Google

 Lotikxane

ARŞÎV.......                                          info@lotikxane.com .....                    lotikxane@hotmail.com

 

 

Bêwar Brahîm

Na ji kujtina jinê re

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Xezaba giloverî

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-XIV

Adil Dûran

Bi keramet

 

Bavê Ronahî

Kartolên ser banê du tebeq

Lezgîn Şêxo

Saeta mêrik

 

Selîm Acar

Muxtira

 

B.X.Sirûcî

Nexweşîya me

Lokman Polat

Evîndara tirsonek

 

Dilsotî

Belê xwişkê

 

Metelok: Rîh dibe bost dijmin nabe dost!                                                12/05/2007

Vodka Rûsî serî lê gerand

 

Seroxanê Torî-12/05/07-Oslo- Dibêjin Kurdekî bi navê Namend Mamendî jibo serdana malbata xwe ji Norwêçê çûye rojhilatê Kurdistanê bajarê Serdeştê û ketiye xefka mela û sofîyên dewleta Îranê. Mela û fosîyên qehpebav bi hinceta vexwarina vodkayê rebenê Mamendî girtine û pêş çavê xelk û alemê tam 130 qamçî lêxistiye, rebeno ji mirinê xelas bûye.

   Dibêjin li gor qanûnên dewleta melaû şaşikmezinên Îranê vexwarina eraq û alkolê qedexeye û kesên eraqê vexwin jî wek Salman Ruştîyê ku “Ayetên Şeytên” nivîsandibû,dijminê îslamê tê îlankirin û loma jî 130 qamçî lê dikevin.

   Werhasil, rebenê Namend Mamendî filtî filtî ji destê wan kûçikbavan xelas dibe û bi brîndarî vedigere Norwêçê. Ji alîyê din, li ser bextê melayekî Îranî be, dibêjin piranîya mela û sofîyên ku rayedarên deletê ne, bi dizî wîskîya Amerîkî vedixwin û hevdu di nava nivîn û di kadîn û koxên mirîşkan de digevizînin û bazdidin ser hev.

    De bila Xwedê şîfayê bide Namend Mamendî. Bila rabe û rûnê dua bike ku wan kûçikbavên rîhdirêj ew nekujtine û li navenda Tehranî îdam jî nekirine.

   Haaa, carek din gava tu çû Îranê şûşeyek wîskîya qenc ji Ehmedînejad re bibe canekem.....

 

 Evi berhemê wan ê hunerî

 

Salimê Hecî Emer-11/05/07-Swêd

Wextê min li wan  dîmenên rojnama Hurriyetê mêze kir, bêjenin hevalek min a Yunanî li xwendingeha bilind, dîsa anî bîra min.

   Ez wan bêjên wê bi we ri payê bikim: ”Em Yunanî jî di dema imperatoriya Roma û Bizansi ya di koloniyalist û dagirker bûn. Her çuqas dagirkirî zulm û talanîye, lê dîsa jî me li pişt xwe, hinek berhemên dîrokî hiştin. Mîna sedên avê, piran, rêyên kevirî, koşk, sûr, tiatir ûhw. Lê Osmaniyan û Komara Tirkan wek dagîrker li pişt xwe, tiştek nehiştin, ji derveyî xerakirinê, talankirinê û şewitandinê…..”

   Em Kurd vê rastiyê her roj di jiyana xwe ya rojane di dibînin. A ji we ri dîmenek ji berhemên wan! Gorî wan divê Kurdistan ne şîn û şên bi, divê wêran û mîna komira daran reş bi…..!

    Gelo rojnama Hurriyetê çima wan dîmenên şewitandina Kurdistanê pêşkêşî raya giştî diki? Bersivek kurt: Ji Kurda ri dibêji, mêzekin ku hûn mafên xwe yên netewî biparêzin, em ê jî her wisa welatê we bişewitîni û wêran bikin! Ehhh, helbet bersîvek Lotikxanê jî heyi: Zalimên her xerab tirsonekin, dawiya zalimtiyê jî aqûbeta Seddam i! 

Ehmeqê Xwedê bû qurbana ”ûlan” a xwe

Esfendîyar Sorgul-11/05/07-Stenbol-Ugur Çatlakê 24 salî bû qurbana zimanê xwe.

Ê de lawo Uguro, gotina ”ulan” bi te mabû heta ku te xwe li serê da?Li bajarê Costanteniyeya Roma ku niha navê Stenbola Siltanan lê kirine, li taxa Beyqozê, Ugur Çatlakê 24 Sali tevi hevalên xwe li parqekê rûniştibû, ha ku dît sê Tirkên wek keran hatin ba wan û gotin: Ugur Çatlak ki ye ulan?Ugur Çatlakê ehmeq jî got: Ugur Çatlak ez im lan!

   Vî got, lan û wî got lan, de lan û lan… û hema van hersiyan Ugur Çatlakê 24 salî dane ber kêr û xenceran. De rep û terp… Heta ku Ugur Çatlak pepikan kirin cotin u bû şehîdê keran…

   Îcar hûn zanin ku encam bû çi?De îcar ji xwe re li dêqehban mêzekin: Ev hersê xort li yekî digeriyan ku lê bixin, navê wî kesî Ugur bûye. Bi rastlêhatin navê yê ku lê xistine jî Ugur bûye. Piştî kuştina Ugur derket holê ku bi şaşî ew hatiye kuştin. Ugur çû binê erdê û hersiyên din jî çûn girtîgehê.

   De were ji xwe re binêre li vê ecêbê û vê sosretê. De ka kerê torinê keran jî wilo dikin? Na wele tenê Tirk dikarin welê bikin…

 Jibo namûsê hat kujtin lê bi namûs derket

M.Ehmedê Sêrtî-10/05/07-Sêrt- Nezanî bela serê însên e. Gellek keç û jinên me ji ber nezanî û nexwendinê bilasebeb tên kujtin û ev kujtin jî qaşo bi navê namûsê tên kirin. Wek serpêhatîya Dîlber Ozerê.

   Dîlber Ozer li Sêrtê bi Murat Kizilhan re dizewice. Piştî ku tê dîtin ku di şeva zewacê de xwîn ji keçikê nayê, dêya Murat Kizilhan Zubeyde Kizilhan serê kurê xwe dadigre û dide zanîn ku Dîlber Ozer ne keçik e, xerabî kiriye.

   Werhasil, rebena Dîlberê di oda xwe de bi du fîşekan kujtî tê dîtin. Heyeta doktoran piştî lêkolînê eşkere dikin ku Dîlber Ozer hîna jî keçik e û perda keçkanîya wê neqetîyaye. Li gora rapora heyetê perda keçkanîya ku wek “keçkanîya anatomîk” tê binavkirin, carna di şeva zewacê de naqete. Perda keçkanîya bi vî awayî incex di zarokanînê de diqete.

   Werhasilî kelam, rebena Dîlber Ozer a 17 salî bû qurbana perda keçkanîya xwe. Ê helbet nezanî û nexwendebûna mirovên me jî zêdebûna ser kezebê ye. Xwedê zane bê heta niha çend keç û jinên me bi van sebebên wilo hatine kujtin.

   Xwezî ji mîrê keremê re, heçê bi nezanî bixwesta keç yan jinekê bikuje, berî kujtinê tirek bikira û hew! Belkî hema keçên me nehatina kujtin bavo!

Dewlemendîyê tir ji wan berda

Hesen Keleş-10/05/07-Brîtanya- Xuyaye dewlemendî û pere gellek caran nabe dermanê bextewarîyê. Belengazîyek bi nanûzikê carna zêdetir bextewarîyê ji mirovan re tîne.

   Meselen wek serpêhatîya jin û mêrê Gough. Jin û mêr Louîse-Keîth Gough berî du salan salvegera zewaca xweya 25 salan pîroz dikin. Tam 25 salan bi xweşî û nexweşî, di rojên tengasîyê de ji hev hezkirine û dev ji hev bernedane. Lê piştre ji wan re ji lottoyê 9 milyon sterlîn lêdikeve û rebenan bi serxweşîya dewlemendbûnê radibin dev ji zewaca xweya 25 salan berdidin û lotikan li hev dixin.

   Dibêjin herdu jî ji kêfa dewlemendbûnê ketine depresyonê û wextî aqiê xwe bixwin. Heval û dost û hogirênwan dibêjin:”Hooowehhh kurooo! 25 salên belengazîyê nikarîbû wan ji hev veqetîne, lê vê dewlemendîyê tir ji wan berda û pehînek li wan xist. Yabo ne li vê dewlemendîyê be û ne li vê bêaqilîyê be, wey!” û li ber dostên xwe dikevin.

   Îcar heyran, jibo Xwedê û Pêxember, hay ji lotto-,ottoyê hebin. Hema lotto ji we re lêkeve jî wan peran nestînin û mala xwe nebin mîratê. Hema go lotto ji we re lêket yekser perên xwe bexşî Lotikxanê bikin û hevdu bernedin û hûn sax!

 

 

Xêr ji Ciwan nedît bi dû yekî din ket

 

Zinar Qelemşûr-08/05/07-Stenbol- Bawerkin ji van sosyete û lotikvanên Tirkan re namûs bûye wek firek av. Ji xwe yekî yan yeka ku bi lotikekê qîma xwe anîbe nemaye. Her yekê bi kêmanî salê 10, 20, 30 lotikan li xwe dixin û navê vê jî dikin „eşq!“

   Werhasil, li ser bextê fitne û ewanên kolanên Stenbolê be, dibêjin piştî ku Ciwan Haco di bernama Hulya Avşar de Hulya maçî kiribû, di navbera wan de ceryan û elektrîkek 220 voltî destpêkiribû û Hulyakê xwe li bendî lotikên Ciwan Haco hiştibû. Lê piştî dîtibû ku xêr di Ciwan de tuneye û haya wî ji lotik.motikan tuneye, îcar çav berdabû Sadettîn Saran û heta niha jî ji ser zikê hev danakevin.

   Werhasil, Hulya Avşar ji rojnamevanan re li ser lotikên xwe û Sadettîn Saran dibêje:“Bawerkin heta niha min eşqek wilo nedîtiye. Em toz û dûmanê bi ser serê hev radikin“ filan û fîstan.

   Ê hey topek lê ketê, hey porkurê kezî kurê, ma te ji kîjan lotikê re negotiye „eşqa bi toz û dûman“ hêê?

   Ê ma çi fêde! Bila Ciwan Haco li ser sînga te bigota „Dil ketmê dil ketmê, şeva pêşî dil ketmê“, bê birastî teyê bigota „toz û dûman!“. Bi serê şêx teyê bigota „Bahoz firtone!“ 

 

Bêbavo namûs bi kesî re nehişt

 

Antonîo Vega-07/06/07-Meksîko-Dibêjin “Gava ker hebin kurtanker pir in”. Îcar ev jî mesela e û wênekêşê Amerîkî Spencer Tunîck e. Bêbavo wê hersal here welatekî, derpîyên jin û mêrên wî welatî ji wan bike, wan bera çolê de û namûsa wan bîne pênc qirûşên xerabe.

   Niha jî li Meksîko yê jin û mêr tazî kirin û bi namûsa wan lîzt. Hem jî bi namûsa 18 hezar kesî!

   Ê lawo, ma ne di heqê wan de ye gelo hêêê? Ma gava kesên doxînsist û mahneger hebin, wê çima yên weke Tunîck wan bera çolê nedin heyran, waweylê! Ji xwe ev latîn Amerîkî  li ber tenekê govendê digrin allahwekîl! Hem kêfçî ne û hem jî birçî ne. Hema kî qirûşekî bavêje ber wan ji wan re dibin qirdik.

   Werhasilî kelam, Spencer Tunîck tilî avêt wan jî û hûn sax!

 

 

 

Wê kengî Kurd têkevin pêşbirkên superstarê?

 

Sosin Bermal-06/05/07-Koln- Li Almanya hersal pêşbirka lotikvanîya “Almanya li superstarê xwe digere” tê lidarxistin. Di vê pêşbirkê de bi hezaran kes dikevin dora lotik û pehînan û wey li wî ye ku têkeve deftera jûrîyê.

   Werhasil, di pêşbirka îsal de jî yekî xwaro-maro, Mark Medlockê bêsimbêl bû superstarê Almanyê.

   Kesî ji we dîtiye ku heta niha xortek yan keçek Kurd beşdarî van pêşbirkan bûye? Naaaaa! Çima nabin? Çima wek Tirkan hesabê pêşeroja xwe û çêkirina lobîyekê jibo doza xwe nakin? Kuro ma kîjan rojê Kurdan girîngî daye çêkirina lobîya Ewrûpî baba, wîî!

   Kurdên Ewrûpa bi kêrî çi tên hûn zanin? Bi kêrî dawetan (her hefte dawetek du dawet lidardikevin), sibê, nîvro, êvarî goştê mirîşkên ALDI yê bixwin, paşgotinîya hev bikin, û bi navê siyasetkirinê jî salê çend civînan lidarxin!

   Aha lobîçêkirin û superstarîya Kurdên me jî ev e allahwekîl! 

 

Hogzîlla ket xefkê

 

Hesen Almas-06/05/07-Amerîka- Kesî ji we dîtiye û bînaye ku berazek 2,4 metro dirêj û 363 kîlo jî qelew be? Evî berazê ku navê “Hogzîlla” lê hatibû kirin, li eyaleta Georgîa, herêma Alapahayê malik li xelkê şewitandibû. Ji tirsa Hogzîlla efendî kesî newêrîbû derkeve avdestxanê û dibêjin gellek kesan jî bi vê tirsê bi xwe de dirît.

   Werhasil, dibêjin rojekê nêçîrvan Chrîs Grîffîn derdikeve seyd û nêçîra vî berazê kesanedî û heta wî dikuje tir di qûnê de namîne. Dibêjin niha Chrîs Grîffîn di vê eyaletê de bûye qehremanekî di ser xwe re. Herweha derhênerên sînemayê amadekarîyê dikin ku dest bi kişandina flîmên “Hogzîlla” jî bikin.

   Werhasilî kelam, rebenê Hogzîlla bi cehnemê şa bû lê wê derhênerên Hollywoodê jî li ser pişta rebenê Hogzîlla bêrîkên xwe tije pere bikin. Birastî mero berazekî bi vî awayî bera nav kolanên Enqerê bida wê xêrek mezin jê bihata, lê de neyse....

 

Reva pisîkê heta dawîya kadînê ye

 

Şemal Amedî-05/05/07-Hollywood- Dibêjin reva pisîkê heta dawîya kadînê ye. Îcar ev jî mesela me û lotikvana navdar Parîs Hîlton. Parîs Hîlton bawer dikir ku ewê kesek nikaribe dengê xwe jê re bike û ewê karibe di her warî de bi serbestî lotikan bide xwe.

   Sala çûyî Hîlton xanimê zîl serxweş trimbêl ajotibû û hatibû girtin. Tu nabê dilê polîs û hakiman pê dişewite û wê bi şert berdidin ku carek din bi serxweşî tribêlê najo. Lê xuyaye kurmê şîrî heta pîrî ye û Parîs xanim cardin bi serxweşî daye ser rê û gaz daye trimbêlê.

   Werhasil, xanimê dîsa tê girtin û vê carê ji lotikên dadgehê xelas nabe, tam 45 rojan ceze lê tê birrîn. Dibêjin wê lotikvana berdîberdayî ji 5ê Hezîranê û şûnve 45 rojan di hepsê de bide lotikan û dilê girtî û hepsîyan xweş bike. De neyse, Xwedê da  girtîyên mêr û hew!

   Bi namûs, dibêjin zilamên girtî tevan xwe kur kirine, simbêlên xwe badidin û li bendî hatina Hîlton xanimê ne. Xwedê zane bê ewê çi felekê bînin serê wê rebenê, waxxxxxx!

 

Helbestek ji

Selah mihemed 

 

 

Gelawêj

 

          Xwe bi ser min de tewand

      Bejin û bala xwe livand

Bakekî tenikî xweş

        Wê bi ser minde weşand

 Li min zîvirî canê

 Mîna tayê rîhanê

 Hatin pêşber herdû çav

 Awirek limin kişand

Bi awira wênî tûj

   Dîwarê dilê min xist

    Mêlaka min pêre bir

        Sewdanê min şewişand

 Dêm ji sêvên xelatî

 Lêv ji qend û nebatî

 Ew peyvên hingivînî

 Bayê sibare dişand

 

05/05/2007

------------------

 

“Em bi def û zirne li bendî te ne!”

Hesen Keleş-12/05/07-London- Dibêjin mamê me Celal Talabanî di sedana xweya Londonê de silavek daye Tony Blaîr jî û qrehweyek pêre vexwarîye.

   Mamê me di vê hevdîtinê de Tony Blaîr dawetî Kurdistanê kiriye û gotiye:”Wilo nabe kaka, te berê Iraq dîtiye lê te stuyê xwe neşikenandiye û ciyên xweştir nedîtiye. Ji ber vê yekê em te dawetî Kurdistanê dikin ku tu ciyên xweştir bibîni û li emrê çûyî poşman bibi” filan û bêvan.

   Dibêjin Tony Blaîr hîna biryara çûna Kurdistanê nedane, lê ji dostekî xwe re gotiye:”Kurdistan murdistan nizanim, lê dibêjin goştê elokên Kurdistanê xweşin. Heger biçim jî ezê jibo xwarina goştê elokan biçim serdana Mam Celal” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, wê di serdana Tony Blaîr de dîsa serê çend rebenên elokan bên serjêkirin û çend elok ji heywanên Kurdistanê kêm bibin û hûn sax! Ê de welkcom mîster Blaîr, welcom baba!

 

Mişk û pisîk bûn yek, lê partîyên me nabin yek!

Komela Pisîkên Kurdistanê-11/05/07-Amed- De ji xwe re li îbret û ecêba kesanedî binerin û aqilekî jê bigrin. Em wek Komela Pisîkên kurdistanê li helwesta vê pisîka Tirk ecêbmayî mane û nema zanin ne bigrîn û ne bikenin.

   Li bajarê Zonguldakê Hasan Erdoganê 64 salî pisîka xwe “Tantû”berdide depoyê da ku mişkan bigre. Xuyaye mişkan di depoya wî de dîwanxana xwe gerandine û malik li Hasan Erdogan xerakirine. Dibêjin hingî kezeba Erdogan ji ziyana mişkan şewitîye ku ji pisîka xwe re gotiye:”De here mişkan bigre ûlannnn! Here heyfa min ji wan bistîne malxirab!” û ew bera depoyê daye. Tu nabê pisîka wî jî pisîkek “objektîn yan sûbjektîf ajan” yan jî “reformîst û dilbirehm” bûye ku şer nexwestîye, rabûye li çêlîkên mişkên serberdayî xwedî derketiye û dayiktî ji wan re kiriye. Dibêjin navbera mişkan û vê pisîka reformîst hevqasî xweş bûye ku êdî biryar dane bibin krîvên hev jî.

   Werhasil, îcar li ser vê sosretê, Komîta Navendîya Komela me di du xalan de biryarên girîng girtiye. 1-) Ev pisîk her çiqasî pisîkek Tirkan be, pisîkek qûnde û reformîst be jî, pisîkek aştîxwaz e û  ji Dogû Perînçek, Yalçin Kûçik û Yaşar Buyukanit bi hezarqatî mirovperwer û heywanperwertir e! 2-) Hinek partî û siyasetmedarên me yên Kurd di şûna ku destê Kurdayetîyê dirêjî hev bikin, radibin bi partîyên Tirkan re hevkarîyê dikin û wek nimûna wê pisîkê “bi gur re pez dikujin û bi xwedî re şînê digrin”.

   Helbet aşitî tiştekî baş e, xweş e. Lê gava hûn aşitîya di nava partîyên Kurdan de pêk neynin û rabin bidin dû qûna partîyên Tirkan, çi dibe? De bersivê hûn bidin haaaaaaaa!  

   Werhasil, bi telaqê jinberdanê çend Tirkên wek vê pisîkê “aştîxwaz û bi namûs” di nava Tirkan de hebûna, niha ji zûde mesela Kurdî safî bibû looooooo! Weyla Dogû Perînçek, Yalçin Kûçik û Denîz Baykal bi qurbana “Pisîka Tantû” bin rebbîîîî!

Ma insan can in ew bacan in yabo?

Çang Çîng Çong-11/05/07-Pekîn-Ma hema wê insan bi fûtbolê (gokê) bilîzin qurban? Ma fûtbollîztin hema di bin tapoya insanan de ye? Na babaaa! De ji xwe re binerin bê dîk û mirîşkên xelkê çi biaqil in! Nexasim ku ev dîk û mirîşkên welatekî komunîst wek welayê Çînê bin!

   Werhasil, li gora ku rojnameya “Chîna Daîly” a eyaleta Lîaonîngê dinivîse, dibêjin dîk û mirîşkên vê eyaletê dest bi lîztika fûtbolê kirine û wextê xwe vala derbas nakin. Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin hikûmeta Çînê biryarek “pir pir pir bi dizî derxistiye” ku ji dîk û mirîşkan taximekî fûtbolê çêkin û wî taximî bera nav çavê dewletên emperyalîst bidin.

   Haaaaaa, dibêjin ev dîk û mirîşk spora “karate, jûdo û tekwando” jî zanin û bi şev û rojê li ber flîmên Bruce Lee û Chakî Chan fêrî pevçûnê dibin.

   Îcar jibo Xwedê û Pêxember, hay ji dîk û mirîşkên Çînî hebin heyran! Hem fûtbolgêr, hem karate, jûdo û tekwando û hem jî komunîst! Heywaxxxxxxxxx!

 

Kûçikbavan berê xwe dan Kurdistanê

 

Cemîl Cewher-10/05/07-Hewlêr- Kurdistana ku bibû navenda aramî û pêşketinê, doh bi kamyonek bombekirî hejiya. Kûçikbavên ku kamyon li ber derîyê wezareta navxweyî teqandin, bûn sebebê kujtina û brîndarbûna bi dehan Kurd.

   Dibîjin di teqandinê de di navbera 14-20 Kurd hatine şehîdkirin û nêzîkî 100 kesî jî brîndarin. Werhasil, herçiqasî dibêjin rêxistina Ensar El Quzêkerê û  hinek rêxistinên din xwedî li teqandinê derketine jî lê divê Kurd berê xwe ji û şîrketên OYAKê neguherin, wan piştguh nekin. Rêxistinên ku bi navê dîn û îslamê kera bera dêya xwe didin û Kurdan dikujin li alîyekî, lê li gor min tehlûke û xetera herî mezin şîrketên Tirkan ên OYAK ê ne. Bi rêya van şîrketan bi sedan sîxur û ajanên dewleta Tirk dikevin Kurdistana azad û bi serbestî lotikan davêjin.

   Bala xwe bidinê, berî teqandinê çapemenîya Tirk dest bi pirsa “Çibû ji notaya Tirkiyê? Çima Iraq bersiva nota Tirkiyê nade?” kir. Tirkiye nota dabû Iraqê û hemek wext dabû bersiva Iraqê. Yanî, piştî mehekê heger nota bê bersiv bimîne wê Tiriye jî li gor xwe dest bi lotik û pehînan bike. Ji alîyê din, danûstendinên Serok Barzanî û axavtina wî ya di Parlamentoya Ewrûpayê de bû zêdebûna ser kezeba Tirkan û tam di wê demê te ew teqandin li Hewlêrê çêbû.

   Ez bawerim bi vê teqandinê Tirkan bala Kurdan kişand û xwest bêje:”De bixwin haaaa! Me ji we re got lingên xwe zêde dirêj nekin. Îro li devê derîyê wezareta hindur,sibê jî emê karibin di devê derîyê parlamentoya Kurdistanê de biteqînin” û gellek tiştên din.

   Werhasil, divê kakacanên me hay ji van bêbavên Tirkan û şîrketên wan hebin. Meriv nema zane çi bêje allahwekîl! Endamên MHP û JÎTEMê radibin di bin navên şîrketan de li Kurdistanê cirîtan davêjin, di warê aborî de Kurdistanê dorpêç dikin û piştre jî wê li Kurdistanê bombe neteqim!? Ma ev karê aqilan e? 

   Ensar El Quzêkerê li alîyekî, OYAK kakacan OYAKKKKKKKKKKK!!!!!!!!! 

 

 

Stêrên ezmên jî rabûn lotikan, hayhoooo!

 

 Esfendîyar Sorgul-09/05/07-Kurdistan-

Heta niha me digot ku tenê roj radibe lotikan, lê va ye stêr jî radibin lotikan.

Kesên zanyar dibêjin:Belkî bi hezarê salan e ku lotikên weha kesî ji stêran nedîtibû, lê va ye stêr jî rabûn lotikan.

   NASAya xalê me Hecî Bush gotiye: Ev stêra ku lotik avêtine, 150 car ji roja me ya qirase mezintir e. Navê wê jî SN200gy ye, di girava ezmên  NGC 1260 de xwe bi cih kiriye û 240 milyon salên tîşkên ruhniyê ji me dûr e.

   Ev stêr bi teleskopa Supernova û bi teleskopa Chandra ya NASAyê jî hatiye dîtin.  Ev lotikên vê kambaxê çendî ku ji mêj ve ye dest pê kirine, lê salek berê hatiye peyitandin. Zaningeha Caloforniyayê jî ew di eyni meha Cunta Kenan Evren, lê sala 2006 de bi çavên xwe dîtiye.

    De li ser bextê wan be, wele me nedîtiye, lê dema em bi astronotan re herin tehtîla havînê belkî em jî wê kambaxê bibînin…

 

 

Kîjan zimanê yekbûyî Muhsîn efendî?

Cemîl Cewher-08/05/07-Hewlêr- Muhsîn Ciwanmêr di malpera http://www.kurdistan-times.org/wesima_articles/language-20060806-5676.html behsa zimanê yekbûyî dike û helbet li gor wî zimanê yekbûyî jî Soranî ye. Ciwanmêr dibêje:”Li ber guhê min ketiye ku parlemena Kurdistanê biryar daye li Kurdistanê Kurmancîya jêrîn (Soranî) bibe zimanê fermî yê dibistan, zanko û peymangehan.Divê ez bînim zimên ku ji berî sed salî ve ev ziman li Kurdistanê bûye zimanê pişikdar û di sala 1970 î de li Kurdistana başûr tackirî bûye. Jibo zanînê, serokê dîrokî Mistefa Barzanî, kurê wî Mesûd û nevîyê wî Nêçîrvan pirê gotarên xwe bi Kurmancîya jêrîn in. Em wisa dibînin ku piranîya serwerên Kurdan Kurmancîya jêrîn weke zimanê gotarê dîtine. Ango; wek zimanê Qureyşî li nav Ereban. Heger ev nûçe rast be, wê mizgînîyek ji mizgînîyan be çimkî çiqas behane hebin, xwendin û nivîsandina bi pirbûna zaravayan nîşana metirsîyê ye. Ne bi mebesta piştguhkirina zaravayên din lê zaravayên din dîsa başin, emê karibin sûdê jê wergirin” filan û bêvan.

   Wekî din dibêje: “Min di nameyek xwe de ji serok Barzanî re diyar kiriye ku divê Kurd bi tevayî bi zimanekî bipeyivin, kîjan zarav dibe xem nake”. Û di dawîyê de dibêje: “Çiqasî dilşad dibim ku kurên Kurd, kurên Cegerxwîn, Ehmedê Xanê, Goran û Cizîrî bi zimanê yekbûyî (Soranî) bixwînin” û çîrokên wekî din.

   Îcar gelî xwendevanan, ma hewceye  em şirova van gotinan bikin? Mîster Muhsîn Ciwanmêr dixwaze Soranîya ku temenê wê 200 sal in, bi 30 milyon Kurmancên ku nevîyên Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, M.Ehmedê Batê, Cegerxwîn, Şêx Seîd, Seyid Riza û bi sedan kesên wek wan in û Kurmancîya hezarsalî bikaranîne, bide qebûlkirin û bike taca serê wan. Ma ev wîjdan e? 

   Ê başe baba, madem te ji serok Barzanî re gotiye “Divê Kurd bi tevayî bi zimanekî bipeyivin, kîjan zarava dibe bila bibe”, wî çaxî ji kerema xwe dev ji Soranî berdin û werin em bi Kurmancîya gewrik bipeyivin qurban! Heger ne derew be ev çi lotik û cotik in? Wîîî!

Mêrdînîyan lotikek li Diyarbekirîyan xist

Serdar Mirad-07/05/07-Amed- Mêrdînspora ku ji Kurd û Ereban pêk tê li Amedê zora Diyarbekirsporê bir û golek xist wan. Diyarbekirspora ku bi xwe bawer bû û digot:”Mêrdînî?? Wîîîî, kuro emê tirê ji wan berdin canim”, bû qurbana lotikek Mêrdînsporê û vê carê Mêrdînsporê tir ji Diyarbekirîyan berda.

   Werhasil, xuyaye lîztikvanên Diyarbekirsporê têr zebeş û qawin nexwaribûn ku gola Mêrdînsporê xistin xwe. Lê li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin Mêrdînsporê jî tam hefteyekê sax dims, mewîj û bastêqa Mêrdînê xwarine da ku ji taqat de nekevin û wek hespên serxweş karibin bibezin.

   De neyse, ser xêrê be û Xwedê lotikên Mêrdînsporê bike cotik rebbî!

 

 

 

 

 

Nuh pê dihisin ku CHP ne partîyek çep e, wey mala minêêê!

 

Tacdîn Baran-06/05/07-Ewrûpa-Partîya CHP (Cumhuriyet Halk Partisi) partîya Selanîklî Mistefa Atatirk e û tucarî nebûye çep. Herçiqasî bi navê Sosyal Demokrasîyê bang li xwe dike û di Sosyalîst Înternasyonalê de bi vî awayî tê naskirin jî, lê di eslê xwe de partîyek nîjadperest û hetta ji faşîstan jî faşîsttir e.

   Bi taybet ji pirsgirêka Kurd de wek marê korereş e. Werhasil, piştî ku CHP namzetîya serokkomarîya Abdullah Gul qebûl nekir û AKP da mehmekê, di çavê awira gelemperî de yekcar nizim bû û ji alî gellek kesan ve hat naskirin. Êdî eşkeretir bû ku CHP partîya artêşa mîlîtarîst e. Îcar niha jî li ser gazing û serlêdanan, Sosyalîst Enternasyonal dixwaze CHP ji Sosyalîst Enternasyonalê îxrac bike û lotikekê lêxe.

   Ê lawo hey bêwîjdanino! Ma heta ku CHP lotik li demokrasîya ku hûn difikirin nexist we CHP nasnedikir? Ma gava helwestên dijwar li dijî Kurd û Kurdistanê digirt hûn di guhê gê debûn? Yan li hesabê we dihat? De herin avekê li nav şeqên xwe kin looooo! Bi telaq hûn hemi nav lingên hev dalêsin qardeşîm!    

 

Dinya li alîyekî û îsot li alîyekî ye

 

Serdar Bûcak-06/05/07-Sêwreg- Selamunaleykum gelî lotikvanan! Min dît herkesî di Lotikxanê de dest bi lotikan kiriye, de min go hema ezê jî mala xwe bişewitînim û bibim lotikvan ma dinya xera nabe. Hema bi telaqê Îsotçî Îbo ezê jî ji îro û pêde bidim lotik û zîtirkan û hew!

   Werhasil, lotikvanê navdar, kurê cîgercî Ehmê Îbrahîm Acises, li bajarê xwe Ruhayê konserek pêşkêşî hemşerîyên xwe kir û dîsa çend derew-merewkên virde wêde kirin. Îbo got:”Kerekî min hebû. Min pê cîger (kezeb) dibir ji bavê xwe re. Lê îro Xwedê daye min. Xwedê ji min re got”De rabe ya qûlê min!” û ez jî rabûm ser xwe û ez hatim van rojan.Ez niha bi saya serê we bi balafira xwe têm nav we. Ker li ku û balafir li ku?” filan û fîstan. Wekî din Îbo behsa şerê Fransîyan û serpêhatîya îsotçî Mihê jî kir.

   Dibêjin rojekê Fransî digrin ser bajarê Ruhayê. Ehmed ji Mihemed re dibê:”Kuro Mihê rabe rabe, Fransîyan Ruha dagîr kir lawo!” Mihê jî xwe dirêj kiriye û dibê:”De xem nake loooo!” xemsarîyê dike. Ehmo dibîne Mihê sersarîyê dike, radibe dibê:”Kuro Mihê, Fransî ketin nav bexçê îsotan oxlim!” Aha wî çaxî çav li Mihê sor dibin û radihê tifinga xwe û ji malê derdikeve.

   Werhasilî kelam, Îbo Acises jî bi devê xwe eşkere dike ku ji wan re Kurdayetî-murdayetî hêêêêêêçççççççç û vala ye. Hema go îsot saxbin bes e! De bijî îsot!

 

Hertişt safî bû ma “Nokên şekir” yan “Şekirê nokan!”

 

Cemîlê Çargurçik-05/05/07-Swêd- Naûzûbîllah ji destê van rewşenbîrên me hayhoooooo! Rewşenbîrên xelkê bi tehlîl û lêkolînên li ser çûna heyv û rojê daketine, di hewla stendina xelatên Nobelê de ne, dixwazin di qada navnetewî de bi berhemên xurt temsîla milletê xwe bikin, lê yên me jî hîna bi “nokên şekir” yan “şekirê nokan” dadikevin jibo Xwedêêêêêêêêê!

   Li ser bextê fesad û ewanên kolanên Stockholmê be, dibêjin Qoserî û Dêrikî bi lotik û pehînan rabûne hev û yek dibê “Nokên şekir” û yê din dibê “Na baba, şekirê nokan!” Yanî dibêjin mesele û pirsgirêka nokan ji pirsgirêka netewî jî girîngtir bûye û wey li wî ye ku bêje:”Dewê min şêrîn e”. 

   Yabo mesela nokan meseleyek pir girîng, zîz û hesas e. Mesele bi çend nivîsandinan xelas nabe. Bi telaq hema hema bêjin bûye wek pirsgirêka Amerîka û Iraqê.Çawa ku Amerîkî nema zanin bê wê çawa ji Iraqê derkevin, wilo jî Qoserî û Dêrikî bi mesela nokan re mane halekî heyirî.   

   Werhasil, emê zêde serê we neêşînin. Bi namûsa Xeto û Remo, kî pêşî dest bi “Romana Nokan” bike, ewê xelata Nobelê bistîne û hûn sax! Îcar a baş ne nokên şekir û ne şekirê nokan. Hema bêjin “şêrînnok” û meselê bigrin!

 

Lotikên cixarê bêîman in

 

 Esfendîyar Sorgul-05/05/07-Kurdistan-Cixare henekû menekan nizane, lotikên bêîman davêje û meriv ji rih dibe. Di cixarê de çar hezar made hene ku qanserê çêdikin. Ji xwe nîkotîna wê meriv bê vewxarina badeya Melayê Cizîrî jî serxweş dike.

   Nîkotîna cixarê xwe di heft saniyan de digehîne mejî û piştre lotikên bê îman li singê dixe. Meriv bi şivkêşiyê halko difife, dikufkife û diwerpixe, carna meriv dibe mîna defê û zimanê meriv jî dibe mîna zirnê. Eman  ji destê cixarê!

   Elawekîl eger meriv bi qerar û bawermend be, pir hêsan e ku meriv dev jê bede. Hema mirina bê wext bide ber çavên xwe û hew…

Min jî 30 salên girover cixare kişand. Geh min lotik lê dixistin û geh wê li min dixistin...

   Hahoooo! Lêdana ku min li ser cixarê ji destên jina xwe xwariye, eger we bidîta, hûnê ji halê min re bigiriyana. Îcar ez hêvî dikim ku hûn wê lêdanê nexwin. Lê niha ez dibêjim, jinikê Xwedê ji te razi be, eger ne ji teba, ez niha şehîdê cixarê bûm.

Gelo  we fêm kir ku mesele çi ye?

 

 

Pîrejin û xortê kamil

Xançepekî Mihê

===============

Li vê ecêbê, piştî mişk û pisîkê

ker û gur jî bûn kirîvên hev!

 

Mîlan Hesenovîç-12/05/07-Albanîya- Xwedê zane êdî dinya ber bi xerabûnê ve diçe û bûyerên ku diqewimin nîşana vê ecêbê ne. Berî niha li Tirkiyê bajarê Zonguldakê mişk û pisîk bibûn destebrakên hev û krîvantîya xwe danîbûn. Îcar niha jî li Albanyê (Arnavût) ker û gurek bûn dostên hev û soza krîvantîyê dane hev.

   Werhasil, dibêjin berî çar mehan li Albanîyê gurek har û hov ji alî nêçîrvanekî ve bi brîndarî tê girtin. Nêçîrvan wî gurî derman dike û dixe axurekî û derî lê digre. Her rpjê jî heywanekî sax berdide ber gur ku têr bixwe û ji birçîna nemre.

   Ji xwe dibêjin gur jî ji heywanên sax pêve xwarin li xwe heram kiriye. Gurê Albanî çi heywana ku tê ber perçe perçe dike û dixwe, heywanekî tenê jî efû nake. Rojekê ê nêçîrvan mecbûr dimîne kera xwe bike xwarina devê gur û kerê bera axur dide. Piştî çend rojan xwedîyê kerê dibîne ku zirezira kerê ji axur tê û gur ew nekujtiye. Radibe wêneyekî wan bi hevre dikşîne û dibîne ku herdu di axur de bûne dost û heval û hogir.

   Werhasil, aqûbet li siyasetmedar û rayedarên partîyên me Kurdên bakur be rebbî! De bila ji vî ker û gurî, ji mişk û pisîka bajarê Zonguldakê fedî bikin belkî hema wîjdanê wan bijene û fikra tifaq û yekîtîyê têkeve serê wan.

   Yan na, ewê Tirk di van hilbijartinan de tirê ji wan berdin allahwekîl!

Demokratîk Cûmhûrîyetê lotikek lêxist

Cembelîyê Botî-11/05/07-Cizîrê-Serokê beledîya Cizîrê û endamê DTP Aydin Bûdak lotikek bêîman ji Demokratîk Cûmhûrîyetê xwar û ji kursîyê xwe bû.

   Dibêjin wezareta hindur bi nameyekê ew ji wezîfê xistiye û gotiye:”Kuro evê han endamê rêxistinek terorîst e, propaganda rêxistina terorîst dike bavo, waweylê! Hema bi çeplê wî bigrin û ji meqamê wî daxin xwarê” filan û bêvan.

   Dibêjin Bûdak ji ber axavtina xwe ya Newrozê lotik xwariye û axavtina wî li zora qûna dewleta virqo çûye. Bûdak çi gotibû? Gotibû:”Silav ji Îmralî re, ev Newroz Newroza te ye" (ji Ocalan re) û hew. Xuyaye ev gotin jî li dij maddeya terorê ya maddeya 7/2an e. Werhasil, ji berê de dibêjin:”Heçê here masîyan wê delinga wî şil bibe”

   Îcar tiştekî bê bedel tune qurban. Te silavek şand û wan jî lotikek li te xist û tu sax! Xeman mexwe, Xwedê kerîm û rehîm e looo!

 Qemerê canê quhê Beşarko kişand

Bavê Cengo-11/05/07-Qamişlo- Dibêjin Wezîra Derve ya Amerîkayê xanima qemer Condoleezza Rice tiliya xwe xistiye çavê Beşar Esed, guhê wî kişandiye û gotiye:

   ”Heger hûn bi Amerîkayê re têkilîyek baş dixwazin, divê hûn dev ji piştgirîya terorîstan berdin, sînorên xwe ji terorîstên ku derbasî Iraqê dibin re bigrin, dev ji fitne û fesadîya navbera Îsraîl û Filistînê berdin û ji Lubnanê derkevin. Yan na, divê hûn kumê xwe deynin ber xwe û baş bifikirin” filan û bêvan.

   Werhasil, li ser bextê fesadên kolanên Şamê be, dibêjin Beşar Esed ji ber van zirtên xanima qemer nema xew dikeve çavên wî û her serê deh deqîqan diçe avdestxanê.

   Lê yabo li hev nateqînin ma çi fêde loooo! Çavê me li riya eskerên Amerîkî qerimîn allahwekîl!

 

Di 109 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de Mora Nîsanê

 

 

Konê Reş

 10/05/07-Miletên bindest heyîya xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, qeweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek be, hengî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e…

 Mîr Celadet Alî Bedirxan (Dewama nivîsê bixwînin)

 

Mir û nemir

 

Rozê-10/05/07-London- Xuyaye carna doktorên Ewrûpî jî xeletîyan dikin û lotikan li xelkê dixin. Li welatên wek Tirkiyê ev bûyerên bi î awayî gellek caran tên dîtin, lê li Ewrûpa kêm lê tên rasthatin.

   Werhasil, rebenê Grandad John Brandrîck ji ber nexweşîya xwe serî li doktoran dixe û doktor jê re dibêjin:”Ahaaa, bi telaq kansêra pankreasê bi te re heye û tenê şeş (6) mehên jîyana te mane. Îcar tu ci diki bike û tama van şeş mehan derxîne” filan û bêvan. Li ser vê xebera nexêrê, radibe John Brandrîck jî çi mal û milkê wî heye li cîran, dost û gohiran belav dike û şût û rût dimîne, li bendî roja mirina xwe dipê.

   Wele ez serê we neêşînim, şeş mehên gewrik pişta xwe didin derî û dibe vite vita dilê Brandrîckê peppûk  Ji xwe dibêjin di wan çend rojên dawî de ji tirsa mirinê tir xwe di qûna wî de nagirin û wek mirîşka ku hêk têde bimîne û dernekeve, xwe bi ser hev de diesirîne, diperçiqîne û kelegirî dibe. Lê şeş meh derbas dibin û Brandrîckê me namre. Melkemot li derî naxe û doza ruhê wî nake. Yanî, gotinên doktoran derew derdikeve. Rebeno hem êşkenca tirsa mirinê dikşîne û hem jî mal û milkê xwe belav dike û wek parsekan şût û rût dimîne.

   Neyse, îcar li gora rojnameya The Sun dibêje, dibêjin Brandrîck doktor dane dadgehê û dixwaze heyfa xwe bi rêya dadê ji wan bistîne. Heyfê bistîne nestîne em nizanin, lê bi telaqê Tony Blaîd, êşkenca ku wî ji destê tirsa mirinê kişansiye Saddam Hisên li ber sêdarê nekişandiye.   

   Îcar hay ji xwe û textoran hebin heyran. Hema bela tim û tim kefenê we di bin çengê we de be û hew!

 

 

 

NETEWEYÊ BÊ FOLKLOR

GORISTANA BÊ KÊLIK E

 

 Zeynelabidîn Zinar-08/05/07-

Babeta vê nivîsê ev e: Li Bakûrê Kurdistanê Rewfla Folklora Kurdî û Hunera Tê de. Herweha

dilqên Folklora Kurdî ku çewa li pêflberê asîmîlasyonê dibe asteng.

    Folklor serweteke wisa pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêflan heye û ne jî pîvan çêdibe. Herweha ji her neteweyekî re wisa girîng e ku pê rizgarkirina ji mirina netewî çêdibe. Eger mirov folklorê bi awayekî din binirxîne, ev yeka hanê derdikeve holê: Çi neteweyê ku folklora wî tune be, ew di rengê goristaneke bê kêlid de ye. Lê eger folklora wî hebe û xwedîtî lê neke, ew di rengê goristaneke bi kêlik de ye. Yanî ew netewe her mirî ye û warê wî jî her goristan e. (Dewama nivîîsê bixwînin)

 

Xweş xebere, lêêêê!?

 

Mihemed Soran-08/05/07-Silêmanî-Li ser bextê malpera Nefelê be, dibêjin malpera Nefelê hevpeyvînek bi xanim Xêro Talabanî re kiriye û di vê hevpeyvînê de Hêro xanim gellek tiştên xweş di derbarê zimanê Kurmancî de gotine.

   Xwedêgiravî Hêro xanim gotiye:”Bila zaravayê Kurmancî jî û yê Soranî jî di sîstema perwerdeya Kurdistanê de bên bikaranîn. Bila li deverên Soranîaxêv Soranî û li deverên Kurmancîaxêv jî Kurmancî bibe zimanê lotikan û bila li herdu deveran jî şagirt dersên zaravayê din jî hîn bibin” filan û fîstan.

   Werhasil, dibêjin “Xweş xebere lê me ne bawere!” Dibe ku Hêro xanim ji dilê xwe yê pak van gotinan dibêje û birastî jî niyeta wî paqij e. Lê heyran, van rayedarên hikûmetê tofanek wisa anîn serê Kurmancî ku êdî kî rastîyê jî bêje em nema bawer dikin haaa!

   Hema bi namûsa Dilşad Mihemedî, heta Soranîperestên mîna Dilşad Mihemedî, Ferhat Şakelî, Şêrko Bêkes, Muhsîn Ciwanmêr, Fehmî Kakaî û bi sedan kesên wek wan di nava we de hebin, we ji Kurmancî re negot “Amînnnn” û xelas!

Mêrdînîyan heta bi ber xistin Erkan Mûmcû!

Silêmanê Keleş-08/05/07-Mêrdîn- Wek hûn zanin, bi sedhezaran Kurd di nava partîyên dewletê de lotikan davêjin û qaşo pê qepik nanê xwe dixwin. Ji ber ku Kurd hîna negihane zanebûna xwe ya netewî û sînorek nexistina navbera xwe û dijminên xwe yên Tirk, çi bi navê bratîyek sexte û çi bi navê berjewendîya şexsî û malbatî, di nava partîyên Tirkan de siyasetê dikin. Helbet di vê de bandora xeletîyên partîyên Kurdan jî hene.

   Werhasil, partîya ANAP ê di hilbijartina serokkomarîyê de li cem CHP cîh girt û li ber çavê gellek alîgirên xwe reş bû. Lê pozê kesî neşewitî û kesek wek Mêrdînîyan bi girseyî ji ANAPê veneqetîyan. Ji ber vê helwesta ANAP ê Mêrdînî rabûn lotikan û şaxê Mêrdînê tevî 700 endamên xwe ji ANAP ê veqetîyan.

   Werhasilî kelam, bawer kin, heger Kurdên bakur wek Mêrdînîyan lotikan li partîyên xwe xin, wê Tirk û xwînheramên doşirme nikaribin wekîlekî jî ji Kurdistanê derxînin. Lê mixabin hîna Kurden xwenenas pir in û jibo berjewendîyên xwe yên şexsî û malbatî hestîyên van partîyên nîjadperest dikevêjin.

   Neyse, Xwedê aqilekî bide me Kurdên bakur û hew!

Rîh dibe bihost lê Îranî nabin dost!

Diyar Baban-07/05/07-Mahabad-Dibêjin serokwezîrê me Nêçîrvan Barzanî di serdana Îranê de bi gellek rayedarên Îranî re rûniştiye û bi xweşbêşî li halê hev pirsîne. Helbet di siyaset û dîplomasîyê de zimanê xweş û nerm mifta têkilîyan e. Tu gotinek me ji vê re tune.

   Dibêjin Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina bi Mistefa Por Mihemedî de gotiye:”Têkîlîyên me bi komara îslamîya Îranê re kevn û dîrokî ne. Îranê hertim di dema tengasîyan de alîkarîya me kiriye. Emnîyeta komara îslamî emnîyeta me ye jî” filan û bêvan.

   Em bawerin ku serokwezîrê me Nêçîr, ji me çêtir zane bê Îranî çi bêbav û zinêkarin û bê çi qesasên serê qewmê Kurd in. Îranîyên ku destê wan di xwîna bi sedhezaran Kurdan de heye, îro jî xwîna Kurdan dirêje û hê xwîna Qasimlo û Şerefkendî ziwa nebûye.

   Îranîyên ku bi riya şiiyên Iraqê destdirêjîya Kerkûk û bajarên din ên Kurdistanê dikin, tucarî nebûne dostên Kurdan û divê her Kurdek bizane ku “rîh dibe bihust lê Îranî nabin dost!”

 

Wan jî biryara zewacê da

 

Av.A.Dîlan-06/05/07-Enqere-Piştî ku wextê hilbijartinê eşkere û kifş bû, partîyên Tirkan ketin nav lotik û pehînan û yeko yeko mehra xwe bi hevre dibirin.Jibo ku rê li ber serketina partîya AKP û Erdogan bigrin, radibin bi hevre dizewicin û partîyên xwe dikin yek. Herçiqasî zanibin ku ewê nikaribin xweser hikûmetê avabikin jî, lê çiqasî rê li ber AKP bigrin hewqasî ji xwe re baş dibînin.

   Werhasil, berî niha partîya ANAP û DYP biryar girtin ku di bin navê Demokrat Partîyê de bibin yek. Niha jî serokê CHP Denîz baykal û serokê DSP Zekî Sezer biryar dan ku partîyên xwe bikin yek û bi hevre bizewicin. Li ser bextê xelkê be, her çiqasî Rahşan Ecewît dibêje "Ez partîyê teslîmî Baykal nakim û vê tirê jê re nahêlim" jî, lê dibêjin wê di vê zewacê de Zekî Sezer bibe zava û Denîz Baykalê xwînheram jî bibe bûk.

   Îcar di nava nivînê de kî bazdide ser kê, kî dike kê ewê di pêş de xuya bibe. Hema bi namûs, ji Tirkan kî di kê ke ji me re kar û xêr e û hûn sax!

 

Bêbavan lotikek li Mahmûdê me xistin

 

Zilfoyê Qersî-06/05/07-Qers- Seroê şaxê DTP ê Qersê Mahmûd Alinak di mesela bûyera Şemzînanê de gotibû:”Şemzînan ji alî komara kontrgerîlla û mêrkujên wê ve hat bombebarankirin” û lotikek li dewleta virqo xistibû.

   Li ser van gotinên wî, Dadgeha Aslye ya Ardahanê rabû lotikek dijwar li Mahmûdê me xist û 10 mehên girover ceze lê birrî.

   Ma emê bêjin çi heyran? Aha nîmetên deokratîk cimhûrîyetê û bratîya Tirkan ev in haa!

   Wey qede bi wan û bratîya wan keve rebbî!

 

Herdu qûnek dibin yek

 

Ehmed Beyan-05/05/07-Enqere- Hat ragihandin ku herdu partîyên dijminên qewmê Kurd DYP û ANAP di bin navê Demokrat Partî (DP) de dibin yek û ewê êdî ji navendekê lotikan li xelkê xin.

   Helbet serokên van herdu partîyan Mehmet Agar û Erkan Mûmcûyê qûnek ne ku ji hev hezdikin. Ew hesabê hilbijartinê dikin û dixwazin bi vê lotika yekîtîyê di meclîsê de bibin xwedî gotin.

   Werhasil, gotinek heye dibêjin:”Dijminê dijminê min dostê min e”. Îcar ev jî mesela qûnekê Mehmet Agar û Ûgûr Mûmcû ye. Herdu jî dijminên partîya AKP ne. Ne tenê dijminên AKP lê herweha dijminên hev in jî. Lê berjewendî wan tîne cem hev û mecbûr dimînin qûna hev balêsin.

   Werhasilî kelam, bila aqûbet li serê partîyên me yên Kurdên bakur be. Bi telaq heta partîyên me jî neyên cem hev û bi hevre lotikan navêjin, wê Tirk her û her li wan siwarên û hûn sax!

 

s© lotikxane 20-02-2006