"Jibo min şerefa herî mezin ewe ku ez Pêşmerge me!"

                                                                                                                                      Mesûd Mistefa Barzanî

                                                                              

          

      
Google

Lotikxane                   

                              << Magazîn, henek, gilî û gazin >>      

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Bêwar Brahîm

Li nav pêlên mirinê

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Firat Cewerî

 

Faris Beg

Here were

 

Sîmûrg

Çima Kurdî?

 

Adil Dûran

Evîna welat

 

Bavê Ronahî

Zotik

 

Lezgîn Şêxo

Dinya ji kera re nemaye

Lokman Polat

Faşîzma Tirk

 

Konê Reş

Ferhad

Şakilî

Selîm Acar

Muxtira

 

                Metelok: Rovîyekî geryayî ji şêrekî razayî çêtire !                                    02 07 / 2007

Xwarin û vexwarinên wan bûne hêlîna mişkan

Dûrsûn Tekbacak-02/07/07-Balikesîr- Gelo kesî ji we dîtiye ku ji nava pakêta çayê mişkek mirî derkeve? Na! Lê di pakêtên çaya Tirkan de mişk jî derdikevin, pisîk jî û hetta ker jî.

   Li bajarê Balikesîrê, qeza Edremîtê, karkirê bi navê Bahttîn Avci pakêtek çayê dikire.Werhasil, wê pakêta çayê bikartînin hetanî ku digihên binê pakêtê. Gava dixwazin cara talî çaya xwe çêkin, dibîne ku mişkek mirî di binê pakêta çayê de çûye rehma Xwedê. Yanî, rebenê karkirên inşeetê têra xwe çaya bi xwîna mişk vexwarin.

   Werhasilî kelam, ji me gotin û li we kirin. Hay ji xwarin û vexwarina Tirkan hebin. Bi telaqê jinberdanê, sibê dusibê qantir û bergîl jî ji nava xwarinên wan derkevin qet ecêbmayî nemînin û hûn sax!

Bû 40 salî û kemilî

Şemal Amedî-01/07/07-Hollywood- Lotikvana sîngmezin, bedewa agirpêketî Pamela Anderson 40 salîya xwe dagirt û kamil bû. Di nava van 40 salan de nayê bîra wê bê wê çend lotik li zilaman xistine û li gor gotina wê, rebenê "Bêmirad" bûye.

   Li ser bextê cîrana wê Sonya Hovikson be, dibêjin Pamela di pîrozkirina 40 salîya xwe de gotiye:"Êdî ez kamil bûme. Jîyan piştî 40 î destpêdike. Ji îro û pêde ezê lotikên bi plan û proje bavêjim derûdora xwe. Heta niha min hayella zilam li xwe siwar dikirin, lê ji îro û pêde ezê li ehlîyet û îcaza wan binerim. Heçê nikaribe kemyonê bajo ezê li xwe siwar nekim" filan û fîstan.

   Li ser vê, me jî ew pîroz kir û jê re got:"Lotikvanên Lotikxanê hemi xwedîyê ehlîyetên kemyon û tir ê ne. Hetta hinek ji wan karin trênê jî bajon. Hema go rêya te bi vanderan ket, serîkî bide şofêrên Lotikxanê jî".

   Werhasilî kelam, xanimê soz da ku berî mirinekê bê serdana Lotikxanê û şofêrîya me biceribîne. De ma Xwedê û Pêxember.....

Hê nebûye 18 salî, lê lotikên devê davêje derûdorê

Ciwan Lotikhez- 30/06/07-Dinya- Hayden Panettîere hê 18 sal danegirtiye lê ji niha de dixwaze xwe bighîne Parîs Hîlton, Brîtney Spears û dest bi gonxwarinê bike.

   Gerçî hevalên derûdora wê ji me re dibêjin:”Ji niha de ciwange, nêrî û beran di ser re derbasbûne, lê ew dixwaze xwe li ga, gamêş û qantiran jî biceribîne ku zû navdar bibe” filan û fîstan.

   Ê de bavo me emê çi bêjin, i ihiii! Piştî ku li ciwanikê rabûye û av lê geryaye, ma em karin hefsarê wê bigrin bavo, wey! De bajooooooo!

Nayê xwarin lê de xem nake

Bengîn Elegez-30/06/07-Moskow- Li Moskowayê pêşbirka “Mîss Moskow 2007” di salona sînema Pûşbînskaya de çêbû û bedewên bajêr hemi hunerên xwe pêşkêşî jûrîyê kirin.. Di pêşbirkê de Natalya Andreeva a 23 salî ji alî jûrî û xelkê bajêr ve wek “Lotikvana Moskowayê” hat hilbijartin û tac da serê xwe. Andreeva wê gellek xelatên hêja û 100 hezar rûbel jî têke buxçika xwe.

   Werhasil, me li ser navê Lotikxanê nameyek pîrozbahîyê ji xanima xweşik Andreeva re şand û ew dawetî civata Lotikxanê kir. Îcar tê nayê em nizanin, lê heger bihata baş dibû, çunkî dibe ku me çend qirûşek ji xurçika wê bidizîya û pê Lotikxane TV vekira.

   De Xwedê qiraseyekî li gor dilê wê bide wê rebbî!   ---------------------

 

Helbestek ji

Seydayê Dilmeqes

 

                  PERINÇEK                    

 

Sal du hezar û heft, nehê hezîran

Perinçek çû Amedê bo mitîngan

       

Nebû li balê ji xeyrê deh kesan

 Dor lê girtibûn leşker û polêsan

 

 Serok faşîst bêkes ma li meydan

    Ew parsek û sêwiyê ber mizgeftan

  

Gunehê meriv dihat bi kurê tur

     Bidin destan çend qirûş perê hûr

(Zêdetir bixwînin)

 

================

 

Ozcan Denîz:

Qûnekan çavê xwe berdaye min

 

Tecawizcî Coşqûn-29/06/07-Beyoxlî-Stenbol- Belê, brazîyê Şakirê Mûşî, Kurdê neKurd Ozcan Denîz, ev demek dirêje ku ketiye devê çapemenîyê û navê wî bi „Qûnektî“ derketiye. Ne li ser bextê me be, dibêjin Ozcankê me û Tarkankê Tirkan li Amerîkayê bi dizî bi xezalê û tûştê lîztine û hevdu gevizandine. Lê Ozcankê me van qalûqultan red dike û dibêje:“ Na canim, îcar ez û qûnektî haaaa! Ev fesadî hemi ji alî jinên ku ez xwe bi wan re naherimînim, ji alî qûnekên ku min diecibînin û çavê xwe berdane min ve tên derxistin“ filan û fîstan.

   Werhasil, ê lawo bi namûs, bi sê telaqan ez bi xwe jî gava li şikl û şemalê te, li awirên te dinerim nêta min li te xeradibe haa, wîî! Kuro qey birastî jî hêka te xerabeye bavo! Ma lawo, ji temamê alemê hema qûnekan çavê xwe berdaye te?

   Ez dibêjim were cem xalê xwe Tecawizcî Coşqûn, ezê ji serî heta bi binî te saxtî bikim, binerim bê birastî hêka te saxleme yan na. Yan na, bi Xwedê heta ez dîploma saxlemîyê nedim te, wê qûnek her û her çavên xwe berdin te û hew! De tu zani, yan ji qûnekan û yan ji xalê te Tecawizcî Coşqûn

Xêra Xwedê ye allahwekîl!

Tangocî Osman-29/06/07-London-  Rojekê zilamek tecawizî keçikek 10 salî dike û tê girtin. Zilam tê girtin û derdikeve mehkemê.

   Tecawizkar ji hakim Julîan Halî re dibêje: „Hakim xan, (hakim jin e) ev keça ku hûn dibînin, derpî û cilên wilo seksî li xwe kiribûn ku zincîra pantolê min ji ber xwe ve vebû û hew min dît ew ketiye bin min. Bi serê min û te, xiyarê min zora min bir û min kir û nekir min nikarîbû ez hefsarê wî bêxwedîkî bigrim. Ez bêguneh im“ û lêborîna xwe xwestiye.

   Piştî ku hakim li keçikê dinere ku birastî jî ne wek keçikek 10 salî lê wek çekikek 14 salî li xwe kiriye û xwe derman kiriye, radibe tenê 4 meh ceza dide tecawizkar û ji keçikê re dibêje:“Heyla kerê min di der guhanê te gayê, ma lawo tu 10 salî û cil û bergên te ên 14-15 salîyane, du a ji Xwedê re bike go heta niha zilamên Londonê tu nekirine çarox wey“ û erza wê dişkîne.

   Werhasil ez serê we neêşînim, halîhazir li Londonê lotika 10 salîyan bi 4 meh hepis e. Îcar heger we ji pîr û perçiqîyan têr xwaribe, berê xwe bidin Londonê nav 10 salîyên 14 salî û hûn sax!

Ciwan Haco dil ket jinên Lotikxanê

Cemîlê Çargurçik-28/06/07-Swêd- Li ser bextê cîranên Ciwan Haco be, dibêjin Ciwan Haco ji gellek kesan re gotiye:”Aha malper wek malpera Lotikxanê ne haa! Gava ez dikevim Lotikxanê dilê min geş dibe, serê min xweş dibe, gava ez wan jinikên xweşik dibînim ez dibim wek xortekî çardesalî ellahwekîl!” û ha ha pesnê Lotikxanê dide.

   Yabo bi telaqê bê fitû, bi namûsa Beşar Esed, kengî tu bû mêvanê dîwanxana Lotikxanê, ne jinekê lê emê temamê artêşa jinên Lotikxanê têxin bin emrê te, wîî!

   Îcar çi jin di Lotikxanê de hene çi jin offfffffffff! Agir bi kezeba meriv dixin ellahwekîl! Ma Hulya Avşar ji ber wan ve çiye yaboooooooo.........

    De were deeee..Şûşek Absolut Votka bi xwe re bîne û were....

 

Şikir ji Xwedê re, çare ji bêhna tir û fisan re hat dîtin!

 

 28/06/07-Kesên ku gelek caran dinepixin, bi wan re gaza zêde çêdibe baştir dizanin bê bêhna fisan çi derdê bê derman e. Car carna fisek bê bêhn bê xeter e. Lê yên bi bêhn serê gelek camêran tewandiye. Ew fedîkar derxistiye. Lê çareseriya bêhnê jî hate peydekirin.

   Şîrketa Emerîkî Under-tec derpîk nû dirût. Di derpî de fîltrek tenik heye ku rê li ber bêhna genî digire û nahêle bêhna tir an jî fisan derkeve derve. Kesê ku derpî dirûtiye navê xwe Buck Weimer e. Weimer dibêje: Ji niha û pê ve li malê, li odeya razanê, di civînan de, di otobûs û balafirê de mirov dikare bi rehetî û bê tirs fisan bike. Pêwîst nake ku mirov ji bêhnê bitirse.

   Li gorî nûçeyên ku tên belavkirin, filtre ji mehê carekê dikare bê şûştin. Derpî buhayê xwe 15-20 dolar e  

   Îcar heyran, tirekno û fisekno, heçê bi qûna xwe nikaribe xwe bavêjin tor û bextê Şîrketa Under-Tecê. Wî derpî bikirin û bê tirs bikin ”zirt û virt, çirt û virt ” û hûn sax!

(Zarathustra News).

Malperên kurdan edî ji malên kurdan bêtir bûne

Seydo Bêçift Ştendal-27/06/07-Elmanya-Bi Xwedê û Pêxember malperên kurdan ji malên kurdan bêtir bûne. Hema tu dinere, her yek û kompûtera wî û înternet li mal heye û hema bi qasî serê derziyê ji înternetê famdike yan na û rabûye ji xwe re malper vekirîye.

    Xuyaye hingî sebra wan nayê, rabûne ji xwe re tewekilî û malper vekirine. Bi þeref û bê henek û ne go ez dixwazim lotikan bavêjim, ez dixwazim rastî bêjim merov nema navê wan ji hevûdu nasdike.

   Heryek navê xwe aniye û CAN bi qûnê vekirî. Malperên wa li ser  navê kurdanê lê hundir bi carekê de Xwedê şahide giş bi elmanî, tirkî an jî erebî ye. Li gor statîstîkên ku hîna nehatine çêkirin, %104 ji kurdê ku înternet anîne malper vekirine.

 Yanî ev dide xuyakirin ku hineka ji wan dane cînarê xwe jî. Ma heya malperek ji bo lotikan jî vebûye kuro, ma ev hale!

Ma kesî bêbavek wilo dîtiye?

Rozê-27/06/07-London- Kesî ji we dîtiye ku dayikek zilaman bera ser keça xwe a 10 salî  bide? Ma kesên ku vê zalimtiyê dikin ji heywanan jî ne heywantirin? De binerin bê jinika Brîtanî çi bêbavî li keça xwe kiriye:

   Carolîne Dunsmore ji 10 salîya keça xwe Dana Fowley (niha 26 salî ye) ve ew difrot zilamên pedofîl û zinêkar û namûsa keça xwe anîbû pênc qirûşên xerabe. Piştî lotikên 16 salan, mesele eşkere dibe, Dana Fowley nema xwe li ber lotikên vê grûpa pedofîl digre û êdî isyan dike.

    Diçe serî li polîs dixe û dibê::" Hewarêêê hewrêê ez çiriyammmm" û grûpê dide girtin. Dêya wê Carolîne Dunsmore (43) 12 sal ceze dixwe û zilamên di grûpê de jî 12 heta 15 salan lotikan dixwin.

   Werhasil, me bawer dikir ku tenê Tirk zinê bi keç, bûk, diş, xaltîk û metikên xwe re dikin. Lê xuyaye vîrûs û nexweşîya wan derbasî nav Ewrûpîyan jî bûye allahwekîl! De Xwedê we di cehnemê de bişewitîne rebbî!

 

 

Mamo da bin dûvê Denîz Baykal

Miradê Torî-02/07/07-Cenevre- Belê, piştî kefteleft û zirezira Denîz Baykalê Tirk, civîn xelas dibe û 30 serokdewlet û giregirên partîyên cuda bi hevre xwarinekê dixwin. Xuyaye dîsa qûna Denîz Baykalê Tirk duxre û radibe zimandirêjîya Iraqê û Kurdên başûr dike.

   Li ser vê mamê me Talabanî jî aciz dibe û dibê:“Kuro segbav, me kengî piştevanîya terorê kiriye haaa? Ma Kurdên Iraqê wek we Tirkan terorîstin ku alîkarîya terorê bikin kurê min? Ez rabim ezê te çîrvîrî hev bikim haaaa“ û lotikek bêîman li Denîz Balkalê xwînheram xistiye.

   Werhasil, dibêjin piştî gotinên Mam Celal, Denîz Baykal ji tirsan di bin xwe de berdaye û bêhn bi salonê ketiye. Piştî bêhna tir û fisên Denîz baykal, rayedarên Sosyalîst Enternasyonalê gotine:“ Na baba na, wilo nabe. Ev bêbav çi cara bê SE wê me di nava bêhna gennî de bihêle. Emê rojekê pê bi jehrî bikevin brê min” û biryar dane ku carek din Denîz baykal nexin nav xwe.

   De ser xêrê be û xwedê lotikên Mam Celal ji serê Tirkan kêm neke rebbî!

Xwe avêt tor û bextê Lotikxanê

Gulnaza Torî-02/07/07-Fransa- Lotikvana bedew û xwînşîrîn Penepole Crûz, car caran gava li balafirê siwar dibe dikeve qrîza tirsê û nema zane çi bike. Vê carê jî xwest bi rêya Şîrketa Hewayî Contînental Aîr ê bifire Barcelonayê, lê di nava balafirê de dîsa qrîza tirsê pê ket û balafir da sekinandin. Crûz xwest ji balafirê dakeve û bi ker yan qantirekê berê xwe bide barcelonayê.

   Werhasil, jê re ker û qantir peyde nekirine, lê pisiklêtek xistine bin emrê wê û rebenê jî bi bisiklêt berê xwe daye Barcelonayê. De neyse, me xwe bi telefonê gihand Penepole xanimê û sedema tirsa wê jê kir. Wê jî bêhnçikyayî bersiv da û got:

   ”Bi serê min û we, ev qrîza tirsê hal di min de nehiştiye. Car caran dibe bela serê min û nahêle ez li balafirê siwarêm. De ez di bextê namûsa Lotikxanê de me, ji min re niviştekê çêkin ku ez ji vê tirsê xelas bim” filan û fîstan.

   Rabû me jî soz dayê ku jêre nivişt û bazbendekê li cem Şêxê Lotikxanê “Şêx Sofî Xelex” çêkin û wê ji lotik û çavên xelkê biparêzin.

   Niha Penepole Crûz li bendî nivişt û bazbenda me ye. Lê Sofî Xelef jî dibêje:”Bi sê telaqan, heta Penepole Crûz devê min şêrîn neke ez tu nivişt û bazbendan çênakim”. De a bi xêr…

Wê çima bûk di şeva pêşî de netirse qurban!

Leyla Bamernî-01/07/07-Zaxo- Birastî min ji zûde dixwest li ser vê mijarê binivîsim, lê min cesaret nedikir û newêrîbû. Lê Xwedê ji malpera Hemdem.comê razî be ku ev fersend da min.

    Di Hemdem.com ê de kekê me Şukrî Şêxan bal kişandiye ser şeva keçkanîyê, şeva pêşî, şeva qiyametê. Dibêje:”Bo çi bûk di şeva yekê de ditirse?”

    Werhasil, xwestîye hevpeyvînekê li gel çend jinên Kurd bike, lê tenê dayika Nadîyayê bersiva wî daye. Hinekî behsa tirsa şeva pêşî dike û dibêje ku divê zilam di şeva pêşî de jinê netirsîne, berî lotikê divê wê bifirkîne, bi nermî û germî wê bitevizîne û piştre keleşkofa xwe biteqîne. Haaa, wekî din dibêje ku, divê jin û mêr ji malê bidûrkevin, herin ciyekî tenha, otêlekê yan ciyekî ku tenê dengê çûk û çivîkan lê bê ku karibin bê tirs lotik û pehînan li hev xin.

   Werhasilî kelam, ez serê we neêşînim. Ê lawo malnexerabno, de ka hûn zilam xwe têxin şûna jinê û jibo şevekê bibin bûk. Hûnê bitirsin yan netirsin hêê? Gelo gava hûn çav li wî xiyarê qeşartî bikevin, wê çi tofan bê serê we? De ka hema jibo carekê be jî biceribînin û tirsa şeva pêşî bi çavê serê xwe bibînin û hew!

    Îcar çima bûk di şeva pêşî de ditirse kuro, waweylê! Lawo bi namûs, kî şeva pêşî çav li wî xiyarê bêîman keve qidûmşikestî bibe bavê min, hella hellaaaa!

SEê qiraseyek xist Denîz Baykal

Miradê Torî-01/07/07-Cenevre- Wek hûn zanin, partîya CHP partîya Atavirqo ye û li ser binghê dijminatîya Kurdan hatiye avakirin. Îcar serokê wê Denîz Baykal jî kurê dêlika Asenayê ye û kes nizane bê ji dola kîjan segî ye. Ji ber ku bezê bin guhê bavê wî ne kifş e, şerm û fedî pêre tune û dixwaze li ser bingeha fijminatîya Kurdan bibe desthilatdar.

   Werhasil, xuyaye dolheramîya wî û alastina qûna generalan di nav Sosyalîst Enternasyonalê de bûye ciyê nerazîbûnê û gellek endamên SE dibêjin:“Denîz Baykal bûye wek qehpika generalên Tirk û bi şev û roj qûna wan dalêse. Ev jî ne li gor prensîpên Sosyalîst Enternasyonalê ne. Divê em vî qûnekî rojek berî rojekê ji endamtîya SE bavêjin“ filan û bêvan. Ji ber vê jî, lêkolînek di derbarê CHP û qûnekê Denîz Baykal de dane destpêkirin.

   Ji alîyê din parlamentera Swêdî Anne Ludwîgssonê jî di derbarê Denîz Balkalê xwînheram de got:“Ew qûnekekî bê exlaq e. Gerçî exlaq bi hemi Tirkan re tuneye lê dîsa jî me hêvî dikir ku Denîzko dev jî alastîna potîna generalan berde û bibe insan. Lê xuyaye kurmê şîrî heta pîrî ye û segbavo nikare hefsarê generalan ji stuyê xwe derêxe“ filan û xeftan.  

   Werhasilî kelam, SE wek Komser Kolûmbo daye dû şopa CHP û li delîlan digere. Heger delîlên li gor dilê wan bên bidestxistin, wê kerekî Kurd bera ser Denîz Baykal bidin û wî biçirînin. De ser xêrê be rebbî….

 

Kurdîya Spîderman çiye?

 

Sempatîzanên Lotikxanê-30/06/07-Elmanya- Gelî serok û rêberên Lotikxanê,  silav û gulav! Hêvîdarim kêf û halê we baş be û hûn di nava lotikan de nexeniqin. Birêzan! Niha li ber me çend sempatîzanên Lotikxanê şîşa araq û wîskîyê, şerab û bîra heye û em ketine ser dilê vê bêxwedîka alkolê. Hema bi carekê Lotikxane hat bîra me û me go de emê qedehekê ji bo şerefa Lotikxanê jî bi ser kezeba xwe dakin”.  

   Werhasil, em çend heval li ser flîmekî ketin qirika hev û me çend şûşeyên eraqê di serê hev de şikandin. Nîqaşa me li ser flîmê “Spîdermann” bû. Almanîya wê “Der Spînnenmann” e û Tirkiya wê jî “Orumcek Adam” e. Îcar hevalê me Fadil digot:”Bi namûsa Xeto û Remo Kurdîya wê “Qijniko” ye. Hemdo got:” De here lo, Kurdîya wê “Kêziko” ye. Ji xwe Wehîd jî digot:”Hûn herdu jî bi tiştekî nizanin. Rastîya wê “Lotiko” ye. Piştî fikarek dûr û dirêj, Hêjayê Dêrikî serê xwe xurand û got:”Kuro bi namûs hûn bi Kurdî nizanin, esas rastîya wê “Lepûşko” ye.

   Werhasil, me dît ku çare tune û em her çar heval emê rabin hevdu li ser flîmê Spîdermann bikujin, me go de a baş emê xwe bavêjin tor û bextê Lotikxanê û bersivek rast ji we bistînin. Bi namûs, heger hûn bersiva me nedin, bizanin ku emê bi kêr û xinceran rabin hev û wek qetlîama Helebçê bînin serê hev û xelas! Em li bendî bersivekê ne

Fadil, Hemdo, Welîdo û Hêjayo

   Yahewlelwelaaaaaaaa! Ê lawo ma îş û karê Lotikxanê tuneye bersiva kêzik û qijnikan bide bavê min, wey! De hema di nava xwe de zarê bavêjin. Kê ji we duşeş anî ew rast dibêje ellahwekîl! Heger bi a me be, ji Spîdermann re bêjin: Tevno! Na heger hûn qîma xwe bi Tevno neynin, wî çaxî stuyê xwe bişkînin û navekî li gor dilê xwe li wî kûçikbavê Spîdermann bikin û xelas!

Bi xwe de mîzt û bêhn pê ket

Miradê Torî-30/06/07-Cenevre- Denîz Baykalê teresbav, ne tenê Tirkekî nîjadperest e lê herweha ew cîgirê serokê Sosyalîst Enternasyonalê ye jî. Baykalê ku bi xwe ji %1000 nîjadperestekî Tirk e û dîn dijminê gelê Kurd e, di bin perda sosyalîzmê yan sosyaldemokratîyê de kera bera dêya xwe dide da ku Sosyalîst Enternasyonalê jî bike dijminê gelê Kurd.

   Werhasil, dibêjin vê carê Sosyalîst Enternasyonalê bang Mam Celal û Serok Barzanî jî kiriye. Dibêjin gava teresê Baykal derketiye ser kursîyê ku nîjadperestîya xwe verşe, Mamo û Serok Barzanî ji hevre gotine:” Biron kaka biron, ême pêwistî be guhdarkirdinî ev segbave nîye” û salon terk kirine.

   Îcar dibêjin piştî herdu serokên Kurd salon terk kirine, Denîz Baykal ji qehran re bi xwe de mîztiye û di ber re jî çend tir û fisên Tirkanî kiriye.

   Ne li ser bextê me be, dibêjin hetta çend kes bi bêhna tir û fisên wî gêj bûne û verşîyane jî..De Xwedê wî biqesifîne rebbî....

Sayin Ocalan tir ji Recebo berda

Ehmed Beyan-30/06/07-Enqere- Hewce nake em dûdirêj bikin û barê rebenê Recebo girantir bikin. Dibêjin berî çend salan li Awistralyayê serokwezîrê Tirk Kasimpaşali Receb, di hevpeyvînekê de zimanê wî zora wî biribû û gotibû:”Sayin (birêz) Ocalan” Îcar ev gotin ji alî partîyên mixalifên wî ve wek “hevkarê terorîzmê” hat şildim-bildim kirin û ew dan mehkemê. Mehkemê jî rabû ev mesele kir nav sînorên “ wextê wê derbas bûye” û dosya girtin.

   Lê niha serokerkanîya Tirk û dozgerên xulamên wê rabûne dîsa dosya vekirine û lotikên “Sayin Ocalan” li Kasimpaşali Reco dixin. Heger doz li gor dilê mixalefeta AKP bimeşe, wê Recebê me lotikek bêîman bixwe, ceza bixwe û hetta nema karibe bibe wekîl û têkeve meclîsê.

   Erê lo, li ser bextê cîranê wî Bastirilmiş Hirsizoglû be, dibêjin Recebo gotiye:” Yahewlelwelaaaaaaa! Lawo ez nabêjin sayin Ocalan ez lotikan dixwim, û dibêjim dîsa lotikan dixwim. Ma min çi xwelî li sere xwe kir yaboo, wîîîî!” û dilê xwe bi xwe dişewitîne.

    De Xwedê lingê kesî neşemitîne rebbî! A baş hema bi qanûnekê wê gotina sayin ji zimanê xwe derxînin û xelas!

Sînor ji berberîyê re nema

 

29/06/07- Hinek Şîrketên Hewayî êdî sînor ji reqabet û berberîyê re nehiştin. Niha jî li ezmanan, di balafiran de mankenan pêşkêşî rêwîyên xwe dikin ku mişterîyên xwe di destê xwe de bigrin. De neyse, lê temaşe bikin çêtire.

Danezana Hilbijartina Giştî

Navenda Lotikxanê- Bakurê Kurdistanê -29/ 06 /2007

 

Gelî hemwelatiyan!

Va ye em gotina rast ji we re dibêjin, piştre nebêjin ku we negotiye:

Hûn di hilbijartinê de xwe şaşo-paşo nekin û bi mazota yel lîretî neyên xapandin. Bila kes we bi kartê şîn û bi komira reş jî nexapîne.

   Dengê xwe bidin me. Elawekîl eger em werin desthelatiyê, emê deriyê kasa dewletê ji we re vekirî bihêlin. Emê mazotê belaş bidin we. Emê ebûqatan têxin parlemanê. Emê textoran bikin polis. Emê siyasetvanan bikin suxrevan. Emê nanê belaş bidin her kesî. Em ji bo xwendin û tedawiyê pere ji kesî nastînin. Emê îmze bavêjin Zagona Yekîtiya Ewrûpayê. Emê qîza li kalan, pîra jî li xortan mehr bikin. Emê her kesê ku bi Tirkî biaxive bixesînin. Emê her serê malê mirîşk û dehşikekê bikin diyarî, û gelek tiştên nermik û germik ….

   Xwedê wekîl e û Pêxember jî pê dizane, çi kesên ku bêjin şildim-bildim, em nahêlin pepikê wan bi parlemanê bikeve.

   Ji van gotin û sozan zêdetir, çi daxwaza we hebe, va ye 24 roj hêj mane, bo me bişînin, da em wan jî têxin programa xwe ya salane.

 

Xwedê Partîya Lotikxanê ji serê me kêm neke rebbî!

 

PARTIYA LOTIKXANÊ

====================

 58 salan qûna Amerîkayê alastin, niha jî dibêjin bessss!

Xelîlê Kîndar-29/06/07-Amerîka- Wek hûn zanin, di dinyayê de yek ji wan milletên ku herî zêde jê tê nefret kirin Tirk in. Çima xelk ji Tirkan nefretê dikin? Ji berk u insanetî bi wan re tune, ji xwe pêve herkesî heywan dibînin, nîjadperestin, diz û heramî ne, zinêkar û kerçirênin, û a herî xweş jî xwe ji dola dêlegura Asenayê hesab dikin.

   Werhasil, dibêjin li Amerîkayê ankêtek ji alî sazîya lêkolînê PEWê ve hatiye çêkirin. Di ankêtê de derketiye hole ku herî zêde Tirk ji Amerîkayê nefretê dikin. Wilo nefretê dikin ku, tu dibê qey Amerîkî di ser jinên xwe de girtine. Dibêjin ji sedî tenê 9 Tirk ji Amerîkayê hezdikin û 91 kes jî wek mare reş lê dinerin.

    Îcar, sedema ku Tirk ji Amerîkayê nefretê dikin çiye hûn zanin gelî xwendevanan? Mesela Kurd e! Çima ku Amerîkî piştevanîya Kurdan dikin rebena di çavê Tirkan de bûne wek strî û şûjinên tûj.

   Werhasilî kelam, hêvîya min ji rebbê alemê ew e ku Tirkek tenê jî ji Amerîkayê hez neke û Amerîka bi temamî bibe dijminê Tirkan û hew! Ma ka ji vê xweştir?

Heger çavkanî Alexa be malik li me viritî

(Wêne Nasname)

Bjorn Bjornson-28/06/07- Stockholm- Erê kuro, hema wê hinek ji malperên me rabin û rûnên xwe bispêrin portala Alexayê û bêjin:”Malpera me di malperên Kurmancî de serî dikşîne” filan û fîstan.

   Yasiphanallaaaaaaaaa! Kuro lawo, portala Alexa di nav portalên internetê de ji 32 diranan tenê diranek e, ma Kurd tev bi wî diranî xwarinê dixwin brê min? Madem hûn rast dibêjin, ji kerema xwe îstatîstîkên portalên din jî biweşînin heyran, wîî!

   Ê lawo bi sedan portalên internetê hene ha. Portala Google heye, portala Yahoo heye, portala Xançepeklî Mihê heye, portala Cilêtçî Cemo heye, portala Esrarkêş Keko heye, portala Lotikxanê heye û portala Rîxa Kerê jî heye! Ma îstatîstîk hemi hatin ketin qûna Alexayê?

   Yahewlelwela quwetillehilezîm dîsa em kufir bûn yaw! De hema em dûdirêj nakin. Bav û kalên me gotine: ”Ne gundê bê rez, ne şivanê bê pez û ne jî kesê dibê ez û ez!” Îcar heçê zane zane û heçê nizane jî mesela baqê nîskane û hûn sax!

Xuyaye ecelê bizinê hatiye

A.A.Dîlan-28/06/07-Enqere- Dibêjin ”Gva ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe”. Îcar ev jî mesela me û Yaşar Buyukanitê sermezin e. Mêrik radibe û rûdinê dibê ”Divê em têkevin Iraqê”, diçe avdestxanê dibêje ”Ax Iraq wax Iraq”, dikeve ber jina xwe dibê ”Çiyayê Qendîl”, werhasil êdî ketina başûrê Kurdistanê jêre bûye kul û merez. Mêrik dagîrkirina başûrê Kurdistanê kiriye serê xwe ê mezin û illeh dixwaze navekî bi dû xwe xîne.

   Kuro oxlim, Atavirqoyê te nikarîbû başûrê Kurdistanê dagîr bike ma wê sermezinekî mîna te karibe? Ji dil te ye hema dest û lingê Kurdan girêdayî ne û ziravê wan ji we diqetin newilo?

   De here avekê li nav şeqê xweyê gennî ke ûlann, ma ê we cane ê me bacane kurê min! Wele bi wî serê te ê mezin, wê qûna reş û spî li meydanê xuya bibe looooooo....

Xelk 500 î didin emê 2500 î bidin

Ciwan Lotikhez-27/06/07-Konya- Xuyaye Rabîa Ozden Kazan rewşa Îranê pir meraq kiriye û hema buxçika xwe daye hev û berê xwe daye Îranê da ku rewşa îslama Îranî bi çavê serê xwe bibîne. Werhasil, xanimê diçe îranê û hertiştî bi çavê xwe dibîne û radibe pirtûkekê bi navê “Ferîştahên Îranê” li ser îslama Îranî dinivîsîne. Îcar dibêjin hinek weşangêr 500 hezar dolar didin wê jibo ku pirtûka wê jê bikirin û biweşînin.

   Neyse, Rabîa xanima xweşik û bedew radibe di derbarê Îranê de dibêje: Xort û ciwanên Îranî di partî û şahîyan we wek avê eraq û meyê vedixwin. Ji vexwarina eraqê dibin leylan û wek meşka koçeran virde-wêde dihejin. Keç û xort ji Hollywoodê xerabtir zinêkarîyê dikin û lotikên bêîman li hev dixin. Lotikên wilo li hev dixin ku êdî nema derpî û şerwal li ser wan disekine, doxîn qetyayî, deling şimatokî bûne” filan û bêvan. Rabîa xanim wekî din dibêje: Piştî fitarê extiyarekî Îranî ji min re got: Ezê 500 dolarî bidim te û mehra “Muta” (mehra demkî) bi min re çêke, ezê çend lotik û pehînan li te xim û piştre emê dîsa bibim xwiş û brayên hev” filan û fîstan.

   Hella hellaaaa! Heyran ne 500 dolar, were emê hebûn û  nebûna Lotikxanê li ser can û cesedê te tapo bikin û hema şevekê tenê bibe mêhvana dîwana Lotikxane û bes! Keçê bi telaq her çavekî de 500 dolarî dikin. Îcar lotik!? Ma dolar û euro xwe li ber lotikên Tirkek weke te digrin peppûkêêêêêêê!

   De were dee, were melle û şêxên Lotikxanê li bendî mehra min û te ne...Jibo xatirê çavê te 2500 dolar! Te go çi? 

Bi telaq ji Lotikxanê demokrattir dibistan tunene û hew!

Midurê Lotikxanê-27/06/07- Li dibistanek Amerîkayê rêvebirên dibistanê, keça bi navê Lydîa ji dibistanê dûr didin û lotikek paşûpê lêdixin. Çima? Ji ber ku Lydîa keçek dîndar e, hingulîskek (gustîlk) ku sembola bekaretê ye (nîşana keçkanîyê ye) xistiye tiliya xwe.

   Lydîa keçek dîndar e, endama rêxistina “Sîlver Rîng Thîng” (SRT) e û li gora wê di dema îro de divê kesek berî zewacê lotikan li xwe nexe, wek ava zemzem pak û rewan bimîne. Ji ber ku nexweşîyên zayendî zêdetir bûne, gellek Amerîkî di wê bawerîyê de ne ku divê berî zewacê lotik li kesî nekevin. Hetta di Incîlê de jî mesela pakijîyê tê zimên.

   Werhasil, îcar rêvebirên dibistanê dibêjin: Heger em destûra gustîlka keşkanîyê serbest berdin, wê sibê dusibê gellek şagirtên din jî gustîlk, bazin, gerdenî û xirxalên ku sembolên gellek tiştên din in bi xwe vekin. Yanî, wê dibistana me bibe wek pezê go di stuyê her bizin û mîhê de zilgilek hebe” filan û bêvan.

    Werhasilî kelam, bi sê telaqên jinberdanê, dibistan wek dibistana Lotikxanê demokrat û azad tuneye û hûn sax! Di dibistana Lotikxanê de her şagirt kare guhar, gustîlk, bazin, gerdenî û xirxalan bi xwe vekin. Haaaaa, bi namûs şagirtên me karin hefsarê ker û qantiran jî têxin serê xwe kuro, wîî! Îcar ka ji dibistana Lotikxanê demokrattir û azadtir yabo!

Siyasetvanên me nebûne profesyonel

Xançepekî Mihê

Rê li ber vê wehşetê bigrin kaka !

Mihemed Soran-01/07/07-Hewlêr- Sunneta keçan êdî bûye pirsgirêkek bi serê xwe û wehşetek nemirovî. Erebên ku qet nikarin sunnetkirina keçan bi delîlên quranê isbat bikin, li gor mejîyê xwe yê kevnare, hedîsan li gor daxwaza xwe şirove dikin û vê êşkencê li rebenê keç û jinan dikin. Erebên ku jinê wek « kole û cêrî » dibînin, bi derew û hedîsên sexte dixwazin hikim li jinê bikin û jinê vegerînin dem û dewranên berî hezar salî. (ku wê demê jî ev êşkenca sunnetkirina keç û jinê tunebû).

   Werhasil, xuyaye hinek Kurdên me yên bêaqil jî dikevin ber bayê derewên Erebên qûnbigû û bi wan tên xapandin. Berî niha jî dihat gotin ku li başûrê Kurdistanê di nava du salan de 2043 keç û jin hatine sunnetkirin û êşkence dîtine. Niha jî dibêjin li herêma Çemçemal sunnetkirina keçan berdewame û neinsanetî tê kirin. Dibêjin pîrejinekê di nava du mehan de 17 keç sunnetkirine û nalet li dê û bavê xwe anîye.

    Îcar gelî rayedar û rêberên Kurdistanê! Rê li ber vê wehşetê bigrin û nehêlin êşkence li keç û jinên Kurd bê kirin kaka! Bihêlin bila keç û jinên me jî tamekê ji jîyana xwe bikin û hûn sax !

 

De here ji Recebo re bêje xanimê!

 

Serdar Mirad-01/07/07-Amed- Nivîskara rojnama Hurrîyeta nîjadperest Feraî Tinç, di nivîsa xwe de balê dikşîne ser êrîşa ser başûrê Kurdistanê û dibêje : »Li başûrêrojhilat (bakurê Kurdistanê) heta bi MHPî yên Kurd (Kurdên ku di nava partîşa faşîst de cîh girtine) jî naxwazin ku artêş derbasî başûrê Kurdistanê bibe. Li wir yek mexlûqê Xwedê jî ne li gel e ku artêşa me başûr dagîr bike » filan û bêvan.  

   Werhasil, heta niha me digot qey ev Laz Receb û partîya xwe birastî jî naxwazin têkevin başûr. Lê derketiye holê ku jibo di hilbijartinê de biserkevin û xelk raya xwe bidin wan, ewê destûra ketina Kurdistanê bidin artêşa qûnek. Yanî, qencê Tirkan Laz Reco bû, xuyaye ew jî ketiye ber bayê nîjadşerestîya Tirkitîyê û zîtirkan dide xwe.

   Neyse, xuyaye Feraî Tinç xanim belasebeb serê xwe dêşîne. Ma xelkê başûrêrojhilat bixwaze çiye û nexwaze çiye keçko!

   Piştî ku doşirme û qûnekên wek Buyukanit û Laz Reco li berjewendîyên xwe bifikirin, xelk xwe biçirînin jî ji wan re hêç e….

Pişo Miheme vê carê îmana artêşa Tirk teneke kir

Lotikxane-30/06/07.Amed- Berî niha fedaîyê me Pişo Miheme bi navê www.ahmakturk.tr.cx lotikek li malpera rojnama Ortadogûyê xistibû û ev malper niha bi navekî xweş, bi navê ahmakturk jî tê vekirin.

   Xuyaye fedaîyê me Pişo Miheme germ bûye û vê carê rasterast berê xwe daye artêşa Tirk. Malpera Anli şanli Tirk eskerî jî qismetê xwe ji lotikên Pişo Miheme girt û îcar bi navê www.teroristordu.tr.cx tê vekirin.

   Îcar ji îro û pêde gava hûn bixwazin têkevin malpera serekerkanîya artêşa Tirk, hema www.teroristordu.tr.cx

.binivîsin bes e. Ji xwe navê wan li ser e. Ji ber ku ew bi xwe terosîstin, malpera wan bi navê terorîstan jî tê vekirin.

   De haydê, di nava serketin û lotikên xweş de bimînin...

   Bijî fedaîyê Lotikxanê Pişo Miheme!

------------------

De li vê ecêbê û li zanyarê kûçikbav binerin

Dr.Bîyolog-30/06/07-Ewrûpa- Bîyolojî beşek ji beşên zanyarîyê ye. Kesên zanyar zanyarîya xwe jibo dijminatî û qiririna milletekî bikar naynin. Lê xuyaye li cem zanyarên Tirkan zanyarî jî qedr û maneya xwe nîne û hertiştî di berjewendîya millet û dewleta xwe de bikartînin. Wele û bile aferîn ji wan re!

   De binerin bê kûçikbavekî zanyarê Tirk çi aqil dide dewletê û çi pêşniyaz dike: Zanyarê ku ji çapemenîyê re newêre navê xwe eşkere bike û tirsonek kurê tirsoneka ye, dibêje:” Gen (ji qijnikan mezintirin û bi taybet xwîna heywanan dimijin. Lê vê dawîyê li serê Tirkan bûne bela û wan dikujin) ên Kongo yê hene, gellekî bi xeter in. Ew dibin sedema brîneke xwîner. Divê artêşa me bi balafiran bi hezaran ji van genan bavêjin ser çiyayên Qendîlê. Dema gen bi terorîstan vedin, wê nexweş bikevin, ên ku derman nebînin wê bimrin” filan û hezar quzilqurt. 

   Îcar gelî xwendevanan, ma niha heqê me tuneye em ji vî kûçikbavî re bêjin: Heyla kerê me di bin guhanê dêya te kiro, ma îcar zanyarîya te bû çi?

-----------------------------------

We 20 milyon bida hosteyên me, meyê Pîsa ji nû ve lêkira bavê min!

 

Antonîo Vera-30/06/07-Roma- Kuro ev Îtalî jî carna xwe dînomîno dikin ha. Rabûne 20 milyon sterlînê Ingilîz li rastkirina kûleya Pîsayê dane û tenê 45 santîm rast kirine.

    Ê lawo hey malxerabno, we 20 milyon bida hosteyên Lotikxanê wê ne 45 santîm, wê Pîsa seranser rast bikirana heyran, wîî! Yabo meyê jibo xatirê we 5 Pîsayên nuh jî ava bikira ellahwekîl!

   Carek din gava Pîsa hinekî din xwar bû, xeberê bidin Lotikxanê emê çend hosteyên xwe bişînin hawara we, temam!

 

Pişo Miheme tir ji Tirkan berda

 

29/06/07-Amed- Fedaîyê Lotikxanê Pişo Miheme malik li malpera Ortadogû şewitand û tir ji Tirkan berda. Pişo Mihemed tiştekî wisa kiriye ku, gava hûn www.ahmakturk.tr.cx ditikînin, yekser malpera Ortadogû a faşîstên Tirk derdikeve pêşberî we.

   De haydê Pişo, serketin û Xwedê lotikên te xurttir bike rebbî!

 

YE lotikek nermik li Tirkan xist

 

Gulnaza Torî-29/06/07-Bruksel- Yekîtîya Ewrûpayê lotikek nermik lê bêderman li Tirkan xist û kezeba wan di devê wan re derxist.

   Berê li ser euroyên hesinî nexşeya temamê welatên endamên Ewrûpayê hebû. Herwiha ji ber ku Tirk jî berendam bûn, nexşeya wan jî xistibûn nav sînorê Yekîtîya Ewrûpayê.

   Lê piştî van bûyerên dawî û lotik û pehînên serekerkanîya Tirk, rayedarên YE aciz bûn û rabûn di perên nuh de nexşeya Tirkiyê dernexistine û gotine:” De siktir lannnnn! Madem hûn nabin insan û ji insanetîyê fêhm nakin, nexşe mexşe tune. De biqelihin deeeee” û ew avêtine derveyî sînorên Ewrûpayê.

 

Bêbavan ji bin her kevirî derdikevin

 

Şîndar Berwarî-29/06/07-Duhok- Tirk rehet rûnanên û bi her awayî li dijî Kurdistanê dixebitin. Bawer kin, segên xwe dixin nav her rêxistinê, di her sazî û dezgehê de xwe dihûnin û hema bêjin her gûyî dixwin.

   Werhasil, têkilîya dewleta Tirk û El Qaîdeyê ji zû de dihat zanîn lê di her wesîlê de ev têkilî dihatin înkarkirin. Niha di şerekî de, li herêma Kerkûkê du Tirkên endamên El Qaîdeyê hatin kujtin û bi vê jî derket hole ku dewleta Tirk û Tirkmenên xulam bi rêya El Qaîdeyê dixwazin Kerkûkê û Kurdistanê tevlihev bikin. Terorîstên bi nave Mehmet Yılmaz û Mehmet Reşit Işık, ji alî eskerên Amerîkî ve hatin kujtin û rasterast çûn cehnemê.

   Werhasilî kelam, bi dîn û îman, çi kesê ku bi navê bratîya îslamê hevkarî û piştgirîya Tirkan bike, ji dîn û îmana xwe dibe û wê Xwedê wan bi cehnemê şa bike û xelas!

Kûçikek kir qurbana kûçikekî

Polat Erdem -27/ 06/ 2007-Izmîr- Carê me digot.“Tirk ji tuxmê dêlegura Asenayê ne“ hinekan henekê xwe bi me dikir. De îcar li vê bûyera kesanedî binerin bê çawa Tirk brayê xwe dikin qurbana kûçikekî û eslê xwe disediqînin.

   Werhasil, li taxa Konaka Izmîrê Mehmûd Demîrê 49 salî û brayê wî Mistefa Demîrê 41 salî di malê de li ser kûçikê malê rabûn hev û qira hev anîn. Li ser bextê cîranê wan Satilmiş Cewrikoxlû be, dibêjin Mehmûd Demîr gotiye:”Ev kûçik sbavê min e” û xwestiye ji brayê xwe Mistefa bistîne. Mistefa jî gotiye:”De siktir lan amina kodûxûmûn pîçî, ev hem bavê min û hem jî dayika mine” û herdu rabûne hevdu.

   Werhasil, di encama şerê kûçik de Mistefa Demîr berê xwe dide cehnemê û brayê wî Mehmûd Demîr jî dikeve qulika hepsê.

   De îcar hûn bêjin gelî xwendevanan: Li gora we em karin çi navî li Tirkan bikin?

 

Lîsexane kirin kerxane

 

 Navenda Nûçeyên Lotikxanê- Bajarê ÇORÛMê -28/ 06/ 2007-

Li bajarê Çorûm qeza Bayitê,  xwendingeha Lîseyê kirine kerxane û heta niha pêncî keç ji qîzantî xistine. Hin ji wan keçan, wisa piçûkin dema diçin mala xwe, li ser nan digirin, temenê wan di navbera 14 û 17 salan de ye.

   Îcar sosreta giran ev e ku kîjan zilamê ku lotik li keçekê xistiye, bi telefona xwe ya berîkê jî girtiye filîm û piştre ew filîm jî biriye li xortên qezê belav kiriye, da ew xort jî herin û lotikên belaş li keçên Lîsexanê, pardon ên Kerxanê bixin.

   Ev xortên ku lotik li keçan xistine, ne tenê telebeyên nêr ên hevalên keçan in, herweha mamoste û xortên nava bajêr jî ji lotikan bêpar nemane.

    Polîsên dewleta Virto jî, dest bi girtina nêran kiriye û heta niha 250 kes girtine, gelek ji wan jî hatine tewqîfkirin û bûne malê girtîgehê.

  Îcar heyran, heçê ku lê rabe û lastîka doxîna wî biqete, bela berê xwe bide bajarê Çorûmê û têkeve ser dilê keçên vî bajarî. Çawa be qûş li wan qetandine û êdî ta û derzî têra dirûtina kuna wan nakin û hew! De haydê serketin û binketin....

Tatlises dîsa pêl xwe kir

 

 Aran Perînas-27/06/07-Swêd-Tatlises dîsa pêl xwe kir, lêborîna xwe ji dîva´ ya tirko bay Bulent efendî xest. Tatlises: Min ehmeqtîkek mezin kir, ma çi hedê min bû ku ez bi Bilento re pev biçim, bi dîva re, ne sûcê me ye, derhênerê programê wisa dixwestin. Em çi bikin, zarok li malê hûrin, willeh ez ne mecbûr bama, minê hilê wê li milê wê kiriba“ filan û xeftan.

  (Dewamê bixwînin)

=====================

 

MİZGÎNÎ

 

 Farûqê Devliken-27/06/07-Mêrdîn-

Îro gelekî kêfxweş im hevalno!

Tovê jîyanek nuh hat avêtin hogirno!

Dost û brayê min Serdar, bavtî çi qas li te tê ez heyran!

Xwuşk û hevala min Sevgî, pîroz be li te dêtî!

Ji dil û can we pîroz dikim.

Ji dil û can dibêm çavên we ronî!

Nizanim keç an kur e, lê bawer im, ewê pir pak û pir bedew be.

Nizanim keç an kur e, lê bawer im, ewê xweş mirov û xweş hogir be.

Dêya wî/wê Sevgî, çavên te ronî ey xwuşka bedew û şêrîn!

Bavê wî/wê Serdar, çavên te ronî ey heval û hogirê delal!

Dêya wî/wê Kurdistan, bilîrînin ey dayik û xwuşkên Kurdan! (Bixwînin)

 

s© lotikxane 20-02-2006