Kurdên sosyalîst û wetenî

 

 

Xançepeklî Mihê

Qewîtîya neteweperwerê Kurd

Dr.M.Nûrî Dêrsimî

      
Google
                                              

Arşîv                                                                     info@lotikxane.com                                                                            lotikxane@hotmail.com          

Bêwar Brahîm

Xilmaşiya ber agirê Newrozê

Xecê Omerî

Gundê min

 

Gabar Çiyan

Beasiyên Kerkûkê

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-XII

Lokman Polat

Evîndara tirsonek

Bavê Ronahî

Ehmeq in

 

Lezgîn Şêxo

Zilamê mîzek

 

B.X.Sirûcî

Nexweşîya me

Adil Dûran

Penahindeyî

 

Dilsotî

Belê xwişkê

 

Selîm Acar

Raman

 

                                                            Metelok: Heçê bi mal in bi xaltîk û xal in !                              12 / 04 / 2007   

Porê wê jê dirêjtire

Çang Çîng Çong-12/04/07-Çîn- Li eyaleta Jîangxî, devera Shangrao a Çînê, jina bi navê Xîa Aîfenga 36 salî ji porê xwe kintire. Bejna wê 1.60 û porê wê jî 2.42 santîm e.

   Xîa xanim porê xwe di leganekê de dişo û şûştin û ziwakirina porê wê tam nîv seetê dajo. Dibêjin Xîa xanim bi şev û roj dua ji xwedayê xwe re dike û dibêje:“Ya rebbî, hema bejna min jî wek porê min dirêj bike. Wele ez pir kurtikim loo“ û gilî û gazinên xwe dike.

   Lê dibêjin ji wê zêdetir kêfa xelkê herêmê ji porê wê re tê. De Xwedê bejna wê jî bike 2.42 santîm rebbî!

 

Bangewazî

 

Ji bo Keleha Bedlîsê kampanya îmzayê:

Yaşar Abdulselamoglû-12/04/07-Di Keleha Bedlisê de ew çar sal in kolanên arkeolojîk tên kirin. Lêkolînên ku tên kirin ji rayagiştî re girtî ne. Em gumanbar in ku kolan û lêkolînên veşartî yên arkeolojîk ji armanca xwe ya xuyakirî dûr e. 

   Ekîba arkeolojîk a ku di destpêkê de bi deklerasyonekê dabû xuyanîkirin ku; ev kolan û lêkolînan wê dîroka Bîdlîsê ronak bikin û Keleh di nava deh salan de wê bê restorekirin û wê halê xwe yê berê ya orjînal bigre.

   Îro, em diyar dikin ku tu baweriya me, ji wê armanca deklerekirî re, nemaye. Ji ber ku, kolan û lêkolînan veşartî tên kirin, berhemên ku ji Helehê derdikevin tên veşartin û di nava xelqê de direv û manîpûlasyonên eşkere tên kirin ku; “qaşo, “berhemên osmaniyan e.”

                       (Zêdetir bixwînin)

 

Nermika Amerîkanî Camerûn Dîaz dîsa xwe berda çolê

 

 Aran Perînas-11/04/07-Swêd-   

   Mekanê ku Camerûn xanim çûyê Dubaî bû. Li wîr tiştek di dilê xwe de nehişt.

Tê gotin ku li wir kûrikekî Ereb dîtîye û jêre bûye wek rêber.

Camerûn: Ez ji van rêberên sosyetîk ûf bûm, zewqê nema didine min. Û ez nema dikarim lotikên bi dilê xwe bavêjim. Herwiha li cihkî, li gundekî em dikarin tiştê ji dilê min derbas bibin bikim.

    Camerûn xanim xwe berda behrên şîn û kesk, li wir wek çêlekan wexwar û pozên entresan da magazîncîya.

- Bikşînin, tiştekî minî veşartî nemaye. Ez diçim ku li dûv min tên. Reva min nemaye bi xwedê.

Camerûn tama Ereban baş derxist, û av di wan de nehişt. Wana saqo çermo kir.

    Bavê min, bi xwedê kes nema bi wê harê dikare. Girtina wê zehmete. Aqil û hiş di serê Ereban de nehiştîye.

Erebek: Bi xwedê ev îmkan nema dikeve destê min, hey vê bêbavê nîyeta xwe xerab kiriye. Ma gelo wexta ku em li ser kar bin, wê karibe sûretek me bê kişandin ? Bila ew kul di dilê min de nemîne, bila wek bîranîna lotikekê bimîne.

   Werhasil, xwezî rojek ji rojan Camerûn xanima agirpêketî serî li Kurdistanê jî bidaya. Bila ferqa lotikên Kurdan û Ereban bi çavê serê xwe bidîta û hew !

Serê kanîyê girtiye û bernade

Şemal Amedî-11/04/07-Hollywood- Xanima xwînşêrîn, lotikvana germ û nerm Scarlett Johansson, ji alî jinan ve wek ”Jina herî bedenseksî” hat hilbijartin.

   Li gora ankêta ku Kovara Glamoûrê bi 5 hezar jinî re çêkiriye, Johanssona 22 salî xwedîya bedena herî seksî hatiye hilbijartin û dîsa serê kanîyê girtiye.

   Helbet, li dinyayê jinên ku bi bedewîya xwe Scarlett Johansson ji bêrîkên xwe derdixin pir in. Lê Xwedê mala peran û şan û şohretê xerabike rebbî! Ji berê de dibêjin ”Bila navê meriv dernekeve lê qû..a meriv derkeve!”

   Îcar mesela me û van lotikvanên Hollywoodê jî ev e. Kesên ku gava ”bê derman û bê makyaj bin” wek meymûnê ne, ji ber navûdeng û dewlemendîya xwe dibin xanimên herî seksî, bedew û jehr û ziqûm.  

   Werhasil, dinya wilo bûye heyran. Heçê bi mal in bi xaltîk û xal in!

Qûndeyê heram! Ma balafir wilo tê revandin?

Pîlot Necatî-11/04/07-Enqere- De werin li ecêba kesanedî û revandina balafirekê binerin lo! Kuro lawo evî bêbavê Mehmet Gokçîngolî revandina balafiran jî li ber çavê xelkê herimand law!

   Mêrik çima balafir ji Diyarbekirê revandiye Enqerê hûn zanin? Di îfada xwe de dibêje:”Min di xewna xwe de dîdît ku balafir diket, ji ber wê min balafir revand û berê wê guhert”

   Ker di diya derewînane ku tu rast dibêji? Çima lawo ma tu Xoceyê Xizirî ku xewnên te rast derkevin hêê? Rastîyê bêje oxlim rastîyê! Dosya te ji kişandina esrarê, ji firotina eroînê, ji vexwarina kokaînê, ji hezar jehr û ziqûmî dagirtîye. Tu çima nabê ”Jibo ez meşhûr bibim min balafir revand” kurê min!? 

   De siktirrrrrrr qûndeyê heram! Lawo ma we korsanê ku tiştekî nexwaze û bê armanc balafirekê birevîne dîtiye hayhooo!?

 

 

Îcar wê di nav partîya îslamî de lotikan li xwe xe

Rojda Aydin-10/04/07-Stenbol- Xuyaye model û mankenên ku bi lotik û gonxwarinê ji peran û navûdengîyê têr nabin, dixwazin di karwanê siyasetê de jî çiv û lotikan bidin xwe û xwe di rojevê de bihêlin.

   Piştî Tugba Ozay û Şebnem Schaefera agirpêketî, niha jî modela Rûs Eva Maya jî dixwaze di nava partîya AKP de zîtirkan bide xwe û bibe siyasetmedar. Eva Maya berî 7 salan bibû misilman û dînê xwe guhertibû. Helbet kesê ku bi kêrî dînê xwe neyê bi kêrî kesekî din jî nayê de neyse.

  Werhasil, Eva Mayaya ku berê her roj di bin zilamekî de bû û ji gonxwarinê wext nedidît serê xwe bişo, îro dixwaze di nava partîyek îslamî de lotikvanîyê bike.

Kuro dinya xerabûye dinyaaaa...Pekkkkkkkk!

Dîsa kir zirt û virt

Ehmed Beyan-09/04/07-Enqere- Serokê CHP û dîn dijminê Kurdan Denîz Baykal, vê carê jî êrîşî ser DTP kir û lotikek Tirkane li wan xist.

   Baykalê sermezin û devlewitî vê carê jî got:"Bi telaq DTP newêre îsal têkeve hilbijartinan. Wê li Amedê lotikek bêderman xwar û hêza xwe winda kir. De bila têkevin hilbijartinê ez wan bibînim haaa! Bi soz û peyman be, heger biwêrin têkevin hilbijartinê ezê jina xwe berdim û xwe bixesînim" filan û fîstan.

   Îcar sayin rayedarên DTP! Vê tirrê ji vî bêbavî re nehêlin. Têkevin hilbijartinê û wî bixesînin. Binerin bê ew jî wek Bulent Ersoy nebe qûnde! De hernêêêêêêêêêê!

Serokwezîra pêşeroja Tirkiyê

Zinar Qelemşûr-08/04/07-Stenbol- Hûn zanin, ev manken, model û lotikvanên naskirî îşê xwe baş zanin, zanin xwe di rojevê de bihêlin ku xezîna xwe dagrin. Hinek ji wan piştî ku têr gon dixwin berê xwe didin Hecê û xwe di rojevê de dihêlin, hinek jî dikevin nava hinek partîyan û xwe di rojevê de dihêlin. Ji xwe hinek jî hene ku bi vir û derewên xwe xwe di rojevê de dihêlin.

   Werhasil, lotikvana xweşik, bejindirêj û agirpêketî Tugba Ozay jî hînî van tir û fisan bûye û xanimê xwe ji rojevê kêm nahêle. Tugba Ozay di derbarê hilbijartina serokkomarîya Tirkiyê de dîtinên xwe anîn zimên û çend lotikên germ avêtin. Xanimê dibêje:"Serê min pê naêşe kî dibe serokkomar, lê ez dixwazim bibim wekîl û hetta di pêşerojê de bibim serokwezîra Tirkiyê. Ez bawerim ezê ji gellekan çêtir xizmetê bikim" filan û fîstan.

   Keçê bi namûs xebera te ye, wîî! Bi telaq heger tu bibi namzeta serokwezîrîyê wê Kurd hemi rayên xwe bidin te. Hema hinekî devê doxînê ji Kurdan re veke û te îş pê tune keçko! Her lotikek te bi rayekê ye allahwekîl. Heyran bi telaq raya min jî ji te re, tevdîrrrrrrr!

 

 

Wî biryara xwe da, ma parlamento

 

Sîpan Nas-12/04/07-Tirkiye-Serekerkanê Artêşa Tirko Yaşar Buyukanit di preskonferansa xwe de biryara xwe da û got:”Bi sê telaqan divê em têkevin başûrê Kurdistanê. Wa xuyaye li wir Kurdistanek serbixwe ava dibe. Erê em dibêjin PKK û PKK, lê bi serê min û we tirsa me ya esasî avabûna Kurdistanê ye. Lê biryara dawîn a lotikvanên parlamentoyê ye” filan û fîstan.

   Buyukanit eşkere anî zimên ku li herêmê Kurdistanek serbixwe tê avakirin û hebûna PKK tenê mahne ye. Werhasil, wî top ji nav lingê xwe avêt nav lingê lotikvanên parlamentoya Tirkiyê.

   Ji xwe hinek partîyên nîjadperestên dola Asenayê ji zûde dixwestin ku artêşa wan têkeve başûr. Ew li mahnê ne. Lê ka emê binerin bê wê meclîsa Tirko û virqo çi biryarê bide.

   Heger meclîs biryara ketina başûr bide artêşê, ewê wek gurên har derbasî başûr bibin û wê Kurd jî wek şêr û pilingan bazdin ser wan. Na heger meclîs ji Kurd û Amerîkîyan bitirsin û biryara ketinê nedin, ji xwe Kurdan di wan de bir heta hûn bêjin bes. De ya bi xêr.....

 

Piştî 70î li pîra perçiqî rabû!

 

Ehmed Beyan-12/04/07-Enqere- Rahşan Ecewît jina Bulent Ecewîtê kokKurd e. Koka wî Kurd bû lê ew bi xwe bêbavekî mezin bû û dîn dijminê qewmê xwe bû. Werhasil, mêrik mir, berê xwe da cehnemê, bêdûnde çû û em jî jê xelas bûn. Ji Kurdan zêdetir kêfa Yûnanîyan bi mirina wî hat. Ji ber ku Ecewît di 1974an de Kibris dagîr kiribû û lotikek li Rûmên Yûnanî xistibû û ew li ber çavê wan wek marê reş bû.

   Neyse, niha jî xanima wî, pîra perçiqî Rahşan Ecewît gotinên Serok Barzanî li xwe nexweş anîye û rabide aqil dide dewletê û dibêje:"Peppûk, peppûk, peppûk! Kuro çawa ez sax û nemirî serokên eşîran dewleta me tehdît bikin? Na na, divê em wek 1974an bakurê Iraqê jî (başûrê Kurdistanê) jî dagîr bikin. De bila niha mêrê min Eco saxba, weyê bidîta bê çi zîtirk didan xwe" filan û fîstan.

   De îcar yabo! Ê lawo hey keran di der guhanê te gayê, de here mêrê xwe ji gorê rake û bila bê Kurdistanê dagîr bike haaaa! Yan, tu bi wê bejn û bala xweya rihanî, bi wê bedewîya xweya xezalî were nav Pêşmergeyên Zêrevan deee! Keçê heger wan pêşmergan qûş li te neqetandin ez ne ji pişta bavê xwe bim lêêêêê! De yalla! 

 

Kemal Kerkûkî îmana Erdogan teneke kir

 

Cemîl Cewher-11/04/07-Hewlêr- Xuyaye Tirk ji xwe re li fesadî û paşgotinîyan digerin. Nêzîkbûna hilbijartina serokkomarê Tirkiyê, dihêle ku partîyên Tirk ji gotinên Serok Barzanî ji xwe re parsê derxin û jibo berjewendîyên xwe bikarbînin. Tirkên ku berê qîmetek bi pênc qirûşan nedidan Turkmenên Kerkûkê, îro bi mahneya hebûna Kurd û petrola Kerkûkê li wan xwedî derdikevin û durûtîyê dikin. Mêrikan desttêwerdanên Kurdistanê ji xwe re adet lê gotinên serokên Kurdan jî wek qebhet dibînin.

   Werhasil, Serok Barzanî bi gotinên xwe hilê wan li milê wan kir û îmana Tirkan teneke kir. Bila Xwedê li pişta wî mêrxasî be rebbî!

   Ji alîyê din Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr.Kemal Kerkûkî lotikek bêîman li Serokwezîr Erdogan xist û got:”Devê wî pir lewitîye. Divê ew devê xwe bi heft qalib sabûna Helebê bişo ku hinekî bi edeb bibe” filan û bêvan. Kerkûkî di dawîya axavtina xwe de dîsa îmana Tirkan teneke kir û got:”Dîroka tevgera rizgarîxwazîya Kurdistanê piştrast kiriye ku em li himberî zaliman hertim bi serbilindî rawestiyane û me serê xwe li ber wan netewandiye” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, Kemal Kerkûkî îmana Erdogan teneke kir û dilê Kurdan jî rehet kir. Bila Xwedê li pişta wî be jî rebbî! De ka emê binerin, heger Erdogan devê xwe bi sabûna Helebê neşo, yan sabûnê peyde neke, emê jê re heft qalibên sabûnê bişînin. Li Lotikxanê sabûn jî heye û şampûan jî allahwekîl!

Biryar biryara Ahmed Kurd e

Cemşîdê Qelew-11/04/07-Erzerom- Van rojan cendekên eskerên Tirko yeko yeko bi ser malbatên wan ve tên. Bêguman, her dînsizek îmansizek jê re lazime. Gava esker neçin li dû gerîllayan negerin û tiliya xwe nexin kunmozê, wê neyên kujtin û bi saxî li malbatên xwe vegerin. Lê heçê eskerên Tirk in wek mêşa go xwe li ser gû deynin. Tu berdidi wan jî ew dîsa lê vedigerin.

   Werhasil, dibêjin van rojan dîsa çend eskerên qûnbicilik hatine kujtin û Tirk ketine galeyana ”Şehîtler olmez vatan Bolunmez” filan û fîstan.

   Îcar Serokê Komela Malbatên Şehîdên Erzeromê Hatem Tetîk, li dij helwesta partîya DTP derdikeve û ji çapemenîyê re dibêje:”DTPî ji Ocalan re dibêjin ”Sayin” û rêzê jê re digrin, lê heman rêzê ji şehîdan re nagrin. Ji ber vê, divê Serokê DTP Ahmet Turk paşnavê xwe biguhere. Kesên ku rêzê ji şehîdên Tirk re negrin heqê wan û paşnavê ”Turk” tuneye” filan û bêvan.

   Wele bi namûs, wek Lotikxane em jî dixwazin ku Ahmedê me wî paşnavê ”Turk” bavêje teneka zibil û paşnavê xwe bike ”Kurd”. Yanî, Ahmed Kurd! De bajo siwarooooooo!

MGK nîqaşa lotik, pehîn û zîtirkan kir

Av.A.Dîlan-11/04/07-Enqere- Dibêjin Konseya Ewlekarîya Netewî ya Tirkan (MGK) bi lez û bez li hev civiyaye û daye zîtirkan. Ji ber ku ew nikarin pirsgirêkên nava Tirkiyê çareser bikin, hertim ji xwe re li mahne û tiştên din digerin da ku rojeva xwe biguherin û berê xelkê bidin alîyekî din. Îcar jî gotinên Serok Barzanî ji wan re bû mahne. Yan na, bawerkin nizanîbûn wê civîna xwe li ser çi û jibo çi çêkin!

   Werhasil, dibêjin di civînê de biryar hatiye girtin ku, ”Tekoşîna li dijî PKK bidomînin. Bi dûrebînê Hizbûllahê bişopînin, giringîyê bidin yekparîya axa Iraqê, û geher Kurdên başûr dev ji lotikên xwe bernedin, bikaranîna plan û projeyên din” filan û bêvan. Yanî; heger Serok Barzanî li gotinên xwe poşman nebe û bişûnve gavan navêje, ewê tedbîrên aborî, siyasî û leşkirî têxin dewrê.

   Werhasil, mêrikan niha li ser sînorên bakur û başûrê Kurdistanê tetbîqatên eskerî dikin da ku çavê Kurdan bitirsînin. Lê Kurdekan jî li gotinên xwe xwedî derdikevin û xuyaye ewê ji xîret û payebilindîya xwe gavê paşve navêjin.

   De roj tê xêr û xweşî jî pêre tê lo. Ha jîyana di bin destê Tirkan de û ha mirina sar, ma ferq çiye? Hêççççç! Hema mirina bi mêranî xweşe û hûn sax!

 

Lotikek ji Pakîstanê

 

Raca Xan-10/04/07-Îslamabad- Pakîstan welatekî ecêb e. Têde her cûre lotikvan hene û herkes bi serê xwe mîr û paşayek e. Dibêjin li herêmek Pakîstanê, dîndarê bi navê Îmam Abdul Azîz, li herêma xwe şerîet lidarxistiye û dixwaze lotikekê li Serokdewlet Perwîz Muşerref xe.

    Li gora fitûya ku wî îmamî derxistiye, divê qanûnên şerîetê pêk bên û di serî de jî Wezîra Tûrîzmê Nîlufer Bahtîyar bê darizandin. Di fitûya Îmam Abdul Azîz de têgotin ku, “Nîlufer Bahtîyara gewende, bi gawirên Fransî re derdikeve geşt û seyranê û xwe diherimîne. Divê rojek berî eojekê lotikek lêkeve û şerîet çi bêje ew ceze jêre bê birrîn”. Nîlufer Bahtîyar berî niha bi yekî Fransî re bi parasûtê xwe ji balafirê avêtibû û zîtirkek avêtibû.

   Werhasil, serê me bi wan naêşe, lê dibêjin heger Nîlufer xanim têkeve destê Îmam Abdul Azîz efendî, wê sê şev û sê rojan wê di nav nivîna xwe de hepis bike heta ku gunehên wê dawşîne û bi lotikên Îmam Azdul Azîz îmana wê taze bibe.

    De Xwedê bela xwe bide wan û hûn sax!

 

Ne ew tenê, Kurd hemi duxrin kurên min!

 

Cembelîyê Botî-09/04/07-Colemêrg- Piştî gotinên Serok Barzanî yên xweş û geş, çapemenîya Tirko rabû ser tapanan û verşiyan. Rojnama Hurrîyetê bi manşeta “Kaşiniyor-Duxre” lotikek avêt. Hinekan jî bi gotinên din lotik avêtin derûdorê.

   Xuyaye Serok Barzanî Tirk hewqasî aciz kirine ku tirrekan radibin amadekarîya civînên netewî li ser gotinên Barzanî dikin. Bi gotinek kurt, Serok Barzanî qoş li Tirkan qetandiye û ew beravêtî kirine.

   Dibêjin Tirkiye amadekarîyê dike ku balyozê xwe yê Bexdayê bişîne Amerîkayê da ku destê Serok Bûşh maçî ke û dozê lê bike ku rê li ber Barzanî û lotikên wî bê girtin. Em nizanin wê Serok Bûşh çi bersivê bide Tirkan, lê dibêjin dawa wan li serê wan bigerîne û wan belbelotî hev bike.

   Werhasil, îcar em bên ser rojnama Hurrîyetê. Ûlan kundirler! Ma Barzanî tenê duxre ewladlarim? Bi telaqê jinberdanê Kurd hemi ji doxînê û jêrde duxrin, wîîî! Kurdan xiyar û tiroziyên xwe şahîk kirine û li bendî fersendekê ne ku dawa we li serê we bigerînin, çewalan têxin serê we, bê kondom û bê hebên vîagrayê we li dora hev bizîzikînin!

   We fêhm kir cîgerlerîm!? 

 

Ji keç û jinên xwe têr bûn dest avêtin zilaman

 

Satilmiş Çirvirî-08/04/07-Stenbol- Bi saya hinek dostan min Lotikxane nas kir û jina min ji min berdayî be kêfa min pir jê re hat. Di namûsa min de be, nivîsên wê wek ayetên qurana pîroz li xweşîya min hatin. Werhasil, madem mesele lotik û zîtirkin, ezê jî ji îro û pêde çend fîşekan berdim derûdora xwe û çend lotikên Kurdewarî li hinekan xim. Serê we neêşînim, de ka em bên ser mijara xwe.

   Hûn zanin, Tirk ytek ji wan milletane ku namûs li cem wan bûye bexdûnis û doxîna wan tim sist û vekirîye. Gava hûn bala xwe bidin çapemenîya wan, hûnê bibînin ku rojê yan heftê carekê yekî Tirk bazdide ser keça xwe, bûka xwe, yan jî xaltîka xwe. Neyse, îcar dibêjin niha ji zinêkarîya keç û bûkên xwe têr gan xwarine, dor hatiye ser çirvirandina zilaman û kunê li wan dikin çarox.  

   De vê xeberê bixwînin da ku hûn nebêjin Lotikxanecî bextê xwe reş dikin, okey! Li bajarê Kayserîyê M.Z ê xerat û 46 salî, li nava kolanekê tê kêrkirin, piştre sê xortên Tirk wî dibin ciyekî xewle û bi dorê bazdidin ser wî rebenî û kunê lê dikin çarox. Piştî hersê bêbav kurmên xwe dişkînin, lotikekê li rebenê M.Z dixin û ew jî berê xwe dide nexweşxanê û piştre derdê xwe ji polîsan re dibêje. Li gora tehlîlên textoran, kuna wî bi gellek ciyan qelişîye û bawerî pê hatiye ku hinekan namûsa wî kiriye pênc qirûşên xerabe. Mêrik niha li Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Kayserîyê tê dermankirin.

   De îcar bextê xwe xeranekin û bêjin:Ev çi meqlûqatin? 

 

Polîsekî Tirk mala xezûrê xwe kir qesabxane

 

 Gormîş Qantir-08/04/07-Enqere-Ev rûdana wek qesabxana pezê kêrê, li Enqereya  paytextê Tirkiyê, qeza Keçîorenê, taxa Koçkê, kuça Gulyaziyê, di balaxaneya Gulyazi de derketiye holê.

Gava qedroyê polîs Î.A yê ku emrê wî wek jimara libên tizbiya destên tiralên Kurdistanê ye, derketiye Kurdistana Tirkiyê bajarê Ezirganê, ji tirsan şêt bûye û mixê xwe serobin kiriye.

Hema rabûye û bi bez çûye mala xezûrê xwe ku zarûkên xwe bibîne, lê demaça ku dewletê dabûyê da namûsa  hemwelatiyan biparêze, ji ber pişta xwe derxistiye û rasthatinî bera her kesî daye.

     Polîsê dewletê pêşî demaçe bera jina xwe Helîmeya 27 salî daye. Gava jinik tera erdê bûye, zarûka di zikê wê de, destê xwe derxistiye û qîr dane. Bêbavo piştre bera kurê xwe G.A.yê 2 salî daye û ew jî li kêleka jinikê kiriye rêz. Îcar dor hatiye ser xesuya kezîkurr, Eminekê jî çend berik xwarine. Gava xezûrê wî Kemal Mavî deng kiriye, Polîs çend berik bera qûna wî jî dane. Piştre jî tereso demaça dewletê bera serê xwe daye. Dema teqîn û reqînê, baldûza qesabo jî li wirê bûye, lê zû çûye mala cîranan û xwe ji mirinê  xilas kiriye

    Dema poîs hatine ciyê rûdanê, bala xwe danê ku hevalê wan polîsê qesab hêj bi rih e, ew hildane Nexweşxaneya ”Dışkapı Eğitim Hastanesi”yê. Lê dibêjin ku derbê mejiyê wî hingavtiye.  

   Li ser bextê cîranan be, hinek jî dibêjin polîsê qûnek ji qehra lotikên Lotikxanê re dîn û har bûye û kerbê xwe di serê xezûranên xwe re derxistiye. De neyse, ser xêrê be rebbî.Ew jî çûûûûûûûûûûûûûûûûûû!

 

1 çû man 24!

 

Lotikxane-07/04/07- Dibêjin kurekî Qado Şêrîn çêbûye û brakê me Qado wextî ji kêfan re bifire. Navê wî kirine Adar, ango; meha pîroz û bi xêr û bêr. Ser xêrê be û Xwedê bi dê û bav mezin bike rebbî!

   Qado Şêrîn wextekî gotibû:"Heger Xwedê bê erê, ezê tam 25 zarokan çêkim" û soz dabû. Xuyaye brakê me Qado dixwaze bi 25 zarokan du taximê fûtbolê çêke û bi van herdu taximên fûtbolê Kurdan di qada navnetewî de bike lotikvan.

   Werhasil, em serê we neêşînin. 1 çû ma 24 zarok! Xwedê bê erê piştî 24 salên din wê herdu taximên me temam bibin û emê navê hinekan ji wan bikin, Maradona, Ronaldîno, Qadodîno û Lotikdîno û hûn sax!

   De dîsa ser xêrê be û çavê we ronî be qurban!!!!

 

Belqityê ji lotikan kerixîye

 

Cirdoyê Belqitî-07/04/07-Floransa-Diya Rosa McGowanê Frensî, bav Îrlendî, ew bi xwe di 1973an de li İtalya bajarê Floransayê bi lotikan hatiye dinyayê, piştre jî bûye Emerikî. Yanî belqityê ji şorba nexweşan xirabtir bûye.    Werhasil, pirî ku lotik derbas kirine, niha jî tobe kiriye û hew xwe dide ber pehînên lotikvanan.

   Ger tu bêjî esrar, haşaaaa! Ger tu bêjî toz û dûman, ew jî mandelaaaa… Lê ger tu bêjî efyona Îranê, ew erênaaaa… Wele di mezhebê wê de her tişt rewa ye.

  De îcar bila xwendevanên Lotixanê biryara dilê xwe li serê bidin, lê zilamên zewicî naaa…eman emannnn!

 

 

 

Na na, bi namûs kes kesî xelef fêhm nake!

Mihemed Soran-12/04/07-Silêmanî-Dibêjin Mam Celal Talabanî di preskonferansekê de gotiye:”Ez dixwazim têkilîyên Iraqê li gel Tirkiyê xweş bin û kes lotikan navêje hev. Min li Riyadê di hevdîtina xwe û serokwezîrê Tirkiyê Erdoganê sermezin de gotibû bila em hevdu xelet fêhm nekin. Lê serê van Tirkan ji kevir hişktire û hertim me xelet fêhm dikin” filan û bêvan.

   Heyran Mam Celal! Kuro bi namûs Kurd û Tirkan hevdu naskiriye, êdî kes kesî xelet fêhm nake qurban, wîî! Em zanin ku em û Tirk dijminên hev in û ji me bê emê herçar parçeyên Kurdistanê bikin yek. Û Tirk jî zanin ku, Kurd qîma xwe bi parçeyekî tenê naynin û ewê sibê dusibê doza Amed, Mêrdîn û bax û bîstanên bakur jî bikin.

   Êêêêêêê! Îcar kî kê xelef fêhm dike kaka? Ma go Tirkan Kurd xelet fêhmkiribana wê agir têketa nav şerwalê wan? Na bavoooooooo! Bi telaq me hevdu naskiriye. Ne ew me xelet fêhm dikin û ne jî em wan û hew!

Serok Berzanî!

Farûqê Devliken-12/04/07-Mêrdîn-

Bi elawekîl, tenê gotinek, tenê peyvek serok Mesût Berzanî bes dike ji bo Tirkîyê serobin bibe...

   Serok Berzanî li Hewlerê diqîre, reveberên Tirko li Enqerê di qulên xwe de dikevin tev û bêhn li wan diçike!

   Her peyv û gotina ji nav lêvên serok Berzanî dipeke, dibe bombe û di hundurê reveberên Tirko de diteqe!

   Bi telaq û namûs, serok Berzanî xew li wan herimandîye!

   Bi telaq û namûs, ji tirsa serok Berzanî hew diwêrin têkevin nav nivînên jinên xwe!

   Bi telaq û namûs, ji tirsa serok Berzanî ji mêranî ketine û hew zurîyet bi dû wan dikeve!

   Bi telaq û namûs, ji tirsa serok Berzanî dê beyî hefat nema gava xwe ji vir davên derêhan!

   Bi telaq û namûs, ji tirsa serok Berzanî ji êvar de heta şibeqê çongên wan di zikên wan de û di bin tir u fisên jinên xwe de bera xewê didin!

   Bi telaq û namûs, gef û fortên wan jî hew pere dike; li qesefa sînga serok Berzanî dikeve û dîsa li wan vedigere! (Zêdetir bixwînin)

 

Daxuyaniya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanî

 

 

Gelên Niştimanperwer û Demokrat û Aşitîxwaz, Netawa Kurd û gelê Kurdistanê (Bixwînin)

Raste, em xwedî xîretin, lê ew?

Şêrzad Zebarî-11/04/07-Hewlêr- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Hewlêrê di Konferansa Demokrasîya Navnetewî de axivî û bi mêranî got:”Emê zirt û gefên tukesî qebûl nekin”.

   Serok Barzanî xwedî li gotinên xwe yên ku di televizyona El Arabîya de gotibûn derket û gotinên xwe zelaltir kir.

   Barzanî got ku, ”Min ew gotin di 28ê Sibatê de li ser tehdîtên Tirkiyê gotibûn. Min negotiye emê destê xwe têxin nav kar û barên Tirkiyê. Min gotibû, heger ew tev li kar û barên me yên navxweyî bibin, emê jî bibin. Em kesî tehdît nakin, lê emê tehdîtên tukesî jî qebûl nekin. Em tev li karê kesî nabin, lê bila kesek jî tev li karê me nebe.Ez ji rayedarên Tirkiyê dipirsim: Herêma Kurdistanê kengî tev li kar û barên Tirkiyê bûye? Em jî xwedî xîretin, ji ber vê bila kes destdirêjîya kar û barên me neke” filan û bêvan.

   Werhasil, raste, em xwedî xîretin, xwedî xirûr û şexsîyetin. Lê Ew? Gelo kes difikire ka ew xîret û xirûr bi Tirkan re heye yan na?

Waweylê wey waweylê, wey waweylê mamê Îslam!

Cembelîyê Botî-11/04/07-Colemêrg- Ya rebbî tiştê ku hatiye serê mamê me Îslam Guzel neyê serê mişk û maran rebbî! Rebeno ji baranê revya rastî teyrokê hat û şil û pil bû.

   Mamê me Îslam Guzel piştî mirina xanima xwe, bi riya hinek hîlebaz û “Şebeka Zinêkaran” ji xwe re li Ercîşa Wanê jinekê bi navê Gulê (27) dibîne. Gava şebeke dibînin ku mamê Îslam halxweş e û çend qirûşên wî hene, li temenê wî nanerin û hema Gula diz pêve dizeliqînin. Mamê Îslam jî bi dilê safî û paqij sê roj û sê şevan dawetek binavûdeng lidardixe û dike çirik û virik.

   Werhasil, mamê Îslam di xwarin û vexwarinê te texsîr nake û ciwamêrîya xwe radixe holê. Lê tu nabê Gula diz jî li bendî fersenda xwe ye ku tevî zêr û peran bireve û lotikekê li mamê me Îslam bide. Radibin jibo anîna nasnameya Gula diz diçin malbavanan. Gula diz bi awayekî mamê Îslam dixapîne û tevî zêr û perên pêre winda dibe, direve û kes nizane bê xwe dî kîjan şikeftê de veşartiye.

   Erê lo, 42 zêr û hinek pereyên mamê Îslam dibin bi qurbana Gula diz û mamê Îslam jî li nava Comlemêrgê stuxwar û şermezar dibe. Dibêjin ji şerman mamê Îslam maye heyirî û nema kare li ruyê insanan binere. Simsarên jinfiroş lotikek li wî xistine û ew jî nema zane çi bike, çi bêje.

   De neyse canim, bila serî saxî be mamê Îslam! Heger li Colemêrgê cîh li te teng bû, were Lotikxanê, ser seran û ser çavan ciyê te heye. Bi telaq çend jinebîyên Lotikxanê hene, hema bila yek ji wan bi qurbana serê te be, wîî! Bê qelen, belaş belaşşşş! De derbasbûyî be mamê Îslam!  

 

Hema hûn biçirin jî

"Sayin Ocalan!"

 

Farûqê Devliken-10/04/07-Mêrdîn-Wûn bixwazin û nexwazin jî; “BRÊZ” Ocalan!

Wûn qebûl bikin û qebûl nekin jî; “SAYIN” Ocalan!

   Em di girtîgehan de birizin jî; “BRÊZ” Ocalan!

   Ji îşkence û lêdanê ziman li me zuha bibe jî; “SAYIN” Ocalan!

   Misto ji gorê rabe jî; “BRÊZ” Ocalan!

   Misto di gorê de nesitire jî; “SAYIN” Ocalan!

   Misto bi Kemo ve bizeliqe û ji nuh de li pişta we rabe jî; “BRÊZ” Ocalan!

   Were di ber me de reş û şîn bibe jî; “SAYIN” Ocalan!

   Denîz Baykal ji êvar de heta şibeqê bikewte jî; “BRÊZ” Ocalan!

   Dewlet Bahçelî bi wî re bi senfonîke jî; “SAYIN” Ocalan!

   Tayîp Erdogan ji tirsa ji qudûm bikeve jî; “BRÊZ” Ocalan!

   Tayîp Erdogan li gotina xwe xwedî dernekeve û zimanê xwe jêke û di xwe ke jî; dîsa “SAYIN” Ocalan! (Dewamê bixwînin)

 Kûçikbavo zarokek bi xavî xwar

Bengîn Elegez-10/04/07-Moskow- Li herêma Krasnovarsk a Sîbîryê yekî Rûs hingî di bin bandora flîmê Anthony Hopkîns (Bêdengîya Berxan) maye, rabûye bi rûdankek hesinî serûçavê xwe pêçaye û keçika 5 salî ya bi navê Polîna Malkova parçe kiriye û bi xavî xwariye.

   Kûçikbavê mirovxwir reviyaye û xwe veşartiye. Xelkên herêmê ditirsin ku ew zarokên din jî bikuje û bixwe. Werhasil, bawerî bi van Rûsên hov nayê wesselam.

   Bawerkin tu gotinek me ji jinên wan re tuneye, ji ber ku jinên wan merdin, nabûn li cem wan tuneye û bi şûşeyek vodka xwe ji meriv re digevizînin. Lê zilamên wan? Ya starrrrrrr!

Av çû bin dûvê wî jî

Neo Kurd-09/04/07-Amed- Serok Barzanî bi lotikên Kurdewarî Tirk serxweş kirin û vê helwestê hişt ku xwê têkeve laşê van bêbavan.

   Serokê BBP Muhsîn Yazicioglûyê xwînheram rabûye li Enqerê, di civîna bi navê “Panela Kerkûkê” de axivîye û dîsa çend tir û fisên gennî kirine. Yazicioglû gotiye:”Kerkûk canê me ye, xwîna me ye, namûsa me ye, ew Tirk e û wê Tirk bimîne” filan û jehr û ziqûm.

   Ûlan serker, gava Seddam li Turkmenan rast dikir û heta bi ber dixiste wan, namûsa te li ku bû? Gava kurên Seddam herroj bazdida ser keç û jinên Turkmenên Kerkûkê, canê te, xwîna te, namûsa te li ku bû ewladim?

   Ker di dêya derewînane heger tu ne derewan dikî? De tu mêrî were namûsa xwe ji destê Kurdan derêxe ha! De yurruuuuuuuuuu, here avekê li qûna xwe ke oxlim!

 

Serborî be!

 

 

Birêz Hilmî Aydogdu

Serokê DTPê ya Diyarbekir

 Ji ber ko we hesasîyeta herêmê berçav kir û ramanên xwe anîn zimên, hûn hatin girtin û darizandin. Ev yek, ji aliyê pêşketina gehîneka rêzdariya mafên mirovan û demokrasiya li Tirkiyê ve xemdar e. Der demê berdêla tekoşîna azadiyê heye. Helbet, gelê Kurd jî bi dayîna berdêlan, dê ber bi azadiyê ve qonaxan bistîne. Dê behra berdêla we dayî jî di vê tekoşînê de hebe.

Serborî be. Ez di xebatên we de serkeftinê dixwazim. Silav û evînên xwe pêşkêş dikim

Şerafettîn Elçî

Serokê Giştî

KADEP

07/04/07

Hûnê ji vê re bêjin çi?

Raca Xan-08/04/07-New Delhî- Carna meriv li aqilê insanan dimîne halekî heyirî. Li bajarê Haydarabada Hindistanê kal û pîrekê tehamilî “Êşa mirina kûçikê xwe Puppy” nekirin û xwe daliqandin.

   Li gor agahdarîya polîsên bajêr, eskerê karkenar (teqawît) C.N Madanraj (67) û jina wî Tarabaî (63) xwe di mala xwe de daliqandine û bi dû kûçikê xwe de çûne. Kuçikê wan Puppy 13 salî bû û ji ber nexweşîyekê çûbû rehma Xwedê. Lê xuyaye kal û pîra ku bêdûnde bûn, pir li ber mirina kûçik ketine û rabûne wan jî bi hevre xwe bi şerîtekê daliqandine.

   De îcar jibo Xwedê û Pêxember, hûnê çi navî li vê bûyerê bikin? Ehmeqî ye yan çi quzilqurt e hêê? De bêjin deeeeee....

Faşîzma Tirko

Farûqê Devliken-08/04/07-Mêrdîn-Ez gogbazekî (futbolcû) tirtire, jêhatî û delal bûm; lê çi bikim, xwedê teala heqê min ji şêx, mele û sofiyan re nehêle rebîî!

    Li mizgeftê meleyan, li cimheta jî şêx û sofîyan bi peyvik û gotinên xweyî pûç û vala malik li bav û kalên me xeradikirin. Bav û kalên me jî di bêdengî û tarîya şevê de wek marên kuşnik xwe ber bi nivînên dê û pîrikên me ve dikişkişandin û di hundurê çar-pênc sanîyan de jahra xwe bera laş û rehên wan jî didan. Ew jî mîna wan diherimîn!.(Dewamê bixwînin)

 

s© lotikxane 20-02-2006