Heger Kurd mecbûr nebin, şer jibo wan têkçûn e.                                                 

                                 Çi kesê ku ruhê netewî pêre tunebe, wê rojek ji rojan îxanetê bi gelê xwe re bike!

                                                                                                                                                      Mistefa Barzanî

      
Google

 Lotikxane

ARŞÎV.......                                          info@lotikxane.com .....                    lotikxane@hotmail.com

          

 

Xwedê rehma xwe li wan û li hemi Kurdên ku, xêzek be jî, bi Kurmancî nivîsandine bikit  / C.A.Bedirxan.

Bêwar Brahîm

Ezela ber bi rojê ve

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Terorîzm

 

Faris Beg

Navbera şûrkişandinê

Selîm Acar

Muxtira

 

Adil Dûran

1 Gulan!

 

Bavê Ronahî

Alanlar çiksin

 

Lezgîn Şêxo

Xêrhatina axê

 

Konê Reş

Hînbûna zarokan

Sîmûrg

Welatê derewînan

Lokman Polat

Spasîya mêhvandariyê

                                                     Metelok:  Navbera şûrkişandin û şûrweşandinê sed sal in!                                  09/ 06 / 2007

 

 

Protesto ev protestoye haaaa!

 

Tacdîn Baran-09/06/07-Almanya- Kuro ma ev Ewrûpî çi medenî ne bavooooo! Mêrikan protestoyên wilo nermik û germik dikin ku aqlê meriv disekine allahwekîl! Wek hûn zanin, salê carekê civîna 8 welatên herî dewlemendên dinyayê çêdibe û li dij van welatan jî protesto û lotikvanîya hêlên çep, aştîxwaz û anarşîstan lidardikeve. Bi vê protestoyê hem dilê xwe hênik dikin û hem jî bayekî ji ber serê xwe berdidin.

   Werhasil, civîna îsal jî li Almanya çêbû. Lotikvanên ku li dijî globalîzmê û li dijî serdestîya van 8 welatanin, dîsa li hev kom bûn û zîtirk dan xwe. (Bixwînin)

Zirtan li hev dikin, lê xwezî bi wê roja go poşan li hev xin

Kostas Krokodîlos-09/06/07-Athên- Xuyaye ev Tirk rehet nasekinin û hema bêjin qûna wan duxre. Ji alîkî amadekarîya êrîşa başûrê Kurdistanê dikin, û ji alîyê din jî balafirên xwe dişînin ser semayên Yûnanîstanê û wan provoke dikin.

   Gava balafirên Yûnanîstanê rê li ber wan digrin û wan mecbûrî vegerê dikin, îcar Tirk radibin lotikan û dibêjin:”Balafirên Yûnanîstanê me taciz dikin, dixwazin me bînin lîztikê” filan û bêvan. Yanî, mêrikan “Hem sûcdarin û hem zordarin”. Lê bi ser vê de jî sûcê xwe dixin stuyê xelkê û şûjina di çavê xwe de nabînin.

   Werhasilî kelam, Xwedê bikim go rojekê li asîmanan balafirên wan têkevin nav hev û bibin piçik û parî û hew! Kuro heta serê van Tirkan li dîwêr nekeve û gunikreşan di ser xwe re nebînin, aqilê wannayê serê wan baba, waweylê!

 

Di hepsê de pîr û kal bû!

 

Şemal Amedî-08/06/07-Hollywood- Lotikvana navdar, mîratxwira Otêlên Hîltonê, agirpêketya serberdayî Parîs Hîlton, piştî ku sê rojan di hepsê de ma (navê wê heps bû û hew) hat berdan û ewê cezê xwe li mala xwe, di nav nivînên germik û nermik de bibihurîne.

  Dibêjin Hîlton xanim bê lotik îdare nake. Ji ber vê jî di hepsê de giryaye û doza cacîqa bi xiyar li hakim kiriye. Dilê hakimê me jî pê şewitîye û gotiye:"De madem sebra te bê xiyar nayê, wî çaxî cezê xwe li mala xwe, di nav xiyar û tirozîyan de derbas bike. Lê pê venerşe haaaa!" filan û fîstan.   

   Werhasilî kelam, xanimê heps kir tirrrrrr û tê de pîr û kal bû! De bila wek me têketa zîndanên Diyarbekrê û jop û şûşên coca colayê têketana wê, wî çaxî wê bidîta bê heps û zîndan çawane û dew brayê mêst e...

 ==============

 

Navê Kurdistanê ziravê wan diqetîne

 

Komser Kolûmbo-07/06/07-Dinya- Dibêjin “Cin ji hesin ditirsin”. Em nizanin çin û pîrebok hene yan na, lê cinên dema me Tirk in û ew jî ji navê Kurdistanê ditirsin. Bawerkin heger mimkin bûya ewê tîpa “K” ji alfabeya xwe jî derêxistina.

   Werhasil, wê rojê çapemenîya Tirk nexşeyek Iraqê derxistibû manşetên xwe û dîsa dikirin zirezir. Di şiroveya xwe de digotin:”Aha bîr bû eksîktî! Ûlan nereyî kariştiriyorsak Kurdistan harîtasi karçimiza çikiyor lan” û tirsa xwe eşkere dikirin. Werhasilî kelam, di vê nerxşeyê de Iraq wek sê eyaletan dixuye û eyaleta Kurdistanê jî wek eyaleyek serbixwe xuya dibe.

   Îcar, em dirêj nakin. Heger hûn dixwazin xêrekê bi xwe bikin û tirê ji Tirkan berdin, hema ji destê kê ji we hat nexşeyek Kurdistanê bavêjin ser înternetê. Bawerkin wê ji qehran Tirk nema karibin herin ser doşekên jinên xwe jî......

 

147 hezar euro ket wan

 

MIradê Torî-06/06/07-Bruksel- Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê dîsa dewleta Tirk rûreş kir û 147 hezar euro ceze lê birrî.

   Doza ku ji alî Mahmûd Anik û Osman Sanri ve li Tirkiyê hatibû vekirin, encama xwe da û dadgehê biryar da û got:“Ahaaa, çawa be Tirk hînî lotikxwarinê bûne, emê vê carê lotikek bêîman li wan xin belkî hema aqilê wan bê serê wan“ û 147 hezar euro xistin wan.

   De ser xêrê be û Xwedê xezîna wan vala bike rebbî!

Çavê Qoserîyan ruhnî be, çîçikek çarlingî ji wan re çêbû!

 

Kemalê Hêkfiroş-06/06/07-Qoser- Dibêjin „Go Xwedê bide yekî nabêje tu kurê kêyî“. Îcar ev jî mesela me û Qoserîyan e. Xwedêteala petrolê, mal û milk, zêr û xezînan bi ser xelkê de dibarîne, lê çîçikên çarlingî jî dibin qismetê me Qoserîyan. Lawo ma ev bû edalet!

   Werhasil, dibêjin li Qosera Mêrdînê çîçikek çarlingî ji Îsmaîl Kurtuluş re çêbûye û li Qoserê bûye hella hella, qîr û qiyamet. Dibêjin dê weledên xwe davêjin û wek zîyareta Siltan Şêxmûs tên tewaf û ferca çîçika çarlingî. Îsmaîl Kurtuluş dibêje:“Bi sê telaqên jinberdanê, heta ev çîçik sax be ezê wê xwedî bikim. Belkî hema bi xêra vê çîçikê şens û qismetê min vebe û ez ji vê qiriltehlîyê xelas bibim“ filan û bêvan.

   Ê de ser xêrê be û çavê me Qoserîyan ruhnî be rebbî! Îro çîçikek çarlingî, sibe dusibe jî te nerî dolar û euro bi ser me de barîyan, ma kî zane!  

 

Nebê zelzele, hema bêje roja Qîyametê!

 

Sorgul Çakûç-06/06/07-Stenbola xerabe-Eger ev zelzele çawa ku profesor Şengorê malxirab dibêje, eger wisan biqewime, wê bajarê Stenbolê bibe kavilê kayê û kundên kor li serê bixwînin.

   Profesorê malxirab gotiye: Stenbol ji %90 tune dibe.

    Bila hema bêje, Roja Qiyameta Stenbolê ye û temam…

 

==============

 

 

 

Bi namûs Tirk medenî ne, wîî !

 

Tecawizcî Coşqûn-05/06/07-Beyoglû- Em carna henekên xwe bi Tirkan dikin û dibêjin : « De kuro ma Tirk li ku û medenîyet li ku loo » û tilîyê davên bin dûvê wan. Heyran bi namûs em neheqîyê li wan dikin haaa !

   De binerin, li kîjan welatê misilman « jin bi jinê re » zewicîye? Kesî ji we dîtiye ku di medenîyeta îslamê de jin bi jinê re ziewicîbe ? Na! Ê va li Tirkiyê jin bi jinê re dizewicin bavê min, wey! Li bajarê Tekîrdagê Sîbel Kiran (35) û Nazli Can (30) dil ketin hev û bi hella hella daweta xwe kirin. Îcar, ji ber ku zagonên Tirkiyê rê nade ku heman cins bi hevre bizewicin, ewê herin Hollandayê mehra xweya fermî bibirin. Piştî mehrê jî helbet îcar wê têkevin nav nivînê û dest bi hevdualastinê bikin wesselam.

   De îcar bifikirin, heger li Îranê yan li Erebîstanê jin lotikan li hev xin, wê çi bê serê wan hûn zanin ? Wê wan ji hev biçirvirînin allahwekîl ! Êêêêêê, bilasebeb Tirk nabêjin : « Tirkan medenîyet anîye dinyayê » qurbannnnnnnnnn !

 

Kî dibê xesûyên baş tunene?

 

Bûka Serbixêlî-04/06/07-Konya- Hûn ji kîjan bûê bipirsin û bêjin:”Keçê peppûkê me xesûya te başe yan na?” ewê yekser bêje:”Wîîîîî qirikêêêêê, keçê ma xesûyên baş hene porkurê?” û dest bi gazin û nifiran bike. Lê xuyaye car caran xesûyên baş jî derdikevin û rastî bûkên serbixêlî tên. Meselen xaltîka me Alîye Olmez (77).

   Bûka Alîye Olmez Fatma Olmez (37) nexweşa gurçikê ye û ji ber gurçika xwe dikeve nexweşxanê. Mecbûre gurçika wê bê jêkirin û gurçikek nuh jêre bê dîtin. Werhasil, bi mehan li gurçikan digerin lê gurçikên belaş nayên dîtin. Li ser vê, xesûya wê Alîye Olmez radibe gurçika xwe dike bi qurbana bûka xwe û xwe dixe ber kêr û meqesan. Yanî, bûka wê Fatma Olmez bi gurçika xesûya xwe radibe ser xwe û li mêr û zarokên xwe vedigere.

    De îcar ka bêjin yabo, xaltîka Alîye Olmez xesûyek çawaye? Kuro ma ka xesûyên wek wê xwedêjêrazî, wîî!? De Xwedê xesûyên wek wê bike nesîbê hemi bûkan rebbî!

 

Dîsa li segbavo rabû

 

Av.A.Dîlan-03/06/07-Enqere-Hûn zanin, ev Tirk li ber xwe nakevin. Lotikxane bi şev û roj pêl serê wan dike, doxîna wan dadixe kabokê, lê dîsa jî li ber xwe nakevin û zimandirêjîya Kurd û Kurdistanê diin. Serokê partîya qûnekan BBP Muhsîn Yazicioglû dîsa zirya û zimandirêjîya serok Barzanî û rayedarên başûrê Kurdistanê kir. (Zêdetir bixwînin)

 

Dîsa dest bi zirezirê kir

 

Sindî Kurd-02/06/07- Xuyaye Serekerkanê Artêşa Tirko Yaşar Buyukanit dagîrkirina Kurdistanê ji xwe re kiriye bela namûsê û ev pirsgirêk wek xincerek soranî di cerg û dilê wî de çikiyaye

   Buyukanit dibêje:“Dibe PKK be dibe jî Barzanî be“. Ango, newêre vekirî bêje ku „heyran bi namûs, erê em PKK dikin mahne lê armanca me Barzanî ye“. Ev kerbavana roj bi roj pêngavêt dirêjtir diavêjin.  Yanî di 12 Nîsanê de tu wê  çi ji PKKê bikî? Yan tê çi ji Barzanî bikî? Heta nuho we me wek terorîst hesab kir, ê başe doşirme, ma li vê cîhanê ji we terorîsttir hene kurê min? Ev bi 100an salin hûn me Kurda îşkence dikin û serjê dikin,  başe ma ji we terorîsttir û dîktatortir hene qirdik?

   Werhasil, xuyaye Tirk hê bi hêz û lotikên Kurdan nehisiyane. Ji wan weye ku birastî jî „Bir Turk dunyaya bedeldir“. Lê heger roj hat û raserî lotik û pehînên Kurdan hatin û tir ji wan hat berdan, wê bibînin bê ka „Bir Kurd dunyaya bedeldir“ yan bir Tirk!  

   Haaaa, ji bîr nekin haaa, heger hesabê malê û sûkê li hev derneket hûnê çi bikin sayin Buyukanit? Bi telaq hûn jinên xwe jî bifroşin hûn ji bin dernakevin, xelas! De ya bi xêr…….

Serokê “Partîya Segên Tirkiyê” dixwaze di dilê Kurdistanê de biewte

Serdar Mirad- 02/06/07-Amed- Dibêjin serokê Partîya Segên Tirkiyê Dogû Perînçekê xwînheram gotiye:”Emê di 9ê Hezîranê de li Diyarbekirê mitînga segan lidarxin. Em bawerin wê ji herçar alîyên Tirkiyê seg, tajî, cewr û çeqelên me li Diyarbekirê bicivin û biewtin, bikin kûzekûz” filan û jehr û ziqûm. 

   Erê lawo, erê lawo ma ezê ji kûçîikên wek te re bêjim çi, ax liminnnnn! Heta berî çend salan te Bekaayê gûyê gerîllayan dixwar, te gul û sosin pêşkêşî hinekan dikir. Tu bi xêra hinekên xwenenas ket rojeva Kurdan û Kurdên bêaqil jî qedr û qîmet dan qûnekekî mîna te û Yalçin Kûçik.

   Êêêêêê, kuro bi namûsa Tirkên kerxana Selanîkê tu çi ji Kurdan re bêji heq e û misteheq jî maye û hew! Heta xîret nekeve pozê me Kurdên bakur û heta em zebeşên Diyarbekrê nexin qûnekên mîna te, hûn jî û em jî biaqil nabin û xelas!

 

Jinên bê mesref, bûkên lastîkî...

 

Çeng Çîî-31/05/07-Tokyo- Birastî em neza zanin çi bêjin û çi nebêjin. Mirovên vê heyamê ewqasî serûbinê hev bûne ku êdî nema zanin çi dikin, çi zîtirkan didin û çi dibêjin. Globalîzm û pêşketina teknîkê mirovan jî bi xwe re dişikilîne û wan dide ber lotikên bergîlkî. Werhasil, em bên ser Japonan û hezkirina wan a jibo bûkên lastîkî.

   Li Japonyayê adet û toreya „Geyşa“ xwedîyê dîrokek dûdirêj e. Vê adetê îro endustrîyek mezin afirandiye û zilamên Japonî bi xwe ve girêdane. Ne tenê li Japonya lê li gellek welatên din jî zilam bûne hêsîrên bûkên lastîkî û xwe pê dilmest dikin. Bûkên lastîkî ku li Japonya ji wan re „Koyûkî“ tê gotin, bûye parçeyek ji jîyana mêrên Japonî. Japonî xwe li wan diceribînin, dest davêjin namûsa wan û ji jinekê zêdetir kêfa wan tînin. (Zêdetir bixwînin-FOTO)

-----------------------

 

Paşnavê wan tam layiqî wan e

 

(Wêne bitikînin û bixwînin)

===============

Cara yekem jinek Japonî bû lotikvana dinyayê

 

Lîî Mîrato-30/05/07-Tokyo- Herçiqasî Japonî di warê pêşxistina teknolojîyê de serkêşîya cîhanê dikin jî, lê rebenan ji ber ku piranîya wan bejinqut û zeîfokî ne, hinekî di nava kompleks û jixwenebawerîya bedewî yê de ne. Ji ber vê jî wan tucarî bawer nedikir ku wê jinek Japonî bibe banûya dinyayê û taca bedewîyê deyne ser serê xwe.

   Werhasil, di pêşbirka banûya gerdûnî de vê carê felekê berê xwe da Japonan û destê xwe li pişta wan xist. Di pêşbirka ku li Meksîkoyê çêbû de keça Japonî Rîyo Morî ya 20 salî bû lotikvana herî bedew û ewê salekê dinyayê li ser tiliya xwe bizîzikîne.

   De ser xêrê be rebbî, ma wekî din emê bêjin çi! Xwedê qismetê wê veke û di nava xiyar û ecûran de bimîne..

 

Fermo, li Şemsettîn Qillî guhdarî bikin

 

Dengê def û zirnê ji Şîna Şêx Maşûq kêm bû!

Kanîwar Efrînî-09/06/07-Efrîn-Di roja 1-6.2007 ez li Qamişlo bûm mêhvan. Hevalê min go de rabe em herin mezelê Qidûrbeg ser şîna Şêx Meşûq Al Xeznewî. Ez jî çûm. Min dît ku weke 10,000 Kurd jî rawistiyane, min jî li qorzîkekê ji xwe re cihek dît..

   Min dît ala Kurdistan û çend paçik bi navê Yekîtiya Hevbeşa Kurd li Sûrî ( 3 Parti di nav dene) daliqandî bûn. Lê paşê mamoste Ibrahim Alyosif cend lotik avêtin. Piştre yek rabû bi navê partiya xwe deng da, ew di nav komîta hevbeş de bû.

   Hema yabo min dît yekî din da Lotika û wî jî kaxezek ji bêrika xwe kişand û gotinin qers û wesfê xwe da. Min dî yekî din jî ji wê komîtê rabû çend gotinên xwe kirin ( erê bavê min ma kî ji kê çêtire ha?) Qaşo bi navê komîtekê paçik daleqandine lê 3 kes radibin dîsa li ser navê partiya xwe dikin zirt û virt û dixwazin navê xwe derxin. (Zêdetir bixwînin)

Îran bûye kerxane haya me jê tune

Diyar Baban-09/06/07-Mahabad- Heçê ji we nizanibe, wê bêje qey Îran dewletek ji sedî %100 îslamî ye û zinêkarî lê nabe. Lê hûn xelet in. Li gora îstatîstîkên fermî, halîhazir li Îranê tam 200 hezar jinên kerxanecî hene û ji mecbûrî laşê xwe difroşin. Helbet tu gotinek me ji van jinan re nîne. Em bawerin heger ne ji mecbûrî ba wê wan laşê xwe nefrota mirovên serxweş û pêhnpêketî.

   Werhasil, niha jî Wezîrê Hindur ê Îranê Mustafa Purmuhammedî jibo rêlibergirtina zinê dixwaze zewaca “Mûta” yê xurttir bike. “Zewaca Mûta” zewacek demane ye, mehra bi devkî ye û jêre hewceyî şahidan jî nake. Ev zewac herî kêm divê 30 deqîqe (nîv seet ) be. Yanî, piştî ku zilam îşê xwe di nava nîv seetê de qedand û pêve, kare jinikê berde û herkes bi riya xwe de biçe.

   Dibêjin hingî xort û keçên Îranî ji pirsgirêkên zayendî (cinsî) ketine bûhran û sergêjîyek mezin, zinê bi pêşdetir dikeve û her ku diçe civaka Îranê dibe civakek zinêkar. Ji ber vê jî Mustafa Purmuhammedî dixwaze qanûna zewaca Mûtayê derxe da ku xort û keç serî ranekin, li dij rejîma melleyan dernekevin û şoreşekê nekin. Bi kurtasî; dewleta Îranê dixwaze fihûş û zinêkarîya bin masê derxe ser masê û êdî bi navê zewaca Mûtayê keç û xortan bi serbestî bera ser hev de.

   Îcar heyran, heçê bixwaze her nîv seetê ji xwe re jinekê bîne, bila berê xwe bidin Îranê û têra xwe lotikan li Îranîyan xe. Kuro ma di binê wan çarçefên reş de çi jin hene çi jinnnnnn, waxxxxxxxxxxx!   

 

Piştî ku agirê Xwedê bi balafirgeha Atapûto ket

Niha jî Qirikên reş (qijak) bûn dijminên wan

 

 Gormuş Satilmiş-08/06/07-Stenbol-Du roj berê me dabû xuyakirin ku agirekî no bi balafirgeha Atapûto ya li Stenbolê ketiye. Piştî ku agir hate tefandin, îca bi dehhezaran qirikên reş gihane hevûdu û êrîşê balafirgehê kirine. Helbet ev jî tofanek e ku bi emr û fermana Xwedê çêdibe, ji ber ku Tirk pir zalim bûne û nema Xwedê ew zulm li ba xwe rewa dibîne. Refên qirikan meydana balafiran vegirtiye û di nava balafirên ku di parkan de ne, hêlîn ji xwe re di qulikên motoran de çêdikin, tê de dest bi kirina hêkan jî kirine. Lê meazelah eger çêlîk derxînin, hingê karesatek pir mezin derdikeve holê. (Zêdetir bixwînin)

Mêrik bi serokê eşîran re rûnanê, heheyyyyyy!

Cindoyê Jîrkî-07/06/07-Şernex- Dibêjin “Gava li hesabê yekî tê xweş e, gava neyê tir û fis e”. Îcar ev jî mesela me û serokwezîrê Tirko Laz Reco ye.

   Laz Reco wê rojê di televizyona Kanal 24 de digot:”Ez bi reîsê qebîleyan re hevdîtinê nakim”. Reîsê qebîleyan (eşîran) ? Heheyyyy, heçê nizanibe wê bêje qey raste allahwekîl!

   Ê lawo Receb efendî, ma ne doh bû li civîna Erebîstanê tu çû ber lingê Mam Celal û te destê wî hejand kurê min? Yan ew ne serokê eşîrê ye? De here ûlannnnnnn, here avekê li nav şeqê xwe bike û xwe helal,bike yallaaaaa!

   Em zanin kîn û dijminatîya we tev li himber malbata Barzanî ye, lê wê roj bê. Wê rojek bê hûnê jî wek Georg Bûşh bêjin “Sayin Başkan Barzanî” û gunehên xwe dawşînin cîgerimmmmmm!

 

Îcar wê qiyamet rabe:

Kûçik dest davêjin namûsa qazan!

 

Cengîz Ergenekon-07/06/07-Eger niha meriv bi çavên xwe nebîne, merin bawer nake ku kûçikê reş radibe ser qaza sipî. Ev bûyer rast e, lê ne karê aqilan e.

   Dibêjin, xortekî xaltiya xwe revandiye û biriye ba mele da mehra wan bibirre. Melê gotiye:

- Lawê min, çênabe!

 Xort gotiye Melê:

- Me li newalê jî çêkir, çêbû. Niha çima çênabe?

    Bi rastî çênedibû ku kûçik rabe ser qazê, lê va ye çêbû.

Cûnê kûçik û qazê ji hev cuda ye, yek difire û yek nikare bifire. Lê belê kûçik radibe ser qazê û lotik li ser lotikan lê dixe, kes jî nabêje çima?

    Kûçikê birayê gur, gurê diya Tirko vê sosreta hanê dike û kes deng jî nake. 

Kesê ji vî wêneyî bawer nake jî, bila li vê navnîşana filîmê video temaşe bike.

http://www.dailymotion.com/video/x23pj0_nonk-dog-humps-duck

                               =======================

Serok Barzanî sing di dilê Tirkan de kutaye

Fadilê Dêrikî-06/06/07-Dêrika Çiyayê Mazî- Xuyaye gotin û helwesta Serok Barzanî Tirk ewqasî dîn û har kirine ku êdî xew li wan herimîye û wek segên har kef bi devê wan ketiye. Hema çi kes û mexlûqatên ku navê wan „Tirk“ e, radibin êrîşî malbata Barzanî û destketîyên başûrê Kurdistanê dikin û kirasên jin û diyên xwe diçirînin.

   Werhasil, îcar gava Tirk dibînin ku lotikên wan pûç derdikevin û lotikên ku davêjin berûpaş li wan vedigerin, îcar dixwazin di înternetê de Mesûd Barzanî biçûk bikin û naletê li bavê xwe bînin. Dibêjin nîjadperest û zinêkarên Tirk ( ji xwe Tirkên ne nîjadperest tunene) li Amerîkayê bi navê www.massoudbarzani.com malperek vekirine, tê de sirûda „Ben sana yandim Zuhtu“ dibêjin, wêneyên hacûc û macûcan diweşînin û qaşo dixwazin navê Mesûd Barzanî wek xwe biherimînin. Qet guman tuneye ku ev malper ji sedî hezar ji alîyê serekerkanîya Tirk ve hatiye vekirin. Dibe ku lihevrasthatinek be jî, lê çi ecêbe ku ev malper tam piştî ayetên sayin Aysel Tugluk xanimê bi çend rojan vedibe û belav dibe! Neyse canim, wek mezinekî Kurdan dibêje:“Ên jibo doza gel û welatê xwe tênekoşin, ewê jibo doza dagîrkerên welatê xwe têbikoşin“.

   Werhasilî kelam, Tirk xwe biçirînin, xwe bidirînin, xwe perçe bikin, goştê laşê xwe jî bixwin êdî fêde nake. Malbata Barzanî singekî wilo qirase di wan de kutaye ku ewê heta bi mirinê jî nikaribin ji xwe derxin û xelas!!

 

Reçeta textorên Çînî:

Pişta we dêşe? Beqan bixwin! Hûn dikuxin? Mişkan bixwin! Zikê we dêşe? Mar û dûpişkan bixwin!

 

Çang Çîng Çong-06/06/07-Pekîn- Kuro me insanên wek van Çînîyan ecêb nedîtine allahwekîl! Ma çi dixwin û çi naxwin? Tewwwww, bi telaq ji kûçikan bigrin heta bi pisîkan, ji bergîlan bigrin heta bi ker û dehşikan, ji dûpişkan bigrin heta bi kêzik û koremaran, ji marmarokan bigrin heta bi gumgumok û kevjalan, hema heywanek namîne go naxwin û hew!

   Dibêjin kesê bi navê Jîa Mû Şîn ji ber êşa piştê û ji ber kuxika xwe nexweşxane nemaye go lê negeriyaye û dawîya dawî çûye cem kalemêrekî extiyar. Ê extiyar jê re gotiye:“Ving û ring, çing û ding, beq û mişk dermanê pişt“.

   Werhasil, mêrik fêhm kiriye ku divê ew beq û mişkan bi saxî bixwe.  Rabûye rojê 20 beq û mişk bi saxî, tev xwîn û gû û mîza wan xwariye û xwedêgiravî pê rehet bûye. Jîa bi rêya emaîlê ji Lotikxanê re dibêje:“Bi serê min û we, gava ez beq û mişkan dixwim, ez dibê qey ez mewîj û nokên şekir dixwim. Kuro çerez in çerezzzzzzz, wîîî“

   Werhasilî kelam, heçê nexweş be bela serî li textorekî yan kalemêrekî Çînî bixe. Ji xwe ne hewceyî kêr yan çiftê ye. Hema we çi heywan girtin bi saxî bavêjin devê xwe û hew. Bi telaq yan hûnê bimrin, û yan jî hûnê sipîsaxlem bibin. De yella….

 

De gidî wernê, hawara

Maradona solên xwe difroşeee!

 

 

 Aran Perînas-06/06/07-Swêd- Maradona wê solên xwe bifroşe. (Ev problemek cîhanî ye, dengûbasek bi taybet e) Di rojnama Swêdîya de wisan hat nivîsîn: Maradona di salên 90î de, bi lingên xwe çend golên bêîman avêtin (Ma me negot ji devernadî!)

Bi vê solê bi taybetî golên neîş avêt. Niha wê ez sol di mazatan de bên firotin.

   Îcar hûn bi qedrê Xwedê kin, ev çi deng û behse? Yahoo, karekî Swêdîya nemaye rabûne bi problemên sola Maradona daketine kuroo! Dibêjin wê begefendî were Swêd û îmza xwe jî deyne ser wê sola qetyayî. Haa, bi ser halan de mêrik qîma xwe bi perên kêm jî nayne. Çima naa! Kuro bavê çopê ehmeqo, ji bona Swêdîya tiştekî enteresane allahwekîl!. Îcar bêhna lingên Arjantînîyan? Yeeeeqqqq!  

   Dibêjin ji niha ve Grand Otel jibona sola Maradona rezervasyon kirine. De însallah Maradona bêhna xwe li wê berde û wê sola gennî bike taca serê Swêdîyan û hûn sax!

Mesela Ferhadê Icmo û qutîya cixarê

Kanîwar Efrînî-05/06/07-Efrîn- Piştî we sûretê Selah Mihemed û Ferhad Icmo weşand û pirsa „Gelo Ferhad li çi dinere“ kir, serpêhatîya herdu hevalan hat bîra min. De îcar bixwînin.

   Dibêjin rojekê Selah Mihemed û Ferhad Icmo derdikevin seyranê, dixwazin demekê xweş bi hevre derbas bikin û dest bi xwendina helbestan dikin, hevdu bi helbestan dişewitînin. Ferhad Icmo cixarê li ser cixarê dikşîne û kezeba xwe reş dike. Tu nabê Selah jî qutîya xwe li malê ji bîr kiriye û ji Ferhad re dibê:“Yaho de ka cixarekê haa malnexerab, ez bê cixare ji mal derketim, hema yekê bide destbirakê xwe gidîîî“.  Ferhad lê vedigerîne û dibêje:“Wileh bi telaqê bê fitû cixare bi te nebû!“. (Zêdetir bixwînin)

 

Hûn behsa peymana 1942an bikin, emê jî behsa Sewrê bikin. De bê kî dixe kê!

 

Ehmed Beyan-05/06/07-Enqere- Dewleta Tirk û Virq dev ji lotik û zîtirkên xwe bernade agirê Kurdistana azad dadaye can û bedena wan. Ewqasî wan dişewitîne ku bûne wek gurên har û ha ha dixwazin êrîşî başûrê Kurdistanê bikin. Herçiqasî PKK dikin mahne jî, lê ew bi xwe jî pê bawer nakin û pirsgirêka wan a herî mezin Serok Barzanî û başûrê Kurdistanê ye.

   Werhasil, dibêjin Tirkoler behsa peymana sala 1942an dikin û dizirin : « Di navbera me û dewleta Iraqê de peymana 1942an hatiye îmzekirin. Li gora wê petmanê mafê me heye em 75 kîlometro têkevin nav axa Kurdistana başûr » filan û fîstan. Yahewlelwelaaaaaaa !

   Ûlan ewlatlarim, heqê me jî heye em lihevhatina Sewrê a 1920î têxin rojevê haaaa ! Madem mesele bûye lihevhatin û îmzeyên kevnare, de hodrî meydan ! Hûn 75 kîlometro têkevin başûrê Kurdistanê, û emê jî dozê li Yekîtîya Netewan bikin ku lihevhatina Sewrê têxin rojeva dinyayê. 75 kîlometro ji we re û otonomîya seranserê bakurê Kurdistanê ji me re.

   Heçê neke ne ji pişta bavê xwe be! De mêr bin û sozê bidin haa !

Hinek şowmenin lê kî?

Serdar Mirad- 04/05/07-Amed- Wek hûn zanin, berî bi çend salan parlamenterên DEP ê di meclîsa Tirko de sûnda bi Kurdî xwaribûn û tir ji parlamenterên Tirk berdabûn. Cara yekemîn bû ku sûndek bi Kurdî dihat xwarin û Leyla Zana û Hatîp Dîcle Tirk sewsî kiribûn. Helbet cezeyê vê sûndxwarinê jî giran bû, bedêl 15 sal hepis bû.

   Werhasil, berî  niha hevserokê partîya DTP Ahmet Turk ji rojnameyekê re gotibû:“Emê bi Kurdî sûnde nexwin û şowê nekin“ filan û fîstan. Yanî, bi awayekî ji Hatîp Dîcle, Leyla Zana û 22 parlamenterên DEP ê re digot:“Hûn şowmen in“ û lotikek li wan dixist. Neyse, li ser vê, xuyaye ev gotinên Ahmed Turk li zora Hatîp Dîcle çûye ku di nivîsa xwe a rojnama Gundemê de behsa sûndxwarina xwe kiriye û gotinên Ahmet Turk sergirtî mîna heqaret qebûl dike, pê dêşe.

   Îcar, em bi xwe şaşomaşo bûne û nema zanin bê kî şowmenîyê dike û kî birastî jî Kurdayetîyê dike. Ji alîyekî Aysel Tugluk radibe Mîsakî Mîllî diparêze, Kemal Atatirk dike Pêxember, Sewrê qebûl nake, Kurdan mecbûr dike ku ji dijmin re nebêjin „dagîrker“ filan û hezar quzilqurt, ji alîyê din slogana DTP dibe:“Turkîyeye sozumuz var“ (!), ji alîyekî Ahmet Turk sûndxwarina Kurdî wek „şow“ bilêvdike, ji alîyekî DTP bi hêzên Kurd re hevkarîyê nake lê li dû çepên Tirko dibeze, filan û bêvan.

   Errreeeekkkkkkkkkkkkk! Lawo em ji kê bawer bikin ey hewarrrrrr?  Kî şowmene, kî ne şowmene, kî şivane kî gavane, kî sîyasetmedare kî şorbecî ye, wey liminnnnn!  Haaaaa, sayin Aysel Tugluka ku Mîsakî Mîllî diparêze, Atavirqo dike Pêxember, gelo çima ji Enqerê nabe namzet lê ji Amedê dibe namzet? Kesî ji we fêhm kiriye gelo? Herama Xwedê be looooo…..

    De neyse, hilbijartin li ser xêrê be û Xwedê bikim DTP 368 wekîlan derxe rebbî

Gelo Ferhad li çi difikire? Pakêtek cixara Marlboro xelat!

Elîyê Xemxur-03/06/07-Qamişlo-Dibêjin Selah Mihemed û hevalê xwe Ferhad pir ji hev hezdikin. Hema bêjin wek goşt û neûkê ne. Ne goşt û nenûkbûna Kurd û Tirkan haaaa! Na, goşt û nenûkbûna ji kezebê,ji dil û gurçikê.

   Werhasil, dibêjin rojekê herdu heval hatine cem hev, qehweyek tehl bi hevre vexwarine û ketine xoşbêşê. Tu nabê ji nişkê ve Ferhad destê xwe tavê simbilê xwe, badide û dikeve nava fikr û mitalan û diponije.

   Îcar Selah Mihemed jî bi vî halê hevalê xwe Ferhad dêşe û ji xwendevanên Lotikxanê dipirse: Gelo Ferhad li çi difikire? Heçê tê derxe ezê pakêtek cixara Marlboro wek xelat jêre bikirim, sozzzzzzz!

   Werhasil, hûn bi a Lotikxanê dikin, vê fersendê nerevînin. Tê derxin û pakêta xwe têxin bêrîka xwe û hew! De serketin û binketin heyran.....

Hoowehhhh kuro, homoseksuel û lezbîyenên xelkê berî me bûn dewlet lawo!

Gay Mihê-03/06/07-Welatê Qralîyeta Qûnek û Lezbîyenan- Belê, gelî xwendevanên homo û ne homo, lezbîyen û ne lezbîyen, sergirtî û servekirîyên Kurd! De li me Kurdan binerin û li qûnek û lezbîyenên xelkê binerin. Binerin bê kurên bava çawa di nava çend rojan de dewleta xwe ava dikin û lotik û zîtirkên azadîyê davêjin.

   Ez niha wek “Gay Mihê” ji vî welatê azad û nûavabûyî ji we re dinivîsim. Min got “De madem va welatê qûnekên dinyayê çêbû, ezê herim binerim bê ka qanûn û rêbaza vî welatî çiye da ku em Kurd jî karibin jê îstîfade bikin.

   Werhasil, gava ez giham sînorê welatê homoseksuel û lezbîyenên dinyayê, welatê “Qralîyeta Qûnek û Lezbîyenan”, ez bi def û zirne hatim pêşwazî kirin. Bawerkin ji Pêxemberekî zêdetir qedr û qîmet dan min. Herçiqasî berê min mesele fêhm nekir û ketim nav heyecanek mezin jî, lê piştre min fêhm kir ku li vî welatî Kurd tunee, û ji ber vê jî Qralê Qûnek û Lezbîyenan, Qral Xiyaro ez wek “Kurdê yekemîn ê vî welatî” payedar kirim, û bawer kir ku ez jî qûnekekî mîna wan im. (Zêdetir bixwînin)

Mam Celal û Serok Bûşh, nîqaş kirin ker û qûş

Hesen Almas-02/06/07-Waşîngton-Wek hûn zanin, Mamê me Celal Talabanî jibo avêtina kîloyên zêde û ziravbûna bejn û bala xwe hatiye Amerîkayê û dest bi sporê kiriye.

   Li ser bextê ajanekî CIAê be, dibêjin di nav spora Mamo de “Halter, fûtbol, bazdan, karate, jûdo, tekwando, boks, pisiklêt, rally, golf” û hezar beşên din jî hene.Dibêjin textorekî gotiye:”Mamo bi salan goştê elokan xwariye. Bezê van elokan incex bi van beşên sporê bê hilandin” û rê rêbaza zeîfkirina Mamo pêşkêşî raya giştî kiriye.

   Werhasil, henek li alîyekî, ew qelew be jî, wek darikekî be jî Mamê me ye. Belê, dibêjin rojekê piştî sporê Mamo serdana Qesra Spî kiriye û li halê Serok Bûşh pirsîye. Herdu serokan bi xoş û bêş qehwa xwe “firfirandine” û ketine nav henek û laqirdîyan. Bi taybet dibêjin behsa “Gelo wê Tirk bi vê qûşê bigihên Kerkûkê yan na” kirine û di encamê de gihane qeneetekê ku wê qûşa Tirkan bi rêde biqete û ji kerê de bikevin.

   De a baş çibe bila Xwedê wê bike qismetê Kurdan rebbî…..

 

Xuyaye ew jî duxre

Cewahir Berdîberdan-01/06/07-Stenbol- Mesela dagîrkirina başûrê Kurdistanê di devê Tirkan de bûye benîşt û ha ha diçûn. Êdî temamê rojeva xwe li ser başûrê Kurdistanê û dagîrkirina wê ava dikin. Werhasil canim, ev karakterê Tirkan e. Çi gava ku dikevin tengasîyê û pirsgirêkên navxweyî destpêdikin, ji xwe re armancekê din derdixin û rojeva xwe bi wê ve girêdidin.

   Niha jî kevnewezîra hindur Meral Akşener a ji partîya faşîsta Tirk MHP, doza dagîrkirina başûrê Kurdistanê dike û dibêje:”Êdî em nema wêrin ji malên xwe derkevin. Terorê serî hildaye. Çi gava ku em ji malê derdikevin, wek mişkên ku ji pisîkê bitirsin li me tê û revî revî em ji mirinê direvin. Em di nava nivînên xwe de jî ditirsin. Ji vê tirsê nema li me radibe bavo, wîî! Na na, divê rojek berî rojekê em bakurê Iraqê û Qendîlê dagîr bikin û ji vê tirsê xelas bin. Yan na emê nema karibin bi rehetî seksê jî bikin, waweylêê!” û filan û fîstan.

   Neyse, xuyaye li vê xanima Tirk jî rabûye û doza çend lotikên Kurdewarî dike. Kuro bi namûsa Mistoyê Kor, heger mêrê wê jêhatî ba û ew têr bikira jinik ewqasî nedizirîya bavo, wey! Duxre lawo duxreeeeeee! 

 

 

Sadik Denîz serî li ber kurê xwe tewand

Zinar Qelemşûr-31/03/07-Stenbol- Stranbêjê Tirk Ozcan Denîz kurê Sadik Denîz e û brazîyê dengbêjê Kurd ê nemir Şakirê Mûşî ye. Şakirê Mûşî (Şakiro) bi wî deng û stranên xwe yên xweş xizmetek bêhempa ji çand û muzîka Kurdî re kir. Bila rehma Xwedê lê be û ciyê wî bihuşta rengîn be.

   Lê dibêjin „Ji dê û bava dikevin hemi hawa“. Ozcan Denîzê ku rojek ji rojan stranek tenê jî bi Kurdî nestiraye û ji xwe bêhna Kurdîtîyê jê nayê, êşkenceyek mezin anîbû serê bavê xwe Sadik Denîz. Dibêjin bavê wî Sadik Denîz li bajarê Izmîrê dijîya, jinek din ji xwe re anîbû. Ji ber vê jî Ozcan Denîz qet alîkarîya bavê xwe nedikir û rebenê bavê wî di înşeet û vir û wir de bi nan û zikê debara xwe dikir. Dibêjin şertê alîkarîkirina Ozcano ev bû ku divê bavê wî dev ji jina xwe berdaba û dîsa li dayika wî vegeriya.

   Werhasil,dibêjin feqîrî û belengazîyê daye qirika Sadikê me û hew îdare kiriye. Rabûye serî li ber kurê xwe tewandiye, jina xwe berdaye û hatiye Stenbolê ber destê kurê xwe gepik nan  bixwe.

   Neyse, îcar hûn bifikirin gelî xwendevanan. Kurê ku li bavê xwe nenere, di nava xelk û alemê de şermezar derxe, jina wî pê bide berdan û jibo gepik nanê rehet wî muhtacî devê derîyê xwe bike, hûnê çi hêvîyê jê bikin? Yanî, Ozcan Denîzê Kurd (!) bûbe stranbêj û artîstê Tirkan çiye û nebûbe çiye? Hêç, sifirrrrrrrrrrrrrrrrr!

 

Meclîs kirin bexçê xiyaran!

 

Fersed Bosalî-30/05/07-Her kesê ku bivêt xwe fêrî kungfo biket, bila qesta meclîsa atakerê cehş bikit. Dixwazin têkevin nav Yekîtîya Europa jî belê hatina wan tenê jibo  ku navê Kurda wenda biken. Divên cehşîtîyê biken navbera Europa û Îranê da ku pêzanîna bigehînin îmam şeytanî. Me dixwest em qereçên xwe jî têxîn nav meclîsa tir tir Tirka, belê ya dîyare baxçe gîyanê wêrane û ne meclîse.

   Werhasil, de ji xwe re li wêneyê jorîn binerin û bibînin bê Tirk di meclîsa xwe de çi lotik û pehînan li hev dixin. Îcar, ku wekîl û rêberên Tirkan ev xiyar bin, gelo hûnê çi hêvîyê ji gelê çirto-virto bikin?

   De Xwedê bikim di kefenê sed bavê hev nin rebbî!

 

 

Siyasetvanên me nebûne profesyonel

Xançepekî Mihê

Tirk tirba Malikî dikolin

Mihemed Soran-09/06/07-Silêmanî-Li ser bext û namûsa rojnama Brîtanî Daîly Telegraph be, dibêjin xwedêgiravî Serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî gotiye:”Îstîxbaratên Misir, Erebîstana Siûdî û Tirkiyê wek xiltên binê erdê tirba min dikolin, dixwazin komployan li min bikin, bi dizî fatîhe û yasînan li ser min dixwînin” filan û bêvan.

   Yahewlelwela quwetillehilezîm! Ê lawo malnexirab, Tirk dibêjin “Dinya hemi Tirk in” û dixwazin komployê li hemi milletan bikin, tu radibi behsa xwe diki, ma ev bû hal! Ma te Tirk asnekirine kaka? Mêrikan komployê li 40-50 milyon Kurd dikin, tu radibi behsa kursî û serokwezîrtîya xwe diki!

   Kurto de here ji xwe re karekî din bike loooo, wîîî!

Ew entegre bû ma dora temamê Kurdan!

Serdar Mirad-09/06/07-Amed- Nivîskarê me ê mezin (!), kilê çavê xwendevanên ku wî nasnakin, Mehmet Uzunê ku di dema xwe de Kurd û Kurdistan ji devê wî nediket, îro radibe aqil dide Tirkan, dixwaze Kurdan bi Tirkiyê bide entegrekirin û wan dixe şûna mihacir û parsekan.

   Uzun di hevpeyvîna bi Can Dundar re dibêje:”Lazime Kurd tevî kultura xwe entegreyî Tirkiyê bên kirin” filan û fîstan.

   Çima lawo ma Kurd mihacir û parsekin? Ma Kurd bê welatin ku entegreyî Tirkan bibin? Yan li gora te welatekî bi navê Kurdistan tune? Tu bi salan li Swêdê wek mihacir jîya, gelo tu entegreyî wan bû?

   Na keko naaaaa! Ji kerema xwe li ser navê milletekî lotikan navêje û wan entegreyî zinêkarî û bêbavîya Tirkan meke! Ka tu berê entegre bibe û wê tirşikê bixwe yabo, emê jî piştre bifikirin, okey cîgerim!

Ma we soza xwe girt ku Kurd bigrin?

Hesen Almas-09/06/07-Waşîngton- Yek ji berdevkê Wezareta Derve a Amerîkayê Tom Casey, di preskonferansekê de raserî pirsên li ser Iraqê, êrîşa dewleta Tirk û şerê li dijî PKK hat û got:”Mesûd Barzanî û Celal Talabanî li ber awira gelemperî soz dane me ku li dijî PKK bi me û Tirkiyê re bixebitin. Tiştê em fêhm dikin polîtîka hikûmeta Iraqê ev e” filan û bêvan.  

   Yanî, mêrik dixwaze bêje:”Barzanî û Talabanî soza şerê li dijî PKK dane me, bila xwe virde wêde nebin” û wekî din.

   Ê lawo hey bê wîjdan, ma we jî di 1970-74an de soza alîkarîyê nedabû me hêê? Piştre we çi kir? Hûn li soza xwe quliptin û we soz kirin bexdûnis! Yan na?

   Ka berê hûn sozên xwe bînin cîh yabo, piştre jî wê Barzanî Û Mam Celal bifikirin. Okey mîster Casey!

 

ÇEMÊ ZIRGANÊ

 

 Farûqê Devliken-08/06/07-Mêrdîn-Çemê zirganê çemekî pir xweş û pir zelal bû berî nuha bi çend salekî.

Çemê zirganê di wextekî de xuşe xuşa wi bû û diherikî.

   Çemê zirganê di bêdengîya şevên Qoserê de lorîn bû ji xew û xewna re.

Çemê zirganê, çemê zirganê, çemê zirganê…

Mala bavê Misto Kemal bişewite û rîş di qûnê eskerên wî de bêbe rebîi!

   Çemê zirganê îro mîna mîza Pîra Buharê diherike. Mîza ji nav nigê Pîra Buharê diniqute erdê û dibe cihok û lehî, bawerîya we ji ê jor hebe, ji çemê zirganê xurtir û çêtir diherike. Bêhna ji mîza Pîra Buharê difûre ezmana û tevlî hewê dibe, ji wê bêhna çemê zirganê xweştir û nermtir e. Ji gû û mîza elayê, malbatên li dora zirganê bi cîh bûne li xwe heyirîne. Rebena ji bê çaretî nema zanin dê bi ser kê de bigrîn. (Zêdetir bixwînin)

 

Çend mîlîtanên wek wî hebûna dewleta Tirk têk diçû allahwekîl!

 

Şemdînê Diz-07/06/07-Balikesîr- E.Ş 14 salî ye û di nava pênc salan de tam 195 doz lê hatiye vekirin. Ma E.Ş çi kiriye û çi nekiriye? Ji dizîyê bigrin heta bi şelandinê, ji zinêkarîyê bigrin heta bi revandinê, ji kujtinê bigrin heta bi çekfirotinê, ji tehdîtê bigrin heta bi narkotîkê, hema çi tê bîra we mêrik texşîr nekiriye. Ji ber temenê wî biçûk e jî zû tê berdan û dîsa lotikan li derûdorê dixe.

   Werhasil, îcar bawerkin, heger 100 mîlîtanên wek E.Ş ji nav Kurdan derketina û ev tofan banîna serê civaka Tirk, wê Tirkan ji destê wan bigotana “Îlallah” û niha ji zûde em û Tirk ji hev veqetiyabûn. Ji xwe civaka ku serûbinê hev bibe, ne namûs pêre dimîne û ne insanetî.

   Îcar heger rêxistinên Kurdan biaqil bin, wê 100 diz û keleşên xwenaskirî berdin nav van Tirkan û hew! Bi telaq wê ji “Şerê Vîetnamê” xerabtir banîna serê Tirkiyê, wîî!

 

Ê we can in ê me ne bacan in qardeşîm!

 

Cilêtçî Hemê-06/06/07-Amed- Ez dûdirêj nakim birê minnn! Li Pulumura Dêrsimê Xwedêjêrazîyekî xêrxwaz êrîşî ser qereqola cendermeyan kir û di encama êrîşê de 8 esker mirin û 9-10 ek jî brîndar bûn. Yek ji wan eskerên cehnemî jî Emrah Kayadelen e.

   Piştî cendekê wî dişînin malbavanan, bavê wî serê xwe li hêt û dîwaran dixe û ji rayedarên Tirkiyê re dibêje:”Hawarêêêêê, heger hûn nikaribin koka van terorîsyan biqelînin, bihêlin emê biqelînin” û çend tirên vala dike. Piştre jî dibê çi hûn zanin? Dibê:”Berî bi du-sê rojan kurê min Emrah ji eskerîyê telefonî min kir û got “Berfa çiyê hiliya, kûçik (gerîlla) derketin meydanê” û gerîllayên Kurd wek “kûçik” binav dike.

   Yaaaaaa! Te dî bê wan kûçikan (haşa) çawa qûnekê kurê te bi cehnemê şa kirin newilo efendî? De bixwe haaaaaa, lawo ma zarokên we can in ê me bacan in oxlimmm!?

Ha ji we re cewrikên Mîsakî Mîllî û Kemalîzmê!

Nîjadperesto-06/06/07-Mêrdîn- Hewce nake em rabin ji we re behsa Tirkan û insanetîya wan bikin wesselam. Hûn wan deynin ser kolîna xwe jî ewê dîsa lotikan li e xin û wek marê reş bi we vedin. Ji ber vê ye ku bav û kalên me dibêjin:“Nanê Tirkan li ser kaba wan e“.

   Dibêjin li bajarê Adapazari du xortên Kurd êşlekên ku wêneyê Ahmed Kaya li ser in li xwe kirine û derketine nava bajêr. Gava çeqelên Mistoyê Kor wan dibînin, yekser êrîşî wan dikin û 500 cewrên dêlegura Asenayê li wan tên hev. Werhasil, M.A û S.Î têra xwe lêdanê ji „Heramîyên Demokratîk Tirko Cûmhûrîyetî“ dixwin û ji mirinê difilitin.

  Îcar, sayin Kurdên ku dibêjin „Turkîyeye sozumuz var!“ We çi soz daye van bêbavên ku pêl serê zarokên me dikin, birê min? Ka bêjin em jî vê quzilqurtê zanibin bavo, weyyy!

   De neyse, Xwedê ahê M.A û S.Î ji Tirkan re nehêle rebbî! 

 

Agirê Xwedê bi balafirgeha Atapûto ket

 

Gormuş Satilmiş-05/06/07-Stenbol-Îro agirekî no bi Balafirgeha Atapût ket û piraniya avahiyên nûjen şewitîn. Bi qederê çend saetan çûn û hatina balafir û rêwiyan jî rawestiya. Gelek makîneyên agirtefên ji tax û qezayên cuda yên Stenbolê hatin hewarê da êgir bitefînin.

   Bereketa Xwedê lê be, bayê gurr rabû lotikan û xwe dînoharo kir, ha wisa fersend neda ku kes nêzî avahiyên agirpêketî bibe heta ku tev bûn qirik.

   De Xwedê bikim agir bi doxîn û devdelinga zurîyeta wan jî keve rebbî!

 

Ha ji we re melleyekî Tirk, bêxîreto dest avêt lawikê 15 salî

 

Feqe Mihemed-04/06/07-Bîlecîk- Bi serê we, min bi xwe şik ji vî melleyê me yê Tirk dikir û min xwe bi xwe digot:”Kuro bi telaqê bê fitû ev dişibe qûnekan lawo, wîî” û min zêde xwe nêzîkî wî nedikir.

   Werhasil, piştre ez di texmîna xwe de rast derketim û min bihîst ku melleyê meyê qûnek dest avêtiye lawikekî 15 salî û namûsa wî herimandiye. Melle Î.C ê 24 salî, li gundekî bajarê Bîrecîkê M.Y ê 15 salî dixe axurê heywên û di wir de doxînê jê dadixe. Tu nabê rebenê lawik ji mejiyê xwe ve seqet e û zêde bîra tiştekî nabe. Melle qûnde jî ji vî halê wî fersendê dibîne û di axur de bazdide ser wî rebenî. Werhasil, piştre mesele eşkere dibe û zinêkarê melle tê girtin.

   De îcar yabo destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin:”Heger melleyên Tirkan wilo zinêkar û qûnde bin, gelo wê şêx, alim û îlahîyatçiyên wan çilo bin? Yan wê sofî û hecîyên wan çawa bin?”

   Bi telaq qencê wan ev melle bû wî jî bazda ser lawikekî, ya starrrrrrr, wey qede bi we keve rebbî!

 

Bi xwînê bû serok

 

Diyar Qamişlokî-03/06/07-Qamişlo-Yê ku ji sedî 97 an bîne, bi nerîna min wê xelk mecbûr kiribin ta wiqas deng bistîne . Lê ma kes li van kesên ku birîndar dibin û ew kesên ku bi berikên şahîya serok têne kuştin napirse?.Gelo wê kes li van kesan bipirse yan wê kes bêje filankes 7 zarokê wê hene wê kî wan xwedî bike?

   Min bi çavê xwe dî ku yekî birîndar anîn xistexanê, derb li serê wî ketibû, mêrik ji ber birîna xwe dinaliya. Lê yê polîs jêre got:“Bera bi qurbana serok be“. Ew pîreka ku zarokên wê sêwî man, gelo wê dewlet lê bipirse? Na bavoooo! Kî çû ji kîsî xwe çû, ji xirê Beşar Esad ve! 

   Evqas tişt bûn lê belê kesî negot çima? Madem xêr ji me Kurdan dernakeve û em wek mîhên ku serê wan di nav dûvê hev de ne, emê jî xwe bavêjin tor û bextê dixwazin Komîta Mafê Mirovan a Cîhanî, belkî hema em bên bîra wan û bi meve bê….

   Ya rebbî, gava te carek din aqil belav kir, Kurdan têxe dora pêşîn û hew!

 

QERF Û MÛRAT BATGI!

 

Farûqê Devliken-02/05/07-Mêrdîn-Hefteya çûyî li Qoserê festîvala çand û huner lidarket. Pêşkêşvanê festîvalê stand tûp, bibore stand ûp ê Kurd Mûrat Batgî bû.

   Girêdana wî bê qusûr bû, ji sed metroyî Kurdbûn û Kurdewarîya wî xwe li hundurê çavên me diqewimand. Serê wî yê gilover, qama wî ya kin û qelewbûna nava wî ji mere xerîb nedihat. Ji rîka wî ya Spanyolî mere tedigîha ku pêşketî û nûjen e jî; lê hew ew... Gava xwedênehişto devê xwe vedikir û dest bi şitexalîyan dikir, xwe û me tevde dilewitand û edem dikir. Ji deh bêjeyên wî heft jê bi Tirkî bûn; yek-dudu jê jî bi zimanekî pir xerib...

   Bawerîya we ji rebê jor hebe, heta we rojê jî min ji devê tu mirovên xwedê nebihîstibû. Belkî camêr ji xwe re zimanekî nuh afirandîye hayê me jê tuneye weyy! Ma qey nabe, ya nebûye? (Zêdetir bixwînin)

Malxerabo şeva pêşî pişta jinikê şikenand

Şivan Silo-02/06/07-Gundê Bênav- Me digot „Tirk dinya nedîtî ne“ hinek aciz dibûn. Me digot „Tirk zinêkar in, xwişk û diyên xwe bernadin“ hinek dixeyidîn. Me digot „Tirk hirç û hov in“ dîsa kesî bawer nedikir. Aha ji we re nîşana hovîtîya Tirkan:

   Li gundekî Tirkan şivanekî bi navê Mûsa heye. Mûsa di jîyana xwe de destê wî li destê jinekê neketiye û ji keran pêve baznedaye ser tu mexlûqê xwedê. Li gund jî jinikek bi navê Fadîme heye ku di ciwanîya xwe de mêrê wê miriye û bî maye. Werhasil, temenê Mûsa tê û derbas dibe. Rûsipîyên gund rojekê li hev dicivin, dilê wan bi Mûsayê şivan dişewite û radibin biryarê didin ku Fadîma bî li Mûsayê şivan mehr bikin.

   Neyse, Mûsayê şivan, yan jî bi zimanê Tirko “Çoban Mûsa”, şeva pêşî wek gayekî ku bi salan çav li çêlekê neketibe, wek gurê ku çav li pez keve û wek pisîkê ku mişkekê bigre, êrîşî ser jinika reben dike. Wê ji eyarekî dixe eyarekî din, ji hev diçirvirîne û dawîya dawî jî dibê “qirçççç” û pişta jinikê dişkîne.Werhasil, jinikê radikin nexweşxanê û ji mirinê xelas dibe, lê xuyaye ewê heta mirina xwe bawî bijî.

   Dibêjin gava jinikê çavê xwe vekiriye, gotina pêşî ku ji devê wê derketiye ev bûye:”Min nedin wî kerî!”. Îcar di îfada xwe de Mûsa çi dibêje hûn zanin? Dibêje: “Ez tim tenê jîyame. Min nizanîbû jin çiye û meriv çawa lotikan lêdixe. Min jî germa germa, wek peza guraxwarî êrîşî wê kiriye. Piştî wê jî nayê bîra min”.

   Yaaaaaa, aha nimûneyek baş ji medenîbûn û insanetîya Tirkan gelî xwendevanan!

 

Qelewî û zikmezinî zilaman difisîne

 

Leyla Barîn-31/05/07- Li gora lêkolîna ku li Amerîkayê çêbûye, dibêjin zilamên ku qelew dibin û zikê wan mezin dibin, di nava wextê de ji mêranî dikevin û fîşekên wan xelas dibin.

   Lêkolîna ku ji alî Fakulteya Cornell a Tip a New Yorkê çêbûye, dide zanîn ku zilamên li derdora 60 salî raserî vê nexweşîyê tên.

   Di encama lêkolîna ku li ser 88 zilaman hatiye çêkirin de derketiye holê ku qelewbûn û bezgirtina li derûdora pişt û navê, dibe sedema nexweşîyên prostatê û ev jî bandorek neyînî li têkilîyên zayendî (cinsî, seksî) dike. Yanî, qelewî û zikmezinî barûdê bi zilaman re nahêle û fîşekên wan qelp dike.

   Îcar heyran hay ji xwe û qelewbûnê hebin. Nexasim hay ji zikê xwe hebin û zikê xwe wek meşka koçeran mezin nekin. Ji me gotin û li we kirin….

   Heger hûn dixwazin keleşkofa we wek brûskên ezmên bixebite, hindik bixwin, têr bixwin lê qelew nebin û xelas!....

 

Di derbarê Vîn TV de agahdarîya Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî

 

 31/05/07-Me beriya nuha dabû xuyakirin ku Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî wê di warê  xebatên xweyî hunerî de karên xwe berfireh bike û bi awayekî pêşketî û nûjen wê nûnertî û berpirsiyartîya kenala Vîn TV li welatên korfês, Surîyê, Kazaxistan û Çînê bike. Her weha wê di warê berhevkirin û sazkirina programên hunerî û rewşenbirî xebatên xwe bike û wê rê ji reklamên Dezgeh û Companiyên Kurd re jî veke .

     Loma em dixwazin we agahdar bikin ku em amadekariyên xwe dikin ku nûsîngeh û stûdiyoyên xwe li Herêma Kurdistanê, Dubey û Ewropa vekin .

    Ji ber vê,  em kesên  pispor di warê hunerî, wênegirî, ragehandin û dahênanê de agahdar dikin ku emê bi kêfxweşî têbînî û pêşniyariyên we û her weha clipên we pêşwazî bikin ta dema  em dest bi weşana xwe yas testê bikin.  Peywendiyê  bi me re li ser van jimarên telefonan deynin .

peywendî bi riya van jimareyan tê kirin

Dubey : 00971506258489

Duhok : 009647504979797

E-mailên me  :vintv@semakurd.net

 Vin-tv@hotmail.com

 

=====================

Yan Soranistan û yan me navê Kurdistan

 

 Kurmanco-30/05/07-Kurdistan-Di dema dawî de, gelek hewldanên têkçûyî li Kurdistana azad ji aliyê hin rewşenbîrên şêwezarperest ve bi plan û tevdîr bikar tên. Dest bi çîroka ala Kurdistanê û guhertina wê bû, rûniştin û civîn û hewldan û zikqetandin da ko bikaribin ala Kurdistanê biguherînin.. Ev yek neçû serî û ala Kurdî bi rengê xwe yên dîrokî ma ..

    Dûv re û piştî têkçûna plana ew kesên têkçûyî modêlek din ji me re anîn meydanê, ew jî guhertina sirûda netewî bû.  Şêrko Bêkes û kesên wek wî diramin, xwestin sirûda netewî li gora xizmetkariya ko nerîn û boçûnên xwe biguherînin û lingê xwe li hest û rêza miletekî ko ji 40 milyonî pêk tê bixînin..     (detir bixwînin)

s© lotikxane 20-02-2006