Di demek nêzîk de Xaltîka  Fatê              transferî Lotikxanê dibe....

                   Li bendî bin

 

Yan Kurdistan yan neman!

 
Google

    

Arşîv                                                                     info@lotikxane.com                                                                            lotikxane@hotmail.com          

Bêwar Brahîm

Xilmaşiya ber agirê Newrozê

Xecê Omerî

Gundê min

 

Gabar Çiyan

Azadiya Welat

 

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-X

Lokman Polat

Romanname

 

Bavê Ronahî

Ehmeq in

 

Lezgîn Şêxo

Zilamê mîzek

 

B.X.Sirûcî

Nexweşîya me

Adil Dûran

Penahindeyî

 

Dilsotî

Belê xwişkê

 

Bavê Felek

Bê Xweda dibe bê xwedî nabe

                                                            Metelok: Mîh bi lingê xwe bizin bi lingê xwe!                                       31 / 03 / 2007   

Têr gon xwar piştre bû hecî

Rojda Aydin-30/03/07-Stenbol- Berî niha me gellek carî behsa zinêkar û sosyeteyên Tirk kiribû û me gotibû ku, ”Têra xwe gon dixwin û piştî ku tir û fis di wan de namînin, îcar berê xwe didin hecê û qaşo dixwazin insanan û Xwedê jî bixapînin”. Werhasil, gotina dirêj serêşandin e. Emê hindik û rindik lêxin.

   Niha jî lotikvana agirpêketî, zinêkara ku her roj lotikek li xwe dixist Selîn Toktayê jî berê xwe da Umrê û bi wî laşê xwe yê herimî bû hecî. Xwedêgiravî dibêjin piştî ku Selîn Toktay zewicî ye dest bi nimêjê kiriye û bi ”çend telaqên ku heta niha li nav şeqên xwe xistine” sûnd xwariye ku êdî nema lotikan li xwe xe û bibe misilmanek xalis muxlis.

   Lê wek hûn zanin, bav û kalên me dibêjin ”Kurmê şîrî heta pîrî”. Îcar keçko, ma qûna go hînî tir û fisan bûbe kare devê xwe bigre heyran, wîî!

162 lotik li xwe xistine, û dibêje „Ez ne poşmanim!

Rozê-31/03/07-London- Werin ecêba kesanedî hayhoooo! Suzanne Portnoya dêya du zarokan (46) pirtûka serpêhatiyên xwe nivîsandiye û di pirtûka xwe de behsa gan û lotikên xwe dike.

   Portnoy ji rojnama Daîly Maîl re behsa pirtûka xwe „The Butcher, The baker, The Candlestîck Maker“ (Qesab, nanpêj-firincî-Şemdanfiroş) dike û dibêje:“ Piştî ku min biryara jîyanek azad da, min bi 162 zilaman re lotik avêtin û me hevdu di nav nivînê de gevizand. Hinek ji wan qesab bûn, hinek nanpêş bûn, hinek himal bûn û hinek jî lotikxanecî bûn. Werhasil, min kela dilê xwe hênik kir û hûn sax!“ û filan û bêvan.

   De îcar biryar li cem we…Hûn zanin, evan jinên Ewrûpî malik li jinên me Kurdan jî xerakirine allahwekîl! Wê jinên me Kurdan jî rabin û rûnên bêjin:“Azadîya jinê û azadîya jinê“. Ê keçko, ma azadî ewe ku meriv 162 lotikan li xwe xe hêê? Wîîî! De qede bi azadîya wilo keve û hew……

 

 

 

Hema wan terîşan jî bavêje keçko!

 

Şemal Amedî-30/03/07-Hollywood- Xwedê kesî ji rê dernexe rebbî! Evê dewlemendîç û navdarîye wilo anîye serê insanan ku nema zanin çi bikin. Tew nemaye ku derpî jî ji xwe bikin û tazî, şût û rût bigerin.

   Ji xwe ev stranbêj, lîztikvan û hunermendên Ewrûpî ketine berberî û qayîşê û wey li wî/wê ku xwe ji ê din/a din tazîtir bike û têkeve devê çapemenî û paparazzîyê.

   Werhasil, lotikvana bedew Laûra Cayoûette jî ket nav karwanê şût û rûtbûnê û kirasekî terîşî li xwe kir. Yanî tu wan terîşan bavêji wê mal û dikana wê derkeve bazarê allahwekîl!

   Ê keçko, madem te qencî bi xwe kiriye û xwe ji zilaman re bera çolê daye, qet nebe wan çend terîşan jî bavêje bavo, wîî!

 

Divê bawer bikin, divê bawer nekin, rastî ev e

 

 Rozê-30/03/07-London-Te dît, her kesî bihîztiye ku meleyên me dibêjin: Şerm di pirsên olî de de nîne. Ha wisa rastiya bingehîn a malbatê jî, kêmûş e.

   Len Wisemana Ingilîzî ku ev  3 salin her şev lotikan li xwe dixe heta ku bêhiş dimîne, ji kovara Sheyê re weha gotiye: Ji ber ku ez bi zilamekî re dijîm û min her şev dilxweş û aram dike, xwe pir bi şans dihesibînim. Bi vê jî nesekiniye,  xanima lotikvan domandiye: Di navendeke ku vîn û aramî hebe, neşeya jinûmêrantiyê jî didomîne. Ji van gotinên lotikwarî zêdetir, dîsa weha gotiye: Ez niha diya zarûkekî heftsalî me jî, di karê kêmûşa şevê de serkeftî dibim.

   Va we xwend ku mesele çi ye. Êdî em zêde nabêjin ku mast ji şîr çêdibe. Em bi xêr dimînin, hûn jî bi selameeeettt û lotikên xwe bidomînin.

 

Dixwazin di kerxana xwe de bixebitin

 

Raca Xan-30/03/07-Îslamabad- Wek hûn zanin Pakîstan welatekî paşdemayî, birçî û tazî ye.Dewlemendên wê her dewlemendin lê feqîrên wê jî malxerabûyî ne. Helbet wek her welatî li Pakîstanê jî kerxane û laşfiroş hene. Gellek ji wan laşfiroşan ji welatên derve hatine û xwe difroşin.Îcar xuyaye ev laşfiroşî perakî baş tîne ku bala xwendevanên medresa keçan kişandiye.

   Dibêjin grûpek keçên medresê girtine ser kerxanê û jinên laşfiroş dane ber lotik û pehînan, têra wan li wan xistine. Sedem çiye hûn zanin?

   Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin keçên medresê ji hevre gotine:”Peppûk peppûk peppûk! Keçê jinên xelkê tên di welatê me de xwe difroşin û peran qezenc dikin, ma em wek wan jî nayên kezîkurno? Keçê emê çima perên xwe bidin wan, a baş emê di kerxana xwe de peran qezemc bikin heyran,waweylê!” û  biryar dane ku di kerxaneka xwe de xwe bifroşin û perên xwe nedin jinên xerîb.

   De Xwedê xêra we qebûl bike rebbî! Heger rojekê riya me bi kerxaneka we ket emê silavekê germ li we bikin.....

Carek ketiye nav,êdî dernayê.

 Azmar-29/03/07-Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abê piştî ku leşkerên Japonyayê ji 200 hezar jin re 200 mîlyon lotik avêtin, lêborîn xwest.

   Hele naveroka wê meselê çiye em wê bêjin.Di salên 1930 û 40an de jibo ku di kerxaneyên leşkerî de werin ber lotikên leşkerên Japonî, Japonî çûne 200 hezar jinên Asyayî revandine .Û tiştê balkêş ewe ku hikûmeta Japonyayê ew sponsorê xwe amade kiriye.

   Ez niha fêm dikim ku Japon çima wiha pêşketîne.Zilaman bi firotina jinan aboriya xwe pêşxistine. (Dewama nivîsê bixwînin)

Pisîka Wanê li çi mêze dike?

 

Evdoyê Pisîkhez-29/03/07-Wan-Ev pisîka hewqas delalokî û rindikokî, li Xwedê mêze dike û dixwaze bizane ka wê kengî Wan jî mîna Duhok û bajarên din rizgar bibin.

    Pisîka çavrengîn dibêje: Hema dibêjin azadî û azadî. Ez nizanim ev azadî şekir e, hingiv e, gezo ye, gelo çi teham û meze ye? De weleh, billeh û tilleh, ez nizanim azadî çi ye, lewra min nedîtiye. Eger hingiv be, kerafî be ku min xwariye. Eger gezo be, jehrî be ku min tahm kiriye. Na, lê eger şekir be, bila quzilqurt be ku min xwariye. De eger li hev were, ezê jî bibîniiiiiiimmmmmmm…..

Angelîna Jolîe jî xwe li ava Botan şûşt

M-Mistefa-28/03/07-Kurdistan- Berî demekê malpera Dengê Botan ji hêla hackerên ker kurê kerên Tirk ve hatibû rawestandin. Lê dengê Botan piştî demekê got “Ya allah” û dîsa bi ser xwe ve hat,  lotikek Kurdewarî li ker kurê kerên Tirk xist û malperek din bi navê www.hemdem.com li weşangerîya Kurdî zêde kir.

   Herwiha Dengê Botan navdartirîn stêrka Emrîkî Angelîna Jolîe jî xist nav ava çemê Botan, bi heft qalib sabûna Helebê serê wê şûşt, Angelînaxan jî bi zimanê Kurdî herikand û wisa kir ku Angelînaxana agirpêketî jî bi Kurdî bipeyive.

   Werhasil, bi vê minasebetê malpera Lotikxane, Dengê Botan û Hemdemê peymana krîvantî û destebratîyê bi hevre îmze kir û soz dan hev ku heta mirinê ewê lotik û pehînan li dijminên Kurd û Kurdistanê xin. 

   De tu dîsa bixêrhatî www.dengebotan.com!

Bi du lotikan bû şampiyonê dinyayê

Tacdîn Baran-27/03/07-Almanya-Lotikvanê me yê Taîboksê Îsmet Bozan îsal jî bû şampiyonê dinyayê û serê me bilind kir. Îsmet Bozan di du raûndan de zora dijberê xwe yê Swîsreyî bir û tir jê berda.

  Di raûnda pêşîn de Îsmetê me lotikek dijwar li Dennîs Tîtşerê Swîsreyî xist û ew gêjomêjo kir. Di raûnda duyem de jî bi lotikek û nîvpehînekê ew serxweş kir û li erdê veziland.

   Dibêjin gava Dennîs Tîtşer ketiye erdê derpî dagirtiye û ji bêhna tir û fisên wî salon tije mij û dûman bûye.De ser xêrê be rebbî!

   Îsmet Bozan wek sala berê, îsal jî got.”Min ev şampiyonî jibo gelê Kurd qezenc kiriye” û di dilê Kurdan de ciyekî qedirşînas girt. Kuro lotikên te hezarsalî bin rebbî!

Weyla agir bi malê keto rebbî!

Hesen Almas-27/03/07-Houston- Tynesha 19 salî di 15ê Adarê de nebedî dibe.Piştî lêkolînek hûr û kûr derket holê ku hevalê wê Tîmothy Shepherdê 27 salî ew kujtiye, bi bivir parçe kiriye û li ser êgir birajtiye.

    Piştî ku cîranê Tîmothy Shepherd, Louîs Evans dibîne ku bêhnek pir xerab ji hêwana (balkona) Tîmothy tê, radibe xeberê dide polîsên lotikvan û polîs jî Tîmothy di ser birajtina laşê Tynesha de digrin.

   Werhasil, kesî ecêba bi cê ecêbê nedîye ku bêbavek hevala xwe bikuje, parçe bike û li ser êgir bibirêje. Kuro me digot qey ev reşikên Amerîkayê helîm û melûlin haaa, me nizanîbû bêbavan goştê insanan jî dixwin yaboooooo...Ya starrrrr! 

 

 

Bîranîna Mele Kurdî

 

M.Silêmanê Serhedî-31/03/07-Serhed-Tam 47 sal berî niha, Mele Kurdî  çûye ber dilovaniya Xwedê. Xweda tu wî têxî nava behişta xwe ya aberîn. Lê belê ya Xwedê, tu wî li wirê jî, ji xirabiya  Tirkan dûr bikî.

    Hûn zanin çima wilo dibêm? Na, hûn nizanin. Lewra dema mele Kurdî çûbû Stenbola Siltanan û daxwaza avakirina Zanîngeha Zehra li Wanê kiribû, ew girtibûn û xistibûn tîmarxanê, gotibûn  şêt bûye. Piştre jî wî xistine girtîxanê, ango sûcdar e. Piştre jî çûna Kurdistanê lê qedexe kirine. Dema ew bi dizî çûye ku here Kurdistanê, li bajarê kalikê xwe Brahîm Pêxember çûye ber dilovaniya Xwedê.

    Îcar hûn zanin ku van segbavên Tirkan çi bi cinyazê wî yê pîroz kirine? Hahooo….  Na, hûn nizanin lê… Gora wî di sewgurra nîvê şevê de vekirine û cinyazê wî bi balafireke cengê birine avêtine Deryaya Sipî, da Kurd nizanibin li kurê ye.

    Bila sere Neteweyê Kurd sax be. Înna lîllah we înna îleyhî racîhûn.

Mêrik kumê xwe danî ber xwe

Ciwan Qoserî-31/03/07-Qoser- Dibêjin belgenameyek ji axaftina Serekerkanê Artêşa Tirk Org.Yaşar Buyukanit hatiye bidestxistin û di vê belgenameyê de lixwemikurhatinên gellek ecêb derketine holê.

   Li ser bextê eskerekî be, dibêjin Buyukanit kumê xwe danîye ber xwe, destmala xwe derxistiye û bûye ”kûr kûra wî” û giriyaye.

    Di belgenameyê de tê gotin ku, ”Me mala xwe bi destê xwe xerakiriye. Heger me di sala 1991ê de paralela 36an a bakurê Iraqê (Kurdistanê) qebûl nekiriba wê îro ev Kurd nebûna bela serê me. Em nikarin xeletîyên ku me kirine ji kesekî din re bikin mal” filan û fîstan.

   Wekî din dûdirêj nehsa başûrê Kurdistanê û PKK dike, dibêje û dibilîne lê êdî fêde nake. Buyukanit jî pê hisiyaye ku hefsar ji destê wan derketiye û êdî ewê nikaribin rê li ber pêşketin û azadîya başûrê Kurdistanê bigrin.

   Werhasilî kelam, singek wilo qirase ketiye wan ku êdî nema karin ji xwe derxin allahwekîl!

 

 

Dîsa nexşeya Kurdistanê, dîsa hewara Tirkên Mogolîstanê!

 

Cemîlê Çargurçik-30/03/07-Swêd-Çi gava ev nexşeya hanê derkeve, Tirkên Mogolî dev bi qîr û girînê dikin û hema dibêjin aaaaxxx û waaaax…

 Hûn zanin ev çi nexşe ye? Na, eger Tirkan zaniba, hewqas neditirsiyan. Rojekê zabitekî Emerîkî diçe mala xwe, kurê wî 8-9 salî kaxezekê dide destên wî.

 Zabit dibê: Law oxil ev çi nexşe ye?

Lawik dibê: Babiko, Kurd jî guneh in. Dema hûn çûn Rojhilata Navîn, nexşeyê wilo çêbikin.

   Lawikê 8-9 salî hema wê nexşeyê bir xist Internetê, li dinyê reşand û xwe bi xwe got: Min axa Kurdan hindik jî nîşan daye, hahahaaaaaa…

   Îcar bi wî Xwedayê şev û rojan dikim, niha li me û li van Tirkan eynî wek mesela Swêd û Norweçiyan çêbûye.  Norweçiyan digot: Heyran em ji Swêdiyan venaqetin. Lê Swêdiyan digote wan: Hûn mecbûr in ji me veqetin û dewleta xwe avabikin, em nikarin we xwedî bikin.

    Em Kurd jî dibêjin Tirkan: Heyran em ji Tirkiyê venaqetin. Lê Tirk dibêjin me: Wele hûn mecbûr in ji me veqetin û dewleta xwe avabikin, em êdî nikarin Kurdistanê ragirin. Ha heta Sêwasê ji we re…  Kurd îcar bi vê nexşeyê razî nabin. Dibêjin: Divê em xetekê ji tixûbê Îranê heta Edirneya Tiraqyayê bikişînin û piştre em ê çîtik bikşînin, aliyê bakur ji Tirkan re û aliyê başûr ji Kurdan re…

 

Felek li serê peppûkê gerandin

 

Diyar Baban-30/03/07-Mahabad- Her ku diçe navbera Brîtanya û Îranê nexweştir dibe û lotikên dijwartir li hev dixin. Piştî revandina pênc dîplomatên Îranî, Îranê jî rabû bi mahneya ku ”eskerên Ingilîz sînorên ava Îranê derbas kirine” 15 eskerên Ingilîz hêsîr girtin û da zîtirkan.

   Tam di vê dema ku di qada navnetewî de cîh li Îranî teng dibe, revandina van eskerên Ingilîz balkêş e. Îran bi mahneya derbaskirina sînorê ava Îranê dixwaze van 15 eskeran wek qoz bikarbîne da ku hinek dewlet têkevin navbera wan û Dewletên Yekbûyî da ku ambargoyên dijwartir daneynin ser wan.

   Werhasil, mesele tevlihev e. Ji alîyê din Serokê Brîtanyayê Tony Blaîr sûnd war ku ewê ambargoyên dijwartir deynin ser Îranê û wan bidin ber lotik û pehînan. Birastî dilê me bi tiştekî neşewitî, tenê bi wê rebena eskera Ingilîz Faye Turney şewitî allahwekîl. Îranîyan berê soz dabûn ku wê rebenê berdin, lê piştre poşman bûn û bi ser de jî şerpe dan serê wê û beravêtî kirin.

   De Xwedê bikim Brîyanya bibe kêr û Îran jî bibe penêr û hûn sax! Ka go van rojan dengê bombeyan bihata me, axxxxxxxx!

 

Zilamê dilxwaz pars kir, 650 pund kezenc kir! Werin pera…

 

     Aran Perînas-30/03/07-Swêd-Zilamê Swêdî yê bi navê Patrîk dev ji dîya xwe, dev ji bavê xwe berda, jibo xêrê daket rê. Pistî tadarîya ku wî li Pakîstanê dît li seyeheta xwe nema îdare kir û dest bi lotikan kir. Jibona welatên feqîr, malbatên bê xwarin, welatên bê av dest bi parsekîyê kir.Patrîko di nav cadeyek meşhûr yê Londonê de destpêkir, heya xwe berda qismê mezintir.Di hundirê salekê de efendîyê me kekê Patrîk 650 pund da hevûdin.

    Patrîko: Ez dikim gilî û gazin birêz Erîkson. Hal û wextê te xweşe, de hema ji kerama xwe re destên xweyî bi keramet û bereket bavêje wê bêrîkê. Ji xwe ti tiştekî bi xêr nakî, de hema talî emir xêrekê bike.

    Xuyaye Mr Patrîk efendî lêkolînek pir baş li ser bazara kar û bazara firoşyarîyê kiriye.  Însanek banqekê bişelihîne ewqas pere nayîne hevûdin. Piyasek ne xirabe. Piştî wê bûyerê wê cadên Londonê ji feydexwazan bibin çirik. Însanek normal di karê normal de bi van şertan nade hev…De brano dest bidne hevûdin…Rîya xêrê berê xwe daye Londonê…

 

 

Îsmet Bozan dîsa bu Maîsterê Dinyayê

 

Rizgan Axa-29/03/07-Almanya- Taiboxorê Kurd Îsmet Bozan di roja 25.03.2007an de li Mönchengladbacha Almanya şerê xweyî 47. serkeftî bi dawî kir. Her çiqasî Îsmet Bozan di pêşî de bi rayêdarên Televizyonên ku bi navê Kurd û Kurdistan weşanên xwe dikin kete têkilîyê jî ku werin vî şerî bigirin û bi weşînin, lê mixabin ewan Îsmet Bozan bi tenê hist. Ismet Bozan dîyar kiribû ku wê ew di bin ala Kurdîstanê de derkeve bêndera şer. 
Osman Güden - Berpirsê Komela Êzdîya Kalkar/Almanya û gelek xortên Kurda Îsmet Bozan bi tenê nehîştin, di wextê şer de hazir bûn û piştgirîya wî kirin. Îsmet Bozan bû Maîsterê Dinyayê yê WPKC.

Titilê Îsmet Bozan:
- April 2006: Maîstarê Dinyayê ya I.B.B.O
- September 2006: Maîstarê Dinyayê ya I.K.B.O
- März 2007: Maîstarê Dinyayê ya WPKC

Di hemam demê de Taîboxorê Kurd Güven Güden jî şerê xwey sêyemîn kir û ew jî di vî şerî de bi ser ket.

   Belê, ji berê de bav û kalên me dibêjin „Geyayê hewşê tehl e“. Îcar partî, hêz û dezgehên me jî bêyî ku li berjewendîyên netewî bifikirin, berjewendîyên xwe didin pêş û kesên ku ne mirîdên wan bin ji xwe nahesibînin. Lê êdî ew bixwazin û nexwazin jî Ismet Bozan, Guven Guden û yên wek wan xizmetên baş ji gelê Kurd re dikin û bi bilindkirina ala Kurdî şerefa Kurdan di qada navnetewî de bilindtir dikin.

   Werhasil, dîsa bav û kalên me dibêjin „Çê kiro bi xwe kiro xerab kiro bi xwe kiro!“. Îcar televizyonên Kurdî hatin çi û nehatin çi? Bi namûs Ismet Bozan û Guven Guden tir ji hemiyan berda û hûn sax!

 

Du malperan îmana xwe taze kir ma yek!

 

Hişyar Berwarî-28/03/07- Ji 3 organên PDKê, Malpera KTV û Alanja Peyamnêrê îmana xwe taze kirin û li şûna gotina “Latînî“Kurdî” nivîsandin. Wey mala Xwedê ava be, kilîlîlîlîlî! Piştî bi dehan emaîlan malpera Peyamnêr û KTV guhdarîya me kirin û malperên xwe anîn ser riya heqîyê, û gotina “Latînî”kirin “Kurdî”.

    Belê, du malper dirist bûn ma yek. Niha www.kdp.pp.se maye. Heger ew jî dirist bibe bi soz emê elokekê bikin qurban!

   Destê we saxbin birêvebirên KTV û Ajansa Peyamnêrê, her bijîn!

 

Erê dişopîne ma nabîne?

 

Sofî Silqoyê Malmîrat-28/03/07-Kurdistan- Fermandariya Cendermeyên Dewleta Virto, ew 800 şagirtên kurd ku niha li zanîngehên Başûrê Kurdistanê dixwînin hişyar kiriye û gotiye wan: Emanet, emanet! Nebî ku hûn bêne xapandin û bêjin em kurd in haaaa!

   Fermandarê Cenderimeyê Tirrko yê Colemêrga Kurdistanê, rabûye nivîsek lotikwarî hem jî  pir bi dizî û nihênî ji gelek saziyan re hinartiye û gotiye ku şagirtên bakurê Kurdistanê ku niha li zanîngeha Selehedîn, Silêmanî û Dihokê dixwînin bişopînin, agahdarî derbarê wan de berhev bikin û ji me re bişînin.

    Erê lawo hey kurê wê hîza çavqermûçekî, dema ku ew 800 şagirt diçûn xwendinê, ma te ew nedîtin? Ne sefîrê te yê li Bexdadê kaxezê tecîla wan ya leşkeriyê jî mor û hemze kiriye! Îcar ev çi fissekî û qûnekî ne ku tu dikî?

    Îcar ha kerîtiya mezintir ev e ku,

Hîndekariya Bala (YOK) jî raporek weşandiye û gotiye ku dîplomeyên ku ji zaningehê Başûrê Kurdistanê bên stendin, li Tirkiyê ne sufte ne.

    Bilaqe ew dîplome li ba we neyên pejirandin. Em ê jî wan şagirdan di karê Petrola Kurdistanê de bidin şixulandin. Îcar gawa hûn ji bo kirrîna petrolê hatin, dê bi we re bi zimanê we xeberdin.

 

Xanimokê di merteba serokkomar de ye,

wey bavoooo!

 

Zinar Qelemşûr-27/03/07-Stenbol- Xanimoka nêrûmêk, devmezina dengxweş Bulent Ersoy li Stenbolê di Jewellry Showê de çend lotikên jinkokî avêtin derûdorê û bersiva pirsên hinek rojnamevanan da.

   Li ser pirsa:”Gelo hûn siyasetkirinê difikirin?” xanimokê got:”Siyaset? Kuro siyaset jibo min wek lîztika zarokane qûnde! Ji xwe ez di beşê xwe de di merteba serokkomar de me. Gellek teklîf ji min re tên lê min hîna partîyek li gor dilê xwe ku karibe lotikên nêrûmêkî bavêje nedîtiye” filan û fîstan.

   Bulent xanim wekî din dibêje:”Ez naxwazim bibim zilamê/jina filan û bêvan kesî. Hunermend divê serbixwe bin û ji paş û pêş de karê xwe bimeşînin” û wekî din.

   Werhasil, bi telaqê Ahmed Necdet Sezer heger tu namzeta xwe jibo serokkomarîyê deyni ezê raya xwe bidim te û hew! Bi namûs heta kesên homo, lezbîyen, qûnde û mûnde nebin wezîr, serokwezîr û serokkomar Tirkiyê bi pêşnakeve û hûn sax!

 

Sayin Ocalan lotikek bêîman li Erdogan xist

 

Ehmed Beyan-27/03/07-Enqere- Hûn zanin, serê vî rebenê Erdogan ji teşqele û belê xelas nabe. Ji alîyekî general û muxalefet lotik û pehînan lêdixin, ji alîyê din jî jina wî li serê wî dike pitepit. Îcar ev hemi nebes bûn, niha jî pirsgirêka “Sayin Ocalan” li serê wî bû bele û lotikek paşûpê xwar.

   Dibêjin di 14ê Çileyê Paşîn 2000î de Erdogan li Awûstralyê di xeberdanek xwe de gotiye “Sayin Ocalan”. Li ser vê qebhetê muxalefet û hinek zîtirkvanên ku ji Erdogan dihesidîn, rabûn serî li dozgerîyê xistin û dozger jî dest bi lêkolîna meselê kir.

   Werhasil, li ser bextê fesad û ewanan be, dibêjin Erdogan ji cîranekî xwe re gotiye:”De îcar yabo! Ji xwe zêdebûna ser kezebê mabû wa ew jî bû bela serê min” û bi ser halê xwe de giryaye.

   Werhasil, em zêde dirêj nakin. Bi namûs, sayin Ocalan lotikek bêîman li Kasimpaşalî Erdo xist û hûn sax!

YOKê jî da zîtirkan

Av.A.Dîlan-27/03/07-Enqere- Sazîya Bilind a Perwerdeya Tirkiyê YOK jî lotikek avêt dora xwe û weke ku kermêş pê vede da zîtirk û mîtirkan. Piştî ku Zanîngehên başûrê Kurdistanê ji xwendevanên Kurd re bû wek “Kabe”yê û bûn hewesdarên wê, Tirk û sazîyên wê ketin nav rêlibergirtina çûna başûrê Kurdistanê û astengkirina xwendevanên Kurd.

   Tirk pêhisiyane ku başûrê Kurdistanê ji xwendevanên Kurd re dibe wek xwenasîn û vejîna ruhê neteweperwerîya Kurdî, îcar dixwazin bi mahneya “Nenaskirin û qebûlnekirina dîplomeyên Zanîngehên Kurdistanê” rê li ber çûna xwendevanên Kurd bigrin û wan di zanîngehên xwe de bi îdeolojîya Kemalîzmê perwerde bikin.

   Em serê we neêşînin, Sazîya Bilind a Perwerdeya Tirkiyê YOK jî rabû daxuyanî da ku ewê dîplomeyên Kurdistanê qebûl nekin û ewê li Tirkiyê derbas nebin.

   Werhasil, ma ji me re çi hûn qebûl bikin yan nekin kurên min? Piştî ku Amerîka û dostên wê dîplomeyên Zanîngehên Kurdistanê qebûl kirin û pêde, hûn bikin zirezir çiye û hûn bidin zîtirkan çiye? Hêçççççç! Bi telaq hasil di Mûsilê re derketiye û hûn sax! De herin avekê li nav şeqên xwe kin de, yallaaaa!

 

De bixwe ha, keroo!

 

Şîndar Berwarî-27/03/07-Dihok- Wek tê bîra we berî niha bi qederekê wekîlê partîya AKP, serperityê bêedeb Turan Çomez li Kerkûkê ala Kurdistanê ji daîreyên resmî daxistibû û ev bêedebî ji xwe re kiribû paye û serbilindiyek.

   Xuyaye dîsa laşê wî xwiriyaye û xwestiye carek din here Kerkûkê da ku Turkmenên xulamok sor bike û wan û Kurdan bike dijminên hev. Lê vê carê serê wî li dîwarê Kurdistanê ket û hikûmetê vîze neda wî.

    Îcar xuyaye ev vîzenedan pir li zora qûna wî çûye ku pirça serê wî weşiyaye û di çapemenîya Tirk de dike ewte ewt. Turan Çomez bi eyba qûna xwe dizane û ji çaoemenîyê re dibêje:”Kurd heyfa daxistina ala xwe ji min hiltînin” û dike zirt û virt.

   Werhasilî kelam, Kurdan xiyarek stûr xist Turan Çomezê bêbav û li ser kezeba wî sekinand. De bixwe ha, kerooooo!

 

 

 

 

 

 

Li keran binerin bê çi tînin serê keran!

 

 

 Tirkoyê Kerkuj-31/03/07-Stenbol Hahoooo ji destê van kerên dunig ku çi tînin serê van kerên çarnig! Hahoooo….

    Endamên Partiya Tirkiyê ya Hêzdar, keran bi erdê ve kaş dikin, qaşo serokwezîrê xwe Teyib Erdoxan protesto dikin…

    Dibêjin ango Hikûmeta Erdoxan jixwe guh nade mirovan, lê tew guh nade keran. Werhasil, keran lotik li keran xistin...

 

Karker belaş dizwewicin kuro...

 Karkerekî Ezeb-31/03/07-Enqere-Dibêjin Dewleta Tirkiyê ya Alîye, di hevpeymanekê de biryar daye ku dema karkerek bizewice, pere bidinê da ji xwe re kelûpelên malê bikire. Sendiqaya karkeran jî ev yek piştrast kiriye.

    Dema ev biryar eşkera bûye, hêj encam rind nehatiye zanîn, karkerên ezep çûne ji xwe re textê razanê û nivîn kirîne, da ku gava bizewicin li serê lotikên bêîman bavêjin.

    Lê hêjî kesî pere nedaye karkeran. Îcar hûn zanin ku çi bûye? Erê wele dibêjin dikandar çûne ew text û nivînên ku bi qerz dabûn karkeran bi şûnde birine.

    Îcar karkerek çûye du textên razanê û du dest nivînên bûkan kirrîne û birine mala xwe. Xirpo xwe hazir dikir ku du jinan bi derbekê bîne kuro…

Wey aferîn Beklevîçççççççç!

Ehmed Beyan-30/03/07-Enqere- Hûn zanin, hinek ji van kesên doşirme û şorbenîskî carna lotikên baş davêjin derûdora xwe. Yek ji wan lotikvanan jî Serokê Partîya Bihêz a Tirkiyê (GTP) Tûna Beklevîç e.

   Wek hûnê ji paşnavê wî jî bizanibin, Beklevîç bi eslê xwe Balkanî ye lê xuyaye li Tirkiyê çêbûye yan jî bûye lotikvanekî Tirk werhasil. Niha nîqaşa plankirina du darbeyên leşkerî tên kirin. Xwedêgiravî çend bêbavên generalên karkenar (teqawîtbûyî) xwestine di sala 2004an de darbeyek eskerî li Tirkiyê çêkin û hikum têxin destê xwe.

   Lê xuyaye bi wan re neşûye serî û dûvê xwe bera ber xwe dane. Îcar serokê GTP Tûna Beklevîç li zora xwe anîye û gotiye:”Keko brawo! Kuro heta ez hebim kîjan bêbavê generalan kare darbeya eskerî çêke? Ma ez mirî me kuro, wey lawo!” û rabûye ew generalên ku xwestine darbê çêkin dane mehkemê.

   Wey aferîn sayin Beklevîçooooo!  Kuro lawo ecelê te jî nehatibe qurban? Binere xwe neke bizin û nanê şivên nexwe haaaaa! Îşê van bêbavê generalan kifş nabe, te nerî lotikek li te xistin allahwekîl! De bajo Beklevîç bajooooo!

Kokaînê lotikek li Maradona xist

Antonîo Vêga-30/03/07- Arjantîn-Xwedê kesî timakar û gewî (bitir) neke rebbî! Bala xwe bidinê, çi kesê ku têr dixwe yan bêrîka wî peran dibîne, bitir dibe û dest bi fehşî û nebaşîyan dike.

   Fûtbolcîyê Arjantînî yê qamkinit û girover Maradonayê 46 salî  jî piştî ku navdar bû, bû milyoner û zik nepixand, îcar dest bi kişandina kokaîn, heşîş û quzilqurtê kir heta ku van maddeyên narkotîkê tir jê berdan. Niha dîsa Maradona rakirine nexweşxanê û ji ber kişandina kokaînê tire tira qûna wî ye.

   Werhasil, tu gunehê me li rebeno tuneye. Hema Xwedê wî efû bike û ji hezkiriyên wî re bibexşîne rebbî!

Ha menşûrê Tirkan ev oxilin ha!

 Polîsê Lotikxanê-30/03/07-Baregeha polîsan- Xwedê gava dixwaze hinek Tirkên dêhîz menşûr bike jî, ew naxwazin û xwe di nava xelkê de rezîl û riswa dikin. Wek Beyhanê Gurhan ku di sîpora popstarê de navûdeng dabû, dêhîz vê carê di eroînê de navûdeng da, hem jî bav û du hevalên wî jî pê re…

   Wê  êvarê polîscikler li Qadîkoya Qostanteniyê xwestin ku teqsiyekê konrtol bikin. Bala xwe danê ku 4 peya tê de ne. Her çar peya bi teqsiya xwe reviyan û poliscik jî dan ser pişta qûna wan. Camêran demaçeyên xwe jî derxistin û berik bera poliscikan dan.

    Kesê bi navê E.T. berikek di nava kuna xwe de girt. Lê belê teqsiya poliscikan ji 4 berikên eroinwarî xwarine. Polîs bala xwe danê, eroin bi vî dêqehbî re heye û ji ber 3 gunehkariyan jî lê tê gerandin. Bayhanê Gürhan, di 1998an de li Edanê kurmamê xwe bi lotikan kuştiye û tenê ”Adalet Mulkun Temelidir” du sal girtîgeh dayê. Dema ew qebrax di girtigehê de bûye, bi kêrê li girtiyekî jî xistiye û dîsa seza danê. Di 2004an de jî li yekî xistiye û hatiye desteserkirin.

   Îcar ku meşhûrên Tirkan ev qumaş bin, gelo wê gundî û cotkarên wan çi merş û terîş bin?

 Ev çawa beroş û qapaxe bavooo?

 

Şêlim Rengsor-29/03/07-Kurdistana Çînê-Ma ev zewac jî dibe? Erê wele va bûye û hem jî wek evîna li Çiyayê Sîpanê Xelatê jî xwe ragirtiye.

Erê wele Bao Şişun ku li dinyayê yekemîn zilamê dirêj e,  tam 2 metro û 36 sentêm e. Hem jî navê wî ketiye pirtûka dirêjan a bi nave Guinnessa Rekoran.  Lê Xia Shujuan xanima Çînî? Ji xwe heta niha lê disêwirim. Dibêjin, ew jî yek metro û 68 sentîm e. Ev peyayê dirêj û ev jinika kurt, bi hevûdu re lotik davêjin, lê meriv nizane ka avêtin çawa dibe, ew jî babeta lêkolîneke dirêj e.

   Zilam du car ji jina xwe dirêjtir e û du car jê bi tementir e. Li ser vî qasî jî, zewaca wan pir bi eşq û evîn dest pê bûye. Baoyê şivan niha 56 salî ye, jina wî Şiaya kincfiroş jî, 28 salî ye.

Dibêjin sala berê du masiyên Ûnis plastic daqurtandine û dikirin ku bimrana. Îcar pirî ku milên Bao dirêj in, bang wî kirine û ew hatiye destê xwe xistiye nava masiyan û ew plastic derxistine.

   Îcar madem bûk û zava bi dilê hev in, lê çi kula xelkê ye. Ya girîng, avêtina lotikên wan in. Eger ew bêkêmasî bin, mafî problem… De ser xêrê be Rebîîîîîîî….!

 

Dêqehpo jina xwe difirot bi qirûşekî

 

 Nav: K.K. Pîşe: Jinfiroş Parêzgeh: Manisa

Qeza: Turgutlu Tax: Ergenekon-Zeytûnkoy Havuzli Villa.

 Hemo Parsek-29/03/07-Turkîye-Zilamekî Tirk bi navê K.K. jina xwe difirote xelkê û pere werdigirt. Lê jinik êdî ji ganên zêde zivêr bûye û hew xwestiye. Zilam, do saet di navbera 18-19an de, jina xwe biriye xistiye goma Hesen Kûçikqeya  û hema rahiştiye tivinga nêçîrê, tereq bi tehtika eniya wê ve daniye.

   Piştre Acil Servisa xazdar 112, hatiye jinik biriye Nexwqeşxaneya Dewletê ya Turgutluyê. Lê piştre wê hinartine Nexweşxaneya Izmîrê ya bi navê ”Atatürk Eğitim ve Araştırma Hastanesi”yê.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin K.K ê qûnde dê û xwişka xwe jî xistiye dora firotinê. De ser xêrê be rebbî!

 

Çîroka gora Misto

 

 Farûqê Devliken-28/03/07-Mêrdîn-Erdogan, Sezer, Baykal, Bahçelî û Ahmed Netirk ji bo ku xwe li ber dilê rejîm û pergala teresan şêrîn bikin, pîyên xwe di pîyên hev re derbas dikin û deherin serdana Misto.

Ahmedê me lê dinere bi rastî û camêrî sîyaset li Tirkî nameşe, ew jî bi dek û dolab xwe dide tengala wan û bi taqtîka wan tevdigere.(Dewama nivîsê bixwînin)

Madonna dîsa bi lotik û dansê hiş di serîyan de nehişt.

 

 Aran Perinas-28/03/07-Swêd-Zencîrfiroşgeha cilan H&M qezenca xwe bi milyonan zêdetir kir.

Sala çûyî ji alîyê ticarîyê H&M xwe baş organîze kir û hat ser fikra ku delala nazik û nermik ji xwe re bike ikonek  Bi vî awayî Madonna koleksîyona xwe vekir. Ev çend heftên dawî Madonna di televizyonan de xwe ji hal de xist û perîşan kir. Geh wê xwe bizivirîne, geh wê ramûsanan bide temaşevanan, geh wê lotikan bavêjê.

Pistî reklamên xanimê, berî firoştinê roja pêşî însanan di doran de xwe şeperze kir. Di roja yekem de kincek li refan nema, û di enbaran de cilên Madonna ya bi marka ”M by Madonna” xilas bûn.

   Pîştî vê serkeftina ku cil nemane bera xelk û alem herin Londonê. Bira herin welatê Madonna, Londonê, li wir belkî Madonna gotibe:

- Leydîs û centliman, binerin ez dawîya dawî qûna xwe dihejînim jibona rûyê milletê xwe hercar spî derxim. Ser xatirê we ku kesek pê nizane ezê bihêlim ku asîstanê min qismekî kincan li vir bihêlê. Ma ez we didim bi êdî?  

Werhasilî kelam, bi sê telaqên Tony Blaîr, Madonna performansek baş nîşan da, bi lotik û dansê hiş di serê kesî de nehişt û kir ku doxîna gellek kesan şil û pil bibe allahwekîl!

Ha ji we re xalis muxlis zinêkarekî Tirk!

Tecawizcî Coşqûn-27/03/07-Enqere- Zinêkar û qûndeyê Tirk Garîp Mûsa Aras berî du-sê salan du zarokên biçûk revandibû û bi rojan namûsa wan herimandibû, bazdabû ser wan.

   Piştî ku tê girtin, îcar hakimê mehkemê bazdide ser wî û tam 102 sal ceze lê dibire. Jibo her zarokê 51 sal hepis dide qûndeyê Garîp Mûsa Aras û heyfa herdu zarokan jê hiltîne. Garîp Mûsa Aras efendî diçû dibistanan û xwe wek “Nûnerê UNICEF”ê dida naskirin û bi vî awayî zarok dixapandin. Lê di dawîyê de ket xefkê û xiyarek kete wî.

   Werhasil, dibêjin “Ahê vî destî ji wî destî re namîne”. Li ser bextê gardîyanên hepsê be, dibêjin girtîyên hepsê ketine dorê û gotine:”Emê jî 102 salan bazdin ser qûndeyê Garîp Mûsa Aras û doxînê lê biçirvirînin”.

Hunermend û siyasetmedarên Kurd, hay ji xwe hebin!

Rozê-27/03/07-London- Ji berê de dibêjin:”Xwedê mala yextiyarîyê bişewitîne”.Tiştek ji yextiyarî, pîr û kalî nexweştir tuneye xuyaye. Ji xwe gava porê meriv spî dibe, hinek kes wê porspîbûnê ji xwe re wek eyb û şermekê dihesibînin û dixwazin bi hinne yan boyaxê wê eyba xwe veşêrin. Hinek jî hene di ciwanîya xwe de porê xwe şiklo miklo boyax dikin û didin lotikan.

   Niha dibe ku ji kesên ciwan re porboyaxkirin ne eyb û şermek mezin be. Lê ji kesên 40, 50, 60 salî re? Werhasil, dibêjin:”Mîh bi lingê xwe bizin bi lingê xwe” Serê me bi boyax moyaxa xelkê naêşe bavo, wîî!

   Em dixwazin bi nimûneyekê bala hunermend û siyasetmedarên Kurd ên ku porê xwe boyax dikin, bikşînin. Wê rojê peppûka Stacy Dîtorîa (16) boyaxa por kirî û xwest xwe wek siyasetmedarên Kurd himra û bodra bike. Radibe boyaxê di porê xwe dide û piştî çend seetan çi tê serê wê hûn zanin? Poyaxa por tiştekî wilo tîne serê wê ku ji şiklê xwe derdikeve û dibe wek fîlekê.

   De îcar li herdu wêneyên wê binerin û hûn biryara xwe bidin. Hûn dixwazin porê xwe bi boyaxê reş bikin, bi rîxa çêlekan reş bikin, ew biryara we ye û hew!

 

s© lotikxane 20-02-2006