"Ez terefê aştî û dostaniyê me. Li dijî şîdetê me. Lê mafê gelê xwe jî heta dawiyê diparêzim.

 Ji vê jî natirsim. Li hember kesî serê xwe jî natewînim. Zimanê tehdîd û şantajê hez nakim.

    Min qet jî hez nekir. Ne ji Tirkiyê, ez ji tu kesî talîmatan nagrim!”

 

      Mesûd Mistefa Barzanî
      
Google

    Lotikxane 

                                                                        Magazîn, henek, gilî û gazin      

 

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Xaltîka Fatê

Di demek kurt de dinivîse

Bêwar Brahîm

Pênûs û rewşenbîrî

Rojda Aydin

Bersivê bide ablacixim..

Gabar Çiyan

Şerê Taybet û tedbîr

Faris Beg

Çiya avis bû

 

Adil Dûran

Bêrê

Bavê Ronahî

Qûna bi huner

 

Lezgîn Şêxo

Dikandar

 

Lokman Polat

Dewleta Tirk har bûye

M.Badilî

Tirkên Toranî

 

F.Devliken

Xaltîka me

fatê

Siwarê hespê xelkê tim peya ye!                                   02/11/2007

 

 Îlnûr efendî darek xist qûna wan

Firildeq Elî-02/11/07-Stenbol- Rojnamevan û bazirganê Tirk Îlnûr Çewîk beşdarî bernama televizyona MÎTê CNN-Turk bû û di derbarê başûr de çend lotik avêtin.

   Dêqehpê moderatorê bernamê zimandirêjîya Serok Barzanî kir û xwest wî piçûk bixe. Lê Îlnûr Çewîk jî rabû got:”Hişt lannnnnn! Anani awradinî sîr bikutim, ma Barzanî wek te bêxirûr e îbne! Barzanî Kurdekî bi xirûr e, insanekî rast û dirust e, wek  me Tirkan ne xwînheram e” filan û bêvan. 

   Werhasil, helbet berjewendîya Îlnûr Çewîk jî di van gotinan de heye. Mêrik li başûr bi milyon dolaran pere qezenc dike û helbet wê pesnê Serok Barzanî bide. Lê xwezî me zanîba bê ew dilê wî çi dibêje! Xwezî me zanîbe bê devê wî derewan dike yan dilê wî!

   Bi telaq ji me re ferq nake. Kî derewan dike bila bike, lê bi namûsa mêrên berê, Serok Barzanî tîra xwe di dil û mejiyê wan de çikandiye. Tirk ewqasî jê bi tirs, bi kîn û bi nefretin ku êdî doşeka jinên wan jî li wan heram bûye.

   De Xwedê tirsa Serok Barzanî ji dilê Tirkan dernexe rebbî!

De were go em qûşê li te biqetînin cîcîm!

Tecawizcî Coşqûn- 01/11/07-Beyoglû Stenbol- Tirk garankî ketine heyecana şer û heta bi jinên wan jî ketine dora tenûra Kurdan. Hinek ji dêlegurên Tirk dixwazin herin eskerîyê bikin û qaşo şerê Kurdan bikin.

   Yek ji wan jî dêlegur DJ Berna Ozturk e. Berna Ozturk dişa (baldûz) popstarê Tirk Tarkanê qûnek e. Heta niha kes nemaye go wek dozerê di ser re derbas nebûye û bawer bikin, arkuna wê ji çaroxa xalê min Birko firehtir bûye.

   Werhasil, xanimê daxwazê ji rayedarên eskerî dike ku wê jî bibn eskerîyê da ku ji pêş û paş de fîşekan berde Kurdan.

   Me jî rabû emaîlek jê re şand û gotê:" Keçê çaroxê, doxînqetyayê, dev ji wan çol û çiyayên bilind berde. Berê were di Lotikxanê de dersên şer, dersên lotik, pehîn û zîtirkan bistîne. Heger te azmûn (îmtîhan) qezenc kir û dîplome ji Lotikxanê stend, emê yekser te bişînin Çiyayê Qendîlê. Belkî hema bi xêra te gerîllayên me ji wê jeng û zingara salan xelas bin û çend fîşekên Kurdewarî berdin nav şeqên te. Bi sê telaqan, yan wê gerîllayên me çaroxa te bidrûn û yan jî wê ji hev biçirvirînin, terîş terîşî bikin û tu sax!"

Bi namûs Tirk ji me bi xîrettir in!

Ehmed Kurdî-31/10/07-Mersîn- Tirkên çavsor bûne wek gurên har û ha ha êrîşî derûdora xwe, êrîşî Kurdên peppûk û reben dikin. Li bajarê Mersînê jî kûçikbavan kef bi devê wan ketiye û dizûrin.

   Lê divê em rastîyekê bêjin ku em Kurd bûne wek paçikên guvaştî, xêr di me de nemaye û em wek belengazan li êrîşên Tirkên segbav temaşe dikin. Bawer kin Tirk di vî warî de ji me bi xîrettir û bi namûstir in! Mêrikan li xwe û li qewmîyeta xwe xwedî derdikevin û Kurdan wek dijminê xwe ê bingehîn hesab dikin.

   Lê em? Em jî xwelîyê li serê xwe û bavê xwe dikin û hîna jî didin dû qûna van kûçikbavan û bi wan ve dizeliqin. De ji xwe re li xîreta Tirkan û li a me binerin.. (Bixwînin)

 Lucy Pînder Lotikvanan di ser xwe re nabîne

Rozê-31/10/07-London- Lotikvana xweşik, nermik û germik a ingilîz Lucy Pînder lotikvanan di ser xwe re nabîne û bi Incîl Û Tewratê sûnd dixwe ku kes wek wê nikare seksê bike. Malxerabê tu dibê qey febrîqe ye, yekî digre û yekî berdide.

    Li ser bextê wê be, xanimê ji rojnameyek ingilîz re dibêje:"Lotik li ber min wek lîztika zaroka ye. Ez karim her serê seeetê govenda seksê bigrim û di serê govendê de destmalê bihejînim. Ji xwe di Brîtanya de kes wek mn nikare seksê bike. Ez seksekê wilo har û dîn dikim ku êqil di serê zilaman de nahêlim û tirrê ji wan beridim. Ji xwe ez li Ingilîztanê zilamê go karibe xwe li ber lotik û pehînên min bigre nabînim, hemi tirrek û fissekî bûne, xêr di wan de nemaye" filan û fîstan. (Bixwînin-Foto Galerî)

 

 

 

 

KURDISH ROCK NIGHT

 

02.11.2007  Roja Înê-Saet: 18:00

  • Mecit Tat

  • Xêro Abbas

  • Sener Yildiz

  • Boran

  • Abidin Kaya

 

Dilan, Govend, Cepki û Bagî

02.11.2007 Roja Înê

Saet: 18:00

Cih:

EUROSAAL FESTSAAL KÖLN
Vitalisstr. 308
50829 Köln

Tel.: 0221- 497 20 81

----------------------------

 

Xortanîya Recebo hat bîra wî

 

Başçawîş Mihê-28/10/07-Bagok- Di vê dema nazik û tevlihev de serokwezîrê Tirkiyê Kasimpaşalî Receb, xortanîya xwe anî bîra xwe û di malpera xwe de wêneyên xwe yên eskerîyê weşandin.

   Ji tirreko weye ku Receb Recebê berê ye û ewê bi weşandina van wêneyên xwe çavê xelkê bitirsîne. Lê nizane go hasil di Mûsilê re derketiye û tirr têde bûne fis. (Li bejn û bala wî binerin)

 

Dixwaze di flîmê Pornoya Garankî de bilîze

 

 

Serdar Serhedî-28/10/07-Prag- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin manken û lotikvana Çekî Karolîna Kûrkova hilfa xwe bera ser sînemayê daye û bi taybet jî dixwaze di flîmên pornoyê (seksê) de bilîze. Herweha tê gotin ku ew dixwaze pêşî di flîmê “Pornoya Garankî” de xwe biceribîne û bibe xwedî tecrûbe û serpêhatî.

   Îcar niha hûnê bêjin:”Ya starrrrr, lao ma ev Pornoya Garankî çawa ye bavo?” û ecêbmayî bimînin.

   Pornoya Garankî ev e: Ker, dehşik, bergîl, qantir, mîh, bizin, berxik, çêlek û conega dikevin nava hev û hevdu didin ber lotik, pehîn û zîtirkan. Îcar ji vê re jî Pornoya Garankî tê gotin. Yanî, kî kê bigre qûş lê diqete wesselam.

   Ez serê we neêşînim, me jî rabû telefonî xanim Kûrkova kir û jê re got: (Bixwînin)

Qehremanê bêhnpêketî

 

Gerîlla Bozan-28/10/07-Çiyayê Cûdî- Di dinyayê de ji çapemenîya Tirko derewker, sextekar, bêbext û bênamûstir çapemenî nexuliqîye. Ji xwe nivîskarên wan ji hirçên çol û çiya hovtir û bêwîjdantir in. Bêbavan karin kêçekê bikin deve û derewekê jî wek nepoxê binepixînin heta go bê “Gurmmmm” û biteqe.

   Werhasil, di vî şerê dawîyê de ez jî wek şahid beşdarî şer bûm û min jî çend lotikên bêîman li eskerên qûnbicilikên Tirko xist. Yek ji wan qûnekan jî Çawîş Sadik Atilmiş bû. Min bi çavê serê xwe dît, gava şer destpêkir, Sadik efendî çek û sîlehê xwe li cî hişt û dest bi revê kir.

   Bi sê telaqên jinberdanê, gava direviya dengê tirrên wî ji dengê narincok û bombeyên me xerabtir bilind dibû! Bibû vîjevîja qûna wî û helke helk lê ketibû. Heta ji ber çavê me windabû jî hewar hewara wî bû û diqîriya:”Yandim anammmmmm, yandim anammmmm, poxûnûzû yîyîm min nekujin” (Hîna heye)

 

 

 

 

Wille û bille wê melkemotê Kurd ruhê we bistîne looo!

Ehmed Beyan-02/11/07-Enqere- Bawer bikin, Tirk bi çavê melkemot (ezraîl) li Serok Barzanî dinerin. Tirsa Barzanî ewqasî ketiye dil û mejîyê wan ku xewnên kabûsî dibînin, ne roj li wan roj e û ne j şev li wan şev. 

   Tirkan bawer dikir ku wê Serok Barzanî jî wek tirsonekên dewleta Sûrîyê bi zirtekê teslîm bibe û ji mêranî bikeve. Lê gava dîtin ku Serok Barzanî wek şêran liberxwe dide û ji gotinên xwe nayê xwarê, îcar Tirk ketin taya mirinê û ev tirr ji wan re nema.

   Wan bawer dikir ku hema tenq û topên xwe bikşînin ser sînorê Kurdistanê wê Kurd bi xwe de bimîzin. Lê ne tenq û ropên wan û ne jî zirt û fortên qûnekên wan Kurd netirsandin. Îcar gava pê hisiyan ku zirt û fortên wan ji Kurdan re wek “tirr û fisekê” ne, rabûn çare di ambargoya aborî de dîtin. (Hîna heye)

 

Bila berê Kurd bi zimanê wan neaxivin kekê min!

 

Mîr Ronas-02/11/07-Êlih-Erê lo wek me got.hûn dibêjin bira Kurd jî wek Tirkan bikin û ji Tirkan tiştek nekirin. Kekê min, ka bira Kurd bi zimanê Romîyan neaxivin bes e. Kurdên

metropolan şildim bildima wa ye û bi zimanê van rûreşan diaxivin.

   1..Ew Kurdê bi zimanê Tirkan biaxive bira mala wî here mîratê!.

   2..Ew Kurdê bi zimanê Tirkan

biaxive çarika jina wî li serê wî be!..

   3..Ew bêxîretê ku  ala Tirkan  li mala

xwe dadileqîne bira jina wî jê berdayî be!..Erê kuro, ji tirsa wan segbavên Tirkan ala wa li mala xwe dadileqînin. Ji watirî wê wusa xwe xelas bikin .

   Ma we ji Ermen û Rûman ders nesitandiye birayê min! Hûn nizanin nanê Romê li ser çoka wa ye!..Ji watirê wê wusa xwe xelas bikin,,

   Kuro bi telaqê mêrê berê, gava biqewime wê ewil Tirk dest bavêjin namûsa wanên ku ji Tirkan re dibêjin em birayê we ne û xelas!

 

XALTÎKA ME FATÊ

 

 Farûqê Devliken-01/11/07-Mêrdîn-

Rêzdara hêja xaltîka me Fatê ev serê salekêye ku dinivîse, lê qasî tayên porê wê mixabin hê me tu nivîsên wê ne dîtîne û ne jî xwendine.

   Bi serê min û we, gava min navê wê bihîst, min li cem xwe got, yan bi gopal dimeşe yan jî hin kes bi xêra dê û bavên xwe wê dibin û tînin. Lê gava ez çav sûret û bedewbûna we ketim, ez çav por û nerîna wê ketim,  ez çav bejn û bala wê ketim, çongên min di bin min de fisîyan, xwezî di qirika min de zuha bû; mix di serê min de nema, aqil bû kerengo!

   Ew porê wê yî sor û hinekîrî, ew berçavka wê yî nazik û seksî, ew nerîna wê yî xezalî… Xwedê mala bavê min sitirand ku zewicîmim gidî yan na ma qey min karîbû ev dil bisekinanda! Ma qey min karîbû ev hest kedî bikira! Ne li min û ne jî li tu kesî gohdarî dikirin; ewê mîna hespê rewan bidana çargav. Xwedê mala min û bavê min sitirand gidî! (Bixwînin)

Were Lotikxanê ez qurban!

Cemîlê Çargurçik-01/11/07-Swêd- Lotikvana Swêdî Sîgrîd Ohs (34) wek “Pamela Andersona Swêdî” tê naskirin. Xanimê sîng û berên xwe jî wek ê wê nepixandine û kirine wek zebeşên Diyarbekrê.

   Rojnamevanekî ji Sîgrîd xanim pirsîye:”Tu herî zêde ji çi hez dikî? Hobîyên te çine?” Wê jî gotiye:” Ez ji heyecanê hez dikim. Lotik, lotik û carna jî zîtirk!”

   Me jî rabû telefonî wê kir û gotê:”Sîgrîd xanimmmmmm! Bi wan herdu memikên te yên mezin û şîrîn, heyecana herî mezin di Lotikxanê de ye. Lotik jî hene, zîtirk jî hene û hetta çerq û berq jî heye. A baş zû were berî go kontenjan tije bibe”.

   Sîgrîd xanim soza Swêdîyan da me û got:”Bi ahd û soz be, ezê rojekê bêm vê bêxwedîka Lotikxanê bibînin û têde xwe li erdê xim heta go derpî ji min bişemite”. 

    De ma Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî...Heger Sîgrîd xanim hat Lotikxanê ji xwe Xwedê da me. Bi telaq emê tirrê ji hev berdin, ûfffffffffff!

 

Pîrozbahîya salvegera Komara Virqo

Foto analîz

 

Wêne bitikînin

 

Aha ji we re Tirk û medenîyeta barbaran!

 

Gerîllayê Bênav-31/10/07- Mexmûr- Tirk gellek caran dibêjin “Me medenîyet anîye dinyayê” û naletê li sed û yek bavê xwe tînin. Raste, medenîyeta go wan anîye medenîyeta zilm û barbarîyê ye. Ji kujtin û talankirinê pêve Tirkan çi diyarî insanetîyê kirine wek mirêka erd û ezmên li ber çava ye.

   Werhasil, di salên bihurî de es-kerên Tirko li hinek herêmên Kurdistanê ser û guhên gerîllayên Kurd (ewên ku xwe jibo Demokratîk Cimhûrîyeta segbavên Tirk didin kujtin û xwîna xwe di ber bratîya wan de dirjînin) jêkiribûn û pê wêneyên xwe kişandibûn. Xuyaye îro dîsa zalimkarîya wan hatiye bîra wan û li ser cendekên gerîllayên Kurd wêneyên xwe dikşînin, pêl cendekên wan dikin û medenîyeta xwe pêş dinya û alemê dikin.

   Lê çi heyf û mixabine ku rêvebirên gerîllayên serê çiyê bi ruhekî Kurdewarî li van kûçikbavan nayên xezebê û dîsa bi çîrokên bratîya sexte li ser xwîna van şehîdan diçêrin. Ma ezê çi bêjim û çi nebêjim! Çi bêjim jî bêfêde ye. Ji ber ku rêvebirên me di şikeft û qûntarên Çiyayê Qendîlê de cîh li xwe germ kirine, dixwin, vedixwin û zik li xwe mezin dikin, bi xwe newêrin derbasî bakur bibin û gerîllayên me dişînin mirinê, dibin qesasê serê wan.

   Werhasil, hema li vî wênê jorîn binerin û bela pozê rêvebir û generalên Çiyayê Qendîlê bişewite. Bila bibînin bê cewrikên Demokratîk Cimhûrîyeta segbavan çi tînin serê zarokên me. Helbet ku xîret bi me Kurdên bakur re mabe..........

 

Raman û tevgerek nû:

Hêza Kurd!

Zinar Qelemşûr-30/10/07-Stenbol-Ji zûde dema tevgerek nûjen, dema hêzek Kurdperwer û Kurdistanî hatibû. Lê xuyaye qismet rastî vê dema nazik hat.

   Kurd di demek pir giring re derbas dibin. Di vê dema ku dijminên Kurdistanê, û bi taybet jî dewleta xwînmija Tirk bi her cûreyî dixwaze destketinên Kurd û Kurdistanî têk bibin, avakirina "Hêza Neteweperestên Kurd" yan jî avakirina "Hêza Kurdên Arî" pêwistîyek jîyanî ye. Êdî tehamula Kurdan ji îdeolojîyên biyanî û ji çîrokên xapandinê re nemaye. Divê Kurd bi îdeolojî û awirek Kurdewarî li xwe xwedî derkevin, hêza xweya netewî damezrînin û sînorekî têxin navbera xwe û dijminên xwe.

   Çawa ku hinek tişt hene ji dewletan re pir girîng in, pêwist in û jibo wan xetên sor datînin, divê em Kurd jî xeta xweya sor kifş bikin û bêjin BESSSSS! (Daxuyanîya HÊZA KURD bixwînin)

 

Ji Rojnameyek Hollandî hatiye girtin

 

Hema di herduwan kin û xelas!

 

Bazê Qendîlê, Kurdistan, 29.10.2007

Dibêjin carekê mitirb çûne gundekî, li wî gundî jî Hemo û Şêxo hebûn. Mitirbên feqîr diçin ba Hemo peran jê dixwazin, Hemo dibêje: Bavo biçin ba Şêxo bera bide we. Rebena diçin ba Şêxo, lê Şêxo dibêje: Heyra pere di destê Hemo de ne herin ewê bide we.

   Sê-çar caran di navbera Hemo û Şêxo de gêj dibin û tu peran nabînin. Îca yek ji wan dibêje: Vana em heyirandin em nema zanin ne emê di Hemo kin û ne emê di Şêxo kin...............!

   Werhasil rebena PKK jî nema zane ne wê di Xirpo ke û ne jî wê di Recebo ke.....! Welleee birano....hûn bi ya min bikin hema hûnê di herduwan kin û xelas....

   Mane berê Kurdan gotiye ku ew ji mala yekderbo ne.............!

Reîsê mafya Tirk navê xwe li xelkê dike

Zinar Qelemşûr-28/10/07-Stenbol- Serok û reîsê mafya Tirkiyê Cemîl Çîçik, di preskonferansa xwe de pirsên rojnamevanên qûnekên Tirk bersivand û kerê min bera ser jina xwe da.

   Cemîl Çîçik dîsa zimandirêjîya başûr û Serok Barzanî kir û Serok Barzanî wek “Reîsê Çeteyê” binav kir. Cemîl Çîçikê go nîv metro ye û wek lepek rîxa çêlekê ye, bêyî ku ji bejn û bala xwe fedî bike, navê xwe li xelkê dike û naletê li bavê xwe tîne.

   Ûlan ewladim, oxlimmm, bîjîyê ji dola xelkê, ma îş û karê we nemaye hûn dev bavêjin kurê ciwamêran îbne! Îcar tu jî xwe zilam dihesibîni newilo? Ê de were haaa, de pişta xwe nede wê erka di destê te de, qûna Yaşarko nalêse û wek mêran dakeve meydana şer oxlimm.

   Wî çaxî emê qûna reş û spî li meydanê bibînin, tirroooooooooo!

Wî jî dest bi zirrê kir

Mardînsporlî Cimo-28/10/07-Mêrdîn- Tirkan bi her awayî, ji her hêlê ve seferberî li himber Kurdan êlan kiriye û naletê li bavê xwe dibarînin. Ji piçûk û mezinên wan bigrin, heta bi keç û jinên wan, ji hunermend û nivîskarênwan bigrin heta bi sporjenên wan ketine govenda seferberîyê û ha ha Kurdan bera ser xwe didin. Serokê Klûba Fenerbahçeyê Azîz yildirimê qûnek mabû, wa wî jî dest bi zirrê kir û ket nav garana heywanan.

   Azîz efendî dît ku bêdeng bimîne nabe û ewê têkeve bin lotik û pehînên artêşê, rabû wî jî cilika bênamûsîyê kişand serê xwe û dest bi zimandirêjîyê kir. Azîzko dibêje:”Emê li herderê bêjin “şehîd namirin welat beş nabe”, ger em di sêdarê de bin jî wê gotina me a dawî Tirkiye be”  filan û fîstan.

    Îcar tiştê dilêş çiye hûn zanin gelî xwendevanan? Piranîya Kurdên me jî yan hevalê Fenerbahçe ne, yan ê Galatasaray û yan jî ê Beşîktaş in. Kurdên me ewqasî bêaqil û bê şexsîyet bûne ku, êdî hew xwe nasdikin, dev ji qewmîyeta xwe berdane û didin dû qûnekên Tirk. (Dewama nivîsê)

Yan hero yan mero

Cembelîyê Botî-28/10/07-Colemêrg- Em Botî mane di navbera Xelo û Celo de. Em hew zanin ne biçin dêrê ne biçin mizgeftê. Ji alîyekî dewlet û ji alîyê din jî KCK, DTP, PTT û TNT.  Em li kîjan alî binerin, alîyê din rimma xwe li ser serê me dihejîne. Em nenerin û çavê xwe bigrin jî, îcar em şevekorî dibin û dinyayê nabînin.

   Werhasil, piştî kujtina 12 kerên Tirk, artêşa virqo herêma me kiriye herêma tampon û em jî di çavê wan de wek derzî û şûjinê ne. Ma em karin dengê xwe bikin? Na yaboooooooo, bi namûs em bûne wek mîha ku têkeve nav lepê gur. Ne deng ji me derdikeve û ne jî em karin bêjin em filan û bêvan tişt in.

   Werhasil, Tirkoler rabûne galeyana bi derewan û hêsirên tîmsehî li ser eskerên xwe dibarînin. (Dewam heye)

 

Foto analîz- Bitikînin

 

Qemercanê dest û lingê xwe xist Tirkan

 

Hesen Almas-27/10/07-Waşîngton- Xaltîka me Qemercanê Condoleezza Rice, dîsa lotikek li Tirkoleran xist û vê carê dest û lingekî xwe xist wan. Qemercanê di axavtina xwe a kongreya Emerîkayê de behsa rewşa dawî kir û gotina “Kurdistan” wek şekirekî şêrîn ji devê xwe derxist.

   Piştî ku vê dawîyê Rice ji Tirkan re got:”Lingê xwe zêdeyî lihêfa xwe dirêj nekin, nekevin Iraqê, yan na emê dîsa çewalan têxin serê we”, îcar çapemenî û rayedarên Tirkên qûnek dest bi zirt û virtên li dijî wê kirin û gotin: “Qey nexweşîya Kurdistanê bi vê jinikê re heye bavo” û kêr lê tûj kirin.

   Werhasil, dibêjin Serokwezîrê Tirkiyê Laz Reco li Romanyayê verşîyaye û ji xaltîka me Condoleezza Rice re gotiye:”Yan bi me re be, yan jî hevîrê xwe bistrê, bi destên hevîrî têkilî karê zilaman nebe lann filan û fîstan.

   Îcar Qemercanê hewara xwe gihand Lotikxanê û got:”Min ji bavê xwe fedî nekiriba, minê destê xwe ê hevîrî têxista qûna Recebo! Lê gava ez herim Tirkiyê ez zanim bê ezê çi tofanê bînim serê wî sermezinî filan û bêvan. 

   Werhasil, ev ne cara yekê ye ku xaltîka me Rice gotina Kurdistanê tîne ser zimanê xwe. Xuyaye ev jî elameta xêrê û nîşana têkçûna Roma Reş e. De a bi xêr!

 

 

 

Ev cesaret ji ku tê Demîrkazik xanim!

 Bêrîvan Al-02/11/07-Amed- Niha em kirasê xwe biçirînin ne heqê me ye? Kurd jibo gotinekê dikevin heps û zindanan û tên kujtin, lê Seroka Komela Zarokan Nîl Demîrkazik (çi navekî manedar ne wilo? Singê hesinî) radibe fanêlê bi ala Tirkî û Kurdî li xwe dike û daxuyanîyan dide. Hem jî bêyî ku ji çeqel û gur û keftarên dewletê bitirse haaaaaa!

   Ev çi cesarete Demîrkazik xanim? Ev mêranî ji ku tê yaw? Îcar ala Tirkî û Kurdî li kêleka hev! Yanî agir û barûd! Yanî gur û mîh!

   Ê tabî canimmmmmm....Ma rayedarên dewletê karin xwe nêzîkî “Demîrkazik” bikin? Naaaaaa! Heger Demîrkazik kete wan? Demîrkazik kuro, Singê hesinî!

   Errrreeeekkkkkkkk, bi namûs heger ev sing têkeve Kurdan heta bi mirinê jî hew karin ji xwe derxin û xelas! Em bi zor û heft belan ji Yalçin Kûçik xelas bibûn, îcar birastî jî ev Singa hesinî ji ku derket? Çawa ket rojeva Kurdan? Ji tombala derket yan ji Enqerê bi paraşûtê daket? Vê cesaretê ji ku û ji kê distîne?

   Bi namûs ji dewleta kûr pêve kes pê nizane û xelas!

 

Nîvî çû ma nîvî brakooooooo!

 

Dengbêjê Lotikxanê-02/11/07-Arnhem- Erê dinyayê.....Wille û bille dinya lê nehêjaye kekê min! Hema xwezî pîr û kalî tuneba û bela xwarina goştê mirîşkan li me heramba û hew, lê kaaaaaa!

   Dibêjin kekê me Braderê Musikî 50 salîya xwe tije kiriye û wek Sêvek Xelatî kemilî ye, ketiye kemla xwe. Braderê me nîvê pira selatê derbas kir û maye nîvî. Xwedê bê erê wê piştî 50 salê din nîvîyê mayî jî derbas bike û rekorê bişkîne.

   Werhasil, henek li alîyekî, em wek malbat, eşîr û partîya Lotikxanê 50 salîya kekê xwe pîroz dikin û hêvîdarin ewê di jiyana mayî de gellek têlên tembûrê biqetîne û bike zingezing.

   De pîroz be yabo pîroz be!

Pisîk pismamên Tirk, Ereb û Eceman derketin

Dr.Mihyedîn-01/11/07-Lotikxane- Li gora lêkolîna ku li ser DNA a pisîkan çêbûye, derketiye holê ku DNA pisîkan û a Tirk, Ereb û Eceman nêzîkî hev derketiye.

   Li gora lêkolîna ku di kovara Genome Researcê de derketiye, di Zanîngeha Mîssoûrî a Kolombîayê de DNA a pisîkan hatiye analîzkirin û encamên balkêş derketine holê.

   Dibêjin di pisîkan de 20 hezar û 285 gen gene û piranîya van gen an dişibin ên Tirk, Ereb û Eceman. Herçiqasî gen ên Tirkan û ên gur û kûçikan sedî sed weh hev bin û ji eynî kokê bin jî, lê dibêjin pisîk jî pismamên wan derketine û ji heman kok û eşîrê ne. 

   Werhasil, şikir ji Xwedê re ku DNA û gen ên Kurdan û heywanan naşibin hev!

 

Siyasetmedarên Kurdên Bakur

em teqandin, em be'ecandin

 

 

Berzo Mehmûd

31/10/07-Qamişlo-

Ma ev siyasiyên kurdistana Bakur xwe xistine kû derê de ku deng ji xwe nayênin??

   Yek ji wan serê xwe hilnade, yek ji wan dengê xwe bilind nake, qey zimanê wan nema di devê wan de dileve ku bêje em ne tîrorîst in, em jî miletek in, em doza mafê xwe yê netewî dikin, em dixwazin wek van miletên dîtir bijîn, em dixwazin em jî wek xelkê xwedî kiyan û dewlet bin, em bîst milyon in, em ne irhabî ne, em ne tîrorîst in, em mafxwaz in. (Dewama nivîsê)

Me jî sînor fireh kir

Sofî Xelef- 31/10/07-Lotikxane-Di van demên harbûna Tirkan de, hinek serker û siyasetmedarên virqo radibin daxuyanîyan didin û dixwazin ku sînorên Tirkiyê bên berfirehtirkirin û beşek ji Kurdistana azad jî têkeve nav sînorên wan. Di serî de serokê Partîya Segbavên Tirk Denîz Baykal û serokê Partîya Çeqel û Kûçikên Tirkiyê Muhsîn Yazicioglû ev pêşniyaz xistin holê û çend tirrên Elemanî kirin.

   Denîz Baykalko dibêje:”Paraztina herêma sînorê Iraqê pirr zehmet e, ji qûna me nayê em wan deveran biparêzin. Ji ber vê jî, divê em sînorên xwe bikşînin pişta çiyayên herêmê jibo em karibin bi serbestî zîtirkan bidin xwe” filan û fîstan. (Hîna heye)

 

Bajo pismamê Jîrînovskî bajoooo!

 

Bengîn Elegez-30/10/07-Moskowa- Serokê neteweperestên Rûsyê Vladîmîr Jîrînovskî li dij dewleta Tirk derket û got "Heger hûn têkevin Kurdistanê emê destê we jêkin, lingê we bişkînin, çewala têxin serê we û we bişînin Moxolîstanê".

   Jîrînovskî herweha rexne li Emerîkayê girt û got::"Hûn diz in, min nexşeya Kurdistana mezin çêkiribû lê we ew ji min dizî û niha hûn lê xwedî derdikevin. Di eslê xwe de ê go Kurdistana mezin dixwaze ez im. Ji xwe em neteweperestên Rûs û neteweperestên Kurd pismam in, xal û xwarzê ne, heger birastî hûn ji Kurdan hez dikin, hema yekser serxwebûna wan bixwazin û wan nas bikin" filan û fîstan.   

   Werhasil, pismamê me Jîrînovskî lotikek xweş li Tirkan xist û tirr ji wan berda.

   Her bijî Jîrînovskî!

Bi telaq tu ji gellek Kurdên me binamûstirî û xelas!

 

Daxuyanîya Kongreya Bîstem ya KOMKARê

Tacdîn Baran-29/10/07-Wûppertal-Belê, KOMKARê kongra xwe a 20. lidarxist û çend fîşek berdan hewayê. Gi kongrê de gellek kes û hêlên welatparêz beşdar bûn û lotikên Kurdewarî avêtin. Herweha mesaj û peyamên gellek alîyan jî bi ser kongrê de barîyan û hema bêjin wextî xelkên beşdar di nav wan peyamên pîrozbahîyê de bixeiqiyana.

   Werhasil, di kongrê de kekê me Beko Topgîder jî axavtinek qirase kir û kela dilê xwe hênik kir. Lê birastî me meraq kir: Yaw kekê Beko, tu qet li paşnavê xwe fikiriye? TOPGÎDER! Wax, wax, waxxxxxxxx!

   Kuro lao, haya te ji te hebe kekê mino, bi telaq heger firênê te biteqin kes nema kare te bisekinîne haaaa! Tê wek topa Maradona bigindiri brê min, wîî! A baş paşnavê xwe biguherîne û bike TOPTÛTAN!

   De neyse, henek li alîyekî, me xwest em bi kekê xwe şa bibin û lotikek bratî lêxin. De daxuyanîya kongra KOMKARê bixwînin bê çi dikeve serê we. (Bixwînin)

 

Ji xelkê re masîgir, ji xwe re kûsîgir nebin!

 

M.Nûreddîn Yekta

28/10/07-Carnan hinek dert li mirov peyda dibin. Wek ezîzek mirov dimre, an mirov ji hin hezkiriyên xwe dûr dikeve, we demê mirov di hundurê xwe de dihele, dikele, hêsir ji çavên mirov dirijin, dibe ku mirov bi dengekî nizm bigrî jî.

   Lê ku li derva dibe qerebalix, qêrin û zarîn, feryad û fixan, hewara liser mirîyek, mirov xwe û derdên xwe jibîr dike, êdî bi derdê cîranan re digrî û bi wî re mijûl dibe.

   Hingî ez femberê xwe bûme ta niha, cîranên Kurdan li serê Kurdan wiha dikin. Wisan dikin zarîn û qêrîn, Kurd xwe û mafên xwe jibîr dikin, di ber mafên cîranên xwe de dest bi girî dikin. (Dewama nivîsê)

 

Ev insanetî ye yan heywanetî ye!

 

Temel Tekdelîk-28/10/07-Bûrsa- Yaw birastî jî em Tirk çi mexlûqatin hûn nabêjin? Bi serê min û bi qûna Selanîklî Sari Misto, min bi xwe tiştek fêhm nekiriye û ez wek Tirkekî (belkî piştre jî bûbim Tirk nizanim) ji xwe fedî dikim.

   Hela em bêjin em hemi bênamûsî û teşqelan dikin, ê lao ma êşkenceya zarokên yeksalî!? Ma kesî li darê dinyayê êşkence li zaroka yeksalî kiriye ey hawarrrrr!

   De binerin, li bajarê Bûrsayê zaroka yeksalî E.D.T bi agirê cixarê tê êşkencekirin û dikeve halê mirinê. Kî wê êşkence dikin hûn zanin? Dêya wê a 17 salî û sê dostikên wê. Dêya zarokê B.T (17)  bi dostê xwe A.A (32) re êşkencê li zaroka xwe, li kezeba xwe dike bêyî ku wîjdanê wê dêlikê bijene û dilê wê pê bişewite.

   Îcar ezê çilo ji xwe fedî nekim û bi serbilindî bêjim “Ne mûtlû Turkum dîyene” yabo! Na wele ez têxim boyle Turkluxun îçine û jê dernexim, wîî!

 

.

 

s© lotikxane 20-02-2006