Di demek nêzîk de Xaltîka  Fatê              transferî Lotikxanê dibe....

                   Li bendî bin

 

Yan Kurdistan yan neman!

 
Google

    

Arşîv                                                                     info@lotikxane.com                                                                            lotikxane@hotmail.com          

Bêwar Brahîm

Xilmaşiya ber agirê Newrozê

Xecê Omerî

Gundê min

 

Gabar Çiyan

Mihemed Şêxo

 

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-X

Lokman Polat

Romanname

 

Bavê Ronahî

Ehmeq in

 

Lezgîn Şêxo

Zilamê mîzek

 

B.X.Sirûcî

Nexweşîya me

Bavê Felek

Bê Xweda dibe bê xwedî nabe

Adil Dûran

Dilreşî

 

Dilsotî

Peyva rast

 

                                                            Metelok:  Berxê çê li ber kozê kifşe!                                        26/ 03 / 2007   

Yekemîn romana dîrokî ya Kurdan derket

BAZÉ MED; FERWERTİŞ

 

Edîp Bedirxan-Ji 2’yê Adara 2007’an virde romaneke nû tev li cîhana pirtûkan bû. Navê wê, Bazê Med; Ferwertîş’e. Pirtûk li Tirkîyê ji alîyê weşanxana Siyahbeyaz ve hatîye weşandin.Berî kû ez dest bi çîroka Ferwertîş bikim, dixwazim derbarê vê pirtûkê de çend tişta bînim zimên. Pirtûka Ferwertîş bû xwedîyê taybetmendîya yekemîn romana ku di derbarê dîroka Kurdan a kevn de hatîye nivîsandin. (Zêdetir bixwînin)

 

 

 

 

)))))))))))))))))))))

 

Kurê dêlê dest avêt zarûkan

 

Hêzil Keskesor-26/03/07-Stenbol-Kuro binerin li vê ecêbê û li vê sosretê!

Li Stenbola paytexta Siltanan, taxa Qasimpaşa yekî Tirk fêr bûye hertim li pey zarûkan digere û lotikan davêje wan. Ev lotikvanê dêqehb, eger ne zarûkên 11 û 13 salî bin jî, qîma xwe nayîne.

   Çi dema ku zarûk ji dibistanên xwe derdikevin û ber bi malê ve diçin, dêqehb li pey wan diçe heta ber deriyê mala wan. Hin caran dê û bavên zarêkan didin ser wî, ew ji malê dûr jî dikin.

   Rojek berê dêqehbê ku navê xwe bi sextekarî daniye Teyar Mûrad  qîzikeke 12 salî qefiland û wê da ber lotikan. Lê qîzikê qîr dan û kir hewar û fîxan. Dikandarên nêz dan ser piştê ew girtin û teslîmê polîs kirin. Bala xwe danê ku ne carek, tam li 14 cihan sûcên ku kirine û hatine peyîtandin hene.

Dadgeha Beyogluya Stenbolê jî, çend lotik lê xisitn û wî hinart girtîgehê.

   Îcar emanet û 124 hezar carê emanet, gava hûn diçin Stenbolê, pir hay ji zarûkên xwe yên piçûk hebin.

Ha ji we re Tirkekî super!

Polat Erdem-25/03/07-Izmîr- Digotin serê Tirkan wek jehra Silêmanî dixebite û di dinyayê de yên herî biaqil Tirk in kesî bawer nedikir. De fermo ji we re nimûna zîrekî û jêhatîbûna wan.

   Li bajarê Artvînê zilamê bi navê Hamît Gur tam 20 salin di Fakulteya Perwerdeya Vekirî de dixwîne û hîna jî dîploma xwe nestendiye. Hamît Gurê 52 salî ji ber ku pênc salan ji dersekê di sinif de mabû, tam deh salên wî ne ku di sinifê duyem de dixwîne û lotikan dide xwe. Qaşo tirro xwendevanê Zanîngeha Anadolûyê ye jî haaaa!

   De îcar destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin: Ma ji Tirkan zîrektir, biaqiltir, supertir û hetta qantirtir kes hene? Naaaaaaaaaaaaa!

Neîly Marîe Bojahr bû lotikvana Almanya 2007

Sosin Bermal-24/03/07-Berlîn-Neîly Marîe Bojahra 18 salî bû “Mîss Germany 2007” û Xwedê bi elba mezin dayê.

   Ji nav ewqas keç û qîzên xweşik û bedew, Almanan raya xwe dan Neîly Marîe Bojahra ku devê wê wek zotka mirîşkê sorik û morik e.

    Ê ma ne ji berê de dibêjin:”Go Xwedê da nabêje tu kurê kê yan keça kê yi” heyran, wîî! Êdî kes nema li bedewî û spehîbûnê dinere allahwekîl! Xwîna kê tehl be, kî zêde lotik û pehînan bavêje Xwedê dide wî/wê û hew,wehhh!

Dev ji mirovan berdane, dane dû lotikvanîya heywanan

Îbrahîm Bagok-24/03/07-Kanada-

Endamên Rêxistina Mafê Heywanan PETA yê nema zanin bê çi bikin, îcar hema xwe li kuçe û kolanan tazî, şût û rût dikin. Ciwanikan dev ji mafê mirobvan berdane, dane dû bişkul, serkul û rîxa heywanan.

   Werhasil, li Kanadayê dîsa endama PETAyê xanim (X) xwe li kolanê bera çlê da û lotikek avêt derûdora xwe. Malxerabê hingî bedew bû, piranîya rojnamevanan dev li zimanê xwe kirin û doxîna xwe şil kirin.

   Werhasil, mafê mirovan li dinyê bûye pênc pere xanimên PETAyê jî radibin mafê heywanan diparêzin, tew mala minê tewww! Bi Xwedê we mesele safî kir.....

Va ye çem jî rabûne lotikan

 

 Xwedêdan Zindî-23/03/07-Stockholm-Saziya Parastina Xwezayê (WWF), daxuyaniyek lotikwarî daye û gotiye ku Ji ber germiya gêtiyê, li dinyayê 10 çem hene ku hahayê wê ziwa bibin.

Ji wan çeman 5 li parzemîna Asyayê ne: Yangçe, Mekong, Salween, Ganj ve İndüsê Pakistanê herweha  Nîlê Misrê jî ji ber gûyê Ereban lotikên xirab davêje.

   Li Ewrûpayê  çemê Tuna ji ber jehriya fabrîqeyan, li Emerikana Latîn çemê  Rio, La Plata û Rio Grandê ji tirsa Heci Bûş, li Avustralyayê çemê Murray-Darlingê û li Çînê jî çemê Yangçeyê ji birsiyan lotik davêjin.

   Lê belê şikir ji te re Rebi, çemên Kurdistanê Dîcle û Firat serbilind mane û ne di nava çemên lotikvan de ne.

Icar xetera mezin ev e ku di 2025an de gava 4 milyar kes li dinyayê bêav bimînin, wê ev car ji bo avê rabin û Kurdistanê bikin lotikgeh.

   De bila Xwedê ji wan re nehêle. Ka emê jî sala 2025an bipên…

 Lotik ji rojê kêm mabûn bavo!

 

Kahînê Kurd-22/03/07-Kurdistan-Xwedê wekîl e, kesî nizanîbu ku roja hewqas delalokî jî dide lotikan. Lê va ye NASAya xalê me Heci Buşh bi bûjeneke taybet petitandiye ku roj di van rojan de lotikên bêîman zêdetir kirine.

   Ev wêneyê rojê ku lotikan davêje,  cara ewil e hatiye weşandin û ji aliyê peyîka bi navê HINODEyê ve hatiye kişandin.

Îcar meriv nizane, gelo ev lotik yên xêrê ne yan yên reşiyê ne! De ka em ê jî li benda demê rawestin û encamê bibînin…

   Hah, wele hate zanîn ku çima roj van lotikan davêje. Ew jî zane ku NEWROZA KURDAN e, ev dem jî ya Kurd û Emerîkan e, ew jî bi van lotikan Newrozê pîroz dike!

Sisê telaqin, nabe!

Serdar Mirad-22/03/07-Amed- Dibêjin xwişka me Leyla Zana beşdarî Newroza Amedê bûye û xwedê jê razî be xweş xeber daye. Hem jî bi Kurdî û Tirkî.

   Werhasil, dibêjin Zana behsa serokan jî kiriye û gotiye:"Sê serokên me hene. Yek Celal Talabanî ye, yek Mesûd Barzanî ye û yê din jî ji xwe nayê veşartin A. Ocalan e" û dilê xelkê şa kiriye.

   Wey rehma Xwedê li dê û bavê te be rebbî! Xwezî herkesî wek te rastî bigota û rêz ji her serokî re bigirta û hew! Lê heyran, li gor dînê me sisê telaqin, nabe haa! Ji kerema xwe yan bike çar û yan jî bike didu û tu sax! Wey emrê te hezarsalî be Leyla Zana!

Dayika herî seksî

Rozê-21/03/07-London- De werin ü li vê ecêbê binerin, mankenî û modelî nebes bû, îcar jî ankêt û pêşbirkên „Dayikên herî seksî“ tên lidarxistin û diyên zarokan lotik û pehînan davêjin derûdorê. Hindik maye ku „Bavên herî seksî“ jî bên hilbijartin û piştre jî wê dor bê ser „Ker û qantirên herî seksî“ bi serê we.

   Werhasil, hefta çûyî ankêtek  bi 10 hezar kesî re hat çêkirin û di ankêtê de lotikvana meşhûr û mankena xwîngerm Katîe Price wek dayika herî agirpêketî hat hilbijartin.

    Ê bi serê we, gava meriv li wêneyê Katîe Prîce û li zikê wê yê nepixî dinere, birastî jî tevzînok bi laşê meriv dikeve haaa!

   De lê binerin û hûn biryarê bidin bê ka xanimê seksî ye yan agirpêketî ye. De qurban deee!

  

 

Devê wan nagihê tirî dibêjin “tirş e!”

Serdar Mirad-20/03/07-Amed- Hûn zanin, tu kesî wek van nivîskarên ku bi eslê xwe Kurd in û înkara qedr û qîmetê zimanê xwe dikin, xizmet ji çand û zimanê dijmin re nekirine.

   Mêrikan nikarin bi mêrane bêjin:”Heyran Kurdîya me ne xurt e, mixabin em nikarin bi zimanê xwe xwe bînin zimên û berhemên xwe biweşînin” îcar radibin hezar mahneyan dibînin û dibêjin: “Zimanê Kurdî ne zimanê edebiyatê ye” filan û fîstan. Yanî, wek rovî devê wan nagihê tirî îcar radibin dibêjin “tirş e!” 

   Werhasil, dibêjin nivîskarên Tirk (em nabêjin Kurd) Necmîye Alpay û Îlhamî Sîdar jî ketine govenda biçûkkirina zimanê Kurmancî û dibêjin:”Zimanê Kurdî zimanê çûk û çivîkan e, em nikarin bi vî zimanî edebiyatê bikin” filan û bêvan.

   Yaaaa! Hûn ne yên pêşî ne û ne jî yên dawî cîgerlerîm! Dewleta Tirk jî dibêje:”Zimanê Kurdî zimanê gur û keftarên serê çiyê ye, ne pê edebiyat tê kirin û ne jî lotik pê tên avêtin” brê min! Îcar ferqa we ma çi hêêê?

Zewicî me lê amade me!

Tacdîn Baran-20/03/07-Almanya- Li Ewrûpayê malperek bi navê ”Zewicî me lê ji lotikan re amade me” heye û bi milyonan emdamên wê malperê hene. Ev malper kesên zewicî di şahîyekê de tîne cem hev û kî bixwaze dest bavêje jina kê, yan jî kî bixwaze çend lotikan li xwe xe serbest e. Helbet ev şahî şahîyek bi rûdank e (maske). Jibo kes kesî nasneke û kî bixwaze bazde ser kê divê herkes rûdankekê bide ber ruyê xwe.

   Werhasil, îcar xuyaye kêfa Tirkan pir ji vê malperê û ji vê şahîya ”Kê kir kê” re hatiye ku wan jî rabûye malperek wek wê malperê bi navê www.EvliyimAma-Uygunum.com û www.ClubMBA.net li Tirkiyê vekirine. Li gor çapemenîya Tirk dibêje, di nava 40 rojî de tam 50 hezar jin û mêrên zewicî bûne endamên wê malpera ”Kê kir kê”.

   Hefta çûyî şahî û cîvîna ”Bigre û bernede” li Stenbolê hat lidarxistin. Li gor îstîxbaratên ku ketine destê Lotikxanê, di vê şahîya bi maske de dê weledê xwe avêtiye û kesek nemaye ku ji paş û pêş de lotik li xwe nexistiye. Yanî, Tirkan jin û mêrên hev çirandine û hevdu ji çaroxê firehtir kirine û hûn sax!

   Îcar kî mala xwe dibe mîratê û dibêje:”Tirk ne medenî ne” hêêê? Ma ji vê medenîyetê mezintir medenîyet û şaristanî heye bi qedrê Xwedê kin? Kê kir kê? Bigre û bernede! Pekkkkkkkkk! 

 

Dewra koçbûnê diguhere

 

Cemîl Mûrad-26/03/07-Amed-Hevgîrîya Karbondioksîtê zêde dibe, okyanûs germ dibe, qeşa dihele, sewîya behrê bilind dibe, şewta daristanan zêde dibe, tebeqa qeşayê parçe dibe, gol biçûk dibin, dewra ziwayî dirêj dibe, çemên diherikin zuha dibin,germahîya zivistanê zêde dibe, buhar zû tê, payîz derenk dikeve,riwek zû çîçekên xwe vedike, dewra koçbûnîyê diguhere, qada jîyanê diguhere, dirêjahîya  bejahiyê li ber devê deryayê bi erozyonê dikeve,komberfên li serê çiya û newalan kêm dibe, ewrên daristanê zuwa dibin, nexweşî bela dibe, li cîyên bilind germayî zêde dibe hwd, çi bi serê dinyayê tê?
    Zanyarên Amerika, Ingiliz û Avustralî bi raporek daxuyand ku 10 sal şûnda wê felaketek mezin bi serê dinyayê de bê û ewê bê noxteyekê wisa ku carek din ewê bi paşde neyê..Lewre dûnya germ dibe (Dewama nivîsê bixwînin)

 

Ne Quzey Iraq oxlim? Herêma Kurdistan, kurê kerê!

 

 Azmar-26/03/07-Ewrûpa-Tirk her roj lotikan li ser hevdu dixwin.Kuro xezeba xwedê li wan ketiyê û hema wek mîrişka ku dîk ketina dû wê hema tir û fisan berdidin.Ez her sibe ser netê xeberê wan temaşe dikim ku  bizanim hele dîsa çavan ketine ber lotik û pehînên bêîman.Rayedarên Amerîkayê her roj ji paş û pêş de Tirkan didin ber lotikên Amerîkî.

    Wek hûn jî  dizanin,  Wezîra Derve ya Amerîkayê xatûna rengê çîkolata Condoleezza Rice berî çendakê  gotibû Kurdistan.Axaftina wê şerîn bû lê ji Tirkan re tûj û tal hat.Ji ber ku Tirk her tiştî paşûpê fêmdikin, li zora qûna wan çû û kirasê xwe çirandin.Vê carê jî Zalmay Xalîlzad jî got Kurdistan.Vêca Tirk di rojname û malperên xwe de dest bi zîtirkan kirin.Lê wek dibêjîn: ”Ît ûrûr karwan jî yûrir” oxlimmm!

   Lo hûn xwe bidirînin jî êdî navê "Quzey Iraq" di nav ferhengan de nema.De bi xêr bê Herêma Kurdistan! Bi hevîya nemana Guneydoxî Anadolî jî rebbî!.De hûn bi xêr û ez bi selamet, xweda hafîz kaka!

 

 

ŞÊWRA ROVIYAN

 

 Zinar Xêrxwaz-26/03/07-Anatolya-Serokdewletê Misrê Hiznî El Mobarekat li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Ehmed Neco, li balafira xwe siwar bû û çû Enqerê. Gava herduyan dest bi devjeniyê kirin Ehmed Neco got:

- Ya ezîz bira, em ketine gerremoleka pir mezin û nikarin jê derkevin.

 Hiznî El Mobarekat got:

- Gelo xêr e?

Ehmed Neco got:

- Elawekîl,em pir ji Berzanî û Telebanî ditirsin.

 Hizni El Mobarekat serê xwe hilda û got:

- Ya ex-ul ezîz, ew Sedamê hewqase zalim û mucrim bû, ji heqê herduyan derneket. Heta niha Kurd bêxwedî bûn, kesî bi wan nedikarî. Lê niha Hecî Bush û Tonî Bilêr xwe dane pişta wan. Nîvê dinyayê jî li pişta Bush û Tonî Bilêr in. De tu karî çi ji wan bikî?

    Ehmed Neco, serê xwe berjêr kir û xwe bi xwe bi dizî got: Lazime em siyaseta xwe biguherin. Va ye mîna ku ev Ereb jî li tayê Kurdan lêdixe. Eger em Tirk bi vê serhişkiyê bajon, Xweda wekîl e em xwe li ber lotikên Kurdan ranagirin…Êêêêêê, bi serê min û we lotikên Kurdan ji pehînên qantir û bergîlan jî dijwartirin haaaa! Kuro tirê ji dijmin berdidin tirê looo!

 

Maocî sêwî man

 

Çang Çîng Çong-25/03/07-Pekîn- Di serî de bila serê Maocîyên Kurd sax be. Kurê Mao Tzedûng, Mao Angîngê 84 salî ji Çîn a komunîst bar kir û berê xwe da cehnema emperyalîst.

   Dibêjin Mao Angîng piranîya jîyana xwe di nexweşxaneyên psîkîyatrîst de derbas kiriye û di rojên dawîya jîyana xwe de nema insan û heywan ji hev derdixistin.

   Werhasil, mîratxwirê Mao Tzedûngê ku demekê serokatîya hinek rêxistinên dinyayê dikir, dev ji Çîna komunîst berda û dibêjin wê jîyana xwe li cehnema emperyalîst berdewam bike. De Xwedê sebrê bide maocîyên dinyayê rebbî!

 

 Swêdîyan rekor şikand, Iraqîyan govend kişand.

 

 

    Aran Perînas-   25/03/07-Swêd-

   Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî sala çûyî hejmara mafê penaberîyê li welatên Ewrûpa sedî heftê û heft bû. Penaberên Iraqîyî di wê salê de Swêd wek welatekî favorî hilbijartibûn. Di raporê de nîşan dibe ku 9000 kes îltîca kiribûn.

   Di salekê de jî nezîkî 3 milyon insan ji Iraqê revîyane û li welatên ewrûpa belav bûne. Şerê Amerîka bûye sebebek ku insanan mal û milkê xwe di pişt guhê xwe re avêtine û bi can û rihê xwe daketine.

   Di Midyata bicûk, li Baxdata Iraqîyan li semta Sodertelya Swêdê, piştî rûniştinê distînin herroj gelek insan bi cih dibin. Berî ku erebek îltîca dike, xwedîyê wî ku li swêd dijî di der heqê swêd de gelek agahdarîyan dide wî.  Dilê wi/ wana xweş dike.Bi agahdarîyên şaş û xelet insan niyeta xwe xirab dikin ji bona Swêd. Li gorî xeyal û fantazîyên wan insanan Swêd dibe cennet. Gelek caran wexta ku dikevin vê rastîyê, dibin wek masîyên ji avê derketî.

 

Mînak:

- Exûyy, were binere, bi xwedê ti li vir birçî namînî. Wê wek gulan li we xwedî bin.

- Me fêm kir lawo, ew carekê te behsa pera mera kiribû?

- Kuro lawo, hîn te xwe ji wê cehenemê dernexistîye ti qala peran dikî.

- Serê min xera neke  yewel, bine bi telaq ez nayêm haaa.

- Welleh xweş meseleye loo, emê ji bo xatirê te hem xwe biqetînin û hem jî xwe daweşînin....

 

Agahdarîyek ji Buroya Çapemenîya HPG

 

 

Merhaba

24/03/07-Wek tê zanîn ev demeke dirêj e, dewleta tirk a dagirker, ji bona rê li ber agahîgirtina gelê me bigire, hemû sîteyê me yên Tevgera Azadiyê ketina wan li Bakurê Kurdistanê qedexe kiriye. Ji bona ku hûn bikaribin bikevin sîteyên me, ji navnîşanên ku me li jêr lîsteya wan daye, yek ji wan bigirin, li qutîka înternetê ve bikin û enter bikin. Wê sîteyek derê, li qutiya ku derê navnîşana me www.hpg-online.net binivîsin û erê bikin. Wê demê bêyî ku hûn li qedexeyê rast bên, hûn bikaribin bikevin sîteyên me.

Silav û rêz   (Dewama nivîsê bixwînin)

 

Quwa-î kûçikîye-2-

 

 Farûqê Devliken-24/03/07-Mêrdîn-Hêzên neteweyî, kûçikên neteweyî, qûwa-î kûçikîye ji qulên xwe derketin û şaxek din vekirin. Di vekirina şaxê de, serokê wê ji heft kûçikan bêtir kir hewte hewt û reya. Xwedê mala bavên me stirand ku zincîrkirîbû an na bi elawekîl, kes bê birîn nedihişt janbiserîketo.

   Kûcikbavo çi qas xwe li vir û wir rakişand jî, singê xwe ranekir.

Min bi xwe, wexta ku guh da wî kûçikbavî, kenekî zor da min. Na, na, di îmana min de bî, te ji nexweşxaneya dînan an jî ji komara dînên Helîm Yusif yek biriba li dewsa wî teresbavî danîba, wek wî tûlî xwe li qarşî çapemenî û raya giştî rezîl û teres nedikir.(Dewama nivîsê bixwînin)

 

Wey ne ser xêrê be rebbî!

 

Dilcan Îzol-24/03/07-Antalya- Li gora çapemenîya Tirk û şîrketa Affan Aîra ku navenda wê li Amedê ye dibêjin, wê îsal ji başûrê Kurdistanê 20 hezar Kurd bên li bajarê Antalyê seyranê bikin, têkevin behr û çem û golan û perên xwe bidin Tirkên xwînheram.

   Tu dibê qey ji Tirkiyê pêve tu dewletên xweş nemane bavo? Kakacanên me nafikirin, ew pereyên ku bidin Tirkan wê rojekê bibin berik û fîşek û li brayên wan ên bakur vegerin. Ma li Îtalya û Yûnanîstanê ciyên xweştir tunebûn kaka? Yan lotikên dijmin bi we şîrîntirin?

   Haaa, yabo ma çima em henekê xwe bi wan dikin lo? Ma ne gellek siyasetmedar û rewşenbîrên me jî li Antalyê xanî kirîne û ji Ewrûpayê tên seyranê heyran, wîî!  

   Ax gidîîîîî axxxxx! Emê kengî xwe nasbikin û xetekê têxin navbera xwe û dijminên xwe ya rebbî!? Wey weled bê em çi xeşîmin wey weleddddd!

 

Dêqehp hêka xesuyê jî doqand

 

 Gizêr Bêwar 23/03/07 -Roja Îna pîroz, saet 03 yê şevê-Roja Îna pîroz, saet 03yê şevê, yekî Tirk ê 25 salî,  gava ji qîza wê têr nebû, îcar rabû çû hêka xesuya xwe ya 45 salî jî doqand.

   Lê gava xesuyê berxwedan kir, zave şeşagira xwe kişand û dawa xesuya xwe li serê wê pêça. Lê belê li gor gotinan, dibêjin ku xesû ji qîzê delaltir û spehîtir bûye.

   Li ser giliyê xesuyê, dadgeha bajarê Kirklareliyê sûcê enişteyê delal, peyitandiye, piştre deh sal û yazdeh meh û 20 roj sezayê girtîgehê pê ve zeliqand.

  Lê belê zave digot ku ha lotikên xesûyê,  ha yên qîza wê ji min re ferq nake, rabû îtîraza xwe hinart dadgeha bala ya Enqerê. Vê dadgehê jî, eynî seza  pê ve zeliqand û xiyarek xistê.

   Îcar sosreta herî mezin ev e ku S. ya keça M.Dyê, gotiye:”Diya min nebûkarî li mêrê min kiriye” filan û fîstan. Îcar heyran, va hûn bi çavê serê xwe dixwînin, bi telaqê bê fitû jin, xesû, xwişk û dê li ba Tirkoleran ferq nakin. Hema ku fîşek dan ber keleşkofê kî têkeve ber ne xema wan e...Hay ji xwe û zinêkarîya Tirkan hebin, eman eman!

 

Kuro li vê ecêbê! Şerê eşîrê ji bo çûna behiştê, heywaxxxxx!

 

 Selîmê Bêrtî—Kurdistan-23/03/07-Dibêjin çû zeman, hat zeman, serê eşîrên Kurdan dîsa ketin nava toz û dûmana partiyên Tirkan.

   Hûn zanin ku Rehimkoyê serokê Eşîra Bêrtiyan çi gotiye? Dibêjin xwedêgiravî gotiye:

”Ji bo ku em wek eşîrê tev herin behiştê, divê em dengê xwe bidin partiya Teyib Erdoxanê Laz. Divê em li ser navê miriyên xwe jî dandgdanê bikin.”

    Lê Baqiyê serokê bavikekî din ê eynî eşîrê jî weha gotiye: ”Na, wele tu partî mirov nabin behiştê lê mirov dibin dojehê.”

   Îcar Hemzoyê ku ew jî serokê bavikekî ye jî weha gotiye: ”Wele em dengê xwe bidin kîjan partiya Tirko jî, yê ku xisar bike dîsa em bi xwe ne.”

   Îcar Xwedê alim e û Pêxember jî şahid e ku heta niha jî  eşîrên Kurdistanê miqate û dehkera çûn û neçûna behiştê dikin. Tev ji bo partiyên Tirkiyê.

   Hey mala xwe xirabino! Hey agirê kulê bi porê we ketino! Ma hûn carekê bi xwe nasêwirin ku hûn dengê xwe bidin xwe? Heywaxxxxxx!

 

Baykal bi siya xwe re şer dike

 

 K.Mûşî-22/03/07-Enqere - Di demên dawî de helwestên bi hêrs û agresîf ê Serokê Giştî yê CHP'ê Denîz Baykal ku ji ber helwesta xwe ya neyînî ya li hemberî pirsgirêka Kurd tê niqaşkirin, balê dikişîne. Ev asabiyata Denîz Baykal di wêneyan de jî rû dide û dîmenên

balkêş derdikevin holê.

   Di wêneyên ku roja ewil di sempozyûma avê de hatn kişandin, derket holê ku sîya Baykal jî li ber Baykal destê xwe radike û bi vê yekê dîmenek wekî 'Baykal bi siya xwe re şer dike' derket holê. Ji aliyê din gundî û cîran bi namûsa xwe sûnd dixwin ku siya Baykal jî bûye dijminê wî û ew kerdu bi lotik û pehînan radibin hev.

   De îcar ka bifikirin; wê çi xêra Denîz Baykalê ku ji ber pirsgirêka Kurd dîn bûye û bi siya xwe re şer dike, ji Kurdan re hebe gelo? Bila bersiva vê pirsê jî Kurdên di nava CHP de bidin! (Wêne:DÎHA)

 

Televîzyonên tirkan her serê deh dekîqan lotikên bê isûl li temaşevanan dixe

 

 

 Aran Perînas-22/03/07-Swêd-Berî cend rojan di kanalek tirkî de bernameyek zindî  hebû. Min rêzefilîmek televîzyonê temaşe dikir. Fîlm bi xwe teqrîben seatek bû, heya kû fîlm xelas bû nezîki 10 reklam di nava filîmê de hatibû bi cîh kirin. Her reklamek ku dertê nezîkî 10 deqîqa bû, îcar hesab li cem we.

   Îcar mîsalek ji reklamê: Spîker: Ev alet te zeîf dike, tê wêna berî razanê deynî ser zikê xwe, dûvre tê biqulpînî, bizîvirînî. Newloye birêz Stiven?

Stiven: Helbet, netîca wêna sedî sede. Pistî şeş mehan halê min binere ez çiqas kubar û nazik bûme! Û ev çîrok berdewam dike….(Dewama nivîsê bixwînin)

 

 

Roja berxwedana milletê Kurd, nîşana azadî û serfirazîyê ye!

))))))))))))))))))))))

Jinên Tirk ji haletê mêrê xwe ne razî ne

Ehmed Beyan-21/03/07-Stenbol- Berî hertiştî Newroza we pîroz û bimbarek be rebbî!

   Emê niha ji we re behsa lêkolîna ku li ser „Penîsê Tirkan çend santîm e û jinên wan çi dibêjin“ hatiye kirin, bikin. Biborin ku emê behsa penîs, xiyar û miyaran bikin, lê em mecbûrin vê tirê ji Tirkan re nehêlin û bidin xuyakirin ku Kurd bi penîsên xwe karin tirê ji wan berdin. Yan na me behsa vê meselê nedikir bi serê we!

   Werhasil, îcar em bên ser mijara xwe. Enstîtuya Tipa Zayendîya Enqerê ankêtek li ser 1460 kesê Tirk çêkir û di dawîya ankêtê de encamên balkêş derketin holê. Di ankêtê de derket holê ku penîsê zilamên Tirk 14 santîm e û ji sedî 85ê jinên Tirk ji haletê mêrê xwe ne razî ne. Yanî, ew bi haletê mêrê xwe têr nabin û mecbûr dimînin di ber re jî nêçîra penîsên mezintir û zinêkarîyê bikin.

   Serokê Enstîtuya Tipa Zayendî Dr.Cem Keçe di şirovekirina encamên ankêtê de dibêje:“Mezinbûna penîs di jîyana zayendî (cinsî) de rolek mezin nalîze. Mesele ew e ku meriv zanibe bê meriv çawa hevdu têr dike“ filan û fîstan. Lê di encamê de jinên Tirk Dr.Cem Keçe derewker derdixin û dibêjin:“Çawa rolê nalîzê qûnde? Ma meriv bi penîsê zilamekî têr dixwe yan bi yê zarokekî hêê? Xiyarên zilamên me wek ê zarokane bavo, waweylê!“ û doza penîsên mezintir dikin. De neyse, li gor standartên dinyayê dirêjîya penîsê normal di navbera 11-18 santîmî de tê guhertin.

   Piştî ankêta li ser zilamên Tirk, rabû me jî ankêtek li ser mezinbûna penîsê Kurdan çêkir. Di encama ankêta me de derket holê ku penîsê Kurdan sê qatî ji yê Tirkan mezintire û ê herî biçûk 21 santîm e. Bi serê we,piştî encamên ankêta me, ji sedî 85ê jinên Tirk doxînên xwe sist kirin û dawa xwe li serê xwe pêçan! Heger xilafî di van gotinên min de hebin Xwedê mala min bibe mîratê rebbî! 

 

Kî diçirîne û kî didrû?

 

Sofî Xelef-20/03/07-Lotikxane- Van herdu sê rojan malper hemi ketine şîq şîq û pesindana  xwe û dibêjin:”Li gor îstatîstîkên portala Alexa û ajansa Vengê filan û bêvan malpera Kurdî bûye lotikvana yekemîn” filan û bêvan. Helbet kêfa me tê gava malperek Kurdî di nav malperên cîhanê de têkeve rêzek baş û pê nav û dengê Kurdî derxe pêş. Lê gelo kî rast dibêje? Yan ew îstatîstîk rastin?

   Meselen Netkurd dibêje:”Ev portal ji sedî sed rewşa malperan rûbirû nake, çimkî tenê serlêdana ji wan komputeran tespît dike yên ku toolbara Alexa.com di komputera wan de siwarkirî ye.Ihtîmala mezin di gellek komputerên Kurdan de ev toolbar nehatiye bicîhkirin, loma gava yên nebicîhkirî dikevin malperekê, Alexa.com serlêdana wan hesab nake” filan û bêvan. Yanî, li gor van gotinên Netkurdê, îstatîstîka Alexa.comê ji sedî sed ne rastin.

   Werhasil, me xwest em meselê bînin ser mesela “Şar dûre ma mişar jî dûr e” û  bêjin:”Dev ji Alexa û Malexayê berdin, kerem bikin bila her malper îstatîstîkên xwe vekirî pêşkêşî xwendevanên Kurd bikin. Rastî wî çaxî eşkere dibe bê ka kî kavir e û kî hogeç û beran e!” Ê me bi xwe em wek Lotikxane her mehê îstatîstîkên xwe bi eşkereyî, vekirî, bêtirs diweşînin. Şîrketa me çi îstatîstîkan ji me re dişîne em jî pêşkêşî xwendevanan dikin, çi kêm çi zêde ferq nake. De kerem bikin li îstatîstîka 19 rojan binerin û hûn biryarê bidin bê kî diçirîne û kî didrû! (Wêne bitikînin û li îstatîstîka 19 rojan binerin)

 

Telefona bi benzînê

Jarêêê, li telefona pêşerojê binere, mala minêêê!

 

 

Aran Perînas-20/03/07-Swêd-Telefona pêşerojê ji alîyê şîrketa Nokia ve hatîye îcad kirin û bêyî tûş e. Navê wê Nokia Aeon e. Gelek ekranên wê yên hesas hene û bi wê ekranê merov bi tiliyên xwe daxwaza xwe tîne cîh.

Li gorî Nokia ev telefon di fantazîya hemû xortan deye, telefonek tekûz e, û em bi vî awayî dixwazin bidin nîşandan ku teknîka me çiqas pêşketîye. Em gelek li ser vê desenê xebitîn. Fonksîyonên telefonê gelekin.

   Di nava telefonê de hicrên sotemenîyê hene. Bi wî awayî benzîn tê dagirtin û dûvre tê şewitandin. Nokia îcadek çêkir kû bêhna şîrketên din çikand.

Me çi ji desena wêna ye. Me eleqeder nake bavê min!  Hîn ji niha de gelek pirsiyar li ser vê telefonê di serê min de çêdibin.

 Mînak:

   Her wexta ku benzîna telefonê biqede, tê bêjî civata ku ti lê rûnistî:

De ka musade bikin, bi xwedê benzîna telefona min xilas bûye. Divê ez herim benzînê dagrim. Gelo wê atmosfer û reaksîyona civatê çi be? Wê ew kesên li civatê li ser te çi bifikirin?

   Temam, em bêjin ku ti ji civatê revîya, tê dûvre çawa bikî?

 Wexta ku ti hatî cem benzînxanê tê bîra te:

Yaww li vê ecêbê, min xwe xist bela wê telefonê, malnemîratan ji min re negotine kîjan kalîta benzînê ezê bi kar bînim, belki 95 oktan belki 98 be, ma li vê benzînxanê bîst şikil benzîn heye? Îca iş û emelê min tine rabe wêna bibe cem teknîker. Na yabo na me navê.. Ne Oktanan û ne Benzînê.

Çend gotinên xweş li ser Yaşaro

 Farûqê Devliken-26/03/07-Mêrdîn-Hey hey kêfa min gelekî ji te re tê Yaşaro, gava tirsa cewrşêrên Kurd di wechê te de xuya dibe!

   Kêfa min gelekî li te tê, gava tirsa wan cewrşêran dil û mejîyê te dîl digre!

Hey hey kêfa min gelekî ji te re tê Yaşaro, gava tu bi xewna Mûrat Karayilan şîyar dibe û ji qudûm ve dikeve!

   Kêfa min gelekî li te tê, gava ji tirsa Karayilan perda qûna te û mîzmîzoka te bi hev re diqete û tu di nav mîz û gûyê xwe de bi sobanî dilîze!

Hey hey kêfa min gelekî ji te re tê Yaşaro, gava ji bêhna gû û mîza te jina te ji ser hişê xwe ve dihere û menopoza wê li serê wê dixe! (Dewama nivîsê bixwînin)

 

PÎROZA WE

     NEWROZ BE

 

 Eloyê Xemxur-26/03/07-Kurdistan-Roja Newrozê yek li min rast hat û got: PÎROZA WE NEWROZ BE!

Piştî lihevpirsîna me, min jê re meselokeke folkloriya medresê got, weha dibêjin:

Zilamek di rê de diçû, li yekî rast hatiye û silav lê kiriye, piştre gotiye:

- Bira, nave tê çi ye?

 Mêrik gotiye:

- Navê min Mûûûûûûsa ye!

 Mûsa piştre gotiye zilam:

- Bira lê navê te çi ye?

 Zilam jî gotiye:

- Wele navê min jî Mûsa ye, lê ne bi vê tofanê.

 

Pêş xwendevanan dikir piştre kete wî

 

 Lawkê Dêrikî-26/03/07-Dêrika Çiyayê Mazî- Li gor rojnameya Hurriyetê a Tirkan, yekî bi navê Dursun Çevik ku bi xwe şifêriya xwendevanên dibistan ewil û ya lîseya keçikan bû, lê camêr her ku xwendevanan dibe dibistanên wan û tîne, carê k.. xwe derdixwe û rê wan dide.

    Li ser vê yekê polîsan ew girtin û lotikek lêxistin. Dema polîs îfadeya wî digirin, ew dibêje: "Wele pîreka min bi hemle ye (bi  can e). loma min jî ev dikir, lê ez poşmanim". Lê poşmaniya wî pere nekir û wî dixin girtigeha Karabuk ê.

   Lê hûn ya rastî bixwazin ev miletê Tirk milletekî ecêb e. Hemû hemwelatiyên xwe gêj û dîn bûne. Loma jî rojê mirov li tiştekî ku ew dikin û gelek ecêb rast tê. Ma gelo li tu dereke dinyê heye ku yekî şifêrê xwendevanan carê k.. derxe û rê wan bide? Bi rastî jî ev Tirk milletekî ecêb e. Lê mixabin hîn Kurd jî di bin destê wan de lotikan didin xwe.  

   De îcar hûn bifikirin bê milletekî ku di bin destê milletekî ecêb û dîn de bijî wê çi felaket bên serî wî?

Mam Celal Tirk beicandin

Mihemed Soran-25/03/07-Silêmanî- Wek hûn zanin, Tirkan kiras, derpî û binderpîyên xwe çirandin jibo ku karibin referandûma Kerkûkê bê lipaşxistin yan neyê çêkirin.

   Mam Celal Talabanî lotikek bêîman li der qûna wan xist û got:“Referandûma Kerkûkê nayê lipaşxistin,bi sê telaqan wê referandûm di deqîqeya xwe de bê çêkirin kaka“ û şeqamek li binguhê Tirkan xist.

   Li ser vê helwesta mamê me, Tirk bûne wek segê ku derzî di qirika wî de mabe, ha dike ewte ewt û ha dike qarewar.

   Werhasil, bi telaqê jinberdanê em elokên dinyayê tevî bikin bi qurbana mamê xwe hindike û ne zêdeye û hûn sax!

Mîss Amerîka hat hilbijartin

Şemal Amedî- 24/03/07-New York- Mala Xwedê sed carî ava be rebbî! Em ji hilbijrtina “Mîss Amerîka 2007” jî xelas bûn û defîle bê qede û bele xelas bû.

   Bawerkin, hilbijartina “Mîss Lotikvana Amerîka 2007” ji gellek Amerîkanîyan re ji şerê Iraq û Afganîstanê girîngtir bû.

   Werhasil, em zêde serê we neêşînin, lotikvana rindik û mindik, xwîngerm û agirpêketî Rachel Renee Smîth bû bedewa Amerîkayê û taca “Mîss Amerîka 2007” da serê xwe.

   De Xwedê miradê wê bike û xiyar û tirozîyan bi ser de bibarîne rebbî!

 

Silavek lê kir, jina xwe li ser kir

 

Kevîn Roj-24/03/07-Brîtanya- Nizanim we bihîstiye yan na, lê serpêhatîya polîtîkvanekî kevn ê Brîtanî  tam wek senarnoya flîmekî ye. Niha Bahman Gobadî ne nexweş ba, me yê jê daxwaza kişandina vî flîmî bikira alahwekîl! Navê flîm jî yekser dibû: ”Alan jî kare bifire!”

   Werhasil, derket holê ku berî çend salan polîtîkvanê berê Alan Burkînê 47 salî deyndar bûye û bi şîreta dostekî xwe yê Tirk dost û yara xwe ya 40 salî bi rêya înternetê derxistiye bazar û mazara firotinê.

   Dibêjin jinihê hetanî bi 19 lotikan jî li xwe xistiye, lê piştre ezabê wîjdên kişandiye û mesele daye der, eşkere kiriye. Niha Alan Burkîn bi 7 sal ceze tê darizandin.

   Îcar heyran, jibo Xwedê û Pêxember hay ji xwe û Tirkan hebin! Rebenê Alan Burkîn bi silavek yekî Tirk jina xwe firot, îcar Xwedê zane hûnê çi bifroşin! Eman emannnn!

Dewleta virqo lotikek li Azadiya Welat xist

Zinar Qelemşûr-23/03/07-Stenbol- Dewleta virqo lotikek bêîman li rojnameya Azadiya Welat xist û jibo 20 rojan çira wê vemirand.

   Li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin dewleta virqo gotiye ku xwedêgiravî Azadiya Welat cudaxwaziyê dike û dixwaze Tiriyê bike piçik û parî.

   Werhasil, dewleta Tirko dîsa ”demokratbûna xwe” (!) nîşan da û gavek din ber bi endametîya Yekîtîya Ewrûpayê ve meşiya.

   De Xwedê ahê Kurdan ji Tirkan re nehêle rebbî! Derbasbûyî be heyran!

 Newroza we pîroz be!


 22/03/07-Kurdistan-
Em wek HAWAR DENGÛBAS û koma medyayê ya HKMG cejna we ya Newrozê û sersala nû ya Kurdî ku sembola têkoşîn,raperîn,hêz û hişmendîya netewa me ye û mizgînîya rojên ronak û pêşketîtir e, li we û li hezkirîyên we pîroz dikin.
    Hêvîdarin ku her sal me hineke din nêzî Kurdistanek pêşketî,serbixwe ya bi bextewarî û aramî û geşepêdanê dike.

   Bi rojên xweş û şad. Her demên we baş bin.

 

Li vê tofanê biner kurro!

 

Xwedêdan Zindî-22/03/07-Swêd-Jineke Tirk a bi zaro gava çû nexweşxanê, bala xwe dayê ku ew textorê jê re pîriktî bike yekî zilam e, ji ber oldariya xwe ya zêde nexwest û derket derva.

   Zaroka di zikê wê de jî ji vê helwesta diya xwe aciz bû, lotik avêtin û ranewestiya. Jinika ducanî êdî hew xwe ragirt û hema li ber derî xwe avêt erdê û lotik li ser lotikan avêt heta ku zaroka wê, ne bi xêr û silamet hat dinyayê!

   De îcar li aqilê jinika Tirk binerin jibo Xwedê! Jinik ji textorê zilam direve, lê li devê derî, di nav koma zilaman de dizê û şeqê xwe belbelotî hev dike, îcar hûnê çi navî lê bikin de ka hûn bêjin?

Newroz li her çar parçên Kurdistanê pîroz be!

 Farûqê Devliken-21/03/07-Mêrdîn-    

   Gelo di bin Tirkan re ehmeq hene?

Heta do û pêr neWroz li seranserî Tirkîyê qedexebû. Bêjeya neWrozê û bêjeyên Kurd û Kurdistan ji hev ne cuda bûn; wek hev fikaredar bûn. Tew îro tu bala xwe dide dewleta Tirko, tê sûnd bixwe ku ê do û pêr ev tofanî radikirin ne ew bûn; necamêran li cejna neWrozê xwedî derketin û me birin li paş kerê sekinandin.

    Weyle ku min di şens û suhûda xwe nîyhî! Sib-dusib wê jî bi Misto ve gerêbidin, qet şaş û matmayî nebin ezbenîno! Ji ber ku çi tiştên xweş, hêja û binirx çêdibe, berî ku xwedê teala bi me Ademîyan şêrîn bike, bi Misto dişêwire u dure pêşkêşî me dike.(Berdewama nivîsê bixwînin)

Newroz ne cejna zalim û dagirkira ye!

M.Nûreddîn Yekta-20/03/07-Almanya-Roja cîhan ava bûye û ta îro di nava hemî gelan de cejnên netewî an jî yên kulturî hebûne. Her wiha di beriya Îslamê da jî, di nava muşrikan da hinek cejnên netewî û yên kulturî çêbûne.

   Dema Pêxemberê me Hz. Muhammed (a.s.) ji Mekkê koçberî Medînê bûye, dîtiye ku ehlê Medînê di hinek rojên kifşe de şahiyê dikin. Ji wan pirsiye „va çi şahiye hun dikin?“.. Ehlê Medînê gotine ku, „Ya Resûlullah ev rojana rojên cejnên me ne, ji berê da em di van rojan da cejnên xwe pîroz dikin.“ Pêxemberê me wiha gotiye; „ Ji îro şûn ve ji we re (ji mumînan re) du cejin hene, yek cejna Remezanê û ya din jî cejna Qurbanê ye“.. (Dewamê bixwînin)

Silavan li zebanîyên cehnemê bike Yasîn efendî!

Cemîl Cewher-20/03/07-Hewlêr- Zinêkar û qûndeyê Ereb Taha Yasîn Remezanê cîhgirê zalimê berê Saddam Hisên lotikek xwar û berê xwe da cem serokê xwe Saddam Hisênê ewladê zinê.

   Li ser bextê gardîyanên hepsê be, dibêjin gava Taha efendî daliqandine tam şeş tir kirine û ji bêhna tirên wî esker û gardîyanên hepsê bi jehrî ketine.

   Werhasil, dibêjin Taha Yasîn Remezan bi eslê xwe Kurd e û ji Cizîra Botan e. Lê bela qede bi Kurdên wisa bikeve, ciyê wî cehnema sor be rebbî!

  De bye bye mîster Taha Yasîn Remezan! Silavan li zebanîyên cehnemê bike hebîbî!

 

Xwarinek ji bakurê Kurdistanê

 

 Xançepeklî Mihê-20/03/07-Xançepek-Amed-Tê gotin ku bi taybetî  „Li cem mêran rêya aqil di madê re (aşik) derbas dibe“ Mimkune wê ev tarîf alikarîya wan kesan bike.

    Malzeme pir e, ji bo ku tama xwarinê nereve gerek  her tişt li gor pîvanê 

linavhevkeve.(Dewamê wêne bitikînin)

 

Tir û fisa wan serî li wan gerand!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dilcan Îzol-20/03/07-Antalya- Li Alanyayê serê malbatek Alman bi ala Tirkan re ket belayek mezin û lotikek baş û xweş xwarin. Malbata Alman radibin kêfa xwe ji ala Tirkan re tînin û dîwanên trimbêla xwe bi ala Tirkan dixemilînin. Piştî ku li ser alê rûdinên û bi trimbêla xwe diçin bazara Alanyayê, dîwanên bi al bala yekî Tirk dikşîne û bêbav hema yekser xeberê dide polîsan.

   Polîs tên destê malbata Alman kelemçe dikin û ji wan re dibêjin:”Hûn li ser ala me rûniştine, we ala me bi tir û fisan herimandiye, divê em di derheqê we de dozê vekin” filan û bêvan. Werhasil, malbata Alman dimînin halekî heyirî û nema zanin çi bêjin. Çi dibêjin jî fêde nake. Heta niha jî dadgeha malbata Alman berdewam e.

   Di derheqê wan de bi navê ”Heqareta li ala Tirk, bi tir û fisan herimandina wê û hem jî tir û fisên malbatek gawir” doz hatiye vekirin.     Dibêjin zilamê Alman bi dizî di guhê jina xwe de gotiye:”Keçê ma go min zanîba bi tir û fisekê ezê têkevim mehkemên Tirkan, hema minê yekser bi ser alê de birîta çêtir bû bavo, wîî” û kela dilê xwe hênik kiriye. De Xwedê qiwetê bide malbata Alman rebbî!

 

 

s© lotikxane 20-02-2006