Heger Kurd mecbûr nebin, şer jibo wan têkçûn e.                                                 

                                 Çi kesê ku ruhê netewî pêre tunebe, wê rojek ji rojan îxanetê bi gelê xwe re bike!

                                                                                                                                                      Mistefa Barzanî

      
Google

Lotikxane    

         

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

  Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Bêwar Brahîm

Ezela ber bi rojê ve

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Terorîzm

 

Faris Beg

Hey bêar!

 

Selîm Acar

Muxtira

 

Adil Dûran

1 Gulan!

 

Bavê Ronahî

Alanlar çiksin

 

Lezgîn Şêxo

Xêrhatina axê

 

Sîmûrg

Lêxe dilê evîndar

Lokman Polat

Civîna Tevkurdê

Konê Reş

Hînbûna zarokan

 Metelok:  Xwîn bi avê nayê şûştin!                                                         17/ 06 / 2007

 

 

Agahdarî

Taziya Hecî Ibrahîmê Seydayê bavê lêkolîner Dr. Ebdilbasit Seyda, li Swêdê, li bajarê Uppsalayê, wê îro roja yekşemê, 17.06.2007), li Årsta gatan 16, Uppsala, seet ji 3an (15.00) û pê ve pêk bê. Ji bo têkiliyê: +46-18-31 40 18, +46-73 15 20 541, e-mail: abdulbaset.sieda@uppsalaskolor.net

 

Vê tirê ji wan re nehêlin!

 

Lotikxane-17/06/07- Dewleta Virqo Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ji wezîfê xist û hovîtîya xwe nîşan da. De îcar hûn bifikirin: Dewleta ku nikaribe tehamulî zimanê Kurmancî bike, wê çilo rêzê ji Kurdan re bigre û nasnama wan qebûl bike?

   Divê di vê dema hela hela de her Kurd li Abdullah Demîrbaş xwedî derkeve û vê tirê ji dewleta hacûcan re nehêle..De haydê Kurdino, dem dema lotik û pehînan e! Ji çep û rast, ji pêş û paş dewletê bidin ber şeg û pegan qurban, deee!

 

Ji NAVENDA RAGÎHANDINA LOTIKXANÊ

DU AGAHDARIYÊN GIRÎNG

 

Esfendiyar Sorgul-17/06/07-Kurdistan-

Ev agahdarî ji hemû Kurdan re lê  ye:

1- Ji îro pêştir germ e, dibe kelekela germa havînê. Ji german kulî nikarin bifirin. Lazime hûn li xwe pir haydar bin. Elawekîl germ henekan nizane, wê lotikên wisa bêîman li we bixe ku rihistîn jî bi we re nagîje. Divê hûn weha bikin: Enfeksoya diranan di germê de zêdetir dibe û miqrob di navê de hêlînên xwe çêdikin. Pir av vexwin, da diranên we paqij bimînin û berî vexwarinê di devê xwe jî pir werdin û birjînin. Yan na hûn tev dibin dirankelot.

 

2- Di germa havînê de kelekela rojê bê wijdan e û tu carê lêborîn li kesî nake. Divê herroj wextê nîvro bi qederê du-sê saetan xwe têxin ciyekî hênik. Xwarina giran û ya zêde jî qet mexwin. Bila xwarina we hindik be û rindik be. Xwarinên rindik jî ev in: Zebze, meywe, mast u çeqilmast. Elawekîl heger hûn bênefsiyan bikin, wê Ezraîl jî li ser we destdirêjiyan bike.

   Îcar hûn dixwazin bi xebera me bikin û hûn dixwazin bi xebera bênefsiya xwe bikin. Hûn çendî ku kole ne, lê hûn di vê meselê de azad in. Eger hûn ji germa bimrin, em fatîhê ji rihê we re naxwînin û hûn sax…!

Diranek çû man 31

Dr.Diransaz-16/06/07-Ewrûpa- Dibêjin lotikvana bedew, xwînşîrîna çîkolatayî Jessîca Alba û zîtirkvanê doxînsist Dane Cook bi hevre flîmekî bi navê ”Good Luck Ckuck” dikşînin û di hengama kişandina flîm de ne. Li gora senaryoya vî flîmî, divê sehneyek seksê bê kişandin û herdu lotikvan dikevin bin lihêfê.

   Dibêjin ”Henek dibin genek”. Îcar rola bi henekî bûye rastî û herdu tirekan hevdu dane ber lotik û pehînan. Werhasil, dibêjin di dema lotikavêtinê de bi bêhemdî pehîna Dane Cook li devê Jessîca Alba ketiye û diranek wê şikestîye. Îcar halîhazir diranek wê çûye rehma Xwedê û 31 diran di devê wê de mane.

   Me bi navê Lotikxanê emaîlek jê re şand û got:”Darlîng, bi  sê telaqan em wek Lotikxane amade ne diranê te belaş çêkin. Bizmar û çakûçên me pir in. Hema emê bizmarekî di diranê te de bikutin û herdu hestîyan bi hev vekin û xelas! Meraqan meke lêêê, keçê em naêşînin peppûkê!”

 Bişînin û namûsê bi wan re nehêlin

Dilcan Îzol-16/06/07-Antalya- Hûn zanin nizanin nizanim, lê Nataşayên Rûsan tir ji Tirkan berdane û namûsa wan kirine pênc qirûş. Hûn herin kuderê Tirkiyê Nataşa lotikan davêjin û xwe difroşin. Îcar spîkera kanala televizyonek Rûsî Elena Kurîkowa a 21 salî jî hat bajarê Antalyê û xwe bera çolê da. Kurîkowa dibêje:”Min pir ji Tirkiyê hez kir. Gava ez vegerim Rûsyê ezê propaganda Tirkiyê di televizyonê de bikim û bikim ku Nataşa Tirkiyê dagîr bikin” filan û fîstan. (Bixwînin)

Hindik mabû têkeve malzaroka wê

Tecawizcî Coşqûn-16/06/07-Beyoglû- Kuro lawo tekî saxlem û dirust di nava van Tirkan de tuneye kuro, hoooowehhh! Heta bi jinên wan jî çiryayî û sextekarin bavo, waweylê! De ji xwe re binerin bê jinika Tirk çi kiriye: Li bajarê Bûrsayê Serpîl Argun xanim û çend hevalên xwe dikevin malekê û dizîyê dikin.

    Werhasil, piştî dizîyê tên girtin û dikevin nezareta qereqolê. Polîs firaxên li ser wan ji wan distîne lê Serpîl xanim telefona xwe a desta dixe nav şeqê xwe û di derpîê kinik de vedişêre. Piştî qederekê telefon dike zirezir û bandorek wilo li bedena Serpîlê dike ku heta bi rovîyên wê diricifin. Dibêjin gava telefonê lêxistiye telefon hejiyaye û berbijor ve kişiyaye, ketiye arkuna wê û hema bêjin wextî biketa malzaroka wê.

   Werhasilî kelam, dibêjin polîsekî xêrek bi xwe kiriye, tiliya xwe xistiye wê û telefon derxistiye. Îcar heyran, jibo Xwedê û Pêxember, xwe mekin wek Tirkan û telefonên xwe nexin nav şeqên xwe. Heger we xistê jî tev li qewlikê wê têxinê ku serê we nexe belê.....

 

Xezeba Tirkan bi ser de barîyaye

 

Tacdîn Baran-15/06/07-Almanya-Dibêjin "Xezeba Tirkan bi ser xwedîyê malpera Xoybûn.com"ê de barîyaye û herdu alî bi tenq û topan şerê hev dikin. Malpera Xoybûn.com ev çend carin ji alî lotikvanên Tirkên heram ve tê hackkirin û ekran li A.Cahît Kiraç tê reşkirin.

   Li ser vê sosretê, A.C.Kiraç xwe avêt bext û namûsa Lotikxanê û got:"Tu malper piştgirîya min nakin. Qe nebe hûn dengê min bighînin dezgeh û sazîyên navnetewî, bila rojek berî rojekê di navbera min û segbavê Tirkan de aştîyê pêkbînin berî ku em qira hev bînin".

   Werhasil, em jî erka xwe bicîh tînin û dengê wî dighînin awira gelemperîya cîhanê. Îcar kî dikeve navbera herdu alîyan, kî wan li hev tîne em nizanin!

   Lê A.C.Kiraç dibêje:"Bi telaqê bê fitû heta fîşek hebe ezê li ber xwe bidim! Eger fîşekên min neman jî tewkelî bi Xwedê ye!"

   De Xwedê fîşekan bi ser wî de bibarîne rebbî!

 

Bê şirove

=======

Lotikek li zikberdayîyan ket

Tecawizcî Coşqûn-14/06/07-Amerîka- Li Amerîka, Seroka Beledîya Delcambre Carol Broussard lixwekirina pantolên kin ku derpîyên tanga di binre derdikevin mazatê, qedexe kir. Jin yan keçên zik û kelefên xwe berdin çolê û zilaman teşwîqî harbûn û xwestekên zayendî bikin, wê 500 dolar pere bidin û heta bi 6 mehan jî têkevin hepsê.

   Werhasil, dibêjin hingî li vê Beledîya Delcambrê keç û jinan ev derpîyên seksî li xwe dikirin û zik û kelefên xwe berdidan çolê, gellek zilam û xort dilbijokî dibûn û hetta jinên wan li ber çavê wan reş dibûn. Wer xuyadibû ku wê di bajêr de kesekî zewicî nemîne. Ji ber vê sedemê jî Seroka Beledîyê Carol Broussard rê li ber vê zinêkarîyê girt û namûsa beledîya xwe xelas kir.

   Kuro bi serê min û we xebera Carol xanimê ye. Lawo ev keç û jinên “sîngvekirî” û “zikberdayî” agir bi dilê meriv dixin haa! Bi telaq hingî ez li van keçên sîngxweşik û ziktenik dinerim, jina min li ber çavê min bûye wek Rahşan Ecevît kuro, wîî!

Amerîka derpî ji Tirkan kir

Hesen Almas-13/06/07-Waşîngton- Laşê Tirkan duxre û dixwazin roj berî rojekê têkevin Kurdistanê û Kurdistana azad ji hevde bixin. Tirk bawerin ku dagîrkirina Kurdisdtanê wê wek dagîrkirina Kibrisê rehet û hêsan be. Lê ji bîr dikin ku Kurd ne Rûm in û wek Yûnanîyan ne ziravqetandî ne.

   Werhasil, li ser vê xirecira Tirkan, Amerîkayê dîsa rabû bala wan kişand, tiliya xwe xist çavê wan, derpî ji wan kir û ji Tirkan re got:”Li ser dûvê xwe rûnin û teriya xwe li çep û rastê nexin. Erê mêş û mozik bi we vedidin lê kunmoza wan ne li Iraqê lê li Tirkiyê ye” filan ûbêvan.

   Dibêjin li ser vê balkişandina Amerîkayê, Tirkan bi xwe de rîtiye û bêhna tir û fisên rayedaran ji paytext Enqerê difûre.

   De Xwedê kerîm û rehîm e....

Em qebûl dikin heyran!

Şemal Amedî-12/06/07-Hollywood- Lotikvana navdar Carmen Electra bi daxuyanîyekê ket rojeva magazînê û deng ji xwe derxist. Electra di daxuyanîya xwe de dibêje:”Ezê ji flîmên pornoyê 5 milyon dolaran qezenc bikim û ez dixwazim vî pereyî bexşî sazî û weqfên alîkarîyê bikim”. Li ser van gotinên wê, gellek sazî û weqfên alîkarîyê rabûn li dij wê derketin û gotin:”Tobe tobe tobe! Perên pornoyê heramin, em nikarin qebûl bikin” û gotin “na!”

   Werhasil, rabû me li ser navê Weqfa Lotikxanê serî li Carmen Electra xist û got:”Bi telaq em qebûl dikin! Heyran wan 5 milyon dolaran bexşî me bike, emê li feqîr û fiqareyên Kurd belav bikin. Heyran xêr û guneh di stuyê me û bavê me de, wekî din!”

   Em niha li bendî bersiva Carmen Electra ne..Heger xanimê qebûl kir ji xwe wê xêrek mezin bi xwe bike. Na heger qebûl nekir, ji xwe emê jî hew li flîmên wê temaşe bikin û hûn sax!

Hevdû bi ramûsanan fetisandin

Zilfoyê Lêvmezin-12/06/07-Bûdapeşte- Bawerkin dinya çerqo berqo bûye. Wey li wî ye ku lotikek nû bavêje û têkeve pirtûka quzilqurtê a Guînessê. Îcar jî moda ramûsanan destpêkiriye.

   Berî niha jî li Çînê nizanim çend hezar kesî kevdu maçîkiribû û wextî hevdû bifetisandina. Werhasil, dibêjin berî niha rekora ramûsanan di destê Manîla de bû. Lê li Macarîstanê 6 hezar û 400 cot hatin cem hev û dest bi hevduramûsandinê kirin. Dibêjin tam 10 sanîyan hevdu ramûsane û dev û lêvên hev alastine.

   Liser bextê xelkê be, dibêjin 6 hezar kes ji wan bêhn li wan çikiyabû û wextî bifetisîyana. 400 kesên din jî hingî sîr û pîvaz xwaribûn, ji bêhna devê hev tew nemabû bi jehrî bikevin û bimrin.

   Werhasilî kelam, heger rojek ji rojan ev moda maçîkirinê li Kurdistanê jî destpêbike, wê rojê sîr û pîvazê nexwin. Yan na, bi telaq wê wek jenosîda Helebçê bê serê we û hew!  

Kerxanecîyan namzetîya kerxanecîyekê qebûl nekir

Bekçîyê Kerxanê-12/06707-Kadikoy- Ma ev jî ne ecêbe gelî xwendevanên Lotikxanê? We dîtiye ku kerxanecîyan kerxanecîyek din qebûl nekiribe? Neyse canim, em bên ser mijara kerxana xwe. Wek hûn dişopînin, kevnekerxanecî Ayşe Tukrukçu (çi paşnavekî xweş ne?) namzetîya xwe jibo wekîltîya meclîsa Tirkiyê danîbû û dixwest wek namzeta serbixwe têkeve kerxana meclîsa Tirk. Lê xuyaye ev li xweşîya kerxanecîyên “Sazîya Bilind a Hilbijartinê” nehatiye û namzetîya wê qebûl nekirine.

    Îcar Ayşe Tukrukçu civînek çapemenîyê lidarxist û got:”Kerxanecîyên dewletê namzetîya min qebûl nekirine. Min wek wan malê kesî nexwariye, min ji wan kêmtir zinê kiriye, min deh carî lotik li xwe xistibin wan sed carî lotik li xelkê xistine, ma ev edalete qardeşîm!” û biryara wan qebûl nekir.

   Werhasilî kelam, di meclîsê de tam 500 kerxanecî hene. Ê helbet wê cîh nedin te xanimêêêê! Ma kes qismetê xwe dide kesekî din? Na!

Gen û qijnik jî ew dan ber lotikan

Nêçîrvan-11/06/07-Yozgat- Gen û qijmik jî bûn dijminê Tirkan û ew dan ber lotikên qijnikî. Li bajarê Yozgat û Samsûnê gen û qijnikên ku tirê ji heywanan berdidin û xwîna wan dimijin, êrîşî Tirkan kirin û dest bi kujtina wan kirin.

   Dibêjin, Komela Gen û Qijnikên Kurdistanê bi yekdengî biryar girtine ku êrîşa artêşa Tirk a li ser başûrê Kurdistanê şermezar bikin û li dijî Tirkan dest bi şerê gerîlla bikin. Ji ber vê jî çend gerîllayên gen û qijnikên canfeda şandine bajarê Tirkan û van gerîllayan ji bajarê Yozgat û Samsûnê dest bi şerê gerîlla kirine. Di serî de êrîş birine ser du Tirkan (Şazîye Bolukbaşi (54) û Bahar Kaplan (16) û ew bi jehra xwe kujtine. Ji alîyê din çend gerîlla jî berê xwe dane bajarê Samsûnê û di êrîşekê de gellek Tirk brîndar kirine.

   Werhasilî kelam, heta bi gen û qijnikan jî bûne dijminê Tirkan û zordarîya wan protesto dikin. Kuro bi telaq ev gen û qijnik ji me Kurdan biaqiltirin haa, wîî! Kurdên me hema şer dixin Kurdistanê û rojekê jî derbasî nav bajarê Tirkan nabin. Lê qijnikên me aqilane difikirin û dixwazin ji bajarê Tirkan dest bi şoreşê bikin allahwekîl!

   Bijî şerê gen û qijnikan!!

Mêrik bi fîşekekê du jin nepixandin, wax wax waxxxxx! 

Kevîn Kurdson-11/06/07-London- Li ser bext û namûsa rojnama Daîly Maîl be. Dibêjin, jin û mêr Amy-George Bernaba xwestine brayekî ji kurê xwe Jeremy re çêkin û ji ber vê jî 12 salan tedawîya çêbûna “zaroka tûp”ê dîtine.

   Werhasil, dibêjin piştî ku li laboratûarê spermên Georg bi hêkên Amy re meyane, pirsgirêkên tenduristîya Amy derketine golê û textoran jî xwestine şêweyekî nû bikarbînin. Radibin hêkek meyayî ji malzaroka Amy digrin û berdidin malzaroka jinika bi navê Torry Keay. Werhasilî kelam, herdu jin jî bi hemil dibin û her yek ji wan keçikekê tîne dinyayê. Yanî, Georg bi kevirekî du çûkan dikuje. Yan jî, mêrik bi fîşekekê du jinan bi hemil dike û diba bavê cêwîkan. Niha bavê keçikên bi navê Lauren û Hanna yek in lê dêyên wan cuda ne.

    Erêêêêê, erêêêê...Xêra Xwedê ye allahwekîl! Mêrik bêyî ku xwe biwestîne, bêyî ku di nav xwîn û xwêdana lotikan de bimîne, dibe bavê du cêwîkan û yekser eşîra xwe mezin dike. Lawo ev teknîk û pêşketinên zanistî çi dikin û çi nakin, ya starrrrrrrr!

Ha ji we re xalis muxlis jinek Tirk

Berker Çarling-10/06/07-Antalya- Bi destûra we be, emê niha ji we re behsa namûs û bênamûsîya jinên Tirk bikin. Gerçî di nav Tirkan de namûs bûye bexdûnis lê de neyse. Belê, li bajarê Hatayê dêya sê zarokan Havva Oz (37) rojekê bi riya telefonê bi qûnekekî bi navê Muhammet Okur (28) nasdike û piştî naskirinê roj namîne go hevdu nadin ber lotik û cotikên kerîkî.

   Havva Oz zewicîye û mêrê wê Îbrahîm Oz 57 salî ye. Xuyaye xanimê ji xwarina xiyarekî aciz bûye, dilê wê jê xeliyaye û êdî ji xiyarê çermolaqî daye ber kerambera. Ji ber vê jî xiyarê taze û nuh ji ê mêrê wê şêrîntir hatiye û rabûye plan û projeyên kujtina mêrê xwe kiriye da ku ji xiyarê taze bike sermiyanê malê.

   Werhasil, jinik û dostê xwe radibin dermanê xewê dixin nav xwarin û vexwarina Îbrahîmê reben, wî di xew re dibin û bi bivirekî tûj wî ji hev parçe dikin. Gava wî dixin telîs û dixwazin cendekê wî bi trimbêlê bavêjin, bi tesadûfî ji alî polîs ve tên dîtin û mesele derdikeve holê.

   Werhasilî kelam, ji me gotin û li we kirin. Bi dîn û îman, heçê jinên wan Tirk bin bila hay ji xwe hebin qardeşîm! Gava hûn razan bila çavekî we girtî û yek jî vekirî be. Hema we dît kêr û bivir li ser serê we çûn û hatin haaaaa.... 

Lambaya puf de Perînçek!

Bêrîvan Al-09/06/07-Amed- Serokê Partîya Segên Tirkiyê Dogû Perînçûk mitînga xwe li Amedê lidarxist û li hatina xwe poşman bû. Mêrik texmîn dikir ku wê bi dehhezaran kes li Amedê kom bike û bide zîtirkên kerîkî. Lê di mitînga wî de 700-1000 kes beşdar bûn ku piranîya wan jî kûçik û çeqelên dewletê bûn.

   Werhasilî kelam, Perînçek lotikek li Amedê xwar û Kurdên Amedê serê wî paşûpê xistin ciyê ku jê derketiye! Îcar a xweş çibû hûn zanin? Ew ala tirtire, ew “anli kanli Turk bayraxî” ji ber ku kes tunebû hilgire, li erdê hat raxistin û pisîk û segên kolanên Amedê pêde mîztin.

   Îcar, heger namûs û xîret bi Dogû Perîngû re hebe ji xwe wê carek din li Amedê dernekeve nav insanan. Na heger xîret pêre tunebe (ku sedî sed tuneye) wê dîsa hewl bide ku wek dêlegura Asenayê bizûre.....

   Êêêê, çawa bû Perînçek efendî? Ka 10 hezar alîgirên te haa? Lambaya puf de Perînçek!

 

Protesto ev protestoye haaaa!

 

Tacdîn Baran-09/06/07-Almanya- Kuro ma ev Ewrûpî çi medenî ne bavooooo! Mêrikan protestoyên wilo nermik û germik dikin ku aqlê meriv disekine allahwekîl! Wek hûn zanin, salê carekê civîna 8 welatên herî dewlemendên dinyayê çêdibe û li dij van welatan jî protesto û lotikvanîya hêlên çep, aştîxwaz û anarşîstan lidardikeve. Bi vê protestoyê hem dilê xwe hênik dikin û hem jî bayekî ji ber serê xwe berdidin.

   Werhasil, civîna îsal jî li Almanya çêbû. Lotikvanên ku li dijî globalîzmê û li dijî serdestîya van 8 welatanin, dîsa li hev kom bûn û zîtirk dan xwe. (Bixwînin)

 

 

Wî jî tirek kir

Av.A.Dîlan-17/06/07-Enqere- Xuyaye siyaseta Tirkan û partîyên wan maye li ser ziandirêjîya malbata Barzanî û PDK. Hema heçê radibe gûyekî dixwe û wey li wî ye ku ji ê din zêdetir derewan bike.

   Werhasil, cîgirê serokê Partîya Ciwan Emîn Şîrîn ji wî karwanî kêm mabû, wî jî rabû lotikek avêt û bêbavî kir. Emîn Şîrîn dibêje:“Gava em bibin hikûmet û bibin serkêşên Tirkên doşirme, emê derhasl derbasî Kerkûkê bibin. Emê baregehên PKK û Barzanî bombebaran bikin. Serbazek bê cehnemîkirin emê Barzanî bombe bikin. Emê di danekî (nîvrojê) de Barzanî bigrin û bibin Îmralî“ filan û jehr û ziqûm.

   Erê lo, wê qûneko di nîvrojê de Barzanî bigre û bibe Îmralî! Ma ev dikeve serê we gelî xwendevanan?

   Kuro kurê min! Hey kerê min heywanê Xwedê! Ma dest û lingên Barzanî girêdayî ne? Ew serkerên general û serokên te nikarin ji Barzanî re bêjin „Sîya te xwar e, îcar wê çilo dêqehpekî mîna te û partîya te karibe bi şêrekî mîna Barzanî, xiyar! Yan tu hesabê 40-50 milyon Kurd naki ku wê tirê ji te û dewleta te berdin efendî!

   Kuro bi namûs em ne wek Amerîkîyane haaaa! Wan çewal xistin serê we, emê jî kurtan li we kin û yekser we bişînin Moxolîstanê cîgerimmmm! Insan bin û li ser dûvê xwe rûnin, okey!

 

De bixwin bê dendik di we de nemînin asê!

Hemoyê Zebeşfiroş-16/06/07-Antalya- Kuro bi telaqê Tirkên Antalyê,  em bi van tûrîst û mûrîstan xenê bûne kuro, wîî! Em Kurdên ku hatine bajarê Antalyê bi xêra van keç û jinên Tirkan ketine dana Xwedê wey! Werhasil, em bên ser mijara xwe.

   Li Antalyê, her havîn pêşbirkên ecêb di nava tûrîstan de tên çêkirin. Xwedîyê otêlan van pêşbirkan çêdikin da ku kêfa tûrîstan bînin û wan wek ”bizinên go hînî danûkan bûne” bikşînin vî bajarî. Wê rojê jî îcar pêşbirka ”zebeşxwarinê” çêkiribûn. Min jî zebeşên Diyarbekrê anîbûn bajêr û min têra xwe firot wan. Îcar tûrîst ketin ser wan zebeşên Diyarbekrê, xwarin, xwarin, xwarin heta ku dendik di wan de hişt bûn û zikê wan nepixî.

   Bi elawekîl, ez tirsiyam ku bi wan zebeşan bi hemil bibin û ”Cilêtçî Mihê, Şorbecî Kekê, Ûstûra Kazo û Pêxwas Reco” bêjin ”fiştt” û ji zikê wan derkevin kuro! 

ZELZELA VÊ CARÊ NE ÎŞÊ HENEKAN E

 

Satilmiş Eşekçalan  Stenbol 16/ 06/ 2007-Gelî Stenboliyan, vê carê zelzele ne îşê henekan e. Ew Stenbola ku digotin: Taşî torpexi tevde zêr û zîv dir  niha wê kevir û kuçikên wê tev bibin gotistan û hûn di binê pêlên ava Mermerê de dimînin. De zû bikin û ji Stenbolê derkevin.

    Va ye pisporên Tirk û Frensiyan bi hev re lêkolîna xwe ya di binê ava Mermerê de kuta kirin. Ew qelşa faya zelzelê destpêkiriye gaz û ava kel difiştiqîne. Xwedê wekîl e, dibêjin zelzela vê carê ne wek ya carên din e. Wê felaketa Tsumaniyê rabe lotikan û we tevan bixeniqîne. Wê hingê xelk bêje: Rehma Xwedê li zelzela 17ê Tebaxê be.

    Ji 12ê Gulanê ve ye ku pisporên Tirk û Frensî lêkolîna bi keştiya Le´Atalantayê di Deryay Mermerê de dikin, roja 13ê Heziranê jî bi dawî bû. (Bixwînin)

 

 

Mîster Prezîdent û bindest prezîdent

Ehmed Beyan-15/06/07-Enqere- Rayedarên dewleta virqo di her wesîlê de zimandirêjîya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û bi xêra wî eyb û arên xwe vedişêrin. Wek ku Serok Barzanî jî tîne zimên, pirsgirêka rayedarên Tirk ne Elî û Welî ye, lê hebûna milletê Kurd û destketinên li başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê jî di şexsîyeta malbata Barzanî de êrîşî Kurd û Kurdistanê diikin.

   Werhasil, tam di vê kela kela qrîz û amadekarîyên êrîşa başûr de, Serokê Amerîkayê Mîster Bûşh telefonî Serok Barzanî dike û tirs û xofê dixe dilê Tirkan. Îcar Tirk di çapemenîya xwe de dibêjin:”Hella hellaaaaa! Ûlan bû nerden çixtî lan? Bayram degil seyran degil Mîster Bûşh eşîret başqanina nîye telefon ettî qardeşîm!” û bûye virte virta arkuna wan.

   De neyse, de ji xwe re li serokan binerin û li elokan binerin! Serok Barzanî ji alî Serokê Dinyayê Mîster Bûşh ve wek “Prezîdent” tê qebûl kirin, lê Serokwezîrê Tirkiyê Laz Receb jî hîna bi zimanê Serekerkanê Tirk Buyukanit lotikan davêje û dibê:”Ez bi Barzanî re rûnanim qardeşîm, hella hella!” û dide zîtirkan.

   De îcar hûn bêjin gelî xwendevanan: Kî Mîster Prezîdent e û kî bindest Prezîdent e?

Fitû, mitû, petîxê şitû

Abdullah El Kurdî-15/06/07-Qahîre- Pispor û alimên dînê îslamê bûne wek mirîşkên gêj û hew zanin bê çi dikin. Hema heçê radibe Qurana pîroz ji xwe re dike lîztika zarokan, ayetên wê li gor dilê xwe şirove dike û fitû li dû fitûyê derdixe. Li Misrê du dezgehên ku karin fitûyan derxin hene. Yek jê “Mala Fitûyê” ku girêdayî Wezareta Edaletê ye, û a din jî Zanîngeha El Ezher ku wek otorîteya herî bilind a îslama sunnî tê naskirin.

   Werhasil, Şêx Elî berî şeş salan di pirtûka xwe “Dîn û Heyat” de behsa “jinika ku mîza Pêxember vexwaribû” kiribû û ev wek “xêr û sewab” qebûl kiribû. Lê piştî ku hinek alimên din li dij vê dîtina wî derketin, şêxê me çerq kir û şiroveyek din bi dîtinên xwe ve zeliqand. Şêx Elî îsal jî fitûyek dabû û gotibû:” Kes nizane zilam pak û rewanin yan na. Li gora vê, keç jî karin berî zewacê lotikan li xwe xin û piştre perda arkuna xwe bidrûn” filan û bêvan. (Bixwînin)    

 

 

Bomba qûnektîyê mabû wa ew jî çêkirin

 

Hesen Almas-14/06/07-Waşîngton- Ya starrrrrr, emê hîna çi bibînin û çi nebînin lawo! Dibêjin grûpek pispor ji Zanîngeha Berkeley a Amerîkayê derxistiye holê ku artêşa Amerîkayê “Bomba Qûnektîyê” çêkiriye û dixwaze di dema şerekî de leşkerên dijmin tevan bikin qûnek.

   Li gor tê gotin, gava ev bombe diteqe, eskerên zilam li ber dilê hev şêrîn dibin û daxwaza lotik û ganê bi wan re çêdibe. Yanî, ev bombeya ku navê “Bombeya Evînê” lê hatiye kirin, kare temamê artêşekê qûnek bike û wan ji desthilanîn bixe. Li gor pisporên ku ev mesele di televizyona KPIX a San Fransîsko de anîne zimên, artêşa Amerîkayê hebûna vê bombeyê qebûl kiriye.

   Di eslê xwe de çend “Bombeyên Evînê” ji Kurdan re lazimin. Bawerkin, heta em bombeyek evînê navêjin nav eskerên Tirko û wan qûnek nekin, emê zû bi zû nikaribin wan bînin ser rê.

   Ez dibêjim bila hikûmeta Kurdistana azad rojek berî rojekê çend ji van bombeyên evînê bikire. Çi dibe çi nabe, heger Tirk ketin Kurdistanê hema bombeyekê bavêjin nav wan û temamê wan qûnek bikin û hew!

 

Bi ya zilamê Ingilîz kirin,

malik li xwe viritandin

  

    Aran Perînas-14/06/07-Swêd-Bi rîya Înternetê zilamekî tirek nêzî 35 salî, bi 150 keçan re têkilî danîye. Zilam bi nexweşîya AIDS´ê bi du keçikên Swêdîya re raza bû. Piştî hok û boqên aylav yû (I Love You), keçikan wisa gotin: “Wey mala min, mala min, xwezî min bi nefsa xwe karîba û bes bi tenê, lê çûû!” Dadgehê berî çend salan zilam bi eynî sûcî girtibûn û dûvre berdabûn. Lê çi feyde, niha rewş gelek xirab e. Xuya dike ku dadgeh rê ji xwe re vedike, serê xwe naêşîne. Naşibe dadgehê, îcar hesab li cem we!

Werhasil, heya ev keçikên Swêd bi adrenalînan û bi heyecana bijîn, wê ev bên serê wan. Li ciyê xwe rûnanin, natevizin. Divê illeh billeh tama zilamê ingilîz derxistibana. Ne xema wî ye bavo, armaca wî ew e.

Çiyê elektrîka wî pir balkêş bû. Willeh ne elektrîk û ne xwedê we xilas dike, de herin icarrrr!

   Dûvre derdikevin sernivîsan û wek qeşmerokan digrîn. Heyata min çû, ez gunehim, serê min bişon ez ketime, filan û bêvan. Lê heft herama xwedê bê, heya win derban û lotikan nexwin hişê wê nayê serê wê, de bye byeeeee!

Rebeno bû ta û derzî

Zinar Qelemşûr-13/06/07-Stenbol- Rojnama Hurrîyetê dibêje:"Serekerkanê me Yaşar Buyukanit ji derd û kerbê şehîdketina Mehmetçîkan re tam 5 kîlo dane" û xwedêgiravî pesnê wî dide. 5 kîlo? Kuro lawo berazo 100 kîlo heye, tu çima nabê bi xêra Mehmetçîkan kîloyan davêje û xwe zeîf dike kurê min! Lawo kurê xelkê çi biaqilin errrreeekkkkk!

   Ê xelkê bi hezaran dolar û euro didin textor û salonên masajê da ku zeîf bibin, mêrik bêyî ku qirûşekî bide xwe zeîf dike. Hem jî bi xêra Mehmetçîkên qûnbicilik! Mêrik bi kevirekî du çûkan dikuje allahwekîl! Hem Mehmetçîkên xwe dişîne şer û wan dide kujtin, hem jî bi mirina wan xwe zeîf dike û kîloyên xwe davêje. Oxxxxxx, xêra Xwedêêêê!

Ê lawo ma Nisêbînî û fûtbol?

Silêmanê Keleş-12/06/07-Nisêbîn- Erê lo, me Nisêbînîyan taximê xwe Nisêbîndemîrspor bi 250 hezarî firot Qoserîyan û em jê xelas bûn. Kuro bibû bela serê me lawo, wîî! Tam 23 salin me gûyek bi ser gûyekî nexist û me di ciyê xwe de hejmart. Yahewlelwela qiwetillehilezîm!

   Wextekî li Nisêbîne yekî bajarî bi navê Etamûto hebû. Etamûto pisiklêt didan bi kirê û zarokên bajêr jî xwe hînî ajotina pisiklêt dikirin. Werhasil, Kurdên me jî nuh ji gundan dihatin li Nisêbînê bicîh dibûn û zarokên wan diçûn cem Etamûto xwe hînî pisiklêt dikirin.

   Îcar rebenê Kurdan di heyata xwe de pisiklêt najotibûn loo.Îcar gava dajotin digotin „terp“ û jê diketin. Îcar Etamûto jî aciz dibû, li ber pisiklêtên xwe diket û digot:“Werek ibnî, ma Kurd û pisiqlêt!“ û henekê xwe bi Kurdan dikir.

   Îcar ev jî mesela me û fûtbolê ye. Ê lawo ma Nisêbînî û fûtbol? Werhasil, me pelûla xwe bi serê Qoserîyan dakir û xelas!

Ma kompleksa zimên û hew?

Bêrîvan Al-12/06/07-Amed- Dibêjin dengbêja Kurd Aslîka Qadir cara yekem hatiye Amedê û hatina Amedê jê re wek xewnekê bû. Eslîka Qadir ji rojnama Azadîya Welat re dibêje:“ Niha xwena min bi cih hat. Ez pir kêfxweş im. Mirovên me li herderê xwîngerm in. Min li vir nêzîkahiyek gelekî germ dît. Lê tenê di mijarêkê de dilê min diêşe. Ew jî ew e ku li vir kesek bi Kurdî naaxive. Li gorî min ev malxirabî ye. Van sîsteman li ser zimanê me gelek texrîbat kiriye. Min li vir konser da. Di dema konserê de min digot belkî polîs min fêm nekin. Lê polîs fêrî Kurdî bûne û Kurdên me jî fêrî Tirkî bûne. Ez bi wan re bi Kurdî diaxivim, lê dinêrim ku ew bi Tirkî bi min re diaxivin. Kurdên me di nav kompleksê de ne. Zimanê Tirkan ji zimanê xwe bilindtir dibînin. Modernîteyê bi zimanê Tirkî dibînin. Zimanê Kurdan bi kok e. Lê Kurdên me zimanê xwe biçûk dibînin. Berê sîstemê hewl dida ku vê yekê bike û Kurdan asîmîle bike, lê piştre ji ber nezîkahiya me, ev yek bixwe pêk hat. Tiştê ku serdestan nikarîbû bike, em bixwe dikin“ filan û bêvan.

   Ax gidîîî, ax gidîîî, ax gidîîî! Keçê pepûkê van gotinan mebêje keçko, bi Xwedê wê ji te re bêjin „Îlkel Mîllîyetçî“ haaaa, wîî! Keçê ma kompleksa zimên tenê bi me Kurdan re heye rebenê? Keçê şexsîyet nemaye lawo şexsîyet! Me bi navê „Kurd û Tirk qardaşlixî“ malik li xwe û bavê xwe xerakir keçko. Me Kurdayetîya xwe jî winda kir û em nikarin bibin Tirk jî. Êêêêê, naxwe em bûn wek çi?

   Werhasilî kelam, em xizmeta dijminê xwe dikin dêya minê! Îcar xwişka minê, ruhê netewî nemaye, mejîyê Kurdewarî nemaye, şexsîyet nemaye, hemi bûye „şildim bildima heramîyên Tirk“ û tu sax!

   Bi namûs heçê di kompleksa zimanê dijminê xwe de be îxanetê li gelê Kurd dike û hewwwww! Ez jî di nav de…..

Aha edalet ev edalete haaa!

Rojda Aydin-11/06/07-Stenbol- Kî dibê edalet li Tirkiyê tuneye? Bextê xwe xeranekin! Binerin bê çi edaletek insanî li Tirkiyê heye: Berî niha li bajarê Bafrayê zilamek dikeve hindurekî û tecawizî dêya sê zarokan N.D dike. Ji ber ku sê zarokên jinikê li oda din razane, jinik nikare bike hawar da ku zarok û cîranên wê bi vê şermezarîyê nekenin û jinikê rûreş nekin.

   Werhasil, jinik radibe cîranê xweyê ku tecawizî wê kiriye A.B dide mehkemê û hal û meselê jê re dibêje. Mehkeme radibe 15 sal ceze li mêrik dibire. A.B jî radibe li dij vê biryarê derdikeve û dozê dişîne mehkemeyek bilindtir, Daîra Cezayê a 5.a Yargitay ê. Werhasil, Daîra Cezaya Yargitayê çi biryarê dide hûn zanin? Dibêje:”Ji ber ku di dema tecawizê de jinikê nekiriye hawar, nekiriye qîjewîj û kes bi xwe nehisandiye, ev wek tecawiz nahê hesibandin. Mana xwe ev e ku jinikê bi qîm û riza xwe A.B berdaye ser xwe” filan û fîstan.

    Yanî gelî xwendevanan, li Tirkiyê êdî dema “tecawizkirina bi def û zirne” destpêdike. Heçê di dema tecawizê de neke qarewar, neke hawar û nebêje:”Hawarêêêê, hawarêêê, min ji destê vî xiyarî xelaskin” wê gunehkar bibe û di şûna tecawizkar de ew têkeve hepsê. Îcar ji bîr mekin, gava hinekan dest avêt we, yekser bikin qêrîn û hawar, temam!

 

Dîsa bi mohra Fransî û Îtalyanîyan:

Mode û Îcadek nû

 

      Aran Perînas-11/06/07-Swêd-Komek bisiklêtajoyên tazî ji 60 bajarên cîhanê yên cûda gihan hevûdin û xwe hinekî rezîl kirin. Sebeba kombûnê, berdana bermayîyê bû "dîsa". Ev çar salin ku ev problema berdana karbondîoksîdê û tiştên din ku zerarê dide cîhanê, ji alîyê organîzetorên "World Naked Bike" yan jî (World Nonoşên Bêaqil) ve tên amede kirin. Dixwazin ferqîya bisiklêkê bi ji xelk û milletên cîhanê re şiklekî baldar nîşan biki. Ji gelek dewletên cûda li vê protestoyê "xebat" kirin wek Fransa (ku minêkare) Jixwe Îtalya bi dest û lingan beşdar dibe, gelek Îspanyolî jî hebûn (ew jî ne kêmî wan e). Hejmara beşdaran nêzî 700 kesî hebû.

    Neyse...

Me fêm nekir, ev protesto bû, yan jî sergîyek bû? Xwe tazî kiribûn û li cadeyan hawar hawara wan bû. Yên ku qûna wan li hewa bû, yên ku dev ji xwe berda bûn, de yalla bidêêê! Çima naa...

Slogana wan jî ew bû: Ji biskilêtan û bi şiklen meyî tazî zerar naghê cîhan û însanan. Gelek millet li ser lingan li cepikan xisint. We şoreşek mezin kirîye. Kilîlîlîîî..! .

   Ciqas xwe tazî bikin wê ewqas balê bişînin ser xwe ne jibo protesto jibona şiklê dengdanên xwe. Fransî û Îtalyanî jixwe ji kêfa  teqle avêtine, fikrên wisa herdem ji bin serê wan dertên. Bûye mode li cem Îtalyanê û Fransîya, ciqas qûna xwe berdin ewqa meşhûr dibin..Tifîîîî..

Hay ji kejan hebin

Tacdîn Baran-10/06/07-Almanya- Dibêjin jinên kej û sorgulî ji jinên esmer û zerik hartir û germtirin. Germek wisa ku şewata germîya wan ji agirê cehnemê jî xerabtire û gava lotikan li zilaman dixin dibe qirçeqirça parsûyên wan.

   Werhasil, li gor encama lêkolîna ku li Almanya çêbûye, derketiye holê ku jinên kej di warê zayendî û seksê de pisporin û ji esmer û zeran zêdetir karin lotik û pehînan bavêjin zilaman. Li ser bextê pisporê Alman Prof.Dr.Werner Habermehl be, li gor lêkolîna wî, jinên zerîn ji kêf û şahîyê, ê esmer ji xwarin û vexwarinê û ê kejesor jî ji lotikavêtin û seksê hez dikin.

   Îcar  Psîkolog Chrîstîne Baumanns jî radibe li dij Prof.Dr.Werner derdikeve û dibêje:”Ya starrrrrrrrr, derew dibin lê derewên bi vê ecêbê nabin haaa! Ê baba, va ez jî zer im, bi serê Îsa û Mûsa hema bêjin ez herşev tiran ji mêrê xwe berdidim û wî di nava nivînê de diguvêşim, wîî!” û li dijî harbûna kejan derdikeve.

   Werhasilî kelam, ez virde wêde nizanim, lê bi sê telaqên Kurdên Almanyê, lotikên jinên kejesor ji trîyê Omerya, mewîjê Hebabê, sêvên Meletê, dimsa Entabê, zebeşên Diyarbekrê û ji penîrê Koçeran xweştirin û hûn sax!

   Hûn bi a min dikin, hûn jî porê jinên xwe sorboyax bikin û li derb û kerametên “Sorlotikvanan” binerin...De haydê, ji we re serketin û binketin......

Daxuyanî bû mode

Ehmed Beyan-09/06/07-Enqere- Xuyaye êdî Serekerkanîya Artêşa Tirko hesabê siyasetmedaran bi qirûşekî nake û wan bi kî...ê xwe nahesibîne. Êdî jê re bûye mode ku daxuyanî li ser daxuyanîyê derxe û pozê xwe têxe nav kar û barên Tirkiyê.

   Ji ber ku li Tirkiyê siyaset û siyasetmedarî tenê formel e, rûdankek e, hertişt di destê esker û qantiran de ye, ji ber wê jî qûnekekî bi namûs dernakeve û ji Yaşar Buyukanit re nabêje:”STOP kardeşîm!!” Kuçukanit jî li gor dilê xwe hespê xwe dibezîne û daxuyanî li ser daxuyanîyê diweşîne.

   Berî niha di daxuyanîya xwe de doz li civaka Tirk kiribû ku li dijî terorê rabin ser xwe û derkevin kolanan. Helbet ev daxuyanî li xweşîya gellek kûçikbavan jî hat û hema yekser piştgirîya wî sermezinî kirin. Îcar niha dîsa mêrik daxuyanînek derxistiye û dibêje:”Mebesta me ew e ku milletê Tirk mîtîng û protestoyên bêdeng û bêçalakî bikin filan û hezar quzilqurt.

   Werhasilî kelam, xuyaye wê daxuyanîyên Yaşar Buyukanit ji daxuyanîyên hozanê me Şivan Perwer zêdetir bibin. De Xwedê tuxmê Tirkan biqelîne rebbî!

Fermo, li xalê me Şemsettîn Qillî û jinika Tirk guhdarî bikin

 

Dengê def û zirnê ji Şîna Şêx Maşûq kêm bû!

Kanîwar Efrînî-09/06/07-Efrîn-Di roja 1-6.2007 ez li Qamişlo bûm mêhvan. Hevalê min go de rabe em herin mezelê Qidûrbeg ser şîna Şêx Meşûq Al Xeznewî. Ez jî çûm. Min dît ku weke 10,000 Kurd jî rawistiyane, min jî li qorzîkekê ji xwe re cihek dît..

   Min dît ala Kurdistan û çend paçik bi navê Yekîtiya Hevbeşa Kurd li Sûrî ( 3 Parti di nav dene) daliqandî bûn. Lê paşê mamoste Ibrahim Alyosif cend lotik avêtin. Piştre yek rabû bi navê partiya xwe deng da, ew di nav komîta hevbeş de bû.

   Hema yabo min dît yekî din da Lotika û wî jî kaxezek ji bêrika xwe kişand û gotinin qers û wesfê xwe da. Min dî yekî din jî ji wê komîtê rabû çend gotinên xwe kirin ( erê bavê min ma kî ji kê çêtire ha?) Qaşo bi navê komîtekê paçik daleqandine lê 3 kes radibin dîsa li ser navê partiya xwe dikin zirt û virt û dixwazin navê xwe derxin. (Zêdetir bixwînin)

Îran bûye kerxane haya me jê tune

Diyar Baban-09/06/07-Mahabad- Heçê ji we nizanibe, wê bêje qey Îran dewletek ji sedî %100 îslamî ye û zinêkarî lê nabe. Lê hûn xelet in. Li gora îstatîstîkên fermî, halîhazir li Îranê tam 200 hezar jinên kerxanecî hene û ji mecbûrî laşê xwe difroşin. Helbet tu gotinek me ji van jinan re nîne. Em bawerin heger ne ji mecbûrî ba wê wan laşê xwe nefrota mirovên serxweş û pêhnpêketî.

   Werhasil, niha jî Wezîrê Hindur ê Îranê Mustafa Purmuhammedî jibo rêlibergirtina zinê dixwaze zewaca “Mûta” yê xurttir bike. “Zewaca Mûta” zewacek demane ye, mehra bi devkî ye û jêre hewceyî şahidan jî nake. Ev zewac herî kêm divê 30 deqîqe (nîv seet ) be. Yanî, piştî ku zilam îşê xwe di nava nîv seetê de qedand û pêve, kare jinikê berde û herkes bi riya xwe de biçe.

   Dibêjin hingî xort û keçên Îranî ji pirsgirêkên zayendî (cinsî) ketine bûhran û sergêjîyek mezin, zinê bi pêşdetir dikeve û her ku diçe civaka Îranê dibe civakek zinêkar. Ji ber vê jî Mustafa Purmuhammedî dixwaze qanûna zewaca Mûtayê derxe da ku xort û keç serî ranekin, li dij rejîma melleyan dernekevin û şoreşekê nekin. Bi kurtasî; dewleta Îranê dixwaze fihûş û zinêkarîya bin masê derxe ser masê û êdî bi navê zewaca Mûtayê keç û xortan bi serbestî bera ser hev de.

   Îcar heyran, heçê bixwaze her nîv seetê ji xwe re jinekê bîne, bila berê xwe bidin Îranê û têra xwe lotikan li Îranîyan xe. Kuro ma di binê wan çarçefên reş de çi jin hene çi jinnnnnn, waxxxxxxxxxxx!   

 

Piştî ku agirê Xwedê bi balafirgeha Atapûto ket

Niha jî Qirikên reş (qijak) bûn dijminên wan

 

 Gormuş Satilmiş-08/06/07-Stenbol-Du roj berê me dabû xuyakirin ku agirekî no bi balafirgeha Atapûto ya li Stenbolê ketiye. Piştî ku agir hate tefandin, îca bi dehhezaran qirikên reş gihane hevûdu û êrîşê balafirgehê kirine. Helbet ev jî tofanek e ku bi emr û fermana Xwedê çêdibe, ji ber ku Tirk pir zalim bûne û nema Xwedê ew zulm li ba xwe rewa dibîne. Refên qirikan meydana balafiran vegirtiye û di nava balafirên ku di parkan de ne, hêlîn ji xwe re di qulikên motoran de çêdikin, tê de dest bi kirina hêkan jî kirine. Lê meazelah eger çêlîk derxînin, hingê karesatek pir mezin derdikeve holê. (Zêdetir bixwînin)

Siyasetvanên me nebûne profesyonel

Xançepekî Mihê

 

CIVAKA TEWTEWA

 

Farûqê Devliken-17/06/07-Mêrdîn-Dê hingî em li ser Tirko û sîyaseta Tirko dinivîsin, mû bi zimanê me ve şîn hat, gû bi zimanê me de hat. Bi telaq û namûs, tilîyên me hew dilivin. Gerandina pênûsê bi wan zor tê. Lê hezar û nizanim çi qas mixabin, dawîya qebhet, bobelet, teresî û minafiqîyên Tirko nayê. Kûçikbavan ji xwe re kirine tebhekî wey, heta ku tu tilîyan di wan de hilnede kêf û sebra wan nayê. Qûnên wan elimîne tilîya wîî!

Heta sibê jî tu şîreta li Tirko bike bi derewaye.

Ma qesr û kulek!

Ma Tirk û şarezarî!

Ma ker û fêmkirin!

Ma tahji û maqûltî!..

(Dewamê bixwînin)

============

 

Helbestek ji

Dildar Ismaîl

 

 

DAYÊ LI MIN NEGRE

 

Çira nevemrîne dayê

     Evîndarê hêstirên te me

      Birîndarê dûrbûna te me

Dinalim û dibarînim

  Hemî şev li min sarin

              Roj li min barin

 

 (Zêdetir bixwînin)

==========

 

Ramana Kolektîva Ronakbîrên Kurd: IV

 

TCyê got şehridarê Kurd Abdullah Demirbaş,

„Kurdî qedexe ye, kerem bike“!.

 

 

 16/06/07-Bruksel-Gelo çi bêjin? Car heye tixûbê axivtinê xilas dibe. Hingê êdî gava „kiryarê“ ye. Komara Tirkîyeyê [TCyê] dîsa ve îmzaya xwe avête binê rûreşîyekê: Kurdî qedexe ye!. Beramberî vê rûreşîyê, kiryara me jî tifek e li ser rûyê reş yê TCyê!.

Tête zanîn, şehridarê taxê Sûrê yê Amedê [Diyarbekirê] Abdullah Demirbaş, lêkolînek li ser mijara “Di şehridarîtîya pir zimanî da, rêvebirîya navçeyî” kiribû û li ber vê xebata xwe jî anketek li taxê xwe Sûrê dabû kirin û di encama vê lêkolînê da derketibû ku ji hejmara xwecihên taxê Sûrê seda 72 bi Kurdî, seda 24 bi Tirkî, seda 4 bi Erebî û seda 3 jî bi Suryanî û bi Ermenî diaxivin. Ji ber vê yêkê jî li taxê xwe Sûrê “Xizmeta Şehridarîtîya Pir Zimanî” dabû dest pê kirin. Abdullah Demirbaş eve wekî proje pêşkêşî Forûma Sosyal ya Ewrûpayê jî kiribû ku Parlementa Ewrûpayê jî destek dabû vê projeyê.(Bixwînin)

Vê carê jî xwe li Japonyayê berdan çolê

Kîyo Xiyaroto-16/06/07-Tokyo- Sê keçên heywanparêz vê carê jî li paytextê Japonya Tokyoyê xwe berdan çolê û xwe şût û rût kirin. Li gora wan, xwedêgiravî Şîrketa Burberry a ku cil û bergan difroşe, keroşkan (kîrgû-guhbel) dikuje û êşkencê bi wan dike.

   Hersê keçên ku endamên komela ” "People for the Ethical Treatment of Animals" a Amerîkî ne, li ser paçikê bedena xwe ”Rastîya eşkere, Burberry keroşkan dikuje” nivîsandin û Japonî di nava heyrê de hiştin.

   Werhasil canim, kuro lawo ma ev ji xwe re nabêjin çi? Li dinyayê ewqas insan tên kujtin van kezîkuran rojekê tenê jî xwe jibo wan tazî nekirin. Lê jibo mirîşk û keroşkekê qiyametê radikin. Ma navê vê çiye? Qey heywan ji insanan bi qîmettirin bavo, wey!

   Lawo hema carekê jî xêrekê bi xwe bikin û xwe jibo Kurdan tazî bikin ma, wê dinya xera bibe?

Yek heye bi sedî ye, sed heye ne bi yekî ye

 

Ilyasê Henekzan-16/06/07-Dibejin Apê Garis Xelef (Bavo çima navê wî  Xiyaro lê nakin???)  ku weke Hecko tê naskirin, niştecihê Girzerikê ye ku li başûrê Çiyayê Şengalê dikeve. Ew di sala 1957 de ji dayika xwe bûye (Ax Ax bavê reben jinek wî tenê bû)Apê Xiyaro dibeje:“ Bi telaqê Jinberdanê, ezê van rojên pêşî Jina 10´ mîn bînim û mehra xwe bibirim.

   Di sala 1974 de cara yekemîn bavê wî jinek ji wî re aniye, ji ber ku ew jin ne bi dilê wî bû, wî di heman rojê de çûye ji xwe re jinek din anîye û wê rojê du caran bûye zava...Piştre hejmara wan bûye 9. Yek çûye ser dilovaniya xwe, yek berdaye, 7 jin niha bi wî re dijîn.Hecko (bavê Cemal) dibêje ku hejmara zarok û neviyên wî di navbera 90 û 100 de ne û niyeta wî heye jina 10an jî bîne. (Bixwînin)

Dixwaze bi kerê berî bide Enqerê!

Serdar Mirad-15/06/07-Amed- Nîl Demîrkazika ku bi paraşûtê ket nav rojeva Kurdan û ji Kurdekî zêdetir bû Kurdparêz, namzetîya xwe ya wekîlbûnê danî û niyeta xwe eşkere kir.

   Xuyaye ew jî wek gellek kesan dixwaze ji ”bêaqilîya me Kurdan” îstîfade bike û bi dengên me têkeve meclîsa Virqo.

   Werhasil, tu gotinek me ji xanimê re tuneye. 

  Lê gava em Kurd ev bêaqil bin, wê xelk jî me bikin kurtanê kerên xwe û bi kerê berê xwe bidin Enqerê!

XELATÊN ROJNAMEGERIYA KURDÎ YÊN AZADIYA WELAT

 

14/06/07-Stenbol-Em wekî rojnameya Azadiya Welat ku li ser kevneşopiya rojnameyên heftane Welat û Welatê Me dest bi weşanê kir, dixwazin kevneşopiyekê bidin destpêkirin. Bi vê munasebetê em ê di salvegera rojanebûna Azadiya Welat de, Pêşbaziya Xelatên Rojnamegeriya Kurdî yên Azadiya Welat bidin destpêkirin.

   Bi vê hilkeftinê armanca me ew e ku asta rojnamegeriya kurdî bilindtir bikin û weşangeriya kurdî xurtir bikin. Ji bo vê yekê em deriyê pêşbaziya xwe ji rojnamegerên herçar parçeyên welat, Ewropa û ji hemû kurdan re vedikin. (Bixwînin)

Diza ji dizan dizî

Asko Îbrahîmovîç-14/06/07-Albanîa- Belê, serok Bûşh serdana Albanîa kir û me seeta wî jê dizî. Hûn zanin, yek ji wan milletên herî diz jî em Albanî ne. Hema çi têkeve ber me em avê lê venaxwin allahwekîl! Werhasil, serok Bûşh gava hat Albanîayê û ket nava millet, wey li wî bû ku tiştekî Bûşh bidize û lotikekê lêxe. Yekî  jî fersend li seeta wî dît û hema li bayê xezebê seet ji destê Bûşh kir û nehişt ku bi xwe jî bihise.

   Werhasilî kelam, li gor îstîxbarata ku ketiye destê me, serok Bûşh ji dostekî xwe re gotiye:”Howehhhhh  kurooo! Min ew seet ji tirekekî dizîbû, îcar Albanîyan jî ji min dizîn. Min digot qey ez dizekî başim, lê van Albanîyan zora min bir” filan û bêvan. Yanî, diza ji dizan dizî û hûn sax! Bila serok Bûşh dua ji Xwedê re bike ku derpî û şerwalê wî jî jênekirine û nedizîne..Eman eman hay ji Albanîyan hebin!

   Îcar mesela xweş çiye hûn zanin gelî xwendevanan? Şoreşger û çepên me jî bi salan dabûn dû Enwer Hoce û van dizekên Albanîyan kuro, hoooweehhhh!

 

Kurmancino! Guh bidin vê bangewazîyê!

 

 14/06/07-Tehran-Silav û rêz heval û dostên hêja! 

   Para Kurmancî li nav SAHAR TV ji du seatên Soranî tenê 15 deqe li her rojê ye û rojên duşemê jî tinê bernama SITAVK heye ku 15 deqe ye. Lê heya niha emaîlek ji temaşevanan ji me ra nehatiye.

   Em dibêjin nifûsa Kurmancî ji yên din zaftirin lê send û emaîl lazimin ku em pê îsbat bikin. Birayen delal, em destê we radimûsin, eger hûn bi nav û nîşana jêrin mehê carekê her yek ji we emaîlekê ji me ra bişînin û bêjin em bernama Sitavkê ku rojên duşemê li SAHARTV seat 9ê êvarî bi wextê Tehranê  temaşe dikin, bila ji me ra bibe piştgiriya xebata ji bo zimanê Kurmancî.

            nav û nîşan:   

       kurdtv@irib.ir               

radiokurdi@irib.ir    

 

Lêkolînek rexneyî di helbestên Konê Reş de

Xalis Misewer

===============

Hevsera Osman Ocalan Jiyan (Kewê) reviya

Lotikxane/ CIWAN-CITY.COM

12/06/07-Silêmanî-Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewle giyaştine navenda nûçeyan ya ciwan-city, beriya du hefteya nûçeyek bin navê ``Osman Ocalan wendaye û piştre jî hat gotin ku li Îranê hatî girtin`` belav bû.

   Belê mala ku Osman Ocalan û hevsera xwe û her dû zarokên xwe dibin ewleya pêsmergeyên YNK de lê diman hat valakirin. Lêbelê ti kesî sedema vê yekê nizanîbû. Lê piştre hat fêmkirin ku beriya sê hefteyan hevsera Osman Ocalan Jiyan (Kewê) di demke şevê de her du zarokên xwe yên bi navê Firat û Welat li mal hiştine, derketiye û careke din bi şûn ve venegeriyaye.(Bixwînin)

Daxwaz û tikayek ji Radiyoya Kurdî a Tehranê

 

Hevalên  hêja û delal, Radiyoya Kurdî ya Tehranê ev 72 salin kar dike. Jibo ku em xebata xwe berdewam bikin, em muhtacî alîkarîya we ne. Ji kerema xwe eger hûn her yek mehê carekê emaîlekê bişînîn û bêjin em guhdarên vê radioyê ne, em dikarin xebata xwe dom bikin. Adres ev e:

radiokurdi@irib.ir

Angela Merkel dixwaze Tirkan dax bide

Sosin Bermal-12/06/07-Berlîn- Li gora pêşniyars hikûmeta Alman, tê gotin ku wê 1.7 milyon Tirkên li Almanyayê dijîn bên fîşkirin û şopa tilîyên wan bên girtin. Li gora vê yasayê, Tirkên ku ne hemwelatîyên Yekîtîya Ewrûpayê bin wê bi hibrek reş şikl û şemalê tiliîyên wan bên girtin û di ciyekî xewle de bên veşartin. Bi vî awayî wê îstîxbarata Alman BND karibe wan Tirkan bişopîne û heta bi nav doxîna wan jî saxtî bike.

   Werhasil, îcar agir ketiye nav delinga Tirkên Ewrûpayê û dikin „vit vit“.

   Nizanim tê bîra we yan na? Li gund me pez û dewarên xwe dax didan. Me şîşek di nava êgir de sor dikir û bi ciyekî wan heywanan vedida da ku winda nebin û em wan nasbikin. Îcar xuyaye Alman Tirkan dixin şûna wî pez û dewarî û dixwazin wan dax bidin da ku ji ber çavê wan winda nebin.

   De ser xêrê be rebbî! Hem jî wan bi şîşek mezin dax bidin qurban!  

 

Mêrik hem misilmane û hem travestîyan bera ser xwe dide.

Bi Xwedê te kir tirrrrr !

 

Aysel Dumbelek-12/06/07-Sînop- Carê em dibêjin:”Misilmantîya Tirkan jî bi sextekarî ye” kes bawer nake. Aha ji we re nimûneyek xweş.

   Li bajarê Sînopê, Şifêrê Zekî Yilmazerê ji partîya AKP a dîndar, Oktay Usdal, piştî ku serokê xwe Zekî Yilmazer dibe Stenbolê û wî bi selametî teslîmî ciyê wî dike, radibe derdikeve kolanên Stenbolê û zilamekî travestî dixe teqsîya xwe û dibe otêlê.

   Werhasil, herdû qûnek li wir hevdû gan didin û di encamê de Oktay Usdal tê girtin. Di lêkolînê de derdikeve holê û mêrik dîndarekî temam e lê zilamên travestî jî bera ser xwe dide.Yanî, qûnekê heram bi navê dîn hem Xwedê dixapîne û hem jî ehmeqên wek xwe dixapîne.

   Îcar bi a me bikin û hay ji Tirkan hebin! Bi telaqê bê fitû qencê wan dîndarên wan in, wa ew jî qûnek derdikevin û hew!

 

Ha ji we re medenîyeta Tirkan:

Yekî Tirk xwişka xwe bi çêlekekê firot

 

Şaban Înekoglû-11/06/07-Denîzlî- De ji xwe re li medenîbûna Tirkan binerin. Tirkên ku ji sibê heta êvarî henekê xwe bi adet û toreyên Kurdan dikin, qîzên xwe bi çelek yan kerekê difroşin xiyarfiroşan û jîyana wan diherimînin.

   Li bajarê Denîzlîyê keçek bi navê E.Ç 12 salî ye û ji alî brayê xwe ve bi çêlekekê tê firotin. Piştî demekê mêrê keçika 12 salî wê berdide û rebena keçikê li çara serê xwe digere. Ma wê di temenekî 12 salî de çi bike? Helbet wê dest bi qehpîtî û xwefirotinê bike.

   Werhasil, rebena E.Ç ji neçarî dibe laşfiroş û dibe qurbana niyetxirabîya brayê xwe. Îcar heyran, kî medenî ne? Kurd yan Tirk? Ê lawo kûçikbav, madem te xwişka xwe firot, te wê bida bi kerîyek pez, bi dolimek erd, bi traktorekê, bi ker û qantirekê ewladim! Ma çêlekek jî qelene kurê dêlê, wîî!

Bila Tirk rabin, rûnên û dua ji çewalên Amerîkîyan re bikin

Çiwalcî Mihê-11/06/07-Entabê- Dibêjin li bajarê Entabê Tirkê bi navê Kadîr Pancarcilar, jinika bi navê Yeter Kaya a 56 dikuje, zêr, bazin û guharên wê didize, cendekê wê dixe çewalekî û dixwaze bi ereba destan wê bibe li ciyekî xewle veşêre.

   Werhasil, gava Kadir Pancarcilar bi rê de çav li polîsan dikeve, qidûmên wî dişkên, ziravqetandî dibe, dibe tiretira qûna wî û direve. Piştî ku polîs ji erebê dikeve şikê, dibîne ku cendekê Yeter Kaya di çewalekî de ye. Werhasilî kelam, Tirk ev in! Karin jibo çend zêr yan guhar û bazin insanan bikujin û qetlê bikin.

   Îcar ji me gotin û li we kirin heyran. Bi elawekîl Tirk wek pisîkên ku li dû mişka ne. Hema bazin û guharan bi kê re bibînin, kêrekê davêjin xavika zikê wî/wê û kera bera dêya xwe didin û hûn sax! Bila Tirk rabin û rûnên dua ji Amerîkîyan re bikin. Bi telaq heger Amerîkîyan çewal nexistina serê eskerên wan, wê wan nikarîba cendekan di çewalan de veşêrin lo, wîî!   

PKK kir tir ma dora Laîqtîyê

Durmuş Satilmişoglû-10/06/07-Mamak- Generalê derkenar, koordînatorê Tirkiyê ê çareserkirina pirsgirêka PKK Org.Edîp Başer, ji betalî canacizîya xwe hinek lotik avêtin derûdorê û bal kişand ser girîngîya Layikbûna Tirkiyê.

   Başerê sermezin dibêje:”Jibo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê, pêwistîya me bi zilamên tirtire, mêrên bi heft mêra, serokên zikmezin û kesên pispor heye” filan û fîstan. Yanî, mêrik dibêje:”Ev pesindanî hemi di min de mewcûd in. Xwe ji ber min bidin alî û binerin bê ezê çi tofan û bahozê rakim”.  

   Ê lawo sermezin! Te çi pirsgirêka PKK kir tir îcar ma rakirina tofan û bahozê haaa! Kuro tu bi kêr bihata, dewleta te pehînek li der qûna te nedixist û te paşûpê li kerê siwar nedikir cîgerim!

      De yurrrrrrruuuuuuuuuuu.....

Tirk tirba Malikî dikolin

Mihemed Soran-09/06/07-Silêmanî-Li ser bext û namûsa rojnama Brîtanî Daîly Telegraph be, dibêjin xwedêgiravî Serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî gotiye:”Îstîxbaratên Misir, Erebîstana Siûdî û Tirkiyê wek xiltên binê erdê tirba min dikolin, dixwazin komployan li min bikin, bi dizî fatîhe û yasînan li ser min dixwînin” filan û bêvan.

   Yahewlelwela quwetillehilezîm! Ê lawo malnexirab, Tirk dibêjin “Dinya hemi Tirk in” û dixwazin komployê li hemi milletan bikin, tu radibi behsa xwe diki, ma ev bû hal! Ma te Tirk nasnekirine kaka? Mêrikan komployê li 40-50 milyon Kurd dikin, tu radibi behsa kursî û serokwezîrtîya xwe diki!

   Kuro de here ji xwe re karekî din bike loooo, wîîî!

s© lotikxane 20-02-2006