Ronahî li pey tarî ye

 
      Cegerxwîn
      
Google

    Lotikxane 

                                                                        Magazîn, henek, gilî û gazin      

 

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Xaltîka Fatê

Hevpeyvîn

-1-

Bêwar Brahîm

Pênûs û rewşenbîrî

Rojda Aydin

Bersivê bide ablacixim..

Gabar Çiyan

Şerê Taybet û tedbîr

Faris Beg

Çiya avis bû

 

Adil Dûran

Bê rê

 

Bavê Ronahî

Wek yê Xerzî

 

Lezgîn Şêxo

Bang

 

Lokman Polat

Dewleta Tirk har bûye

M.Badilî

Tirkên Toranî

 

F.Devliken

Henekok-Genekok

Agir bi dehlê keve terr û hişk pevre dişewitin!                                   15/11/2007

 

 Îborottî

Aran Perînas-14/11/07-Swêd-Divê heqê hunermendan neyê xwarin, birastî dengek hêja ye Tatlises, em di ferqîyê de ne. Birastî neûz û billeh ji opera re. Îbo operayê bi Kurdîkî dibêje, lê dîsa jî lê hatiye. Hîp hop, arabesk vê carê jî opera. Hey hewar!

    Bila kes nebêje sîya Îbo xwar e. Li bajarê Stenbolê li studyoya xwe ev stran hazir kiriye. Xwe ceribandiye ka gelo wê li min bê an na, Stenbol ji tere maye bi telaq!

   Lê Nîhat Dogan efendîyê ku dengê wî wek ê mirîşk û zîxana ye, dîsa bêvla xwe xist vê bûyerê û dibêje: Willeh ma ez çi bêjim, bila li ser xêrê be, lê Îbo li gor muzîkê naçe, û carnan detone dibe.(Hîna heye)

LI BENDÊ ME       

Seydayê Dilmeqes-14/11/07-

 

Sekinîm bi saetan li ber derê yar

Li bendê me ji mal derkeve yar

         Razaye, gelo ew çima nabe şiyar

         Carnan dinêrim ez li pencera yar

Li hêvî me ji pencerê binêre yar

Ez bibînim riyê wê yê zeîf û jar

        Sekinîm li ber derî zivistana sar

        Lê dîsa ji mal derneket, nehat xar

Paşê min zanî wê xistine axa sar

Pişt ra hatim, nav odeya teng û tar (Dewama helbestê)

Ax Nîcolkê axxxxxx!

Mihemed Soran-13/11/07- Kerkûk-Dibêjin li Manîla paytexê Filipînê pêşbirka bedewa  Mîss Earth 2007 çêbûye û jinên pir bedew beşdarî pêşbirkê bûne. Lê gava ez di internetê de çav li wan jinan ketim, cerg û dilê min hatin sotin. Kuro ma jin beşdarî pêşbirkê bûne? Bi namûs horî û melayîketên Xwedê avê li destê wan dikin wey, hayhoooooo!

   Werhasil, dibêjin di pêşbirkê de bedewa Kanadî Jessîca Nîcole Trîsko lotikek li jinên din xistiye û daye pêşîya wan, tirr ji wan berdaye û bûye bedewa yekemîn. Lê Jessîca jî Jessîca ye haaaaa, bi telaq heger ew min bike û bi min re bizewice, ezê petrola Kerkûkê li ser navê wê tapo bikim, wîî!

   Aha hûn tev şahidê min in, heger min soza xwe nanî cîh û petrola Kerkûkê li ser wê tapo nekir, ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim! De, li we gotin û li min kirin. Herin wê qaîl bikin û bînin devê derî, ezê ji %25 prosentan ji petrola Kerkûkê bidim we jî ellawekîl! Sozzzzzzzzzz!

Made în Turkey!

 

Aran Perînas-13/11/07-Swêd- 

Di rojnameyek Tirkî de ev sernivîs hebû: Ev bûyer tenê li Tirkiyê dibin! Yanî xwe ji reklamên xweyî ecêb nahêlin, însanê xwe encex biçûk bixînin, û henekên xwe bi wan bikin.

   De fermo li van wêneyan binerin, ev wêne ji alîyê xwendevanên rojnamê hatine şandin. Bi serbilindî di internetê de belav kirin. Li gor wam sewqet entresan e, balkêş e. Yekcar xwe li cihanê wek salaqo nîşak didin.

  Willeh ya rast sûret jî ne xirabin, kenê mirov tînê yaho, û divê mirov heq bide Tirkan ku ev bûyer encex li Tirkiyê dibin.Tiştên ecêb dibin, ne qanûn ne nîzam heye, lê binerin çawa zilam lingên xwe bi hewa kirîye û dibêje: Oxxx heyate, ihtîyaca min bi vê hewaya pakij heye, niha jî dama hebûya menê hertişt tekûz kiriba.

   Sûretên din nîqaş li ser nabin, win bi xwe li wan binerin û nîqaş bikin. Made in Turkey...

Ji xwe re li kerametên Fotoşopê binerin

(Wêne bitikînin)

--------------------------------

 

Heçê zane zane, heçê nizane çîroka baqê nîskan e. De hema hûn lê binerin û hûn şirove bikin û hew! Lê mixabin Nisêbînîyan bi xwe de rît, hem jî derpî dagirtin ellawekîl!

Li Demokratên Şoreşger pîroz be!!

Cemîlê Çargurçik-  11/11/07- Swêd-

Li gora solalês, tirşikçî û çepikçiyên Lotikxanê, di van rojan de li Amedê du saliya damezrandin, afirandin û xuliqandina rêxistina Demokratên Şoreşger li dar dikeve.

   Îcar ji ber ku damezrêner, afirêner û xuliqnêrner û heta hema hema temamê endamên vê rêxistinê DDKDiyên demekê ne û çendek berê jî damezrêneran li Stokholmê 30 saliya DDKDê bi dansozan pîroz kirin, gelo di şahiya Demokratên Şoreşger de jî wê dansoz hebin? Ev yek. A duduyan, heger hebin ji kerema xwe re bi daxuyaniyekê me agahdar bikin da endamên Lotikxanê, nêr û mê, di şevê de cihê xwe zû veqetînin!

   Sisê, piştî çendeyeke din Lotikxane jî wê şeva 31 saliya xwe li dar bixîne û gelek dansoz jê re lazim in. Gelek lazim in ji ber ku derdora me û piraniya endamên me hinekî teriqî û xericî ne.

   Çar, daxwaziya me ji cenabê birêz û serrêz Karayilan ew e ku di şeva Demokratên Şoreşger û bi taybetî jî di şeva Lotikxanê de, sîlehan neteqînin yan jî bi temamî teslîm bikin da em bi zewqek  bêhempa di mêrga dansozan de têra xwe bigevizin ha!...

       De bajonnnnnnnnnnnn!

 

Dengvedana evînê

 

 Bavê Rewşê

11/11/07-Elmanya

Were porê te ez şeh kim tenê carkê bi van destan

Li sînga xwe bikovînim te agehkim bi van hestan

Li çavê te bixwînim lêêêê ezê cibkim bi helbestan

Li ser sîngê serî deynim min navên ser tu darbestan

 

Ewê roja bi te şabim ezê derdan ji dil derxim

Ezê ala evîna te di nava dil û ceger xim

Bibim şahê evîndaran ezê navê xwe pir derxim

Ne poşmanim di vê rê de ezê xelkê hemi li berxim

 

Ez bûm çîrok li ser zara ma dîlber qey tu nabînî

Li hawîr tîr û êrîşin li dora xwe bimeyzînî

Dixwazin min bixin gorê bi agir min bipêjînî

Evîna rast gelek caran evîndarê xwe dimrînî

------------------------

 

Enerjîya mastê Dala

 

Qopiro-10/11/07- kekê me, Parêzer Medenî Ayhan, nivîsek bi zimanê Tirkoleran ji me re şandiye û di nivîsa xwe de lotikên xweş avêtine.

   Lê yabo bi serê Şemoyê mitirb û Hesenê dîn kim, heta min ew nivîs xwend çavê min derket, porê min weşya, diranekî min ket, min semawerek çay û qehwe vexwar û 3 pakêt tûtina Xursê kişand ser kezeba xwe. Lao ma nivîs hevqasî dirêj dibin kekê min, wîî! Hema te yekser pirtûkek binivîsanda çêtir bû ellawekîl!

   Bi hersê telaqên jinberdanê, nivîsa kekê me ji werîsek ji werîsên gundîyên Omerya  û ji rêya navbera Nisêbînê û Enqerê dirêjtire yaw, errrreeekkkkkk! Çawa sebra te hat û te ewqas tîp û rêz anîn berhev loo!   

   Êêêêêêê, me jî mastê Dala bixwara û bi wê enerjîyê mezin bibûna, meyê jî rêya Nisêbînê û Ewrûpayê bikira gavek ellawqekîl!  

   De neyse, henek li alîyekî, heçê Tirkî zanibe bela nivîsa kekê me Medenî bixwîne bê çi dikeve serê we. (Nivîsa wî)

 

Helbestek ji

Bavê Rewşê

 

 

Dinoşin em du-sê badan

 

Zimanê min li vir pûçe bi Rûsî ez xeber nadim
Du-sê sal bûn beyanî me meyê ji destên xwe bernadim
Ku yek pêlê ji semagonê dinoşim ez dibim kêfxweş
Belê vodka bi ser weda li ber çavêm dibe şevreş
Hemî caxan bi mêvanim ji çavşin û zirav bejna
Dema porzer ku tê ba min dibînim rojê deh cejna
Lê caxê ku hemî tev tên Sivêt û Lûd û Nataşa
Dinoşin em du-sê badan dimînin rengê elkaşa
Bi hevre em diçin dansê li ber dengê Karolêva
Li ser sêvan me dest pûç bûn peritîn lêv li ser lêva
Lê oksana dema bi şev tê me qet xwe nayê ser bîrê
Şiyarin em bi şevê pêde me dev herdem di pêsîrê

---------------------------

Ev jî qûnekekî Emerîkî ye

Hesen Almas-09/11/07-Waşîngton- Dibêjin insên şîrê xav vexwariye. Her ku diçe insan ji qalibê insanetîya xwe derdikeve û ber bi heywanbûnê ve gavan davêje. Helbet insanên baş jî pir in, lê ê wek Stephen Cooney qûnek jî ne hindik in.

   Werhasil, Stephen Cooneyê 51 salî mamostê ajotina trimbêla ye. Şagirtan fêrî ajotina trimbêlê dike. Lê tu nabê qûneko tolazekî di ser xwe re ye û dest avêtiye her şagirta go hatiye ber destê wî. Îcar ji ber ku li qûneko ranabe û keleşkofa wî xerabûye, gîzerekê dixe nav şerwalê xwe û çi cara ku şagirta wî (Bi taybet li jinan wilo dike) trimbêlê baş dajo, destê wê datîne ser wê gîzera di bin doxîna wî de û dibêje:”Offfffffff, keçê binere hingî tu trimbêlê baş dajo, şehweta min rabû, ez bûm wek xortekî çardesalî ellawekîl!” û şagirtê ji desthilanîn dixe.

   Carek, ducar, sêcar, talîya talî şagirtek hew debar dike û qûnekê Cooney dide dest. (Dewamê bixwînin)

Mişk kirin şêr

Çeng Lîî-09/11/07-Tokyo- Wilo li bejn û bala me Japonan nenerin, nebêjin kinik in û wek hacûc û macûcan e. Bi namûs em bi vê kinik û minikbûna xwe tirrê ji dinyayê berdidin!

   De binerin bê me çi afat bi serê mişkan de anîye. Wek hûn zanin, mişk pir ji pisîkan ditirsin. Ev ji zayenda wan tê, di ruh û xwîna wan de tirsa pisîkê heye. Lê me çi kir? Me ev tirsa mişk meraq kir û me da dû. Me da dû sedema vê tirsê heta ku me di mejîyê mişk de ew tirs zeft kir. Me beşê ku di mejîyê mişk de dibe sedema tirsê ji mejî derxist û mişkê xwe bera ber çend pisîkan da.

   Îcar mişkê me bû wek çi hûn zanin? Kuro bû şêr bû şêrrrrrrr! Bi namûs mişkê me Delta D wilo êrîşî pisîkan dikir ku pisîkên reben digotin qey zelzele li wan rabûye ellawekîl! Ez serê we neêşînim, berî niha jî zanyarên Emerîkî bi gen û malzarên (Hucre) mişkekî lîztibûn û kiribûn ku mişk bê rawestan tam 6 seetan bazde.

   Ez serê we neêşînim, teknolojî û zanyarî bi pêş dikeve û hîna wê ev qûn gellek ecêban bibîne. Heger rojek ji rojan zanyar mirina insên jî bisekinînin qet matmayî nemînin û xelas!  

 

Ha wilo îmana xwe teze bikin sayin cewrikler!

 

Başçawîş Mihê-08/11/07-Tabûra Amedê- Dibêjin "Heta serê meriv li dîwêr nekeve, aqilê meriv nayê serê meriv". Îcar xuyaye ev jî mesela me û generalên Tirko ye.

   Gava desthilatdarî di destê wan de bû, ji zilm û zorê pêve li Kurdan nekirin. Lê piştî ku teqawît bûne, tirr di qûna wan de nemaye û fîşekên wan qelp dikin, îcar radibin rastîya pirsgirêka Kurd tînin zimên û li qedexekirina  zimanê Kurdî û mafê Kurdan poşman dibin.

   Ê law zermezinler, dibêjin "Gava mrina mûriyê (gêrikê) tê per û baskên wê çêdibin".

   Îcar qey mirina we nêzîk bûye ku hûn radibin behsa mafê Kurdan dikin û li paşeroja xwe poşman dibin newlo!

  De yurruuuuuuuuuu lannnn!

  Êdî hasil gihaye Mûsilê, bi telaq xiyarê me tehl e, yan hûnê bixwin û yan jî hûnê di xwe kin û hûn sax!

 

Dewsa tirr û fisan nabe gul û gulistan

 

Kursîya Ruhstîn-08/11/07-Oval Ofîs-

Li ser navê kursiî, qoltix, dosek û balifên OVAL OFIS ji we re silav û rêzên xwe rê dikin geli xwendevanên Lotikxanê.
   Çend roj berê serokwezîrê virqo hatibû tewafa Koçka Spî û xwest pilanên xwe yên qirêj di derî û pencereya sipi re derbas bike, loma gelek gengeşe û pevçûn li ser hatina belqityo cêbûn. (Bixwînin)

Hazeel xanim silavek da me

Rozê-07/11/07- London-Lotikvana navdar û bedew a Brîtanî Keeley Hazeel bi nameyek vekirî rexne li me girt û gazindên xwe ji me re nivîsand.

   Hazeel xanim di nameya xwe de dibêje:" Ez bi dilgermî malpera we dişopînim. Bi rêya hinek dostên xwe ez Kurdî fêr dibim û Lotikxane jî dibe alîkarê min. Lê ez dibînim hûn zêde cîh didin lîztikvan û lotikvanên wek Angelîna Jolîe, Pamela Anderson û yên wek wan. Lê rojekê tenê jî ez nehatime bîra we û we negotiye de ka em hinekî reklama Hazeel xanim jî bikin.

 Ji ber vê jî ez dilşikestî me, bi guman û mitale me". (Bixwînin-Foto Galerî)

 

Kêfa qûneko nehat

 

Satilmiş Çewtomewto-07/11/07-Balikesîr- Aha rastîya rayedarên Tirkiyê ev e. Rayedarên ku jibo kujtina eskerekî xwe qiyametê radikin, eşkere bûn ku ji sed û yek bavê xwe derewan dikin û qîmetê esker û pîvazekê li cem wan weke hev e.

   Piştî berdana 8 eskerên hêsîrên KCK, ruyê rayedarên Tirkiyê eşkere. Rayedarên artêşa Tirko bi lez û bez ew her 8 esker girtin û mehmeke li wan vekir. Çima ku qaşo wan şerefa Tirkan anîye pênc qirûşên xerabe û namûs bi dewletê re nehiştine.

   Îcar Wezîrê Dewletê Mehmet Şahînê qûnek rabû got ku, “Ez bi serbestberdana wan kêfxweş nebûm”. Yanî, mêrik dixwest ew her 8 esker jî bên kujtin jibo ku karibe li ser xwîna wan kabên xwe bavêje. (Dewam heye)

 

Dialog-Kreis: „Die Zeit ist reif für eine politische Lösung

im Konflikt zwischen Türken und Kurden“

Geschäftsstelle: Postfach 903170, D-51124 Köln, Tel: 02203-126 76, Fax: 126 77, dialogkreis@t-online.de, www.dialogkreis.de

Koordination: Andreas Buro, Am Sonnenberg 42, 61279 Grävenwiesbach, Tel:06086-30 87, Fax:06086-243, Andreas.Buro@gmx.de

Em li sekreterekê digerin

Îbrahîm Lastîk- Serokê Paraztina Lotikxanê-04/11/07- Belê gelî xwendevan û lotikvanên hezkirî, em wek Lotikxane li sekreter û yawerek jin digerin, hem jî bi lez û bez! Lê helbet hinek şertên me hene.

1-Divê sekretera me wek lastîkê be, jîmnastîkhez, bejinzirav, 1.80 santîm dirêj, lihevhatî, diranbirincî, lêvqalind, pordirêj, memikmezin, xwarinpêj û zimanzan be.

2-Divê sekretera me bi karate, jûdo, boks û tekwando zanibe da ku xebatkarên Lotikxanê ji qede û belan biparêze. Şûrkêş be, nîşangir be, karibe keleşkof û demançan bikarbîne û hedefa xwe şaş neke.

 3-Divê sekretera me karibe balafir û helîhopterê bifirîne û li ezmanan bizîzikîne. Gava xebatkarên me ketin xeterê karibe wan bi helîkopterê birevîne û bibe li ciyekî xewle wan biparêze. (Bixwînin û bifetiqin)

Herdu bi hevre nepixandin kurooo!

Şemal Amedî-03/11/07-Hollwood-Lotikvana çîlolatayî, bedewa esmer û xwînşîrîn Halle Berry, hem zik li xwe nepixand û hem jî memikên xwe kirin wek zebeşên Diyarbekrê.

   Hinek dibêjin:"Sedî sed ew kezîkur avis e, dibe ku du-sê zarokan bi hevre bîne". Hinek jî dibêjin:"Na kurooo, ew jî wek siyasetmedarên me derewan dike, xwe dixe rojevê" filan û bêvan.

   Me jî rabû ew li bajêr, di kafeteryakê de girt û jê pirsî: "Halle xanim, zik nepixîye, memik jî mezin bûne, gelo te xêr e?" (Bixwînin-Foto)

Werne Lotikên bê dîn û bê îman!!!

Tolhildan-02/11/07-London

 

             Fîlmê Mano Khalil

             Davîdê Tolhîldan

             Li London tê temaşe kirin

Lotik dide du lotikê û li bin dûvê VIRQO dikeve. Carek din çîroka Gerîlayê Swîsrî, David Rouiller dikeve bazara navnetewî . Her ku hikûmeta FAŞO-VIRQO hewl dide ku derba li filmê Kurdî „Davîdê Tolhildan“ xe, lê derbê wê li bin dûvê wê vedigerin, hema doxîna VIRQO sist bûye, welah ve tulah, ve billah doxîn bi dûde dikişkişe!!!

   Îca gava ku kerên weke VIRQO fedî û şerm nekin ji xwe re kêf kirine (Bixwînin)

 

 

 

 

 

 

 

Rêzdar Celal Telebanî bi birêz Minafiq Erdogan re li hev kir!

 

 Soro Soran 15/11/07-Hewlêr

Şert û mercên di nameya ku Erdogan çend roj berê  bi rêya sofî, mela, çawîş û ombaşiyekî xwe ji Mam Celal re şandibû û Mam Celal jî name wek peymana tam dostaniyê qebûl kiribû û bi imza xwe re imza El Malikî û Barzanî jî li nameyê dabû, di dawiyê de heşkere bûn.

   Lê mixabin ne her nozdeh xalên wê, rayedarên Hikûmeta Hewlêrê ji bo selameta Kurd û Kurdistanê bi tenê hew sê xalên peymanê heşkere kirin.

  Xala yekê wilo hatiye nivîsandin: Bê qeyd û merc wê temamê buroyên PÇDKê bên girtin û buroyên Kerkuk Turkmen Namusuz Cephesî jî digel temamê namûsizî, dêqereqehpî û teresbaviyên xwe ve bi şev û rojê vekirîbin!  

  Xala duduyan wilo li hev siwar bûye: Sê hezar mehmetçîkên ku ji sala 1997an ve li herêma Bahdînanê bi tenq û top û cebilxane bi cih bûbûn, hetanî ku li herêmê kevir li ser kevir nemîne wê bimînin û çekdarên Kizilyilan jî ji herêmê hema bicehemin yan jî siktir bibin!

  Xala sisêyan jî wilo li hev hatiye qelibandin: OYAK bi şertê ku dendikek û bizmarek negihê qempa Mexmûrê, Tabûrê, Bizgûrê û ên li Qendîlê, wê xwarin û vexwarinê, goştê mirar û miriyan, benîşt, şekir, çayê, cilûcaw, derpî, gore, qerewat, qûş, kurtan, werqîl, çemento, beton, hesin, pola, teneke, têlik û hwd. bidin xelkê me ê başûrî. Niha ewqas, lê hîn wê gelek gelek ewqasên din jî bên! Li bendî nûçegihanê me bin!!

  Werhasil, herkesî xefik û dafik li ber hevdu vedane, îcar wê pelûl bi serê kê de birje tenê Xwedê û Lotikxane zane û hûn sax!

Xwepêşandana Amo û Xalo

 

Lotikxan-14/11/07-Ezmanê Heftan-

Konebazên Lotikxanê di şexsiyeta xwepêşandanên Amo û Xalo ên Kurdistanê de hinera Kurdayetiya Amo û Xalo pîvan! Û emê jî wê hinerê berkêş û serkêşî we bikin!

   Yek: Xwepêşandana xaloyan dişibe wek Turkiye Petrolleri Anonim Şîrketleri û a amoyan jî dişibe wek roja ku mirov diçe ber lingên Seyid Bilal û Ziyareta Letanê. Di vir de amoyî bi Seyid Bilalê xwe yek sifir li pêşiya xaloyiyan e!

   Dudu: Di xwepêşandanên xaloyan de ne ala Kurdî û ne jî rengekî Kurdî heye, û di a amoyiyan de digel sûretê Amo kincên Kurdî û alên Kurdî jî hene. Di vir de amoyî bi kinc û alên xwe ên Kurdî neh sifir li pêşiya xaloyiyan e.

   Sisê: Di xwepêşandanê de amoyî wek ku êrîşî mehmetçîkan dikin û xaloyî jî wek eskerên ku ji ber înzîbatan birevin xuya dikin.

   Çar: Xwepêşandarên xaloyî hemû mîna mamûran, begzade û beyefendiyan e û ên amoyiyan jî xwerû xelk e.

Ax ku xaloyiyên xwedî stratejî hinekî xwediyê mêrxasî, liv û bizava amoyiyan û amoyî jî hinekî xwediyê stratejiya xaloyiyan bana, ê ma wî çaxî kê dikarîbû pişta Kurdan bitewanda!!

Şaşika melê û kumê Kemalîstan

Bazê Qendîlê- 14/11/07-Kurdistan

Dibêjin, rojekê melakî diltenik û kezebşewitî, tima xwe li kerê xerakiribû. Kera boz di axur de li ber melayê çavtolaz bûbû wek Fatma Muxribî. Melayê duazde ilmî di axur de xwe li kerê diqelibîne û teryê lê rep dike...! Malxerabo tê bigota ketiye ser dilê horiyek ji buhiştê ku ewqasî xwe pêve zeliqandibû û têde dibir û tanî....!

   Ji lerzandina canê melê şaşik dikeve nav çavan û ker jî hêdî- hêdî tev melê ji axur derdikeve. Çend kesên ku li wir bûn, dema vê ecêba kesanedî dibînin hema li melê komdibin û hawar dikinê: Mele..mele tu çi dikî hey malvirityo....? Dema mele şaşka xwe rastdike heyloooooooooo çi ecêbê dibîne.....û bê ketiye çi halî.....

   Hema radibe şaşka xwe li erdê dixîne û dibêje: Erê ev kê xirê min kirye diya xwe, kirye kerê?????????? Bê îmanno ma xelk wusa li melê xwe dikin hey kafirnooooooooo......!

   Werhasil, serê we na-êşînim, vê carê dora Tirkên tirrrek e, eger hat û ketin Başûrê Kurdistanê, ew kumên Kemalîstî gemar ketin nav çavên wan û xir li qûna wan qelibîn gelo wê ew jî bêjin: Ev kê xirrê xwe  xistiye diya me û em şandine kuzey Iraq??? 

 

-------------------

HAK-PAR û KADEP ê lotikek li dewleta Virqo xistin

 

Brahîmê Keçel-13/11/07-Ji mîtînga Amedê-

Di 12 .11. 2007an de li Dîyarbekir ( Qaşo Paytexta Kurdistana bakur e ) HAK-PAR û KADEP ê mitîngek li dîjî Dewleta Terorîsta Tirk pêkanîn  û lotikek li dewleta Tirko xistin. Herçend mîting ji alîyê girseyî ve gelek kêm bû jî, lê gelek jî girig bû.

   Vê mîtingê, wêrekî û mêranîya  Kurdên derveyî Pkk ji nû de vejenand. Ji ber ku ev bûn nêzîkî sîh salin Kurdên bakur hem ji tirsa dewletê û hem jî ji tirsa Pkk nediwêran li bajarên Kurdistanê mitîng û meşan bikin, ev mitîng bû çirûska pêşerojek nû. Lê Mam û brazî destên xwe dan hev, lingê şeytên şikandin, gava pêşîn avêtin û li mêranîya xwe vegeriyan.

  Bi emrê Xwedê û qewlê Lotikxanê  xal, xwarzî, pismam û dotmam jî dest bidin hev û xwe ji nû ve vejenin. Wek salên berî 80î bi girseyî derkevin kolan û kuçan. Dê hilon (haydê ) sifteh ji HAK- PAR  û KADEK ê û bereket ji sazî û milletê Kurd! Xwe bicivînin û bilezînin, em ji karwan şûn de mane loooooo!. Çend lotikên mêrane li Tirko xin, bila wek mirîşkên rovîdîtî bi xwe de birîn.

   Dê hilon Ahûra Mazda bi we re be yabo! Lotik ji we û pehîn ji me, de qurban de, bajooooonnnnn!                                        

 

Jina min li ber çavê min bû tenî ellawekîl!

 

Hesenê Agirpêketî-13/11/07- Cewlik- Lao bi serê min û we, bi gora Şêx Seyda, evê internetê jina min li ber çavê min kiriye wek tenîya binê beroşê û hew temê min diçe ser wê yaw! Hingî keçik û jinikên xweşik û spehî di internetê de hene, êdî destê min ji internetê nabe û 24 seetên min li ser kompîterê derbas dibin.

   Berê me ev tişt nizanîbûn yabo, min digot qey kes ji jina min Fato xweşiktir tuneye ellawekîl! Lê yabo gava ez çav li van jinikên porzer, memikmezin, bejindirêj û têrgoşt bûm, jina min li ber çavê min bû wek çêlekek ji çêlekên nav garanê û ez ji mêranî ketim. Wille û bille lo, wîî! Ji xwe gava ez çav ji wê Pamela Andersone çi quzilqurte dikevim, mûyê porê mn dibin wek derzî û şûjinan û hema ez dikim go rebena jina xwe bikujim ellawekîl!

   Ev çi jin in yaboooooo, pekkkkkkk! Bi hersê telaqên jinberdanê, kî jinek wek Pamela Anderson ji min re bîne devê derî, ezê du ker, qantirek, çêlekek, berxek û pisîkekê wek qelen bidim wî û hew!

   De qurban, berî go ez jina xwe bikujim û zarokên xwe sêwî li ber dîwaran bihêlim, binerin bê hûn yeke porzer, memikmezin, bejinzirav û têrgoşt ji min re neşînin!

 

Xwe bidin alî

Xaltîka Fatê haaaaattt!

 

Hevpeyvîn-1-

Sofî Xelef- 12/11/07-Lotikxane- Şikir ji Xwedê re, mala Xwedê ava, xaltîka Fatê bû bûk û em bûn zava. Piştî sê mehan stuşikesta xaltîka me Fatê giha Lotikxanê û em ji wê meraq û merezê xelas kirin.

   Xwedêjêstendê te digo qey çiyayê Qendîlê ye, ewqasî giran û nazdar bû ku incex di sê mehan de giha dîwanxana Lotikxanê.

   Werhasil, hevpeyvîna pêşîn bixwînin. Piştî go xaltîka me bêhna xwe berda û ji giranîya xerîbîyê xelas bû, emê hevpeyvîna din jî pê re bikin û ewê dest bi lotik û zîtirkên xwe bike. Ê de yellaaaaaaaa! (Hevpeyvîn)

 

Lotikxane,

jina min li min dixe!

 

 

Mistoyê  Şerpeze-12/11/07-Kurdistan-

Dîsa ez ketim nav raman û fikaran û min xwe bi xwe got: Ez herim ba kê giliyê vê jina xwe bikim, ez ne çim ba kê? Ha ku min dît, va ye ez li civatekê me û zilamekî niçande min, got: Lotikxane, Lotikxaneeee.... Hema min jî rahişt pênûsê û vê arezûhala hanê nivîsî:

 

Lotikxane midurîyeta paraztina mêrên bindest

 

   Ez dizanim ku Kurd tev bindestên dijmin in, lê ez bindestê jina xwe me. Jinik her roj qotedarekî hildide û li min dixe. Gava bixwaze xwarin dide min, gava bixwaze min dixe nava ciyê xwe, ez dibêjim oooooxxxx! Gava naxwaze, ne xwarin dide min û ne jî dihêle ku çavên min li doxînê bikevin, wey pepûk ez im!  Ma ji vê zulmê zêdetir zulm li dinyayê heye? Lê şeva ku  jinik kêfa xwe ji min re tîne, ew şev ji min re NEWROZ û SERSAL  e, geh Laleş e û geh jî Geliyê Elî Beg e. Ez jî hema dibêjim, şabaaaaş ji Yezdanê dilovan re... >>>>>>>

 

Eslê kerê!

Xirnik Qelemşor-11/11/07-/ Engûrya-Tirkiye.

Xwedê wekîl e û Mihemê wî jî pê dizane, gava ez serbazê dewleta Tirkan bûm, min dizanî ku dinya tev Tirk e.

   Ez di xwendegeha leşkeriyê de jî hînî nivîsandin û peyivandina Kirmancî bûme. Lê gava ez di şer de bûm gazî, niha ez nîvbirçî û nîntêr dijîm.

   Di dema serbaztiya xwe de, min bi eskerekî xwe derxist ku ew jî Kurdçî ye. Rojekê min gotê: "Ev çi ye hema hûn dibêjin Kurd û Kurd... Elawekîl Kurd ji keran jî kêmtir in. Ne gotine kerê (eslê te Kurd e) ker xeyidiye û heft rojan êm nexwariye!" 

   Hûn zanin eskerê min çi bersiv da? Elawekîl bersiveke wisa da min ku ez ha niha jî fedî dikim. Weha got: Ker heqlî ye û eslê xwe înkar nekiriye.

 Min jê pirsî: Eslê kerê çi ye?

   Eskerê min got: Eslê kerê Tirk e. Te gotiye wê eslê te Kurd e, ew xeyidiye û xwe heft rojan birçî hiştiye. Ma ne gotineke Tirkan heye, gotine: Eslini inkar eden heramzade dir, serbazim!!

Tirk çerqo-berqo ne!

 

  Xalidê Colemêrgî-11/11/07-Colemêrg-

Berî ku teskere derkeve û Erdoxan û kek hecî Bûşh bi hevûdu re rûnin, li ser daxwaza artêşê û lordên şer, cewrikê Asenayê û serokê partîya Kemalê kor, Bayqalo heqaret, dijûn, hêrîş û gotinên herî bê mirêz li Kurdên başûr dikirin .

   Ji alîyekî bi van gotin, ewtîn û zûrînan, nijatparêzîya Tirk dinepixand, diherikand kolan û kuçan, ji aliyê din herdu pîyên Erdoxan dixistin pêlavekê. Û Erdonan mecbûr kir ku ji Bûşh re bibêje: Yan kakil yan jî mirûj ( yan Kurd yan jî Tirk )

(Dewama nivîsê)

Ibret î alem!

Kurdperest -10/11/07-Kurdistan-Ma hewceyî şirove û gotinê ye gelo? Hema qenc li van cewrikên dêlegura Asenayê binerin, hûnê bibînin ku çêlîkên maran jî bê jehr nabin.

   Bav û kalên me dibêjin:"Nanê Tirkan li ser kaba wan e". Îcar hûn sed û salekê ji wan re bêjin "Em brayên hev in, em goşt û nenûk in, em quzê kerê ne", ewê di dawîyê de lotikek Tirkane li we xin, yan wê çavê xwe berdin namûsa we, yan axa we, yan kesayetîya we û bixwazin we bikin wek xwe.

   Îcar gelî xwendevanên Lotikxanê, ji Kurdan re ferz e ku xwe nas bikin û sînorekî deynin navbera xwe û van mexlûqatên dirinde. Ji Kurdan re ferz e ku zarokên xwe bi mejî û ruhekî Kurdewarî mezin û perwerde bikin da ku sibê bibin pêşewa û kadirên neteweperestîya Kurd.

   Bizanin ku heta Kurd serê xwe ji dijminên xwe re bitewînin û bibin kurtanên kerên wan, ewê her û her stuxwar û pîkolên devê derîyê xelkê bin.

   De mirin para dijmin û serketin jî para Kurdan be rebbî!

   Ez jî dibêjim:" Çi bextewarîye ku ez KURD im!"

PIZANÊ ZAROKÊN NETEPTE

Mehmûd Hewlêrî- 10/11/07-Hewlêr-

Dibêjin, zaroka jîr, pizanê xwe bi destê xwe diqetîne.

Herçiqasî ev gotin ji bo Ristemê Zal nehatibe gotin jî, piştî tiving derket, mêrxasî qêlek bû, teknolojî mêrxasî tirrek bû. Yanî, di demjiyana teknolojî de, mirov nikare behsa cîwamêrî, ciwanmerdî bike. Nexasim ji bo kesayetiyên ketî. Ew kesayetiyên ku dikarin, dayika xwe, xwişka xwe û xesûwa xwe bifiroşin... Misqalî zirre exlaq bi wan re tuneye..

Eşkereye ku cardin, çûkan civanê xwe li nava garisê Mema daniye..

Mema Kurd in...

   Di vê demê de, li hemberî Kurdan konsepteke dijwar dest pê kiriye. Kurd, di devê tivingê de ne. Di vê dema nazik û aloz de, kesên ku pizanê xwe qut kirine jî, ketine nava hewldanan. Ew kesên ku di dema ji nava çaqloqên dayika xwe derketin û pizanê xwe qetandin, ne hejmareke zêde ne. Lê mêşek jî dikare dilê mirov bixelîne... (Bixwînin kaka)

Ku seg har bûn!

Bavê Jîndar-10/11/07-Gever-

Ev heyameke nexweşîya harbûnê ( kuduzluk ) bi Tirkan ketîye, hema hêrîşî her Kurd û dostên Kurdan dikin.  Kek hecî Buhş lotikek li Erdoxan xist û bi sernûxînî vegerya mala xwe. Ew bûn serê çil salane wek kûçik û parsekan li ber derîyê  YE disekinin. Vê carê jî wek carên din, ji wan re gotin hûn laîqe ber derîyê me ne , ne laîqî hundirê me û pêhnek li derê qûna wan xistin .

   Gotinek Kurdan heye  dibên: “ Neşête kerî li kurtanî dixe” .Tirk jî nikarin Ewrupî û Amerîkîyan , bela xwe li Kurdan dixin. Doh jî, telvîzyonên wan ji alîyekî li Hewlêrê Nexweşxana Rizgarî nîşan didan û digotin: “Aha li lêre birîndarên Pkk ê yên giran û giregirên  wan yên wek  Bayîq, Qereyilan û hwd  tedawî dibin” û hikûmeta Kurdistanê destnîşan dikirin. Ji alîyê din, li gemlîkê hêrîş dibirin ser parêzerên Apo. Heke polisan hiştiban yek jî  ji destê wan harbûyan ne difilitî.

   Werhasil, Tirk wek segan har bûne, segên ku harbûn pêket;  ne xwedîyê xwe, ne jî kesekî dî nas dike. Hema kî berbikeve  hêrîşî wî dike. Derman jî yan kuştine, yan jî jehrî kirine. Wekî din çu tedbîr li wan nabe.

Heger em danekevin xişxişê...

Ûnisê Hevêrkî- 09/11/07- Ji nîvê Komcivîna DTP-Enqere- Dibêjin rojekê ciwamêrek di civata oda gund de dibêje:”Errrrreeeekkkk, kuro min îro sed hirç bi hevre dîtin!” Gundî dikin tewtew û dibêjin:”Heyla agir bi malê keto, ma sed hirç li van derûdoran çi dikin malxerab!” Zilam dibêje:”Ê bi telaq 100 nebe jî 50 hebûn!” Gundî dîsa dikin yahewlelwela û henekê xwe pê dikin. Zilam dibêje:”Ê yabo bi namûs 50 nebin jî 10 hebûn, wîî!” Gundî dîsa dikin niçe niç. Zilam bi qehr dibêje:”Ê jina min ji min berdayî be xişxişek ji nava devîyê hat, bi telaq ez ji xişxişê nehatim xwarê lo!”

   Îcar xuyaye ev jî mesela me û partîya me DTP ye. Hinek ji rayedarên DTP a me berê car caran be jî behsa eyaletan û federasyonê dikirin. Lê di vê komcivînê de federasyon bincil bû, navê Kurdistan bincil bû û armanc bû Muxtarîyeta Demokratîk. (Hîna heye)

Çîroka Rustemê Zal

Elîyê Xemxur-09/11/07-

Silav û rêz jibo we birevebirên Lotikxanê.
Gava min çîroka Eysana Elî ya ku têde gotibu ku jiber malpera we ew birçiî mabû min xwend, çîrokek Kurdan hat bîra min ku ez dixwazim bi we û xwendevanên Lotikxanê re par vekim.
   Dibêjin gundiyek hebû rabû ji mal derket û berê xwe da gundekî din çû mazûbaniya dostê xwe. Çû ba dostê xwe û rûniştin ketin suhbetê, behsa demên berê û xortaniya xwe kirin.
   Bermalîya malê jî şîvek xweş jibo wan amade kir, şîva xwe xwarin û dîsan suhbeta xwe dewam kirin heta ku li wan bû derengê şevê. (Dewama serpêhatîyê)

Fatma Kûrtûlan bû benîştê devê segbavan

Ehmedê Bişêrî-09/11/07-Bişêriyê- Bi serê min û we, ez dibêjim di dinyayê de ji van segbavên rojnamevanên Tirk bîjîtir kes tuneye. Kurên dêlê ewqasî nîjadperest û dêqehp in ku heta bi zarokên Tirkan jî li ber çavê meriv dibin wek tenîya binê beroşê. Erê kuro, ev çend roj in dêqehpan rebena Fatma Kûrtûlan kirine benîştê devê xwe û ha ha êrîşî wê rebenê dikin.

   Ne hurmet li cem wan heye, ne adet û ne jî insanetî. Na nizanim çima bi yekî PKKî re zewiciye, nizanim çima hîna hevdu bernedane, mêrê wê destê rastê ê Karayilan e, filan û hezar jehr û ziqûmên din.

    Îcar niha jî çav berdane gustîlka di tiliya wê de û dibêjin:”Ahaaaa, aha vaye ispat! Ma kê ev gustîlka pirlanta (Elmas, zînet, dir) jê re kiriye? Wê kirîye yan mêrê wê jê re  kiriye?” filan û fîstan.

    Ê law hey kerê min di bin guhanê jinên we kirino, ma jinên we jî gustîlkên pirlanta naxin tiliyên xwe hêê? Ma qehpikên sosyeteyên we pirlantayên milyondolar naxin tiliyên xwe? Yan ji we re adet e lê ji Fatma xanim rer qebhet e?

   Lê ma ezê çi bêjim ax gidîîîîîîî! Tirk bi vê segbavîyê dijminatîya me dikin û em jî hîna bi xeyalên “Qardeşlik û Quzê kerê” bratîya wan dixwazin.  Kuro bi namûs Tirk çi bînin serê me heqê me ye û hîna misteheq jî maye lo, wîî! Kuro em xerabene bavê min, xerabeeeeeeee!

252 rêxistinên Tirkokurd!

Gurikî-08/11/07- Bi rastî mirov nizane çi navî li aqilê van 252 Kurdên biratirk bike! Ma kardeşim Kurd bi tenê qey PKK ye ku dewleta Tirkên bavkûçik ji Atavirq û hetanî niha bi hemû şiklî ketine ser namûsa Kurdistanê û hemû tiştên Kurdî diçilvirînin?

   Ma 30 sal berê PKK hebû? Ma hûn 252 rêxistin qey hûn jî PKKî ne ku dewleta kûçîkbav di mesela Kurdî de bi we re rûnane? Erê çima hûn ji Tirkên xwe re nabêjin ka pêşî hinekî ji me Kurdan derxînin û dûre bi telaqê jinberdanê wê PKK bi we re ji me jî derxîne ha!! Ka hûn pêşî hemû li her derê bi Kurdî bipeyivin û wek Kurdan tevbigerin, em bibînin bê Tirksegbav çi dikin we û dû re em ji çekberdana PKKê bipeyivin!

   Dema ku mirov yek bi yek li we nerî mirov wê bibîne ku pirên we li bajarên Tirkan rûdinin û kêfkêfa we ye! Û ên ku li Kurdistanê rûdinin jî bi karekterê xwe wek başkan û maşkanên Baroya Diyarbekirê bûne Tirk! Mêrikan nizanin bi Kurdî, yan jî li xwe danayînin ku bi Kurdî bipeyivin û bi ser de jî doza nizanim çi li kê dikin!!!

   Erê ji dêvla ku we hemiyan a xwe li çekberdana PKKê kiriye, we hemiyan a xwe bi her haweyî li Kurdkirina  PKKê kiribaya yek ne baştir bû canimlar?

 

Dijminatîyek ne di cîh de li ser malbata Yilmaz Erdogan (Mikremîn)

 

Xalidê Colemêrgî-08/11/07-Colemêrg-

Van heyaman di hemi malperên Kurdan û Roj tv de zehf  heqaret li Erdoxanîyan hatin kirin. Qaşo sedem jî ew bû ku Yilmaz sedhezar lîre arîkarî daye artêşa Tirkan. Lê berî ku mirov malbatekê rûreş bike,  hewceye mirov di derheqa wê malbatê de hinek tiştan bizane. Ezê çend tiştên  ku ez dizanim jibo xwedevanên Lotkxanê, pêşkêş bikim.

   Namik Erdoxan: Li Wezareta tendûristîyê Muşteşar bû. Ji ber ku Kurdperwer û şoreşger bû ji alîyê dewleta kûr de hat kujtin .

   Yilmaz Erdoxan: Herçend li Enqerê xwendibe, berhemên wî bi Tirkî bin jî, çu wextan Kurdînîya xwe înkar nekiriye. Demên kesê nikarîbû bibêje ez Kurdim, derket televizyonê got: Ez Kurd im ,navê keça min jî Befrî ne; (herçend ne dengbêje jî) bi Hulya Avşar ê re kilamên Kurdî gotin . Gellek alîkarîya wî jî gihiştiye hejaran (Dewama nivîsê)

 

Hevdîtina Erdo û Bûşh

Foto analîz

Wêne bitikînin

Nameyek çelqo-belqo

Cewrîye Yirtilmiş-07/11/07-Denîzlî- Sayin Lotikxanecî qardeşlerim, ben nîv Kurd dir û nîv Tirk tir. Onin îçin sîze bi zimanê Şildim-Bildimkî yazmîş dikim. Hêvî dikim hûn qisûrime baqmîş nekin. Kokimiz ji Tûncelî terefinden gelmîşî bajarê Denîzlî bûye. Sonra zeman geçmîş bûye û em bûne Çirto-Virto, yanî Tirkleşmîş bûne. Şîmdî wek mirîşka gêj li me gelmîş bûye û em bûne çeqilmast.

   Ez serê we agritmîş nekim,  ez bîr Tirk le ewlenmîş bûme û navê mêrê min “Denîzlî Xorozî” ye. Yanî, Dîko ye. Eşekoxlî eşekê mêrê min min aldatmîş dike û bi awradên din re aşne-fîşne dike. Bûndan doleyî ez xwe bextinize atmîş dikim we yardim rica etmîş dikim. Ez çavê we opmîş dikim û bersiva we beklemîş dikim".

Xwişkiniz Cewrîye xanim.

   Bersiva ku Lotikxanê ji Cewrîye xanim re şandiye ev e: (Bigrin û bernedin)

Dawet ferikî berbûk hetikî

Ehmed Beyan-07/11/07-Enqere- Dibêjin “Reva pisîkê heta bi dawîya kadînê ye”. Îcar xuyaye reva Serokwezîrê Tirkiyê Recebo jî heta bi Waşîngtonê bû. Mêrik qirik li xwe çirand, kezeb li xwe werimand û tirr di xwe de nehiştin hingî digot:”Emê têkevin başûr û emê têkevin başûr”.

   Lê piştî fêkm kir ew tirr û fisên go dike bêhnek gennî direşîne derûdora xwe û li hesabê hinek alîyan nayê, rabû kumê xwe danî ber xwe û got:”Nabe qardeşim, wille û bille ev îş bê qîm û riza xalê me Bûşh nabe wîî” û mecbûr ma berê balafira xwe bide Waşîngtonê û li derîyê Qesra Spî xe. Hem jî bi du generalên xwe yên tirtirre haaaaaaa!

   Werhasil, ji Kasimpaşalî Recebo weye ku wê xalê me Bûşh destê xwe jêre deyne ser hev û yeka wî neke dudu. Lê xalê me Bûşh hindik û rindik, nermik û germik ew da ber lotikên Emerîkî û kir go rêya ber lingê xwe nebîne. Yanî, ji mesela çewalan xerabtir anî serê wî û generalên wî ellawekîl! (Hîna heye haaa)

 

Pisîkên Kurdistanê sipasî Mam Celal kirin

 

Sertûj Belawo-06/11/07- Yekgirtîya Pisîkên Kurdistanê (YPK) bi daxuyanîyek hevbeş sipasî Serokkomarê Iraqê Mam Celal kirin.

   Em jî daxuyanîya ku îro ketiye destê me pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. De kerem bikin:

  

   Birêz Talabanî,

   Destpêk, 'mîyaw'eke germ ji pisîkên her çar parçeyên nistîmanê me! Miyawww!!

   Bi vê daxwiyaniyê me divê sipasdariya hemû pisîkên Kurdistanî pêşkêşî cenabê te bikin ji bo helwesta te ya di derbareyî maf û azadiyên pisîkên Kurdistanê. (Dewama daxuyanîyê)

 

 

Ma çawa çêbû gidîîîîîî!

 

Rozê-05/11/07-London- De ji xwe re li kerametên textor û zanyaran binerin, binerin bê kurê bavan karin çi bikin û çi nekin. Tetorên Brîtanî bi emelîyatekê tirr ji Heatlet Howland xanimê berdan û ew tirrek kirin. Hewlet Howland zewacek bextewar dijîya û pêvajoya zewaca 15 salan de rojekê tenê jî îxanet li mêrê xwe nekiribû û ji mêrê wê pêve zilam nedihatin bîra wê. Lê piştî ku emelîyata mejî derbas kir, rebenê bû “Seksolîst”, wek çêleka nav garanê har bû û kî ker ber di ser bedena wê re derbas bû. Howland xanim di nava salekê de tam 50 zilam qûnek kirin, bi wan re seks kir û tirr di wan de nehişt. (Hîna heye)

  

EFSANE Û REWŞENBÎR  

  

Mehmûd HEWLÊRÎ -04/11/07-Hewlêr-

Efsane dikelin... Gotinên jibîrbûyî di nava kela efsaneyan de difûrin... Kezîkûrên çîrokan, bi destanan re dikine tirat... Û kesên ku  rewşenbîriyê melaqî dizanin, stuwê xwe li ber çend otilmeyan ditewînin, di nava kurê ciwamêran de rûdinin û diaxivin. Ne jin in ku mirov bibêje wan, ‘wey li te kezî kurê”. Lê yek gotin heye ku pirranî xelkê dora Dihokê bikartînin, dibêjin: Xwelîser!...

   Gelo wê xêr bike... Na kaka, gotin ligel mirovên wisa xêr nake. Mirov tif bikê wan, dibêjin baran e...
Weyla li vê kesnediyê!....

   Kesên wiha ku dikarin otilemayan qulorîk darvebikin û di stuwê xwe bikin, bi navê gelê Kurd ketine nava tevgerê û ha ha xwe li ber tava heyvê hildidin. Geh di vê kanala Tirkan de stuwê xwe dirêjî ber nîr dikin, geh di kanala din ya Tirkan de bejnûbala xwe ditewînin. Ya rastî Tirkiya wan jî xweş e... Tirkiyeke qerf dikin!... (Pê bigrin û bernedin)

 

 

Bitikînin

 

Ji xalê me Bîll re adete ma ji xaltîka

me Hîllary re qebhete baba!

 

Hesen Almas- 03/11/07-Waşîngton- Dibêjin xaltîka me Hîllary Clînton bi jinek Hindç-Pakîstanî re dest bi lotikên lezbîyenî kiriye û niha ev bûyer di çapemenîya Emerîkî de bûye çirik û virik. Xwedêgiravî Hîllarî xanim û Huma Abidîn xanim lotikên pîrekî li hev dixin û hevdu dalêsin, girêz ji devê wan diherike filan û bêvan.

  Dibêjin Huma xanim li cem xaltîka me Hîllary dixebite û 100 hezar dolar meaş distîne. Herdu di odeyekê de, di nav nivînekê de radizên û dikin pixepix.

   Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin xaltîka me Hîllary gotiye:”Çima yabo, ma gava qûnekê mêrê min Bîll Clînton lotik li Monîka Lewîsndky dixistin xweş bû? Ma ê wî can e ê min bacan e? Belkî ê min jî dilê min diçe bacanan, ma şerte ez xiyaran bixwim” filan û fîstan. 

   Werhasilî kelam, hinek dibêjin:”Mihefezekar dixwazin herîyê bavêjin Hîllary jibo di hilbijartinên serokkomarîyê de bi ser nekeve”. Hinek jî dibêjin:” Na na, ew dixwaze berî mirinekê lotikên pîrekî jî biceribîne jibo bêmirad koçî axretê neke” filan û fîstan.

   Werhasil, çi dibe bela bibe, lê ez bi sê telaqên xalê me Bîll Clînton kim, xaltîka me Hîllary qenc û xweş dike û xelas! Çawa be dinya mirin e, ma her roj tirşik tê xwarin baba!

 

Dugun degil bayram degil!

Bavê Jîndar-14/11/07-Colemêrg-

Hahoooo dibên:  “Diya bi qûn û qûn, li hev ketîye” Bayqaloko, heta doh dijminê Kurdan bû û sixêf, gef û hêrîşên herî dijwar dibirin ser Kurdan; niha jî bûye destebrakê  me. Kurê Qûnsormorê, dixwaze  mafên Kurdên bakur yên çandî zêdetir bibin. Kanalên telvizyonan , radîyoyan vekin, rewşa aborî baştir bikin. Navbera xwe û Kurdên başur xweş bikin, ticaretê zêde bikin, 1000  xwendekaran bînin nav xwe û bidin xwendin.

   Tirk dibên: “ Dugun degil, bayram degil, enîştem benî nîye optu? “ ( Ne dawet e, ne jî cejn e tiyê min boçi ez maç kirim ) Kuro qûnek! Ma tu qeşmerîyên xwe bi me Kurdan dikî ? Ma tu û yên wek te dikarin me bixapînin û lotikan li me xin ewladim?  

   Ew dewrana berê çûûûûûûûû, bi namûs Selanîklî Sarioglan ji Anitkabîrê rabe ser xwe jî êdî vala ye looo! (Bixwînin)

Şahiya Muzîkê ji bo piştgiriya Fonda Şivan Perwer

 

(Heçê wêne netikîne mala wî ne ava)

 --------------------------------

 

Bersiv û pêşniyazek ji Cewrîye xanim re

 

Hejarê Amedî-13/11/07-Amed-

Sayin û mayin Cewrîye xanim!  Guzelim, canim û cîgerim, îlk once ez çavê te opmîş dikim û ji hemû kesî fazlatir ez derdê te anamîş dikim ji ber ku o pelûl bi başê min de jî dokilmîş bûye. ez jî bi jinek Tirk re evlenmîş bûme û ji destê wê pir çekmîş dikim.

   Dema min li çîroka te bakmîş kir nû min anamîş kir ku em û Tirkan tucaran ne dibin kardeş û ne dibin eş. Ya baş ew e ku tu wî Denizlî kûçikbav xorozinî terketmîş bikî û bi min re evlenmîş bibî. Heke tu sevmîş bikî , wê gavê emê herdû vegerin ser eslê xwe û emê wan mîşan tevan ji zimanê xwe bavêjin û bi evînek Kurdewarî bi hevre bijîn.

   Cewrîye xanim, heke bersiva te erênî be emê xwe bavêjin tor û bextê seydayê lotikxanê da ku mehra me bibire.

   De haydê, ez bersiva te beklemîş dkim!

 

Henekok – Genekok – Melekok

 

 

Farûqê Devliken-12/11/07-Mêrdîn-Rojekê camêrek berê xwe bi qiblê vedike û dimîze. Çima mele wî nabîne!

   Mele dibê: “Te berê xwe bi qiblê vekirîye û dimîze, ma tu nizane mehra te betal dibe, jina te ji te tê berdan.”

   Camêrê me şaş û matmayî dibê: “Na lo! Tu bi qedrê xwedê dikî bira jî?”

   Mele dibê: “Bira û hem de çawa bira. Divê tu jina xwe berde û yekî din wê mehr bike, dûre ew jî wê berde û ji nûv de tu wê mehr bike yan na mehra te û wê nema çêdibe.”

   Mêrikê me çawa jina xwe berdide, melê me dehere mehra xwe bi ser dixe. Lê mêrikê me jî ne kawik e. Têra xwe weldizne ye. Deqe bi deqe, seet bi seet mele dişopîne. (Bixwînin û bifetiqin)

 

 

Şêx Edhem Barzanî:

Amancî leşkirkêşî Tirkiya boriye newtekanî Kerkûke

 

Ebdulrehman Elî-11/11/07-Kurdistan-Edhem Barzanî be dirêjayî temenî yekêk lew denge bi wêrane buwe ke le gorepanî siyasetî Kurdistan da hemîşe wek pêşmergeyek amadeyî xoy bo bergirîkirdin le xak û serwerî neteweyî Kurd debiriywe.

   Şêx Edhem wek xoy delêt qet wek hendêk siyasetmedarî teqlîdî berjewendî neteweyî Kurdî le çiwarçêwey dewletanî dagîrkerî Kurdistanda nebînîwew êstaş wek gencêkî Kurd ke birway be serbexoyî û serwerî neteweyî Kurd le her çwar parçey Kurdistan heye, derwanête diwa roj. (Berdewamî hevpeyvînê)

 

Romana Lokman Ayebe û bêhna Şerabê

 

Şervan Bahdînî-11/11/07-

Em dizanin Dêrikî tev şerapçî û qumarçî ne. Her yek ji wan dikare qasî meşkekê şerabê vexwe û ji xwe  ji ber qumarê mala xelkê reben li mîratê gerandin in.

   Her çiqasî di pergê paşiya romana Lokman Ayebe ya Gava Heyatê de nivîsibe, bêhna rihanê Dêrikê ji vê romanê tê jî, bi telaqê Ecewît ew ne bêhna rihana, yekser bêhna şeraba Dêrikê jê tê. Ku mirov dixwîne pê serxweş dibe û çil rojî bê îman dibe.

   Tembiya min li we be, berî hûn vê romanê bixwînin destlimêja xwe bişkînin û meze û êmîşên xwe yê şerabê li ber xwe amede bikin. Ev romana xwendina wê rewan û zimanê wê delal hûn jî bixwînin da ku hûn jî pê serxweş bibin.

   Piştî romana Jar Lê Sermest ev romana Gava Heyatê romana Lokman Ayebe ya duyemîn e û berî mehekê ji nav Weşanxaneya Belkîyê di bin editoriya Rênas Jiyan' de derketiye.

Sofîyên rîhbigû biryara dawî dan

Diyar Baban-10/11/07-Mahabad- Dadgeha Bilind a Komara Îslamîya Sofîyên Rîhbigû, dubare kirin ku ewê rojnamevanê Kurd  Ednan Hesenpûr di demek kurt de îdam bikin. Herçiqasî îdamkirina rojnamevan Hîwa Bûtîmar hatibe betalkirin jî, lê ewê dîsa li bajarê Merîvanê bê dadgehkirin.

   Werhasil, sofîyên rîhbigû, şaşikmezinên ewladên zinê ji vexwarina xwîna Kurdan têr nabin. Her helwesta insanî wek sîxurîya dewletên biyanî dinirxînin û di bin perda îslamê de dijminatîya Kurdan dikin. Lê çi fêde.....

   Ka go xalê me Bûşh tofana ku anî serê Saddamê zalim, banîya serê van sofî û tarikselatan jî.

   Ya rebbî, ya rebbî tu kevirekî ji ezmanan bi ser van zinêkarên Îranê de berdi û heyfa me Kurdan ji van zaliman re nehêli! Amînnnnn!

Topa xwedê li Tirkan ket

 

Apê Ilyas-10/11/07-Van roja derbê giran li Tirkan dikevin. Gava parlamentoya Tirrrrr(k)o destûr da ji bona operasyonekê li dijî başûrê Kurdistanê, di wê rojê de Yûnanistan derpiyê taximê topê ya Tirkan ji wan kir û golek kirne sotika qûna wan.

   Xuya ye, çawa Tirko nabe endamê Ewrûpa, wisa taximê van yê topê jî nagihê mirazê xwe. Van roja di maça fotbolê ya Liverpool-Besiktaş, Îngilîstan 8 gol xistine wan.  Hûn zanin xistin kîdera Tirkan ne?.

   Tîma Swêdî êvara bohirî li Îstanbolê zora Galatasarayê bir û careke din Mehmetçîk li sahayê û li trîbunên Ali Samî Yenê li erdê gevizîn.

   Heyran Bavo, Xwedê ji Tirkan standiye û topa Xwedê li wan ketiye, kî li belayê bigere, ewê derbên mezin bixwe. Ku Tirk jî xwe negerin em Kurd jî emê 8an bi ser de bikne wan.

   Gotina pêşiya dibêje. Derbê Kurdan yên mêraniyê heja ewan nedîtiye!

 

Ê got û kir mêr e.
Ê ne got û kir
şêr e.
Ê got û nekir, kerê bê xêr e.


( Gotina Mîr Mîkdat Bedirxan )

-------------------

Yeka Tirk tirr ji me berda ellawekîl!

Ehmed Beyan-09/11707-Enqere- De werin û li elametên qiyametê binerin, de werin û serê xwe li hêt û dîwaran nexin û nebêjin “Wey xwelî li serê me û bavê me be rebbî!”

   De ji xwe re li ecêba kesanedî binerin lo, Nîl Demîrkazika Tirk radibe bi rozeta ala Kurdistanê beşdarî komcivîna DTP dibe û ê me bi kîjan rozetê hûn zanin? Ala Tirkooooooo! Ala bi xwîna Kurdan sorbûyî ey hewarrrrrrrr!

   Qaşo ez jî wek mêvan di komcivînê de beşdar bûm, lê babam bi namûs ez bê rozet û bê teneke bûm lo! Erê min rozeta ala Kurdî dananî ser sînga xwe, lê min a Tirko jî dananî babam, ma ez rabim derewan bikim!

   Lê heyran bi hersê telaqên jinberdanê min gellek kes bi rozetên ala Tirko dîtin, wîî! (Bernedin)

 

Bi dengê tirra wî balafir ket

 

Onbaşî Osman-09/11/07-Navenda Firokeyên Şer-Izmîr- Doh van çaxa firokeya şer T-38 tevî du pîlotên xwe li nêzîkî bajarê Izmîrê ket û xwedêgiravî sedema ketina wê ne diyare. Rayedarên artêşê telaqên xwe tavêjin û dibêjin: “Em sedema ketina wê nizanin”.

    Lê li ser bextê Bîlal Çawîşê me be, Bîlal Çawîş di beşê radar û telefonê de wezîfedar e û ji min re got:” Hişşşşşş, ji kesî re nebêje. Bi namûs min li wan herdu pîlotan guhdarî dikir. Hema ji nişkê ve dengê tirrekê hat û go tirrrrrrrrrrrrrrrrrr û wek bonbeyekê teqiya. Ez nizanim tirra pîlot Yuzbaşî Tûnç Fîdaner bû yan a Tegmen Mûzaffer Gumuş bû, lê ez wek îmana xwe zanim go yekî ji wan tirrek kir û hew” û rastî ji min re got.  

   Îcar rastîya ketina firokeya şer ev e heyran. Yanî, bi tirrekê balafirek Tirkan kêm bû. Herdu pîlot jî bûn qurbana tirrekê û kes nizane ne berê xwe dane bihuştê û ne jî cehnemê.

   Lê tirra wan jî tirr bû haaaaaaaaaaaaa! Hema her pîlotek Tirkan tirrek di firokeyê de bikira û pêre çend pîlot bimirana, xêra Xwedê bû ellawekîl!

Tirk=Ker

 Farûqê Devliken-08/11/07-Mêrdîn-

Celal, heta dereng zarokên wî çênabin. Talî yek bi yek wek cewrên kûçikan jê zêde dibin.

Kewaşê Fexrî jî bê zaro ye.

   Rojekê dehere mêvanderîya Celal û ji Celal dipirse: “Law qûneko, heta dereng tu jî mîna min bê zaro bû. Xelkê hezar û pênsed qulp bi te vekirin. Ê go ne zilam e! Ê go zurîyet bi dû nakeve! Ê go jina wî nahêle têkeve himêzê!.. Tu bi qedrê xwedê dikî, ev pîç çawa bi dû te ketin loo?"

   Celal jî pîç ewleadê zinê ye. Yekî mîna Fexrî kawik zevt kirîye, ma qey devjê diqere (Bixwînin û bifetiqin)

Lotikxanê ez birçî hiştim

Eyşana Elî-07/11/07-Izmîr- Yabo ez bi serê we kim, min jî biryara xwe da û ezê jî car caran di Lotikxanê de bidim çîrvirkan û ji xwe re lotikan bavêjim. Ma lao, hema ez kê dibînim dibêjin „Lotikxane“ û hey „Lotikxane!“ Ma ez ji Eyşika Ereb im bavê min, wîî!

   Wê rojê hevala min a zanîngehê Fata Sermezin behsa vê malperê kir û got:“Keçê porkurê, têkeve Lotikxanê. Bi Xwedê tu têkevê tu hew jê derdikevi“ û ji min re kir meraq. Werhasil, min jî got qey hevala min henekê xwe bi min dike. Ez jî rabûm çûm înternetkafêyekê, min di komputerê de Lotikxane nivîsand û pêl bişkokê kir. Yabo hema min dît go birastî jî malperek bi navê Lotikxane heye û hem jî bi zimanekî fesîh û sivik.

    Ez serê we neêşînim, ez ketim nav xwendina lotik û pehînan û di nav wan de winda bûm. Hew min dît xwedîyê kafeteryayê dibêje:“De rabe dêya minê, ma emê heta sibê li bendî te bin, xewa me hat wîî, va seet bû yekê şevê“ û ez veciniqandim. (Bixwînin)

 

NÎGARKÊŞO

 

Arşevîn

06/11/07-

Nigarkêşo bikşîne resmekî ji mir derîne

Xweşiktir ji Monalîza yaram çavreş şîrîne

Rengê gula sor bîne belabike li ser lêva

Rengê zer ma hingivîn çêke zimankî şîrîn

Rengê Dîclê û Zap, Ferat dilop bike bi hêsirke

Rengê sipî li ser singê berfê çêke li çiyêke

Arşevîne dineqşîne mirada we bi cî tîne

(Dumahîka helbestê)

 

Xew nakeve çavên te ji xirrê Kurdan ve oxlimmm!

 

Zinar Qelemşûr-05/11/07-Stenbol- Me zanîbû pirsgirêka Kurd tirr û fisan ji Tirkan berdide, lê me bîr nedibir ku ji ber vê pirsgirêkê xew jî nakeve çavê qûnekên Tirk.

   Dibêjin dîroknasê Tirk Prof.Halîl Înalcik ji cewrikê xwe Taha Akyol re gotiye:”Kuro cewrik, ez bi serê te kim, bi şev û roj xew nakeve çavên min, ez heta sibehê difikirim oxlim. Ez ditirsim Kurd bi estê PKK Tirkiyê jî wek dewleta Osmanî parçe bikin û tirrê ji me berdin kuroooooooo!” û hêsir barandine. 

   De ji xwe re li dîroknasên Tirko binerin û bibînin bê ew di çi psîkolojîyê de ne. Kurdan (mebesta wan Brzanî ye) wilo anîye serê wan ku hew karibin têkevin ber jinên xwe û ji fikar û pojnê hew li wan rabe.

   De ma Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî go fîşek bi Tirkan re nemîne û jinên wan tev xwe di bin qiraseyên Kurdan de bavêjin erdê û xelas!

 

Ev kî ne?

Pakêtek cixara qûnsor û kîlok tirî xelat!

 

Lotikxane-04/11/07- Belê, vê pêşbirkê nerevînin, şens û talihê xwe biceribînin û van xelatên kesanedî nerevînin.

   Di van şert û jîyana zehmet de bidestxistina pakêtek cixara qûnsor û kîlok tirî bi dest kesî nakeve. Îcar tê derxin û kîlok tirîyê Omerya bibin nav zarokê xwe û dilê wan şa bikin. De yellaaaaaaa

Ev lingên kê ne?

 

Bêr û agir

 

Lezgîn Şêxo-04/11/07-Geli xwendevanên Lotikxanê,  xwedê wekilê min û we be, di vê demê de ne dilê meriv dixwaze û ne destê meriv lê digere ku pêkenokan binivîse.Lê heyran dîsa ji sistbûn ji me re nabe. Her kesek divê karê xwe baş bike.

   Ger şervan be, şerê xwe, ger siyasetmedar be, siyaseta xwe em ji wek Lotikxanê divê em lotik, henek û pêkenokên xwe xurttir bikin. 

   Dibên agir bi yekî ketibû û ew anîbûn nexwesxanê. Li nexwesxanê doxtor tê ser lê dinere ku ci bibîne! Ji bili cihê şewatê, laşê mêrik hemi xwîn û birîn in. Doxtor jê dipirse dibê:(Bixwînin)

Ji Lotikên xalê xwe Zinarê Xamo mehrûm nemînin

Pişo Miheme-03/11/07-Stockholm- Xalê me Zinarê Xamo, di blogmalpera xwe de lotikên hindik û rindik davêje û hingivê Bedlîsê jî belaşşşşşşşşşş pê re dide.

   Heçê bêriya hingivê Bedlîsê û hêkên Sêwregê bike, bela têkeve malpera wî û têr hingiv û hêkên qelandî bixwe wesselam!

zinarexamo.blogspot.com

s© lotikxane 20-02-2006