"Ez ne poşmanim ku jibo gelê xwe feda dibim,

                                                    bes ku nevîyên min, min li himber dijmin şermezar dernexin! " 

                                                                                                                                                      Şêx Seîdê Pîran

                                                                              

          

      
Google

Lotikxane        

                << Magazîn, henek, gilî û gazin>>      

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Bêwar Brahîm

Li nav pêlên mirinê

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Firat Cewerî

 

Faris Beg

Ji xelkê re

 hêkan dike

Sîmûrg

Çima Kurdî?

 

Adil Dûran

1 Gulan!

 

Bavê Ronahî

Alanlar çiksin

 

Lezgîn Şêxo

Xêrhatina axê

 

Lokman Polat

Jin weha ne

 

Selîm Acar

Muxtira

 

Konê Reş

Seydayê

Keleş

 Metelok: Dîkê çê di hêkê de bang dide!                                                 26/ 06 / 2007

Em ketin tora Ereban, destpêbû sunneta jinan!

Tacdîn Baran-26/06/07-Elmanya- Li ser bextê malpera Pukmedîa û Netkurdê be rebbî, dibêjin li gora îstatîstîka rêxistina Wadîye û rêvebera wê Çîmen Salih, li başûrê Kurdistanê di navbera du salan de tam 2043 keçên Kurd hatine sunnetkirin û ji lotikan mehrûm mane.

   Lawo bi namûs heger ev xeber rast be, ez nema zarokên xwe dişînim Kurdistanê bavê min, wey! Ez ditirsim keç û jinên me jî sunnet bikim qurban. Piştî ku min ev xeber xwend, jina min got min:”Te go çiiiiiiiii? Sunneta jinan? Peppûk peppûk pepûk! Kuro bi Xwedê ezê bilêta xwe bişewitînim û nema dirim wir, wîî! Ma bela me jî sunnet bikin heyran!” û bilêta xwe a balafirê çîrvirî hev kir allahwekîl! 

   Ya starrrrr, kuro lawo van Erebên qûnbigû çi anîye sere civaka Kurd gidî? Erê lo, sunnetkirina xortan nebes bû îcar dest bi sunnetkirina rebenê keçên Kurd kirin.

    Ê lawo malxerabno, di kîjan ayeta Quranê de sunnetkirina keçan hatiye ferzkirin hûn nabêjin? Ma hema Erebên bêbav gûyekî bixwin hûnê jî bidin dû wan hêê? Yahewlelwela quwetullehilezîm..De qede bi we û vê adeta pîs keve rebbî!

 

Piştî narincokên li Umranîyê, vê carê li Bûrsayê cebilxane derket

 

 Memo Germiyanoglu- 25/06/07-Bûrsa-Mihemedcikên terorîst di nava keftelefteke wisan mezin û giran de ne hema bêje hemû bajar û gundên Tirkiyê kirine cebilxaneya leşkerîya terorîstane û haziriya xwe dikin ku ew jî derkevin çiyê û dest bi şerê çekdarî bikin.

   Yanî dixwazin di nava Tirkiyeya Leşkerî de Tirkiyeya Teroristî avabikin.

Piştî ku Daniştayê bi biryareke lezgîn xwest polîs bavîjin ser mala Mihemedcikê malşîn, xebera ku çeteyên wisa li hemû deverên Tirkiyê hene hat ragîhandin. (Bixwînin)

Xanimê nikare bê seks û hambûrger îdare bike

Şemal Amedî-25/06/07-Hollywood-Wek hûn pê hisyane, lotikvana nîvxweşik Lindsay Lohan bibû alkolîk û seksolîk û di nava xiyar û tirozîyan de xeniqî bû. Ji ber wê jî ew radikirin nexweşxanan û tedawî dikirin. Lê her carê ji nexweşxanê direvîya û dîsa dest bi lotikên xwe dikir.

   Werhasil, Lohan xanim hevpeyvînek da kovara People û sedema reva xwe bi vî awayî got:”Ez nikarim bê hambûrger û bê xiyar îdare bikin. Gava ez seksê nekim û wek çêlekên bi ga zîtirkan nedim xwe, sebra min nayê û laşê min duxre” filan û xeftan.

   Werhasilî kelam ez serê we neêşînim, me navnîşana Lotikxanê da Lohan xanimê û jê re got:”Keçê ma hambûrger jî xwarine peppûkê? Were Lotikxanê emê ji te re kutilk, eprax, goşt û savar, şorba nîskê jî li ber çêkin, emê serîk pîvaz jî bişkînin û hema têkeve ser heta li qirika te bisekine, wîî! Gava te bêrya seksê jî kir, soz be emê esker û generalên Lotikxanê têxin bin emrê te  û xelas!”

   Ma ji vê xweştir heye heyran?

De bixwin ha, me di we kirino!

Mihemed Soran-25/06/07-Silêmanî- Belê, piştî darizandinê, dadgehê biryara îdamkirina Hesen Elî El Mecîd, Siltan Haşim El Tayî û Hiseyn Reşîd Muhammed da û serê wan paşûpê xist ciyê ku jê derketine.

   Van hersê segbavan di qirkirina Kurdan de rolek mezin lîztibûn û destê wan bi xwîna Kurdan hatibû şûşrin. Werhasil, ewê jî wek serokê xwe Seddam Hisên berê xwe bidin cehnemê û ji ahê Kurdan bişewitin.

   Êêêêêê, eyş lonek xeyo? We digo qey hema wê dinya ji we re bimîne newilo? De silavan li Seddam bikin û bye bye exû şermotaaaa…….

Lotikxana Adil Dûran jî vebû

24/06/07-Swîsre-Nivîskarê me û lotikvanê xwedî tecrûbe Adil Dûran jî lotikxana xwe vekir û ket nav karwanê malperên înternetê.Werhasil, em zêde dirêj nakin. Li www.adil-duran.com binerin û hew...

Agir û barûd li kêleka hev nabin

Dilcan Îzol-24/06/07-Antalya- Li bajarê Antalyê otelek bi navê Bera Otel heye. Ev otel tenê jibo jinên sergirtî ye. Yanî, jinên şût û rût nikarin bên vê otelê û lotikan bidin xwe. Îcar li kêleka wê otelê otelek din bi navê Oasîs jî heye ku otela tûrîstên berdîberdayî ye. Jin û mêr wek garanê dikevin nav hev û dikin qarewar.

   Îcar tu nabê jinên dîndar ji vê rewşê aciz bûne û serî li midurê otelê xistine û gotine:”Bavê mino, em çav li van ker û qantiran dikevin av bi doxîna me dikeve yabo, wîî! Çarekê ji vê meselê re bibînin berî go em jî têkevin nav garanê heyran, em jî insanin û dilê me jî tiştên xweş dixwaze haa! Bi serê te hingî em her şev eynî tirşikê dixwin û rîha mêrê me dikeve dev û qulên pozê me, êdî dinya li me bûye wek qulika ku Saddam Hisên têde hatibû girtin allahwekîl!” filan û fîstan.

   Îcar midurê otelê Mehmet Han jî gotiye:”De heta sala bê jî nekevin nav van ker û qantiran, doxînên xwe bi werîsekî saxlem girêbidin heta em vê otelê jî bikirin, tevdîrrrrr!” û dilê wan xweş kiriye.

    Îcar heyran, li sergirtîbûna jinên Tirkan nenerin. Bi elawekîl, di binê wan şerpe û çarçefan de çi dikin û çi nakin tenê Xwedê zane û hew!

Kuro tu şewitî, ji wê cehnemê derkeve wey!

Cemîlê Çargurçik-23/06/07-Swêd- Li ser bext û namûsa malpera Nefelê be rebbî. Dibêjin kekê me Enwer Karahan hevpeyvînek wek werîsekî dirêj bi nivîskarê me Hesenê Xaltîkê re kiriye û gellek tiştên balkêş derketine holê. Dibêjin Hesenê Metê ( Ha Hesenê Metê ha Hesenê Xaltîkê ferq nake lo) gotiye: ”Bi qasî ku ez ji Şeytên nefretê dikim, ewqasî jî ji Xwedê nefretê dikim. Bi qasî ku ji Xwedê hez dikim, ewqasî jî ji Şeytên hez dikim” filan û fîstan. Wekî din gotiye:”Ez di dojehê (cehnemê) de dijîm. Roja ku çilka xwînê li erdê ket, min dizanî ku êdî paqij nabe, min dizanî ku dawî li vê herka xwînê nayê” filan û dîsa fîstan. Hella hellaaaaaaa, ya siphan ellaaaaa!   

   Lawo malnexerab, tu tiştên wilo felsefîk û şeytonokî dibêji go ebdekî Xwedê jê fêhm neke brê min, wîî! Yan ji Xwedê hez bike û yan ji Şeytên, yan ji Xwedê nefretê bike yan ji Şeytên heyrana çavê te bim, ma mero kare bi destekî li def û zirnê xe yaww!

   Binere bi elawekîl wê Xwedê jî û Şeytan jî pişta xwe bidin te haa, wîî!. Dostekî ji xwe re bihêle kuro, yan Xwedê bike hevalê xwe û yan jî Şeytên.

   Haaaaa, kuro ez dibê ji ber go te herdu alî kirine dijminên xwe tu di dojehê de dijî? Yan na? Derkeve brê min derkeveeee...Ji wê cehnemê derkeve û were bihuşta rengîn deeeeeee.....

Hem berberxane hem kerxane

Gezmîş Satilmîş-21/06/07-Stenbol-Ev Tirk weleh, bileh, tileh pir ecêb in. Gava tu bêjî: Ev der berberxane ye? Wê bêjin: Na, ev der kerxane ye? Gava tu bêjî: Ev der kerxane ye? Wê bêjin: Na, bavo, ev der berberxane ye? Heta ku meriv nekeve nava berberxaneyê, meriv nizane ku ew der kerxane bi xwe ye.

   Li Baqirkoya Stenbolê KUAFORXANEyek heye, navê wê DIVA LIFE ye. Dema meriv dikeve navê heqê ketina hundir, 50 wereqeyên Tikî ye. Tê de gelek keçên ha wisa delalokî hene, de bila ne li ser bextê me be, lê dibêjin gava mewîja reş dixwun heta diçe dikeve nava kevçikê tê dîtin. Piştî ku meriv 50 wereqe dan, îcar li keçikan binere û ji 150 heta 200 wereqe bide, ya ku te eyişandiye bibe têxe paşiya dikanê û bide ber lotikan.

(Bixwînin)

Neûz û billeh, dem dema xerabîyê ye

Aran Perînas-21/06/07-Swêd-Bûyerên vê dawîyê ku bûne, bêhna yekî cîknandiye. Gelek mîsal hene em niha behs bikin û bi rojan naqedin, xilas nabe. Lê birastî lotikên neûz û billeh li hevûdin dixin yahoo!

Çend zarok hatin ji ber kuştina zilamekî 50 salî hatin girtin, şêlandina bankan, agirpêxistina dikanan, çolan û otomobîlan. Ên kû keçên xwe, yên kû zarokên xwe tecawiz kirine. Werhasil, li Swêdê zilamekî tecawizcî hat girtin.

    Li gor polîsan: Zilam aqlê xwe û denga xwe winda kiriye, ji ber vê ewê wî di nexweşxaneyekê de bi cîh bikin, dûvre li gor rewşê ewê hereket bikin. (Na lo, başqe? Ka bihewînin mala xwe jî bavo!) Zilam piştî çend mehan derdikeve û bi eynî sûcî tê girtin, virto û qirdo.(Bixwînin)

Bûbê Eser lotika pêncemîn avêt

Zinar Qelemşûr-20/06/07-Stenbol-Bûbê Eser 5 emîn berhema xwe derxist û navê wê kir ”RASTÎYA ME”. Gerçî em hîna nizanin bê Bûbêyê me çi rastî têde nivîsandine, lê li ser bextê Xeto û Remo be, dibêjin derewek tenê jî di berhema wî de tune û ji %100 rastî ne.

   Bûbê Eserê me, xortê Dêrikî, kilê çavê xwendevanan, berhemek din jî li xezîna pirtûkxana Kurdî zêde kir û di nav weşanên DOZ ê de li Istanbolê derxist mazatê.

   Werhasilî kelam, Bûbê niha li Kurdistana azad bicîh bûye û dibêjin wê sala bê jî berhema xwe a 6 emîn bi navê „Xwarîya me“ biweşîne. De ser xêrê be û Xwedê wî ji serê Dêrikyan kêm neke rebbî!

Qûneko ji derbasbûna xwe şerm dike

Tecawizcî Coşqûn-20/06/07-Beyoglû/Stenbol- Bulent Ersoyê ku di xortanîya xwe de lê ranedibû û ji paş de lotik davêtin, di sala 1981ê de ket bin kêr û meqesan, xiyarê xwe jêkir û xwe kir jin. Îcar niha xanimê naxwaze ku çapemenîya Tirkiyê sûretên wî ên dema xortanîyê biweşînin. Çima hûn zanin?

   Dibêje:”Gava xortanîya min tê bîra min dilê min bi min dişewite. Ji ber ku wê demê li min ranedibû, ez mecbûr bûm xiyarên qeşartî bixwim. Lê niha ez xiyaran naqeşêrim, hinek xwê pê dadikim û dikevim ser wan” filan û bêvan.

   Erêêê erêêêê....Aha qencê Tirkan Bulent xanime haa! Îcar hûn bifikirin bê xerabên wan çi zinêkarin!

 

Aha ji we re ehmeqekî din:

Bi haletê xwe qemyon kişand!

 

Tûrîst Mihê-20/06/07-Cakarta- Wê rojê ez wek tûrîst hatim Endonezyayê û li paytextê wê Cakartayê digeriyam. Carekê min dît ku xelk û alem li ciyekî kom bûne û li çepikan dixin.

   Min berê xwe da wir. Ez hatim lê ez çi bibînim. Zilamê bi navê Jaja Stoneî şerîtek bi qemyonê û bi penîsê xwe ve girêdaye û qemyona 9 tonî dikişkişîne. Mêrik serê şerîtê bi xiyarê xwe ve girêdabû û xwêdan pê ketibû.

   Werhasil, mêrik bi zor û heft bela qemyon 50 metroyî gindirand û bû qehremanê Endonezyayê. Mêrik wek “Mêrê mêran” hat qebûl kirin û bêbavo bi xêra xiyarê xwe meşhûr bû. Lê dibêjin doktorekî gotiye:”Jina min ji min berdayî be nema li wî rabû loo, wîî! Kuro ma go ne dîn bûya wê bi xiyarê xwe qemyon bikşanda? Hûnê bibînin, heger wek Bulent Ersoyê qûnek nehat serê wî û wî jî qulek di xwe de venekir, ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, xuyaye Endonezîyan hîna hêz û qiweta xiyarê Kurdan nedîtine. Bi telaq ne qemyon, Kurd karin trênê jî pê bikşînin, weyy!

No Elok please!

Tacdîn Baran-19/06/07-Almanya- Wek hûn zanin, bi Ingilîzî  mana “Turkey” “Elok” e. Yanî, Tirkiye welatê elokan e û ew bi xwe jî elok in.

   Werhasil, dibêjin rojnameyên Fînansîal Times û Harîs Înteractîve anketek li ser endametîya Tirkiyê çêkirine û di encama anketê de derketiye holê ku piranîya gelên Ewrûpî naxwazin “Elok” bibin endamê Yekîtîya Ewrûpayê û di bexçê wan de zelqan bikin.

   Anket bi beşdarîya 6 hezar û 169 dîk û mirîşkan hatiye amadekirin û piranîya wan gotine: “No Elok please!”

   Îcar li gor ku Ewrûpî elokan naxwazin, a herî baş emê van elokan bişînin ji Mamê xwe Celal re û bela bi kêr û sêgulîkan têkeve ser goştê wan û hew! Lê em ditirsin Mamê me bi goştê van xwînheraman bi jehrî bikeve allahwekîl!

   Na, na! A baş emê wan dîsa paşûpê li kerê siwarkin û bişînin Elokistana Moxolîstanê û xelas!

Tirkan dest bi gazirganîyek baş kir

Cewrîye Donsûz -18/06/07-Tirkiye- Çete, diz û hinek ji rayedarên Tirk bi navê “Bazirganîya Hemdem” dest bi firotina keçên 15 salî kirin. Ev bazirganên ku ne wîjdan li cerm wan heye û ne jî insanetî, keçên 15 salî direvînin, wan mecbûrî zinêkarîyê dikin û wan jibo 15 rojan bi kirê didin.

   Çawa tê zanîn, li Îranê jî qanûna “Mûta” heye ku mêr karin bi seetan, roj yan hefteyan bi jinekê re bizewicin û piştî gonxwarinê wê jinê berdin.

   Îcar xuyaye em Tirkên doşirme jî dixwazin bi vî awayî zinêkarîya xwe berdewam bikin û lotikan li keçên 15 salî bixin.

   Werhasilî kelam, dibêjin wê di pêşerojê de ev grûp keç û jinên xwe jî derxin bazata zinêkarîyê. De ser xêrê be û Xwedê namûsê bi wan re nehêle rebbî!

 

 

 

Helahhh helahhh! Mêr li Kurdistanê nemane, îcar herkes bi kêfa xwe pesnê jinan dide

Hisênê Omerî-25/06/07-Qamişlo-Ez navê xwe ê rastî nabêjim, lê bawer bikin gelî xwendevanan, ev lotikxane bêbextiya li min dike. Bi gotina mêrê berê, min pesnê deh heya panzdeh jinan tenê daye û hew. Ma lawooo hûn nahêlin merov serê xwe jî bixurîne wey!..

   Dûre hûn wa dibêjin û van bêbextiyan dikin, erê lawo ma ew jin ne hêjane?? Her yekê ji wan bi dehan helbestên dilgerm didin nivîsandinê û ez jî hinekî diltenikim haa, wîî! Ji xwe di nav me de mikyacê wan moderine. Ê ma gava yek wa modêrin be tabî wê helbesta wê jî modêrin be heyran!.

   Bera Arşev û Xemcivîn, Kurdaxî û Palo, Ehmedê Huseynî, Selîmo û Biroka serê xwe li bin guhê tehtê xînin. Bi telaq  ew kirasê xwe biçirînin jî ez pesnê wan nadim. Ma ka çi berhemên wan ên bi mikyac, himra û bodra  hene brê min, wîî! Ma berhemên bê himra û bodra tên xwarin hebîbî? Naaaaaaaa.....

Hoowehhh kuro, xelk xwe ji wan disitirînin, Kurd jî wan datînin ser serê xwe!

Cemîl Cewher-26/06/07-Hewlêr- Dibe ku hûn zanibin. Cemeeta Fethûllah Gulen cemeetek ku “Turk-îslam sentezî-senteza Tirk-îslam” diparêze û wek dezgehek ji dezgehên dewleta Tirk dixebite. Ji xwe gellek çavkanî vê cemeetê wek şaxek ji şaxên Mîta Tirk piştrast dikin û xwe jê dûr dixin. Meselen Rûsyayê qebûl nekir ku cemeeta Fethûllah Gulen li Rûsyayê dibistanên xwe veke û lotikek lêxistin. Rayedarên Rûsya û gellek cimhûrîyetên Turkî cemeeta Fetho wek cemeetek “Nîjadperestên Tirk-îslam” binavkirin û dibistanên wan dan girtin.

   Werhasil,  ev cemeet ne jibo xêrê ye û xelas! Îcar em bên ser başûrê Kurdistanê û vê cemeeta tarî. Rêxistina Fethûllah Gulen (ku şagirdekî Melle Seîdê Kurdî – Seîdê Nûrsî) ye, ji 1994an û vir ve giranîya xwe daye başûrê Kurdistanê û ha ha bizrê Tirkitiyê di nav ciwanên Kurd de direşîne. Heta niha 8 dibistan û zanîngehên vê cemeetê li Kurdistanê hene. Li Hewlêrê: (Bixwînin)

Golika El Turkî

Hamsî Lazoglî -Lazîstan- 26/06/2007 -Hikmet û hunerên Xwedayê Gewre pir mezin û balkêş in. Careke tenê golika di zikê çêlekê de bi şaşî got, ez ji famîla hespan im, milyaketan bêvila wê badan û pozê wê birin xistin binê devê wê. Lê belê ev kesên ku ne Turk in û dibêjin  em Turk in, ji vê golikê jî aqil nagirin.

   Hûn zanin mesela golikê çi ye gelo? (Bixwînin)

Guhan jêdikin û çavan diqewêrin, wey bavooo!

Esfendiyar Sorgul-25/06/07- Derya Mermere-

Xwedê wekîl e, xilafî û derew tê de tune. Rojekê ez li Stenbola Siltanan bi keştiyê diçûm Yalovayê. Ez jî mîna dilê xwe yê saf û bê xîlaf, bi yekî rojmanevan re li hewşika keştiyê dipeyivîm. Wî hin pirs derheq Yekîtiya Ewrûpayê de ji min dipirsîn. Min jî behsa xweşî û başiyên wê dikir...  Hema min dît, zilamekî kej ê dirêj hat ba min û wisa bi ken got:

- Tu dibînî ku welatê me çiqas xweş e?

Min jî got:

- Erê wele pir xweş e.

Zilamê kej got:

- Lê hinek hene dixwazin vî welatî dabeş bikin. Yê dabeş bikin, em ê guhên wan jê kin û çavên wan biqewêrin.

Min jî wisa bi henek got:

- Ma Turkiye bûye xiyar ku em bikin du qet?

Zilamê kej got:

- Erê hûn Kurd dixwazin bikin du qet. Lewre hûn tev ajanên Yekîtiya Ewrûpayê ne.

Min got zilamê kej:

- Erê lawo, we zemanekî digot me: "Hûn ajanên Moskovayê ne." Lê niha jî hûn dibêjin me: "Hûn ajanên Yekîtiya Ewrûpayê ne." Eşkere ye em Kurd çi dema em bêjin ku "em Kurd in" hûnê hitil mitil ajantiyekê bi me ve bikin. Xwezî rojek hatiba û em û we bi ruyekî sipî ji hev qetiyabûna, bila hema ew xiyar bibûya du qet û ev e temam...

 

Têra xwe bazda ser dişa xwe û piştre jî berê wê da cehnemê

 

Rizgo Bêwar-25/06/07- Bursa-Muheremê 41 salî li taxa Arnavutkoya Stenbolê di karxaneya darkariyê (kereste) de karker bû. Ew bavê çar zarûkan e û ev e şeş meh in ji ba jina xwe çûbû û kurê dêlê dest pê kiribû lotik li dişa (baltûz) xwe Şürkiye dixistin.

    Li Bursayê Muheremê 41 salî, piştî ku di odeyek otêla MAVI EGEyê de çend lotik li baltûza xwe Şürkiye Güngör xistin, rabû ew kuşt û reviya dîsa çû Stenbolê.

    Gava hate girtin, sedema kuştinê wê weha gotiye polîsan: Ev e şeş meh in, ez û jina xwe ne li ba hevûdu ne.  Baltûza min, nivişt çêdikirin û sêhr li min dikir da ez ji xweha wê biqetim û hertim lotikan lê bixim. Min jî ew kuşt da sêhr û niviştên wê betal bibin.

   De îcar we dîtiye bê ji Tirkan pêve kesî bazdaye ser dişa xwe hêê? Kuro ewladên zinê ne lawo, wile û bile ewladên zinê ne, wey!

Errreeekkkkk! 75 lotik li Narîn Omer Xist..

Delalê dilê keçikan-24/07/07-. Elmanya.Wek hûn zanin, di malpera Amûdê de, Sîrwan H. Berko, dest bi lotikên dijî jinan kiribû, Rojîn, Canê û Xwedê zane bê wê hîna kê têxe dora tenûrê.

   Werhasil, vê carê jî Arşevê Oskan rima xwe hejand û tam 75 lotikên bê îman li rebena Narîn Omer xist. Wax wax wax! Ne yek ne dido, ne deh... Lawo ma vana girrê xwe ji jinan girtine bavo, hella hella! Wê wan di kure derxînin nizanim?

   Bi zorê jinên me ketine nav dabaş û govenda nivîsandina bi zimanê Kurdî, hema çi şaşiyan bikin dev ji wan berdin heyran, ma hûn dixwazin ê hene jî bazdin hêê?. Ji alîkî Qado Şêrîn ji alîkî Taha Xelîl ji alîkê Sîrwan nebes bûn, îcar Arşev jî dest bi lotikan kir. Ma xwene lotikên wî lotik in,  Xwedê me nexe tora wî û lotikên wî, yabooooo! .

   Lê ji bîr nekin birako, bila serê Tengezar, Konê Reş, Selîm Biçûk û gelek camêrên din. ji jinan re sax bin, ew dikarin li jinan xwedî derkevin haaaa!. Tew Tengezar vê dawiyê ji wan re bûye bav wîîîî. De qewet be ji we re mêrên nûjen !!!??? .

Kurdokya û TEVKURDê bi qewlê Resûlê Xwedê hevdu berdan

24/06/07-Kurdistan-Dibêjin Însîyatîfa Kurdokya xwe ji Grûba Xebata Netewî kişandiye û belavokek wek werîsekî dirêj belav kiriye. Herçiqasî belavok bi zimanê Tirkîye jî, jibo agahdarî û jibo xatirê brakê me Av.Medenî Ayhan em wê wek xwe diweşînin. Îcar hûn dixwînin naxwînin hûn zanin. Lê xwendin hertim başe baş, bê xwendin nemînin.....(Bixwînin)

Hindik maye em jinên xwe berdin bavo!

Mîr Ronas-24/06/07-Batman- Yabo hingî hûn van rojan wêneyên erotîk di Lotikxanê de derdixin, em nema karin li ba mêhvanekî malperê vekin bavo, wîî! Kuro lawo bi sê telaqên jinberdanê hema hema hindik maye em jinên xwe berdin brê min, wey! Hema çi gava em di Lotikxanê de çav li wan bedew û lotikvanên xweşik û meşik dikevin, jinên me li ber çavê me dibin wek tenîya binê beroşê û dilê me ji wan dixele.

   Bi telaq, li Batmanê qirte mirt bi jinan ketîye û dibêjin: “Ev Lotikxane mêrên me ji rê dibe keçko, divê em rojekê bigrin ser navenda Lotikxanê û çend mîkutan li serê xebatkarên wê xin. Yan na wê mêrên me sê telaqên me têxin destên me û berê me bidin mala bavê me, waweylê!”

   Ji min gotin heyran. Min bi xwe ji zûde jina xwe berdaye allahwekîl! Piştre nebêjin Mîr rewşa jinên Batmanê ji me re negot haa! De hûn û şensê xwe....

Sayin Ocalan îmana rewşenbîran teneke kir!

Sofî Xelef-23/06/07-Amed- Erêê erêêê....Li ser bextê Ajansa Nûçeyên Firat (ANF) be. Dibêjin Serokê KCK sayin A.Ocalan vê carê tiştên xweş gotine û hema bêjin dilê gellekan ji me xweş û geş kir.

   Dibêjin Oclan di hevdîtina parêzerên xwe de (20/06/07) piştgiriya Serokê Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş kiriye û xwedî li paraztina zimanê Kurmancî derketiye. Gotiye:”Kesê ku nikaribe li zimanê xwe xwedî derkeve, nikare li tu tiştekî xwedî derkeve, nikare li mirovahîya xwe jî xwedî derkeve” filan û bêvan.

   Wekî din çend lotikên xweş li ”Şildim-Bildimcîyan” xistiye û gotiye:” Herin di malên xwe de pêncî enstîtu û meclîsên ziman ava bikin û xebatên xwe bidomînin. Hün li kuçe û li parkan jî karin vî karî bikin” filan û bêvan.

   Wekî din Ocalan çend lotikên xweş li rewşenbîran jî xistiye û îmana wan teneke kiriye. Gotiye: (Bixwînin)

 

 

Şerê Tirk û Ereban li ser axa Kurdan

 Muhemed Şamo El Kurdî-22/06/07-Pekîn-Hindik mabû ku Sûriye û Tirkiye Îlanî Herb bikin. Lê Xwedê jê ne razî be, Çînê ew herb da sekinandin.

   Gava meriv mirî be, xelk li ser malê meriv şer dike. Wek Tirkiye û Sûriye ku ji bo beşek axa Kurdistanê ya ku dikeve ser Deryaya Sipî,  li welatê Çînê hindik mabû ku di maka hev bikutin.

Xwedê ji Çînê ne razî be, ket navbera wan û nehişt bigîjin hev. Eger na, wele bi sê telaqên jinberdanê Beşo Rovî û Yaşo Kucukqantir wê maka hev anîbûna pênc peran.

   Hûn zanin mesele çi bû?

Na, bi Xwedê hûn nizanin.

   Tu nabêjî li Pekîna Paytext Fuareke Navnetewî vebûye. Sûriye jî xwe bi nexşeya welatê xwe daye nasîn. Di nexşeyê de, beşek ji axa Kurdistanê jî heye. Tirkiyê zirt kirine û fortên xwe daye, gotiye:”Keko brawooo, ez bi rih û giyan, hûn axa Kurdên me dixin nav nexşeya xwe haa!” filan û bêvan…

   Di Fuarê de Turkiye jî xwe bi qeşeşîra (dodirme) Kurdan a Mereşê daye nasandin. Li wir ji Tirkan pirsîne: Ev qeşeşîra Mereşê ya Kurdan e, tiştekî Tirkan tê de nîne. Çima hûn wilo dkin? Tirkan gotiye: ”Canim cigerim ha Turk û ha Kurd. Eger meriv cihê van  tîpan biguhere, herdu dibin yek tişt ku ew jî Tuuuuuurrrrkkkkkk e! Yanî Tirk, ne ew Elokên ku Mam Celal her roj serê wan jê dike û wan dixwe, haaaa.

KOMKARê lotikek navnetewî avêt

Cemşîdê Komkarcî-21/06/07-Bochum- Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR, bi deng û reng, bi cil û bergên Kurdî û bi ruhek Kurdewarî beşdarî Festivala Navnetewî ya Kemnadê bû. Festivala Kemnadê 2 salan carek tê lidarxistin û îsal 19. ya festivalê bû. Festival, li Elmanyê, bajarê Bochumê, di navbera 15-17 Heziranê da hat lidarxistin û di nav sê rojan de bi deh hezaran mêvan festival zîyaret kirin. Divê bê gotin, ku KOMKAR ji sala 1979´an û vir de beşdarî festivalê dibe û yek ji kevintirîn beşdarvanê festivalê ye.

   Werhasiî kelam, KOMKARê di festîvalê de lotikên Kurdewarî avêtin derûdorê û Ala Rengîn pêl bi pêl bilid kir. (Bixwînin)

Li Ezîzê xulam jî rabû

Bengîn Elegez-21/06/07- Moskova- Ez bi xwe zanim û min çavê serê xwe dîtiye. Bi taybet rêveberîya Erîvanê çend Êzîdîyên me kirîne û dixwazin bi rêya wan xewn û xeyalên „Ermenîstana Mezin“ pêk bînin. Rabûne hefsar xistine stuyê çend xulamên wek Ezîz Temoyan û Emer Xulamyan û wan li ser tilîya xwe dizîzikînin. Ez gellek caran bûme şahid jî ku di odeyên Paltalkê de xortên me yên Êzîdî (Ji hema re nabêjim) xeber û dijûnan ji Serok Barzanî û Kurdistanê re didin û dibêjin „Em ne Kurd in, em ha û ha bi Kurdistanê bikin“ filan û jehr û ziqûm. (Bixwînin)

FEXRÎYÊ DİHÊMÎ Û EVDÊ ŞÊXÊ

 

Farûqê Devliken-21/06/07-Mêrdîn-Helbestvanê hêja û bi nav û deng, zîtirk û lotikvanê bêhempa Fexrîyê Dihêmî, bi xwendina helbestekê malik li jina kevneserokwezîrê Tirk Bilento xerakir. Rahşan Ecewîta ku demek berê bi ser gora kertirînê mêrê xwe de mîstibû, bi helbestek Fexrî ji ser hiş û aqilê xwe çû himêz û nav nigên xwe ji Fexrîyo re vekir…

    Rast û derewên Fexrî, dibê: ‘Ekla ku Rahşan Ecewîta navnigqermiçî daye min,  heta roja îro jî tu jin û pîrekan nedaye min. Xêr û guneh di sutuyê wî de be law! Ji me derew, wer dibê camêro…(Bixwînin)

Ha ji we re wehşeta Tirko

Elî Ezircanî-20/06/07-Ezircan- Em Kurd gellek caran dost û dijminên xwe ji hev dernaxin. Yan em derxin jî, ji dilsafîbûn û insanetîya xwe bi wan tên xapandin û lotikan dixwin. Bav û kalên me digotin:”Bextê Romê tune” me bawer nedikir. De îcar li hovîtîya Tirkan binerin û bila ew Kurdên ku bratîya Kurd û Tirkan dixwazin serê xwe bera nav şeqê xwe bidin.

   Li bajarê Ezircanê gerîllayek bi brîndarî tê girtin. Di rakirina nexweşxanê de, Tirk li ser serê wî dicivin û dixwazin wî ricim bikin û bikujin. Evên ku dixwazin wî bikujin jî kîne hûn zanin? Xelkê Tirk e (!). Ew xelkê ku hinek partîyên me bi serê wan sûnd dixwin û xwe jibo bratîya wan bêbavan didin kujtin!

   Îcar, bela Kurdên go rûn li ser nanê Kemalîzmê dikin, bratîya cewrikên Atatirko dixwazin, bi zimanê şildim-bildima Tirkî dipeyivin, kumê xwe deynin ber xwe û li xelkê Tirk qardeşlerên xwe temaşe bikin. Temaşe bikin belkî hema pozê me bişewite û aqilê me bê serê me. Ma wekî din emê bêjin çi heyran?

   Kuro bi sê telaqên jinberdanê, çawa gur û mîh bibin bra, çawa mişk û pisîk bibin dost, çawa erd û ezman bighên hev, em û Tirk nebûn goşt û nenûk brê min, wîî! Ma kesî dîtiye go dijminê bav bûye dostê kur, ey hawarrrrrrrr!  

Kurê dêlê dîsa verşiya

Cembelîyê Botî-20/06/07-Colemêrg- Kurê dêlika Asenayê, dolheramê Tirk, serokê partîya „Qûnekên Xas“ Devlet Bahçelî, dîsa zimandirêjîya Serok Barzanî û pêşmergan kir û kîna dilê xwe verşîya. Devlet Bahçelî li navenda partîya xwe çend mêvan qebûl kirin û ji wan re dest bi çîrok û derewan kir.

   Di çîrokên xwe de dibêje:“ Em nikarin doşirmeyekî pêşmerge (ji Serok Barzanî re dibêje) wek mixattab bigrin. Wekî din divê em Amerîka qanih bikin û derbasî başûrê Kurdistanê bibin“ filan û fîstan.

   Erê kuro, doşirme û qûneko radibe navê xwe li xelkê dike û kumê xwe dixe serê xelkê hûn namînin ecêbmayî!

   Ûlan eşek oxlî dehşik, kî doşirme ye û kî kurê bavê xwe ye ewladim!? Ma serokê we, bavê we, mêrê dêya we ne Atavirqoyê ku di kerxana Selanîkê de çêbûye yawrûm?

   Lawo ma kesên go dêlegurekê bikin nîşan û sembola partîya xwe, kesên go ji dola dêlegura Asenaya ku temamê kûçikên Kurdistanê bazdidan ser wê bin, karin behsa insanetîyê bikin? De here xwe helal bike oxlimmmmm................

Bizina salê hat hilbijartin

Brahîm Nêrî-20/06/07-Mûgla- Xuyaye di nava Tirkan de nêrî nemane. De ji xwe re li adetên wan binerin: Li bajarê Mûglayê hersal festîwalek bi navê “Festîwala Derya Mirî” tê çêkirin. Li wir behrek heye jê re dibêjin “Olu Deniz” (Behra Mirî).

   Werhasil, îcar di vê festîwalê de hersal zilamek yan jinek wek “Bizina Salê” tê hilbijartin. Salên çûyî kesên mîna; Filiz Akın, Fazıl Say, Halit Refiğ, Fikret Otyam, Emin Çölaşan, İlhan Selçuk, Bekir Coşkun, Metin Uca û Tuncay Özkan wek “Bizinên Salê” hatibûn hilbijartin. Îsal jî Turkan Saylana ku mitîngên cimhûrîyetê lidarxistibûn wek “Bizina Salê” hat hilbijartin.

   De neyse, xuyaye di nava Tirkan de nêrî, hogeç û hevorî nemane. Hemi bizin û tuştîr in. Ji ber vê jî bizinên salê hildibijêrin.

   Min jî ji xwe re got:”De madem Tirk hemi bizin in, ezê jî xwe bikim “nêrî” û têra xwe wan gon bidim allahwekîl!” Ma min nebaş kir heyran, wey!

Îtalî jî kirin Tirk, ey hawarrrrrrrr!

Antonîo Vêra-19/06/07-Roma- Bawer bikin, Tirk herkesî dikin Tirk lê eslê xwe ê rastî nizanin, yan jî li hesabê wan nayê. Di dîroka wan a Ergenekon de dibêjin ku „Rêbera me dêlegura Asena ye. Heger ne ji wê bûya wê Tirk nemana“ û dêlika Asenayê ji xwe re wek „dê“ hesab dikin. Yanî, Tirkên ku birastî jî Tirk in, cewrikên dêlika Asenayê ne û evên ku herî zêde tirên Tirkitîyê dikin jî doşirme û mihacirên bê esil in. Helbet hinek Kurd jî di nav de.

   Werhasil, em vegerin ser mijara xwe. Li gora ku çapemenîya Tirkoleran dibêje, xwedêgiravî hinek pispor û arkeologên Ewrûpî çend hestî û qafûrên dema Împaratorîya Romayê dîtine û di encama lêkolîna DNA ê de gelê ku bi navê „Etruks“ tê naskirin, Tirk derketine. Yanî, DNA Tirkên Asenayê û a Etruksan wek hev derketiye.

    De îcar hesab li cem we gelî xwendevanan: Ma gelo gelê ku dêlegurekê dike dayika xwe û xwe wek cewrikên wê dêlikê dibîne, û gelê ku xwedîyê medenîyetek dûr û dirêje (wek Împaratorîya Romayê) dibin yek? Çawa DNA dêlegur û insanan dibin wek hev?  

   De neyse, bi sê telaqên Yaşar Buyukanit, ev lêkolîna DNA derewe û hûn sax! Pir pir DNA Tirk û gur û kûçikan hevdu bigrin û hew, wîî! 

 

 

LI TIRKIYÊ AQIL DI HER TIŞTÎ DE HEYE LÊ BELÊ AQIL DI MEJIYÊ TIRKAN DE TUNE

 

 

  

Gorgusuz Katircioglu-18/06/07- Stenbol

 

Heta ez fêri zimanê Kurdî nebûbûm, min jî bawer dikir ku Kurd hov in û tiştekî ji dinyayê fêm nakin. Lê piştre min fêm kir ku bi rastî jî aqil di mejiyê me Tirkan de tune. Bi vê yeka li jêrê jî rind tê zanîn ku ihtiyaciya Tirkiyê pir bi aqil heye. Lewra li her derê dinivîsin û dibêjin: Akilli filan tişt û akilli bêvan tişt. Wek mînak:

   - Li Tirkiyê dibêjin: ”Akıllı para Türkiye'ye kayıyor” Yanî kesê ku aqil di serî de nebe, wisa dizane ku aqil di perê kaxez de heye.

    -Li Tirkiyê dibêjin:: ”Akıllı Elektrik saati” Yani aqil di serê kesên ku elektrikê xerc dikin de tune, îcar aqil dixin saeta elektrikê û Tirk ji vê yekê bawer dikin. Li Tirkiyê her kes elektirîkê xerc dike. Yanî nexwe yekî tenî jî bi aqil tune.

    -Li Tirkiyê dibêjin: ”Akıllı parabol” Yani aqil di serê kesên ku televizyonê bi kar tînin de tune, îcar aqil dixin sêlika satelîtê û Tirk ji vê yekê bawer dikin.

 Weke van gotinan,  meriv dikare bi dehan nimûne bide…

    -Xwezî rojekê min bidîta gotibûna AQILLI TURKIYE bila hingê nîvê axa me gihabûna Kurdan û em û wan bi rûyekî sipî ji hev qetiyabûna, hema di kurde qalind bûya, bila di wir de jî biqurifya û heeeeeeew…!

Kerem bikin û li klîpa namzetê meclîsa Tirkiyê binerin. Xalis muxlis Tirk e allahwekîl!

 

Wî jî tirek kir

Av.A.Dîlan-17/06/07-Enqere- Xuyaye siyaseta Tirkan û partîyên wan maye li ser ziandirêjîya malbata Barzanî û PDK. Hema heçê radibe gûyekî dixwe û wey li wî ye ku ji ê din zêdetir derewan bike.

   Werhasil, cîgirê serokê Partîya Ciwan Emîn Şîrîn ji wî karwanî kêm mabû, wî jî rabû lotikek avêt û bêbavî kir. Emîn Şîrîn dibêje:“Gava em bibin hikûmet û bibin serkêşên Tirkên doşirme, emê derhasl derbasî Kerkûkê bibin. Emê baregehên PKK û Barzanî bombebaran bikin. Serbazek bê cehnemîkirin emê Barzanî bombe bikin. Emê di danekî (nîvrojê) de Barzanî bigrin û bibin Îmralî“ filan û jehr û ziqûm.

   Erê lo, wê qûneko di nîvrojê de Barzanî bigre û bibe Îmralî! Ma ev dikeve serê we gelî xwendevanan?

   Kuro kurê min! Hey kerê min heywanê Xwedê! Ma dest û lingên Barzanî girêdayî ne? Ew serkerên general û serokên te nikarin ji Barzanî re bêjin „Sîya te xwar e, îcar wê çilo dêqehpekî mîna te û partîya te karibe bi şêrekî mîna Barzanî, xiyar! Yan tu hesabê 40-50 milyon Kurd naki ku wê tirê ji te û dewleta te berdin efendî!

   Kuro bi namûs em ne wek Amerîkîyane haaaa! Wan çewal xistin serê we, emê jî kurtan li we kin û yekser we bişînin Moxolîstanê cîgerimmmm! Insan bin û li ser dûvê xwe rûnin, okey!

 

 

 

Siyasetvanên me nebûne profesyonel

Xançepekî Mihê

 

Moda empatiyê:

Hirç û Tirk

 

 Doxtorê dînan Dilgeş-26/06/07-Nexweşxana Dînan-Heta niha qey dapîrkên me jî digot “empatî” nizanim çi quzilqurt, na bavê min na! Welle heke gotin lê be, Kurdên me wek kelereşkê ne; dibêjin,:”kelereşkê (qijikê) kire qîîî têjikan da dû”

   Îcar vê pêlê heçê radibe behsa “empatî yan mem(ik) an” dike. Piştî xanima Aysel Tuğluk’a bi Tirkan re empatiya sedsalê kirî, vê carê jî kekê me Adilê deşt û zozanan bi hirçan re dest bi empatiyê kir. Yanî, camêr dibêje:Canika Ayselê bi Tirkan re empatî kir, ma çi ferqa Hirç û Tirkan heye, ha Hirç ha Tirk

     Nebêjin, te go Hirççç haaaaaa!

 

Zimanê Yekgirtî

 

E.X-26/6/ 2007-Dubaî - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya digel nivîskar û rewşenbîrên Duhokê de wisan nerîna xwe li ser pêkanîna zimanê yekgirtî anî zimên. Tekez em karin bibêjin ev bixwe vegerek li ewan kesên ku dixwestin devoka Kurmanciya jêrîn bibe zimanê fermî li Kurdistana azad.. Di raweya gotinê de Serokê Kurdistanê da xuya kirin ku dibe pêkanîna zimanekî yekgirtî bîst sal û sih sal dirêj bike. Lê ne xem e, ya giring zimanekî me yê yekgirtî hebe..

   Werhasilî kelam, em bawerin divê zimanzanên Kurmanc hewl bidin ku têkevin nava vê kefteleftê û giranîya xwe nîşan bidin. Yan na, hinek lotikvanên ku dixwestin al û sirûda Kurdî biguherin, wê bixwazin zimanê Kurdî jî ji zinar û berqefan werkin û ji hev tarûmar bikin. De ya qenc çi be bela Xwedê wê bike rebbî.... (Bixwînin)

 

Naxwe ji mirovan zanatir jî mexlûqat hene

 

Ji Navenda Nûçeyên Lotikxanê -LONDRA 26/ 06/ 2007

Pîlotekî Ingilîztanê yê Şîrketa Aurignyyê navê wî Ray Bo ye, gava balafira xwe ji balafirgehê rakir hewa û hêj di nava ewran re hevraz diçû, ha ku dît va ye tiştekî fîq sipî û şûledar û dirêj wek tîpa balafira wî li pêşiya wî ye û berepêş diçe, lê ruhniyeke wisan tûj li dora xwe  belav dike ku çavên mirovan jê têne girtin.

   Pîlot bi radarê re ket têkiliyê û pirsa ka li vê geravê balafirne din hene yan na? Radarvaniyan gotin ku balafin li wê geravê nînin. (Bixwînin)

Çend lotik ji Hecî Edîson

 

Navenda Lotikxanê- 25/06/07- Emerîka-Êdî lempeyên Hecî Edîson di zik û rovîyên heywanan de jî pêdikevin.

    Li New Yorka xalê me Hecî Buşh  pêşangehek balkêş li meydana Times Squareyê hat lidarxistin û du ampûlên Hecî Edîson di nava marekî qirase de hat nişandan.

   Îcar em meraq dikin: Gelo ku me lempeyek 220 volt têxista qûna yekî wek Denîz Baykal, wê çi encam bidaya?

   Gelo wê lempeyên Hecî Edîson di zik û rovîyên Tirkan de jî pêketina yan na?

Xezeba Xwedê li dewleta keleşan ket

Çeto Bêmal-25/06/07- Aydin- Binerin Çemê Menderes, hişk û ziha bû û qurçek av tê re naherike. Vî çemî, piştî xeniqandina serokwezîr Ednan Menderes di sala 1961ê û bi vir ve, her ku diçû, ava xwe kêm dikir.

   Ev çemê hanê herêma Egeya, ku berê eşîra Kurd a bi navê GERMIYAN lê dima, şên kiribû û çemê herî mezin bû. Lê niha şûna wî bûye sîlekan û hişk-ziwa bûye. Ev xezeba Xwedê ye ku wek seza ji ber cewra li Kurdistanê dikin daye dewleta keleşan.

   Li ber vî çemî pembo, birinc, bax û bostan dihatin avdanê. Lê va ye niha tev bûne çol û çolistan. Ka emê binerin bê wê Xweda piştî vê sezayî çi bide wan keleş û nijdevanên Tirk....

   De Xwedê bikim dûpişk û mar bi ser wan de bibarin rebbî!

Hevbendî nameyek ji YE re şand û lotikek li dewleta Tirk xist

24/06/07-Bruksel-Nûnerê Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur Dr. Musa KAVAL di van rojên borî de li Yekitiya Ewropa birek xebatên siyasî û diplomasî meşandin. Bala Serokên Dewlet û Hukmetên Yekîtiya Ewropa û serok û endamên Parlementa Ewropa  kişandin ser tehdîdên dewleta Tirk li dijî Kurdisana Başûr û li ser îlankirina sê wilayetên Bakurê Kurdistanê wek herêmên leşkerî. Her wesan bal kişand  ser armancên van tehdîdan û encamên bi tehlîke yên ku mumkunin ji êrîşkirina li ser Başurê Kurdistanê peyda bibin. (Bixwînin)

Serokên Çete û zinêkaran Mehmetcîk in

Ehmedcîk-24/06/07-Stenbol- Tirkiye bûye wek garana serberdayî û hema heçê radibe dibe serokê çete û nijdevanekê û wey li wî ye ku zû bêrîka xwe dagre.. Îcar tiştê xerîb ev e ku piranîya serokên van qûnekan jî qaşo “Anli şanli Mehmetcîk” in. Tu kîjan kevirî raki illeh wê polîs yan eskerek ji binî derkevi. Ji xwe em behsa general, komser û walîyan nakin. Ew îş û karê xwe bi aqilmendî, hûrik hûrik, kûr û dûr dimeşînin. Hûr dajon lê kûr dajon.

   Werhasil canim, em bên ser mesela xwe û qûnekê Cem Şahîn çawîş. Cem Şahîn endamê tîmên taybetî ye, li başûrê Kurdistanê jî beşdarî rijandina xwîna Kurdan bûye û bêjîyekî temam e. Îcar piştî dev ji eskerîyê berdide, bêbavo di dadgehê de dixebite û di ber re jî bi çekên dewletê şelandinan dike û dibe serokê çend qûnekên nijdevan.

   Werhasilî kelam, piştre lotikek lê dikeve û tê girtin. Îcar bifikirin bê dewleta Virqo ketiye destê kê û bê çawa gur û çeqel ha ha lotikan li xelkê dixin.

   Erê lo, dibêjin “Heft kurên pîrê hebûn qencê wan qûnek bû”.  Îcar bi telaqê bê fitû esker û polîsên Tirk ji kurê pîrê jî qûnektirin allahwekîl! Hem jî çi Bulent Ersoy û Fatîh Urek ji wan derdikevin offffffff!

Carek têr nake

Ehmed Beyan- 23/06/07-Enqere- Dibêjin Serokwezîrê Tirkiyê Laz Receb di derbarê serdana Serekerkanê Artêşa Tirk Yaşar Buyukanito de gotiye:”Hayhoooo, kuro min nizanîbû serdana generalên me ewqasî xweş û lezîz e. Bi sê telaqan ezê ji îro û pêde her ku min fersend dît serîkî li Buyukanit xim û qehweyekê pêre vexwim” filan û bêvan.

    Lê li ser bextê xelkê be, hinek jî dibêjin:”Kuro ev bi mahna serdanê tiştina din nekin? Ev ne nêrûmêk bin? Yan gelo strana Ciwan Haco Dil ketmê dil ketmê şeva pêşî dil ketmê ji hevre dibêjin?” filan û xeftan.

   Yabo xêr û guneh di stuyê cîranan de be, dibêjin çi dema ku herdu di odeyek xalî de dimînin, dengên wek ”Axxxxxx, Oxxxxx, Çalqala yawrûmmm” li derûdorê belav dibe ellawekîl!

 

Ji Komela Mala Keçikan li Bielefeld alîkarî û şewirmendîya li dijî zewaca bi zor

 

 Birgit Hoffmann-Reuter -21/06/07-Bîelefeld-Komela Mala Keçikan li Bielefeld (Das Mädchenhaus Bielefeld e.V.) dixwaze bi riya internetê şêwirmediya jinanên ku bi zor û ne bi dilê xwe tên zewicandin, bike. Ev proje her wisa ji alî hikûmeta herêmî ya NRW alîkarî digre û li ser xwe parastina vê xeterê agahdarî û alîkarî dide jinan.

    Di agahdariya komelê de tê gotin, ku zewaca bi zorê di komikên olî û netewîyên cur be cur de tê dîtin. Encamên zewaca bi zorê dikare bibe sedema neçûna dibistanê, eroînkêşî, teda, tecawuz û kuştina namûsê, depresyon û hwd. (Bixwînin)

Wey ne ser xêrê be rebbî!

Serdar Mirad-21/06/07-Amed- Li gor gotinên ser tenûran û fitne û fesadên kolanên Amedê, dibêjin nivîskar Înce Mihemed Uzun bûye endamê PEN a Tirkiyê û bi nivîskarên Tirk re mehra xwe birrîye.

Dibêjin Serokê PEN a Virqo hatiye Amedê û sembolîk be jî karta endametîya PEN ê daye Uzun.

   Werhasil canim, em serê we neêşînin. Dibêjin:”Ji milletekî re felaketa herî mezin tunebûna rewşenbîrên wî milletî ye” Îcar ev jî mesela me Kurdan û rewşenbîrên me ye.

   Bawer kin, çi felaket hatibin serê milletê Kurd ji şahîkbûn û dirûtîya rewşenbîr, siyasetmedarên tirşikçî û mentalîteya “Tirkitîyê” hatiye serê me. Êdî Tirkitî, Tirkiyeyî wek vîrûsekê ketiye xwîna rewşenbîr û sîyasetmedarên me. Ji xwe hinek partîyên me jî wan dajon ser vê îxanetê û dixwazin fikra “Tirkbûnê-Tirkiyetîyê” di mejîyê Kurdan re bicîh bikin.

   Werhasilî kelam, endametîya te pîroz û bimbarek be sayin Mihemed Uzun! Em hêvîdarin hûnê bi “Anli şanli Turk yazarlari” re pîr û kal bibin û hûnê zewacek bextewar bi hevre bijîn!  

Dîkê çê di hêkê de bang dide

Şîndar Berwarî-20/06/07-Duhok-Dibêjin di serdana bajarê Duhokê de, Zankoya Duhokê pêşniyaz kiriye ku doktora şerefê pêşkêşî Serok Barzanî bike. Lê Serok Barzanî ew daxwaz qebûl nekiriye û gotiye çi hûn zanin?

   Gotiye: “Jibo min doktora herî mezin, şerefa herî mezin ewe ku ez pêşmerge me.Ex di jîyana xwe de neçûme zanîngehê, hez dikim hevalê we bim.Ez amade me li zankoyê bibim zêrevanek. Biborin, ez nikarim doktora şerefê qebûl bikim!” û dîsa ciwamêrîya xwe nîşan daye.

   Îcar ku hinek serokên din bûna wê çi bigotana hûn zanin?

   Wê bigotana:”Doktora şerefê? Ehlen we sehlen! Ma ji xwe ez ji dêvla we jî dixwînim, ez ji dêvla we jî difikirim, ez ji dêvla we jî dixwim û vedixwim” filan û fîstan.

   Îcar heyran, bi telaqê jinberdanê “Dîkê çê di hêkê de bang dide” û hûn sax! De Xwedê te ji serê Kurdan kêm neke rebbî!

Ha ji we re segbavekî din!

Ehmedê Bêrtî-20/06/07-Elezîz- Dibêjin walîyê Elezîzê Muammer Mûşmalê segbav, serdana Fakulteya Tip a Elezîzê kiriye û ji xebatkarên daristanê ên ku berî niha ji alî PKK vehatibûn brîndarkirin, re gotiye:”Yaaaa, heger hûn wan jênekin ewê we jêkin. We li ku yekî PKKî dît hema serê wî jêkin” filan û jehr û ziqûm.

   Erêêê erêêê.. Hûn dibînin bê “Cewrikên Demokratîk Cimhûrîyetê” bi çi çavî li PKK dinerin newilo! Yaaaaa...

   Îcar sayin PKK qurmaylerî! Wan nas bikin, wan nas bikin bê hûn jibo çi û li dijî kê şer dikim qardeşîm! Ma meriv jibo “Demokratîk Cimhûrîyetek ku segbavên wek Muammer Mûşmal tê de dijîn” şer dike brê min? Naaaaaaaaaa!

 

JI KÜRT-KAVÊ KAMPANYEK DIN A HILBIJARTINÊ…

 

 Weqfa me, bi rengekî din, li ser hin pirsên ku di hilbijartinan de nayêne ziman, kampanyayekî dide destpêkirin.

Em dixwazin naverok û awayên vê kampanyayê di kokteyla xwe de eşkere bikin.

Kokteyla ku wê her weha bibe starta ‘kampanya hilbijartina’ me, wê 23ê Hezîranê, roja şemiyê, saet di 17.00an de li avahiya me bête çêkirin.

Em hezdikin hûn jî bi me re bin…

 

Enstituya Kurdî ya Brukselê

 

 

Bi alîkariya

GEERT LAMBERT

Serokê Spirit û Parlementer

 

KonferansÊ li ser

 

Madeya 140

ya Qanûna bingehîn ya Iraqê:

Referendum

li ser pirsa statuya Kerkûk û  navçeyên din

amade dike

Duşem, 2 Temûz 2007, 10.45 – 17.00

(Bixwînin)

Duşem, 2 Temûz 2007, 10.45 – 17.00

Brussels Parlement, Lombardstraat 69 - 1005 Brussel

 

Ha ji we re medenîyet:

Di qesabxanê de zarok sunnet kirin!

 

Selîmê Qesab-19/06/07-Stenbol- Kî dibê „Tirk ne medenî ne“ bextê xwe xera dike. De fermo nîşan û elametek ji medenîbûna wan:

   Li bajarê Sakarya, nehîya Geyve yê, rayedarên beledîyê qaşo dixwazin xêrekê bi xwe bikin, 50 zarokî belaş sunet bikin û jibo şerefa wan şahîyekê lidardixin. Gava dibînin go cîh teng e, radibin 12 zarokan dibin  qesabxanê û xiyarkê wan didin ber kêr, sator û meqesên qirase.

    Li ser bextê cîranekî qesabxanê be, dibêjin qarewar û qîrîna wan zarokan di erşê ezmên re derketiye û hetta bivir û tevşo jî bikar anîne.

   De ka îcar bêjin: Kî karin wek Tirkan medenî bibin û zarokên xwe di qesabxanan de sunnet bikin hêê?  Ma ev medenîyeta hemdem û nûjen li Ewrûpayê heye?

   Na babaaaaaaaa! Ewrûpî paşketî ne bavooo……..

jî dest bi zirê kir

Cemîl Cewher-18/06/08-Hewlêr- Mala Xwedê ava be, serokê Partîya Ciwan Cem Ûzan jî dest bi zirandinê kir û ket nav karwanê heywanan.

   Wî jî di dagîrkirin û ketina başûrê Kurdistanê de rast dît û got:“Em wek millet bênamûs bûne. Ji xwe xîret bi artêşa me re nemaye. Ji ber vê jî divê em têkevin bakurê Iraqê ku namûs û xîreta xwe berkemal bikin, yan na wê kurd kera bera dêye me bidin allahwekîl“ û xwest bi gotinên şahîk çend rayan jibo ketina meclîsê bide hev.

   Ûlan xiyar, ê de werin haaaaaa! Keç û jinên xwe jî bikin  esker û bişînin ewladim! Bişînin ku qehremanîya gunikreşên Kurd bi çavê serê xwe bibînin lan!

   De haydê, em li bendî we û keç û jinên we ne canim cîgerim!

 

s© lotikxane 20-02-2006