Qewîtîya

             neteweperwerê Kurd      

                                          Vet.Dr.M.Nûrî Dêrsimî

      
Google

Lotikxane 

Arşîv...                info@lotikxane.com....                                            lotikxane@hotmail.com.....

        Metelok: Nanê Tirkan li ser kaba wan e !   

Bêwar Brahîm

Na ji kujtina jinê re

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Ahmed Arif

 

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-XIV

Adil Dûran

Bi keramet

 

Bavê Ronahî

Kartolên ser banê du tebeq

Lezgîn Şêxo

Saeta mêrik

 

Selîm Acar

Muxtira

 

B.X.Sirûcî

Nexweşîya me

Lokman Polat

Evîndara tirsonek

 

Dilsotî

Belê xwişkê

 

                                                                       04 / 05 / 2007   

Wan jî lotikek şût û rût avêt

Rozê-04/05/07-London- Dinya bûye hola lotikavêtinê û heçê radibe li gora xwe lotikekê li derûdora xwe dixe.

   Jin û mêrê Ingilîz Abdrew-Jane Balfour jî ji lotikan kêm neman û wan jî di navenda Londrayê de lotikek şût û rût avêt. Andrew-Jane Balfour jibo pêkanîna nasandina “Organîsazyona Tazîyan” xwe li navenda Londrayê tazî kirin û wêneyên xwe kişandin. Herdu teradînên Xwedê wek aksesuar jî marek qirase li xwe pêçan û dan lotikan.

   Dibêjin wê organîzasyona wan bi navê “Bexçê Bihuştê” bê lidarxistin û ji hawîrdorê cîhanê bi hezaran kes beşdarî vê “Organîsazyona Tazîyan” bibin û têkevin behçê bihuştê.

   Werhasil, em nizanin ev bexçê bihuştê bexçeyekî çawaye, lê xuyaye wê di vî bexçî de bi hezaran jin û mêrên tazî lotikan li hev xin û tirê ji hev berdin. Yanî, wê ev bexçê bihuştê bibe “Bexçê Kerxanê” allahwekîl!

Îcar malik li jin û mêran viritî!

Leyla Barîn-04/05/07-Ewrûpa-Her ku diçe zanyar û pisporên tendirustîyê îcad û afirandinên ecêb dibînin û wan dixin xizmeta mirovan. Niha jî Konseya Lêkolîna Tipê ya Edînbûrghê dermanek dîtine ku jin û mêran har dike û şehweta wan duqat dike.

   Konseya ku bi serokatîya Prof.Robert Mîllar dixebite, hormonek dîtine ku kare şehweta jin û mêr zêdetir bike û ji alîyê din nehêle ku jin qelew jî bibin. Di ceribandinên li ser heywanan hatine çêkirin de derketiye holê ku heywanên ev derman xwarine ji alî seksê ve har bûne lê ji xwarinê jî bi dûr ketine. Yanî, ev derman nahêle ku meriv zêde xwarinê bixwe û herweha şehweta lotikavêtinê jî zêdetir dike.

   Ev hormon bi navê ”Tip 2 Gonadotropîn” hatiye binavkirin û dibêjin wê di nava 10 salên pêşiya me de derkeve piyasê.

   Werhasil, bi namûsa Albert Eînşteîn îcar malik li jin û mêran viritî û hûn sax! Jin û mêrên ku vî dermanî bixwin nema ji ser hev radibin û xelas!

Jinên Flîpînî dan lotikan

Şakirê Karkir-04/05/07-Flîpîn- Jinên Flîpînî bi xîret derketin û serî li himber şîrketa reklaman rakirin.

    Dibêjin di reklaman de hatiye gotin ku ”Şîrê hazir ê zarokan ji şîrê dêya wan çêtire”. Xuyaye ev reklam pir li zora jinên Flîpînî çûye ku rabûne 3 hezar û 600 (3600) jin ev reklam bi ”mijandina zarokên xwe” protesto kirine.

   Werhasil, em zêde dirêj nakin. Jinên Flîpînî bi xîret derketin û lotikek li şîrketa reklaman xistin. Herweha dibêjin UNÎCEFê kampanya ”Zarokan bi şîrê dê bimijînin” destpêkiriye û bi hezaran jin beşdarî vê kampanyê bûne. Berdevkê UNÎCEFê Dale Rutşteîn pêşniyaz dike ku di 6 mehên pêşîn de divê jin zarokên xwe bi şîrê xwe bimijînin û guh nedin reklaman.

   Erê erêêêê! Ev berjewendî û qezenckirina peran çi dike û çi nake! Şîrketên bêbav jibo firotina malê xwe radibin şîrê dê diherimînin û mala xwe dibin mîratê. Heyran şîrê dê, şîrê dê û dîsa şîrê dêêêêêêêêê!

 

 

 

Lotikek li ”Mecca Cola” ket

 

Zinar Qelemşûr-03/05/07-Stenbol- Kuro dîn û îman bi van insanan re nemaye lawo, ya starrrrr! Jibo peran qezenc bikin tu gû namîne go naxwin. Tevfîq Mahlûkîyê Tûnûsî di sala 2002an de li Fransayê şîrketekê bi navê ”Mecca Cola” vedike û dixwaze bibe berberê şîrketên Coka Cola û Pepsîyê.

   Bêbavo navê ”Mecca-Mekke" li colayên xwe dike ku misilman cola ji şîrketa wî biirin û colayên Amerîkîyan nekirin. Îcar radibe dixwaze li Tirkiyê jî ”Mecca Cola” têxe bazara kirîn û firotinê. Lê xuyaye navê ”Mecca-Mekke) bala rayedar û dezgehên Tirk kişandiye ku destûr nedane ku Mecca Cola li Tirkiyê bê firotin.

   Rayedarên dezgehên Tirk dibêjin:”Ev îstîsmara dîn e”.

   Îcar hûn zanin slogana Mecca Cola çiye? ”Bi ehmeqî venexwe, jibo doza xwe vexwe!” Yanî, ”Ehmeq nebin û colayên Amerîkîyan venexwin, biaqil bin û colayên misilmanan vexwin”

   Ê hey ker kurê kerê! Ma Coca Cola ne îcada Amerîkîyan e? Tu radibi îcada Amerîkîyan didizî, navekî sexte lêdiki û piştre jî dibêji:” ”Bi ehmeqî venexwe, jibo doza xwe vexwe!”  Lawo ev Ereb çi zanin îslamê jibo berjewendîya xwe bikarbînin ya starrrrrrr! Kuro bi Xwedê aferîn ji we re û hew........

Lotikek li der qûna wî ket

Ehmed Beyan-02/05/07-Enqere- Hûn zanin, tu kes wek van “Komunîst” û “Sosyaldemokratên” Tirk qûnde û durû tunene. Bi navê çepîtîyê wek marê reş bi meriv vedidin. Ji xwe partîya CHP û serokê wê Denîz Baykal? Bi namûs ji mar û dûpişkan xerabtire! Kûçikbavo tu dibê qey ji pozê Atatirk ketiye.

   Werhasil, piştî ku Denîz Baykal hilbijartina meclîsa Tirkiyê ya jibo serokkomarîyê protesto kir û mesele bir Dadgeha Makzagonê, îcar gotibû ku,”Heger dadgeh biryarekê li dijî hilbijartinê nede wê kaos derkeve û Tirkiye serûbinê hev bibe”. 

   Xuyaye dadgeh ji van gotinên qûnekê Baykal tirsiyaye ku rabûye bi ya wî kiriye û hilbijartina meclîsê qebûl nekiriye. A qebûlkirinê qebûl nekiriye, lê îcar rabûye di derheqê Baykal de lêpirsîn daye destpêkirin ku xwedêgiravî gotinên Baykal xelkê teşwîqî nefret û neyartîyê dike.

   Neyse, ji xeynî dadgehê hinek parêzer û dezgehên sivîl jî lotikek li Baykal dane û gilîyê wî kirine. Yanî, Baykal bûye wek goka nav lingên lîztikvanên fûtbolê. Heger hûn a rastî bixwazin, Baykal efendî ji zûde lotik û pehîn heq kiribûn. Segbavo ne wek marekî reş, lê wek marê kobra êrîşî xelkê dike kuro, wîî!

 

Li Tirkiyê modeya “Seksî DJ” destpêkir

 

Dilcan Îzol-01/05/07-Antalya- Ji xwe ji berê de namûs bi Tirkan re kêm bû. Lê piştî ku Nataşayên Rûs qefle bi qefle hatin Tirkiyê û wek mêşên hingiv bajarên wan dagîr kirin, namûsa ku mabû jî li ber avê çû û yekcar bênamûs bûn. Êdî dîsko û lotikxanên wan bûne wek kerxane û garana serberdayî. Ji xwe li bajarên wek Antalya, Bodrûm û wekî din, êdî kesek çerxîyekî bi namûsê nade. Hema kê kê girt, kê li kê rast kir wek ava zemzem helal û serbest e.

   Werhasil, li dîskotekek ji yên Antalyê DJ a Rûs Malîka tirê ji Tirkan berdide û ha ha derpî û binkirasan ji wan dadixe kabokê. DJ a ku wek “Seksî DJ” hatiye naskirin, di her şevê de lotik û zîtirkan davêje û xort û keçên Tirkan beravêtî dike.

   Werhasil, helbet xort û keçên me Kurdan jî di van mekanên bênamûsîyê de xwe winda dikin. Lê xort û keçên me ji ber ên Tirkan ve wek horî û melayîketane allahwekîl! Erê çend libek dikevin ber bayê lotik û zîtirkan, lê Xwedê mala vê asîîlasyonê bişewitîne, evî zîmanê “Şildim bildim” hiştiye ku Kurdayetî bi wan re nemîne.

   Ax gidîîîîîîî bê vê bratîya Kurd û Tirkan çi anî serê me, wax liminnnnnn! Ne li vê bratîyê be û ne li vê gûxwarina “Şildim bildimê” be û hew!

Tehba pîrê çû bertelef

Ehmedê Serraf-01/05/07- Hûn zanin bê nezanî û xeşîmî çiqasî xerabe ne wilo? Belê! De ji xwe re li me û li halê xaltîka me Fadîme Akkoyûn binerin.

   Xaltîka Fadîme tam 40 salî şîrê çêlekên xwe difroşe û perên xwe dide ser hev û di ciyekî xewle de vedişêre. Ji ber ku xaltîka Fadîme bi xwendin û nivîsandinê nizane, haya wê ji bayê felekê tuneye û nizane çi dibe çi diqewime. Ji wê weye ku hema ew perên wê wê her di ciyê xwe de bimînin û heta bi heta qîmetê xwe winda nekin. Îcar niha xaltîka Fadîme xwestiye perê xwe serf bike û ji xwe re pê xanî yan zevîyekê bikire. Lê gava diçe bankê, xwêsîya wê di qirika wê de dimîne, kelegirî dibe û polî poşman li gundê xwe vedigere. Çima hûn zanin?

   Ew pere ji piyasê rabûne û qîmetê xwe winda kirine. Dibêjin heger di dema xwe de bihatana bikaranîn wê qîmetê wan niha 300 milyarê Tirkî ba.

   Werhasil, xaltîka Fadîme pere di qul û kewaran de veşartin, veşartin, veşartin heta go tir ji wan berda û xêr di wan de nehişt. Şîrê çêlekên wê jî badilhewa çû û pere jî. Wey weledddddddd xaltîka Fadîme wey weledddddd! Xwedê sebrê bide te rebbî!

 

Zewac jinê qelew dike

 

Leyla Barîn-30/04/07- Li gora lêkolînekê zewac jinê qelew dike û ji qilafetê xwe derdixe. Li gora lêkolîna ku di kovara Complete Nutrîton de hatiye weşandin, bi zewacê re şêweyên xwarinê tên guhertin û di vê guhertinê de jin zêdetir xwarinê dixwin.

   Di encama lêkolîna, ku li ser 20 jin û mêrên zewicî yên Amerîkî de hatiye kirin, de derketiye holê ku piştî zewacê xwarinên malê zêdetir tên xwarin û piranîya van xwarinan jî bi rûn û tewaş in. Ev jî dibe sedema qelewbûna jinê. Nexasim gava jin zarokan tîne, zêdetir di malê de dimîne, bi zarokan dadikeve û bi xwarinxwarinê wextê xwe derbas dike.

   Werhasil, tembîya min li jinên Kurd ev e ku hay ji xwe û bê bêxwedîka qelewbûnê hebin. Hay ji xwe hebin ku hem hûn zû nemrin û hem jî hûn li ber çavê zilamê xwe reş nebin. Hûn zanin, gava zilamên me li bajêr çav li keç û jinên tenik, zirav, rût û tazî dikevin, gêjo-mêjo dibin û gava tên malê li jinên xwe yên wek bermîlan dikevin, dilê wan dixele û di nava nivînê de jî wan jinên ziravok tînin ber çavê xwe.

   Werhasil, ji me gotin û li we kirin! Hûn qelew dibin nabin bi tehtilerda we kiriye û hûn sax!

 

Jinên dewlemend zarokên xwe zêdetir şîr didin

 

Binevş Agirî-29/04/07-Swêd- Li gor lêkolîna ku bi rêberîya Midurîyeta Sosyal û Tendirustîya Swêdê ji alî Zanîngehên Falûn, Dalarna û Uppsalayê ve hatiye kirin, derketiye holê ku jinên halxweş û dewlemend zarokên xwe zêdetir şîr didin.

   Lêkolîna ku bi 37 hezar jinan re hatiye kirin, derxistiye holê ku di mijandina zarokan de bandora aborîyê û rewşa malbatê jî rolekê dilîze û li gora malbatên feqîr malbatên halxweş zarokên xwe zêdetir bi şîrê pêsîrê dimijînin. Di vê derbarê de Dr.Renee Flackîng dibêje:”Di navbera malbatên halxweş û halnexweş de û herweha di navbera jinên xwende û nexwende de ferqek mezin heye û ev ferq di mijandina zarokê de jî dixuye. Jinên ku aborîya wê baş e, ji jinên din zêdetir giringîyê didin şîrê dê û zarokên xwe bi şîrê pêsîrê dimijînin” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, şîrê pêsîra dê ji şîrê mîh û çêlekan gellekî bi fêdetir û baştire. Hûn bi ya min dikin; perê we hebin yan tunebin, pêsîra xwe têxin devê zarokê. Heger şîr di  pêsîra we de hebe ji xwe wê zarok lotik û pehînan navêje we. Na heger şîrê we tunebe ji xwe wê zarok bike qarewar û serê we bêşîne û hûn sax! Yan jî, bûkek lastîkî deynin ber zarokê û jê xelas bin, tevdîrrrrrrrr!

 

Qûndeyê qûnekek ji xwe re dît

 

Zinar Qelemşûr-28/04/07-Stenbol- Nîşan û sembola Tirkan Bulent Ersoyê qûnde û dengxweş xortê bi navê Armagan Uzun xist xefka xwe û nêta wê heye mehra îmamê çaroxî bavêje ser wî.

   Armagan Uzun di pêşbirka Alaturka Popstar de bibû favorîyê Bulent xanima nêrûmêk û Bulent xanimê jî di her wesîlê de pûanên baş didane wî. Piştre derket holê ku Bulent Ersoyê ku xiyarê xwe jêkir û bacanek bi xwe vekir, çavê xwe berdaye Armagan Uzun û di navbera wan de çîrokên lotik û zîtirkan derbas dibin.

   Werhasil, niha tê gotin ku ewê li bajarê Bodrûmê mehra îmamê çaroxî bavêjin ser hev û hevdu bidin ber lotik û pehînên qantirkî. Yanî, qûndeya Bulent Ersoy qûnekek ji xwe re dît û heta niha kes nizane bê wê kî di kê de bibe wesselam!

   Aha ev herdu qûnek sembola Tirkane ha! Îcar hesab û kîtab li cem we.......

Di 75 salîya xwe de ket bin lotikên yekî 25 salî

Rozê-28/04/07-London- Angela McKîmm a 75 salî di serdana xwe ya Gambîya de lotikvanê 25 salî Tosin nasdike û bi heft dilan dil dikeve wî. Tosinê reben jî qey dixwaze ji Gambîya, ji feqîrî û birçîbûnê bireve û bi xêra vê lotikvana 75 salî jîyanek baştir bijî.

   Werhasil, lotikvana 75 salî McKîmm Tosinkê 25 salî anî Brîtanyê û dest bi lotikên şevê kirin. Li ser bextê xelkê be, dibêjin hîrehîr û zirtevirta wan di ezmanê heftan re derdikeve û cîranên wan nema karin ji qerebalixa wan razên.

   Werhasilî kelam, ev dinya çerqo-berqo bûye. Kesên ciwan bi yextiyaran re dizewicin û kesên yextiyar jî ciwangeyên pozmezin bera ser xwe didin. Ma îcar ev ne ecêb e? Waweylêêêêê!

 

Bû ya herî seksî

 

Şemal Amedî-27/04/07-Hollywood- Lîztikvan û lotikvana agirpêketî, bedewa qamkinik Drew Barrymore (32) ji alî kovara "People" ve wek jina herî seksî û jina herî germ hat hilbijartin. Li gora ankêta ku ji alî xwendevanên kovarê ve hatiye çêkirin, Drew Barrymore ji nav 100 jinên bedew yekemîn hatiye hilbijartin û tir ji Scarlet Johanson û Angelîna Jolîe berdaye.

   Li ser vê, Lotikxanê jî ankêtek li ser van jinên lotikvan çêkir. Lê xwendevanên me wek xwendevanên xelkê zû bi zû biryara xwe nadin. Xwendevanên me dibêjin:"Na baba na, heta em li tama van jinan nenerin, heta em wan nequlpînin vî alî û wî alî, heta em derbên lotikên wan nebînin, em nikarin biryara xwe bidin". Werhasil, xwendevanên me îş û tama devê xwe zanin allahwekîl! Wek xwendevanên xelkê çavgirtî lotikan navêjin. Emê jibo xatirê xwendevanên xwe ji van jinên Hollywoodê rice û tika bikin ku çend lotikên rasteqîn li xwendevanên me xin da ku kurmê wan bişkê û hûn sax!

 

Kurmê darê ji darê ye, wey tifûûûûûûû!

Mihemed Soran-04/05/07-Silêmanî-Dibêjin 14 terorîstên ji Grûba Dewleta Îslamîya Iraqê ku girêdayî El Qaîdeyê ye, ji aliyê hêzên asayişa Kurdistana azad ve hatine girtin. Wan plan kiriye ku bi balafirek biçûk Silêmaniyê û derûdora wê kîmyabaran bikin û çend kiryarên terorîstî yên din li Silêmanî û derdora wê pêk bînin.

    Piştî lekolînên Asayişa Silêmanîyê, bi alikariya Dezgeha Dijî-Terorê  ya navçeyên Şarezor û Germiyanê, ev 14 qûnekên bêbav di operasyonekê de hatine girtin. Tiştê ecêb çiye hûn zanin? Ev her 14 qûnek hemi jî Kurd in! Yanî kurmê dara xwe ne.

   Îcar hêvîya me ji Dezgeha Dijî Terorê ya Kurdistanê ev e ku çend xiyar û qiraseyên mezin têxin van şîrheraman heta ku bibeicin û bi cehnemê şa bibin. Yan na, ji kerema xwe wan radestî Lotikxanê bikin. Îcar em çi tînin serê wan em û wîjdanê xwe. Baş nîye kaka!?

Lotikek ji Keskîn xanimê

Rojda Aydin- 04/05/07-Stenbol-Daxuyanîya Serekerkanîya Artêşa Tirk gellek dezgehên çep û sazîyên mirovparêz rakirin ser tapanan û rê ji lotikan re vekir.

   Li Stenbolê ÎHD,MAZLÛMDER, DÎSK û gellek sazîyên demokratîk nameyek ji Serokwezîr Erdogan re nivîsandin û doza jikaravêtina Serekerkanê Artêşa Tirk Yaşar Buyukanit kirin. Li ser navê sazî û dezgehên beşdar Av.Eren Keskîn daxuyanîyek xwend û gellek tişt anîn zimên.

   Eren Keskîn di daxuyanîyê de got ku, „Buyukanit di pêşîya demokrasîya Tiriyê de astenga herî ezin e. Divê Serokwezîr Erdogan cesareta ku li dijî mafparêzan nîşan dide li dijî Yaşar Buyukanit jî nîşan bide û lotikekê lêxe“ filan û bêvan. Eren Keskîn bi berdewamî gazind ji Yaşar Buyukanit û kiryarên wî kir û îmana wî teneke kir.

   Werhasil, Eren xanimê qenc û xweş kir, rûyê Yaşarko reş kir û dilê lotikvanan jî geş kir.Wey aferîn Eren xanim!

 

Berxwedana Kurdên Swêd

 

 Aran Perînas-04/05/07-Swêd-Nêzî du heftane ez  gelek sûret û şanoya ku li komela Kurd dibe dişopînim.

Sebeba şopandinê, hevalên kû bi berxwedan greva birçîbûne didomînin,  xebatên wan ên çandî digihê  milletê Kurd. Ev şoreşek gelek pîroz e.

Pankarta ku li cama derî ve ye, gelek balê dikşîne ser xwe.

Gelek Swêdî disekinin û dixwînin.

- Hmm, niha ev însan di grevê dene!  (li gor wî) niha bi Xwedê bêhna wan jî tenge, de bise ezê pirsekê ji wan bikim. Merak dikim gidîîîî.

   Tê ber derî li hundir temaşe dike. Dinere ku gelek kes bi cilên spî di grevê de ne, naxwaze ji wan pirs bike.

Dûvre  dibêje neyse, bi riya xwe de dimeşe.

Eynî kes piştî rojekê bi mekîna xweyî sûretan bi şiklekî rehet, tê hundir dest bi hevpeyivînê dike. Ti nabê rojnamevan e.

   Neyse, berî çend rojan şanoyek gelek xweş û balkêş li komela Kurd hat listîn. Di şanoyê de nêzî 8 kesan rol girtin, birastî performansek gelek bilind hat nîşandan.

   Naveroka şanoyê li ser jîyana Swêd, problemên civakî û ser problemên malbatî hatibû amedekirin. Di nava şanoyê de gelek mizah hebû ku ez dixwazim win lê temaşe bikin. Beşek herî xweş min hazir kiriye, bibînin. Di You Tube´ de bela bûye, armanca min ew bû ku  mirovên di birçîbûnê de xuya bikin û hinek jî pê şa bibin.. www.youtube.com/watch?v=9Su_w5_mIFs

Adresa jorîn bitikînin

 

 

 

 

70 sûlala mêrik Tirk e, wey bavoo!

 

A.A.Dîlan-03/06/07-Enqere- Piştî namzetîya serokkomarîya Abdullah Gul, gellek êrîş haribûn ser wî û Serekerkanîya Artêşa Tirk jî di daxuyanîya xwe de gotibû:”Heçê nebêje ”ez bextewarim ku ez Tirk im” ” mafê jiyanê jêre tune”,

   îcar Abdullah Gul jî di televizyona TRT de bersiva rojnamevanekî dide û dibêje:”Ne 7 lê 70 sûlala min Tirk e”. Yanî, mêrik dixwaze xwe li ber dilê serekerkanîyê şêrîn bike û bîje:”Binerin ez ji esl û peslê xwe ve Tirkim haaa!” û lotikekê bavêje.

    Îcar bi namûs, hûn niha herin ji Gul re bêjin:”Kuro Evdo, de ka navê 5 bavikên xwe bihejmêre” wê xwêsîya wî di qirka wî de bimîne û wek mirşka ku liba genim di qirikê de mabe bike vitvit.

   Werhasil, lawo Evdo! Şar dûre ma mişar jî dûr e malxirab? Dev ji 70 sûlalên xwe berde, de ka hema navê pênc bavikên xwe bihejmêre? Ê de haaaa!

 

Tatlises dev ji xwe bernade,

Niha jî dora Ayşo xanim e

 

 

Aran Perînas-02/05/07-Swêd-Tatlises bûye bavê fitne û fesadîyê, di programên xwe de wek pîrekan derdikeve û hema lotikan li xelkê dixê.

Dev ji xwe bernade. Programa ku çêdike hema bêje hemû bi magazîn û reklaman derbas dibe. Çepikên temaşevanan nasekine,  Îbo wê bêje „rezîîl olduk“ wê rabin ser lingan û de heydê werin çepikan.

Çepikên wan hazirin û li benda dîrektîvê ne.

Tabi rezîl oldun yaw, ne stran ne tiştek! Hema behsa xwe dike ku çiqas biaqile.

   Werhasil, ev lotika dawî ku li Ayşe Baceoglu xist birastî wê li bin guhê erdê xist.

 De fermo li sîyaseta Îbo binerin, de bûyrin:

Îbo: Ezê hercar ji vê hurmetê re hurmetkar bim, lê belê ez niha bi yekê din re dîmînim, lê dîsa jî xwedê zane!

    Lê binere lo, hem wê ya malê îdare bike, û hem rê li Ayşê nagre. Wek rezerv jî Ayşê dihilîne.

Willeh bûye nêrî, bi telaq evê Rihayî felek û dewran li keçikên Tirkan gerandîye… Tiştek nemayî anîye serê wan û heyfa xwe ji wan dihilîne.

    Lê belê nema deng ji Sibel Gokce´ tê. Xuyaye Îbo hinekî ew tevizandîye û pêre çend lotikên bêîman avêtine. Encex wilo hişê wê bê serê wê.

Karê Îbo wilo ye, li hesabê wî neyê, bi vî şiklî dike.

 

Mehmetçîkan 5 gol xistin xwe!

 

Serdar Mirad-01/05/07-Amed- Berî bi çend rojan Mehmetçîkên qûnbicilikên Tirk dozê li xortên Amedî dikin ku bi wan re bi gokê (topê) bilîzin. Xortên me jî ji kîna dilê xwe be jî daxwaza wan qebûl dikin û xwe amadeyî lîztikê dikin.

   Werhasil, roj tê û herdu alî, xortên Amedî û eskerên qûnbicilik tên beramberî hev û dest bi lotikan dikin. Neyse, wirde wêde, yek ji vir û yek ji wir, xortên me tam 5 golan dixin Mehmetçîên Tirk û namûsa wan tînin pênc qirûşên xerabe. Helbet xortên me jî xiyarekî Mehmetçîkan dixin xwe lê 5 li ku û 1 li ku?

   Werhasil, xortên me yên Amedî qûnê li Mehmetçîkan diçirînin û dûmanê bi ser wan dixin allahwekîl! Yanî, anli şanli Turk Mehmetçîxî li Amedê qûnek bû û hûn sax!

Serxweş bûn û lotikek li jina sûbayê xwe xistin

Dûrmûş Eşşekbaşi-01/05/07-Çanakkale- Em zêde dirêj nakin û serê we naêşînin.Li bajarê Çanakkalê pênc eskerên qûnbicilik derdikevin nava bajêr da ku bêhna xwe derxin. Li wir dest bi  vexwarina araqê dikin û dibin wek leylanê.

   Werhasil, eskerên serxweş bi rê de rastî jinikek xweşik tên û hema bi lez çentê wê ji destê wê direvînin. Eskerên serxweş ji alî derûdorê ve tên girtin. Piştre derdikeve holê ku ew jin jina sûbayê wan e. Radibin eskerên bi navê H.A.K, E.Ç, E.S, T.Ç û F.K dixin nezaretê û lotikekê li wan dixin.

   Radibin ji sûbayê wan K.S dipirsin:”Eskerên te çentê jina re revandin.Gelo wê çi bê serê wan eskeran?” Ew jî radibe dibeşhişe û dibêje:”Hêççççç! Ezê anya wan maçî kim. Ma go her pêncan bazdabana ser jina min minê çi gû bixwara? Bi telaq wê namûs biba bexdûnis!” û destê xwe xist destê jina xwe.

   Werhasil, xanima sûbay ji pênc qeraseyan xelas bû û hûn sax! Yan na bi telaqê bê fitû wê doxîn lê çirvirandibana loooo......

Batmansporê qûn li Tirkan qetand!

Şahbedînê Batmanî-01/05/07-Batman- Wê rojê Batmanspor û Osmanîyespor hatin himberî hev û hevdu dan ber lotikên alamanî. Osmanîyespora ku di lîga sêyem de di asta ketinê de bû, ket ber lotik û pehînên Batmansporê û bû çirçira qûna wan. Di vê lîztikê de Batmanspora me sê golên qirase xistin Osmanîyespora Tirkan û golek Tirkan jî xistin xwe. Li ser bextê hakimê sporê be, dibêjin heta lîztikvanên Osmanîyesporê li teqsî û otobûsan siwar bûne jî tir û fis kirine û bêhna tir û fisên wan wek dûmana petrola Batmanê i ser bajêr ketiye. De herê Batmanspor herêêêêêêêêê! Bajon qurbannnnn! 

 

 

Çima Kurd ji Kurdistanê direvin?

 

Cemîl Cewher-30/04/07-Hewlêr- Dibêjin “Dengê defê ji dûr ve xweş tê”. Yan jî “Heçê ne li malekê nizane bi hewalekê”. Îcar ev jî mesela me û Kurdekanên başûr e. Helbet kêfa meriv tê ku parçekî welatê me azad dibe û Kur dikevin nava xweşî û rihetîyê. Lê di binê meselê de tiştekî veşartî jî heye ku gellek caran haya kesî jê çênabe. Meselen reva ji Kurdistanê!

   Wek hûn dixwînin, gellek caran di sînorên bakur û başûr de bi sedema terkkirina Kurdistanê û çûna Ewrûpayê bi sedan xortên Kurd tên girtin. Ev jî nebes bû, îcar niha jî mesela UN û Sûriyê derketiye.

   Dibêjin jibo herin Ewrûpa û Amerîkayê, gellek Kurdên başûr (hetta endamên partîyan û fermanberên ku ji hikûmetê peran distînin jî) bi hinceta nexweşî û serdana textoran, bi qaçaxî yan fermî derbasî Sûriyê dibin, navên xwe li cem UN ê dinivîsin û dikevin dora çûna welatên rojava. Li ser bextê fesad û ewanên ser tenûrên Hewlêrê be, dibêjin li ser vê sosreta ecêb, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê xalên kontrolê danîne ser sînorên Sûriyê lê ji ber dijderketina Amerîkayê ew xal hatine rakirin. Herweha tê gotin ku hikûmeta Kurdistanê biryarek veşartî derxistiye ku her kesê biçe Sûriyê, wê ji kar bê avêtin û lotikek lêkeve.

   Ji ber ku hemi xelkê Kurdistanê bi peran fermanber e (wezîfedar) û peran ji hikûmetê werdigrin, vê biryarê ew çavtirsandî kirine û çûna Sûriyê kêmtir bûye.

   Werhasil, meriv meraq dike: Gelo çima Kurdekan dixwazin terka welatê xwe bikin? Kurdistana ku xewn û xeyala wan bû, bi xwîna sedhezaran şehîd hatiye avdan, çima li ber çavê wan reş dibe? Yan gîhayê hewşê tehl e? Werhasil, Xwedê kesî şaş neke û hew!

Hem diz in hem bertîlxwir in

Silêmanê Keleş-29/04/07-Nisêbîn- Bawerkin di her dizî, zinêkarî û bertîlxwarinê de tiliya esker û polîsên Tirk heye. Ji xwe tiliya wan di meseleyê de tunebe kes nikare tiştekî bike.

   Werhasil, li Nisêbînê 32 kes ji ber qaşaxî û bertîlxwarinê hatin girtin. Di nava wan de esker û polîs jî hene, hem jî pir in. Bi taybet di çûn û hatina Sûrî de bêyî bertîlxwarina esker û polîsan kes nikare tiştekî derbasî herdu alîyan bike.

   Neyse, dibêjin Nisêbînîyên me niha ketine helakê û dibêjin:”Errreekkkkkk! Îcar emê çawa qaçaxê bikin lawo? Bi telaq em man birçî!” û dikin wax wax. Lê li ser bextê Şemoyê Mitirb be, dibêjin yekî ji yekî din re gotiye:”Ohoooo, kuro ji xwe ev esker û polîsên qûnbicilik bi kêrî pênc qirûşan nedihatin. Bi namûs îcar emê komser û sûbayan jî hînî bertîlê bikin, wey! Ma Nisêbînî û nikaribin Tirkan hînî bertîlê bikin?” û ji niha de ketine kemîna dîtina komser û sûbayên bertîlxwir.

   De Xwedê alîkarê qaçaxçîyên Nisêbîne be rebbî!

 

Xwezî Selaheddîn Eyyûbî jî wek te bifikirya!

 

Şîndar Berwarî-28/04/07-Hewlêr- Xuyaye alim û dîndarên me jî hêdî hêdî xwe nasdikin û tê digihên ku ji bilî Kurdan herkes dînê xwe jibo berjewendîya netewa xwe bikar tîne. (Hinekan ji wan fêhm kirine lê mixabin gellek jî hîna hestîalêsên devê deryê xelkê ne).

    Werhasil, dibêjin Wezîrê Diyaneta Herêma Kurdistanê Şêx Mihemed Şakelî, jibo stratejîya nû ya diyaneta Kurdistanê serdana herêma Behdînanê kiriye. Li wir bi zanayên dînî, şagirtên medresê û rêveberên diyanetê re civîn lidarxistiye gotûbêja arîşeyên dînî kiriye. Piştre diçe Dihokê û bi sazî û desgehên herêê re dicive.

   Dibêjin di hemi civînan de Şêx Mihemed Şakelî behsa “gelê Kurd wek her gelê misilmanên din, mafê xwe heye bi riya dînê pîroz xizmeta arîşeyên xwe yên netewî bike û bigihê armanc û hêvîyên xwe” kiriye. Yanî, dixwaze bêje ku “Her millet dînê xwe jibo berjewendîya xwe ya netewî bikartîne, lê em Kurd tenê dînê xwe di xizmeta xelkê de bikartînin û divê em dev ji vê bêaqilîyê berdin” filan û bêvan.

   Wey rehma Xwedê li dê û bavê te be Şêxê min! Xwezî Selaheddînê Eyyûbî jî di dema xwe de wek te bifikiriya û hew! Heger Selaheddîn Eyyûbî wek te bifikiriya, niha emê nebûna kole û stuxwarên Tirk, Ereb û Ecemên qûnreş kaka! Ax gidîîîîîîîîîî!

 Sermezin ketin kemînê

Av.A.Dîlan-28/04/07-Enqere- Gav bi gav cîh li hikûmeta Erdogan teng dibe û ji çar alî de êrîş tên ser partîya wî. Di dengdana parlamentoyê de Abdullah Gul jibo serokkomarîyê xwe negihand hejmara 368 an û di gera yekem de biserneket. AKP di parlaentoyê de hêza herî mezin û xwedî deng e. Partiyên ixalefet dengdan protesto kirin û neketin meclîsê. CHP a nîjadperest mesela hilbijartina serokkomarî û hejmara 368 bir Dadgeha Makzagonê da ku rê li ber hilbijartinê bigrin.

   Zêdebûna ser kezebê ew bû ku Serekerkanîya Artêşa Tirk bi daxuyanîyek lezûbez lotikek li AKP xist û da zanîn ku ew jî naxwazin  yekî dîndar bibe serokkomar. Serekerkanîya Artêşa Tirk di daxuyanîya xwe de bêdengîya xwe çirand û bal kişand ser pirsgirk û tehlûkeya hêzêpn îslamî û pirsgirêka Kurd. Segbavan di daxuyanîya xwe de çîrokên berê gotin û dîsa dan zanîn ku „Ewê dev ji riya kerxana Selanîkê bernedin û heçê ku xwe Tirk nebîne ewê wek dijmin bê hesibandin“ Werhasil, Tirkiye ketiye nav krîzek mezin.

    Hinek derûdor dibêjin ku „“Eskeran ji zûde derbeya eskerî nekirine û bêriya lotikên eskerî kirine“..  Di vê dema zîz de daxuyanîya eskerên virqo bû wek îsot û xwê û ket can û bedena insanên Tirkiyê. Niha herkes di wê tirsê de ye ku sibehekê bi dengê potîn û singûyên eskeran veciniqin.

   Ji Kurdan re her ne xêr e, hema di ku re zirav bû bila di wir re biqete û hûn sax!

 

Perwerdeya Kurdistanê lotikek din li Kurmancan da!

 

Binav Sind-27/04/07-Duhok-Di malpera (Efrin.net) de, nûçeyek

balkêş li ser qutabxaneya Elmanên li Duhokê hatiye weşandin.

Ez li vir dixwazim hinekî din lotika cenabê wezîr bidim ronkirin.

   Kekê nivîskar dibêje; "Ji nişka ve wezîrê perwerdeyê

projeya vê xwendingehê red kir!!". Yaooooo bi xudê vî wezîrî

xwîna me Badînan zuha kir û em nikarin biaxivin. Cara pêşiyê

wêneyên bavê me yêkal ji xwendingehan rakirin, piştre

kurmancî qedexe kir, piştre pirtûkên me sotin û gelek

lotikên din li me xistin ku em naxwazin li vir bibêjin".

   Bawer bikin mamostayekî Kurmanc ji min re got; "Em newêrin ji xwendekarên xwe re bibêjin 'spêde baş' em dibêjin 'beyanî baş' çunkî em ditirsin. Cenabê wezîr wê lotikekê li me xîne û me ji kar derxîne!!!".

   Birastî me jî  hal nema, em hewara xwe digihînin

LOTIKXANê ku çareyekê ji halê me Kurmancan re bibîne.

çunkî em her xwe bêdeng dikin û em dibêjin bela fitne

çênebe, bela kes nebêje Kurmanc serreqin. Lê mixabin birayê me

yê wezîr her ku diçe lotikên dijwartir li me dixe.

   Yaooo bi xwedê ev lotikên neheqiyê ne. Ma ne wusa ne?

 

Astronotê Lotikxanê berê xwe da dinya nuh

 

Sofî Xelef-26/04/07-Lotikxane- Li ser bext û namûsa astronomên Ewrûpî be, dibêjin astronoman bi alîkarîya teleskopên nûjen, li rasatxaneya Şîlî ya bi navê “La Sîlla” dinyayek nuh keşif kirine û bawer dikin ku wê li wê planeta nuh jiyan jî hebe.

   Li gora gotarek ku di kovara “Astronomy and Astrophysîcs” de hatiye weşandin, tê gotin ku ew planeta nuh ji dinyê 20.5 salên şewqê dûre û di wê planetê de gazên wek oksîjen û karbondîoksîtê hene. Herweha dibêjin germîya ser planetê di navbera 0-40 derece ye û ev jî hêvîyê dide ku wê li ser vê planeta nuh av hebe. Ji xwe ciyê ku av û oksîjen lê hebe tê mana ku wê jiyan jî lê bibe.

   Werhasil, em serê we neêşînin. Li ser vê xebera ecêb, rabû em bi astronom, remildar û sêhrbazên Lotikxanê şêwirîn û me biryar da ku em astronomê xwe “Astronom Mistoyê Zikmezin” bişînin ser vê planeta nuh û rastîyê bi çavê xwe bibînin. Wele bi serê we, rabû me kera Mistoyê Zikmezin xemiland, xurçika wî tije nan û mewîj kir, me nexşewa dinya nuh xist paxila wî û me berê wî da ezmên.

   Werhasilî kelam, Mistoyê me niha bi rê de ye. Heger êmê kera wî neqede, ava wî neçike û nan û mewîjên wî xelas nebin, bi xêr wê di nava 24 salan de bigihê armanca xwe. Na heger ker seqet bû û Mistoyê me bi rê de ma, ji xwe emê fatîhayekê li ser can û cesedê wî bixwînin û hûn sax!

   Li bendî Astronomê me Mistoyê Zikmezin bin, bi xêr û selamet 24 salên din bi îspat û delîlan vedigere Lotikxanê!

Ibin şermota da zîtirkan

Abdullah Ibin Abdullah el Lotik-26/04/07-Konya- Dêqehp û Erebê bêderpî, Serokê Komela Dostanî û Piştgirîya Iraq-Tirkiye Ayad Alam El Samarraî li bajarê konyê bi serokê eşîra El Zeyd Cuwat Kazim El Zeydî re civînek lotikvanî lidarxist û zimandirêjîya Serok Barzanî kir.

   El Samarraîyê qûnek kêfa Tirkan anî û di civînê de bi bêedebî got:”Bila Barzanî nankorîyê neke, hedê xwe bizanibe û bela xwe li Tirkiyê nede. Kerkûk ne ya Barzanî ye. Kerkûk a Iraqê ye û bajarê brayên me yên Tirk e. Em naxwazin Kerkûk teslîmî Barzanî û çeteya wî bibe” filan û jehr û ziqûm! Kurê dêlê Samarraî piştre got:” Bila Barzanî ehmeqîyan neke. Ez dibêjim bila Barzanî aqilê xwe bide serê xwe. Ez piştgirîya artêşa Tirk dikim ku bê û li dijî Barzanî û çeteyên wî şer bike” û gûyekî mezin xwar.

   Werhasil, xuyaye helwest û Kurdewarîya Serok Barzanî hevqasî Tirk û Erebên qûnek dêşîne ku mêrikan di her wesîlê de zimandirêjîya wî dikin. Lê bê fêdeye. Carekê tîr ji kevên derketiye û li ser dil û kezeba van kûçikbavan sekinîye. Heta tîra di dilê xwe de derxin îcar wê rim di wan de rabe. Lê rim wek tîrê zûbizû nayê derxistin, derkeve jî wê şûna brîna wê derman nebe.

   Ê ma ne kerooooo, ka go me te di newalek ji newalên çiyayên Kurdistanê de zeft bikira, ax gidîîîîîî bê meyê çi sing têxistina te!

 

Jin ji mêran zûtir serxweş dibin

 

Leyla Barîn-26/04/07- Li gora lêkolîna ku li Rûsyê hatiye çêkirin, jin ji mêran zûtir serxweş dibin. Lêkolîna ku li ser 24 jin û 78 zilamên alkolîk hatiye kirin, derxist holê ku di vexwarina alkolê de jin zûtir serxweş dibin û wek mirîşkên bi êşêketî tê serê wan.

   Di lêkolînê de derketiye holê ku zilam jî gava zêde vedixwin, wek dîkên fisek tê serê wan lê ji jinan bêhtir karin xwe li ser lingan bigrin.

   Ji Navenda Lêkolînên Navnetewî ya Baltîmoreya Eyaleta Marylanê Dr. Barbara Flannery vê sedemê bi “Di laşê jinan de av kêmtire” girêdide û dibêje:”Ava di bedena jinê de ji ya zilaman kêmtire. Ji ber vê jî alkol zûtir bandora xwe li bedenê dike û dihêle ku jin wek mirîşka serîjêkirî li dora xwe bizîzikin” filan û bêvan.

   Werhasil, şikir ji Xwedê re ku jinên me Kurdan zêde alkolê venaxwin. Îcar heyran jinikno, hay ji vexwarina alkolê hebin heyran. Yan na, bi namûs bawerî bi van zilaman nayê, wê bi mahna alkolê lingê we bişemitînin haaaaa! Yan çayê vexwin yan qehwê, okey!

 

Tirs mêrga rovî ye

 

Farûqê Devliken-26/04/07-Mêrdîn-Bi telaqê Mahmûdsorê, li cem min wek Tayîp Erdogan fisek cemidî bike!

Bi telaqê Sînê Keleşo, li cem min wek Tayîp Erdogan bin xwe edem bike!

Bi telaqê Xelefê Mûsîkî, li cem min wek Tayîp Erdogan li kerê keve!

Bi telaqê Evdîkê Hemo, li cem min wek Tayîp Erdogan bi nav destên xwe de biteqîne!

Bi telaqê Remê Elî, li cem min wek Tayîp Erdogan rîh û simbêlê xwe ji binî de kur bike û kitana pîra Fatê bi serê xwe de!

Bi telaqê Siloşêbî, li cem min wek Tayîp Erdogan birî û bixwe!

Bi telaqê Hecî Şakir, li cem min wek Tayîp Erdogan ji jina xwe cîhê bibe! (Dewama nivîsê bixwînin)

 

 

Pîrejin û xortê kamil

Xançepekî Mihê

===============

Qemerê tiliya xwe xist çavê Tirkan

 

Şemal Amedî-04/05/07-Waşîngton-Wek hûn zanin, Serekerkanîya Artêşa Tirk bi daxuyanîyekê lotikek bêîman li hilbijartina serokkomarîya Tirkiyê û li partîya AKP xistibû û ev lotik wek muxtirê hatibû şirovekirin.

   Li ser vê daxuyanî û zirt û fortên artêşê, Yekîtîya Ewrûpayê li dij daxuyanîyê derket û guhê generalên Tirk kişand. Piştre Wezîra Derve ya Amerîkayê, xanima qemer û şêrîn Condoleezza Rîce jî lotikek li generalên Tirk xist û got:“Em jî wek Yekîtîya Ewrûpayê difikirin. Divê artêşa Tirk bi wan potîn û çaroxên xweyên pîs û gennî têkilî hilbijartina serokkomarîyê nebe. Divê ewê sermezin rêzê ji pêşketina demokrasîyê re bigre û lotikan li pêvajoya nexe“ filan û fîstan.

   Werhasilî kelam, Amerîkaya ku destê wê di gellek derbeyên eskerî yên Tirkiyê de hebû, îro li dij derbeyên eskerî derdikeve û lotikan li generalan dixe. De xêr û guneh di stuyê wan de be rebbî! 

Kesî ne dîye ne bînaye

Bengîn Elegez-04/05/07-Moskova- Li ser bextê çapemenîya Rûs be, dibêjin Rûs balafirek wilo çêdikin ku kesî ne dîye û ne bînaye.

   Li gor ragihandina generalekî Rûs, wê ev balafira şer ji hemi balafirên dinyayê cudatir û pêşketîtir be.

   Herçiqasî general navê vê balafira şer nabêje û wê bincil dike jî, lê jinên Rûs li ser tenûran dibêjin:”Da da, wê ev balafir wek dêwê heftserî be, wê karibe di deqîqeyekê de bi hezaran bombeyan bibarîne ser xelkê” filan û bêvan. Hinek jî dibêjin:”Da da, wê ev balafir ji ber nexşeya serê Gorbaçov bê çêkirin, yan jî wê wek Vladîmîr Pûtîn hûrik lê wek agirê sor be”.

   Werhasilî kelam, em pir meraqa vê bêxwedîka balafira şer dikin. Em ditirsin dîsa ev bêbavên Rûsan vê balafirê bifroşin dijminên me û li dijî Kurdan bikarbînin kuro! Bawerî bi Rûsan nayê haaaa!

Xwedê da yekî û ji yê din stend

Elî Efrînî-04/05/07-Sydney- Li Sydneya Awistralyê, li nexweşxana jinan a Royal ê, cêwîkên bi navê Byron Ryman û Lîncoln Ryman bi deqîqeyekê li dû hev çêbûn. Lê çêbûn çi çêbûn haaa!

   Lîncolnê reben 400 gram lê Byron jî 6 kîlo çêbû. Rebenê Lîncoln niha bi sebrek mezin liberxwe dide, naxwaze bimre û dibêje:”Berxwedan jîyan e!”

   Li gor textorên nexweşxana Royalê, dibêjin herdu zarok di hefta 15an de di malzaroka dêya xwe de rastî bûyerek kesanedî hatine. Ev bûyer jî ev e ku xwîn ji zarokekê derbasî zaroka din bûye û ew zarok jar û zeîf hiştiye. Ji ber vê jî derbasbûba xwînê rê li ber pêşketina zarokê girtiye.

   Werhasil, Xwedê da Byron û ji Lîncoln stend û hûn sax! Heger rebenê Lînkoln jîya û mezin bû bila Xwedê miradê wî bi keçek xweşik bike. Na heger mir û berê xwe da bihuştê ji xwe bila oxira wî ya Flîtê Quto be rebbî!

 

Ji dirdira jina xwe malik li xwe viritand

 

Şemal Amedî-03/05/07-Amerîka- Davîd Monroeyê 51 salî nema karîbû xwe li ber dirdir û virvira jina xwe bigre û surprîzek jê re çêkir. Dibêjin di 17 salên zewaca xwe de roj nemaye ku jina wî dirdir pêre nekiriye û serê wî nebiriye. Dibêjin jina wî Carolyn wek mirîşkan dikir ”qidqid” û bi şev û roj serê mêrê xwe dibir. Werhasil, xuyaye Davîd nema kare derdê jina xwe û dirdira wê bikşîne û kêr gihaye hestî.

   Davîd radibe rojekê telefonî jina xwe dike û dibêje:”Ez dixwazim surprîzekê li te bikim. Li kêleka pencerê rûnê tê bibîni”. Lê jina wî Carolyn guh nade wî û li mitbexê karê xwe dike. Ji Davîd weye ku jina wî hatiye ber pencerê û li bendî surûrîza wî ye. Davîd jî hema li trimbêlê siwar dibe û heta jê tê gazê didêyê. Trimbêl bi xurtî dikeve pencerê. Jibo Davîd ji mirina jina xwe emîn be du-sê carê trimbêlê di pencerê de dibe û tîne. Lê piştre dibîne ku jina wî nemiriye û lotika wî badilhewa çûye.

   Werhasil, Carolyn radibe doza hevduberdanê lê vedike û Davîd jî xwe radestî polîs dike. Davîd ji polîsan re gotiye:”Mirin ne di xema min de bû. Jinaya bi vê bêbavê re bibû wek cehnemê” filan û fîstan. Niha rebeno ji ber “teşebbusa kujtinê” tê darizandin.

   Îcar jinên Kurd! Jibo Xwedê û Pêxember, zêde dirdirê li serê mêrên xwe nekin. Kurd ne wek davîd Monroe ne haaaa! Bi mishef  ewê ne bi trimbêlê, lê bi trên û tiyarê têkevin hindur. De îcar hûn zanin!

 

Serok Buşh lotikek li senatoyê xist

 

Hesen Almas-02/05/07-Waşîngton- Serokê Amerîkayê mîster George Bûşh biryara vekişandina ji Iraqê veto kir û lotikek li Demokratan û Senatoyê xist.

   Senatoya ku di destê Deokratan de ye berî niha biryar girtibû ku Amerîka di sala 2008an de eskerên xwe ji Iraqê bikşîne. Li ser vê biryara bêîman, Georg Bûşh jî rabû lotika Senatoyê pûç kir û pehînek lêxist.

   Bûşh sedema vetokirina biryarê bi vî awayî ragihand:”Raste, min biryara Senatoyê veto kir û pêde mîzt, çunkî ez naxwazim ku dijminên me zanibin emê kengî eskerên xwe ji Iraqê bikşînin. Ez vê derfetê nadim wan û kêfa wan li xwe naynim” filan û bêvan.

   Werhasil, mîster Bûşh lotikek di cîh de avêt, hem dilê Kurdan xweş kir û hem jî ev tir ji Demokratan re nehişt. Kuro bi telaqê jinberdanê ev mîster Bûşh başe haa, wîî! Ma ka zilamê wek wî xwedêjêrazî?

 

Ha ji we re yekî xalis muxlis Tirk!

 

Hecî Mihemedê Kercosî-01/05/07-Mêrdîn- Hûn zanin, ji destê van Tirkên derewîn û sextekar, gellek caran ez li çûna Hecê poşman dibim û misilmantîya min li ber çavê min reş dibe. Kuro lawo min misilman dîtin lê wek van kûçikbavan sextekar nedîtin hayhooooo!

   De binerin bê Prof.Dr.Hamdî Dondurenê segbav çi fitûyan dide xelkê. Ji xwe ji paşnavê wî (Donduren) jî xuyaye ku tolazekî bêbave û zarokên sê salî jî bidest keve avê li wan venaxwe.

   Dola heram Hamdî Donduren di pirtûka xwe “Bi Delîlan Rewşa Malbatê” de fitûyê dide û dibêje:”Keçên 9 salî karin  bizewicin û bêyî ku şopê bihêlin zilam karin li jinên xwe xin” Yanî kûçikbavo bi navê ilmê îslamê zinêkarîya bi zarokên 9 salî re helal dike û wek polîsên ku di êşkencexanan de şûna lêdanê di laşê meriv de nahêlin, êşkence û lêdana jinê helal dike.

   De îcar yabo hûnê ji vî qûnekê îlahîyatçîyê Tirk re bêjin çi hêê? De ka bela hinek li qîza te ya 9 salî biqelibînin, emê wî çaxî qûna te bibînin efendî! Bê ka wê kezeba te bişewite yan na?

   De berê çend xiyaran li qîzên xwe biceribîne û piştre şîretan li xelkê reben bike oxlim!

De bide û kurdûnde bimîne!

Îsayê Mehelmî-01/05/07-Mêrdîn- Hûn zanin, ev Kurdên me û Mehelmîyên me şevekorî bûne û hema bêjin nema zanin rengê spî û reş ji hev derxin. Ji ber ku wek netew xwe nasnekirine û ew ruhê netewî di mejîyê wan de bicîh nebûye, xwe bi dewleta ku dîn dijminê wa ye dipedinînin û zarokên xwe di ber wê dewleta xwînxwar de didin kujtin.

   Neyse, em bên ser mijara xwe û xalê Mihemed. Kurê xalê Mihemed Şêxmûs Oncul (24) li Beyazîda Agirîyê ji alî gerîlla ve tê kujtin. Xalê Mihemed li Mêrdînê di şîna kurê xwe de ji çapemenîya Tirko re dibêje:”Neh (9) zarokên min hene. Ez amade me her neh zarokên xwe bikim bi qurbana axa welêt" (Tirkiyê).

   Werhasil, bila rehma Xwedê li Şêxmûs be xalê Mihemed! Lê de ka carekê jî bipirse bê çima û di ber kê de kurê te hatiye kujtin em xulam! Ma ne heyfa neh zarokên te ku di ber dewleta Tirko û Virqo de bên kujtin heyran, wîî! Ma çima zarokên Tirkên dewlemend li Kurdistanê nayên kujtin? Kuro ma ne bra bi bra didin kujtin hey te serê min xwaro!

 

Kûçikbavan li hemşerîyê me xistin

 

Şoreşê Nîjadperest-01/05/07-Mêrdîn- Li bajarê Kaxizmanê, hemşerîyê me Firat Aslanê xwendevan rastî êrîşa kûçikbavên nîjadperest hat û têra xwe lêdan xwar. Sê kûçikbav li dora Firat Aslan kom dibin û gava dibihîzin ku ew Mêrdînî ye, hema bi lotik û pehînan radipelikin ser serê wî û wî ji eyarekî dixin eyarekî din.

   Dibêjin berî niha jî li Kaxizmanê kûçikbavan êrîşî çend xostên Kurdan kiribûn û ji ber êrîşa wan segbavan gellek xortên Kurd dev ji xwendina xwe qeriyabûn. Em nema zanin ne bigrîn û ne bikenin!

   Ê lawo ma hûn mirî ne? Hûn jî çend liban ji wan di qorzîkekê de bigrin û kera bera ser diya wan bidin, wey!

   Kuro lawo wele û bile Mêrdînî ne hevqasî newêrek bûn bavo? Yan we nanê bêxwê xwariye hey topek li we ketno!

 

Tirkkerler!

 

 Farûqê Devliken-30/04/07-Mêrdîn-Ûlan Tirkmen“ler” biaqil bin û dengê xwe mekin!

Ûlan qeşmer“ler” hişê xwe bi serên xwe din û nigên xwe zêde ranedin!

Ûlan tirole“ler” xwe bi însan kin û bi peyvikên Elo û Welo tevnegerin!

Ûlan fistahj“ler” zimanên xwe di xwe kin û gûxwarinîyan nekin! (Dewama nivîsê bixwînin)

Êdî mirin nema!

Fîlozof Receb-29/04/07-Ewrûpa- Bi saya teknîk û lêkolînên zanistî hewqasî pêşketin çêdibin ku aqilê meriv disekine. Bi taybet di warê tendirustî de her ku diçe gavên pir erênî tên avêtin û hema bêjin çare ji gellek nexweşîyan re tê dîtin. Tenê çara mirinê tunebû, lê xuyaye wê zanyar mirinê jî rawestînin û lotikekê lêxin.

   Pisporê Genetîk ê Zanîngeha Cambrîdgê Dr.Aubrey de Grey gotin û pêşniyazek balkêş avêt holê û hêvîyek mezin da mirovan. Grey îddîa dike ku wê di nava 25 salan de çare ji mirinê re jî bê dîtin û wê mirov haribin heta bi heta bijîn.

   Grey mirovan û trimbêlan beramberî hev dike û dibêje:”Trimbêlekê bifikirin. Temenê wê kifş e, piştî çend salan divê ew trimbêl xerabibe û nemeşe. Lê bi guhertina parçeyên wê ew trimbêl dikare çend salên din jî bijî û bê pirsgirêk bimeşe. Yanî; her ku parşeyên kevn bên guhertin wê trimbêl bimeşe”. Dr.Grey bi vê teorîyê dixwaze bêje ku, “Bi saya teknolojîya malzarên koka anatomîyê wê insan heta bi heta bijin û rê li ber mirinê bê girtin. Gava di wexta xwe de rê li ber nexweşîyan bê girtin, êdî maneya mirinê namîne” filan û bêvan. 

   Werhasilî kelam, wê niha dîndarên me ji sedî sed bêjin:”Estexfurillah! Lawo ev bêbav têkilî îşê Xwedê jî dibin bavo!” û bawer nekin.  Lê em bixwazin û nexwazin jîyan dewam dike û zanyar jî dermanê gellek tiştan jî dibînin.

    De ya bi xêr.......

 

Bi dizî gon xwar eşkere za

 

Çang Çîng Çong-28/04/07-Pekîn- De werin li ecêba pisîkên Çînê binerin! Kesî dîtiye ku pisîkek ji kûçikekî gon bixwe û cewrikên kûçik jêre çêbibin? Aha ji we re pisîkek Çînî ev zinêkarî kiriye û cewrikekî rindik û mindik anîye dinyê.

   Li bajarê Zhengzhou pisîka zilamê bi navê Zhang Çîmîng çar çêlîkan tîne dinyê. Lê çêlîkek wê cewrikê kûçik derdikeve û li xwe eşkere dike ku wê bi kûçikekî re zinê kiriye û lotikek kûçkanî li xwe xistiye. Xwedîyê pisîkê Zhang çîmîng dibêje:”Ev du salin ez vê pisîkê xwedî dikim. Min hertim destûr daye ku derkeve der û bi pisîkên din re gon bixwe, lotikan li xwe xe. Lê min texmîn nedikir ku wê pisîka min kûçikekî bera ser xwe de û zik li xwe binepixîne” filan û bêvan.

   Werhasil, heçê bixwaze li welatekî demokratîk bijî bila bê li Çîna komunîst bi cîh bibe. Li ser bextê we be, li kîjan welatî kûçik bazdaye ser pisîkê? Ka demokrasîya ji vê xweştir?

   Heger rojek ji rojan mişkek bazde ser pisîkekê û tirê jê berde jî şaş nemînin haaaa! Çilo be dinya bûye berdî berdan......

Li pîrên xelkê binerin û li yên me binerin!

Hesen Almas-28/04/07-Kansas- De binerin bê pîrên xelkê çi jêhatî ne û bê çi lotikên Amerîî davêjin. Li eyaleta Kansasê, Nola Ochsa 95 salî di Zanîngeha Eyaleta Fort Haysê de dixwîne û ewê di 12ê Gulanê de zanîngehê tewa bike.

   Tiştê ecêb eve ku nevîya wê Aleksandra Ochsa 21 salî jî di heman zanîngehê de bi pîrka xwe re dixwîne û ewê bi hevre zanîngehê xelas bikin. Aleksandra dibêje:”Ez xwe pir bi siûd dibînim. Ma di kê dîtiye ku nevî (torin) û pîrik di heman zanîngehê de, di heman sinifî de bixwînin û di heman rojê de dîplomên xwe bistînin?” û  xwe dilşa dihesibîne.

   Werhasil, pîrên xelkê zanîngehan dixwînin, di 95 salîya xwe de dîploman distînin û yên me jî yan wê li ser tenûran fesadî û qalûqulta hev bikin, yan jî wê li devê derîyên xwe dendikên kundir û şebeşan bixwin. Îcar kîjan baştir û bixêrtire yabo? Xwendin yan fesadîya ser tenûran?

 

Bûlgaran jî da bin dûvê wan

 

Hesenê Sorik-28/04/07-Sofya- Piştî Ermenîyan niha jî Bûlgar rabûn lotikan û dibêjin ku dewleta Osmanî di navbera 1903-1913an de Bûlgar qir kirine.

   Di deklerasyona ku ji alî 45 rewşenbîrên Bûlgar ve hatiye belavkirin de tê gotin ku, dewleta Osmanî di dema xwe de Bûlgar qir kirine û divê Tirkiye lêborîna xwe ji Bûlgaran bixwaze.

   Li gor tê gotin, di deklerasyonê de îmzeyên çend rewşenbîrên Ermenî jî hene û wê ev deklerasyon pêşkêşî Komisyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Ewrûpayê bê kirin.

   Werhasil, de binerin bê Kurd deklerasyonekê bi vî awayî pêşkêşî Ewrûpîyan dikin? Yan Tirkan Kurd qir nekirine?

   Kuro bi telaqê jinberdanê em bi kêr nayên baba, wîî! Incex em bi hev kevin, dijminatîya hev bikin û hevdu bidin ber lotik û pehînên bergîlkî!

   Ya rebbî, gava te aqil belav kir, Kurd li ku bûn?

 

 

s© lotikxane 20-02-2006