Ger hevgirtin û yekîtîya me hebûya, û em hemi li pey hev biçûna

  Wê Rom û Ereb û Ecem bi temamî, hemiyan ji me re bikira xulamî

 

   Ehmedê Xanê -1651-1707
      
Google

    Lotikxane 

                                                                         Magazîn, henek, gilî û gazin      

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Xaltîka Fatê

Hevpeyvîn

-1-

Bêwar Brahîm

Pênûs û rewşenbîrî

Rojda Aydin

Sînanê kirîv

 

Gabar Çiyan

Şerê Taybet û tedbîr

Faris Beg

Çiya avis bû

 

Adil Dûran

Bê rê

 

Bavê Ronahî

Kalo

 

Lezgîn Şêxo

Qado û mirîşk

 

Lokman Polat

Weşanên du zimanî

M.Badilî

Tirkên Toranî

 

F.Devliken

Henekok-Genekok

Li nav mezelan ranezê û xewnên nexweş nebîne!                                   05/12/2007

 

Serpêhatîya Mirîşka Amûdî

  Dr. M. Hesen Şêxo-04/12/07-

Rojekê zarokek 8 salî li Amûdê kevokên wî hene. Her gava genim davê ber kevokê xwe, li ser xênî çûkê beytik tên genimê wî dixwin. Lawik jî jehra mişka dikire û davê ser xênî.  Lawik tê jêr û ji bavê xwe re dibêje: ” Yabo min jehra mişkan avêt ser xêni ji bo ku beytik bimirin”. Bavê lêwik jê re dibêjê: ”Kuro lawo wê kevokê te jî bixwin û bimirin”. Lawik bazdide ser xênî û jehrê hemî rêş dike û davê hewşê. Mirîşkên wan yên malê wê jehrê hemî dixwin û dimrin. Mirîşka malê a navsere li ber sikratê ye.

   Bavê lêwik hema radije kêrê û berkurka mirîşkê vedike. Jehrê hemî jê derdixe. Dûvre jî hinik navka nan di nav avê de nerm dike, dixe berkurka mirîşkê û dûvre bi ta û derzîyê berkurka mirîskê didrû. Ew Mirîsk namire. 5 salan dûvre motorekî du teker lê diqelibe û mirîşka Amûdî emir dide haziran.

   Îcar heyran, heger we rojekê bi şaşî jehra mişkan xwar, kêrê deynin ser qirika xwe, jehrê ji qirika xwe derxin, qirika xwe dîsa bi ta û derzîyê bidrûn û şûşek wîskîya Johny Walker pê dakin. Yek û yek e ellawekîl

 

Heçê pişta xwe bide pîlotên Tirk malik lê şewitî

 

Pîlotê Tirektorê-03/12/07- Wek hûn zanin, berî bi çend rojan firokeyek Tirkan li bajarê Ispartayê ket û bi dehan insan têde mirin. Hinekan digot:”Mişk ketine balafirê û kabloyên wê kevajtine, ji ber wê motorê wê teqiyaye”. Hinekan digot:”Na wele teyr û tilûran xwe “întîxarwarî” li bin guhê balafirê dane û ew teqandine”. Hinekan jî digot:” Na qardeşim, pîlotê tiyarê di kabînê de bazdaye ser hostesekê û serê hefsêr berdaye” filan û fîstan.  Lê di encama lêkolînê de derket holê ku şîrketê pîlotên nezan û xeşîm wezîfedar kirine.

   Li gor gotinan, li Tirkiyê 40-50 pîlotên ku nikarin pîlotîyê bikin hene û niha ew di balafiran de wek pîlot lotikan davêjin. Yanî qûnekan ji “Pîlotên Tirektorê” jî nezantir in.

   Îcar heyran ji me gotin. Bi namûs, hay ji xwe û balafirên Tirko hebin. Heger we rojekê xwe li erdê di nava xwîn û xwêdanê de dît û rewrewkên axretê li ber çavê we çûn û hatin, nebêjin Lotikxanê bala me nekşandibû û hûn sax! Li kerê siwar bin û bawerîya xwe bi pîlotên Tirk neynin û xelas!

 

Pûtîn go „zirt“ û derewek kir

 

Bengîn Elegez-03/12/07-Moskova- Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînê qamkinik berî niha gotibû:”Êdî bes e, ezê di hilbijartinên pêş de nebim namzetê serokkomarîyê, ez virikî bûme” û hêvîyek dabû xelkê. Lê derket hole ku mêrik ne li gor qama xwe de, ewqasî jî di binê erdê de ye û derew kiriye.

   Pûtînê ku ser û binê Rûsyayê bi xwe ve girêdaye, di roja pêşîn de wek serokkomar hat hilbijartin û dîsa bû mîre Rûsyayê.

   Ma kesî wêrîbû namzetîya xwe li pêşberî wî deyne? Na canim, bila şûşeyên vodkayê sax bin.

   Bawer kin, Pûtîn bi şûşeyek vodka bû serokkomar. Ji xwe malxerabên Rûs alkolîst û nexweşên vodkayê ye, îcar Pûtîn şûşeyek vodka dabe kê wî raya xwe daye wî û hew!

   Îcar hûn meselê fêhm bikin…..

Çavsînîyê bû bedewa cîhanê kuro!

Çang Çîng Çong-02/12/07-Pekîn- Law ev siyaset çiqasî kirêt kirine ya starrrrrrrrr! Heta bi pêşbirkan jî siyaset ketiye navê û berjewendîyê rê li ber hertiştî girtiye.

   Helbet jinên bedew di nab Çînîyan de jî nehe, di nav Japon û Koreyîyan de jî hene, ne ku em wan biçûk dibînin. Lê bavê min, ma heta go ev jinên bejindirêj, lihevhatî, zerik, esmer û çavşîn hebin, dor digihê jinên Çînî û Japonîyan? Naaaa! Lê vê carê Zang Zîlîn (23) a Çînî bû bedewa dinyayê û tac xist serê xwe.

   Werhasil, pîroz û bimbarek be Zang Zîlî xanim! Wille û bille tu nayê xwarin lê mala berjewendî û siyaseta qirêj neava be û tu sax!

 

Carpenter xanim li bendî lotikên Kurda ye

 

Şemal Amedî-02/12/07-Hollywood- Hollywood yek ji navenda sermayedarîyê, ji navenda milyondolara ye. Piranîya lotikvan û lîztikvanên sînemayê li vê herêmê dijîn û dolarên xwe dixin bin balîf (balgeh) û doşekan. Îcar roj namîne ku lotikan li hev nexin û hevdu nexin ber zîtirk û pehînên Emerîkî. Hinek dizewicin, hinek hevdu berdidin û meydan ji wan re bûye wek gasîna garanê. Kî kê bigre efû nake ellawekîl.

   Werhasil, niha jî lotikvana nermik û germik Charîsma Carpenter xanim jî mêrê xwe berda û şerwalê wî li serê wî gerand. Carpenter xanim tevî kurê xwe ê çar salî li bendî mêrekî ye û dibêje:”Min çar salan tirşika mêrê xwe xwar, lê ez pê virikî bûm. Niha ez dixwazin xwarinek nuh, xwarinek rojhilatkî bixwim” û sînyalê dide zilam û xortên Kurd. >>>>>

Heger tu neyê

 Azad Hecer-01/12/07-

 

Wek hertim şevên bîranîn û xemgîniyê

ez ji xwe're kirime saz

û her li ser perdên min awaza

wek xwe lê dide

Hundir xwe li min pêçaye

bîhn li min tengkirî

çavên min ji ser wêneyê te

yê êtam di elbûma min de

ranabin.>>>>>

Erebên bêderpî jî dest bi vir û derewan kirin

Şîndar Berwarî-29/11/07- Duhok-Piştî Tirkên doşirme, Erebên bêderpî jî dest bi antîpropagandaya brîndarbûn yan kujtina Serok Barzanî kirin. Medya Erebî jî jibo ku wek medya Tirko serê Kurdan têkilhev bikin û moralê me bikin sifirrrrrrrrrrrr, rabûne dest bi lotik û zîtirkên Erebkî kirine û dibêjin “Barzanî bûye qurbana sûîkastekê û brîndar bûye” filan û fîstan.

   Werek himmar ibin himmar, kelb ibin kelbên Ereb, hûn van nûçeyên beredayî ji bindoxîna dê û jinên xwe yan ji ciyekî din derdixin hêê!?  

   Werhasil, Serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên lotikek li medya Erebî xist, nûçeya wan derew derxist û tirr ji medya Erebî berda. Fûad Hisên got ku “Cenabê Serok Barzanî bi serdanek taybet li derveyî welêt e û sefera wî têkilîya xwe bi tendirustîya wî re nîne”.

   Ez serê we neêşînim, xuyaye qûna medya Tirk û Ereban duxre. Heta behsa Serok Barzanî nekin xura wan naşke û têr lotik naxwin…

Mizgînîyek ji doktorên Kurd re!

Dr. Xwedêdayê Garisî- 29/11/08- Gelî doktor û bijîşkên Kurd, mizgînîya min li we û çavê we ronî be! Heçê doktorên azib bin û hîna di lotikavêtinê de xeşîm bin, bela guh bidin min û vê nivîsê bixwînin. 

   Lotikvan û berdîberdayîya Tirk Aysûn Kayaci di hevpeyvînek xwe de dibêje:”Min tim dixwest yekî doktor bibe hezkirîyê min û min bide ber lotik û pehînan, lê nebû qismet. Ji ber ku ez xweşik û zerik im doktor bi min qaîl nabin” û hêsran dibarîne.

   Kayaci xwe avêt bext û namûsa Lotikxanê û got:”Dibêjin doktorên Kurd lotikhez in, xêrxwaz in û dilê kesî ji xwe nahêlin. Ez di bextê we de me, binerin bê hûn doktorekî Kurd nekin qismetê min” û niha li bendî bersiva me ye. >>>>>>

Îtalîyan sê qirase xistin wan

Antonîo Vega-28/11/07-Roma. Taximê fûtbolê Fenerbahçe (Tirkiye) û FC Înter (Îtalya) bi lotik û zîtirkan hatin himberî hev û dest bi pehînan kirin. Di navbera wan de şerê fûtbolê destpêkir û dê weledê xwe avêt.

   Di himgima şerê fûtbolê de FC Înter 3 gol xistin Fenerbahçeyê û tirr ji wan berda.

   Dibêjin di dema gola pêşîn de bêhna tirr û fisên lîztikvanên Fenerbahçeyê fûriyaye û çend temaşevan pê bi jehrî ketine. Di dema gola duyem de dûman bi ser hola fûtbolê ketiye û bûye vîjevîja qûna Tirkan. Di deqa dawîn de gola sisiyan ketiye Tirkan û êdî ji bêhna gûyê wan kes di hola fûtbolê de nemaye.

   Li ser bextê Îtalîyan be, dibêjin 5 qemyon sabûn ji lîztikvanên Fenerbahçeyê re anîne heta go hinekî ji wê bêhna gennî xelas bûne.

   Werhasil, FC Înter 3 qirase xistin Tirkan. Hem jî li qurmik sekinandin ellawekîl!

Eşkere bû ku endamên El Kaîdeyê qûnek in

Mihemed Soran-27/11/07-Silêmanî- Dibêjin di kontrolkirina konvoya dawetekê de polîsên Bexdayê bûk û zave ji trimbêlê daxistine û ew saxtî kirine.

   Piştî ku polîsan tilîyên xwe xistine qûna wan, tê derxistine ku bûk zilam e û milîtanê El Kaîdeyê ye.

   Werhasil, bûk û zave herdu jî zilam derketine, yanî endamên El Kaîdeyê qûnek derketine. Dibêjin vê dawîyê homoseksuel û qûnektî di nava endamên El Kaîdeyê de zêdetir bûye û hevdu bi lotik û zîtirkan dikin çarox. Ji ber ku nikarin jinan bidestxin, îcar derpî ji hev dikin û dikin çerq û berq.

   Bi vê konvoya dawetê eşkere bû ku endamên El Kaîdeyê homoseksuel û qûnek in.

   De aqûbet li serê hemi Ereban be rebbî!

Wek mirîşka gêj li me hatiye

Mîr Ronas-27/11/07-Êlih-

Erê yabo, de were li vê ecêbê binerin. S. Demirtaş dibêje: „Berê me ne li Hewlêrê ye, berê me li Enqerê ye“, N. Demirtaş jî dibêje: „Mîtînga Amedê ji PDK û YNK re mesaj e“. Ev herdû birane ha!!. Ê law mesaja çi hêê? Hûn çima mesajê nadin dewleta Tirk lê hûn mesajê didin başûr cîgerlerim? Ma ev karê aqila ye?

   Kaka Safîn Dizayî jî tiştekî din dibêje,  medya Kurdî jî wek mirîşka gêj lê hatiye  û tiştekî rastî ji me re nabêjin. Mehmedçîkên qûnbigû jî dê û  weledê xwe davêjin û ha ha lotikan li me dixin. Min bi xwe di mitînga DTP de navê Kurd û  Kurdîstanê nedît, we dî gelo? Mixabin DTP dev ji Kurdîstanê berdaye û çirokan dibêje. Ê yabo başurê Kurdistanê jî dibêje em di nava Tirkî û Kurdê bakur de ne teref in.

   De were û safî bike!  Îca hûn zanin, bi sê telaqan, vêga Şêx Seîdê kal, Seyîd Rizo, Şêx Mehmûd Berzencî û Mele Mistefa serê xwe ji gorê rakin û li halê me Kurdan binerin, wê ji qehra hin Kurdên bê îman re dîsa serê xwe deynin û hûn sax!

  Ma tiştek heye em bêjin îca? Yaw wille û bille em beicîn, wîî!

Av radizê dijmin ranazê

 Cemîl Cewher-26/11/07-Hewlêr- Dewletên dagîrker û xêrnexwazên gelê Kurd bi her awayî alîkarîya rêxistinên dijminên Kurd dikin da ku destketinên li Kurdistanê têk bibin. Bi taybet dewletên wek Siûdî Erebîstan, Sûrî, Îran û Tirkiye destdirêjîya nav kar û barên başûrê Kurdistanê dikin û alîkarîya hinek partî û rêxistinên dikin da ku li Kurdistanê alozî û tevlihevîyan çêkin.

   Van demên dawî Dezheka Alîkarîya Ordîya Tirk OYAKê 1.5 milyon dolar alîkarî daye Cepheya Tirkmenî da ku li Kerkûk û bajarên din ên Kurdistanê dest bi çalakîyên terorîstî bikin. Ji alîyê din tê gotin ku Bankeyek Siûdî û Tirk ku hevparên AKP ne, 500 hezar dolar dane rêxistinek îslamî ya başûrî da ku li dijî PDK û YNK êrîşkarîyan bikin. >>>>>

 

Torina dil

 

    Saher Mîro Al Baedrî-26/11/07-Elmanya

Torîna dil perwer
Te ez wek biharê geş kirim
Ewan sêvên girover
Tama devê min xweş kirin
 
Wê evîna ji can û ceger
Ez wek çîya bi hêz kirim
Ewan çavên weke fener
Silav ji bo min rêz kirin 
>>>>>>

 

 

 

Boxên Kurdistanê

Xalitê Baytar-05/12/07-Kurdistan-

Ji ber nêzikbûna cejna qurbanê, gundî jibo firotinê pez, heywan, mirîşk û elokên xwe digirin û berê xwe didin bajaran.

  Doh gundîyek boxê xwe tîne bajarê Bûrsayê ( ku ev bajar bi qûnekên xwe navdar e ). Boxe ji dest xwedîyê xwe direve û dikeve nav bajêr, hema kî dikeve ber dide ber lotik û qoçan. Ev rewş tam pênç seetan didome. Di nava van pênc seetan de, boxê lotikvan terorê li Tirkan dibarîne û daweta bavê wan tîne bîra wan.

   Li ser vê bûyerê pisporê lotikxanê tê derxist ka wê Kurd çawa bişên welatê xwe ji destê Tirkên bêbav rizgar bikin. Pisporê me dibêje: ”Mehek berî cejna qurbanê, bila Kurd li her taxek ji yên bajarên Tirkan boxeyekî bi cîh bikin û sê hefteyan ji govê (axur ) dernexin. Bila pir ceh û avê bidinê da ku baş hêç bibin û berdin kolan û kuçan. Bawer bikin wê Tirk ji tirsan li hidûdên Yewnan û Bûlxar jî nesekinin”.

  Bi sê telaqan, êdi ne hewceye xortên me li seqama çol û çîyan bigerin,  boxe besî Tirkan in.  Dê hilon! Xwe bilezînin,  pêşniyar ji me û pêkanîn ji we. Her bijîn  boxên Kurdistanê!

 

Heçê golekê bavêje vê jinika Tirk pakêtek Marlboro xelat

(De hûn û ew li hev, kî ji we dike kê serê me pê naêşe)

Lotika çêlekê

Cembelîyê Botî-04/12/07-Cûlemêrg

Doh li Qersê çêlekek li ser qeşayê pîyê wê liber şemitîn, li erdê rûnişt û dest bi berxwedana rûniştinê kir. Jibo jicîhrakirinê xwedî û kesên derdorê çiqas taktîk û straejîyên objektîf, sûbjektîf û ekolojîk hebûn pêk anîn.

   Lê çêlekê wek hindek berpirsên me Kurdan „xwe ji cihê xwe nebizivand“. Çêlekê digot : „Ma qey ez bi qasî hinek sîyasetmadarên Kurdan nayêm ku li ser kursîyan rûdinên û ranabin . Ez bi şeref û namûsa conga û boxên gund û her sê telaqê xwedîyê xwe kim, heta ev qeşa nehile, ez ji çîyê xwe ranabim“ û lotikek çêlekwarî li xwedîyê xwe xist.

   Ji ber ku wê rojekê em jî hewce bibin, ez van taktîkan bi we re parve dikim. Berê werîs kirin serê çêlekê, çend kesan bi werîs serî kişand, çend kesan jî ji paşîyê de paldan, lê bê fêde bû. Li dora wê agir dadan lê wê negot „mooo“ jî.. Sîrke kirin bêvla wê , dîsa nebû çare. Dawîya dawîyê , deh kesan bi hevre wek darbestê rakirin hewa û birin li cîhek dîn danîn. Bi wî rengî dawîya berxwedana wê anîn.

   De nexşe li me lotikvanên Kurd be rebbî! Ka emê kengî deh kes xwe bikin yek, necamêrên di nav xwe de ji ser kursîyan rakin û dawîyê li berxwedana wan bînin Xwedê zane!.  

 

Xistinê û dîsa jê derxistin

 

Hesenê Dîn-03/12/07-Nisêbîn- Rojekê Şemoyê mitirb li çayxanê bi çend hevalên xwe re bi qelemaçan dilîze. Ma lîztika li çayxanê çiye, yan li ser çayekê ye yan jî li ser pakêtek cixara qûnsor e.

   Werhasil, tu nabê hevalekî wî Şemo aciz dike. Şemo jî ji acizîya xwe dibêje:”Min di metika te kiro, wilo neke law” û xeberekê dide. Hevalê li kêleka çepê li Şemo vedigerîne:”Kuro Şemo, metika wî xaltîka min e law, tu çima ji xaltîka min re xeberan didi?”

   Şemoyê me jî qet weke go tiştek negotibe xwe aciz nake û dibêje:”Madem metika wî xaltîka te ye, ez ji wê derxim!”

   Îcar xuyaye ev jî mesela Yûnanan û Muhsîn Yazicioglû ye. Televizyonek Yûnanî li ser bûyerên li Stenbolê wêneyên Yazicioglû jî weşandibûn û ew jî kiribûn şirîkê bûyerê. Lê niha rayedarên televizyona Yûnanî bi nameyekê lêborîna xwe jê xwestine û di nameya xwe de gotine:”Bibore sayin Yazicioglû, me xistibû te lê em dîsa ji te derdixin!”

Ji tirsa Saddam nerevîya, ma wê ji tirsa we bireve kundir!

Cercûro-03/12/07- Mêrdîn-Yaw bi namûs ev Tirk bi zorê dihêlin em devê xwe xerabikin û kufir bibin ha! Em dibêjin “de em îro xwe gunehkar nakin û zimanê xwe nalewitînin”, lê ev bêbav nahêlin ellawekîl! De neyse, qey qedera me ye, heta em lotikan li Tirkan nexin sebra wan nayê. 

   Dibêjin sermezinê Tirk Hasan Celal Guzel, li bajarê Bûrsayê beşdarî civînekê bûye û di derbarê Iraqê û Serok barzanî de çend lotikên Tirkane avêtine derûdorê.   Celal efendî di derbarê Serok Barzanî de gotiye:”Ez dibêjim ew ji tirsa operasyona Tirkiyê reviyaye û xwe veşartiye” filan û fîstan.  

   Di lê binerin lo! Lan qûnek, Barzanî ji tirsa Saddam nereviya û xwe veneşart, ma wê ji tirsa qûnekên wek te bireve û xwe veşêre hêê!

   Bi namûs Barzanî hesabê we Tirkan bi pîvazekê nakin tirrrrrrroooooooooo! Ev siyasete oxlim siyaset Celal efendî!

 

Tirr têde nemaye

 

Melle Ehmedê Silîvî- 02/12/07-Silîva- Belê, dibêjin şagirtê Melle Seîdê Kurdî (Nûrsî) û serokê Nûrcîyên Tirkiyê Fethûllah Gulen efendî li ber mirinê ye û ha îro ha sibê berê xwe bide axreta gewrik.

    Gulen û hevalên xwe xizmetek mezin ji Tirkiyê re kirin û dikin. Bi dibistanên xwe li çar alîyên dinyayê wek nûnerên dewleta Tirk dixebitin û bi rêya „Turk îslam sentezî“ lotikan Tirkane davêjin. Herçiqasî vê xizmeta xwe bi navê „insanetîyê“ dikin jî, lê di bingeha xwe de nîjadperestîya Tirk belav dikin û wek sîxurên dewleta Tirk dixebitin.

   Bi taybet li başûrê Kurdistanê gellek dibistan vekirine û di van dibistanan de propaganda û xizmeta dewleta xwe, dewleta Tirk dikin.

   Werhasil, tirr di Gulen efendî de bûne fis û dibêjin ketiye ber sikrata mirinê. Hevalê wî karmendê Tirk Ihsan Kalkavan berî niha çûbû serdana wî û tobe kiribû. Kalkavan dibêje ku „Şekirê wî ewqasî zêde bûye ku tirr têde bûne fis û lebatên wî jihevde xistine.

   Ez serê we neêşînim, xuyaye ev dinya ji Gulen efendî re jî namîne. Îcar wê mêrik here bihuştê yan cehnemê tenê Xwedê û Lotikxane zane.

Têr gepik nan naxwin, û dev ji ehmeqîya xwe jî bernadin

Evdilla Mihemed El Sûdanî- 02/12/07- Birastî hûn lê fikirîne bê çima welatên me misilmanan tev feqîr, tî û birçî ne? Hûn fikirîne bê çima tev  zikreş, hesûd, çavnebar û zinêkar in? Werhasil, ez bawerim piranîya welatên herî paşdemayî û birçî welatên misilman in, civaka misilman e. Ji xwe piranîya dewlet û welatên Efrîkayê ji birçîna bûne çerm û hestî.

   Hesab bikin ku li Sûdanê xelk hatiye wê derecê ku ji mecbûrî “Mîz û rîxa dewarên xwe dixwin û vedixwin”. Ewqasî ku perîşan û bêmecal in. Lê bi ser vîqasî jî dev ji ehmeqî û bêaqilîya xwe bernadin û qaşo bi navê “xwedîlêderketina dîn” lotik û zîtirkên neinsanî davêjin hevdu.  Aha ji we re nimşneyek baş.

   Li paytext Hartûmê mamosteya Ingilîz Gillian Gibbons, ji zaroka xwe re “hirçekî paçikî” dikire ku pê kêfa zaroka xwe bîne.  Navê hirçê paçikî jî dike Mihemed. >>>>>>>

Heçê bixwaze bila serî li Lotikxanê xe

Şalûlo-01/12/07- Kekê me M.Ş.Oncu di malpera Nerkurdê de kurtenûçeyek li ser lotikvana beredayî Parîs Hîltonê weşandiye û dibêje:”Parîs Hîlton li mêrekî digere ku zarokekî jê çêke”. Îcar çend xwendevanên zîtirkvan jî bersiv dane û şiroveyên xwe rêz kirine. Ma îşê bersivan dane, hayhoooooo! 

   Law bi namûs me nizanîbû xwendevanên Netkurdê wilo har in yaw! Rebena hingî ji nivîs û nûçeyên siyasî virikî bûne, îcar weke go ji xwe re xezîneyek dîtibin, kela dilê xwe li Parîs Hîltonê hênik kirine. Sê mêran bersiv daye û hersê jî dibêjin:”Em amade ne pêre bizewicin û wê biçirvirînin, bes ku ew bêje erê!”  Wey weledddddddd!

   Law oxlim, ma hûnê bê vîze herin ku? Heger birastî hûn dixwazin herin lotikekê li Parîs xanimê xin, divê berê hûn bên ji Lotikxanê vîza Emerîkayê bistînin û serê vîzeyê jî 100 dolar e. 

   Haaaaaa, Parîs xanim mifta oda xwe radestî Lotikxanê kiriye ellawekîl! Kefîlê wê em in. Îcar heçê bixwaze şevekê xweş, bi wîskî û goştê elokan pêre bisuhurîne, bila têkeve dora tenûrê. Okey!?

Ava hinarê vexwin û bibin wek hespê fal

Dr.Mihyedîn-01/12/07- Li ser bextê lêkolîner Dr.Chrîstopher Forest be, dibêjin di lêkolînek wî de derketiye holê ku ava hinarê wek Vîagrayê bi bandor e û vexwarina îskanek ava hinarê zilaman dike wek ciwangeyê nav garanê, wek hespê fal.

   Li ser bext û namûsa wî be, li gora Forest dibêje, antîoksîdanên ku di ava hinarê de heye, dereca nîtrîk oksîta ku di nava xwînê de ye bilindtir dike û bandora rehetbûnê li ra û damaran dike. Ev jî dibe sedem ku xwîna di damaran de bi rehetî bigere û damar tije xwîn bibin. Îcar gava ra û damar tije xwîn dibin çi dibe? Zilam dîn û har dibin û wek ciwangeyê nav garanê li wan radibe.

  Xêr û guneh di stuyê Dr. Forest de be, dibêjin îskanek ava hinarê berberî hebek Vîagrayê ye.

   Îcar hûn zanin heyran, hûn ava hinarê vedixwin, wîskî û vodka vedixwin, dims û şerbetê vedixwin, hûn bi qîma xwe ne. Ji me gotin û li we kirin....

Rap û terp û rep!

Hemoyê Rapçî- 30/11/07- Dibêjin dewleta sofî û melayên rîhdirêj Îran, muzîka rapê qedexe kiriye û nahêle muzîkhez lotik û pehînên azadîyê bavêjin. Gellek ji malperên me Kurdan jî ev nûçe weşandin, lê behsa sedema bingehîn a qedexekirina muzîka rapê nekirin. Erê dibêjin “ji ber gotinên mistehcen û seksî” hatiye qedexekirin, lê agahdarîyên berfirehtir ketin destê me.

   Li gora îstîxbarata ku sîxurê me Mişkê Pozmezin bidestxistiye û belgeyên ku ji arşîva dewleta Îranê dizîye, rastîya meselê ev e:

   Dibêjin rapçî û terp û repçî stranek li ser Mahmûd Ehmedînejad çêkirine û ev stran li Îranê bûye sedem ku navê Ehmedînejad bi qûnektî derkeve. Li ser bextê Mişkê Pozmezin be, dibêjin strana ku helbesta wê Pehîno, muzîka wê Zîtirko û clîpa wê jî Lotiko çêkiriye ev e:

Hey Mehmûdo Mehmûdo,  yek têr nekir kir dudo

Yek ji paş de yek ji pêş, qûn lê kirin ardê êş

         Hey Mehmûdê çirt û virt, derpî jê ket kir zirt zirt

         Xort li dorê civiyan, li Mehmûdo bû firt firt

Xortan derpî jê kirin, bi dorê lê rast kirin

Mehmûdê me bû çarox, herdu çav lê şaş kirin

          Ji wê rojê û virde, Mehmûdo bûye qûnde

          Li xiyaran digere, bazdide virde wirde”

Îcar we sedema qedexekirina muzîka rapê fahm kir gelî lotikvanan? 

Em li ku dixin û deng ji ku derdikeve

Zinar Qelemşûr-29/11/07-Stenbol- Xuyaye hinek ji nivîskar û qaşo rewşennebîrên me wek gayê ber cot “diçin vî serî û vedigerin serîyê din”. Ji roja ku qelem girtine destê xwe û heta niha her û her çîrokên berê dibêjin û ji xizmetê zêdetir ziyanê dighînin doza milletê Kurd.

   Me wek Lotikxane di daxuyanîya xwe de bal kişandibû ser rewşa dawî a zîz û gotibû ku divê nivîskar û rewşenbîrên Kurd  di vê demê de neyên lîztika dijmin û hinekî sergiran bin, bi zimanê xwe karibin, pênûsa xwe baş bikarbînin. Lê tu ji kê re dibêjiiiiiiiiiiii!?

   Dibêjin rojekê hunermendê navdar Miradê Kinê (Mirado) di civatekê de li kemançê dixe. Tu nabê di wê kêlîkê de yekî ji civatê tirrekê dike. Mirado jî radibe dibêje:”Tewwww, ez li ku dixim û deng ji ku derdikeve!” >>>>>>>>

 

 

Ha li serê çiyê û ha li berîyê

 

Serdar Mirad-28/11/07-Amed- Dewleta terorîsta Tirk bela xwe di partîya me DTP û rayedarên wê daye û wek tajîyê ku bide dû keroşkê ha ha êrîşî partîya me dike. Herçiqasî rayedarên me li ber xwe didin jî, lê rebenan mefera revê ji wan re nemaye û berê xwe bidin ku kevir li serê wan dikevin.

  Niha jî îcar serokê partîya me Nûrettîn Demîrtaş bûye golikê beş (gotinek Kurmancî ye-filankeso wek golikê beş e-xuyayî ye). Dibêjin Xwedêgiravî Nûrettînê me bi belgeyên sexte xwe çirûk kiriye da ku neçe eskerîyê neke. Yanî qaçaxê eskerîya dewleta virqo ye. >>>>>>>

Ayetên teslîmbûnê dibarin

Gerîllayê Bênav-28/11/07-Çiyayê Bagokê- Eskerên qûnbicilikên Tirk îcar jî dest bi belavkirina belavokan kirine û ha ha ji helîkopterên xwe kaxez û reşbelekan bi ser serê me de dibarînin. Wê rojê min dî ji nişkê ve kaxezek ket ber lingê min. Gava min xwend min dî go belavoka artêşa Tirk e.

   Îcar di van belavokan de çi dinivîsin, banga çi li gerîllayan dikin hûn zanin gelî lotikvanan? Dibêjin: „Ewladên ezîz, hûn jî zarokên me ne. Em zanin em car caran ser û guhên we jê dikin, lê bawer bikin ne di destê me de ye. Jêkirina ser û guhan di xwîna me Tirkan de heye, di dil û mejiyê me de heye, em bêhemdî xwe we dikujin. De ka werin çekên xwe deynin, serê xwe deynin ber şûrê me û dev ji lotikên çiyayî berdin. Çawa be em hemi Tirk û misliman in. Bi tirba kerxanecîyê Selanîkê, emê we wek zaroka di pêçekê de himbêz bikin, bes ku hema hûn dev ji Kurdayetîyê berdin û bibin Tirk. Emê rojê sê dana goştê mirîşkan bidin we. Emê bi taştê re mirîşka kelandî, bi firavînê re mirîşka qelandî û bi şîvê re jî mirîşka heşandî deynin ser sifra we“ filan û bêvan. 

   Erê kuro, çavê wan kûçikbavan lê ye me bi mirîşkan bixapînin yaw! Law ma li kîderê dinyayê hatiye dîtin go gerîlla jibo çend mirîşkan çek danîye qûnekno? Niha we gotiba goştê berxan, erê. We gotiba goştê xezalan, erê. Lê goştê mirîşkan?

   De bicehiminnnnnn, bi telaq heta hûn jinên xwe nexin bin me, me dev ji şer berneda û xelas!

 

Agahdarîyek ji Lotikxanê

Lotikxane-26/11/07-Kurd di demek pir zîz û hessas re derbas dibin. Dijminên Kurd bi her rê û awayî hewl didin ku Kurdan bera hev din û şerekî navxweyî di navbera wan de derêxin. Ji ber vê, divê Kurd hişyar bin û neyên lîztika dewletên dagîrker.

   Bi taybet divê nivîskar û rewşenbîrên me pêvajoyê baş binirxînin û êrîşî tu alîyên Kurd nekin, alîyekî negrin û nebin dijminê alîyê din. Di demên wilo hessas de her provokasyon karin bên kirin û divê em nekevin xefka dijminên xwe. (Bixwînin)

 

 

Bi sê telaqan îcar wê dinya xera bibe

 

Zinar Qelemşûr-27/11/07-Stenbol- Hûn zanin, jinên sosyete û zinêkarên Tirk piştî ku têr zinêkarîyên xwe dikin û xwe dikin çarox, îcar serê xwe digrin, berê xwe didin Mek û Medînê û qaşo dixwazin insên û Xwedê bixapînin, tobe dikin. Xuyaye ev jî mesela me û Mehmet Gul ê faşîst kurê faşîsta ye.

   Mehmet Gul ji partîya faşîsta MHP ye, qirase û kevirekî partîyê ye. Mêrik piştî di nexweşxanê de emelîyat bû, îcar xuyaye tirsa mirinê ketiye dilê wî û niha jî dixwaze berî mirinekê xwe li ber dilê Kurdan şêrîn bike. Mehmet Gul ê ku dîn dijminê milletê Kurd e, di hevpeyvîna bi Mîne Şenocakli re dibêje:“ PKKî yên li çiyê jî şehîdên me ne. Di şerê Çanakkalê de gava Anzak dihatin kujtin, Atatirk ji dayikên wan re digot ku ew jî şehîdên me ne. Ji ber vê sedemê, em ferqê naxin navbera xaka Hekarî û Edîrneyê. Di vê xakê de kî bê kujtin piştî mirina xwe şehîdên me ne“ filan û hezar quzilqurtên din. 

   Gul efendîyê ku xwîna bi sedan kominîst û Kurdan rijandiye, di derbarê kominîstên Tirkiyê de jî dibêje:“Ew jî beşek ji me ne, nerîn û fikrek cuda ye“ û qaşo dixwaze insanetîya xwe derxe pêş.

   Hella hellaaaaaaaa! Yaw îcar ev ne elametên qiyametê ne hûn bi qedrê Xwedê kin!?

   Yanî gur û keftar karin destê bratîyê dirêjî berxik û mîhê bikin? Yan rovî kare mirîşkê deyne ser serê xwe û zimanê xwe li dora devê xwe nebe û neyne!? Ya starrrrrrrrr…!

 

Mamoste Azîz Akşahîn wê her bijî

Dost û hevalên wî-05/12/07

Me azizê ber dilê xwe Azîz Akşahîn wenda kir. Em pir xemgîn in. Welatparêzê hêja Azîz Akşahin piraniya jiyana xwe di riya azadiya welatê xwe de terxan kiribû. Hîn di dema xortaniya xwe de, li Licê di gelek dem û dezgehên şoreşgerî û demokratîk de cih girtibû. Gelek caran ji aliyê dagîrkeran ve hatibû girtin.

   Cara dawî bi qasî 10 salan di girtîgehê de mabû û di girtîgehê de pişika wî birîn girtibû. Zîndanciyan destûr nedida ku Azîz here nexweşxanê û tedawî bibe. Du sal berê cezayê wî qediyabû û ew hatibû berdan; lê hezar mixabin êdî nexweşiya wî gelek xedar û giran bûbû. Bi ser re jî Azîz wek xortekî saxlem di nav kar û xebatên welatparêzî de bû. Rojek li Amedê û rojên din li Wanê bû >>>>>

Ji xelkê re adet e ma ji wê re qebhet e!

Hesen Almas-03/12/07-Waşîngton- Law ev Emerîkî jî ecêb in ha. Gava kêfa wan ji kesekî yan kesekê re neyê, hew we dît terîyek pê vekirin û ew kirin wek çêleka bi ga. Niha jî bela xwe di wezîra karûbarên derve Rîce xanimê xistine.

   Çapemenîya Emerîkî terîyekê bi Rîce xaimê vedikin û dibêjin:”Ew jî ket nav karwanê lezbîyenan (jinhez).  Condoleeza xanim ji salên 1990 î ve bi jinekê re dijî û ha ha hevdu dalêsin. Rîce 53 salî û bê mêr e, naxwe çawa xwe dinermijîne?” filan û bêvan.

   Berî niha heman terî bi xaltîka me Hîllary Clînton jî vekiribûn û gotibûn: “Bi sekterera xwe a Pakîstanî re çerq û berqê dikin û dengê zîtirkên wan di felekan re derdikevin” filan û dîsa bêvan.

   Ê law hey Xwedê ruhê we stendino, ma herroj tirşik û şorba nîskê tê xwarin hêê? Rebena Rîce xanim jî bi xwarina tirşikê virikî bû bavê min, wîî! Bela çend caran jî şorbeşîr û kutilkan bixwe ma qebhet e!

Ehmedê me dîsa da navê

 Lîko-03/12/07-Qesra Qenco- Ehmedê me, yanî Ehmedê mala Sînan axa, yan jî jibo hûn nasbikin Ehmed Turk, di hevpeyvîna bi rojnama Zamanê re çend lotikên xweş û nexweş avêtine.

   Ehmedê me di derbarê paşnavê xwe de dibêje:” Ez tucarî ji paşnavê xwe aciz nebûme. Ji ber vê jî ez nefikirî me paşnavê xwe biguherim” filan û fîstan. Wekî din dibêje:” Xwestina dewletek cuda bê mane ye, ev xwestek wê dijminatîyê têxe navbera me û pêşeroja me tarî bike. Berê min etnîsîte (netewayetî) derdixist pêş. Lê niha ez fêhm dikim ku ev siyasetek xeter e, tije xefik in. Di vê hemdema ku dinya biçûk dibe de xwestine dewletek cuda ne rast e” filan û fîstan.  

   Piştre behsa partîya xwe û hinek xêrnexwazên ku ji wî hez nakin dike, dibêje û dibilîne.

   Werhasil, em dûdirêj nakin. Gelo kesê ku dewletek cuda (Kurdistan) nexwaze û ji paşnavê xwe şerm neke, çima wê paşnavê xwe biguhere brê mino!

   Meselen ez, Lîko! Ezê çima Lîko bikim Dîko heyran, wîî!

Çima ma Cemîlê me bû ejderha yabo!

 Cemîlê Elezîzî-02/12/07-Elezîz- Li ser bextê xelkê be, dibêjin bavê Cemîl Bayik xalê me Mistefa Bayik, di derbarê kurê xwe Cemîl Bayik de gotinên ecêb gotine.

  Xwedêgiravî xalê Mistefa gotiye:”Ji ber kirinên Cemîlê me gundî û cîran bi min re napeyivin. Min ew ji ewladbûnê red kiriye û ji zû de lotikek lêxistiye. Ji sala 1976an û virde ew di çavê min de miriye. Heger ez rojekê wî bibînim ezê hesabê van kirinan jê bipirsim” filan û fîstan.

   Ê yaw xalê Mistefa, 40 milyon Kurd, dewleta Tirko, Emerîka û dinya tev ji Cemîlê me ditirsin, îcar wê gundî û merivên te jê netirsin baba! Çima ma Cemîl Bayik bûye ejderha û cenawir?

    Errreeekkkkkk! Law bi namûs heger Cemîlê me zanîba ku xelk û alem evqasî jê ditirsin, niha ji zûde Kurdistan azad kiribû wey, lê kaaaaaaa!!!???

 

Hunermendê nazik Zubêr Salih

Lotikek Li PALTALKê  Xist

ü jêre got bay bay !

 

Kezebşewityo-01/12/07-Dîwanxana Paltalkê-

Rebenê Zubêr Salih, ev 6 salin ji xelkê re di koçk û dîwanxanên Paltalkê de strana dibêje ü qet rojekê xwe giran nekir. Qirûşek jî ji kesî nestend, tî û birçî li kodka tembûr û biziqê xist. Zubêrê me koçk bi koçk digeriya, xwedê heye xelk pir jê razî bün. Lê di dema dawî de hinek tevhevî çêbû û êdî di koçkan de rêzgirtin nema, koçk bûn wek hol û gasîna garanê. Ewî jî rabû biryar da go koçk û dîwanxanên Paltalkê li xwe heram bike. Wek meselok dibêje „Li nav mezelan ranezê ü xewnên nexweş nebîne!“ >>>>>

Aha ji we re provokasyonek din

Sîmon Kolo- 30/11/07-Mêrdîn- Belê, keşeyê me Suryanîyên  Midyadê Danîel Savci hat revandin. Herçiqasî rastîya revandina wî kifş nebûye jî, lê dibêjin nijdevanan 300 hezar euro fîdye ji Suryanîyan xwestine.

   Bêguman ev gotin û fesadîyên dewletê û çapemenîya wê ne. Lê rastî her tê veşartin û dixwazin di bin navê fîdyê de meselê bigrin. >>>>>>>

 

Dermanê derdên bê derman li çiyayên Hekarya peyda bû:

Gulnixwîn!

 

Bavê Jîndar-29/11/07-Cûlemêrg

 Duh me qala navdarîya hingivê Hekarya û hûnerên wê kiribû. Îro jî emê qala gulek ji yên ku li bilindahîya çîyayên Hekarya çêdibe bikin. Ev gul di dinyayê de cihê xwe di nava gulên herî navdar de digire.

   Tê gotin ku di dinyayê de bi tenê li çîyayên Hekarya û Afqanîstanê bi xwezayî dipişkivin. Gelek navên wê û hûnerên wê hene. Nav: 1- Guldexûn  2- Gulnixwîn, 3 -Taca Mîr  4- Guldigirî. >>>>>>  

Dermanê mirinê hat dîtin!

Bavê Jîndar-28/11/07-Cûlemêrg- Mizgîn li we Kurdino! Êdî bila kes ji mirnê netirse çunkî dewrmanê mirinê hat dîtin!

   Dermanê hemi derdan, êşbir û brînkewan, nûjdar û rewşa sifra siltanan, serdarê hemi hingivan, hingivê Hekarya dibe marqek dinyayê. Doh li Hekarya li nava bajarê Cûlemêrgê, atêlya navdartirîn hingivê Kurdistanê vebû. Li gor gotina Serokê Saziya Taciran Ehmedê Salihê Sebrî ( Ahmet Şen ), êdî ne hewceye xelk biçin ser doxtor û bijîşkan. Hema bila du kevçîk hingivê Cûlemêrgê bi çend kakilê gûzan re bixwin, çi derd û elem bi wan re namîne.

   Ehmedê Salihê Sebrî telaqên xwe davêje û dibêje: “Ki vî karî pêk bîne, wê wek hespên fal dest bi lotikên Hekarîkî bike, heçê bixwe poşman e û heçê nexwe poşman e”.>>>>>>

Bi namûs te hiland looo!

Ehmed Beyan-27/11/07-Enqere- Kekê me Ehmedê mala Sîno, yanî Ehmed Turk vê carê heps û zîndan jî dan ber çavê xwe û destê xwe li masê xist.

   Ehmedê me di civîna partîya xwe de çend lotikên baş li Erdogan xistin, tirr jê berdan û got:”Erdogan bi ruşwet û bertîlan ray stendine. Erdogan dixwaze mafên demokratîk ê Kurdan biçûk bixe û ev ne mafê tukesî ye. Kurd ne ehmeq in”. Wekî din mêranîya Ehmedê me hatê û got:” Çavê me ne di mana meclîsê de ye. Ger rêz ji deng û rayên gelê me re neyê girtin, em zanin ji meclîsê jî derkevin û di hepsê de jî razên” filan û bêvan.

   Yaw kekê mino, ha wilo car caran destê xwe li masê xin bavê min, wey! Hinekî wêrek bin, wêrek bin ku ji tirsan re Tirk bi xwe de birîn û derpî dagrin ha, ma bi tirr û fisan tenûr germ dibe bavê min!

   Te car caran behsa federasyonê jî bikira baş bû de neyse..

   Xwedê kerîm û rehîm e....

Siyaseta bêrîkê

Mahmûd Hewlêrî-27/11/07-

Hewlêr

Merheba Hewlêr!..

Dengê hawarê tê, dengê qîrên û teşqeleyan

Ji aliyekî ve Ereb, ji aliyekî ve  Faris, ji aliyekî ve Tirk, ji aliyekî ve Emerîkî...

Ji aliyekî ve jî dengê entelên Bakur...

Xwedê xerabike mala paç-xweriyê...

Lût çiqasî şêrînin bavooooo!

 

Merheba Hewlêr!

Ji her çar derdoran ve siyaseta berîkê ketiye rojevê...

Min got, golikên paçxwer, Ednan û Serbaz gotin, ev peyv giran e, tewanbarî ye. Pêwiste tu biguhere... Min jî got, bifermon kaka, bibêjin, weke çi? >>>>>>

Lotikxanê ciyê Serok Barzanî keşif kir!

  Pîrkemal-26/11/07-Lotikxane- Dibêjin Serok Barzanî winda ye û kes nizane çûye ku. Helbet ev li xweşîya Tirkan tê û ha ha propaganda "brîndarbûn yan kujtina" wî dikin.

   Ev çend roj in çapemenîya Tirko zorî dane antîpropagandayê û bi nûçeyên wek "Barzanî bûye qurbana sûîkastekê", "Barzanî revyaye, çûye Israîlê, Emerîkayê, Ewrûpayê" serê Kurdan tevlihev dikin.

  Tiştê balkêş ew e ku rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî bêdeng in û bersiva meraqa di dilê hemi Kurdan de nadin.

  Lê me wek Lotikxane ciyê Serok Barzanî keşif kir. Bila tukes kêfa xwe bi mirin yan kujtina Serok Barzanî neyne û govendê negre! Hûn zanin Barzanî li ku ye? Di dilê Kurdan de ye! Di dilê her Kurdê netewparêz de ye! Di şûna wî de bi hezaran Barzanî gihane!

  Îcar, sayin Tirkoler, Erebler û Ecemler. Bi sê telaqên jinberdanê Barzanî namre. Kêfa xwe neynin û nebêjin "em jê xelas bûn". Heta rêbaza Mistefa Barzanî li dinyê be, wê Barzanî her bijîn û xelas! 

Şerê navxweyî têkçûna Kurda ye

 

                    Nûrî Çelîk-26/11/07-

Gotinek heye dibêjin:”Kesên ji dîroka xwe dersê wernegirin, nikarin pêşeroja xwe jî damezirînin”. Nirxandin û dersjêderxistina dîroka paşerojê, stûna damezrandina pêşerojê ye. Milletên ku ji dîroka xwe, yan ji paşeroja xwe ders wernegirtibin, di pêşeroja xwe de jî her dikevin heman xeletîyê û diteqinin. Lê milletên ku aqlêselîm dîroka xwe hûr dikolin, kêmasî û xeletîyên xwe dibînin û hewl didin ku di pêşeroja xwe de jî heman xeletî û kêmasîyan nekin da ku di pêşeroja xwe de biserkevin.

    Kurd di vî warî de seqet in. Yek ji wan milletên ku giringî û pêwistîyê nadin dîroka xwe û dersan jê dernaxin, Kurd in. Mixabin, ev rastîya me ye. Rastîyek tirş û tehl. >>>>>

 

Operasyona Xwedê li eskerên Tirk rabû

 

Xerîbo-25/11/07-Çiyayên Hekarî- 

Ez eskerekî Tirk im û li Hekariyê me. Me plan kiribû ku em 1750 esker ji yekîneyên bijare di 27ê meha yazdehan de derbas bibin herin Quzey Îraq û parlemana Kurdan vegirin. Em sibehê rabûn, me dît ku va ye Xweda bi berfê operasyoneke wisa li me kiriye ku em nikarîbûn ji binê çadiran derkevin.

   Îcar me xwe bi xwe got: Elawekîl eger em herin, wê jinebiyên şehîdên Kurd me bi diranan bixeniqînin. Heçê neyê kuştin jî, wê di berfê de bixeniqe.

Îcar em ji operasyonê vekişiyan.

   Operasyon ma saleke din. Niha em ketine rê, lê em nikarin herin baregehên xwe jî.

   Werhasil, Xwedêteala ahê Kurdan ji me re nehişt. Tirr ji me hat berdan û me derpî dagirt wesselam!

   Ê de haydê serketin û başariler cîgerlerim!

 

s© lotikxane 20-02-2006