Ez 75 salî me, şehîd dibim. Tev li şehîdên Kurdistanê dibim. Dêrsim têk diçe,

   lê wê Kurd û Kurdistan bijî. Wê xortên Kurd heyfê hilînin!

   Seyid Riza

      
Google

Lotikxane                   

                         Magazîn, henek, gilî û gazin      

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Bêwar Brahîm

Li nav dilopên hêsrên mirinê

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Encama Tûglûk ê

Faris Beg

Hilbjartinên Tirkiyê

Sîmûrg

Hey lo dilo!

 

Adil Dûran

Rovî û Romî

 

Bavê Ronahî

Zimanê çûka

 

Lezgîn Şêxo

Xalê Hesen û mamoste

Lokman Polat

Kehanet

 

Konê Reş

Ji şîretên Celadet.

Bedirxan

Î.X.Sirûcî

Xizanî û

Nezanî

Gotin xweş e lê nerîn tewş e!                                    11 / 08 / 2007

 

Gerîllayên Lotikxanê bi ala wan de mîztin

Gerîllayê Bênav- 10/08/07-Êlih- Çend gerîllayên Lotikxanê li Batmanê çalakîyek namûsane kirin û bi ser ala Tirkan de mîztin.

   Ala ku hema bêjin heta bi tualet û avdestxaneyan de jî hatiye nexşandin, li ser dîwarekî ji ê Batmanê rûreş bû û ji alî mîlîtanên Lotikxanê ve namûsa wê bû pênc qirûşên xerabe.

   Lotikvanên me, berê bi qelema reş ser ala Virqo xet kirin, piştre jî pêde mîztin û bi parfûma xweya xweş ew al payedar kirin.

   Îcar çapemenîya Virqo behsa mîza lotikvanên me nake lê dibê ku hinek provokatoran bi namûsa ala wan lîztine û ew ji keçkanî xistine.

   Hem jî bê tif û sabûn ellahwekîl!

   Ziwa ziwa!  

Hewceyî bi belgan tuneye bavê min!

Cemîl Cewher-10/08/07-Hewlêr- Dibêjin rojnama Awêne belgeyek bidestxistiye ku dewleta Tirk Tirkmenan dike ajan û dişîne Kurdistanê da ku bênamûsîyan bikin. Di belgê de dixuye ku ji Kerkûk, Hewlêr û Silêmanîyê 44 qûnek birine Enqerê, ew fêrî bikaranîna çekan kirine û dîsa şandine Kurdistana azad.

   Ê bavê min, ma hewceyî bi belge û melgan heye qey? Ma hûn nizanin ku Tirk qewmê kûçikin û li hev dibanin hêêê? Ma kesê ku ne ajanê dewleta xwe be di nava Tirkan de heye?

   Ev sal û nîveke ku em wek Lotikxane qirika xwe diçirînin û dibêjin:“Hay ji OYAK û Tirkmenên qûnek hebin“. Lê xuyaye heta serê me Kurdan li dîwêr nekeve aqilê me nayê serê me. Heta li Hewlêr, Kerkûk û Silêmanîyê çalakîyên terorîstî nebin û Kurd neyên kujtin, kes ji me bawer nake bavo, wîî!

   Kuro lawo Tirk Tirk in! Qencên wan qûnek in û ew jî xiyarê dewleta xwe dixwin brê min, wey!

Ma Kurd û rêzgirtin?

Leyla Bamernî- 09/08/07-Zaxo- Dibêjin peykerê rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter li Kurdistana azad li per pî û lingan diçe û kesek mala xwe nabe mîratê û rêzê jê re nagre. Peyker li kolanekê hatiye avêtin û ji xwe kes nizane bê çi ye û kî ye.

   Îcar hinek malperên me xwedêgiravî dilê xwe bi xwe dişewitînin û dibêjin:"Ev çi rezalet e? Çawa xwedî li Mûsa Anter dernakevin?" filan û bêvan.

   Kuro lawo ma Kurd çi ji rêz û qîmeta hunermend û rewşenbîrên xwe fêhm dikin brayê min? Ma go Kurdên me li wan xwedî derketina û dabûna ser rêya wan, emê niha di vî halî de bûna? Naa! Ma go me bi a Ehmedê Xanê bikira, niha em ne dewlet bûn? Belê!

   Êêêêê! Mana xwe ew e ku em Kurd dev ji rêzê berdin, em qîmetê bi qirûşekî jî nadin hunermend û rewşenbîrên xwe canim! Ma Gerepêtê Xaço neheq bû go digot:"50 milyon Kurd nikarin xwedî li min derkevin" û rebeno di nav şerpezyî û belengazîyê de mir.

  Lê niha go ew peyker peykerê rewşenbîrekî bîyanî bûya, meyê çi qîmet bidayê hûn zanin? Meyê ew ew danîya ser serê xwe ellahwekîl!

   Îcar brayê min, ma Kurd û rêzgirtina peykerê Mûsa Anter!?

   Haaaaa, ji xwe nexasim go ew peyker peykerê Kurmancekî be, tewwwwww! Pênc qirûş nake pênccccc!

Bi xwe kirin, li xwe kirin

Rojda Aydin-09/08/07-Stenbol-Wek hûn zanin, rojnama Azadîya Welat berî demekê pêşbirka xelatên Azadîya Welat dabû destpêkirin.

  Werhasil, wext hat û xelat hatin belavkirin. Tu nabê qey rayedarên rojnameya Azadîya Welat jî rabûne xelat hemi dane peyamnêr û nûçehîhanê DÎHA (Dîcle Haber Ajansi) ê. Yanî, xelat hemi dane peyamnêrên xwe. Bi gotinek din "Bi xwe kirin û li xwe kirin). Îcar hinek malper û nivîskarên me rabûne xwe li erdê dixin, kirasê xwe diçirînin û dibêjin:"Wey bavooooo, Azadîya Welat çima xelat hemi dane xwe" filan û bêvan.

   Yahewlelwela! Ê lawo ma wê xelat bidana kê hêê? Ma wê bidana peyamnêrên malperên din? Ma wê bidana rojnamevanên xelkê? Ma hûn nizanin go kurmê şîrî heta pîrî ye qardeşim! Helbet wê xelatên xwe bidin xwe, wîî!

   Dua bikin go xelatên xwe nedane peyamnêr û rojnamevanên Tirk brê min! Hema qenc be xerab be xelatên xwe dane peyamnêrên Kurd lo, wey!

   De ser xêrê be û Xwedê xezîna wan zêdetir bike rebbî!

Xanima jixwerazî!

Şemal Amedî-08/08/07-Hollywood- Lotikvana têrnexwarî Lindsay Lohan dîsa ket nexweşxana Navenda Rehabîlîtasyonê û tedawîya alkolê dibîne. Dibêjin hingî malxerabê wîskî û wodkayê vedixwe, bûye wek meşka go dew di ber re bavêje der û heta bi xwîna wê jî bûye alkol.

   Lohan xanim vê dawîyê hevpeyvînek da kovara Elle yê û çend lotik avêtin. Lohan dibêje:”Ez ji xwe pir hez dikim. Ez di dema kamîlbûna xwe de me. Min pir xwe da jîyana şevê û min lotikên kesanedî li xwe xistin. Niha ez bûme wek kirasekî qetyayî û jihevdeketî, lê ezê di demek nêzîk de bêm ser hişê xwe û biaqil bibim” filan û fîstan.

   Werhasil, me jî bi navê Lotikxanê jê re got:”Navenda Rehabîlîtasyona Lotikxanê di dinyayê de yek û yek e. Em nexweşên xwe bi vexwarina dew û bi xwarina şorba nîskê tedawî dikin. Heger te ciyê xwe neeciband, were navenda Lotikxanê û te îş pê tune”. Îcar tê, nayê Xwedê zane! (FOTO ALBÛM)

Xwedê xezeba xwe li roma reş bike..

Hejarê Amedî -08/08/07-Amed-Mediya tirkan bi rastî bi serê êcêba ye, Ji bo vî heywanî rabûne serpiyan û dibêjin yaho ev çi heywanekî ecêbe, ne keroşke, ne cerdone û ne jî mişk e!

    Ê oğlum, herin ji kîjan Kurdekî gundî bipirsin wê ji we re bêje ew cirdî-xezal e. Mediya Tirkan û dîroka wan ku her kesî û her tiştî dike Tirk, nizanim vê carê çawa ew cirdî-xezal jî nekir heywanê Tirkan ê herî dîrokî!

   Lê netirsin, niha piştî vê nûçeyê wê xwedî lê derkevin. Çawa Selahedînê Eyûbî kirin Tirk ma nikarin cirdî xezalekê bikin Tirk!  Hingî miletekî ecêbe, carna Xwedê jî hêman bi serê wan dadike lê li ber xwe nakevin.

   Berî çend rojan daketibûn duaya baranê, Xwedê lehî li binguhê wan qeliband, lê ne bi baranê boriyên ava Enqerê teqiyan haa!

    De Xwedê bikim ku ew bêbav ji bêavî bifetisin rebbî!….

 

Fatê were dawetê:

Keça Kurd bû qasida navbera qûnek û lezbîyenan!

 

Binevş Agirî- 07/08/07-Swêd- Erê kurooo! Qasidîya navbera qûnek û lezbîyenan mabû, wa Kurdan dest avêt wê jî.

   Dibêjin keça Kurd Niştî Stêrk, di festîvala homoseksuel û lezbîyenên Swêdê de bûye qasida navbera lezbîyen, homoseksuel û wezîra întegrasyon û wekhevîya Swêdê Nyamko Sabûnî (paşnavê wê çi xweşe lo, sabûnî kuro! Nizanim ne sabûna Helebê ye ne jî sabûna şînoka ye).

    Keçê bi serê Mele Zekî Baksî kim (rehma Xwedê lê be, kalikê Niştî xanimê ye) heger niha deng biçûya wî û ev sosret bibihîsta, wê ji gorê raba û bihata bi incika porê te bigirta û te bi dû xwe de bikişkişanda! 

   Lawo ma ji te pêve qasid nemabûn porkurê? Te bihişta bela jinek Tirk bibûya berdevkê qûnek û lezbîyenên Swêdê keçko, waweylê! Keçê ez dibê te jî nêta xwe li lezbîyenîyê xerakiriye! Yan na? Naxwe çi îş û karê te di nava wan de heye keçko?

   Siphanellaaaaaaaa bê em Kurd çi cins insanin loooo!

 

 Heywanek li heywanan rast hat

 

Nêçîrvan-07/08/07-Denîzlî-Dibêjin li bajarê Denîzlîya Tirkiyê heywanek nû xuluqîye û bi eslê xwe wek Tirkan doşirme û tevlihev e.

   Heywan bi ser û guhê xwe wek keroşkê ye û ji doxînê jêrde jî wek Kengirûyê ye. Heywana ku hîna navek lê nehatiye kirin, bi herdu lingan xwe çeng dike û wek Kengirûyan dibeze.

   Pisporê Lotikxanê Sofî Xelef, bawer dike ku eslê vî heywanî û eslê Tirkan wek hev e û herdu mexlûqat jî doşirme ne, xwîna wan ne zelal e.

  De a bi xêr..Emê hîna çi ecêb û kerametan bibînin tenê Xwedê zane......

Defîleyek tam li gora şehîdên wan!

Tecawizcî Coşqûn-06/08/07-Beyoglû- Tirk radibin û rûdinên hêsrên tîmsahî li ser şehîdên xwe dibarînin û wan wek qehreman îlan dikin. Lê ji alîyê din li sernavê wan defîleyên modê çêdikin û bi jinikên rût û tazî ruhê şehîdên xwe şad dikin.

   Erkan Erenê modeçêker, defîleyek jibo “Piştgirîya Malbatên Şehîdên Tirk” lidarxist. Di defîlê de memikên jinên manken serê xwe hildan û zora wan bir. Memikên çend mankenan kiras çirandin, serê xwe derxistin derve û berê xwe dan goristana şehîdên Tirk.

   Werhasil, defîla şehîdan bû defîla porno û seksê û şehîdên Tirk di gora xwe de mest û serxweş bûn.

   De rehma Xwedê ne li wan be û ciyê wan cehneme be rebbî!

Xwedê ji Mihemed û Ferhanan stend!

Hecî Sebrî-05/08/07-Nisêbîn- Hûn bi qedrê Xwedê û Pêxember kin, kesî ji we dîtiye ku heta niha serokê taximekî sporê ambargo danîbe ser navan? Ev li dinyayê hatiye dîtin? Bawer nakim!

   Lê em Nisêbînî dikin brê min! Hem jî em ambargoyê datînin ser navê ”Mihemed û Ferhan” ku piranîya Kurdên misilman navê wan yan Mihemed e yan Ferhan e.

   Erê kurooooooo! Em Nisêbînî jî wilo serhişkin ha, wîî! Werhasil, jinên me li ser tenûran dibêjin:” (Bixwînin)

Dema Hespên Serxweş

Ehmed Beyan-05/08/07-Enqere- Serokê ODP, çepê jixwerazî Ûfûk Ûras, berî ku here meclîsê û sûnda “Vatanin ve mîlletîn bolunmez butunlugune” bixwe, li navenda partîya xwe kir şîq-şîq û ji hevalên xwe re çend lotik avêtin.

   Hevalên wî jî weke ku şoreşa Lenîn kiribin bi wekîltîya Ûras serxweş bibûn û wek flîmê “Dema Hespên Serxweş” pêl bi pêl slogan davêtin.  Îcar sloganên wan çi bûn hûn zanin? “Yaşasin aşk, yaşasin devrîm, yaşasin sosyalîzm – Bijî eşq, bijî şoreş, bijî sosyalîzm!” “Meclîse Ûfûk gelsî . Ûfûk hat meclîsê!””Aşkin, devrîmîn, sosyalîzmîn neferlerîne selam olsûn – silav li neferên eşqê, şoreşê û sosyalîzmê!” filan û xeftan.

   Îcar Ûfûk Ûras jî hat galeyanê, simbêlê xwe ba da û got:”Îro îradeya ku şerê çeteyan, şerê dijminên kedê û şerê dijminên jinan bike di meclîsê de ye. Bi soz û peyman ezê tirê ji wan berdim û nehêlim ew ji qulika xwe derkevin der. Bijî çepîtî” û çend zirtên din. (Zêdetir bixwînin)

Çi hat serê Angelîna Jolîe?

Şemal Amedî-04/08/07-Hollywood-Jina bedew, lotikvana herî seksî û apirpêketî Angelîna Jolîe daket 44 kîloyan û bû wek ta û derzîyê.   

   Sedemên wê pir in. Lê li ser bextê cîrana wê Sîmona Peter be, dibêjin Angelîna Jolîe jê re gotiye: "Xwendevanên Lotikxanê ez çavînî kirime û nezer li min ketiye. Çavê wan wek topa qiametê ez ji hev tarûmar kirime û anîme vî halî".(Bixwînin)

Çewalekî têxin serê wî û wî bişînin Lotikxanê!

Mistefa Kerkûkî- 03/08/07-Kerkûk- Belê, dibêjin Kurdekî xwefiroş û segbavê ku serokê Şîrketa Gaza Bakur e, nahêle ku karkirên Kurd bi Kurdî biaxivin û ji karkiran re gotiye: Ger hûn bi Kurdî binivîsin ezê we bidim ber lotik û pehînan û we ji kar bavêjim filan û fîstan.

  Yaa, hûn dibînin bê hinek Kurd çi kûçikbav in ne wilo? Qûneko li bajarê Kurdan, li welatê Kurdan zimanê Kurdî li Kurdan qedexe dike û kesek jî darekî naxe qûna wî û jêre nabêje STOPPPPP!

   Ma îcar ev bû çi hêê? Qey pozê rayedarekî Kurd naşewite ku ev bêbav heqaretê li Kurdan û zimanê wan dike kaka?

   Lotikekê lêxin û bihêlin ku li mijtina şîrê dêya xwe poşman bibe û xelas!

   Yan jî çewalekî têxin serê wî û wî bişînin Lotikxanê. Bi namûs emê tirê jê berdin!

250 kox û axur

Dilcan Îzol-02/08/07-Antalya- Alanya û Antalya ji navendên tûrîzma Tirkiyê ne,bihuşta lotikvanên Ewrûpî û Nataşayên Rûs e. Ji bihuşta tûrîzmê wêdetir. Bûye wek bihuşta zinêkarî û kerxana jinên Rûs. Nataşayên Rûs wek ax û xwelîya Xwedê tên vî bajarî û bûne wek çêlekên nav garanê. Wey li wê ye ku xwe di bin xiyarekî de bavêje erdê ê gon bixwe.

   Werhasil, di encama kontrol û lêkolînekê de derketîye holê ku 250 otêlên li Alanya û Antalyê bi sextekarî „5 stêrk“ li ser dîwarên xwe xistine û xelkê dixapînin. Piştî lêkolînê derketiye holê ku ew 250 otêl wek axurê heywanan û koxên mirîşkan e, lê xwedîyên otêlan bi nîşana „5 stêrkîyê“ mala tûrîstan xera kirine, tir ji wan berdane.

   Werhasilî kelam, em bala Kurdan dikşînin ku gava hûn bixwazin bên Antalyê û çend rojên lotikvanîya azad ji xwe re derbas bikin, nerin otêl motêlan. Çadira xwe têxin bin çengên xwe, yan jî xanîyên seyar bi xwe re bînin û li kêleka behrê masîyên xwe bigrin. Heger hûn herin van otêlan hûnê bi kanser, kolera, tîfo, zekem, şewb, şap, nexweşîya mirîşkan, nexweşîya beravêtinê û AÎDSê bikevin.

    Îcar hûn zanin. Heger hûn dixwazin virikî bibin û berbavêjin, werin Alanyê, yan na li ser dûvê xwe rûnên û hûn sax!

Lotikek û pêşniyazek

Şemal Amedî-01/08/07-Hollywood-Lotikvana agirpêketî Parîs Hîlton lotikek ji kalikê xwe Barron Hîlton xwar û ji mîrata wî mehrûm bû.

   Li gor xeberdanên ser tennûrên Hollywoodê, dibêjin xwedîyê otêlên HÎLTONê Barron Hîlton gotiye:”Nevîya min Parîs xanim rehet nasekine, serê me di nava xelk û alemê de xwar kir. Bi taybet piştî ku wêneyên wê di malpera Lotikxanê de belav bûn, êdî em nema karin li ruyê xelkê binerin. Xwezî Parîs ketiba kerxanê lê neketiba Lotikxanê. Ji ber vê jî ez wê ji mîrata xwe bêpar dihêlim û qirûşekî xerabe jî nadim wê” filan û fîstan.

   Dibêjin Parîs xaimê jî li Hongkongê gotiye:”Heheyyyy, hema qirûşek neda neda. Ma ez hewceyî mîrata wî me, her lotikek min berberî milyonek dolar e. Hema çend lotik û ne lazim, wîî” û kalikê xwe bêminet kiriye.

   Werhasilî kelam, me jî ji Parîs Hîlton re nivîsand û got:”Kengî go cîh li te teng bû û perên te neman, were bibe lotikvana me. Emê rojê 25 centên Amerîkî bidin te. Cixare, xwarin û vexwarina te jî belaşşşşşşş!” Parîs Hîlton hina li ser vê pêşniyaza me difikire. De a bi xêr.....

Xwedê da simbêlboqan

Dergevanê Meclîsê- 30/07/07-Enqere-Vê salê çend wekîlên ciwan û bedew ketin meclîsê û hinekî şikl û şemalê meclîsa Tirkiyê hat guhertin. Berê bi piranî zilamên qirase û simbêlboqên tir-tire lotik davêtin. Lê niha 48 jin û ji wan jî çend jinên ciwan û bedew jî bûn lotikvanên meclîsa Tirkiyê.

   Yek ji wan wekîla AKP Ozlem Turkone a qeymekam e. Xanimê yek ji 22 qeymeqamê jin ên Tirkiyê ye û li ser daxwaza Recebo bûye berendama partîya AKP û hatiye hilbijartin.

   Werhasil, xanimê taze, rindik û bedew e. Wek berxikekê ye ellwhwekîl! Em meraq dikin gelo wê ew wekîlên qirase çawa wek gurên birçî li dora wê herin û bên, tewwwwww!

   Bi namûsa Atatirk, wê ew zilamên simbêlboqên birçî wek peza guraxwarî bînin serê wê û hew! Wê wilo bînin serê wê ku rebenê li wekîltîya xwe poşman bibe û bêje:”Hewarêêêê, xwezî bi Lotikxanê û ne bi meclîsa dehbe, xiyar û tirozîyan!”  

    De ew û qismetê xwe.....

Aha ji we re pisporekî ehmeq!

Şifêrê Otobozê-30/07/07-Amerîka- Ez dibêjim carna xwendina zêde jî nebaşe ellahwekîl, we go çi? Berê digotin “ji xwendina zêde mirov dîn dibin” min bawer nedikir. Aha ji we re delîla dînbûna xwendina zêde:

   Dibêjin pisporê fîzîkê ê Amerîkî Ronald Mallet bayek ji ber sere xwe berdaye û gotiye:” Heger 150 hezar sterlîn yan dolarên min hebin, ezê trimbêla zemên çêkim. Ezê herim dewrana bavê xwe û heyfa bavê xwe hilînim” filan û fîstan.

   Tu nabê di zarotîya wî de bavê wî ji ber lotikên dêya wî krîza dil derbas kiriye û miriye. Îcar Rpnaldê me jî bi wê psîkolojîyê mezin bûye û hisreta bavê wî pê re maye.

   Trimbêla zemên kuro!? Îcar wê tirro trimbêlekê çêke ku meriv pê karibe here dema eshaban, dema Împaratorîya Medya û şerê Dehaqê xwînmij bike!

   Wey tirrrrrrrrrrr li bin qûna te! Kuro lawo, ev sal û nîveke ku pispor û zanyarên Lotikxanê bi çêkirina vê trimbêlê dadikevin û heta niha tu gû jî bisernexistine. Îcar tê vê trimbêlê çêki? Pekkkkkk li van derewan looooooo!

____________

"Îstatîstîk û nirxandina hilbijartina 2007 an di qûncika nivîskarê Lotikxanê Gabar Çiyan de bixwînin" ...

Encama Tûglûk ê >>>>>

 

 

 

Lê ranebû mehkemê ew ceze kir!

Ehmed Kurdî-11/08/07-Edene- Kuro kî dibê mafê jinan li Tirkiyê tuneye? Kî dibê edalet û demokrasî tuneye? Aha ji we re nimûna edaletê, nimûna mafê jinê û nimûna lihevqelibandinê: Li bajarê Edenê,jinika bi navê Ayşe K. doza hevdûberdanê li mêrê xwe Mehmet K dike û serî li dadgehê dixe. Tu nabê mêrê wê jihevdeketî ye û fîşekên keleşkofa wî nemane. Ji ber vê jî sal û nîvekê lotik li jina xwe nexistiye, ew têr lotik nekiriye û jina wî ji kerbê lotikan bûye wek çêleka bi ga.

   Îcar Aysel xanim ji hakimê mehkemê re gotiye:”Waweylê, ev tam sal û nîveke ez û wî wek xwişk û bra di ber hev de radizên. Ne rojek, ne du roj, ne sê roj, ma zewaca bê xistin û derxistin dibe hakim beg? Bi serê min û te, min tiliya xwe jî dixist qûna wî û digot belkî hema bi xeletî lê rabe, lê naaaaaa! Ne tiliya min fêde li wî dikir û ne xiyarê wî fêde li min dikir. Îcar biryar biryara te ye hakim beg!” û porê xwe kişkişandiye.

   Werhasilî kelam, di encamê de hamikê mehkemê dibîne ku birastî jî Mehmet K êşkenceyek mezin daye jina xwe û ew sal û nîvekê bê xiyar û bê tirozî hiştiye, rabûye cezê tazmînata manewî daye mêrik û gotiye:”Kuro qûneko, ma cacîqa bê xiyar tê xwarin, min di te kiro? Madem li te ranedibû, te qencîyek bi jina xwe bikira û mehê carekê ba jî te hefsarê wê berda bela biçûya nav garanê qardeşim, wîî!” û herdu ji hev berdane.

   Werhasil, em carna neheqîyê li edalet û demokrasîya Tirkan dikin ellahwekîl! De ka bêjin: Li kîjan welatê Ewrûpayê mehkemê jibo ku li zilêm ranabe ew ceze kiriye?  Îcar hinek dibêjin ”Li Tirkiyê mafê jinan tuneye" filan û fîstan. Kuro çawa tuneye, wîî!

 

(Bitikînin)

 

Heger hebûna me ziman be em

winda bûn..

 

 Azad Hecer-10/08/07-Elmanya- Ziman, hebûna milletane û berdewamiya çandê ye. Em Kurd tev vê yekê zanin. Lê em nikarin bi çî bînin.

   Di her civînek Kurdan'de, axavtina yekê li ser ziman û hebûna ziman'e. "ZIMAN HEBÛN E" bi xeta mezin li jor dinîvisînin. Her siyasetmedarek, her hunermendek diaxive, ziman di nav axavtinên wî de derbas dibe. Lê mixabin ku tenê axavtinin.

   Em tenê li civînan û carna di cejnan de bi Kurdî diaxivin. Û wekî din, çi tiştên meyî mane tev bi zimanê dagirkire, em bi zimanên wan radibin û rûdinên, diçin û tên. Heya radikevin û hezdikin. Hîna me ji bo xwe tişt çênekirî em radibin ji bo dijmin tiştan çêdikin û zimanê wan pêşde divin. (Bixwînin)

Ê de bersivê bidin haaaaa!

Ehmed Beyan-09/08/07-Amed- Piştî ku DTP di meclîsê de destê partîya faşîst MHP guvaşt û bûn destebrakên hev, îcar serokê kûçikên Tirkiyê Devlet Bahçelî di civîna grûpa xwe de zimandirêjîya Kurdan kir û got:” Li Tirkiyê yek dewlet, yek ziman û yek al heye. Kesên ku doza zimanekî din û doza cudaxwazîyê bikin, xayîn in, îxanetê bi Tirkiyê re dikin. Ji xwe milletekî bi navê Kurd û zimanekî bi navê Kurdî jî tuneye” filan û jehr û ziqûm.

   Kûçikbavê Bahçelî got:”Emê bi tu awayî rê nedin daxwazên netewî ê Kurdan û rê nedin daxwazên kulturî jî. Emê nehêlin zimanê Kurdî di dibistan, daîreyên dewletê û ciyên dî yên resmî de bê bikaranîn” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, em meraq dikin bê wê niha sayin radedarên DTP çi bersivê bidin wî segbavê Bahçelî! Gelo wê jêre li çepikan xin, yan wê zimanê wî jêkin û têxin qûna qî!?

 

SEYDAYÊ KÛTO FAHLA CÎHANÊ VEKIR

 

 Hevalên lotikvan, em vê nûçeya girîng ji we re jî dişînin. Ji ber ku li ber dilê me hûn lotikvanên pirr ezîzin. Lewma beriya her kesî me ji we re şand. De bila saet û qeweta we xweş be!

 

Ciwan post-09/08/07-BERLÎN:

 Quncik nivîsê qûncikê tarî yê ciwan postê, rêzdar seydayê Kûto li ser daxwaza xwendevanan fahla cîhanê vekir! Kûto nepeniya pirsgrêkên cîhanê yên sereke wek yên cinsî, çînî, civakî, çandî, malbatî, evînî, hawîrdorî bi vekirina fahlê re ronîkir û pêsbîniyên xwe ji raya gistî re ragihand.

Çend pêsbîniyên sereke ji yên ku di fahlê de derketine ev`in; (Bixwînin)

 

Foto Analîz:

Malikî hat Tirkiyê

 

(Wêne bitikînin)

Weyla Xwedê çavê te derxisto textoro!

Felemezê Erxenî-08/08/07-Erxenî- Malbata Kayal i Erxenîyê niştecîh in. Kurê wan ê 3 salî Ehmed Kaya nexweşe û berxwedana jîyanê dide. Berî sê mehan Şehnaz û Hemdîn Kaya kurê xwe birin ser textor da ku çareserîyekê ji nexweşîya kurê xwe re bibînin. Kurê wan Ehmed pirsgirêka xwe a meşê hebû û nikarîbû zû bimeşe.

   Werhasil, malbata feqîr û hejar bi zor û heft belan xwe muhtacî derûdorê dikin û 500 YTL didin textorê nexweşxaneyek taybet ji ên Amedê. Qaşo wê textor kurê wan emelîyat bikira û platîn têxista hestîyên kulîmeka wî. Lê xuyaye bêbavê textor bi 500 YTL razî nebûye û di şûna platînê de maddeyek erzantir xistiye hestîyên kurik. Îcar niha rebenê Ehmed Kaya ji berê xerabtir bûye, ne kare bimeşe, ne kare biaxive û ne jî kare bibîne. Yanî, textorê bêbav bi saxî Ehmed Kaya kujtiye.

   Îcar rebena dêya wî û rebenê bavê wî li kaboka xwe dixin, dibêjin û dibilînin. Lê textor a xwe di wan de kir û lotikek heywankî li wan xist. Werhasilî kelam, dê û bavê kurik dibêjin: „Heger kurê me bimre, emê textor û nexweşxanê bidin mehkemê û dozê li wan vekin“.

   Erêêêê erêêêê…Xwedê kesî feqîr neke û lingê kesî neşemitîne rebbî! Hey we serê min xwarino, piştî go kurê we mir û pêde, hûn textor bidin mehkemê çiye û nedin çiye hêê! Pir pir hûn çend qirûş pere ji qûna textor derxînin, wekî din? Ma wê kurê we vegere? Naa!

   De a baş wî textorî di qulikek tarî de bigrin, gunikekî wî jêkin, çavekî wî derxin û bacanek reş têxin wî û xelas!

Weyla agir bi doxînê keto rebbî!

Tecawizcî Coşqûn-08/08/07-Beyoglî- Lawo min digot qey ez tenê har û doxînsist im, lê evî bêbavê Mahmûdo zora min bir ellahwekîl! Min ecêba zilaman dît, lê min ecêba qûnekê Mahmût Kaya (67 salî) nedît kuroo! Mêrik tam 23 carî zewicîye û niha li jina 24an digere. Ê helbet jinên ku pêre dizewicin jî ji wî ne ehmeqtir bûna, wê darek bixistana qûna wî heta go di devê wî re derketa haa!

   Mahmûdo dibêje:“Ji niha û pêde ezê jina xwe li gor dilê xwe bineqînim. Ez dixwazim jinekê bibînim go temenê xweyê mayî pêre derbas bikim. Ez ji zewacê virikî bûm, lê tenê jî nayê jiyandin. Niha 641 jin di dorê de ne û ez bi wan re bi heftokan dilîzim. Helbet ezê ji nav wan jina li gor dilê xwe bibînim“ filan û fîstan.

   Errrrreeeeekkkkk! Lawo berê digotin: “Aqilê heft jinan di serê mirîşkekê de ye, ew mirîşk jî diçe nikilê xwe li gû dixe“. Îcar qey birastî jî aqilê 23 jinên Tirk di serê xiyarê Mahmûdo de ye bavo, wîî! 

   Hey agir bi nav delinga we ketino, ma hûn nizanin go Mahmûdo bi we dilîze û henekê xwe bi we dike xanimler? Ma ji xiyarê Mahmûdo pêve xiyar li dinyayê qelîyane?

   Hooo jina 24 an! De hema tu biaqil be û lotikekê li Mahmûdo xe gidî! Her 23 jinên din doxînsist derketin, hema bela namûs di pozê te de hebe û darekî têxe Mahmûdo hêêê, wehhhhhh!

 

 

------------------------------------------

 

Ê nehêlin ew kes virde wêde bizirin

kaka can, wîî!

 

Cemîl Cewher-07/08/07-Hewlêr- Xuyaye pirsgirêka zimanekî standart wê hîna gellekî serê me Kurdan bêşîne. Nakokîya di navbera zaravayên Kurmancî û Soranî de ji me gellek kesan re bûye wek “şerê gerîlla” û herkes ji alîyê xwe de lotikan davêje. Bi taybet hin kesên wek Ferhad Şakelî provokator, bi zanetî vê dijminatîyê dixin navbera Kurmanc û Soranan û dixwazin Kurmancî tune û biçûk bixînin.

   Werhasil, piştî sergêjî û raberizandinên li ser zaravên Kurmancî û Soranî geş bûn, xuyaye nerehetî daye dezgehên Kurdistana azad û ew jî mecbûr mane ku bi daxuyanîyekê balê bikşînin ser vê pirsgirêkê. Dibêjin wezareta perwerdeyê daxuyanîyek li ser vê babetê belav kiriye û gotiye:” Ragihandina wezaret û kongreya perwerdeyê jibo xwendevanên birêz aşkere dike ku di hemû mijarên kongreya perwerdeyê de bi tu awayek qala zarave û zimanê standart nehatiye kirin. Her nivîsek an daxuyanî, hevpeyvîn û belavokek di wê mijarê de berî an jî piştî sazkirina kongreyê hatibe kirin, ew yek bîr û boçûna wan kesan e” filan û bêvan

   Wezareta perwerdê di daxuyaniyê de daye zanîn ku erka zimanê standart û çawaniya muamelekirinê digel mijarên wê, bi biryara serkirdayetiya siyasî, akademîsyenên Kurd, zanîngehan, dezgehên rewşenbirî ên Kurdistanê û wezareta perwerdeyê ve girêdayî ye.

   Wey mala Xwedê ava! Ê başe kaka, bo hûn destûrê didin ku ew kesên xêrnexwaz lotikên dijminane li Kurmancan û li Kurmancî xin hêê! Em di şûna we de bûna, meyê 5 sal cezeyê neketina Kurdistanê bidaya kesên wek Şakelî ji ber ku Kurmanc wek ajanên emperyalîzmê binavkiriye û Kurmancî jî wek zimanê kolanan daye nasandin.

   Ma sûc bê ceze dibe kaka? Na baba naaaaa! 

Îcar wê dakevin stadyûman

Galatasarayli Kazo- 06/08/07-Enqere- Piştî ku DTP mesela Kurd û Kurdistanê safî kir, mabû dora çareserkirina pirsgirêka fûtbolê û xuyaye ewê vê pirsgirêkê jî çareser bikin. Piştî serdana Anitkabîrê, rêzgirtina ji Selanîklî Misto re û sûndxwarina “Yuce Turk milleti onunde namûsûm ve şerefîm uzerine soz veriyorûm”, niha jî dibêjin wê braderên DTPî beşdarî pêşbirkên fûtbolê bibin û di stadyûman de lotikan bavêjin.

   Sirri Sakikê Mûşî da zanîn ku ewê beşdarî maçên netewî ê Tirkiyê bibin û bi serbilindî piştgirîya taximên Tirkiyê bikin. Sakik dibêje:”Em di mala xwe de jî bi heyecanek mezin maçên netewî seyr dikin. JI xwe gava lîztikvanên me yên Tirk golan davêjin, weke ku malê dinyayê bûbe ê me dibe “hop-hopa” me û em ji ser dîwanên xwe bilind dibin û dadikevin. Wekî din, li rojhilat û başûrê rojhilat (mêrik newêre wek Leyla Zana bêje Kurdistan) fûtbol pir tê hezkirin. Emê li wanderan giranîya xwe bidin xebatên fûtbolê” filan û fîstan.

   Erêêêêê erêêêêê....

   Dewleta Tirk û hinek rêvebirên Kurd bi salan xortên Kurd bi fûtbola Tirkan ve girêdan û serê wan şûştin. Hinek kirin Gaslatasarayî, hinek kirin Fenerbahçeyî, Beşîktaş û quzê kerê. Îcar xuyaye Sirri Sakik û DTP jî niha dixwazin temamê Kurdan bikin fûtbolgêrên Tirk û di stadyûman de ala Tirkan bihejînin.

   Werhasil, heger Federasyona Fûtbola Tirkiyê biaqil be, ewê Sirri Sakik di pêşbirkên fûtbolê de bikin hakim û hew!

   De ne ser xêrê be rebbî! Xwedê ahê me Kurdan ji ke re nehêle rebbî!

Kesî teklîf nekiriye, hella hellaaa!

Ehmed Beyan- 06/08/07-Enqere- Seroka DTP sayin Aysel Tûglûka Elewî, hevpeyvînek balkêş da rojnama Hurrîyetê û tiştên balkêş gotin. Ji zarotîya xwe destpêkir heta bi roja îro. Lê tiştê bala min kişand çend tişt tenê bûn.

   Meselen di derbarê pirsa “Çima tu nezewicî?” Tûglûk bi ken dibersivîne:”Kesî teklîf nekiriye kî! Zilam ji jinên jixwebihêztir hez nakin. Heta wekhevîya jin û mêr, heta azadîya jinê neyê bidestxistin, zewac jibo min întîxar e. Ez di wê bawerîyê de me, çi tiştê ku tiliya zilaman têde hebe divê bê redkirin” filan û fîstan. Yanî, xanimê zewacê wek “Dezgeha Tunekirina Jinê” dibîne û bi femînîstîyek bêsînor heqaretê li zilaman dike, wan wek dijmin dibîne.

   Wekî din di derbarê nasnama xwe de jî dibêje:  “Ez Kurd im, lê ev ne nasnamaminî sereke ye. Berî hertiştî ez jin im û mixalif im” filan û xeftan. Piştre di derbarê DTP û siyasetê de jî dipeyive û dibilîne. Tûglûk xeyala xwe a herî mezin vê dibîne ku pirsgirêka Kurd di çerçewa siyesetê de bê çareserkirin û dawî li xwînrijandinê bê. Lê li dij siyaseta yekalî a neteweperestîya Kurdî (Etrnîk Mîllîyetçîlîk) jî derdikeve û bawer nake ku bi vê rêyê pirsgirêka Kurd çareser bibe.

   Werhasil, gotinên xweş xweşin, lê min fêhm nekir bê çima Tûglûk xanim dijminatîya zilaman dike û bi ser de jî di nava DTP de bi zilaman re lotikan davêje!?

   Ê heyran, ma go kesî teklîfa zewacê ji te re nanîbe sûcê kê ye keçko? Yan wê hinek teklîfê bînin û yan jî tê dijminatîya zilaman biki hêê? Ma ev bû edalet? Ka yanî qaşo tu doza demokrasî û azadîyan diki heyran, waweylê!

   De îcar go jinek femînîst bibe seroka me Kurdan, wê zilamên Kurd bibin wek çi hûn zanin? Dermaleyên xesandî!

Dev ji gotûbêjên yekîtîya Iraqê berdin, serxwebûna Kurdistanê êlan bikin û hew!

Cemîl Cewher-05/08/07-Hewlêr-Dibêjin bêhna mîster George Bûşh teng bûye û hema Serok Barzanî hatiye bîra wî. Gotiye: “De ka ez li hal û rewşa kakacanê xwe bipirsim”.

   Werhasil, rabûye telefon rakiriye, berê wê daye Selaheddînê û bi Serok Barzanî re ketiye xoşbêşê. Dibêjin mîster Bûşh gotiye:”Kaka, ew segbavên Erebên Iraqê nabin insan, serê wan ji serê deveyên Hz.Omer hişktire. Bela haya te ji wan hebe û wan ehmeqan ragire ser hev. Ez zanim ne ji cenabê te be, wê ew Erebên bêderpî qira hev bînin. Hema Iraq emanetî te û byeeeeeee” û telefon girtiye.  

   Werhasil, dibêjin Serok Barzanî jî dilê wî nehiştiye û gotiye ku “ewê hewl bide Erebên Iraqê bike insan û hefsarê wan bijdîne” filan û bêvan.

   Yabo bi namûsa Bîll Clînton, bi serê Monîca Lewînsky, hûn herdu alî jî baş zanin ku tu xêr ji van Erebên qûnbigû dernakeve, wey! Ma piştî vî emrî em rabin hevdu bixapînin heyran!

   De herdu alî biryarek mêrane bistînin û serxwebûna Kurdistanê êlan bikin û hûn sax!  

 

Li ser xêrê be rebbî:

MHP û DTP destê bratîyê dan hev!

 

FOTO ANALÎZ -bitikînin-

Zerikên Emerîkî û Ingilîz wê bêhna Bexdayê derxînin!

        Aran Perînas-04/08/07-Swêd-Gruba Muzîkê Spice Girls dixwaze konserê li Bexdayê bide. Nîyeta xwe xirab kirine. Ew hesret di dilê wan de maye. Gelek hunermendên dewletan ji dana konseran re amade ne. Ketine dorê, heya bersiv ji reyisê ereban (Irakê) neyê, ev konser organîze nabin.

   Niha tifaqek dibe, di demek kurt de gruba Emerîkanî ”Spice Girls” li meydanek Bexdayê wê konserekê bide. Gelek ereb bi vê konserê kêfxweşin. Ji kêfa teqlan davêjin.

Em ji niha ve dibêjin: Vî şensî nerevînin. Îro heye sibe tuneye ellahweikîl!

  Tam di dema teqandinan de Spice Girls wê ji “hemşeriyên” xwe re bibêjin: Give them, give them! Ev ji bona Emerekaniyên li xurbetê moralekî gelek bilinde. Ji xwe di dema dawî de kuştin û qelandin gelek kêm bûye, bila yekcar bibe çirik. (Berdewama nivîsê)

Ha wilo were îmanê oxlimmmmm!

A.A.Dîlan-03/08/07-Enqere- Dibêjin “Zor gîzerê radike”. Helwesta rayedarên başûrê Kurdistanê, biryarmendîya wan hişt ku qûnekek wek Denîz Baykal tifa xwe balêse û îmana xwe taze bike.

   Denîz Baykalê ku bi navê Sosyal Demokrasîyê dijminatîya Kurdan dike, di preskonferansekê de lotikek “paşûpê” avêt û ji hikûmetê xwest ku di mijara çareserkirina PKK de têkilîyê bi rayedarên başûrê Kurdistanê re deyne.

   Wek hûn zanin, Kasimpaşalî Receb û xwedayê Tirkiyê Yaşar Buyukanit hevdîtina bi rayedarên Kurdistanê li xwe heram kiribûn, sê telaqên xwe avêtibûn û digotin “Em bi serokeşîran re rûnanên”. Îcar em meraq dikin bê ka wê Recebo û Yaşarko çi bersivê bidin Denîzko?

   Gelo wê rayedarên dewleta Virqo herin ber lingên serokên Kurdan û bêjin:”Biborin sayin serokeşîrno, me gû xwar!” yan wê lotikekê li Denîz Baykal bixin û bêjin:”Sîktir lan gotlaq, ma em rabin jibo xatirê te jinên xwe berdin ewladim” û li bendî kerema Xwedê bin.

   De neyse, bi sê telaqan xiyarê Kurdan tehl e. Yan wê Tirk bixwin û yan jî wê di xwe kin û hûn sax!

Nisêbînî nema bê park îdare dikin

Hecî Sebrî-02/08/07-Nisêbîn- Dibêjin Nisêbînî pir modern bûne û hew sebra wan bê parkên xweşik tê. Li ser bextê fesadên li ser tenûrên mehela qijlê be, dibêjin serokê belediyê Dr. Mehmet Tanhanê Omerî pir ji xelkê re başe û girîngîyek mezin dide şikl û şemalê bajêr.

   Dr. Mihemed heta niha gellek kar û xizmetên baş kirine û xwe bi xelkê bajêr daye qebûlkirin. Dibêjin berî bi demekê jî „Parka Mûsa Anter“ vekiriye û wê ji îro û pêde Nisêbînî di Parka xalê Mûsa Anter de bi xezalê, çirrê, tûştê, bi xar û qirûş û bi heftokan bilîzin. 

   Werhasilî kelam, hûn zanin heger xalê Mûsa Anter niha sax bûya wê bigota çi? Wê bigota:“Min di we kirino, we di saxîya min de navê min li bexçekî jî nekir, ma piştî mirinê ez bi we şîrîn bûm hêê!“ û lotikek Stilîlkî bavêta Nisêbînîyan.

   Werhasil, bela serê Dr. Mihemed ji me re sax be. Bi telaqê jinberdanê ne ji te be emê bê park bimînin û hew, sebra me nema bê park tê kuro, wîî!  Her bijî xortê Omerî!

Bajo pismamê Bîden bajoooooo!

Hesen Almas-02/08/07-Waşîngton- Pismamê me, senatorê Partîya Demokratên Amerîkayê Joe Bîden lotikek qirase avêt û xwe xist rojevê. Bîden di derbarê başûrê Kurdistanê de dibêje : »Halîhazir avakirina Kurdistanek nîvotonom -yan jî nîvserbixwe- ji Tirkan re ji Kurdistanek serbixwe çêtire ».

   Bîden, di Klûba Çapemenîya Netewî de axivî û bi berdewamî got : »Berî ku Iraq bibe sê parçe û ji hev tarûmar bibe, bila wek sê herêmên otonom xwe îdare bikin. Ev ji kara Tirkiyê ye jî. Bi vî awayî wê Tirkên qûnek ji psîkolojîya Kurdistanek serbixwe rizgar bibin û xewnên giran nebînin ».

   Pismamê me Joe Bîden bal kişand ser tirsa dewleta Tirkoleran û got ku,"Tirkên doşirme ditirsin ku  piştî jihevdeketina Iraqê Kurdistanek serbixwe ava bibe û ev parçebûn jî bandora xwe li Kurdên bakur bike û ew jî rabin doza serxwebûna bakurê Kurdistanê bikin".

   Werhasilî kelam, Bîndenkê me cara dawî bala Tirkan kişand û got : »Ez zanim serê we wek ê keran hişk e, gotin di serê we de nare, werin bi a min bikin bela Kurd niha nîvserbixwe bin û piştre jî kengî ku Kurdistanek tam serbixwe ava bû, Xwedê kerîm û rehîm e, heta wî çaxî kî saxe û kî mirî ye » filan û bêvan.   

   De a bi xêr. Dengê te here Xwedê mîster Joe Bînden !

 

Binerin bê kî xanî û avanîyên artêşa Tirk lêdikin!

 

 Mistefa Kerpîçbir-01/08/07-Sêrt- We qet meraq kiriye bê kîjan Mitahid yan kîjan şîrket avanîyên artêşa Tirk lêdikin? Naaa! Bi serê we ne Mitahid û ne Şîrket. Avanîyên wan bi destê Kurdên berber, qesab, çayfiroş, xwarinpêj û ji alî şivan û gavanan ve tên lêkirin. De ha ji we re lîste:
H.P. Tûtinfiroş, Betlisî’ – ÎAvanîyta Tûgaya Mekanîzma Bazîdê lêkiriye.
M.A.A. Berçavkfiroş, Diyarbekrî’- Avanîya Garnîzona Sêrtê lêkiriye.
►A.B. Hûrûmûrfiroş-
Bedlîsî -Lojmanên eskerî yên Nisêbînê lêkiriye.
►A.Ö. Seetfiroş-
Diyarbekrî- Bingeha Tûgaya Diyarbekrê çêkir.
►C.Ş. Qesab- 
Ezeromî – Qereqolên Qers û Ezeromê çêkirine.
►L.Y. Xerat,
Agirî- Avanîya Ordîya Bazîdê lêkiriye.
►K.I.  Hinefiro,
Bedlîsî- Lojmanên artêşa Mûşê lêkiriye.
►N.S. Hostê hesin,
Sêrtî –Înşeeta Tûgaya Colemêrg-Geverê lêkiriye.
►M.P. Himamcî,
Bedlîsî- Lojnamên artêşa Patnosê lêkiriye.
►Z.P. Garson,
Bedlîsî- Înşeeta hangara Qijleya Colemêrgê lêkiriye.
►S.P. Pêxwas,
Bedlîsî- Mêvanxana Tûgaya Sêrtê lêkiriye.
►Ş.D. Hirîfiroş,
Bedlîsî- Goristana kujtîyên artêşa Trabzonê lêkiriye.
►İ.H.  Berber,
Bedlîsî- Nexweşxana artêşa Gümüşsuyu lêkiriye.

   Îcar hûn biryarê bidin bê rayedarên artêşa Tirk çawa ruşwet û bertîlê dixwin gelî xwendevanan! Jibo ku perên îhaleyan têxin bêrîka xwe, çend qirûşan didin kesên ku ne pisporên lêkirina avanîyan e û didin zîtirkan. Werhasiî kelam, artêşa Tirk zane ku piranîya Mitahidan sextekar in û avanîyên rizyayî lêdikin. Ji ber vê jî, bi çend qirûşên erzan karê xwe bi Kurdên ku ne xwedîyê zanyarîya lêkirina avanîyan e didin kirin. Zanin go Kurd saxlem û mirîdên baş in. 

   De Xwedê xêra wan qebûl neke rebbî! Kurdek bi namûs derneket û bombeyek nexist bin wan avanîyan kuro, hooooowehhhhh!

Kuro aferîn ji te re Necdeto!

Ehmed beyan- 01/08/07-Enqere- Dibêjin serokkomarê Tirkiyê hemi serokên partîyan qebûlî Koçka Çankayayê kiriye lê jibo serokê DTP gotiye:“Yox canim yox, olmaz! Ez terorîstan qebûlî koçka xwe nakim. Ji xwe ew zarokên jinbavê ne, îşê wan li Çankayayê tuneye“ û nexwestîye serokê DTP Ahmet Kurd bibîne.

    Îcar endamê DTP Sirri Sakik jî gazind ji Ahmet Necdet Sezer kiriye û gotiye ku, „xiyaro cudaxwazîyê dike. Ferqê dixe navbera partîyan. Ev helwest ne layiqî serokkomarekî ye“ filan û xeftan.

   Di eslê xwe de helwesta Sezerko helwestek rast e. Bi namûsa mêrên berê, aferîn ji te re Necdeto! Hawilo bela DTPî bizanibin ku ew xwe biçirînin jî wê Tirk her bi çavê kurên jinbavê li wan binerin û hew! Lam û cîma vê tuneye. Em çiqasî behsa demokrasî û bratîya Tirkan bikin jî, di encamê de ewê bi çavê Kurd û terorîstan li me binerin û qet û qet emê nebin brayên ji dê û bavekî.

   Werhasilî kelam, Necdetko we qebûl bike çiye û neke çiye? Hêççççç! Hema hûn jî xwe giran bikin û nerin çaya wî qûnekî venexwin qardeşim, wîî!

   Madem ew bi çavê kurê jinbavê li we dinere, hûn jî bi çavê kurê dêlê lê binerin û xelas! 

 

Keça melayekî Kurd bi dû xiyarekî Tirk ket

Şivan Zaxoyî-31/07/07-Elmanya-Di Ewrûpayê de welatê herî zêde ku Kurd lê asîmîle dibin û dibin Tirk Elmanya ye. Ji siyasetmedarên Kurdan bigrin hetta bi dîndar û sofîyên me jî di bin bandora Tirkan de dimînin û xwe winda dikin. Helbet ev ji bêşexsîyetî û xwenenaskirina me tê. Heger me wek millet xwe binasîya û xwedîyê şexsîyetek resen bûna, emê neketina bin bandora vî qewmê heram û meyê nehişta zarokên me dev ji Kurdîya şîrîn berdin û bi zimanê heywanan biaxivin.

   Di vir de rola sereke “bratîya îslamê” û “enternasyonalîzma sexte” dilîzin. Dîndarên me di bin perda bratîya îslamî de, û siyasetmedarên me jî bi enternasyonalîzmek sexte bi Tirkan tên xapandin û didin dû wan.

   Werhasil, dibêjin li bajarekî Elmanyayê keça melayekî Kurd (em navê wî nabêjin) qîma xwe bi xiyarê xortên Kurd nanîye û rabûye daye dû Tirkekî xwînheram. Îcar xanimê rabûye dev ji Elmanya jî berdaye û jibo wî xiyarê bêhnpêketî çûye Tirkiyê. Tu dibê qey lotikên xortên Kurd têra wê nedikirin ku rabûye doxîna xwe ji Tirkekî qûnek re vekiriye û li dû wî çûye Tirkiyê.

   Werhasilî kelam, em nizanin wê melayê Kurd çi bike? Gelo wê hîna biçe di mezgeftên Tirkan de lotikên îslamî bavêje yan wê ji şerman re rîha xwe biqusîne û êgir pêxe?

    Aha em Kurd (bi taybet Kurdên bakur di vî warî de serê hefsêr berdane) ev in ha gelî xwendevanan! Dîndarên Tirkan bi navê îslamê û çepên wan jî bi navê enternasyonalîzmê qirasên xwe dixin me û me ji rê dibin.

    Îcar sûc sûcê kê ye qurban? Kuro em bi kêr nayên bavê min emmmmmmmm!    

Jibo xiyarekî Tirk dev ji dînê xwe berda

Dilcan Îzol-31/07/07-Antalya- Carna meriv li van jinên Ewrûpî dimîne ecêbmayî. Xaniman karin xwe jibo xiyarekî bifroşin û dev ji dînê xwe berdin. Tu dibê qey xiyar li Ewrûpayê qelîyane, radibin jibo xiyarekî Tirk dev ji her cûre tore û adetên xwe berdidin.

   Werhasil, keça Fransî Emîle Sylvîe Turc jî yek ji wan ehmeqa ye ku dev ji dînê xwe berda û bi dû xiyarekî Tirk ket. Tirk di vî warî de pir jêhatî ne. Gava bi jinek Ewrûpî re dizewicin, yekser wan dikin misilman û wan hînî Tirkî dikin da ku şexsîyet bi wan jinan re nemîne û wan di demek kurt de asîmîle bikin.

   Werhasil, dibêjin Emîle xanim ev 15 salin wek tûrîst tê Tirkiyê herêma Gemlîkê û diçe. Xuyaye ewê di balafirxanê de xiyarekî Tirk naskiriye û dil ketiye wî. Îcar rabûye dînê xwe guhertîye û navê xwe jî kiriye Leyla! De ne ser xêrê be rebbî! Her ku mexlûqatek li Tirkan zêde dibe dijminên me zêdetir dibin ellakwekîl! 

   Îcar em Kurd çi dikin hûn zanin gelî xwendevanan? Em jî gava bi jin yan mêrekî biyanî re dizewicin, di şûna ku em wan bikin wek xwe, em dibin wek wan û xwelîyê li serê xwe dikin. Çima? Ji ber ku me xwe wek millet nasnekiriye û ew ruhê neteweparêzî di me de xurt nebûye. De qede bi me keve rebbî!

Li wî jî rabû

Bengîn Elegez-30/07/07-Moskowa- Dibêjin serokê Lîberal Demokrat Partîya Rûsyê Vladîmîr Jîrînovskî lotikek avêtiye û dîsa kiriye zirt û virt. Jîrînovskî dibêje:”Nîjadê Slav, Fîn û Tirk bra ne. Ev sê grûp karin hêza xwe ya siyasî, çandî û aborî bikin yek û di dinyayê de bibin xwedîyê gotina herî mezin".

   Jîrînovskîyê ku amadekarîya hilbijartina piştî çar mehên pêşîya me dike, li komara otonom a Mordovyê got:”Ev hersê nîjadên ku min hejmartin, sed qatî ji çanda Amerîkî û deh qatî jî ji çanda Ewrûpî zêdetir di nava têkilîyê de ne. Yekîtîya wan kare hêzek super pêkbîne. Hesab bikin, 400 milyon insan û erdnîgarîyek 25 hezar kîlometro! Ji Vîyanê hetanî bi kenarên Japonyê emê hikim bikin” filan û bêvan.

   Lê mîster Jîrînovskî ji bîr dike ku di dinyayê de qewmê herî kevnare û herî xurt qewmê Arî ye. Heger dewletên ji qewmê Arî bibin yek û dest bidin hev, ewê tirê ji Jîrînovskî û Tirkên Jîrînovskî berdin.

   Lê çi fêde ku hîna dewlet û milletên ku bi eslên xwe ji qewmê Arî ne, wek Jîrînovskîyê dînik hesabê pêşeroja xwe nakin.

   Heyffffffffffffff!

Çeqel, gur û keftar bûn yek, dîsa jî zora Kasimpaşalî Reco nebirin..

Ehmed Beyan-30/07/07-Enqere- Partîya CHP û MHP wek du cewrikên artêşa Tirk in. Di bin fermana artêşê de lotikan davêjin û xelkê didirin. Ji xwe CHP wilo bi artêşê bawer bû ku, digot qey ewê bi alîkarîya generalan ji sedî sed bibe hikûmet û serê hefsêr têxe destê xwe. Lê di encamê de derket holê ku xewn û xeyalên CHP pûç derketin û lotikek bêîman ji AKP û Kasimpaşalî Recebo xwar.

   Werhasil, dibêjin Serokê Komeleya Serbazên Derkenarên Tirkiyê (TESÛD) Generalê qûnek Riza Kûçikoglû diyarkiriye ku esker û malbatên wan rayên xwe dane CHP û MHP da ku AKP bisernekeve. Lê xuyaye rayên çeqel, gur û keftaran jî têra têkbirina Recebo nekirine û Recebo tilîyek avêtiye bin dûvê wan. 

   Werhasilî kelam, esker, bergîl û qantirên wek Riza Kûçikoglû ji bîr dikin ku xwelîliserê Kurdan rayên xwe bidin kê ewê bibin mîr. De bela Kurdên me rayên xwe nedana Recebo, bê birastî Recebo tilî davêt bin dûvê wan yan na!

   De bela Recebo rabe û rûnê dua ji Kurdan re bike û hew! Bi sê telaqan, heger ne ji Kurdan bûya, wê Recebo li ber lotik û pehînên Denîz Baykal, Devlet Bahçelî û Yaşar Kuçukanit çem û çem biçûya û xelas!

   Êêêêêê erê canim, Kurd ewqasî jêhatî ne ku ji xwe re kûsîyan û ji xelkê re jî masîyan digrin haaa!

________________

 

 

 

Li rojnamevanên Kurd Adnan Hassanpoûr û Hîwa Bûtîmar xwedî derkevin

 

(Bixwînin)

_______________

 

Dirêjtirîn mirovê dinyayê

bû ew

 

Serdar Dîcle-10/08/07-Ûkrayna- Heta niha Bao Xîshûnê Moxolî bi dirêjîya xwe a 2.36 santîmî mirovê herî dirêj bû. Lê Leonîd Stadnyk lotikek li Bao xist û ew kir toz û tirabêlk.

   Leonîd bi dirêjîya 2 metro û nîv (2.5) bû mirovê herî dirêj ê dinyayê û hefsarê rekorê xist destê xwe. Leonîd ji rojnameyek Ûkraynî re dibêje:” Ji ber ku min ji bejna xwe fedî dikir û xelkê henekê xwe bi bejna min dikir, ez dernediketim holê. Ez niha jî ji bejna xwe nerazî me. Xwedê neyne serê kesî. Bejna dirêj êşkenca herî mezin e. Min niha jî nedixwest ez têkevim devê xelkê, lê min dît ku Bao Xîshun xwe bi bejna xwe bi qapan dike û pesnê xwe dide, min jî go de ezê lotikekê lêxim û tirekê ji wî berdim” filan û bêvan.

   Werhasil, Leonîd Stadnyk ket pirtûka Guînnesê û bû pêhlewanê dinyayê. Tam 2 metro û nîv kuro!

   De Xwedê Leonîd ji wê êşkencê xelas ke û bejna wî bike 1.25 cantîm rebbî!..

 

Lotikek din li wan ket

 

Perwîz Kudik-10/08/07-Pakîstan- Lotikek din li dewleta Tirk ket û bêhna tir û fisan bi ser wan ket. Pakîstanîyan di şûna rengê ala xwe a kesk de bi xeletî rengê sor lêkirine û li ser hezar rûpîyên xwe xistine. Îcar rengê ala wan û a Tirkan bûye wek hev û Tirk rabûne lotikan.

   Li ser bextê xelkê Pakîstanê be, dibêjin rayedarekî Pakîstanî gotiye:"Tirk diz kurê dizan in. Hertiştên xelkê ji xwe re didizin û dixwazin xwe pê bikin insan. Ev al jî ne ala wan e. Bi xwîna kurê xelkê sor bûye. Heger Xwedê bê erê, emê di pêşerojê de li keç û jinên wan jî xwedî derkevin. Ma dinya ne hurrîyet e baba?" û lotikek li Tirkan xistiye.

   Werhasilî kelam, hema kî lotikekê li Tirkan bixe ciyê wî bihuşta rengîn e û xelas!

 

Madem Malikî lotikek li we xist, hûn jî pehînekê lêxin kaka!

 

Şêrzad Zebarî-09/08/07-Hewlêr- Endamê Bloka Hevkarîya Kurdan ê parlamentoya Iraqê Dr. Mahmûd osman, di derbarê serdana Malikî û hevdîtina serokwezîrê Tirkiyê Erdogan de nerazîbûna xwe anî zimên û lotikek avêt.

   Xwedêgiravî Osman di derbarê Malikî de got:” Ewê sermezin li gor berjewendî û daxwazên Kurdan lotik neavêtine. Berî çûna wî me li hev kiribû. Lê qûneko piştî ku gihaye Tirkiyê xwe winda kiriye û lotikên li gor dilê Tirkan avêtine. PKK ne terorîst e, ew şerê terora dewleta Tirk dike” filan û bêvan.

   Ê kaka can, maden Malikî lotikek li we xist, hûn jî pehînekê li der qûna wî bixin û tirê jê berdin baba, wîî!

   Hema ku Malikî vegerîya Bexdayê, çewalekî têxin serî wî, wî têxin avdestxanê, qenc sabûn bikin û yeko yeko têkevin dora tenûrê, okey kaka!

Filmê kurdî «Nîvê Heyvê» di sînemayên Elmanyayê de

Filmê kurdî Half Moon ("Nîvê Heyvê") yê derhênerê kurd ê binavûdeng Bahman Ghobadi dikeve sînemayên Elmanyayê. Filmê ku gelek xelatên navneteweyî stendine, dê ji roja 09.08.2007ê û pê ve li gelek sînemayan bête nîşandan.

   Şirketa Pandora Film a elmanî mafê vê filmê kurdî ji bo nîşandina di sînemayên elmanî de kiriye. Film dê bi zimanê kurdî û jêrenivîsên elmanî bête pêşkêşkirin. (Bixwînin-FOTO GALERÎ)

 

Dîsa dîyar bû:

Tirkîye birastî jî welatê qeşmera ye

 

Aran Perînas-08/08/07-Swêd-

De were û nekene…

Win divê yeqîn bikin an na! Win bi kêfa xwe ne heyran. Min çend sûretên balkêş berhev kirine. Fermo li wan binerin;

Çend dîmen ji Tirkîyê:

Xaltîka me birastî cihê xwe li ser motorê xweş kiriye. Willeh wek wan Hels Ancelsan bi xwedî tecrûbe xuya dike. Cihê xwe heya jê hatîye xweş kiriye. Motor jî motore haaa! Xwedê heye. De xaltî hesreta dilê xwe derxe, hewaraaaa.

Ji xwe em behsa wê lokontê nakin, kafirin. Li lokanta ziqûmê, temaşe bikin. Yê ku diçin wir taybetîyek wî heye, armanca wî dîyar e. Bimbarek be kurooo ji we re…

   Îstasyona ”resmî” ya  pumpê. Ewqas qebe hatîye nivîsandin ku nayê gotin, willeh kî be bavo wê jê manekê derxe. Meydan ji we re maye, heylooo…(Berdewama nivîsê)

Dîk derketin ser sergo

Sîmon Kurdo-07/08/07-Telavîv- Serokkomarê Îsraîlê Sîmon Peres, lotikek avêt bin qûna Ehmedînejad û çend pehîn lêxistin.

   Peres di daxuyanîyekê de gotiye:”Ehmedînejad, ewê qamkinit, ji Xwedê zêdetir ji terorê hez dike. Tu dibê qey nişadir di qûna wî de ye, rehet nasekine. Heger rojek ji rojan ez wî li ser sergoyekî bigrim, ezê tiliya xwe têxim wî û hew!” filan û bêvan. 

   Li ser vê gotinê, dibêjin Ehmedînejad jî peyamek jê re şandiye û gotiye:”De were naxwe em li ser sergoyekî hevdu bibînin. Ez qamkinik û tu qamdirêj. Emê binerin bê kî ji me baştir bang dide” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, dibêjin niha herdu serokkomar jî niha nikilên xwe bi mivredan tûj dikin û li sergoyekî saxlem digerin da ku li ser wî sergoyî bi nikilan herin hevdu.

    De ser xêrê be û Xwedê bikim Sîmon Peres bi nikilê ewil çavekî Ehmedo derxîne rebbî!

Derbas bûn, derbas nebûn!

Şîndar Berwarî- 07/08/07-Duhok- Dibêjin van rojan Kurd bûne du beş. Hinek dibêjin:“Bi telaqê bê fitû eskerên Tirk derbasî başûr bûne“ û hinek dibêjin:“De herin looooooo, derbasbûna çi û halê çi“ û berberîya hev dikin.

   Werhasil, 15 hezar eskerên Tirk ji xwe ev çend salin 15 kîlometro di nav axa Kurdistanê de ne, îcar 350 komandoyên qûnek kîlometroyek din jî çûbin çi dibe û neçûbin çi dibe? Hêçççç! Yabo ka hûn wan 15 hezar eskerên qûnek ji axa Kurdistanê bavêjin Enqerê, girtina 350 komandoyên din rehet e.

    Hema 350 çewal û nelazim lo, wîî! Emê her yekî çewalekî têxin serê wî û paşûpê li kerê siwar kin û mesele tê girtin ellahwekîl!

 

DTP Jİ BO Çİ TÊK ÇÛ!

 

 Farûqê Devliken-05/08/07-Mêrdîn------- Dev ji Kurd û Kurdîstan berdan, man reben û kolê diz, wawîk, gur û tahjîyan!

-- Ketin bin fisa Ataturk, lê xwedênehiştê Ataturk fis kir tir û bi nav destên wan de teqîya!

-- We Kurd û welatperwer pihên, ker û golik jî bi êm kirin!

-- Kurd û Kurdîstan li me çû gilî, em man qeşmerên civata kûçik û rovî!

-- We Leyla xanima wêrek û jêhatî hişt li ber derî, Orhan Doganê mêr û şêr xist bin axa sar û cemidî û yên wek Aysel û Ûfûk jî rûniştkirin da li ser kursî û terehên xemilî!              (Bixwînin)

 

Jina Îtalî tir ji Hatemî berda

Diyar Baban-05/08/07-Mahabad- Jinek Îtalî tir ji hevneserokkomarê Îranê Muhammed hatemî berda û bû sedema dawîya jîyana wî a siyasî.  Dibêjin sala çûyî Hatemî diçe Îtalyayê û dest bi lotikên siyasî dike. Di wê navberê de çav li jinek Îtalî dikeve, ne bi dilekî lê bi heft dilan dil dikeve jinikê û destê xwe dirêjî jinikê dike. Hatemî destê wê diguvêşe hetanî ku xwêdan di derpîyê wî re davêje der.

   Werhasil, ev bûyer dikeve kamerayên rojnamevanan û niha di înternetê de derketiye bazarê. Piştî ku vîdeo belav bûye,îcar qûnekên Îranî yên ku li dijî Hatemî ne, dest bi propaganda li dijî wî dikin û Hatemî jî mecbûr ma û got:“ Yabo wê xanima Îtalî ez ji rê birim. Malmîratê wek meqnetîsê bi destê min girt û berneda. Madem rewş ev e, ezê jî di hilbijartina sala 2009an de nebim namzetê serokkomarîyê û em ji ber hev“. 

   Werhasilî kelam, jinek Îtalî lotikek bêîman li Hatemî xist û tir jê berda. Lê em nizanin bê wê kengî jinek xêrekê bi xwe bike, destê Ehmedînejad biguvêşe û tirekê ji wî berde.

   De xwezî bi wê rojê jî……

 

 

Kitêbek nuh a zarokan

DERGÛŞ

 

04/08/07-Swêd-Nivîskarê Kurd Laleş Qaso dest bi çêkirina Dergûş,Deydik, Hêlan û hemi tiştên din kir û pirtûkek zarokan bi navê "DERGÛŞ" weşand.

   Dibêjin wê zarokên Kurd bi vê pirtûkê hem hînî xwendin û nivîsandina Kurmancî bibin, û hem jî wê di dergûşa xwe de razên. De ser xêrê be û xwedê qiwetê bide Laleş Qaso rebbî!

   Em hêvîdarin wê Laleş di pêşerojê de jibo mezinan jî pirtûkekê bi navê "Morîka xewê" binivîsîne. (Bixwînin)

Dewleta polîsan

Av.Şemoyê Mitirb- 02/08/07-Berî bi demekê dewleta virqo biryarek girtibû ku desthilatîya polîsan zêdetir bike û bi qîma xwe tevbigerin, li kê xin, di kê xin bi qîma xwe bin. Piştî vê biryara nemirovane polîsên Tirk bûn wek gurên serê çiyê û hema kê dibînin lotikekê lêdixin. Ji wan re ferq nake, parêzer bin, doktor bin, mamoste bin, hema go şikl û şemalê kesekî li xweşîya wan neçe, te nerî bazdan ser û ew dan ber lotik û pehînan.

   Werhasil, parêzerê me Muammer Oz jî li Stenbolê ket ber xezeba polîsan û têra xwe lêdan xwar. Ewqasî lêxistin ku gunikek wî teqandin, pozê wî şikenandin û 31 tir jê berdan.

   Herçiqasî Muammer Ozê reben nasnama parêzerîyê pêş polîsan kir û got:”Ez parêzerim qardeşim” jî, polîsan gotê:”Sîktîr lan yawşak, sîkerim senî de parêzerlixînî de haa” û bi boks û pehînan hilperikîn ser serê wî.

   Werhasikî kelam, dewlet dewletek qûnek, hakim û sawcî qûnek, eskerên dewletê qûnek, îcar wê polîsên wê dewletê çi bin?

   Qûnek kurê qûnekan!

Neketin kerxana meclîsê, partî ava dikin

Zinar Qelemşûr-01/08/07-Stenbol-Wek hûn zanin, du kerxanecîyên Tirk Ayşe Tukrukçu û Salîha Ermez, jibo bibin berdevkê jinên kerxanên Tirkiyê, bibûn berendamên meclîsa Tirkiyê lê qûnekekî jî dengê xwe nedabû wan kezîkuran.

   Werhasil, herdu kerxanecîyên Tirk neketin meclîsê û jinên kerxanecî bê deng û bê nûner man. Îcar xuyaye ev serpêhatî pir li zora herdu jinan çûye ku rabûne îcar biryara avakirina „Partîya Kerxanecîyên Tirk“ dane.

   Ayşe Tukrukçu du vê derbarê de dibêje: »Me ray negirtin. Lê em vê tirê ji wan re nahêlin. Qûnekên Tirk gava li wan radibe tên xwe di kerxanên me de germ û nerm dikin, me didin ber lotik û pehînan. Lê gava em doza heqê xwe dikin, xwe tiro-viro dikin û dengên xwe nadin me. Ji ber vê jî, emê partîya xwe avabikin û bi serbestî lotik û zîtirkan bavêjin » filan û bêvan.  

   Werhasil canim, bila Partîya Kerxanecîyan li Tirkiyê pîroz û bimbarek be rebbî ! Bi telaq heta qûnek û kerxanecî nekevin meclîsê, demokrasî nayê vî welatê bêbav û Tirk medenî nabin û xelas !

Hêdî bajo pismam!

Şêrzad Zebarî-31/07/07-Hewlêr-Dibêjin nûnerê taybet ê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Eşref Qazî, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku cezayê îdamê betal bike û di şûna îdamê de cezayekî nermtir bide xelkê.

   Hella hellaaaaa! Bavê mino, ka berê ji Amerîkayê re bêje bila îdamê rake û piştre daxwazê ji Iraqê bike qurban, wîî! Ma li Amerîkayê hîna jî xelk îdam nabin? Belê. Êêêê?

   Çi lez û beza te heye kaka? Ka raweste em Elî Kîmyewî û bermayên Seddam Hisên îdam bikin bavo, piştre emê bifikirin ka emê îdamê rakin yan na.Okey kaka!

Mesele hat fêhmkirin

Rojda Aydin-30/07/07-Stenbol-Mesela MHP û AKP hat fêhm kirin. Di hilbijartina serokkomarîya Abdullah Gul de MHP neketibû salona meclîsê û lotikek li Gul û AKP xistibû. Lê niha MHP û serokê wê Devlet Bahçelî dibêjin “emê têkevin hilbijartina serokkomar û salonê terk nekin”.

   Gellek alîyan ev helwest meraq dikir û digotin:”Hella hellaaaa! Ev MHP çima tifa xwe dalêse? Çima helwesta xwe guhert?” û difikirîn.

   Werhasil, wekîlê MHP ê Enqerê Denîz Bolukbaşi rabû hew debar kir û rastî ji devê xwe derxist. Bolukbaşi dibêje:”Serokê me birêz Devlet Bahçelî naxwaze ku AKP muhtacî DTP bibe. Çawa be em û AKP Tirkên hev in û DTP ne ji me ye. Emê vê tirê ji DTP re nehêlin” filan û fîstan.

   Werhasil gelî xwendevanan, ji berê de dibêjin “Kûçik goştê kûçik naxwe”. Îcar ev jî mesela AKP û MHP ye. Gava li wan radibe dibezin ser hev û hevdu nerm dikin. Lê piştî kurmê xwe dişkînin jî, dibin mişk û pisîk.

   De a bi xêr çi be bila Xwedê wê bike rebbî!

---------------------

 

Herêma bêxwedî û bê xweda, germa Qoserê û derdê ceryana qaçax!

 

 Farûqê Devliken-30/07/07-Mêrdîn-Germa Qoserê agirê dojehê di bîra mere de tîne. Ji nehê sibehê heta şeşê piştî esir gavavêtina derve dûrî aqila ye; lê dîsa jî ji mecbûrî gelek kes ji bo parîyek an gepek nan li bin wê roja bêîman ziman ji dev kişîyayî û ji xwêdana navnig şeqitî bi vir de û wê de zîz dibin.

   Pircaran li bin kelkela wê rojê, mîna hinek ji jor de bi paş sutuyên mere de bimîze tu avayî di mere de namîne. Belkî hinek dimîzin jî?

Ma kî dizane?

   Ceryana Qoserê ji derdê xwedîyên bîra bûye jina qûnde. Hingî dehere û tê, dê tu xêr di alavên me yî elektronîk de nemaye bi elawekîl.

   Dev ji alav û pertalan berde, edî tu xêr di me de nemaye. Li derve roja bêîman û agirê dojehê, li hundur jî îşkenca xwedîyên erd û bîra. Hingî em sarogermî dibin, tu bijîşk nema ji nexweşîyên di me de derdikeve fêm dikin. (Bixwînin)

_____________

_____________

 

s© lotikxane 20-02-2006