Ey raqîb her mawe qewmî Kurd ziman,

                                Nay şikênê danerî topî zeman.

                                           Kes nelê Kurd mirduwe; Kurd zînduwe,

  Dildar  (1917-1948)                                               Zînduwe qet nanewê ala keman.....

      
Google

 Lotikxane

                                                                    Magazîn, henek, gilî û gazin      

 

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Xaltîka Fatê

Di demek kurt de dinivîse

Bêwar Brahîm

Ji bo madeya 140

Rojda Aydin

Lotikên Fransî

 

Gabar Çiyan

Hêja Barzanî

û Talabanî

Faris Beg

100 salin nêçîra Kurdan dikin

Adil Dûran

Ez û ez

 

Bavê Ronahî

Zimanê çûka

 

Lezgîn Şêxo

Dikandar

 

Lokman Polat

Çil romannivî

serên Kurd

Konê Reş

 Azadîya Welat

 

Î.X.Sirûcî

Xizanî û

Nezanî

Seba xatirê xatira, meriv diçe ser dînê kafira!                                    25 / 09 / 2007

 

 

Ma ew jî jin in, na welleeeee!

 

Dr.Mihyedîn-25/09707-Zanîngeha Lotikxanê- Wextekî di nav model û mankenên lotikvan de 0 (sifir) beden bûbû mode. Heçê radibû xwe wek darikekî jar dikir û dixwest ji mankenên din zeîftir bibe.

   Lê wextek hat ku ev zeîfbûn û 0 beden ji wan re bû nexweşî. Bû nexweşîyuek ku ew birin haleta mirinê û hew karîbûn qelew bibin. Çend manken û modelên navdar bi vî awayî lotikek xwarin û di navbera axret û dinyayê de dirin û tên, ha îro bimrin ha sibê.

   Werhasil, pispora jîyana cinsî a Ingilîz Dr.Sarah Brewer li ser sifir bedenê lêkolînek kir û di encama lêkolîna xwe de dîtinên xwe pêşkêşî raya giştî kir. Dr.Sarah Brewer dibêje: (Bixwînin-Foto Galerî)

 

Tir ji Parîsê jî berdan

 

Çang çîng Çong-24/09/07-Pekîn- Kuro ez bi serê Mao Zedûng kim em Çînî xerabe ne. Me tiştekî saxlem nehiştiye, tiştek nemaye ku nediziye û bi sexteyî çênekiriye. Em bi xêra sextekarî û kopîkirina mal û firaxên xelkê têra xwe dewlemen bûne û me tir ji komunîzmê berdaye- Di nava me de sermayedarên wilo mezin çêbûne ku nayê gotin. Hem sermayedar û hem jî komunîst! De îcar hesab li cem we.

   Ji lîztokên zarokan bigrin heta bi marqeyên cil û bergan, ji trimbêlan bigrin heta bi sol, seet, kêr û sîlehan, ji jin û mêran bigrin heta bi bajar û gundan, werhasil tiştek nemaye ku me ji Ewrûpîyan nedizîye û kopî nekiriye- JI xwe tenê bajarê Parîsê û qûleya Eyferê mabû wa me ew jî dizî û kopî kir.

   Ez serê we ê girover û keçel neêşînim, şîrketa me Zhejîang Guangsha li bajarê Hangzê taxa “Parîs û Eyfelê” kopî kir, ava kir û 2 hezar Çînî ketin xanîyên xwe. Yanî, me bajarê Parîsê jî kopî kir û lotikek li Ewrûpîyan xist.

   Bawer kin, ji xwe me komunîstîya xwe jî ji xelkê kopî kiribû. Îcar em bajar û gundên xelkê kopî bikin çiye? Hêççççç!

   Bi serê we, dizî û kopîkirin li cem me wek tir û fisekê ye! 

 

Bi telaq te hiland Beyaz efendî!

 

Tecawizcî Coşqûn-23/09/07-Beyoglû-Stenbol- Kuro bi namûsa Atavirqo, ev Prof.Zekerîya Beyaz misilmanekî temam e. Misilmanekî modern, rindik û zindiq e.

   Zekerîya Beyaz, bi gotin û fitûyên xwe xwe di rojevê de dihêle û zane karê xwe bimeşîne. Berî niha gotibû "Çûtina benîştê bê şekir rojîyê xera nake".

   Niha jî di derbarê şerpe, kitan û sergirtinê de lotikek aqilane avêt û got:"Ji jinan re tiştê herî pîroz derpîyê wan e, ne şerpe, kitan û sergirtina wan e. Ji xwe go derpîyê wan derpîyekî sor û seksî be, pîroztir dibe" filan û fîstan.

   Wile yabo te hiland! Bi telaq em bi te re loo, wîî! Kuro lawo zindiq, ma kî nizane ciyê jinan ê herî pîroz derpî û binkirasê wan e hêê! Ma xezîna wan hemi ne di wanderan de ye, xiyar!

   De neyse, esas gerek te bigota:"Di vê meha Remezanê de derpîlixwekirin heram e. Divê jin û mêr rût û tazî bigerin" filan û bêvan.

   Ez bi serê bavê te kim, tê sed xêr bi xwe bikira û mifta bihuştê têxista bêrîka xwe û hew!

 

Malpera welatê me û helbesta nûjen ?

 

 

Diyarê Farqînî-23/09/07-Hong Kong-Dîsan min dest bi zimandirêjiya xwe kir, li min bibûrînin.. yahooo hingî ev malperên Kurdan min diteqînin..De li van çend helbestên bêsinçî binerin  paşî min dadgeh bikin..

   Reyhan Serhan yek ji keçên nûgihişî ye, dest bi Alfabêtka kurdî kiriye  dixwaze sîpebûna xwe ji xwendevanan re diyar bike (muraheqe)..

   Welhasil kelam helbestek di malpera welatê me de belav kiriye.. bi tevayî şaşitiyên rêziman in ü bi ser de jî naveroka wê ji yekî hezkiriye  dûv re ji lawê wî jî hez kiriye (Dewama nivîsê)

 

Carek din qelûnê bikşîne kekê Xalid!

 

Cemîl Cewher-21/09/07-Hewlêr- Qey bavê kekê me Xalid Elî nan dabû feqîrekî ku Xalidê me ji mirinê xelas bû û tew nemabû ku cixareyek qûnsor bibe qesasê serê wî.

   Dibêjin di vê meha Remezanê de, berpirsê "Rojnamegerên bê rojname (JSP)" Xalid Elî û mêhvanekî xwe derdikevin sûk û bazara Hewlêrê û ji xwe re seyranê dikin. Xalidê me di vê meha rojîyê de cixareyekê dikşîne ser kezeba xwe û pif dike dûmanê.

   Werhasil, polîsê asayîşê hema vê fersendê bernade, bi qerpika stuyê wî û mêhvanê wî digre û berê wan dide navenda asayîşê û wan dikşînin îfadê. Dibêjin Xalidê me gotiye:"Wîîîîî, bi hersê telaqên jinberdanê min ji bîr kiriye ku ev meha Remezanê ye, yan na ma min ev bêxwedîka cixarê dikşand ser kezeba xwe kaka, wey!" û piştî îfadeyek dûdirêj ew hatine berdan.

   Werhasilî kelam, kuro rabe, rûnê û dua bike ku bêbavekî El Qeîde rastî te nehatiye û xelas! Here qurbanekê serjêke, di şûna 30î de 60 rojan rojî bigre û bêje: "Elhemdulîllah, cixare çû lê serê min neçû" kaka!  Haaa, ji bîr neke, sala bê di meha Remezanê de qelûnê bikşîne qelûnnnnnnn!

 

Dil ji min bir lêvên şêrîn!

 

Şemsedînê Agirpêketî-20/09/07-Ewrûpa- Di spehî û bedewbûna jinê de lêv rolekî mezin dilîze. Heçê lêv in, di hezkirin û hevdugevizandinê de jî roka xwe dilîzin. Lêv di ser lêvan re ne. Çawa ku jin yan mêrên ku pozê wan mezin bin û wek pozê Mehmûd Ehmedînejad bin, nayên xwarin û ne balkêş in, ne germ û nerm in, lêv jî wilo ne.

    Lêvên zirav û tenik zêde zewq û germaya maçîkîrinê nade. Lê lêvên qelew û têrgoşt zewqê dide meriv û meriv jê têr nabe. Çawa ku hestîyê bê qoşt meriv têr nake, wilo jî lêvên tenik meriv coş nake.

   Niha nizanim lê berê di civaka me de ji lêvên tenik dihat hezkirin. Di dellek stranan de pesnê jinê bi lêvên wê yên tenik dihat dan û lêvên tenik jê re dibû xemla pesindanê. Werhasil canim, ji min re ferqa tenikbûn û qelewbûna lêvan tuneye, bi namûs kîjan lêv têkevin ber min ez avê lê venaxwim û hew, wîî!

   De neyse, em vegerin ser mijara xwe. (Bixwînin)

 

Vate lotika 9. avêt

 

20/09/07-Stenbol-Dibêjin kovara Vate 9.lotika xwe avêt û derket piyasê. Ser xêrê be û Xwedê emrê wê û xebatkarên wê dirêjtir bike rebbî!>>>>>

 

Em fermana îdama wî îmze dikin!

 

Cemîl Cewher-19/09707-Hewlêr- De werin vê ecêbê. Dibêjin li Iraqê kesek tune yan newêre fermana îdama Elî Kîmyewî îmze bike kurooo!

   Elî Kîmyewîyê ku destê wî di xwîna bi hezaran Kurd de heye, li bendî îdama xwe ye lê babaegîdek tune ku fermana îdama wî îmze bike. Ma îcar hikûmeta Iraqê jî bû hikûmet?

   Yabo bi namûs, bi sê telaqên Elî Kîmyewî, em wek Lotikxane amadene fermana îdama wî îmze bikim. Hem jî belaşşşşşşşşş!

   De ka fermanê bişînin, heger me îmze nekir em ne ji pişta bavê xwe ne, wîî!

 

Beranê bi qiloç!

 

Zinar Qelemşûr-17/09/07-Stenbol- Di dema îro de her kurê bavan newêre parêznameya xwe bi zimanê Kurmancî bide dadgehên dewleta Tirko. Hinek kurê bavan jî hene ku goştê xwe dixin nav diranên xwe û liberxwe didin.

   Yek ji wan jî weşangerê Kurd Mehdî Tanrikûlû ye. Mehdî Tanrikûlû li Stenbolê derket pêşberî dadgerên dewleta virqo û paraztina xwe bi Kurmancî kir. Dibêjin dadger şaşo-maşo mane, tiştek ji vî zimanê ku qaşo li gora wan zimanekî tune ye, fêhm nekirine û rabûne tîpên Kurdî ên wek W,Q,Û,Ê,Î,X ketine ber çavê wan. Piştî ku ev tîpên ku di alfabeya Tirkî de tunene dîtine, dane lotik û zîtirkan û çend tir û fir kirine.

   Îcar radibin ji ber sebeba mixalefeta qanûna tîpên Tirkî dozek din li Tanrikûlû vedikin û lotikek neinsanî lêdixin.

   Werhasilî kelam, Mehdî Tanrikûlûyê me hînî lotik û pehînên Tirkan bûye. Êdî ji wîre dadgeh madgeh xem nîne. Ewî xistiye serê xwe ku wek Kurd, bi mêranî paraztina xwe bi Kurdî bike û di kefenê sed bavê Tirkan e.

   Kuro her bijî beranê bi qiloç! Bi namûs tu mêr î!

 

Weyla top lê ketê erê welleeeee!

 

Antonîo Vêga-15/09/07-Roma- Yabo min bi xwe cêba bi cê ecêbê ne dîye û ne bînaye. Kesî ji we dîtiye ku kesî rojê 7 caran lotikan bavêje û gon bixwe? Yan hûn karin rojê 7 carî li hev siwar bên? Bi telaq ê min bi xwe ez nikarim, wîî! Ma piştî vî emrî ez rabim derewan bikim bavo, naûzûbîlleh!

   Werhasil, lotikvana navdar Nîna Morîç çend zîtirk avêtin û ji çapemenîya Îtalî re dilê xwe rehet kir. Morîç di derbarê jîyana xwe a seksê de dibêje:“Car heye ku ez û mêrê xwe rojê 7 caran hevdu digevizînin û toz û tirabêlkê bi ser serê xwe dixin. Em lotikên wilo li hev dixin ku cîran dibêjin qey qiyamet rabûye û ji malên xwe direvin“ filan û bêvan.

   Erê kuroooo, rojê 7 carî yahoooooo, errrrrreeekkkkkkk! (Bixwînin)

 

Çaroxa xwedî şexsîyet, tirrrrrrrrr!

 

Tecawizcî Coşqûn-13/09/07-Beyoglû -Stenbol- Niha hûnê bêjin „Aha, ka em binerin bê dîsa Tecawizcî Coşqûn çi morîk rijandine“ ez zanim.

   Lê babam, bi serê we xelk morîkên xwe dirjînin û ez jî didim hev. Ne bêbextîyan li kesî dikim û ne jî wek hinekan dibêjim „ez kesekî nabînim ku jê bihesidim“ filan û fîstan.

   Werhasil, de ka em vegerin ser mijara xwe. Hûn zanin nizanin nizanim, lê tu kes wek van kesên melez û xwînheram bêbav û zinêkar tunene. Kesên ku esîl bin û kurê / keça bavê xwe bin, ji eslê xwe fedî nakin û li adet û toreyên xwe xwedî derdikevin. Lê kesên heramzade bin ne şerm li cem wan heye û ne jî fedî.

   Meselen lotikvana Tirk Denîz Sekî! (Bixwînin)

 

Şikir bikin ku goştê insana nadin we!

 

Fehmîyê Garson-12/09/07-Antalya- Di pîşesazîya aşxane û şixulandina otelan de tiştên kesanedî, serpêhatîyên ecêb çêdibin. Hema bêjin di piranîya aşxaneyan de xwarinên kufikgirtî, goştê xerabe û dermanên rengîn bikartînin û qûnê li mişterîyên xwe diqetînin. Ji xwe li bajarên tûrîstîk ev bûyer bê hed û bê hesab in. Meselen; li gellek otelên bajarê Antalyayê, goştê berêz wek goştê golik didin xwarin. Ev sextekarî li otelên seranserê Tirkiyê pêk tên. (Bixwînin)

 

Piştî tir têde nemîne wê xwe binuxumîne

 

Tecawizcî Coşqûn-11/09/07-Beyoglû Stenbol- Me gellek caran gotiye ku,“Jin û mêrên Tirk, piştî ku têra xwe qûnekî û zinêkarîya xwe dikin, îcar berê xwe didin Mek û Medînê, Kabeyê tewaf dikin û serê xwe digrin, qaşo ji gunehên xwe pak dibin“.

   Demet Akalanina ku hema bêjin her hefte yekî bera ser xwe dide,ket nav karwanê nîqaşa xwegirêdanê û çend lotik avêtin.

   Demet Akalin di konsera xwe a li bajarê Kastamonûyê de got:“Piştî 40 î ezê bi temamî serê xwe bigrim û dev ji lotikan berdim. Niha naxwazim xwe binuxumînim ji ber ku hîna çend fîşekên min mane û dixwazim bibim wek çaroxa cotkaran. Lê go Xwedê bê erê, ezê piştî 40 salîya xwe serê xwe bigrim, kiras û xeftanê berîvanî li xwe kim û berê xwe bidim Hecê û tobe bikim“ filan û jehr û ziqûm. (Bixwînin)

 

Agir di mêjî da
Belki Ji bo neyê Jibîrkirin şengal

 


 
Jîr Jan Amedî-08/09/07-

Destê minê giredayî, Şengal,
 Bibohrîne ewê çawa derbas be,
Ev axîn ey heval?

Nebohrîne di bextê teda,
Dengê xwe bilind ke..
Bila here ba xweda.

Ew xwedayê dikuje,
Ê bê dest û pê û bêkes.
Li ser dilê min xwîna welateki dirêje.

Agir bi dilê min ketye, bê dû;
Çar alîyê mêjiyê min dişewite,
Kezeb û gulçik, dest bidin hevdû.
 

Pamela Anderson zora Diyarbekrîyan bir

 

Şemal Amedî-07/09/07-Hollywood- Dibêjin Diyarbekrî bi şebeşên (zebeş-şûtî) xwe meşhûrin û jibo xatirê şebeşên xwe jî hersal pêşbirkan lidardixin, şebeşên herî mezin dibijêrin û xelatan belav dikin.

   Dibêjin nepaqijîya hewayê, serûbinbûna demsalan û zêdebûna nexweşîyan lotikên xedar li şebeşên Diyarbekrê xistine û ji ber vê jî her ku diçe biçûk dibin û kîloyên xwe winda dikn.

   Ez serê we neêşînim, dibêjin di dema pêşbirka îsal de lotikvana memikmezin Pamela Anderson, li ber televizyonê li Diyarbekrîyan û şebeşên wan temaşe kiriye, herdu memikên xwe hejandine û gotiye:”Tirrrrrrrrr li bin dûvê şebeşên we! Şebeşên min ji ên we mezintir û girovertirin looooooo” û henekê xwe bi şebeşên Diyarbekrê kiriye. (Bixwînin-Foto galerî)

 

Batmanîyan serê Pavarottî xwar!

 

Gulistan Bişêrî-06/09/07-Batman- Berî bi çend rojan li bajarê Batmanê (Êlihê) 4.mîn Festîvala Çandî a Batman-Heskîfê çêbû. Festîval bi resepsîyona operayê destpêkir.

   Dibêjin Parlamenterê DTP ê Batmanê Bengi Yildiz, kevneparlamenter Selim Sadak, Şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan, Waliyê Batmanê Recep kizilcik, alîkarên walî Sedat Sırrı Arisoy, Aziz Mercan, Erol Karaomeroğlu,berpirsên gelek sazî û dezgehên fermî û sivîl beşdarî li resepsiyonê kirine û bi operayê mest û serxweş bûne.

   Opera haaa, hem jî li Batmanê OPERA!!!!! (Bixwînin)

 

Freedom for the right of opinion

Freedom for a free word

 

Appeal

 

 

04/09/07-Syrîa-Adnan Hassanpur, the journalist, and Abdulwahed Botimar (Heewa), the activist of Human Right Watches, both have been arrested for about eight months by the Iranian repressive authority. Besides, the judge of the Islamic court issued a decission on July18, 2007 to sentence both of them to death.

   As a result, the authority has put them in a singl prison awaiting for the execution of death penalty <<<<<<<.

 

Warê Zerdeşt

 

Helbestek ji

Seydayê Dilmeqes

 

Kabe û ziyaretgeha kurda Şengal

Tu xwedanê Laleşa pîroz Şengal

 

Cîh û warê Zerdeştê kale Şengal

Meskenê piling û şêra ne Şengal

 

Warê Dewrêşê Evdî ye Şengal

Hêlîn û warê ker û kulik Şengal

 

Tu diyarê karxezala yî Şengal

Parastiye çand û ziman Şengal

 

Kelemê çavê dijmina ye Şengal

Warê dilberên kezîzere Şengal

(Berdewam)

 

Xêrekê pê bikin bavo!

 

Şemal Amedî-03/09/07-Hollywood- Carna meriv ji ber van insanan dikeve keramberan û dixwaze rojek berî rojekê terka vê dinya gewrik bike. Lê carna jî dilê meriv bi insanan dişewite û xwe bi xwe dibêje:“Yaw de qede bi wan keve lo, hayhoooo! Ma derdê wan bi serê min ketiye, çi gûyî dixwin bila bixwin“ û bi rêya xwe de dimeşe.

   De ji xwe re li xanima lotikvan Amber Peach binerin. Tu derdêwê nemaye ji mezinkirina memikên wê pêve. Xelk ji birçîna dimrin, gepik nanê xwarinê nabînin û muhtacî qirûşekî ne, lê xanimê radibe di internetê de parsê dike, destê xwe vedike û ji raya giştî alîkarîyê dixwaze. Alîkarîya çi hûn zanin? Ambera ku di sektora pornoyê de dixebite û herroj lotikan li xwe dixe,dibêje:“ Jibo ez memikên xwe mezintir bikim hewcedarîya min bi 5 hezar dolarî heye. Ev jibo karîyera min pir girîng e. Hêvîdarim wê xêrxwazek derkeve û alîkarîya min bike“ filan û fîstan.

   Weleddddddd! Yaw jibo Xwedê alîkarîya vê xanimê bikin bavo! Rebenê 5 hezar dolar peyde neke wê beravêtî bibe û karîyera wê bilindtir nebe. De bidinê deeeee..5 hezar dolar û ne tiştek! Hesêbkî we mehekê goştê mirîşkan nexwar, wîî!

 

 

 

 

Ha ji we re edalet û hiqûqa Tirko!

Serdar Mirad- 25/09/07-Amed- Îsmaîl Hakki Karaca û komek parêzerên Amedê, di sala 1993an de ji ber binpêkirina mafê mirovan serî li dozgerîya dewletê xistibûn. Li gora qanûnê divê di nava 30 rojan de dozger bersiv bidaya parêzeran. Lê ew 30 roj bûn 14 sal û mesele hat jibîrkirin.

   Piştî 14 salan dozgerê dewleta virqo nameyekê ji Îsmaîl Hakki Karaca re dişîne û dibêje:”Lêkolîna serlêdana we berdewam e, kengî go lêkolîn temam bû emê biryarekê bidin ka wê doz vebe yan na” û lotikek bêîman li parêzeran dixe. Serlêdana ku hatibû jibîrkirin û êdî nedihat bîra kesî, piştî 14 salan ket rojevê û herkes behitî ma.

    Îsmaîl Hakki Karaca dibêje:”Berî 14 salan min û çend hevalên xwe ji ber bûyerekê serî li dozgerê dewletê xistibû. Ji xwe nema tê bîra min bê me doz li kîjan memûrên dewletê vekiribû” û behitî dimîne.

   Werhasilî kelam, edalet û hiqûqa Tirkan ev e! Dozên ku di nava 30 rojan de karin bên çareserkirin, tên bindosye kirin û piştî 14 salan bersivek tê dan. Jibo ku doz li memûrên dewletê, li polîs û eskerên dewleta qûnek venebin, dosye bincil dibin da ku bên jibîrkirin û wextê wan derbas bibe. Lê go doz li dijî yekî Kurd vebe, di nava çend rojan de wî mehkeme dikin û berê wî didin heps û zindanê. Aha Tirk û edaleta Tirko ev e!

 

Şikir ji Xwedê re, Serokkomarê Kurdistanê jî çêbû!

 

Cemîl Cewher-24/09/07- Hewlêr- Van rojan lotik û pehînên wilo xweş li Tirkan dikevin ku dilê meriv pê rehet dibe û em bê eraq pê serxweş dibin.

   Wezîrê derve ê Fransayê Bernard Kouchner, bi nameyekê doza vekirina konsolosxaneyek Fransî li Serok Barzanî kir û bakurê Iraqê rasterast wek “Kurdistan” qebûl kir. Li ser vê bûyerê Tirkan bi xwe de rît û derpî dagirtin. Îcar ev ne bes bû, Nûnerê Sekreterê Yekîtîya Milletan ê Iraqê Eşref Qazîyê Pakîstanî, di belavok û daxuyanîya xwe a dawî de Serok Barzanî wek “Serokkomarê Kurdistanê” qebûl kir û singek xist Tirkan.

   Werhasil, Fransayê “Kurdistan” qebûl kir û Yekîtîya Milletan jî taca Serokkomarîya Kurdistanê da serê Mesûd Barzanî. Ez bawerim ev bûyerên xêrê ne. Fransa belasebeb nabêje “Kurdistan” û Nûnerê Yekîtîya Milletan jî belasebeb nabêje “Serokkomarê Kurdistanê Mesûd barzanî”.

   Îcar dibêjin vitvit bi Tirkan ketiye û telefon li ser telefonê ji Serokê Yekîtîya Milletan Ban kî-Moon re vedikin, dibêjin û dibilînin, pirça serê xwe hildikin û li sînga xwe dixin.

   Werhasilî kelam, meha Îlonê bû meha lotikên bi xêr. Ji Kurdan re serketin û ji dijminên me re jî binketinê ji Xwedayê mezin hêvî dikim.Xwedê bikim lotik û pehîn ji ser serê Tirkan kêm nebin rebbî!

Bi namûs we Kurdistan kir tirrrrr!

Ehmed Beyan-24/09/07-Enqere- Meselek heye dibêjin:”Heçê zane zane, heçê nizane baqê nîskan e”.

    Dibêjin rojekê rêwîyek diçe gundekî li derîyê malekê dixe. Xanima malê derî vedike. Mêrê jinikê çûye cot yan ber pez û jinik bi tenê li malê ye. Jinik mazûrvanîya xwe dike û mêrik dawetî hindur dike, av û xwarinê didê û zikê wî têr dike. Qûnekê heram gava dibîne ku zilamê jinikê ne li malê ye, radibe dest davêje jinikê. Di wê navberê de zilamê malê dikeve hindur, dibîne ku ê mêhvan dest davê jina wî. Ê mêhvan dest bi revê dike. Xwedîyê malê jî dide dû ku wî bigre û bikuje.

   Li biniya gund erdekî nîskan heye. Hema ê mêhvan dikeve nava erd, baqek nîsk diçine, direve, berê xwe dide nav koma gundîyan û diqîre:”Hewarêêêê, hewarêêêê, evê han dixwaze jibo baqek nîsk min bikuje!” û xwe davê bext û tora gundîyan.

   Gundî radibin bi ser xwedîyê malê hildibin û dibêjin:”Kuro ma tu ji bavê xwe fedî naki tu kirî jibo baqek nîsk vî zilamê reben bikuji hêê!” Xwedîyê malê jî nikare bêje “ Wele vî bêbavî dest avêtiye jina min”, jê re eyb û qebhetek mezin e. Radibe dibêje:”Erêêê erêêêê, heçê zane zane heçê nizane mesela baqê nîskan e”. Îcar mesela baqê nîskan ji vê serpêhatîyê tê. (Dewama nivîsê)

 Flaş, flaş û sed carî flaşşşşşşşş!

Li başûrê Kurdistanê Partîya Hizb-Ûl Monîca hat damezirandin

 

 Mahmûd Hewlêrî-21/09/07-HEWLÊR: Piştî ku George Bush, lotikek li dayika Saddam Husen û Eliyê Kimyewî da, bêhna Kurdên Başûr hate ber wan. Desthilatdariya xwe, parlamena xwe ava kirin.

Lê ji sedema ku "Hizb-ul Bombekanî Islamî radîkal" li dijî George Bush dest bi ser kir û enflasyona bombe-teqînan dest pê kir, Iraq bû "Diyar-i cehennem"…

Her çiqasî Hizb-ul Bombekanî Islama radîkal, bi destek û arîkariya dewletên weke Tirkiye, Sûrî û Îranê li dijî Bush şer dabe destpêkirin jî, li Herêma Federe a Kurdistanê pêşketinên têrhêvî û mizgînî dest pê kirin.

Lêêê, bi avakirin û damezrandina Herêma Federe a Kurdistanê re, li Bakurê Kurdistanê "enflasyona rewşenbîran" jî dest pê kir. Kesê ku hefsarê xwe qetand, gerefatek kire stuwê xwe, du pitikûnîv xwendibûn, beziyane herêma Başûr …

Di demeke kin de Başûrê Kurdistanê bû holk û arena lotikxaneya rewşenbîrên Bakurî. Balkêş bû,  teva jî, axaftin û gotinên xwe, di çarçoveya siyaseta li dijî PKKê amade kiribûn. Vê siyasetê di destpêkê de heq û pere anîn. Lê dem û heyam zû hatin guhertin; rayedarên başûrî, nerin ku ev kesên li devê deriyê wan dikûzin, tenê li "lûtan" digerin, (Bixwînin)

Google li Îranê ket zindanê

Diyar Baban-20/09/07-Mahabad- Dibêjin dewleta Îranê, sofî û şaşikmezinên dewletê li hev kombûne û biryara hepiskirina motora lêgerînê Google dane. Piştî biryarê motora lêgerêna înternetê a herî mezin Google, li Îranê qedexe bûye, kelepçe xistine destê wê, qeyd û zincîr xistine lingên wê, çavê wê girêdane û avêtine binê zîndanek reş û tarî.

   Li ser bext û namûsa cîranê Mehmûd Ehmedînejad be rebbî! Cîranê wî Hesen Hisên Şaşikkesk ji me re got ku, “Rebena Google ji ber Lotikxanê ket zindanê. Hingî Lotikxanê lotik û pehînên xweş li Ehmedînejad dixistin û tir jê berdidan, li xweşîya Kurdên Îranê dihat û ev jî dibû sedema acizbûna şaşikmezinên dewletê. Ji ber vê jî biryar hat girtin da ku li Îranê bi rêya Google kes nekeve Lotikxanê û lotikan navêje” filan û fîstan.

   Wekî din bi berdewamî got ku, “Binere ji kesî re nebêje haaaaa, bi sê telaqan hingî şaşikmezinên dewletê diketin Lotikxanê û li wan jinikên spehî dinerîn wek mirîşka gêj li wan hatibû. Hema li ber wan jinikên spehî bi xwe xweş tanîn û li sînga xwe dixistin. Piştî dîtin ku wilo nabe û heger bidin dû jinikên Lotikxanê wê dewlet ji destê wan derkeve, rabûn Google qedexe kirin” filan û dîsa fîstan.

   Werhasilî kelam, niha Google di zindanên Îranê de êşkencê dibîne û ketiye rojîya mirinê. De Xwedê alîkarê Google be rebbî!

 

Wî gilîyê Xwedê kir, emê jî ê Selaheddînê Eyyûbî bikin

 

Hesen Almas-19/09/07-Waşîngton- Dinya hurrîyet e, demokrasî û azadîya fikr û ramanê tiştekî xweş e. Bawerkin, heger îcar qiyamet ranebe hew radibe. Kesî dîtiye û bînaye ku kesek rabe û Xwedê bide mehkemê? Kesî gilîyê Xwedê kiriye ey mirovno? Naaa! Lê Senator Ernîe Chambers dike. Mêrik qet ji Xwedê natirse û radibe wî dide mehkemê, dixwaze ku mehkeme Xwedê ceze bike û têxe hepsê. Ya starrrrrrrrr!

   Îcar ma ev jî karê aqila ye bavo! Xwedêgiravî Chambers Xwedê wek “Berpirsê terorê, mirin û wêrankirinê” dibîne û dixwaze ku ew ji ber sûcên xwe bê darizandin.

   Werhasilî kelam, madem tirs nemaye û meriv kare hesab ji Xwedê jî bipirse, emê jî Selaheddînê Eyyûbî bidin mehkemê û ji hakim re bêjin:”Hakim beg, çi anîbe serê me evî Selaheddînî anîye. Heger Selaheddîn jibo qewmê xwe şer bikira niha emê ne di bin destê Tirk, Ereb û Eceman de bûna. Lê wî her tişt kir qurbana îslamîyetê û em kirin koleyên van hirç û hovên Tirk, Ereb û Eceman. Em dixwazin wî darizînin û hesab jê bipirsin” filan û fîstan.

   Heger sibê dusibê hinek rabin Mihemed, Îsa û Mûsa Pêxember jî bidin mehkemê qet şaş nemînin û devê xwe ji hev venekin û hew! Çawa be dinya bûye berdî berdan, pekkkkkkk!

Wey dengê te here xwedê rebbî!

Diyar Baban-18/09/07-Mahabad- Xuyaye êdî ne ji fersendên dîrokî û pirsgirêkên nava dewletan be, wê Kurd nema karibin welatê xwe bi serê xwe azad bikin. Çawa ku têkçûna Saddam bi destê Amerîkayê pêk hat û Kurdan ji vê fersenda dîrokî sûd wergirtin, wilo jî tofelaqîyek ji Îranê û Kurdên Îranê re lazime.

   Werhasil, çavê me Kurdên Îranê li welatên Ewrûpa û Amerîkayê ye ku rojek berî rojekê lotikekê li Îranê û Ehmedînejad xin da ku em Kurd jî wek Kurdên başûr bigihên heqê xwe. Lê xuyaye hîna ji vê lotika dîrokî re heye. Herçiqasî George Bûşh car caran zirtan li Ehmedo dike û dixwaze Îranê serûbinê hev bike jî, lê halîhazir ketiye xewa şêrîn û dike xire xir.

   Dibêjin wezîrê derve ê Frensayê Bernard Kouchner lotikek xweş avêtiye û behsa şerê Îranê kiriye. Xwedêgiravî Kouchner gotiye:” Îra lingê xwe zêdeyî xwe dirêj dike. Dixwaze çekên kîmyewî çêke û berberîya me bike. Ev nayê qebûl kirin. Divê em xwe amadeyî a herî xerab bikin ku ew jî şer e” filan û fîstan. 

   Werhasilî kelam, dibêjin hîna şert û şirûtên êrîşek li ser Îranê kamil nebûye û niha Ewrûpî û Amerîkî di pêvajoya çêkirina plan û projeyan de ne. Lê ê me wek Lotikxane me ji zû de dest bi şerê Îranê û Ehmedo kiriye. Ewrûpî û Amerîkî kendî dest bi şer dikin em nizanin, lê me doxîna Ehmedînejad anîne kabokê û ha ha em lotikan lêdixin wesselam!

   De Xwedê dengê Kouchner bibihîze û rojek berî rojekê çewalekî têxe serê Ehmedînejad jî rebbî!

Lotika wî lê vegerîya

Hecî Serxweş-17/09/07-Stenbol- Prof. Zekerîya Beyaz tolaz û çavliderekî dera han e. Mêrik her serê çendakê fitûyekê li dor dilê derdixe û bi navê îslamê dide zîtirkan. Mêrik xwe wek xortekî 14 salî dibîne, por û simbêlê xwe reşboyax dike, şeh û mirêkê dixe bêrîka xwe û bi ser de jî di înternetê de bi qîz û xortên ciwan re çet dike.

   Îcar yekî hacker ji Zekerîya efendî pirsîye:”Seyda, ma go mero msn ên ku bêrêtîyê dikin hack bike (reş bike-bigre) xêr e yan na?” Zekerîya efendî jî gotiye:”Oooooooo, çawa ne xêr e, bi sê telaqan xelata wê bihuşta rengîn e, xweş helal e” û aqil daye xortê hacker.

   Îcar tu nabê piştî vê xeberdanê bi demek kurt, msn a Zekerîya efendî bi xwe tê hack kirin û lotikek lêdikeve. Mêrik hew kare bi keçên ciwan û lêvsor re msn ê bike. Îcar Zekerîya efendî rabûye ser tapanan û dibêje:”Hackkirina msn a min heram e, guneh e. Min di wir de aqil dida xelkê û xêrên baş dikirin” filan û fîstan. Lê qûnekê heram nabêje ku “min bi keçên lêvsor û memikmezin re çet dikir û bi xwe xweş tanî”.

   Yaaaa, hûn dibînin bê Profesor û Îlahîyatçîyên Tirk çi zinêkarin ne wilo? Qûnekan gava li hesabê wan tê hertiştî helal dikin, gava li hesabê wan nayê jî heram dikin. Aha misilmantîya Tirkan jî wek a Zekerîya Beyaz e ellahwekîl! Hem Xwedê dixapînin û hem jî insanan.

   Helbet insanên ehmeq jî pir in canimmmmm, yan na wê kê bida dû van zinêkaran!

Teyrikê me rekor şikenand

Nêçîrvanê Çûka-17/09/07- Berî bi demekê me teyrikek ji teyrikên Lotikxanê jibo berhevkirina îstîxbaratên aborî û leşkerî şandibû ezmanan. Lê tu nabê teyrikê me “Teyrikê Nikildirêj” rê û rota xwe winda dike û li ezmanan nebedî dibe. Li ser vê bûyera xemgîn, lêkolînerên me ketin dû şopa Teyrikê Nikildirêj û çend fatîhe û yasîn li ser can û cesedê wî xwendin.

   Lê piştî 10-15 rojan zanyar û pisporên Şîrketa Emerîkî a Ezmanî NASA, bi teleskop û radarên xwe şûna Teyrikê Nikildirêj kifş dikin û raserî tiştekî kesanedî tên. Derdikeve holê ku Teyrikê Nikildirêj tam 9 rojan tî û birçî li ezmanan firyaye û tam 11 hezar û 500 kîlometro firyaye. Bêyî ku xwe li bejayê deyne fedakarîyek wilo mezin kiriye ku heta niha li dinyayê nehatiye dîtin. 9 roj tî û birçî û 11.500 kîlometro!

   Îcar gelî xwendevanan, ma go ew teyrik ne ji malbata Lotikxanê bûya, karîbû 9 rojan li ezmanan bimîne? Na canimmmmm! Aha heta bi teyrikên Lotikxanê jî ev fedekar in haaa!

   Ez serê we neêşînim, piştî rêwîtîyek dûr û dirêj, Teyrikê Nikildirêj bi selametî vegerîya lûsê Lotikxanê û ket xewa şêrîn. Me jî çewalek genim, meşkek ava cemidî danî ber û ew bi “Xelata Canfedabûnê” payedar kir.

   Helbet me şûşeyek wîskîya Jonny Wolker jî jê re kirî û Teyrikek mê ji Tirkiyê anî cem da ku têra xwe bifisikîne teyrika Tirk û jehra Kurdayetîyê berde bedena wê.

 

Ha ji we re zirkerekî Tirk, Kazim

 Mîrşan!

S.Mîroglû-16/09/07-Yabo heyra bi xwedê car caran hemdem.com çavên xwe berdide qoltixa Lotikxanê jî. Nizanim ji kîjan qula çavê çapemeniyê dirxistin ev mesela Kazim Mirşan e çi ye. Go ez rabim ser xwe ezê îspat û çespat bikim ku tayê nizanim kudera wî jî kurd e, îcar tirr di qûnê de nemaye, radibe dibêje hemû cîhan tirk e. Hela ji xwe re li vê qebhetê jî binêrin go dibêje dîroka tirkan berî niha bi 18 hezar salan dest pê dike.

   Ez bi 99 navê xwedê dikim, di vê rojiya remezanê de dîroka we naçe heta berî niha bi 18 metroyan.
   Hela ji xwe re li qebheta zîtirko binêrin go dibêje nivîs cara yekem ji aliyê tirkan ve hatiye nivîsîn. Tew ew jî ne bes, bi ser heqê xwe de dibêje hemû alfabeyên cîhanê jî alfabeyên tirkan e kuro. Erê law madem hûn ev gayê xwedê bûn, çima çêleka cîhanê her roj di ser we de ye? Ma ne heq e lo mirov bipirse? (Bixwînin)

 

Heger rast be malik li me viritî

 

Dr.Mihyedîn-15/09/07-Zanîngeha Lotikxanê- Pispor û zanyarên Amerîkî û Ingilîz her roj lêkolînên ecêb çêdikin. Di encama van lêkolînan de tiştên kesanedî derdikevin holê. Rast yan derew li ser bextê wan û bavê wan be.

    Dibêjin vê dawîyê zanyarên Ingilîz lêkolînek li ser seks û jinan çêkirine. Li gora lêkolîna wan derketiye holê ku “Mehê carekê jin jibo seksê dîn û har dibin”.  Xwedêgiravî hormona Ostrojenê bandorek wilo mezin li wan dike ku ji seksê pêve tiştekî din nafikirin û hema çavê wan li zilamekî digere ku wî bigevizînin û lotikekê lêxin.

   Doktorê Zanîngeha New Meksîco Dr.Randy Thornhîll jî dibêje:”Gava jin seksê dixwazin wek pisîkan qijolî nabin, naperûşkan nadin meriv. Lê hormona Ostrojenê di wê bandorê de ye ku karibe vî tiştî bîne serê wan” filan û fîstan.

   Werhasilî kelam, em dirêj nakin. Mehê carekê hay ji jinên xwe hebin. Gava we nerî go porê jina we bû wek ê pîrebokê, nenûkên wê wek ê pisîkê dirêj bû û kir nire nir, derî bixilqînin û kurmê hornoma Ostrojenê bişkînin. Yan na bi ellawekîl wê jina we pirça serê we biweşîne û xelas! Ji me gotin.....

Werin vê ecêbê, di 12 salîya xwe de 60 lotik xwar

Reşkê Şevê-15/09/07-Antalya- 12 sal û 60 lotik! Aha ji we re  nimûneyek ji insanetî û misilmantîya Tirkan! Keça bi navê H.S li bajarê Antalya di malekê de bi şika dizîyê tê girtin. H.S 12 salî ye. Piştî girtina xwe H.S ji cendirman re dest bi serpêhatîya xwe dike. Dibêje û dibilîne.

   Dibêje:“Berî salekê yekî bi navê Eyûb tecawizî min kir û ez ji hevde xistim. Piştre wî ez bi hevalên xwe dam naskirin û heval û nasên wî ketin dora tenûrê, heçê hat û di ser min re derbas bû. Wek xelat jî xwarinek yan 10 lîreyên Tirkî didan min. Pê re ez fêrî kişandina heşîşê (esrarê) jî kirim. Sedema ku ez di vê malê de hatim girtin ev bû ku perê min nemabûn ez esrarê bikirim. Ev cara yekê ye ez dizîyê dikim. Heta niha tam 60 zilamî lotik li min xistine“ filan û fîstan.

   Li ser mikurhatina H.S, cendirme  çend zinêkaran ji wanên ku destavêtine keçikê digrin lê piranî hê nehatine girtin. Werhasilî kelam,

    îcar hûn destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin gelî xwendevanan: Ma kafir jî vê qebketê tînin serê insanan? Kuro ev Tirk barbarin yaw barbarrrrr! Îcar hem Tirk û hem qaşo misilman!? Offfffffffffff, Xwedê meriv ji wan bistirîne rebbî!

Mamo dîsa lotikek li me xist!

Mihemed Soran-14/09/07-Silêmanî- Bi salan me bi xewn û xeyala Kurdistanek serbixwe şer kir, xwîna xwe rêt û hîna jî em bi wê hêvîyê dijîn. Lê babam, Mamê me Celal Talabanî xewn û xeyalên me dike sifirrrr û di şûna wan xewn û xeyalan de em kabûs û cin û pîrebokan dibînin. Her serê çendakê wê Mamo rabe ji rojnamevanan re bêje:”JI alî coxrafî, siyasî, komeleyatî û aborî ve hîç îmkanek jibo serxwebûna dewletek Kurdî tuneye. Ez ger gav dibêjim, eger me serxwebûna xwe ragihand û Sûriyê, Îran û Tirkiyê aeblûqe li himber me îlan kirin û lotikek li me xistin, emê çawa bijîn? Çawa biçin derve, emê alavên jîyanê çawa bibin û bînin” filan û fîstan.

   Weledddddd bê em Kurd çi feqîr in! Yaw Mam Celal, hema bela heta bi mirinê dewletên dagîrker eblûqê deynin ser me. Ma Emerîkî û pismamên me Israîlî ne besî wan hersê dewletên segbav in kaka? Yabo bila dewletek serbixwe çêbibe û bila Sûrî, Îran û Tirkî eblûqê deynin ser me. Bi serê te û wan elokên ku heta niha te xwarine, em wek xiltên binê erdê bi ax û herîyê bijîn jî dîsa ji koletîya van hersê dewletên xwînheram çêtir û bi xîrettire, wîî!

   Hema em dernakevin derveyî sînorên Kurdistanê, emê mirîşk û elokan xwedî bikin û hêkên wan bixwin, ma nabe? Em alavên jiyanê nabin û naynin, emê çaroxan têxin lingên xwe, bi şal û şapikên Botanî yan Soranî bigerin, em cakêt û pantol li xwe nakin û qirewatê bi ser de girênadin, ma nabe? Wîî!

   Yabo anîn û birina alavên jîyanê li Lotikxanê. Bi telaq emê xwe li sînoran xin û wek Nisêbînîyan dest bi qaçaxê bikin û xelas! Ev  30-40 salin dewleta Kuba di bin eblûqa Emerîkayê de ye, çima rojekê Fîdel Castro nego emê ji birçîna bimrin canekem? Ma em wek Fîdo jî nayên? Hella hellaaaaaa ya siphan ellaaaaaa!

Melleyên me tir ji keşeyên wan berdan

A.Zirnevan-13/09/07-Goteborg- Piştî ku rojnameyek Swêdî karîkaturên Mihemed Pêxember belav kirin, navbera Swêdî û misilmanên me nexweş bibû û herkesî xwe bi kêr û xinceran pêça bû. Swêdî û misilmanên li Swêdê ketibûn kozik û kemînan û li hev û mahnekê digeriyan.

   Li ser vê rewşa xeter û nexweş, radibin melle û keşeyên Swêdê li hev rûdinin û biryarê didin ku bi hevre fûtbolê bilîzin da ku Swêdî û misilmanên Swêdê nebin dijminên hev. Werhasil, melle û keşeyên bajarê Goteborgê dadikevin hola fûtbolê, şaşik û cubbeyên xwe datînin alîyekî û dest bi lîztina gokê dikin.

   Yek ji vir û yek ji wir, Melle Ristem Can golekê dixe keşeyên Swêdî û dibin 1 û 0. Her çiqasî keşeyên Swêdî li ber xwe didin jî lê tir di wan de dibin fis û lîztik 1 û 0 diqede. Yanî melleyên me golek xistin keşeyên Swêdî û tir ji wan berdan. Îcar dibêjin lîztina fûtbolê pir li xweşîya herdu alîyan çûye, tahmişkî bûne û soz dane ku hersal dest bi lotikên fûtbolê bikin. Xuyaye melle û keşeyên Swêdê çav berdane malê dinyayê û ew jî dixwazin wek Maradona û Ronaldîno meşhûr bibin û bi milyonan dolar qezenc bikin.

   Werhasilî kelam, di vê meha Remezanê de bi xêra gola Melle Ristem Can şerê navbera misilman û Swêdîyan sekinî û xwîn nerijîya.

   Der Xwedê xêra Melle Ristem qebûl bike rebbî! 

Zarokan bînin û xelatên xwe bistînin

Bengîn Elegez-13/09/07-Moskowa- Wek me berê jî li ser nivîsandibû, hikûmeta Pûtîn zorê dide xelkê Rûs da ku zarokan çêkin û nifûsa Rûs zêdetir bikin.

   Li gora istatîstîkan, salê 700 hezar Rûs ji ber nexweşîya AÎDSê, vexwarina alkolê û xwekujtinê jîyana xwe winda dikin. Ji xwe vodkayê malik li Rûsan xerakiriye û malxeraban wê wek avê bi ser xwe dadikin. Sibê, nîvro û êvarî şûşeyên vodkayê li bêrîkên wan kêm nabin û ha ha vedixwin. Ji ber vê jî gellek ji zilamên Rûs nemêr dibin û tir di qûna wan de namîne. Îcar hikûmeta Rûs dixwaze i xelat û şabaşîyan xelkê teşwîqî zarokçêkirinê bike û nifûsa ku kêm dibe zêdetir bike.

   Di plan û bernameya Pûtîn de heye ku heta sala 2015 nifûsê hilkişîne 142 milyonan û heta sala 2025an jî bike 145 milyon. Îcar hikûmet dixwaze jibo her malbata ku zarokekê çêke xelatên wek sarinc (dolaba cemidandinê), televizyon û hinek alavên din ên malê bide wan. (Dewama nivîsê)

Hat, me tewaf kir û çû

Salihê Geverî-12/09/07-Gever- Serokkomarê nû Abdullah Gul, ji Kurdistanê dest bi gera xwe kir û serdana bajar û beledîyan kir. Mêrik texsîr nekir û hat Geverê jî.

    Di dema hatina wî de em Geverî wek koma pez li dora wî kom bûn,bû “meeee, meeee, meeeee” a me û em li ser wî banîyan, me got:”Turkîye seninle gurur duyuyor” û bû qarewara me. Tabî Evdillah jî bi qumaşê me Kurdan zane, zane bê em çi xerabe ne, rabû çend gotinên girover û şahîk gotin û em bi gotinên xwe serxweş kirin. Evdo behsa yekîtîya millet û welêt kir û me jî bi serxweşî “şeq şeq şeqqqqqq” jê re li çepikan xist û em vegerîyan malên xwe.

   Werhasilî kelam, belkî cara yekem e ku serokkomarekî sivîl tê serdana bajarên Kurdistanê û diyarîyan li zarokên me belav dike. Erê Evdilo zarokên me bi çend seet û lîztikên malê Çînê dilxweş kir, gelo wê dilê me çilo xweş bike kes nizane.

   Helbet wê mêrik ranebe û nebêje:”Aha ji we re nasname û zimanê Kurdî serbest û stuyê xwe bişkînin!” Lê pir pir çend salan carekê bê, destê xwe di ser qoqê serê me ê vala re bibe û dîsa me bixapîne.

   Hema bi telaq go ew carek din hat vanderan, ez bê xelat naçim pêşîya wî û jê re li çepikan naxim qardeşim! Tiştekî belaş nemaye, yan demançeyek çardexur yan jî qebûl nakim, xelas!

Fitûya benîşt derket ma a cixarê

Hecî Silêmanê Şaşikspî-11/09/07-Tirkiye- Meha Remezanê nêzîk bû, melle û îlahîyatçîyîn dewleta virqo jî dest bi lotikan kirin. Yek ji wan lotikvanên îlahîyatçî jî Prof. Zekerîya Beyaz e. Zekerîya efendîyê ku xwe wek xortekî 14 salî dibîne, porê xwe boyax dike û şeh û mirêka wî di bêrîka wî de ne, li bajarê Kirikkaleyê fitûyek derxist û dilê hinekan rehet kir.

   Beyaz efendî di derbarê rojîgirtinê xwe de fitûya cûtina benîşt derxist û got:”Di meha Remezanê de cûtina benîştê bê şekir rojîyê xera nake. Meriv kare her roj benîşt bicû û wek kerê go lê rabûbe bike qirçe qirç. Her xwarinên ku maddeyên tevlihev têde tunebin karin bên xwarin. Insanên me hîna mane û naveroka rojîyê baş fêhm nekirine, hema çavgirtî lotik û zîtirkan didin xwe” filan û fîstan. 

   Werhasil, Prof. Zekerîya Beyaz fitûya cûtina benîşt derxist û ma a cixarê. Dibêjin wê sala bê jî fitûya kişandina cixarê derxîne û zilaman ji wê êşkencê xelas ke. Ji xwe ji zilaman re êşkenca herî mezin nekişandina cixarê ye. Di rojîyê de diçin di qorzîk û qul û kewarên xefî de cixarê dikşînin û kurmê xwe dişkînin.

    Îcar cixarekêş dozê li Prof. Zekerîya efendî dikin ku rojek berî rojekê fitûya cixare, esrar û hetta eroînkişandinê jî derxîne.

    Wey Xwedê xêra Zekerîya efendî qebûl bike rebbî!

 

Cinsîyeta wî guhertin û namûsa

wî anîn pênc qirûşan

 

Cembelîyê Botî-10/09/07- Colemerg-Dibêjin nivîskar Mihemed Munîsê Botî bi romana xwe a bi navê „Uzak Hayat – Jîyana Dûr“ xelata romana yekê girtiye. Helbet kêfa me hat ku yekî Kurd xelata romana yekê distîne û ev jî serbilindîyek e. Xwezî Mihemed Munis ne bi Tirkî lê bi Kurdî romana xwe binivîsanda, xizmeta zimanê Tirkî nekiriba û nebûya hevparê asîmîlasyonê. Werhasil mesela me ne ew e.

   Wê rojê min di malperekê de xwend, dibêje:“Kurdekê xelata romana yekê wergirt“.Çend malperên din jî ji wir kopî kirine û bêyî ku li cinsîyeta Mihemed bipirsin yekser bûne şirîkên hevdu. Kurdekê? Yanî, van malperan rebenê Mihemed Muhsîn kirine mê (jin) û cinsîyeta wî guhertîne, namûsa wî anîne pênc qirûşan.  Kuro em Kurd ecêb in ecêbbbbbbbbbb! Kesek ji a xwe nayê xwarê û ha ha dibêjin „Êzingên min!“. Tu Kurdek nabêje „Dewê min tirş e“ hayhoooooooo! Jinekê, keçekê, pîrekekê, mîhekê, bizinekê, yan zilamekî, mêrekî, Kurdekî, beranekî, û jehr û ziqûm.

   Ez serê we neêşînim, ez bawerim du rê li ber kekê me Mihemed Muhsîn hene. „Yan divê bi a malperan bike, cinsiyeta xwe biguhere û wek Bulent Ersoy bi qedera xwe razî be“, û yan jî divê „Doza namûsê“ li van malperan veke û tazmînatê ji wan bixwaze.

   Werhasilî kelam, namûs bûye bexdûnis. Hema kî fersendê li kê dibîne lotikekê lêdixe û pêl serê wî / wê dike. Qey ev jî qedera me Kurda ye bavo, wîî!

Çi protestoyek xweş, pekkkkk!

Elî Efrînî-09/09/09-Sydney- Di serdana Awistralya de serok Bûşh raserî protestoyek ecêb hat. Erê protestoyek ecêb e lê bawerkin ev protesto pir li xweşîya serok Bûşh jî hat.

   Çend endamên rêxistinek aştîxwaz derpî ji xwe kirin, xwe belbelotî kirin û qûna xwe berdan çolê.

   Îcar yabo, gava ev protestoya tazî lidarket, li pêşewazên serok Bûşh rabû. Ê go nav lingê xwe xurand, ê go çû bin darekê bi xwe xweş anî û ê go êrîşî keç û jinan kir, pekkkkkkkkk!

   Bi telaq te digo qey roja mehşerê ye. (Bixwînin û binerin)

Xwedê jin bi ser de barandine

Kurdê Reşik-08/09/07-Afrîka- Li erdzemîna Afrîkayê qebîle, eşîr û malbatên cûrbecûr hene. Her eşîr xwedîyê adet û toreyên cuda ne. Li Swazîlanda Afrîkayê jî adetek heye ku dilê meriv dibije adeta wan.

   Mîr û Paşayê Swazîlandê Mswatî di nav xêr û bereketa jinan de maye û her sal heqê wî heye ku ji xwe ji jinekê li gor dilê xwe hilbijêre. Mêrik heta niha 13 jinên wî hene û niha jî amadekarîya hilbijartina jina 14. dike.

   Dibêjin nêzîkî 100 hezar keç û jinên Swazîlandê li meydanekê kom dibin û Paşa Mswatî jî wek şivanê ku têkeve nav koma pez, ji xwe re jinekê li gora dilê xwe diecibîne û êvarî lotikan lêdixe. (Bixwînin)

 

 

 

 

Zêde pesnê wî nede Hûgo efendî, bi sê telaqan sal lê nezîvîrî!

 

Fernandez Lopes- 25/09/07-Venezuela- Wek hûn zanin, apê me Fîdel Castro di doşeka mirinê de ye û hew tir û fis xwe têde digrin. Ha îro bimre ha sibê bimre kes nizane. Ji ber ku zêde dernakeve televizyonan, xelkê Kubayê dibêjin: ”Ahaaaaaa, bi serê Che Guevara zilamê me berê xwe daye axretê” û fatîhe û yasînan li ser ruhê wî dixwînin.

   Li ser van qal û qultan, Fîdoyê me rabû qederê çend deqîqan derket televizyonê û got:”Bela kes kêfa xwe li min neyne, jina min ji min berdayî be melkemot (ezraîl) nikare nêzîkî min bibe. Ez kêfa we li xwe naynim û namrim” filan û fîstan. (Bixwînin)

 

Xelatên jinparêziyê

 

  Nasrat Hacî-24/09/07-Wezareta sport û gêncan baştirîn xelat dide baştirîn kar û çalakiya li dijî şideta li hember jinan.

      Rahînan û parastina jinan armanceke sereke ya wezareta sport û gêncan e.

   Tewsiye û şîretên  Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û helwestên pêşengî yên Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, ku helmeteke mezin ya medîyayê jî li dûv hat û bi hev re li gel danana mîkanîzmekê ji aliyê hikûmetê ve, di vî warî de çirayên geş bûn

(Berdewam)

 

De ka go hûn têxin hev!

 

Diyar Baban-24/09/07-Mahabad- Dibêjin di 27. salvegera şerê Îran û Iraqê de Erkanê Mihafizên Şoreşa Îranê Tûggeneral Muhammed Elî Caferî zîtirkek avêtiye dewletên cîran û verşîyaye.

   Di verşandina xwe de gotiye:”Emê bi fuzeyan li dewletên ku axa xwe ji dijminên Îranê re vedikin bixin û tirê ji wan berdin”. Her çiqasî Caferî navê wan dewletên cîran nedabe jî, lê Tirk ketine helakê, bûye vitvita qûna wan û dibêjin:”Way anasinaaaaaa, Îran bîzî yehdît edîyo lannn!!” û dikin zirt û virt.

   Îcar hêvîya min ji Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî heye ku Îran û Tirkiye bibin kêr û penîr û hevdu bidin ber lotik û pehînên heywankî. Lê yabo dibêjin “Kûçik goştê kûçik naxwe” wey! Erê bêbavan zirt û fortan li hev dikin jî, lê gava tê mesela Kurd û Kurdistanê, dîsa dibin heval û hogir û bi hevre pehînên bergîlkî davêjin me.

   De Xwedê yeka wan neke didu rebbî!

 

Xwişka Leyla Zana dahûrand, antî-depresanên Kurdan Kurd, Kurdî û Kurdistan in!

 

 

Dovan Hawêlî-23/09/07-Kurdistan-Zimanzanê Elmanî  Wilhelm von HUMBOLT weha dibêje:

 

"Welatê meriv ê herî rast ziman e.

Ziman, heyîniyeke bi hêz e ji bo daxwazên netewî .

Dema zimanê netewî winda bibe,hestên netewî jî di

demeke kin de hêdî hêdî winda dibin."

(Dewama nivîsê)

 

Birastî em bakurî çi ji başûrîyan dixwazin? 

 

   Nûrî Çelîk-21/09/07-Ez bawer nakim Kurdek rabe bêje:"Ez Kurdistaneke serbixwe û zimanekî yekgirtî naxwazim". Di dilê her Kurdî de xewn û xeyala Kurdistana mezin û zimanekî yekgirtî heye. Lê şertan wisa kiriye ku em bixwazin û nexwazin, Kurdistan çar parçe ye, zimanê Kurdî ji hev tarûmar bûye, bûye 4-5 zaravayên cuda û her yek ji wan dixwaze bi serê xwe bibe zimanê sereke, zimanê fermî.

   Gava em hejmara Kurdan bidin ser hev, dibe ku Kurmanc ji Soran û Zazayan zêdetir bin. Gava em li gora hejmarê bilivin, helbet ku emê bêjin "Divê zimanê fermî Kurmancî be". Kurmanc di vî warî de xwedî maf in. Lê wek me li jor jî behs kir, parçebûna Kurdistanê Kurd di her warî de ji hev tarûmar kirine.

   Çi di warê dînî de, çi di warê zaravayan de û çi jî di warê mejî, adet û rabûn û rûniştinê de, Kurd ji hev dûr ketine û heta dereceyekê ji bûne bîyaniyaniyên xwebixwe. Ev xalek ji pirsgirêka me ye. (Dewama nivîsê)

 

Tatlises kir tirrrrr, mêrik dest avêt hiphopê jî!

 

    Aran Perînas-20/09/07-Swêd-

Me li tenekê xist, Tatlises niha jî stranên ji derveyî tarza xwe dibêje.

Niha ev stran di kanalên Tirkan de bûye mode. Dikele, keçik bi vê stranê xwe pê winda dikin. Hinek dikevin, hinek bi xwe de berdidin û hinek jî dibin wek Hesenê Dîn.  

   Gelek kes strana Tatlises bi tarza hiphopê hez dike. Zilam birastî stran kirîye şorbe, bi Ingilîzî, Kurdî û bi Tirkî tevlihev kiriye, û netîce bûye nîsk.

   Li gor lêkolînan wê Îbo here bi rapçîye Amerîkî Emînem re stranekê duet bibêje.

Emînem jî gotiye: “Min li Îbo guhdari kir, zilam cewherekî muzîkê ye, bi xwedê karê min jî nameşe, yanî me li tenekê xist. Belkî Ibo bê û êdî em pêşîya xwe bibînin“ filan û wekî din. Di demek kurt de wê hevûdin bibînin. Li videoya Tatlises temaşe bikin û biwenisin.. Zilam rehet rûnanê, tiştên nû icad dike.

   Êêêêêê, kurê cîgercî Ehmê jêhatî ye bavooooooo!

De lê xwedî derkevin haaaaa!

Sebrîyê Seqet-19/09/07-Nisêbîn- De werin û ji xwe re li halê xalê me Mihemed Arslanê 75 salî binerin. Rebeno di 75 salîya xwe de ji gundê xwe tê derxistin, diçe ku ji destê cerdevanan lêdanê dixwe û nema zane çi bike.

   Xalê Mihemed dibêje:” Ji ber ku ez DTPî me cerdevan li min dixin” filan û bêvan. Deng tê we newlo DTP î noooooo! Xalê me Mihemed ji ber ku alîgirê we ye lêdanê dixwe haaa! Ma me hûn belasebeb şandin meclîsê bavê min? De lê xwedî derkevin ha, lê xwedî derkevin û vê tirê ji cerdevanan re nehêlin.

   Ma hema bi zirt û virtê ye, wîî! Emê lêdanê bixwin, wê rayedarên me bêjin “Barş!”, emê bên kujtin, wê rayedarên me bêjin”Qardeşlix”, emê ji warê xwe bibin, wê rayedarên me bêjin”Bîn ûmût”, ê lao ez di nava wilo qardeşlix û barişê de bimîzim û xelas!

   Ma hema qardeşlix û bariş kurtanê ser pişta me ye qardeşim, hella hellaaaaaa!

Meşhedanî xweş li hev anî

Şêrzad Zebarî-17/09/07-Hewlêr- Wek hûn zanin,Tirkan mesela Kerkûkê di devê xwe de kirine wek nbenîştê benkan û ha ha dicûn. Cûtin ne bes e îcar wî benîştî di devê xwe de diwerimînin û dibên “teqqq” û diteqînin jî.

   Werhasil, îcar Serokê Parlamentoya Iraqa Federal Mehmûd Meşhedanî jî rabû lotikek bêîman li dewleta Tirko xist û benîştê wan bi ser û çavê wan ve zeliqand. Meşhedanî di derbarê pirsgirêka Kerkûk û Tirkan de got:”Berî ku Tirkên hov Kerkûkê wek xeta sor îlan bikin, bila serê xwe têxin ciyê ku jê derketine û pirsgirêka Kurdên welatê xwe çareser bikin, destên xwe nexin nava meseleyên Iraqê û zîtirkên Tirkane navêjin derûdorê” filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, li ser van gotinên Meşhedanî, çapemenî û siyasetmedarên dewleta virqo jî verşîyan û gotin:”Way alçax oxlî alçax way! Yîne çîzmeyî aşti” û zirt li Meşhedanî kirin.

   Ez serê we neêşînim, Meşhedanî lotik û pehînek baş li der qûna Tirkan xist û çewalê Emerîkîyan anîn bîra wan. Destê te sax, zimanê te bê hestî be refîq Meşhedanî, bijî!

Serokên me em kirine wek mirîşka gêj!

Mîr Ronas-16/09/07-Êlih- Birastî van serokên me em kirine wek mirîşka gêj. Her serê demekê daxuyanîyekê didin û lotikekê li me dixin.

   Gelê Kurd bi sedê salane jibo serxwebûn û azadîya xwe têdikoşe. Bi hezaran gerîlla û pêşmerge di rêya serxwebûna Kurdistanê de jîyana xwe dan. Bi hezaran di zindanên dijminan de riziyan, seqet man, serê xwe dan lê ji armanca xwe gav paşde navêtin.

    Lê em dibînin serok û rêberên hinek partîyên me lotikan li xewn û xeyalên me dixin û me bê hêvî dihêlin. Belê, karê me zor û zehmete. (Dewama nivîsê)

Moza me pê veda û tir ji sîlîkona wê berda

Çang Wang-Endamê Polîtburoya Lotikxanê-15/09/07-Taywan- Bi biryara Polîtburoya Lotikxanê me fedaîya xwe „Moza Sor“ berdabû nav kuçe û kolanên welatê Taywanê da ku hinek îstîxbaratên eskerî ji me re bide hev.

   Moza Sor piştî seetekê telefonî me kir û got:“Min jinek dîtiye, memikên wê ji sîlîkonê ne, wek zebeşên Diyarbekrê mezin û girover in. Nêta min lê xerabûye û dibe ku sîxurek ji sîxurên dijminên Lotikxanê be. Ez çi bikim gelî hevalan?“ û bala me kişand. Me jî bi yekdengî biryar da û got:“Êrîşşşşşşşşşş“ û Moza Sor êrîşî jinika memikmezin kir, pê veda û sîlîkonek wê teqand.

   Heta jinikê xwe gihand nexweşxanê tir tê de nema û sîlîkona memika wê wek dolaba tirektorê fisiya.

    Welhasilî kelam, em ji raya giştî re eşkere dikin ku ev çalakî ji alî fedaîyên Lotikxanê ve, ji alî hevala canfeda Moza Sor ve hatiye kirin. Di encama çalakîya pêvedanê de tiştek bi Moza Sor nehatiye û bi selametî vegerîyaye baregeha xwe.

   Bijî Moza Sor!

Yek ji wan diçirîne lê kî?

Serdar Mirad-14/09/07-Amed- Xuyaye di navbera DTP û beledîyên di destê wê de jî pirsgirêk hene, hem jî pirsgirêkên çawa Xwedê zane. Berî niha Şaredarê Amedî Osman Baydemîrê me gazin ji hikûmeta Kasilpaşalî Recedo kiribû ku alîkarîya şaredarîyê nake û ew bi derfet û îmkanên xwe xwe li ser lingan dihêlin.

   Îcar Şaredarê bajarê Êlihê (Batmanê) kekê me Huseyîn Kalkan jî rabûye di bovara Aksîyonê de Osmankê me derewîn derdixe û dibêje:”Em alîkarîyê ji dewletê distînin. Kî dibê dewlet peran nade me derewan dike” filan û bêvan. Wekî din dibêje:”Di nava partîya me de jî rantparêz (kesên ku ji ser pişta kesên din jîyana xwe dimeşînin) hene. Min perên şaredarîyê bi wan neda xwarin û lotikek li wan xist. Ez li gora derfetan jibo berjewendîyên gel xizmetê dikim” filan û dîsa bêvan.

   Werhasilî kelam, yek ji herdu serokan hinekî diçirîne lê kî ji wan em nizanin. Yek dibê dewlet alîkarîyê nake û ê din jî dibê na wele bextê xwe xeradikin, dike. De Xwedê alîkarê herdu serokan be û hew! Tiştek ji derew û çirandinê dernakeve.

   Rastî xweş e û Xwedê jî hevalê kesê rast e.

Yarê!

Selah Mihemed

 

Yarê...

Yarê ma ne bese

Evqas êş û azar li min barandine

Kul û xemê vê dinyayê

Te li min civandin

Te evqas birîn li min vekirin

Lê te guhê xwe ji min birî

Te serek neda min

Û ev birîn ne kewandin ..

Yarê....

Te ez kirim mîna feraşekî

Li ber aveke bi hêrz

Ez gerandim

Mîna berfa li quntara çiya

Çawa tîrêjên rokê didinê

Dihelandim

Te ez kirime , mîna yekî tî

Ku rew rewkê dibîne av

Te ez bezandim .. (Dewan heye)

Nimûneyek ji edaleta Tirko

Av.A.Dîlan-12/09/07-Enqere- Berî niha efserekî Tirk bi kêr danîbû ser stuyê keçikek 11 salî û gotibû:”Dengê xwe neke yan ezê te bikujim” û dest avêtibû namûsa keçika 11 salî, ew herimandibû.

   Piştî ku dê û bavê keçikra reben pê dihisin, efser didin mehkemê û mehkeme 17 salan ceze li efserê Tirk dibire. Lê efserê qûnek bi rêya ebûqatê xwe dîsa serî li mehkemê dixe û cezê xwe zêde dibîne.

   Werhasil, mehkeme dîsa destpêdike û vê carê heyeta mehkemê biryarek kesanedî didin. Dibêjin:”Erê eskerê me dest avêtiye keçika 11 salî, lê tam nexistiye keçikê û perda wê neçirandiye. Ji ber vê jî em cezê wî ji 15 salan dadixin 3 sal û 6 mehan” filan û bêvan. (Dewama nivîsê)

Dûran Yoldaş 5 lotik li hikûmeta Recebo xist!

Gerîllayê Bênav-11/09/07-Mexmûr- Li ser bextê rojnama Ozgur Gundemê be, dibêjin endamê rêvebirîya KCK Dûran Kalkan di derbarê makzagona nû de dîtinên xwe anîye zimên û çend lotikên xweş avêtine dewleta virqo.

   Dibêjin Kalkan 5 şert û şirût danîne ber makzagona nû û gotiye:“Ev makzagona nû makzagonek demokrasîya bê Kurd e“ û lotikek li hikûmeta AKP xistiye.

   Yoldaş Dûran Kalkan van 5 şertên man û nemanê ji himûmeta virqo dixwaze, divê:

(Bixwînin)

Bi nanê Diyarbekrîyan jî lîztin

Serdar Mirad-10/09/07-Amed- Xuyaye Şîrketa Mcdonalds ji peran û malê dinyayê têr nabe, ha ha daye dû vekirina şaxên xwe û hespê xwe dibezîne. Êv welatên ku Mcdonalds lê vebûne, cî ji dikan û xwarinxwaneyên biçûk re nemaye û Mcdonaldsê bi sermaya xwe a mezin lotikek li herkesî xistiye. Îcar xuyaye xwedîyên vê şîrketa birçî çavê xwe berdane gepik nanê Diyarbekrîyan û dixwazin şorbedikan û xwarinxwaneyên wan jî bigrin.

   Werhasil, Mcdonaldsê şaxekî xwe li Amedê jî vekir û da lotik û zîtirkan. Ê tabî canim, di vê dinya global de divê Amedî jî fêrî xwarina hazir bibin û bi Mcdonaldsê medenî bibin haa, wîî! Ma  ew jî ne insanin bavo, hella hellaaa!

   Ez serê we neêşînim, ez dibêjim berî go Amedîyên me berberîyê bi Mcdonaldsê re bikin û dikanên xwe bigrin, bela çend pêxwasên Diyarbekrê bişînin ser rêvebirên Mcdonaêdsê û bela çend cilêtan bavêjin serûçavê wan û hew! Yan na, bi telaq wê Mcdonalds bi xwarina xwe  insanên me virikî û beravêtî bikin û qirûşek pere bi Amedîyan re nahêlin.

   Ji me gotin. Piştre nebêjin Lotikxanê bala me nekişand qurban!

Xewek xweş, tendirustîyek baş

Leyla Barîn-07/09/07- Nîvê temenê meriv bi xewê derbas dibe. Xew şiklekî nîvmirinê ye lê herweha pêwistîya bedenê pê heye. Organîzma bedena insên westandin û betilandina xwe bi xewê ji ser xwe davêje.

   Di dema zindîbûn û hişyarîya bedenê de organîzma pir diweste û pêwistîyê bi betlanê, bi xewê dibîne. Ji ber vê jî bi emrê mejî giranî dikeve ser çav û temara xewê giranîya xwe dide bedenê.

   Werhasil, li gora lêkolîna ku li Amerîkayê hatiye çêkirin, derketiye holê ku xewek xweş ji gellek cûreyên sporê baştir û bi berhemtire. Xewek kûr û xweş dermanê bedewî, geşbûnî û zindîbûna bedena insên e. (Dewam heye haaa)

-------------------------

s© lotikxane 20-02-2006