Google

 Lotikxane

ARŞÎV.......                                          info@lotikxane.com .....                    lotikxane@hotmail.com

 

 

Bêwar Brahîm

Ezela ber bi rojê ve

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Terorîzm

 

Faris Beg

Zirtikvanên generalan

Selîm Acar

Muxtira

 

Adil Dûran

1 Gulan!

 

Bavê Ronahî

Alanlar çiksin

 

Lezgîn Şêxo

Xêrhatina axê

 

Konê Reş

Hînbûna zarokan

Lokman Polat

Evîndara

tirsonek

B.X.Sirûcî

Nexweşîya

me

Metelok: Seg ji tirsa şevê, bi roj direyê !                                                      30 / 05 / 2007

Paşnavê wan tam layiqî wan e

 

(Wêne bitikînin û bixwînin)

===============

Cara yekem jinek Japonî bû lotikvana dinyayê

 

Lîî Mîrato-30/05/07-Tokyo- Herçiqasî Japonî di warê pêşxistina teknolojîyê de serkêşîya cîhanê dikin jî, lê rebenan ji ber ku piranîya wan bejinqut û zeîfokî ne, hinekî di nava kompleks û jixwenebawerîya bedewî yê de ne. Ji ber vê jî wan tucarî bawer nedikir ku wê jinek Japonî bibe banûya dinyayê û taca bedewîyê deyne ser serê xwe.

   Werhasil, di pêşbirka banûya gerdûnî de vê carê felekê berê xwe da Japonan û destê xwe li pişta wan xist. Di pêşbirka ku li Meksîkoyê çêbû de keça Japonî Rîyo Morî ya 20 salî bû lotikvana herî bedew û ewê salekê dinyayê li ser tiliya xwe bizîzikîne.

   De ser xêrê be rebbî, ma wekî din emê bêjin çi! Xwedê qismetê wê veke û di nava xiyar û ecûran de bimîne..

 

Doxîna civata Ereb sist bûye

 

Abdullah El Kurdî-29/05/07- Erebîstan-Derketina televizyon, radîo, înternet, telefon û hemi teknolojîyên nûjen, wilo li serê millet anîye ku ji mirîşka gêj xerabtir hatiye serê wan. Êdî namûs bûye bexdûnis, berjewendîya şexsî daye pêşîya her tiştî û malik li xelkê viritîye.

   Werhasil, dibêjin di warê muzîkê de serê xort û keçên Ereban bûye wek leylanê û bê eraq serxweş dibin. Bi taybet hunermendên jin ên Beyrûdî di klîpên xwe de ewqasî sehneyên şût û rût derdixin ku êdî keçên Ereban çarçef û derpîyên xwe jî davêjin ser sergo û lotik û zîtirkên Erebkî davêjin.

   Yanî, hunermendên wek Hayfa Wehbî û Nancy Aîram, bi muzîka xweya pop, rop, teq û req, zirt û virt, bi klîpên pornoyê dixemilînin û doxînê li civata Ereb sist dikin.

   De neyse canim, ele eynî we ele rasî, Xwedê bikim ev Erebên xurmexur doxîn û delinga xwe bifroşin bi pênc qirûşên xerabe yaxî, wîî!

Kasimpaşalîyan doxîn li Amedîyan daxist kabokê

Serdar Mirad-29/05/07-Amed-Kuro hûn namînin ecêbmayî? Lawo tu dibê qey ev lîztikvanên Dibarbekirsporê nanê kelê, şorba bê dan û savara rij dixwin kurooo! Iiii ihiiii, dîsa serê me li ber Tirkan xwar kirin yabo, îcar emê ji wan re bêjin çi hêê? Hem jî Kasimpaşalîyan zora wan biriye, tewwwwwwwwwwwwww!

   Kuro lawo ma kes kare xwe li ber Kasimpaşalîyan bigre malxerabno? Hûn bi çi cesaretê derketin ber Kasimpaşalîyan, Mihêler? Ê lawo 25 milyon Kurd nikarin zora Kasimpaşali Receb Erdogan bibin, îcar hûnê bi tir û fisan zora Kasimpaşaspora qûnek bibin? Heheyyyyyy! Hem jî 11 Kasimpaşalî? Wey liminnnnnn!

   De neyse, dibêjin taximê qantirên Kasimpaşasporê 2 gol xistine Diyarbekirîyan û golek jî xistine xwe. Dibêjin gola Kurdan ewqasî xurt û bi hinner bûye ku bûye vîjvîja qûna dergevanê Kasimpaşasporê û bi xwe de rîtiye.

   Werhasil, xuyaye Diyarbekirspor hînî dîsîplîn, lêxistin û êşkencê bûye. Heta go yekî wek Gafar Okan neyê ser serê wan û lotikan li wan nexe, aqilê wan nayê serê wan, hella hellaaaaa!   

 

Kewişî ye, xêrekê pê

 

bikin gidîî!

 

Tecawizcî Coşqûn-28/05/07-Beyoglû-Stenbol- Mankena kirh, lotikvana doşirme Doga Beklerîza ku hema bêjin her roj tiştekî kesanedî dibêje û bi xwe dike, ji xwe re li mêrekî qirase digere û dibêjin wek çêleka nav garanê hatiye serê wê.

   Doga Beklerîza ku berê demekê guhên xwe bi şîrêza Japonî bi hev ve zeliqandibû, di vekirina istasyona benzînê a bajarê Kocaelî de ji rojnamevanan re dibêje:” Astrologê min (remildar, falvekir) falek ji min re vekir. Di fala min de derket holê ku ji 16ê meha bê û şûnde ezê mêrekî li gor dilê xwe bibînim û êdî ji lotikên veşartî xelas bim. De ma Xwedê û Pêxember, Xwedê bikim mêrekî qirase bi ser min vebe ku bi şev û rojê min bide ber lotik û pehînên qantirkî” filan û fîstan.

   Erê erêêêêê......Doga Beklerîza ku kes nemaye û bera ser xwe nedaye, îro radibe ji xwe re li mêrekî qirase digere û qaşo wê ji 16 meha bê û pêde ew qirase xwe lê bipêçe.

   Keçê lawo, ma mêrek tenê têra kanîya te dike peppûkê?  A baş here konê xwe di nav bîstan û mixtîyekî xiyar û tirozîyan de veke keçko, wîî! Hema biqeşêre û bixwe, biqeşêre û bixwe, ma ne çêtire peppûkê!?

 

Kejê bû supermodela Almanyayê

 

Tacdîn Baran-27/05/07-Almanya-Kejê tu kejî wele bile tu kejî, çavê min pê ket dilê min kete te jî.... Belê, Barbara Meier a kej, xwînşîrîn û 20 salî bû supermodela Almanyayê. Barbara bi xwe keçek kej e, sorik û morik e, bejin wek tayê rihanê û dêm û lêvên wê jî wek mewîj û bastêqa Mêrdînê şêrîn û tamdar in.

   Li ser bextê cîrana wê Alberta be, dibêjin lotikên wê ji lotikên hesp û mehînan, awirên wê ji tîrêjên lazerê, maçên wê ji agirê cehnemê û sîng û berên wê jî ji behçê bihuştê xweştir û berhemtir e.

   Werhasil canim, Xwedê da wîyê ku Barbara têxe xefka xwe û çend şevên bihuştî pêre derbas bike.

   Axxxx lawo axxxx! Emrê leglegê çû bi teqreqê, me kejek mîna Barbara Meier nexist ber can û cesedê xwe û emê bimrin kuro, hoooweehhhhhh!

 

Were emê mezintir bikin qurban!

 

Dr.Mihyedîn-26/05/07-Ewrûpa- Enrîque Îglesîas kurê hunermendê navdar Julîo Îglesîas e. Ew jî wek bavê xwe stranbêj e û daye dû şopa bavê xwe. Lê pirsgirêkek wî peppûkî heye ku jêre bûye nexweşîya û kula bê derman.

   Werhasil, Enrîque Îglesîas ji rojnama Ingilîz The Sun re dibêje:”Pirsgirêka min a herî mezin biçûkbûna penîsê min e. Ez bawerim di dinyayê de penîsê herî biçûk ê min e. Wek ê zarokekî ye, malmîrato mezin nabe û wek Tirkan “hacûcî” maye. Ji ber biçûkbûna wî malxirabî jî ez zêde nikarim lotikan li gewrebozên Ewrûpî bixim” filan û bêvan. Herweha dibêje:”Wextekî min xwest ez dest bi çêkirina kondomên biçûk bikim. Lê min dît ku ji penîsê min biçûktir penîs tunene, rabû min dev ji bazirganîya kondomên biçûk berda” filan û bêvan.

   Weleddddd! Lawo ma zilamê go penîs û xiyarê wî biçûk be, zilam e kurê min? Wele bi serê te, bavê te Julîo Îglesîas ker diçirandin bavo, wîî! Bi telaq yan tu ne li wî hatiyi û yan jî hêka te xerabeye û xelas! A baş were ber destê textor û operatorên Lotikxanê, ta û derzî, kêr û meqes pir in. Emê çend santîmekî ji te re dirêj bikin heyran! Hema bila xêra dê û bavê me be, tevdîrrrrrrr!

 

Derhênerê Kurd Mano Xelîl LOTIKEK bê ÎMAN li bin duvê VIRQO xist.!

 

Tolhildan-26/05/07-Berî du mehan hikûmeta virqo bibû sebeb ku filmê Kurdî „Davîdê Tolhildan“ ji festîvala filman a Emîrata Erebî bê kişandin. Niha film beşdarî helbijartina festîvala navnetewî a filman li Krakova Poloniya dibe.

   Pişti lotikên mezin ku li virqo ketin, di festîvalên filmên weke festîvala filmên Kurdî li London û Berlin û li festîvala Solothurn, û piştî ku di festîvala filmên Aljazeera de cih girt.   

   Niha dûvê VIRQO li Poloniya tê hildan û filmê „Davîdê Tolhildan“  beşdarî festivala filman a Krakov li  Poloniya dibe ku ji 31ê Gulanê heta 5ê Hizêranê dikşîne. (Bixwînin)

 

================

Fîşek nikarin xwe nêzîkî wê herêmê bikin, îcar behsa telefonê dikin kuroooo!

 

Şeyda Modelfiroş-25/05/07-Swîsre- Belê, pêşketina teknolojî û afirandinên nûjen dikin ku her roj tiştên ecêb û kesanedî derkevin pêşberî mirovan. Meselen derpîkê kinik! Yan jî, binkiras!

   Werhasil, li Swîsreyê şîrketa Îsabodywearê derpîyekî kinik jibo pîrekan (jinan) îcad kiriye. Ev derpî ji têlên zîv tên çêkirin û xwerû zîv e.

   Xwedêgiravî rayedarekî şîrketê dibêje:”Me ev derpî bi tayber jibo pîrekan çêkir da ku radyasyona telefonên desta bandora xwe li bedena jinê nekin. Gava jin vî derpî li xwe bikin, wê bê tirs telefonên xwe bikarbînin” filan û jehr û ziqûm.

   Werhasil, derpî xwerû ji zîv tê çêkirin û heta niha 4 hezar adet hatine ber firotinê. De îcar werin û li aqilê rayedarên vê şîrketê binerin loo! Çiye? Qaşo radyasyona telefonan xwe ji bedenê bidûr dixe û xwe nêzîkî wê herêma nazik, nermik û germik nake! Kuro lawo fîşek, tenq û top newêrin xwe nêzîkî wê herêma xeta sor bikin, îcar ma dora radyasyona telefonê! Tewwwwwwww!

=========

 

Helbestek zarokan ji

Selah Mihemed

 

 

Pisîk

Pişo po new new

Bidim te şîr û dew

Têr bixwe û binere

Nûka rabe bikev xew

    Pisîka min beleke

    Pirç dirêj û xeleke

Terîka wê dirêje

    Pêre dikim heneke

Pisîka sor û sipî

Wêna nahêlim birçî

Jêre mast û şîr tînim

Datînim li ber derî

 Yadê rabûye ji xew

   Bankir pisîka bedew

Pisîk hatiye ba wê

   Danî ber firdikê dew

Gava pisîkê têr xwar

Mastê dinavde girar

Rûnişt i'ser terya xwe

Wek ê ser hespê siwar

Eve eve pisîka min

    Eve dost û yara min

Bi hevdûre dilîzin

      Çi kêfxweşe diya min

======

 Biratîya gur û pez

Ji Seydayê Dilmeqes

Çawa dev ji Kurdistanê berde

Hinek dibêjin gel tev bira ne

Lê ti kes dîtiye an jî seh kiriye

Gûr û rovî bi pez re bibin birane

Demeke rom û ereb  farisan

Ketin nav pez û baxçe û rezan

Ta niha bi navê mezheb û olan

Parçe kirin welatê me Kurdistan (Dewama helbestê bixwînin)

 

 

 

Meclîs kirin bexçê xiyaran!

 

Fersed Bosalî-30/05/07-Her kesê ku bivêt xwe fêrî kungfo biket, bila qesta meclîsa atakerê cehş bikit. Dixwazin têkevin nav Yekîtîya Europa jî belê hatina wan tenê jibo  ku navê Kurda wenda biken. Divên cehşîtîyê biken navbera Europa û Îranê da ku pêzanîna bigehînin îmam şeytanî. Me dixwest em qereçên xwe jî têxîn nav meclîsa tir tir Tirka, belê ya dîyare baxçe gîyanê wêrane û ne meclîse.

   Werhasil, de ji xwe re li wêneyê jorîn binerin û bibînin bê Tirk di meclîsa xwe de çi lotik û pehînan li hev dixin. Îcar, ku wekîl û rêberên Tirkan ev xiyar bin, gelo hûnê çi hêvîyê ji gelê çirto-virto bikin?

   De Xwedê bikim di kefenê sed bavê hev nin rebbî!

 

Ji %97.62ê wan ehmeq derketin

 

Bavê Cengo-30/05/07-Qamişlo-Belê, referandûma Sûrîyê çêbû û Beşar Esedê bejinelok dîsa jibo 7 salan bû serokdewlet, mîr û wezîr. Referandûma ku ji Beşar Esed pêve kesî newêrîbû qûça xwe deyne, xelk mecbûr kirin ku dengên xwe bidin wî bêbavê bejindumetro.

   Werhasil, li gor daxuyanîya wezîrê hindur ê Sûriyê Besîm Ebdulmecîd, encama referandûmê sedî sed baş derbasbûye û ji %97.62 qantiran dengê xwe dane Beşar Esed. Erêêêêê erêêêêê…..

   Dibêjin „Pisîk ne li mal be mişk evdirehman e“. Îcar ev jî mesela me û Beşarko ye. Mêrik rê neda go ji wî pêve kesek namzeta xwe deyne, îcar dibêjin em sedî sed biserketin. Ê lawo bi sê telaqan, heger ker yan qantirek jî bibe namzet û nehêle heywanek din li himber wî bibe namzet, wê bibe serokqantir bavo, wîî! De ne ser xêrê be rebbî!

   Haaaaa, em ji bîr nekin ku gellek Kurdên me jî bi def û zirne serokatîya Beşarko pîroz kirin û xwe wek wî kirin kerrrrr!Wey ne ser xêrê be…..

Sefîn Dizayî tir ji Tirkan berda allahwekîl!

Av.A.Dîlan-29/05/07-Enqere- Xuyaye ji her alî ve ecacok, bahoz, tofan û babîsok li Tirkan rabûye û nema karin rêya ber lingê xwe bibînin. Îcar gava rêya ber lingê xwe nebînin çi dikin? Êrîşî derûdorê dikin û dixwazin şûjina çavê xwe têxin çavê xelkê. Ji her alî ve mahne û sedeman dibînin yan çêdikin da ku êrîşî başûrê Kurdistanê bikin û zîtirkan bidin  xwe. Lê xuyaye ev tir ji wan re namîne û hesabê sûkê û malê li hev dernakeve.

   Werhasil, berî teqîna Enqerê, Serekerkanê Artêşa Virqo Yaşar Buyukanitê sermezin di malpera xwe de berê xwe dabû başûrê Kurdistanê û dîsa ziryabû. Piştî wê bi rojek du rojan  teqîna li Enqerê çêbû. Mêrikan ji alîyekî bombeyan li paytextê xwe diteqînin, ji alîyê din sînor tije esker, qantir, tenq û top dikin.

    Werhasil, em bên ser mesela Sefîn Dizayî û tirjêberdana Tirkan. Dibêjin xwedêgiravî Sefîn Dizayî ji malpera Nefelê re gotiye:“Gelê Kurd wê rê nede ku tenq û panzerên Tirk derbasî Kerkûkê bibin. Wê ji zîtirkên wan re temaşekar nemînin“ filan û bêvan. Îcar xuyaye ev lotika Sefîn Dizayî wek xincerekê ketiye hinavê Tirkekan û tir ji wan berdaye.  Tirek ewqasî mezin ji wan berdaye ku nema karin herin ser doşeka jinên xwe allahwekîl!

   Wey aferîn Sefîn Dizayî! Ha wilo çend tirên din jî ji van bêbavan berde ku êdî tirên wan bi wan de biteqin û pê bi jehrî bikevin…..

Denîz Baykalê qûnek û Kurdên bêxîret!

 

Mîr Ronas-29/05/07-Êlih-.Nizanim we Denîz Balkalê ewladê zinê dît yan na? Qûnekê heram li bajarê Mersînê mîtîngek lidarxist û dîsa zimandirêjîya Kurdan kir. Te digot qey tu mijarek din ji devavêtina Kurdan pêve nemabû ku kurê dêlê ha ha êrîşî Kurdan dikir. Werhasil, dijmin dijmin e, bê minnetî ye.

   Lê tiştê xerîb çiye hûn zanin gelî xwendevanan? Ji Sêrtê, Agirî û ji gellek bajarên Kurdistanê Kurdên menfeetparêz û bêxîret hatibûn û li vî kûçikbavê Denîzkero guhdarî dikirin! Erê lo, qûnekê Denîz Baykal dijûnî Kurdan dikir û wan Kurdên xwenenas jî jêre li çepikan dixist. Îcar navê vê ne bêxîretî be çiye?

   Werhasil canim, bi sê telaqê Mistoyê Kerxana Selanîkê, di mesela Kurd de Tirk Tirk e, ha çep, ha rast, ha misilman, ha komunîst û min di devê tevan de mîzt û hûn sax!

 

Dîsa zinêkarê yekem derketin

 

Rozê-28/05/07-London-Di lêkolînekê de derket holê ku li dinyayê kesên ku herî zêde jin û mêrên xwe dixapînin Tirk in. Rojnama Ingilîz The Economîst, lêkolîna şîrketa Durex a preservatîfan (kondom) veşand. Lêkolîn li ser seksa global hatiye çêkirin û ji 41 welatî 300 hezar kes beşdarî lêkolînê bûye.

   Werhasil, di lêkolînê de derketiye holê ku ji %57ê Tirkan jin û mêrên xwe dixapînin. Dibêjin, zewaca Tirkan tenê li ser kaxezê dimîne û wekî din di bin re jî yan hinekên din bera ser xwe didin û yan jî bazdidin ser xelkê.

   Di lêkolînê de ji sedî 57ê Tirkan gotiye:“Raste, em jin yan mêrê xwe dixapînin. Ma heyran herroj tirşik û savar tê xwarin? Wele û bille em bi tirşika malê virikî dibin haa. Divê em carna xiyar û bacanên guhertî jî bixwin canim, wîî“

   Li gora lêkolînê welatên ku herî zêde jin û mêrên xwe dixapînin ev in:

Türkiye: % 57, Danimarka: % 44, Norveç: % 41, İzlanda: %38, Güney Afrika % 26, İsveç % 25  Fransa % 24, Kanada % 19, ABD % 18, Avustralya % 17, Çin % 16, Hindistan % 16, İngiltere % 14, Almanya % 11, Polonya % 10, İsrail % 7

 

Kurdên me hîna jî zirnevanîya Beşar Al Asad dikin!

 

Kanîwar Efrînî-27/05/07-Qamişlo-Birastî em Kurd milletekî ecêb in. Ji ber ku milletê me hîna xwe wek “millet” nasnekiriye û netewayetîya wî tenê ji qirikê û bi jor de ye, serpêhatî û tiştên ku dewletên dagîrker anîne serê wî, zû jibîr dike.

   Werhasil, wê rojê ez li bajarê Qamişlo bûm. Yabo çend lotikvanên dewleta bênamûsên Erebên Sûrî hatibûn “merkez al saqafî” jibo ku serok Beşar Al Asad bikin serokê Sûrî. El muhim we werhasil, piştî ku gotin û zirt û virtên xwe kirin, derketin derveyî salê. Hema yabo min dît û hûn nebînin, Kurdên me rabûn bi def û zirne dane lotik û pehînan û dawetek şêxanî gerandin. Ez bi xwe mam matmamî. Yahoo, ma ev çiye? Ev çi Kurdayetîye? Erê lo, daweta Erebî li ber def û zirna Kurdî!?

   Werhasil, ez ji Kurdên Qamişlo gelekî aciz bûm. Beşar Asadê ku berî çendakê bibû sedemê kujtina bi dehan Kurd, Beşar Asadê ku hîna nasnama Kurdan qebûl nake, îro di nav Kurdên me de bi def û zirne, bi hella hella tê pêşwazî kirin û lotikan li me Kurdan dixe! Ê lawo, li wî hale ma li me çi hewale malmîratno?????

 

 

Demokratîk Îsot Cûmhûrîyetî

 

Mirtezayê Îsotfiroş-26/05/07-Ruha- Belê, xuyaye wê ev hilbijartina îsal bibe wek lîztika zarokan. Hema heçê sîyasetmedar û ne sîyasetmedar jî xwe li ber namzetîyê radikin û dixwazin meclîsa Tirkiyê bikin lotikxana „kê kir kê“. Ji model, manken û stranbêjên zinêkar bigrin heta bi kor û seqetan jî bûne namzetên wekîltîyê û daw û delingên xwe hildane.

   Yek ji wan jî lehmecûncî Îboyê me ye. Îboyê ku xwe wek Împarator dibîne û tiliya xwe dixe bin her kevirî, biryar da ku ji Ruhayê wek „namzetê serbixwe“ qûça xwe deyne.

   Li ser bextê îsotfiroşên bajêr be, dibêjin Îbo bernama propaganda xwe li ser „kirîn û firotina îsotan“ amade kiriye û wê di propaganda xwe de sozê bide ku navê bajarê „Şanli Urfa“ bike Demokratîk Îsot Cûmhûrîyetî û di bazirganîya îsotan de jî bibe Împarator!

   Werhasil, wê Îboyê me ji sedî sed bibe wekîlê meclîsa virqo. De ma Xwedê go meclîsa Tirko jî bike „ÎBO ŞOW“ û hûn sax!

 

Kes tune go singekî têxe vê pîra heram kuroo!

 

Ehmed Beyan-26/05/07-Enqere- Piştî provokasyona teqîna li Enqerê û mahne û seravdeyên rayedarên bêbavên Tirk, serok û çeqel û keftarên partîyan dest bi zirînê kirin û dengê wan ji zirîna keran bilindtir bû. Tirkên ku di her wesîlê de li mahna dagîrkirina başûrê Kurdisyanê digerin, bi vê teqîna li Enqerê yekcar bi ser xwe ve çûn û bû ewte ewta wan.

   Dibêjin li ser sînorê Kurdistanê es-ker û qantirkerên xwe dane hev û li fersendekê digerin ku têkevin bexçê Kurdên başûr, şebeş û tehlikên wan bidizin. Lê dibêjin Amerîkî wek xiltên binê erdê wan dişopînin û pêşmerge jî fîşek dane ber devê keleşkofên xwe û bi hezaran çewal dirûtine da ku têxin serê eskerên Tirko.

   Werhasil, em bên ser pîra perçiqî, bûka Kurdan û dêlika heram Rahşan Ecevît. Rahşsn xanim lingekî wê di gorê de ye û lingekî wê jî li ber avdestxanê ye. Lê xwedêjêstendê di vî emrê xwe de jî rehet nasekine û bi gotinên çewto mewto dixwaze dengekî bi dû xwe xe. Dêlika bêdûnde dibêje:“Divê bê qeyd û şert em têkevin başûrê Kurdistanê. Yan na ewê têkevin me. Ji xwe jibo ketinê em dereng jî mane“ filan û fîstan. 

   Erê lo, de îcar li me û li pîra perçiqî Rahşan Ecevît binerin kuro! Hûn bi dîn û îmana xwe kin, niha hinek rabin piştî vî emrî singekî di Rahşan xanim de bikutin, ne heqê wê û bavê wê ye?

    Yahewlelwelaaaa, dîsa em gunehkar bûn haaa! 

 

Ê de qebûl neke ha, tirrooooo!

 

Şaron Kurdoxî-25/05/07-İsraîl- Erê lo, xuyaye dewleta Israîl ne tenê di çavên Faris û Erebên qûnbigû de, lê di çavên Tirkên hacûc û macûc de jî bûye kelem û dirî. Ji xwe Ehmedînejadê ku qam û bejna wî wek a kûsîyekî ye, bêyî ku bejna xwe bipîve zirt û virtên xwe li Israîlê dike.

   Wewrhasil, niha jî hinek ji general û qûnekên Tirkan zimandirêjîya Israîlê dikin û ji têkilîyên Kurd û Israîlîyan aciz in. Meselen qûnekê Tûxgeneral Abdullah Kiliçarslan! Kiliçarslan,di dema çewalxistina serê eskerên Tırko de akîlarê hêzên taybet ên Tirkiyê bû.

   Kiliçarslan di derbarê hebûn û nebûn, man û nemana Kurd û Kurdistanê de ji çapemenîya Tirko re dibêje:”Divê em vêna baş zanibin. Di avakirin û jîyandina dewletek Kurd de faktor û desteka israîlê pir girîng e. Heger li bakurê Iraqê dewletek Kurd ava bibe, wê ev bibe sedema berdewamîya hebûna Israîlê jî. Û heta ku dewletek bi navê Israîlê jî hebe wê şens jîyana dewletek Kurd zêdetir be” filan û fîstan.

   Ê kurê kerê, ma tu ji niha de zani go Kurd û Israîlî pismamên hev in, kundir?Ma me çima Ibrahîm Xelîl Pêxember şand wan derûdoran, wîî? Xwîna me tevlihev bûye kurê min, xwîna me! Kuro bi telaqê jinberdanê, ji berê de gotine:”Dijminê dijminê min dostê min e”. 

   Îcar mesela me û Israîlê jî ev e. Em herdu millet jî muhtacî hev in û hûn sax! De yurrruuuuuuuu Kilinçaslan efendîîîîîîîîîîîîîîî! Berî tu behsa Israîl û misraîlê biki, binamûs be û here heyfa çewalên Amerîkîyan hilîne oxlimmmmmmm!

 

Ji hinek Kurdên me binamûstir derket

 

Cemîl Cewher-24/05/07-Hewlêr- Dibêjin nivîskar û rojnamevanê Amerîkî, lotikvanê meşhûr Thomas Frîedman gotiye: ”Ger Iraq wek deslet bişkê, ezê piştgirîya Kurdistanek serbixwe û demokrat bikim” filan û fîstan. 

   Heyran bi sê telaqên Mahmûd Ehmedînejadê qambihust, tu ji gellek rewşenbîr û nivîskarên me çêtir difikiri, wîî! Hinek nivîskar û rojnamevanên me yên ”mejîçep” û ”enternasyonalîst” serxwebûna başûrê Kurdistanê naxwazin û wê wek ”Îsraîla duyemîn” dihesibînin.

   De îcar destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin:Thomas Frîedmanê emperyalîst xêra Kurd û Kurdistanê dixwaze, yan rewşenbîrên me yên çep ku hîna bi navê bratîya gelan (!) kî...ê xwe û qûna xwe ji hev nasnakin, xêrxwazên Kurd û Kurdistanê ne?

   Kuro bi namûs, kî xêra Kurd û Kurdistanê bixwaze ew dost e, û kî dijminatîya berjewendîyên me yên netewî bike, ew qûneke û hûn sax! 

 

Çoban Sulo lotikek xwar û

bi xwe de rît

 

Zinar Qelemşûr-24/04/07-Stenbol- Ev çend carin Çoban Suleyman Demîrel ji alî xwendevanên zanîngehan ve tê rûreşkirin û lotik lê dikevin. Lê xuyaye Çoban Sulo li ber xwe nakeve û di vî emrê xwe de jî dixwaze bibe bela serê Tirkiyê. Çoban Suloyê ku ji demek dirêj ve xwe li serê siyaseta Tirkiyê wek marekî kor pêçaye, hîna jî zitirkan dide xwe û dixwaze bêje:”Ez nemirime haaaa!”

    Werhasil, li ser bextê xelkê be, dibêjin piştî ku xwendevanên Zanîngeha Bîlgîyê lotik li çoban Sulo xistine, nema derpî û şerwal xwe li ber çoban Sulo digrin û hema dibe “virte virta” qûna wî.

   Lê dibêjin çoban Sulo jî gotiye:”Kuro ez çoban Sulêman im. Min dê û bavê wan li ser tiliya xwe zîzikandin, bi telaqê Nazmîye xanimê ezê tirê ji wan berdim” filan û fîstan.

   Neyse, di dawîya emrê xwe de jî ev kûçikbavê doşirme bela xwe ji me venake bavo, yahewlelwelaaaaaaa!

 
Rêwîtîya li ser bahrê şen bû, xwarîn xweş bû û sohbet geş bû!

 

Cemîlê Çargurçik-23/05/07-Swêd-Li ser bextê fesad û ewanên bajarê Stockholmê be, dibêjin braderên me yên Civata Demokratên Şoreşger li Ewrûpayê adetek nuh derxistine û êdî civînên xwe di keştî û gemîyan de lidardixin.

   Dibêjin êdî di salon,  lokal, mal û xanîyan de nema karin tehlîlên baş bikin û plan û projeyên şoreşê bineqişînin. Ji ber vê jî civînên xwe li ser behrê, di nav pêlên avê, di keştîyan de çêdikin ku karibin bi serîkî rehet û mejîyekî safî plan û projeyên şoreşa Kurdistanê amade bikin.

   Werhasil, di Kurdînfo de wêneyên wilo xweş, maseyên xemilandî hene ku dilê mero dibije “seyrana keştîya Vîkîng Lîne”ê allahwekîl! Ê lawo malnexirabno, ma em ji Eyşika Ereb bûn ku we em dawet nekirin vê civîna ser behrê hêê? Belkî me bi xêra we ji xwe re masîyên “Lax” bigirtana bavê min, wey!

   Cara din we civîna xwe çêkir, çavê me li rêya beqlawê qerimî û we nego hema emê gepik beqlawe bişînin Lotikxanê. Ma vê carê? Hema we bigota:”Ev şûşeyek şeraba sor ji Lotikxanê re” ma dinya xeradibû? Kuro ev qirdê Lotikxanê çi kore lawo, hoooowehhhhhh!

   Haaaaa, eman eman, tembîya me li we be. Carek din di keştîyan de civîn mivînan çênekin, Xwedê neke keştîya we wek keştîya "Estonîa" binav bibe wê şoreşa me bê kadro bimîne, weyyy!

   De neyse, henek li alîyekî, civîna we pîroz û bimbarek be gelî brano!

   Bi telaqê jinberdanê, carek din hûn şûşeyek şeraba sor nedin me, emê solên we bidizin, de hûn zanin!

 

Siyasetvanên me           nebûne profesyonel

Xançepekî Mihê

===============

Yan Soranistan û yan me navê Kurdistan

 

 Kurmanco-30/05/07-Kurdistan-Di dema dawî de, gelek hewldanên têkçûyî li Kurdistana azad ji aliyê hin rewşenbîrên şêwezarperest ve bi plan û tevdîr bikar tên. Dest bi çîroka ala Kurdistanê û guhertina wê bû, rûniştin û civîn û hewldan û zikqetandin da ko bikaribin ala Kurdistanê biguherînin.. Ev yek neçû serî û ala Kurdî bi rengê xwe yên dîrokî ma ..

    Dûv re û piştî têkçûna plana ew kesên têkçûyî modêlek din ji me re anîn meydanê, ew jî guhertina sirûda netewî bû.  Şêrko Bêkes û kesên wek wî diramin, xwestin sirûda netewî li gora xizmetkariya ko nerîn û boçûnên xwe biguherînin û lingê xwe li hest û rêza miletekî ko ji 40 milyonî pêk tê bixînin..     (detir bixwînin)

Hûn dixwazin îspata çi bikin baba?

Mihemed Soran-30/05/07-Silêmanî- Kurdên me rabûne bi nexşeyên Osmanî dixwazin Kurdbûna Kerkûkê teqez bikin û ji Tirkan re bêjin:“De binerin haaaa, va dewleta Osmanî jî Kurdbûna Kerkûkê qebûl kirine, hûn çima zîtirkan davêjin me kaka“ û şûjinekê di doxîna Tirkan de rakin.

   Lê xuyaye Kurdekanên me hîna Tirkên dêlegur nasnekirine. Bi telaqê Recebo, hûn ayetan ji ezmanan daxin jî wê Tirk dîsa bêjin:“Ha siktir lan, Kerkûk bizimdir, bir Turk dunyaya bedeldir“ filan û bêvan.

   Îcar a baş dev ji nexşe û xetxetokan berdin. Destê xwe li masê xin û bêjin:“Lan Tirkoler, xiyarê me tehl e, yan hûnê bixwin û yn hûnê di xwe kin oxlimmmmm“ û wan bidin ber Lotikên Kurewarî kaka!

 

Bila Kurdên bakur hemi bi xulamên te bin sayin Tugluk!!

 

Ehmed Beyan-29/05/07-Enqere- Emê zêde dirêj nekin. Dibêjin hevseroka DTP sayin Aysel Tugluk di gotarek xwe de ”Mîsalî Mîllî” paraztiye, li dij ”Sewr”ê derketiye û bîjîyê kerxana Selanîkê Atavirqo wek pêxemberekî bilind kiriye û pesnê wî daye.

   Îcar hinek Kurdên me, rewşenbîr û malperên me jî radibin qaşo wê rexne dikin û pirça serê xwe hildikin.

   Êêêêêê!? Çima hûn aciz dibin bavê min? Xanimê rastîya xwe anîye zimên baba, wîîî! Ma dinya ne demokrasî ye? Belêê! Kare bibe Kemalîst jî, Mîsakî Mîllîparêz jî û hetta Tirkparêz jî, weyy!

   Esas divê em ne li Tugluk û muglukan bigrîn, divê em li halê milletê Kurd û partîyên go ji derveyî DTP ne bigrîn brê minnn! Ma go zilam di nav Kurdên bakur de hebûna, wê yeka ku wek petîxê kurmî nîv Kurd û nîv Tirk e, bibûya seroka partîyek Kurd?

    Keçê tu her bijî Aysel Tugluk!!!!!!!!!!Bila Kurdên bakur hemi bi xulamên te bin û hew, ma ezê bêjim çiii!

Qûnekekî Tirk bedelê qûnekên dinyayê ye, ya siphanallaaaaa!

Fersed Bosalî-29/05/07- Wa dîyare ku Tirkên faşîst destdirêjîya malpera pdk xoybûnê jî kirin. Têda hatiye nivîsandin ku her Tirkekî qûnek bedelê cîhanê hemî ye. Lê raste, her qûndehekî Tirk bedelê qûndehêt cîhanê hemîya ne.

   Ê de başe kurên kerê, eger Tirk jî wek şehîd bê hesabê, de allahwekîl kuştina beraz jî dê bîte qetil li ser her muslimanekî! Ax atakero axxxx,  eger icelê biznê hat diçe nanê şivên duxwe.

   De vêca mesela me û van qûnekan jî ev e…

 

Strana Kurmancî li ser kezebê sekinî û pê beicî

 

Zilfiqarê Serhedî-28/05/07-Wan- Ev bêbavê Tirkan weke ku ji zimanê Kurmancî ditirsin ji cin û pîrebokan natirsin allahwekîl. Kûçikbavan hema ku gotina „Kurdçe“ dibihîzin, tu dibê qey Kurdan bazdaye ser dêya wan, hevqasî ku li zora wan diçe. Gerçî ji bazdana ser dêya xwe aciz nabin. Ji ber ku hema bêjin piranîya wan ewladên zinê û xwînheram in, ji wan re ne xem e kî dibeze ser dêya wan. Lê Kurmancî? Kurmancî wek marê reş bi wan vedide û dikeve wan.

   Werhasil, rebenê Çoban Alîyê hunermend li bajarê Igdirê beşdarî şahîyekê dibe. Rebeno jî dibêje qey Tirk insan in û radibe stranekê Kurmancî jî distrê. Lê gava Kurmancî dikeve guhê Walî û kûçikên berdestê wî, vediciniqin, bi xwe de dimîzin û radibin Çoban Alî ji ser dikê dadixin, hunera wî lê diherimînin.

   Werhasil, Tirkên ku doza endambûna Yekîtîya Ewrûpayê dikin, Tirkên ku xwe wek „medenîyên dinyayê“ dizanin, tehamulî stranekê nekirin û Kurd bera ser xwe dan….

    Erê lawo, Xwedê mala xêrnexwazan bişewitîne rebbî! MHP û Tirkên ku newêrîbûn berî 1980î têkevin bajarên Kurdistanê, îro stranên me qedexe dikin û di gund û bajarên me de cirîdan davêjin. Erê erêêê, Kurd ketine çi halî, weledddd!  

 

Bi can, bi xwîn, em bi tere ne ey serok!

 

Dr.Lotikcan-27/05/07-Berlîn-Dibêjin yek ji Kurdên me yên Sûrî, Serokê Partîya Demokrata Kurdistana Sûrî Tewfîq Hamdûşh daye lotikan û dixwaze bibe serokê Sûrîyê. Errreeeeeeekkkkkkkk! Yabo ma vî ji xwe re nego çi? Malnexerabo bû serokê partîyeke Kurdî, me got “de xem nake”. Îcar jî dixwaze bibe serokê dewletek mîna Sûrîyê! Yabo bi telaq ez qebûl nakim!

    Wek ku berî niha min li ser kongreya (19.05.2007) “Komela Bijîşkên Kurdistan li Almanya” nivîsandibû, me Dr.Tewfîq Hamdoşh jî vexwendibû kongrê. Lê brakê me Hamdoşh niharîbû bê kongrê ji ber ku 250 Euro îştîraqata xwe nedabû û pere pêre tunebû ku kirya riya xwe ji Hambûrgê heta Berlînê bide.

   Werhasil, bêperetî ne eyb e û ne qebhet e. Lê baba, bi vî halê xwe jî dixwaze bibe serokê Sûrîyê! De werin û kirasê xwe yê qetyayî neqetînin? Kuro bi telaqê jinberdanê ez nema dixwazim bibim textor! Ezê dev ji textorîya xwe berdim û bibim wezîrê Serok Dr.Tewfîq û xelas! Ma ne heqê min e birê min, wîî!

   De wernê wernê wernê werin dîlanê esmer, esmera bi zira nadim werin dîlanê esmer! De bajooooo, bi can, bi xwîn, em bi tere ne ey serok!

 

Xwedê xerîbîyê neqe qismetê kesî rebbî!

 

Pîrkemal-26/05/07-Lotikxane-Em Kurd wek liba hinarê li bin guhê tehtê ketine û her yek ji me di war û ciyekî biyanî re derketiye. Hinek ji me li kolanên Ewrûpayê wek mirîşkên gêj sewsî bûne, hinek ji me jibo debara mala xwe di welatên Asya û Efrîqayê re derketine, û hinek jî wek nivîskarê Kurd Ezîz Xemcivîn di Dubaî re derketine. Werhasil, feleka bêbext pişta xwe daye hunermend û qelemşûrên Kurd û em nizanin bê wê heta kengî bela xwe ji me veke. Zarokên Ezîz Xemcivîn xwe avêtin tor û bextê Lotikxanê û xwestin ku ew bi rêya me silavekê li bavê xwe bikin. (Zêdetir bixwînin)

 

Serok Bûşh tilîyek avêt demokratan

 

Hesen Almas-26/05/07-Waşîngton- Serokê DYA mîster George Bûşh, butçeya berdewama şerê li dijî teror û jehr û ziqûmê bi kongreyê da pejirandin û îmana Demokratan teneke kir. Butçe bi qasî 100 milyar dolare û hema bêjin ev pere bê rijandin jî xelasî lê nabe.

   Demokratên ku dixwestin dana butçê bi vekişandina eskeran ji Iraq û Afganîstanê şertîn bikin, xwe li ber lotikên mîster Bûşh negirtin û qebûlkirina vê butçeyê wek tsunamîya Asyayê anî serê demokratan.

   Werhasil, serok Bûşh destê xwe li masê xirt, kongra Amerîkî hejand û got:“Virde wêde nizanim, xiyarê min tehl e, yan hûnê bixwin û yan hûnê di xwe kin, okeyyyyy!“ û biserket.

   De ser xêrê be rebbî! Ev butçe nîşane ku wê Amerîkî demek dirêj ji Iraqê û Kurdistanê dernekevin. Helbet ev jî li xêra Kurda ye wesselam!

 

Ciwaniya Wendayî

 

 Sîmûrg-25/05/07-Em di nav zemanekî ewqas tevlihev de derbaz dibin ku; nizanin ku çawa derbaz dibin. Yên ku doh(duho,do) şivan bûn, îroj rabûne li welatekî Rojava bi msn û kamerayî bi malbata xwe ya welêt re diaxivin.  Yên ku doh nizanîn bi zimanî dayikê xwe binivîsin, îroj rabûne bi zimanekî biyanî dinivîsin. Yê ku doh bi keran destpê dikirin, îroj li kerxaneyên herî nûjen didin mistdandin…

    Hert tişt pir lezgîn guherî… Di nava 30/40 salî de ewqas guherîn!  (Dewama nivîsê bixwînin)

===============

Dulger efendî hefsarê jina

xwe berda

 

Îbrahîm Şopgêr-24/05/07-Antalya- Wextê hilbijartinê nêzîk dibe û namzetên partîyan hûrik hûrik, nermik û germik xwe derdixin pêş. Ji hunermend û lotikvanên sosyetê bigrin, heta bi ker û kûçikan jî dibin namzetê meclîsê û wey li wî ye ku di meclîsa virqo de kursîyekê bidestxe.

   Werhasil, Mehmet Dulgerê ku serokê Komisyona Wezareta Derve a AK partîyê ye, jina xwe Doç.Dr.Îlhan Dulger ne ji partîya xwe lê ji partîya DP kir namzet. Li ser vê, di navbera wî û endamên partîya wî de nîqaş û raberizandinên lotik û zîtirkan destpêkirin.

   Werhasil, li ser bextê diz û çeqelên kolanên bajarê Antalyê be, dibêjin Mehmet Dulger gotiye:”Kuro lawo jin jina min e, mal malê min e, qumaş qumaşê min e. Jina min kê bera ser xwe dide ma ji we re çi? Dixwaze wê xiyarê Mehmet Agar bixwe, dixwaze ê Devlet Bahçelî û dixwaze jî wê wan têxe dora tenûrê” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam,  xelk îş û karê xwe baş zanin. Ew ji AKP û jina xwe jî ji DP dike namzet. Hema kê pê girt ji wan re kar e! Ma wek me Kurdan?

Bi miradê xwe şa nebû û xiyarek xistin wî

Serdar Mirad-24/05/07-Amed- Koordînatorê PKK ê Tirkiyê, rebenê xwelîliser Edîp Başer efendî bi miradê xwe şa nebû û lotikek ji hikûmeta xwe xwar. Başerê ku dixest Amerîka êrîşî ser PKK bike û ew jî ji xwe re payebilindiyekê bidestxe, bi miradê xwe şa nebû û xwêsîya wî di qirika wî de ma.

   Werhasil, dibêjin piştî ku hikûmetê lotikek li Başer efendî xist û ew totlanî hev kir, Başer efendî bi zikêşê ketiye, virikî bûye û ji fedya xwe nema kare derkeve nav zilaman.

   Dibêjin Başer efendî gotiye:”Jikaravêtin tiştekî normal e. Lê ez li ber şêweyê avêtina xwe dikevim. Ez Edîp Başer, mêrê bi sed mêrî, çawa yekî wek Kerdogan min ji karê min bavêje û lotikên alamanî li min xe! Bi telaq, jibo min ev ji çewalên Amerîkayê xerabtir bû” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, ev tir ji Edîp Başer re nema û hûn sax!  Pirsgirêka Kurd serê wî jî xist ciyê ku jê derketiye wesselam......

 

Heywaxxxxx, textorên me jî rabûn hev!

 

Dr.Lotikcan-23/05/07-Berlîn- Kuro ma kîjan Kurdî li hev kiriye ku textorên me li hev bikin hêê? Ma em Kurd zanin bê tifaq, yekîtî û jihevhezkirin çiye? Na bavooooo! Werhasil, textorên me mabûn ew jî bi lotik û pehînan rabûn hev û xwe hetikandin.

   Dibêjin di roja 19.05.2007an de li Berlînê kongra „Komela Bijîşkên Kurdistanê li Almanya“ çêbûye û textorên me rabûne hev. Sala par jî textorên me dîsa ji ber sedema serokatîya komelê rabibûn hev û di encamê de 3 textorên keç û 2 textorên xort bibûn serokê komelê. Lê xuyaye serokatîya textorên keç li zora textorên mêr çûye ku di vê kongrê de xwe li erdê xistin û gotin:“Keko brawoooo! Kuro ma em zilam mirine ku jin dibin serokê komelê, wey wey wey!“ û textorên jin mecbûr kirine ku dev ji kongrê berdin.

   Werhasil, di kongrê de 5 zilamên qirase bûn serokê komelê. Lê tiştê xerîb ev e ku yek ji wan ne textor e û bi navê „Nastaljî Lotikxane“ lotikxaneyek wî heye.

   Werhasilî kelam, em Kurd milletekî ecêb û çirto-virto ne allahwekîl! Kuro ma kîjan Kurd li hev dikin ku textorên me li hev bikin we serê min xwarino, wîî!? 

 

s© lotikxane 20-02-2006