Brîndar/05/03/07-

 

Li gorî YouTube

Bavê Tirkan Kemal Paşa``Gay`` e

 

 

Z.News-05/03/07-Li gorî Stavreatosê grekî ku di YouTube de dîtinên xwe bi fîlmên ecêp anîye zimên bavê tirkan, Kemal Paşa ``Gay`` e. Stavreatos, bi fîlmê xwe yê balkêş û îdiayên xwe dîtinên ku li ser wî û ``Gay``bûnê hebûn ji nû ve anî rojevê. Fîlm, dîtina Kemal li ser ``Gay``bûna li Anatoliyayê jî dîtinên balkêş dide mirov.

   Li ser vê weşana YouTobe yê, dengê tirkan bilind bû û protestoyên xwe gihandin navenda wê. Endametiya kesê grekî hat cemidandin. Lê Stavreatosê grekî nesekinî û fîlmek xiraptir berhev kir, di bin navê Stavraetos212007 de ji nû ve weşand.

   Di vîdeoya xwe de tirkan pir alî rexne dike û ji awira ``Gay``tiyê cihê wan diyar dike. (Dewamê wêne bitikînin)

Roja qiyametê nêzîk bû

Wêne bitikînin û li nîşanên elametên qiyametê binerin

Wî jî lotikek paşûpê avêt

Ehmed Kurdî-04/03/07-Mersîn- Hûn zanin, evî Kenan Evrenê zîtirkvan mejîyê Tirkan serûbinê hev kir. Ji xwe mêjî tunebû, îcar yekcar ma qoqê vala. Werhasil, piştî pêşniyaza „sîstema eyaletan“ ket rojeva Tirkiyê,

   îcar Prof.Dr.Zafer Uskul kî ket nav lotikvanên eyaletan û kabê xweli kabê ciwannemêran xistê.

  Zafer Uskul di civîna „Perspektîfên Demokratbûna Tirkiyê-Di Demokrasîya Tirkiyê de 130 Sal“ de dîtinên xwe anîn zimên û got:“Yabo qurban, bi hersê telaqên Kenan Evren, divê Tirkiye derbasî sîstema eyaletan bibe. Ji rûyê hikûmeta navendî şaredarên herêmî zîyanek mezin dibînin û nikarin bi serbestî lotikan bidin xwe. Guhertina zagonan rehet e. Mesele ev e ku mêjî û raman bên guhertin. Jibo ku Tirkiye bibe dewletek demokrat, divê berî her tiştî beraja hilbijartinê bê rakirin, erkên serekkomar kêm bibin û Tirkiye derbasî sîstema eyaletan bibe“ filan û fîstanê sor.

   Ê de yabo Xwedê lotika te jî qebûl bike rebbî! Hema sîstema eyaletê û sed carî sîstema eyaletê….Bi namûs hûn bi van derewan neçûn cunnetê!

Romanan dev ji kaxezan berda

Silêmanê Qereçî-03/03/07-Bûdapeşt-

Hunermend û hunersazên Romanyayê êdî nema kaxezan bikartînin û pêşeroja hunersazîya xwe di çerm û bedena jinê de dibînin. Îcar ew li herderê wêneyên xwe li ser bedena pîrekan dineqişînin. Hunersaz mîster Kolo Monaro ji me re got ku,"Mixabin ku di hemdema me de jin û bedena jinê bûye bazarek mezin. Heger jin di piyasê de tunebin wê bazar bisekine û gellek sazî û şîrket li pataxê kevin. Em jî mecbûr man xwe li gor bazarê bihûnin û wêneyên xwe li ser bedena jinê pêşkêşî bazarê bikin.Bila jin li me biborin. Yan divê em ji birçîna bimrin û yan jî divê em jî wek xelkê çavê xwe ji hinek tiştan re bigrin" filan û bêvan.

   Werhasil canim, dibêjin hunersazên Kurd jî nêta xwe li van kaxezên nermik û germik xerakirina allahwekîl! Li ser bextê xelkê be rebbî..Xêr û guneh di stuyê Çavûşesko de be.......

Enqere paşûpê vegere!

Ehmed Beyan-03/03/07-Enqere- Dibêjin “masî ji serê xwe gennî dibin”. Yan jî, “Ciyê ku agir lê nebe dûman jê hilnayê” Îcar ev jî mesela me û Tirkan, mesela me û hinek malperên Kurda ye.

   Xuyaye hinek ji me Kurdan baytextê Tirkiyê Enqerê wek navenda demokrasîyê zanîbûn. Yan jî di xeyalên wan de Enqereyek demokratîk hebû. Weke ku ji xwe re tiştek nû dîtibin, yan jî ji xewê veciniqîbin, dibînin ku Enqere mak û hêlîna nîjadperestî û jehrbarandinê ye.

   Kuro lawo ma kengî Enqere bûye paytextê mirovên medenî? Ma fesadî, zinêkarî, lotik û pehîn hemi ne ji Enqerê derdikevin cîgerlerim?   

   Werhasil, em meselê zêde dirêj nekin, yan na wê dîsa hinek bêjin:”Yabo ma em newêrin tirekê bikin te nerî Lotikxanê bi me veda û lotikek li me xist” filan û fîstan.  

   Neyse canim, em bên ser mijara xwe û Enqerê. Dibêjin nîjadperestên li Enqerê bûne wek “ moz û kermêşan” û ha ha bi xelkê vedidin. Li ser trimbêlên xwe dinivîsin “Ya Turkum diyeceksin, ya defolup gideceksin” (Yan tê bêji ez Tirk im, yan tê bicehimi û heri). Erê lo, çi lotikek xweş ne wilo? Ê lawo em jî dibêjin:”Ya Kurdum diyeceksin, ya bû xiyari yiyeceksîn” tamam mi lan!

Kesî lotikek li vî kûçikbavî nexist, way liminnnnnn!

Serdar Mirad-03/03/07-Amed- Qeymeqamê Pasûrê (Qulpê), Mûstafa Altinpinarê kûçikbav îcar jî azana bi Zazakî li Kurdan qedexe kir û ferman da ku xelk bi zimanê çeqel û keftaran azanê bixwînin.   

   Altinpinarê ku berê jî kîna xwe li himber Kurdan vedirşîya, bi vê helwesta xweya dawî Kurd bera ser dêya xwe dan û dîsa nîjadperestîya xwe eşkere kir.

   Werhasil, xwezî bi wê rojê ku hinek xêrxwaz destê xwe di ser serê wî re bibin û pêş vî bikin bê azan çawa tê xwendin û hew!   

   Qralîça Hollandî bi stewrî hat û bi stewrî çû

 

 Farûqê Devliken-02/03/07-Mêrdîn-Qralîça Holandî jî berê xwe da Tirkîyê ji bo lotik û xwekişandinê…

   Xuyaye li welatê wê mêr nemane…

Ma ewê çawa bimîne loo! Çarsed sal berê gava Osmanîyan tevî laleyên xwe berê xwe dan wir, ma nizanîbûn wê av here bin qûnên wan? Çê û xweş bû!...

 Lê çi pere!

 Ha welatê wê, ha jî cîyê ku hatîyê, bawer bikin, tu ferqî nîne.

   Ku mîza Ahmed Necdetko derman bûya, ewê ewil li birîna xwe kiribaya!...

Hey porkurê, tu dibîne zurîyet bi dû neketîye, tu di nav nivînên wî de ji êvar de heta sibehê bide lotikan, tê çi ji xwe fêm bike û nede lotikan te çi ji wî fêm bike?        

       (Dewamê wêne bitikînin)

Hem kokaîn hem îsota sor, ya starrrr!

Mihemed Millî-02/03/07-Ruha- Lotikvanê mezin, nîvKurd û tamTirkê lehmecûncî Îbrahîm Tatli(ses) di rojnama Posta de pirsên Şenay Dudek bersivand û li xwe eşkere kir ku wî 4 salan kokaîn kişandiye pozê xwe.

   Wekî din ew dibêje:“Bi sê telaqên jinberdanê min heta niha vîagra bikar nanîye, ez di şûna vîagra de îsotên sor dixwim. Heta niha gellek jin ketine jîyana min lê bi telaq ez tucarî evîndarê kesî nebûme. Tenê em bi lotikan çûne hev û hew“. 

   Îbo bi berdewamî şîretan li zarok û nifşên nuh dike û dibê:“Heçê namûs û xîret pêre hebe kokaînê nakşîne“ filan û bêvan. Halla halla! Heger mesele mesela namûs û xîretê be, xuyaye di wan çar salên ku wî kokaîn kişandiye ew bênamûs û bêxîret bûye bavo, yan na?

   Estexfurullahilezîm, ya rebbî em dîsa vê roja xêrê gunehkar bûn haaa! Xwezî ji mîrê keremê re heçê derewek bikira bigota „tirrrrrrrrrrrrr“ û tirek bikira û hew!

Meaş çû divê derpî ji xwe bikin

Gulistan Bişêrî- 02/03/07-Batman-Berî çendakê çend şagirtên dibistana qeza Kozlûxê wêneyên bi rengê kesk, sor û zer çêkiribûn û ev wêne li ber çavên midurê û dibistanê Guven Bal û du alîkarên wî bibûn wek ala Kurdistanê û ziravê wan qetandibû. Werhasil, zarok sê rojan ji dibistanê hatibûn bidûrxistin û malbatên zarokan jî serî li şaredarîyê xistibû.

    Piştî lêkolîna Mufettişên Midurîyeta Perwerdeya Netewî ya Batmanê, biryar hat dan ku midurê dibistanê û herdu alîkarên wî mehekê meaşê xwe nestînin. Îcar li derûdorê tê gotin ku, “Heger rebenan meaş nestînin wê ji birçîna bimrin. Yan jî mecbûrin derpî ji xwe bikin û ji xelkê herêmê gon bixwin heta ku karibin zikê xwe têr bikin” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, rengê kesk, sor û zer doxîn li mamosteyên Tirk sist kir û agir bi nav lingên wan xist. De ser xêrê be rebbî! 

Mafê insanan kirin tir ma dora mafê heywanan

Gulnaza Torî-01/03/07-Parîs- Endamên Rêxistina Mafê Heywanan PETA ji xwe re kirine adet ku di her çalakîya xwe de xwe şût û rût bikin û malê xwe derxin mazatê. Bi navê paraztina mafê heywanan ne namûsê dihêlin û ne xîretê, û di encamê de ferqa wan û heywanan ji hev namîne wesselam!

   Vê carê jî li Parîsê, di  defîla modeçêkerê navdar ê Îtalî Valentîno de endamên PETAyê xwe tazî kirin û ji xelkê re bûn qirdik. Wekî din li Flîpînê jî dîsa xwe tazî kirin û di dêvla cil û bergan bi pelên xes ê (marol) sîng û arkunên xwe xemilandin.

   Werhasil, Xwedê aqilekî bide wan. Xaniman dev ji mafê mirovan berdaye û dane dû mafê heywanên wek Erkan Mûmcû û segên din..... 

Tu ji meclisa Tirkan kêm bû

 

 Hejarê Amedî-07/03/07-Amed-Lotikvana bejinzirav Şebnem Schaefer jî dixwaze di meclisa Tirkan de lotikan bavêje. Lê tiştê ez hêvî dikim ku Şebnem xiyarê kurdan tam kiribe ji ber ku tam nekiribe ew jî dê wek Tansû û DYP dijminatiya Kurdan bike . Şebnem Schaefer tevî partiya DYP bûye. Ev Tirk karê wan bi serê ecêba ye ha ..yaho dikarin diya xwe bifroşin ji bo çend dengê zêde bînin. Keçê Şebnemkê,  lawo bi serê Mehmet Agarê pozmezin,heke kurdewarekî te nedabe ber lotik û zîtirkan naxwe tu hîna qîzî!

    Ez dizanim tê ne wek berendaman tevan sûndê bixwî , di sûndxwarinê de tuyê bêjî: Ez bi sîng û berê xwe yê merzonî , bi hebana xwe ya gilover, û laşê xwe yê masîkî sûnd dixwim ku ezê tucaran sing û ber û bedena xwe ji hemû lotikvanê meclisê re negirim, kî dixwaze bila were em lotikan bavêjim! ….Niha barê ku dikeve ser milê xortên kurdan ku yek xwe bighîne Şebnemê û wê tametîşkî bike da ku dema ket meclisê di bin çavan re me jî bibine

    Û bila Hisênkê Omerî jî stranekê xwe diyarî wê bike û bêje: Şebnemê Şebnemê hewara xwedê Şebnemê, în û lehd û sêşemê hewara xwedê Şebnemê, îro mêvanê temi hewara xwedê Şebnemê û hun sax…!

         

Di nava modelan de moda nû:

Zikê xwe binepixîne, tazî bike, zarokan çêke û paşê bizewice,

 

 

G.Ç/Lotikxane: 06/03/07-Mirov ji van modêlan ecêpmayî dimîne. Çi bikin xweş xeber e, normal e. Em nema li tiştên normal dipirsin. Mirov difikire û dibêje: Gelo ji wan re tiştên ne normal çi ne?

Fermo li Eva Herzigovayê binêrin. Wê xwe ji Gregori Marssiajî hemile hişt. Piştî ku xwe nepixand, tazî derket pêşiya kamera, wêneyên wê yê tazî li cîhanê belav bûn û di du kovarên navdar de bû ``zeriya bergehan``.  Pêşî xwe tazî dike, paşê qise dike:

Ez dixwazim neh deh zarokên din çêkim. Lê zewac qet nayê bîra min, û ez naxwazim bizewicim.

Bêwijdanî ewqas jî nabe! Mirov şeş-heft zarokan çêdike. Beranê Gregorî qûnek dike, tiştekî tê de nahêle. Piştî ku teslîm bû, ji nû ve qala zewacê dike. Ma niha dema wê ye ku tu qala zewacê dikî!

Eva Xatun bi derketina li hemberî kamera pir kêfxweş dibe. Li hemberî wê ye ku malê xwedê dayê de, ji evdan veşêre.

Tiştê ku Eva xatunê dike, ecêb in, lê em rojnamevan mecbûrin ku wezîfa xwe bikin. Lê guhdarî bikin, li ser bingeha azadiya ramanê dîtina wê jî, di gel xweşikbûna wê biweşînin.

 

 Agahdarî û lêborînek

Gelek nûçevan, dost û xwendevanên Lotikxanê hene. Berî niha hevpeyvîna birêz Fatma Savci ji me re hat şandin. Ji ber ku em Fatma Savci jî mîna dilxwazê Lotikxanê dibînin, hevpeyvîn yekser hat weşandin.

``Bibihure xwîşka Fatma, carna Lotikxane jî lotikan dixwe...``

Lotikxane

 

Şêr şêr gotiye, kûçik jî kûçik!

 

 Diyarî jibo hevalê min Şêro!...

Farûqê Devliken-05/03/07-Mêrdîn-Havalekî min heye; di nasnameya fermî de navê wî “Aslan” derbas dibe…

Bi kesayet û şexsîyeta xwe di nasnameya fermî de hilnayê...

Bêjeya “Aslan” ji bo wî pûç û vala dimîne.

Min gelek caran ji xwe re digot; “Yarebî ne heyfa vî xortî ku navê wî “Aslan”” e...

Her ku hevaltîya me pêş ve çû, têkilîyên me xurt û kûr bûn, navê wî yî fermî bêtir ez aciz kirim!...

    Şevekê li ser piştê min xwe li ser nivînên xwe dirêj kiribû. Çavên min girtî, lê mejîyê min vekirî bû. Ji dayikbûna Isa pêxember hetanî xuliqandina min, şoreş û bûyerên qewimîbûn yek bi yek weke rêzefîlmekî li ser qeyikekê xwe li pêlên mejîyê min dixist û ber bi avspîka çavên min ve diherikî, derbas dibû...

Berî ku qeyik di nav pêlên mejîyê min de alabora bibe (wergere), serê min kir zingînî!...

Şores! Şores! Şores!...

Şêro! Şêro! Şêro!...(Dewamê wêne bitikînin)

 

Yan Kurdistan yan neman!

 

Bêrîvan Al-04/03/07-Amed- Mala Xwedê ava be ku neteweperestên Kurd ji xewa giran şiyar dibin û li hêjayên Kurdistanê xwedî derdikevin. Kurdên bakur êdî li rastîya xwe vedigerin û ji wê alozî û sergêjîya bîst salan vediciniqin. Îro nifşek nû rabûye ser xwe û bi hestek Kurdistanî xwedî li hebûnên xwe derdikevin. Nîşana vê yekê xwedîlêderketina serokê nemir M.Mistefa Barzanî ye ku êdî li bakurê Kurdistanê bûye rastî û hezjêkirinek bêhempa.

   Li Amedê çend komeleyên Kurdî hatin ba hev û xwestin M.Barzanî bibîr bînin. Komela Huner û Kultura Çira ya Amedê, Însîyatîfa Partîya Kurdistanê û Komela Ehmedê Xanê bi minasebeta salvegera koça Barzanîyê mezin xwestin li Amedê Barzanî bibîr bînin. Qederê 300 kesî li devê derîyê salonê civiyan lê mixabin cewregurên Tirk tirsiyan û nehiştin ew bi serbestî lotikên xwe bavêjin. Piştî xirecirê di navbera herdu alîyan de arbede derket, hinek brîndar bûn û qederê 10 kesan jî hatin girtin. Werhasil, li ser navê hersê sazîyan berdevkê Însîyatîfa Partîya Kurdistanê Gazî Taş axavtina xwe kir û îmana Tirkan teneke kir.

   Gazî Taş behsa girîngî û mezinahîya Barzanî kir û tirs xist dilê çeqel û keftarên dewletê. De dîsa mala Xwedê ava be ku îro di dilê Amedê de 300 Kurd bêtirs diqîrin û dibêjin “Yan Kurdistan yan neman!” û bi ruhek neteweperestî ji nifşên nûhatî re dibin nîşan û çira pêşerojê. Ma ka ji vê mizgînê xweştir?

Ji Hewlêrê heta Antalyayê lotikên hewayî

Dilcan Îzol-04/03/07-Antalya- Tê ragihandin ku wê di navbera Hewlêr û bajarê Antalya de balafir herin û bên û tûrîstên Kurd bikşînin Tirkiyê. Şîrketa Affan Aîr a bi sermaya Tirk dixwaze ji 25ê meha Nîsanê û pêde dest bi kişandina tûrîstên Kurd bike û wan bîne ber berav û derya Antalyayê.

   Serokê Rêvebirîya Affan Aîrê Şêxmûs Ozkan dibêje ku “Ev qederê salekê ye Affan Aîr li Kurdistanê çalak e, heger Xwedê bê erê emê ji 25ê meha Nîsanê û pêde tûrîstan ji Hewlêrê bîfirînin Antalyayê. Mebesta me ev e ku em bi vê kirinê bibin alîkarê tûrîzma Tirkiyê” filan û bêvan. 

   Ozkan radigihîne ku heger karê wan baş bimeşe ewê di navbera Hewlêr û Stenbolê de jî xeta hewayî têxin jîyanê. Werhasilî kelam, xuyaye karê tûrîzma Tirkiyê baş nameşe. Dîsa bar ket ser pişta Kurdên reben. Dibêjin wê hefteyek seyrana Antalyayê bi 2 hezar dolaran be. Helbet hertişt di nav de ye. Heta bi jinên wan jî haaaa! Ma ne xêra Xwedê ye heyran? Hem seyran hem lotik, oxxxxxxxxx!

   Ji xwe Kurd doxînsist in, te nerî ji dermanan re yekî nêr li Hewlêrê nema allahwekîl, kî zane! Kuro ev jî ne siyaseta “nermkirin û germkirinê” be bavo?

 

Bi navê kovaniya ku di dilê me teva de her maye

 

 

  Husên Ehmed

Wergerandin:-Arşek

 

03/03/07-Amûdê-Hey rêwiyê riya dûr bavê Kawa! Ev roja te dûrketinek dûdirêje. Birînên kovaniyê di dilde şîn dike.

Mina çirûskekê tu ji dilê me û ji dilên hevalên xwe yên dilsojne diyar bû (winda bû) 

-Ev henteşa gelêrî boy te,zêmzirek çiqas bala ye.

Dibe ku me li bîranînan vedigerîne

Li ciyê govahiyê bi xwe ji me re (goristana Qidûrbeg) an jî çiku me hindekî li nivênên me yên bîrî kirinê , di vê dema (Rozgara) kovîtiyê de gelî hezkerên bavê Kawa neçar û mest nemînin mat nebin. Çiku em tev de cangoriyên azadiyê ne ta ku tilên me di çakiya wê de ta vê rojê çikilandî be û hîn jî dilên me mîna koviyên bejan …Daman û bobelat xure dilahfirînin her çawa tu ji me dûr ket û koçberiya te ya dawî û herî keç…hevalên te yên kovan ji hevbanga (Celadet Bedirxan ya reweşenbîrî) tev de darbesta te ya melahîmî paqij radimûsîn.

   Li vir, di Amûda şewat û pakrewanan de, û sersaxiyê didin şûniya xwe û Kurdan

Hey nediyar li min bibûrîn, bedewo ez di nebûna te de ji axavtinê re weriya dimînim. Ev nebûna kotekî dibe ku çima em kurên bejên şaşin, an kurên Cezîra ku deştî kuştarên bobelata wê bê tixûbin.

   Giranbuhayê me ,dîmenê wê henteşa siyan warkirina te di riya bêjeyên şêrîn û bi gal dan di derbarê şûniya te de giriyên me bi me jibîrkirin.

De razê buhayê me, di wê siyana bi rûmet de li nêk pakrewanên 12 avdarê li Qamişlokê de razê! Azad û pişterast û bi aştî razê!

Giyanên we li çîmenên mihreyê vekalin û vewesin.

 

Ha wilo qurban, ”Tifaq ez li ser rizaq!”

 

Polat Erdem-03/03/07-Izmîr- Mala Xwedê ava be rebbî! Êdî siyasetmedarên me behsa yekîtî û tifaqa Kurdan dikin û li himber hev germ û nerm diin.

   Li gora kovara Tempoyê dibêje, dibêjin Serokê HAK-PARê Sertaç Bûcak di derbarê êrîşa li ser Kerkûkê de gotiye:”Bi sê telaqan heger Tirkiye êrîşî ser Kerkûkê bike emê dakevin kuçe û kolanan û emê lotikên bêîman bavêjin derûdorê. Emê mafê xweyê demokratîk bikarbînin û kolanan serûbinê hev bikin. Helbet ezê jî dakevim kolanê haa” û îmana Tirkan çikandiye.

   Ji alîyê din kovar dibêje Cîgirê Serokê DTP Sirri Sakik jî gotiye:”Ger Tirk û Turkmen meriv û xwedîyên hev bin, Kurdên bakur û yên başûr jî xwedî û merivên hev in, Ger mudaxeleyî Kerkûkê bê kirin wê Kurdên Tirkiyê qebûl nekin” û dîn û îmana Tirkan teneke kiriye.

   Kuro hûn her bijîn! Bi namûs heta em Kurdên bakur yekdeng û yekdest nebin, emê nikaribin tirê ji van Tirkoleran berdin û hûn sax! Xwedêteala gotiye:”Tifaq ez li ser rizaq!” Ango; ”Bi tifaq bin ez bi we re!” De ma Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî ku em berî mirinekê yekîtîya Kurdên bakur jî bibînin û hew!

Jı me re çi zilamê kê ye ewladim?

Cemîlê Çargurçik-03/03(07-Swêd- Xuyaye Kenan Evren tirên qirase ji Tirkan berdane ku di vê demê de heçê radibe li ser wî xwedêjêstendî dinivîse.

   Niha jî nivîskar Nazim Alpman lotikekê li Kenan Evren dixe û wî dide ber şeq û pegan. Alpman di gotara xwe de balê dikşîne ser “zilamtîya” Evren û dibêje ku “Ew zilamê erkê”ye.. Alpman balê dikşîne ser pêşveçûnên başûrê Kurdistanê, gotinên Wezîra Derve ya Amerîkayê Coonzeleezza Rice ku gotibû “sînorê Tirkiyê û Kurdistanê”, gotinên Serokê DTP ê şaxê Amedê Hilmî Gundogdû û gotinên Kenan Evren. Hemiyan tîne cem hev û jê derdixe ku Kenan Evren zilamê Amerîkayê ye û bi gotina Amerîkayê behsa eyalet û federasyonê dike.

   Alpman dibêje:”Di salên 1980î de çawa zilamê Amerîkayê bû, îro jî zilamê wê “erkê” ye” filan û fîstan.

   Yabo bi telaqê Amerîkîyan, Kenan Evren zilamê kîjan qulê dibe bila bibe, lê xwestina sîstema eyaletê wek cewahir xweşbû haaaaa! Her çiqasî Kenan Evren qûnekekî dera han be jî, lê bi namûs lotika wî lotikek ademî bû û xelas! Lan Nazim efendî, ji me re çi ew zilamê kîjan erkê ye cîgerim?

 

Serî li Mirad Ciwanê Netkurdê gerandin!

 

 Girdoyê Stilîlî-02/03/07- Stockholm- Berpirsyar, serkar û sernûserê malpera Netkurdê rêzdar Mirad Ciwan ji ber nebûna karta rojnamegeriyê li ber derî ma! Kîjan derî? Deriyê wezareta swêdiyan!

   Doh (01/03/2007) li Stockholmê, ji bo guhdarîkirina konferansa rojnamegeriyê ya wezîrê derve yê Swêdê Carl Bild û wezîrê derve yê Iraqa kambax rêzdar Huşyar Zêbarî, Mirad Ciwan jî xwe dabû nav koma rojnamegeran û li ber derî sekinîbû. Neyse, îzbandotên swêdî piştî ku rojnamegerê Lotikxanê ê bi du kartan berda hindur, Mirad jî karta ku mirov çawa kompîter bi kar dianî pêş tirtirên polîsan kir. Polisan jî ew bi wir de çeng kirin.

   Îcar ew çawa rojnamegeriye ku hîn karta wî a rojnamegeriyê tuneye, û xwe wek rojnamegeran jî bi me dide naskirin! Ê helbet wê tunebe, ma cenabê wî gelo çend zanîngehên rojnamegeriyê xwendibûn?

   Dîsa neyse, di dawiyê de rojnamegerê Lotikxanê Nanxwirê Cilqetên, kamereya Mirêd ji dest digre, çend sûretan jê re dikşîne û wî dişîne mala wî.

   Xwendevanino, bi telaq xilafî di van gotinan de tuneye û hew!

 

Dîsa lotik avêtin hev

 

Zinar Qelemşûr-02/03/07-Stenbol- Bi serê min û we Serokwezîr Erdogan û Serekerkan Buyukanit bûne wek mişk û pisîkê û wey li wî ku lotikekê li yê din xe.

  Berî bi çendakê Buyukanit gotibû:”Serokeşîrên başûr alîkarîya PKK dikin, nabe em bi wan re li hev rûnên” û derzîyek di hikûmeta Erdogan rakiribû. Îcar xuyaye ev derzî li zora Erdogan çûye ku radibe dibêje:”Çiii? Buyukanit li ser navê xwe derewan dike, ew ne gotinên artêşê ye. Ma wê yekî wek min Kasimpaşalî bixapîne, keko brawooo!” û şûjinek di Buyukanit rakir.

   Îcar xuyaye şûjina Erdogan Buyukanit pir êşandiye ku rabûye beyanek daye û gotiye:”Keko brawo, ma ezê vê tirê ji Recebo re bihêlim kuro, i ihiii! Bi telaq gotinên min temamê artêşa Tirk girêdide, waweylê” û xincerek li nav şeqê Erdogan xistiye.

   Werhasil, Erdogan jî dibêje:”Ez virde wêde nizanim, Sazîya Ewlekarîya Netewî (MGK) biryar daye ku em dîplomasîyê bikar bînin. Naxwe ev çi zîtirkên Buyukanit in babam” û li ser dûvê xwe rûniştiye. Neyse canim, yek kêr e yek penêr e. Xwedê bikim hevdu bikin piçik û parî û hew!

Evreno bû qeşmerê qeşmeran

 

Şêxbat-02/03/07-Nisêbîn- Peppûkê Kenan Evrenê Arnavût di jîyana xwe de carekê rastîyek got ew jî bû bela serê wî û bû qeşmerê qeşmeran. Kenan Evrenê ku qesasê serê bi hezaran şoreşger û Kurdan e, vê dawîyê tirsa mirinê pêre çêbûbû û xuyaye li kirinên xwe poşman bûye. Lê êdî fêda mirinê ji ecel re tuneye û poşmanîya talî fêde nade kesî.

   Wek hûn zanin,berî çend rojan Kenan Evren gotibû:”Divê Tirkiye sîstema eyaletan têxe jîyanê. Ji Kurdan netirsin ew venaqetin. Divê DTP jî têkeve meclîsê” filan û fîstan. Orgeneral Kenan Evrenê ku di dema 1980î de heta bi kevir û lat û zinaran jê ditirsiyan, bû qeşmerê hemwelatiyên xweyên Trk û kesî guhdarîya gotinên wî jî nekir. Bi serde henekên xwe pê dikin û dibêjin:”De kuro mêrik xurufîye, hingî di malê de sûret û tabloyan çêdike nema zane çi dibêje” û wî didin ber lotik û pehînan.

   Îcar zêdebûna ser kezebê ew e ku Serokê Sendîqeya Karkerên Tenduristîya Tirkiyê Mûstafa başoglû dibêje:”Ji acizîya canê xwe Evren van gotinan dibêje. Bi ya min dike bila bizewice û ji vê tenêbûnê xelas be. Yan na sibê dusibê ewê serxwebûnê jî ji Kurdan re bixwaze” filan û bêvan.

   Îcar li ser bextê xelkê be, dibêjin Kenan Evren jî bersiva wî daye û gotiye:”Başe qurban, wî çaxî dê yan jina xwe li min mehr bike ku ez lotikên beredayî navêjim, wîî!” û doza namûsa Mûstafa Başoglû kiriye.   

   Werhasil, kî bazdide ser namûsa kê em nizanin, lê xuyaye wê pirsgirêka Kurd namûsê bi Tirkan re nehêle wesselam!

 

 Tu jî Gulsosinekê Diyarî Baxçê me Bike

 

 02/03/07-Wan-Ev nêzîkî şeş mehan e bi boneya pêşxistin û parastina zimanê kurdî, bi navê ‘KURDÎ-DER’ (Komeleya Parastin û Pêşxistina Zimanê Kurdî) me komeleyek ava kiriye. Navenda komeleya me li Amedê ye. Niha me li Wanê şaxê komeleyê vekiriye.

   Me di nava komeleya xwe ya şaxê Wanê de bi navê ‘Pirtûkxaneya Feqî Huseyn Sagniç’ pirtûkxaneyek ava kiriye. Armanca me ew e ku ev pirtûkxane li herêmê bibe arşîveke navendî ku her kesê bixwaze lêkolîn bike ji vê arşîvê sûd wergire. Ji bo ku ev armanca me pêk bê em ji hemû derdorên baldar piştgirî û alîkarî dixwazin.

   Me bi avakirina vê pirtûkxaneyê xwest baxçeyekî ji gul û nesrînan biçînin. Şandina her pirtûkekê dê bibe gulsosinek di baxçeyê me de. Em hêvîdar in ku dê baxçeyê me ji gol û sosinên we rengîn bibe. 

Ji niha ve ji bo piştgirî û alîkariya we em gelek spas dikin.

 

 Qahir Bateyî

      Serokê  KURDÎ-DER’a Şaxê Wanê

 

Navnîşan          : Cumhuriyet Cad. Öz-Gül Center İş Merkezi K. 3 No: 3  Van

Tel                   : 0432 215 64 57

GSM                : 0536 509 65 37 

E-Mail              : kurdiderwan@hotmail.com

 

Heqaretê li doltajî û partîya wî dikin, heheyyyy!

 

Sîpan Nas-01/03/07-Stenbol- Serokê partîya ANAPê, zirtajîyê xwînheram Erkan Mûmcû, piştî ku gû xwar û heqaret li Mesûd Barzanî kir, ket ber lotik, cotik û pehînên derûdorê û çend qiraseyên baş ketin wî û partîya wî.

   Îcar bi ser halan de doltajî Mûmcû rabûye dibêje:”Ez qebûl nakim ku hinek dibêjin ez û partîya xwe dijminatîya Kurdan dikin. Ev heqaret e. Hebe nebe ev ji bin serê Lotikxanê derdikevin. Ji xwe piştî ku Lotikxanê ez kirim kurê dêlê, êdî îtîbar û qedr û qîmetê min bû pênc pere û heçê min dibîne dibêje qey birastî ez bîjî ewladê zinê me” filan û fîstan. 

   Ê kurê min, te ya xwe got û me jî ev tir ji te re nehişt. Îcar tu qûnektîya xwe wek heqaret dibîni, wek dijminatî dibîni, wek “seksa romantîk” dibîni ew mesela te û partîya te ye, okey! Lê tiştekî tenê zanibe xiyaro! Zanibe ku heger piştî vê seetê Kurd di nava partîya te de bimînin û bidin dû qûnekekî mîna te, ji te bêxîrettirin û hew!

 

Kî dibêje dîroka Tirk nîne ew xwe dixapîne!

 

Can Şeker-01/02/07- Li ser gotara kurê dêlika Asena Erkan Mumcu min xwest ku ez ji we re secera wî diyar bikim. Ma kê/kî gotiye ku çanda Tirk tune? Ez karim li vir sê (3) xalan diyar bikim.

 

1. Qimiz: Qimiz vexwarinek serxweşiyê ye, mey a ku ji şîrê mankerê tê çêkirin. Tirk bi serbilindi wê meyê wek afirandinek xwe ya herî mezin dibinin. Dema ku Tirk vê meya ji şîrê kerê vedixwin aqil maqil di serê wan de namîne. Û wê şevê ew tevî kê radizên diyar nîne. Ji ber wê yekê jî kî ji kê ye ne diyare di nav vî xelkî de. Esil û fesil ji wan re ne xem e.

 

2. Asena: Asena dêlikek ji nijada seg ango nîjada kûçikê ye. Tirk bi serbilindî vê dêlikê wek dayika xwe dibînin. Heta jê re sejde dikin. Wêneyê vê dêlikê bi serbilindî wek flama, al, li mal û dikanên xwe dadiliqînin. Di dibistanên xwe de  bi zarokên xwe dirok û mitolojiya dêla Asêna didin jiberkirin. 

 

3. Kon: Ji bo ku haya Tirka ji şaristaniyê tunebûye û gelekî yabanî (hov-dirinde-wehşî-kovî) bûne, nizanibûne xanî û malan çêbikin lê belê çanda wan ya kon gelek xurt e. Mînak; dema ku mêvanek bihata konê wan divîya xatuna wî konî (malê) heya (namûsa) xwe şanî mêvanê xwe bida. Heke mêvan bi qedr û qimetbana wê şevê xatûna wî konî bi mêvan re radiza.

 

Îcar kî bêje dîroka Tirk nîne ew xwe dixapîne û agir bi mala xwe dixe û hûn sax!.

Mêrik navbera xwe û Xwedê xweş dike, wey berazo weyyy!

Nazenîn Dilşa-01/03/07-Izmîr- Em û kevneberazê Arnavût Kenan Evren cîranê hev in. Em li Izmîrê û ew jî li Marmarîsê dijî. Lê mêrik niha dixwaze barke bajarê Izmîrê û bê di nav kevnegeneralên hevalên xwe de, li taxa Balçova yan Narlidereyê bijî.

   Kenan Evren zalim kurê zaliman bû. Serokê derbeya eskerî ya 12 Îlona 1980î bû. Wî çaxî şûr simbêlê wî nedibirî, ne Xwedê nasdikir û ne Pêxember. Lê xuyaye her ku insan pîr û kal dibe tirsa mirinê û axretê dikeve dilê wî û li kirinên xwe poşman dibe. Meselen piranîya zinêkar û tolazên sosyeta Tirkan piştî têr gon dixwin û doxîn li wan tê kabokê, îcar tobe dikin û berê xwe didin Heca şerîf. Ji wan weye ku ewê ji gunehên xwe bên şûştin û herin bihuştê.

   Îcar ev jî mesela me û Kenan Evrenê beraz e. Evrenko niha di 90 salîya xwe de dibêje:”Devleta Kurd ava bûye. Divê em nekevin Kerkûê. Divê DTP jî têkeve meclîsê, Heger Leyla Zana bixwaze min bibîne ez karim pêre bêm cem hev. Di pêşerojê de dibe ku sîstema Tirkiyê bibe sîstema eyaletan (federasyon), gava mafê Kurdan jî wek ê min bin ewê ji Tirkiyê veneqetin” filan û fîstan. Yaaaaa!

   Evrenê ku di xortanîya xwe de namûs li Kurdan dikir bexdûnis, îro radibe gunehên xwe dadiweşîne û dixwaze pê Kurdan û Xwedê bixapîne. Kuro bi hersê telaqên Îbrahîm Tatlises, tu Kurdistanek serbixwe jî biparêzi êdî çare tune û hew! Dilê xwe bi bihuştê xweş neke, zebanîyên cehnemê li bendî te ne allahwekîl!

 

Pirça serê Seleh Bedredîn weşandin..

 

Tacdîn Baran-28/02/07-Elmanya-Belê, wek hûn zanin, di navbera nivîskar Zinarê Xamo û lotikvan Seleh Bedredîn de şerê qelemê destpêkiriye û ha ha hevdu sor dikin.

   Zinar di nivîsa xwe de gotibû:"Seleho gramera Kurdî nizane, wek trimbêla bê frên li nivîsê diçe û bêyî ku xal, dabir, bêhnok û kevanê deyne, li ser 250 kîlometroyî trimbêla xwe dajo" filan û bêvan.

   Îcar, xuyaye ev li zora Seleh Bedredîn çûye ku wî jî bersiva Zinarê Xamo daye û (haşayî Zinarê Xamo) ew kiriye "guhdirêj", yanî ker!

   Em zêde dirêj nakin. Îcar, Zinarê Xamo, Qado Şêrîn û Sîrwan Hecî Berko bersiva Seleh Bedredîn dane. Me jî xwest bê şirove nivîsên wan bighînin xwendevanên xwe. De hûn û ew li hev...(Wêne bitikînin û bersivên wan bixwînin)

Di 8 salîya xwe de zik lê bû meşk!

 

Rozê-27/02/07-London- Connor McCreaddîe 8 salî û 89 kîlo ye. Peppûko hingî bi devê xwe nikare, hema çi bibîne davêje devê xwe û ji niha ve zikê xwe kiriye wek meşka koçeran. Dê û bavê wî gellekî jê hez dikin. Lê rebenan ji ber ku kurê wan 89 kîlo ye, nikarin rahijin wî û wek insanan pê şa bibin.

   Dibêjin carekê bavê wî rahiştiye wî, metrokê meşiyaye, tam  25 tir berdane û pişta wî ketiye ber, pişt lê xûz bûye. Werhasil, niha pisporên qelewbûnê li dora rebenê Connorê heşt salî kom bûne û her yekê ji xwe re stratejî û planên guhertina Connor dikin.

   Îcar heyran, hay ji zaroên xwe hebin û nehêlin ew zêde binepixin. Yan na hûnê jî tir û fisan di bin wan de bikin allahwekîl! De hûn zanin!

 

Ambargoya bacanan destpêkir ma ya xiyaran

 

Diyar Baban-27/02/07-Hahabad- Serokkomarê Îranê Ehmedînejadê qamkinik dibêje:“Waweylê, waweylê, hûn namînin li ecêba kesanedî kuro,dijminên me ji ber programa nukleerê komployên navnetewî amade dikin. Meselen buhabûna bacanên sor (firingî, sorik, tomat) yek ji wan komploya ye. Dijminên me jibo ku xisar û ziyanê bidin me her cûre lotikan davêjin. Bi destûra Xwedê emê buhayê mirîşk û bacanan çareser bikin. Bila dijminên me zanibin ku em Îranî karin bi salan mirîşk û bacanan nexwin jî. Lê bila dest nedin xiyarên me. Em Îranî bê xiyar nikarin bijîn. Bi serê Hesen û Hisên xiyarên me ji programa nukleerê jî girîngtir e. Ji xwe jinên me li mahnakê ne, heger xiyar jî nemînin mala me çû mîratê“ filan û bêvan.

   Yaaaa! De ma Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî. Ambargoya bacanan destpêkir ma dora xiyar û tirozîyan. Ji xwe heger ambargoya xiyaran jî destpêbike, werin sînema Ehmedînejad, tewwwww! A baş bila ji niha de Bahman Gobadî xwe jibo kişandina flîmê „Xiyar jî karin bifirin“ amade bike û hûn sax!

 

s

Silavek û lotikek

 

Xwişk û brayên Lotikvan. Rehma xwedê li dê û bavê we bi, xwedê we bi dilê we şa biki rebî... Merheba ji we re xebatkarê lotikxanê.! Ez ciwan... Ciwanê Qoserê..Qosera Mêrdînê.Mêrdîna KURDISTAN ê...

   Temenê min hê hijdehe, ez dixwazim  ji xwe re hevalên ne Kemalîst, hevalên ku ji min bêhtir ji Tirkan nefret digrin, ji min bêhtir ji Ereban nefret digirin û ji min bêhtir ji Farisan nefret digrin bibînim, û ez fikirîm min ji we netewepersttir nedîtin. Dûrbi ji we rebî, min got bivê nebê wê Lotikxane alikariya min biki û ez rabûm min nivîs ji we re şand lê tu bersiv nehat. Min got çi bûye ji vana, ma qey topek li wan ketiye û mirine?

   Neyse, min dîsa şand ya soxî bersiv hat. Wûn saxbin, we bersiv da ew besî min bû.....  De ji min re hevalan bibînin ez qurbana we bim! Min ji van Tirkan xelas bikin. Ez di nav van bêbavan de genî bûme, bi serê we ji qehra wan ev 4 mehin min serê xwe neşûştîyi wey !

   De xwîşkino, birayên

Lotikxana delal, di pêş de ezê dîsa binivîsim.. Niha bi xatirê we, ez têm çavê biçûkan û destê mezinan.. Bijî Serok Barzanî, her bijî KURD her bijî  KURDISTAN....

Ciwan Berdil-05/03/07-Qoser

 

Nêçîrvan Efrînî-04/03/07-Swîsre-Xuyaye kêfa karîkatorîstekî Lotikxanê pir ji daxuyanîyên Şivan Perwer re hatiye, Karîkatorîstê me sê telaqên xwe avêtine û dibêje "Wê CD ya Şivan a nû ji heft daxuyanîyan pêk bê".

   Werhasil, helbet wê hozanê me daxuyanîyekê di vê derbarê de jî bighîne awira gelemperî. Çawa be sebra me nema bê daxuyanîyan tê allahwekîl!

Li vê ecêba kesanedî kuro!

Zinar Qelemşûr-04/03/07-Stenbol- Hûn zanin, bi namûsa mêrê berê, civaka tirk wek mirîşka gêj lê hatiye. Piştî ku Kenan Evrenê general sîstema eyaletan parazt, niha jî kevneserokê Klûba Sporê ya Fenerbahçe û karmendê Tirk Alî Şen xwedî li serxwebûna Kurdistanê derket û Kenan Evren derbas kir.    Serxwebûna Kurdistanê haaaa!!! Alî Şen di Fox TV (TGRT a kevn) de pirsên Korkmaz Karaca bersivan û got:”Heger ez serokê Tirkiyê bûma, berî herkesî minê serxwebûna Kurdistanê biparazta”. Alî Şen dibêje:”Meriv nikare ji rastîyê bireve. Li bakurê Iraqê avabûna Kurdistanek serbixwe li kara Tirkiyê ye” filan û fîstan.

   Allah û Ekber! Alî Şen û Kurdistanek serbixwe lawo!? Bi telaq îcar malik li Tirkan şewitî û hew! Heger yekî wek Alî Şen rabe serxwebûna Kurdistanê biparêze, bifikirin bê Tirk ketine çi halî?

   Êşa mirîşkan bi wan ketiye bavê min êşa mirîşkan, hayhooooo!

Lotikek bêîman li serokê xwe xist!

Sîpan Nas-04/03/07-Tirkiye- Hûn xirecir, lotik û zîtirkên navbera Serokwezîr Erdogan û Serekerkan Yaşar Buyukanit zanin. Di mesela hevdîtina bi serokên Kurdan re herdu sermezin bûne berberê hev û wey li wî ku yek li yê din siwarê.

   Vê carê jî Erdogan tiştê ku divê nehatiba gotin eşkere kir û lotikek li Serekerkan Buyukanit xist.

   Recebo got:“Serekerkan girêdayî wezareta min e. Yanî, ez pêl serê wî kim jî divê nebêje lam û cîm. Berî niha jî me bi serokên Kurdan re hevdu didît. Ma serokê îstîxbarata MÎT ê Emre Taner ne bi hay û destûra eskeran berî du salan çû Mesûd Barzanî dît? Bela Buyukanit lingê xwe zêde dirêj neke yan na ezê hîna gellek lotikên veşartî eşkere bikim haaaa“ û şûjinek di Buyukanit de rakir.

   Îcar niha temamê Tirkiyê meraq dike ka gelo wê Buyukanit bersivekê çilo bide Recebo. Werhasil, lotik lotik in. Ha Recebo li Yaşarko xist û ha Yaşarko li Recebo xist, ji me re her hewa xweş e!

Bûyerên meha çûyî

 

   Farûqê Devliken-03/03/07-Mêrdîn-1: Parlamenta Tirko civînek sergirtî lidarxist; ne wan tu tişt ji civîna xwe fêm kir û ne jî tu kesî ji wan û civîna wan... Lê tiştên di serê min de dehere û tê, gelo bira jî ew biryarên hatibûn pejirandin, ewê heta deh salan sergirtî bimînin?  

   Ez bi xwe bawer nakim; hezar û pêncsed derd û belayên dinyê hene; bêlomebe, em bê yek ji yên wê rojê di wê civînê de rûniştî, ji alî şeytên ve hat xapandin û bi qeşmerekî hevalê xwe re çû li derekê parîyek kerafî bi hev re xwarin û li ser wê xwarinê jî rê xwe negirtin, du qedeh araq jî bi ser xwe dakirin, ku çeqilkêf bibin û pêve, ewê bi xwe de nerîn û bi xwe nedin heyra? (Dewamê wêne bitikînin)

 

Fermo îstatîstîka meha Sibatê 2007

4.435.317

Lotikxane di 28 rojan de 4 milyon,435 hezar,317 carî vebûye

(Wêne bitikînin û bibînin)

) ) )

Ahmed Kurd xwe dayê

Av.A.Dîlan-03/03/07-Enqere- Serokê partîya DTP Ahmed Kurd piştî kongrê xwe tam daye doza Kurdî û destê xwe li masê dixe. Ahmed Kurd di televizyona CNN de pirsên rojnamevan Fîkret Bîla û Mûrat Yetkîn da û lotikên bêîman li dewleta Tirk xist.

   Ahmed Kurd got ku ”Wek ku Tirk dibêjin, Mesûd Barzanî destê xwe naxe nav karûbarên Tirkiyê, ew li Iraqê federasyonê xurt dike û nîşana vê jî şandina eskerên Kurd jibo Bexdayê ye”. Wekî din Ahmed Kurd dilê me rehet kir û got:”Li rojhilata navîn 40 milyon Kurd  hene. Divê her welat projeyên ku hemwelatîyên xwe kêfxweş bikin biafirînin. Bêyî ku daxwazên Kurdan bê fêhmkirin aştî pêk nayê” filan û bêvan.

   Oxyannnnnnn! Kuro bi namûs te bi van gotinan îmana Tirkan çikand û hew! Te dilê me rehet kir. Bila destê Zerdeştê Kal li pişta te be û tu sax! Kuro ma go ne wilo be Tirk biaqil dibin bavê min? Na bavooooo!

Wey li te bêmiradê!

 

A.Cahît Kiraç-03/03/07-Almanya-Jinek hebû şeş mêr kiribûn. Ji her mêrê wê jî zarokên wê çêbûne û her mêrê wî jî di wextên kin de mirine. Ji mêrê şeşan lawikekî jinikê çêbûye. Jinik bi mêrê xweyê şeşan re zêdetir jîyaye. Di dema mezintiya lawên wan de mêr miriye.
    Piştî mirina bav dê nexweş ketiye. Lawik dayika xwe biriye dixtor. Dixtor gava li dê nerîye, zivirîye ji lawik re gotiye:„Nexwaşîya dayika te nexweşîya dila ye, hewceye dayika te mêr bike“. Lawik li dayika xwe neriye û matmayî maye. Ziviriye ji dixtor re gotiye:“ ûûûûf, ma dayika min piştî heftê salî kare mêr bike efendî!“
   Dayik jî ziviriye ji lêwik re gotiye:“ ûfff û mirin! Ma tu ji dixtor rindtir dizanî qûneko?“

   Werhasil, jinik bi miradê xwe şa nebûye û têr lotik navêtine. Îcar ev jî mesela me û Tirkan e. Bi telaq wê Kurd nehêlin Tirk bi miradê xwe şa bibin. Bi dîn û îman Kurdan agir berdaye nav delinga wan lo, wîî!

 

Keftarê pîr

 

 Rodî Êzîdî- 02/03/2007-Holland-Di 28/02/2007an de li ber rojnamevanên rojnameya  Sabahê, zîtokvan û lotikvanê bi nav û deng, serokê Tûrkiyê yê berê Kenan Evren ( Keftarê pîr ) lotikek avêt

   Keftaro got ku “Tirkiye wek sîstemeke fedralizm pêwîste”  û ji 8 aliyan ve lotik avêjin û navên wan eyaletên yekbûyî anî zîmên; Stenbol, Îzmîr, Adana, Erzerom, Trabzon, Enqere, Eskîşehîr û Diyarbkir.

Wek nimûne jî çend dewlêtên ku sîstêma federasyonê bi cî tîne anî zîmên.

   Evren li ser vê yekê bersivên  pirsên rojnameya Tirkî Hurriyetê da.Evren ragihand ku “Ew tişt hizrên wî yên nû nînin. Lê belê,ji destpêka salên 1980î de weha dihizire û dî wê demê de ji zîtokek weha avêtibû”.

 Pêşiyên me berê gotine (Terya kûçik rast nabe ) îca keftaro, dema tu hê xort bû, te berate dixwar û gelê Kurd guh nedida te, ha ji faşîstbûna te hebû. Îca tu aniha bûyi berate, ma wê kî guhê xwe bide te kundir?

 

Bû qurbana çar lotikan

Hesen Almas-02/03/07-New York- Lawo wîjdan bi mirovan re nemaye allahwekîl. Insan hevqasî bûne mirîyê doxîna xwe ku karin jibo çend lotikên beredayî 50 sal zindan jî razên. Hoooowehhhh kuroooo!

   Dibêjin berî niha efserê hewayî Devery L.Taylorê Amerîkî bazdaye ser çar eskerên zilam û du esker jî bi nîvbrîndarî ji lotikên wî filitîne. Werhasil, piştî ku qûnektîya wî eşkere dibe, wî didin dadgeha eskerî û hakim tam 50 sal ceze lê dibire. Hem jî ewê di nava 20 salan de ji efûyê xêrê nebîne. Yanî, qûneko bû qurbana çar lotikên pênc deqîqeyî û mala xwe li ser navrana xwe kir.

    Îcar heyran, jibo Xwedê û Pêxember hay ji navran û doxîna xwe hebin. Wan bi hezarûyek girêkî girêdin ku hûn jî nebin qurbana lotikekê bavê min, wey!

Me naverok bidestxist!

Şaron Kurdok-01/03/07-Israîl- Strana ku wê li ser navê Israîlê di pêşbirka stranên navnetewî de bê xwendin kifş bû.

   Dibêjin Strana Pust The Button bi taybet li ser Serokkomarê Îranê Ehmedînejad hatiye ristin.

   Werhasil, me naveroka strana Pust The Button bidestxist. Me ew wergerang Kurdî û em pêşkêşî we dikin

Pust The Button:

 De Ehmedo de, pêl bişkokê ke

Arî û xwelî li serê xwe ke

Ava serê te va dikelînin

Wek mirîşka gêj emê’l te bînin

 

Heger me te girt wek mişk û pisîk

Tu mirîşka reş em jî soredîk

Emê serê te têxin kewarê

Li te rast bikin bi darê zorê

   Rastî tehle kurê min, ma hûn kengî hînî rastîya Kurdistanê dibin!

Av.A.Dîlan-01/03/07-Enqere- Ji berdê de dibêjin ”Rastî tehl e”. Her kes nikare rastîyê daxurtîne, her kes ne kurê bava ye.

   Xuyaye gotinên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tir ji Tirkan berdaye û bi bandora gotinên wî rayedar û siyasetmedarên Tirk nema karin têkevin nav nivînên jinên xwe.

   Bi taybet gotina ”Xwe hînî rastîya Kurdistanê bikin” wek mîkutekî hesinî li serê Tirkan ketiye û doxîn li wan sist kiriye. Wezîrê Edaletê Cemîl Çîçekê bejinnîvmetro rabûye li zora qûna xwe anîye û dibêje:”Jina min ji min berdayî be ne mimkine ku em hînî Kurdistana serbixwe bibin. Qebûlkirina Kurdistana serbixwe wek wê ye ku meriv yekî di ser jina xwe de bigre” filan û bêvan.

   Werhasil, Tirk sor bûne, har û dîn bûne allahwekîl! Her wê rojekê yekî di ser jinên xwe de bigrin, Îcar wê yekî Kurd be yan yekî Amerîkî be em nizanin!     

s© lotikxane 20-02-2006