"Kerkûk dilê Kurdistan e!"   

                                                                                                                                                                   Mistefa Barzanî

      
Google

Lotikxane                   

                              << Magazîn, henek, gilî û gazin >>      

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Bêwar Brahîm

Li nav pêlên mirinê

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Hogir û Tûglûk

 

Faris Beg

Here were

 

Sîmûrg

Ji  xwekujtinê re NA!

Adil Dûran

Evîna welat

 

Bavê Ronahî

Zotik

 

Lezgîn Şêxo

Dinya ji kera re nemaye

Lokman Polat

Faşîzma Tirk

 

Konê Reş

Ferhad

Şakilî

Selîm Acar

Muxtira

 

                Metelok: Xala xwar rakirin, apa brazî winda kirin!                                 10 / 07 / 2007

Bi xiyarekî ji xwe bicûktir re zewicî

Tecawizcî Coşqûn-10/07/07-Beyoxlî- Bulent Ersoya nêr û mê dîsa lotikek li xwe xist û bi xiyarekî qeşartî re zewicî. Armagan Uzunê ku 29 salan ji Bulent Bey biçûktire, got ”Erêêêêêêêê!” û bû mêrê Bulent bey. Bulent bey jî ji kêfa xiyarê qeşartî re firyaye ezmanan û mêrê xwe di nav xelat û cewheran de hiştiye.

   Aha Tirk ev cûre mexlûqatin haa! Gava li hesabê wan tê, meqesekî li nav şeqê xwe dixin, qulekê di xwe de vedikin û xwe dikin jin. Gava li hesabê wan nayê, qula xwe didrûn û xwe dikin zilam. Yanî ev Tirk bûne wek mirêka erd û ezmên ellawekîl! Rabûkirî wek zilamane, rûniştî jî dibin pîrek. Yanî, çerq û berq in, hûn ji kîjan alî de nêzîî wan bibin doxîn tim vekirî, hazir û nazire law. Ya starrrrrrrr!

   Bulent Ersoy di zilamtîya xwe de xiyar dixwarin û xwe kir jin dîsa jî xiyaran dixwe. Ma tu têr xiyar û tirozî nebû hey agir bi nav delinga te ketê rebbî!?

Mamê Casim jina xwe kujt

Şîndar Berwarî-10/07/07-Hewlêr- De werin li vê ecêbê binerin. Bi malpera Peyamnêr de nûçeyek bi navê Teyar Adil / Berdereşê- hatibû belavkirin.

   Li gor nûçeyê, zilamekî bi navê Casim Tahar Haco (45) ji ber ku kera wî dizire, kera xwe diqeniqîne û bi cehnemê şa dike. Îcar gava kurê wî vê bûyerê dibîne, hawarê li gundî û cîranan dadixe û dibêje:“Hawarêêêê, hawarêêêê, bavê min jina xwe kujt, bavê min jina xwe kujtttt!“ Erê lo, bavê wî kera xwe kujtiye, ew dibêje bavê min jina xwe kujt.

   Îcar Mehelmîyên derûdora Mêrdînê hatin bîra me. Helbet zimannezanîn ne eyb e. Herkes di zimên de dixelite.

   Dibêjin rojekê golika yekî Mehelmî dikeve ber mirinê. Mêrik li kêrê digere nagere kêrê nabîne ku golika xwe serjêke. Radibe bi lez xwe davêje mala cîranê xwe ê Kurd û dibê:“ Cîran cîran, ka kîrê xwe em deynin ser gilikê xwe loo“ û dike şorbe.

   Werhasil, îcar ev jî mesela me û nûçeya Peyamnêrê bû wesselam….

Heyla kerê me di der guhanê dêya te kiro erê weleee!

Dr.Mihyedîn-09/07/07-Lotikxane- De ji xwe re li Profesor û zanyarên Tirkên heram binerin. Qaşo zanyar in, perwerdekar in û qaşo gerek bê teref bin. Ha ji we re dêqehpekî din:

   Rektorê Zanîngeha Înonu Prof.Fatîh Hîlmîoglûyê kurê dêlê, di merasîma qedandina zanîngehê de ker bera ser dêya xwe da û ji şagirtên xwe re got:“Ez bi wan kesên ku dibêjin:Ez çi kêfxweşim ku ez Tirk im û bi Tirkbûna xwe şerefê dibînim“ serbilind im, divê hûn li dijî emperyalîzmê û li dijî cudaxwazan (Kurdan) şer bikin“ filan û jehr û ziqûm. Aha zanyar û perwerdekarên Tirk ev in haa!

   De îcar yabo, li ser bextê kerê we be gelî xwendevanan, çi ferqa van zanyarên Tirk û heywanan ji hev heye hê?

    Lawo Fatîh Hilmîoglû, weyla tu bi qurbana ker û qantirên Kurdistanê bi rebbî! Bi namûs ker û bergîlên me jî ji te insantirin û xelas!

Nebin kerê bin barê dijminê xwe!

Sebra Dila-09/07/07-Swîsre-Erê birako, de li vî wêneyî binerin û kumê xwe deynin ber xwe, bifikirin.

   Dema ku mirov barê xelkê li pişta xwe bike wê halê meriv jî ev hal be. Wê tim zimanê meriv ji devê mere bazde û merê bibe pêkenînê xelkê.

    Îca temîna me li we be Kurdên xulamokê xulamoka, ku hûn kûçik jî bin li ber deriyê gelê xwe bireyin law!

   Ji bo kurtêlek nan şiyariya dijminê xwe nekin û nebin kerên bin barê dijminê xwe. Hûn dixin serê xwe naxin serê xwe hûn azad in!

 

na herî balkêş Jessica Alba serî hilda:

Ez dixwazim li zilamên şilf û tazî temaşe bikim

 

 08/07/07-Jessica Alba di cîhanê de weke jineke herî balkêş tê nasîn. Remildar e Alba. Jêre hêsane ku xortan bi remildariya xwe ji rê derxîne û bi awirên çavên xwe bi xwe ve girê bide, bike hêsîrê xwe. Ji ber ku ew bi bejn û bala xwe ya zirav, carna dibe esmer, carna jî zere. Çavên wê mîna yên xezalan dikare bê guhertin carna bibe reşbelek û carna jî şînahiya Derya Wan ê. Diz e Alba xatûnê. Dikare dilê gelek xortan bi dizî bi xwe ve girê bide. Carna bibe esmer, carna jî kejê ye ew. 

   Jessica xanim sînoran nas nake. Vê carê jî gavek zêdeyî xwe avêt. Bi daxwaziyek nedîtî û nebîhîstî derket meydanê û kire qîrîn: Belê, ez xwe di fîlmên sînemayî de tazî nakim. Lê ev helwest nayê wê wateyê ku ez naxwazim zilamên tazî bibînim.

   Yahewlelwela, madem tu dixwazi zilamên tazî bibîni,  wer emê te berdin nav garana Lotikxanê keçko, wîî! Hema heta tu karibi ji xwe re li ker û qantirên tazî binere. Ma ji vê rehertir? De emê  binerin ka ew ê bighêje daxwaziya xwe an na (Zarathustra News).

Xwe firot bi pantolekî

Miradê Torî-08/07/08-Hollanda- Keça Tirk Kiymet Westphal, li mexaza ku têde kar dikir dest bi reklamkirina pantolonê kont ên mexazê kir û qismetê wê vebû. Helbet tiştekî belaş tuneye. Xwedîyê mexazê jê re gotiye:"Hele ka berê xwe tazî bike ez binerim bê çi kerametên te hene keçko, ma kes ji ber xwe ve meşhûr dibe? De ji xwe bike deeeeeee!" û derpî jê şemitandiye. Dibêjin ji xwe keçika Tirk Kiymet xanim jî li mahnakê bû û yeka xwedîyê mexazê nekiriye dido. Werhasilî kelam, ji xwe re li wêneyên Kiymet xanima Tirk binerin bê xwedîyê çi kerameta ye. De haydê serketin û binketin......(Foto galerî)

 

De li van segbavan binerin!

Tecawizcî Coşqûn-08/07/07-Çorlû- Ha ji we re nîşan û elameta bênamûsîya Tirkan. Hem jî nîşanek baş. Li bajarê Çorlû, taxa Reşadîyê, bûka bi navê D.A (21) hew xwe li ber lotikên xezûrê xwe girt û serî li polîs xist.

   D.A got ku:“Gava mêrê min çû eskerîyê, ez danîm mala bavê xwe. Xezûrê min jî her roj dest davêt min û ez didam ber lotik û pehînan û bazdida ser min. Piştî mêrê min ji eskerîyê vegerîya min hal û mesele jêre got, lê mêrê min jî wek bavê xwe bênamûs derket û qet dengê xwe nekir. Berî du rojan xezûrê min dîsa hat mala me û dest avêt min“ filan û fîstan.

   Werhasil, xezûrê wê Y.A (45) jî dibêje: « Naûzûbîllah ! Min didît zilamekî xerîb ji mala bûka min derdiket û ez jibo dîtina torinên xwe diçûm cem wê » û diçirvirand. De neyse canim, xezûr zinêkar, kur bênamûs û bûk jî piştî ku ji xezûrê xwe têr gon xwar, îcar poxê hev eşkere kirin.

   Yaaaaa, aha Tirk ev in ha gelî xwendevanan! Lawo qîzên xwe nedin Tirka eman eman gelî Kurdino! Bi telaq, gava zavên we herin eskerîyê, wê xezûr qîzên we bikin çaroxa qetyayî haaaaaa! Dev ji xerabên wan berdin, xwe ji qencê Tirkan jî bidûrbixin û xelas!

Paçikekî qetyayî bi 81 hezar dolar e

Zan Lêê-07/07/07-Tokyo- Şîrketa Gînza Tanaka mayo û bîkînîyek safî zêr derxist piyasê û buhayê wê kir 81 hezar dolar. Wekî din taximek cil û bergên safî zêr jî çêkir û buhayê wê jî 30 milyon dolar e. Yanî, qelenê vî cil û bergî ji qelenê hezar jinî qirantir e.

   Îcar dibêjin di defîla mode û pêşkêşkirina cil û bergan de çavê temaşevanan wek tas û sînîyan fireh bûne. Taximek cil bi 30 milyon dolar kuro!

    Ê lawo hey malxerabno, li Kurdistanê bi hezaran keç û xortên me ji ber tunebûna pere û qelen nikarin bizewicin. Ma we ew 30 milyon dolar bişanda ji me re, û me jî pê keç û xortên xwe bizewicandina ne çêtir bû hêê? Ma hema hûnê li xwe tenê bifikirin?

   Lawo wîjdan bi insanan re nemaye bavo, wîî!

Ew mabû ew jî çû

Teresa El Kurdo-06/07/07-Brezîlya- Lotikvana ciwan û bedew, modela katolîk Adrîana Lîma (25) jî biryara zewacê girt û xuyaye wê bi prensê Lîchtensteînê re jîyana xwe bike yek. Lê çi jîyan û çi zewac!?

   Prenc Wence xwedîye serwetek 4 milyar dolar e û yek ji dewlemendê dinyayê ye. Îcar Adrîana Lîma bi prensê me re lihevhatin û peymanek çêkiriye ku ewê jibo vê zewacê, jibo lotikên her mehê milyonek dolar bistîne û di dema hevduberdanê de jî ewê doza şirîkatîya serweta prenc Wence neke.

   Werhasil, yanî wê xanima xweşik mehê milyonek dolarê xwe bistîne û salê 12 milyon dolaran têxe xurçika xwe. Helbet wê prensê me jî bi kêmanî mehê 30 lotikî li Lîma xanimê xe lê em nizanim ka ew lotik hêjayî milyonek dolarin yan na.

    De neyse canim, keçên xelkê biaqilin ellawekîl! Hem lotik û hem jî mehê milyonek dolar. Ma ka jê xweştir? Ka bazirganîya ji vê xweştir qurban, wîî!

   Me ewqasî got ku bila Kurdek mala xwe bibe mîratê û Adrîana Lîma bê lotik nehêle, kesî bi a me nekir û wa ew jî ji kîsî me çû. Ma ka aqil?

Zimanê Dilba bû bela serê wê

 

Aran Perînas-05/07/07-Swêd-Berî çend rojan wê artîsta kurd Dilba xanim çûba seyeheta Amerîkayê, Las Vegas´ê (ew tenê jê kêm mabû). Li balafirgehê, li kontrola ewleyîya balafiran, memûrek pirsekê jê dike: Tê heri kuderê?

 Ew jî radibe hewa xwe davêje û dibêje: Çiii bikim, ma win nizanin? Ezê herîm belafiran li hewayê biteqînim.

   Felek û dewran, erd û ezman li ser vê gotina "henekî" li balafirgehê rabû . Polîs û emnîyet ketin alarmê. Şîrketa US Airways derhal têkilî bi Amerîka re danî. Us Airwasy dibêje: Li gorî komputerê bi xwedê, me tiştek heya niha nedîtîye, ti şop û şupha me ji Dilba tuneye.

    Lê binerin kuro, dibêje qey wê here serê vî çîyayî, feqîrê cara yekem e, lê negrin, dibêje qey wê here gundekî ji bajarê Farqînê kuroo!

Xuyayê Dilba xanim serê xwe nema têşîne û li gorî dilê xwe lêdixe.

    Piştî van "henekan" te karîbû strana xweyî bi nav û deng hem wek lêborin hem wek dilxweşî ji wan re gotiba pepûkê!:

 I´ m Sorry, wayêêê aqil di serê min nemayêê! filan û bêvan haa, wîî!

Dilba niha li Las Vêgasê ye, oxx babo oxxxxx! Dinya jêre maye ellahwekîl!. Hêvîya me ji xwedê ewe ku keçika me bi xêr here û vegere û hew!

Weyla agir bi malê keto!

Hesen Almas-05/07/07-New York- Her sal li bajarê New Yorkê pêşbirka “Xwarina Sandwîçan” çêdibe. Di pêşbirka îsal de Joey Chestnutê 23 salî (97 kîlo) di nava 12 deqîqan de tam 66 hot dog (sandwîçên bi rovîyê heşandî) xwarin û bû lotikvanê New Yorkê.

   66 rovîyên heşandî kuro! Ê lawo malxerab, ev 66 rovîyên heşandî ketin kurî te baba? Tu çawa pê avis nebû lawo?

   Wey lawo, wey lawo, wey lawo! Kuro bi namûs heger min ew 66 rovî bixwara, minê temamê bajarê New Yorkê di nav bêhna tir û fisan de bihişta brê min! Lê tu?

   Ez dibêjim bi yek tir û fisek te wê bajarê New Yorkê li erdê bisekine te go çi? Ellawekîl wê bombeya atomê zêdetir insanan bikuje, offffff!

 

Helbestek ji evîna minî girover're

 

 

Seydo Bêçift-04/07/07-Elmanya

Ax dîlberê te ez kuştim

ax çavçêlekê te ez hilandim

ax bejin qelewê te ez mehfkirim

ax bêbavê te ez bi lotikan windakirim

ax û sed ax heya ez karim

ax bi qasî rûpelên Lotikxanê

ax bi qasî lotikên wêyî xweş

Tu her dilê min bi pihîna

perçe dike û lotikek şêrîn navêje

ey yara bê lotik te ez hetikandim

Te mîda min kirî sêvek nestewyayî

lê dîsa tişt pê nayê çavçêleka min

xwedê lotikxanê ji min

û ê wek min're bihêle

Ter ku tu min winda dike

her tu dilê min dişkîne

ez diçim Lotikxanê

bihna xwe fereh dikim

bi lotikan te jibîr dikim

Çavên xweyî birçî diçêrînim

Xwedê Lorikxanê ji min're bihêle

xwedê min ji te xelas bike

çavçêlekê

Ji goştê kûçik û pisîkan têr bûn, îcar dest bi xwarina dînazoran kirin

Çang çîng Çong-04/07/07-Pekîn- Ev Çînî milletekî ecêb in. Hema bêjin heywan namînin ku naxwin. Ji xwe kûçikan bernadin. Wan wek dermalên malê xwedî dikin û dikevin ser goştê wan rebenan.

   Werhasil, li gor gotina ajansa Assocîated Preesê, li herêma Henanê xelkên herêmê hestîyên dînazoran dikin şorbe û dixwin. Pê bawerin ku hestîyê dînazoran dermanê nemirinê ye û ha ha dixwin.

   Dibêjin li wê heremê hestîyê dînazorekî 18 metroyî ku ji berî 136-65 milyon salî ve maye, wek derman didin zarokên xwe û zarokên wan jî wek insanên dinyanedîtî ha ha êrîşî wî hestî dikin.

   Werhasilî kelam, sibê dusibê Çînî goştê insanan jî bixwin qet ecêbmayî nemînin û hew! Ya starrrrrrr!

Dil ketim lêvên şekirî

Dil ketim lêvên şekirî

Çav û burhên qelemkirî

Bi awirekê ez kujtim

Wê kafira yara bedew

    Diran ji dir û mircanê

    Serxweş kirim wek perwanê

    Nerînek çavên xezalî

    Mest kirim wê yara bedew

Porê reş dêmên sorgulî

Dikim bi qurban vî dilî

Bo te feda can û ceger

Rastîya dil nabe derew

   Maçek ji wan lêvên şêrîn,

   Dermane bo ax û qêrîn

   Ev dil û canê  Brîndar

   Gorî te ye cana bedew

 

Brîndar /03/07/07

   

    =========

Di rojeva wan de Lotikxane jî hebû

Brandon Cotikxurt- 03/07/07-Waşîngton- Wek hûn zanin, ev demek dirêje ku navbera Amerîka û Rûsyayê ji ber bicîhkirina fuzeyên li Ewrûpayê xerabe ye. Ewqasî xerabeye ku hema bêjin ne ji mecbûrî be silavê jî li hev nakin.

   Werhasil, dibêjin serok George Bûşh rabûye şûşek wîskî danîye ber xwe û gotiye:” De lawo ka ezê vî Vladîmîr Pûtînê qamkinit biezimînin û emê çend qedehan jibo şerefa wî li bin guhê hev xin û vê mesela fuzeyan jî hel bikin” filan û bêvan.

   Werhasil, dibêjin Pûtîn jî qebûl kiriye û rabûye li kera xwe siwar hatiye û berê kerê daye Waşîngtonê, û ji wir jî bi qantirekê çûne koçka bavê Bûşh. Mesela fuze muzeyan hel kirin nekirin em nizanin, lê cîranê Bûşk Mîster Virviro ji me re got:” Bi telaqê Pûtîn, pirsgirêka malpera Lotikxanê ketiye pêşîya mesela fuzeyên Ewrûpayê. Hingî herdu serok jî Lotikxanê dişopînin, bûne “Lotikxanîst” û bê wîskî û vodka serxweş dibin” filan û fîstan.

   De neyse canim, xêr û guneh di stuyê Mîster Virviro de be rebbî!

Soza lotiknedanê

Hesen Almas-02/07/07-Amerîka- Li Amerîkayê mode û adetek nuh destpêdike. Bi taybet di nav malbatên dîndar de ev adet bipêş dikeve û li gora min jî adetek ne xerab e.

   Li gora lêkolîna kovara Manîe Claîrê, derketiye holê ku li Amerîkayê ji her 6 keçan yek ji wan soza lotikneavêtinê dide bavê xwe, pêre peymanê îmze dike, sûnd dixwe û dibêje:” Bi soz û peyman, heta ez nezewicim ezê lotikan li xwe û li kesî nexim. Ezê wek ava zemzem pak û rewan bimînim” filan û xeftan.

   Ez dibêjim di vê dewra xerab de ku her cûre nexweşî li kuçe û kolanan digerin, ev şêweyê “lotikneavêtinê” tiştekî aqilane û maqûl e.

   Erê lotikavêtin xweş e, meriv pê germo-nermo dibe, lê van nexweşîyên bêderman malik li xelkê şewitandiye ellahwekîl! Nexweşîyên wek AIDS û hezar quzilqurtên din, nahêlin em têr lotikan jî bavêjin kuro, wey lawoooo!

 

 

 

Ha ji we re xayîn û noker!

Şêrzad Zebarî-10/07/07-Hewlêr- Wek hûn zanin, berî çend mehan li Hewlêrê û Mexmûrê teqînên mezin çêbibûn û gellek Kurd şehîd ketibûn. Werhasil, emê kurt bajon ser meselê.

    Îcar dibêjin qesas hatine girtin û herpênc kesên xayîn jî eşkere bûne. Li gora ku Serokê Paraztina Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kiriye, herpênc xayîn û xwînheram ev in.

Sefwat Siltan Ebdullah., Siltan Îbrahîm Ehmed, Hemed Emîn Enwer Mehemed Emîn,.Dilşad Enwer Mehmed Emîn, Senger Kak Mem Mîrza.

   Belê, ji berê de dibêjin “Kurmê darê ne ji darê be zewala darê nine”. Îcar heger ne ji xwefiroş û xayînên Kurd ba, wê El Qaîdeya qûnde bikarîba li Kurdistanê bombe biteqanda? Na kakaaaaaaa! 

   Kuro bi namûs, heçê xayînê milletê xwe be, heqê wan eve ku meriv doxîna wan daxe û qirasekî têxe wan heta di devê wan re derkeve, wîî!

Qaşo qencê wan bû, ew jî qûnek derket

Zinar Qelemşûr-10/07/07-Stenbol- Wextekî rojnama Cumhurîyetê wek rojnameyek çep û pêşverû dihat zanîn û ji destê gellek Kurdên e nediket. Lê xuya bû ku kûçik goştê kûçik naxwin û di encamê de Tirk tev ji heman hewdî avê vedixwin.

   Werhasil canim, em bên ser sereknivîskarê rojnamê Îlhan Selçûkê ku wextekî çep û rep bû. Îlhan Selçûk vê dawîyê di rojnamê de pesnê partîya faşîst a MHP da û xwe bi heman sabûnê şûşt.

   Selçûk, MHP wek partîyek neteweperwer û parêzvanê cimhûrîyeta Atatirk dibîne û dibêje:”MHPî di dema xwe de êşkence li min kirine. Lê di mesela paraztina yekîtîya cimhûrîyeta Atatirk de ez destê xwe didim wan û ji xwe re wek erkekî welatperwerî dibînim” filan û quzê kerê. Yaaaaa!

   Gelî rewşenbîr û Kurdên enternasyonalîst, de bibînin haa! Bibînin bê çepê Tirkan çawa di paraztina yekîtîya axa Tirkiyê de bi hevre diewtin! De bibînin bê çawa van çepên xwînheramên Tirk bi salan em dixapandin û bi navê ”Enternasyonalîzmê” tir ji me berdidan qardeşim!

   Kuro aferîn ji we re û hew! Bi sê telaqan hûn ji gellek Kurdên me biaqiltir û ciwamêrtirin û xelas! Heger me Kurdan heta niha Tirko û Virqoler nasnekiribin, xwelîya heft tenûran li serê me be û hûn sax!

Madem te nexşe çêkir, te herdu perçeyên din jî bixista navê xanimê!

Rojda Aydin-10/07/07-Stenbol-Xuyaye nivîskara Tirk Hacer Alkan xanim pir ji nexşeya Kurdistanê aciz bûye û weşandina nexşeyên parçebûna Tirkiyê li zora wê çûye. Îcar rebenê jî ji behcan rabûye nexşeyek Tirkiyê çêkiriye û başûrê Kurdistanê jî xistiye nav sînorên Tirkiyê.

   Xanimê dibêje:”Min ev nexşe ne ji ber tiştekî çêkiriye. Ez dixwazim bêjim ku herkes kare rahije qelemekê û nexşeyekê li gor dilê xwe çêke” filan û fîstan.

   Temam me fêhm kir ku te ne ji ber nêtek xerab ev nexşe çêkiriye, lê te çima herdu parçeyên din jî nexistine nav sînorên Tirkiyê keçko? Hema te parçê Sûrîyê û Îranê jî bixista nav sînorên Tirkiyê û hew. Madem qelem di destê te de bû, hema te qencîyek bikira û te Kurdistana mezin bikira yek parçe û xelas!

   Birastî lo, em çima dozê li Tirkan nakin ku her parçeyan bi hevre dagîr bikin û Kurdistanê bikin yek ha? Ma gelo Kurdistanek ji çar Kurdistanan, dijminek ji çar dijminan ne çêtire? Şerê bi dijminekî re ji me re ne hêsantire gelo?

   De ka li ser vê bifikirin de qurbannnnn.....

Dengê xwe bidin xwe!

Reşîtê Nisêbînî-09/07/07-Nisêbîn- Hilbijartin nêzîk dibe û herkes rabûye lotik û zîtirkan dide xwe. Tirkên ku nikarin ji Tirkên xwe rayan bistînin û bi navê demokratbûnê xwe di nava partîyên Kurdan de vedişêrin, xwe wek namzetên serbixwe pêşkêşî Kurdan dikin û dixwazin ji safîtî û dilpakîya me Kurdan îstîfade bikin.

   Meselen wek Akin Bîrdal û Nîl Demîrkazik! Gelo çima ew ji partîyek Tirk nabin namzet? Zanin go wê nikaribin biserkevin û ewê Tirk wan bidin ber lotik û zîtirkan.

   Îcar, divê em Kurd aqilê xwe bidin serê xwe, dev ji wê bratîya Kurd û Tirk berdin û deng û raya xwe bidin xwe. Yanî, deng û raya xwe bidin namzetên Kurd, namzetên welatperwer û Kurdên go birastî jî cefakarî kişandine. Meselen wek Dr.Kamîran Yildirim!

   Dr.Kamîran Yildirim, di 1965an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Piştî xelaskirina Fakulteya Mihendisî Beşê Jeolojîyê, derbasî Zanîngeha TIP a Cimhûrîyetê dibe û di 1994an de xelas dike, dibe doktor. Dr.Kamîran Yildirim Kurdekî welatperwer e, ji malbatek welatparêz e û xizmetkarê gelê xwe ye.

   Werhasil, êdî roj hatiye ku Kurd li xwe, li namzetên xwe, li Kurdên go birastî jî dilşewatê welatê xwe ne xwedî derkevin, rayên xwe nedin Kurd û Tirkên doşirme û rûn li ser nanê dewleta Tirko nekin. Nisêbînîno! Li Dr.Kamîran Yildirim xwedî derkevin, wî bi tenê nehêlin!

 

Xuyaye wê alman û tirk tirrrê ji hev berdin!!!

 

Aso-09/07/07-Elmanya-Xwedê Marco ji dê û bavê wî’re bihêle! Marco’yê 17 salî bi heneke serserî dadgeha li Antalya û bi tevahiya dewleta tirkan anî ser riya rast. (Marco berî demekê ser bextê tirkan be, dest avêtibû keçek 13 salî, ku jê’re gotibû ez 15 salî’ me)

Weylê mirad û xêr ji canê xwe nedîtana.

   Ev hewqas salin me dikujin û me talan dikin. Ev hewqas salin ti mafê jinan li vê dewleta bê mirad tune. Ev hewqas salin mafê me û mafê jin û zarokên me windane li vê dewletê. Ti dadgeh newêre ku dengê xwe bike, ti dadgeh devê xweyî pevve zeliqî ji hevdu ranake û nabêje ev şaşe. Lê hatine xwe li ser serê Marco’yê reben rast dikin û dixwazin ku dadgeh riya xwe bigre û Marco’yê feqîrê xwedê bê dadgeh kirin. Marco’yê bêguneh dixwest dest bi evînek xweşik û nermik bike. Lê çi bikim, dinya lê reş bû, bû cehnime. Weylê pepûko Marco. Felek pê’re xayin ket.

   Li aliyê din dewleta alman wek av here bin qûna wan, çawa virde wêde xwe radikşînin û dixwazin ku Marco azad bibe. Çawa qîre wîra wane li ser Marco. Qey nabînin rojê çiqas insan li tirkiyê têne kuştin û girtin û binçav kirin. Na tu dibêje qey ew kurdên li tirkiyê têne girtin ew ne insanin, ew ne ji can û xwînin, tu dibêje qey tenê Marco’yê wanî qûnvirik (ji qewlê Cegerxwîn) ji can û xwîn e.

   Welle bi xwedê serî li dewleta tirk mezin bûye û dike rastiyê bîne ser riya rast. Ji aliyê din’de almanan xwe li ser Marco kujtine, êdî dikin fitqo bibin. Ji aliyê germbûnê de, rewş gelek germ e. Îcar xwedê bikim ku tirrê ji hev berdin, xwedê bikim wa tirrek hişk be jî

 

Di derheq hilbijartina Tirkiyê de :

Fetwa zanayên olî yên navenda Lotikxanê 

 

Navenda Lotikxanê-08/07/07-Kurdistan-

Îro piştî nimêja Înê, Civata Zanayên Olî yên Navenda Lotikxanê civînek  awarte li ser hilbijartina Tirkiyê çêkirin. Di encama civînê de, fetwayek çargoşeyî bi vî rengê li jêrê belavkirin. Bi Kurdî weha gotin:

- Gelî Kurdên bawermend û yên ne bawermend. Hûn tev dizanin ku her zimanekî li dinyayê, quranek Xwedayê dilovan e. Yanî zimanê Kurdî jî, quranek e. Îcar van segbavên dewleta Virqo, ev qurana pîroz qedexe kirine. Yanî ew tev kafir in û têjikên kafirokan in. Di vê hilbijartina 21ê Temûzê de, dengê xwe nedin partiyên ku ev qurana Xwedê qedexe kirine.

   Va ye em bi vê fetwayê we agahdar dikim. Da hûn roja qiyametê nebêjin me ku we negot. Çi Kurdê yan jî çi Kurda ku dengê xwe bide partiyek Tirkiyê, ew bi du caran, xwe ji dîn dike û îman jî pê re namîne.

  YEK: Sazûmana Kemo ev zimanê Kurdî, ku qurana Xwedê ye, qedexe kiriye. Eger hûn dengê xwe bidinê, hûn jî jê re dibêjin, erêêêê...

  DIDO: Sazûmana Kemo gotiye: Yên ku Tirk bin û Tirkên esilzade bin, ew hertim diçin ser sendoqa hilbijartinê. Yanî gava we dengê xwe ji partiyekê re xist wê sendoqa wehşetê, tê vê wateyê ku hûn serê xwe ji  Sazûmana Kemo re diçemînin.

   Îcar gelî misilman û nemisilmanan, elawekîl em zêde dirêj nakin, ji xwe hûn meselê dizanin. Ji me gotin û li we kirin....

 

HA KERXANE HA BAYKALXANE

 

  Deniz  Kerxanecî- 08/07/07-Stenbol- Xwedê wekîle, heta niha ez ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) bûm. Lê piştî ku Otobosa Deniz Baykal bû kerxane û tê de lotik hatin avêtin, ez nema dengê xwe didim CHPê.

    Polîsên dewletê do bi şev saet li dora sisiyan, li taxa Kartala Stenbolê, li ser riya Sahil Yolu dema avêtin ser otobosa Partiya Komarî ya Gel hahoooo çi dîtin, hûn dizanin?

    Polisan bala xwe danê ku du jinikên ha ji vayên wek pîvokan xwe dane ber lotikên du serkirdeyên CHPyîyan, de lêxin heyrano dewr û dem şahiya hilbijartinê ye... Polîs bi qemçika wan girtin û ew birin polîsxanê.  Kesê bi navê pêre pêre E.T li xwe mikur hat û weha got: Welehîn ev lotik ji bo şahiya hilbijartinê bûn...

 Ev nûçeya balkêş çewa li Internetê hate belavkirin, di nava saetekê de li aliyê 478.253 kesan ve hate xwendin.

    Li ser vê nûçeyê, Navenda Lotikxanê Beşa Hilbijartina Giştî daxuyaniyek da û weha got: KESÊ KERXANECÎ BILA DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA Deniz Baykal!

Çîkolata bixwin û bidin zîtirka

Tacdîn Baran-07/07/07-Elmanya- Li ser bextê şîrketên Elman be rebbî. Dibêjin çîkolata xwarinek pir bi fêde ye û fêdeyên wê nayên hejmartin. Bi kurtî, li gora lêkolîna zanîngeha bajarê Kolnê fêdeyên çîkolatayê ev in:

   1-Çîkolata rengreş tansîyonê dixe û mêzîna bedenê li hev radigire.  

 2- Hinek maddeyên di nava çîkolatayê de zewq û xwesteka zayendî (cinsî-seksî) zêde dike û meriv pê dibe wek hespekî Şemûz, yan kerekî Şamî. Meriv ewqasî pê har dibe ku meriv bi şev û roj naxwaze ji ser hev dakeve, wek şîrêzê bi hev dizeliqe û wek paçikekî tê guvaştin. 3- Heçê rojê pakêtek çîkolata bixwe, fîşek têde narin û bandora çîkolatayê ji nivişt û bazbendên şêx û melleyên Ereban xurttir û bihêztir e. 4- Zilamê ku rojê pakêtek çîkolata bixwe, kare ji 5 heta 10 jinan îdare bike û keleşkofa wî qelp nake. 5-Jina ku rojê pakêtek çîkolata bixwe, kare tira ji mêrê xwe berde û wî bike wek mirîşka ser kurkê. 6- Kesên ku rojê pakêtek çîkolata bi şîr bixwe, ji xwe dibe wek Ristemê Zal û Elîyê Şêr. Ewqasî bi qiwet dibin ku karin di rojekê de goştê 20 berx, 5 çêlek û 3 golikan bixwin û nebêjin “elhemdulllah” jî.

   Îcar heyran, ji me gotin û li we kirin. Hûn dixwazin çîkolata bixwin dixwazin nexwin. Lê dibêjin çîkolata jibo lotikan yek û yek e ellawekîl! Min bi xwe ceriband û min bi çavê serê xwe dît. Hingî min doz li rebena jinikê kir, rebenê hew îdare kir, dev ji min berda û çû mala bavê xwe wellehilezîm! Ewqasî ku wê bêxwedîka çîkolatayê ez haro-maro kirim kuro.... 

Bêbavo hedef şaş nekiriye

Rozê-06/07/07-London- De ji xwe re li kerametên Xwedê û li lotikên mêrik binerin. Mêrikê qemer berî çend salan bi jinek Brîtanî re dizewice û herdu hevdu didin ber lotik û pehînan. Piştî lotikên nav nivînê, neh meh û 10 roj derbas dibin û ji wan re du keçên cêwîk çêdibin.

    Berê dê û bav bi ferqa navbera wan nahisin. Lê di nava demê de dibînin ku keça bi navê Mîllî rengreş dibe û dibe wek tenîya binê beroşê. Lê Marcîa jî li dêya xwe diçe gewr û boz û çavşîn e.

   Werhasil, xuyaye mêrik şeva pêşî tam li hedefê xistiye. Bêbavo nîşancîyekî baş bûye ku fîşekek reş û yek spî di malzaroka jina xwe de teqandiye.

   Esas meriv ev bêbav bişanda Iraqê baş bû. Li gora ku nîşancîyekî başe, ma wê felek banîya serê terorîstên Ereb!  

Berpirsiyarekî Kurdistanê heyfa diranê brazîyê xwe hilanî

Binav Sindî-05/07/07-Duhok-Beriya heyvekê zelamekî li Duhokî bi lotikan hevjîna xwe ji mal derxist. Rebena jinik bi du zarokên xwe ve demjimêr duwazdeyê şevê li kolanan man û hêdî hêdî xwe gihand mala birayê xwe. Wê jinê û birayê wê jî nexwestin çi lotikan li

mêrê wê bidin û çi qikayet li dijî wê nedan hikumetê, gotin

em mirovên hevin û emê bi hev re çareser bikin.

   Heyvek derbaz bû, zelam sot û heliya, nema kare lotikan bavêje. Ji nû ve ew, dayika wê û hin mirovên wan çûn mala birayê jinikê û xwestin bi zorê wê vegerînin malê û digotin em mirovên (E.W)ne. Hûn zanin emê çi li we bikin, heke hûn baxivin. Piştî ku herdu aliyan li

hev nekir, zilamê jinikê ji birayê wê re got: „Emê li mehkemeyê

bibînin ka hûn çi lotikvanin » û berî ku derkeve xeberdan hemî

malê.

   Birayê jinkê jî nekir nemerdî û bi boks û pehîna ew gihandin ber deriyê tirombêlê. Didanên zavayê xwe şikandin, destê yekî din derizand, şekirê xesûyê jî bilind kir û ew her sê bi hev re ketin nexweşxanê. Zilamê jinikê ji bo tolhildana didanên xwe, telefonî mamê xwe yê bi navê (E.W) kir ku berpirsyarekî mezine li Kurdistanê. Wî jî bîst lotikvanên xwe yên bi çek rêkirin ser mala birayê jinikê. Digel wan çekdaran, polîs jî gihiştin cihê bûyerê. Lê ji ber ku çekdar pir bûn û mirovên (E.W) bûn, polîs newêran wan bigirin.

   Evca birayê jinkê girtin û avêtin zindanê û ta niha jî di zindanê deye û lotikan dixwe. Xwişka wî jî birine mala jinan ya Yekêtiya Afretên Kurdistanê. Heya ku rojekê bê kujtin û bêjin:” Wê xwe şewitand”. Ev hemi ji ber ku ew feqîrin û mirovên wan tunene!!!!!!!!!.

   Gelo ma rojnamevanên bî biyanî û rêkxistina navnetewî ya mafê mirovan neheqe dema bêje, bê mafî û êşkence li Kurdistanê heye?!.

Dîsa kir zirt û virt

A.A.Dîlan-05/07/07-Enqere- Ev siyasetmedarên Tirk wek bizina kol in ellawekîl! Tu çiqasî berdi bizina kol, ew dîsa li te vedigere û tê nanê te dixwe. Yek ji wan bizinan jî kevnewezîrê edaleta Tirk Cemîl Çîçek e. Cemîl Çîçek jî ket nav karwanê zimandirêjîya Barzanî û tirek ji xwe berda.

   Çîçek, piştî ku behsa PKK û dewletên ku alîkarîya wê dikin dike, îcar meselê li hev dizîvirîne û tê ser Mesûd Barzanî û jê doza wefa û jibîrnekirina alîkarî û keda Tirkiyê dike. Çîçeko dibêje: “Me di wextê xwe de gellek alîkarî da Mesûd Barzanî û Celal Talabanî. Heger ne ji vê alîkarîya me bûya niha herdu jî tunebûn. Hîna nanê me di zikê wan de ye” filan û fîstan.

   De îcar yabo! Ê lawo oxlim, hey qantirê Xwedê, ma kevneserekkomarê te Çoban Sulo nedigot: “Doh doh bû îro îro ye” kurê min? Ê lawo, we em hînî van lotikan kirin cîgerim, wîî! Madem ji we re “Dun dundur bûgun bûgundur”, ji me re jî “Doh doh bû îro îro ye” kundiro

   Haaaaa, hesab bikin bê we çend nan dane Barzanî û Talabanî, bi soz em wek Lotikxane emê xelefê vegerînin. Emê çend telîs û çewal ardê xas ji we re bişînin û em ji ber hev. Okey baby?

Lotikvanê me jî ket dû seetê

Bengîn Elegez-04/07/07-Moskova- Dibêjin tûrîstekî dewlemend li bajarê St.Petersbûrgê seeta xweyî bi 200 hezar dolarî xistiye çemê Nevayê û winda kiriye. Îcar xelatek bi 10 hezar dolarî daye ê ku wê seetê bibîne û ji çem derxe.

    Li ser vê xebera balkêş, me jî lotikvanê xwe Şemdînê Gamasî şand St. Petersbûrgê da ku dakeve binê çemê Nevayê û li seetê bigere. Şemdînê me qirasekî mêraye ku kare 24 seetan di binê avê de bimîne bêyî ku bêhna xwe bide û bistîne.

   De a bi xêr. Heger me seet dît ji xwe wê 10 hezar dolar têkeve xezîna Lotikxanê. Na heger me nedît ji xwe yan wê Şemdînê me di çem de bixeniqe û yan jî wê polîpoşman bi ser me de vegere.

   Lê em ditirsin Şemdînê me seeta bi 200 hezar dolarî bibîne û xwe nebedî bike ellawekîl! Kuro vê heyamê bext bi insanan re nemaye haa, wîî! 

 

Heçê fêhm bike ne hewceyî şirovê ye

 

 

Xala xwarzê rakirin, apa brazî winda kirin

 

Kevîn Kurdson-03/07/07-London- Ji berê de bav û kalên me dibêjin:”Xala xwarzê rakirin, apa brazî winda kirin”. Îcar ev jî mesela me û qûnekî Ingilîz e. Bênamûsê Ingilîz dest avêt brazîya xwe a 2 salî Casey Mullen, tecawizî wê kir û piştre jî ew fetisand û kujt.

    Li gora rojnameya Daîly Telegraph dibêje, gava dêya keçikê Samantha Canham dixwaze li keça xwe binere bê ka çi dike, wê di nava xwînê de mirî dibîne. Piştre polis apê wê digrin û ew jî li xwe mikur tê.

   Îcar lawo, ev insanên vê heyamê ji heywanan xerabtir bûne. Xwezî bi heywanan û ne bi van insanên dêqehp û hew! Lawo ma wîjdanê kesî qebûl dike qiraseyekî zilaman tecawizî keçikek 2 salî bike û wê bikuje ey hawarrrrrr!

   De Xwedê bikim di hepsê de qûnê li apê keçikê biçirînin û heyfa wê keçika reben jêre nemîne rebbî!

Mamo da bin dûvê Denîz Baykal

Miradê Torî-02/07/07-Cenevre- Belê, piştî kefteleft û zirezira Denîz Baykalê Tirk, civîn xelas dibe û 30 serokdewlet û giregirên partîyên cuda bi hevre xwarinekê dixwin. Xuyaye dîsa qûna Denîz Baykalê Tirk duxre û radibe zimandirêjîya Iraqê û Kurdên başûr dike.

   Li ser vê mamê me Talabanî jî aciz dibe û dibê:“Kuro segbav, me kengî piştevanîya terorê kiriye haaa? Ma Kurdên Iraqê wek we Tirkan terorîstin ku alîkarîya terorê bikin kurê min? Ez rabim ezê te çîrvîrî hev bikim haaaa“ û lotikek bêîman li Denîz Balkalê xwînheram xistiye.

   Werhasil, dibêjin piştî gotinên Mam Celal, Denîz Baykal ji tirsan di bin xwe de berdaye û bêhn bi salonê ketiye. Piştî bêhna tir û fisên Denîz baykal, rayedarên Sosyalîst Enternasyonalê gotine:“ Na baba na, wilo nabe. Ev bêbav çi cara bê SE wê me di nava bêhna gennî de bihêle. Emê rojekê pê bi jehrî bikevin brê min” û biryar dane ku carek din Denîz baykal nexin nav xwe.

   De ser xêrê be û xwedê lotikên Mam Celal ji serê Tirkan kêm neke rebbî!

Xwe avêt tor û bextê Lotikxanê

Gulnaza Torî-02/07/07-Fransa- Lotikvana bedew û xwînşîrîn Penepole Crûz, car caran gava li balafirê siwar dibe dikeve qrîza tirsê û nema zane çi bike. Vê carê jî xwest bi rêya Şîrketa Hewayî Contînental Aîr ê bifire Barcelonayê, lê di nava balafirê de dîsa qrîza tirsê pê ket û balafir da sekinandin. Crûz xwest ji balafirê dakeve û bi ker yan qantirekê berê xwe bide barcelonayê.

   Werhasil, jê re ker û qantir peyde nekirine, lê pisiklêtek xistine bin emrê wê û rebenê jî bi bisiklêt berê xwe daye Barcelonayê. De neyse, me xwe bi telefonê gihand Penepole xanimê û sedema tirsa wê jê kir. Wê jî bêhnçikyayî bersiv da û got:

   ”Bi serê min û we, ev qrîza tirsê hal di min de nehiştiye. Car caran dibe bela serê min û nahêle ez li balafirê siwarêm. De ez di bextê namûsa Lotikxanê de me, ji min re niviştekê çêkin ku ez ji vê tirsê xelas bim” filan û fîstan.

   Rabû me jî soz dayê ku jêre nivişt û bazbendekê li cem Şêxê Lotikxanê “Şêx Sofî Xelex” çêkin û wê ji lotik û çavên xelkê biparêzin.

   Niha Penepole Crûz li bendî nivişt û bazbenda me ye. Lê Sofî Xelef jî dibêje:”Bi sê telaqan, heta Penepole Crûz devê min şêrîn neke ez tu nivişt û bazbendan çênakim”. De a bi xêr…

Wê çima bûk di şeva pêşî de netirse qurban!

Leyla Bamernî-01/07/07-Zaxo- Birastî min ji zûde dixwest li ser vê mijarê binivîsim, lê min cesaret nedikir û newêrîbû. Lê Xwedê ji malpera Hemdem.comê razî be ku ev fersend da min.

    Di Hemdem.com ê de kekê me Şukrî Şêxan bal kişandiye ser şeva keçkanîyê, şeva pêşî, şeva qiyametê. Dibêje:”Bo çi bûk di şeva yekê de ditirse?”

    Werhasil, xwestîye hevpeyvînekê li gel çend jinên Kurd bike, lê tenê dayika Nadîyayê bersiva wî daye. Hinekî behsa tirsa şeva pêşî dike û dibêje ku divê zilam di şeva pêşî de jinê netirsîne, berî lotikê divê wê bifirkîne, bi nermî û germî wê bitevizîne û piştre keleşkofa xwe biteqîne. Haaa, wekî din dibêje ku, divê jin û mêr ji malê bidûrkevin, herin ciyekî tenha, otêlekê yan ciyekî ku tenê dengê çûk û çivîkan lê bê ku karibin bê tirs lotik û pehînan li hev xin.

   Werhasilî kelam, ez serê we neêşînim. Ê lawo malnexerabno, de ka hûn zilam xwe têxin şûna jinê û jibo şevekê bibin bûk. Hûnê bitirsin yan netirsin hêê? Gelo gava hûn çav li wî xiyarê qeşartî bikevin, wê çi tofan bê serê we? De ka hema jibo carekê be jî biceribînin û tirsa şeva pêşî bi çavê serê xwe bibînin û hew!

    Îcar çima bûk di şeva pêşî de ditirse kuro, waweylê! Lawo bi namûs, kî şeva pêşî çav li wî xiyarê bêîman keve qidûmşikestî bibe bavê min, hella hellaaaa!

SEê qiraseyek xist Denîz Baykal

Miradê Torî-01/07/07-Cenevre- Wek hûn zanin, partîya CHP partîya Atavirqo ye û li ser binghê dijminatîya Kurdan hatiye avakirin. Îcar serokê wê Denîz Baykal jî kurê dêlika Asenayê ye û kes nizane bê ji dola kîjan segî ye. Ji ber ku bezê bin guhê bavê wî ne kifş e, şerm û fedî pêre tune û dixwaze li ser bingeha fijminatîya Kurdan bibe desthilatdar.

   Werhasil, xuyaye dolheramîya wî û alastina qûna generalan di nav Sosyalîst Enternasyonalê de bûye ciyê nerazîbûnê û gellek endamên SE dibêjin:“Denîz Baykal bûye wek qehpika generalên Tirk û bi şev û roj qûna wan dalêse. Ev jî ne li gor prensîpên Sosyalîst Enternasyonalê ne. Divê em vî qûnekî rojek berî rojekê ji endamtîya SE bavêjin“ filan û bêvan. Ji ber vê jî, lêkolînek di derbarê CHP û qûnekê Denîz Baykal de dane destpêkirin.

   Ji alîyê din parlamentera Swêdî Anne Ludwîgssonê jî di derbarê Denîz Balkalê xwînheram de got:“Ew qûnekekî bê exlaq e. Gerçî exlaq bi hemi Tirkan re tuneye lê dîsa jî me hêvî dikir ku Denîzko dev jî alastîna potîna generalan berde û bibe insan. Lê xuyaye kurmê şîrî heta pîrî ye û segbavo nikare hefsarê generalan ji stuyê xwe derêxe“ filan û xeftan.  

   Werhasilî kelam, SE wek Komser Kolûmbo daye dû şopa CHP û li delîlan digere. Heger delîlên li gor dilê wan bên bidestxistin, wê kerekî Kurd bera ser Denîz Baykal bidin û wî biçirînin. De ser xêrê be rebbî….

 

Kurdîya Spîderman çiye?

 

Sempatîzanên Lotikxanê-30/06/07-Elmanya- Gelî serok û rêberên Lotikxanê,  silav û gulav! Hêvîdarim kêf û halê we baş be û hûn di nava lotikan de nexeniqin. Birêzan! Niha li ber me çend sempatîzanên Lotikxanê şîşa araq û wîskîyê, şerab û bîra heye û em ketine ser dilê vê bêxwedîka alkolê. Hema bi carekê Lotikxane hat bîra me û me go de emê qedehekê ji bo şerefa Lotikxanê jî bi ser kezeba xwe dakin”.  

   Werhasil, em çend heval li ser flîmekî ketin qirika hev û me çend şûşeyên eraqê di serê hev de şikandin. Nîqaşa me li ser flîmê “Spîdermann” bû. Almanîya wê “Der Spînnenmann” e û Tirkiya wê jî “Orumcek Adam” e. Îcar hevalê me Fadil digot:”Bi namûsa Xeto û Remo Kurdîya wê “Qijniko” ye. Hemdo got:” De here lo, Kurdîya wê “Kêziko” ye. Ji xwe Wehîd jî digot:”Hûn herdu jî bi tiştekî nizanin. Rastîya wê “Lotiko” ye. Piştî fikarek dûr û dirêj, Hêjayê Dêrikî serê xwe xurand û got:”Kuro bi namûs hûn bi Kurdî nizanin, esas rastîya wê “Lepûşko” ye.

   Werhasil, me dît ku çare tune û em her çar heval emê rabin hevdu li ser flîmê Spîdermann bikujin, me go de a baş emê xwe bavêjin tor û bextê Lotikxanê û bersivek rast ji we bistînin. Bi namûs, heger hûn bersiva me nedin, bizanin ku emê bi kêr û xinceran rabin hev û wek qetlîama Helebçê bînin serê hev û xelas! Em li bendî bersivekê ne

Fadil, Hemdo, Welîdo û Hêjayo

   Yahewlelwelaaaaaaaa! Ê lawo ma îş û karê Lotikxanê tuneye bersiva kêzik û qijnikan bide bavê min, wey! De hema di nava xwe de zarê bavêjin. Kê ji we duşeş anî ew rast dibêje ellahwekîl! Heger bi a me be, ji Spîdermann re bêjin: Tevno! Na heger hûn qîma xwe bi Tevno neynin, wî çaxî stuyê xwe bişkînin û navekî li gor dilê xwe li wî kûçikbavê Spîdermann bikin û xelas!

Bi xwe de mîzt û bêhn pê ket

Miradê Torî-30/06/07-Cenevre- Denîz Baykalê teresbav, ne tenê Tirkekî nîjadperest e lê herweha ew cîgirê serokê Sosyalîst Enternasyonalê ye jî. Baykalê ku bi xwe ji %1000 nîjadperestekî Tirk e û dîn dijminê gelê Kurd e, di bin perda sosyalîzmê yan sosyaldemokratîyê de kera bera dêya xwe dide da ku Sosyalîst Enternasyonalê jî bike dijminê gelê Kurd.

   Werhasil, dibêjin vê carê Sosyalîst Enternasyonalê bang Mam Celal û Serok Barzanî jî kiriye. Dibêjin gava teresê Baykal derketiye ser kursîyê ku nîjadperestîya xwe verşe, Mamo û Serok Barzanî ji hevre gotine:” Biron kaka biron, ême pêwistî be guhdarkirdinî ev segbave nîye” û salon terk kirine.

   Îcar dibêjin piştî herdu serokên Kurd salon terk kirine, Denîz Baykal ji qehran re bi xwe de mîztiye û di ber re jî çend tir û fisên Tirkanî kiriye.

   Ne li ser bextê me be, dibêjin hetta çend kes bi bêhna tir û fisên wî gêj bûne û verşîyane jî..De Xwedê wî biqesifîne rebbî....

 

 

Siyasetvanên me nebûne profesyonel

Xançepekî Mihê

Wile yabo te kesek neêşandiye, heheyyyyy!

Ehmed Beyan-10/07/07-Enqere- Serokê Demokrat Partîyê, zinêkarê kevn, qesasê serê Kurdan Mehmet Agar di televizyonan de dibêje:”Me heta niha dilê kesî nehiştiye û me hemwelatîyên xwe neêşandine. Heger me êşandibin em lêborîna xwe dixwazin” filan û hezar quzilqurt.

   Erê law! Kurê dêlê bi Tansû Çîllera dêlik re 15-20 hezar Kurd winda kirin, qetil kirin, bi navê qesasnediyar mehû kirin, îcar bêfedî radibe dibêje me kes neêşandiye kuro, wey!

   Haaaaaa, erê law, tu ji hemwelatîyên xwe re dibêji em zanin. Ji xwe Kurd ne hemwelatîyên te ne ne wilo? Tabî canim, Kurd milletekî cuda ne û ne ji dêlegura Asenayê ne.

   Ji ber vê jî tu tenê lêborîna xwe ji Tirkan dixwazi, ma em nizanin qûnde!

Aysel Tugluk xanim!!

 

Girdoyê Stlîlî- Tam ji ser serê Çiyayê Gebarê 10/07/07

Di eslê xwe de mirov bi kurdî nabêje “Xanim-efendî”, mirov dibêje “xanim” Lê ji ber ku Aysel hinekî bibe ji me jî, yanî tiştekî me î kurdî tê de hebe, me ziman kir fiftîfiftî û got “xanim-efendî” qardeşim!

   Baş e, gelo ev kurd qet lê fikirîne gava kesên ku li sikak û kolanên Kurdistanê bi jinik û minik û dayik û mayik û heta bi kal û pîrên tam virçoqî re bi tirkî peyivîn, îcar ew ê li parlamentoys şildimbildima tirkan çawa li heqê zimanê kurdî bipirsin?

   Mirovên ku qaşo wê wek berpirsyarên xelkê kurd biçin parlamentoya Mehmet Candan Emîcî, yanî Bihemed Can Bialês,(îcar wê çi bialêse ji xwe malûm e), di nav kurdan de gava newêribin ji heqê kurdan û zilma ku gotlak mehmetçîk û barbar turk xelqî di kurdan de dikin bipeyivin, wê li parlamentoya Atavirqê ku her tim li kurdan rast kiribû çawa karibin ji heqê kurdan bipeyivin, hi?

Kurdino êdî tiştek divan de nemaye.

   De heyra ji me gotin, rayên xwe bidin kemalîstan da dawiya me hemiyan bê û em hemû bi cehnemê şa bibin!!

Erebên bêderpî dîsa hatin Cezîrê

Dr.Lotikzan-09/07/07-Berlîn-Ev cend rojin li Kurdistana Sürî çend malin Ereb anîne Dêrika Hemo. Weke hûn zanin, ev dewleta şofînîya Sûrî ji sala 1964an polîtîka Erebkirinê anî herêma Cezîrê û ji 1974an û pêve jî xist jîyanê.  Îca ev siyaseta dijminatî hîna jî berdewam e. Nihna 150 malbatên Ereb dîsa derbasî Cezîra Kurdan kirin.

   Ji Beriya 34 salan Kurdên me li Sûrî ev mesele qebul nedikirin û dirahiştin cekê xwe û berxwedan dikirin, lê mexabin nikarîbûn li pêşiya rêjima Sûrî bisekinin. Lê dîsa Kurdan texsîr nekir. Yahoo bi lotikan çûn Erebên bêderpî, rahiştin qelemên xwe û berê xwe dan Internetê û wey li wî ku beyanekê derxe. Him bi hevre û him li halê xwe. Kes nema ku beyanek dernexist û got:“Bi telaq ez qebûl nakim ku Ereb bên Cezîrê tir û fisên Erebkî bikin, em vê siyaseta şofînî qebûl nakin“ filan û bêvan.

   Welhasil, Ereb hatin û bû hurb hurbê wan, bi def û dîlan û eqale hevalên wan yê kevin gotin:“ (yaxawio hadul alakrad wileh tileh ma yehku shai bis  kulu kalam bi kalam ) yani, netirsin tiştek ji wan derneket û dernakeve ji ber ku li pêşiya hev disekinin û me jibîr dikin. Fermo Cizîr Cizîra me ye û bijît hevaltia Ereb û Kurd“ filan û hezar quzilqurt .

Erêêêê erêêêê! Ev ji partiyên me derket, wey xwelî li serê xwe kira!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!

 

Qeşmerê bajêr Mehmût Dûyan gelîyorrrr! 

 

Farûqê Devliken-08/07/07-Mêrdîn-Bîska din ez ji Mêrdînê hatim. Nuha wûn li cem xwe dibên çi îşê vî qeşmerî li Mêrdîn hebû, ne wisa?

Kuro çi ji we re lazime law, tenê gohdar bikin heyrana çavên we, gohdar bikin, gohdar...

   Ya din jî, ku wûn ne qeşmer bana we ji min re nedigot qeşmer!  

Ez çûbûm qula çavê xwe! Temam… Dilên we rehetbû yabo, hihii!

Tiştên ku di hiş û aqilê min de bû, bi saya we bû ba û bela bû.

   De ka yabo emê îja çi binivîsin û xwelîya ber tenûra kê li serê xwe kin? (Bixwînin)

 

Weyla agir bi malê keto rebbî!

 

Sebra Dila--08/07/07-Swîsre-De li vî malxirabê zikmezin binerin lo. Kuro lawo ma ka ne ji kîsî te ye, kadîn jî ne ji kîsî te ye agir bi qerpolî te keto rebbî! Te wilo agir berdaye mala xwe û zikê xwe mîna telîsê rêxê tije kiriye, ma tu ji bavê xwe fedî naki hey kurê kerê!

   Îcar gelî xwendevanên Lotikxanê, evê zikmezin ji xwe re bikin nimûne û hay ji kadîna kayê û telîsê rêxê hebin qurban. Nan kêm bixwin û zorê bibin seleta xiyar û bacanan. Ku hûn tî bûn jî, tasek ava qerejdaxê bi ser kezeba xwe de berdin ku hûn jî wisa qelew nebin.

   Textorên Lotikxanê ji îro û pê ve wê ji xwe re bike kar ku nema xwendevanên wê zikê xwe mezin bikin. Û yê ku bi a me nekin, emê wan heft şev û heft rojan bixesînin elawekîl! Wê fêm kir?.

 

Elameta qiyametê ev e:

Dema heywanbûnê destpêkir

 

Tosino-08/07/07 —Afrîqa Başûr- Wer xuyaye dinya ber bi serûbinbûnê ve diçe û hema bêjin li her welatî elametên qiyametê rû didin. Zarokên duserî, heywanên duserî,çîçik û mirîşkên çarling, û hezar quzilqurtên din rû dane û mirov ecêbmayî hiştine. Lê ecêba ji ecêbê mezintir eve ku li Afrîka Başûr zarokek çarlingî hat diyayê û got „Selamunaleykum!“ Zarokek çarlingî kuro!

   Gelo li gora we ev nîşana çiye? Gelo ne nîşana „Dema heywanbûna insên be?“ Yan „Gelo insan vedigerin ser eslê xwe?“ Helbet ev tev elametên qudreta Xwedayê abadîn e. Lê me fêhm nekir bê çima ew zarok li Tirkiyê yan li Îranê çênebû lê li Afrîka reben hat dinyayê?

    Esas, gerek Xwedayê pakrewan ji Tirkan dest bi heywankirinê kiriba û piştre jî berê xwe bida Îranê û Ahmedînejad bikira ÇARLING!.   

 
Vexwendin ji bo Panela

Nêrînên nû yên Entegrasyonê - Ol û Jin Rewş û perspektîvên Kurdên li Almanya

 

 

12. Tîrmeh 2007, Seet 19.00 – 21.30 Uhr

Leibnizhaus Hannover, Holzmarkt 4-6, 30159 Hannover

(Bixwînin)

===================

Perry Wîggîns li Buyukanit qeliband

 

Hesel Almas-06/07/07-Waşîngton- Genarlê Tirk di civînekê de gazin ji dewletên dostên Tirkiyê (di serî de ji Amerîkayê) kiribû û gotibû ku ew li himber terorîzmê alîkarîya Tirkiyê nakin. Buyukanit ha ha zirtan li Kurdan dike û wan bi dagîrkirina başûrê Kurdistanê tehdît dike, dixwaze qaşo çavê wan bitirsîne.

   Îcar li ser van zirtên Buyukanit, generalê artêşa Amerîkayê General Perry Wîggîs jî rabû lotikek li Yaşar Buyukanit xist û got:”Ewê sermezin lingê xwe zêde dirêj dike, li ber zimanê xwe nanere bê çi dibêje. Bila dev ji zirt û virtên xwe berde û dostanîya navbera herdu welatan xera neke. Yan na, elawekîl wê dagîrkirina Kurdistana Federel bibe bela serê Tirkan” filan û fîstan.

   Werhasil, dibêjin niha navbera herdu generalan bûye wek dijminatîya mişk û pisîkê. Mişkê Tirk Buyukanit dike “wîzwîz” û pisîkê Amerîkî Wîggîns jî dide ser pişta mişkê Tirk. Îcar emê di pêşerojê de bibînin bê wê kî li kê siwarê û kî tira ji kê berde.

   Bi Xwedê her ji mişkê Tirk re ne xêr e û hew!

 

Tewşo mewşo

 

 Farûqê Devliken-05/07/07-Mêrdîn-Çend roj berê min solek pir xweşik di nigên wî kûçikbavê Denîz Baykal de dit. Kûçikbavo tê sûnd bixwaraya ku li ser qayiş û qicixa min re wê solê dixe pê. Çi wexta ku min telewîzyon temaşe dikir, min ew sol di nigên wî teresbavî de didît.

   De îja her ku min ew sol di nigên wî bêbavî de didît, rehên hundurê min radikşîyan û yeqînîya we ji wî yê jor hebe carcarna jî diqetîyan.

   Doh dîsa bala min ket nigên wî koknedîyarî; solek çeloxwarî û heta wûn bên bes kevn di nigên wî de bûn. Ji kevnbûna solê pircaran, qeşmero ber fedîyê diket û nigên xwe ji qamerayê direvand; lê ji min nikarîbû, jiber ku ez baş dizanim bê ji kîjan qûnê ye tereso…

(Zêdetir bixwînin)

Di îslamê de sunneta jinan tune

Abdûllah El Kurdî-05/07/07-Qahîre- Piştî ku hefta çûyî keçikek ji ber sunnetkirinê çû rehma Xwedê, îcar Miftîyê Misrê Şêx Elî Cûma û Komisyona Bilind a Karê Diyanetê belavokek belav kir, sunnetkirina keçan qedexe kirin û gotin:”Di dîmê îslamê de sunnetkirina jinan tuneye. Kî dibê heye mala xwe û bavê xwe dibe mîratê. Sunnetkirina keç û jinan tenê wek adetek herêmî ye, tu eleqa wê û dînê îslamê pevre tune” filan û bêvan.

   Dibêjin di stendina vê biryarê de şêwr û pêşniyazên textorên Misrê jî bandora xwe lîztiye û tê gotin ku sunnetkirina keçan di warê tendirustî de jî xeter û nebaşe. Werhasil, Şêx û Diyaneta Misrê, navenda zanyarîya îslamê sunnetkirina keçan qedexe kir.

   De aqûbet li hinek Kurdên bêaqil be ku radibin rebenên keçên me sunnet dikin û jîyanê li wan dikin zindan. Ciyê wan Kurdên ku keçên xwe sunnet dikin cehneme be rebbî! Amînnnn!

 

Kurtedanasîn li ser PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd

 

PENa Navneteweyî

PENa Navneteweyî rêxistineke nivîskaran ya navneteweyî ye û di sala 1921ê de hatiye sazkirin. Di sala 1921ê de li Londonê nivîskara bi navê Catharine Amy Dawson Scott klûbeke nivîskaran ava kir. Ev klûb bû bingeha PENa Navneteweyî. (Bixwînin)

Biçirîneeeeeeeeeeee!

Zuhtu Kerçirên-04/07/07-Tirkiye- Hilijartin nêzîk dibe û serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî bajar bi bajar digere û ji bo hilbijartinê parsa ray û dengan dike. Bahçelî sozê dide gel ku gava ew bibe serokwezîr, wê rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan darve bike û tola 30 hezar kujtiyan hilîne.

   De îcar yabo! Kuro ker di jina derewîna ne heger tu ne derewan diki! Ma lawo ew ne tu bû ê ku di sala 2000 î de îdamnekirina Ocalan îmze kir hêê? Tu, Mesûd Yilmaz û Bulent Ecewîto bûn. Yan ew roj nayên bîra te qûnde?

   De heger tu kurê bavê xwe bûya teyê wê rojê şerît bixista stuyê wî ha, yan wan rojan şerît li Tirkiyê tunebûn?

   De here ûlannnnn, here avekê li qûna xwe ke ku aqilê te bê serê te deeee!

Muxtarê Tirk lotika mirinê li kurê xwe û bûka xwe xist

 Dûrsûn Zart-zûrt-04/07/07-Çorûm- Muxtarê gundê Yarimcaya bajarê Çorûmê Halit Dengen (53) kurê xwe Kenan Dengen (24) û bûka xwe Fîlîz Dengen (24) da ber guleyên demançê û herdu bi cehnemê şa kirin. Kes nizane bê çima muxtêr kurê xwe û bûka xwe kujtiye.

  Lê cîranê wî Temel Karabaş ji Lotikxanê re got ku, “Muxtarê me çavê xwe berdabû bûka xwe Fîlîza ciwanik. Lê ji ber ku tir di xezûrê wê Halit de nemabûn û fîşekên wî qelp dikirin, Fîlîzê rû nedida xezûrê xwe. Ji ber vê jî muxtêr gotiye:”Madem bûka min ji min re nahêle, ezê vê tirê ji herduwan re nehêlim” û ew dane ber guleyên demançê.

   Wehasilî kelam, xwezî ji mîrê keremê re go Tirkan bi giştî kur û bûkên xwe bikujtana ku bizrê wan biqelîya û hew! Kuro bijî ji te re xalê muxtar Halit Dengen!

   Bi sê telaqan zilam di ser te re tunene qardeşîm!

Li wî jî rabû

Ehmed Beyan-03/07/07-Enqere- Gerçî gava mesele tê ser pisgirêka Kurd li temamê Tirkan radibe, lê vê carê serokê Halkin Yukseliş Partisi (HYP) Yaşar Nûrî Ozturk yekcar bi xwe de rît û da lotikan.

   Yaşar Nûrî Ozturk (ku ji sedî 99 ên ku paşnavê wan Ozturk, Aslanturk, Turk, Qûnekturk û wekî din in ne Tirk in) jibo ku di hilbijartinê de çend ray û dengan bistîne, radibe dibêje:”Emê îdamê bi paşde bînin û berfirehtir bikin. Emê erkên Dezgeha Ewlekarîya Netewî (MGK) zêdetir bikin, emê lihevhatina yekîtîya sînorên Ewrûpayê rakin” filan û quzilqurt.  Ozturkê ku bi xwe îlahîyatçî ye, Profesorê dînê îslamê ye, radibe naletê li bavê xwe tîne û bi navê dînê îslamê zimandirêjîya Kurdan dike.

   Werhasil, me gellek caran gotiye ku Tirk Tirk e. Çi misilmanê wan, çi komunîstê wan, çi faşîst û çi çep û rastê wan, di mesela Kurd û Kurdistanê de hemi heman pelûlê dixwin û wek marê reş bi Kurdan vedidin.

   Îcar ka ew Kurdê ku namûs di pozê wî de hebe û nede dû van bêbavan!? 

Ezîz Xemcivîn singê golik rakir

 

Sebra Dila- 03/07/07-Swîsre-

Yabo em kîjan kevirî radikin Konê Reş di bin de ye, carna dibe helbestvan, çîroknivîs, lêkolîner û xwedê zane ku dibe çi û ne çi. Hema em kîjan malperê vedikin, çavê me û wî dikevin hember hev, êdî tê bibêje qey mahra me û wî li hev hatiye birîn ellawekîl! Me heta niha zinanîbû ku ewqasî hevalê me  tiştik miştikan dide dost û hevalan, ma tu bûye milyonêr Konocan!

   Neyse, em dirêj nakin, dibêjin di avestakurd de, Ezîz ceger kiriye û singê golik rakir û wî daye ber tavê. Di bextê Ezîz Xemcivîn de be, dibêje Kon ne helbestvan e. Wele em nizanin keko, insan wek binîadem e.. dibe jî.

   Law Xemcivîn, tu zani lotikên Konê Reş dijwar in, li xwe miqatebe û bi tenê di kolanên Dubaî re nemeşe heyran. Em şîretekê ji bo xwedê li te dikin, dibêjin Konocan zû dixeyide û fikrên xerab tên bîra wî qurban. De tewkelî bi Xwedê ü serê we sax!

 

Kurê bavê xwe!

 

Cembelîyê Botî-02/07/07-Colemêrg- Ezê zêde dirêj nekim û serê we neêşînim.Hema Xwedê li pişta Metîn Tekçe be û çi miradê wî hebin pêk bên rebbî!

   Şaredarê Colemêrgê Metîn Tekçe, di her wesîlê de li nasnama Kurdî xwedî derdikeve û dibêje:“Em Kurd in û nabin Tirk!“. Vê carê jî di vekirina buroya hilbijartinê a DTP de Tekçe dilê me rehet kir û lotikek Kurdewarî li Tirkan xist. Tekçe dilê me rehet kir, nalet li bavê Tirkan anî û got: (Bixwînin)

Hêvîya wî ma qûnek û lezbîyen

Zinar Qelemşûr-02/07/07-Stenbol-Li dinyayê 37, û li Tirkiyê jî ev 15 salin ku „Hefteya Xîreta Qûnek, Bîseksuel, Travestî, Transseksuel û Berdîberdanên Tirk“ tê lidarxistin. Berî çend rojan dîsa qûnek û berdîberdayên Tirk li Stenbolê daketin kolanê û doza mafê xwe kiri. Di vê şahîyê de wekîlê parlamentoya Îtalya ê Partîya Jinûveçêbûna Komunîsta Îtalya Vladîmîr Luxurîa jî beşdar bû û ew bi xwe jî qûnekekî binavûdeng e.

   Lê tiştê ecêb ev bû ku Profesorê Tirk ê demokrat Baskin Oran jî beşdarî vê şahîyê bû û piştgirî da qûnekên Tirk. Xuyaye Baskin Oranê ku dixwest wek berendamê serbixwe ê DTP namzetîya xwe deyne lê DTP ew qebûl nekir, hêvîya xwe berdaye van gay û lezbîyenên Tirk û dibê belkî hema ez bi xêra wan têkevim meclîsê.

   Werhasil, Baskin Oran sedqatî ji Yalçin Kûçik û Dogû Perîngûyê Tirk çêtire û ketina wî a meclîsê baş e. De Xwedê bikim hemi qûnek û lezbîyenên Tirkiyê raya xwe bidin Baskin Oran û wî bi def û zirne bişînin meclîsê.

   De Xwedê li pişta wî be rebbî….

Rê li ber vê wehşetê bigrin kaka !

Mihemed Soran-01/07/07-Hewlêr- Sunneta keçan êdî bûye pirsgirêkek bi serê xwe û wehşetek nemirovî. Erebên ku qet nikarin sunnetkirina keçan bi delîlên quranê isbat bikin, li gor mejîyê xwe yê kevnare, hedîsan li gor daxwaza xwe şirove dikin û vê êşkencê li rebenê keç û jinan dikin. Erebên ku jinê wek « kole û cêrî » dibînin, bi derew û hedîsên sexte dixwazin hikim li jinê bikin û jinê vegerînin dem û dewranên berî hezar salî. (ku wê demê jî ev êşkenca sunnetkirina keç û jinê tunebû).

   Werhasil, xuyaye hinek Kurdên me yên bêaqil jî dikevin ber bayê derewên Erebên qûnbigû û bi wan tên xapandin. Berî niha jî dihat gotin ku li başûrê Kurdistanê di nava du salan de 2043 keç û jin hatine sunnetkirin û êşkence dîtine. Niha jî dibêjin li herêma Çemçemal sunnetkirina keçan berdewame û neinsanetî tê kirin. Dibêjin pîrejinekê di nava du mehan de 17 keç sunnetkirine û nalet li dê û bavê xwe anîye.

    Îcar gelî rayedar û rêberên Kurdistanê! Rê li ber vê wehşetê bigrin û nehêlin êşkence li keç û jinên Kurd bê kirin kaka! Bihêlin bila keç û jinên me jî tamekê ji jîyana xwe bikin û hûn sax !

 

s© lotikxane 20-02-2006