Kurdistan mala her Kurdekî ye, mafê tukesî nîne hesûdîyê li himber endamên wê malê bike. Ger hûn zanibin  kesek kare di wê malê de karekî bike, dev jê berdin bila bike.

  Qadî Mihemmed

      
Google

Lotikxane                   

                         Magazîn, henek, gilî û gazin      

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Bêwar Brahîm

Li nav dilopên hêsrên mirinê

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Hogir û Tûglûk

 

Faris Beg

Kurd û Mûsa pêxember

Sîmûrg

Hey lo dilo!

 

Adil Dûran

Rovî û Romî

 

Bavê Ronahî

Ereqa min nîne

 

Lezgîn Şêxo

Dinya ji kera re nemaye

Lokman Polat

Ala xwînî

 

Konê Reş

Ji şîretên Celadet.

Bedirxan

Î.X.Sirûcî

Xizanî û

Nezanî

Golikek navê garanekê xera dike!                                       29 / 07 / 2007

 

Çewalekî dagrin û bişînin Lotikxanê....

Bengîn Elegez-29/07/07-Moskowa- Li gora rojnama Lîberal Îzvestîya Nû dibêje, jinên Rûs xwe naecebînin û ji xweşkbûna xwe gazindan dikin. Jinên Rûs yek ji wan jinên herî bedew ên dinyayê tên hesêb. Ji xwe Kurdên ku ji Kurdistanê jibo xwendinê hatine Rûsyê, baş zanin bê jinên Rûs çi yeman in û lotikên wan çi xweş û lezîz in.

   Lê rojname di manşeta xwe de dibêje:“Jinên Rûs xwe naecibînin û gellek ji wan çend qirûşan didin ser hev da ku xwe pê emelîyata estetîk bikin û pê xweşiktir bibin“ filan û bêvan.

   Werhasil, li gora îstatîstîkekê, jinên ku herî zêde derman û makyajê bikartînin jinên Brezîlî, Îspanî û Rûs in. Dibêjin jinên hersê welatan ji %50 dermanên dinyayê bikartînin.

   Werhasilî kelam, me ji rojnama Lîberal Îzveztîya Nû re emaîlek şand û got: “Ji kerema xwe, jinên ku xwe naecibînin têxin çewalekî û bişînin Lotikxanê. Xortên me yên azib û lotikvan pir in, ji wan re xweşikbûn meşikbûn ne lazime. Belkî hema bi xêra we bi miradê xwe şa bibin û ji badana boqê simbêlan xelas bibin“.

   De ma Xwedê…Heger çewalek Nataşayên Rûs ji me re hatin, ji xwe Xwedê bi elba mezin da me û hew!

--------------------------------

Agir bi mala virekan keve erê wele!

Bozo-28/07/07-Oslo- Ê lawo ma derew bi heq in? Naaa! Heçê radibe ser xwe derewekê ji xwe re dike û xwe dixe rojevê. Meselen Banûya Norwêçê Martha Loûîse.

Martha xanim radibe dibêje:"Ez bi melekên Xwedê re diaxivim û navbera me pir xweş e. Min ev têkilî di dema ku min hesp xwedîdikirin de bi wan re danî. Min heta niha ev sirra xwe vedişart, lê ezê ji niha û şûnde dibistanekê vekim û şagirtên xwe hîn bikim bê ka meriv çawa têkilîyê bi melekên Xwedê re datîne" filan û fîstan.

  Yahewlelwela quwetillebillehilezîm! Keçê lawo, tu bi melekên Xwedê re diaxivî, em Lotikxanecî jî bi cin û pîrebokan re diaxivin! De ka îcar bû çi hêê?  Ma tu tenê kari derewan biki porkurê?

   Hema bi namûs em bi Ezraîl, Cebraîl, Mîkaîl û Esrafîl re jî diaxivin, wîî! Hem jî em bi hevre eraq û wîskîyê jî vedixwin, ihii! De ka em binerin bê kî zêdetir kare derewan bike, de!

   Derew belaşin, bajoooooooo!

___________

 

Helbestek ji

Seydayê Dilmeqes

 

 

XAP

Bi ol û dîn me kirin gêj û serxweş

Wan girt ji dest me gulistana xweş

       Dane me horî û cineta nexwûyayî

       Girtin ji me war û bihûşta xwiyayî

Serxweş û gêj nakin bazarek wiha

Dîn jî nakin dan û sitendineke wiha

        Me hîştin bê zar û ziman, bê çand

        Dizîn xewn û xiyalên me yên azad

Şêx û axa bibûn simsarê osmaniyan

Di pey ra bûne simsarên kemalîstan

(Zêdetir bixwînin)

____________

Dêya 2 zaroka ye lê malxerabê wek masîyê gola Wanê ye

Tacdîn Baran-27/07/07-Elmanya- Lotikvan û modela Elman Claûdîa Schîffer dêya du zaroka ye, lê laşê wê wek masîyê gola Wanê şahîk û bêqisûr e. Her çiqasî me destê xwe di ser re nebiribe jî, lê li gora çapemenîya Elman dibêje, sirr û dermanê ku bikartîne nayê zanîn û Claûdîa ji kesî re nabêje.

   Werhasil, me xwe bi awayekî gihand wê û jê re got:"Keçê porkurê kezîkurê, tu çima sira bedewî û şahîkbûna laşê xwe nabêji? Wele em ji ber qelewbûn û jihevdeketina laşê jinên xwe mane halekî heyirî bavo! De ka wî dermanî bêje ku em Kurd jî jinên xwe bikin wek te keçko, wîî!" Xanimê dûvê xwe li ba kir û got:"De wê de here lo, sêwlekê heram! Ma go min sirra xwe got ezê çilo lotikan bavêjim hêê? Ma ne ez bi xêra vî laşê masîyane gezik nan dixwim qûneko, waweylê" û telefon di ser ruyê me de girt.

   Werhasilî kelam, xanimê lotikek li me xist û em li ber xwe ketin. Lê me heyfa xwe jê hilanî. Me mişkê Lotikxanê şand mala wê û mişkê me xanîyê wê ser û binê hev kir. Piştî serûbinkirinê mişkê me dermanê wê peyde kir û anî.

   Hûn zanin bê Claûdîa bi çi xweşik û şahîk dibe gelî xwendevanan?

   Bi şorba nîskê û fasûlîyên hişk! Wile loo, wîî!

Me ehmeqî dît lê ne bi vê ecêbê bavo !

Sebra dila -27/078/07-Swîsre- Di bextê malpera kurdistan-timse de, dibêjin dadgeha Engilîstanê biryara kujtina golikê bi navê şampo daye û ev biryar hiştiye ku Hindosî rabin ser tapana.

   Dibêjin: „Hahoooo, hûnê cawa xwedanê me bikujin, ma em xwedanê we dikujin?“ û wek heqaretek mezin ji bo baweriya xwe ya olî dîtine.. Golik law! De were safî bike, ê me bi hezaran mirovên me tên kujtin û gundên me tên şewitandin, em ranabin ser piyan û xweliyê li serê xwe nakin.

   Dibêjin kujtina vî golikê ku bi nexweşiya pîs ketiye, wê siyaseta Birîtanyayê li bin guhê hev bixîne û olperestên vî golikî zêdeyî milyarek insan hene. Ji maqûlan bigre hetanî bi serokên dewleta hindê Mihatma Gandî.

   Ma van ihmeqana ji xwe re nabêjin ma ku xwedan ba wê çawa nexweş biketa! Qey dawiya dunyê hatiye bavo… 

http://www.kurdistan-times.org/wesima_articles/hitochditt-20070725-28064.html

____________

Lotikek nermik û germik

Çawîşê Lotikxanê- 26/07/07- Dibêjin tayîna serbaza Tirk Songul Yakût derketiye Amedê û ewê bibe şahînşaha Mehmetçîkên qûnbicilikên herêmê. Xuyaye ev jî “rest” a serekerkanîya artêşa Tirk e.

   Dibêjin Yaşar Buyukanit li ser tenûrek ji ên Enqerê gotiye:”Me heta niha generalên qirase dişandin Diyarbekrê, êdî bes e, emê jinekê bişînin ku Diyarbekrî pê medenî bibin û dev ji lotik û pehînên terorîstî berdin” filan û bêvan.

   Werhasil, ka go çend xortên Amedî Songul xanim di kolanek ji ên Baxlarê de bigirtana û çend tir û fis jê berdana wê çi xweş ba, ax digîîîîîî! Lê yabo bratîya Kurd û Virq hestên Kurdewarîyê bi xortên me re nehiştiye kî! Ma go MHP û DTP di dîlanekê de govendê bigrin, wê rebenê xortên me çi xwelîyê li serê xwe bikin brê min, wîî!

   Neyse canim, xortino, heger rojek ji rojan we Songul Yakût xanim di kuçe û kolanekê de girt,çewalekî têxin serê wê û wê bişînin Lotikxanê. Bi telaq emê heyfa we li erdê nehêlin!

   De qurban deeee!

========

Hilbijartin û melkesa Erdogan!

Farûqê Devliken-26/07/07-Mêrdîn-Hilbijartin bi dawî bû.

Tayîp Erdogan biserket!

Deniz Baykal pê girt!

Dewlet Bahçelî bi xwe xweş anî!

DTP, yanî Ahmed Netirk û hevalên xwe jî bayek ji ber serên xwe berdan! A baş ew e ku ji bin xwe bernedan gidî! Ma ku ji bin xwe berdabana me yê çi xwelîya tifika li serên xwe kira kuro!

   Û tew Mehmet Agar, xwedîyê hezar operasyona bû qeşmerê civakê û qûn li lawê Hecî Şakirê Xatê operator textor Mahmût Dûyan qetand û wî bir li paş kerê sekinand.

   Hîna hilbijartin bi encam nebûbû tereso terikê xwe di ber de jêkir, fîstanêkî  melkezêt kişand ser bedena xwe û çû pîyê xwe da pîyê Fatîh Urek, Arto, Kûşûm Aydin û Bulent Ersoyê.

   Lê ez nizanim simbêlê xwe da ber gwîzanê yan na? (Bixwînin û bifetiqin)

 

===========

Jinên Tirk fantazok in

Tecawizcî Coşqûn-25/07/07-Beyoglû- Dibêjin li gora ankêta Instîtuya Tip a Zayendî, derketiye holê ku jinên Tirk ji mêrên wan zêdetir fantazok in û fantazîyên wan pir xurt in.

   Dibêjin di anketê de derketiye holê ku gava jinên Tirk lotikan li xwe dixin, zilamekî din tînin ber çavê xwe. Zilamekî ji mêrê wan bedewtir, qirasetir û lotikxurttir. Li gora anketê, zilamên Tirk jî gava dikevin nava nivînê û dest bi lîztina fûtbolê dikin, jin û mankenên navdar ên wek Angelîna Jolîe, Salma Hayek û Adrîana Lîma tînin ber çavê xwe û dibê “Bismîllah” û bazdidin ser jinên xwe.

   Werhasil, nivîsên hindik û rindik xweş in. Emê meqesekî li nivîsa xwe xin û bêjin: Jinên Tirk ji qiraseyên mezin û zilamên wan jî ji bacan û petatên nîvkîloyî hez dikin.

   Îcar em nizanin gelo jin û mêrên me Kurdan fantazîyên çawa dikin? Ez dibêjim ji xwe jin û mêrên me di nava pênc dedîqan de xwe nerm û germ dikin û wextê nabînin ku fantazîyan bikin, we go çi!?

    Kuro ma Kurd û fantazî, wîî??

 

============

=================

Çarîya jina xwe li serê xwe

pêça û di hindur de ma asê

 

Polat Erdem-23/07/07-Izmîr- Belê, partîya Atavirqo û a artêşê CHP di vê hilbijartinê de xeyalşikestî bû û bi serê xwe nebû desthilatdar. Bi ser de deng û endam windakirin û serî li tehtê ket. Yanî, CHP û serokê wê Denîz Baykalê xwînheram bilind firyan lê nizm ketin.

   Îcar ji şerm û fedîya qûna xwe Denîzko ketiye hindur û ji mala xwe dernakeve. Nema wêre li ruyê endamên xwe binere. Qûneko hingî derew û virt û zirtên xwe kirin, pêre derneket serî û di encamê de ji kerê de ket.

   A herî baş ew bû ku Denîz Baykal li Kurdistanê zêde ray nestendin û Kurdên me ew bêbavê heram baş nas kir.

   Werhasil, serokê DTP Ahmet Turk di axavtinek xwe de got ku,”Piçek namûs di pozê Mehmet Agar de hebû û îstîfa kir. Heger Denîzko jî bi xîret be, ewê jî îstîfa bike” filan û bêvan.

   Kuro lawo ma Denîz Baykal û xîret û namûs? De hema li serokê wî Mistoyê Kor binerin û biryara xwe bidin. Ma kesên ku torin û nevîyên Selanîklî Mistoyê Kor bin, namûs û xîret bi wan re çêdibe brê min? Naaaaaaa! Bibe bibe kerxanecîtî çêdibe ellahwekîl!   

Îcar dinya serûbinê hev nebe başe

Zinar Qelemşûr-23/07/07-Stenbol- Wek hûn zanin MHP partîyek faşîst e û dîn dijminê Kurda ye. Jê bê wê Kurdan di dilopek av de bifetisîne.

   Werhasil, piştî ku encama hilbijartinê eşkere bû, seroka DTP Aysel Tûglûk xanim rabû bersiva pirsekê da û got:”Emê di meclîsê de tu teşqelan ji kesî re dernexin û şerê kesî nekin. Emê yekîtîxwaz bin” filan û bêvan. Piştre cîhgirê MHPa faşîst Cîhan Paçaci jî rabû bi heman zimanî axivî û got:”Emê bi endamên DTP re şer nekin û wan nedin ber lotikan. Emê yekîtîxwaz bin” filan û bêvan.

   Erê kuro, îcar ma ev ne elametên qiyametê ne gelo? DTP dibêje emê yekîtîxwaz bin û MHP dibêje emê yekîtîxwaz bin. Ez dibê dawîya dinyayê hatiye, hûn dibê çi?

    Ê tabî canim, madem hûnê li ser namûs û şerefa xwe heman sûndê bixwin û soza yekîtîya axa Tirkiyê bidin hev, hûnê çima şerê hev bikin qardeşim, wey!

   De ser xêrê be yabo, ser xêrê be rebbî! Ma çi ji şer û pevçûnê derdikeve? Hêççççç!.....

 

Bi xwe diçirîne û bi xwe didrû

 

Rojda Aydin-22/07/07-Stenbol- Yabo me lotikvanên xelkê dîtin lê wek zîtirkvanên Tirkan nedîtin bavo. Ha ji we re Tûgba Ekîncî! Tûgba Ekîncî hewqasî pesnê xwe dide ku tu dibê qey Fatima Muxribî ye. Ji dil wê ye ku dinya û alem li wê dinerin û jin û mêr tev dixwazin bi wê re têkevin nava nivînê.

   Ekîncî dibêje ku, “Li Tirkiyê jin wek min tunene. Herkes li dû min e. Heçê çav li min dikeve doxîn jê dişemite û av pê dikeve. Ji xwe jin ji mêran zêdetir li min germ dibin û wek tenûrê disincirin. Hûn bêjin çav çav, hûn bêjin memik memik, hûn bêjin kelef ji xwe ji ê çêlekekê mezintirin. Ma hîna hûn çi dixwazin? Ez kîjan zilamî bixwazim karim di nava deqîqayekê de bavêjim nav nivîna xwe “ filan û fîstan-

   Erê lo, Tûgba Ekîncîya ku xwe bi xwe govendê digre, xwe di ser jinan re digre û dibêje:”Ez tirê ji zilaman berdidim- Çi zilamê go min dibîne dike “offff offff”, keserekê dikşîne û derpî dişemitîne kabokê”.

   Werhasil, ne bi gotin û vir û derewa ye xanimê. De ka were nav garana Lotikxanê, wî çaxî emê zanibin bê qumaşê te çend qirûş dike haaa! Ma bê ceribandin kes pesnê te dide?

   De were zûûû!

Heta bi jinên wan jî kerxanecî ne

Dilcan Îzol-21/07/07-Antalya- Dev ji zilamên Tirkan berdin, îcar jinên wan destavêtin bazirganîya zinêkarî û kerxanecîtîyê.

   Tirka ku bi navê “Cennet Ana” tê nasîn, dîsa di ser zinêkarîyê de hat girtin û lotikek lê ket. Cennet ana jinên bîyanî (Jinên ku ji welatên wek Rûsya, Romanya, Bulgarîstanê tên Antalyê) bi darê zorê di mala xwe de hepis dikirin û ew difrotin zilaman.

   Piştî ku Aîzat Mamyrbaêvaya Kirgiz bi awayekî xelas dibe û lê mikur tê, Cennet ana tê girtin û qirasek dikeve wê. Werhasil, hay ji xwe û Tirkan hebin eman eman.

    Bi serê Şêx Evdilqadirê Geylanî kim, hema go we pişta xwe da yekî/yeka Tirk, bizanibin ku doxîna we şemitîye û yek di ser we deye û xelas! Bawerî bi wan nayê kuroooo, wîî!

Erêêê, erêêê! Ev li pêşîya me teva ye

Raca Xan-21/07/07-Hindistan- Dinya lê ne hêjaye. De we re zarokan çêke, mezin bike, bi qurban û heyran be, û bela piştre ew zarok te bavêjin ser sergo û kolanên xelkê. Ma îcar ev bû insanetî?

   Li eyaleta Tamîl Nadû a Hindistanê, jinekê dayika xwe a nexweş avêt ser sergo û lotikek lêxist. Li gora rojnama Hindustan Times dibêje, Palanîappana 75 salî ku bi xwe nexweş û felc e, ji alî keça xwe û nevîyên xwe ve ji malê hatiye qewirandin û bê kes û bê xwedî li ser sergokî hatiye dîtin.

   De îcar bifikirin bê insan çiqasî bûne heywan û ji insanetîyê derketine qurban! Zarok mezinên xwe davêjin, dê weledê xwe davêjin, bav tecawizî zarokên xwe dikin, bra dest davêjin xwişkên xwe û filan û bêvan.

   Îcar wê çawa qiyamet ranebe û dinya serûbinê hev nebe law!? Ma go insanetî nemîne xêra dinyayê dimîne? Na kakaaaaa!

 

Werin sînemêêêê!

Ketin belaş, derketin naaaa!

 

Bê şirove

==========

 

Min vexwara ji lêvên te

 

Min vexwara ji lêvên te şerbeta ava heyatê

Dibûm cîranekî nemir li cem Cizîrî û Batê

Dermane ji vî dilî re lêvên sor kanîya jînê

Pêde diçûm, bi azadî  diherikîm wek Feratê

 

Rojek tenê min vexwara sorşeraba ji evînê

Bi maçekê derman dibû xwîn nedihat ji brînê

Carek tenê te bigota fermo ey Brîndarê min

Bi azadî têkeve nav xweş helal be lêvên Zînê

Brîndar-19/07/07- =============

13  peyvên şût û rût

Elîkê Betê-19/07/07-Qamişlo

Yabo elahwekîl tu hîn vekîtê (rastnivîsê) bi zimanê kurdî nizane, û rêzek nivîsa te bê 10 şaşitî nîne..!!

   Lawooo tu nizanî ev kamîrevanên Lotikxanê li gor gotinên te (kelpîç in û hin jî … in) me ev gotin ji nivîsa te ya li ser serokên partiyên kurdî derxist haaa…Ma ne em bi dûv dîroka te û nivîsên te ketin, kuro hîn du salên te teman nebûne tu bûyî (nivîskar)  te 13 (peyvên tazî) belav kirine, te xwe di wan de tazî kiriye..

   Bavê min, ma Kurdistan li Almanya çê dibe heyran (Bixwînin)

===============

Ji Gelê Kurdê hêja, welatparêz

û hemû demokratên Tirkiyê re...

 

 Şivan Perwer-19/07/07-Bi sedema hilbijartinên Parlamena Tirkiyê di roja 22.07.2007 ji xelkê me daxwaz dikim ku berendamên serbixweyên welatparêz û demokrat hilbijêrin û ji dil û can piştgiriya wan berendaman bikin. Hêvîya min ku komek parlamenterên Kurdên dilxwaz û demokrat di parlamentoya Tirkiyê de cîh bigrin. Bendewarim ku dengê gelê Kurd û ji bona çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiye û di hola nawnetewî de danas û balkeş bikin.

    Ev dema yekitî û berhevbûna gelê me ye. Bi hêviyeke mezin û bi dileki zexm bangê ji hemû xelkên hilbijêr û demokratên gelên dine li Tirkiyê dikim kû di hilbijartinê de dengê xwe bidin berendamên serbixweyên gelparêz. Ji gelê xwe û berendamên serbixwe re serkeftinek  berz daxwaz dikim.

    Dîsa ez bi dil û hêviyek gewretirîn piştgiriya xwe ji endamên serbixwe re beyan û eşkere dikim da ku di rojên wanî de hevkarî, hest û ramanên me ji bona rojên  berjewendiya gelê me û mirovatiya berxwedar û serkevtibûn, bi xêr û serefraz pêk bên.

 

 

 

 Farûqo halîhazir hinekî xwe rast kir, lêêê?

 

A.A.Beyan-29/07/07-Enqere- Wek hûn zanin, Ûfûk Ûras li Stenbolê bi piranîya dengên Kurdan û bi destekkirina DTP wek wekîlê serbixwe hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê ewî di bernameyek televizyonê de gotibû ku ewê nekeve nav grûpa DTP.

   Li ser vê jî, me ew da ber lotik û pehînên Kurdewarî û serê wî şikenand. Lê xuyaye wîjdanê Ûras hinekî jenîyaye û zora wî biriye ku niha dibêje:” Ji alî DTP ve jibo tevlêbûna grûpê tu pêşniyaz nehatiye. Heger di avakirina grûpê de pirsgirêk derkevin, helbet ezê DTP bi tenê nehêlim” filan û fîstan.

   Werhasil, meriv ji nîvê rê jî vegere baş e.

   Ma lawo malnexerab, tu hem li defê dixi û hem li zirnê dixi bavê mino, wey! Biryara xwe bide. Yan erê û yan na! Çi zirte virta te ye geh tu dibê “ez tev li grûpê nabim” û geh tu dibê “ezê wan bi tenê nehêlim” qardeşim! Ma Kurd zarokên te ne tu henekên xwe bi wan diki cîgerim?

   De neyse, biryara te li ser xêrê be û Xwedê carek din te şaşo-maşo neke rebbî!

Nehiştin rebeno bi xwe xweş bîne kuro, hayhoooo!

Hesel Almas-29/07/07-Waşîngton- Rebenê Lêê Alexander di girtîxaneyek ji ê Amerîkayê de girtî ye û ji ber kujtina kesekî cezeyek giran xwariye.

   Werhasil, dibêjin rojekê li Lêê Alexander rabûye û nav şeqên wî xuryaye. Wî gotiye qey kêçekê dev li nav şeqên wî kiriye. Hema rabûye dest bi xurandina nav şeqên xwe kiriye hetanî go xwîn jê anîye, lê xura wî nesekinîye.

   Werhasil, piştre pê hisiyaye ku lê rabûye, kurmikên wî ketine ser hev û ew kurmik dixwazin bipijiqin derve. Îcar rabûye derpî ji xwe kiriye, bûye tif-tifa wî, destê xwe şahîk kiriye û dest bi jixweberdanê - bi xwe xweşanîn- kiriye.

   Tu nabê tam di dema konsantrasyon û kela kela germbûna wî de, gardîyanê hepsê dikeve devê derî û dibê:“Pixk!“ û rebeno ji desthilanîn dixîne. 

    Werhasilî kelam, rayedarên hepsê radibin jibo bi xwe xweşanînê tam 60 rojî (2 meh) ceze didin wî û wî dixin nezaretê. Yaaaa! Hûn dibînin bê çi bêedaletî li hepsên Amerîkayê heye ne wilo! Nahêlin rebenên girtîyan ji xwe jî berdin kuro, waweylêêêêê!

   Ê lawo yan ji girtîyan re jinan bînin, yan bihêlin ew bazdin ser hev û yan jî bihêlin bela bi rehetî bi xwe xweş bînin brê min, wîî! Evqas bêedaletî jî çênabe haaaaa!   

__________

Jinên Ereb jî ketin ber bayê modê

28/07/07-Dibêjin jinên Ereban jî ketine ber bavê moda dinyayê û pêşbirkên lotikvanî lidardixin. Carê wê li welatekî bên ba hev û xwe şiklo-miklo bikin.De ji xwe re li wan jinan binerin û em serê we neêşînin. (Foto galerî)

__________

 

 

 

Bi sê telaqên jinberdanê hûn ji me bi xîrettirin û hew!

A.A.Dîlan-28/07/07-Enqere- Erêêê erêêê....Gava meriv bêaqil be wê herkes li meriv siwarê û lotikek bergîlkî li meriv xe. Ev jî mesela me û ÛfÛk Ûrasê çepê Tirk e.

   Wek hûn zanin, Ûfûk efendî bi rayên me Kurdên bêaqil hat hilbijartin û ket meclîsa Virqo. Îcar dibêjin Ûfûk Ûras niha dibêje:”Ez ne netê bi rayên Kurdan, lê bi rayên partîyên çep hatim hilbijartin. Ji ber vê jî ezê nekevim nav grûpa DTP û bi wan re lotikan navêjim” filan û quzê kerê.

    Ê lawo bi namûs tu rast dibêji! Bi namûsa Atatirko tu û sed bavê xwe ji me çêtirin! Bi namûs hûn Tirk ji me biaqiltir û çêtirin! Bi telaq qûnekên wek te ji me welatperwertir û bi şexsîyettirin qardeşim!

   Kuro ma go em Kurd biaqil bûna, go em Kurd ne bêşexsîyet bûna, meyê rayên xwe bida yekî wek te? Ma di temamê Kurdistanê de qûnekekî mîna te tunebû ku em wî bişînin meclîsê? Ma go DTP şivan û gavanekî Kurd di şûna te de hilbijarta, ji te û sed bavê te ne çêtir bû?

   De neyse, te qenc û xweş kir qardeşim! Bi namûsa Laz Reco, heta em Kurd ev bergîl bin, heta em Kurd ev sofî û mirîdên mala şêx bin, wê her pozê me di nava gû de be û hûn sax! Êdî bese ey hawarrrrrrrrrrrrr!

   Dibêjin Akin Bîrdal jî gotiye:”Ez bi rayên DTP hatime hilbijartin. Heger ne mesela xatir bûya, minê jî di grûpa wan de cîh negirta. Lê piçek be jî wîjdanê min dijene” filan û fîstan.

   Başe ku gramek wîjdan bi te re maye sayin Bîrdal! De hema tu jî lotikên yekgramî bavêje baba, tevdîrrrrrrrr!

 

===========

________________________________________

Şîretên bavekî û çeqilmastîya zilamekî

 Mirteza Gerdenzer-27/07/07-Meletê-Ya rebbî tu agir bi ser me Kurdên bakur de bibarîni û hew! Ya rebbî tu serê me li teht û zinarên Çiyayê Bagokê xi û hew! Ya rebbî tu tuxmê Kurdên çeqilmast ji dinyayê raki û hew! Ya rebbî tu Kurdên xwenenas di agirê cehnemê de bişewitîni û hew! Amînnnnnnnnn!

   De werin li gotinên bavê Sebahat Tûncer, Fahrettîn Tûncer efendî binerin û bibînin bê hinek Kurd çawa bûne çeqilmast û ji kesayetîya xwe bidûr ketine. Fahrettîn Tûncer bi eslê xwe ji Kurdên Meletê gundê Balabanê ne, Elewî ne. Mêrik dibêje em Kurdên Elewî ne, lê binerin bê çi şîretan li keça xwe Sebahat Tûncera ku bûye wekîla serbixwe dike:

   Ji keça xwe re dibêje:“Bibe wekîla Tirkiyê. Em wek malbat Sosyal Demokrat in. Ez ne endamê DTP me û ne mecbûrim raya xwe bidim DTP ji ber ku keça min endama DTP ye. Gotinên Aysel Tûglûk û Leyla Zana min eleqeder nakin. Helbet wê keça min bi Tirkî sûndê bixwe, helbet wê bêje „Ez bextewarim ku ez Tirk im“. Bi zarotî jî di dibistanê de digot. Ev ne şerm e. Tu karê min bi neteweperestên Kurd re tuneye. Ne DTP lê AKP kare pirsgirêka Kurd çareser bike. Divê DTP nebe partîya Kurdan lê bibe partîya Tirkiyê“ filan û hezar quzilqurtên din.

   Aha ji we re şîretên bavekî û çeqilmastîya zilamekî gelî xwendevanan! Em nizanin wê Sebahat Tûncer xanim bi a bavê xwe bike yan na, (gerçî piştî ku li ser namûs û şerefa xwe sûnda paraztina yekîtîya millet û axa Tirkiyê xwar û pêve xêr namîne) lê heger bavên Kurd hemi wek Fahrettîn Tûncer efendî bin, malik li Kurdan viritî ye û hew! Aha Kurdên wek Fahrettîn beg efendî Kurd anîne vî halî haaaa!

   De neyse, bimrin Kurdên çeqilmast û bijî mast û dew!

 

===========

Tu dibê qey tif devê hev kirine kuro, hella hellaaa!

Zinar Qelemşûr-27/07/07-Stenbol- Lawo bi namûsa Atatirko îcar wê qiyamet rabe û hew! Tu dibê qey partîyên Tirkiyê tif devê hev kirine û soza “Yek helwest, yek ziman û yek lotik”ê dane hev.

   DTP dibêje:”Emê şerê kesekî nekin û yekîtîxwaz bin”. MHP dibêje:”Pirsgirêka me bi DTP re tune, heger bi Tirkî sûndê bixwin û xetên me yên sor derbas nekin, hebûna wan jibo me hela hela ye”. Berdevkê AkP Cemîl Çîçek jî dibêje:”Gel, jibo  çareserkirina pirsgirêkan rayên xwe dane wekîlên serbixwe. Divê em hinekî jî jibo çareserîya pirsgirêkan islûbek nermik û germik bikarbînin.Em tev hatine guhertin, kesên guhertinê nebîne wê di tunela zemên de winda bibe. Em alîgirê diyalogê ne” filan û fîstan.

   Helbet sedema vê nermikbûnê jî heye. Serokkomarî! APK dixwaze bi gotinên şahîk DTP serxweş bike da ku DTP rayên xwe bide serokkomarîya Abdullah Gul. Ê tabî Kurdên me jî hema go yekî Tirk destê xwe di ser serê wan re bir, mest û serxweş dibin û dawa xwe jêre vedikin ellahwekîl! Ji xwe wê Kurdên me lotikan bavêjin û sûnda “Vatanin ve mîlletîn bolunmez butunlugunu koruyacagima, namûsûm ve şerefîm uzerîne ant îçerîm” bixwin û bi def û zirne govenda Demokratîk Recebo Cimhûrîyetî bigrin.

   Werhasilî kelam, em Kurdên bakur bûne wek masîyê go ji nav behrê derketibe û av li ser çikiya be. Hema em kîjan gol, çem û quleteynê dibînin, em bi serî ve xwe davêjin nav û têde dixeniqin.

   De Xwedê me hedayet bike rebbî!

__________

Wey ne ser xêrê be rebbî

Serdar Mirad-26/07/07-Amed- Dibêjin wekîlê partîya faşîsta Tirk MHPê Mehmet Cîhat Ozonder qeze derbaskiriye û bi cehnemê şa bûye. Yanî qûneko miriye.

   Li ser vê bûyerê, dibêjin Partîya Demokratîk a Tirkiyê DTP bi nameyekê sersaxî ji MHP re xwestiye û gotiye: “Em pir li ber mirina Mehmet Cîhat Ozonder ketin. Em jê re rehma Xwedê û di şexsîyeta we de jî ji malbata wî û partîya we re sersaxîyê dixwazin” filan û jehr û ziqûm.

   Belê, wekîlên serokatîya DTP Selma Irmak û Nûrettîn Demîrtaş radibin sersaxîyê ji dijminên Kurd û Kurdistanê re dixwazin û li ser pişta bi hezaran şehîdên Kurd ên ku bi destê vê partîyê hatine kujtin, siyasetê dikin.  Aha Kurd ketine vî halî haa! Dostên xwe dijmin û dijminên xwe jî dost dibînin. Îcar wê çi xêr ji siyasetmedarên wilo derkeve gelî xwendevanan?

   De neyse, Xwedê bikim DTP û MHP di demek nêzîk de krîvantîya xwe jî deynin û di dawa hevde sunnet jî bibin. Êêêê, ev jî nîmetên demokrasîyê ne qardeşim!  

   Werhasil, Mehmet Cîhat Ozonder mir û çû cehnemê. Bela serê DTP sax be rebbî!-------------------

   Xwefiroşekî Sêrtî gilîyê dengdarên         berbijêrên serbixwe kir   

 Dovan Hawêlî-26/07/07-Kurdistan-Li gundekî Sêrtê dema hilbijartin diqede,dor tê ser jimartina dengan (rayan). Di encama jimartinê de AKP: 50 ,  BERBIJÊRÊN SERBIXWE: 25 dengan  digrin. Ji ber vê yekê yekî xwînheram, qûnde, noker, sîxur, welatfiroş, xwefiroş, jinaxwefiroş û neviyê Idrîsê Bedlîsî, diçe cem fermandarê qereqola wî gundî û ji wî bêbavî re bi tirkiya xwe ya nîvcoyî " Qumandanim onlara (Ji bo berbijêrên serbixwe re) kim oy vermişse çixarmiş bikim!!" dibêje.

   Dema van gotinan dibêje, gundiyekî welatparêz,Kurdperwer û gunikmezin jî  ji wan herdu qûnde û dolheraman re dibêje:"Kurê min, qey ew ji Marsê hatine ,ew jî ji vî gundî ne û wan jî li gori nêrînên xwe dengên xwe dane" û lotikên bêbav li wan dixe.

   Piştî vê gotinê, ew kurê qehpika ser Pira Ereb (Berê li Bedlîsê Kerxane nêzî Pira Ereb bû) bi xwe ve tê û êdî dengê xwe dernaxe.

  Bi serê we, ez naxwazim çêran bikim lê ji xeynî çêran tu helwest nikare dilê min rehet û relaks bike.

   Bila Tirko û cahşên Tirko baş bizanibin lu neviyên Şêx Seîd û Seyyîd Riza mîlyon qat ji neviyên Idrîsê Bedlîsî pirtir in. Di Kurdistanê de hezar kesên bênamûs û xwefiroş hene lê aqûbeta wan wek çivîkên keçelok ên Birecîkê ne.

   Bijî Kurdperwer û gunikmezin! Bimrin dêqehp, cehş û nokerên Tirko!.....

Bi tirşikê virikî bûn, dest avêtin firşikê

Ehmed Beyan-25/07/07-Enqere- Belê, hilbijartin hat û derbas jî bû. Kasimpaşalî Receb hemi partîyên Tirkiyê dan ber lotik û pehînên bergîlkî û bi serê xwe bû mîr û wezîr.

   Tiştek balkêşe ku ji dema Ednan Menderes û heta niha, ev cara duyem e ku partîyek bi serê xwe dibe desthilatdar û cara duyem rayên xwe zêdetir dike. Helbet Recebo û partîya wî kêm yan zêde tiştên baş kirin û çend lotikên nîvdemokratîk avêtin derûdorê. (Bixwînin)

========

Hûnê kengî bi hevre goştê elokan bixwin kaka?

Cemîl Cewher-25/07/07-Hewlêr- Dibêjin piştî ku AKP di hilbijartinê de biserket û Recebo dîsa bû mîr, Mamê me Celal Talabanî pîroznameyek ji Recebo re şandiye û wek trimbêla ku li ser 500 kîlometroyî xurt bajo, pêde çûne.

   Dibêjin Mam Celal gotiye:”Ji ber serketina partîya we ez ji dil û can wê bejna te a dirêj û serê te ê şimamokî pîroz dikim. Hûn û partîya we bawerîya hemi alîyan in û we ew emanet dîsa girt ser milên xwe yên dirêj. Hêvîdarin hûnê bi wan lingên xwe yên dirêj demokrasîyek çaroxî pêk bînin û hêvîdarim wê pêwendîyên navbera Iraq û Tirkiyê bi zewaca Îmamê Çaroxî bê teqez kirin. Hûn bûk û em zava!” filan û bêvan.

   Werhasil, Mamo zane xweş û nerm û germ bike ellahwekîl! Lê em meraq dikin ka gelo ewê kengî bi hevre goştê elokan bixwin? Gerçî Mamo ketiye parêzê û xwarina goştê elokan li xwe heram kiriye jî, lê dîsa jî nizanim gava bêhna goşt biçê ewê çi helwestê deyne!

   De ser xêrê be rebbî!

=========

Hewarêê, hikûmeta Kurdistanê dest bi jenosîda Kurmancî kir!!

 

Şîndar Berwarî-24/07/07-Duhok-Ho miletê Kurd yan jî Kurmanc!

   Hikûmeta Hewlêrê bi civînek nihênî biryara ku di sala bê de zimanê Kurmancî mîna li Sûriyê û Tirkiyê li xwendegeh û dezgehên dewletê yekser qedexe bike, stend. Kurmancino, xwe bidin serhev û li dijî vê jenosîdê tevbigerin!

   Kurmancino, erê gava ku dewleta Kurdan hebe û hîn wê zimanê me Kurmancan li xwendegeh û dezgehên wê dewletê tunebe, dewleta Kurdan hebûbe yanî çi! Hebûn û nebûna wê dewletê wê ji bo me Kurmancan çi îfade bike! Kurmancino, miletê Kurd bi Kurmancî heye û Hikûmeta Hewlêra ku dest bi çapkirina kitêbên Soranî kiriye da di sala 2008an de her tişt bi Soranî li xwendegehan bide xwendin, ji qurm de zimanê me rakiriye! Kurmancino, ma qey em ji bo ku kî rabe û zimanê me ji holê rake çêbûne, hahoo!

   Kurmancino, Hikûmeta Hewlêrê bi vê biryara xwe a jenosîd, ne bi tenê zimanê milyon û nîvek Kurmancên ku ne li ser erda Silêmaniyê, li ser erda Duhokê dijîn qedexe kiriye, wê zimanê 20-30 milyon Kurmancî jî qedexe kiriye!

   Çare?

Çare hema ji a niha de Kurmancên temamê dinyayê û bi taybetî jî ên li Duhokê, divê dest bi mitîngên ku Kurmanc li ser axa bav û kalên xwe bi Kurmancî bixwînin û binivîsînin bikin da eskerên Hikûmeta Soranan jî mîna Tirk û Ereban bi fîşekan cendekên me Kurmancan li meydanan vezilînin! Hewarêêêê!

 

Kasimpaşalî Receb dîsa bû xwedîyê kezeb

 

Sofî Xelef-23/07/07-Lotikxane- Erê dinyayê, Kasimpaşalî Laz Receb da xazê û bi fitêzê 5an li çira partîyên din xist û tir ji wan berda. Dibêjin Recebo super benzîn xistibû trimbêla xwe û li ser 280 kîlometroyî dajot. Lê rebenê Denîz Baykal û Devlet Bahçelî jî mazota ku ji Kerkûkê dihat xistibûn depoya trimbêla xwe û dikirin tire tir.

   Ji ber ku mazot mazota Kerkûkê bû û Kerkûk jî dilê Kurdistanê bû, mazota me eksoza trimbêlên wan dixitimand û nedihişt bidin pêşîya Recebo. Ji ber vê jî Recebo go "vizzzzzzzzzzz", serî di binî re derxist û ji %46-47ê rayan girt. Werhasil, Kasimpaşalî dîsa serokwezîr e û xuyaye wê Evdilla Gul jî bibe serokkomar.

   De neyse, Tirk her Tirk bin jî lê carna qûnekên wan ji çeqel û keftarên wan çêtirin. Bela bi Recebo be û ne bi segbavên mîna Denîz Baykal û Devlet Bahçelî be.

   De ser xêrê be cîgerimmmmm! Wê tilîya xwe têxe ciyekî baş ha, hay jê hebe, okey!

Mala virekan bişewite heger seks emrê zilaman dirêjtir dike!

Dr.Mihyedîn-23/07/07-Lawo bi serê şêx, em bi van zanyar û pisporan re mane halekî heyirî. Heçê go îskanek wîskî vexwe yan navbera wî û jina wî nexweş be, radibe lêkolînekê dike û encamên li gora xwe pêşkêşî xelkê reben dike.

   Dibêjin ji Zanîngeha Taywanê Dr.Hûang-Kûang Chen, lêkolînek li ser seksê kiriye û derxistiye holê ku seks û lotik emrê zilaman dirêjtir dike û hetta hetta mirin ji wan re namîne. Lê şens û siûda jinan di vê lêkolînê de tuneye û jin ji vê nameta emirdirêjîyê parê nastînin.

   Chen dibêje:”Jin lotikan bavêjin navêjin bêfêde ye. Bela kêfa xwe neynin, emrê wan dirêjtir nabe. Lê zilam emirdirêjtir dibin û karin heta 80-90-10 û 120 salî jî bijîn” filan û fîstan.

   Ê çima bavê min, ma jin ji Eyşika Ereb in hêê? Çima emrê zilaman dirêjtir dibe lê ê jinan nabe? Ma jin jî di lotikavêtinê de heman zewqê nastînin? Belêê! Êêêêê, naxwe çi? Bi telaqê jinberdanê derewe û xelas!

   Lawo ev 45 salin ez û jina xwe herroj eynî tirşikê dixwin, ma çima emrê min dirêjtir nebû? Li berevajî wê, taqata min nema, bêhna min diçike, fîşekên min qelp dikin, herdu çîmên min (paq)  wek ê birçîyên Afrîkayê ziravokî bûne, yanî ez mame çerm û hestî haaaa! Îcar ka emirdirêjî yabo iii ihiiiii!?

   Kuro bes derewan bike Dr.Hûang-Kûang Chen!

Ma hewara Kurdistanê û sîstema eyaletê ye qardeşim!

Serdar Mirad-23/07/07-Amed-Berî hertiştî em DTP û berendamên serbixwe pîroz dikin, ji wan re lotikên xurt  û  emrekî dirêj dixwazin. Em hêvîdarin ewê bi rêberîya Aysel Tûglûk xanimê di meclîsa Tirko de doxînê li Tirkoleran sist bikin û dengê me bighînin ezmanan.

   Werhasil, dibêjin rojnamevanekî provokator ji Tûglûk xanimê pirsîye:” Gelo nerînên Leyla Zana nerînên we ne jî? Hûnê di meclîsê de doza rista eyaletan bikin? filan û bêvan.

   Bûka serbixêlî Aysel xanim jî nehatiye provokasyonê û gotiye:”Nerînên Leyla Zana ne nerînên partîya me ye û me eleqedar jî nake. Tu plan û projeyên me jibo sîstema eyaletê jî tuneye” û devê rojnamevanê provokator girtîye.

   Erê lo, lawo rojnamevano! Hey bêbav, ma hewara van pirsan bû oxlim? Ma di kela kela germa ketina meclîsê de meriv pirsên wilo provokatîf dike kurê min? Yan çavê te lê bû tu Aysel xanimê bîni lîztikê û serê wê têxi bela Yaşar Buyukanit haa?

   De here ûlannnnnnn, ma Aysel xanim zaroke rabe doza tiştên biçûk wek sîstema eyaletê û Kurdistanê bike,hêê? Na babam naaaa! Belkî carek din fersenda ketina meclîsê nekeve destê wê qardeşîm wîî,  wê çima jibo Kurdistan û murdistanê navbera xwe û Tirkan xera bike, hella hellaaaa! ç

   Kuro ev rojnamevan jî carna wek zarokan difikirin ha, ya siphanelaaaaaaa!

Bûne wek mişk û pisîkê

Ehmed Beyan-22/07/07-Enqere- Dibêjin di vê civîna dawî a Dezgeha Ewlekarîya Netewî (MGK) de, navbera Kasimpaşalî Reco û Dewşîrme Buyukanit bûye kafir kerafî û xetên sor kişandina navbera xwe.

   Dibêjin ev civîn bi taybet li ser êrîşa başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin, lê hesabê Yaşar Buyukanit li hev derneketiye. Buyukanit rabûye dosya plan û projeyên êrîşkirina başûr danîye ber Recebo û gotiye:”Aha ji re te lannnn!” û gotiye qey wê Recebo îmze bike.

   Lê Recebo destê xwe li masê xistiye û gotiye:”Ev mesele meseleyek siyasî ye, bihêlin emê çareser bikin lannnn!” û lotikek li Yaşarko xistiye. Li ser bextê xelkê be, dibêjin piştî vê gotina Recebo, Buyukanit yekser ba ji ber çûye û qidûm lê şikestine.

   Ez serê we neêşînim, Kasimpaşalî Reco û Dewşîrme Yaşaro wek mişk û pisîkê tînin serê hev. Îcar wê kî têkeve xefka kê tenê Xwedê zane. Ji me Kurdan re her ferq nake. Hema bi namûs kî tirê ji kê berde ji me re kar e û xelas!

Serok Bûşh êşkence qedexe kir

Hesen Almas-22/07/07-Waşîngton- Dibêjin hingî dinya û alemê gilî û gazin ji êşkenca eskerên  Amerîkî kirine, rabûye serok Bûşh jî di avdestxanê de fikiriye û gotiye:”Kuro mane va heta ez xwe di avdestxanê de rehet dikim têra xwe êşkence dibînim. Ji xwe gava ez van mîratê îsotên tûj dixwim, ma xwêdanek bi min dikeve, pekkkkkkkkk! Xwarin erê lê derxistina îsotê bi xwe êşkenceye ellahwekîl!” û êşlenca ku eskerên wî li girtîyan dikin anîye ber çavê xwe.

   Îcar dilê wî bi girtîyan şewitîye û rabûye fermanek derxistiye ku esker nema êşkencê li girtîyên heps û zîndanan bikin.

   Lê li ser bextê Bîll Clînton be, dibêjin ji xeynî fermana resmî, Bûşh fermanek taybet ji eskeran re derxistiye û tê de  nivîsandiye: “Êşkencê li girtîyan nekin. Tenê xiyar û bacanên reş têxin wan û besss! Ji xwe êşkenca mezin namûsa wan e. Gava namûs bibe bexdûnis û qûn li wan biqete, êdî nema behsa êşkencê dikin” filan û bêvan.

   De a bi xêr çi be bela Xwedê wê qebûl bike rebbî!

Ehmed kir virik Bûrhan kir çirik!

Cemîlê Çargurçik-21/07/07-Stockholm- Dibêjin kurekî zilamekî çêbûye. Rebeno ji kêf û eşqan re nema zanîbû çi bike, hema rabûye kîrê kurê xwe di ber de jêkiriye û kurik kujtiye. Îcar xuyaye ev jî mesela me û hinek rayedarên me ne. Hinek Kurdên me gava desthilatdarî dikeve destê wan, yan wê dest bi dizîyê bikin, yan wê bertîlê bixwin, yan wê sextekarîyê bikin û yan jî wê xwelîyê li serê xwe kin û bêyî ku li şeref û xîreta destkeftiyên Kurd û Kurdistanê bifikirin, berjewendîyên xwe bidin pêş.

   Werhasil, rojnameyên Swêdî lotik û mîkutên bêîman li berpirsên YNK Bûrhan Hebîb û Ehmed Bamernî xistin û tir ji wan berda. Dibêjin xwedêgiravî Bûrhan Hebîb (ku berê nûnerê hikûmeta Silêmanîyê bû) di daîreya dewletê de ketiye komputerên daîreya dewletê û wek mişkê ku penîr bidize, navnîşan û emaîlên Kurdên li Swêdê dizîne û çewalek dagirtiye. Piştî ku rayedarên daîrê pê hisiyane, rabûne lotikek li Bûrhan Hebîb xistine û ew avêtine ber devê derî.

   Herçiqasî Bûrhan Hebîb dixwaze bêje ku wî xwestiye bi vê dizîyê alîkarîya Kurdên Swêdê bike jî, lê rayedarên daîrê dibêjin:”Na kaka na! Bi serê Mam Celal, Burhan Hebîb nexwestîye alîkarîya Kurdên Swêdê bike. Wî xwestiye navnîşan û emaîlên Kurdên Swêdê bifroşe îstîxbaratên dagîrkerên Kurdistanê” filan û fîstan. 

   Werhasil, dibêjin  Ehmed Bamernî balyozê Iraqê ê Swêdê ye. Berî çend mehan wî jî lotikek li destkeftîyên Kurd û Kurdistanê xistibû û dest bi çêkirina pasaportên sexte û bertîlxwarinê kiribû. Dibêjin di dawîyê de ew jî dikeve xefika dewleta Swêd û Norwêçê û bi brîndarî tê girtin. Werhasilî kelam,em serê we neêşînin, heger rayedarên me wek Bûrhan Hebîb û Ehmed Bamernî bin, malik li me Kurdan şewitî û hew! Bi telaq heger derfet têkeve destê hinek Kurdan, wê heta bi Kerkûkê jî bifroşin kuro, wîî! Ma em hevdu nasnakin kaka!

   De Xwedê mala Kurdên diz û bertîlxur bişewitîne rebbî!

 

Kurê dêlê dîn dijminê Kurda ye

 

Mîr Ronas-21/07/07-Êlih- Hûn vî bênamûsê Denîz Baykal nasdikin ne? Denîzko loooo! Evê ku bîjîyê Atatirko ye û serokê Partîya Generalên Tirkiyê CHP ye haa! We naskir ne? Erê erêêê..Werhasil, kuro tu dibê qey kûçikbavo jîyana wî li ser dijminatîya Kurdan avabûye yaw.   

   Xwînheramo ha ha bi navê sosyal demokrasîyê lotikan li me Kurdan dixe û wek keran dizire. Bi salan bi navê sosyal demokrasîyê em xapandin û em jî wek mîhên ku serê xwe têxin bin dûvên hev, me da dû van bêbavan û me xwe winda kir. Îcar doh-pêr dîsa bû tire tira qûna wî û bêhn bi xwe xist. Qûneko dibêje:”Ezê qertên kesk-yeşîl kart- rakim çima ku ji %90 ê Kurdan van qertan bikartînin û bê pere tedawî dibin” filan û quzilqurt.

   De binerin yaw, binerin bê ewladê zinê çi difikire kuro! Mêrik dixwaze qertên kesk rake da ku Kurd nikaribin herin nexweşxanên dewletê û tedawî bibin. Îcar ma ev fikra kûçikbavî tê bîra kê yabo? Tu dibê qey Kurdan niyaye maka wî lo, wîî! Weyla babîsoka Bismilî di maka te kiro rebbî!

   Erê lo, wê vêga Batmanî bêjin:”Mîrê me dest bi çêran jî kiriye kuroooooo” û min rexne bikin ez zanim. Lê babam, bi telaqê jinberdanê êdî kêr gihaye hestî ha, heta ez çêran ji Tirkan re nekim kela dilê min hênik nabe qardeşîm. Ma ez rabim derewan bikim. Hella hella!

   Kuro çi Kurdê ku raya xwe bide CHP agir bi mala wî keve û hûn sax!

   Em bi saya Lotikxanê têra xwe çêran ji Tirjkan re didin, oxxxxxxxxxxxxxxx bê çi xweşe loooooo!

Bajo Leyla xanim, bajoooo!

Bêrîvan Al-20/07/07-Cewlik- Belê, dibêjin di mitînga Cewlikê (Bîngolê) de damarên Kurdewarîya Leyla Zana rabûne ser xwe, xwîna wê bi Kurdewarî fûryaye û zimanê wê sînor nasnekiriye. Di mitînga ku ji alî berendamê serbixwe Nûrî Ozmen ve hatibû lidarxistin, Leyla Zana tam mîna jinek Kurd, bi mêrane xwedî li Kurd û Kurdistanê derket û got:”Hinek mala xwe dişewitînin û ji min re dibêjin tu Diyarbekrî yî. Tobeeeee, ez Diyarbekrî nînim, ez Kurdistanî me. Evder ne rojhelat û başûrê rojhelat e, evder Kurdistan e” û dilê me rehet kir, rehme li dê û  bavê xwe anî.

   Wekî din Zana kela dilê xwe jî hênik kir, nalet li bavê Tirkan anî û got:”Ev Tirkên doşirme ji me re dibêjin hûn cudaxwaz in. Bi eslê xwe ev ax axa me ye. Hîna ku ew bêbav nehatibûn vî welatî, em li vir bûn. Lê me mala xwe bir mîratê û pêşewazî li wan kir, me zikê wan têr kir. Lê bêbextan niha jî dibêjin em xwedîyê vir in. Em jibo doza xwe têdikoşin” filan û bêvan.

   Keçê bi Xwedê tu qîza bavê xweyî û hew! Bajo Leyla xanim, bajooooooooo!

   De îcar gelî xwendevanan,destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin: Leyla Zana dibêje ez Kurdistanî me, Aysel Tûglûk xanim jî pesnê Kemalîzmê dide û Mîsakî Mîllî diparêze. Îcar kî ji wan Kurdistanî ye qurban? Ma niha em rabin kirasê xwe biçirînin ne heqê me ye, wîî!

   Keçê bela Kemalîst bi qurbana serê te bin û xelas! Şabaş ji Leyla Zana re şabaş, Kilîlîlîlîlîlîlîlîî!  

Mirovê bê hêvî mirovê mirî ye

Heger kesek milkê xwe winda bike tiştekî girîng winda dike, heger şexsiyeta xwe winda bike gelek tiştan winda dike, lê heger ew kes hêviyên xwe winda bike êdî tiştekî ku winda bike yan jî bi dest bixe nemaye.(Metelokek Japonan)

Wê kî bi hewara me ve bê?

Diyar Qamişlokî-19/07/07-Qamişlo-Piştî serokê Sûriyê got: "Ev pirsgirêka yên bê nifûs wê di nêzîk de bê çareserkirin. Ji ber ku li cîhanê (dinya) nexweşîya cenga Iraqê hat, Emerîka ket herêmê û Israîl di colan de ye. Piştre me karê xwe kir ku em vê meselê çareser bikin lê di sala peyde Qamişlokî rabûn dinya xerakirin. Em jî rabûn di derheqê vê yekê de rawestiyan. Lê me gelek soz dan ku em pêk bînin û emê nêzîk lê ne dûr pêk bînin. Bra hûn xweş bizanibin evê li Sûrî bê nifûs emê nifûsê bidin wan. Lê ev kesên mektûm em ne kefîlê wan e ji ber ku hinek ji wan ji Tirkiyê hatine û hinek ji wan ji Iraqê ne“ dilê me şikest.

  Lê em belengazên mektûm emê hewara xwe bigihînin kê da bi hewara me de bên hêê?  Ji ber ku Sûrî me qebûl nake, li Iraqê şer e  û Tirk jî bi pkkê ve daketiye û dibêje xwedêyo ku ez ji Kurda xelas bibim û ezê çawa hinekên nû bihewînim .

   Heware û sed heware!! Gelo wê kî bi hewara me ve bê?  Ji ber ku ez yek ji wan kesê mektûmim û deh zarokên min jî bê nifûs hene, ez dixwazim bi riya Lotikxanê û bi riya Komîta Mafê Mirovan dengê xwe bigihînim cîhanê tevî. Dibe ku hinek xêrxwaz vê pirsgirêka min çareser bikn. De tewkelî bi Xwedê!

   Lawo Beşarko, hey xenzîr, ma emên mektûm ji Eyşika Ereb in exû şermota!? 

------------

 

به‌یاننامه‌ی هاوبه‌شی هێزه‌ کوردی و کوردستانییه‌کان له

 مه‌حکومکردنی په‌لاماره‌ تێرۆریستییه‌کانی سه‌ر که‌‌رکووک

 

 

    رۆژی دووشه‌مه‌ 18/07/2007 جارێکی دیکه‌، تێرۆریستان، قینی ڕه‌شی خۆیان به‌ خه‌ڵکی که‌رکووکی هه‌میشه‌ کوردستان ڕشته‌وه‌ و له‌ 3 په‌لاماری تێرۆریستییدا، خۆێنی ده‌یان مرۆڤی سڤیلیان به‌ ناڕه‌وا ڕشت.

   ئه‌مه‌ چه‌نده‌مین جاره‌ که‌ که‌رکووک به‌مشێوه‌‌یه‌ دڕندانه‌ و توندوتیژ ده‌کرێته‌ ئامانجی تاوانه‌ تێرۆریستییه‌کان.

    هه‌روه‌ک له‌ رابردوودا ئاماژه‌مان پێداوه‌، له‌گه‌ڵ نزیکبوونه‌وه‌ی کاتی دیاری کراوی جێبه‌جێ بوونی ماده‌ی 140 ده‌ستوری هه‌میشیه‌یی ده‌وڵه‌تی عێراقی فیدراڵ، تێرۆریستان بۆ له‌مپه‌ر دانان له‌ رێی جێبه‌جێ کرانی ئه‌م ماده‌ ده‌ستوورییه‌، زیاتر که‌وتوونه‌ته‌ خۆ و زیاتر په‌ره‌ به‌  تاوان و جینایه‌ته‌کانیان ده‌ده‌ن.ی

(Zêdetir bixwînin)

 

 

 

 

 

 

Li rojnamevanên Kurd Adnan Hassanpoûr û Hîwa Bûtîmar xwedî derkevin

 

(Bixwînin)

_______________

Hahooo, bê wê çi serokkomar ji te derketa!

Tecawizcî Coşqûn- 29/07/07-Stenbol- Dibêjin li bajarê Denîzlî yê midurê dibistana seretayî Alî Tekkoyûn (40) dest avêtiye 21 şagirtên xwe û dawa wan li serê wan pêçaye. 21 şagirt kuro, errrrrrreeeekkkkkkk! Dêqehpo tu dibê qey li şagirtên xwe hatibû xezebê bavo, wax, wax waxxxx!

   Weyla go agir bi ruhê te û bavê te keto erê wele, lawo ma mero dest davêje zarokên go  hîna bêhna şîr ji devê wan tê hey kurê kerê!

   Werhasil, li ser gilîyê şagirtan qûneko tê girtin û tam 63 sal ceze lê tê birrîn. Îcar kerxanecî dibêje:“Tobe tobe tobeeee! Ez wek Pêxemberekî me, ev hemi paşgotinên siyasetmedarane, dixwazin bi pêşeroja min bilîzin“ filan û xeftan. Werhasil, 63 qirase ketin Alî Tekkoyûn û berê xwe da qulikê.

    Îcar çi hat bîra me hûn zanin? Gelo Alî Tekkoyûn bibûya serokkomarê Tirkiyê yan serokwezîr, wê dest bavêta çend wekîlên meclîsê?

   Bi telaqê jinberdanê wê qûş li 550 wekîlên meclîsa Tirko biqetanda kuro, wîî! Ya starrrrrrrr bê wê çi serokkomar ji vî bêbavî derketa looooooo!

 

Tirsa xiyaran ew anî vî halî

 

Zilfoyê Xiyarfiroş-28/07/07-Ezerom- Dibêjin di ciwanîya xwe de Sona Polat (76) jinek pir bedew û lihevhatî bû. Hema bêjin gundîyek nemabû ku dil neketibû wê. Lê di encamê de bibû qismetê xortekî û hevdu dabûn ber lotik û pehînên zewacê.

   Werhasil, qey tu nabê hingî lotikên dijwar li hev dixin, mêrê wê xwe li ber derbên Sona xanimê nagre û dimre. Sona jî di 28 salîya xwe de bî dimîne û ji lotikan mehrûm dibe.

   Dibêjin hingî Sona xanim ji tecawiz û zîtirkên xortên gund tirsiyaye, rabûye porê xwe daye ber meqesan, cil û bergên zilaman li bejn û bala xwe kiriye û şevqeyek qirase jî daye serê xwe ku xort û zilamên gund bela xwe jê vekin û lotikan lênexin. Werhasil, Sona xanim niha bûye 78 salî û tam 48 salan ji xiyar û tirozîyan mehrûm maye. Ji xwe tew nema zane bê tam û ekla xiyaran jî çawa ye.

   Werhasilî kelam, gava Xwedê ji meriv bistîne wilo ye ellahwekîl! Ê lawo ma go te di ciwanîya xwe de têra xwe lotik bavêtina derûdorê ne bixêrtir bû? Te xwe ji van lotikên xweş mehrûm kir, hey agir bi canê te ketê rebbî!

_________

 

Pisîk Oscar texmîna xwe got:

"Ji Tirkiyé re 13 sal mane!"

 

 Partîya Pisîkên Kurdistanê-27/07/07-Belê, dostê me Pisîk Oscar rojeva Amerîkayê serûbinê hev kir û kerametên xwe nîşanî dinya û alemê da.

   Pisîk Oscar, li eyaleta Rhode Îslanda Amerîkayê, qedera mirovan tayîn dike, roja ecelê wan dizane û zane bê wê kengî û kîjan rojê çend tir û fisan bikin. Pisîkê ku di Navenda Zanist û Rehabîlîtasnona Steere House de dijî, li cem nexweşan radizê û roja ecelê wê/wî jê re dibêje.

   Prof.Dr.David Dosa dibêje:”Pisîk Oscar tam 25 carî texmînên rast pêşkêş kiriye” filan û bêvan. Ji alîyê din ji Zanîngeha Brown Joan Teno dibêje:”Li ser bextê min be pisîk Oscar ji pispor û textorên me çêtir tehlîlan datîne. Texmînên Oscar yek û yek in”.                     (Bixwînin)

_____________

 

Dikanên nanê sêlê yan înternet cafê?

 

Mîr Ronas-27/07/07.Êlih-Gelo li Batmanê dikanên nanê sêlê an internet cafe zêdene? De hûn zanibin bêjin!

   Bavê min, ez ji we re bêjim: 199 dikanên nanê sêlê hene û 188 dikanên înternet cafe hene. Yabo em Batmanî sibehê radibin nanê sêlê dikin bin çengê xwe û em ber bi rîya înternetê dineşin.

   Yabo bi serê we, ji heft salî heya heftê salîyan em diçin  înternet cafêyan. Hûn zanin, di hilbijartinê de wek her derê Kurdistanê dengê me yanî (ray)ê me jî ji Laz Reco re çûn. Ya rast raste yabo, em inkar nakin ha.

   Lê vêga wê Amedî bêjin: „Yabo Batmanî ji nanê sêlê û ji înternetê vala nebûn“. Na bi kilamê qedim ne wulo ye. Dengê me çûn ji Laz Reco re. Wa min ya Batmanîyan got, de ez li hêvîya we me gelî Kurdistanîyan, we çima neda gelo?

   De bimre menfeetî ,xwefiroşî û teresî û hew! Bijî Kurd û Kurdistan, hûn sax û ez bi selamet yabo!

____________

Yasirê me tir ji Tirkan berda

Sosin Bermal-26/07/07-Berlîn- Ciwanê Kurd Yasir Ehmed di 17 salîya xwe de bû mîrê satrancê û zora hemtemenên xwe bir. Yasir Ehmed di pêşbirka 17 salîyan a Elmanya de bû yekemîn û xelata xwe ji destê şaredarê Berlînê Klaûs Wowereît girt.

   Klaûs Wowereît di axavtina xwe de pesnê Yasir Ehmed da û hêvî lir ku ciwanên Kurd tev wek Yasir xwedî lotik û pehînên serketî bin û tirê ji xelkê berdin.

   Tiştê xweş ew bû, ku di pêşbirkê de sê ciwanên Tirk jî hebûn û Yasirê me bi aqil û şarezaya xwe tir ji wan berda û berê wan da kerxana Selanîkê.

   Werhasilî kelam, divê em Kurdên li Ewrûpayê xort û ciwanên xwe amadeyî pêşerojê bikin ku di her warî de biserkevin. Yan na, bi ellahwekîl emê li van kolanên Ewrûpayê û bi van mirîşkên Aldî û Ldy ê beravêtî û virikî bibin û xelas!

   Zarok pêşeroja milletekî ne. Ji ber vê jî li ziman û zarokên xwe xwedî derkevin ey milletê Kurd ê gêjo-mêjo!

 

=========

 

Çavek kêm e du çav zêde ne

 

Leyla Bamernî-25/07/07-Duhok- Li ser bext û namûsa xelkê be, dibêjin spîkê avêtibû ser çavê hunermenda navdar Gulbihar û ew jî rabûye çûye serdana Dr.Arif Yûnis. Dibêjin Arif Yûnis rahiştiye kêr û meqesên xwe û ketiye ser çavê Gulbiharê û bûye “xurpe xurpa wî” û çavê wê emelîyat kiriye.

    Li gora rojnameya Kurdistan Report dibêje, dibêjin Dr.Arif Yûnis dîtiye ku du çav ji Gulbiharê re zêde ne, rabûye çavekî wê kor kiriye û gotiye:”Ê ji xwe du çav ji te re zêde ne. Hema bi çavekî bijî çêtire. Herkes bi du çava ye. Bila ê te cuda be û ferqek di navbera te û mirovan de hebe” filan û bêvan.

    Werhasil, rebena Gulbiharê niha maye bi çavekî û daxwaza alîkarîyê ji hikûmeta Kurdistanê kiriye.

   Erêêê erêêêê....Kuro ma kî wek doktorên me jêhatî hene? Di nava pênc deqîqan de çavan derdixin. Hem jî çavê hunermendek wek Gulbiharê!

   De bila Gulbiharê rabe û rûnê û dua ji Dr.Arif Yûnis re bike û xelas! Bila dua bike ku Arif Yûnis poz, guh û serê Gulbuharê jênekiriye bavê min, wîî!

   Ma go serê wê jêkira meyê bigota çi!? Hêççççç!

Kurdistan dest bi perwerdeya kemalîst û baasîst dike

Mûrad Ciwan/Netkurd-24/07/07-Wezareta perwerdeyê ya hukumeta Kurdistanê û rêveberiya program û çapemeniyan, hewla wê yekê didin ku programa xwendina sala bê li hemû deverên Kurdistana federe bibe yek û bi yek zaraveyî be. Ji bo xwendina îsal jî çend gav hatine avêtin wekî destpêk ji bo salên din.

    Rêveberê program û çapemaniyan li wezareta perwerdeyê Aras Necmedîn di daxuyaniyeke taybet de bo PUKmedia got:" Ji bo sala nû ya xwendinê me dest bi amadekirina çend pirtûkan kir ji bo hemû deveran û qonaxên cihê cihê ên xwendinê. Bo nimûne pirtûka zimanê kurdî wekî destpêk li hemû qonaxan bi yek program ê bê xwendin, matematîk û zanînstî jî ji bo her sê pûlên (sinifên) 1, 2, 3-ê ên destpêkê bi yek programê tên amadekirin." (Ji ber girîngîya naveroka nivîsê, me bê destûr ev nivîs ji Netkurdê dizîye- zêdetir bixwînin)

==============

 

به‌یاننامه‌ی 12 حیزبی کوردی و کوردستانی

له‌ مه‌حکومکردنی بڕیاری ئێعدامی

"عه‌دنان حه‌سه‌نپوور" و "واحید بووتیمار"دا

رۆڵه‌کانی نه‌ته‌وه‌ی کورد!

 کوردستانییه‌ به‌شه‌ره‌فه‌کان!

    حوکمی کوشتن و تێرۆر و تۆقاندنی رۆڵه‌کانی نه‌ته‌وه‌که‌مان ئه‌مجار له‌ رۆژهه‌ڵاته‌وه‌ هه‌ستاوه‌. ئه‌مجار رۆژنامه‌نووسان و چالاکانی مه‌ده‌نی کورد، له‌ به‌رانبه‌ر وشه ‌و په‌یڤ دا حوکمی گولله‌ و په‌ت و سێداره‌یان به‌سه‌ردا دراوه‌.

    رۆژی سێشه‌ممه‌ 17/7/2007 دادگایه‌کی رێژیمی تووتالیتێر و ئازادیکوژی کۆماری ئیسلامی ئێران له ‌سنه‌، له‌ بڕیارێکی ناعادیلانه ‌و سه‌ره‌ڕۆیانه‌دا، حوکمی ئێعدامی بۆ رۆژنامه‌نووس عه‌دنان حه‌سه‌نپوور و چالاکی مه‌ده‌نی "واحید بووتیمار" ده‌رکردووه‌.

    دیاره‌ یه‌که‌مجار نییه‌ رۆڵه‌کانی نه‌ته‌وه‌که‌مان له‌ رۆژهه‌ڵاتی کوردستان ئه‌وجۆره‌ حوکمه‌یان له‌سه‌ر ده‌درێ. به‌ هه‌زاران خوشک و برای ئێمه‌ له‌و پارچه‌یه‌ی کوردستان له‌ هاتنه‌ سه‌رکاری ئاخونده‌کانه‌وه‌ تا ئیستا حوکمی ئێعدام و له‌ سێداره‌دانیان به‌سه‌ردا سه‌پاوه‌ و له‌سه‌ریان

(Bixwînin) جێبه‌جێ کراوه‌.

 

Winda Şêxo, Orgeş Birahîm kanî?

Boxê Birîva-23/07/07-Çetelê

 Piştî ko di "Tevgera helbestvanên cîhanê" de hat hilbijartin, helbestvana Kurd Orgeş Birahîn ya ko hemû nivîsên wê bi vî navî dihatin belavkirin, niha nema bi vî navî qayil dibe, vêca navê xwe vegerand (Winda Şêxo)..!!

Gelî cemaetê, bi telaq ez tiştekî ji vê dunyayê nagihêm.

   Yahoo qey ev kesên ko Winda wekû Balyoza Helbestvanên Kurdistanê hilbijartine, qey mejî di serê wan de nîne, yan naxwînin û yan jî heşî hizûra cemaetê ..…in.???? 

    Hema ez nabêjim çêtir e.. Yahooo rastî bibêjim ko yek bi xwe li xwe mikur tê, ko tu helbestên wê nînin, tenê wergerek jihevketî dike û tu helbestên wê yên belavbûyî bi tevayî bihejmêrî deh helbest nînin.

   Ji xwe bi Kurdî ta roja îro min hîç ew weke helbestvan nas nekiriye û ew kesê ko deh helbestên wê bi Kurdî belavkirî ji me re diyar bike, ez ê du komputeran diyarî wî bikim..!!

   Ka çawa wekû Balyoza Helbestvana li Kurdistanê hatiye hilbijartin??? Yahooo dawiya dunyayê ye û hew.. http://www.alitthad.com/paper.php?

name=News&file=article&sid=26660

Kurd ketin meclîsê, bijî tûtina Bedlîsê!

A.A.Dîlan-23/07/07-Enqere- Belê, dibêjin 24-25 Kurdên me dikevin meclîsa Tirko. Ser xêrê be û Xwedê qiwetê bide wan rebbî!

   Birastî em çima dibêjin 24-25 Kurd dikevin meclîsê? Ma Kurd di meclîsê de tunene? Hene. Hem jî wek ax û xwelîya Xwedê. De ka wekîlên Kurd ji nav partîyên Tirk derxin, heger hejmara wan negiha 100-150 ji xwe ez bi tiştekî nizanim. Êêêê! Yan ew wekîl bi eslê xwe nizanin go ew Kurd in? Ji min û we çêtir zanin. Lêêê? Ma bêrîka germ, meaşek têr, ruşwet û bertîl, berjewendîyên şexsî û malbatî, paye û meqam, û hezar quzilqurtên din dihêlin go ew bêjin em Kurd in?

   Na babaaaaaaa! Ji wan re çi Kurdistan murdistan, ji wan re çi Kurd hene tunene, ji wan re çi Kurd birçî ne yan winda bûne, ji wan re çi filan û jehr û ziqûm? Ma go namûs di pozê meriv de tunebe, ha ew Kurd bin çiye û ha zirKurd bin çiye. Hêçççççç!

   De neyse, em hêvîdarin wê ev wekîlên me yên nû nebin wek wan, bi malê dinyayê, bi paye û lotikên Tirkan nexapin û wek hinek Kurdên me berî mirina xwe bi Kurdbûna xwe nehisin.

   De neyse, meriv ji nîvê rê jî vegere û xwe binase kar e û ne xisar e. De haydê, serketin û Xwedê bi we re be rebbî!   

Em zanin tû ne tu zilami, lê dîsa jî aferîn ji lotika te re!

Ehmed Beyan-23/07/07-Enqere- Hewce nake em behsa qûnekê Mehmet Agar bikin bê wî çend Kurd dane kujtin û çi bêbavekî heram e. Lê mêrik sozek da û li ser soza xwe sekinî ellahwekîl!

   Qûneko di axaftina xwe de gotibû:”Aha ev jina min ji min berdayî be, heger ez di hilbijartinê de bisernekevim û nekevim parlamentoyê, ezê dev ji serokatîya partîya xwe DP berdim û tobe hew zîtirkan didim xwe”.

   Werhasil, hilbijartin çêbû, DP beraj derbas nekir û neket meclîsê. Mehmet Agar jî ji xwe li mahnakê bû û zanîbû ku ji xeynî kujtinê pêve ew bi kêrî qirûşekî siyasetê nayê, rabû ji serokatîya partîya xwe îstîfa kir û soza xwe anî cîh.

   Werhasil, tu Tirkekî doşirme bi jî, tu qûnek bi jî, te soza xwe anî cîh û te wek hinek serokên me Kurdan xwe bi kursî û meqamê xwe ve nezeliqand û heta mirinê pêve girêneda.

   De neyse, oxira te wek a Filîtê Quto be û Xwedê te biqesifîne rebbî!

Kurdan tir ji wan berda, wan jî heyfa xwe ji Wîetnamîyan hilanî

Şêrzad Zebarî-22/07/07-Hewlêr- Erê kuro, ma ne ji berê de dibêjin “Filankeso nikare bi kerê dibeze kurtên”. Îcar ev jî mesela me û taximê fûtbola Iraqê ye. Berî niha Hewlêrsporê tir ji taximê Iraqê berdan û ew dan ber lotikên Kurdewarî.

   Îcar xuyaye ev pir li zora lîztikvanên Iraqî çûye ku rabûne bela xwe di Wîetnamîyan dane û bi xêra lotikên ku ji Kurdan hîn bibûn, zora wan birine û he hinekî be jî dilrehet bûne.

   Dibêjin Iraqsporê 2 gol xistine Wîetnamîyan û ji ber ku derpî û doxînên xwe bi 101 girêkî girêdabûn, Wîetnamsporê nikarîbû golan têxin Iraqîyan.

   Werhasilî kelam, Iraqspor 2 û Wîetnamspor jî ooooooooooooooooooo!

 

Hebizbinîyan got:

Kasimpaşalî Receb!

 

Nûrîşan Hebizbinî-21/07/07-Batman- Belê, eşîra me, eşîra Hebizbinî biryara xwe da û helwesta xwe diyar kir.

   Di derbarê dengdan û hilbijartinê de girgirekên eşîra Hebizbinî biryara xwe dan û li ser AKP li hev kirin. Serokê eşîrê Niyazî Demir û brayê wî A.Kadir Demir 3 hezar ji endamên eşîrê dan dû xwe û çûn buroya AKP çay û qehwe vexwarin.

   Bi hatina eşîra Hebizbinî, endamên partîya AKP dan lotik û zîtirkan û li ber strana “oynama şikidim şikidim” govend girtin.

   Werhasil, zewaca wan ser xêrê be û Xwedê sê kur û keçekê bide wan rebbî!

 

Mehra îmamê çaroxî avêtin ser hev

 

Bavê Cengo-21/07/07-Şam-Wek hûn zanin, li Îranê "Zewaca Mûta" yanî "Mehra Îmamê Çaroxî" heye. Herhes kare bi seetan, heftan yan bi mehan bizewicin û piştî ku kurmê xwe şikenandin jî karin hevdu berdin. Yanî, di şûna kerxane û zinêkarîya neyînî de kerxane û zinêkarîyek yasayî hatiye çêkirin wesselam.

   Werhasil, îcar dibêjin serokê Îranê Mehmûdê Ehmedînejad hatiye serdana Beşarê Bejinelok û li ser lotikên hevbeş axavtine. Helbet mesele hemi jî dîsa pirsgirêka Kurd û Amerîkayê bû. Dibêjin wê herdu qûnek bi hevre terorîstan derbasî başûrê Kurdistanê bikin û Kurdistanê tevlihev bikin ku Kurd bisernekevin û mesela Kerkûkê li ber lingan biçe.

   Ji alîyê din, cîranekî Beşar Esed ji me re got ku, "Ehmedînejad û Beşarko Mehra Îmamê Çaroxî avêtine ser hev û bi dizî zewicî ne. Dibêjin heger Beşarko lotikên Îmamê Çaroxî biecibîne û li xweşîya wî here, wê vê adetê bîne Sûriyê jî"..

   De zewaca wan pîroz û bimbarek be û Xwedê xiyarê Kurdan ji serê wan kêm neke rebbî!

 

Tenûr bi tir û fisan germ nabe brakooo!

 

Ristemê Zal-20/07/07-Kabîl- Kuro ev insan mexlûqatek ecêbe ellahwekîl. Gava zikê wî têr dibe û buhar jê re tê newqê, kesî nasnake û zîtirkan li derûdora xwe dixe. Lê gava dikeve tengasîyê û fîşekên wî namînin, îcar dixwaze bibe milyaket û dev ji lotikan berde.

   Werhasil, dibêjin serokê rêxistina Hizbî Îslam Gulbeddîn Hîkmetyar bi daxuyanîyek nivîskî agirbes îlankiriye û gotiye:”Yabo bese haaaaa! Ê lawo bi vî şerî tir di me de bûn fis û me tiştek jî biser nexist. A baş emê dev ji şer berdin û lotikên xebata sîyasî bavêjin. Êdî ne fîşek bi me re man û ne jî nan û pîvaz. Ma heta kengî emê xwe di qul û kewarên Afganîstanê de veşêrin bavê min, ma em mişk in!?” filan û bêvan.  

   Werhasilî kelam, Hîkmetyar biryar daye ku ji çiyê dakeve berîyê û dev ji şerê brakujîyê berdeê. Lê em nizanin ka wê hikûmeta Karzaî çi bersivê bide wî. Lê dibêjin Karzaî ji cîranê xwe re gotiye:”Bi sê telaqan, heta Hîkmeto dest û lingê min maçî neke, ez tasek şorba nîskê jî nadim wî”.

   De neyse, bela Hîkmetyar jî dakeve berîyê û wê pelûlê bixwe ka bê wê çi gûyî belav dike...

 

Hejmara 4’emîn a Kovara Ajda derket!

 

Kovara Ajda ya ku bi destê xwendekarên zaningehê tê weşandin, bi hejmara xwe ya çaremîn li benda xwendevanên xwe ye.

    Di vê hejmarê de dosyek ji bo hilbijartinê hatiye amadekirin.Dîsa  wek portreyek şehidê nemir Dr.Ebdulrehman Qasimlo bi minasebata salvegera mirina xwe di vê hejmarê de cih girtiye.(Bixwînin)

=========

 

s© lotikxane 20-02-2006