Qewîtîya

             neteweperwerê Kurd      

                                          Vet.Dr.M.Nûrî Dêrsimî

      
Google
                                                         

Arşîv                                                                     info@lotikxane.com                                                                            lotikxane@hotmail.com          

Bêwar Brahîm

Semayek

 

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Demokrasiya bi lotik

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-XIV

Lokman Polat

Evîndara tirsonek

 

Bavê Ronahî

Kartolên ser banê du tebeq

Lezgîn Şêxo

Saeta mêrik

 

B.X.Sirûcî

Nexweşîya me

Adil Dûran

Hovîtî

 

Dilsotî

Belê xwişkê

 

Selîm Acar

Raman

 

                                                            Metelok: Nanê Tirkan li ser kaba wan e !                              25 / 04 / 2007   

Çima Yeltsîn mir?

Bengîn Elegez-25/94/07-Moskova-Borîs yetlsînê ku cara yekem bi awayekî demokratîk hatibû hilbijartin û bibû Serokkomarê Rûsyê, di 76 salîya xwe de lotikek avêt û mir.

   Hinek dibêjin:”Ji ber nexweşîya dil miriye”, hinek dibêjin: “Na wele zêde vodka vexwarîye û bi jehrî ketiye” û hinek jî dibêjin:”Na baba, bi namûsa Gorbaçov êşa perestroykayê ew kujtiye” filan û bêvan.

   Werhasil, li gor lêkolîna me û li gor îstîxbara ku me ji kevne KGBî yekî stendiye, dibêjin Borîs Yeltsîn wê şevê bi Nataşayek 14 salî re çûbû himamê. Piştî ku di himamê de lempê vedimrînin û bi çavgirtînkê dilîzin, rebenê Yeltsîn pêl sabûnê dike û dişemite. Piştî şemitandinê Yeltsîn destê xwe dipelikîne û tiştek dikeve destê wî. Gava di reşkaya şevê de lê dinere, dibîne ku mişkek di destê wî de ye. Hema rebeno bêhişî dikeve û totlanî hev dibe.

   Werhasil, Yeltsînê me ji tirsa mişkekî miriye û halîhazir di navbera bihuşt û cehnemê de asê maye..De ew û Xwedê li hev!

 

Ê hewceyî bi kêr û meqesan nema

Dr.Mihyedîn-24/04/07- Li ser bextê çapemenîya Taylandê be. Dibêjin li Taylandê pincarek hatiye dîtin li sîng û memikên jinan mezin dike.

   Wek hûn zanin, zilam pir ji memikên mezin hezdikin û hema bêjin dixwazin wek goka nav lingê Maradona bi wan bilîzin. Îcar hinek jin jî hene ji ber biçûkbûna memikên xwe dikevin nava psîkolojiyek xerab û xwe dixin bin kêr û meqesên textorên estetîkê.

   Helbet di nava memikên xwezayî û memikên estetîkî (sîlîkon) de ferqek mezin heye. Çawa ku xwarina kelê ne xweş e, wilo jî memikên sîlîkon bêtam in û cira wan ne xweş e.

   Werhasil, dibêjin li Taylandê pincarek bi navê „Kwao Krua“ (Puerarîa Mîrîfîca) hatiye dîtin ku ev pincar tenê li Tayland û Myanmarê şîn dibe. Xwdêgiravî ev pincar sîng û memikên jinan ji ber xwe ve ezin dike û hewceyî bi estetîkê nahêle.

   Neyse, Tayland wek bihuşta seksê jî tê naskirin. Bi taybet ewrûpîyên dewlemend diçin Taylandê û ji xwe re qîz û keçên ciwan tînin û lotikan li wan dixin. Îcar gelo ev jî ne taktîkek ji taktîkên tûrîzmê be gidî? Xuyaye rayedarên Taylandî ji lotikên zilamên Ewrûpî têr bûne û niha jî dixwazin bi vî pincarî jinên memikbiçûk bikşînin Taylandê.

    Qey tûrik vala bûye tûtikkkkkkk!

Lotikek ji Angela Merkel jî

Sosin Bermal-23/04/07-Berlîn- Serokwezîra Almanya Angela Merkel, di derbarê qetlîama li bajarê Meletê bala hikûmeta Tirkan kişand û got ku divê hikûmet bi lez û bez dest bavêje vê meselê û li himber van bêbavîyan bêdeng nemîne.

   Merkela ku Serokatîya Demî ya Yekîtîya Ewrûpayê jî dike, got:”Erê ev qetlîam wê rê li ber endambûna Tirkiyê negre, lê bêguman lotikên bi vî awayî bandorek neyînî li têkilîyên Ewrûpî û Tirkan dike. Ji ber vê jî divê hikûmeta Erdogan bi lotik û pehînan dest bavêje bûyerên bi vî awayî” filan û fîstan.

   Werhasil, Merkel xanima ku bi xwe jî wek marê reş li Tirkan dinere, lotikek nerm li wan xist û fisek ji wan berda. De bila Xwedê lotikên Merkel xanimê hiştktir bike rebbî!

Dora xanimê lotikek Yûnankî li Tirkan xist

Yorgo Adanîs-23/04/07-Atîna-Wezîra Derve ya Yûnanîstanê Dora Bakovannî jî pehînek li Tirkan xist û brînek di laşê wan de vekir. Li gora Bakoyannî, Tirkiye li gora heq û hiqûqa navnetewî tevnagere û lingê xwe zêdeyî xwe radide.

   Bakoyannî di rojnama Elefterotîpîa de got ku, “Di van demên dawîyê de Tirkiye ji derveyî polîtîka xwe ya fermî tevdigere û gavên ne li gor xwe davêje. Bi taybet helwesta wê ya li herêma Ege yê nîşana vî tiştî ye. Sedema ku em dengê xwe ji Tirkan re nakin ewe ku em naxwazin pirsgirêkan ji hevre derxin, yan na meyê tir ji Tirkan berda” filan û bêvan.

   Werhasil, hema ji kîjan alî de lotik û pehîn li Tirkan kevin li xêra Kurdan e û hûn sax! De bila Xwedê lotik û pehînên Grêkîyan xurttir bike rebbî!

 

Wê çi wezîr ji te derkeve, wey liminnnnn!

 

Ismetê Serperitî-22/04/07-Yalova- Xuyaye îsal li Tirkiyê bûye sala siyasetmedarîya jinên lotikvan. Piştî çend model û zinêkarên ku her roj mêrekî digrin û  yekî berdidin bûn endamên hinek partîyên siyasî û dest bi siyaseta derewîn kirin, îcar Banû Alkana ku wek Afrodît (Xwedaya bedewîyê) tê naskirin jî devê xwe vekir û behsa siyasetê kir.

   Banû Alkana ku kes nizane heta niha çend lotik li xwe xistine, li bajarê Izmîrê beşdarî şahîyekê bû û got:“Rojek ji rojan ezê li vî welatî wek wekîla serbixwe têkevim meclîsê. Piştre jî ezê bibim Wezîra Çand û Tûrîzmê. Ez niha tenê hikûmetê dişopînim. Gava min dît ku xêr ji wan dernakeve, ezê weki masîyê ku xwe bavêje avê têkevim nava siyasetê“ filan û fîstan.

   Werhasil, birastî wekîl û wezîrên mîna Banû Alkan, Tugba Ozay û Bulent Ersoy ji vî milletê Tirk re lazimin. Bawerkin, heta di siyaseta Tirkiyê de qûnek, lezbîyen, travestî û xiyarhezên mîna Banû Alkan nekevin siyasetê û berê Tirkiyê nedin insaneîyetê, wê Tirk her hov û dirinde bimînin û dest bavêjin qîz û bûkên xwe.

   Banû xanim, bi telaqê jinberdanê lotik ji te û ray ji me. Emê her serê lotikekê rayekê bidin te û tu sax! Ma ji vê xweştir?

 

Di malpera Qado Şêrîn de çay û qehwe belaşe!

 

Lotikxane-21/04/07-Brakê me Qado Şêrîn jî lotikxana xwe vekir û dest bi weşanê kir. Qado Şêrîn, bi bihaneya 109 salîya rojnamegerîya Kurdî, malpera xwe vekir û dest bi lotikan kir.www.qadoserin.com .

   Dibêjin di malperê de hemi berhemên Qado Şêrîn hene. Çîrok, Qilçix, gotar, rexne û helwestên siyasî.

   Nivîskar berhemên xwe di malpera xwe de arşîv kirine da ku kes nikaribe wan bidize û mişkên malê jî nikaribin nivîsên wî bixwin.

   Werhasil, haaaaa, dibêjin di malpera wî de vexwarina çay û qehwê jî belaşe allahwekîl! Li ser bextê gundî û cîranên wî be rebbî!

   De ser xêrê be bavê Adaro!

 

Îmana Tirkan teneke kir

 

Ahmed Beyan-21/04/07-Enqere- Dibêjin Koordînatorê Amerîka yê Iraqê David Satterfield jibo çend lotikan li Tirkan xe hatiye Tirkiyê. Satterfield ji CNN Turk ê re axivî û got:”Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serokek sîyasî û serbixwe ye. Em garantîyê nadin ku Mesûd Barzanî beyanên wek beyanên berê nede” filan û bêvan.

   Her çiqasî rojnamevanên Tirko xwestin hinek gotinên ku dilê Tirkan rehet bikin ji devê wî bistînin jî, lê pismamê me Satterfîeld dilê wan rehet nekir û îmana wan teneke kir.

   Satterfîeld di mesela Kerkûkê de jî dilê Tirkan rehet nekir û got:”Mesela Kerkûkê meseleyek navxweyî ye, ewê li gor destûra Iraqê bê çareserkirin” û xwêsîya Tirkan di qirika wan de hişt.

   Werhasilî kelam, em serê we neêşînin, Davîdkê me çend lotikên xweş li dola asenayê xistin û tir ji wan berda û hûn sax!

 

Tugba xanim lotikek li Amedîyan xist

 

Serdar Mirad-20/04/07-Amed- Model û lotikvana bejindirêj, bedewa agirpêketî Tugba Ozay, jibo danasîna berhemên şîrketekê hat Amedê û xortên Amedê wek conegayên nav garanê li dora wê kom bûn.

   Tugba Ozaya ku xwe wek insanek demokrat dibîne, bi Kurmancî silav da Amedîyan û got “Ez ji we hez dikim zebeşçînooooooo” û xwe bi Amedîyan şêrîn kir. Ji xwe ev model û lotikvan zanin xwe di rojevê de bigrin. Herin ku li gor def û zirna wan lêdixin ku xelk behsa wan bike.

   Ozay xanima germik di axavtina xwe de got:”Welatê me di demek zîz re derbas dibe. Kes nikare ferqê têxe navbera Kurd û Tirkan. Kurd û Tirk bi sedsalane bi hevre dijîn” filan û fîstan.

   Werhasil, Tugba Ozaya lotikvan li Amedê hat hezkirin. Bi taybet xortên Amedî wek conegayên ku çav li kirasê sor kevin, har û dîn bûn û wey li wî ku dest bavêta binkirasê wê peppûkê. Vê carê Tugba xanim ji lotikên Amedîyan filitî. Lê bi telaq, carek din wê xortên me wek mirîşka peritandî bînin serê wê loooo! 

 

Zêdeyî 100 carî bazda ser şagirtê xwe

 

Rozê-20/04/07-London- Jenîne Savîlle-Kîng 29 salî ye, mamoste ye û zewicî ye. Li dibistanê dil dikeve şagirtê xwe yê 15 salî, tam du salan wî bera ser xwe dide û di van salan de zêdeyî 100 carî lotikan li hev dixin. Lotikên wilo li hev dixin ku qêrîn û hawara wan di er’s û ezmên de derdikeve.

   Werhasil, piştî ku lotikvanîya wan derdikeve holê, Jenîne xanima lotikvan dikeve dadgehê û ji ber zinêkarîya bi zarokan re heft salan ceze dixwe.

   Lawikê 15 salî li mehkemê dibêje:“Hakim beg, bi serê min û te lotikên wê pir xweş bûn, hema bêje ji zebeşên Diyarbekrê, ji mewîjên Hibabê û ji zeytûnên Efrînê xweştir bûn. Lê malmîratê têr nedibû, ava min çikand û ez wek paçikekî guvaştim“ filan û fîstan.

   Werhasiî kelam, hay ji xwe û lotikên 15 salîyan hebin qurban! Erê goştê taze xweşe lê piştre di pozê meriv re derdikeve haaaaaa!

Dêqehpo bazda ser pîrika xwe

Tecawizcî Coşqûn-20/04/07-Manîsa- Me gellek caran gotibû „Li cem Tirkan namûs wek bexdûnis e“. Ne dêya xwe berdidin, ne qîza xwe û ne jî bûkên xwe. Hema kî ji wan ket ber devê demança wan avê lê venaxwin û diherimînin.

   Neyse, li bajarê Manîsayê Zelîha Y a 70 salî di mala xwe de kujtî tê dîtin. Piştî lêkolînê xortê bi navê S.A (19) tê girtin û mêrik di mehkemê de çi dibêje hûn zanin?

   Dibêje:“Raste, min ew kujt û piştre jî min xwe lê ceriband û bazda ser wê“.

   Yaaaa! Aha ji we re Tirkên pêşerojê! Wê di pêşerojê de zinêkarên wek vî qûnekî Tirkiyê îdare bikin ha! De îcar em Kurd jî di bin destê van zinêkaran de ne, hûn namînin ecêbmayî?

 

 

 

Google bû wek bayê xezebê!

 

Kevîn Alanson-19/04/07-Kanada- Şîrketa Google wek bayê xezebê dibeze û her ku diçe dewlemendtir dibe, dibe şîrketek herî mezin ji şîrketên dinyayê.

   Motora lêgera înternetê Google, berî niha platforma hevbeş a vîdeoyê YouTube bi 1 milyar û 600 milyon dolarî kirîbû. Niha jî dest avêt şîrketa grafîka înternetê DoubleClîckê û ew bi 3,1 milyar dolarî kirî. Bi vî awayî Google dixwaze bi şîrketa Yahoo re qayîş û berberîyê bike û temamê înternetê têxe bin desthilatdarîya xwe.

   Werhasilî kelam, şîrketên xelkê dinya dane ber xwe, lê yên me Kurdan jî wek meşa qaz û ordekê hûrik hûrik, kubar kubar dimeşin.

   De ka emê binerin bê ewê çi bidin ber xwe, dinyayê yan axretê!

Kî zava kî zava!!!!!

Kazimê Mûşî-19/04/07-Mûş- Bejna Behcet Erkanê me (27) 103 samtîm e. Lê mêrik dilê xwe berdabû Şenay Taş (19) a 140 santîmî. Werhasil, herdu hevdu diecibînin û bi emrê Xwedê û qewlê Pêxember daweta xwe lidardixin û dizewicin.

    Li gor gotinan, herdu jî bi qîm û riza malbatên xwe zewicîne û bûne jin û mêrê hev. Li gor dixuye, bêxwedîkê dil bejna kurt û dirêj nasnake. Yan jî ciwanî û extiyarîyê nasnake. Hema go dil hilfa xwe avêt ser yekî/yekê, êdî çare jê re nîne. Yan wê bigihê armanca xwe û yan jî wê bi lotikekê bisekine û bimre.

   Werhasilî kelam, bila bûk û zavayê me li hev pîroz û bimbarek bin rebbî! Piştî ku lempe hat vemirandin û pêve, çi bejna kurt û çi bejna dirêj ferq nake yabo! 

 

Evdo dibe Serokkomarê Dewleta Hacûcan!

 

Av.A.Dîlan-25/04/07-Enqere- Wek hûn zanin, di hedîsên Pêxember de (s.a.v) Tirk wek ”hacûc û macûcan” tên binavkirin. Îcar bi vê minasebetê emê jî îro ji dewleta Tirk re bêjin ”Dewleta Hacûcan!”

   Belê, ji zûde nîqaş li ser serokkomarê nû dihatin kirin. Dijberên Serokwezîr Erdogan nedixwestin ew bibe serokkomar û li dijî wî li Enqerê meşek girseyî lidarxistin. Piştî Erdogan dît ku ev tir jêre nema û ewê nikaribe bibe serokkomar, îcar xwestibû surprîzekê bike û kesekî balkêş ku herkesî meraq dikir, derxe pêş.Werhasil, derker derker û talî navê Abdullah Gul ji devê Erdogan derket. Yanî; wê Abdullah Gulê ku wek insanek nermik û mulayîm tê naskirin, bibe ”Serokkomarê Dewleta Hacûcan!”

   Lê niha herkes meraq dike ka wê jina wî Hayrûnîsa xanim serê xwe veke yan wê sergirtî bimîne. Ji xwe sedemek ji sedemên nîqaşa nebûna yekî AKPî jî sedema sergirtina jinên wan bû. Ji alîyê din meraq tê kirin bê ka wê generalên hacûc çi helwestê li himberî Abdullah Gul deynin.

   Bi serê we, heger Abdullah Gul bû Serokkomar û Hayrûnîsa xanimê serê xwe venekir, ji xwe qiraseyek dikeve generalan. Na heger Evdo efendî ji generalan bitirse û çiv û mivan bide xwe, ji xwe wê dîsa di nav pelûla hacûcan de bigevize û hûn sax! De ya bi xêr lo.....

   Bi namûs, heta ew zagona 12 Êlûnê neyê guhertin, yek dîndar jî bibe serokkomar ferq nake û zinêkarek jî bibe serokkomar ferq nake û hûn sax!

Segê ber devê derîyê xelkê ewtîya!

Ehmed Beyan-25/04/07-Enqere- Niha hûnê bêjin: “Evî Ehmed Beyanî tucarî xeber ji xelkê re nedidan bavo, halla hallaaa” û min rexne bikin ez zanim. Lê baba, hinek ji van bênamûsên Turkmenan meriv dibeicînin haa, wîî! Meselen; Berpirsiyarê Cepha Turkmenî yê Enqerê Ahmet Mûratli!

   Ahmet Mûratlîyê kurê dêlê niha li Enqerê amadekarîya “Mîtînga Kerkûkê” dike. Mûratlîyê ku ji sibê hetanî êvarî qûna generalên Tirk dalêse, li bajarê Samsûnê beşdarî civîna faşîstên “Turk Ocagi” bû û bi bêedebî zimandirêjîya başûrê Kurdistanê kir. Kurê dêlê Mûratli, di civînê de dibêje:”Em naxwazin Iraq parçe bibe. Em dixwazin bi herkesî re wek bra bijîn. Lê helbet em û hinek alî (Kurd) ne li hev in. Em ji wan re dibêjin:Hûn hezar salî bimînin jî emê ji bakurê Iraqê re nebêjin Kurdistan” filan û fîstan.

   Ê ûlan kopek oxlî kopek! Hûn ji bakurê Iraqê re bêjin Kurdistan çiye hûn nebêjin çiye hêê? Ma kes hatiye ber devê deryê we û li ber we geryaye hey qûnek? Ma Kurd wek we parsekên devê derîyê generalên Tirkane kurê min?

   De here avekê li nav şeqê xwe ke exû şermota!

 

Malê bêxwedî! Filîmê Sila  Mêrdînê li

ser navê xwe tapo kir!

 

  Aran Perînas-24/04/07-Swêd-Rêzefîlmê Sila, li Mêrdînê kişandina filmên xwe bi hêz berdewam dike.

Însanên kû çivîyane li kişandina fîlm temaşe dikin, ji temeşevanên Tv´ yê bêhtir in.

Ewqas hez ji bajarê Kurdistanê kirine ku nayê gotin, xuyaye li deverek dîtirê ev dîmenên dewlemend nayên dîtin.

    Neyse…

Berî niha bi çend rojan derhênerên fîlmê Sila´ yê nexweşxaneya Nisêbinê girtin bi temamî dan girtin.

Li ser lewha wergirtina acîlê  ev nivîs hebû: ”Li qisûrê nenerin, bi sebeba kişandina filmê Sila îroj nexweşxaneya me girtiye”

    Bêaqilîya ji herdu alîyan tê dîtin. Çawa ti acîlê digrî? Xelkê me ewqasî nezan û nefikare ku nabêje "Lawo ma ne nexweşên me hene, emê çawa nexweşxaneyekê jibo xatirê çend dehşikên Tirk bigrin?"

    Li gorî wan belkî kamera  carekê wan qeyd bike, û di fîlm de derxin, ji ber wê kes  serê xwe bi nexweşan nayêşînê. Niha ew di dilê xwe de dibêjin “Bi telaq carekê ez derkevim, bira ez bimrim, ax, ev segbav hema carekê min derxin, dinya xirab nabe lawoooo!“

    Geh wê trafîka caddeya îpekê bigrin, geh wê dibistanan bigrin geh wê nexweşxaneyan bigrin. Çi mesela vî filmî ye? Wextî Mêrdînê li ser navê xwe tapo bikin bavo, waweylê!.

Mêrdînê bûye Hollywooda Tirkan…Êêêêê, çawa be malê bêxwedî ye Kurd jî ji bêaqilîya xwe nexweşxaneyên xwe jibo tir û fisên Sila xanimê digrin. Wey tifûûûûûûûûû!

 

Mêrik riya ber xwe nedît

 

Ehmed Beyan-23/04/07-Enqere- Serekerkanê Artêşa Tirk Yaşar Buyukanitê ku digot “Divê em têkevin başûrê Kurdistanê” riya xwe şaş kir û vê carê jî got:”Na babam! Min negotiye emê têkevin Iraqê,wîî! Ez dibêjim divê em bidin dû PKK. Jibo vê jî divê em û rayedarên Iraqê li hev bikin. Ê min tenê şiroveyek eskerî ye” û tifa xwe alast.

   Îcar hinek dibêjin:”Kuro evê sermezin ji sedî sed teqtîkan dike, dixwaze berê meselê biguhere û bi dizî lotikan bavêje”. Hinek jî dibêjin:” Na looo, ziravê pisîkekê pêre tune, ew li ku û ketina Iraqê li ku” filan û bêvan.

   Werhasil, xuyaye piştî helwesta Kurd, Amerîkî û parlamentoya Iraqê, Buyukanit dîtiye ku dagîrkirina başûrê Kurdistanê zehmete û wê dîsa çewal têkevin serê wan, îcar mêrik radibe xwe şaşo-maşo dike û li gotinên xwe xwedî dernakeve.

   Neyse, a bi xêr çi be bila Xwedê wê bike û hew! Hesab bikin ku wî jî tirek kir û kesî dengê tira wî nebihîst, tevdîrrrrr! 

Hilbijartin nêzîk bûn, dîsa dest bi derewan kirin

Av.A.Dîlan-23/04/07-Enqere- Erê lo, çi cara ku hilbijartin nêzîk dibin, partîyên Tirkan jî dikevin şert û berberîya derewkirinê û wey li wî ku ji yê din zêdetir derewan bikin.

   Dibêjin Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Kûçikan BBP Mûstafa Destîcî zirt û fortên xwe kirine û gotiye:”Kuro jina min ji min berdayî be heger em bibin hikûmet, emê fihûşê rakin, emê şerpe û kitanê serbest berdin û îdamê dîsa têxin rojevê. Êdî wê dema xwedîkirina canîyan di hepsan de nemîne. Emê yekser wan îdam bikin” filan û bêvan.

   Qûneko bi berdewamî got:”Haaa, emê misyonerên mesîhî jî ji Tirkiyê bavêjin” û hinek derewên din.

   Werhasil, bênamûsan her serê demekê yekî fileh dikujin, her hefte bi dehan xortên Kurdan dikujin têra wan nake îcar wê îdamê jî têxin rojevê. Ê lawo hey kurên dêlika asenayê, ma destê xelkê li ber we girêdayîne kurên min?

   Hema bi telaq heger Lotikxane jî bû hikûmet, emê jî îdamê têxin rojevê û segên wek we yeko yeko bibin ber sêdarê looo!

 

Mamik:

Ferqa di navbera van herdu wêneyan de bibînin

 

========================

 

Swêdî ji Tirkan zinêkartir derketin

 

Björn Björnson-22/04/07-Swêd- Kesî ji we ecêba bi vê ecêbê dîtiye ku keçek ji alî bav û brayê xwe ve bê tecawiz kirin û namûsa wê bibe pênc qirûşê xerabe? Erê Tirk her roj bazdidin ser keç, bûk, pîrik û xaltîkên xwe, lê me nedîtiye brayekî bazdaye ser xwişka xwe.

   Werkasil, li herêma Blekînge ya Swêdê keçek 16 salî ji alî bav û brayê xwe ve bi salan tê tecawiz kirin Kesên ku navê wan naşê eşkerekirin hatine girtin û lotikek xwarine.

   Keçika 16 salî ji pilîs re gotiye:“Ji 8 salîya min û virde bav û brê min lotikan li min dixin, ez kirime wek çaroxê û ji hev çirvirandime“ filan û bêvan. 

   De îcar hûn û wîjdanê xwe gelî xwendevanan! Van Swêdîyan Tirk derbaskirin allahwekîl, ya starrrrrr!

 

SERNAXIR DA LOTIKAN!

 

 Farûqê Devliken-21/04/07-Mêrdîn-Yaşar Buyukanit di çavên xwe de anî û biryara şer da... Sernaxir tûrikê xwe vala û hundurê xwe jî rehet kir...

   Necamêro gelekî vekirî ji raya giştî û çapemenîyê re vegot û şîrovekir. “Em şer dixwazin! Belê belê, em şer dixwazin! Em bi şer dijîn! Em bi şer li ser xwe diedilin! Em bi şer dewlemend dibin! Em bi şer bixwe xweş tînin! Em bi şer hilmê didin û distînin! Bi kurtayî hebûna me bi şer e!..”

   Berçavka wî di çav de, xîlika wî bi ser kaxiza ber wî ve daliqîyayî, wechê wî tirş û heta wûn bixwazin tahl rî û bi xwe û dora xwe da.

   Heke gef bû, heke fort bû, heke tirs di me de difirand, necamêro xwe li zincîrê dixist û radikşand. Çav di serî de sor bûbûn, ziman ji dev kişîyabû û tenê bêjeya şer ji nav lêvên wî dipekîya. (Dewama nivîsê bixwînin)

 

Polîsê dewleta virqo dîsa bi xwe de rît

 

Zinar Qelemşûr-21/04/07-Stenbol-Ji berê de dibêjin:“Nanê Tirkan li ser kaba wan e“. Yanî, ne bext bi wan re heye, ne dîn û ne îman.

   Neyse, wek hûn zanin nivîskarê Ermenî Hrant Dînk bibû qurbana lotikek Tirkên heram û hatibû qetilkirin. Di kujtina wî de Midurîyeta Emnîyeta Stenbolê sê telaqên xwe avêtibû û gotibû ku «Qeyda kamerayê tuneye û tu vîdeo nehatiye kişandin ». Lê niha derket holê ku kamera jî bebûye û vîdeo jî. Lê vîdeoya kujtina Hrant Dînt dubare hatiye kişandin û qaşo xwestine vîdeoya kujtina wî xerabikin û delîlan tunebikin.

   Parêzerê Hrant Dînk dest avêtine meselê û dibêjin : »Me pirporek peydekiriye ku karibe qeydên vîdeoyê paqij bike û rastîye derxe holê ».  Li ser vê bûyerê, dibêjin agir ketiye delinga Midurîyeta Emnîyeta Stenbolê û hema bêjin nema tir û fis xwe di wan de digrin. Yanî, bi derketine vê kamera û vîdeoyê tê bawerkirin ku ji sedî sed tiliya Emnîyeta Stenbolê jî di kujtina Hrant Dînk de heye wesselam !

   Werhasilî kelam, ev Tirk in, ne dîn bi wan re heye, ne îman. Heçê bi wan bawerbe, heçê bratîya wan bixwaze kafir û tarikselate allahwekîl !

 

Fatê were civatê

 

Tacdîn Baran-Almanya-21/04/07- Dibêjin hunermenda Kurd Fatê rojekê ji mirinê xelas bûye. Bûyerek wisa hatiye serê wê ku ne we dîtiye ne we bînaye. Ihsan merivê Elîcan e. Elîcan jî zilamê Fatê ye. Tu nabê rojekê Ihsan dixwaze Fatê bitirsîne. Hinek dibêjin:”Ihsan xwestiye Fatê bitirsîne, wê bikşîne kamerayê û vîdeoya wê bifroşe Hollywoodê”. Hinek jî dibêjin:”Na canim, heneka serê salê lê kiriye”.

   Werhasil, Ihsanê me radibe maskeyekê (rûdankekê) digre serûçavê xwe, kamerayê dixe destê xwe û “zirrrrrrrrr” li zingilê derîyê Fatê dixe. Fatê jî wê demê mirîşkan dixwe û destê wê di nava rûnê mirîşkê deye. Elîcan jî xilmaş bûye û xwe li ser yan dirêj kiriye, ha raza ha radizê. Fatê radibe dest û devê xwe ji rûnê mirîşkê paqij dike, diçe devê derî û di qulika derî re li derve dinere. Dinere lê çi binere! Yekî bi maske li devê derî wek celadekî sekinîye. Dilê rebena Fatê dike “gurme gurm” û ji tirsan re wextî bêhiş bikeve.

   Radibe bang Elîcan dike û diqîre:”Kuro rabe top lê keto, va yekî bi maske xwe daye devê derî!” Elîcanê me jî qet xwe aciz nake û dibê:”Naxwe derî veneke, wîî!” Werhasil, bar dikeve ser milê Fatê û hema radibe demançê ji bin doşekê derdixe, hêdî hêdî derî vedike, demançê raserî zilamê bi maske dike û dibê:”Xwe tev mede min te kujt!”

   Rebenê Ihsan gava çav li demançê dikeve, ziravê wî diqete û hema bêjin hindik dimîne ku derpî dagre. Radibe maskê ji serûçavê xwe derdixe û dibê:”Errrreeekkkkk, ev çibû lawooooooooooooooo” û Fatê dibîne ku Ihsan e.

   Werhasilî kelam, dibêjin piştî vê bûyerê, çi cara ku zingilê derî lêdikeve dilê rebena Fatê dike “gurme gurm” û bê demançe derî venake. Neyse, hay ji xwe hebin eman emannnn! Tembîya min li we be, berî ku hûn li zingilê derîyê Fatê bixin, fatîhe û yasîna xwe bixwînin!!

 

I love you demokrasî!

 

Demokrat Hecî-20/04/07-Dallas- Kî dibê li Amerîkayê demokrasî tuneye? Bi telaq demokrasîya ku li Amerîkayê heye, di daristanên heywanan de jî tuneye allahwekîl! Dadgehên Amerîkayê ewqas humanîst û demokratin ku heta bi keran jî tînin dadgehê û mafê xweparaztinê didin wan.

   Werhasil, li bajarê Dallasê kerê bi navê „Kerê Gewr“ pir dizirre. Ewqasî dizirre ku cîranê xwediyê kerê John Contrell jê tê hetanî bi qirikê û jê ûf dibe. Ne rojek, ne du roj ne sê roj, wilo li serê cîran tê ku psîkolojîya wî serûbinê hev dibe, xew li wî diherime, şev li wî dibin roj û roj li wî dibin şev.

   Talîya talî cîran radibe kerê dide mehkemê û dozê lê vedike. Radibin kerê tînin mehkemê ber jûrîyê da ku jûrî  biryarekê li ser bide. Lê jûrî dike û nake kerê gewr nazirre û deng jê dernakeve. Dawîyê jûrî biryarê dide ku cîran bêbextîyê li kerê gewr dike û mehkeme bi dawî tê.

    Îcar li ser bext û namûsa we be, ka bêjin: Li kîjan welatî ker derketine mehkemê? Ka ji vê demokrasîyê xweştir qurban? Kuro hema bijî demokrasîya keran û hûn sax!

 

Swêdîyan kar û emelê xwe hişt

Û dîsa ketin girê Kurdan

 

 Aran Perînas-20/04707-Swêd-Di dema dawî de were mitîngan, were agahdarîyan, were panêlên televizyonan. Ji bona vê dewleta eksî ferk nake. Di dema dawî de gelek penaberên Kurdan li Swêdê îltîca kirin. Gelek ji wan ev deh salin di hundirê axa Swêdê de ne, wek Kemal Acat rûniştin nestendine. Birêz Kemal Acat ev deh salin li Swêde ye,hîna jî li benda dewlet baba ye. Kete panêlên sîyasî, kete mitîngan, kete nav parlementoya Swêdê lê belê bê feyde. Kar û xebateke pir giring ji bona Kurdên penaber kiriye.

   Li bajarê Goteborgê, berî 2 rojan mîtîngek gelek balkêş hat organîze kirin. Bi sedan kes beşdarî vê mitîngê bûn. Mitîng li ber daîreya mihacirîya giştî hate meydanê. Sloganên wek ”em penaberîya xwe bi daîmî dixwazin” bi dengekî gelekî bilind hat gazîkirin. Elektrîkek pir bi tesîr da hawîrdorê.

 Neyse.... Dewleta Swêd kar û emelê xwe hiştîye bi van Kurdên bêguneh daketîye.

   Werhasil, emê hawara wan bikin gazî, bera heya ji wan bê serê xwe li erdê xin.  Bira bi mitîngan û sloganan wan aciz bikin. Berxwe bidin. Yaw fêm nakin brako, wîîî! Wele fêm nakin haa!

Bê fikar ha ha Eraban qebûl dikin, çi kemasîya me ji wan heye oxlim?

Willeh ev welat xerab kirine, devera ku diçinê hema înallah!

   Çi bibê bila bibê, hevalno hogirno em li pişta we ne. Li heqê xwe bipirsin qurban.Bi telaq heta hûn lotikên bêîman li wan nexin aqilê wan nayê serê wan, wey!

   Dûvre jî wek ku Şivan gotiye: Serhildan jîyane hey hey!!....

Eman eman, vê carê jî nebin xiristiyan haaaa!

Cemîlê Çargurçik-20/04/07-Swêd- Piştî ku sê xiristiyan li bajarê Meletê ji alî Tirkên hov ve hatin serjêkirin, hinek sazî û dezgehên qaşo mirovper (ku di mesela pirsgirêka Kurdan me mirovperwerîya wan nedîtiye), derketin hola Taksîma Stenbolê û qetlîam şermezar kirin.

   Wek hûn zanin, piştî kujtina rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk, dîsa van sazîyan pankartên „Em hemi Ermenî ne“ rakiribûn û Kurdên me jî ketibûn ber bayê vê pêlê. Îcar jî niha pankartên „Em hemi xiristiyan in“ rakirine û dest bi lotikan kirine.

   Werhasil canim, ew dibin Ermenî, dibin xiristiyan, dibin bûdîst, dibin çêlekîst ne mesela me ye, lê em ditirsin Kurdên me jî rabin dev ji dînê xwe berdin û bidin dû bayê van sazîyên ku rojekê li defê dixin roja din li zirnê.

   Eman emannnnn, neyên lîztika van Tirkên ku nema zanin ne çep in ne rast in, ne dîndar in û ne xwînxwar in! Kurd bin û li ser eslê xwe bin û hûn sax!

 

Yekîtiya Qutabîyên Kurdistanê (KSU- Deutschland) hat damezrandin!

 

Silo Behdînî-19/04/07- Elmanya

Ji bo rêkxistina karûbarên xwe û handana zarokên Kurd yên li Elmanya dijîn, ji bo berdewamîya xwendina xwe, komek xwendekarên Kurd yên Zanîngeha (Duisburg- Essen) li herêma Nordrayna Elmanî û bi hevkariya hin xwendkarên din, rêkxistinek xwendekaran bi navê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistan- Elmanya) (KSU- Deutschland) damezrandin.

   Evca ji bo nasandina yekîtiya xwe û naskirina yekîtî û komeleyên din yên xwendekaran li Elmanya û Europa, van xwendekaran roja înî 13.04.2007 li heman zanîngehê rûniştinek hevnasînê sazkirin. Di vê rûniştinê de bi dehan qutabî û kesayetî û nûnerên komeleyên xwendekaran berhev bûn. Di destpêkê de Şemal Sindî berpirsê (KSU- Deutschland) bi xêrhatina mêhvanan kir û bername û programa yekîtiya xwe ji amadebûyan re pêşkêş kir û daxwaz ji xwendekar û nûnerên komeleyên xwendekaran kir ku ew jî peyvên xwe pêşkêş bikin û hewil bidin di nav axaftinên xwe de projeya bernameyekê pêşkêş bikin ji bo bihevrekarkirina hemû rêkxirawên xwendekaran.

   Paşê her yek ji Komeleya RAMAN ya xwendekarên Kurdên Sûrî li bajarê Bonn a Elmanî û nûnerê Komeleya Xwendekarên Kurdên Holanda peyvên xwe pêşkêş kirin. Herwusa peyva Grupa Xwendekarên Kurd yên bajarê Kîl ê bakurê Elmanya jî hat xwendin. Piştî wê danûstan li ser bernameya vê komcivînê hat kirin û li biryar hat dayîn ku kombûnek ferehtir saz bibe ji bo vedîtina şêweyek guncayê bo bihevre karkirinê. Li dawiyê jî stranbêjê genc SALAR bi dengê xwe yê xwe çend stran ji amadebûyan re pêşkêş kirin û komcivîn bi dawî hat.  De ser xêrê be rebbî!

 

 

Kurd heta bi tir û fisên wan

guhdarî dikin

 

Cemîl Cewher-19/04/07-Hewlêr- Tirk dîsa ketin nav xof û tirsê û ji Kurdan çavtirsandî bûn. Tirkên ku di her wesîlê de li mahneyekê digerin ku êrîşî başûrê Kurdistanê bikin, niha jî radigihînin ku Kurdan li Kurdistana azad bi alîkarîya Amerîka û Almanya îstasyonên ragihandine vekirine û temamê Rojhilata Navîn guhdarî dikin.

    Îcar Tirk ji xwe jî ketine şikê ku Kurd telefon û peyamên wan jî guhdarî dikin. Guhdarkirina telefon û peyamên Tirkan deynin alîyekî, lê li gor îstîxbarata ku ketiye destê Lotikxanê, dibêjin herî zêde Tirk ji guhdarkirina “Tir û fisên nav nivîna xwe” ditirsin. Ew ditirsin ku Kurd karibin heta bi lotikên nav nivîna wan guhdarî bikin û zanibin bê ka kê çend lotik li kê xistine.

   Werhasil, dibêjin ji tirsa guhdarkirina Kurdan, Tirk nema wêrin di mala xwe de bi jinên xwe re jî biaxivin allahwekîl! Kuro ev Kurd çi xwedî kerametin bavooooo!

Me nizanîbû heta niha em goştê dînazoran dixwin kurooooo!

Smaîlê Mirîşkfiroş-19/04/07-Navbera erd û ezmên- De werin li ecêba kesanedî binerin. Li gora lêkolîna zanyarên Amerîkî, derketiye holê ku mirîşk bermayên dînazoranin û heta niha em goştê dînazoran dixwin.

   Li gora ku zanyaran lêkolînek li ser hestîyekî T.rex ê 68 milyon salî kirine, gihane wê bawerîyê ku dînazor bapîrên mirîşkane û di nava demê de şikil û şemalê xwe guhertine û bûne mirîşkên îro. Li gora lêkolîna wan a ku di kovara Scîense de derketiye, tê gotin ku proteînên dînazoran û yên teyrik û tilûran, bi taybet ên mirîşkan weke hev in. Li gora vê lêkolînê jî, dixuye ku heta niha insanan ne goştê mirîşkan lê goştê dînazoran xwarine.

   Werhasil, gelî xwendevanan, ji me gotin heyran. Em nizanin goştê dînazoran helale yan herame lê bi telaq hûn di navbera bihuşt û cehnemê de mane. A baş herin ji melayekî heft ilmî bipirsin bê ka goştê dînazoran helale yan herame qurban! Yan na Xwedê ji we stend û hûn sax!

 

 

 

Cebarê Qure

Xançepekî Mihê

===============

Mahmûdê me Buyukanit da ber pehînan

Zilfiqarê Qersî-25/04/07-Qers- Serokê DTP ê bajarê Qersê Mahmût Alinak û bîst hevalên xwe rahiştin tenekan û (wek ku gava hîv dihat girtin û me li tenekan dixist da ku qaşo dêw hîvê berdin) û bû tingeringa wan.

   Werhasil, kekê me Alinak daxuyanîya xwe xwend û çend lotikên Kurdewarî li Serekerkanê Tirko Yaşar Buyukanit xist. Alinak anî zimên ku sedema kujtina gerîlla û eskeran Yaşar Buyukanit û grûpa xwe ne û heta ev grûp hebe ewê ji herdu alîyan jî xort bên kujtin. Yanî; serê fitne û fesadîyê Buyukanit û grûpa xwe ne û dibê rojek berî rojekê Buyukanitê sermezin îstîfe bike û li mala xwe rûnê.

   De Xwedê xêra Mahmût Alinak qebûl bike rebbî! Bi telaq distek goşt di serê Buyukanit de heye. Goştê serê wî têra gundekî sax dike allahwekîl! Çi dermale jê derdikeve offfffff!!

 

Bû jin ji kar hat avêtin

 

Hesen Keleş-24/04/07-Brîtanya- Li Brîtanyê Jan Hamîltonê efser ji zilamtîya xwe têr xwar û bi emelîyatê xwe kir jin.

   Jan Hamîltonê ku li Iraq û Afganîstanê wek esferê paraşûtê karkiribû (42 salî) bi emelîyatê xwe kir jin û ji ber vê vî ji artêşa Ingilîz hat qewirandin. Li ser vê qewirandinê, Jan Hamîlton dixwaze artêşa Ingilîz bide mehkemê û ji “cudaxwazîya navbera jin û mêr” dozê li wan veke.

   Jan Hamîltonê ku ji lotikên zilamwarî têr xwaribû, xwe kir jin û dixwaze îcar xiyar û tirozîyan biceribîne. Li gor gotinên ser tenûrên Londonê, wê artêş ji ber mexdûrîyeta Hamltonê qûnek salê 45 hezar sterlîn bide wî.

   Werhasil, malxerabo xwe kir jin û ka emê binerin bê ewê xwe li ber derbên lotikvanan bigre yan na. Tewkelî bi Xwedê......

Massîmo Polledrî: Lotikên Tirkan ne li gor YE ne!

Antonîo Vega-23/04/07-Roma- Senatorê Partîya Yekîtîya Bakur a Îtalyê Massîmo Polledrî lotikek li Tirkan xist û got:”Tirk ne layiqî Yekîtîya Ewrûyanê ne. Lotikên ku li filehên Tirkiyê dixin, wek lotikên ker û qantirane û ji krîterên YE yê dûr in. Emê nikaribin van mexlûqatan qebûlî nav xwe bikin” filan û bêvan.

   Piştî qetlîama li bajarê Meletê, Tirk di çavê Ewrûpîyan de bûne wek golika beş û hema herkes ji alîyê xwe de wan dide ber lotik û pehînan.

   Werhasil, ser xêrê be û Xwedê miradê Massîmo Polledrî bike rebbî!

Kurê zinê dest avêt keçika 10 salî

Tecawizcî Coşqûn-23/04/07-Mugla- Li bajarê Muglayê dêqehpekî 17 salî dest avêt keçikek 10 salî û namûsa wê kir wek pincarê kelyayê, xêr têde nehişt. M.K ê 17 salî keçikê bi zorê dibe dereke xewle, zorê lê dike û bazdide ser bedena wê a nermik û ciwan.

   Werhasil, xuyaye di tevgera keçikê de hinek guhertinên ecêb çêdibin ku bala malbata wê dikşîne. Radibin bi xweşî yan nexweşî gotinan ji devê keça xwe dinrin û rastî derdikeve holê. Neyse, polîs qûnekê M.K digrin û ew jî li xwe mikur tê.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin M.K ji polîsan re gotiye:“Ma dinya xerabûye bavo? Em Tirk bazdidin ser keçên xwe, ser bûkên xwe, ser pîrkên xwe, ma min lotikek li keçikek 10 salî xistiye çi bûye?“ filan û bêvan.

   De Xwedê qirasekî têxe M.K rebbî!

 

Qûnekan çayxana qûnekan girt

 

Serker Turkoglû-22/04/07-Bursa- Berî hefteyekê li bajarê Bûrsayê „Komela Pêşxistin û Paraztina Kar û Barên Qûnek, Travestî û Lezbîyenên Tirkiyê-Gokkuşagi)" çayxaneyek jibo qûnek, lezbîyen, travestî û dêçirandên Tirk vekiribû. Bi xêra vê çayxanê zûnek û zinêkarên Tirkan dihatin cem hev û hevdu di qorzîkên axuran de digevizandin û tir ji hev berdidan.

   Lê xuyaye çavê Serokê Beledîya Osmangazîyê bar nebûye û bi mahna tunebûna destûra komelê, komele daye girtin. Niha Tirkên bêdoxîn li kuçe û kolanan bê komele û bê çayxane mane.

   Serokê Komela Gokkuşagi Oyku Evren dibêje:“Serokê beledîyê derewan dike, Destûra me hebû, me hemi kaxezên xwe yên burokratîk temam kiribûn. Lê ji ber ku serokê beledîyê bi xwe qûnek bû û me ew qebûlî nav xwe nekiribû, çavê wî bar nebû û komela me da girtin“ filan û bêvan.

   Werhasil, dibêjin niha Komela Gokkuşagi ji xwe re li salonek vala digerin ku çayxana xwe vekin û têkevin xizmeta mirovatîyê.

   Îcar heyran, jibo Xwedê û Pêxember, salonekê bidin van qûnek û hevduçirandên Tirk. Her mê xêr ji siyaetmedarên wan nedît, hema bela xortên me bazdin ser van „Ewladên Welatparêzên Tirk“ û qûşê li wan biqetînin.

   De qurban!  

 

Bêbavan şûjina çavê xwe nabînin derzîya çavê xelkê dibînin

 

Salimê Hecî Emer- 21/04/07-Swêd Dema pozê merovan neşewiti (namûs têde tunebi), peyvên zêde ji bo wan ne pêwistin. Hew çend pirs wê têra wan bikin!

   Gelo ev 55 salên go hûn di himêza kê de rûniştinin (NATO-USA), ma xweş bû? Çekên go ordiya we li Kurdistanê dixebitînin marka kîjan dewletê li seri (Made in USA)? Ma hûn û ordiya we ya qaşo bi şeref (!) di dema şerê sar di ne parazgirên USA yê bû? ($ şîn ji USA yê dihatin) Ma Berzanî încîrlika USA yê li Adana damezirand, çima hûn wê û ên wek wê nagrin ? (Generalên wan nikanin têkevin wir)?

    Derdê we (çep,rast û oldarê we) ne USA lê  Kurd û Kurdistani! Dibêjin yên ehmeq herkesî wek xwe ehmeq dizanin…

   Îcar ev jî mesela me û Tirkên ehmeq e. Qûndeyan şûjina çavê xwe nabînin lê zimandirêjîya derzîya çavê Kurdan dikin. De herin qûna xwe bişon kurên min!!

 

Ew têkevin YE jî nabin insan!

 

Ciwan Qoserî-21/04/07-Mersîn- Tirkên hov dîsa rûyê xweyî qirêj rê dan û bênamûsan li bajarê Meletê sê filehên ku incîl belav dikirin kujtin, serjêkirin.

   Îcar qaşo Yekîtîya Ewrûpayê jî dixwaze van hovan bigre nav xwe ku xwedêgiravî wan bikin insan û biaqil bikin.

   Ê lawo, ma hirç û hov dibin insan ew rayedarên Ewrûpa? Ma kesên ku bi milyonan Kurd û Ermenî kujtibin, karin bi navê insanetîyê têkevin Yekîtîya Ewrûpayê birê min? Yan hûn dixwazin wan bikin endam ku werin fermana we jî rakin?

   Ê ne laşê we jî duxre ha bavê min, wîî! 

Me çi xêr ji Lenîn û Stalîn dît ma dora Pûtîn û Îvanov

Bengîn Elegez-20/04/07-Moskowa- Wek hûn zanin Komara Mahabadê bi destê Rûsan têk çû û Rûsan hetanî îro jî bi serê misqalekê xêrek bi Kurdan nekirine. Ji xwe Stalînê dolheram tiştek nema ku nanî serê Kurdan. Kurdistana Sor jihevde xist, Kurdên Sovyetê ji hev tarûmar kirin.

   Werhasil, îro jî rayedarên Rûs radibin daxuyanîyan didin û li dij serxwebûna Kurdistanê derdikevin.

   S erokê Sazîya Ewlekarîya Rûsyê Îgor Îvanov, di daxuyanîyekê de li dij serxwebûna bakurê Iraqê (Kurdistanê) derket û got:“Em li gel in ku Iraq yekparçe bimîne. Ji xwe behsa Kurdistanek serbixwe ji me Rûsan re nekin“ filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, me xêr ji Lenîn û Stalîn nedît, ma emê xêrê ji Pûtîn, Îvanov û Qantirov bibînin? Na bavoooooo, tobeee!

 

Propaganda nexweş, yahûdîtiya Barzaniyan!...

 

 

M.Nûreddîn Yekta-20/04/07-Di van rojên dawîn de em dibînin ku medya tirka wek kampanyekê di eleyhiyê malbata Barzaniyan de vekiriye. Dibên ku “malbata Barzaniyan ji berê de cihû bûne.”

   Di vî warî de hemî tirk bihev re ne. Nexwe mislimanên wan, kemalîstên wan û nijadperestên wan!.. Heya hinek aqilsivikên kurdan jî, ji me re nama dişînin û dipirsin “gelo ev tiştên tirk dibên rast e? Ger derew be çima hun bersivên wan nanvîsînin?..” (Dewama nivîsê bixwînin)

Tirk gavek din jî nêzîkî YE bûn

Cewdet Sabûncî-20/04/07-Meletê- Li Tirkiyê nîjadperestî û bêbavî hevqasî bi pêşde çûye ku nayê hesêb. Gerçî temamê Tirkan nîjadperestin, lê ev segbavên MHPî û kesên ku xwe ji dola Asenayê qebûl dikin, zêde lotik û zîtirkan davêjin xelkê. Bi taybet Kurd û mesîhî di çavên wan kûçikbavan de wek neyarên herî xeter tên dîtin.

   Werhasil, li bajarê Meletê sê kesên mesîhî di pirtûkxaneyekê de hatin serjêkirin û kujtin. Herçiqasî mirdar hatin girtin jî, lê canî û mirdarên esasî xwe di bin perda hinek partîyên faşîst ên wek MHP û BBP de vedişêrin. Li ser kujtina hersê mesîhîyan, Serokê Dêrên Protestanên Tirkiyê Îhsan Ozbek rabû daxuyanîyek da û çend lotik li Tirkan xistin. Ozbek anî zimên ku tu garantîya jîyana mesîhîyan li Tirkiyê nemaye û Tirkiye bûye axurê heywanan.

   Neyse, îcar bila Ewrûpî li insanetîya Tirkan binerin û bibînin bê ew çi mexlûqat û dirindê hov in. Lê ji Ewrûpîyan re kujtina çend mesîhîyan xem nîne. Xuyaye ji wan re berjewendîyên aborî ji hertiştî pêşdetire.

   De xwedê bikim Tirk û Ewrûpî bibin bûk û zava û hevdu bidin ber lotik û zîtirkên Elemanî û hew! Ji xwe heta serê Ewrûpîyan li kevir nekeve aqilê wan nayê serê wan….

Cewrikên Atatirk ewtîyan

Zinar Qelemşûr-19/04/07-Stenbol- Komeleya Cewrikên Atatirk “Komeleya Ramana Kemalîst” li Stenbolê ewtîyan û bi nîjadperestî pişkîyan. Nîjadperestên ku ramana qûnekekî kerxana Selanîkê ji xwe re kirine rêbaz, li dij Kurdistana azad verşîyan û girêza xwe peşkandin derûdorê.

   Serokê Komela Ramana Atavirq Huseyîn Dînçturkê bêbav, di axavtina xwe de zimandirêjîya başûrê Kurdistanê kir û qiraseyê Kurdan xist xwe. Di xwepêşandina van segbavan de sloganên li dijî Mesûd barzanî, Kurdistana azad û PKK hatin avêtin.

   Werhasil, dibêjin “Kûçikên ku mirovan bidirin diranên xwe dernaxin”. Îcar ev segbav jî bi ewte ewt û lotikên vala dixwazin xwe rehet bikin û hew. Lê xwezî ji xêra Xwedê re me ev bêbav di çiyayên Kurdistanê de bidîtina. Me yê bidîta bê wê çawa ji tirsa Kurdan re bi xwe de birîtana û şerwalên xwe dagirtina. Lê ka ew rojjjjjj!

Çarşema Sor li hemi Kurdan pîroz be!

Lotikxane-19/04/07-Çarema Sor di dîroka Kurdan de wek rojek pîroz tê bibîranîn. Bi taybet Kurdên Êzîdî vê rojê wek roja ku Tawizî Melek daketiye ser Laleşa Nûranî û roja ku dinya hatiye avakirin pîroz dikin.

   Ev roj herweha wek roja aştî û lihevhatinê jî tê zanîn. Di vê roja pîroz de dijminatî ciyê xwe dide aştî û lihevhatinê û rûpelek nû di nava Kurdan de vedibe, rûpela aştî, bratî û hevgirtinê.

   Em wek xebatkarên Lotikxanê vê roja pîroz li hemi Kurdan û bi taybet jî li Kurdên Êzîdî pîroz dikin!

Destjêkirin bû mode!

Diyar Baban-19/04/07-Mahabad- Xuyaye piştî ku kevneserokê parlamentoya Iraqê Mahmûd El Meşhedanî zirt li Tirkan kir û got:”Heger hûn têkevin Iraqê emê destê we jêkin”, destjêkirin li dinyayê dibe mode.

   Niha jî Serokkomarê Îranê Mahmûd Ahmedînejadê qamkinik zirtên xwe dike û dibêje:”Kî êrîşê bîne ser me emê destê wan jêkin”.

   Ahmedînejad bi minasebeta roja artêşa xwe de çend zirt û fort kirin û got ku qaşo ew li hemi deverên cîhanê aramî û aştîyê dixwazin, filan û bêvan. Ahmedînejadê ku li Îranê Kurdan îdam dike, wan dixe bîr û zindanan, radibe bêfedî doza aştî û edaletê li dinyayê dike û derewên ji xwe mezintir dike.

   Hey bêbav! Tu ka berê edaletê bide Kurdan û piştre behsa edalet û aramîyê li cîhanê bike kurê min!

Pelûla wan bi serê wan de rijiya

Bêrîvan Al-19/04/07-Amed- Wek hûn zanin, Midurê Ewlekarîya Amedê Gaffar Okan berî çend salan hatibû kujtin û kujtina wî xistibûn stuyê Hizbullahê. Piştî kujtinê çens sûtal û pêxwazên zaro girtibûn û qaşo ew kiribûn qesasê Gaffar Okan. Lê piştî lêkolîna bi salan, dadgeha dewletê giha wê bawerîyê ku ev xortên ku bi navê Hizbullahê hatine girtin ne kesên ku karibin mêran bikujin û bi kêrî pênc qirûşên xerabe nayên.

   Li gor gotinên ku li ser tenûrên kolanên Amedê tên gotin, Gaffar Okan ji alî xelkê ve dihat hezkirin û ji ber vê jî di çavê hinek rêxistinên dewleta kûr de bibû wek pîj û kelemekî.

   Îcar piştî biryara dadgehê, xuyabû ku Gaffar Okan ji alî dewletê ve hatiye kujtin û Hizbullah tenê mahne, derewek virt û vala ye.

   Yaaaaa! Raste ku dewletê Gaffar Okan kujt, lê ka ew mêrê ku rabe hesab ji dewleta virqo bipirse? Rebeno ji kîsî xwe çû allahwekîl! Weleddddddd! 

 

s© lotikxane 20-02-2006