Google

 Lotikxane

 

Magazîn, henek, gilî û gazin.....Bê lotik nemînin....info@lotikxane.com.....lotikxane@hotmail.com....

        Medya   ///   Arşîv

X. Fatê

 

Hevpeyvîn-I

R.Aydin

 

Cahil dixwazin

B.Ronahî

 Wan seker fabrikasi

L. Şêxo

 

Yek ji me,

yek ji wan

A. Dûran

 

Daxwaz û mebest

B.Rewşê

 

Zerê û Rewşê

M.Badilî

 

Miletê Sûriyê

Arşevîn

 

Itaro

                                                                            

 

 

Dev ji mafê insên berdane dane dû mafê heywana

Fernando Perez-29/01/08- Barselona- Yaw ev Ewrûpî çi mexlûqatên ecêb in pekkkk! Ji xwe ev kesên go dibêjin “em humanîst in, çep û rep in” yekcar berdîberdayî ne ellawekîl! Dev ji paraztina mafê mirovan berdane û dane dû mafê heywana hûn namînin li vê ecêbê!

   Dibêjin çend teradînê “heywanparêz” xwe li bajarê Barselonayê şût û rût kirine û xwe berdane çolê.

   Erê kuro, kes ji  wan xwe ji bo milletekî bindest wek milletê Kurd tazî nake û ji paş û pêş de protesto nake, lê radibin ji bo mirîşkekê qûna xwe berdidin çolê.

   Pekkkkkk bê insan carna çi ehmeq in hayhooooooo! De li wan binerin yaboo...>>>>>

Mîss Amerîka

Şemal Amedî-29/01/08-Hollywood- Di pêşbirka Bedewên Amerîka de Kîrsten Haglûnda 19 salî bû Mîss Amerîka û wê di pêşbirka navnetewî de Amerîkayê temsîl bike.

   Hinek Amerîkî ji bedewîya wê şikê dikin û dibêjin:“Yabo qurban, pozê wê wek şellimekê mezin e. Jina go pozmezin be xêr jê nayê“ filan û bêvan.

   Îcar ka hûn jî lê binerin bê çi dikeve serê we. >>>>>

 

Hewceyî bi cil û bergan nema

 

Nîgarkêşo-29/01/08-Ewrûpa- Dibêjin wê di pêşerojê de hewceyî bi cil û bergan nemîne.

   Li ser bextê Şîrketa Sport Îllûstrated be, dibêjin model û mankenên wê ji niha de xwe hînî jiyana bê cil û berg dikin. Şiklên cil û bergên xwe bi boyaxê dineqişînin.

   De ji niha de li wan binerin ku hûn di pêşerojê de şaşomaşo nebin û bêhiş nekevin yabo…>>>>>

Xêr û guneh di stuyê we de be

Mihoyê Derpîjêketî-28/01/08-Elmanya- Wê rojê ez û hevalekî xwe em çûn dîskotekek (Lotikxane) ji dîskotekên Elmanya, me xwest em çend lotik û zîtirkan bavêjin û serê xwe germ bikin.

   Yabo gava keç û jinikên Elman bihîstin go peyamnêrê Lotikxanê hatiye dîskotekê, hema xwe çeng kirin ser serê min û pirça serê min weşandin ellawekîl. Ji min tika û hêvî kirin ku ez wêneyê wan di Lotikxanê de biweşînim.

   Ê tabî serê min jî xweş bû, xwîna min kelya bû û min jî soz da wan go ez wan têxim Lotikxanê.

   Îcar xêr û guneh di stuyê we xwendevanan de be. Hûn li wan dinerin nanerin hûn bi qîma xwe ne heyran. Ji me gotin...De yellaaaaa...>>>>>

Sayin melle, bi wê qurana go min xwendî tu ne tu melleyî û hew!

Metînê Mêrdînî- 28/01/08-Mêrdîn- Melleyên vê heyamê jî bûne wek karmendê dewletê û ferqa wan û polîs û eskeran ji hev nemaye.

   Berê melleyên me Kurda bîrewer bûn, xwenda bûn, zana bûn û bi ser de jî welatperwer û Kurdperwer bûn. Lê piştî dewletê dît go melleyên Kurd stûna Kurdperwerîyê û paraztina zimanê Kurdî ne, hêdî hêdî melleyên xwe şandin Kurdistanê û wek milîtanekî dewleta xwe dan xebitandin.

   Ev melleyên ku zilamê dewlet û xulamê artêşê ne, di mizgeft û cemeetan de propaganda dewletê û dijminatîya Kurdan dikin. Bi navê ola îslamê me dixapînin û xiyanetê bi îslamê re jî dikin.

   Werhasil, de ji xwe re li vî melleyê di wêne de binerin. Dewlet çi kaxezê têxe destê wî hema yekser wê dixwîne û ji şaşika serê xwe fedî nake. >>>>>

Vexwarina kerîkî û ehmeqî

Metîn Mêrdîn- 27/01/07-Mêrdîn- Xelk gazinan dikin û dibêjin “çima vexwarina alkolê tê qedexe kirin” filan û bêvan. Ê yabo ji xwe re li van herdu keran binerin û hûn bêjin bê çima alkol tê qedexe kirin.

   Hinek ehmeq alkolê kerîkî û bergîlkî vedixwin qardeşim, wille û bille dibin sebebê qedexekirinê lo, wîî! Ma vexwarin wilo ye? Vexwarina alkolê ew e ku mero devê şûşe têxe devê xwe û bêje “qurt û qurt û qurt” û di binî de bang bide haaa!

   Werhasil, vexwarina alkol û eraqê ne karê her zilamî ye. Ji xwe go goştê birajtî û çend îsotên no jî li ser masê hebin, oxxxxxxx werin fercê. Ez serê we neêşînim >>>>>

 

Ma kesî destê te girtiye cîgerim!

 

Nûroj Hebizbinî-26/01/08-Êlih-Şanoger û kpmedyenê Tirk Levent Kirca hat Êlihê (Batmanê) û lotikek avêt. Kirca bi lîztika şanoya "Cinawirê Torosê" derket ser dikê û em kenandin, tirr ji me berda. Werhasil, di şanoyê de hinek ji rêvebir û wekîlên DTP jî amade bûn û wan jî hinekî stresa xwe avêt û gaza xwe derxistin der.

   Ez serê xwe û we neêşînim, Kirca efendî piştre çend gotinên xweş û şahîk gotin û em Kurdên peppûkî sermest kirin. Kirca got ku "ez dixwazim di lîztikên xwe de zimanê Kurmancî jî bikarbînim û hetta temamê lîztikê jî bi Kurdî pêşkêş bikim" filan û fîstan.

   Ê ma kesî destê te girtiye qardeşim? Ma piştî vî temenî tê çend gotinên Kurdî fêr bibî haa? Çima te di xortanîya xwe de Kurdî bikarneanî û xwedî lê derneket lan? 

   Aha hûn rewşenbîr û humermendên Tirk ev in ha. Heta tirr di qûna we de heye Kurd û Kurdî nayê bîra we. Lê go tirrên we bûn fis û hûn ji mêranî ketin, îcar Kurd û zimanê Kurdî tê bîra we newilo!?

De tu jî biçirîneeeeeeee.....!

 

Lêgerîn- 2

 

Xecê Omerî-26/01/08-Mêrdîn

 

Şeveke qetranî

Sitêrik jî veşarî

Barana ku dibari li giwînê min diqerisi

Dîsa rêwingim di rêya te

Dîsa bi hêviya dîtina te

Ne ji sax û ne ji miriya

Bê can û cesedim ez li benda hatina te

Tu li min şerm, tu li min qedexe

Navê min û navê te li gel hev qephete

Evîn…

Çi bi raz e jana te…

 

(Raz-gîzem-sir)

(Giwîn-çerm)

---------------------

 

Ev ji me kêm mabû

 

Metînê Mêrdînî-25/01/07-Mêrdîn- Li Mêrdînê meha derbasbûyî Sendîqa Mamosteyan (Egîtîm-Sen) çalakîyek li dar xist û lotikek avêt. Ez û kurê xwe ê 5 salî jî tev li çalakîyê bûn. Weke her carê polîs û trimpêlên wan li derûdora me sekinîn û kirin wîtewît. Tiştekî pir ciddî hebû.

   Werhasil, çalakî dest pê kir û me bi slogan û xwendina nivîsan tirr ji çalakîyê berda. Di navbera xwendina nivîsan de berpirsiyarê çalakîyê sloganek qirase avêt û got „Egîtîmcîye engel, çetelere butçe“. (Ji perwerdekaran re astengî, ji çeteyan re butçe). A rastî gerek bi vî rengî ba. „Çetelere engel, egîtîmcîye butçe“ (Ji çeteyan re astengî, ji perwerdekaran re butçe).

   Ez serê we neêşînim, polîsên derûdorê li me nerîn û dest bi ken kirin. Ewan jî fêhm nekir bê em ji bo çi çalakîyan dikin. >>>>

 

Şellim û ne tiştekî din

 

Metînê Mêrdînî-24/01/08-Mêrdîn-

Li Mêrdînê gundê Tixûbê mêrek dikeve ber sikratê.
Li wî gundî jî ji sebzeyên bin erdê pêve şîn nabin.
Lawê mêrik jêre dibeji: Bavo tê çi bixwi?
Dibêji ez tiştekî naxwim...
-Tê gîzerkê bixwi?
-Na na..
-Êêêê,  tê tivirekê bxwi?
-Na na..
-Silkisorekê bixwi?
-Na na..
Tê şellimekê bixwi (li wir a go herî bi qîmet şellim in)
-Na na…

 Bêhna lêwik teng dibe, û dibêji...
 -Bavo, min çiqas teamê (meyve-sebze) dinyê ji te re anî te nexwar...
 de her BIMMIR!!! EZ DI TE NIHÊM... mirina te ji gewîtî ye...
>>>>>

 

 

Silav ji we re Lotikxane ekîbîîîîî….!

 

Metîn-23/01/08-Mêrdîn-

Bi namûs ez bi vê Lotikxanê pir û pir kêfxweş bûm lo…Mejîyê we her hebi..
   Ez dixwazim ji we re tiştekî go birastî qewimîye binivîsim. Li gundê Tixûbê (gundê Mêrdînê ye) jin û mêrek diçin Hecê (Mek û Medînê). Wexta go kevir davêjin şeytên, mêrik dibêji jina xwe:“Keçê kevirê hûrik hûrik bavêjê“. Jinik dibêji: „Na kurro, kevir çiqas mezin bi xêra wî pirtiri“.

   Werhasil, mêrik ha dibêji kevirê hûrik û ha dibêji, lê jinik lê guhdarî naki. Radibi mêrê wê jê re dibêji: „Keçê nemayê, ev şeytan berê melekê xwedê teala bû. Ji hevdu xeyidî ne, lê go li hevdu bên eyn wê di te nin haaaa! Bila haya te jê hebi….!“ Îcar hûn her hebin yabo qurban.

   Bi sê telaqan Lotikxane ji serpêhatîya mêrkê Tixûbî jî xweştiri û hûn sax! Bi xwedê ji îro û pê di emê jî bi we ri lotikan bavêjin….
 

r im

 

Luqman Tehlo-22/01/08-Hollanda

       Dûrim ji wara mişext im

       Ji rengê belengaz ûmest im

       Girtî me ne serbest im

       Penaber û bindest im

       Dûr im bê welat im

       Dildarê azadî û felat im

              Ji warê dûr û bê deng

              Silav li gula çeleng

              Yara bedew û çar reng

              Li dil da tîr û xedeng

              Rojên dirêj û dereng

              Westiyam ji jîna meng

      Warê kanî û rûbara

      Deşt û çiya û newala

      Seranser zêr û saman

      Çîçek û binefş û qawan

      Gula min mizgîn û xelat

      Yara min bûka rojhilat

 

Wahşeta garankî

Diyar Baban-22/01/08-Kerbela- Hema hewceyî bi gotina zêde nîne. Ji xwe re li wêneyên van hov û dirindeyên Faris binerin bes e. >>>>>

 

Eksoza Trektorê

 

Firildeq Elî-21/01/08-Bakirkoy/ Stenbol-Wê rojê lotikvana Ingilîz Vîctorîa Beckham ji paparazzî re gotibû:"Ez ji zewaca bi mêrê xwe Davîd re ne poşman im. Haletê wî wek eksoza trektorê mezin e. Ne ew be kes nikare min têr lotik bike" filan û fîstan

   Yahewlelwelaaaaa...! Keçê Vîctorîa, agirpêketyê, belqityê, heger haletê mêrê te wek eksoza trektorê be, ez bi serê te û doxîna te sûnd dixwim ku eksoza Lotikxanê ji a trên û tiyarê jî mezintire, weylaw!

Te go tu bawer naki?

   Heyran were biceribîne, heger xilafî di gotinên me de derket emê Kerekî Şamî bidin te. Gerçî ê Kerê Şamî jî wek ê me mezin nayê lê de neyse....

 

 

Zilam ev zilam in haaaa!

 

Sebra Dila-19/01/08- Elmanya/ Em Kurd mêraniyê di kuştina hevûdu de dibînin. Loma halê me jî gihaye vî halî.

   Wey xwelî û heft arî li serê Kurdê ji maran re tirsonek û ji birayê xwe re şêr be. Ka ez binerim kî lawê bavê xwe ye here têkeve qula mar û wek vî camêrî mar bigre haaa! Hema bi hersê navê wî xwedayê ku ez wî nas nakim û wê Qurana ku min nexwendiye, ti qerasê wek vî zilamî di nav hemû eşîrên Kurdan de tuneye.

   Ê kurê bavê xwe be bila ji me re destê xwe rake û bibêje ez im! Emê jî wî bişînin çiyayê Qendîlê ji bo nêçîra eskerê virqo. 

   De yellaaaaaa!

 

 

Cahil dixwazin cehaletê ji holê rakin kuroo!

 

Rojda Aydin-18/01/08-Wan- Hikûmeta Kasimpaşalî Recebo serê hefsarê karmendên xwe berdaye û ha ha berê wan dide gund û bajarên Kurdistanê.

   Recebo ferman daye endam û neendamên partîya xwe ku bi her awayî xebatê li Kurdistanê bikin, xwe bi Kurdan bidin qebûlkirin da ku bandora PKK kêmtir bibe û nemîne. Ji belavkirina komir û êzingên belaş bigrin, heta bi benîşt û şekirokan li xelkê belav dikin ku qaşo xwe li ber dilê Kurdan şîrîntir bikin. Îcar niha jî dest bi şandima mamosteyên xwe kirine.

   Di bin navê „rakirina cehaletê“ de Kurdan didin ber lotik û pehînan û asîmîlasyona zarokên me ji xwe re kirine derd.>>>>>

 

Redaksiyonên malperên Kurd ên hêja û qedirbilind

 


 Sîdar Bengîn Epozdemîr
 
Bi kurtahî mesele ev e:

Li Hollandayê panzdeh xwendekarên Kurd ên ku rojane li ser Kurd û Kurdistanê dinivîsin nameyek protestoyî şandin NOSê, televîzyona dewleta Holandî. NOS iddia kiribû ku “Kurdistan tuneye” û xwendekaran ev helwest bi nameyek bi sernivîsa “Kurdistan heye” bersivand.

Niha em divên ku Kurd bi xwe jî bikaribin mail bişînin û ji bo vê me nameyek standart amade kiriye.

    Em hêvîdarin ku hûnê bangewaziyê biweşînin da xwendevanên malperên we bikaribin giliyê xwe li ba NOSê bikin.>>>

Sayin Lotikxane

Şerxwaz Aştî-17/01/08-Dinya-

Ji kerema xwe ji kovara The Atlantîk re bêjin, bi sê telaqê jinberdanê em vê nexşeya piçûk a Kurdistanê qebul nakin.

   Niha eger 40 milyon Kurdên me xwe li ser vê nexşeyê dirêj bikin, ciyê razana wan tê de tune. Ya din jî ne Derya Reş, ne Derya Sipî, ne ji Xelîca Kurd tê de niye.

   Nameyekê li ser devê min ji xalê HECI BUŞ re bişînin û meselê jê re zelal bikin.

   Yan NEXŞEYA KURDISTANA MEZIN YAN JÎ BI TELAQ ŞERÊ SEDSALÊ.

Silav li we hemiyan dikim.

---------------            

Ay Lo Dilo Dilo Lo

Saher Mîro El Bedrî

Ay lo dilo dilê şeq
Ez xulama çavêt beq
Çi ji min dixwazî tiştê biheq
Agir ket kezeba req
              Ay Lo Dilo Dilo lo
 
Ay lo dilo dilê sava
Ez xulama wan çava
Çi ji min dixwazî bi lava
Agir ket van hinava
              Ay Lo Dilo Dilo Lo
>>>>

 

 

Cewrikê sosyalîzmê bûye kapîtalîstê herî mezin

 

Proleterê Parsek-15/01/08-Febrîqa Zibil- Erê dinyayê…… Niha Vladîmîr Îlyîç Lenîn ji gorê raba û rewşa kapîtalîstên ku bi fikra sosyalîzma wî mezin bûne bidîta, gelo wê çi bigota? 

   Halî hazir kapîtalîst û emperyalîstên wilo mezin di Rûsyê de çêbûne ku ne hed heye ne hesab. Mêrikan bi salan çîrokên proleterya, kolhoz û molhozan ji zarokên xelkê re gotin, ew razandin û bazdan ser wan, lê wan jî di binî re serwetek bê hesab komkirin û kêfa xiyarê xwe dikin.

   Yek ji wan cewrikên sosyalîzma Rûsyê jî Roman Abramovîçê 41 salî ye. >>>>>

 

Wile heyran te kir tirr Nîmet xanim!

Mihemed Bekir El Tûnisî- 15/01/08-Tûnis- Bi elawekîl em bi Wezîra Jin û Malbatê a Tirk Nîmet Çûbûkçû xenê bûn. Yanî qaşo Çûbûkçû xanim hatibû Tûnisê ku ji me re behsa mafê jin û malbatê bike, rabû em hînî çêkirina qehwa Tirkî kirin û  malik li me viritand. Îcar qehwa Tirkî kuro!?

   Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ev qehwa Tirkî li kuderê Tirkiyê çêdibe? Yan ma qehwe li Tirkiyê şîn tê, çêdibe? Kuro lao ev bêbavana çi tiştê ku bidizin dikin malê xwe û xwedî lê derdikevin hayhoooo!

   Niha we bigota qehwa Latîn Emerîkî, temam! We bigota qehwa Erebî, temam! Ê lao ma Tirk û qehwe? Tiştê ez zanim li Derya Reş, li nav wan Lazên şeytanqûnî, tenê çayê şîn tê û ew jî wek quzilqurtê ye û hew! 

   Ya siphanellaaaaaaa bê ev Tirk çi dizek û virekin yaboooooo!

 

Elokek xelat

 

14/01/08-Li gora we lotikvanê navdar Ben Affleck çima qûna xwe duxrîne? Heçê tê derxe, emê elokek 750 gramî bidin wan.

   Helbet divê berê em destûrê ji Mam Celal bixwazin û piştre eloka we ji we re bişînin. Yan na, emê têkevin ber gunehê wî û gunehkar bibin.

   Haaaaaa, em heq û mesrefa postê nadin haaa...Ew ji kîsî we ye.

  De yalla serketin yaboooo!

Kî dibêjin Europî têr memik in?

Sebra Dila-14/01/08-Elmanya

Ev zilam dema ku çav li memikên vê jinikê dike aqilê xwe winda dike, ronahî di çavê wî de namîne û dibe wek misilmanên birçî. Nema xwe digre û wilo bi dilşewatî li wêne dinere.

   Di dilê xwe de keserekê dikşîne û dibêje: Axxxxxx....! Hey malxerabê, ma pêwîste tu dilê xelkê wilo bide ber agir û xenceran …?  Ax liminnnnnn, ji xêra xwedê re hema min devê xwe xistiba wê şaxa nav du giran û bila xwedê rihê min bistenda û hew!

   Qey dawiya dinyê hatiye bavo… Her tişt bûye bazirganî. Lê bi her sê telaqên jinberdanê, bazirganiya herî mezin bûye memik, doxîn û navran yabo!  

 

Bîjîyên Asenayê li Newrozê xwedî derketin

 

Ehmed Beyan-13/01/08-Enqere- Partîya Seg û Keftarên Tirkiyê MHP pêşniyaza fermîbûna cejna Newrozê da meclîsa Tirkiyê û xwest ku ev cejna qedîm a Tirk (segbavan nizanin ku seg û keftar nikarin cejnek wek cejna Newrozê pîroz bikin) wek cejnek fermî bê pîroz kirin da ku Kurd li cejna Newrozê xwedî dernekevin.

   MHP cejna Newroza Kurdan wek “cejna qedîm a gelê Tirk” binav dike û naletê li bavê xwe tîne. Tirkên ku hema bêjin her tişt û hebûnên xwe ji çand û kultura xelkê dizîne û binyata xwe li ser qirkirina gelên cîran ava kirine, dixwazin bi fermîkirina cejna Newrozê qaşo Kurdan ji vê cejna pîroz bidûr bixin û naveroka vê cejnê jî aloz bikin, bikin “Cejna Seg, Keftar û Gurên Tirkiyê”.

   Werhasilî kelam, bawer kin heta em Kurdên bakur ev Kurd bin, heta em dîwarekî wek dîwarê Berlînê nexin navbera xwe û van segbavên dirinde, wê Tirk li cejnên me jî, dîroka me jî, welatê me, zimanê me û hetta li xîret û namûsa me jî xwedî derkevin û xelas! Gava em kurtanê kerê xelkê bin, wê Tirk her û her li me siwarên û hûn sax!

 

 

Dîndaran ew kir milyoner

 

Tecawizcî Coşqûn-11/01/08-Beyoglû Stenbol- Lotikvana navdar a Tirk Asena ( Asena navê dêlegura ku Tirk ji eslê wê ne) anî zimên ku wê ji şahî û dawetên esker û  misilmanên Tirk 5 milyon dolar qecenc kiriye û mişterîyên wê ê herî baş Tirkên dîndar in. Tirkên dîndar di her wesîlê de serûçavê xwe dinuxumînin û qaşo bi navê îslamê siyaset û polîtîkayek qirêj dimeşînin. Ev misilmanên ku di bin çarçef û perda misilmantîytê de her quzilqurtî dixwin û her zinêkarîyê dikin, di gotinê de xwe wek horî û melayîketên xwedê derdixin pêş. Lê di rastîyê de ew di bin wê çarçef û perda dîn de her gûyî dixwin û û xelkê dixapînin.>>>>>

 

 

 

 

Daweta seyidên lotikvan

Senger Îloz-29/01/08-Stenbol- Seyidên lotikvan biborin (Mercê û Xirbê) ên Nisêbîna rengîn di daweta xwe de, serê lotikvanên dîsko û barên sosyeteyên Stenbolê xistin bin çengê wan. Di daweta ku li Ataköy Plazayê pek hat de, Koma Muzika Gel ango mirtibên Nisêbînê Behramo û koma wî ya kemaçê, weke ku ketibin dinyayeke nû lotik li ser lotikan avêtin.

   Dema Behramo sehneya dawetê desteser kir ma kesî hunermend wêrîbû xwe nêz bike. Wele, dûvîkê kemaçê hazir bû! Her wiha vexwendiyên dawetê jî dan ber pihîn û dûvikê kemaçê ku, di nav lotikan de xwe winda kirin.Behramoyê bi eşqa dolaran şabaş li ser şabaşan dikir, hişt ku rebenê nizamçikoyê mêrdînî ku bi orkestraya xwe ji Şivanê Kurdî û Îboyê zikbirçiyê dengbiberztir distra, ji dikê bi reva rev dakeve.

   Di vê navberê de Sosyeteya Ataköyê li van dengên muzîka modern a Kurdî ecêbmayî mabûn. Rebena nizanîbûn gelo li ber van dengên şabaşan û memikên gihayî çawa lotikan bavêjîn. >>>>>

Bi telaq kêm e û ne zêdeye!

Kurdologê Lotikxanê-29/01/08-Dibêjin parlamenterê partîya CHP ê Argaxanê Ensar Ogut li bajarê Wanê axaftinek kiriye û ha ha pesnê partîya xwe û qûnekê Denîz Baykal daye.

   Ji bo ku Kurdan bikşîne nav partîya xwe, Ensar efendî li ser namûsa xwe sûnd xwariye û gotiye: “Jina min ji min berdayî be ji sedî 80 nifûsa Tirkiyê Kurd in. Em wek partîya CHP girîngiyek mezin didin paraztina çand, ziman, adet û toreyên herêmê. Me jin dane hevdu (wey ne ser xêrê be rebbî) û em bûne merivên hev. Ma ez ker im ez bajarê Antalya, Stenbol û Izmîra ku tije jinikên xweşik in ji xelkê re berdim“ filan û fîstan. 

   Law Ensaro, bi her sê telaqên jinberdanê, nifûsa Tirkiyê ne ji sedî 80 lê bi namûs ji sedî 100 Kurd in! Kuro tu dev ji nifûsa Tirkiyê berde cîgerim, dinya tev Kurd in dinyaaaaa!

   Ma beşer ne ji Adem û Hawa çêbûne? Belê! Adem û Hawa ne li Kurdistanê çêbûne? Belê! Di Tewrat, Incîl û Quranê de nabêje bihuşt di navbera çemê Dîcle û Feratê de ye? Belê! Piştî tofanê keştîya Nebî Nuh ne li ser çiyayên Kurdistanê sekiniye? Dîsa belê! Insanetî dîsa ne ji Kurdistanê belav bûye? Belêêêêêêêêêêêêêê!

   Êêêêêêê!? Îcar dinya tev ne ji kî…ê Kurda ye qardeşim, wîîî! Lê çi fêde Kurd bi qîmetê kî…ê xwe nizanim ax gidîîîîîî……

Ê were bibe Kurd oxlimmm!

Minminîk Elî-28/01/08-Madrîd- Hinek ji Tirkan êdî pêdihesin ku Tirkbûn bûye bela serê wan û wek toqa naletê ketiye stuyê wan. Bawer bikin, di dinyayê de kesên ku ji Tirkan ne aciz in kêm in. Ji ber vê jî diçin ku lotik û pehînan dixwin û dîsa jî qûnekan li ber xwe nakevin.

   Werhasil, dibêjin lîztikvanê fûtbolê Nîhat Qahwecî li Spanyê di hevpeyvînekê de gotiye:”Ji bo ku ez Tirk im qedrê min nayê girtin. Heger ez ne Tirk bûma, wê qedrê min bilindtir bûya” filan û fîstan.

    Ê ewladim, madem Tirkbûn bûye bela serê te, were nasnama xwe biguhere û bibe Kurd oxlim! Ji dêvla ku qedrê te li cem xelkê wek qedrê kerekî jî tunebe, hema hefsarê Tirkbûnê ji stuyê xwe derxe û were Lotikxanê.

   Bi ellawekîl nasnama te hazir e. Emê navê te jî bikin Nûhat Qehwefiroş! Okey!

 

Hemîd:

Yabo Mihemedkê Mûsê çi ji me dixwaze?

 

Şeşqeto- 28/01/08-Rojava-Qamişlo

Ev cara duwemîn e ku sikreterê Partiya Çeprem, tîra xwe ber bi singa Hemîdê Hecî Dewrêş ve dide, lê xuyaye evê carê li bin tira Hemîd xist, ew jî di aliyê avakirina lêvegerek Kurdî de, ku rêxistinên rojavayî Kurdistan dixwestin pêk bînin.

   Hêjayî gotinê ye ku Mûso bi xwe ew Hemîdo û Simo, di carçêweyekê de bi navê (HEVBENDÎ) ku pênc rêxistin tê de ne hevkarin, ew jî ev in: >>>>>

 

Ji Dubaî silavek û daxwazek

Miho Bakur-27/01/08- Ji bo berpirsiyarên Lotikxanê- Ez vê emaîlê ji we re ji rojhilata navîn, ji Dubaî dişînim. Em alîkarîyê ji we dixwazin. Li min bibûrin, ji bo xwedê lotikan navêjin min. Em hejmarek pir Kurd li vir dijîn.

   Gellek heval karmend in, karbidest in. Dema wan û zewacê hatiye. Xwedê miradê wan bike. Ew dixwazin keçên Kurd ên welatparêz û hişyar ji welatê xwe nas bikin û bi wan re bizewicin. Ji kerema xwe hûn karin di înternetê de malperek ku keç û xortên Kurdan tê de beşdar dibin û hevdu nasdikin pêş me bikin?

   Hûn karin ji me re navnîşana wan bişînin? Ma çi dibe? Ma bila xortên me bi keçên Ereban re bizewicin? Bi soz emê we jî dawetî şahîya zewacê bikin! Sipas û rojbaş….

Miho Bakur …Dubaî ...

Bersiva Lotikxa >>>>>

 

Me jî digot çima serê jinan hişk e!

 

Çang Çîng Çong- 26/01/08-Pekîn- Niha hûnê bêjin Lotikxane dijminatîya jinan dike û ji jinan hez nake. Na babam, bi namûs weke ku em ji jinan hez dikin û rêzê didin wan, kes nake. Jin çavê me ne, barê me ne û pitpitokên serê me ne.

   Werhasil, li Zanîngeha Tîanjîna Çînê lêkolînek li ser qalindbûna qoqê serê jin û mêran hatiye çêkirin. Di encama lêkolînê de derketiye holê ku qoqê serê jinan ji ê mêran qalindtir û hişktir e. Yanî, qalindîya qoqê serê jinan 7.1 mm (milîmetre) û ê zilaman jî 6.5 milîmetre ye. Lêkolîn li ser 3000 kes hatiye kirin.

   We dît ne? Îcar zilam dibêjin çima jin ewqasî pitpitokî ne û serê wan hişk e. Ê baba, ma serê ku 7.1 mm qalind be çawa hişk nabe hêê!

   Bi namûs hema bêjin fîşek jî tê re derbas nabin, wîî!

 

Zinge zinga lotikan li Swêdê

deng veda.....

 

KekoyêPozdirêj-26/01/08-Tensta Stockholm-

Helal be qardesim, bi namûs we tirr ji dîplomasîyê berda. Hûn di lotikên dîplomasîyê de hewqasî serkeftî bûn ku we Tirko li xwe hesidand. Wa Tirkan jî li Davosê bi nêzî 2 milyon euro Turk Gala pêk anîn....

   Lê divê em bêjin helal be Taha Berwarî! Bi namûsa mêrê çê, tu lotikvanekî baş, dîplomatekî qirase yî! Heger ez di şûna hikûmeta Kurdistanê de bûma, minê bi her awayî piştgirîya lotikvanên wek Taha Berwarî bikira da ku giranîyê bidin dîplomasî û lobîyê.

   Yaw qardeşim,  tê bîra we bê Kurd li Swêdê di kîjan qada lotikan de bûn? Lotikan deynin alîkî, firsenda wan a nêzîkî lotikvanan jî bibin tunebu...

   Werhasil, lotikvanî xisûsîyetek taybet e. Her kes nikare bibe lotikvan bavê min!  Ji ber wê jî, em dibên bi hevîya gelek lotik û lotikvanan...........

    Bajo Taha Berwarî bajoooooo… >>>>>Çend Fotoyên Gala Kurd

Gala Kurd, ekîb û lotikek

Cemîlê Çargurçik-25/01/08-Swêd-Gala Kurd û serketina wê çirûska pêkhatina ekîbek baş dide me. Xuyaye bi pêkanîna vê galayê, bi çêkirina lobî û qecenckirina dostên Skandînawî, Kurdan jî pêwistî û giringîya lobîyê fêhm kiriye. Û dixuye ku ekîba ku bi vî karî rabûye û radibe, ekîbek jixwebawer, çalak û xwedîyê plan û projeyên baş in.

   Bi taybet, di çêkirina Gala Kurd de ked û xebata Wezîrê Sporê û Xortan Taha Berwarî û ekîba pê re wek Elî Ewnî, Nisret Hecî, Diyar Mizûrî û gellekên din nayê înkarkirin. Heger Gala Kurd ev çend sal in bi serkeftî lidardikeve û bûye pêlikek ji pêlikên çêkirina lobîya Skandînawî, sedema herî mezin ev e ku ev ekîb xwedîyê armancek hevbeş, plan û projeyên baş in. >>>>>

Zarokên kuçe û kolanan –VI

 Zarok û girtîxane

Bavê Jîndar-25/01/08-Colemêrg-

Zaroyên ku dikevin destê çeteyan, ji ber ku çete wan di karên xurab de dixebitîne, wek tewanbaran tên girtin û dikevin girtîgehan.

   Li gor lêkolînên li ser 44551 mehkumên zaro yên girtîgehên Stenbolê hatine kirin, sedemên tawanbariya wan weha derketine holê. Ji  %  95 ên wan ewin ku ji gundan hatine bajêr û kesên malbatên wan kêm hatin in, an jî çu hatinek wan nîne. Ji % 45 bê kar û şol,  % 51  rûyê mekteban nedîtîne, % 15 ji malbatên  parçebûyî. >>>>>

Şivanê me beşdarî pêşangehan jî dibe bavooo....

Tacdîn Baran-24/01/08-Elmanya- Dibêjin wê lotikvanê Kurd ê navdar û şandar Şivan Perwer beşdarî pêşangeha pirtûkan a KOMKARê bibe û li bajarê Wuppertalê çend lotikên Elemanî bavêje.

   Li ser bextê Kurdên Wuppertalê be, hinek dibêjin “wê Şivanê me bi strana Kîne Em dest bi lotikan bike”, hinek dibêjin “de here loooo, wê sedî sed Şivan lê dotmam bêje”, û hinek jî dibêjin “bi telaq me di xewna xwe de dîtiye, wê Şivan Kirîvê bêje” filan û fîstan.

   Ez serê we neêşînim, wê Şivanê me sedî sed beşdarî pêşangeha KOMKARê bibe. Lê wê bistrê yan nestrê ew û tembûra xwe zanin.

  Ê de berdewamê bixwînin cîgerlerim... >>>>>

Spasnameyek ji kekê me Dara Bîlek

Dara Bîlek-23/01/08-

Ji bo berpirsê malpera Lotikxanê

 

Ji berî her tiştekî silavan li we dikim û serkeftina we dixwazim. Birastî eve çend rojin di malpera we de babetek gelek giring tê rojevê û birêz Bavê Jîndar nivîsekê di derbarê Zarokên kuçe û kolanan de belav dike. Di baweriya min de ew dest datîne ser bîrinek gelek mezin a civakî li bakurê Kurdistanê û herweha bi hezaran zarokên Kurd li bajarên mezin yên Tirkiyê. Ev birîna civakî dibe sedemek binhehîn ku pêşeroja me wê bi awayek gelek nexweş be, ji ber ku zarokên me û hêviya pêşeroja me telef dibin.

    Di baweriya min de mirov gerek bi hemi awayî giraniyekê bide vê pirsê û gerek ev yek bikeve bernameyên hêzên siyasî û gerek dezgehên civakî ji bo vê yekê bêne avakirin.

    Bê goman mirov dikare dirêjahî li ser vê babetê dîtinên xwe bêje û hetta karekî li ser vê yekê bike. Lê min niha tenê xwest ez spasiya we bikim ku we di malpera xwe de behsa vê babeta gelek hesas û giring kiriye. Bi kurtahî ev zarok pêşeroja me ne û gerek em bi awayekî li pêşeroja xwe xwedî derkevin..

    Ez cardin spasiya we û nivîskarê vê babetê dikim. Her tim serkeftî bin..

Zarokên kuçe û kolanan-IV

 

  Bajê Jîndar-23/01/08-Colemêrg-

Beşek ji zarowên ku kolan û kuçan dijîn, dikevin tora çeteyên diz û berîkbiran. Pirî caran ji Stenbûl, Enqere , Îzmîr û metropolên din yên Tirkan çete tên bajarên Kurdistanê yên wek Dîyarbekir, Entab û hwd û zarowan direvînin.

   Lê ne bi tenê zarowên kolanan dijîn, herwaha zarowên li kolanan dixebitin jî bi xwe re dibin.  Lê her zaro bi xwe re nabin. Hewceye zaro bi zendûbend be. ( fîzîka wî li cih be ) mildirêj, destdirêj û tilî zirav be, da ku bişêt xwe biparêze  û ji bêrîkan bi hêsanî peran û cûzdanan derbêxe.

   Her weha hewceye zaroyê malbatek pir zaro be, da ku malbat li pey zarowê xwe nekevin û ji çetê re arêşan dernexin. >>>>>

Tê derxin

Tacdîn Baran-22/01/08-Gelo serokê malpera Avestayê Dilbixwîn Dara li kê û li çi dinere? Çima veciniqî? Heçê tê derxe emê kîlok bacan, 250 gram savar, mirîşkek û şûşek kokakola bidin wan. De yellaaaaa, vê fersendê nerevînin!

Zalim qûna zaliman dalêsin

Ehmed Beyan-22/01/08-Enqere- Roj namîne ku rayedarên Tirkiyê neheqî û zilmê li Kurdan nakin û bi navê îslamê Kurdên misilman dikujin. Tirkên ku Kurdên reben wek dijmin dibînin û serokên wan wek “serokeşîr” bi nav dikin û wan dawetî welatê xwe nakin, radibin zalimên wek Serokê Dewleta Sûdanê Omer El-Beşîr dawetî Tirkiyê dikin û bêbavîya xwe eşkere dikin. Omer El-Beşîr sûcdar û tawanbarê kujtina 350 hezar kes e û berpirsê qetlîama Darfûrê ye. Lê ji Tirkên ku qaşo bi navê demokrasî û mafê mirovan insanetîyê dixapînin re qetlîam û komkujî ne xem e. Çawa ku wan di 1915an de fermana Ermenîyan rakir û bi sedhezaran Kurd kujtin, îro jî bi navê dînê îslamê dibin şirîkê Omer El-Beşîrê zalim. >>>>>

Hûn dolaran bixwin, bila zarokê feqîran jî ji birçîna kîrê hev bimijin!

Mihemed Millî- 22/01/08- Ruha- Yaw em Kurd çi milletekî reben û xwelîliser in ya rebbî! Ma heta kengî wê axa û begên me hefsarê me bi dû xwe de bikşînin û wek serokeşîr milletê Kurd bi dewleta Tirko ve girêdin! Ma qet namûs û xîret nakeve pozê me yaw? Ka millet bûn, ka netewayetî, ka Kurd û Kurdistan, ma hema her tişt ket qûna eşîr û malbatê?

   De binerin bê serokê eşîra Seyhanî û wekîlê meclîsa dewleta virqo çi dawet ji nevîyê xwe re çêkiriye. Di sinneta torinê wî de dolar firyan hewayê, zêr û cewher rijiyan. Feqîr û belengazên gundî jî dilêş, stuxwar û hebitî man.

   Di sinneta torinê Seyid Eyupoglû de dê weledê xwe avêt û 150 hezar lîre li sinnetê mesref bû. Îcar 150 hezar lîre çend malbatên Kurd ên hejar pê xwedî dibin hûn zanin? >>>>>

Zarokên kuçe û kolanan-II

Bavê Jîndar-21/01/08-Colemêrg-

Başe kîne ev zaroyên kolan û kuçan?  Zaroyên kolan û kuçan ji kê re tê gotin? Zarowên kolan û kuçan, ew zarone ku ji ber gelek sedeman bi malbat, dibistan û civakê re danûstandinên wan qut bûne û 24 seetên xwe li kolan û kuçan derbaz dikin.

   Debara xwe li kolan û kuçan peyda dikin. Ji bêçaretî carnan şolên xurab wek dizî, pars, revandin (kapkaç ) û carnan jî tîner û balî dikêşin û azadiya kolanan ji xwe re kirine cih û mesken.  

   Li gor statîstîkên sala 2006 an li tevahîya Kurdistana bakur û Tirkîyê bi qasî 500 hizar zarowên ku kolanan dijîn hehe.  Ku % 80ê wan Kurd in. >>>>>

 

Aydin Orak berê xwe daye Hollywoodê

 

Zinar Qelemşûr-21/01/08-Stenbol- Şanogerê Kurd, xortê Nisêbînî, kilê çavê keçên 14-15 salî, siwarê hespê boz û lotikvanê navdar Aydin Orak, sînorên şanogerîya herêmî çirand û di kovar û rojnameyên biyanî de deng veda. Aydin Orak di gellek kovarên welatên Balkan û Rûsya de derket pêşberî awira gelemperî û bi taybet jî, kovarên magazîn û paparazzî ew ji destê hev revandin. 

   Li ser bextê sîxur û ajanên malpera Lotikxanê be, dibêjin Aydinê me gav bi gav, hêdî hêdî û bêyî ku kesek pê bihise berê xwe daye bihuşta şano û sînemaya cîhanê Hollywoodê. Dibêjin sedema ku Aydinê me wek ava bin kayê dixebite ev e ku, ditirse Şemoyê Mitirb û Hesenê Dîn bi plan û projeyên wî bihisin û rê li ber çûna wî a Hollywoodê bigrin.

   Dîsa li ser bextê fesad û ewanên kolanên mehela Qijlê a Nisêbînê be, dibêjin Şemo û Dolmîşo bi hinek tiştan hisyane lê dikin û nakin nizanin mesele çiye.

   De neyse yabo, henek li alîyekî lê birastî jî Aydin Orak qedirbilindekî gelê Kurd û bi taybet jî serbilindîya Nisêbînîya ye.  De bela xwedê miradê wî bike û rêya Hollywoodê jê re veke rebbî!

   Haaaaaa, law Aydino, binere heger rojek ji rojan tu çû Hollywoodê me ji bîr neke ha, okey!! Lotik ji te û senaryo ji me, temam! Emê çi senaryoyan binivîsin peeekkkkkk! Ji xwe go me Şemo û Dolmîşo jî dan kêleka xwe, ma êdî Rambo û Termînator jî karin bi me, tobe be!!!!

 

Gendelî xwelî li serî

 

Mihemed Soran-20/01/08-Silêmanî- Xuyaye em Kurd wek çêlekê ne. Çêlek gava satil tije şîr dibe dibê gurm û lingê xwe lê dixe û şîr dirjîne. Îcar ev jî mesela me Kurya ye. Em dikin û nakin em Kurd nikarin netewî û millî bifikirin û berjewendîyên Kurd û Kurdistanî biparêzin. Lê berjewendîyên şexsî? Ohooooooooo, kes wek me jêhatî tuneye ellawekîl! Hema bila çend qirûş têkevin bêrîka me û Kurdistan heye tuneye ne xema me ye.

   Werhasil, dibêjin kekê me Noşîrwan Mistefa bevpeyvînek qirase daye malpera Erebî Îlaf û têde çend gotinên xweş û nexweş gotine. Kek Noşîrwan gotiye:”Ez wek siyasetmedarên din neketim nav karên bazirganî û ticaretê. Min Kompanya Wîşe ava kir û hewl didim ku medyayek azad biafirînim” filan û bêvan. Ev gotin xweş in û ciyê spasdarîyê ye, her bijî kek Noşîrwan!

   Ji alîyê din dibêje:”Kurdistan heta bi radeyekê ji terorê dûr e. Lê gendelî û fesadî heye, nayê çareserkirin. Ew pêşeroja siyasîya Kurdistanê tehdît fike” filan û dîsa bêvan. Ev jî xebera nexêrê û dilnexweşîyê ye. Dîsa spas kek Noşîrwan ku te ev rastî anîn zimên. Yanî bi kurt û Kurmancî, Kurdistan di destê gendel, bertîlxur û fesadan de ye. >>>>>

 

Ji Erebên bêderpî re dewlet, ji Kurdan re nesîb û qismet

 

Ferhatê Semsûrî-20/01/08-Stenbol-

Va cend mehin li Ewrupayê herkes bûye Fîlîstînî yan jî Kurd, ji ber ku lixwekirina şala Arafat (anjî şala Gerîllayên Kurd) bûye mode! Jixwe dibêjin Israîl ji bo vê modeyê xwestîye giftûgoyên aştîyê bi Fîlîstînîyan re ji nûve çêbin. UNO,USA, dewletên Ereb û bi taybetî Tirkîye bi alîkarîyên xwe soz dane Fîlistîn û Îsraîlê ku

wan hertişt ji bo çareserîya pirsgirêka Fîlîstîn bikin.

   Li ser bextê mirîşk û elokan be, dibêjin UNO, USA, dewletên Ereb û Tirkîye ji bo hişkbûna dewletek Filistîn 7 mîlyar Dolar kom kirine.  

Xwedeyoooo…! Xwezî Kurdên me jî ewqas bexwtewar buna, dinya alem ji bo çareserîye pirsgirêka Kurd jî xwe hinek biçiranda....
   Lê naaaa…mixabin rewşa 3 mîlyon Filistînî ji rewsa 30 mîlyon Kurdan girîngtir e. Wey liminnnnnn qey em Kurd ne ebdên xwedê ne bavo!

    Dibêjin Tirkîye jî du-sê Lîreyên xwe dane Fîlîstînîyan….

Ez qûrbana çûrkara te bim Tirkîyeeee …!

 Yanî qardesîm, tu dibêjî 3 mîlyon Ereb (ên ku em ji wan re dibejin „Filistîn“) dewletek serbixwe heq kirine, lê 30 mîlyon Kurd dewletek heq nekirine haaa?!
   Ma tu dibêjî qey dewletên Ereb tunene... Yaw 24 dewletên Ereban hene qardeşim, ma ku dewletek Kurdî çêbibe wê dinya xerabibe, hey min di we kirino!

 

Her Tirk es-kerrrr ji dêya

xwe dibe, lê Kurd….?

 

Netewperestê Lotikxanê-19/01/08-Lotikxane- Dibêjin li bajarokê Sav a girêdayî bajarê Ispartayê, mamosteyên Tirk şagirtên dibistanê hînî lotik û zîtirkên faşîstî û netewperestîya Tirk dikin. Li dîwarê dibistanê sloganên wek „ne dayikên şehîdan lê bela dayikên terorîstan bigrîn.Her Tirk esker ji dêya xwe dibe“ filan û bêvan. Yanî, bîjîyên Tirkan jî zanin ku her Tirk „es-kerrrrrrr“ ji dayika xwe dibe û di roja pêşîn de dest bi zirrandinê dike, dizirre.

   Îcar hinek ji malperên me wan şermezar dikin û Tirkan wek nîjadperest bi nav dikin.

   Yaw brê min, kurtanê kerê min, ma ji vê helwestê normaltir çi heye qurban? Ma herkes ne li ser mirîyê xwe digrî babam? Başe, çima mamosteyên me şagirtên xwe wek „Kurdperest û nîjadperestên Kurd“ perwerde nakin ku ew zarok sibê dusibê wek „Kurdên Arî“ mezin bibin û di mejî û dilê xwe de Kurdistana mezin bineqişînin? Çima zarokên me wek „gerîlla“ û „pêşmerge“ ji dayikên xwe nabin? >>>>>

 

Bila Ewrûpî fedî bikin

 

 

Medya Mêrdîn-19/01/08-Elmanya-

Merheba ji bona we xebatkarên Lotikxanê. Min îro di malpera Lotikxanê de, nivisek li ser xwendekarên Kurd yên li Holladayê ku we nivîsîbû xwend. ji Kurd hene yan tunene zêdetir, divê em vê bejin; Ji xwe Kurd û Kurdistan di nava çar neyarên xwe de hatin parve kirin, ew jî ne bese zimanê Kurdî jî her ku dere tê helandin. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê.

   Ez jî weha dibêjim: Bila Ewrupî ji demokrasiya xweyî ji bona mafê mirovan û bi taybetî ji bona gelê Kurd ku bes li ser kaxetê ye, fedî bikin. Ji navê mirov û mirovahiyê fedî bikin.

   Berî her tiştî carek din ji we xebatkarên hêja re xebat xweş û her serkeftî bin….
                                           ...............

Em jî wek xebatkarên Lotikxanê spasîya te dikin û dibêjin:“Hevalê lingê şemitî nîn in. Heta em Kurd xwe bi xwe li xwe û li zimanê xwe xwedî dernekevin, wê Ewrûpî jî wek Tirk, Ereb û Eceman me bidin ber lotik û pehînên demokrasîya ser kaxezê". Her bijî Medya Mêrdîn!

 

Bavê te kir tirr ma dora te

 

Abdullah El Kurdî- 18/01/08-Qahîre- Ûsama Bîn Ladîn bi awe û metodên terorê mesela îslamê safî kir û kir tirr. Kurê wî Omar Ûsama Bin Ladîn li Qahîreyê hevpeyvînek da ajansa AP û çend lotik û zîtirkên kerîkî avêtin. Omar Bin Ladîn qaşo dixwaze bibe qasidê aştîyê û dinyê bike buhuşta rengîn. Qûneko berî bi demekê bi jinek Ingilîz a 52 salî (Jane Felîx-Browne ku niha navê xwe kiriye Zaîna Alsabah) re zewicî bû û bibû zavayê kafirên Ingilîz.

   Werhasil, Omer efendî û jina xwe dixwazin bibin ambassadorê aştîyê û yek pirsgirêkê tenê jî li dinyê nehêlin. Jina Omar efendî Zaîna Alsabah a Ingilîz jî çend lotikên bergîlkî avêtin û got:”Bi serê xezûrê min Ûsama Bin Ladîn, ne mêrê min Omar aştîyê bîne cîhanê tukes nikare. Mêrê min aştîxwaz e û yek û yek e” filan û fîstan.

    Ê tabî canim, Omar efendî qûş li te qetandiye xanim Zaîna, ma çima tê pesnê mêrê xwe nedi keçko! Tu dev ji aştîya cîhanê berde, wa mêrê te Omar efendî di navbera Ingilîztanê û Erebîstanê de aştîya dirûtin û çirandinê çêkiriye, lotikek li te xistiye û hûn û Ereb bûne merivên hev.

   We aştîya serdoxîn û bindoxînê pêk anîye, serê xwe bi aştîya cîhanê re neêşînin hebîbîîîîîîîîî! Law ma Ereb û aştî!?

 

Qûş li Ferîdo qetandin

 

Dilcan Îzol-18/01/08-Antalya- Ferîd Hebîb piştî ku ji Elmanya têr xwar û tirr di qûna wî de neman, vegerîya bajarê Antalya Tirkiyê û ji xwe re kafeterya vekir. Lê Ferîdê me li hatina xwe polîpoşman bû û felekê pişta xwe da wî. Ferîd Hebîb rojekê nasnama xwe winda dike û dinya lê dibe zindan.

   Heger Ferîdo zanîba ku bi windakirina nasnameyekê wê ev felaket bên serê wî, bawer kin wê nasnama xwe têxista qûna xwe û hew jê derdixist. Lê ma rebeno çi zanîbû ku wê nasnama wî winda bibe, wê xelk li ser navê wî şîrketan vekin, wî deyndar bikin û bi ser de jî têkeve hepsê! Wey weledddddd Ferîdo!

   Werhasil, piştî nasnama xwe winda dike, rojekê diçe ku ceryana kafeterya xwe veke. Şîrketa ceryanê (elektrîkê) dibêje:“Ohooooooo, va te 5 caran ceryan kişandiye dikana xwe mêro!“ û lotikekê lêdixe. Ferîdê me piştre diçe ku destûra vekirina kefeterya xwe bistîne. Rayedarên belediyê dibêjin:“ Hella hellaaaa! Law va 5 şîrket li ser navê te hene bavo, ma qey tu dixwazi bibi holdîng bavê mino!“ û pehînek din lêdixin.

   Ez serê xwe û we neêşînim, talîya talî rebenê Ferîd Hebîb ji ber sextekarîyê 10 rojan jî di hepsê de radizê û tirrên ku têde mabûn jî dibin fis. Îcar hay ji xwe û windakirina nasnama xwe hebin heyran. Tirkiye bûye dewleta sextekar û zinêkaran. Hema kî dixe kê qet belû nabe ellawekîl!

Piştî 50 salî zewicîn

Şiyar Hîlwanî- 18/01/08-Hîlwan- Xalê me Elî Kurumlu û jinxala me Zeyneb Kara piştî 50 salî zewaca xwe a fermî çêkirin û bûn bûk û zava. Ji ber ku xalê Elî nehra îmamê çaroxî avêtibû ser jinxala me Zeynebê, di resmîyetê de nezewicîbûn û di her warê jiyana wan de astengên fermî derdiketin pêşîya wan.

   Xalê Elî û jinxala me Zeyno beşdarî merasima zewaca komî bûn û bi xêra vê merasima ku ji alî şaredarîyê ve hatibû lidarxistin, herdu evîndar gihan miradê xwe û nasnameyên xwe xistin bêrîka xwe. Bi ser de jî, walîyê Rihayê Yûsûf Yavaşcan bû şahidê wan.

   Xalê Elî bi Kurdî derdê xwe anî zimên û got:“Evê nasnama Tirko serî li me gerandibû. Heta me serê xwe li ber van kerbavan dananî îşê me nemeşîya. Em niha pir kêfxweşim ku nasnama me heye. Êdî emê bê tirs lotikn bavêjin yabo” û simbêl bada.  

   De zewaca we li ser xêrê be û xwedê we bi hevre pîr û kal bike rebbî!

   Helbet bê nasname nabe. Lê xwezî bi wê roja ku Kurd nasnamên Kurdî têxin bêrîkên xwe û nasnama dewleta TC bavêjin teneka zibil û hew!

 

Mala xwedê ava, xwedê KADEP û HAK-PARê bike bûk û zava

 

Serdar Mirad-17/01/08-Amed- Li ser bextê fesadên ser tenûrên kolanên taxa Melikehmed û Xançepekê be, dibêjin partîya KADEP û HAK-PARê vêcarê bi telaqên jinberdanê sûnd xwarine ku di demek kurt de bibin yek û dest bi lotikên Kurdewarî bikin.

   Dibêjin biryara yekbûnê bi yekdengî hatiye girtin û beşerekî xwedê jî li dij derneketiye.

   Werhasil, ma çi ji tifaq û yekîtîyê xweştir û pîroztir heye qurban? Ma destê bi tenê deng jê tê? Naaaaaaa! Bê tifaq Kurd bi ser nakevin û nikarin lotikên xurt li dijminên xwe xin.

   Îcar, bi minasebeta yekîtîya herdu partîyan, em wek xebatkar û lotiknavên Lotikxanê vê helwesta rayedar û xebatkarên herdu partîyan pîroz dikin û xwedê bikim daweta me bi def û zirne, bi govend û hella hella biserkeve.

   De bajooooonnnnnnn...Bi elawekîl Lotikxane li pişta we ye..Netirsin!

Biçirîne Recebo biçirîneeeeee!

Fernandez Perez-07/01/08-Madrîd- Serokwezîrê Tirkiyê Kasimpaşalî Laz Receb hat Îsyanyê û bi rayedarên Îsyanî re çend lotik û zîtirk avêtin. Recebo wek hercar dest bi derewên xwe kir û xwe di bin perda bratîya Kurd û Tirkan de veşart.

   Kasimpaşalî Reco di derbarê pirsgirêka Kurd de dîsa xwe bir vî alî û alîyê din û got:”Yaw qardeşim, hûn çi ji min û Kurdan dixwazin? Kurd hêmenên (ûnsûr-eleman) eslî ne, ne kêmnetewe ne. Heger hûn ji Kurdan re bêjin hûn kêmnetewe ne, wê Kurd bi lotik û pehînan rabin we. Kurd xwe wek kêmnetew yan komek etnîk qebûl nakin. Ew jî wek Tirkan hêmenên eslî ê Tirkiyê ne. Kurd dibin serokwezîr, dibin wezîr, dibin kizîr, û hetta dibin çawîş û onbaşî jî. Êêêêêê? Naxwe hûn çi dixwazin? Ma ev têr nakin lan!?” 

   Werhasil,Recebo piştre got ku”di partîya min de 70-75 wekîlên Kurd hene. Ev jî nîşana vê ye ku ez ferqê naxim navbera Kurd û Tirkan” filan û fîstan. >>>>>

Ji kovara The Atlantîk lotikek pîroz

Hesen Almas-16/01/08-Waşîngton- Kovara The Atlantîk ku nêzîkî Demokratên Emerîkayê ye, di hejmara xwe a nû de lotikek pîroz avêt û dewletên ku wê di pêşerojê de bên îlankirin weşand. Di nexşeya weşandî de cîh daye Kurdistanê û ala Kurdî jî.

   Her çiqasî nexşeya Kurdistanê ne li gor dilê me hatibe çêkirin jî, lê belavkirina vê nexşeyê lotikek bêîman li dijminên Kurd û Kurdistanê dixe.

   Werhasil, dil dixwest ku nexşeya Kurdistanê wek sînorên Împaratorîya Medya berfireh bihata çêkirin. Lê dîsa jî destê rêveberên kovara The Atlantîk sax bin.

   Xwedê lotik û pehînên wan xurttir bike rebbî!

Îcar hûn karin bi serbestî lotikan bavêjin

Sosin Bermal-15/01/08-Berlîn- Berî bi çend rojan sînorên navbera 24 welatên Yekîtîya Ewrûpayê rabûn û ji niha û pêde hûnê karibin bi serbestî di nava 24 dewletan de bigerin, bilîzin û derkevin seyranê.

   Di nava van welatan de Elmanya, Awistûrya, Belçîka, Danîmarka, Îspanya, Fînlandîya, Fransa, Yewnanîstan, Îtalya, Luksembûrg, Hollanda, Swêd, Norwêç, Portekîz, Îzlanda, Estonya, Macarîstan, Letonya, Lîtwanya, Malta, Polonya, Slovenya, Slovakya û Çekoslovakya hene.

    Îcar hûn kîjan ji van welatan diecibînin û li xweşîya we diçe, hûn karin li wî welatî têra xwe lotik û zîtirkan bavêjin.

   De haydê yaboooo, serketin û bi hêvîya seyranên rengo mengo….

 

 

Li wê jî rabû, waweylêêê!

Sosin Bermal-29/01708-Berlîn- Bedewa melez, lotikvana çîkolatayî Rihanna jî bi ser xwe ve çû û dest bi zîtirkan kir.

   Rihannaya ku zêde xwe venedikir û xelkê jê hez dikir, piştî ku çend qirûş ketin xurcika wê, îcar dest bi lotikên „tazî-mazî qilopazî“ kir û xwe ji kovarek Elman re berda çolê.

   Rihanna xwe ji Kovara FHM re şût û rût kir û doxîn daxist kabokê.

   De neyse, hûn lê dinerin nanerin hûn zanin…>>>>>

Kurdek li ser kîwanê hate dîtin

 Narîn Remo/29/01/08-Kîwanistan-

Zanyaran di dema dawî de ev wêne ji ser stêra kîwanê girtin û belav kirin. Hin ji wan dibêjin jin e, ji ber sênga bel e, ango memikên hene, bi her hal dibêjin wêneyê merovekî ye.

   Jixwe kes nizane nasnameya / çi ye. Îca ez bi serê we sûnd dixwim ku Kurd e. Ma ji Kurdan pêve diwêre li wir bi tenê bijî? Dûv re Kurd welat in, dixwazin li ser kîwanê welatekî ava bikin û navê Kîwanistan bikin.

   An dibe evîndarek be, bi sêng û berên dilbera xwe şa nebûbe, ji kerban re çûye ser kîwanê ku bi tenê bijî.

   Dibe ji ber jinên Lotikxanê reviya be ha, zane, her tişt dibe ellawekîl!. Weleddddddçi gunehe bi tenê dijî... niç, niç, niç.....

Em ji vê re bêjin çi yabo?

Çang Çîng Çong-29/01/08-Pekîng- Dibêjin ji sedî 75ên elametên qiyametê li welatê Çînê diqewimin. Hema xwedêteala daye dû van Çînîyên çavsînî û tirrê ji wan berdide ellawekîl! Hingî ev Çînî mal û milkên xelkê kopî dikin û ji ber kopîyên wan dibin milyarder, xwedê jî bele li ser belê tîne serê wan û lotikekê li wan dixe.

   Dibêjin li herêma Şandongê qurm û koka nebatekê xelk xistine helakê û tirr ji wan berdaye. Heçê vê koka ecêb dibîne ji desthilanîn dikeve û dibêjin:“Bi namûs îcar wê qiyamet rabe“ filan û fîstan. 

   De em zêde serê we naêşînin. Hema li wêneyê koka nebatê binerin û hûn biryara xwe bidin bê ka wê qiyamet rabe yan na…

 

Aydin Orak;

"Nameyên protestoyî bişînin"

 


 AMED - 28/01/08-Derket holê ku amadekarên rêzefîlmê Gazî ku di televîzyona ATV’ê de tê weşandin û di hemû beşên xwe de heqaretê li Kurdan dike, pêşniyara lîstîkvaniya rêzefîlmî ji lîstikvanê Kurd Aydin Orak re biriye.

   Orak anî zimên ku fîlmçêkerên rêzefîlmê Gazî ku senaryoya rêzefîlmî bi xwe re anî bû pêşniyara listikvaniyê lê kiriye. Orak, wiha got: “Piştî ku min çend rûpel ji senaryoya wan xwend, min senaryo avêt ser maseyê û pêşniyara wan red kir." >>>>> 

 

Zarokên kuçe û kolanan-VIII

 

Bavê Jîndar-28/01/08-Colemêrg-

 

Dewleta vedizî

Beşek zarowên li kolan û kuçan “dewleta kûr” û artêş dibe. Dewleta kûr zêdetir li ser zarowên biçûk disekine. Hersal li Tirkîyê bi kêmanî 500 zarowên berşîr ( tifal- sava) ji alîyê malbatên wan, li parkan, li ber derîyê mizgeftan û deverên wek wan tên danîn.

   Derveyî wan li gor lêkolînan hersal li kolan û kuçan 50.000 zaro zêde dibin. Van zaroyên bê dê û bav sazîyên dewleta kûr dibin, li hêlînên zarowan û êtîmxanan mezin dikin. Di nav wan de zaroyên herî jîr û zîrek dewleta kûr dibe.

   Li gor lêkolînan bi tenê di van sê salên dawî de ji hêlînên zarowan yên, Diyarbekir “ku di bin qontrola dewletê denin ji alîyê mamhosta, notirvan tên parastin û tu kes nikare xwe nêzikî wan deveran bike “ 34 zaro berze (winda)  ne. >>>>>

Ferho û Fatim Akgul wê îsal jî, bi dayina Xelata Mafên Mirovan û xwendina 2 xwendekaran bên bibîranîn.

Xelata Mafên Mirovan, ku ji aliyê Weqfa Malbata Ferho ve, her sal, di 3’ê adarê de, di salvegera qetilkirina Ferho û Fatim Akgul de tê dayin, îsal jî wê li gundê Mizîzexê werê dayin.

    Bav û diya nîvîskar Medenî Ferho û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Dervêş Ferho, Ferho (85) û Fatim (80) Akgul, di 3’ê adara 2006’an de li mala xwe ya li gund bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin.

   Malbata Ferho jî, diyar kiribû ku, bi tu kesan re pirsgirêkên wan tunebûn û ji qetilkirina Ferho û Fatim Akgul, dewleta tirk berpiryar girtibûn. >>>>>

Pirtûkek şano bi navê Derî veneke!!

 

Çima Derî veneke??

 

Piling Biroreda-27/01/08-

 

Gelo kîjan derî ye ewê Kawa Şêxê ji vekirina wî ditirse?

Derîke ku bayekî sar têre tê an jî agir têre tê? Lê bi her hal ew derîkî ku gerek venebe û ji ber vê jî Kawa Şêxê di şanoya xwe ya nû de derketiye û dibêje derî veneke!!

Ev pirtûk ji weşanên dezgeha Semakurd e û ji xebatên şanogerê Kurd Kawa Şêxê ye.

   Wek ku em hemû dizanin ku di pirtûkxana Kurdî de pirtûkên şano gelekî kêm in û li ser tilyan tên hejmartin.  Ji ber vê jî pirtûkek şano wek eva ku derketiye gerek bê dereng derbas ne be, gereke ku bighê destê xwendevanan, hemû komên şano û şanogeran ji ber weke teksta şano jî ji koman re gelekî pêwîste û her weha wekû edebiyat jî. >>>>>

 

Lotikek li sarioglan xistin

 

Dergevanê Anitkabirê- 26/01/08-Enqere- Ma hewceye em wêneyê li jor şirove bikin gelo? Serokê Sûdanê tê serdana Sarioglanê Selanîkî, ew bi xwe deftera şerefê îmze nake lê bi yawerê xwe dide îmze kirin.

    Lotika herî xweş ev e ku yawerê wî kum û kolozê xwe ji serê xwe dernaxe û dide bin dûvê Mistoyê Selanîkî. Îcar hûn bifikirin bê hikûmeta AKP çawa dide bin dûvê Kemalo û tirrê jê berdide.

   Bi telaq we namûsa Atavirqo anî pênc qirûşan qardeşim..Hûn tirrê ji Kemalîzmê berdin û bila Kurdên me jî Kemalîzmê biparêzin, tewwwwww .....

   Bi xwedê me kir tirrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrr!

 

Zarokên kuçe û kolanan

VII

Çeteyên eroînfiroş

Bavê Jîndar-26/01/08-Colemêrg-

  Piranîya çeteyên mafiya tevizandinê

(eroin –esrar û –heb ) û çeteyên xeraç standinê piştgirîyê ji dewleta vedizî ( kûr ) distînin û xwe wek beşek wê dibînin. Piraniya rêvebirên wan ji general, supa, qomîser, polîs û endamên partîyên wek MHP ê pêk tên.

   Ev çete ne bi tenê madeyên tevizandinê difiroşin û xeracê distînin. Têkilahîyên wan gelek berfireh in, destê wan di mafiya organfirotinê, qaçaxîya penaberan, çek û senet, qaçaxiya cigaran û sîlahan de jî heye.

   Derveyê van karên wan,  derxistina provaqasyonan, lidarxistina meşên nîjadparêstî ya Tirkan, kuştina kesên ronakbîr, peqandina bonban, revandin û fîdyestandin û hwd. Hemi ji alîyê wan de çêdibin. >>>>>

 

Neheqîyê li Jiyanê nekin brê minnnnn!

 

Hejarê Amedî-25/01/08-Amed- Heyran mirov diçirîne lê ne ewqasî haaa! Ma hema bi gotin û vitvitê ye, wîî!

   Dibêjin malpera Netkurdê keça Farqînî ya ku çend stranên M.Şêxo û Seîd Yûsiv ji xwe re ezber kirine, pepûkê kirine hunermend û tew hunermenda muzîka klasîk jî! Çima yabo ma qey Meyremxan e yan jî Eyşe Şan e? Gelo ku Netkurd li ser Meyremxanê binivîse wê bêje çi? Wê jî neke hunermenda pop, rock û terp û rep ê!

   De neyse canim, Jiyan birastî jî ciwaneke ne xirabe û dibe ku di pêşerojê de bibe hunermend. Lê keko, heta ku mirov bibe hunermend jî divê mirov 40 tenûr nanê germ bixwe û dîrokek dirêj ji hunerê re divê wey. Yan ez xelet im? Neheqîyê li ciwanên me nekin û bi lotikekê wan nefirînin ezmanan cîgerlerim!

   Jiyan stranbêjek ne xirabe lê di destpêka jiyana xwe de ye. Ez hêvîdarim ewê di pêşerojê de birastî jî bibe hunermenda strana klasîka Kurdî.....De serketin û lotikên nermik û germik yabooooo!

 

Zarokên kuçe û kolanan-V

 

Çeteyên Kekoyên Diyarbekrî

 

Bavê Jîndar-24/01/08-Colemêrg-

  Me di nivîsa berî vê de qala çeteyên diz, bêrîkbir û kirinên wan kiribû . Her weha me gotibû ku ev ji bo çeteyên Kurd derbaz nabe û emê di vî warî de jî we xwendevanên Lotikxanê agahdar bikin, li ser wê binivîsin.

   Li gor lêkolînên ji asayîşa Stenbolê, ji 70 yî berjortir çeteyên Dîyarbekirîyan, yên dizî û bêrîkbirînê hene. Navê van çeteyan yê argo jî çeteyên KEKO ye . Ev çete, piranîya zarowên ku li kolan û kuçan dixebitin an jî dijîn, bi sozên jîyanek baş, cil û libasên xweşik, pisiklêt, xanîyek baş qaneh (îkna) dikin û dixapînin. Hinekan jî ji bavên wan dikirin. Bi mehane 300-500 YTL miaş didinê. Bi vî awayî dibin Stenbolê.

   Piştî perwerdeyê, ji bo dizî û bêrîkbirînê berdidin kolanan. Awayê xebata wan jî gelek ji yên din cuda ye. >>>>>

 

Xwedê şîfa û sebrê bide

 

Jîr Dilovan

Li gor agahdarîyên ketine destê me, nivîskar û mamosteyê Kurd Jîr Dilovan, di encama ketinekê de xwîn çûye ser mejîyê wî û di nexweşxana bajarê Koln ê de rakirine emelîyatê.

   Em hêvî ji xwedayê dilovan dikin ku tiştek bi nivîskarê me neyê û ew dîsa wek dem û dewranên berê bi saxî û selametî vegere nava me.

   Em ji malbata wî û dost û hogirên wî re sebrê dixwazin

Lotikxane

                           ----------------

 

Sersaxî

 

Dêya nivîskar Laleş û M.Elî Qaso Xezna Qaso çû ser heqîya xwe. Bila rehma xwedê lê be, ciyê wê bihuşt be.

   Em wek xebatkarên Lotikxanê sersaxî û sebrê ji malbata Qaso re dixwazin...

 

Zarokên kuçe û kolanan-III

Tîner û balîkêş

 

Bavê Jîndar-22/01/08-Colemêrg-

Başe, sedema zarowên ku li kolanan tîner û balî dikêşin çine?. Bi gotinek din, çima hewce dibînin ku tîner û balîyê bikêşin?

1-      1-Ji ber ku erzan e û bi hêsanî tê peydakirin.

2-    2- Ji bo ku xwe li hemberî êrîşên derve biparêzin.

3-     3-Ku lêdan û lêxistinê dixwin, bi êşandina laşê xwe nehesin.

4-     4-Li ber serma û seqemê qahîm û muhkem bibin.

5-     5-Ji bo ku wêrek û bêtirs bin.

6-     6-Ji bo ku şerm û fedî nekin û bi rehetî parsê û dizîyê bikin.

7-     7-Ji bo ku bişên gotinên xwe bi serbestî bibêjin.

8-Ji bo ku xwe di nav grûba xwe de bidin qebûlkirin. >>>>>

Ger generalên wan ev qûnek bin, wê milletê wan çawa be!

Serdar Mirad-22/01/08-Amed- Li ser bextê pêxwasên Amedê be, dibêjin generalê Tirk û Serbazê Cendirmeyên Amedê Tûggeneral Celal Çitak zinêkarîyê dike û jina wî li ber çavê wî reş bûye, bûye wek tenîya binê beroşê.

   Dibêjin Celal Çitak dil ketiye jinek din û ha ha lotikan li wê dixe. Piştî ku fesadîya zinêkarîya wî li kolanên Amedê belav bûye, mêrik rabûye îstîfa xwe daye û dev ji pirpirk û nîşanên xwe berdaye.

   Dibêjin Çitak efendî doza berdanê jî li jina xwe kiriye û daye bin dûvê wê.

   Îcar gelî xwendevanan, gava general û amîralên dewleta virqo zinêkar, diz û çete bin, gelo wê milletê wan çilo be?

   De îcar bûn bêjin.......

 

Gelo gotina “ji kerê re ço caîz e?

 

       Hesê Belê-21/01/08-Amed- Elhemdulîllah em misilman in. Ji ber ku xwedî hinek agahdarîyên olî ne carna em raserî pirsên cûrbecûr tên. Ji van pirsan pirsa herî balkêş pirsa “caîzbûna bikaranîna gotina Kurd û Kurdî” ye. Ango; bikaranîna gotinên Kurd û Kurdî caîz in yan na?

   Cenabê min ez mezûnê Îmam Xetîb ê me û min bi belgeya TSE li deverên cuda Îmam Xetîbî kiriye. Bav û kalê min jî Mele bûn. Ji ber vê jî ez xwe dispêrim erka ku min ji vê rewşê stendiye û dibêjim ku; bawerîyê bi gotinên cahil û nezanan neynin.

    Bi israr bêjin Kurd, bêjin Kurdistan. Çunkî xwedê me û zimanê me afirandiye. >>>>>

Gelo bi 71.800 dolarî çend malbatên Kurd xwedî dibin?

Şêrzad Zebarî-20/01/08-Hewlêr Em Kurd milletekî ecêb in. Em zû xwe ji bîr dikin û derbasbûna xwe naynin ber çavên xwe. Bi taybet jî em Kurdekanên başûr wek model û mankenan xwe diguherin. Ne bi roj û mehan lê bi seet û kêlîyan xwe diguherin, xwe ji bîr dikin. Çawa be petrol pir e, pere jî pir in, dizî û sextekarî jî mode ye, îcar wê jibo çi Kurd lotikan li hev nexin?

   Bi hezaran malbatên feqîr û belengaz hene. Bi hezaran zarokên şehîdan birçî û tazî ne. Lê ji alîyê din hinek dem û dezgeh bi navê proje û planên bazirganîyê têra xwe pere ji dewletê distînin û kes nizane çi bi wan peran dikin.

   Werhasil, >>>>>

 

Ew mabû ew jî kirin

Tirkan navê heywanan li xwedê kir!

 

Sofî Xelef-19/01/08-Serokê Dîyaneta Lotikxanê- Mizgefta Mazilevdîn- Ji roja ku me dest bi lotik û zîtirkên Kurdewarî kiriye û hetanî roja îro em dibêjin ”Tirk xwedanenas in, bê dîn û îman in, kafir û tarikselat in” kesî bawer nedikir. Aha ji we re nav û nîşana xwedanenasîya Tirkan û misilmantîya wan.

   Li bajarê Kirikkaleyê, di 10 dibistanan de îmtîhanên amadekarîya dibistanên bilindtir tê çêkirin. Di pirsên îmtîhanê de çi hatibe nivîsandin başe? Pirs ev e: Ji van navên xwedê kîjan xelet hatiye şirove kirin? A)-Deve B)-Dewar

C)-Conge D)-Mîh.

   We fêhm kir newlo? Yanî, haşa ji kerema hazir, bi kurt û Kurmancî, ferqa xwedê û heywanan li cem Tirkan wek hev e. Îcar hesab li cem we û wîjdanê we yaboo!

   Dibêjin piştî ku şagirtên dibistanê mesele ji dê û bavê xwe re gotine, dê û bav rabûne lotikan û xeber dane walî. Walî jî dest bi lêkolînê kiriye. Çi ji encama lêkolînê derdikeve bela derkeve, bi sê telaqên jinberdanê terya kûçik rast nabe û xelas!

 

Çawpêkewtinî Partî Azadîy Kurdistan û Partî Dîmokratî Kurdistan le Elmanya

 

 

Le dirêjey dîdar û çawpêkewtnekanî komîtey rêkxistinî Elmanya ya Partî Azadîy Kurdistan, rojî çwarşemme 16 januyey 2008, Şandêkî Partî Azadîy Kurdistan pêkhatû le hevalan Efşar Eqdesî endamî komîtey nawendî û berpirsî niwênerayetî PAK le Ewrupa û Bîjen Zîbayî berpirsî komîtey rêkxistinî Elmanya ya Partî Azadîy Kurdistan, serdanî niwênerayetî Partî Dîmokiratî Kurdistanyan le şarî Koln kird.>>>>>

 

Li zarokên xwe xwedî derkevin!

 

Bavê Jîndar-18/01/08-Colemêrg

  Jibo partî, rêxistin, komel û saziyên Kurdan.

   Jibo hemu kesên xêrxwaz, qencîxwaz, Kurdhez, zarohez û xwedî wijdan.

   Jibo hemu eşîr, axa, beg, rêncber, karker û kardarên Kurdan.

   Heke hûn naxwazin zarowên cîran, gundî, bajar û welatê we bikevin halê vî –wê zaroka di vî wêneyê jorîn, xwe bilezînin û wan zaroyên kolan û kuçan bifilitînin. Ev zaroyên me ji ber koçberîya şerê qirêj li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkan cîwar bûne. Ji van zarowan hinek hem êtîm û hem jî sêwî ne. Hinek ji ber tunebûna kar û şol, bavê wan nikarîbûye bişîne mekteban. >>>>>

Aha şexsîyet û namûsa Tirkan ev e

Tecawizcî Coşqûn-17/01/08-Beyoglû-Stenbol- Dibêjin „Ziman bê hestî ye“. Yanî, çi tê ber devê meriv meriv kare bêje. Tirk di gotin û lewlewê de tozê li ser namûsa xwe danaynin.

   Heçê nizanibe wê bêje qey Tirk melayîketên xwedê û mirîdên pêxember in. Lê di bin perda namûsê de çi bênamûsîyan dikin tenê xwedê zane. De binerin bê jinika Tirk çi kiriye.

   Berî niha bi serokatîya Orhan Aykût Qûnekoglû çeteyek hat girtin. Vê çeteyê xwe wek „zilamên dewleta kûr“ didannasandin û bi milyonan pere ji xelkê distendin. Hetta serê werîs gihabû wekîl û generalên dewleta virqo jî.

   Werhasil, serokê çeteyê Orhan Aykût Qûnekoglû û dosta xwe Halîme D rojekê seksê dikin û tirrê ji hev berdidin. >>>>

 

KAMPANYA NAVÊN ŞÊNGEHÊN KURDÎ

 

Weke tê zanîn dijminên gelê Kurd li gel hemû nirx û rûmetên me yan tune kirine, yan nav û naverok guherandine û kirine malê talanê. Bi van polîtîkayên qirêj ên tunekirinê re navên hemû şêngeh û wargehên bakurê Kurdistanê hatine guhertin û kirine Tirkî.

   Her çendî salên pêşîn kesekî paxav bi van guherandinan nedikir û her navên Kurdî bikar dianîn jî, niha êdî roj bi roj em navên şêngeh û wargehên xwe ji bîr dikin, di şûna wan de navên ku dewletê fermî li wan kiriye em bi taybet di nivîs û nûçeyên xwe de bi kar tînin. >>>>>

 

Miletê sûrîyê devê wî di axê de ye,  lingê wî di feleqê de ye

 

Mehmûd Badilî-16/01/08-

Ji dawîya pêncîyan ji sed sala bîstan ve miletê Sûrîyê di rewşek pirr xirab û bêhûde de dijî.

   Rewşek reştarî û bê aso ji hemû layên siyasî, abûrî, civakî û rewşenbîrî ve nemaze ji heyama desthilata jihevcudabûna sala 1958 û vir ve, ya ku hemî kiryarên zordestiyê dijî milet bikarhanîn û bêtir dijî miletê kurd >>>>

LI AGIRIYÊ HEWARA KURDÎ

15/01/08-Wan- 

Li bajarê Agiriyê panela bi navê ‘Ziman û Wêjeya Kurdî’ hat lidarxistin. Ji panela ku ji aliyê KESK û aktîvîstên TZPKurdî hatiye organîzekirin re helbestvan û nivîskarê rojnameya Azadiya Welat û endamê koordînasyona TZPKurdî Hemîd Dilbihar û nivîskar û edîtorê kovara W Azad Zal beşdar bûn.

Cara yekem bû ku di derbarê zimanê kurdî de li Agiriyê panelek tê lidarxistin. Panel li salona baroya Agiriyê, ji aliyê endamên KESK’ê, gelek xwendevan û gel ve hate guhdarîkirin û panelê eleqederiyeke mezin dît. >>>>>

Rehma xwedê li hemi şehîdên Kurd û Kurdistanê be rebbî!

Bê şirove

-----------

Pezkûvî

Bavê Jînê-15/01/08-Colemêrg-

Li Kurdistanê  çiyayên herî asê li Hekarya nin. Lewre pezkuvî dikarin li wan deveran xwe çêtir biparêzin û zexim bibin. Li çiyayên Hekarya hem pezê reş (bizin û nêrî ) hem jî  pezê spî (mih û beran ) peyda dibin. Lê pezê spî tenê li çiyayê reş ku dikeve pişta zozanên mêrga xenanû hene.

   Emê îro babeta xwe bikin bizin û nêrîyên kûvî. Pezkûvî di nav heywanan de ya herî kûvî û veceniqok (bitirs ) e. Herwaha kûvîya herî pêjinker û hisker e. Ji xwe pêve bawerîyê bi çu ruhberan nayîne. Jiyana wê tim di nava guman û kelecaniyê de ye. >>>>>

 

Ma manşet û hew sayin Çandar!

 

Av.A.Dîlan-15/01/08-Enqere- Nivîskarê naskirî ê Tirk sayin Cengîz Çandar di hevpeyvînekê de behsa nivîskarîya xwe û hevkarîya hinek nivîskaran a bi generalên Tirk re dike.

   Çandar dide zanîn ku dema ew di rohnameyekê de dixebitî, generalan manşetên rojnamê dinivîsandin û hefsarê hinek nivîskaran di destê generalan debû.

   Werhasil, xwezî tenê manşet ba sayin Çandar! Ez bi serê xwe û te kim, heta bi qayîş û kembera doxîna gellek ji nivîskar û rojnamevanên Tirk jî di destê generalan de ye cîgerim!

   Wilo li rojnamevanên Tirk hatiye ku bêyî destûra generalan nikarin herin ser doşeka jinên xwe jî. Ji doşek û doxîna jinê wêdetir, hatine xesandin kuro, wille û bille generalan tirr di wan de kiriye fis loooo!

Xwînheramên Îranî bi navê xwedê û pêxember êşkencê li Kurdan dikin

Diyar Baban- 14/01/08-Tehran- Dewleta xwînmija Îranê, sofî û melayên qûnde bi navê xwedê û pêxember êşkencê li Kurdan dikin û piştî êşkencê jî wan dadiliqînin.

   Hema li wêneyê Hasan Hîkmer Demîrê ku endamê PJAKê bû binerin, hûnê fêhm bikin bê ew sofî û mela çi ewladên zinê ne.

   Ya rebbî tu serok Bûşk li sofî û melayên Îranê bîne xezebê!

   Ya rebbî tu ahê Kurdan ji van qûnekan re nehêli!

   Ya rebbî tu kevir û teht û zinaran bi ser Îranê de bibarîni!

   Amînnnnnnnn!

 

Ji Lotikxanê re!

 

Orhûn Qatircîoxlî-14/01/08-Tirkîstan-

      Sayin LOTIKXANE..

Ez Kurdeki donme me. Berê min inkara eslê xwe kiribû. Min digot ku dinya tev TIRK e. Lê dema ku min dêlegur dîtin, ez vegriyam nava Kurdan. Lê piştî ku min Lotikxane nasî, ez bûm Lotikxanecî, lê ez nebûme Kurtçî.

   Niha ez di Lotikxanê de  tenê li qîzikên paqrût temaşe dikim. Elawekîl tewqeyê min bi Cûdî, Qendîl, Metîn û Gabaran neketiye. Elawekîl ez ne li Amed, Mihabad, Dêrezor, Çiyayê Agirî û Çiyayê Hemrîn disêwirim.

   Niha ez bûme aşiqê ASENA, vê keçika bedew ku we çend roj berê rismê wê weşandiye. Elawekîl dibêjin lotikên wê pir xweş in. >>>>>

 

Li gora we Beckman çi dike?

 

Li gora we Davîd Beckman çi dike? Heçê tê derxe nepoxek û cotek gore xelat

--------------------------

 

نتيجة السياسات الممنهجة بحق الشعب السوري وعلى وجه الخصوص التي تمارس بحق أبناء الشعب الكوردي ,  والتي تقوم بها السلطات السورية وأجهزتها الأمنية التي تصادر الحريات وتنتهك حقوق الإنسان في وضح النهار , وتسعى إلى تهجير المعارضين والناشطين واجبارهم بمختلف الأساليب اللاانسانية للنزوح والهجرة إلى المنافي وذلك في سبيل هدف إفراغ المنطقة الكوردية من سكانها الأصّلاء,  ونحن أمام حالة مأساوية تتعلق بالناشط في مجال حقوق الإنسان والحريات الديمقراطية ( جوان أمين محمد) من مواليد 1980 الدرباسية التابعة لمحافظة الحسكة في سوريا. >>>>>

s© lotikxane 20-02-2006