Di demek nêzîk de Xaltîka  Fatê              transferî Lotikxanê dibe....

                   Li bendî bin

Qewîtîya neteweperestê Kurd

Dr.M.Nûrî Dêrsimî

 
Google
                                              

Arşîv                                                                     info@lotikxane.com                                                                            lotikxane@hotmail.com          

Bêwar Brahîm

Xilmaşiya ber agirê Newrozê

Xecê Omerî

Gundê min

 

Gabar Çiyan

Beasiyên Kerkûkê

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-XI

Lokman Polat

Neheqiya du doktoran

Bavê Ronahî

Ehmeq in

 

Lezgîn Şêxo

Zilamê mîzek

 

B.X.Sirûcî

Nexweşîya me

Adil Dûran

Penahindeyî

 

Dilsotî

Belê xwişkê

 

Bavê Felek

Bê Xweda dibe bê xwedî nabe

                                                            Metelok: Hevalê lingê şemitî tune!                                  07 / 04 / 2007   

Belqityê ji lotikan kerixîye

 

Cirdoyê Belqitî-07/04/07-Floransa-Diya Rosa McGowanê Frensî, bav Îrlendî, ew bi xwe di 1973an de li İtalya bajarê Floransayê bi lotikan hatiye dinyayê, piştre jî bûye Emerikî. Yanî belqityê ji şorba nexweşan xirabtir bûye.    Werhasil, pirî ku lotik derbas kirine, niha jî tobe kiriye û hew xwe dide ber pehînên lotikvanan.

   Ger tu bêjî esrar, haşaaaa! Ger tu bêjî toz û dûman, ew jî mandelaaaa… Lê ger tu bêjî efyona Îranê, ew erênaaaa… Wele di mezhebê wê de her tişt rewa ye.

  De îcar bila xwendevanên Lotixanê biryara dilê xwe li serê bidin, lê zilamên zewicî naaa…eman emannnn!

 

Dost û alîgirên Lotikxanê yeksalîya malpera xwe pîroz kirin

 

Rojda Aydin-06/04/07-Stenbol-Ji zûde me dixwest yeksalîya malpera xwe pîroz bikin, lê mixabin qismet îroj bû. Em çend keç, jin û xortên dost û alîgirên Lotikxanê li taxa Yeşîlevlerê hatin cem hev û me bi xwarin û vexwarin yeksalîya malpera xwe pîroz kir.

   Bi taybet, em keç û xortên ku li Stenbolê di Zanîngehan de dixwînin, bi malpera xwe serbilindin û bi xêra wê hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe dibin. Emê di pêşerojê de hewl bidin ku ji Lotikxanê re zêdetir peyamnêrên Kurdperwer bibînin û zêdetir alîkarîya we bikin. Niha bimînin di xêr û xweşîyê de.

 

Kûçikbavo lotik li qîza xwe dan heta ku zarûk jê derxist

 

Cengîzhan Satilmiş-06/04/07-Aksaray-Li parêzgeha Aksarayê, zilameki Tirk ê 46 salî ku şifêrê qemyonê bûye û navê wî jî AK ye, herweha bavê pênc zarûkan e, dema ji lotikên jina xwe têr nebûye, çûye lotik li qîza xwe ya 13 salî xistine heta ku wê ducanî kiriye. Qîzik li bajarê Nigde, qeza Borê, li gundê Obrukê, çûye mala UK û zarûka xwe aniye dinyê. (Zêdetir bixwînin)

 

 

 

Namûsa keça xwe heriman, ji alî kur û jina xwe ve hat kujtin

 

Cesîm Y (49)

Ehed Kurdî-05/04/07-Mersîn- Hûn zanin bê Tirk çi mal û qumaşin, ne hewceyî em dûr û dirêj behsa wan û xîreta wan bikin. Lê divê hûn tiştekî baş zanibin ku, ji Tirkan re namûs ji bexdûnis  jî erzantire û hew!      

   Werhasil, hefteya buhurî li bajarê Mersînê Cesîm Y (49) kujtî û şewitî hat dîtin. Piştî lêkolîna polîs derket holê ku ew ji alî kur û jina xwe ve hatiye kujtin û şewitandin. Sedem çiye hûn zanin?

   Li gor gotina kur û jina wî, Cesîm Y zinê bi keça xwe re kiriye, namûsa wê herimandiye, û xîreta wan jî qebûl nekiriye ku çawa bavek dest bavêje keça xweya heq û zinê pêre bike. Rabûne ew dane ber kêr û xinceran û piştre jî şewitî avêtine nav erdên derveyî bajêr.

   Yaaaaa! Heyran bela destê kurên wî û jina wî saxbin rebbî! Divê jiyan ji merivê bênamûs re heram be û hûn sax!  

Xwe xweşik kir dîsa lotikvanek nedît. Weledddd...

Rozê-05/04/07-London-Şahnaz Xana Pakîstanî hei jîyana xwe di nav karîyer û sosyetê de derbas kir û têra xwe lotik avêtin. Lê haya jinikê ji derbasbûna temenê wê tunebû. Carekê gava dibîne ku temenê wê bûye 30 sal, îcar çarka xwe datîne ber xwe û dibêje.“Peppûkkkk! Va ez bûm 30 salî qirikê! Na na, wilo nabe, divê îcar ez ji xwe re mêrekî li gor dilê xwe bibînim, êdî lotik û motik bes in“.

   Radibe îcar xwe estetîk dike, bi kêr û meqesên textoran xwe xweşik dike ku ji xwe re mêrekî li gor dilê xwe, yekî wek xebatkarên Lotikxanê bibîne. Dibêjin tam 20 hezar pound li estetîka xwe daye. Lê çi bûye hûn zanin? Piştî 20 hezar paund û estetîka bi kêr û meqesan, rebenê dîsa ji xwe re mêrek nedîtiye.

   Îcar rebena Şahnaz Xanimê xwe avêtiye bext û torê Lotikxanê û doza dîtina mêrekî li me dike allahwekîl!

   Gelî xwendevanan, heçê bixwaze bi Şahnaz Xanê re bizewice bila ji kerema xwe tûrik û xurcika xwe tije bike û serî li Lotikxanê xe. Em qelen ji we naxwazin haaaa! Kuro belaş belaşşşşş!

 

Lotikek li şerîetê xist

 

Abdullah Ibin Kurdî- 05/04/07-Kuweyt- Di dîroka Kuweytê de cara yekeme ku jinek radibe û şerîetê dide ber lotik û pehînan. Wezîra Perwerdeyê Nûrîye el Şûbaî jina yekeme ku dikeve meclîsa Erebên zikmezin û dibe wezîr. Nûrîye el Şûbaî di dema sûndxwarinê de serê xwe vekir û çarîk neda serê xwe.

   Li ser vê sosreta mezin, wekîlên îslamî rabûn hevdu dan ber lotikên Erebkî û meclîs serûbinê hev kirin. Kuweytê cara yekem di 2005an de mafê hilbijaratinê dabû jinan.

   Werhasil, wekîlên îslamî di meclîsê de rabûne ser xwe, şaşikên xwe avêtine û gotine:“Keko brawooooo! Nûrîye el Şûbaî dixwaze jinên me li ber çavên me reş bike. Gava em porê wê dibînin li me radibe û em duxrin. Ma emê di vê meclîsa pîroz de bazdin ser kê ku xura xwe bişkînin hêêêê” û dilxerabîya xwe anîne zimên.

   Werhasilî kelam, Nûrîye el Şûbaî lotikek bêîman li Erebên zikmezin xistiye û tir ji wan berdaye allahwekîl! Keçê her bijî û hew! Xwezî tu şevekê bibûya mêvana xalê xwe jî lêêêê....

 

Mekke dibe Las Vegas

 

Abdullah El Kurdî-04/04/07- S.Erebîstan- Siûdî Erebîstan jî êdî dikeve ber bayê rojava û di bajarên xwe de, bi taybet jî li Mekkê dest bi reklamên bi marqe yên wek Cartîer, Starbucks û Tîffany.

   Li gor çapemenîyê li Mekkê avedanî û lêkirina avanîyên bilind her ku diçe pêşdetir dikevin û wê bi 13 milyar dolaran xanî û avanîyên bilind bên lêkirin. Li gor hinek gotinên çapepenîyê, di lêkirina van avanîyên bilind de hinek gor û mezelên ku jibo xelkê pîroz bûnm hatine xerakirin û êdî ji holê rabûne. Tê gotin ku wê heft (7) avaniyên herî bilind ên dinyayê li Mekkê bên lêkirin. Gava ev avanîyên bilind bên lêkirin wê Kabe û hinek mizgeftên  pîroz di vana avanîyan de winda bibin.

   Tê gotin ku ji niha de mala Hz.Xetîce (xanima Hz. Mihemmed), mala Hz. Ebûbekir, mezelê Amîne (dêya Hz.Mihemmed), mala ku Hz. Mihemmed lê çêbûye û hinek ciyên din hatine xerakirin û wê li şûna wan otel û avanîyên şahane bên lêkirin.

   Werhasil, xuyaye êdî Ereb ji pere û malê dinyê pêve nema qedr û qîmetê didin hebûnên pîroz. Erebên ku mala Hz. Mihemmed xeradikin, sibê dusibê karin Kabeyê jî biherifînin û lotikekê lêxin. Werhasil canim, Erebên bêderpî, Hz. Pêxember û Xwedê li hev û hûn sax!

 

Xêra Xwedê ye allahwekîl!

 

Hesen Keleş-03/04/07-London- Bi serê min û we, li dinyê bûyer û sosretên wilo ecêb çêdibin ku aqilê meriv disekine kuro. De binerin bê şîrketek ji şîrketên çekfiroşên Brîyanî çi dikin.

   Li gora The Sunday Timesê, şîrketa çekfirotinê ya bi navê BAE System a Brîtanî, jibo ku îhaleyek bi milyardolar bi Siûdî Erebîstanê re girêde, rabûye 60 milyon sterlîn bertîl daye berpirsê îhaleyan Turkî Bîn Nassser û bi ser de jî du jinên model û xweşik pêşkêşî wî kirine da ku wî bifirkînin û lotikan lêxin.

   Tê gotin ku model û lotikvanên jin Anouska Bolton-Lee û Karajan Malînder têra xwe pere stendine da ku prend Turkî bîn Nasser bifirkînin, tiliya xwe têxin wî û bi lotikên xwe tirê jê berdin.

   Werhasil, xêra Xwedê ye allahwekîl! Hem perê xwe bistîne, hem bifirkîne û hem jî lotik û zîtirkan bavêje. Ka dana ji vê mezintir? Axxxx lawo axxxxx...De bila petrola wan Erebên bêderpî tuneba bê birastî wê Ingilîzan ew jinên xweşik ji wan bêbavan re bişandana! 

 

Taca serê Swêdîya:

Meymûna navdar Enzo

 

 Aran Perînas-02/04/07-Stockholm-Berî çend salan gorîlak bi rîya importkirinê hat Swêd. Di gelek rojnameyên Swêdîya´de bû sernivîs û gelek insana beşdarî pêşveçûna Noamî xatûn bûn.

   Gelek xwendevanên rojnaman dîtina xwe li ser birêz Naomî xatûn digotin.

Pîstî demekê Noamîya fenek ji xwe re dostek dît û heydê babam lêxeee. Piştî eşqa wan heywan layê heywanan, meymûnek biçûk hate dinyayê.

   Rojnameyên Swêdiya ewqas xwe li vê bûyerê kûr û wenda dikirin ku nayê gotin. Ewqas qedrê meymûnê xwe digirtin, ku pistî çendekê  ji eşqa wê dest bi kamapanyakê kirin. (Dewamê bixwînin)

 

Mezinê eşîra Sivûk Şemo diyar kir:

Cihê min li cem Paris Hilton e

 

 Cercûro-01/04/07-Nisêbîn-Paris Hilton, di dawiya meha derbasbûyî de ji ber ku timobîla xwe bê lîsansa ajotinê bikaranî, nuha nêzî sê meha hepis jê re tê xwestin. Dadgerê Los Angeles diyar dike ku Xanim Hiltonê, ji ber xurtajotinê mafê lîsansa xwe winda kiriye. Lê Hîlton Xanimê li çi kesan guhdar nake. Çi qanûnan, rê û bendan nas nake. Agir têde dişûxule. Dîsa timobîl ajot. Vê carê lîsansa xwe jî tune bû. Îca wê 3 meh heps heq kiriye.

    Li ser biryara dadgerê Los Angeles ya ne însanî, herku diçe dengên li dijî dadgehê bilind dibin. Niha jî beyanek ji Kurdistanê, ji aliyê serokê eşîra Sivûk li Tora Evdînê, dijminê sosyal emperyalîstan, û mîrê ribabê Şemo hat belavkirin.

   Wilo dibêje Şemo: Ji xwe jina min çi karî nake, dixwe, vedixwe, rûdine û her roj dinepixe. Bûye 130 kîlo. Ji min re mal ji xwe zindan e. Min bi nameyekê dadgêrê Los Angelesê agehdar kir ku li cem odeya Hilton Xanimê, cihekî ji min re veqetîne. Gelek derd û kulên me hene ku em ji hevûdu re verêjin. Ez bawerim bi rêya stiran û ribabê ezê cihê xwe di dilê wê de çêbikim. Bes e, ez nema karim derdê Fatê bikşînim!

   Pisporên tembûr û ribabê dibêjin ku, Şemo, bi dengê xwe yê xweş û şewat dikare xanim Parisê aşiqî xwe bike. Û xanim Parîs bibe bûka Kurdan. Kurdên ribabhez tev li benda bersiva dadgerê Los Angelesê ne. Gava ew bêje erê, wê  rê ji bo Şemoyê dilşewitî vebe...

Mesûd Barzanî doxîn li Tirkan sist kir

 

Av.A.Dîlan-07/04/07-Enqere- Serok Barzanî vê carê xincerek soranî li dil û cegerên Tirkan xist û av da bin dûvê wan. Dibêjin M.Barzanî di programa Bi Sahara a televizyona El-Arabîye de li ser Iraqê û Kurdistanê axivîye û dilê Kurdan hênik kiriye.

   Xwedêgiravî M.Barzanî di derbarê Tirkekan  û mesela Kerkûkê de gotiye:” Em ji artêşa Tirk natirsin, ji ber ku ji artêşa Saddam ne xurttir e. Em ji hêza wan a leşkerî û dîplomatîk natirsin, ew zêde lingên xwe radidin” û lotikek bêîman li Tirkan xist.

   Ji alîyê din M.Barzanî xincera xwe tûjtir kir û di dilê Tirkan de rakir û got:”Heger Tirk jibo 100 hezar Tirkmenên Kerkûkê midaxele bikin, emê jî jibo 30 milyon Kurd midaxele bikin. Ew destê xwe têxin nav Kerkûkê emê jî doza Diyarbekir û bajarên din ên Kurdistanê bikin” filan û bêvan.

   Werhasil, Serok Barzanî bi van gotinên xwe tir ji Tirkan berda û doxîn li wan daxist kabokê. Lê xwezî ji mîrê keremê re, berî hûn doza 30 milyon Kurdên bakur bikin, we li başûr rê daba zimanê Kurmancî û hew! Îro Kurmancî li ber têkçûnê ye, xwedîlêderketina Kurmancî ji 30 milyon Kurdên “şildim bildimî” ferztire kaka!

 

Mele Elî qanûnek nû derxist

 

Hecî Ehmedê Mûşî-07/04/07-Mûş-Mele Elî Melek, miftîyê Mûşa şewitî, qanûnek taybet ji bo xwedîyên telefonên bêrîkan derxist û lotikek bêîman li cemeeta mizgeftê xist. Di qanûna Mele Elî de weha tê gotin:”Telefona kê li mizgeftê rabe lotikan û bike wîtewît, wê deh banqenot perê Tirkî ji vanên nûderketî ceza bide.De îcar hûn zanin!”   

Xwedê wekîl e, ji wê rojê û heta niha yekî Mûşî neçûye mizgeftê û nimêj nekiriye.

   Ha ji xwe miftî begê şîrhelal li vê digeriya ku misilman nerin nimêjê. Ji wê rojê û virde xelk maye di navbera Xelo û Celo de û nema zanin çi biryarê bidin. Bê telefon herin nimêjê nabe, bi telefon herin divê ceza bidin.

   De bila Xwedê alîkarê wan be û hew!  

 

 

 

Wehşeta kesanedîtî jî hate dîtin

 

 Zinar Serbilind-06/04/07-Manîsa-Di 24ê Adarê de, li bajarê Manisaya Tirkiyê, di rûdanek trafîqê de 14 kesan canê xwe wenda kiribûn. Hemiyan bi anbulansan hinartine welatê wan. Lê çar kes ji wan, endamên malbateke Kurd ku ji Mêrdînê bûne û wan bê şûştin, bê kefen, hema wek kelaxê pez avêtine ser hevûdu û xistine dolmîşek ku kursiyên wê hilanîne, hinartine Qosera Mêrdînê.

  Di bêrîka vê malbatê de, tenê 14 wereqeyên Tirkiyê pere  derketiye ku dike 10 dolarên Emerîkayê.

    Malbata belengaz Xezal, Hemdi, Emine ve Neslixan ageh ji felekê nemabûn. Ew ji Mêrdînê çûbûn wirê da rojane bişixulin û nanê zikê xwe derxînin. Lê cîba belqitî mafê jiyanê neda wan. Îcar gava laşê wan 4 Kurdan bi hawayê cendekan hinartine Qosera Mêrdînê, bûye sedemê nerazîbûna pir kesên xwedîwijdan. Niha medyaya Tirkiyê xwe li xewê datîne…

   Werhasil, kûçikbavan qîmetê ku didin kûçik û heywanên xwe nadin Kurdên reben.Mesele ew e ku wê kengî Kurd dev ji van kûçikbavan berdin û xwe ji dû bratîya van sexyekaran bidin alî?

 

Yekî Tirk namûsa mîyê kir

pênc pere

 

 Xelo Balnav-05/04/07-Elmanya-Meriv her roj di  çapemenîya Tirkan de dibînin ku Tirk çi tofanê tînin serê keçên xwe, serê pîrik, dê û xwişkên xwe…Lê belê kes nafikire bê ev segbav çi tînin serê heywanên xwe jî.

Ji bilî ku namûsa jinan diherimînin, namûsa heywanan jî diherimînin.

Vê carê jî, dest avêtine wê miya ku şîrê wê vedixwin. Hem jî li kurê, hûn dizanin? Na, li welatê Ewrûpa, li Elmanya Hîtlerî, yekî Tirk dest avêtiye miya yekî Elman û gelek caran lotik avêtinê.

    Li qezayeke Gross Gerauyê, xwediyê miyê bala xwe dayê ku miyeka wî bêteşe dibe. Îcar rabûye çend kamera li hawîrdorê gomê bicîh kirine. Piştre gava kamera kontrol kirine, wêneyê yekî Tirk ê 44 salî dîtine ku va ye lotik li miyekê dixe. Piştre Tirkê lotikvan girtine, pêre pêre  li xwe mikur jî hatiye û sûcê xwe erê kiriye,gotiye: Ev kiryara min jî banandina li zagona Yekîtiya Ewrûpayê ye.

    Niha ji yê Tirk re 3 sal girtîgeh tê xwestin. Îcar komela parastina mafê heywanan jî rabûye ser nigan û doza sezayekî mezintir dike.

    Çapemeniya Elmanî çavên miyê reş kirine, da neyê naskirin û namûsa wê paymal nebe. De Xwedê ahê vê mîyê ji bêbavo re nehêle rebbî!

 

Malik lê şewitandin

 

M.Xewar Efendî-05/04/07-Edene-Saziya Sigortaya Tirkiyê, malik li karkerekî din jî şewitand.

    Karkerek 47 salî bi navê Heqî Erdogan, di 1976an de dest bi karekî sîgorta kiriye, tam 25 sal ji dewleta rûto re şixuliye. Gava daxwaznameya xwe daye ku bibe karbes û bîhna xwe berde, şirketa Sigortayê tofan li ser serê wî rakiriye.

   Tu nabêjî, berî ku Heqîko mureceet bike, şirketa Emekli Sandigi ya memûran yekî din li ser navê wî karbes kiriye û jê re meaşê karbestiyê derxistiye û niha jî her 3 mehan carekê didê.

   Wey de were li vê ecêbê û li vê tofanê… Emekê 25 salan li ber avê çû. Lê sosreta mezintir îcar çi ye, hûn dizanin? Naaa… wele hûn nizanin. Jina Heqîko û zarûkên wî, bawer kirine ku wî jin û zarûkên xwe xapandiye û meaşê xwe li ser navê yekî din çêkiriye. Wan jî ew ji malê qewirandine, niha ew li parkên Edenê li ser textên rûniştinê radikeve.

   Heqîko niha neketiye derdê meaşê xwe, ketiye derdê ka wê çawa xwe li pêşberî jin û zarûkên xwe, rûspî derxine. Xwedê neyne serê kesî.

Mafya Tirk ehmeq û cahil derket

Zinar Qelemşûr-05/04/07-Stenbol- Li gora lêkolîna ku ji alîyê Serokatîya Daîra Qaçaxçîtî û Sûcên Rêxistinî ya girêdayî Midurîyeta Ewlekarîya Tirkiyê hatiye kirin, endamên mafya Tirk zircahil û ehmeq derketine.

   Li gora lêkolînê, ji endaman %2 nexwendî, %3 xwenda, %46 xwendina serete, %19 jî xwendina navîn kirine. Li gora lêkolînê karên ku mafya Tirk dike ev in: 1-Tevlihevkirina îhaleyan û bi riya kesên sêyem stendina komisyonê.2-Bi riya „zêrevanîyê“ ji pavyon, gazîno û karmendan stendina peran.3-Ji otoparkan qezenckirina perên hayella.4-Hewldana bidestxistina tesîsên sanayî, febrîqe û şîrketan 5-Di sektora fûtbolê de hewldana transferkirina lîztikvanan û qezenckirina perekî mezin.6- Destavêtina sektora muzîk û medyayê û qezenckirina pere û berjewendîyê.Û hezar jehr û ziqûmên din.

   Werhasil, dibêjin mafyayên xelkê dewletan dixin destê xwe, welatan dixin destê xwe lê mafya Tirk jî bi otoparkan dadikeve. Lê me fêhm nekir bê ka mafya Kurd çi dike?

 

Herêma Kurdistanê nasnakin, heheyyy!

 

Ehmed Beyan-04/04/07-Enqere- Wek tê zanîn, dewleta Tirkiyê ambargoya siyasî û aborî danîne ser başûrê Kurdistanê û pirsgirêkan ji Kurdên başûr re derdixe. Niha jî rê li ber karê transîtê derdixe û nahêle malê ku ji derve ji Kurdistanê re tê şandin, bişîne Kurdistanê.

   6 qemyon malê ku ji alî hikûmeta Koreya Başûr ve ji Wezareta Hundurîn a Kurdistanê re hatibû şandin, hat asteng kirin û Tirkan nehişt ew mal bigihê Kurdistanê. 6 qemyon mal bi keştîyê hatibû Lêmana Derînce ya Kocaelîyê û wê ji wir bi riya transîtê derbasî Kurdistanê bibûya.

   Lê hûn zanin bê sedema neşandinê çiye? Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê xwedêgiravî gotiye:”Hikûmeta Kurdistanê? Nalo! Ma hikûmetek wilo heye? Bi telaqê jinberdanê eê herêmek bi navê Herêma Kurdistanê û hikûmetek bi navê Hikûmeta Kurdistanê nasnakin” filan û fîstan. Erê erêêêê....

   Mêrikan ji alîyekî de wek îmana xwe qebûl dikin ku êdî Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe, û ji alîyê din de jî li xwe danaynin hebûna herêma Kurdistanê qebûl bikin. Îcar ji vê re çi tê gotin yabo, hêê? Durûtî!

 

 

Tirkiye li xwe mikur hat:

Qetlîam li Ermenîyan bûye

 

 Garo Dîkran-03/04/07-Tirkiye-Enqere-Konferansek ji aliyê Zanîngeha Columbia a Rojhilata Navîn Û Enstîtuya Mafê Mirovan a bi navê ”Karekî Fedîkar, Qetlîama Ermeniyan û Berpirsiyariya Tirkan” hate dayîn. 

    Dîroknasê Tirk Taner Akçam, li Zanîngeha Minnesotayê kar dike, derheq teseriya Ermeniyan a ku dane Kongresa Emerikayê, weha gotiye: ”Ez teseriyê ji nêz ve dişopînim. Ez dixwazim jî ku derbas bibe. Lewra ev êşkence naqede. Bi salane ku Tirkiye vê êşkenceyê dikişîne. Ermenistan jî her êşkenceyê dibîne. Eger teserî bête pejirandin, em rizgar dibin. Ji aliyê psîkolojî ve sûdeke mezin dide Ermeniyan. Niha Emerîka û Koçka Sipî nabêjin ku Tirk û Tirkiye ev qetlîam kiriye. Ez bi umîd im ku wê hikûmet gavên bi cesaret bavêje. Lê heta ku Yusuf Halaçoxlu, Gündüz Aktan û Şükrü Elekdax ji rê dernekevin, ev mesele çareser nabe. Ev hersê segbavên hanê, nahêlin ku serê Tirkiyê hêsan bibe. Herwekî Qibris, heta ku Reûf Dengtaşê Kerkedan nehate qewirandin, mesele dest bi çareseriyê nekir. Ji ber vê rastiya ku ez dibêjim, hinek min xayîn dihesibînin. De kî çi dibêje, bila serê xwe li tehtê bixe, rastî ev e ku em qetlîamê qebûl bikin…” filan û fîstan.   

   Werhasil, Taner efendî lotikek baş li dewleta xwe xist û hûn sax.....Ser xêrê be rebbî-----

Segbavên wilo jî hene

 Efendî Sorgul-03/04/07-Konya-Destavêtineke wisa sosret ku li tu devereke dinyayê nehatiye dîtin. Ev ne henekê Yekê Nîsanê ye jî. Lewra kalê Tirk gava lotik avêtin qîza kurê xwe ya 13 salî, henek û menek nedikir.

   Li dibistanê mamoste li qîzikê varqiliye ku tiştek tê serê wê. Gava lêkolîn hatiye kirin, derketiye holê ku Kalê wê dest avêtiyê, dûre kekê wê, piştre jî hevalên kekê wê, tev bi dorê lotik lêxistine.

Diya qîzikê dema ferq kiriye ku xezûrê wê dest davêje qîza wê, ji mêrê xwe re gotiye, lê mêr gotiyê: Niç, ez bavo nas dikim, bavo karê halko xirab nake. Gava ji birayê qîzikê pirsîne ku çima xweha xwe firotiye hevalên xwe, weha bersiv daye: Pêdiviya min bi pere hebû, ji ber hindê min xweha xwe bi 5 balqinoti dida hevalên xwe da lotikan lêxin.

   Nexweşxaneya Dewletê ya Konyaya oldar jî bi rapor peyitandiye ku destavêtin li qîzika 13 salî bûye. Diya qîzikê jî gotiye ku ew dozdarê xezûrê xwe û kurê xwe ye. Polîsên dewleta Virqo kalê qîzikê, birayê wê û hevalên birayê wê desteser kirine. Ka wê hesabê avêtina lotikan bibe çi, em niha nizanin.

   De îcar hûn û wîjdanê xwe. De ka bêjin: Tirk çi mexlûqatin?

 

Ma Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî!

 

Ehmed Beyan-02/04/07-Enqere- Mala Xwedê ava be, dibêjin hersê serokên Kurd li Enqerê hatine cem hev, silavek dane hev û bi hevre qehweyek Kurdewarî vexwarine.

   Li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin Serokê DTP Ahmed Kurd, Serokê KADEPê Şerafettîn Elçî û Serokê HAK-PARê Sertaç Bûcak li Enqerê hatine cem hev û behsa girîngîya yekîtîya Kurdan û beraja hilbijartina %10 kirine. Ê helbet, hersê partî jî dizanin ku beraja %10 jibo serketin û ketina parlamentoyê hejmarek bilind e û ewê tu partî bi serê xwe nikaribe xwe bighîne %10ê. Ji ber vê riya aqilane û herî maqûl ev e ku hersê partî dijminatîya hev nekin, dost bin, hêza xwe bikin yek û bi Kurdewarî tevgerê bikin.

   De ma Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî! Ya rebbî tu Kurdan hedayet bikî! Ya rebbî tu nîfaq û dijminatîyê ji nav partî û dezgehên me rakî! Ya rebbî tu bikî ku dengê Lotikxanê têkeve guhê van hersê serokan û rojek berî rojekê bibin yek! Amînnnnnnnnnn!!!!!

 

Haro!

 

 Farûqê Devliken-02/04/07-Mêrdîn-Wextê ku em zaro bûn û hîna betonê derdora me dîl negirtibû; pêşîya malên me vekirîbûn. Li nêzîka malên me çemek diherikî û li ser pîyê wî çemî jî bi deyên pûş hatibû lêkirin.

   Bawer bikin, zaroktîya me giş li nav wan deyên pûş û li qiraxa wî çemî derbas bû. Nav wan deyên pûş ne ji bo me zarokan tenê, ji bo kûçik û pisîkên bêxwedî jî leysgeh û sitargeh bûn. Jan bi serên wan keve, karê wan pisîk û kûçikan jî hev teqilkirin, hev gindirkirin û lotik-avêtin bû; zik li hev dikirin zirnafîl û çend mehek dubuhurî an ne dibuhurî heryekê şeş-heft çêlik bera dû xwe didan. Li dû wan pisîk û kûçikan tim û tim wîtewît û hewte hewt bû. Ma em li xwe û çi digerîyan, ji lîska bi wan re xweştir çi hebû gelo? (Dewama nivîsê bixwînin)

 

Di xewna xwe de garis dibînin

 

Av.A.Dîlan-01/04/07-Enqere- Dibêjin gava mirîşk birçî dibin di xewna xwe de garis dibînin. Xuyaye ev jî mesela me û Tirk û Turkmenan e. Hinek sazîyên Tirkan radibin li ser hesabê Turkmenên Iraqê nexşe û planên bêbavî çêdikin û dixwazin di Iraqê de Turkmen jî bibin xwedî federasyon yan otonomîyê.

   De li nexşeya jorîn binerin bê bêbavan çawa dora Kurdistanê dorpêş kirine û Kurdistan ji hev parçe kirine. Tirkan qûnek heta bi bajarê Zaxo  û sînorê rojhilatê Kurdistanê jî xistine nav nexşeya xwe û qaşo dilê xwe pê xweş dikin. 

   Werhasil, me digot qey Turkmen tenê li Telafer û Kerkûkê hene. Lê xuyaye mêrikan Kurdistan seranser daye ber xwe bavo, hella hella! Dev ji xewnên garisî berdin, bi telaq we libek genim jî nexwar, mirîşknooo!

 

Nebêjin insan ne heywane!

 

 Esfendiyar Aristan-01/04/07-Ewrûpa-Însan ecêb in. Gava li hesabê wan tê, mirov in. Gava li hesabê wan nayê, pez û berx in.

 Ji xwe dibêjin ku însên şîrê xîç vexwariye. Îcar eger bixwaze xwe bike mî, dikarin bibin bizin û nêrî jî. Kes ji însên fêm nake ku çi teba ye. Ha ji xwe re li wêneyê vê miya hanê temaşe bikin. Eksîra vê xulyaqetê %15 însan e, ji %85 jî heywan e.

   Profesorê segbav Smailkê Zanjani, rabûye ev miya hanê afirandiye. Bi vê yekê jî, doza ku ew jî ango bûye xwedayek kiriye. Di ser de jî heft sal lotik li ser vê xebatê dane, ji van salan zêdetir pênc milyon Sterlîn jî di xwe de nixro kirine.

   De lawo, oxil Smayîlko. Ma karê wilo û şuxlê halko bi sosret çêdibin, heyra! Sosreta mezintir ev e ku mejiyê miyê, kezeba wê, dil û pişika wê, ji genên mirovan in.

   Yanî êdî bila kes ji mirinê netirse. Gava dilê we hew lotik avêtin, zû herin dilê miyekê ji goştfiroşekî bikirin û bi xwe vekin. Yan gava kezeba we ji derd û kulan pettiya, hema zû herin ba qesêb û kezebekê bikirin. Êdî hewceyî textoran jî nake, hûn bi xwe jî dikarin van amûratan bi xwe ve bidirûn.

   Îcar tiştê ji her tiştî xweştir ev e ku, çi dema zarûk di nava jinekê de mir, bila here miyeka avis bikire û têjika wê derxe û têxe nava xwe.

   Wele ev tiştê hanê ne karê aqila ye, lê belê va ye dibêjin rast e. De li ser bextê gotiyan. Îcar yê bawer neke jî, bila here biceribîne.

 

 

 

Bîranîna Mele Kurdî

 

M.Silêmanê Serhedî-31/03/07-Serhed-Tam 47 sal berî niha, Mele Kurdî  çûye ber dilovaniya Xwedê. Xweda tu wî têxî nava behişta xwe ya aberîn. Lê belê ya Xwedê, tu wî li wirê jî, ji xirabiya  Tirkan dûr bikî.

    Hûn zanin çima wilo dibêm? Na, hûn nizanin. Lewra dema mele Kurdî çûbû Stenbola Siltanan û daxwaza avakirina Zanîngeha Zehra li Wanê kiribû, ew girtibûn û xistibûn tîmarxanê, gotibûn  şêt bûye. Piştre jî wî xistine girtîxanê, ango sûcdar e. Piştre jî çûna Kurdistanê lê qedexe kirine. Dema ew bi dizî çûye ku here Kurdistanê, li bajarê kalikê xwe Brahîm Pêxember çûye ber dilovaniya Xwedê.

    Îcar hûn zanin ku van segbavên Tirkan çi bi cinyazê wî yê pîroz kirine? Hahooo….  Na, hûn nizanin lê… Gora wî di sewgurra nîvê şevê de vekirine û cinyazê wî bi balafireke cengê birine avêtine Deryaya Sipî, da Kurd nizanibin li kurê ye.

    Bila sere Neteweyê Kurd sax be. Înna lîllah we înna îleyhî racîhûn.

 

Doh çewal bûn,sibê kurtan

 Hesel Almas-07/04707-Waşîngton-Dibêjin sererkanê kevn ê DYA-yê Richard Myers ji radyoya Dengê Amerîkayê re peyivîye û çend lotikên xweş avêtinê Tirkan.

   Myers di hevpeyvîna xwe de bûyera sala 2003-an bi bîr anî û got: “Tê bîra we, di dema erka min de me li Silêmaniyê leşkerên Tirk girtin û me çewal xistin serê wan. Heger Tirk rehet rûnenên û midaxeleyî başûrê Kurdistanê bikin, bawerkin îcar emê kurtan jî li wan kin û wan bê hefsar paşûpê bişînin Tirkiyê” filan û bêvan.

   Yanî, Mîster Rîchard Myers bala Tirkan kişand ku lingê xwe zêdeyî xwe ranedin û dîsa çewalan nexin serê xwe.

   Li xer bextê xelkê be, dibêjin ji niha de şîrketek Amerîkî dest bi dirûtina çewal û kurtanên Tirkan kiriye. De Xwedê bi selametî bike rebbî!

 

Li vê sosreta giran:

Mêr jî nefeqê didin mêran

 

 Cemalê Şorbecî-07/04/07-Brîtanya-Lawrence Roachê 48 salî, mêrê Juliaya 55 salî bû, hertim lotik diavêtinê. Lê dema herdukan li hev nekir, rabûn dest ji lotikên xwe berdan û ji hev qetiyan.

   Mêrik her meh 1.250 Dolar nefeqe dida jinikê. Lê belê belqityê nesekinî, ew jî wek Bulend Ersoya Tirk çû şûna lotikan dirût û xiyarek bi xwe ve danî.

   Gava mêrê wê ev mesele seh kir, çû dadgehê û daxwaz kir ku hew nefeqe bide Juliayê. Lê belê dadmendê zirtoke pê re xeyidî û erza wî bir. Mêrik jî weha got dadmendê xeydokî: Te li kur diye ku mêr nefeqe bide mêr?

   Wele em jî zanin ku mêr nefeqe nadin mêran, lê wa ye dane û çûye…

   De îcar bila xwendevan qerarê bidin, nefeqe tê dan yan na?

Jinên me li ser tenûran nema fesadîyê dikin

Ciwan Qoserî-06/04/07-Mersîn- Hûn dixwazin bawer bikin dixwazin nekin. Bi pêşketina başûrê Kurdistanê re, jinên me yên bakur jî bi pêş dikevin û nema li ser tenûran fesadîya Fatê û Eyşo dikin.

   Bi taybet, gava Serokê Kurdistanê M.Barzanî lotikan li Tirkan dixe û dibêje:”Kurdistanek serbixwe ne xeyal e, di dilê her Kurdekî de Kurdistanek serbixwe heye” jinên me ji kêfa vediciniqin û lotikan didin xwe.

   Bi serê min û we, ê min bixwe xanima min ji niha de bûye Berzanîcî û hew! Êdî nema bawerîya xwe bi Xelo û Celo tîne û hûn sax!

   Xanima min dibêje:”Kuro peppûko, bi Xwedê em nema li ser tenûran behsa Fatê û Eyşo dikin haa, wîî! Êdî guhê me tenûrvanan li ser başûr e qiriko!” Wey tu her hebî M.Barzanî!

 

Bi Xwedê û Pêxember:

Di dema vala de bê civat nabe!!!

 

  Aran Perînas-06/04/07-Swêd-Xelkê Kurd bi civata xwe û bi sosyalbûna xwe birastî meşhûre.

   Ku pistî çend rojan brayê Brehîm tev li malabata xwe neyê mêvandarîyê ango serdanîyê bi xwedê nabe.

    Wexta ku civat tinebe jixwe wisa dibe:

- De ka wê kontrola televizyonê yadê de ka!

- Dest pê dike di 150 kanalî kunc kunc lêgerînê dike.(Zêdetir bixwînin)

Berxika şeşlingî li Wêranşarîyan pîroz be rebbî!

Dilcan Îzol-05/04/07-Wêranşar- Li Wêranşara Ruhayê berxikek şeşlingî hat dinyayê. Li gor pispor dibêjin, jîyana berxikê dom nake û ewê di demek kin de silavekêli melkemot bike.

   Xwedîyê berxikê Halîl Şakrak dibêje:”Berxika me şeşlingî çêbû. Ez wê bi şîr û şekir xwedî dikim, heta ku sax be jî ezê dilê wê nehêlim” filan û bêvan.

   Werhasil, berxik û karikên xelkê çarlingî çêdibin lê ê me Ruhayîyan şeşlingî çêdibin. Em nizanin çi navî li vê ecêbê bikin, lê xuyaye bandora îsota tûj li ser mîh û bizinan jî dibe.

   Hinek kesên derûdorê dibêjin ku, “Hingî mîhê îsotên tûj xwarine anatomîya wê serûbinê hev bûye û jiber wê jî berxikek şeşlingî anîye” filan û fîstan. 

   De çavê Wêranşarîyan ronî be û berxika şeşlingî li wan pîroz be rebbî!

Mamosteyekî Çînî da bin dûvê Tirkan

Miradê Torî-05/04/07-Amsterdam- Li Zanîngeha Amsterdama Hollandayê mamosteyekî Çînî Tirk rakirin ser tapanan û beicandin. Endamê Perwerdeya Zanîngehê Mamoste Guo Xuetang di dersa xwe ya li ser “ewlekarîya xetên enerjîyê” de nexşeya Kurdistanî pêş xwendevanan kir û li ser xetên petrolê sekinî.

   Lê xuyaye ev nexşe li zora qûna xwendevanê Tirk Kivanç Sagir çûye ku rabûye li dij nexşeya Kurdistanê derketiye û xeber daye parlamentoya Tirkiyê, wekîl Burhan Çomezê qûnde. Kivanç Sagirê bêbav rabûye çûye cem Dekanê Zanîngehê û hal û mesela Mamoste Guo Xuetang jê re gotiye.

   Lê Dekanê Zanîngehê lotikek li xwendevanê Tirk xistiye û gotiye:”De here lannnnnn! Ew nexşe rastîyek e, li her cihî heye, yan here lêborîna xwe ji Mamoster Guo Xuetang bixwaze yan jî emê serê te têxin ciyê ku jê derketiye, okey!” û ew qewirandiye. Îcar Kivanç Sagirê qûnde jî rabûye wekîlê partîya AKP Burhan Çomezê bêbav xeberdar kiriye û wî jî meclîsa Tirk rakiriye ser tapanan.

   Werhasil, bila destê Mamoste Guo Xuetang saxbin û Xwedê miradê wî bike rebbî...

 Dêqehpo bazda ser bûka xwe

Tecawizcî Coçqûn-05/04/07-Samsûn- Heger hûn çapemenîya Tirk bi şopînin, hûnê bibînin bê ev Tirk çi tofanê tînin serê keç, dê û xwişkên xwe.

   Kuro civaka Tirk bûye berdîberdan haaa. Hinek bazdidin ser keçên xwe, hinek destdavêjin dêya xwe, hinek li kurên xwe rast dikin, û niha jî Z.O ê 59 salî bazda ser bûka xwe û namûsa wê heriman. Li bajarê Samsûnê, qeza Yakakentê, Z.O ê 59 salî dawa bûka xwe li serê wê gerand û namûsa wê herimand.

   Bûka wî B.O  a 24 salî û dêya 4 zarokan radibe ji bavê xwe dibê:“Xezûrê min Z.O dest avêt min û dawa min li serê min gerand. Hema min dît go fişefiş li xezûrê min ket“ filan û fîstan.

   Werhasil, ev Tirk in, ji wan re bûk, keç, dê û xaltîk û metik hêç in. Kî ji wan têkeve destê wan avê lê venaxwin allahwekîl! Hay ji xwe hein…

Dixwazin Baybaşîn ji holê rakin

Miradê Torî-04/04/07-Amsterdam- Huseyîn Baybaşînê ku ev çend salin li Hollandayê di hepsê de ye, da zanîn ku jîyana wî di xeterê de ye û dewleta Hollandî û Tirkiyê dixwazin wî ji holê rakin.

   Baybaşîn, di derbarê têkilîyên mafîya Tirk û gellek siyasetmedar û eskerên bilind yên Tirk de xwedîyê agahdarîyane û dizane ku trafîka narkotîka Tirkiyê bi destê kesên bilind û xwedî gotin tê meşandin. Ji ber vê jî xuyaye ev li hesabê herdu dewletan nayê û dixwazin bi şêweyekî ser meselê bidin girtin.

    Parêzerên Baybaşîn Adele van der Plas û Pîeter Bakker Schut jî bûyera tehdîtkirina Baybaşîn piştrast dikin û dibêjin ku “Rayedarên Hollandî û yên Tirk dixwazin bi hevre Baybaşîn ji holê rakin. Di nava wan de rayedarên bilind jî hene” filan û bêvan.

   Werhasil, Baybaşîn çi kiribe çi nekiribe ew mesela wî ye. Lê ji ber ku ew Kurd e, bila Xwedê alîkarê wî be û ahê wî ji Tirkan re nehêle rebbî!

Heta bi berberxaneyên wan jî bûne kerxane

Zinar Qelemşûr-03/04/07-Stenbol- Li Tirkiyê fihûş, zinêkarî, narkotîk, bênamûsî, qûnektî, dizî, bertîlxwarin û hezar jehr û ziqûm hewqasî bi pêşketiye ku nayê gotin.

   Dewlemend û sosyeteyên Tirk (ku piranîya wan dîsa Kurdkok û bêbavên doşirme ne) heta ji wan tê çewal û tûrikê xwe dadigrin, lê feqîr û belengazên kolanan jî hestîyên devê derîyên wan dikevêjin. Yan wê diziyê bikin, yan zinêkarî û yan jî ji mecbûrî bênamûs bibin.

   Werhasil, kerxaneyên li Stenbolê bê hed û hesab in. Kerxaneyên resmî çend lib in, lê yên veşartî wek ax û xwelîyê ne. Ev jî nebes bûn, îcar niha xelk berberxane û salonên kuaforîyê jî dikin ciyê zinêkarî û jinfirotinê. Li taxa Bakirkoyê kuaforê bi navê “Trend Vîva” yek ji wan berberxaneyan e ku di bin perda kuaforîyê de jinfiroşî dikir heta ku polîsan lotikek lêxist û malik lê şewitand.

   Werhasil canim, Xwedê bikim her mala Tirk bibe kerxane û mizgefta zinêkarîyê. Lê tiştê xerab ev e ku dîsa piranîya xwefiroşan kesên feqîr, jinên biyanî û hetta çend lib Kurd jî hene. Mixabinnnnnnnn! Rastî tehl e lê em çi bikin?

 

Îstatîstîka meha Adarê 2007

4.milyon, 529 hezar û 497 hits

 

(4.529.497) 

Wêne bitikînin û lê binerin

Hits By Country

 

Li kîjan welatan, çend carî Lotikxane hatiye vekirin?

 

Fermo wêne bitikînin û binerin

 

Yahewlelwelaaaa!

Dr.Mihyedîn-01/04/07- Ewrûpa-Bawerkin heger em bi ya van pispor û zanyarên Ewrûpî bikin, divê em tu karekî nekin û hema ji qula hundur dernekevin. Niha jî lêkolînek kirine û di encama lêkolîna wan de tiştên ecêb derketine holê.

   Li gor lêkolîna ku di kovara New Scîentîst de belav bûye, tê gotin ku ”Zilamên ku li ser heman nivînê bi jinên xwe re radizên (radikevin) xewa wan serûbinî hev dibe û adinî rojê çend gram ji hiş û aqilê wî kêm dibe”.  

   Lêkolîn bi destê Profesorê Zanîngeha Vîyanayê Prof.Gerhard Kloesch ve li ser 10 jin û mêrê zewicî hatiye çêkirin. Ew deh jin û mêr 10 rojan ji hev cuda razane û 10 rojan jî di nivînekê de razane. Di wan 10 rojên ku bihevre razane de derketiye holê û razana bi jinê re hiş û aqilê zilêm kêmtir dike. Werhasil,  hema ya baş ew e ku meriv rahije buhçika xwe û here di şikeftek ji şikeftên çiyayên Kurdistanê de bijî û hew, wile û bile lo! Nizanim filan pisporî wilo gotiye, nizanim filan zanyarî filan lotik avêtiye, errrreeeeeekkkk! 

    Ê lawo zanyarno, ma go jin û mêr nekevin ber hev, hevdu bi tir û fisan germ nekin, lotikan navêjin hev, çi tama jiyanê dimîne kurên min? Ma em herin li ser doşeka ker û qantiran razên? Yahewlelwela quwetillebillehilezîm! 

 

 

    

s© lotikxane 20-02-2006