Newroza we  pîroz be !

        Pêşketin aborî ye,

                 Aborî Kerkûk e!

 
Google

    

Arşîv                                                                     info@lotikxane.com                                                                            lotikxane@hotmail.com          

Bêwar Brahîm

Raperînek ji tîşkên rojê

Xecê Omerî

Peyamek

 

Gabar Çiyan

Rapora Mîtê ya Kerkûkê

Adil Dûran

Dilreşî

 

Lokman Polat

Edebiyat û dîrok

Bavê Ronahî

Bûka bixêlî

 

Lezgîn Şêxo

Zilamê mîzek

 

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-IX

Bavê Felek

Bê Xweda dibe bê xwedî nabe

B.X.Sirûcî

Nexweşîya me

Dilsotî

Peyva rast

 

                                                            Metelok:  Devê rovî negiha tirî got "tirş" e !                  19/03/2007   

Ma ji wilo pêde tazîbûn çêdibe xanimê? Waweylêêê!

Rojda Aydin-19/03/07-Stenbol- Hûn zanin, min bi xwe insan dîtin lê wek van Tirkoleran nedîtin allahwekîl! Ji zarokên wan bigrin heta bi pîr û kalên wan, ji zilamên wan bigrin heta bi jinên wan, tevde wek hev berdîberdan û zirto-virto ne.

   Meselen li lotikvana Tirk Zeynep Mansûr binerin. Zeynep Mansûra ku her roj xwe tazî, şût û rût dike û hema bêjin kes nemaye ku bera ser xwe nedaye, radibe ji rojnamevanan re dibêje:“Kî milyonek dolar bide min ezê xwe jê re tazî bikim“.

   De îcar yabo! Keçê lawo ma te tazîbûn û nixumandin hiştiye peppûkê? Tu her roj di bin zilamekî de zîtirkan didi, , xwe jê re şût û rût diki, qirûşekî jê naxwazi, xwe jê re diki wek mirîşka peritandî û niha jî dibêji:“Kî milyonek dolar bide min ezê xwe jê re tazî bikim“ filan û fîstan.

   Wile bavo te kir tirrrrrrrrrrrr! Keçê bi Xwedê ne milyonek dolar, em te bi qûna kurê xwe jî paqij nakin lêêê, wîî!

 

Esmera Adarê derket

 

Kovara Esmer hejmara meha Adarê derket. Esmera xwînşîrîn di vê hejmara xwe de rûpelên xwe ji malbata Bedirxanan re vekiriye.

  Wek hûn zanin, malbata Bedirxanan di dîroka Kurdistanê de xwediyê ciyekî taybet in. Bi taybet Mikdat, Kamûran û Celadet Bedirxan xizmetkarên çand û zimanê Kurmancî ne.

   De destê xebatkarên Esmerê saxbin rebbî! Xwezî bi wê rojê ku "Esmera Kurmancî" jî li kêleka "Esmera Tirkî" derkeve û hew!

Flîmê seksê kêm mabû ew jî li serê Kurdan kirin bele

M.Mistefa-19/03/07-Kurdistan- Tirk îcar jî dixwazin bi flîmên seksê Kurdan têxin xefikê û wan ji bîr û hizrên welatperwerî dûrbixin.

   Piştî rabûna qedexekirina zimanê Kurdî, niha jî filîmên VCD jî ketin piyasa Kurdî û her wiha yekem filîmê şehwaniya (erotîk) Kurdî jî di bazaran de cihê xwe girt.

   Filîmê bi navê "Xweşikiyên Kalekî" di salekê de li ser 100 hezaran hatiye firotin. Şerîkeya ku li herêma Enqerê filîmê "Xweşikiyên Kalekî" belav dike, di derbarê vî filîmî de wiha got: "Dema ku ev film derket bazarê di hefa pêşî de nêzîkî 25 hezar hat firotin". Derhêneriya "Xweşikiyên Kalekî" Metin Genç kiriye û listikvanên serekî jî ji hêla Yasemin Unlu û Nizam Çelik ve hatiye lîztin.

   Yekem filîmê şehwaniya bi zimanê Kurdî "Xweşikiyên Kalekî" rewşa kesekî ku hemû serweta xwe li ser şehwanî û doxînsistiyê feda kirîye dide diyarkirin. Di film de gelek sehneyên şadumanî û şehwaniyê derbas dibe û her wiha li ser VCD hatiye nivîsandin û şiyarkirin ku temaşekirina kesên ji 16 salan biçuktir qedexeye.

    Erê erê....Ji xwe Kurd miriyên doxîna xwe ne, bi namûs îcar wê derpî û şerwalên xwe jî bifroşin lo, wey!...De ya bi xêr.....

 

Ajda hejmar 2 derket

 

 

Kovara AJDA ji hêla şagirtên Kurd ku li Zanîngehên Enqerê dixwînin ve tê derxistin.

Ji ber ku piraniya van şagirtan ji Batmanê ne, kovar li Batmanê tê çapkirin û li piraniya bajarên Kurdistan û gelek metropolên Tirkiyê  tê belavkirin.

 

Di hejmara duyemîn a kovarê de çend nivîsar û hevpeyvînên ku hatine weşandin ligel nivîskarên wan ev in:

 

Dûanameyek ji Paşayê Keremê re: Merdan Newayî.

Kurtefîlm û xeyala min: Roza Kurd.

Gaston: William Saroyan.

Ez êzîdî me û ez ne kurd im: Cankurd.

Sê Bajar: Receb Dildar.

Dilo: Hemîd Dilbihar.

Stêrka Leyla û Mecnûn: Remzî Rojhilat.

Zarokên Hêviyê: Firat Dildar.

Bişkînin Zincîrê zordariyê: Ednan Yildiz.

Di bin siya keleşan de Şano: Aydin Orak.

Med Kartalı Ferwertiş (Teyrê Medan Ferwertîş) : Edip Bedirhan.

Dünya literatüründe ‘dengbêj’ (Di lîteratura cîhanê de ‘dengbêj’: T. Şahan Tarhan.

Salihê Kevirbirî ile söyleşi (Ligel Salihê Kevirbirî roportaj) : Mihras Tomasyan.

Bediuzzaman Saidi Kurdi: Azad Nur.

Xwedê da jinan, ew jî bûn xwedî Vîagra!

Leyla Barîn-18/03/07- Wek hûn zanin, hebên Vîagra bi taybet jibo zilaman hatibûn çêkirin. Vîagra lotik û zîtirkan li zilaman zêdetir dike û wan dike wek xortên çardesalî. Îcar hinek zanyarên ku li ser dermanê depresyona jinan dixebitîn, dermanek ku di mejiyê jinan de herêma “hezkirinê” dixe tevgerê bidestxistin. Vîagra jî di dema xwe de bi awayekî rasthatinî hatibû bidestxistin û roj li zilamên “nemêr” hilatibû.

    Li ser bextê pisporên Şîrketa Alman a Boehrînger be, dibêjin ev derman bandora “Afrodîzyak”ê li jinan dike û wan wek çêleka nav garanê har û dîn dike. Yanî, jinên ku hebek ji vî dermanî vexwin, ewê wek agirê cehnemê germ bibin û tam heftakê ji bandora vî dermanî xelas nabin.  

   Tê zanîn ku Vîagra berî lotikavêtinê tê stendin û bandora wê kin û kurt e. Lê zanyarên şîrketa Alman dibêjin ku bandora vî dermanê jinan tam heft rojan dajo. Îcar jin û şensê xwe! Heger di nava vê hefta ku derman vexwin de bi lotik û pehînan nemrin ji xwe Xwedê da wan û hûn sax! Xuyaye piştî girtina destûrê dermên, wê Şîrketa Boehrîngerê dermanê xwe di têxe piyase û bazarê.

   De ser xêrê be û çavê jinan ronî be rebbî, ma hema wê tim li zilaman rabe bavo, wîî!

  

 

 

Fransî çirtovirto derketin

Gulnaza Torî-17/03/07-Fransa- Fransî wek milletê herî har, milletê herî “ji doxîna xwe re sist” dihatin naskirin. Lê xuyaye dem û dewranê qoş li wan qetandiye ku êdî rebenan nema karin lotikan bavêjin û tirên wan di wan de bûne fis.

   Li gora lêkolîna ku vê dawîyê çêbûye, derketiye holê ku Fransî ji avêtina lotikan û ji seksê bidûr dikevin û wek keleşkofa zingargirtî li wan hatiye. Li gora lêklînê ji sedî 16ê wan dibêjin:”Me di nava sê mehan de qet lotik navêtine”. Kesên ku ji jîyana xwe dilşa ne jî dibêjin: “Em heftê du caran seksê dikin lê ew jî wek tenûra go bi tir û fisan germ bibe allahwekîl”.

  Li gora lêkolînê, Fransîyên di navbera 16-69 salî de di jîyana xwe de tenê çar jin û mêrî diguherin û wekî din her roj tirşika êvarî dixwin. Werhasil, Fransîyên ku berê wek golikên nava garanê şûm û zîtirkvan bûn, îro wek mirîşka ji hêkanketî li wan hatiye û fîşekên wan nemane.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin halî hazir ên ku herî zêde lotikan tavêjin Kurd in. De Xwedê cebilxanê ji ser Kurdan kêm neke rebbî! 

 

Dara serxwebûn û azadîyê  bi xwîna şehîdên Kurdistanê tê avdan

Helebçe ji bîr nekin!

 

Bê şirove

Komkujiya Helebçê şermezar dikim!

 

M.Nûredîn Yekta-16/03/07-Almanya-    Em îro gihîştin salvegera komkujiya bajarê Helebçê ku wek rûpelek reş, bûyerek bextireş di dîroka gelê Kurd de cihê xwe girtiye. Seddamê xwînmij, qatilê mirovatiyê di 16/18.03.1988’an de, bi çek û sîlehên kîmyavî ku ji dostê xwe yê wê demê Emerîka û ji alîkarên xwe yên Ewropa kirîbû, komkujiyek liser gelê me pêk anî.

   Di encama qetlîamê de 5000 (pênc hezar) Kurd ku pirraya wan ji jin û zarokan pêkdihat, hatin kuştin û derdorê 6000 hezar Kurd jî seqet man. Jiber vê komkujiya ne mirovane û zilma Seddam, bi sed hezaran Kurd terka warên xwe kirin, bi serê rêya ketin, berê xwe dan Tirkiyê û Îranê.(Dewama nivîsê wêne bitikînin)

 

Şîrketa Emerîkî ”Interbath” şorişek teknîkî ava kir:

Banyoya Digital û Tekûz!

 

 

 Aran Perînas-16/03/07-Swêd-

Ev cîhaza elektronîk yekser ji bona însanên sosyetîk hatiye çêkirin. Ji bona welatê awrûpa ne îcadek pêwîste.

   Ev cihaz ji bona xwe çêkirine Amerîkayî.

 Ma ji bona xwedê ma banyo cihê wilo ye? Çi yanî,  wexta ku merov têkeve hundirê kuwetê yek meraq dike û destpê bike cîhazê û kontrola wê dibê bişîne? Ka çend tûşê wê hene? Ka lempeya wê vêketîye? Ka pişt kontrolê, bin kontrolê, ser kontrolê lêkolîn bike? Marqa wê çiye? Piştî demekê îcar tirsa yekî çêdibe.

Gelo wê av têkeve hundirê kontrolê an na?

   Li wir îcar merov kontrolê dideyne ser alîyekî. Diqede lîstika bêmane. Taybetmendîyên wên evin belkî hinek carkê nîyeta xwe xera bike û cihazê "bêmane" biceribîne. Ji kontrolê merov dikarê avê bîne ser sewîya ku merov dixwaze (yanî bê mekîne merov nikare, avê bîne sewîya ku merov dixwaze, newlo?) Cîhaz nahêle ku av ji qorzîyên kuwetê biherike.

Û tistên din...

   Yek ji netîcên Amerîka ev îcade.Bera pêşî tebdbîra xwe li himber koldîoxîd´ ê bistînin. Îcadên wisa beredayi bi kêrî xelkê nayê. Dinya xerakirine ji min re mekîna ku çedikin, tewww!

 

Te Diyarbekir kir tir ma dora Mûsilê, heheyyyyy!

 

Ciwan Qoserî-14/03/07-Qoser-Serokê DYP Mehmet Agar dibêje: „Ez naxebitim ku Diyarbekir bidim, ez dixebitim ku mûsilê bitsînim“….

   Ê raste bavo, pêşmerge jî li benda te nin û dibêjin hema bera Agarko û artêşa wî ya bi gû werin Mûsil ji wan re amadeye û emê bi wan din….

   Agaro, ma wê gelê Kurd ji te re bihêle kurê min? Bi Zerdeştê Kal wê pêşmerge

topekê li dîya te xin ku bavê wê bînin ber çavê wê looo! De ji xwe re biaqil be û li ser dûvê xwe rûnê.

   Ji xwe em berê ji we sor bûne, bi telaqê jinberdanê hema em kê ji we bigrin emê doxînê lê sist bikin û xelas!

Îlker Başbûg di ser re hat!

Ehmed Beyan-14/03/07-Enqere- Nizanim tê bîra we yan na, berî çend salan Orgeneralê Tirk Atîlla Taş li sînorê Sûriyê zirt li dewleta Sûrî kiribû û dewleta Sûrîyê jî ji tirsan bi xwe de rîtibû û serokê PKK A.Ocalan ji Sûrî derxistibû.

  Îcar jî Serekerkanê Hêzên Bejayî Îlker başbûg xwest vê pelûlê bixwe û çavê Kurdên başûr bitirsîne lê pêre derneket serî. Başbûş li Amedê zirt û fortên xwe kiribû û digot:”Bila tu kes xwe nenepixîne, çi kêlîka ku em bixwazin em karin têkevin başûr û rerorê ji holê rakin” filan û fîstan. Helbet wek ku koordînatorê PKK ê Tirkiyê Edîp Başer jî gotibû, ew ji gotina terorê ne PKK lê serxwebûna başûrê Kurdistanê qest dikin. Sedema ewqas zirt û fortên wan hemi tirsa avabûna Kurdistanek serbixwe û bandora wê ya li ser parçên hersê parçên Kurdistana din e.

   Werhasil, Îlker Başbûg bawer dikir ku wê ev tir jê re bimîne, pê terfî bike. Lê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê rabû pehînek ji pehîna ker û bergîlê xerabtir li Îlker Başbûg xist û tir jê berda. Berdevkê Wezareta Karê Derve Tom Casey bi daxuyanîyekê bi hişkî li dij dagîrkirina başûrê Kurdistanê derket û got:”Bila kesek zirt û fortên xwe neke. Bi telaqê Bîl Clînton emê bi tu awayî ketina başûrê Kurdistanê qebûl nekin. Bila Tirk aqilê xwe bidin serê xwe û pelûlê nexwin” filan û bêvan. Yaaaaa!

   Lawo Sayin Îlker Başbûgo, de îcar zirtan bike haaaaaaa! Tu dibê qey wê xelk ji serê te ê mezin  bitirsin cîgerim! De herreeeeeeeeeeeeeeeeeeee!

Ketê û neketê

Şemal Amedî-13/03/07-Hollywood- Lotikvana bedew, kilê çavên xort û mêrên dinyayê, agirpêketîya germ û har Angelîna Jolîe, ji rojnama Ingilîz News of The World re behsa  xwe û serpêhatîyên xwe kir û xwe dawşand. Jolîe dibêje:”Ez navê welat û kesê e bi wan re bûm nadim, lê li welatekî hinekan xwestin min birevînin û perakî mezin ji min bixwazin, lê ez di kêlîka talî de ji xefika wan xelas bûm” filan û fîstan.

   Wekî din, di derbarê serpêhatîyên xwe yên seksê de jî dibêje:”Min di 14 salîya xwe de dest bi seks û lotikvanîyê kir. Heger min zanîba ku seks hevqasî bi tam e, bawerkin minê di yeksalîya xwe de dest bi lotik û pehînan bikira”.

   De îcar hesab li cem we gelî xwendevanan. Xanimê niha 31 salî ye. Hûn meraq dikin gelo ji 14 salîya xwe û heta niha bedewcanê çend carî lotik avêtine derûdora xwe? De hema hûn hesab bikin.....

Kesî pênc qirûş tê neda

Tecawizcî Coşqûn-13/03/07-Bûrsa- Vûral Savaş wextekî Sereksawcîyê Komara Tirkiyê bû. Mêrik di dema xwe de hesabê kesî bi xiyarekî nedikir û ha ha ceze li xelkê dibirî, malik li wan dibir mîratê.

    Îcar piştî ku tir di qûna wî de neman û teqawît bû, dest bi nivîskarîyê kir û pirtûkek bi navê “Mîlîtan Demokrasî” nivîsand. Îcar qûneko qaşo xwestiye li bajarê Bûrsayê di fûara pirtûkan de pirtûka xwe îmze bike û xwe pê binepixîne. Lê hesabê wî û sûkê li hev derneketiye, kesî silavek jî nedaye wî û ji xwe gellekan ew nasnekiriye jî.

   Îcar dibêjin Vûral Savaşko ji qehran re bi êşa mirîşkan ketiye û nema tir û fis xwe têde digrin. Êêêêêêê, dinya bi dorê ye bavê min! Doh te kes nasnedikir, îro jî kes te bi pênc qirûşan hesab nake serperityoooooo!

Piştî lotikên lezbîyenî bû misilman

Bengîn Elegez-12/03/07-Moskow- Insan mexlûqatekî pir ecêb e. Lê Rûs ji hemi kesî ecêbtir û zinêkartirin.

   Dibêjin endama grûpa muzîkê ya Tatû Yulîa Volkova ya lezbîyen (22) piştî ku têra xwe hevala xwe ya keç maç kir, alast û lotik lihevxistin, îcar dev ji dînê xwe berda û li Dubaî di mizgeftekê de bû misilman. Dibêjin piştî ku Volkova çend heftan yekî bi navê Perwîz naskiriye û bi lotikên wî bextewar bûye, îcar sûnd xwariye ku nema balêse û tenê xiyaran biqeşêre.

   Werhasil, bawerkin hema li kuderê yekî/yeka ku bi kêrî dînê xwe neyê yan têra xwe zinêkarîyê bike, we dît xwe avêt tor û bextê îslamê û xelk û alem xapandin. Werhasilî kelam, zîtirkvanek din li me zêde bû. Xwedê wê bi xiyaran şa bike rebbî!

 

Nisêbînsporê nanê ke xwar û du xol xistin xwe

 

Silêmanê Keleş-19/03/07-Nisêbîn- Kuro em Nisêbînî carna bi kêrî tiştekî nayên haa, wîî! Lawo me bi mehan şorba germ û nanê sêlê da van sporcîyên xwe yên Nisêbîn Sporê da ku baş bilîzin û xolan bavêjin xelkê, lê me dît ku şorbe û nanê me badilhewa çûye û lîztikvanên me wek mirîşkên ber hêkê xwe soro moro dikin.

   Werhasil, Batman Petrolspor û Nisêbîn Spor li Batmanê hatin hember hev û bi lotik û pehînan lîztin Peppûkên Nisêbîn Sporê her serê gavekê bêhn li wan diçikiya û wek bizinên gonxwarî ji halde diketin. Werhasil, em serê we neêşînin. Di dawiya lîztikê de batman Petrol Sporê du xol xistin Nisêbînîyan û Nisêbîn Sporê jî xolek xist Batmanîyan.

   Wey şorbe û nanê me yê sêlê li we heram be rebbî! Lawo bi telaq me ew şorbe û nanê sêlê bida kê niha bibû wek Maradona û Ronaldîno lawo!

 

Em li hember bîranîna Helebçe bi rêzdarî xwe ditewînin!

 

 

 Piştî tevkujîya girseyî ya Hîroşîma û Nagasakî, tevkujiya girseyî ya mezintirîna Kurdan  Tevkujîya Helebçe ye û şopên wê yên kûr hê jî di nav gelê Kurd de tesîra xwe didomînin.

    Ev tevkujîyên bi vî awayî ti caran ti xêr ji bo yên ev pêkanîyîn  neanîne û ti encamek qenc neafirandîne. Lêbelê; di dijê vê de van felaketên mezin ên bi vî awayî di dawîyê de rizgarîya civatên bi van felaketan re rû bi rû bûyîn  anîye. Ev yeka he îro bi avabûna Herêma Kurdistana Federe jî hatiye îsbat kirin.

Dîsa hatîye îsbat kirin ko, ev tevkujiyên mezin ên bi vî awayî, ji herkesî bêhtir yên van tevkujîyan dikin bi encamên tirsenak re rû bi rû dihêle ko ev yek di têkçûn û dawîya dramatîk ya Sedam de carek dî hat dîtin.

   Em hêvî dikin ko, ev tevkujîyên bi vî awayî ji bo insanîyetê bibin dersek ya ibretê. Hemû cesareta canîyên holê bişkîne ko careke dî ranehêjin tevgerên bi vî awayî.

  Bi vê munasebetê em li hember bîranîna yên di Tevkujîya Helebçe de jîyana xwe wenda kirîn bi rêzdarî xwe ditewînin.

Bila serê Gelê Kurd sax be!   

 

 Şerafettîn Elçî

 Serokê Gişkî yê

Partîya Demokrasîya  Beşdar   (KADEP) 

 

Başe ku em bê mamoste ne!

 

Şemal Amedî-19/03/07-New York- Civaka Amerîkayê ji ber destavêtin û zinêkarîya bi zarokan re serûbinê hev dibe. Bi taybet zinêkarîya mamosteyên jin bûye gotin û welwela ser tenûrên Amerîkayê û wek benîşt di devê her kesî de tê çûtin.

   Werhasil, berî niha çend mamosteyên jin bi şagirtên xwe yên zaro re seks kiribûn û hevdu dabûn ber lotikên Amerîkî. Hinek ji wan mamosteyan hatin girtin û ceze xwarin, hinek jî hatin berdan û lotikên xwe dewam kirin. Ji nav wan mamosteyan a herî ku bi lotikên xwe êşiya mamoste Rachel L.Holt bû. Mamoste Holt a 35 salî gellek caran dest avêtibû namûsa şagirtê xwe yê 13 salî û ew wek paçikekî guvaştibû.

    Îcar xuyaye ku rebena Holtê wek hinek ji mamosteyên din ne bedew û xweşik bû ku dozger û hakimê dadgehê ew efû nekirin û lotikek bêîman li rebenê xistin. Rebena Rachel.L.Holta kezîkur bû mehkûma 10 sal hepis û ewê di hepsê de dersên lotikan bide girtî û gardîyanan.

   Şikir ji Xwedê re ku mamosteyên Lotikxanê tunene û hew! Yan na, bi sê telaqan wê mamosteyên me ji mamosteyên Amerîkî xirabtir banîna serê me û wê em bidana ber şeg û pegan allahwekîl!   

 Yanzdeh lotik kirin yek

 Gulnaza Torî-18/03/07-Parîs- Dibêjin li paytextê Fransa Parîsê 11 partîyên lotikvanên Kurdên Sûriyê bi def û zirne hatine cem hev û ketine govendê.

   Dibêjin di ragihandinek 13 xalan de, partiyan ji nava xwe nûneriyek ji 5 kesan hilbijartine û wê ew pênc kes li derveyî welêt nûnerîya Kurdên Sûriyê bike. Erka yekem a vê nûnertîyê ev e ku di nava şeş mehande destûrnameya lotikvanîya xwe amade bike û piştre dest bi lotik û cotikan bike. Partîyên ku bi def û zirne gihabûn hev di daxuyanîya xwe de pehînek li dewleta Sûriyê xistin û jê xwestin ku rojek berî rojekê mafê gelê Kurd nasbike yan na ewê di demek nêzîk de hefsar têxin serê Beşar Esedê ku dişibe elokan.

   Werhasil, her 11 partîyan di daxuyanîya xwe de diyar kirin ku ew naxwazin ji Sûriyê cuda bibin û pirsa wan pirsek nava Sûriyê bixwe ye. Erê erê.....

   Ê lawo, madem hûn naxwazin ji Sûrî cuda bibin û pirsa we pirsa nava Sûriyê bixwe ye, ev çi lotik û zîtirkên we ne? Madem wilo ye herin li Şamê civînên xwe bikin baba, wîî! Yan destê we ji mirîşkên Ewrûpayê nabe qurban, hella hella!

 

Flaş û Milaş!

Rastiya sosyolog Klaus Fieseler derket holê

Pirtûka wî ji jiyana Sofî Incas hatiye girtin

 

 Gabar Çiyan/Lotikxane: 17/03/07-Swêd-Sosyologê Almanî Klaus Fieseler di pirtûka xwe ya bi navê ``Mîtên Cinsî`` de dibêje: ``Di sala 2020 de mêr dikare bibe xwediyê du haletên cinsî. Bi saya seksa sanalê mirov dê kêfxweş bibe. Mêr dikare hemîle bimîne...``

   Me li ser pirsê lêkolînên berfireh kir. Piştî lêgerîna me derket holê ku Fieseler, dîtinên xwe ji kurdan, bi taybetî ji jiyana ``Sofî Incas`` kopye kiriye. Li ser vê pirsê em bi lawê merhûm re peyivîn. Lawê wî ``Hitiko`` dibêje ku, hêja Sosyolog Fislê, dîtinên Sofî kopye kiriye. Ji ber ku Sofî Incasê rehmetî, tiving davêt pişta haletê xwe, lê Incasê biçûk neditewiya. Wî di sohbetên xwe de wisa digot:

- Bi vî haletî jinik nikare min îdare bike. Îca ku du haletê min hebûna Ristemê Zal nikarîbû avê li destê min bike!

 Weke ku tê dîtin, Incas berî bi 30 salan qala vê yekê kiriye û bavê vê fikrê ye. Ev aliyek rastiyê ye. Aliyê din ew e ku li Almanya hejmarek mezin Nisêbînî hene. Ew bi sosyologên almanan re têkiliyê datînin. Di dema têkiliyek wisan de qala jiyana bavê min hatiye kirin. Îca Fislêyê hêja jî, dîtinên bavê min ji xwe re kiriye fantasî, xeyal û pirtûk. (Dewamê wêne bitikînin)

 

Piştî deh salan;

Sîbel Gokçe lotikek li hunermend Tatlises xist!

 

 Aran Perînas-17(03/07-Swêd-        Dansoza tirk                            Sîbel         

 Gokçe beşdarî televizyona TGRT bû. Li wir di bernameyekzindîde îdîa kir ku Tatlises tecawizî wê kiriye.

Gokce dibêje: Ez ji alî Tatlises ve hatim tecawiz kirin. Em bi hevûdinre derketin konsera ku li Entabê hatibû organîze kirin. Li odeya kûlîsê ev tişt bibû!

    Sîbel domand: Ev 2 salin ku tedawî dibînim, tedawîya piskolojîyê. Ez dermanan bi kar tînim. Min îcar nema karîbû vê meselê di nava xwe de bihêlim, mecbur mam ku wisa bikim, ji ber ku kesekî min guhdarî nekir û ciddî negirt. Ez îcar ji hertiştî şuphe dikim, ditirsim.

   Tatlises pîstî rojekê derket media tirkan û got:

Ez bi magazînê, televizyonan û  rojnaman dikenim. Herkes bila lingê xwe li gorî lihêfa xwe dirêj bike. Hereketên ku qiveta yekî negre bila nekin.Xuyaye ku Sîbel xanim bê kar û bê emel aqlê xwe leqandîye. Belki dixwaze bi vî awayî balê bikşîne ser xwe, bibe navdar ku ev ji li Tirkiyê bûye tebîetek. Îşê Tatlises tine bi Sîbel xanim re bilebike, ma bi Sîbel xanim tenê maye?Û Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin Tatlises Îbo gotiye "Yahewlelwela, lawo ma gava min lotik li wê bêbavê dixistin dengê xwe nedikir, pê xweş dihat. Îcar ev niha çima zîtirkan davêje min? Qey dîsa duxre bavo, wîî"   Werhasilî kelam, bila herdu li hev pîroz û bimbarek bin rebbî! kilîlîlîlîlî……

 

Mamê me bi selametî vegerîya Kurdistanê

Mihemed Soran-16/03/07-Silêmanî- Mamê me Celal Talabanî berî çendakê ji alî rayedarên Tirk, Ereb û Eceman ve çavînî bûbû û nezer lêketibû. Hingî rayedarên dewletên cîran nifir li Mam Celal kiribûn, dilê Mam Celal lotikek avêtibû xwe û kiribû ”gurme gurm”.

   Werhasil, Mamê me piştî gurmîna dilê xwe rabû çend rojan li Urdune bêhna xwe berda û bi selametî dîsa vegerîya Kurdistanê.

   Îcar mamo, qurban, hay ji xwe hebe heyran, wîî! Ji xwe re nivişt û bazbendekê saxlem çêke ku nezer li te nekeve. Yan na, wê ev bêbavên dijminekan dîsa te çavînî bikin allahwekîl! De tu bixêr hatî mamekanim!

 

Jina xwe difrot û digot ”Ne mutlu Turkum diyene!”

 

Serhanê Serhedî-16/03/07-Tekîrdag- Belê, min dît her kes di Lotikxanê de lotikan davêje û çend xêzik mêzikan lêdike, de min go ez jî bibim nivîskar û çiv û mivan bidim xwe ha, ma ez ji Eyşika Ereb im bavê min,wîî! Neyse canim, hûn dixwazin nivîsên min biweşînin û dixwazin neweşînin, bi telaq dîsa ez nivîskarim û hew!

   Werhasil, em bên ser mijara xwe. Tirk hewqasî neteweperest û jixwerazî ne ku, di her wesîlê de dibêjin:”Ne mûtlû Turkum dîyene” û didin zîtirkan. Her tiştê wan, şexsîyet û namûsa wan jî hemi bûye ev gotin.

   Li bajarê Tekîrdagê qûnekê Tirk Samî A.(34) jina xwe Gonul A. Pêşkêşî zilaman dike û difroşe. Hem jî bi serbilindî. Samî A. Yekî neteweperest û qûnekekî temam e. Di her serê çend axavtinên xwe de digot:”Ne mûtlû Turkum dîyene” û xwe pê dinepixand. Xuyaye jina wî nema li ber bênamûsîya wî debar dike, radibe ji xwişka xwe re hal û hewalê xwe dibêje, xwişka wê jî serî li polîs dixe û lotikekê li Samî A efendî dixe.

   Werhasil, aha Tirk ev in ha! Hem namûsa xwe dikin bexdûnis û hem jî li ber virqevirqa lotikan govenda ”Ne mûtlû Turkum dîyene” digrin! De biryar a we ye qurban!

 Ecêb lê ne bi vê ecêbê bavo!

Ismet Kaya-16/03/07-Semsûr- Selamunaleykum gelî xwendevanên Lotikxanê! Ez Ismet Kaya me, kurê Ehmedê kurê Cemîlê Silêman! Neyse, ez zanim hûnê niha henekên xwe bi min  bikin û bêjin:”Aha, Ismetê kurê Ehmed ji Lotikxanê kêm mabû wa ew jî bû bela serê me” ne wisa?

   Werhasil, wê rojê bû qarewara xaltîka me Meryem Aslana 51 salî û me ew bi lez û bez rakir nexweşxanê. Piştî ku Pisporê Cerrahê Dr.Mehmet Şehîtoglû ew saxtî kir, bi xar (zû-lez) ew kir bin kêr û meqesan û ziravê wê jêkir. Lê hûn zanin bê çi ji ziravê xaltîka Meryemê derket? 2 hezar û 890 (2890) kevir û zuxur. Erê erê, we xelet nexwend, 2890 kevir! Bi namûs looo, wey!

   Dr.Şehîtoglû ma ecêbmayî û wextî aqilê xwe bixwara allahwekîl. Wî digot:”Batil batil batil, bi hersê telaqên jinberdanê min heta niha evqas kevir di ziravê mirovekî de nedîye, hella hella!” Me ji xaltîka Meryemê pirsî:”Keçê kezîkurê, tê çi biki ji van keviran, te çima ew hemi di ziravê xwe de veşartine?” Ewê bi ken got:”Kerê ker, minê bi wan keviran ji xwe re xanîyek ava bikira lawo” û dîsa kevirên xwe hejmartin.

   Dibêjin 2890 kevir têra lêkirina xanîyekî dikin û zêdene jî....Îcar heyran, hûn jî kevir û zuxurên lêkirina xênî di zirav û gurçikên xwe de veşêrin, okey!

 

Aşûrîyan jî dest bi lotikan kir

 

Zinar Qelemşûr-15/03/07-Stenbol- Tirk rehet rûnanên û weke ku agir ketibe delinga wan ha ha dixwazin pirsgirêkan ji Kurdan re derxin. Gava dîtin ku tu gû ji mesela Turkmenan û xwedîlêderketina wan dernakeve, îcar niha rabûne dest avêtine pirsgirêka Aşûrîyan û dixwazin wan li serê Kurdan bikin bela. Aşûrîyên ku li başûrê Kurdistanê bi azadî dijîn û ji alî Kurdan ve tu serêşandin ji wan re nayê derxistin, îro radibin dibin lîztika dewleta Tirk û lotikên bêhngennî davêjin derûdorê. Helbet gotina me ne ji temamê Aşûrîyan re ye.

   Werhasil, dibêjin dewleta Tirko qederê 43 nûnerên Aşûrîyan ji Ewrûpayê vexwendiye Stenbolê û destê xwe di ser serê wan re biriye û gotiye:”De qurban, xêr ji Turkmenan derneket, de îcar hûn li serê Kurdên başûr bibin bela û lotikan li wan xin” Xuyaye qaşo nûnerên Aşûrîyan jî hatine lîztika Tirkên ku wextekî fermana Aşûrî û Suryanîyan rakiribû û di encama civîna xwe de dane lotik û zîtirkan.

   Dibêjin di encama civîna wan de biryar derketiye ku “Bila petrola Dihokê bi hikûmeta Bexdayê ve bê girêdan. Divê Kerkûk bi hikûmeta Bexdayê ve bê girêdan û bakurê Iraqê û Kerkûk jî nebin Kurd” filan û fîstan. Yanî, tam lotik û zîtirên dijminane haaaa!

   Dibêjin qaşo nûnerê Aşûrîyan Nemrûd Şibayê qûnek di konferansê de gotiye:”Em li dijî sîstema federasyona Iraqê ne, lê em jî otonomîyê li bakurê Iraqê (qûneko newêre bêje Kurdistanê) dixwazin” filan û fîstan.

   Erê kurê min! Kerê min heywanê Xwedê! Madem tu Kurdbûna bakurê Iraqê naxwazi, tu çima li wir doza otonomîyê diki? Here li Bexdayê otonomîyê bixwaze xiyar! Em meraq dikin gelo dewleta Tirk çend milyon dolar dane Nemrûd Şibayê xwenenas da ku van gotinan bêje?

 

“DOG” Û “PERÎNÇEK”

 

 

  Farûqê Devliken-14/03/07-Mêrdîn-Dadgeha ku li der heqê serokê “Partîya Karkirên Derewîn ya Tirkîyê” Dogû Perînçek vebûbû biencam bû; lê hezar mixabin, cezayê ku li Dogû Perînçek hat birîn, dozger qanih nekir û nerazîbûna xwe ragîhand dadger.

    Wek wûn dizanin, dadgehê nod roj ceza li tahjîbavo birîbû û ew ceza jî dûre qulipandibûn pera; ew jî dora deh hezar euro digirt.

    Tiştên ku lêkolînerê hêja Farûqê Devliken ji me re vegot; dozgerê dadgehê nevîyê Remê Elî yê muxtarê Xerêbkurk e û nistecîhên Kurd yên li Siwîsreyê dijîn jî wî ji xwe re muxtar dihesibînin û bi serê wî sûnd dixwin. (Law wele ku bira jî nevîyê Remê Elî be, divê mere zêde bi serê wî sûnd nexwe; ez wê heremê didim bala xwe, di bin kalkê wî re kesî nabînim; ji wê qûnê ev egît çawa ketîye, hîna jî di serê min de nixtepirse. Hey tevlihevînin qewimîne, lê guh medê, me eleqedar nake. Dibe ku ev bêbextîya Brahîmê berber be jî...) (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

 

Kurd û Tirk bira ne, ker di diya virekane!

    

M. Mistefa-14/03/07-Kurdistan- Serokê giştî yê BBP Muhsin Yazıcıoğlu, dibêje "PKK dijminê me, Kurd jî birayê me ne".
      Muhsin Yazıcıoğlu, di civînek Enqerê de li gel kûçikên xwe yên ocaxên Ulku û Alperen û mezintirîn kûçikên Nizamî Alemê axaftinek kir.

    Di axaftina xwe de behsa projeya rojhilata navîn kir û got: "Ev proje li ser şerê nijadî û neteweyî hatiye avakirin." Her wiha ew dibêje: "Hinek kes tohvê veqetînê xistine nava me, Xwedê bela xwe bide wan kesan". Her wiha nûçegihanê Lotikxanê Evdoyê Jixewşiyar jî meraq kir û jê pirsi: “Gelo ev tohvê çiye ketiye nava te de, tohvê xiyarane yan tohvê bacanên reş in?” Lê mixabin Yazıcıoglu bersiv nedaye nûçegihanê me.

    Evdoyê Jixewşiyar jî wiha jibo malpera me ragihand: “Kurê dêla bê derpî dibêje ku "Pkk dijminê me û Kurd jî birayê me ne" madem ku ew wisa dibêje, em jî dibêjin "Kurd û Tirk bira´ne, ker di diya virekane!"

 

Lotikek li şagirtê xwe xist û dilê xwe rehet kir, oxxxxx!

 

Hesen Almas-13/03/07-New York- Li Amerîkayê zinêkarîya navbera mamoste û şagirtan bûye mode û hema bêjin her mehê yqn mamosteyel bazdider ser şagirtekî xwe û yan jî şagirtek lotikekê li mamostê/ta xwe dixe.

   Îcar jî mamosta rindik û mindik Emîly Steba 23 salî ji paş û pêş de lotikek li şagirtê xwe yê 15 salî xist û hevdu germ û nerm kirin. Mamoste Emîly Steb hem di trimbêla xwe de û hem jî di sinifê dersê de tir ji şagirtê xwe berdaye û hevdu çirvirandine.

   Erê lo,, dadgehê ceze neda mamosteya lotikvan, lê Dezgehên Paraztina Mafên Zarokan rabûn ser xwe û xwestin ku lotikvana xweşik 20 sal ceze bigre. Li ser bextê xelkê be, dibêjin ji ber ku dozgerê dadgehê soza lotikekê ji mamoste Emîly Stebê girtiye ew serbest berdaye û ceze lê nebiriye.

   Werhasil, helbet goştê zîxan, berxik û karikan ji yê mirîşk, mîh û bizinan xweştire bavê min, wey! Lawo ev jinên Amerîkî jî tama devê xwe zanin hayhooo!

 

Komkarê 5 hezar lotikvan anîn ba hev

 

Tacdîn Baran-13/03/07-Wuppertal- Ne hewceyî em zêde dirêj bikin û serê we bêşînin. Van rojan kêfa Komkarê li cî ye û şûr simbêlê endamên wê nabire. Ê heqê wan jî heye canim. Piştî çend salên xewa giran êdî xuyaye hevalên Komkarê ji xewê veciniqîne û bi xwe hisyane. Komkara ku hemi hêza xwe dabû xebata yekîtî û lotikvanîya hevkarîya bêencam, serê wê li dîwêr ket û wek hûtê heftserî rabû ser xwe.

   Werhasil, Komkarê di 12ê mehê de li bajarê Wuppertala Almanyayê Newroz pîroz kir û 5 hezar lotikvan anîn cem hev. Ev şahî hem jibo Komkarê û hem jî jibo lotikvanên ku bi hisreta şevên bi vî awayî girseyî bûn, bû moralek mezin, têra xwe lotik û cotik avêtin û xwe nerm û germ kirin.

   Di şevê de lotikvanên navdar ên wek Şivan Perwer, Aynûr Dogan, Fatê, Mîkaîl Aslan, Koma Nemrûd û Koma Dostên Lotikxanê beşdar bûn. Li ser bextê xelkê be, dibêjin hunermendan 5 hezar lotikvan rakirine ser tapanan û ew bê araq serxweş kirine. Ji xwe dibêjin gava spîkerê şevê Newroz derketiye, tiliya xwe bi ezmanan vekiriye û qêrîyaye, beşdar bûne wek agirê sor û tew nemabû ku rahijin keleşkofên xwe û derkevin serê çiyê allahwekîl!

   Neyse, dibêjin piştî vî moralê bilind wê komkar îcar di sala bê de 10 hezar lotikvan bîne cem hev û Almanya bihejîne. De Xwedê û Lotikxane li pişta we   be rebbî! Amînnnnnn!   (Wêne ji Avestayê hatine dizîn)

Hebûna Kurdan qebûl bikin yabo, bela hejmara wan 6.5 milyon be!

Av.A.Dîlan-13/03/07-Enqere- Kuro ne bext bi van Tirkan re heye, ne dîn ne îman allahwekîl. Hetani doh digotin Kurd Tirkên çiyayî ne, ne hene ne tunene. Lê îcar mêrikan radibin jibo çend rayên hilbijartinê bidestxin îcar hebûna Kurdan qebûl dikin û bê fedî tifa xwe dalêsin.

   Yek ji wan bêbavê derewîn kevnewezîr û nivîskarê rojnameya Radîkalê Hasan Celal Guzel e. Hasan Celalê ku wek navê xwe ne guzel e, radibe îro dibêje „Li Tirkiyê 6. 5 milyon Kurd hene“ û lorikekê davêje.

   Ê kurê min, te çima di demz wezîrtîya xwe de ev gû nexwar hê? Te çima wî çaxî hebûna Kurdan qebûl nedikir cîgerim? De here avekê li nav şeqên xwe ke sermezinoooooooo!

   Yabo dîsa jî mala te û bavê te ava be ku te got 6.5 milyon Kurd hene haa, wîî! Ma go te bigota „Li Tirkiyê 31 Kurd hene“ meyê bigota çi qurban, wey!

 

 

Google da bin dûvê Tirkan

 

Şemal Amedî-12/03/07-Waşîngton- Şîrketa Google Earth a Amerîkî di bin navê “stratejî” de beyannameyek belav kir û di wir de Diyarbekir (Amed) wek paytextê Kurdistanê raberî temaşevan û xwendevanan kir.

   Di beyannamê de tê gotin ku “Kurdistan: Amed paytextê Kurdistana bakur e (her weke ku Hewlêr paytextê başûrê Kurdistanê ye). Nifûsa Diyarbekirê ji %100 Kurd e. Her çiqasî piştî ku ji alî Tirkan ve hat dagîrkirin û herêm wek Başûrê Rojhilat hatiye binavkirin jî, rejîma şeytan û barbar gundekî Kurdan ku wêran nekiribe nehiştiye. Sedema wê barbarîyê jî ev e ku Kurdan dev ji fikra serxwebûnê bernedane” filan û bêvan.

   Werhasil, îcar xuyaye agir getiye nav delinga Tirkan û ha ha êrîşî Google dikin û dibêjin:”Way qehpikler wayyy” û vedirşin. De Xwedê xêra şîrketa Google binivîse rebbî! Amînnnn!

Dîsa lê rabû

Antonîo Vega-12/03/07-Îspanya- Xuyaye ji zûde laşê Serokê Venezuela Hugo Çawêz duxre lê hîna kesekî lotikek lênexistiye. Hugo Çawez di her wesîlê de bela xwe di Serokê Amerîkayê George Bûşh dide û lotikên paşûpê lêdixe.

   Piştî ku George Bûşh serdana Uruguay û Brezîlyayê kir û peymana hevkarîyê bi Uruguay re îmze kir, îcar Hugo Çawez rabû ser tapana, dîsa zimandirêjîya George Bûşh kir û got:”Mêrik xwe wek kurê Bolîvar dibîne. Ez zanim bê kurê kîjan .....ye, lê ez wê gotinê niha nabêjim” filan û fîstan. Yanî mêrik dixwaze bêje:”Ez zanim bê mêrik kurê kîjan dêlikê ye” lê newêre vekirî lotikan bavêje.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin George Bûşh jî ji hevalekî xwe re gotiye:”Ne ji vî sermezinê Ehmedînejad bûya, niha ji zûde min serê Hugo Çawez paşûpê xistibû dêya wî. Lê ez niha bi Ehmedînejado re mijûlim. Kengî go dor hat ser sermezinê Çawez, helbet ezê xiyarekî têxim wî” filan û bêvan.

   Werhasil, dibêjin go ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe. Mêrik li lotikekê digere bavo, hella hella!

 

 

 

Mamê me Bedirxan Newroza we teva pîroz dike!

 

Newroz remza aşîtî, azadî û yekîtiyê, mizgîna xweşî, başî û biharê li we û li malbata we pîroz be.

    Hêvîdarim Newroz ji bo serketina gel û ji bo yekîtiya hêzên netewî bibe  pêngavek.

 Li gel rêz û evîniyên min yên germîn.

 Bedirxan Epozdemir

Dehşeta fecî bê çare nêzîk dibe!

Aran Perînas-19/03/07-Swêd-Li gorî rojnameya Aftonbladetê,wê di sala 2040î de Qatûba bakur bi temamî bihele

    Tebeqeya bûzê li Qatûba bakur dikare di havîna 2040î de bihele, sebeba herî mezin jî berdana bermayîyê ye (koldioxid). Di heman demê de di rapora lekolînvanên Kanadayî de tê nîşankirin ku ti feyda çandina dara nabe, ji ber ku dar germayîya dinyayê kêm nakin.

    Berpirsiyarê lêkolînê Marika Holland dibêje:

- Em bûn şahidê vê bûyerê ku gelek tebeqeyên bûzan helîyane, di lêkolînên me de tê nîşankirin ku di hundirê deh salên pêşiya me de wê qismek mezin bûz bihele û felaketên mezin bi xwe re bîne (Dewamê wêne bitikînin)

Weyle ku min di tewfîqa   xwe....!                  

 

            Şano-Cîrok

 Farûqê Devliken-19/03/07-Mêrdîn-Me li heremek Kurdistanê lêpirsînek lidarxist. Me go hela bê em Kurd çiqasî bi çanda xwe ve giredayî ne; bi teybetî jî bi huner û hunermendên xwe ve…

   Jiber ku çûk, mezin; jin, mêr; qîz, xort gişê me sewtxweş û kilamhezin; me xwest ku em pirs û sewala hunermendekî dengxweş, kilamxweş û navdar ji wan bikin. (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

 

Zarokê 3 salî bû 40 kîlo

 

Zerdeşt Nemir-19/03/07-Agirî-Li bakurê Kurdistanê qeza Bazidê ya bajarê Agiriyê zarokek 3 salî ji ber nexweşiya obezite bi giraniya xwe ve bû 40 kîlo.

Malbata Tahir Tek xwediyê 5 zarokane û ew Li Bazîdê taxa Çiftepınarê dijî.

   Bavê zarokê Tahir Tek dide zanin ku kurê wî ji ber giraniya xwe nikare bi rehetî bimeşe û her wiha ji ber ku zêde xwarin dixwe  roj bi roj jî zarok qelewtir dibe, ji ber nebaşiya rewşa aboriya malbatê ew nikarin kurê xwe yaê 3 salî bidin tîmar kirin.

Yusuf hê  di 3 saliya xwe de rojê 5 nanan dixwe. Tek dide zanîn ku wî çend caran zarok biriye nexweşxaneya Erzeromê lê ji ber ku zarok pêdiviya dermanekî ye ku ew derman jî li Tirkiyê tune û buhayê wî gelek girane, ew nikare dermanê kurê xwe bistîne û wî tedawî bike.

   Tahir Tek dide zanin ku ew jî ji ber nexweşiya xwe ya fitiqê nikare zêdetir bixebite û jibo vê yekê jî ji xêrxwazan alikariyê dixwaze. Dayika zarokê Canan Tek jî dide zanîn ku Yusuf ji ber giraniya xwe nikare bi tenê bimeşe û her weha dema ew çav li zarokên kuçe û kolanan dikeve gelek digrî û ew jî dixwaze biçe bi wan zarokan re bilîze.

   Îcar heyran, jibo Xwedê û Pêxember destê alîkarîyê dirêjî vî ciwamêrî bikin! Hema mehê heqê mirîşkek yan pakêtek cixare bişînin ji vê malbatê re, ma wê dinya xirabibe qurban?

Bijî xaltîka me Hîllary Clînton!

Hesen Almas-18/03/07-Waşîngton- Berbijêra herî xurt a Demokratên Amerîkayê Hîllary Clînton jî lotikek xweş avêt û piştgirîya xwe da Kurdan. Xaltîka me Clînton xanim berî çendakê ragihandibû ku heger ew bibe Seroka Amerîkayê ewê di nava 90 rojan de eskerên Amerîkî ji Iraqê bikşîne û dawî li şer bîne.

   Lê xaltîka me Kurd ji bîr nekirin û got:”Ez esker vekşînim jî ezê jibo paraztina Kurdan esker ş nûnerên sîyasî li Kurdistanê bihêlim.Ezê destûrê nedim ku El Qaîde û Îran êrîşî Kurdan bikin û lotikan li wan xin” filan û bêvan.

   Li ser van gotinên xweş, me bi navê Lotikxanê baqek gulên sor ji xaltîka xwe Hîllary Clînton re şand û çavşînkek pê vekir da ku Tirk, Ereb û Faris wê çavînî nekin.

  De Xwedê dengê te bibhîze û te bike Seroka Amerîkayê rebbî! Bijî xaltîka me Hîllary Clînton!

 

Bitikînin

 

Bitikînin

Qehremanê milletê Kurd M.Barzanî bû 104 salî

Cemîl Cewher-16/03/07-Hewlêr- Qehremanê milletê Kurd, serokê bêhempa Melle Mistefa Barzanî di 14ê Adarê de 104 salîya xwe dagirt û li gellek deverên Kurdistanê hat bibîranîn.

   Barzanî di 14.03.1903an de çavê xwe li dinyayê vekir. Di temamê jîyana xwe de xizmeta millet û welatê xwe kir.Bêyî ku berjewendîya xwe û malbata xwe bide pêş her û her berjewendîya netewa xwe û welatê xwe di ser her tiştî re girt. Ev helwest û xebata wî ya bêpîvan ji geşbûna Kurdewarî û pêşketina ruhê neteweparêzîya milletê Kurd de bû meşale û li her çar parçeyên Kurdistanê pêket. Bi hest û tevgera wî milletê Kurd li dinyayê hat naskirin û ew di dîroka Kurd û Kurdistanê de bû stûn û hîmek man û nemanê.

   Bi xebat û keftelefta wî û hevalên wî yên pêşmergeyên qehreman îro başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve gavê davêje û ev gav li seranserê Kurdistana mezin dibe şewq û çira.

   Bila rehma Xwedê li wî û hemi şehîdên Kurd û Kurdistanê be!

Bijî tîpên W, Q, X, Î û Ê!

Ciwan Qoserî-16/03/07-Qoser-

Walîtîya Amedê daxwaznama şaredarîya Amedê ya ji bo destûra newrozê bistînin

bi hinceta tîpa W yê paşde vegerand…. Dewleta ku ji tîpa W bitirse û wê qedexe bike, gelo wê çi xêra wê ji Kurdan re hebe gelî xwendevanên hêja?  

   Îcar bila Tirk û Kurdên ku dibêjin:”Kurd Turk kardeştîr ayiran kalleştîr” bila ji qedexekirina tîpa W fedî bikin û ji xwe bipirsin ka kî kardeş e û kî kalleş e?

   Hema bi telaqê bê fitû ez bi xwe Kurd û Tirkan wek kêr û penîr “ayirmiş” dikim û hew! Kuro lawo emê çawa bi milletekî ku ji tîpa W,Q,X,Î û Û bitirse bibin kardeş bavê mim,wey! Na na, bi namûs ez bi xwe ne bi wan re dibim bra û ne jî dibim xwişk, xelas!  

   Bila Tirk, Ereb û Faris bibin kardeş û qûnreşên hev bavo, li min û dê û bavê min heram be rebbî! Hema ez dibêjim bijî tîpên W,Q,Ê,Î û Û!

Taya faşîzmê û deh kurên pîrê

 Evdile Koçer-16/03/07-

 

Taya mirinê bi wan ketiye.

   Di goristaneke teng de ketine ber sekeratênmirinê, îske îska wan e!

 Lihêfa faşîzmê li serê xwe pêçane û wekî dewarên ku moz pê ve vedidin xwe li dîwarên kurdan didin.

    Xuşexuşa dengê Kurdistanê yê ku ji Başûr tê, wekî şûrekî tûj tê dikeve kerika guhê wan yê kerrbûyî û ziravê wan diqetîne. Bi çiveçiva bihara Kurdistanê ve nefesa wan diçike, ti şemal li ser ruyê wan namîne, dikevin doşeka mirinê, ezraîlê xwe li ber çavên xwe dibînin. (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

 

Wê jî zirtînî ji xwe anî!

 

Bêrîvan Al-14/03/07-Amed- Bila kes li devlikenîya Tirkan nenere û bi wan nexape. Çawa ku Tirk ji Kurdan re dibêjin:"Kurdê herî baş Kurdê mirî ye" em jî karin bêjin ku "Tirkê herî baş Tirkê qûnde ye" û xelas! De li ivîskara Tirk, lotikvana hophopî Perîhan Magdenê binerin! Jiik rabûye xwe wek şêwirmenda Kurdan dibîne, aqil dide Kurdan û henekê xwe bi neteweperwerîya wan dike.

   Xanimê ji Barzanî bigrin heta bi Ahmed Turk, ji HAK-PARê bigrin heta bi DTP, kes nehiştiye ku lotikek lênexistiye û bi navê nivîskarîyê dijminatîya Kurdan dike.

   Keçê porkurê, kezîkurê! Keçê hey Xwedê topa qiyametê li nav şeqên te xistê! Tu çi ji Kurdan dixwazi? Heger tu ji Kurdan hez naki bi mêrane derkeve û dijminatîyê bike. Na heger tu dixwazi xwe li ber lotik û xiyarên endamên artêşa Tirk şêrîn biki ji xwe wê rûdanka nivîskarîyê ji ser rûyê xwe bavêje û şîretan li kesî meke!

   Na na, ya herî baş emê xortekî Kurd bişînin bila hinekî te bifirkîne, tiştik û miştikên te masaj bike ku ew jehra te derkeve der û tu hedayet bibî keçko, wîî!

 

 

13/03/07-Komela Hevaltî di 21ê Adarê de Newrozê li ber devê derîyê komela xwe pîroz dike. Dibêjin wê bi şev agir bê dadan, bi def û zirne şahîyek xweş û geş bê lidarxistin. Lotikvanên ku bixwazin zeîf bibin û kîloyên xwe yên zêde bavêjin, bila herin govendê û xwe li erdê xin. De yella!

 

Serhildana rojavayê Kurdistanê di dilê gelê Kurd de dijî!

Bê şirove

Heramzadeyan çira “Demgêbotan.com” vemirand

 Cemîl Cewher-13/03/07-Zaxo-Heramzadeyên ku di bin kontrola esker, çeqel û keftarên Tirk de ne çira malpera www.dengebotan.com ê vemirandin û lotikek li me xistin. Dengêbotan.com xizmetek gellek baş ji çand û wêjeya Kurdî re dikir û di vê dema dawîyê de ew û Lotikxane bibûn destebrakên hev.

    Lê xuyaye bêbavên Tirkan ji tifaqa herdu malperan hesidîne, beicîne, xiyarek ketiye wan ku rabûne malpera me dengêbotan.com girtine. Lê bila Tirk di paşilên jinên xwe de bi rehetî ranezên! Bi telaq wê Lotikxane vê tirê ji wan re nehêle û wê bi lotikên xwe xewê li wan biherimîne heta ku bêjin”gurimmmmm” û biteqin!  Wey hûn bi qurbana dengêbotan.comê bin rebbî!

 

Cara yekem qûnekan hevdu berda

 

Kurdê Reşik-13/03/07-Afrîka Başûr- Wek hûn zanin, mirovên vê heyamê hema bêjin aqilê xwe xwarine û ji gewîtî (bitrî, têrxwarinî) nema zanin çi bikin îcar li tiştên balkêş digerin û wan diceribînin. Li Afrîka Başûr cara yekeme ku du qûnekên (homo-gay) jin û mêr hevdu berdidin.

   Rîchard Thorntonê 52 salî û Andrîes Jacobsê 20 salî berî demek dirêj bi hevre zewicîbûn û hevdu çirvirandibûn. Piştî ku Rîchard Thorntonê 52 salî dikeve şikê ku mêrê wî wî dixapîne û diçe bi xort û mortan re lorikan li hev dixin, îcar ji dadgehê re dibêje:“ Hakim beg, sedema hevduberdana me ev e ku mêrê min Andrîes îxanetê li zewaca me dike, bi şev min di xew re dibe û piştre jî bi hineka din reg on dixwe “ filan û bêvan. Werhasil, ya rebbî tu me ji qûnek û mûnekan biparêzi rebbî!

   Ê lawo bê wîjdan, ma wê heta kengî xortê 20 salî derdê yekî wek te 52 salî bikşîne kurê min? Rebeno ha bazda ser te û ha bazda ser kerek piştkurmî, ma ferq çi ye? Ma heta dehşik û conker hebin kes lotikan li kerên diranketî dixe baba?

 Pevçûna li ser 8êAdarê!

 Farûqê Devliken-12/03/07-Mêrdîn- Heştê adarê bû neh, neh çû di deha re derket, yanzdeh jî waye bi xêr tê; lê hezar mixabin, hîna li Tirkîyê xirecir û nîqaşa li ser cejna jinan xelas nebûye...

   Parlamenterên partîyên wek AKP, CHP, DYP, MHP û ANAP ê civînek sergirtî lidarxistin. Erê yabo, bi xêra Kurdistana başûr û herdu serokan, me jî ji xwe re civînên sergirtî dît û nas kirin.                

    De îja hema karên we tunebe, her ji çar-pênç rojan neqlekê civînek sergirtî lidarxin; bê wûn Tirkîyê pêş ve naxin û qûnê li dewletên Ewrûpî naqetînin.    

  Na wele!..(Dewamê wêne bitikînin)

Ew jî diz derket

Aras Zirnevan-12/03/07-Stenbol Birastî min bi xwe gellek caran ji malpera Lotikxanê bawer nedikir û hetta min henekên xwe pê dikir. Lotikxane piranîya caran dizî û zinêkarîya Tirkan eşkere dike, lê ka yê ku fêhm bike? Werhasil, niha min ji sedî sed bawer kiriye ku Lotikxane kêm dibêje û zêde nabêje.

   Meselen li lotikvanê Tirk Kenan Dogûlû binerin. Qaşo wê Kenan Dogûlû bi strana bi navê “Shake it Up Şekerîm” Tirkiyê di Eurowîzyona stranan de temsîl bike. Lê niha derket holê ku wî ew meqamê strana xwe ji Yûnanî, ji stranbêja Yûnanî Sarbel dizîye. Çi ecêbe ku wê Sarbela Yûnanî jî bi heman meqamê strana xwe “Gîa Sou Marîa” li ser navê welatê xwe têkeve Eurowîzyonê. Li gor televizyona Yûnanî, xwedêgiravî Kenanko jî gotiye ku raste herdu meqamê stranan dişibin hev. Lê qûneko li xwe danayne bêje “min ew meqam ji Yûnanî dizîye”.

   Werhasilî kelam, Kenan Dogûlû jî wek piranîya Tirkan qûnek, diz û zinêkar derket û xelas! De Xwedê wî di Eurowîzyonê de rûreş û qûnreş bike rebbî!

 

s© lotikxane 20-02-2006