Roj roja tifaq û hevgirtinê ye!

    

 Dagîrkerên Kurdistanê dixwazin bi her awayî destkeftinên başûrê Kurdistanê têk bibin û nehêlin Kurd biserkevin. Di vê dema zîz û nazik de ji her Kurdî re erkek netewî ye ku li başûrê Kurdistanê, li parçê azad xwedî derkeve û erka Kurdayetîya xwe bîne cîh. Roj roja tifaq û hevgirtinê ye. Xwedayê dilovan   gotiye:"Tifaq ez li ser rezzaq!" Kurdino, bizanin ku her parçeyek axa azad stûnek ji avakirina Kurdistana mezin e.

          Lotikxane
      
Google

      Lotikxane 

                                                                       Magazîn, henek, gilî û gazin      

 

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Xaltîka Fatê

Di demek kurt de dinivîse

Bêwar Brahîm

Pênûs û rewşenbîrî

Rojda Aydin

Bersivê bide ablacixim..

Gabar Çiyan

Şerê Taybet û tedbîr

Faris Beg

Çiya avis bû

 

Adil Dûran

Mirov wek teyrekî ye

Bavê Ronahî

Qûna bi huner

 

Lezgîn Şêxo

Dikandar

 

Lokman Polat

Xwelî li serê

wan be

M.Badilî

Tirkên Toranî

 

F.Devliken

Otoasîmîlas

yon dergûşa...

Siwarê hespê xelkê tim peya ye!                                   27/10/2007

 

 

QÛNA BI HUNER

 

 

Bavê Ronahî-27/10/07-

Li gundekî  Pazarcixa  Meraşê  zilamek desthuner hebû

   Di her pêçîyek wî de çend sinhet hebûn, lewre  karûbarên  ku jin û zilamên  gund  nikarîbûn bikin, wî ji gundîyan re dikir. Ma çi huner ji dest wî nedihat? Ji temîrkirina solan heya meşkan, ji derî û penceran heta dirûna kiras û derpîyan

  Ji alîyê rabûn û rûniştinê de, kemal û ji marîfetê re bêqisûr bû.Bi tenê qisûrek wî

hebû, ew jî hindik lewate (qûnek) bû.

  Dema  nêzîkbûna barkirina Zozana ,  jina gundiyekî jibo temîrkirina meşk û

dirûna kiras û derpîyek nûjibo mêrê xwe banî hosta dike. Hosta jî diçe mala

wan. Jinik ava çayê datîne ser quçkê, (ocax ) û tê nîk hunermend,da ku ji xwe re hinek suhbetê bikin, 

   Di navbera suhbetê de, jinik  dixwaze hinekî pesnê  hosta bide. Jêre  wiha dibê: Tu mirovekî pir rindî, her kar ji destê te tê, lê bi tenê qisûrek te heye. Hêj  gotin di devê jinikê de ye, dengê kejîna avê tê.(Bixwînin)

 

 

Qirdê wê kor e

 

Şemal Amedî-26/10/07-Hollywood- Di her beşê jîyanê de xweşî û nexweşî, bedewî û kirhî (nebedewî-nexweşikî) heye. Di insên de jî wilo ye.

   Hinek insan hene meriv ji nerîn û temaşekirina wan têr nabe. Hinek insan hene wek bûkên lastîkî xweşik û bedew in, lê ne xwînşîrîn û ne balkêşer in. Lê hinek insan jî hene ne xweşik in, ne bedew in, lê xwînşîrîn in, germ in û bala meriv dikşînin ser xwe.

   Werhasil, di jîyana paparazzî û lotikvanîyê de tim jinên bedew û spehî derdikevin pêş. Lê vê carê kovara Maxîm berevajî kir û jinên herî nexweşik hilbijart. Di serî de topa naletê li porkura Sarah Jessîca Parker ket. Xwendevanên kovara Maxîmê Jessîca Parker wek jina herî nexweşik hilbijart û lotikek bêîman li rebenê xistin.

   Werhasil, me bi telefonê xwe gihand Jessîca xanim û me jê pirsî (Bernedin)

 

Heyla kalkê min te biçirvirîne erê wille!

 

Tecawizcî Coşqûn-26/10/07-Beyoglû Stenbol- Niha sedî sed hûnê bêjin:“Kuro lao ev çi bi Tecawizcî Coşqûnkê me hatiye bavo? Wille û bille ev lawik ne wilo xeberokî bû bavo“ û ecêbmayî bimînin.

    Lê ez bi serê we ê şûnikî û bi doxîna Latîfe xanim kim, van Tirkan hiştiye go ez bibim wek gayê nav garanê û ha ha li dor keç û jinên wan bigerim. Kuro lao ez beicandim hewarêêêêêêêêê! Qey birastî jî mexlûqatekî bi navê „Insan“ di nava van kûçikbavan de tuneye bavo, hella hellaaaaaaa!

   Yaw me digot qey qencê Tirkan hunermend, şanoger û qaşo lotikvanên wan in, lê babam hemi ji hev dêqehptir û qûnektir in jibo Xwedê! Aha ji we re qaşo qenca Tirkan, Ayla Algan xanima doxînçaroxî! (Bixwînin)

 

Welleee ew ne eskerên me ne..!

 

Bazê Qendîlê-25/10/07-Kurdistan-Rojekê kurê melayekî ji min re got: “Feqeyekî bavê min hebû navê wî Memed bû, ji Ûrfayê hatibû Binxetê li ba bavê min dixwend. Şevekê di nav min û wî de micadelek li ser firokan çêbû. Min digot bi şev jî firoke difire û wî digot na..... çilo bi şev firoke dikare bifire? Vê axaftinê katjimêrekê dirêj kir û Feqe Memed ji ya xwe daneket. Ji qudra xwedê re hema min dengê firokeyekê kir, min çavên xwe gerand ta ronahiya wê jî min dît, min gotê Feqe Memed binêre.. binêre..ew çiye...? Ew ne firoke ye? Memedê min û te di cihê xwe de mat ma û hema got na ew ne firoke ye..........Ew ji ku firoke ye? Ez rabûm min bazda ba yekî gundî ji bo ku ji min re di nav zilaman de bibe şahid.”....

   Werhasil.....Ev Tirkên doxînsist û qûnçarox ku di wan de ye jî lê her dibên na.....Vê carê jî gotin na........

Vê dawiyê şervanên PKK gotin ku wan 8 leşkerên Tirkan dîl girtine, lê Tirkan inkar kir...Piştî ku wêneyên wan xistin nava înternêtê û Tirkan wek Memedo li wan nêrî, nema zanîbûn wê çi bêjin.....Hema ew jî rabûn gotin na! Ew ne eskerên me ne, ew jî têrorîstin.....Eskerên me çayê venaxwin.......!

  Werhasil, Tirrek û du tirr li ba tirrekan yek e û hûn sax!

 

Binerin bê eskerên hêsîr ji hevre çi gotine

 

Wêne bitikînin

 

 

Aha ji we re cewrikên Demokratîk Cimhûrîyeta Tirko!

 

Firildeq Elî-24/10/07-Li wêne binerin bê çawa cewrikên dêlegur û çeqelên Tirk serê xwe didin ber meqesan, ala xwe li ser dineqişînin û li ser "Xaîn PKK" dinivîsin.   

   Îcar, hêvîdarim wê pozê me Kurdên bakur, û bi taybet jî yê PKK û "Hevaller"ên me bişewite û dev ji çîroka bratîya sexte berdin.

   Divê Kurd tenê yek tiştî bizanin. Bizanin ku Kurd û Tirk dijminên hev in û xelas! Heçê dibêjin "Kurd û Tirk wek goşt û nenûkê ne" agir bi mala xwe dixin û hetta ji vir û pêde dijminatîya qewmê xwe jî dikin û hew!

De ji Tirkan re mirin, û ji Kurdan re jî jîyanek serketî dixwazim kaka!

 

Dûrketin

 


Saher Mîro El Bedrî-23/10/07-

                li dinyayê min kes nebû
                bes xwedayê mezin û tu
                îro roj te jî ez hêlam...û
                tu dûrket û tu ji ba min çû

                bawer bike bûme mecbûr
                ku ez berê xwe bidim
                evê rêka weşa dûr.....dûr
                û çendî bêjî ji te dûr bim...

                (Berdewam)

 

Xanimê xwe ji me enirand

Şemal Amedî-23/10/07-Hollywood- Lîztikvana Ingilîz, lotikvana bedew û sîngnepoxî Gemma Atkînsson, xwe jibo salnama 2008an berda çolê û dilê xort û mêran şewitand.

   Me bi emaîlê daxwaz ji xanim Atkînssonê kir ku carekê jî xwe jibo salnama Lotikxanê şût û rût bike.

   Lê ciwanikê di bersiva xwe de got:”Niçççç! Ez ji we xeyidî me. We çend caran di Lotikxanê de reklama min kir û piştre we ez ji bîr kirim. Ez ji we enirî me û dilşikestî bûme” û sergiranî li me kir. (Bixwînin-Foto)

De bigrî bigrî, kurê min bigrîîîî!

Şaban Onbaşi-23/10/07-Sêwas- Em hew zanin ne bi halê van Tirkan bikenin û ne jî  bigrîn, weledddddddd!

   Me digot qey tenê em Kurd wek mirîşka gêj in, lê yabo Tirk ji me gêjtir bûne ellawekîl! Kujtina çend Mehmetçîkan tirr ji wan berdaye û doxîn li wan anîye kabokê.

   De ji xwe re li vî qûnekê Bulent Ûgûr binerin. Bulent Ûgûr teknîk dîrektorê taximê fûtbolê yê Sêwasê ye. Mêrik ji xwe re kiriye adet, her ku derkeve saha fûtbolê dike kûze kûz û dest bi girî dike. Qaşo tirro li ser şehîdên xwe digrî û li ber kujtina Mehmetçîkan dikeve. Îcar ma ev jî zilame gelî xwendevanan?

    Kuro ker di jina wî ne heger tu ne bi derewan digrî! Îcar wilo kezeba te li ser wan Mehmetçîkan dişewite haa?

   De here ûlannnnnnn, qûnde! Perê Sêwas sporê nemane, jibo dilê xelkê bi te bişewite û çend qirûşan têxin bêrîka te tu digrî, ma em nizanin oxlimm!

 

XWELÎ LI SERÊ WAN BE

   Lokman POLAT-22/10/07-Swêd-Di nav xelkê de gotinek heye, dibêjin ”Xwelî li serî be” yan jî ”xwelî li serê wan be.” Ev gotin ji bo kesên nebaş, yên ku kêrê tiştekî nayên û ji tiştek re nabin, karekî baş nakin û kesên tewş re tê gotin. Mirov dikare vê gotina gelêrî ji bo dewlemendên kokkurd ku dijminê eslê xwe ne bibêje.

    Medya nîjadperest, şoven û faşîst a Tirk ji bo milîtarîzmê, ordiya Kemalîst a dagirker hîn bêtir xurt bike, li ser navê ”Terorle mucadele kahramanlarina destek kampanyasi – Kampanya alîkariya lehengên li dij terorê têdikoşin” (Lê hûn vê weke kampanya lehengên ku li dij Kurdan şer dikin bizanibin). ji Vakfa mehmetcik” re anku ji ordiya dagirker re alîkarî dicivînin.

   Televizyona bi navê ”Haber Turk” serkêşiya vê kampanyayê dikşîne û lîsteya kesên ku alîkarî dane ordiyê weşand. Di nav lîsteya alîkariyê de gelek kesên kokkurd ku têne nas kirin hene û ji wan heryek bi hindikayî sed hezar ytl – sed milyar tl – dane ordiya milîtarîst û hov. (Bixwînin)

 

Ji Kurdistanî azad nameman

 

Bo braderekanî Lotikxanekanî Kurdistanîyekan!

Kaka can, ruhekem, canekem, em katekan xoşbit.

21/10/07-Kurdistan-Min bîstûme ke artêşî Turkekan xo amade dike ke hêrişek zor gewre bihêne ser Kurdistanî azad.

   Êwe detuwanin bo leşkerekanî Turuk bilên ke hatin bila le bîr nekin ew kurre le filmê NEWALÎ GURAN de zor jîr e, ke naw POLAT  ALEMDAR digel xo bînin Kurdistanî ême, çunke lêre le awratekan kêmasî ême heye.

    Ê me dexwazîm bizanîn ka ew segbawekan de jiyanekanî zîndû de jî ditwane tirr we fisên gewre biket yan ne

Birayê êwe Xirtûj

----------------------------

Kaka Ciyan, le ser daxwazî to, ême wek Serkirdayetî Partî Demokratî Lotikxane, nameyek bo ew segbawekan nardiwe we gotiwe:" Kabrayê ême Xirtûj dawe dike ke cenabit biro Kurdistan da ême bizanit ka to çend kîlo we çend gram î. De fermo were, bilêtekanî çûn û hatin ji kîsî Lotikxane".

   Belam segbawekan bersîv dawe û gotiwe:"Xirtûj!!!!? Na babaaaaaaa, bi serê Erdogan ê min newêrim birom ber destî ew Xirtûje. Emin sedî sed dizanim ke ewê namûsî min bikey bexdûnisekan we ewê qûnekanî min bikey çewalekanî Emerîkanîyekan.Narim kaka narim, zor spas ekem". 

 

 

Tirkan hîna gunikreş di ser xwe re nedîtine

 

Şîndar BERWARÎ- 19/10/07-Duhok- Hinek Kurdên me dibêjin:”De dev ji zirt û virtên wan berdin loooo, kuro bi namûs ew neketin başûr, ziravê pisîkê bi wan re tune”.

  Hinek dibêjin:” Na kuro na wilo nebêjin, ma hûn nizanin gava cîh li pisîkê teng dibe dipijiqe serûçavê meriv û qeramûşkan dide”.

  Hinek jî wek Kasimpaşalî Receb dibêjin:” Kuro de hema di ku re zirav bû bela di wir re biqete, bi telaq heta em û van kûçikbavê Tirkan nekevin nav hev û qira hev neynin, Kurdistan serbixwe nabe” filan û bêvan.

  Werhasilî kelam, bav û kalên me dibêjin:”Filankeso hîna gunikreş di ser xwe re nedîtine”. Îcar xuyaye ev jî mesela me û Mehmetçîkên qûnbicilik in. Ji wan weye ku Kurd jî wek Yûnanîyan newêrek in û wê dev ji Kurdistanê berdin û birevin.

  Lê gava Kurdên gunikreş di ser xwe re dîtin û doxîn li wan sist bû, Atatirkê wan jî nikare wan xelaske ellawekîl!

 

Rojek ji rojan

 

Mahmüd HEWLÊRÎ-19/10/07-Hewlêr-

Rojek ji rojan....

Rehme li dayik û bavê guhdêr û xwendevanan...

Ya Allah, ya Yezdan.... Me çîrokek heye ji dîroka hêrik û kavilan...

Tirkan tezkere derxist û kirin hawar.

Bi tank û topan kirin toz düman û dixan...

   Dibêjin “Em in cengawêr cîhanşûmil û xwediyê  şûr û mertal û riman

Eger hûn PKK ji Başûr dernexin... Karayilan, Bayik û Aydar...

Bi hevre kelepçe nekin, zincîr û lele nekin...

Em tên û li ser serê we bikin tofan...”(Bixwînin)

 

Ev nîna ye hîn tirnîna maye

 

Bazê QENDÎLÊ-19/10/07-Kurdistan-Dibêjin Bişarko jî bûye zilam, wiiiiii rebenê...!

  Tirro  li Tirkyê gotiye ku ew jî bi wan re ne ji bo çûna Başûrê Kurdistanê û tunekirina PKK....!

  Oxlim....Ne do bû İsraîl bi bost û nîvekê

di te de bir ta ku diranên te qîç man.....Îca hîn yek ji te derneket te yekî din jî li xwe qeliband.....?

  Te heyfa bavê hilanî...! Ê ne tu fedî nakî devlapûrko...!

  Kurê şêr...! Xwe kirye kerê bin barê xelkê..! Wey mid wilo şêr kirî erê welleeeeeeee.....!

  Êne vê carê emê hemi kevirên çiyayên Kurdistanê bi ser serê te û zirbavên te de bînin xwarê loooo! Bi telaqên jinberdanê emê bi zirmaran mohrê li wê peymana te û guhbelko xin.

  De hûn ji bavên xwe bin hûnê gavekê bavêjin nava xaka Kurdistanê..!

Em li benda we ne qûneknoooooo...!

 

Her Kurd ne Kurd e!

 

Cembelîyê Botî-18/10/07-Colemêrg- Em Kurd ecêb in. Xuyaye yek ji milletên ku di dinyayê de xwe nasnekiriye û nehigaye şiûr û zanebûna giyanê netewî, em Kurd in. Ji rewşenbîr û gellek ji siyasetmedarên me bigrin heta bi rojnamevan, lotikvan û zîtirkvanên me, tev berjewendparêz û pozbilindên kesayetîya xwe ne.Mixabin!

  Ji me gellekan re berjewendîyên kesayetî di ser berjewendîyên netewî re ne. Ji xwe kula bê derman, pençeşêra herî mezin jî ev nexweşî ye.

   Heger em li rewşa Tirkiyê binerin emê bibînin bê em di çi rewş û halî de ne. Ji hunermend, siyasetmedar, bazirgan, mafya û her quzilqurtê bigrin heta bi etar û çerçîyên kolanên bajerên Tirkiyê di destê Kurdan de ye. Em karin heta bi ciyekî bêjin ku Tirkiye di destê Kurdan de ye.

   Lê em çi dikin? Em avê li destê Tirkên doşirme û xwînheram dikin da ku pê detsnimêja xwe bigrin û pê qûna xwe bişon. (Bixwînin û bifikirin)

 

Xwezî tu jina min ba, bela şorba nîskê li min û bavê min heram ba!

 

Çang Lêê-17/10/07-Tokyo- Di pêşbirka bedewa dinyayê de Prîscîlla Perales yekemîn hat hilbijartin û bû lotikvana herî xweşik, rindik û mindik. Piştî wê Despîna Vlepakî ya Yûnanî bû duyemîn û Yûlîya Sîndzeyeva ya Belarûsî jî bû sêyemîn.

   Werhasil, kuro ma jin beşdarî vê pêşbirkê bibûn, karê xezala bûn karê xezala, axxxxxxxxxxx!  Bi hersê telaqên jinberdanê, gava ez çav li wan karxezalan ketim jina min li ber çavê min bû wek tenya binê beroşê, wîî! (Bixwînin-Foto)

 

Insanan çi ji lotikan fêhm kir

ma dora robotan, tewwww!

 

Miradê Torî-16/10/07-Bruksel- Mala Xwedê ava, êdî wê robot jî karibin wek insanan lotikan bavêjin û bizewicin.

   Profesorê Belçîqî Davîd Levy, dibêje wê insan di nava 5 salan de karibin bi robotan re seksê bikin û di 2050 de jî karibin bi wan re bizewicin.

   Dibêjin heta niha du robotên biaqil û seksî hatine çêkirin. Yek jê Valerîe ye. Valerîe ji alî Şîrketa Androîdworl ve hatiye çêkirin û robotek pir biaqil e. 4 hezar gotinan zane, di malê de xizmeta malê dike, danûstendinê dike, ji jinek rastîn nayê ferqkirin û buhayê wê hezar dolar e. (Hîna heye)

 

Emê piştî çend salên din qûna reş û spî li meydanê bibînin cîgerim!

 

Dilcan Îzol-15/10/07-Antalya- Îbrahîm Tatlisesê lotikvan li bajarê Antalya kondserek da hezkiriyên xwe û da zîtirkan. Piştî çend stranên kevn û nuh gotin, Îbayê me dest bi axavtinê kir û dîsa kir zirt û virt. Îbo got:“Bi stranên ku min li Bodrûmê nivîsandine ezê kasetekê muhteşem çêkim ku nayê gotin. Gava min ew stran nivîsandin, ez tam 63 caran giryam û hêsir di çavê min de neman“ filan û fîstan.

   Wekî din, dîsa di konsera Manawgatê de got:“Ez tucarî yextiyar (kal) nabim. Ez li xwe baş nanerim, lê bêyî ku moralê xwe xerabikim dijîm“ filan û dîsa fîstan.

   Werhasil, mêrik bawer dike ku ewê heta sala qeda û bela bijî û yextiyar nabe. Lê nizane ku malê dinyayê ji dinyayê re dimîne û mirov yextiyar dibe û tir di qûna meriv de namînin. Ya starrrrrrr, lao ma kesî dîtiye ku yek li ber çêkirina stranan 63 carî bigrî? Ker di dêya derewînane go ne derewe! Ne carek, ne ducar, ne sêcar, 63 carî kuroooo, pekkkkkkkk li vê derewê! De neyse, emê piştî çend salên din te bibînin Îboş. Emê bibînin bê tu yextiyar dibi yan na. Ez bi serê bavê te cîgercî Ehmê kim, piştî çend salên din ne tir di te de dimînin û ne jî fis!


Serê Memka

 


Elî Huner.15/10/07-
Serê memka sor bûne

Sorin tu dibê qey xwîn e
Hiş û sewda ji serî çûye
roja min ew tam kirin
        
         Ketine di devê min da
                     Zimanê xwe min tê veda
                     Yek min gezkir û berneda
                     Heta ji te nehat qîrîn
Min li wî bexçî hêlîn çêkir
Gelek tirî ji xwe re jêkir
Min karek dî û min dest pê kir
Xwarina wan memkên şêrîn
              
Behiştek hebe ewe ew sing
                   Têda bi kêf im ji ser heta ling
                   Memkên te xezalin û ez im piling
                   Xwe têwer dikmê weke dîn

 

Xaltîka Fatê berê xwe da Lotikxanê

 

Lotikxane-14/10/07-Ev demek dirêje me digot wê xaltîka me Fatê bê û di Lotikxanê de dest bi lotik û pehînan bike. Lê malxerabê xwe giran kir, giran kir û wek Çiyayê Bagokê ji ciyê xwe neleqiya. Me bi dehan qasid û nûnerên xwe şandin mala wê û doza destpêkirina lotikan lê kir, lê xwedêjêstendê te digot qey kerr û lal e û deng nedibir xwe.

   Werhasil, piştî danûstendin û bertîlek giran, me xaltîka Fatê qanih kir û em li hev hatin. Me di lihevhatina xwe de peymanek qirase îmze û mohr kir û em vegerîyan mala xwe.

   Çend xalên peymana me û xaltîka Fatê ev in.

Wê xaltîka Fatê rojê:

1-Pakêtek cixara Marlboro ji wanên qûnsor (Bernedin û bixwînin)

 

Xelk li erdê lê ew li ezmana dikin hev kuro, waweylêê!

 

Tecawizcî Coşqûn-13/10/07-Beyoglû-Stenbol- Berî çend seetan min xeberek ecêb xwend û mam behitî. Yabo bi namûs dinya bûye berdîberdan lo, wey! Lao niha mero li erdê, di nav nivînê de lotikan bavêje hevdu, erê. Lê li ser pirrek 45 metroyî û li ezmanan? Ya starrrrr û hey ya starrrr!

   De ji xwe re li jin û mêrê Estonî binerin. Herdu rabûne derketine ser pirrekê 45 metro bilind, jinik derpî ji xwe kiriye û li mêrik siwar bûye. Hem jî di vê serme û seqema Xwedê de yaw! Çiye? Qaşo xwestine bayê hênik li der qûna wan xe û derbên lotikên ezmankî bitamînin.

   Ê lawo hey agir bi doxîna we ketino, hema we perwaneyek bikiriya, danîba ber doşeka xwe û di nav nivînê de dest bi tir û fisan bikira ma ne xweştir bû hêê!

   De neyse, dibe ku birastî jî lotikên ser pirr û zinaran xweştir bin kuro! Hema bi namûs ezê jî rojekê xanimek Tirk bibim ser zinarekî 1500 metro bilind û govendê bigrim brê min, wîî!

   Ma ez ji Eyşika Ereb im, hella hellaaaa!

Aha Tirk ev in, 20 salan lotik li jina hevalê xwe dixist

Satilmiş Yandançarpti-13/10/07-Vîyana- Kî wîjdanê xwe xera dike û dibêje “Tirk bênamûs in” hêê? Aha ji we re nimûneyek hindik û rindik.

  Li Awistûrya bajarê Wîmpassîngê, du Tirk bi salane hevalên hev in. Dost û destebrakên hev in. Dûrsûn 76 salî û Şaban jî 58 salî ye. Tu nabê Şaban tam 20 salên girover lotik li jina Dûrsûn dixistin bêyî ku Dûrsûn pê zanibe.

 Werhasil, rojekê Dûrsûnê 76 salî tê malê, dibîne ku çi bibîne. Dibîne ku wa hevalê wî ê salan Şaban di ser jina wî de ye, govendê digre û kurp kurpa wî ye destmala govendê dihejîne. Dûrsûn radibe demançê dixe serê Şaban, derdixe kolanê û dîkê demançê dikşîne. Mejiyê wî ji hev belawela dike.

   Îcar a balkêş çiye hûn zanin? Kela dilê Dûrsûn efendî hênik nabe, radibe kêrekê tîne, xiyarê Şaban jêdike û xwe radestî polîsan dike. Yanî, hevalê wî Şaban 20 salan bazda ser jina wî û wî jî heyfa 20 salan ji wî û xiyarê wî hilanî wesselam.

  De îcar ka bêjin: Kî kare bêje Tirk bênamûs in yabo? Na canim, naaaaaaa...

 

 

 

Şikestim

 

 

Bi awirek te şikestim wek şaxek dara bîyê

Pengizandim evîna te berî da rêwîtîyê

Evîna Ferhad û Şîrîn çiye li ber evîna min

Leyla tuyî, mecnûn ez im dinalim li xerîbîyê

Brîndar 12/10/07-

 

 

 

 

Foto analîz- Bitikînin

 

 

De bersiva xwişka xwe ya Tirk

bide ablacixim!

 

Rojda Aydin-28/10/07-Stenbol- Birastî jî em Kurd milletekî pir feqîr û belengaz in. Em ewqasî xwedîyê kompleksa koletî û bindestîyê ne ku nayê gotin. Nexasim em Kurdên bakur ji desthilanîn ketine û hema bêjin me kurtanê kerên Tirk li xwe kiriye û em bûne barkêşên wan. Bawer kin, heger di şûna me de milletekî din bûya, niha ji zû de cilika bêxîretîyê perçe perçe kiribûn û tirr ji van Tirkên dolheram berdabûn. Lê mixabin, em bakurî ji insanetîya xwe derketine û bûne hêsîr û peppûkên dergehên hin şêx û meşayîxên sextet.

   Werhasil, em vegerin ser mijara xwe û qamûşka brîna xwe venekin. Xwişka me Aysel Tuglûk xanim yek ji wan kesa ye ku di “Tevizandina” Kurdan re rola xwe dilîze.

   Emê defterên kevn venekin û brînan venejînin. Lê doh nivîsandina nivîskara Tirk, gewendeya heram û dêlegura çiryayî M- Sancaktaroglû ker ber çavê min. Nivîs li ser Aysel Tûglûk xanim e. Sancaktaroglû tiştê nemayî anîye serê Tûglûk xanimê û dibêje:” DTPî bi lîztikên xwe yên neinsanî awira gelemperî meşxûl dikin. Qaşo keçika piçûk, esmera Apo dixwaze bazarîyê li ser wan 8 eskerên hêsîr bike, bêheysîyetê….   Ey Aysel Tûglûk! Tu li ku û bazarî li ku! Siyaset bi gotinên şelopelo nabe…Bi ketina meclîsê jî nabe.. Tu keçika piçûk, esmera Apo yî..Ji te ne gund çêdibe û ne beledîye..Zêde nepeyive û kînê li welatê min nebarîne” filan û bêvan. (Bixwînin)

 

 

Daxuyanîyên hevbeş têr nakim cîgerlerim, bibin yek, bibin yek!

 

Av.A.Dîlan-25/10/07-Enqere- Bav û kalên me ji berê de gotine:"Destê bi tenê deng jê nayê". Îcar ev jî mesela me û HAK-PAR û KADEPê ye. Di vê dema zîz û nazik de rabûne daxuyanîyek hevbeş derxistine û lotikek hevbeş avêtine. Helbet ev gavek baş û hêjayî pesinandinê ye.

  Lê gava herî bixêr û pêwist ev e, ku herdu partîyên Kurd meslehet û berjewendîyên xwe deynin alîyekî û hêza xwe bikin yek, di bin sîya sîwanekê de xebata xwe bikin. Hêvîdarim wê ew dem nêzîk lê ne dûr be.

   De haydê serketin ji we re û mirin ji cewrikên Dêlegura Asenayê re rebbî! (Daxuyanîya hevbeş bixwînin)

 

Dêlik û dêlegurên wan jî ketin govendê

 

Tecawizcî Coşqûn-25/10/07-Beyoglû- Stenbol- Tirk har bûne, îcar jî agir ketiye nav şeqê jinên wan  Hem ji pêş de û jem ji paş de duxrin. Ji ber ku mêrên wan qûnek in, li wan ranabe û nikarin jinên xwe têr bikin, ji ber vê jî dêlikên jinên wan derdikevin kuçe û kolanên bajêr û didin lotikan.

    Ezê zêde serê we neêşînim. Dewleta virqo seferberî êlan kiriye û ji cewrikên wan bigrin, heta bi dêlik, dêlegur, bîjî û qehpikên wan jî berê xwe dane Kurdan û dijminatîyê dikin. Dêlegurên ku piranîya wan xwînheram û bîjîyên ji dola xelkê ne, bêyî ku pirsgirêka navbera Kurd û Tirkan fêhm bikin, kerê min bera ser xwe didin û li kuçe û kolanan dikin ewte ewt. Qûnekên mêr, bra û pismamên wan li çol û çiya nêçîra zarokên me dikin, û ew jî derdikevin kolanan û zîtirkên paşûpêşkî davêjin.

    Lê ez çi bêjim! Bela xwelîya dinya alemê li serê me Kurdên bakur be û hew! Me jî cilika bênamûsîyê kişandiye serê xwe û ji wan re li çepikan dixin. Ji ber ku piranîya siyasetmedarên (!) me, rewşenbîrên (!) me, lotikvan û hetta qûnekên me jî bi Tirkî dijîn, bi Tirkî difikirin, bi Tirkan re zewicî ne, ruh û mejiyê Kurdewarîyê di bedena wan de nemaye, dengê xwe nakin û pozê wan naşewite.  Ji ber ku ew bi xwe bêxîret û bêheya bûne,  em Kurdên bakur jî kirine wek xwe û zilamek dernakeve û qopalê xwe li erdê naxe. Di gotinê de wek şalûl û bilbilan bi derewan dixwînin, lê di emelê xwe de tiştek ji qûna wan nayê û ji tirr û fisên gennî pêve nakin.(Bixwînin û heyfhilanîna kurê ciwamêran bibînin)

 

Helbestek nifşê nêrûmêk û qîçek benîşt

 

Mehmûd Hewlêrî-24/10/07-Kurdistan-

Min gelek caran pirsiye, gelo helbestên nêr û mê jî têne nivîsandin. Yan jî heya îro ciwamêrekî berhemekî wiha afirnaiye...

   Berhemên wêjeyî, ku di nava hestên edebê de têne hesibandin hinekî nêrûmêk in, lê dîrekt û bê guman cûreyî nêrûmêk hatine afirandin. Ji aforîzmê cûdatir cûre... Ji romantîzmê cûdatir cûre... Ji lîrîzmê cûdatir cûre... Ji epîkê cûdatir cûre... Ji dadîzmê cûdatir cûre... Ji nûjeniya duyemîn cûdatir cûre... Ji destanî cûdatir cûre... Ji bîranînan cûdatir cûre... Ji otobiyografî cûdatir cûre... Ji lêkolînan cûdatir cûre...

Ji her cûreyî cûtadir cûreyî taybet û xweser...

Yanî cûreyê ku navê wê nêrûmêk be... yan jî Elîgulê!...

   Heya weke îro kesî bersiva min nedaye...

Pêşî min ji Serbaz pirsî... Serbaz,  bi çavên korîk li nava çavên min nêrî, got: Wisa tişt çênabe kaka.... Ev cûreyê edebiyatê, li cîhanê tuneye...

.(Bixwînin)

 

 

 

 

Wile yabo we kir Tirrrrrrr!

 

Ehmed Beyan23/10/07-Enqere- Kuro bi sê telaqan em Kurdên bakur xerabe ne. Wilo li me hatiye ku em ji mirîşka gêj serxweştir bûne û hew bi ser rêya mala xwe vedibin.

   De ji xwe re li me û li DTP binerin hûnê bibînin bê em çiqasî xerabe ne û bi kêrî pênc qirûşan nayên. Tirk bûne gurên har, vegeriyane ser eslê xwe û dirinde, hov û êrîşkar bûne. Hema bêjin roj namîne go êrîşî navendên DTP nakin û naşewitînin. Kurdên li bajarên Tirkan raserî êrîşên bêbavên Tirk tên. Tirk berê xwe didin başûr û dixwazin bi mahna PKK Kurdistana azad têk bibin, filan û hezar tiştên din.

   Û DTP çi dike? Di navbera Xelo û Celo de maye. Hevaltîya Xelo bike Celo guhê wê dikşîne, hevaltîya Celo bike Xelo êrîşî wê dike. Yanî, ji mirîşka gêj xerabtir hatiye serê DTP û şevekorî bûye.

   Werhasil, li himber evqas bûyer û êrîşên Tirkên çavsor DTP nabêje “Kipp!” Tu dibê qey ew navendên tên şewitandin ne navend û xaniyên wan in, tu dibê qey ew Kurdên tên lînçkirin ne Kurd in, heywanên çolê ne. DTP qet dengê xwe nake û morîka xewê xistiye guhê xwe.

   jibo azadîya 8 eskerên Tirk çi dike? Lotikan dide xwe û dibêje:”Heger dewlet bixwaze em karin wan 8 eskeran bibînin û ji dewletê re alîkar bin” filan û jehr û ziqûm. De îcar jibo xatirê Xwedê û Pêxember, DTP partîya kê ye û xizmeta çi dike ka hûn nabêjin? Partîya go xwedî li xwe û Kurdên xwe dernekeve, partîya go azadîya eskerên Tirko bixwaze (jibo xwe bi dewletê şellaf û şahîk bike haa), partîya go bi şexsîyet polîtîkayê neke, ma partî ye? Kuro kundir in kundirrrrrr, hem jî kundirên xerabe!

   Ê lawo, ma azadîya 8 eskerên Tirk bi serê we ketiye bavê min? Hewarêêêêêê em beicîn, ya starrrrrrrr! 

 

Xalê me Bûşh ketiye tora Kurdan û hew kare jê derkeve

 

Hesen Almas 23/10/07- Waşîngton- Serê rebenê xalê me Bûşh bi Kurdan re ketiye belayê û hew zane çi lotikan bavêje. Li alîyekî Tirkiye û dagîrkirina başûrê Kurdistanê, li alîyê din Kurd û berjewendîyên Emerîkayê. Ji alîyekî naxwaze Tirkiyê bike dijminê xwe, û ji alîyekî jî naxwaze Kurdan ji destê xwe derêxe. Îcar di navbera dêr û mizgeftê de maye, serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye.

   Werhasil, li ser bextê xelkê Waşîngtonê be, dibêjin xalê me Bûşk bi nexweşîya “Tawî û Bawî” ketiye û sedema vê nexweşîyê jî pirsgirêka navbera Kurdan û Tirkiyê ye.

   Ez serê we neêşînim, heger Tirk têkevin başûr û Emerîka dengê xwe neke nabe, çunkî gava Kurd pişta xwe bidin Emerîkayê wê terorîst û dewletên herêmê tirrê ji xalê me Bûşh berdin. Heger şerê Tirkan bikin wê qozekî mezin ji destê xwe birevînin û berê Tirkiyê bidin dostanîya Rûsya û Îranê. Îcar mesele bûye wek şorba nîskê wesselam.

   Bawer kin, heger xalê me Bûşh vê carê nemre êdî melkemot hew xwe nêzîkî wî dike.

   Haaaaa, dibêjin xalê me Bûşh 25 elok kirine setqe û gotiye:” Jina min ji min berdayî be, heger vê carê pirsgirêka Kurdan û Tirkiyê bê serêşandin safî bibe, ezê 7 roj û 7 şevan bireqisim”.

   Guneh di stuyê xelkê de be rebbî!

TÛLE ERDOGAN

 

Farûqê DEVLIKEN-22/10/07-Mêrdîn-Sal hezar û nehsed û nod û nizanim çi bû, di bernameyekê de min Yilmaz Erdogan nas kir. Rast e, berî wê bernameyê jî dihat naskirin netiştiko, lê bi wê bernameyê nav û dengê wî di guhên hemû mirovan de kir zingînî, bi teybetî jî di yên me kurdan de…

   Wek anuha di hiş û aqilê min de ye ew roj; ew roja ku Yilmaz bira jî wek Yilmaz mîna dîkê qoqo azan dida.

   Navê bernameyê “Sîyaset Meydani”, pêşkêşvanê bernameyê jî Elî Kirca bû. Mêvanên Elî Kirca wê şevê kurê kerê, bibore, kurê rahmetlênehatê Arpaslan Turkêş, Tûgrûl Turkeş bû. Mijar jî dîsa wek her car “Pirsgirêka Kurd” bû. (Bixwînin û bifikirin)

 

Em bûna me kêzikek jî nedida wan kaka!

 

Sofî XELEF-22/10/07-Lotikxane- Dibêjin Mam Celal ji Tirkan re gotiye:"Ne Kurdekî lê em pisîkekê jî teslîmî wan nakin" û lotikek Sorankî li Tirkekan xistiye. Yabo bi sê telaqan tu merd û ciwamêr i, wîî! Ma pisîkek hindik e canekem!

   Meselen em bûna, meyê wek Lotikxane bigota:"Aha minneta we li serê kî.....ê me, bi namûs me kêzikek jî neda we" û lotikek Kurmanckî li der qûna cewrikên Asenayê bixista.

   Lê em meraq dikin gelo çima te behsa elokekê nekir!? De her bijî Mamoooooooo!

 

Tirk êdî venaşêrin ku ji dola Dêlegura Asenayê ne

 

Ma hewceyî bi şirovê heye? Naaaaaaa!

Xwendevanên rojava tirrê ji keran berdidin

 

Gavan Kerfiroş- 20/10/07-Hewlêr- Xuyaye rebenê keran heta bi mirina xwe ji Kurdan xelas nabin û ew û Kurd bûne destebrakên hev. Lê bawer kin, tehb û sêfilîya ku keran bi Kurdan re dîtiye tu heywanan nedîtiye. Hetta ji insanan jî bêhtir xizmeta Kurdan kirine. Çi di rojên teng û çi jî di firehîyê de, kerên Kurdistanê her welatparêz bûne û xwe ji xizmetê nedane paş, nereviyane û wek gellek ji me Kurdan terka welatê xwe nekirine.

   Werhasil, kerên me bawer dikirin ku gava Kurdistan azad bibe, ewê ji kişandina bar û siwarbûna mirovan xelas bibin û jiyanek bextewar bijîn. Lê xuyaye di Kurdistana azad de jî kerên me ji lotikên Kurdan xelas nebûne û dîsa barkêş û zehmetkêş in.

    Dibêjin bi taybet xwendevanên me yên rojavayê Kurdistanê gava tên li Kurdistana azad bixwînin, di serî de dixwazin doktora xwe li ser ker û jîyana keran çêkin. Îcar jibo doktora xwe çêkin û dîplomên xwe bistînin, li keran siwar dibin, tehlîl û lêkolînên hûr û kûr li ser wan çêdikin û zîtirkan li wan dixin. Hetta dibêjin lotikên wilo qirase li wan rebenê keran dixin ku ker li kerîtîya xwe poşman dibin. Meselen brayê me Hevraz! (Bixwînin)

Xwelî li serê me bakurîyan

be û hew!

 

Serdar MIRAD-19/10/07-Amed- Erê dinyayê...Lao bi namûs em bakurî ne wilo bûn bavo, em ne tirsonek bûn, em Kurdperwer bûn, em neteweparêz bûn, ev çi bi me hatiye Xwedêyo!? Kê nifir li me kirine? Kê em çavînî kirine? Kê morîka xewê xistiye guhê me? Ya reb, me ji vê xewê veciniqîne, amînnn!

   Tirkan tezkere derxist û tedarika dagîrkirina başûrê welatê me dikin, em dengê xwe nakin. Tirk dest davêjin dê û jinên me, em dengê xwe nakin. Tirk gundên me dişewitînin, em dengê xwe nakin, Tirk jop û şûşeyên Coca Cola dixin me, dîsa em dengê xwe nakin. Yan gelo em bênamûs û bêxîret bûne?

   Kanîn ew Kurdên berê go xwe li ser Kurdayetî û xîret û namûsa xwe dikujtin? Tunene, mirine, hem jî bi saxî hatine kujtin! Wey rehma Xwedê ne li me be rebbî! (Bixwînin û kumê xwe deynin ber xwe)

 

 

Hinekî jî Tirkiyê bikin Vîetnam kekê min!

 

Cemîl CEWHER-19/10/07-Hewlêr- Tirk har û dîn bûne û wek segên çavsor kef ji devê wan difûre. Xuyaye qûna wan duxre û dixwazin ku hinek xura wan bişkînin. Îcar xuyaye şikenandina xura qûna wan bûye qismetê Kurdan û bar dîsa ketiye stuyê me rebenên Xwedê. Cewrikên dêlegura Asenayê ji çewalên Emerîkayê fedî nakin, niha jî dixwazin em Kurd xiyarên Hewlêrî têxin wan û wan wek “Çaroxa çiryayî” bi ser jinên wan de vegerînin.

   Werhasil, Serokwezîrê Tirkiyê Laz Reco berî demekê gotibû “Di ku re zirav bû bela di wir re biqete” û dabû zanîn ku wan hertişt daye ber çavê xwe. Lê xuyaye hîna Laz Reco û cewrikên artêşa Tirk gunikreş di ser xwe re nedîtine.

   Werhasil, dibêjin serokê PKK sayin Mûrat Karayilan ji rojnama Awêne re gotiye:”Eger Kurd alîkarîya Tirkiyê nekin, ewê Kurdistanê ji Tirkiyê re bikin Vîetnam” filan û bêvan.  

   Helbet tiştekî xweş e, xwezî ne Kurdistan tenê lê dinya jî ji Tirkan re biba Vîetnam. Lê em meraq dikin, çima ne Tirkiye bi xwe lê Kurdistan ji Tirkan re dibe Vîetnam? Ma heta kengî wê şer di Kurdistanê de be û Kurd mexdûr bibin kaka? Çima hûn Stenbolê, Enqerê, Izmîrê, Bûrsayê, Akdenîz, Ege û Qeredenizê li Tirkan nakin Vîetnam lê hûnê wan bêbavan bikşînin Kurdistanê canekem?

   Bikin bikin, hinekî jî berê xwe bidin bajarên wan û wek mirîşka gêj bînin serê wan qurban! De haydê, serketin û vê tirrê ji Tirkan re nehêlin yaboooo.....

 

Ji qiyametê re sê tirê keran mane

 

Farûqê Devliken-18/10/07-Mêrdîn-

Ji qiyametê re sê tirê kera ma!

Ji qiyametê re sê tirê sê kera ma!

Ji qiyametê re pir hindik ma!

Qiyamet tê!

Qiyamet hat!..

   Bi kuştina wan her hivdeh eskeran rehên qûna Yaşar Buyukanitê serpapor li hev gerîyan û ji bêçaretî û kêm qewetî nekir der, tira yekemîn teqand… Tira wî bi rengê fisê ji qûna wî pengizî. Tê yê sond bixwara ku wî qeşmerbavî berî ku bi xwe de biteqîne barê sê qemyonan pîvaz û sîr xwaribû. Ji bêhna wê tirê, dêlegura jina wî di serî de heta xulam, xulamok û gelek yawerên wî jî, hay ji bayê felekê tune vecerehî-zîntreh bûn, heta dereng bi ser hişê xwe ve nehatin.

   Tira duyemîn, Tayîp Erdogan û Evdile Gul bi hev de teqandin. Dost û hevalên wan î Emerîkanî mesela Ermenîyan li ser dilê wan tirş kir. (Bixwînin û biteqin)

Madem şahîn dixwazin êrîşî kevokên we bikin, bela kevokên we jî êrîşî çûkên wan bikin qardeşim!

Ehmed Beyan-17/10/07- Enqere- Şer û atmosfera navbera DTP û dewleta Tirko germ û gur dibe, dikele. Xuyaye rewşa Kasimpaşalî Receb nebaş e.

   Piştî ku Abdûllah Gul ê AKPî bû serekkomar, êrîş û kampanyên li dijî AKP zêdetir bûn. Ji alîyekî partîyên Kemalîst û ji alîyekî jî PKK zor dane AKP û Kasimpaşalî Recebo da ku cîh lê teng bikin, wî û partîya wî ji desthilatdarîyê bixin.

   Kasimpaşalî Reco jî vê rastîyê wek îmana xwe zane. Zane bê çi xefk, dek û dolab li derûdora wî hatine danîn. Lê xuyaye tirsoneko jibo ku xwe li ser lingan bigre, xwe zêdetir dixe paxila artêşê û newêre gavên zêdeyî xwe bavêje.

   Neyse, rewşa herêmê, Tirkiyê û Kurdistanê bûye wek agirê cehnemê. Xuyaye artêşa Virqo biryara xwe daye, biryar daye ku destketinên başûrê Kurdistanê têk bibin, têkevin Kurdistanê û Mûsil û Kerkûkê têxin nav sînorên xwe yê Mîsakî Millî.(Dewama nivîsê)

Îş û karê xelkê nemaye bidin dû te, pehhhhhh!

Tecawizcî Coşqûn-16/10/07-Beyoglû Stenbol- Kuro ev lotikvanê Tirkan berdîberdanin kuro, waweylêêêêê! Bi namûs yek ji ya din xerabtire, yekê bigre û li ya din xe. Jibo ku têkevin rojeva paparazzî û fesadîyê, tiştek namîne ku nakin.

   Niha jî lotikvana doxînsist, Tirka xweecibandî Hîlal Cebecî dest bi zîtirkan kir. Cebecî xwe ji qapaxa kovarekê re tazî, şût û rût kir û dibêje:(Pê bigrin û bernedin)

Qemerê rastî ji devê xwe pengizand

Bengîz Elegez-15/10/07-Moskowa- Wezîra Karûbarên Derve a Emerîkayê xaltîka me Condoleezza Rîce, di serdana xwe a Moskowa yê de kela dilê xwe li Tirkan rehet kir û rastî ji devê xwe pengizand.

   Li ser pirsa rojnamevanekî Rîce got:“Pêşniyara me jibo Tirkiyê ew e ku Tirk çewalan bînin bîra xwe. Bila bizanin ku êrîşa başûrê Kurdistanê û têkbirina aramîya wê li dijî berjewendîyên Emerîkayê ye. Bila me mecbûr nekin ku em carek din çewalan têxin serê wan û qûna wan belbelot bikin“ filan û bêvan. 

    Werhasilî kelam, xaltîka me Rîce rastî got û qenc û xweş kir. Piştî civînê ez çûm min destê xaltîka xwe Rîce hejand û gotê:“ Keçê bi namûs te tir ji Tirkan berda, wîî! Ma tenê berjewendîyên we? Na na, berjewendîyên me Kurdan jî dikevin xeterê xaltîkê, waweylê“ û ew pîroz kir. Qemer Canê jî got: „Yes yes i now“ û diranên xwe qîç kirin.

    Îcar çend bêbavê rojnamevanên Tirk çi digotin hûn zanin? Ji hevre digotin:”Way alçax qari way, way alçax konta-kînte way, bû sîyeh qadin anamizi belledî lennnnnn” û bêhn li wan diçikya.

   Werhasil, berjewendîyên me û xaltîka me Rîce yek in. Halîhazir yek bêyî ê din nabe. Ka di pêş de çi diqewime Xwedê zane..

 

EGER MIROV NE YEKSERÎ BE!..

 

Sofî Xelef-14/10/07-Serokê beşa lêkolîna li ser heywanên duserî. Eger mirov ne yekserî be, hûn zanin ku wê çi bibe? Na Xwedê wekîle hûn nizanin, ji ber ku hûn ne yekserî ne. Ma halko çê dibe? Naaaa…. Elawekîl hûn jî zanin ku werkîno çênabe.

Ji xwe hûn zanin, lê eger malek duserî be, ango  mêr seriyek û jin seriyek be, ew mal dibe mina vî marê hanê ku her seriyekî wî dixwaze here deverekê.

   Eger gundek duserî be, ew gund dibe mina vî marê hanê û wê rezîl û riswa be.

   Eger eşîrek duserî be, ew dibe mina vî marê hanê ku her seriyek wê bibe kolê  axayekî.

   Lê eger miletek duserî be, hûn zanin ku wê çi jê bibe? Na, lewra eger we zaîba ku ew milet tev wê bibin diz û pêxwas, niha ji zûûûû ve we xwe kiribû yekserî.

   De ez heyrana çavên we me, elawekîl êdî jina min jî hertim tahn û niçên koletiyê dide min û dibêje ”Heke min zanîba ku tu û miletê xwe ev kole û bindest in, min te nedikir.”

   Îcar piştî ku min ev marê hanê jî dît, min bi hersê kevirên jinberdanê sond û selewat xwarin ku ez ji niha û pê ve yekserî meeeee YEKSERÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎî...

   Kurdno! De ez qurbana we bin, xwe bikin yekserî û min ji ber zixtên jina min rizgar bikin...

Çima Kurd xwedî li axa xwe dernakevin?

Mad-13/10/07-Împaratorîya Medya- Kî dibê Kurdistana Gewre tuneye? Kî dibê Kurd tunene yan kêmnetewe ne? Hema kî bêje mala xwe û sedbavê xwe dibe mîratê! Aha ji we re axa bapîrên Kurdan, Kurdistana Gewre. Ji Derya Reş heta digihê Çînê tev Kurdistan e.

   Hahooooo, ey hawarrrrrr, li vê sosretê, li vê tofanê! Evqas axa meriv hebe, û hê jî meriv bê dewlet be. Ma ev bû edalet ya Xwedayê mezin!? Milletekî wek milletê Kurd, dergûşa beşerîyetê, Kurdistana Gewre îro di nav dest û lingên hirç û hovan de parçe parçe bûye, bûye piçik û parî, ma tu wîjdan vê qebûl dike ya Ahûra Mazda!?

   Ta kengî emê nêçîra hirç û hovan bin, ta kengî emê kole û bindestên Tirk, Ereb û Farisên dirinde bin ya Zerdeştê Kal!?

Ya reb!

Bide Kurdan aqil û hêz û tifaqê….

Da nebin pîkolên çeqel, beq û reqê!

 

Bahremo tir ji Tirkan berda

 

Firildeq Elî-13/10/07-Stenbol- Wê rojê xalê me Ûsivê Nisêbînî, li taxa Zeytînbûrnûya Stenbolê diçe mezgeftek Tirkan û dikeve rêza nimêja xutbê. Tu nabê xalê me Ûsiv telefona xwe vekirî di bêrîka xwe de ji bîr dike. Xalê Ûsiv strana hunermen Bahremo jî kiriye dengê telefonê û gava telefon jê re tên, hema Bahremo li kemançê dixe û dike „ring û ding“.

   Werhasil, xalê Ûsiv dikeve ser nimêjê, dora wî jî hemi Tirk in. Hema ji nişkê ve telefon lêdixe û Bahremê me dest bi kemançê dike, qîr dike stranek Kurdî û ferman li hindurê mizgeftê radibe.

   Ez serê we neêşînim, xwezî we halê wan Tirkan bidîta. Bi sê telaqan, ji tirsa rabûn li binguhê hev ketin, şaşik û kumê wan li ezmana zîzikîn, kirin hawar û agir da bin qûna wan. Ji wan weye go terorîstan girt ser mizgeftê û ew gulebaran kirin.

   Bi serê Receb Erdogan û bi gora Denîz Baykal, ji bêhna tir û fisên wan te digot qey bomba kîmyawî di mizgeftê de teqyaye. Heweqasî go tirsiya bûn. Ji xwe derpî û şerwalekî ziwa lî yekî ji wan nemabû. Ji tirsa bi xwe de berdabûn û hindurê mizgeftê bibû wek Çemê Dîcle, wextî di mîza xwe de bixeniqîyana ellahwekîl!

   Werhasilî kelam, heta pê dihisin go ew deng ji telefona xalê Ûsiv tê, êdî hasil digihê Mûsilê û Bahremê me tirê ji wan berdide. Bawer bikin, ez dibê heta mehekê jî ewê nema karibin herin ser doşekên jinên xwe. Kuro ma îşê tirsê bû? Bi namûs te digot qey melkemot hatiye ruhê wan bistîne, wax wax waxxxxxxxx!

   Ez ji dêvla xalê Ûsiv bim, ezê mizgeft bi mizgeft bigerim û vê babîsokê bînim serê van Tirkên go bi nave îslamê dijminatîya Kurdan dikin. Bi sê telaqan wê di nava sê mehan de Stenbol ji Tirkan safî bibe û hûn sax!

 

 

Lotikek ji Laleş Qaso

Li pêşiya PKKê û Kurdan xetera herî mezin!

 

Ji Rizgarî.com hatiye dizîn-27/10/07-Di van demên dawiyê de û bi taybetî jî piştî ku parlamentoya tirkan biryara şerê bi kurdên li welêt û temamê dinyayê re da, dibê qey berê jî nedabû, dîsa agir ket hin birêvebirên DTPa xiyanetê, kes û kûsên wek Şerafettîn Elçiyê ku bi zêç û zar li bajarên tirkan çong berdane erdê û ronakbîrên me ên ku ji Ewrupayê diçin şevên xwe li Kordonboyê, Tepecîk, Beyoglu, Karakoyê û herwekî din derbas dikin!

   Erê hemû jî ji devekî û bi rengekî dipeyivin; heryek bi haweyê ku du-sê akademiyên eskerî, çar-pênc unîversîteyên dîroknasîyê, mafnasî û civaknasiyê xwendibin ha ha dibêjin, ”madem PKKê dev ji serxwebûnê berdaye û bi nasnameyê, kultur û perwerdeya kurdî girtiye, îcar ev çi teqîn û peqîn û şîqîn û hewar û nalîne! Ev provakasyon e…. Sîlehan di çopa tarîxê de werkin, xwe ji çiyan berdin bajaran, bi metodên demokrasiyê tevbigerin û wek camêran mafê xwe ji tirkan bixwazin…”(Bixwînin)

 

Serokê lawiran spasîya çêlîk û cewrikên xwe kir

 

 Dûrsûn Arkadelîk-26/10/07-Bûrsa- Serokê artêşa lawirên Tirkiyê Yaşar Kûçikanit bi daxuyanîyekê spasîya çêlîk û cewrikên Dêlegura Asenayê kir û çû herdu çavên wan.

   Kûçikanit di daxuyanîya xwe de got:“Gelî çêlîk û cewrikên min! Lawirên devbixwîn! Hûn van rojan bi fedekarî derketin kolanan û li yekîtîya Lawiristanê xwedî derketin. Hûn pir ewtîyan, we pir kir zirezir, we lotik û zîtirkên kesanedî avêtin, her bijîn! Îcar ez zanim go hûn tirr û fissên qantirkî dikin û toz û dûmanê bi ser serê xwe dixin. Ez herdu çavê me maç dikim û ji we re berdewamîya zîtirkên kerîkî dixwazim“ filan û fîstan.

   Îcar dibêjin çêlîk û cewrikên Asenayê jî zûriyane û bi yek dengî gotine:“ En buyuk as-ker bizim as-ker“ û piştgirîya kerên xwe kirine.

   De Xwedê her û her wan di gom û axuran de bihêle rebbî!

 

Tirk navê xwe li xelkê dikin,

wey tirrrrrrrrrr!

 

Ehmed Kurdî-26/10/07-Mersîn- Dewleta Virqo êdî eşkere û rasterast Serok Barzanî kiriye hedefa xwe.  Ji xwe sedema xwestina dagîrkirina Kurdistanê, yek jê tunekirina malbata Barzanî ye. Duyem firehkirina sînorê Mîsakî Millî ye ku dixwazin Kerkûkê jî têxin nav wî sînorî û bibin şirîkên başûr. Sêyem jî dixwazin bi kevirekî du çûkan bikujin, Kurdan bera hev din û wan bikin dijminên hev.

   Lê ji hertiştî zêdetir, kelemê ku ketiye çavê wan û ji çavê wan dernakeve, Mesûd Barzanî ye. Îcar jibo vê jî, çi ji destê wan tê dikin. Herçiqasî zirt û fortên xwe dikin jî, lê xuyaye ew qûn bi wan re tuneye ku wêribin têkevin başûr û hayella destê xwe bihejînin.  (Bixwînin)

 

Cegerxwîn, Awa û Destûra Zimanê Kurdî

 

Hin Têge û Zaraweyên Rêzimanî

Li nik Cegerxwîn

 

Berzo Mehmûd

25/10/07-Qamişlo-Wek em dizanin ku Cegerxwîn yek ji wan helbestvan û nivîserên nifşê govara Hawarê bû, ya zimanzanê hêja Celadet Bedirxan, yê ku şoreşek di cîhana rewşenbîriya Kurdî di zarê Kurmancî de di wê serdemê de pêxist. Helbestvanê meyê hêja, Cegerxwîn di wê serdemê de serê xwe hilda.

   Em vê yekê dibêjin da ku hin fakterên pêkhênerane bêne xuya kirin.

Bi rastî tevgera nivîsînê di warê rêzimanê Kurdî de ji nik Celadet despê kir. Bi dû de, rêzimana Reşîdê Kurd di sala 1957-an de belav bû. Di sala 1961-ê de Cegerxwîn pirtûkek di rêzimana Kurdî de, bi tîpên Latînî, bi zarî Kurmancî li Bexdê belav kiriye.  Navûnmîşana pirtûkê ((awa û destûra Zimanê Kurdî)) ye.

   Di vê xelekê de ezê zaraweyên Cegerxwîn ji xwendevanan re hem bidim xuyakirin, û hem jî di riya wan de bîr û baweriyên zimanwanî yên wî dest nîşan bikim û raya xwe têde bidim.

Piştî ku min pirtûka wî xwend hin têbînî min danîn, ew jî ev in: (Dewama nivîsê)

 

Otoasîmîlasyon Dergûşa Asîmîlasyonê ye!

 

 Farûqê Devliken-24/10/07-Mêrdîn-

Man û neman çî ye?

Man ziman e.

Neman jî hilqetindana ziman e.

Em radim û rûdinên pesnê xwe didin…

Em radim û rûdinên xwe dinepixînin.

Em radibin û rûdinên serên xwe ji dahola Heynderê aşiq mezintir dikin.

Em radibin û rûdinên bi Kurd û Kurdîtîya xwe sond dixwin:

Em xwedî dîrok in!

Em nijadekî herî kevn in!

Em dergûşa şaristanîyê nin!

Em xwedî zimanekî dewlemend û kevnare nin! Em, em, em!.

.(Nivîskarê me Farûqê Devliken ev nivîs jibo Amîdakurd nivîsandiye. Ji ber giringîya naveroka wê, em jî dubare diweşînin. Bixwînin û bibînin bê kurê bavan çawa lotikan li asîmîlasyonê dixin)

 

Pênûs û pêvajoya rewşenbîrîya Kurdî

 

                       Bêwar Brahîm

23/10/07-Qamişlo-Di gelek deverên teng de û di nav astengên dijwar de , jiyan pişta xwe dide mirovên ku rû le rû bi şer û berên bê soz re  dikevin cirîdê de , kovan û keseran ji xwe re dikin palpişt û zilindarîyê ji xwe re dikin şerbet..

   Can mîna kewên rebat berdidin asmanê cangorîyê , bê dûdilî kefenê mirinê bi dilêrî li ser milên jiyana xwe datînin .(Dewama nivîsê)

Heta hûn li bendî çûna Emerîka bin, wê Kurd we avis bikin brakoooo!

Zinar Qelemşûr-23/10/07-Stenbol-Serokê Meclîsa Tirkiyê Koksal Toptan jî zîtirkek avêt û pişkîya. Mêrik negot, negot, negot û piştre got: DEVEEEEEEE!

   Erê lo, qûnmezino rabûye dibêje: “Ma wê rojekê Emerîka ji wir nere” û Kurdên başûr tehdît dike. Yanî, qûneko dixwaze bêje:”Ka bisekinin hela, heger Emerîka ji wir çûûûûûûûûûû, em zanin bê emê çi bînin serê we. Ma evê ji we re bimîne” filan û fîstan.

   Ê ewladim, Emerîka ji Kurdistanê biçe çiye û neçe çiye hêê? Ma ji mirinê wêdetir heye? De hema minneta we li xirrê xalê Îso! Yan wê Xwedê bide me û yan wê bide we.

   Îcar, heger Xwedê da me û me qûn li we qetand, emê çi bînin serê we hûn zanin sayin Koksal efendî?

   Emê derpî ji we bikin, marekî reş bera nav şeqê we din û derpî hilkişînin we. Îcar mar dikeve kîjan qullê û di ku re derdikeve, ew û wîjdanê xwe.

   Te anlamîş kir cîgerim!

Çi Tirkekî baş loooooo!

Satilmiş Yandançarpti- 23/10/07-Trabzon- Hûn zanin, ev kesên doşirme û çeqilmast pir xeter in. Gava şexsîyet û nasnama xwe winda dikin, ji sedî sed dibin xulam û kole û ji guran zêdetir çavsor dibin. Meselen Laz!

   Lazên li  bajarên wek Rîze, Trabzon, Gîresûn û çend bajarên din, ji Tirkan zêdetir Tirkitiyê dikin û naletê li bavê xwe tînin. Piranîya wan, nasnama xwe winda kirine, yan jî ji ber ku wek gellek Kurdên me bêşexsîyet bûne, xwedî li nasnama xwe dernakevin û xwe wek Tirk dibînin.

   Werhasil, piştî van bûyerên dawî û şerê di navbera dewleta kûr û dewleta eşkere, bi kujtina çend eskerên qûnbicilik re Tirk har û hov bûne û ha ha wek gurên har êrîşî Kurdan dikin. Dibêjin piştî zêdebûna cendekên eskerên Tirk, yekî bi navê Yaşar Meral li bajarê Trabzonê xwe daye ber kêran û qaşo PKK protesto kiriye.

    Kuro sayin Yaşar Meral, cîgerim, xwezî Tirk hemi wek te xwe bidana ber kêr û xinceran û kok li xwe biqelandina û hew! Ê lawo, madem te dest bi kêran kiribû, hema te kêra xwe danîba ser qirika xwe û bigota “Xîzzzzzzzz” û zengelolka xwe jêkira oxlim, wîî!

   De neyse, xwezî bi wê rojê ku 99.9ê Tirkan xwe bidin ber kêran û tuxmê wan ji dinyayê biqele û hûn sax!

 

Çiya avis bû, za û çêlîkek mişkan jê re çêbû

 

   Faris BEG-22/10/07-Swêd-Ev salek e ku zirtikvan, karbidest, serleşker û serokpartî dikin kewtekewt. Hemû dixwazin desthilata kurdên başûr sernexun bikin. Çiqas roj e hemû weke bizina birçî dikin warewar. Ji demoqratên wan heta dîndar û qomunîstên wan gefan li kurdan dixwun û dixwazin êrîşî Kurdistana azad bikin. Pêşiyên me gotine: ”segê ku raje mirov, ji dur ve nake kewtekewt”.

   Kurd ne dewleteke serbixwe ne. Ew jî beşek ji dewleta federal in. Fermo! Zirtikvan. Fermo qehremanên zirtan. Fermo devşirê çenebaz. Bi xwîna şehîdan! Heger ew herin Kurdistanê, rewşa wan dibe weke Yogosilaviya. Mam Celal û Mesud Barzanî siyasetê fam dikin û qet tika ji Tirkan nekirine jibo ew êrîşî Kurdistanê nekin. Telaş û strez ji wan re çênabe. (Dewama nivîsê)

 

Ya pêwîst em zimanê xwe

ji nemanê rizgar bikin

 

Berzo MEHMÛD-22/10/07-Qamişlo

Ji Kurdên Kurdistana Bakur, nemaze ji rêkistin û partî û siyasî û rewşenbîr û nivîskaran, hemiya tê xwestin ku bi rola xweyî dîrokî di derheqa zimanê xwe de rabin, û karekî pratîkî bikin ku bikarin zimanê xwe ji nemanê rizgar bikin, yan jî zimanê Kurdî wek mirovê li ber mirinê ye, pêwîst e derman û çareserî hemî jî di vê çarçêweyê de be.

   Standarkirina ziman dibê armamcek dema ku ziman bi laşê xwe ve sax e, bi giyanê xwe ve çalak e, lê dema ku em tên li ser standarkirina zimanekî radiwestin, em nafikirin ka ev ziman bi xwe gelo heye, yan nîne, ango xelkên bi vî zimanî dipeyvin hene yan ne? Eger kes nebe pê bipeyive, inca emê çi ji vî zimanî bikin (Bixwînin)

 

Swêdî jî Kurd derketin

Hem jî bi delîl û îspat

 

21/10/07-Swêd-Xwendevanê Lotikxanê bi navê "Cîhan" ev wêneyê xweşik li Swêdê, herêma Dalarna kişandiye. Xuyaye wêne pir bala xwendevanê me kişandiye û hema bi lezûbez ji me re şandiye û dibêje:"Wêne li min û şirove li we" û dixwaze em vê dara xweşik û seksî şirove bikin.

   Îcar ji xwe re li keramet û delîlên kesanedî binerin. Li vê darê baş binerin û hûn bixwe şiroveyên xwe bikin.

   Ê me bi xwe şirova me ev e. Gava tofana Nuh Pêxember qewimî û keştîya wî li Çiyayê Cûdî yan Agirîyê sekinî, insanetî jî ji wir li dinyayê belav bû. Dibêjin wê demê kurê Nuh Pêxember ê bi navê Xincero doza zewacê ji bavê xwe kiriye. Lê gava bavê wî nikare qelenê jinekê jê re bide ser hev, Xincero jî radibe buxçika xwe dide ser milê xwe û berê xwe dide Îskandînavya, welatê ku niha jê re dibêjin "Swerige-Swêd). (Bixwînin û li dara seksî binerin)

 

Heyla min çavê te xwaro!

 

Zinar QELEMŞÛR-19/10/07-Stenbol- Kuro go mêr ne wek Mesûd Barzanî bin, hêjane çi hûn bi qedrê Xwedê kin! Aha helwesta Kurdewarî ev helweste bavê min, wey!

   Tirk dibêjin:”Yek!”, kek Mesûd dibêje:” Didu!”. Tirk dibêjin: “Emê bên we!”, kek Mesûd dibêje:”De fermo kaka, ma dest û lingên me girêdayî ne!”. Tirk dibêjin:”Emê qira we bînin!”, kek Mesûd dibêje:” Tirrrrrrr li bin qûna we, yekî wek Saddam nikarîbû qira me bîne, ma wê hacûc û macûcên wek we qira me bînin!” û dide bin dûvê Tirkan.

   Werhasilî kelam, bav û kalên me dibêjin:”Zor gîzerê radike”. Îcar bi hersê telaqên jinberdanê, Tirk ji tutiştî fêhm nakin.

   Ji çi fêhm dikin hûn zanin? Ji çewalan! Hema çewalan têxin serê wan û we îş pê tune. Bi telaq wê revî revî di Moxolîstanê re derkevin û hûn sax1

 

Ma Kurdên Tirkiyê di guhê gê de ne?!!

 

 

   Berzo MEHMÛD-19/10/07-Qamişlo- 

Di van rojan de em tev dibînin û dibihîzin ku leşkerên Tirko bi tank û top û balafirên xwe ve xwe amade dike bo êrîşê berdê ser Kurdistana Iraqê. Ev jî bi hinceta ku Kurdistana Iraqê alîkariyê didê çekdarên Pkk yên ku vê dawiyê sêzde ji leşkerê Tirko kuştin.

   Hikûmeta Tirko jî li xwe nexweş aniye, vê yekê napejirêne, û dixwaze şerekî qirêj bibe ser hikûmeta Kurdistana Iraqê. Yên ku xwe amade dikin ku li pêşiya vî şerî bi xurtî rawestin û li ber xwe bidin da ku leşkerê Tirk nikaribe armancên xwe yên dijminkar pêk bêne, Kurd jî li her derî aciz dibin û dengê xwe digihêne xelkê ka Tirko dîsa çi dixwaze bike -Dewama nivîsê.

 

Ka go ew bombe bi te de biteqe!

 

Ehmed BEYAN-19/10/07-Enqere- Çeqelê Ereb û Gurên Tirk li Enqerê hatin ba hev û li ser dagîrkirina başûrê Kurdistanê reyan, ewtîyan û ketin şêwr û mişêwrê.

   Çeqelê Ereb Beşar El Esed êi paytextê Tirkiyê Enqerê çend zîtirk avêtin û zimandirêjîya Lurdan kir. Qûneko got:” Kurd wek bombê ne, heger biteqin wê herêmê serûbinê hev bikin” û ji tirsan re bi xwe de mîzt.

   Êêêêê, dibêjin:”Brîndar bi brîna xwe zane”. Îcar de ka bela pirsgirêka Kurd li Sûrî tuneba û beşek axa wê ne di bin destê we deba, bê birastî tê bigota “Kurd wek bombê ne” brakoooooooo!

  Kuro bi namûs rast e ku Kurd wek bombê ne, hem jî ji bomba atomê jî xerabtir in.

  Lê gava biteqin wê çi bê serê te tu zani ya refîq Bişar? Wê bibe vîjevîja qûna te û nema gû xwe di te de digre ellawekîl!

  Ne xwezî bi dilê te, yadêêêêêêêêêê!

 

Tirkên Toranî

qûna xwe ji derpê derxistine

 

 

    Mehmûd Badilî-18/10/07-

Dîroka Tirkiya Toranî ji hemî xelkên cîhanê û bi taybet xelkên herêma rojhilata navîn ve baş xuyaye ku mîna gurê devbixwîn bû, herêm tev xêr û bêra wê xistin nav dev û lepê xwe.

   Dewleta Osmanlî û Sefewîyên Îranê Kurdistan kirin du perçe bi incama şerê ku di navbera wan de li Çaldîranê lidarketibû.

Piştî ku dewleta Osmanlî qels û lawaz bû wek hate pesindan bi "mêrikê nexweş", Fransa û Ingiltera welatê Ereban û Kurdistan dagîrkirin, dûv re li hev parkirin.

   Li gorî hevpeymana 1916 ê, Kurdistan bû çar perçe her perçeyek ket bin desthilatdariya dewletekê (Tirkî, Îran, Iraq, Sûrî). Perçeyê herî mezin - xak û milet - di bin desthilatdariya Tirkên Toranî de ma, û ta roja îroj miletê Kurd li Kurdistana bakur bêpare ji mafên netewî, demoqratî û azadîyê. (Bixwînin)

 

Eloko pişta cewrên Asenayê girt

 

Av.E.Dîlan-17/10/07-Enqere--Serokê Sûrîyê Beşar Eloko hat Tirkiyê û silavek da rayedarên Tirko. Ne dawet bû ne dîlan bû, Beşarko tenê jibo tiştekî hat Enqerê Piştgirîya dagîrkirina başûrê Kurdistanê! Tu dibê qey qûnekê heram Kurd di ser dê û jina xwe de dîtine, ewqasî ku dijminatîya Kurdan dike.

   Îcar Tirk jî dîlanê digrin û dibêjin:"Aha dost ev dost in haaa! Di rojên teng de piştgirî da me" filan û bêvan.

   Werhasilî kelam, dibêjin "Kûçik goştê kûçik naxwe". Ne Tirk goştê Erebên qûnbigû dixwin û ne jî Ereb goştê cewrên dêlegura Asenayê dixwin. Hemi jî eynî bêbav in û hûn sax!

 

Pirsgirêkên dinyayê safî bûn ma pirsgirêka avdestxanê

 

Raca Xan-16/10/07-Hindistan- Erê lo, pirsgirêkên dinyayê safî bibûn, tenê pirsgirêka avdesta xelkê mabû bê ka ewê çilo qûna xwe bişon.

   Ma ev jî ne ecêb e, dewletên endamên Yekîtîya Milletan wê civîna xwe ya 7. di 31ê vê mehê de li Hindistanê lidarbixin û wê civîna wan jî li ser pirsgirêkên şûştina qûna xelkê be.

   Werhasil, civîn bi navê “Zîrveya Avdestxana Dinyayê” tê lidarxistin û wê li ser pirsgirêkên avdestxanê bê raberizandin.

   Li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin piranîya wan li Çîn û Hindistanê, li dinyayê 2.6 milyar insan ji avdestxanan mehrûm in û qûnên xwe bi kevir, gîha û darik û marikan bakij dikin.(Bixwînin)

 

Îranê telaq avêtin

 

Diyar Baban-15/10/07-Mahabad-Xwedêgiravî wê îro Serokê Rûsyayê Viladîmîr Pûtîn bihata Îranê û qehweyek bi Ehmedînejad re vexwara. Lê piştî ku gotinên “Wê li Tehranê sûîkastê lê bikin” hatina wî di erênayê de ye.

   Werhasil, piştî ku mesela sûîkastê di çapemenîyê de belav bû, Berdevkê Wezîrê Karûbarê Derve Muhammed Elî Huseynî, rabû da lotik û zîtirkan û got:” Bi serê Hesen û Hisên, jina min ji min berdayî be ev xeber derew in. Kesî nexwestiye Pûtîn bikuje. Bi serê Ehmedînejad û bi şaşika Hatemî, ev derew ji alî dijminên Îranê ve tên belavkirin. Bi taybet jî ev lîztik ji bin serê Lotikxanê derdikevin” filan û xeftan.

   Ez serê we neêşînim, ji xwe telaqên rayedarên Îranê tim di bêrîka wan de ne. Hema go li wan zor hat, telaqên xwe ji bêrîkên xwe derdixin û davêjin.

   De neyse canim, ji xwe bêbavan bi mehra Îmamê Çaroxî herroj jinekê tînin û yekê berdidin. Îcar telaqan bavêjin çiye û navêjin çiye, hêççççç!

Yek li gel û yek li dij, li wan bû dûman û mij

Şêrzad Zebarî-15/10/07-Hewlêr- Xwedê neyne serê kesî rebbî! Gava Xwedê ji meriv re xerab dixe, meriv sewsî (gêj) dibe û riya ber lingê xwe nabîne. Îcar ev jî mesela me û Erebên Iraqê ye.

   Berî niha Ammar El Hekîm gotibû:” Bi hersê telaqên jinberdanê ji federalîzmê xweştir nîne. Ji federalîzmê pêve tutişt nikare rê li ber parçenûna Iraqê bigre, wê federalîzm yekîtîya Iraqê xurttir bike” û wekî din.

   Îcar xuyaye ev gotin û daxwaz li xweşîya qûnekê Mukteda Sadr neçûye ku rabûye ji bajarê Necefê daxuyanîyek daye, li dij El Hekîm derketiye û gotiye:”Jina min jî jimin berdayî be, bi sê telaqên bê fitû, wê federalîzm Iraqê parçe bike. Yekîtîya çi û halê çi exûyî” û li dij federalîzmê derketiye. Helbet sedema dijderketina wî jî tenê Kurd in. Qûneko bawer dike ku bi federalîzmê wê Kurd bi temametî ji Iraqê veqetin û di pêş de Kurdistanek serbixwe ava bikin.

   Werhasil, du Erebên bêderpî rabûne hev. Ji me Kurdan re çi dimîne? Dimîne ku em doxîna xwe vekin û qamçîyê xwe di ser serê van Ereban re bihejînin û hûn sax!

 

Tu jî bidize bavê mino!

 

Xelîlê Hebizbinî-14/10/07-Batman- Dibêjin dizekî Batmanî motorsîkletê nûçegihanê Rojnameya Batman gazetesî Şêxmûs Ûstabaşi dizîye û lotikek bêîman li Şêxmûskê me xistiye.

   Li gor hevalên derûdora wî ji me re gotin, sermaya Şêxmûsê me tev ew motorsîkletê wî bû. Qelenê wî ew bû, kera wî ew bû, dest û piyên wî ew bû û hertiştê wî ew motorsîklet bû.

   Îcar piştî ku motorê wî tê dizîn, Şêxmûsê me radibe di rojnama Batman gazetesî de daxuyanîyekê ji ê diz re dinivîse û dixwaze diz motorsîkletê wî bipaşde bîne û bide wî.

   Li ser bextê Batmanîyan be, dibêjin Şêxmûs di anonsa xwe de bang li ê diz dike û dibê : (Bixwînin û biteqin)

 

Yabo bi namûs we tir jê berda û hew!

 

Kevîn Kurdson-13/10/07- San Fransîsko- Dibêjin balyozxana Amerîka a Enqerê, koroya zarokên Diyarbekrê dawetî beşdarîya çend festîwalên Amerîkayê kiriye da ku di festîwalê de çend stranên Kurdî bistirên û çend lotikan bavêjin.

   Werhasil, zarok hatin û beşdarî festîwalên muzîkê bûn. Lê yabo zarokên Diyarbekrê jî zarok in ha, agirê sor in agirê sor, yaboooooo! Yabo gava zarok derketin ser dikê, hema ala Kurdistanê daliqandin û dest bi Ey Reqîb kirin. Ez bi serê we kim, salon hejandin law, oxyannnnnnnnn!

   Di namûsa min de be, ji kêfa re hêsir ji çavê min barîyan û hema bêjin wextî salon li ber şelala hêsirê çavê min biherikîya. Ewqasî ku kêfa min hat.

  Lê ji alîyê din dilê min bi wan şewitî û dîsa hêsirên min hatin xwarê, bigrî û hey bigrî. We go çima? Ma ne çima yabo, ma hûn zanin di vegera Tirkiyê de wê çi bê serê van zarokan? Kuro wê Tirk daran têxin wan darannnnnn! Hem bi Kurdî strane û hem jî di bin ala Kurdistanê de Ey reqîb xwendine. Errrrrreekkkkkkk bê wê Tirk çi toz û dûmanê bi ser serê van rebenan xin!

   Werhasil, zarokno! Heger we dît li we teng ket, werin dîwanxana Lotikxanê qurban. Emê we bikin “Koroya Zarokên Lotikxanê” û hûn sax!

 

s© lotikxane 20-02-2006