Nivîskarê Kurd  Mehmet Ûzûn koça  dawî kir û çû ser dilovanîya xwe.

   Em ji malbat, heval û hogirên wî re sebrê dixwazin. Bela Kurd û Kurdistan sax be!    

 

Mehmet Ûzûn-1953-2007-  (Jînenîgarîya wî >>>>>>>                                                   

      
Google

 Lotikxane

                                                                 Magazîn, henek, gilî û gazin      

 

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Xaltîka Fatê

Di demek kurt de dinivîse

Bêwar Brahîm

Ji bo madeya 140

Rojda Aydin

Lotikên Fransî

 

Gabar Çiyan

HumanRights,

PDK û PUK

Faris Beg

Dema hêka mirîşkê tê

Adil Dûran

Ez û ez

 

Bavê Ronahî

Dernekeve ser min

Lezgîn Şêxo

Dikandar

 

Lokman Polat

Biryan û savara Kurdan

Konê Reş

 Azadîya Welat

 

Î.X.Sirûcî

Xizanî û

Nezanî

Go te da nav avê, çi li kabê çi li navê!                                   12/10/2007

 

 

 

Herêêêêê, dinya ji te re maye!

 

Herê zikmezino herêêêêêê! Kurd mirine, hêççç! Kurdistan li ber lingan çûye, hêçççç! Tu jî wek hinek Kurdan biçelqîne bavê mino, biçelqîne û li ser pişta Kurdan bide zîtirkan, zikê xwe mezintir bike deeeeee....

  Çawa be malekî bê xwedî û bê xwedan e.....

 

Pamela xanim mêrê 365an kir

 

Şemal Amedî-11/10/07-Hollywood- Stêrka memiknepoxî, lotikvana agirpêketî  Pamela Anderson, dîsa zewicî û vê carê  Rîck Solomon kir mêrê xwe. Rîck Solomon berê dostikê Parîs Hîltonê bû, lê piştî Parîs Hîlton ew wek paçikekî guvaşt û fîşek pêre nehiştin, wek keleşkofa xerabe avêt ber devê derî û pehînek li der qûna wî xist.

   Îcar piştî ku Pamela Anderson dev ji mêrê xwe ê 364an berda, nerî go cacîq bê xiyar nayê xwarin, îcar rabû bi qerpika stuyê Rîck Solomon girt û hefsar xist serê wî.

   Werhasil, hinek jî dibêjin ku Pamela Anderson bi hemil e, zaroka di zikê wê de dest bi lotikkan kiriye û ji xwe re li bavekî digere. Ji ber vê jî Anderson bi Solomon re zewicî ye da ku zaroka wê wek „bîjî“ neyê dinyayê.

   De neyse canim, Pamela Anderson niha bi mêrê xwe ê 365an re zewicî ye û navê wî xiyarî jî Rîck Solomon e.

  Yanî, Kurdekî mala xwe nebir mîratê û çend lotik li vê Andersonkê nexistin. Kuro ma zilamên Kurd jî zilam in? Herama Xwedê be…..

 

Asîmîlasyon-Otoasîmîlasyon

 

Lotikxane-10/10/07-Malpera Amîda Kurd nîqaşa Asîmîlasyon-Otoasîmîlasyonê daye ber xwe û dixwaze zimanê dayikê-Kurmancî-têxe rojevê. Amîda Kurd ji me û ji hemi Kurdan daxwaza dîtinên li ser:

- Projeyek çawan dikare rê li ber pêvajoya asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê bigire?

- Hûn kar û xebatên saziyan li ser vê yekê çawan dibînin?

- Kurdî ji nû ve çawa dikare bibe zimanê rojane yê civakê?

dike.

   Amîda Kurd bi berdewamî dibêje: Ziman sedema hebûn û nebûna me ye û îroj di bin xetereyeke pir mezin de ye. Lewra dayikên kurd êdî bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin û zarokên kurd bi kurdî nalîzin, bi kurdî xiyalan danaynin, bi kurdî najîn. Ev yek, mîna netew pirsgirêka me ya herî grîng a man û nemanê ye. Ji lewre jî, em hêvîdar in bi alîkariya we jî, em vê pirsgirêkê car din bikin rojeva civaka xwe û balê bikşînin ser xetereya mezin.

 Li ser vê mijarê dîtin û pêşniyazên xwe ji malpera Amîda Kurd û ji Lotikxanê re binivîsin. Helbet gava serê me rehet bû, emê jî wek Lotikxane çend lotikan bavêjin

e-mail: amida@amidakurd.com  amidakurd@gmail.com amidakurd2@gmail.com

http://www.amidakurd.com/

 

 

 

Eger navê paytextê Tirkiyê ne bi Kurdî ba!

 

Mihemedê Çavdûrbîn-08/10/07-Çanqeya-Turkei-

 Dema ku min arşîva Çanqeyayê li hevûdu qelabt û belgeyên kevnar derxistin holê, min çi dît, hûn zanin? Na bi sê telaqên bê fetwa û bê reca hûn nizanin. Eger we zaniba, niha ji zûûûû de hûn li malê xwe xwedî derdiketin. Lê mixabin, niçççç…

    Navê Paytexta Tirkiyê niha jê re dibêjin ANKARA. Ev peyv ji Engûra Kurdî ya Kirdikî hatiye girtin ku bi Kurmanciya Kurmancan dibe navê tirî. Lewra dema Kurd li wê deverê bûn, heta deryaya Egeyê jî ku di dest wan de bû, ew herêma ku niha gora Misto Kemalê Makedonî tê de ye, hemî rezê yekî Kurd bûye. Îcar pirî ku tiriyê wan rezan xweşik û rindik bûye, jê re digotin. Engûrya, ango Herêna Tirî. 

    Lê belê gava ew dever kirin paytext, Misto Kemal xwe ji bextê xwe nekir û got, hey min Kurd nikar û mandela kirine, qe nebe ez navê vê deverê neguherim.

    Misto Kemal ew Kurdê ku xwediyê rezan bû, da kuştin. Zarûkên wî ew dever spartin yekî Ermen heta ku mamên wan werin alikariya wan. Misto Kemal vê carê rabû yê Ermen qayil kir û ew rez li ser navê xwe tapû û qoçan kirin. Navê wirê jî danî Enqere, piştre jî kir ANKARA.

A wele çîroka paytexta Tirkiyê ev e û hûn sax!

 

Kezîkurê ma bê memik

 

Şemal Amedî-07/10/07-Los Angeles- Qey ev jî qird û siûda kezîkura Darrîe Eason e. Textoran babîsokek wilo anîn serê rebenê ku heta bi mirnê jî ji bîr neke û di jîyana xwe de hew karibe lotikan bide xwe.

   Textorên nexweşxaneyek ji ê bajarê Los Angelesê, bi lez û bez xeberê didin Darrîe Eason û dibêjin:” Zûûûûûûûûû, kanser di herdu memikên te de hatiye, divê rojek berî rojekê em te ji wan memikên kanserbûyî xelas kin, zû were emê te emelîyat bikin deeeeeeee” û ava serê wê dikelînin. Rebena Eason jî ji tirsa bi xwe de berdide û revî revî berê xwe dide nexweşxanê, dikeve bin kêr û meqesên textoran.

   Werhasil, herdu memikên wê jêdikin û rebenê dimîne bê memik, dibe wek zilaman. Piştî çend rojan îcar textor telefonî wê dikin û dibêjin:”Wîîîîîîîî, keçê kezîkurê ma ne me bi xeletî memikên te jêkirine, kanser manser bi te re tuneye” û cêrek ava cemidî bi ser rebena Eason dadikin.

   Werhasilî kelam, niha rebenê nema zane çi bike. Me jî jê re emaîlek şand û got:”Textor û Operatorên Lotikxanê di emrê te de ne. Bivir, hevring, bêr û qazmeyên me hazir in, hema kengî tu hat emê te emelîyat bikin û du memikên mezin bi te vekin”.

    Îcar Darrîe Eason tê nayê bi qîma xwe ye....

 

Pêla Nû

 

Mahir Kaynak

06/10/07-Li ser pirsa destpêka pêlek e nû a terorî şik/xemginiyên me zêde dibin. Li aliyekî, raya giştî li ser çalakiyên nû yê El Kaîde, bi rêya nûçeyên îstibaratê tê ronî kirin û li aliyê din, di tv an de dîmenên perwerdekirina tîmen anti-terorê tê nîşandan.

    Ez ji mêj ve nûçeyên "dezgehên istixbaratê hayê xwe ji çalakiyek e terorî heye, lê istixbarat, li ser cî û awayê çalakiya terorî, zaniyariyên xwe tune ye" nikarim fêm bikim. Di demên wisa de nûçeyên bi vî rengî têne belav kirin û îdîa dikin ku, bi firehî çi zaniyarî nehatiye bi dest xistin. (Dewama nivîsê)

 

Ji KOMKARê, lotika salane

 

 KOMKAR komcivîna xwe ya 20. pêk tîne

 

06/10/07-Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR-Elmanya, komcivîna xwe ya 20. di roja 27.10.2007´an da li bajarê Wuppertalê li dar dixe. Dibêjin wê di vê komcivînê de bibe qîr û qiyamet û dinya li bin guhê hev keve.

   Komcivîn, di bin dirûşma „Kerkuk Kurdistan e“ pêk tê. Li seranserê Elmanyayê ji nêzikî 30 komel, komîte û komikên xebatê  wê beşdarî komcivînê bibin û govendê bigrin. KOMKAR ji bo komcivînê, ji dezgeh û kesên Elman, Kurd û Tirk, bêtirî 300 kesan wek mêvan dawetî komcivînê kiriye da ku bi hevre li def û zirnê xin.

   Wek agahdariyên berpirsiyarên KOMKARê, wê komcivîna 20. ji bo bihêztir û jinûvekirina KOMKARê bibe gaveke nû.

  De Xwedê qiwetê bide KOMKARê û lotikên xurttir bike qismetê wê rebbî!

----------------------

 

HOMA

 

                        Gulnar Elî

 

Li welatekî bêxwedî
Li warekî
henas,..
kederistanan dibêjin
Hawar
dîmenê zarokekî,
gulwazeke bêdeng e
Li berbangên
berbendistanê
şahî, çavan dibarîne
Îske îskên baranê
Kerb. bar nakin
Bareya birîna te
Û…
Kevîzinarên min
Vehûnana.. domana çavên te ne
Evîndarê bêyar e
têhna helbestê
(Dewama helbestê)

 

 

Helbestek ji

Seydayê Dilmeqes

 

 

         RONDIKÊN SEXTE                       

 

Fetulah gulen dema ku dide wez û dersa

Ew xwe dibîne qasidekî ji qasidê xweda

 

Dibê ez im warisê textê xelîfeyên osmanî

Dema wez dide hêsir ji çavan tê wek kanî

 

Navê wî Gulen e lê ew bixwe tim digirî

Di hêsirên wî da heye gelek tiştên veşartî

 

Nav da dixwiyê xap û derew, destên tarî

Ew bûye holdîng, gelek dibistan ava kirî (Dewama helbestê)

 

 

Dora tenûrê bû a wê

 

Şemal Amedî-03/10/07-Hollywood- Her serê demekê ankêtek li ser bedewî û seksîbûna stêrkên Hollywoodê çêdibe. Geh Eyşê serî dikşîne geh Fatê.

   Dibêjin vê carê jî lotikvana rindik Elîsha Cuthnert serê govendê girtiye û dora tenûrê bûye a wê.

   Belê, xwendevanên kovara zilaman FHM vê carê Elisha Cuthbert kir sereklotikvana herî seksî û herî germ û nerm.

   Berî go em niyeta we li wê xerabikin, hema ji xwe re li wêneyên wê binerin û hûn biryarê bidin.

   Lê go we lê nerî, bela jina we ne li kêleka we be. Piştre hûn hevdu berdin yan porê hev bikişkişînin ne sûcê me ye.. (Foto û Moto)

 

Mirina Nazîf Telek

 

Derwêş M.Ferho-02/10/07-Bruksel-Bi dilekî xemgîn min koça dawiya birayê me Nazif Telek bihîst. Mirineke bêwext, zû û bêbext bû. Di temenekî weha xort de mirina wî ji bo gelê Kurd û ronakbîriya Kurdan hundakirineke mezin e.

    Min Nazif Telek bes carekê li Elmanya dîtibû û ji sedema konferansê pê re mecal nebû pir biaxavim. Lê di wê dema kurt de pênc-şeş berhemên xwe dane min ku deynim arşîva Enstituyê.

   Dema me xatir ji hev xwest wî bi zimanê Tirkî xwest li ser girîngiya xebatên saziyên mîna Enstituyê tiştekî ji min re bêje. (Dewama nivîsê)

 

Ji ber dengê zîtirkên wê ew ji xênî avêtin

 

Xerîban Silo- 01/10/07- Hambûrg- Li gora qanûnên Elmanan, qelebalixa zêde û nerehetkirina cîranan sûc e. Ji ber vê jî meriv di mala xwe de zêde nikare bike zirezir û qareqar.

   Werhasil, cîrana me Alenka Schmîta 34 salî û dêya du zarokan, tiştekî wilo anîbû serê cîranên xwe ku hindik mabû şerê navxweyî li Elmanya derkeve. Adetek Alenka hebû, çi gava Alenka û dostê xwe bazdidan ser hev û hevdu didan ber lotik û pehînan, diqîriya. diziriya û bi dengê wê xanî dihejiya. Bi serê we, gava ji ber zewq û eşqa lotikên hevalê xwe diqîriya, te digot qey qiyamet rabûye. Cîran ji nav nivînên xwe vediciniqîn û derdiketin kolanan, digotin qey şer destpêkiriye.

   Werhasil, ne şevek, ne du şev ne sê şev, cîranan nerîn ku wê aqilê xwe berdin, rabûn gilîyê Alenka kirin û xwediyê xênî ew ji xênî derxist der.

   Îcar heyran, heger hûn li Elmanya dijîn hay ji cîranên xwe hebin û di dema lotikavêtinê de zêde nekin qîjewîj. Hêdî hêdî gon bixwin û nehêlin ku zarokên we jî dengê we bike.

   Ji me gotin, yan na hûnê jî wek Alenka xwe li ber devê derî bibînin ellahwekîl ! 

 

Nexweşî ne xema wê ye

 

Şemal Amedî-28/09/07-Hollywood- Stêrka memikmezin, bedewa lotikvan Pamela Anderson dev ji lotik û zîtirkan bernade û yekî li dû yekî pêdixe. Pamela Andersona ku bi nexweşîya Hepatît C ketiye (Cûreyekî nexweşîya zerdikê a herî xerab e) û kezeba wê brîndar bûye, bêyî ku guh bide nexweşîya xwe, wek keçikek çardesalî beşdarî kêf û şahîyan dibe û bi vexwarina alkolê kezeba xwe tar û mar dike.

   Anderson, nexweşîya Hepatît C ji kevnemêrê xwe Tommy Lee girtiye û kezeba wê bûye wek  hêlîna mişk û maran, xera bûye.

   Werhasil, me li dîskotekê xwe bi awayekî gihand xanim Anderson û jê pirsî: ”Keçê porkurê, kezîkurê, kezeba te li ber têkçûnê ye, Hepatît C bi te re heye, çima tu alkolê vedixwi û lotikan davêji?”  Keniya û got:

  ” Te go kezeb? Ohooooo, kezeb hebe çiye tunebe çiye! Nebû nebû ezê jî wek  Şukru Gulmuş kezebek Fransî bi laşê xwe ve bidrûm û xelas.  Pir pir ez heqê transporta kezebê bidim û hew , wîî!”

    û dest bi dansa terp û rep kir.  

 

 

 

Lotikên Êlihîyan jî lotik in haaaaa!

 

Mîr Ronas-27/09/07-Êlih- Belê, antolojîya Kurdî derket û ket nav karwanê çand û kultura Kurdî. Pirtûk du cild in û tam 1600 pel e. Bi Soranî, Kurmancî û Loranî gellek dewlemend e. Heya sedsala 8-9an jî çûye û îman li dîrokê çikandiye.

    Pirtûk bi navê Selîm Temo derketiye. Selîm Temo kurekî baş e û Êlihî ye. Vêga hûnê bêjin:“ De yaw Mîrê me dîsa dest bi reklam û propaganda Êlihîyan kir haaaaa“ û lotikekê li min xin. Yabo bi sê telaqan na! Ez reklama Selîm Temo nakim, wîî! Min jî bi perên xwe pirtûka wî kirîye.

   Ma hûn zanin heta min perê pirtûkê da ser hev çi hat serê min? Bi serê we xilafî têde tune, min kera xwe, bizin û mirîşka xwe firot heta min ev bêxwedîka antolojîya Selîm Temo kirî!

   Yanî, ez li qûnê rûniştim û hûn sax!

 

De bixwe ha Ehmedoooo!

 

Hesen Almas-26/09/07-New York- Mahmûd Ehmedînejad xeyal dikir ku bê Emerîkayê û qaşo xwe li ber dilê Emerîkîyan şîrîn bike, bike şîr û şekir. Lê qet texmîn nedikir ku Emerîkî wek marê reş jê aciz in û lê digerin ku wî bidin ber lotik û pehînan.

   Ehmedînejad li New Yorkê ji alî bi dehhezaran ve hat rûreş kirin û qiraseyek ketê. Dibêjin gava ji balafirê daketiye, xwepêşandaran bi bacan, xiyar, hêk û rîxa heywanan êrîşî wî kirine. Dibêjin yekî hêkek avêtiye serê wî û hêk li çavê wî ê çepê ketiye. Yekî jî xiyarek avêtiye wî û çi ecêb e ku xiyar raste rast ketiye nav doxîna wî, di nav doxînê de çûye û hatiye.

   Werhasilî kelam, Ehmedo li hatina xwe a Emerîkayê polîpoşman bû û serdana Emerîkayê li dê û bavê xwe heram kir.

    De Xwedê xêra New Yorkîyan di deftera xwe de binivîse rebbî! Herweha çapemenîya Amerîkî Ehmedînejad wek “Mêvanê bêrûmet, Hîtler û Kerê sermezin” payedar kir û ew dan pehîn û lotikên Emerîkî.  

 

 

 

 

Bijî Tezkere!

Farûqê Devliken-12/10/07-Mêrdîn-Çiqas ji sîyasetê direvîm, sîyaset jî hewqas ber bi min ve tê. Pênûsa xwe dişkînim, tilîyên xwe diebînim qûna Denîz Baykal, lê mixabin, nikarim bi zimanê xwe. Ma qey zimanê xwe jî hilnaqetînim û di ber de jênakim law…

   Rojeva Tirkîyê germ dibe û sar dibe; carna dikele, dikele dipejîqîne; carna jî diqefile, diqefile bûz digre. Wek mere du seatan li qutba başûr be û du seatan jî li ya bakur…

Xwedê çêke, Xwedê!..

   Pêr, li gor hinekan panzdeh û li gor hinekan jî hivdeh leşker hatin kuştin. Ew panzdeh an hivdeh leşker bûn agir û bi erdê ketin. Ji rojhilatê Tirko heta rojavayê Tirko, ji başûrê Tirko heta bakurê Tirko seranser belebahn bû. Ji kerran heta kwîran, ji dînan heta biaqilan û ji keran heta gur, wawîk, çeqel û rovîyan tu kes neman ku pê nehisîyan û pê mijûl nebûn. Ji heft salîyan heta heftê salîyan hemûyan; kêr, meqes, şîş, top, tufeng û tanqên xwe hildan milên xwe û rabûn ser tapanê; ji bo Kurd û Kurdîsatanîyan bipelçiqînin, bieciqînin û bipelixînin. (Bixwînin)

Ermenîyan lotikek li Tirkan xist, lêêê…?

Hesen Almas-11/10/07-Waşîngton- Belêêê, belêêêêê! Komîta Karûbarên Derve a Nûnerên Meclîsa Emerîkayê, bûyera 1915an wek qirkirin qebûl kir, dilê civaka Ermenî xweş û dilê Tirkan jî reş kir. Her çiqasî ev biryar wek „Biryara Dewletê“ girêdanek xwe tunebe jî, lê gava çû kongrê û hat qebûl kirin, dibe biryarek fermî û dikeve pêvajoya xwe.

   Îcar Tirk rabûne ser tapanan û dikin zirt û virt. Piranîya rayedarên dewleta Virqo bi vê biryarê veciniqîn û dibêjin:“Ne oldû lannnn? Aha gordunuz degilmî, koynûmûzda yilan beslemîşîz, Way alçax oxlî alçaxlar way, Amerîka dedîk bagrimiza bastix, lê gawirler anamizi belledî gordunuz degilmî“ û zîtirkan didin xwe.

   Werhasil, mesela me ne ev e. Dibêjin heger kongra Emerîkî jî biryarê qebûl bike, wê mafê Ermenîyan çêbibe ku doza axê û tazmînata peran li Tirkiyê bikin. Îcar wê doza axa çi li Tirkan bikin hûn zanin gelî xwendevanan? Doza axa seranserê bakurê Kurdistanê. Ji xwe di nexşeyên xwe de seranserê Kurdistanê wek Ermenîstan nîşan didin û bi wê xewnê dijîn. Heger kesek ji we çûbe Erîvanê û li muzeyên wan nerîbe, hûnê bibînin bê çiqasî ji Kurdan aciz in û ji Tirkan zêdetir dijminatîya Kurdan dikin. Ji xwe „parçekirina Kurdên êzîdî“ jî ji ber vê dijminatîyê ye.

   Werhasilî kelam, Ermenîyan halîhazir lotikek li Tirkan xist, lê heger biryar di Kongra Emerîkayê de bê qebûl kirin, bawer bikin ewê berî herkesî Kurdan bidin ber pehînên kafirkî.

   De Xwedê Kurdan ji lotikên xelkê biparêze rebbî! Bila Kurd bizanin ku ji Kurdan pêve dostê Kurdan nînin û xelas!

 

 

Zinar Qelemşûr-10/10/07-Stenbol-Malpera ciwanên Tirkiyê Koala Kultur, tika ji me kir ku em di Lotikxanê de ciyekî biçûk ji wan re veqetînin. Koala Kultur bi zimanê Tirkî ye, armanca huner, pîşe û mixalefetek nû daye ber xwe.

   De em jî xatirê ciwanîya wan digrin û dibêjin:Sayin qardaşlar, car caran behsa pirsgirêka Kurd jî bikin cîgerlerim! Ê de haydê serketin û başarilar....!

Lawkê Nisêbînî berê xwe dide Enqerê!

 Zinar Qelemşûr-10/10/07-Stenbol- Dibêjin wê Teatra Avesta berê xwe bide paytextê Tirkiyê Enqerê û tev li Mîhrîcana Navnetewî bibe.

   Li ser bextê Hesenê Dîn û Şemoyê Gaholvan be, dibêjin wê lawkê Nisêbînî Aydin Orak li Enqerê bi lîztika xwe "Tu ne Gara yî" tirrê ji lîztikvan, erkan û wekîlên Tirk berde û wan bide ber lotik û pehînên Mêrdînkî.

   De bajo lawkê Nisêbînî bajoooooo! Heger te ew sermezinê Yaşar Buyukanit dît, bi guhê wî bigre, çend lotikan li der qûna wî xe û bêjê bela dev ji lîztik mîztikên provokatîf berde cîgerim. Bela xewna "dagîrkirina başûrê Kurdistanê" nebîne, okey canim! (Bixwînin)

 

Melleyê dola kerê!

 

Mîr Ronas-10/10/07-Êlih-De were li mellê Tirk, li dola kerê meyzeke yabo!! Melleyê ku divê karê wî paraztin û pêşdebirina dînê îslamê be, radibe serê xwe dixe qûna bavê xwe û siyasetê li dijî Kurdan dike. Piştî bûyera Şirnexê melleyê bajarê Nîgdeyê verşîya û êrîşî Kurdan kir. Qaşo qûneko xwedî li eskerên Tirk derdiket û gotinên nemayî ji xortê Kurdan re digotin. Te digot qey ji wan eskerên kujtî 7 ji wan ne Kurd bûn, di vê rojîya Remezanê de kûçikbavo zinê bi dînê xwe re kir û devê xwe lewitand.

   Werhasil, karê me Kurdên bakur zehmet e. Ê tên kujtin jî Kurd in û ê dikujin jî Kurd in. Dewleta bêbav bi zanetî eskerên Kurd dişîne şerê PKK da ku Kurdan bi Kurdan bidin kujtin û ew jî li Enqerê simbêlên xwe babidin.

   Werhasilî kelam, kesekî bi namûs tunebû ku di wê civatê de ji meleyê qûnek re bêje,”Ê oxlimmm, onin bûnin çocixî, ma ji wan eskeran 7 jê ne Kurd bûn ewladim? Ev çi zirt û virta qûna te ye tu tir û fisên Tirkane dikî hêêê” û darekî têxe wî.

   Estexfirillahhhhhh, vê eyd û erefatê meleyê Tirk dîsa em kufirandin yaw! Êêêêê, ka siyasetmedarên me li ku ne? Qey morîka xewê di guhê we de ye Tûglûk xanim? Kuro bi telaq agir bi mala me Kurdên bakur ketiye haya kesî jê tune, wîî!

    Em bêxwedî ne bêxwedîîîîîîîîîîîîîîî!

 

HEJÎRÊ  HAŞO

Mahmûd Hewlêrî-09/10/07-Hewlêr-

Nabêjin ev çi nav e..

Bi xwedê navekî ku pêwist bû bêhtirîn dirêj bibe. Ji ber ku xwediyê vî navî, di malaqiyê de cih nade

Ji sedema malaqiyên vî neciwamêrî, rewşenbîrekî li kolana Brukselê gotiyê: Tu çi palêsî gidîîîî! Ew jî keniyabû. Lewra me xwest vê mijarê ji payîtexta Yekîtiya Ewropa Brukselê, dirêjî payîtextaq Herêma Federa a Kurdistanê Hewlêrê bikin.

   Serbaz telefon da min û got dixwazim te bibîninm.  Me li qehwexaneyî rewşenbîran civan da hev. Serbaz, hinekî dereng hat, lê dema kete hundir, mîna gamêşekî hêcbûyî, duxan di firnikên wî re difûriya...  Ez hinekî tirsiyam. Hîna min  bixêrhatin nedayî, bifermo ne kirî Serbaz bi hêrs got: Kaka, ev rewşenbîrên Bakurî çima wisa ne? Qet şerm nakin, nizanin rûmet û silûk çiye?

   Min, matmayî got: Kaka, te xêr e, te kişûmat dane ber xwe, bêguman xususiyeta wan birêzan jî, yên baş û ne baş hene,  beşên ji hev cûda ne? Çiyeee, te xêr e?

   Serbaz, li ser hev û du sê caran bêhna xwe kûr kûr kişand û elhemda xwe anî, şehidand û got: La hewle we tileûbileeeeh!... Laaaa îlaha îlelaaaah û bêxîretî...

   Min tu wate neda vê hawara îlahî û asûmanî...

Serbaz, piştî bêhna xwe bi gotinên îlahî û asûmanî pêçan û hildêrane nava çavên min  got: Hejîrek hatiye... Haşo ye, Maşo ye, çi jehr e nizanim Kaka. Dibêjinê Hejîrê Haşo!.. (Bixwînin)

 

Bûbê Eser bersiv da:

Çima Rexne?

 

08/10/07-Kekê me Bûbê Eser, berî niha rexnenameyek ji awira gelemperî re nivîsandibû û hinek gilî û gazindên xwe ji desthilatdarên Kurdistanê kiribû. Baş yan xerab, ji alî hinek alîyan ve hinek rexne û şirove li ser nivîsa wî hatibûn belav kirin.

   Nivîskarê me Cemîlê Çargurçik di nivîsa xwe de nivîsandibû ku Bûbê Eser ne ew kes e ku têkeve nav karwanê rewşenbîrên parsek û qîmetê xwe bixe. Xuyaye gotinên Cemîlê Çargurçik rast derketin û kekê me Bûbê rabû bersivek bi navê "Çima Rexne" ji me re şand.

   De kerem bikin û bersiva Bûbê Eser bixwînin (Bixwînin)

 

Sofî Xelef û Helîmê hatin dîtin

 

Dîrokzanê Lotikxanê- 08/10/07- Li gora ku "Tofana Nebî Nuh" ji alî her milletî û herçar kitêbên pîroz ve tê qebûl kirin, piştî tofanê insanetî û jîyan ji Kurdistanê destpêkiriye û ji wir belav bûye.

   Îcar, li gor ku insanetî û jîyan ji Kurdistanê destpêkiriye, helbet wê evînê jî ji Kurdistanê destpêkiribe û di nava xelkên derûdorê de belav bûbe. Bi kurtasî; Kurd bapîrên insanên îro û Kurdistan jî dergûşa beşer û insanetîyê ye. Lê ku hirçên mîna Tirk, Ereb û Eceman îro bapîrên xwe yên Kurd ji bîr dikin û înkara hebûna qewm Kurd dikin, ev jî meseleyek din e.

 Werhasil, dibêjin li navçeya Bismilê (girêdayî Diyarbekirê) goreke ku du evîndar têde hatine veşartin hatiye dîtin. Bi dîtina vê gorê jî dixuye ku Kurd ji esl û peslê xwe de evîndar in û ji evînê hez dikin.

   Lê wê niha Tirkên bêbav rabin xwedî li vê gorê derkevin û bêjin:" Ahaaa, ma me ji we re nedigot Tirkan medenîyet anîye dinyayê? Ma me nedigot em Tirk evîndar in, dilbirehm im, insan in" û dîsa mîrateyên me bidizin.

   Ez serê we neêşînim, bi sê telaqên jinberdanê, li gora lêkolîna me ev gora ku hatiye dîtin gora "Sofî Xelef û Helîmê" ye. Xalê me Sofî Xelef û jinxala me Helîmê berî 8 hezar salan hevdu revandibûn û ji bajarê Mêrdînê koçberî Bismilê bûbûn. Piştî ku malbatên wan li ser qelen li hev nekiribûn, xalê me Sofî Xelef û jinxala me Helîmê jehra Silêmanî vexwaribûn û di vê gorê de şehîd ketibûn.

   De bela rehma Xwedê li wan be rebbî!

Kurmê darê ji darê ye

Diyar Qamişlokî-07/10/07-Qamişlo-Careke din emê vegrin ser firotina netewa Kurd . Lê vê carê bi rengekî din. Kurd dibêjin Sûrî ( mistewtenat ) çêkirin. Em wilo qebûl nakin! Em qanûna 1962 qebûl nakin!  Lê di piştre hinek ji sikreterên partiyên Kurd tên yekîtiyê bi Erebên ku wan digotin „erdê me ji me sitandine, xêra erdê me dixwin  û em hiştine bê erd“ re dikin. Niha ev sikreter tên û yekîtiyê bi wan re çêdikin da ku bikevin belediyan.

   Yek ji wan Fûwad Elîko ye yê ku xwe di ber Kurdan de li erdê dixist. Yê ku digot divê Kurd di Sûrî de bibin dewlet. Niha tê û yekîtiyê bi wan Erebên şofenî re çêdike ji bo berjewendiyê xwe yên taybet da ku mesleha xwe bimeşîne. Çi bi Kurdan bê bera bê bes ku mesleha wî tê de hebe.

   Ka îcar emê çilo bigihin hevalan? Emê çilo bibin dewlet? Madem ya xwe dikin, pêşî jî bêbextiyê bi milltê xwe re dikin. Mîna Fûwad Elîko ku yekîtî bi Erebên ( tenure û helwa re ) çêkir ji bo hevalê xwe bixe belediyê.

   Law heger tu wilo yi, bi xwêdana xwe di belediyê de bibe endam ne bi xwêdana Kurdan qurban!. Madem te yekîtî bi Erebên qûnbigû re çêkir, çênabe carek din tu bêji Ereb şofenî ne, ji ber ku bûne hevalên te. Û di vê mijarê de tu jî bi wan re dibi şirîkê mehkûmkirina Kurdan ji erdê wan.

   Gelek tiştên din hene, emê hêdî hêdî dest bi nivîsandina wan bikin. Xwedê kerîm û rehîm e!

Kî dibê Ereb nikarin bibezin? Aha ji we re delîl! 

Bav çû ma keç

Fernandez Sebastîno-05/10/07-Chîle- Hakimê Dadgeha Bilind a Şîlîyê Carlos Cerda, di derbarê keça kevnedîktator Augusto Pînoşet de biryara girtinê derxist û ew da ber lotik û pehînan.

   Li gora ku hakim di biryarnameya xwe de dide zanîn, di navbera salên 1973-1990î de keça Pînoşet û grûpek ji 23 kesan xezîna dewletê vala kirine û dewlet li qûnê rûniştandine. Piştî ku Augusto Pînoşet ji hikimdarî ket û ket ber lotik û pehînên hêzên aîtîxwazên Şîlîyê, rê li mehkemekirina Pînoşet û hevalên wî vebû û qirase ketin wan.

   Di dema desthilatdarîya Pînoşet de zêdeyî 3 hezar kes hatibûn êşkencekirin û kujtin. Herçiqasî heîa Pînoşet û grûpa xwe îddîayên Dadger Carlos Curda derew derdixin jî, lê Dadger Curda dibêje ku “Di destê min de delîlên qirase hene. Ezê vê tirrê ji keça Pînoşet re nehêlim û ezê bikim ku di zindanan de mişk û dûpişk li dora wê herin û bên” filan û bêvan.

   Werhasil, dinya ji dîktator Pînoşet re nema. Niha jî dora keça wî ye û xuyaye ewê jî bide dû şopa bavê xwe.

   Hema Xwedê Emerîkayê ji serê van dîktatoran kêm neke rebbî! Bi namûs ne ji Emerîkayê be, wê dinya bibe dinya dîktator û qûnekên wek Seddam, Ehmedînejad, Esed û hûn sax!

 

 

Lotikek ji TEVKURD ê

 

Hevalên ku li Tevgera Yekîtîyê Neteweyî a Kurd (TEVKURD) erênî dinêrin, ji bo Unîteya Herêma Stenbolê ava bikin, hewcedarî û şiklên kar û bar û rêxistinîyê niqaş bikin, dê bi rojeva li jêr bicivin.

Emê bi beşdarbûna we kêfxweş bibin.

 

ROJEV

1. Vekirin

2. AvakirinaDîwanê

3. Agahdarkirina Bername û Destûra TEVKURDê

4. Nêrînên Derhaq Xebat û Rêxistinbûnê

5. Avakirina Unîteya Herêmî

6. Daxwaz û Pêşnîyar

 

CÎH        :  Salona Civînê a KÜRT-KAVê

                  Tarlabaşý Bulvarý Çorbacý Sk. No: 13

                  Taksim / Ýstanbul

DEM      :  6 Çirîya Pêşîn 2007 / Şemî / Saet: 11.00

-----------------------------------

Hüsnü Mahalli jî qûnalêsê dewleta Tirko ye  

 

Ehmedê Nisêbînî-04/10/07-Nisêbîn-Li gor agahî û qal û qultên ser tennûrên bajarê Nisêbînê, dibêjin gelek navên ku di siyaseta Tirk de cihên bilind girtine bi dewleta kûr re dixebitin. Dixwazi navê wê bikin dewleta kûr, an jîtem, an tît an jî rûyê veşartî yê dewleta Tirk . Yek ji wan waliyê Amedê yê berê  Afkan Ala ye ku niha li kêleka Erdogan cihekî bilintir bi dest xistiye, bê guman bi serkêşiya Cüneyt Zabsu yê ku ew jî pir nêzî Erdogan e û gelek navên din jî hene .

   li ser tenûrên Mehela Qijlê tê gotin ku, kesê herî balkêş ku cara pêşî em navê wî li vir deşifre dikin qûnekekî Ereb e. Rojnamevanê Ereb Husni Mahli ku Tirkan navê wî kiriye Hüsnü Mahalli niha di televizyona dewleta kûr SKY tv de bernameyekê pêşkêş dike. Beriya demekê Tirkan ew şandibû başûr û bi Serokê Herêma Kurdistanê Kak Mesûd û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtin kiribû. Bê guman bi navê xwe yê rojnamevaniyê lê ne bi yê ajaniyê.

   Tirk di hemû bernameyên xwe de cihekî taybet ji vî mirovî re vediqetînin , gelo rojnameger ji bilî wî li Tirkiyê nemane an jî ji ber ku ew bi navê rojnamevaniyê nerînên dewleta kûr derdixe pêş? 

   Xuyaye hê di dema Osmaniyan de Tirkan qûş li diya vî bêbavî qetandiye ku bûye rojnamevanê yekemîn ê dewleta Tirko. Heyfa navê rojnamevaniyê, ez lêborînê dixwazim, lê incex navê sixûrê kurtêlxur li gor wî be û hew!.

Ma Georg Bûşh wek te bêaqil e?

Diyar Baban-02/10/07-Mahabad- Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad, berî niha firyabû Emerîkayê û derketibû geşt û seyranê. Lê wî di jiyana xwe de geşt û seyranek bi vî awayî nedîtibû. Bi taybet di Zanîngeha Colûmbîayê de lotik û pehînên bêîman xwaribû û rektorê zanîngehê bi pirs û gotinên xwe tir ji Ehmedînejad berdabû. Îcar dibêjin piştî ku Ehmedo vegeriyaye Tehranê, derketiye televizyonê û bûye qîjeqîja wî.

   Ehmedo Georg Bûşh dawetî Tehranê kiriye û gotiye:”Ê de were ez benî, were di zanîngehên me de konferansan bide, biaxive û zîtirkên Emerîkî bavêje” filan û bêvan. Yanî, mêrik dixwaze Georg Bûşh bê di zanîngehan de biaxive jibo ku Îranî jî heyfa xwe jê hilînin û wî tirrek bikin.

    Lê Georg Bûşh jî qirasê zilama ye haaaaa! Wî yekser mebesta Ehmedo fêhm kiriye û ji berdevkê xwe re gotiye:”Qûnekê heram, qaşo ewê min bîne lîztikê û heyfa lotikên Zanîngeha Colûmbîayê ji min hilîne. Ma ez wek te ehmeq im qûndeeeeeeeeee” û bi Ehmedînejad keniyaye.

    Ez serê we neêşînim, jina min ji min berdayî be, Ehmedînejad heta bi mirina xwe jî lotikên ku li Zanîngeha Colûmbîayê xwarine ji bîr nekir û hûn sax! Ez ditirsim ev kul jê re bibe kanser û di serê zimanê wî de şîn bê. De a bi xêr.....

 

Hirçan bi Yekîtîya Ewrûpayê kêf kiriye

 

Nêçîrvan-02/10/09-Tirkiye- Xwedê ji Yekîtîya Ewrûpayê razî be. Ji tirsa endambûna YE êdî Tirk lingên xwe zêdeyî xwe dirêj nakin û çavê xwe ji hinek tiştan re digrin. Meselen nêçîra Hirçan! Nêçîrvanên Tirk hew wêrin Hirçan bikujin û dibêjin:”Eman eman, bela Yekîtîya Ewrûpayê nebihîze ku em Hirçan dikujin. Yan na me nakin endamên xwe ellahwekîl!” û dest bi lotikan dikin.

   Îcar em vegerin ser mijara xwe û Hirçê

  Li bajarê Tokata Tirkiyê, gundê Çamlikaya, Ilyas Guneşê 64 salî dixwaze şîva şivanê pezê xwe jê re bibe Çiyayê Pehlîwantaşi. Tam gava dikeve qûntara çiyê, Hirçek êrîşî wî dike û dikeve ser dilê wî, kurp û hey kurp, laşê Ilyas efendî perçe dike û tirrê jê berdide.

   Herçiqasî Ilyas efendî dixwaze biqîre û bike hawar jî, lê Hirç jê re dibêje:”Hişşşşş, dengê xwe neke, yan bi sê telaqan ezê ji Yekîtîya Ewrûpayê re bêjim Tirk Hirçan dikujin haaaaaa” û  doxînê li Ilyas efendî sist dike.

   Werhasil, talîya talî dilê Hirçê bi Ilyas efendî dişewite. Şerwalê wî ji wî dike û tena binderpî wî dişîne mala wî. Îcar Ilyas Guneş di nexweşxanê de hem dinale û hem dibilîne:”Ayyyyy, evê Yekîtîya Ewrûpayê nîha dê û jinên me, ji tirsa endambûna wê em nema wêrin mirîşkekê jî bikujin, ay yadêêêêêêêêêê” û li serê xwe dixe.

   Werhasilî kelam, Hirçê me tirr ji yekî Tirk berda û çewalek xist serê wî.

   Çîroka min ji we re xweş û ka telaşek şebeş!

Me fêrî tir û fisan nekin yabo, wîî!

Cemîlê Çargurçik-01/10/07-Stockholm- Birastî ev Şoreşgerên Demokrat’ên me pir modern û jixwehezkirî ne. Hema bêjin di nav rêxistinên Kurdan de kesek wek wan nizanin lotikên nermik û germik bavêjin.

   Berî niha civîna xwe di keştîyekê de, di nava behra navbera Swêd û Fînlandîyayê de, bi xwarin û vexwarinek hella hella çêkiribûn.

    Îcar jî rabûne 30 salîya DDKD pîroz kirine. Mala Xwedê ava be ku vê carê ne di trên û balafirê de pîroz kirine.

   Wey 30 salîya DDKD pîroz û bimbarek be rebbî ! Xwedê bikim DDKD 101 salê din jî bijî, lê ne bi vê ecêbê bavê min! Ne bi dansozên porzer û zikvekirî ku girêzê bi devê meriv dixin!

  De neyse, dansoz û lotikvan li pişta we bin rebbî! Xwedê bikim hûn hersal vî çaxî sersal û bîranînên xwe bi dansoz û şerab û vodkayê pîroz bikin.

   Yabo bi namûs hûn dilê me jî dibijînin xwe ha, wîî! Gelo em jî rabin piştî vî emrî bibin DDKDî em çi bikin! Seyranên ser behrê, şahîyên bi dansoz, xwarin û vexwarin, oxxxxxxxx! 

Êdî hewceyî bi dirûtinê nemaye

Miradê Torî- 01/10/07-Hollanda- Di civakên girtî de, bi taybet di civaka misilman de keçkanî û xwênjêhatina perda keçkanîyê bi serê xwe pirsgirêkek e. Keç û bûka go di şeva zewacê de xwîn jê neyê, qebhetek mezin tê serê wê û navê wê bi xerabî derdikeve. Yan tê berdan û yan jî tê kujtin. Lê keçên li Ewrûpayê kêf kirine, ji wê bela perdê xelas bûne û li kêfa xwe dinerin, têra xwe lotikan davêjin. Bi taybet keçên malbatên dîndar ên misilman, êdî bê tirs û bê fedî di qorzîkên reştarî û di odeyên otêlan de xwe ji keçkanî dixin û heta berî zewaca xwe jî têra xwe gon dixwin. Berî zewacê bi çend rojan jî, wê herin ser textorekî, perda arkuna xwe bidin dirûtin û dîsa vegerin ser sêhra berê.

   Werhasil, bawer nekin ku ev keçên sergirtî melayîketên Xwedê ne. Bi namûs tu ferqa wan û keçên Ewrûpîyan ji hev nemaye. Yanî, çirvirî ne, bûne çaroxên qetyayî û ji Ewrûpîyan xerabtir bûne.

   De neyse, îcar niha nexweşxana bajarê Utrechtê „heba keçkanîyê“ amade dike û dixwaze di demek nêzîk de têxe bazarê.  Xwedêgiravî ev heb dihêle ku di şeva zewacê de xwînê bîne û şika nekeçikbûna bûkê di serê zavê de nehêle. Li gora ku rayedarê nexweşdanê Dr.Îneke van Seumeren dibêje, divê ev heb berî têkilîyên zayendî bi nîv seetê bê vexwarin. Piştî nîv seetê gava bûk û zave dest bi lotikan dikin, xwîna sor ji arkuna bûkê tê û êdî tu şika zavê ji jina wî namîne.

   Dr.Îneke balê dikşîne ser keçên misilman û dibêje:“ Ê herî zêde serî li me dixin û dixwazin perda xwe bidrûn keçên misilman in. Gava em dibînin tu çare namîne, îcar em vê heba keçkanîyê didin wan“ filan û fîstan.

   Werhasilî kelam, namûs bûye bexdûnis. Hay ji keçên xwe hebin û hew!

 

Mêrê çê dîsa xwe bi Kurdî parazt

 

Zinar Qelemşûr-30/09/07-Xwedîyê Weşanxana Tevnê Mehdî Tanrikûlû, dîsa derket himberî dadgeha Tirko û mêrê çê dîsa bi Kurdî paraztina xwe kir. Tanrikûlû girîngîyek mezin dide zimanê Kurdî û di vî warî de gavên girîng davêje.

   Tanrikûlû ji ber weşandina pirtûka Dr. Ergun Sonmez a bi navê “Kapîtalîzmîn Emperyalîst Surecînde Kurt Ozgurluk Hareketî ve PKKnîn Rolu”  tê darizandin.

   Werhasil, di dema îro de xweparaztina bi Kurdî  cesaret û mêranîyekê dixwaze. Aha yek ji wan beranan jî kekê me Mêhdîyê Sêwregî ye.

   De hema xweparaztina wî bixwînin berî ku ez serê we bêşînim û hûn sax! (Bixwînin-Foto)

 

 

Ka şîretekê li me bikin!

 

Diyar Qamişlokî-29/09/09-Qamişlo-Gelî hevalan, em dibêjin em Kurd in û em mafê xwe dixwazin. Lê hinek ji me netewa xwe bi 5 hezarên Sûrî difroşin. Evên ku netewa xwe bi 5 hezaran bifiroşe, wê namûsa xwe bi çiqasî bifroşe gelo? Werhasil, em dûr neçin.

   Hinek ji van sitranvanên menî Kurd ê ku li daweta dixin. dibêjin: “Ez bê cilê Kurdî li dawetê xim bi 15 hezarî, lê bi cilê Kurdî bi 20 hezarî. We qebûl kir ez hazirim, we qebûl nekir ji kî...ê min ve û carek din bi ser min nekevin û hûn sax!”  

Pirs ev e: Emê çilo bi vî awayî bigihên mafê xwe? Ka jibo Xwedê û Pêxember şîretekê li me bikin bavo!

------------

Lao Diyaro, heger netewayetî ketibe kodika tembûra wan hunermendan, hema hûn jî wê kodikê di serê wan de bişkînin û lotikekê li der qûna wan xin exûyî! Hûn jî wan neynin dawetên xwe û bela di malê de ji birçîna bimrin, wîî!  Ma dawet bêyî wan stranvanan nagere brê mino!

    Her yekê rahijin teneke û erbaneyekê, hinek lêxin û hinek bistrên. Bi sê telaqan hûnê ji sed bavê wan stranvanan xweştir bikin hebîbî! Berxwedan jîyan e.

   We nerî go ew stranvan doza pereyên zêde li we dikin, hema çewalên wek ê Emerîkîyan têxin serê wan û dawa wan li serê wan bigerînin. Hûnê bibînin bê wê çilo bê pere, belaşşşşş  ji we re govendê xweş bikin, pekkkkkkkk! De haydê serketin qurban!

Şêwirmendê Eşîreta Lotikxanê Sofî Xelef

 

Ev lêlê ye qurban, lolo jî bi dû de tê!

 

Hesen Almas-28/09/07-Waşîngton- Wek hûn zanin, Senatoya Emerîkayê bi dengek piranî sêperçebûna Iraqê qebûl kir û lotikek li dewletên dagîrkerên Kurdistanê xist. Hem jî lotikek xweş û geş.

   Îcar  nûnerê hikûmeta Kurdistanê Kubat Talabanî, da zanîn ku di Senatoyê de behsa îstîxrar, refah û resmîyeta herêma Kurdistanê jî hatiye kirin û ev pêşveçûnek gellek girîng e. Her weha Kubat Talabanî anî zimên ku Senatoya Emerîkayê destnîşan kiriye ku di qanûna Iraqê de Kurdistana federal bi fermî hatiye qebûlkirin û hikûmeta herêmê jî hikûmeta resmî a Kurdistanê ye.

   Werhasil, Kubat Talabanî jî di axavtina xwe de daxwaz ji Yekîtîya Netewan, Sazîya Ewlekarîya Navnetewî û ji dewletên cîranên Kurdistanê kiriye ku jibo selameta herêmê alîkarîya desthilatdarîya Kurdistan û Iraqê bikin. Werhasilî kelam, Senatoya Emerîkayê bi 75 dengan piştgirî da sîstema federalîzmê û xwest ku Iraq bibe sê dewletên federe.

   De ma Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî!  Yabo bela Emerîka federalbûna Kurdistanê qebûl bike, serê me bi şiî û sunnîyên qûnbigû naêşe. Ma herkes ne li ser mirîyên xwe digrî? Belê!  Îro federalîzm û çend salên din jî serxwebûn. Kuro ji niha de bijî Emerîka û xelas!

   Bi sê telaqan, heta em serê xwe li ber dewletên misilman bitewînin wê halê me ev kûçkanî be. Hema kî bêje “Kurdistan”, “Federalîzm” û “Serxwebûn” em pê re û hûn sax!

Xalê me Clînton û xaltîka me Jolîe xwedî li zarokan derdikevin

Kevîn Kurdson- 28/09/07-New York- Di dinyayê de ên ku herî zêde dêşin û bêmecal in zarok û jin in. Bi taybet di şer û pevçûnan de jin û zarok tade û perîşanîyek zêde dibînin, dêşin û destgirêdayî ne. Xuyaye ji ber vê ye ku, kevneserokê Emerîkayê xalê me Bîll Clînton û xaltîka me lotikvana bedew Angelîna Jolîe dest avêtine xwedîlêderketina jin û zarokan. Herçiqasî niha dora tenûrê dora zarokan be jî, lê dibêjin wê di pêşerojê de xwedî li jinan jî derkevin.

   Werhasil, Bîll Clînton û Angelîna Jolîe di “Forûma Fikrê a Clînton” de hatin ba hev û axivîn. Herdu lotikvanên navdar daxwaz li UNICEF, Komserîya Koçberîyê a Yekîtîya Netewan û li gellek dem û dezgehên cuda kirin ku destê alîkarîtê dirêjî 9 milyon zarokên dinyayê bikin û xwedî li wan derkevin. Angelîna Jolîe bal kişand ser girîngîya perwerdeya zarokan û got:” Pereyên ku di seetekê de li şerê Iraqê tên xerckirin, kare 150 hezar zarok pê perwerde bibin”. Angelîna Jolîeya ku berê jî li dijî siyaseta Emerîkayê derdiket, da zanîn ku ji ber şerê Iraqê 4 milyon kes koçber bûne. Di Forûma Fikrê a Clînton de 72 welat tên temsîl kirin û forûmek tirtire ye.

    Ez serê we neêşînim, em nizanin ka wê Angelîna xanim alîkarîya zarokên Kurd jî bike yan na, lê xuyaye wê xalê me Bîll Clînton beşê “Alîkarîya Jinan” bigre ser xwe. Êêêêê, çawa be tecrubeya wî çêbûye û Monîca Lewînsky ew fêrî gellek lotik û pehînên baş kiriye.

   De ser xêrê be û Xwedê miradê Clînton û Jolîe bike rebbî!

Ew li xerîbistanê dijîn, tu li ku dijî canekem?

Cemîl Cewher-27/09/07-Hewlêr- Berî her tiştî bêjim ku tu dijminatîyeke min li hember kekê me Arif Zêrevan tuneye. Tenê yek carê min ew li Hewlêrê dîtiye û hew.

   Kekê me Arif Zêrevan, berî demekê nivîsek ji xwe mezintir bi navê „Ez li Kurdekî digerim ku bihesidimê“ nivîsandibû. Di nivîsê de ji xwe pêve Kurdek biaqil, şareza, kêrhatî nehiştibû, rojnamevan, malper, nivîskar û siyasetmedar nehiştibûn û li gora wî di nava Kurdan de tenê zilamek zîrek hebû. Arif Zêrevan!

   Dev ji wê jî berdin, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî weke „Serokê taxa jêrîn“ yan jî bi gotinek vekirîtir weke „Muxtarê taxa jêrîn“ binav kiribû. Helbet ev dîtina wî ye. Dinya hurrîyet e û di demokrasîyê de herkes kare lotik û pehînên li gor dilê xwe bavêje. Herkes di neynikê de xwe wek Elîyê Şêr, Ristemê Zal yan jî wek James Bond dibîne. Ev normal e, ne eyb e ne jî qebhet e.

    Werhasil, em zêde bi nava meselê de naçin û bîhnê pê naxin. Em çiqasî tev bidin wê bîhn jê bifûre.

   Îcar li ser bextê malpera Netkurdê be, dibêjin nivîsa Arif Zêrevan di kovara „Bizaw“ de bi Soranî hatiye weşandin û çend ciyên wê hatine meqeskirin. Xwedêgiravî di şûna gotina „Serok Barzanî“ de „Serokatîya Kurdistanê“ filan û bêvan hatiye nivîsandin.

   Li gora min „Ha kum li serî“ û ha „Serî li kum“ hîç ferq nîne. Ha dev avêtiye Serokê Kurdistanê û ha avêtiye Serokatîya Kurdistanê, weke hev e. (Dewama nivîsê)

Lee Bollînger da bin dûvê Ehmedo

Kevîn Kurdson-26/09/07-Colûmbîa- Dibêjin Serokê Îranê Mehmûd Ehmedo li ser vexwendina Zanîngeha Colûmbîayê, daye lotikan, kêfa wî hatiye û rasterast firyaye wir. Ji wî weye ku Zanîngeha Colûmbîayê şahîyek bi def û zirne jê re lidarxistiye û ewê jî serê govendê bikşîne. Lê piştî hatiye zanîngehê û beşdarî panelê bûye, fêhm kiriye ku hatiye lîztikê lê êdî hasil gihaye Mûsilê.

   Werhasil, dibêjin rektorê Zanîngehê di axaftina xwe a xêrhatinê de ji Ehmedo re gotiye:”Tu kesekî bêşeref î”, Ehmedo gotiye:”Belê!” Rektor gotiye:”Li welatê we perwerda şexsîyetê tuneye” Ehmedo gotiye:”Belê!” Rektor gotiye:”Tu qûnek î!”, Ehmedo dîsa gotiye: “Belê!” û bi vî awayî dewam kiriye.

   Piştre dora axavtinê hatiye Ehmedînejad û gotiye:”Ez dibêjim qey rektor Bollînger heqaretê li min dike!” û gazinên xwe kiriye. Te qo heqaret? Kuro daye bin dûvê te law Ehmedo, ma heqaret tenê!

   Werhasilî kelam, dibêjin gava Ehmedînejad li balafirê siwar bûye, destê xwe ji Emerîkîyan re hejandiye û gotiye:”De bila mîster Bollînger li Tehrana bûya û ev gotin bigotana, ma ne minê ew di beroşekê de bikelanda,  bikira serûpê û bi savarê re bixwara, lê çi fêdeeeeee!”

 

 

 

 

 

 

 

 

Pozkulav in

bê rêz û rav in

 

 

  Mehmûd Badilî-12/10/07-

 

Roja sê‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏şemê 9/10/2007, li ser televizyona Cizîrê di bernameya " Eliticah elmuakis " de, birêz Şêrezad Adil Eyzîdî û pozkulavê be`esî Ibrahîm Elûş, rû li rû li hember hev mêvanê Dr. Fêsil Qasim bûn.

   Gelek pirs û babet ji hêla Qasim ve li ber destê herdu mêvanan hatin raxistin. Pirsa herî balkêş kêşeya Kurdî û pirsgela fedralî yê bû.

   Di nav re hin babetên dî jî hatin raxistin wek kêşeya Kerkûkê û hejmartina 1957 an, mafê çarenûsî ji miletê Kurd re, perçebûnên ku di destpêka sedsala bîstan de li ser destê dewletên kolonyal " Fransa û Brîtanya " çê bûbûn, girêdana wan bi pirojeya Emerîkî ku nuha dixwaze li Iraqê pêkbîne di rêya bicîkirina fedralîyê re bi rengekî durist û li ser bingeheke demoqratî û şaristanî ku hemî miletê Iraqê di bin sîwana wê de bi hebûna xwe hest bikin. (Dewama nivîsê)

 

12 salan bê guneh raza lê jê re hella hella ye

 

Kevîn Kurdson-11/10/07-Hoûston- Ronald Taylor ji ber sedema destavêtin û tecawizê hatibû girtin û tam 60 sal ceze xwaribû. 12 salan di hepsê de raza û hepisxane jê re bibû wek mala wî. Lê piştî 12 salan xeberek jêre tê û dibêjin:“Taylor efendî! Tu azad î, me bi xeletî ceze daye te qurban. De rahije buxçika xwe û ji hepisxana me derkeve, yellaaaaa “ û wî azad dikin. 

    Werhasil, niha Ronald Taylor azad e lê car caran jî bêrîya qulika hepsê dike. Mêrik dibêje : »12 sal jimin re wek 12 seetan e. Nedin dû tiştên çûyî. Ezê niha bi dilekî rehet bi dergistiya xwe re bizewicim, ezê heyf û stresa 12 salan di şevekê de bavêjim » filan û  fîstan.

   Werhasil, 12 sal jibo Taylor efendî wek 12 seetan e. Heger hinek ji we têkevin hepsê û cezeyekî giran bixwin, telefonî Ronald Taylor bikin. Jê re bêjin bela bê di şûna we de 12 seetan di hepsê de razê. Çawa be sal jê re wek seetê derbas dibin.

 

Dema hêka mirîşkê tê

 

Faris Beg-10/10/07-Swêd-

Mirîşk balindeyek e, li gundê Kurdistan û li gelek dinyayê xelkê gundan wê xwedî dikin. Ji cihê hêkkirina hemû balinda re dibêjin: ”hêlîn” lê ji cihê hêkên mirîşkê re dibêjin: ”motik”. Motika mirîşkê bi piranî di axur an di kadînê de ye.

   Bi piranî jin bi karê malê ve dilebikin û ew motika mirîşkê li cihekî ku ew bi rihetî karibe tê de hêk bike, amade dikin. Jin tim hêkekê di motkê de dihêlin jibo mirîşk li ser wê hêkê rûnê û hêk bike. Wextê mirîşk hêkeke nû dike, mirov wê hiltîne û motik li cihê xwe dimîne.

   Wextê hêka mirîşkê te, ew rast berê xwe dide ser motikê. Lê heger cihê ku ew lê hêk dike girtî be, heta jê tê ew dike karekar. Ew jî weke mirovê ku destava wî were, lê qedemge girtî be. Insan jî dixwaza bike qêrîn lê ji şerma nake. Lê mirîşk li nêzîkî motika xwe diçe, tê û dike karekar. Gelek cara dilê mirov bi halê wê dişewite. (Dewama nivîsê)

 

Perestgeha herî kevn a cîhanê

 

Goran Candan-09/10/07-Stockholm


’Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevaya cîhanê belav be.’’ Dr Klaus Schmidt

 

Li ser riya perestgehê

Ez dîsan hatim ew Diyarbekra li biniya Çavkaniya Çemê Dîclê û li binê quntara Çiyayê Qerec’î, ku sûnewarê saristaniyê ye. Gava pistî 25 salan ez vegeriyam warê bavê û kalan, mixabin min ev dît: Ji Diyarbekra kevin hema tistek ne mabû.

   Dema zarotî û xortaniya min, li tevaya bajêr pakî û rindî hebû. Îroj her derê bajêr, bi taybetî jî nav bajêr wêran bûye. Her çend beşên ketî yê Keleha Amedê û çend ji bermayên din ên dîrokî dihêne honandin jî, her çend hin projeyên avakirina xanî û malên bilind ên xwedî bernameyên bi milyaran dihêne lêkirin jî, dîsan Diyarbekir ne Diyarbekra berê ye.

   Min ev dîtin gava ez pistî 25 salan cara yekê zîvirîm Diyarbekrê. Gava mirov li Diyarbekra îroyîn temaşe dike, qet ew bawerî bi mirov re çênabe, ku ev der dergûsa saristaniya tevaya cîhanê ye. (Bixwînin

 

Ava binê kayê ye

"Pêvedana wî ji ya desthilatê jî notir bû "

 

Mehmûd Badilî-09/10/07-

Di roja înê 5/10/2007 an de, bêtirî sedan cemawer digel hin hêz û partîyên Kurdî li bajarê Qamişlo (meydana Hilêlîyê) bo helkeftina bîranîna çel û pênc salîya hejmartina awarte 1962 an ya şovînî û regezperest kombû bûn, Tevde bi mebesta ku dengên xwe dijî siyaset û zor û sitema ku rêjîma Sûrî ya desthilatdar li miletê Kurd dike hildin û xebata xwe bi rengekî hevbeş gurêxbikin dijî pirojeyên şovînist û regezperest yên hebûna miletê Kurd kiriye armanc da ku wî tune bikin û ji kokê ve rakin.

   Lê mixabin, ta di karekî hevbeşî wilo jî de, em lotikan li hev dixin, ji dêvla ku em lotikên xwe bikin yek û ber bi desthilatê ve bavêjin, em bi hev vedidin û lotikên dijwar li derqûn û ruwê hev dixin. (Dewama nivîsê)

 

Werin hingivê Bedlîsêêê!

 

Mêşa Hingiv-08/10/07- Seroka Mêşên Lotikxanê- Yabo bi herçar kitêbên pîroz, bi namûs me ecêba bi vê ecêbê nedîtiye. We dîtiye ku kesekî “soza gêrmîya gavanan û hingivê Bedlîsê” dabe xwendevanên xwe? Naaa! Me car caran wek Lotikxane “Cixarên qûnsor” li xwendevanên xwe belav dikir, lê yabo kekê me Zinarê Xamo li çira me xist, go “Vingggggg” û li ser 280 kîlometroyî da xazê.

   Dibêjin kekê me Zinarê Xamo ji xwe re hêlînek bi navê zinarexamo.blogspot.com

vekiriye û wê tê de serpêhatî û bîranînên xwe binivîse. Dibêjin wê Zinarê me semawerê çayê deyne ber xwe, kevçî û nîvek şekir bavêje nava îskana çayê, bike firefir û dest bi lotikên hindik û rindik bike.

   Ez serê we neêşînim, Aha name û soza Zinar bixwînin û hew... (Bixwînin)

 

Recebo li derîyê xalê me Clînton xist

 

Hesen Almas-07/10/07-Waşîngton- Serokwezîrê Tirkiyê Kasimpaşali Receb, hat Emerîkayê û qaşo xwest çend lotikên dîplomasîyê bavêje. Tam di wê demê de jî wê dengdana li ser qirkirina Ermenîyan bihata rojeva senatoya Emerîkayê.

   Dibêjin gava Recebo ev bihîstiye, agir ketiye nav delinga Recebo û raste rast berê xwe daye devê derîyê Bîll Clînton. Gava xalê me Bîll Clînton derî vekiriye, dîtiye ku Kasimpaşali Receb di nav xwêdanê de maye û bêhn lê çikyaye.

   Recebo hema destê xalê me Clînton digre, dihejîne û dibêje:"Ez ketim bextê te û namûsa te, ez gunikê te bixwim, tiştekî bike ku mesela Ermenîyan nekeve dengdana senatoyê" filan û fîstan.

   Xalê me Clînton jî destê xwe li pişta wî xistiye û gotiye:"Behsa gunikê min neke lan! Ji xwe Monîca Lewînsky yek teqandibû, maye yek! Ez bi gunikekî kesên wek te îdare dikim haaa!" û nîvsozek jê re daye.

   Werhasil, dibêjin herdu ketine odeyek reş û tarî. Îcar çi anîne serê hev, kî li ser û kî di bin de maye Xwedê zane!

 

Pêwendî û Rexne

 

Dara Bilek

 

Lotikxane/KRG-06/10/07-Eve demek e cureyên pêwendiyan di nav başûrê Kurdistan û beşên din yên Kurdistanê de têne minaqeşekirin. Taybetî di civatên siyasetmedar û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê de ev yek gelek tê rojevê û minaqeşe li ser tê kirin.

   Bê guman piraniya caran minaqeşe bi awayê gazindan tê domandin, yanî gazind li şeklê têkiliyên desthilatdariya başûrê Kurdistanê têne kirin.(Dewama nivîsê)

 

Ji Mûsa Kaval lotikek nermik

 

06/10/07-Serokê Hevbendîya Kurdên Bakur Dr. Mûsa Kaval, bi minasebeta hatina Serokkomarê Tirkiyê, nameyek pir vekirî, nermik û germik ji Serokê Meclîsa Parlamenta Konseya Ewrûpa Renê Van DER LÎNDEN re şand.

   Kaval daxwaz kir ku ew çend lotik û pehînan li Serokkomarê Tirkiyê Abdûllah Gul bixe da ku aqilê wî bê serê wî û di pirsgirêka Kurd de serê hefsêr berde. (Bixwînin)

 

BI DEVÊ BABA TAHIR ÇEND GOTIN

     

       
Mahmûd Hewlêri-05/10/07-Hewlêr-
 
Xwezî bi wê roja ku Herêma Başûr
Xelas bibe ji lûtxwer û paçxwerên entel
Çi bextreşî ye bavoo, piştî têkçûna kedxweran
Ew bûne mar û dûbişk û kêzik
Li ser sînga nirxên me  direşînin jehr û zeqqum
Ax hawar!... 
Ku me dagirker teva têk birin
Lê em nikarin bi kêzik û kurmikan re bikin ceng

 

Nekeve nav karwanê parsekan kekê min,ne layiqî te ye!

 

Cemîlê Çargurçik- 03/10/07-Swêd-Belê, kekê me, gula Dêrika Çiyayê Mazî Bûbê Eser, gazindnameyek pir vekirî nivîsand, weşand û kumê xwe danî ber xwe.

   Bûbê Eser di 23.04.2007an de terka welatê Swêd kiribû, bi dilekî germ û serîkî zelal berê xwe dabû Kurdistana azad.  Xuyaye hesabê malê û sûkê li hev derneketiye û wek kekê me Arif Zêrevan bêhnteng bûye, li çûna xwe poşman bûye û dest bi lotikên nermik û germik kiriye.

    Her çiqasî lotika Arif Zêrevan sînorê lotikan derbas kiribû û bibû zîtirk û pehîn jî, lê şikir ji Xwedê re ku lotika kekê me Bûbê xeta sor derbas nekiriye û tê daqurtandin.

(Dewama nivîsê)

 

Ew mabû wî jî go "Zirt!"

 

Kurdo Salihovîç- 01/10/07-Kosova- Dibêjin serokê Sirbistanê Borîs Tadîç dîtî nedîtî li dij serxwebûna Kurdistanê derketiye û zirtînî ji xwe anîye. Tadîç gotiye ku," Eger Kosova serbixwe bibe, wê rê li pêşîya serxwebûna Kurdan jî vebe. Serxwebûna Kosova wê biryara Kurdan xurttir bike û ewê lotikên bi lez û bez bavêjin. Ji ber vê jî emê tucarî serxwebûna Kosovayê qebûl nekin" filan û jehr û ziqûm.

   De binerin loo! Kuro hey kerê me di guhanê nizanim çiyê te gao, ma tu li ku û Kurdistan li ku oxlim! Çi pevgirêdana Kosova û Kurdistanê bihevre heye hey dêqehp!

   Em bêjin tu serxwebûna Kosovayê naxwazi, tu çi ji rebenê Kurdan dixwazi hêê?

Yan Tirkan xwe li dê û jina te ceribandiye û dane bin dûvê te haa!

   Çend qirûş xistine bêrîka te Borîs efendî çendddddddd!?

 

Kî dike bi xwe dike

 

Ebû Cengo- 30/09/07-Qamişlo-Dibêjin piştî xutbeya roja Înê melle Mehmûd Agasî (Ebû Qeqa) li bajarê Helebê hatiyer kujtin û lotikek lê ketiye. Melle Mehmûd bi xwe Kurd e lê mixabin alîgirê terorîsên El Qaîdeyê bû. Di axavtinên xwe de piştgirî dida çalakîyên terorîstên Iraqê û şerê Emerîkayê dikir.

   Ez serê we neêşînim, Melle Mehmûdê me bela xwe dît û kes nizane ka wî berê xwe daye bihuştê yan cehnema germik.

   Erêêêê, erêêêêê.....Ma kê ji te re gotibû bela xwe di Emerîkîyan de bide xwedêjêrazî! Xelk bela xwe ji Emerîkîyan vedikin, tu radibî piştgirîyê didi terorîstên bêderpî û rîhmetro brê mino..

    Dibêjin “Heçê here masîya wê qûna wî şil bibe”. Îcar ev jî mesela me û Melle Mehmûd Agasî ye.

   Mêrik çû masîya lê bi xwe bû masî û hûn sax!

 

Sebra we nemabe kevirê sebrê bikirin qardeşim!

 

Zinar Qelemşûr-28/09/07-Stenbol- Dibêjin Serokwezîrê Tirkiyê Kasimpaşalî Receb, firyaye Emerîkayê û beşdarî “Sazîya Fikrê a Konseya Têkilîyên Derve –Council on Foreign Relations” bûye. Recebo li wir mesele anîye ser terorê û hema li derûdora terorê û PKK çûye û hatiye.

   Recebo gotiye:” Ji Pentagonê ewletir cîh tunebûn. Binerin, terorê lotikek li Pentagonê jî da. Dîn û îmana terorê tuneye, nasnama wê tuneye, welatê wê tuneye. Kes nikare bêje terorîstê min baş e lê ê te xerab e. Divê rojek berî rojekê Emerîka û Iraq gavên erênî bavêjin û PKK bidin ber lotik û pehînan. Êdî sebra gelê me nemaye” filan û fîstan.

   Ê lawo Receb, madem sebra we nemaye, herin dikana xalê  min Hecî Elîyê Xursî, ji xwe re çend kevirên sebrê bikirin û têxin ber dilê xwe cîgerim!

   Ê me bi xwe sebra me pir e û bêhna me fireh e. Heger li we teng bû serî li me xin, bi hersê telaqên jinberdanê emê çewalek ji çewalên Emerîkayê saxlemtir ji sebra xwe ji we re bikin diyarî. Hem jî beleşşşşşşşş! 

 

Rêkxirawî Tuwaletî Alafranga û çarenûsî kelebab

 

  Mehmûd Hewlêrî-27/09/07-Hewlêr- 

Şikir ji xwedê re şikir!.. Şikir ku dîplomasiya Kurdan, li lobiyên otêlên weke Şeraton, Hawraman û Çarçira, li restaûrantên weke Batmaz çêdibin.

   Bi xwedê û pêxemberên 4 olên semawîîî, kes nema dikare bıbêja ku Kurd mirduwa…!

Kurd her hebûn, ewê her hebin.

Lê şifêrê taksiyê, ne di fıkrê min û hevalê min de bü.

   Li devê otela Şeraton hişt ku xwîsiya me di gewriya (qirika) me de bimîne.

Hîna em peya nebûn, şifêr pirsî: “Kaka hûn jî heyetî diplomasî ne?”

   Berî ku ez biaxivim, hevalê mın got: “Na Kaka, em rojnamevan ın. Em dixwazin li lobiya Şeraton, li dîmen, tevger û tefasîla dîplomasiya Kurdan binêrin. Selim Baban û hevalên xwe ji Swêd hatine. Rêkxirawî Tuwaletê Alafranga damezrandine. Em dixwazin wan bibînin”. (Bixwînin)

 

Dem ne dema şerê birakujîyê ye!

 

   Hejarê Amedî-26/09/07-Amed-Birêz rêveber û xwendevanên malpera Lotikxanê, min dixwest dîsa nivîsekê qerfî ji we re bişînim û dilê xwendevanên Lotikxanê xweş bikim, lê mixabin rastiya jiyana me zora min bir û berê min da vê nivîsê.

    Di vê dema dawî de gavên bi lez û bez tên avêtin ku ji her alî ve şerê Pkk were kirin.

Serokomarê İraqê Celal Talabani berê xwe da new yorkê û li wir bi serokwezirê Tirki

yê Tayip Erdogan re hevdîtinekê pêk tîne. Di heman demê de wezîrê karê hundir ê İraqê serdana Ankara dike .

    Di vê navberê de jî sinyalek wiha ji KDP jî hat ku dibêje em rêxistina PKK û PJAK wekî rêxistinên dij qanûnî dibînin. Ev bûyer tev piştî serdana Bush a İraqê qewimîn.(Dewama nivîsê)

 

s© lotikxane 20-02-2006