Qewîtîya

             neteweperwerê Kurd      

                                          Vet.Dr.M.Nûrî Dêrsimî

      
Google
                                                         

Arşîv                                                                     info@lotikxane.com                                                                            lotikxane@hotmail.com          

Bêwar Brahîm

Semayek

 

Xecê Omerî

Gundê min

 

Gabar Çiyan

Demokrasiya bi lotik

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-XIII

Lokman Polat

Evîndara tirsonek

 

Bavê Ronahî

Kartolên ser banê du tebeq

Lezgîn Şêxo

Zilamê mîzek

 

B.X.Sirûcî

Nexweşîya me

Adil Dûran

Hovîtî

 

Dilsotî

Belê xwişkê

 

Selîm Acar

Raman

 

                                                            Metelok: Elametên baranê ba ye û yê mirinê ta ye !                              18 / 04 / 2007   

Amerîkî lotikên dijwar li Tirkan dixin

 

Conî Astaryan-18/04/07-Nevada- Eyaletên Amerîkayê roj bi roj helwesta xweya li himber Tirkan eşkeretir dikin û qirkirina Ermenîyan qebûl dikin.

  Berî niha eyaleta Calîfornîayê û walîyê wê lotikvanê navdar termînator Arnold Schwarzenegger 22-29ê Nîsanê wek bîranîna qirkirina Ermenîyan qebûl kiribû.

   Niha jî eyaleta Nevadayê 24ê Nîsanê wek roja bîranîna qirkirina Ermenîyan qebûl kir. Ermenî 24ê Nîsanê wek roja qirkirina xwe qebûl dikin.

   Werhasil, ji her alî ve lotikên Amerîkî li Tirkan dikevin. Ji lotik û pehînên wan brînên mezin û fireh di bedena Tirkan de vedibin. De Xwedê bikim kunên hewqasî mezin di wan de vebin ku gemî û trên tê re derbasbibin rebbî!

Evîna dil û fîşengê

Çeng Çhî-18/04707-Wîetnam- De werin li vê evîna kesanedî binerin û lê bifikirin. Le Dînh Hûngê 60 salî ev tam 39 salin fîşenga tifingê di dilê xwe de vedişêre û pê nemiriye.

   Berî 39 salan fîşengek li kezeba wî dikeve û ji wir berê xwe dide dilê wî. Fîşeng di sînorê dil û perda dil de disekine û evîndarê dilê mêrik dibe.

   Doktorê Nexweşxana Hanoy Dr.Hguyen Sînh Hîen ecêbmayî dimîne û dibêje:

“Errrreekkkkkk! Min ecêba bi vê ecêbê nedîtiye. Ev fîşeng di dilê vî bêbavî de disekine lê pê namre, ma ev ne elametên qiyametê ye bawo!“ û wî bi saxlemî emelîyat dike, fîşenga dilê wî derdixe.

   Dibêjin Dînh Hûng efendî heta niha jî tu gazin ji fîşenga dilê xwe nekiriye û bi hevre bûne wek bav û bra.

   Werhasil, fîşeng ji dilê wî derket lê dilê wî sêwî û bê evîn ma.

 

 

 

Jibo 4 lotikan 100 milyon dolar

 

Şemal Amedî-17/04/07-Hollywood- Dibêjin go Xwedê dide nabêje tu kurê kê yan keça kê yi. Tiştê ez zanim, evan lotikvanên Hollywoodê dinya xwarine û hew. Hem di warê lotikan de dinya xwarine, hem di warê mal û serwetê de û hem jî di warê navûdengîyê de.

   De binerin bê wê lotikvana Latînamerîkî Salma Hayek jibo 4 fîlman çend milyon dolar bistîne:!00 milyon dolar! De îcar yabo hûn bifikirin, di nava salekê de 100 milyon dolar!? Salma Hayeka ku pênc mehî bi hemil e û hêdî hêdî zik lê dinepixe, bi Şîrketa MGMê li hev kir û ewê bi 100 milyon dolarî çar lotikan bavêjin hev û hevdu bigevizînin.

   Werhasil, niha hûnê bêjin „Yaw ma serê me bi lotikên wan dêşe“ ez zanim. Lawo bi namûs dilê min bi hunermendên Kurd dişewite haa..Rebenan wê jibo debara jîyana xwe herin xulamtîya xelkê bikin, wê Kurd li hunermendên xwe xwedî dernekevin û wan wek paçikekî biguvêşin, û wê lotikvanên xelkê bi 100 milyon dolaran zîtirkan bidin xwe. Ma ev bû wîjdan?

   De werhasil, Kurdekî lotikek li vê bêbava şîrîn xistiba belkî hema gepik nan bixwara bavo, wîî!

De were wî îdam bike ha, qûneko!

Cembelîyê Botî-16/04/07-Colemêrg- Bila Tirk rabin û rûnên dua ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re bikin. Bawerkin heger ji helwesta wî ya mêrane û ji pêşketinên li Kurdistanê nebûya, tu tiştekî ku partîyên Tirk li ser biaxivin û pê mijûl bibin tunebû.

   Niha her partîya Tirk ji xwe re fersendek dîtiye û jibo stendina rayan zimandirêjîya Serokê Kurdistanê dikin û bêbavîya xwe eşkere dikin.

   Serokê partîya nîjadperesta Tirk BBP Muhsîn Yazîcioglûyê ku destê wî di xwîna bi hezaran Kurdên elewîyên bajarê Mereşê heye, di kongreya partîya xwe de zîtirkan dide xwe û dev davêje Serokê Kurdistanê. Xiyar oxlî xiyar dibêje:”Divê em Barzanî li Amedê mehkeme bikin û li sînorê Xabûrê daleqînin”. 

   Heheyyyyyyyyyyyy! Çi zirtek xweş loooo! Dibêjin “Yek çûye heyfa bavê xwe hilîne lê qûna dêya xwe jî li ser kiriye”. Îcar ev jî mesela me û Muhsîn efendî ye.

   Kuro lawo, de wek mêran were heyfa bavê xwe hilîne haa! De were ku tu doxîna dêya xwe jî li ser ki deeee! Ê de were kurikkkkkk!

Ji vê lehengê fedî bikin!

Ehmed Kurdî-16/04/07-Edene- De ji xwe re li vê lehenga Kurd binerin û bila pozê Kurdan bişewite.

   Gerîllaya ku li bajarê Edenê bi nasnameyek sexte hatiye girtin, ji polîsên çeqelên Tirk re dibêje:”Min karê xwe bicîh nanî, ez navê xwe jî nabêjim. Min bikujin!” û wek şêrekê serî li ber dewleta Tirk dananî. Gerîllaya ku bi nasnama Mebrûke Bînîcî bi ixbarîya ji nava partîyê hatiye girtin, xwedêgiravî dixwest bi 9 kîlo û 750 gram teqaneyên plastîkî xwe di sazî û avanîyên dewletê de biteqîne û cerg û hinavên Tirkan ji hevde bixe.

   Lê mixabin, weke ku polîs didin zanîn, ew jî wek gellek hevalên xwe, ji alî sîxurên di nava partîya xwe de tê ixbar kirin û nagihê mexsed û miradê xwe. Tirk û Kurdên doşirme yên ku bi navê bratîya Kurd û Tirk dikevin nava partîyên Kurdan û xwe bi wan şelaf dikin, dînamîtê dixin binê van partîyan û di bin re jî bi dewleta virqo re dixebitin û sîxurtîya wan dikin.

   Werhasil, em zêde dirêj nekin. Bila serok û rêberên me, kadir û alîgirên partîyên me yên ku bi lotik yan pehînekê teslîmî dewleta bêbav dibin, ji vê gerîllaya qehreman fedî bikin û pozê wan bişewite.

   Keçê bila Xwedê alîkarê te be û tu sax! Bi telaq tu şêr i!

Jîyana wê dibe fîlm

Şemal Amedî-15/04/07-Hollywood- Jîyana bedewa Playboyê Anna Nîcole Smîth dibe fîlm. Lotikvana ku bi dewlemendekî 90 salî re zewicîbû û bibû xwedîya milyar dolaran, berî çendakê ji ber bandora hinek dermanan lotikek lêketibû û di ciwanîya xwe de miribû.

   Ji Anna xanimê keçikek biçûk mîratxwir maye û dibêjin ew warîsa 5 milyar dolar e. Niha derhênerê zîtirkvan Keonî Waxman dixwaze jîyana wê bike fîlm da ku ew jî wek Marîlyn Monroe piştî mirina xwe jî bibe wek efsaneyekê.

   Werhasil, bila rehma Xwedê lê be û Xwedê li cehnemê jî wê bê lotik nehêle rebbî!

   Lê çi fêde, berî mirina xwe yekî Kurd mala xwe nebir mîratê û lotikek lê nexist, axxxxxx!

Bajarê jinan

Çang Çîng Çong-14/04/07-Pekîn- Dewleta Çînî gavek ecêb davêje û dixwaze di nava du salan de bajarekî ji jinan re ava bike. Li gora xeberên herêmê wê ev bajar xwerû jibo jinan be û bêhna zilaman jê neyê. Bi vî awayî wê bixwazin zanibin ka heger jin li dinyayê hikim bikin wê çawa be û çi encam jê derkevin.

   Li ser vê bûyerê, rabûne çapemenîya Ingilîz ankêtek li ser pirsa “Dinya ji alî jinan ve bihata birêvebirin, gelo wê halê dinyayê çawa ba?” çêkiriye û di ankêtê de bersivên ecêb derketine holê. Çend ji van bersivan ev in:

  1)-Wê zilam mecbûr bin hebên rêlibergirtina welidandinê bikarbînin. 2)- Zilam, wê xwarinên ku dibin sedema tir û fisan berî razanê bi du seetan biserifînin da ku bi şev bêhna gennî li oda razanê nefûrînin. 3)-Wê kovara Playboyê bê wêne bê weşandin. 4)- Wê zilam li gor dîtinê û jin jî li gor jêhatîbûna xwe bên nirxandin.5)-Wê zilam bi xwe dakevin û jin jî bi xortan re derkevin seyranê

   Werhasil, bi telaq û namûs heger ev proje têkeve jîyanê malik li zilaman xerabû û hûn sax! Qîmetê zilaman û ê mirîşkekê dive wek hev û hûn sax! Ya rebbî tu me ji xezeba jinan biparêzi, amînnnn!

 

Qeleya Bidlisê êdî bêxwedî nîne

 

Yaşar Abdulselamoglu 14/04/07-Kampanya parastina Qeleya Bîdlîsê bi serkeftî berdewam e. Heya niha bi sedan kes bi awayekî germîn diyarkirin ku ew di karên kolan û restorasyona Qeleya Bîdlîsê de bê helwest nînin. Kampanya îmzayê wek semboleke watedar piştgirîya, 1001 Kesayetî daye pêşiya xwe. Di heman demê de, ji bo parastin û xwedî lê derketina kultur û xweseriya Bîdlîs û Qeleya wî, malperek bi navê Bîdlîsname wê were çêkirin. Em di vê baweriyê de ne ku qedera Qeleya Bîdlîsê, êdî ne tenê hiştî û bêkes e. Armanceke din a vê kampanyayê ew e ku em ê rayagiştîyeke navneteweyî di derheqa wê de avabikin; em ê hewl bidin da ku piştgiriya UNESCOyê û dam û dezgeyên kulturî û yên parastina berhem û nirxên dîrokî û kulturîyê pêyda bikin.

    Wê heya ku kolan û restorasyon tên kirin, tev bal; guh û çavên me wê li ser Qeleya Bîdlîsê wê bê. Bila kesên ku wan kolan û lêkolînan dikin, bizanibin ku, ew êdî nikarin bi kêfa dilê xwe berhem û xezîneya Qeleyê telan û wenda bikin. Divê ew hesab û agahdarî bidin rayagiştî û ji gelê Bîdlîs re.

Em spasî kesên ku îmze û  piştgirîya xwe didin me, dikin. (Zêdetir bixwînin)

 

Ehmedê me ziravê Denîz Baykal qetand!

Serdar Mirad-13/04/07-Amed- Wek hûn zanin, berî niha serokê CHP Denîz Baykalê ewladê zinê gotibû:”DTP newêre têkeve hilbijartinan, ew hêz û taqata wê nemaye” filan û fîstan.

   Li ser vê, rabû serokê DTP Ehmed Kurd jî bersiva Denîzko da û got:”Heheyyyyy! Em newêrin têkevin hilbijartinan? Bi namûs emê têkevinê û tirê ji te û partîya te berdin loo! De tu mêr bi were li Mêrdînê namzetîya xwe deyne cîgerîm!” û ziravê Denîz Baykal qetand.

   Li ser bextê wekîlekî CHP be, dibêjin piştî van gotinên Ehmed Kurd, Denîz Balkal sewsî bûye, bêhiş ketiye û derpî dagirtiye...

Porê wê jê dirêjtire

Çang Çîng Çong-12/04/07-Çîn- Li eyaleta Jîangxî, devera Shangrao a Çînê, jina bi navê Xîa Aîfenga 36 salî ji porê xwe kintire. Bejna wê 1.60 û porê wê jî 2.42 santîm e.

   Xîa xanim porê xwe di leganekê de dişo û şûştin û ziwakirina porê wê tam nîv seetê dajo. Dibêjin Xîa xanim bi şev û roj dua ji xwedayê xwe re dike û dibêje:“Ya rebbî, hema bejna min jî wek porê min dirêj bike. Wele ez pir kurtikim loo“ û gilî û gazinên xwe dike.

   Lê dibêjin ji wê zêdetir kêfa xelkê herêmê ji porê wê re tê. De Xwedê bejna wê jî bike 2.42 santîm rebbî!

 

 

 

Baceoglû duxre, Îbo jî ketiye kemînê

 

Paparazzî Miho-18/04/07-Stenbol- Ev demek dirêje ku lotikvana berdîberdayî Aysû Baceoglû xwe li derûdora Îboyê me dizîvirîne û agir ketiye binkirasê wê. Aysû xanim di her wesîlê de dibêje:"Ez ji Îbo hez dikim, gava ez wî dibînim yan dengê wî dibihîzim, xwêhdanek sarûgermî min digre û tevzînok bi bedena min dikeve.Hema bêjin ez dikim ku bi xwe de berdim allahwekîl" û peyaman ji Îbokê me re dişîne.

   Lê Îbokê me îşê xwe zane. Xwe ji tehtek ji tehtên Çiyayê Cûdî girantir dike û sergiranîyan li Baceoglû dike.

   Werhasil, bi namûsa Tirkên Bakirkoyê, Îboyê ku em nasdikin wê vê tirê ji Baceoglû re nehêle. Ji xwe doxîna wî tim vekirîye û hema bêjin şerwalê wî jê dişemite. Çawa hilê Asenaya lotikvan li milê wê kir û ew jihevde xist, wê Aysû Baceoglû jî wek hêlanê bihejîne, biguvêşe û biçirvirîne.

   De neyse canim, xwe zêde giran meke Îbo can! Fîşengekê bajo ber devê demança xwe û bêje "Ya allah û ya Xwedê" û êrîşî kozik û çeperên Aysû xanimê bike qurban! De yallaaaaaaaaa...... 

 

Dermanê ciwanî û lotikvanîyê: Seks!

 

Leyla Barîn-18/04/07- Rojnama Ingilîz The Tîmes, lêkolîna zanyarên Zanîngehên Oxford û Harvardê belav kirin. Li gora lêkolîna zanyarên van zanîngehan, jibo mêjîyek zindî divê:

   1)- Xwêh bidin:Malzarên mêjî muhtacî oksîjenek zêde ye, ji ber vê divê hûn zêde xwêhdanê bidin. 2)-Masî bixwin: Di masîyan de bi giranî rûnê Omega 3 heye. Ev rûn jibo konsantrasyon û tevgera mêjî yek û yek e. Wekî din, xurekên ku ji alî vîtamîna B ve dewlemendin bixwin ji ber ku di van xurekan de maddeya seratonîn heye. 3)-Lewento bêhn bikin: Bêhna lewentoyê konsantrasyonê zêdetir dike. Bi taybet nîvrokî lewentoyê bêhn bikin.4)-Bêhna xwe berdin: Xebata zêde meriv diwestîne û ziyanê dide mêjî. Ji ber vê di dema xebatê de bêhna xwe berdin ku mejî zêde neweste. 5)-Baş razên: 7-8 seet xew performansa mêjî xurttir dike. Bêxewî dibe sedema jarbûn û ji taqatketina mêjî. 6)- Benîşt biçûn: Cûtina benîşt herka xwîna ser mêjî xurttir dike, ji ber vê jî stresê kêm dike û hevza mejî bihêztir dike. 7)-Avê vexwin: Mêjî ji sedî 80 bi avê dijî. Gava av ji ser kêm dibe mêjî biçûk dibe.Ji ber vê rojê 1.5-2 lître av vexwin. 8)- Seksê bikin: Di encama orgazma seksê de (pêxweşhatin-rehet bûn) hormona prolaktîn û malzarên (hucre) mêjî zêdetir dibin. Ji ber vê ji seksê kêm nemînin.9)- Alkolê venexwin: Alkol malzarên mêjî dikuje û dibe sedema kêmaqilî kêmfehmanîyê.10)-Muzîkê guhdar bikin: Muzîk bandorek erênî li ser mêjî dike. Zewq û rehetîyê dide mêjî û ev jî dibe sebeb ku mêjî baştir bixebite.

   Werhasil, di  lêkolîna zanyarên Zanîngehên Oxford û Harvardê de ev encam derketine holê. Îcar hûn bi ya wan dikin, hûn nakin bi tehtilerda we kiriye. Hûn seksê dikin, lotikan davêjin, zîtirkan li xelkê dixin, ew karê we ye....De haydê serketin!

 

Dest bi revê kirin!

 

Zinar Qelemşûr-17/04/07-Stenbol- Li gor qalûqultên li ser tenûrên kolanên Stenbolê tên gotin, piranîya polîsên Stenbolê dixwazin ji Stenbolê birevin û tayîna xwe derxin bajarên biçûktir ku zêde Kurd lê tunebin.

   Halîhazir li Stenbolê 29 hezar û 700 polîs kar dikin. Ji wan 16 hezaran serî li wezaretê xistine ku tayîna wan derxin bajarên din û ji teşqela Kurdan xelas bin. Herçiqasî sedema vê serlêdanê wek “Debara Aborî” tê nîşandan jî, lê di sedema bingehîn de mesela Kurdan heye. Êdî dixuye ku polîsên Tirk jî nema karin bi Kurdan re derkevin serî û naxwazin jîyana xwe û malbata xwe têxin xeterê. Lê dîsa li gor agahdarîyan, li vajayî daxwaza polîsên bê rutbe, amir û rutbebilind jî dixwazin li Stenbolê wezîfe bigrin.

   Werhasil, ji ber ku amir û rutbebilind dernakevin kolanan û şerê Kurdan nakin, ji wan re Stenbol xweş e. Lê ew polîsên ku ji ber serhildanên xortên Kurdan derpîyên xwe dadigrin û bêhna gennî ji wan difûre, dixwazin herin bajarên biçûktir û ji derpîdagirtinê xelas bin. Li gor gotinên ser tenûran, rebenan meaşê wan têra kirîna derpî û binkirasan nake.

   De ser xêrê be rebbî! Wê îro polîs birevin, sibê esker birevin, dusibê siyasetmedar birevin û Stenbol jî ji Kurdan re bimîne. Oxxxxxxxxx, wî çaxî werin govendê!

 Lotikxane amadeye serokatîya komisyonê bike!

 

Sofî Xelef-16/04707-Lotikxane- Dibêjin piştî ku serokê Komisyona Bilind a Maddeya 140î Haşim Şiblî dev ji karê xwe berdaye, di komisyonê de seqetî çêbûne û komisyon bê serok nikare biryaran bide.

   Dibêjin doh na pêr, komisyonê li Bexdayê civîna xwe di bin serokatîya endama komisyonê Nermîn Osmanê de çêkiriye lê ji ber bêserokatîyê tu encam ji civînê derneketiye. Dibêjin xwedêgiravî jibo çareserkirina vê pirsgirêkê komisyonê daxwaza serokekî li hikûmeta Bexdayê kiriye.

   Yahewlelwela quwetullahilezîm! Ê lawo malnexerabno! Kadir û lotikvanên Lotikxanê pir in, daxwazê ji me bikin, emê serokekî tirtire ji we re bişînim bavê min, wey! Bi namûs, biryarên ku lotikvanê me bistîne, ne Mam Celal û ne jî Nûrî Malikî kare bistîne haa! Yabo ka yekî lotikvan bikin serokê komisyonê, heger me di nava 24 seetan de mesela Kerkûkê çareser nekir, bêjin „mala we ne ava!“

   Hema di serî de emê 100 hezar Turkmenên ku qûna Tirkan dalêsin bişînin Enqerê. Piştre emê Erebên ku bi tir û fisên xwe Kerkûkê jehrî dikin bişînin Bexdayê. Aha ji we re pirsgirêk safî bû û hûn sax! Ka ji vê çareserîyê xweştir kaka?

 

AGAHDARÎ

 

 LI KOMELA  BRAYETΠ SEMÎNEREK LI SER PÊŞEROJA KERKÛKÊ

 

   16/04/07-Arnhem-Komeleyî Brayetî, heldestêt bi sazdanî semînerek bo berêz dr. Araz Ebdilkerîm le jêr navnîşanî Kerkûk le nêw projey serwerî netewî Kurd da.

    Komela Brayetî,bi sazdanî semînerekê radibêt: Kerkûk li nav projeya serwerîye netewî Kurd da.Semîner ji layê berêz dr. Araz Ebdilkerîm ve  tê pêşkêş kirin.

Bi beşdarîya her Kurdistanîyekî emê kêfxweş û bextewar bin.

 

 21/04/2007/ Katjimêr:20.00-23.00 / Navnîşan: De Symfonî

Valckenierstraat 1 Arnhem--- Holland  Tel:06-14303267

----------------------

 

Pornocî sûbay

 

Elî Çawîş-16/04/07-Baregeha Veşartî-Enqere- Li gora îstatîstîk û lêkolînên navnetewî, zinêkar û qûnekên ku herî zêde li pornoya zarokan dinerin, zarokan teşwîqî zinêkarîyê dikin û namûsa zarokan diherimînin Tirk in.

   Hem jî çi Tirk hûn zanin? Efser, Parêzer, Doktor, Polîs, Qeymeqam, Walî, Wekîl, General û hema bêjin heta bi zurîyeta wan pornocî ne.

   Vê dawîyê jî li Enqerê efserekî Tirk (A.A), karmend A.S û C.K, şagirtê zanîngehê C.K, teknîsyen U.Y û R.G di ser pornoya zarokan de hatin girtin.  

   Werhasil canim, “Anli şanli Turk Subaylari” dîsa zinêkar û qûnek derketin. Herin lê bikolin, heger ew kesên ku dibêjin “Watan, Millet, Sakarya” ji sedî 99ê wan ne pornocî bin, emê pîvazekê bi guhê xwe vekin! Hem jî pîvazek sor!

 

Piştî xaltîka me Hîllary, xalê me Bîll Clînton jî xwedî li xwarziyên xwe derket

Hesen Almas-15/04/07-Waşîngton- Berî niha xaltîka me Hîllary Clînton gotibû:”Divê em Kurdan nekin parîyên devê Tirkên hov, xwedî li wan derkevin û wan biparêzin”.

    Niha jî mêrê wê, xalê me Bîll Clînton jî xwedî li xwarziyên xwe derket û di daxuyanîya xwe de got:”Xaltîka we Hîllary rast gotiye. Em û Kurd xal û xwazê ne. Divê em Amerîkî xwedî li Kurdan derkevin û wan nekin piçik û parîyên devê Tirkan. Pêwiste em hêzên xwe li Kurdistanê bicîhbikin û lotikan li Tirkan xin” filan û bêvan.

   De Xwedê me bê xal û xaltîk nehêle rebbî! Bijî xaltîka me Hîllary û xalê me Bîl Clînton!

Gelo kî ji wan qûnek e?

Tacdîn Baran-15/04/07-Almanya-Li Almanya bajarê Berlînê cemaetek bi navê “Cemaeta Ahmadîye” heye. Piranîya endamên cê cemaetê Pakîstanîyên misilman in.

   Di kovara wan a vê mehê de mijarek taybet li ser “Kesê goştê beraz bixwe dibe qûnek” heye. Di kovarê de xwedêgiravî xelîfê çarem Hazretî Mîrza Tahir Ahmad gotiye:”Di zêdebûna qûnektîyê de (gay, homoseksuelî) bandora xwarina goştê berêz heye. Insan çibe wî/wê dixwe. Berazê ku bêşerm û fedî ye, di kesên ku wî dixwin de hinek tevgerên nelirê dihêle” filan û fîstan. Îmamê cemaeta Ahadîye Îmam Abdulbasit Tarik jî xwedî li vê dîtinê derket û têkilîya navbera qûnekan û beraz qebûl kir.

   Li ser vê sosretê, Nûnerê Komela Qûnekên Koçber ên Almanyayê Hakan Taş ê Tirk rabû li xwe nexweş anî û li dij Cemaeta Ahmadîya derket. Hakan Taşê homo dibêje:”Bi namûs, heta min xwe wek qûnek naskir, min goştê berêz nexwaribû. Ji sedî 99ên xiristîyanan goştê berêz dixwin, ma îcar hemi qûnekin?” filan û bêvan.

   Îcar pirsek tê bîra meriv: Piranîya misilmanan goştê mîh û çêlekan dixwin. Gelo misilman hemi mîh û çêlek in? Ya starrrrr ji destê van insanên xeşîm û nezan ya starrrr! Mêrikan li Almanya bi perê sosyalê, bi xwarin û vexwarina dewleta Alman a kafir dijîn, û radibin bêfedî wan dikin qûnek lawo!

 

Mala Xwedê ava,

Lotikxana Helîm siv vebû!

 

14/04707-Lotikxana nivîskar Helîm Yûsiv derî û şibakên xwe ji xwendevanên xwe re vekir. Heçê bixwaze têkeve lotikxana wî,divê li zingilê www.helimyusiv.com bixe heta ku derî ji wan re vebe.

   Ji bîr mekin qurban; Bê gore û şekal têkevin odê okey! Dest û lingên xwe baş bişon û piştre gava xwe bavêjin hindur. De ser xêrê be rebbî!

 

Hewceyî zirt û fortan nîne, em bi qumaşê hev zanin!

 

Cemîl Cewher-14/04/07-Hewlêr- Dibêjin Serokwezîrê me Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoyê kakacan Ednan Miftî di preskonferansekê de tehdît û zirtên Tirkan şirove kirine û çend lotikên ademî avêtine Tirkan.

   Xwedêgiravî Nêçîrvan Barzanî gotiye:“Kurd dixwazin têkilîyên wan li gel Tirkekan baş bin. Lê bila virde wêde zirtên xwe nekin, ez û Yaşarko hevdu baş nasdikin û em zanin bê qumaşê kê saxleme û yê kê qetyayî ye. Yaşar Buyukanit wek îmana xwe zane ku ewê di warê leşkerî de bisernekeve“ filan û bêvan.

   Dibêjin rojnamevanekî Tirko pirsîye:“Kardeşîm, Yaşarkê me dibêje emê têkevin Kurdistanê, ma sen ne soyliyorsin?“

   Nêçîrvanê me jî bersivek Kurdewarî daye: „Wele cîgerîm, ez û Yaşarkê we hevdu baş nasdikin. Bila bilasebeb kêfa xwe neyne, ewê di warê eskerî de bisernekeve, wê pêşmergeyên me çewal têxin serê wan“ filan û bêvan.

   Werhail, Kurd di her warî de doxîna Tirkan sist dikin û zirtên wan bê bersiv nahêlin. Kuro ma ji mêranîyê xweştir tiştek heye bavê min? Na bi telaq!

Pilingên Amerîkî li rovîyên Tirk digerin

Leyla Bamernî-14/04/07-Zaxo- Pêşketinên li başûrê Kurdistanê, hatina buharê û nêzîkbûna referandûma Kerkûkê av bera bin şerwalê Tirkan daye û hema bêjin şêt û dîn bûne. Ji alîyekî dixwazin bi tehdîtên dagîrkirina başûrê Kuristanê pirsgirêkên navxweyî veşêrin, rê li ber serokkomarîya Erdogan bigrin, û ji alîyê din jî hebûna PKK ji xwe re dikin ahneya dagîrkirina başûr.

   Lê wek ku Serekerkanê Artêşa Tirk Yaşar Buyukanit jî anî zimên, mesele ne mesela PKK lê azadbûna Kurdistanê ye. Werhasil, ji ber van mahneyên derewîn û vala, artêşa Tirk xwe li ser sînorê Kurdistanê bicîh kiriye û ketiye kozik û kemînan. Çeqel, rovî û  keftarên xwe car carna derbasî Kurdistanê dikin ku çavê Kurdan bitirsînin.

   Lê dibêjin, helîkopterên Scorsky ku wek „piling û şêrên Amerîkî“ tên binavkirin, dane dû çeqel, keftar û mişkên Tirk û wan dişopînin. Ji alîyê din Amerîkîyan pisîkên xwe jî berdane derûdorê û emir dane ku mişkên Tirkan bigrin û çewalan têxin serê wan.

   Belê, hem dinya germ bûye û hem jî herêm germ bûye. Her wê Xwedê ji dêya hinekan bistîne lê ew kî ne ne xuyaye. Gelo ne Tirk bin?

 

Hop hooop! Bi ku ve kurê min?

 

Hesen Almas-13/04/07-Waşîngton- Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Sean McComarck, pehînek Amerîkanî avêt Tirkan û li dij ketina başûrê Kurdistanê derket. 

   McComarck got:”Yahewlelwela quwetullahilezîm! Me çewal xistin serê wan liberxwe neketin, me lotik li wan xist liberxwe neketin, me doxîn li wan sist kir dîsa liberxwe neketin, xuyaye divê em kurtan li wan kin û li wan siwarbin heta aqilê wan bê serê wan bavo!” û ji gotinên Yaşar Buyukanit re got STOP! 

   Li gor gotinên ser tenûrên Amerîkayê, dibêjin Tirk li bela xwe digerin û pişta wan duxre. Lê em nizanin bê ka pişta wan duxre yan qûna wan duxre ne kifş e.

   De ya bi xêr çi be bila Xwedê wê bike rebbî!

 

Bill Gates nîyeta xwe xera kir

Wê “serîkî” here ezmên

 

 Aran Perînas-13/04/07-Swêd-Bill Gates ev çend rojin di rojevê de ye. Û agahdarîyê dide xelk û alemê, ku wê here seyranekê. Cihê ku wê heryê: Ezman e.

Wê nêzîkî 25 milyon dolar li vê “serdana” Bill beg herin.

Bill:

- De bese îcar, niha ev komputura ti lê temaşe dikî îcada min e. Ev bîst salin ku ez nema zanim çi bikim, çawa ezê vê şîrketê bîst qat mezin bikim. Bi alîkarîya xwedê, ez bûm xwedî hinek pere. Bi xwedê zaman jî diçe, dive ez îcar destpê bikim van peran bixwim.

Ez fikirîm, hema ezê serîkî herîm ezmên. Dinya xera nabe. Bala min jî nakşînê willeh,  lê belê xelk bila nebêje pintîyo nexwar û çû.

   Bi vî şiklî Bill beg, encex van peran hinekî bixwe. Nexwe wê yên der û dor bi afyetî bixwin.

Werhasil, wê hiş û aqlê wî her li ser mikrosoftê be.

Ma kî diwêrê li derdora şîrketê bigere, niha li wir bi hezaran bekçîyan dişuxulîne, bavo.

- Bera kes meraqa min neke, ezê bi rîya înternetê hercar xwe nuh bikim, videoyê xwe bişînim you tubê.

   Erê dinyayê, de bila perê te tunebana bê birastî tê bifirya ezmanê hefta brakoo!

 

Wî biryara xwe da, ma parlamento

 

Sîpan Nas-12/04/07-Tirkiye-Serekerkanê Artêşa Tirko Yaşar Buyukanit di preskonferansa xwe de biryara xwe da û got:”Bi sê telaqan divê em têkevin başûrê Kurdistanê. Wa xuyaye li wir Kurdistanek serbixwe ava dibe. Erê em dibêjin PKK û PKK, lê bi serê min û we tirsa me ya esasî avabûna Kurdistanê ye. Lê biryara dawîn a lotikvanên parlamentoyê ye” filan û fîstan.

   Buyukanit eşkere anî zimên ku li herêmê Kurdistanek serbixwe tê avakirin û hebûna PKK tenê mahne ye. Werhasil, wî top ji nav lingê xwe avêt nav lingê lotikvanên parlamentoya Tirkiyê.

   Ji xwe hinek partîyên nîjadperestên dola Asenayê ji zûde dixwestin ku artêşa wan têkeve başûr. Ew li mahnê ne. Lê ka emê binerin bê wê meclîsa Tirko û virqo çi biryarê bide.

   Heger meclîs biryara ketina başûr bide artêşê, ewê wek gurên har derbasî başûr bibin û wê Kurd jî wek şêr û pilingan bazdin ser wan. Na heger meclîs ji Kurd û Amerîkîyan bitirsin û biryara ketinê nedin, ji xwe Kurdan di wan de bir heta hûn bêjin bes. De ya bi xêr.....

 

Cebarê Qure

Xançepekî Mihê

===============

32 kes kirin qurbana lotikek wê

 

Hesen Almas-18/04/07-Vîrgînîa- Lawo ma evî bêbavê Cho Seûng-Hûî çi felaket anî serê Amerîkîyan bavooooo! Mêrik rabûye jibo yara xwe Emîly Hîllsherê 32 kes kirin qurban û lotikek bêîman li wan xist.

   Dibêjin Cho Seûng-Huîyê Koreyî, rabûye li zanîngehê çûye mezela (odeya) dostika xweya berê Emîly Hîllsher. Gava derî vekiriye, dîtiye ku Emîly bi yekî din re lotikan li xwe dixe û gurme gurma wê ye, di nava xwêhdanê de maye. Li ser vê ecêba ku Cho dibîne, hema ew jî radibe çeka xwe derdixe û xwendevanan dide ber fîşekên bêîman, tam 32 xwendevanan li ser hev digevizîne. Piştre jî fîşengekê di serê xwe de berdide û berê xwe dide cehnema germik.

   Dibêjin Cho berî xwe bikuje nameyek nivîsandiye û gotiye:“Ez li himber zarokên dewlemendan û bêehlaqîya wan îsyanê dikim. We ez mecbûrî vê lotikê kirim“ û xatirê xwe dixwaze. Yanî, mêrik tehamulî bêehlaqîyê nekiriye û destvala neçûye axretê.

   Werhasil, ciwamêr lotikek avêt lê çawa lotik offffffffffff!

 

Luqman Cemîl lotikek avêt

 

Tacdîn Baran-18/04/07-Almanya- Hunermendê me yê nermik û germik, kilê çavê keçên çardesalî Luqman Cemîl, hevpeyvînek bi malpera Sorgul re kir û çend lotikên xweş avêtin derûdorê.

   Luqmanê me piştî ku behsa jîyana xwe ya hunerî dike, piştre tê ser pirsa:”Gelo girêdana hunermend bi partîyan re di xuyakirina hunermend de tu rolê dilîze?” bersivê dide:” Weke insan gerek mirov xwedî prensîp be. Hunermendê Kurd mecbûr bû têkeve nava partîyan jibo ku televizyon xwedî li wî derkevin û ew jî lotikên xwe bavêje. Lê îro partî nikarin rê li ber hunermendan bigrin, bi saya înternetê dinya wek gundekî Qamişlokê biçûk bûye” filan û bêvan.

   Hella hella! Lawo Luqmano, malnexirab, bi telaqê jinberdanê îro jî partî rê li ber hunermendan digrin lo, wîî! Yabo de ka nebe alîgirê partîya Elo û Welo, bê birastî wê te derxin televizyonên xwe? Yan divê tu bibi mirîdê terîqeta televizyonekê û yan jî wê lotikekê li te xin û te di Qamişlokê re derxin allahwekîl!

   Meraqan meke, bi namûs kengî go “Lotikxane TV” vebû, emê te bikin serokê hunermendan û hew!

Nifir

 

 Narîn Remo-17/04707-Holland-

-Xwedêyo;  min bike serok û her du yên din bike seh kurê seha.

-Roj li min hilat li her du yên din ne re ava.

-Xwedêyo; ma tê bi çi rûyî me efû bike, ma zilm maye û me nekirye.

-Min bike Pisîk û wan bike mişk. An jî min bike seh û wan bike pisîk.

-Xwedêyo tu bi qedrê celaleta xwe kî, tê min bikî serok û her du virusên din bike Gumgumok.

-Xwedêyo tu bi hêz û qudreta xwe kî tê van ên li derdora min bi berate kî û min bi sehekî har û birçî kî.(spas xwedyo ko tu wisa bikî).

-Xwedêyo tu bikî ko sibe dema Erdogo here ber nigê C.W. Bûş, firokeya wî li asmana bi 1000000 perçe be, hin bêjin hebû û hin bêjin; na bi tirba şêx Cibir tunebû.

-Xwedêyo; ez sehê te me.ew..ew.ewwww., tu Tirkiyê li ser destên min perçe nakî.

-Xwedêyo roja kurd bibin xwedî welat tu rihê min bistînî..

-Xwedêyo; Min bike nêrî û her du wan bike bizin dako baş wan pîs bikim.. Amînnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnn...

Wele yabo bagimsizlik tatlicînin karakterîdîr, teww!

(Herkes li gora xwe şiroveyekê jê derxin)

Di 4 rojan de 4 lotik

Dilcan Îzol-16/04/07-Antalya- Hewce nake em dîsa behsa zinêkarîya Tirkan ji wer e bikin. Hema çapemenîya wan bişopînin bes e, hûnê bibînin bê çi qumaşin, çi dolheram in.

   Keçika Alman a 16 salî (J.B) jibo rehabîlîtasyon û rehetbûnê ji alî dewleta Alman ve tê bajarê Antalyê. Keçika reben li vir di nava 4 rojan de tam 4 carî ji alî Tirkên bêbav ve tê tecawiz kirin û namûsa wê dibe wek çaroxa Bulent Ersoy. Rebena ku jibo ji pirsgirêkên xwe yên psîkolojîk xelas be, rehet bibe û wek mirovek normal vegere welatê xwe hatibû Antanyê, ket ber lotik û pehînên Tirkan û psîkolojîya wê bû wek şorba nîskê.

   Dibêjin zinêkarên bi navê S.K û C.G hatine girtin lî qûnekê bi navê K.Ç jî nexuyaye.

   Werhasilî kelam, ji alîyekî ve heq û misteheqê van Ewrûpîyane allahwekîl! Bi çavên xwe dibînin, bi guhên xwe dibihîzin ku Tirk çi tiran ji wan berdidin jî, lê dîsa jî li ber namûsa xwe nakevin û tên Antalyê xwe berdidin çolê.

   De bila Xwedê bela xwe li tevan xe û rebbî!

 

Bû qurbana hilmek heşîş

Abdullah El Kurdî-15/04/07-Riyad- Erebên zikmezin, bi taybet şêx û mişêxên ku hatina serûbin a Siûdî Erebîstanê dixwin û pê zikê xwe mezin dikin, ji xwe re hertiştî adet dibînin lê ji xelkê re wek qebhet qebûl dikin. Heçê nizanibe nizane, lê heçê di zanebûna meselê de be, wê zanibe ku zikmezinên Erebîstanê ne melayîket û pêxemberin.

   Werhasil, em bên ser mijara xwe. Îsal li S.Erebîstanê tam 30 kes ji ber firotina heşîş û esrarê hatin serjêkirin. Par 38 û pêrar jî 83 kes hatibûn serjêkirin. Yanî, Siûdî Erebîstan bûye qesabxane.

    Berî çendakê rebenê Hamdan Bin Ayad El-Mesûdî, jibo ku çend gram heşîş biribû bajarê Tabûka Iraqê, bi serjêkirinê hat îdamkirin. Lê gava zarokên şêx û mişêxên sextekarên Erebîstanê li metropolên naskirî wek Stenbol, Parîs, Amsterdam, Las Vegas û Dubaîyê zinêkarîyê dikin, heşîş û kokaînê dikşînin kes newêre ji wan re bêje “kip!”.

   Werhasil, dinya wilo ye baba. Kî hikimdar be jê re hertişt helal û zelal e. De ew û Xwedê li hev û xelas!

Agir bi delinga wî jî ket

Cembelîyê Botî-14/04/07-Colemêrg- Wekîlê bajarê Balikesîrê yê AKP Turhan Çomezê kurê dêlê ji meclîsê dawe dike ku destûra ketina başûrê Kurdistanê bide artêşa Tirk.

   Çomezê ku berî niha li Kerkûkê ala Kurdî ji dezhegên fermî daxistibû, îro jî dixwaze artêşa wî ya qûnbicilik têkeve Kurdistanê û lotikan li xwe xe.

   Ûlan kurê min! Heyla kerê min guhanê dêya te alasto, de tu were haaaaaa! Tu jî bi artêşa xwe re were ku em qûna reş û spî li meydanê bibînin ewladim! Ma hema bi zirtezirt û virtevirtê ye hêê! Ew mêranî bi te re hebe, hema nesekine, bide pêşîya artêşa xwe û were okey!

   Çayê û qehwa te hazire, de were deeeee......

Em piştgirîya helwesta serokê Kurdistanê dikin

14/04/07-Îroj li cîhanê û nemaze jî li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû peyda bûye ku ji bo guhertinên mezin û nehêlana neheqîyên dîrokî rê hatiye vekirin. Ev pêvajoya hanê pêvajoyeke fersendan e û ji bo gelek etnîsîteyan û herweha ji bo neteweyê kurd jî pêvajoyeke qederguhêr e. Di vê pêvajoyê de bi pêkanîna hêvîyên neteweyekî re, xewnên etnîsîteyên din jî rast digerin ku qedera wan bi xwe jî bi pêngav û serketinên kurdan ve hatiye girêdan.

   Loma em ne bi tenê bi destketîyên xwe yên neteweyî serbilind in, herweha bi bidestxistin û bikaranîna maf û azadîyên hemû etnîseteyên li Başûrê Kurdistanê jî serbilind in û ji bo hewildanên berfirehtirkirin û xurttirkirina van maf û azadîyan jî em balê dikşînin ser giringîya amadekirina îmkanan û piştgirîyeke xurt. Divê bête dîyarkirin ku ne neteweyê kurd û ne jî tu etnîsîteyên Başûr di tu demên dîrokê de, bi maf û azadîyên xwe ew qasî şad nebûne û ji bo pêşerojeke ewle ew qasî hêvîdar nebûne.(Bixwînin)

Meşhedanî da bin dûvê wan

Şîndar Berwarî-13/04/07-Dihok- Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed Meşhedanî lotikek bêîman li Tirkan xist û pitşgirî da Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.

   Piştî gefxwarina Serekerkanê Artêşa Tirk Yaşar Buyukanit ku di preskonferansekê de gotibû divê em têkevin başûrê Kurdistanê, Muhammed Meşhedanî jî rabû got:”Keko brawo! Em sax û nemirî wê qûnbicilikên Tirk bên welatê me dagîr bikin haaa! Kuro ma ne emê destê wan jêkin û herdu lingên wan jî bişkînin, wey!” û îmana Tirkan teneke kir.

    Îcar çapemenîya Tirko rabûye ser tapanan û dibêje:”Way kustah way! Bakin o da Barzanîye destek çikti lan!” û vedirşin.    

   Werhasilî kelam, piştî van lotikên bêîman emê binerin bê ka wê Tirkoler çi pelûlê bi serê xwe dakin......

 

Bangewazî

 Em piştgiriya helwesta Serokê Kurdistanê dikin

 

Mustafa Aydogan        Enwer Karahan

13/04/07-Em bangî hemû hevwelatîyên kurd dikin û dibêjin ku dev ji hişyarbûna xwe bernedin û herweha bawerîya xwe dîyar bikin ku neteweyê kurd dê tu carî destûrê nede pêkanîna wan planan ku îradeya kurdan ya meşrû paşçav dikin. (Bangewazîya herdu nivîskaran bixwînin)

Na na, bi namûs kes kesî xelet fêhm nake!

Mihemed Soran-12/04/07-Silêmanî-Dibêjin Mam Celal Talabanî di preskonferansekê de gotiye:”Ez dixwazim têkilîyên Iraqê li gel Tirkiyê xweş bin û kes lotikan navêje hev. Min li Riyadê di hevdîtina xwe û serokwezîrê Tirkiyê Erdoganê sermezin de gotibû bila em hevdu xelet fêhm nekin. Lê serê van Tirkan ji kevir hişktire û hertim me xelet fêhm dikin” filan û bêvan.

   Heyran Mam Celal! Kuro bi namûs Kurd û Tirkan hevdu naskiriye, êdî kes kesî xelet fêhm nake qurban, wîî! Em zanin ku em û Tirk dijminên hev in û ji me bê emê herçar parçeyên Kurdistanê bikin yek. Û Tirk jî zanin ku, Kurd qîma xwe bi parçeyekî tenê naynin û ewê sibê dusibê doza Amed, Mêrdîn û bax û bîstanên bakur jî bikin.

   Êêêêêêê! Îcar kî kê xelef fêhm dike kaka? Ma go Tirkan Kurd xelet fêhmkiribana wê agir têketa nav şerwalê wan? Na bavoooooooo! Bi telaq me hevdu naskiriye. Ne ew me xelet fêhm dikin û ne jî em wan û hew!

 

s© lotikxane 20-02-2006