Google

 Lotikxane  

 

Magazîn, henek, gilî û gazin.....Bê lotik nemînin....info@lotikxane.com.....lotikxane@hotmail.com....

        Medya   ///   Arşîv

X. Fatê

 

Hevpeyvîn-I

R.Aydin

 

Cahil dixwazin

B.Ronahî

 

Heke ji ber ma

L. Şêxo

 

Bûk û zava

A. Dûran

 

Daxwaz û mebest

B.Rewşê

 

Selmano

M.Badilî

 

Miletê Sûriyê

Arşevîn

 

Itaro

                                                                                                                                                                                                               11/ 02 / 2008 -Duşem

 

Entegre nebin, nebin Tirk û zimanê xwe biparêzin

Tacdîn Baran- 11/02/08-Koln-Elmanya- Serokwezîrê Tirkiyê mîster Receb Tayyip Erdogan hat Elmanya û çend lotikên Tirkane avêtin.

   Erdoganê ku ji bo asîmîlekirina Kurdan çi ji destê wî tê dike, ji Tirkan re got.”Tirkino, zarokên Asenayê, Elmanî hîn bibin, lê nasname, ziman û çanda xwe biparêzin. Zêde entegre nebin (nebin wek Elmanan). Bazdin ser jinên Elmanan, perê wan bixwin, wan bikin Tirk, lê eman eman hûn nebin Elman” filan û fîstan.

   Yaaaaaa! Hûn dibînin bê sermezino ji bo Tirkên xwe çi dixwaze û çi şîretan li wan dike newlo! Lê piranîya Kurdên me yên li Elmanya çi dikin? >>>>>

Bêhna xwînê ji herdu alan jî tê

Cemîl Cewher- 10/02/08-Hewlêr- Belê, piştî guhertina ala Seddam Hisên, ala nû a dema Ebdilkerîm Qasim li Kurdistanê hat hildan. Yanî, kumê Xelo danîn serê Celo.

   Bi namûsa mêrên berê, bêhna xwînê ji herdu alan jî tê. Ha ala Seddam û ha ala Ebdilkerîmo, qet û qet ferq nake. Al ala Erebên bêderpî ye û xelas!

   De neyse, heta alek din bê çêkirin xwedê kerîm û rehîm e. Hew we dît Erebên Iraqê li Erebbûna xwe poşman bûn û ala Kurdistanê kirin ala Iraqê ma kî zane!

   De xwezî bi wê rojê....

 

Qaçaxçîtîya Vîagra û gunikreşên Kurd

 

Senger Îloz-09/02/08-Kurdistan- Wey wey wey ev ji me kêm bû, îcar kaçaxçiyên me bûn qaçaxçiyê Viagrayê jî! Li Batmanê bi saloxa 1000 lib viagrayên ku bi qaçaxî ketine nav welêt hatine girtin û du kes jî ji ber vê qaçaxê hatine girtin. Gunreşên Kurdistanê rabûn ser piyan û xwestin kesên ev qaçaxçîtî kirine lînç bikin.

   Dîsa tê gotin ku, ji zaroyên 7 salî heta kalên 77 salî viagra wekî bêxîretkirina zilamtiyê nirxandine û dest bi meşa şermezarkirinê kirine!

   Vê qaçaxçîtiya ku navê zilamtiya gelê Kurd li qada raya giştî ya cîhanê rûreş kiriye û gunreşên Kurdistanê xistiye gumanê, em jî wek Lotikxane şermezar dikin û pihîneke lotikvanî li der qûna wan dixin! Kurdên ku li çaralî dinyayê bi gunreşiya xwe navûdeng bûne werin ji bin vê şermê derxin. Em jî dibêjin êdî bes e! >>>>>

Were Lotikxanê emê hemwelatîyê pêş te bikin

Tecawiczî Çoşqûn-08/02/08-Stenbol- Ev jinikên welatên Balkan û Rûsyayê ewqasî berdîberdayî û bêşexsîyet in ku carna dilê meriv dixelînin. Meselen lotikvana Romen Tatîana Marînescû xanim.

   Tatîana 25 salî li welatê xwe rojnamevanî xelas kiriye lê qîma xwe bi rojnamevanîyê nayne û illeh dixwaze xwe berde çolê û bibe manken û model. Ê ji xwe tazîbûn di xwîna wan de ye. Gava xwe tazî nekin weke ku tiştek nekiribin.

   Îcar Tatîana xanim gazî rayedarên Tirkiyê dike û dibêje:“Hewarêêêêê, ez di bextê we û xwedê de me, ez dixwazim bibim hemwelatîya Tirkiyê, dixwazim bibim Tirk, zû alîkarîya min bikin“ filan û fîstan. >>>>>

Dayê

Luqman Tehlo

 

Dayê ji  te  dûr  im

Bê cih û bê war im

Diljar û  kovan im

Li welatê biyan im

 

Bo dîtina te dilsot im

şeyda  yê  himbêz  im

Kul û keseran dikêşim

Gelekî bêriya  te dikim

 

Dayê dayik û bave

Wek gula bi xunave

Dil  aram  û  evîne

Ew bingeha  jîne >>>>>

Kî dibê Kurd nikarin bifirin?

Firokewanî kiştukalî Kurdistan:

Le amade başîdan bo rûberûbûnewey hemû derd û afatêkî kiştukalî

 

Kiştukal binemay serekî aborî hemû wilatêke. Le Kurdistanî xoşmanda diwa be duway raperîn û dananî planî stratîjî wezaretî kiştukal bo pêdaçûnewe le girift û tegerekanî berdem pêşkewtinî em kerte zînduwe.

   Hewl û koşekan hemîşe be arastey bûjandinewey em binemaye bûn, le nawbirdin û qelaçokirdinî afat û derdu nexoşiyekan berhemî kiştukal yekêke le bernamey stratîjî em wezarete.

   Diyare le nawbirdinî em derdaneş pişt be amêr û hokarî pêşkewtuwî zanist debestêt. Boye firokewanî kiştukalî rûyekî dîkey em hewlaneye.>>>>>

Hawar... Hem sorî ye, Hem zorî ye..!

Nûrî Çelîk- 06/02/08-

Parçeyek ji welatê me, Başûrê Kurdistanê, ber bi Dewletbûnê ve diçe, hîmên pêşeroja serxwebûna Kurdistanê li wî beşî tê avêtin. Divê ev, serbilindî û kama dilê her Kurdekî be, her Kurdek destê alîkarî û piştgiriyê dirêjî vî beşî bike da ku rojek berî rojekê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin.

   Di demek wek îro de ku dagîrkerên Kurdistanê bi her şêweyî êrîşî Başûr dikin û dixwazin destkeftinên heyî ji holê rakin, mafê tu Kurdekî tuneye ku ve aramî û ahengîya heyî ji bo berjewendîyên zareva an herema xwe tev bide, serok û dezgehên Başûrê Kurdistanê jî divên li gor heqîqet û berjewendîyên Kurdistanê xizmetê bikin. >>>>>

Dewletê dev ji xaltîka me berda, lê ka wê xaltîka me dev ji wan berde xwedê zane.

Zinar Qelemşûr- 06/02/08-Stenbol- Xaltîka me Nîl Demîrkazik (Yaw ev paşnavê wê jî çiqasî xweşe pekkkkkkkkk) hat berdan û ji qefesa zêrîn a dewletê xelas bû. Nîl xanim ji ber propaganda û piştgirîya doza Kurdan hatibû girtin û gellek caran bi a la Kurdistanê beşdarî civîn û dawetan dibû.

   De neyse, dibêjin dagerê mehkemê jê re gotiye: „Binere xanimê, ez te berdidim, lê divê tu biçî dadgeha Stenbolê û rewşa ruhîyeta xwe tespît bikî. Ez bawerim ruhîyeta te bûye wek ruhîyeta mirîşkê. Mirîşk jî gava dîk nabîne û bêrîya fisikandinê dike, ruhîyeta wê serûbinê hev dibe û nizane çi dike. Îcar berî ku ruhîyeta te di bedena te de biteqe, here ji xwe re li çareyekê bigere“ filan û fîstan.

   De neyse canim, xaltîka me halîhazir hat berdan û azad bû. Bila aqûbet li hemi girtîyên heps û zîndanan re rebbî!

Mîss Germany

Sosin Bermal-03/02/08-Berlîn- Bedewa Elmanya hat hilbijartin. Bedewa 18 salî Kîm Valerîe lotikek li bedewên din xistin û zora wan bir. Her çiqasî hinek pisporên jinên bedew dibêjin:”Nayê xwarin lê hema ji tunebûn çêtir e” jî, lê xuyaye xwedê daye Kîm Valerîe xanim û ewê bi saya bedewîya xwe bigihê meqsed û miradê xwe.

   Yaw birastî wê Kurd kengî “Mîss Kurdistan” hilbijêrin?

   Ez bawer nakim. Hûn zanin bê çima ne? Ji ber ku Kurd Kurdekî din di ser xwe re qebûl nake. Wê herkes bêje “ez û ez” û wê di pêşbirkê de dest bavêjin kêr û xinceran.

   Werhasil, ka hinekî li bedewa Elmanya binerin bê çi dikeve serê we. >>>>>

 

Qey zimanî Kurmancekan zimanî heywanekane kaka!

 

Cemîl Cewher-03/02/08-Hewlêr- Dibêjin rêvebirên Malbenda Perwerdeya Silêmanîyê çend dersên Kurmancîya ku hebûn jî ji bernama xwe avêtine û pehînek Sorankî li Kurmancan xistine. Yanî, wê ji niha û pêde li Silêmanîyê tenê Soranî bê xwendin.

   Li ser bextê fesadên kolanên Silêmanîyê be, dibêjin Rêvebirê Perwerdeya Silêmanîyê Kemal Nûrî efendî xeber piştrast kiriye û gotiye:” Ji ber gazindên xwendevan û mamosteyên ku nikarîbûn vê lehçeyê bixwînin û dersên wê bidin, me biryar daye ku van dersên Kurmancî bi temamî rakin” filan û jehr û ziqûm. >>>>>

 

مخالفات في التحليل اللغوي

برزو محمود

من المعلوم أن النقد يلعب دوراً كبيراً في تطوير انتاج الفكر الانساني بكل أشكاله وصيغه التعبيرية في الادب والنقد والسياسة ... وغيرها، لهذا السبب علينا أن نقبل به، لا أن نمارس الإرهاب الفكري ضده أو ضد من ينقدنا شريطة أن لا يتجاوز هذا النقد حدود النص المنقود الذي يشكل الهدف الاساسي في العملية النقدية وليس صاحبه في كينونته السياسية أو الاجتماعية أو الفكرية. وفي هذا المجال برز اسم الاستاذ أبراهيم محمود كلاعب رئيسي ومحرك فعال في ميدان النقد الكردي اذ قدم كماً كبيراً من الدراسات التحليلية والابحات النقدية التي تلقي الضوء على النتاجات الادبية والثقافية والفكرية لجملة من الكتاب الكرد والعرب. ومن الموضوعي القول أن المجموعة الاخيرة من مقالاته النقدية المنشورة في موقع (ولاتى مه) تعكس اسلوباً نقدياً يسمو بمستوى النقد الكردي الى حد كبير اذ يعتمد على أدوات إجرائية تكشف عن المخالفات الحاصلة في البنية اللغوية والدلالية لنص الترجمة الكردية لملحمة جلجامش للمترجم دحام عبدالفتاح، كما يكشف الناقد عن علاقة غير طبيعية بين الكاتب المترجم ومقدمته الجلجامشية، اذ يطعن في أمانته العلمية نظراً لغياب التوثيق في تحريرها. >>>>>

Xwedê bikim zewaca HAK-PAR

û KADEP nebe wek zewaca lawkê feqîr

 

 Lezgîn Şêxo-01/02/08-

 Berî demekê me bihist ku HAK-PAR û KADEK biryara yekîtiyê wergirtine. Birastî em bi vê nûçeyê kêfxweş bûn. Lê di heman rojê de Serdarkê me yê Lotikxanê di nûçeya xwe de ew di cî de kirin bûk û zava.

   Kuro lawo Serdarko, malxerab, min te nasnekira minê bigota qey tu ne Kurdi an ne Kurdistanî ye. Ma tu adet û kultirê me nasnake lawo? Li Kurdistanê ji bo meriv bibe bûk an zava, pêvajoyek pir dirêj, kar û xebatek pir dijwar jê re divê. Ev pêvajo bi vî awayî tê kirin.

   Pêşî xort û keç hevdu dibînin, (li hin cihan hevdu nabînin), dûra malbata lêwik qasidekî dişîne mala keçkê û meselê bi wan dide xuyakirin. >>>>>

 

Aqilê xelkê sîtila zelqê !

 

Sebra Dila – 01/02/08- Elmanya: De ka werin û li vî zilamê ziktilêr binerin “Aqilê xelkê sîtila zelqê” kuro! Berfa li erdê, ma wexta lotikên wî ne rehme li dê û bavê we !

   Oxlim, ma tu berfa sipî jî nabîni, hela hela? Hûn zanin ev çi tîne bîra mirov? Ev wan siyasetvanên ku di dema îro de û hîn dibêjin em Markisî ne. Ezê sûnda giran bixum ku ev ehmeq yan kominîst e û hîn di germa şoreşa oktoberê de dijî, yan jî dixwaze finasminasan bike.

   Mêrik zana ye heyran, ew zane niha kes nayê ser delav û avjenî bi wî tenê maye.

   De îca hûn û analîzên xwe. “Serê ku neêşe bi paçikan girê nedin“.  

 

Wê go pênc me go naaaa!

 

Hesen Almas-31/01/08-Amerîka- Lotikvana xwînşîrîn, bedewa axirzemana, Alessandra Ambrosîoya ku bi xweşikbûna xwe jina min li ber çavê min reş kiriye, salê 5 milyon dolar ji şîrketa Vîctorîas Secret distîne.

    Malxerabê ewqasî li ber dilê min şîrîne ku, ez karim ji bo xatirê lotikek wê xwarina mehîrê jî li dê û bavê xwe heram bikim ellawekîl!

    Offffffffffff, belkî hûn bawer nekin, lê gava ez çav li wê bêbavê dikevim, yekser xwêdan bi min dikeve û dikevim taya mirinê.

   Werhasil, bi kurt û Kurmancî, bela xwedê jinek wek Ambrosîo bikira qismetê min û bela lastîka doxîna şerwalê min tuneba û hew!>>>>>

Xwezî

Luqman Tehlo

 

Xwezî ez bibama tilûrek

Bifiryama li asîmanê yarê

Min bidîta keskesor û sorgul

Erxewan û  buhara   dil

Ramûsanên  perwan  û  gul

Li ber dengê  cûk  û  bilbil

 

Min bidîta bejna yarê

Havîn û siya bin darê

Vegerînim rojên şêrîn

Raborînên yara nazenîn

Warê dost û  evîndara

Cav têr bikim ji  dîdara

>>>>>

Bajarê pêxemberan di bin toz û dûmana tirrên Ereban de ma

Mihemedê Millî-30/01/08-Ruha- Bajarê pêxemberan (!) Ruha di bin toz û tirabêlka Ereban de ma û sor girê da. Toz û qûma ku ji welatên Ereb di ser Sûrîyê re berê xwe da Ruhayê, bajar di nav toz û dûmanê de hişt û tirr ji Ruhayê berda.

   Malkambaxîya mezin ew bû ku toz û dûmana tirrên Erebên zikmezin bela xwe li îsotan jî xist û dil û hinavên Ruhayîyan sot.

   Li ser bextê fesad û ewanên kolanên bajarê Ruhayê be, dibêjin Ruhayî dibêjin:“ Bila bi xirabûna bajêr be û ne bi têkçûna îsotan be. Ha îsotên me telef bûn û ha em hatin kujtin qet ferq nîne“ filan û bêvan. 

   Werhasilî kelam, Ruha qaşo bajarê pêxembera ye. Helbet wê toz û dûman jî lê rabe û kevir û zinar jî bi ser de biherikin yabo, wey! Yan wî navî ji ser bajêr rakin û navê Ruhayê bikin „Bajarê Îsotan“ û yan jî gazinan nekin babam!

Dev ji mafê insên berdane dane dû mafê heywên

Fernando Perez-29/01/08- Barselona- Yaw ev Ewrûpî çi mexlûqatên ecêb in pekkkk! Ji xwe ev kesên go dibêjin “em humanîst in, çep û rep in” yekcar berdîberdayî ne ellawekîl! Dev ji paraztina mafê mirovan berdane û dane dû mafê heywana hûn namînin li vê ecêbê!

   Dibêjin çend teradînê “heywanparêz” xwe li bajarê Barselonayê şût û rût kirine û xwe berdane çolê.

   Erê kuro, kes ji  wan xwe ji bo milletekî bindest wek milletê Kurd tazî nake û ji paş û pêş de protesto nake, lê radibin ji bo mirîşkekê qûna xwe berdidin çolê.

   Pekkkkkk bê insan carna çi ehmeq in hayhooooooo! De li wan binerin yaboo...>>>>>

Mîss Amerîka

Şemal Amedî-29/01/08-Hollywood- Di pêşbirka Bedewên Amerîka de Kîrsten Haglûnda 19 salî bû Mîss Amerîka û wê di pêşbirka navnetewî de Amerîkayê temsîl bike.

   Hinek Amerîkî ji bedewîya wê şikê dikin û dibêjin:“Yabo qurban, pozê wê wek şellimekê mezin e. Jina go pozmezin be xêr jê nayê“ filan û bêvan.

   Îcar ka hûn jî lê binerin bê çi dikeve serê we. >>>>>

 

Hewceyî bi cil û bergan nema

 

Nîgarkêşo-29/01/08-Ewrûpa- Dibêjin wê di pêşerojê de hewceyî bi cil û bergan nemîne.

   Li ser bextê Şîrketa Sport Îllûstrated be, dibêjin model û mankenên wê ji niha de xwe hînî jiyana bê cil û berg dikin. Şiklên cil û bergên xwe bi boyaxê dineqişînin.

   De ji niha de li wan binerin ku hûn di pêşerojê de şaşomaşo nebin û bêhiş nekevin yabo…>>>>>

Xêr û guneh di stuyê we de be

Mihoyê Derpîjêketî-28/01/08-Elmanya- Wê rojê ez û hevalekî xwe em çûn dîskotekek (Lotikxane) ji dîskotekên Elmanya, me xwest em çend lotik û zîtirkan bavêjin û serê xwe germ bikin.

   Yabo gava keç û jinikên Elman bihîstin go peyamnêrê Lotikxanê hatiye dîskotekê, hema xwe çeng kirin ser serê min û pirça serê min weşandin ellawekîl. Ji min tika û hêvî kirin ku ez wêneyê wan di Lotikxanê de biweşînim.

   Ê tabî serê min jî xweş bû, xwîna min kelya bû û min jî soz da wan go ez wan têxim Lotikxanê.

   Îcar xêr û guneh di stuyê we xwendevanan de be. Hûn li wan dinerin nanerin hûn bi qîma xwe ne heyran. Ji me gotin...De yellaaaaa...>>>>>

 

 

 

 

 

 

25 hindik in cîgerim, bikin 1000 parçe

 

Mistefa Firat-11/02/08-Enqere- Birastî di warê xebata demkratîk û legal de gavên baş tên avêtin. Kurd lotikên xweş davêjin. Ji ber ku di qada legal de halîhazir dengê DTP derdikeve, emê jî îro DTP wek berdevkê Kurdan qebûl bikin.

   Werhasil, dibêjin li Enqerê civîna “Meclîsa Aştîyê” çêbûye û gellek kesên Kurd û Tirk lotik û pehînên xweş avêtine. Xweş xeber dane û baş xeber dane. Ji hemiyan zêdetir xalê me Hatîp Dîcle û xaltîka me Aysel Tûglûkê lotikên xweş avêtine.

   Xalê me Hatîp Dîcle gotiye:”Divê Tirkiye bibe 25 herêm. Ev 25 herêm îdara xwe bi xwe bikin” filan û bêvan. Xaltîka me Aysel Tûglûka ku wek berdevka Kemalîzmê tê naskirin jî got:” Em bratîyek bi vî rengî naxwazin. Bila Kasimpaşalî Reco serê me xeraneke û nehêle ku em ji îmana xwe derkevin. Ez bi serê Sarioglan kim, heger me aciz bikin wê Kurd doza veqetandinê bikin haaaaaaa!” û bala hikûmeta Recebo kişandiye.

   Werhasil, vê carê xaltîka me Aysel Tûglûk xanim behsa veqetandinê kir û sînyalên erênî dan derûdorê. Lê sibê dusibê dîsa Kemalîzmê neparêze û doza Mîsakî Mîllî neke baş e. De a bi xêr çi be bila xwedê wê bike rebbî!

Binerin bê qehremanekî Kurd çi tirran ji Tirkan berdide

 

Çima Kurd van şîretan li zarokên xwe nakin?

Ehmed Beyan- 10/02/08-Enqere- Bawer bikin ji derveyî Kurdan herkes neteweperest û faşîstê millet û welatê xwe ye. Tenê em Kurd xwelîliser û peppûk in, berjewendîyên xwe dikin bi qurbana berjewendîyên xelkê û xwe rezîl û riswa dikin.

    De binerin bê Tirkê binavûdeng, qûnekê heram Huseyîn Nîhal Atsiz di sala 1941ê de çi şîret li zarokên xwe kirine. Nîhal Atsizê kurê dêlê di qewîtîya xwe de ji kurê xwe Yagmûr re dibêje:”Kurê min Yagmûr, kurê kerê, heyla min dêya te çirando, baş guhdarîya min bike.>>>>>

Ma we zanîbû goştê hirçan dermane?

Bavê Jîndar-10/02/08-Colemêrg-

Hirç dahbeke (dirinde) xwedî taybetîyên wusa ne ku ew aeybetî  di çi dahbeyên din de peyda nabe. Pênc mehan dikeve xewa zivistanê. Bi tenê kefa destê xwe dalêsin. Di wê xewa pênc mehan de, hêza xwe ya jîy (kezî- adale ) %10 ji % 22 proteîna laşê xwe vinda dike. Hestîyên bedena wan jî nahelin.

   Dilê wan ê ku di  deqîqekê de 30- 40 caran lêdixe, di dema xewê de dikeve 9-14 caran. ( Di pêvajoyek weha de mirov  %85 jîyê ji ji proteînê ji %90 winda dike.) Gera xwîna laşê wan % 80- 90 dikeve, lê bi dilêşê nakevin. Ku biharan rabûn pîyan, wê hêza biçûk ya windakirî, di navbera çend rojan de berhev dike. Heta ji berê bihêztir jî dibe.

   Hirç di sê salîya xwe de balix  dibin (li wan radibe). Lê nêrê wan heta 7-8 salîya xwe bi mêhirçê re nagehin hev. Ji ber ku hewceye gelek bihêz bin da ku hirçên din jê bitirsin, xofan jê bikin û mêhirç jê re bimîne. >>>>>

Ferqa navbera 2 mexlûqatan

Ehmedê Amedî-09/02/08-Amed-

Serokwezîrê Tirko Erdogan jî weke wê beqa bi terî ye. Mêrik li her bajarekî bi awayekî dipeyive, li Diyarbakir dibêje pirsgirêka Kurd heye, li Ankara dibêje tek dîl û tek milet, li Ewropa dibêje herkes dikare xwe bi zimanê xwe îfade bike û zimanê xwe bikar bîne. Li Amedê şaredarê Kurd ji bo doza bikaranîna Kurdî ji pêwirê dûr dixe û meclisa şaredariyê fesix dike, li Almanya dibêje divê mirov bi zimanê xwe yê zikmakî (yê Tirkî) baş zanibe ji bo mirov bi hêsanî zimanekî din hîn bibe.

    Yanî bi kurtahî û Kurmanciya gewr, mirov dikare bêje ew wek beqa bi terî dike. Heywanek heye ku celebekî beqê bi terî ye. Bi Erebî jêre Herba tê gotin, bi Tirkî jî jêre bukalemûn tê gotin û bi latînî jî chameleon jêre tê gotin. Ew heywan diçe ku xwe dike ji rengê wê erdê an jî wî pelî an giyayî. Yanî rengê wê li gor xwezaya derdora wê tê guhertin.

    Tenê ferqa Erdogan û wê heywanê hin tiştên biçûk hene, ew xwe li gor xwezayê û derdora xwe diguherîne lê Erdogan xwe li gor bajaran diguherîne .  Serê wê biçûke lê yê Erdogan zembîlek goşt tê de heye. 

Ji xwe Evînxane ji me kêm mabû!

Lotikxane-09/02/08- Şikir ji hikmê xwedê re, êdî Kurd medenî dibin û bi rêya vê bêxwedîka internetê lotik û zîtirkên modern davêjin. Me wek Lotikxane pêvajoyek nû ji Kurdan re vekir. Pêvajoya ku êdî Kurd karibin behsa magazînê jî bikin û di malperên xwe de rê bidin paparazzî û Bekoewantîyê jî.

    Malperên ku berê qet behsa Angelîna Jolîê, Scarlet Johanson, Pamela Anderson û jinikên wek wan xweşik nedikirin, îro kêm be jî car caran wan derdixin ser dikên malperên xwe û lotikên magazînî davêjin. Her çiqasî wek Lotikxanê nikaribin avê bi devê meriv xin û girêzê ji dev û lêvan bînin jî, lê dîsa jî pêşketinek baş e.

   Werhasil, mesela me ne ew e. Me xwest em bêjin ku Lotikxanê rêyek vekir, cesaretek da derûdorê ku karibin hinek tabûyan bişkînin. Îcar niha jî EVÎNXANE!!!!!?

   Evînxane kuroooo!!!! >>>>>

Geverîyan lotikek li Tirkan xist

Cembelîyê Botî-08/02/08-Geverê-

Di 22 -24. 01. 2008an de li bajarê Hezeromê, bêşbirka xwe li ser befrê zelandinê (şemitandin) li dar ket. Di pêşbirka ku di navbera Lîseyan de dibû, pêkolvanên (xîsanvan- leyanvan-xîdorzan) Geverîyan lotikek Kurdewarî li hogirên xwe yên Tirk xist û tirr ji wan berdan.

   Geverî di pêşbirkê de bûn yekemînê Tirkîyê û kûpa xwe standin. Teskera Tirkan kir berîka wan û berê wan da mala bavê wan. Di vê pêşbirka beryekdanê de, di refa keçan de Rojbîn Şebnem û Mihrîban, di ya xortan de Erkan, Silêman, Soner û Zekî, di dubeşên 4X 2500 metro de kûpe standin. Her weha Rojbîn Oren bu yekemîn, Erkan Orhan duyemîn û Silêman Atêş sêyemînê Tirkîyê.

   Ev hersê lotikvan di nêzde wê bên Firansê û di pêşbirka navnetewî de dewleta Tirkan temsîl bikin. Mixabin!

  Ma em çi bikin, heke dewleta me nebe wê halê me jî ev hal be.  Lê divê em ji bîr nekin,  ker jî dizanin ku Geverî ne Tirk in lê Kurd in. >>>>>

Pezkûvîyên Spî

Bavê Jîndar-08/02/08-Colemêrg-

Em carnan di Lotikxanê de qala heywan û nebatên Kurdistanê, yên li ber nemayînê( windabûnê ) û senbolin dikin. Bê goman em di vî warî de ne pisporin. Lê li gor me, her tiştê Kurdistanê ku ber bi windabûnê ve diçe, divê xwedî lê bê derketin û bên paraztin. Ev peyam û agahdarîyeke ji bo pisporên vê – wê babetê  û xelkê me yê ku wan biparêzin û serê xwe pê bêşînin.

   Herçend ev karên sazîyên me ne, lê sazîyên me bi rojeva dewleta Tirk û hinek rêxistinan ve mijûlin.

    Wek Lotikxane karê me yê  bingehîn moraldayîn, bilindkirina ruhê Kurdayetîyê,  biçûkkirina dijmin, pêşdebirina henek û çanda gel e.

   Dibe ku hinek bipirsin û bibêjin: Madem ev ne karê we ye, hûn bo çi dikin? Tê gotin ku dema kalemêrek (haşayî civata hazir) dikute kerê, du xort wî dibînin û dibên: Kalo quwet be, ew çi kare tu dikî? Kalo dibê:Stuyê we bişkê, karê we ye lê ez dikim! Mesela me jî ew e. >>>>>

Ma cejna Karnavalê cejnek Kurda ye?

 

  

 

 

 

Lotikxane/Azadî.nl-07/01/08-Festîvala Karnavalê (Carnaval) li Holanda vaye çend roj e bi coşeke mezin têt pîroz kirin, bi rengên kesk û sor û zer. Belê, yanî bi rengên netewî yên Kurdî.

   Ji 3 heta 5ê meha Sibatê li seranserê cîhanê cejna carnavalê te pîrozkirin. Ev cejn di esasê de cejneke xiristiyanan e ku 40 roj beriya hatina Cejna Paskalya (Cejna Hêkan) dihat pîrozkirin. Di vê cejnê de xelk zikên xwe bo cara dawî baş têr dikin ku rojtira dî bi rojîgirtinek 40 rojî dest bikin ta roja cejna Paskalyaya yekem. >>>>>

Kanî ew 75 wekîlên Kurd?

Serdar Mirad-07/02/08-Amed- Dibêjin wekîlê DTP ê Bedlîsê M.Nezîr Karabaş di kongra DTP de axavtinek qirase kiriye û tirr ji hikûmeta Erdogan berdaye. Karabaş axivî ye, kela dilê xwe hênik kiriye û piştre gotiye: “Kasimpaşalî Reco dibêje di parlamentoyê de 75 wekîlên Kurd nehe. Ê ku Kurdan temsîl dike ez im, partîya min e. Ê başe qardeşim, kanî mew 75 wekîlên Kurd? Çima wek mêran dernakevin û nabêjim em Kurd in!” filan û bêvan. 

   Yaaaaa.... Yaw qardeşim, canim cîgerim, hinekî bisekine wî. Bisekin bila ew 75 wekîl bêrîkên xwe, çewal û xurcikên xwe tije dolar bikin û piştre doza Kurdayetîyê li wan bike cîgerim! Ma bi zikê birçî karin bêjin em Kurd in! Kuro lao ma Kurdayetî bi serê wan û bavê wan ketiye?

   Ma ew 75 wekîl wek min û te aqilê xwe xwarine? Mêrikan hem li defê dixin û hem jî li zirnê dixin. Ji wan re Kurdayetî ketina meclîsê ye. Piştî ku bûn parlamenter pêve, ma xema wan milletê Kurd e? Naaaaaa!

   Kurdayetîya wan di bêrîka wan û di nav doxîna wan de ye ellawekîl! Heger car caran şûşek wîskî vexwarin û bi serxweşî Kurdayetî hat bîra wan ew tiştekî din, lê bi namûs wan ji Kurdayetîyê re negot bismilleh.

  Ma em bi qûna hev nizanin qardeşim!

 

Kek Ebdulrehman, bo li Kurmancan

radikî ferman!

 

Şîndar Berwarî-06/02/08-Dihok- Niha em bêjin hûnê dîsa xwe bixeyidînin û dijminatîya Lotikxanê bikin. Lê qardeşim, ji roja ku min xwe wek Kurd naskiriye, ev kakacanên me yên Silêmanîyê dijminatîya Kurmancî kirine û bi çavekî biçûk li Kurmancan nerîne. Li gora wan Kurd tenê Soran in û Kurdî jî tenê Soranîya (kekan û mekan) e.

   Yabo ka wê gotina (kan) ji Soranî derêxin, heger zimanekî bi navê Soranî ma ji xwe ez i tiştekî nizanim.

   Meselen Kurdekan, zimanekan, elokekan, mirîşkekan, afretekan, mêrekan, qûndeyekan û wekî din. Yanî, ciwamêran gotina (kan) bi Kurmancî vekirine û jê re gotine (Soranî) wesselam.

   Werhasil, dibêjin Wezîrê Perwerdeya Soranîstanê kak Dilşad Ebdulrehmanekan di hevpeyvînekê de Kurmancî wek xeter dîtiye û xwestiye ku hikûmeta Kurdistanê rojek berî rojekê vê xetera mezin ji holê rake û Soranî wek zimanê perwerdeyê têxe jiyanê. >>>>>

 Xinkanî 7 kes le binemaleyekî awarey Kurdî rojhelat

   Şewî heynî rêkewtî 01/02/ 2008, 7 kes le binemaleyekî awarey Kurdî rojhelat nîştecê le kempî kawey başûrî şarî Hewlêr, behoy gazî "zopa"ewe xinkan û giyanyan le dest da.
 Ew rûdawe le katêk da rûyda ke binemaley Enwer Mihemed Salih xelkî serpêlî zehawî rojhelatî Kurdistan, le derewe degerrênewe malî xoyan û zopay maleweyan heldeken û dexewn.

   Behoy xirapî corî zopa û kipî malekeyanewe 7 kes le binemalekeyan ke birîtîbûn le: Enwer Mihemed Salih, Necîbe Arif Marif Hawser, Kejal, Neşmîl, Umer, Sirwe û Edîbe, gazî zopa deyangirê û lecêda giyan le dest deden.
    Şayanî base, le nêwyan da tenya kiçêkî ew binemaleye be nawî Emîre temen 15 sal rizgarî debê û paş rûdaweke xelkî kempeke agadar dekatewe

 

Partî Azadî Kurdistan

04/02/2008

 

نۆروێژ .. گاڵای کوردی به‌ ئاستێکی به‌رز به‌ڕێوه‌چوو‌

نیشته‌جێ بوونی هه‌زاران کورد له‌ ده‌ره‌وه‌ی وه‌ڵات، ده‌رکه‌وتنی تواناکانیان له‌ بواری جیاوازدا. کار کردن و په‌رۆشی بۆ کوردستان هه‌ر یه‌ک له‌ بواری خوێدا، بیرۆکه‌ی دروست بوونی مه‌راسیمی گاڵای کوردیه‌ له‌و وه‌ڵاتانه‌ی که‌ کورد تێیاندا نیشته‌جێیه‌. گاڵای کوردی، بۆنه‌یه‌کی تایبه‌ته‌ که‌ هه‌م کورد دۆستی کورد، هه‌م ده‌زگه‌ حکوومی و لایه‌نی په‌یوه‌ندیدار به‌شدار ده‌بن، سێ خه‌ڵاتی سه‌ره‌کی ده‌به‌خشرێن، کوردی ساڵ، دۆستی کورد، دۆستی کورد(خه‌ڵاتی فه‌خری)، جگه‌ له‌ پێشاندانی وێنه‌ و ژه‌نینی موزیکی کوردی. ئه‌م خه‌ڵاتانه‌ وه‌ک بیرهێنانه‌وه‌ و ڕێزگرتنه‌ له‌و که‌سانه‌ی که‌ کار بۆ دۆزی کورد ده‌که‌ن له‌ بواری جیاوازدا 

Bexçê Bihuştê

 

 

Me di Gala Kurd de çi lotik avêtin?

Cemîlê Çargurçik-03/02/08-Stockholm- Wek me berê gotibû, em wek Lotikxane bi nûnerekî xwe beşdarî Gala Kurd bûbûn. Lê mixabin ji ber ku nûnerê me di xew de mabû, me fersend nedît em ji we re behsa encama Gala Kurd û têkilîyên xwe bikin. Werhasil, kêmasî ji me û lêborîn jî li we xwendevanan.

   Em di 24/12/2008an de beşdarî Gala Kurd bûn. Me li ser navê Lotikxanê gellek siyasetmedar û nûnerên partîyên siyasî dîtin. Herweha me bi sekretera sefîra Amerîkayê re nîqaşek dûr û dirêj li ser pirsgirêkên gelê Kurd kir û me bêhna wê çikand. Di derbarê têkilîyên wan û başûrê Kurdistanê de me ew da ber zixt û şûjinên Kurdewarî û qirik lê ziwa kir.

   Wekî din me bi seroka Sosyal Demokratên Swêdê xanim Mona Sahlîn re jî qehweyek tehl vexwar û me jê re behsa pirsgirêkên gelê Kurd kir. Herweha me di derbarê kar û xizmeta Lotikxanê de agahdarî da wê û kir ku devê wê ji hev bimîne vekirî, şaşomaşo bû. >>>>>

 

Flaşşşşşşşşşşş!

Kurek ji Mamo re çêbû!

Mihemed Soran-03/02/08- Silêmanî-Şabaşşşşşşş....Şikir ji dana xwedê re, şikir ku Mamê me Celal Talabanî bû bavê kurekî din û piştî 70 salîya xwe bi miradê xwe şa bû. Niha hûnê bêjin:”Ya starrrrrr Lotikxanê dîsa çirandddddddd!” Lê na baba, bi telaqê bê fitû xilafî di gotina me de nîne. 

   Dibêjin berî çendakê Mamo serdana Kerkûkê kiriye û bi rayedarên Cepheya Tirkmen (yan jî Partîya Tirkmenelî) hevdu dîtine. Di vê hevdîtinê de lotikên Sorankî û Tirkmenkî hatine avêtin û xwedêgiravî wê guhertinên berbiçav di asta îdarî a civata Parêzgeha Kerkûkê de çêbibin.

   Yanî, wê Partîya Tirkmenelî jî di îdara Kerkûkê de cîh bistînin û pirsgirêkên xwe bi dîyalog û demokrasîyê çareser bikin. >>>>>

Bêmane, bêmane çiye?

Senger Îloz – 02/02/08-Kurdistan-Li hin herêmên Kurdistana bakur bêjeyek heye ku, tu bêjî nabe nebêjî jî nabe! Peyva bêmane di gelek civîn û civatên rojane de wisa tê bikaranîn ku em şaşmayî dimînin.

Bêmane ez doh çûm bajêr“. Ji ber ku destpêka axaftinê dorpêç dike ev bêjeya me ya sosret, bêmane dibe hemû mane hemû mane jî mixabin dibin bêmane! Ji bo çi tu çûyî bajêr kekê mino? Ma çûyîna te ya bajêr xwedî mane nîn e? An jî tu li bajêr hin tiştên bi dizî dikî! Gelo tu li bajêr diçî gel xanimên lotikvan! De bêje bavê mino ev çi bêmane ye?

   Şaş fahm nekin bêmane! Ev kesên ku bi piranî li herêma torê (Mêrdîn û hin navçeyên Batmanê) ne û bi bêmane nav û deng dane, bi temenê xwe ji min û we xwendevanên hêja mezintir in. Her wiha ev kes bi xwe rûsipiyên nav civatê ne. Ku ne vir (derew) be, wekî lêkolîner em li ser navê Lotikxanê çûn herêmê da ku li ser bêmane lêbikolin. Kalemêrek derket pêşiya me bêmane! Kalemêr bi xwezayî bêmane bi mane kir ku tu hewcedariya me li ser zanîna vê bêjeyê nehişt. De kerem bikin diyalogên me. >>>>>

Ev çi xezeb û tofane!?

Şîndar Berwarî- 02/02/08--Dihok- Hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, kesî dîtiye û bînaye ku jina Kurd mêrê xwe berdabe? Gelo di dîroka milletê Kurd de ecêbek bi vî awayî hatiye dîtin? Mêrê Kurd jî zû bi zû jina xwe bernedida ji ber ku di civaka me de jinberdan eyb û şerm bû. Lê xuyaye êdî Kurd beravêtî bûne, biserxweve çûne û tu qedr û qîmetê nadin nirxên netewî. Zêdebûna ser kezebê û sosreta mezin ev e ku îcar jinên Kurd mêrê xwe berdidin û pehînekê li qûna wan dixin. Hem jî çi lotik û pehîn pekkkkkkkkk, tirrê ji mêrê xwe berdidin tirrêêêêêêêêê! Ez bi xwe nizanim çi navî li vê helwestê bikim.

   De ji xwe re li sosret û lotika kesanedî binerin. Dibêjin li bajarê Dihokê di nava du salan de 330 jin bi fermî ji mêrên xwe hatine berdan. Rayedarekî Dadgeha Dihokê diyar kiriye ku di sala 2007an de 172 û di sala 2006an de jî 158 jin ji mêrên xwe hatine berdan. Rayedarê bi navê Mihemed Mûsa eşkere kiriye ku piranîya hevduberdanê ji alî jinan ve hatiye xwestin û mêrên xwe dane ber lotik û pehînên Behdînankî. Yanî, ne mêran lê jinan mêrê xwe berdaye. Hem jî jinên di navbera salên 20-30 î de. >>>>>

 

Mertalê şaredar û pedal!

 

Senger Îloz -01/02/08-  Dibêjin ji bo ku bajarê dîrokî Heskîf ji noqavkirinê bê rizgarkirin Koma Pedalên Bisiklêtan, hatiye avakirin û çalakiya xwe ya pêşî jî bi serkeftî pêk aniye. Ne havîne ne bihar e ne jî çaxê seyranê ye.

   Gelo di vê zivistana reş de van ji me biaqiltiran çawa ji Dîlokê heta Batman û Heskîfê pedal zîvirandine?
Bibexşînin bavo! Em tê nagihin!

   Herwiha li gorî saloxdayînên ajansan Şaredarê Batmanê Hiseynê Mertal (Kalkan) jî di ajotina bisiklêtan de piştevaniya ciwanên pedalgêr kiriye. Dîsa li gor hin fesad û ewan dibêjin, Şaredar Hiseyin bi tevgera ciwanên pedalgêr pir kêfxweş bûye û rabûye ser lotikan. >>>>>

 

Başe te ew nexesandine kaka!

 

Berberê Lotikxanê-01/02/08-Hemdem.com- Xwedê ji malpera destebrak Hemdem.comê razî be, carna nûçeyên wilo diweşîne ku îlhama lotik û zîtirkan dide me. Xwedê xêra Mîrhac Mistefa qebûl bike û wî ji serokatîya Hemdemê dûr nexîne rebbî!

   Werhasil, dibêjin rêvebirê xwendingeha Sîlav a girêdayî Amedîyê, bi meqes dikeve polan (sinifê derzê) û porê keç û kurên ku naecibîne dide ber meqesan. Porê şagirtan xeto-meto dike da ku şagirt biçin ser berber û serê xwe bikin wek zebeşên Diyarbekrê.

   Berberê me (sertiraş) Yûnis Sedûlla jî xwedê jê razî be, serê hinekan dike wek zebeşên Diyarbekrê, serê hinekan dike wek şimamokê û serê hinekan jî dike wek goka fûtbolê.

   Werhasil, dibêjin rêvebirê xwendingehê Ş.S gotiye:“Sîstema nû a perwerdeyê rê nade ku her xwendekar bi keyfa xwe porê xwe çêke û modêlan bêxê. Ji bo vê yekê ez porê wan diqusînim û lotikekê li wan dixim“ filan û fîstan.

   Mala te ava be qurban! Başe ku tu rûv û pirça qûna şagirtan jî meqes naki kaka! Ma go te kurên me bixesandina û keçên me jî sinnet bikira meyê bigota çi, hêçççç! 

Nêçîra Pezkûvîyan

Bavê Jîndar-31/01/08-Colemêrg-

Pezkûvî xwe li cihên herî asê digre. Di nav heywanan de ya –yê  herî hisker, bêbawerî , bi stres û tirs dijî ew e. Dera ku têde bibûre bi tevahîyê dikare wek kompîtûr di mejîyê xwe de bigire. Lewma nêçîra herî bi zehmet, kelecan, bi zewq û bi rîsk nêçîra pezkûvîyan e.

   Pirî caran nêçîrvanên pezkûvîyan bi emrê xudê namirin, di dema nêçîrê de belayek tê serê wan. Lewma li ser nêçîrvanên pezkûvîyan gelek stiran û kilamên şînê hatine gotin.

   Nêçîra pezkûvîyan bi kêmanî bi du kesan dibe. Tenduristîya nêçîrvan, divê bê qusûr be. Da ku karibe li ber serma û seqamê qahîm be. Ji pîyên xwe re sivik, xwedî çavên dûrbîn, ji tifinga xwe re jîr,  bêhnfireh, şopajo û şareza be. >>>>>

 

 

 

Lotikên kominîstan xweştirin heyatim..

Antonîo Vêga-11/02/08-Roma- Belê, dibêjin keça xweşik û xwîngerm a Tirk Rabîa Ozden Kazan, ku keça Tirkekî faşîst e û qaşo navê wê û Mehmet Alî Agcayê qûnek bi hevre derketibû, dilê xwe berdaye kominîstekî Îtalî û ev çend salin hevdu didin ber lotik û pehînan. Ji ber ku keça wî bi yekî gawir û kominîst re destnîşan bûye, bavê wê Yûsûf Ihsan Kazan lotikek li keça xwe xistiye û ew ji ewladîya xwe avêtiye ser sergo. Dibêjin wê di demek nêzîk de daweta Gîocînto Lîcursî ê gawir û Rabîa Ozden Kazan a misilman û ewê bighên meqsed û miradê xwe.

   Haaaa, herweha dibêjin wê Gîocînto Lîcursî ê kominîst sinnet jî bibe û xiyarê xwe biqeşêre.  Îcar di ber de jêdike yan nîvco dihêle girêdayî biryara Rabîa xanimê ye. >>>>>

  

411 qûnek

 

Av.A.Dîlan-10/02/08-Enqere- Bila çavê hikûmeta Recebo ruhnî be. Di encama dengdana meclîsê de, 411 wekîlên qûnek bi piranî gotin “ji laçik û turbanê re erêêêêêêêêêêêêêê!” û nalet li bavê xwe anîn. 

   Mesela me ne laçik, çarçef û jehr û ziqûm e. Mesela me ev e ku gava pirsgirêka Kurd tê holê ev 411 -550 wekîlên qûnek dengê xwe nakin û bi navê bratîya îslamîya sexte ji çareserkirina pirsgirêka Kurd re nabêjin erê. Lê gava pirs tê ser laçik û turbanê, yan pirsa doxîna jinên wan tê holê, hemi wek mexlûqatên ku qirase ketibin wan radibin lotik û pehînan.

   Herin ji xwe re li bajarê Konyayê bigerin û bibînin. Bajarê Konyayê ku sembola dînê Tirkên heramzade ye, bûye kerxane û sextekarxane. Çi bajarê ku dîndarî lê zêde ye, zinêkarî û sextekarî jî di bin perda îslamê de tê meşandin. Bi kurt û Kurmancî, hikûmeta Kasimpaşali Laz Reco bi qebûlkirina serbestîya laçik û turbanê rêya zinêkarîyek berfirehtir vekir.

   Lê qûnekê heram di pirsgirêka Kurd de kelbetan jî nikare devê wî ji hev veke.

Yanî, tu dibê qey Kurdan zinê bi dê û jina wî re kiriye ku ewqasî dijminatîya Kurdan dike wesselam!

Lotikek ji Evdile Koçer

Şîfreyên Aysel Tuglukê û mastê Kurdan

     Evdile Koçer- Azadîya Welat-
Ev Kurdên me bi rastî jî ecêb û belakir in. Dikarin di saniyekê de ji reşahiya kêzikeke virnî Ristemekî Zal ava bikin û dikarin di deqeyekê de jî hemû teoriyên Darwîn û Aynştayn pûç bikin û bixin qurbana serê şaşik û şekala xwe.

   Mixabin wekî her tiştî 40 mîlyon Kurdên me heqê xwîşka min Aysel Tuglukê jî dixwin û bêyî ku li ser bifikirin bin simbêlê xwe dixin; bêyî ku gotinên wê ji hev veçirînin û wekî feqeyan deşîfre bikin neheqiyeke mezin lê dikin!!!

   Heke ne ji koçertiya min be, dê ev Kurd di du rojan de hemû keziyên xwîşka min Ayselê birûçikînin û ji mala xwe re bixin milkis û gêzikên modern û dê pirsa xwe nedin tu kesî jî. >>>>>

-----------------

Aha ji we re demokrasî û bratîya hikûmeta Recebo

Zinar Qelemşûr-08/02/08-Stenbol- Ji Tirkan bêbavtir mexlûqat  neketine ser ruyê dinyayê. Ji alîyekî bi navê çîrokên bratîya îslamê mafê Kurdan binpê dikin, û ji alîyê din jî qaşo bi navê demokrasî û paraztina mafê mirovan zincîrên koletîyê li heqî û rastîyê dixin.

   Hikûmeta AKP û serokê wê sayin qûnek Kasimpaşali Receb, di serbestkirina laçik û turbanê de her lotik û zîtirkên kerîkî davêje. Lê gava mesele tê ser pirsa zimanê Kurdî û mafê nasnama Kurdî, ne misilmantî tê bîra wî û ne jî ew çîrokên bratîya îslamê. Mêrik tu dibê qey Kurd ne ebdên xwedê ne, ha ha maf û hiqûqa gelê Kurd diçirîne û zinêkarîyê bi dînê îslamê re jî dike.

   Werhasil, kekê me Mehdî Tanrikûlû  >>>>>

Wezîro tu xweş wezîrî

Rewşen Serhedî-07/02/08-Zurîh- Dibêjin Wezîrê Mafê Mirovan ê Kurdistanê kak Şiwan Mihemed Ezîz hevpeyvînek daye rojnameya Swîsrî Neue Zurîche Inga Rûth û çend lotikên ecêb avêtine. Heçê nizanibe wê bêje qey ew ne wezîrê mafê mirovan lê wezîrê mafê kujtina jinan e.

   Kak Ezîz di derbarê kujtin û şewitandina jinên Kurd de dibêje:”Wîîîîî, şewitandin û kujtina jinan li her welatî heye bavo, ma ev jî tiştekî ecêb e hûn dipirsin. Li Kurdistanê jî normal e ku jin bên şewitandin û kujtin. Meselê zêde mezin nekin û lorikan li me nexin” filan û bêvan.

   Îcar hesab li cem we. Heger di salekê de 500-600 jin li Kurdistanê tên şewitandin yan kujtin, li gora kak Ezîz tiştekî pir normal e. Yanî, li gora wî divê li Kurdistanê  salê 10-20-30 hezar jin bên kujtin ku heta jêre anormal bê gotin.

   Werhasil, xwedê ahê jinên Kurd ji kesekî re nehêle rebbî!

Bi namûsa gulê jî lîztin

Çeng Lîî-07/02/08-Tokyo- Ilm û zanîn hewqasî bi pêş dikeve ku roj bi rojê ecêbên kesanedî derdikevin holê. Bi taybet di warê tibbî û tendirustîyê de gavên mezin tên avêtin. DNA, yanî xerîta laş û bedena insan, heywan û nebatan di destê zanyaran de bûye wek lîztika zarokan.

   Guhertin piçûk ji DNA yê dike ku insan, heywan yan nebat ji şiklekî têkeve şiklekî din û xwezayîya xwe biguhere.

   Zanyarên Japonî niha jî bi namûsa DNA ya gulê lîztin. Bi guhertinek piçûk rengê gulê ji sor kirin şîn û ewê di demên pêş de gulên şînreng jî derxînin pisaye û mazatê.

   Îcar bifikirin gava ku di DNA insên de guhertin çêbibin wê çi bê serê insên!

   Heger sibê dusibê insanan bikin heywan û heywanan jî bikin insan qet ecêbmayî nemînin. Namûs di destê van zanyaran de bûye bexdûnis û xelas! Ji min gotin.... 

Kurmancan du gol xistin Soranan

Gernas Mizûrî- 06/02/08-Dihok- Dibêjin grûpa fûtbola Dihokê bûye mêhvanê grûpa Silêmanîyê û bi fûtbolê lîztine.

   Çi ecêbe ku tam di wan deman de Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê li dijî perwerdeya zimanê Kurmancî derdiket û Dihokî didan ber lotik û pehînan.

   Werhasil, herdu grûpên fûtbolê bi gokê dilîzin. Dibêjin hingî Dihokî ji Wezîrê Perwerdeyê Dilşad Ebdulrehman aciz bûne, sûnd xwarine ku zora grûpa Silêmanîyê bibin û wan bidin ber lotik û pehînên Kurmanckî.

   Ez serê we neêşînim, di encama lîztika fûtbolê de Kurmancan du gol xistine Soranên Silêmanîyê û tirr ji wan berdane.

   Bi vê minasebetê, Dihokîyan heyfa xwe ji Dilşad Ebdulrehman stendine û îspatkirine ku lotik lotikên Kurmancî ne kakaaaaaaa!

Şerê segan

Cembelîyê Botî-06/02/08-Colemêrg-

Dê hadê çavê Lotikxanê û hemî Kurdên welatperwer rohnî be. Îro me xeberek xweş bihîst. Li ser laçika Erdoxên, kûçik û segên Tirk yên har ketin nav hev û hev du dan ber lotik, leq û pêhnan. 

   Endamên Komela Supayên Tirk yên teqawitbûyî, ji bo protestokirina MHP ya ku pişgirîya turbanê dike, xwestin çelengek reş deynin berde rîyê navenda MHP ê . Lê segên MHP ê  nikarîbûn vê çalakîya segên supa bipejirînin. Û digotin: Kuroooo, lawoooo, ma we kengî dîtiye ku segan goştê segan xwaribe!? Çelenga wan şikênandin, lotikek segbavkî li wan xistin û ketin qirika hev.

   Aaaaaaaaahaaa wusan haaaaaa! Carnan li hevxin û kêyfa me bînin sayin segbavler! Ma hertim hûnê me bera hev bidin qibraxno! Dê hadê siheta we xweş ,  li hevxin kuçuuu-kuçuuu kên mino! Bidin bin dûvên hev da ku dilê me jî hinekî xweş be qardeşim! Destên we xweş, pîyên we xweş û dilê me xweş.

   Ku hûn weha bi domînin emê xelata Lotikxanê ya şere segê bidin we. Dê hadê, ji Lotikxane Başbûx re selam û ji lihevxistina kûçikleran re dewammmm.

Ew çawa lotik bû looo!

Metîn Mêrdînî-05/02/08-Mêrdîn-

Ev çibû hewara xwedê, ev çawa demokrasîbû haho heyhewar!! Di 27'ê meha çûyî de  li Mêrdîn kongreya ''BES'' ê ( Büro emekçileri sendikasi) çêbû. Serokê sendîqê OSMAN NURİ SON  di kongrê de dersa demokrasîyê da derdora xwe  û bi lotikên xwe tirrrr ji kongrê berada. Bi du lîsteyan çûn hilbijartinê. Lîsteya serok Osman bi giranîya xwe bi serket û dîsa bû serokê sendîqa ''BES''ê.
  Ev hilbijartin ji bo  ''BES'' ê (büro emekçileri sendikasi)  û ji bo welatê me bi xêr bi û serkeftin ji xebata teri heval Osman..!
   Herrêêêêê,  îcar kî kari te bigri yabooooo! Baye xezebê, agire mişkilan, agirê pûş û çilo, pêşîya te vekiriye.. Xwedê teala bi tere be...
   Îcar tu lotikan naveji ma emê bavêjin bavê mino!!!!

Egîdê Cimo bû Amedî!

Senger Îloz- 04/02/08- Amed-

Me digot Kevirbirî didirîne lê na yabo na! Me Egîdê Cimo jî bi çavên xwe dît. Êdî mirin nîn e! Mîrê bilûrê hat Amedê û bilûra şivanê bajêr çawa girt, bi xewn û xiyalên vegera welêt lûrand û hey lûrand!

   Bilûrvanê bi nav û deng herwiha xwest giyana xwe ya ciwanî jî li Amedê bidomîne. Bijî û her bijî Egîdê Cimo!

Li me negire bavê mino, gotineke me ji te re heye. Tu dizanî çaxê bav û bapîrên te koçber bûn pezê xwe jî bi xwe re biribûn. Dîsa bawerim ji me bêhtir tu têdigihîjî ku tu yê nikaribî peywendiyê bi Amediyan re deynî. Li wan deran kırıx mırıx hene ku derpê jî bi mirov re nahêlîn!

   Weke Lotikxane em ji te tika û rica dikin bi şaredar neyê xapandin. Ew bi xwe jî bê ewlehî dernayê nav bajêr. >>>>>

Karnevalê dest pê kir

03/02/08-Rio

Karnevala Brezîlyayê meşhûr e. Hersal di van deman de karneval dest pê dike û dê weledê xwe davêje. Karneval dibe wek gasîna garana gund, kî kê bigre efû nake û lotik û pehînan li hev dixin.

   Lotikvanê me Fernandez Perez jî beşdarî Karnevalê bû. Lê Fernandezê me xwe li ber lotik û zîtirkên Brezîlî negirtin û zû teslîm bû. Hingî jinikên Brezîlî Fernandezê me dabûn ber pehînan, rebeno ziravê wî qetyabû û revî revî xwe ji nav lepên wan jinên har xelas kir.

    Werhasil, ji derveyî serşikandin, çavderxistin û lingşikandina Fernandezê me, tu brînên wî tunene, sipîsaxlem e. Yanî, tenê serê wî şikestiye, çavekî wî derketiye û lingê çepê jî di kabokê de jêbûye.

    Elhemdulîllah ji şikra xwedê re ku Fernandezê me nemiriye.

    De hûn û Karnevalê li hev >>>>>

Agirê aştîyê ew şewitand

Serdar Mirad- 03/02/08- Amed-Em Kurd çi feqîr û belengaz in. Xaltîka me Ayşe Alparslan (85 salî) endama Insîyatîfa Dayikên Aştîyê bû. Xwedêjêrazî be bi wî temenê xwe jî li hol û gasînan diqîriya û doza aştîyê li dewleta virqo dikir. Lê dewleta ku zarok û nevîyên wê dikujtin, bi pîvazekê jî qedr û rêza wê nedigirt û lê guhdarî nedikir.

   Werhasil, dibêjin wê rojê elektrîka (ceryan) bajêr qur bûye. Xaltîka me Eyşê jî rabûye xwestiye findê (mûm) pêke ku hindur ruhnî bibe. Lê xuyaye heta bi fund û mûman jî jê re bûne dijmin û hevalên dewletê derketine ku find bi ser wê de ketiye û ew daye ber rivîna agirê xwe.  

   Rebena xaltîka me heta li cîranan kiriye qîr û hewar hasil di Mûsilê re derketiye û bedena wê tev şewitiye.

    Yanî, divê em Kurd fêhm bikin ku qîr û hewara aştîyê bi me nemaye. Heta dayikên Mehmetçîlên qûnbicilik jî wek xaltîka me Eyşê neşewitin û kezeba wan neperite, wê nizanibin ka aştî û quzilqurt çiye û hew!

   Ê de derbasbûyî be û aqûbet li serê jinên Tirkan be jî rebbî!

 

Xetera mezin ji bo Kurdan :

Cemaet !

 

Serdar Mehabadî-02/02/2008

Di meha Tebaxa 2007 de min li ser pirsa xwendegehên Fethullah Gülen li cîhanê û xetera wan di Herêma Kurdistanê de nivîsek belav kiribû.[1] Wê demê bi temamî sê xwendegehên vê ‘Cemaetê’ li Kurdistana Azad dixebitîn. Di roja îro de ev jimar bûye heft! Weke ku li derdorê tê gotin ewê di nêzîk de li her bajarekî Başûrê Kurdistan (Herêma Kurdistan – Kurdistana Azad) pirr xwendegehên bi perwerdeya Islamo-Turk ava bibin.

   Û mixabin pirraniya şagirtên van xwendegehan zarokên “mesûl” û ronakbîrên Kurd in. Hatina van xwendegehan bi erêkirina berpirsiyarên otorîteyên Kurdistan e.

  Cemaeta di bin rêvebiriya Fethullah Gülen de jî ji vê yekê xweşhal e û ev roj bi roj xwendegehên xwe zêde dikin. Bi xwendegehên xwe re jî programa xwe ya Îslamo-Turk dike rastiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistan jî jê razî ye!!!  >>>>>

 

Cîgerim Lotikxane

 


B. Şadî Şîrîn-01/02/08-Dinya-
Himmm, min îro xeberek ne bi xêr girtiye, qurbanino. Ma ew hogirên ku bi ser Lotikxanê de terin û dijminahiya Lotikaxanê dikin, bawer nakim ku mêrên saxlem bin. Herweha melayê gundê me jî vê gotina min gelekî maqûl dibîne û dibêje "ew gî bi hev re kafir in".

   Lê li gorî melayê gundê me, dibe ku Lotikxane hin gunehên wan efû bike, heger ew kafirana rojê pênc caran bikevin Lotikxanê û digel wêneyên keçikên herî xweşik hinekî li ber xwe bidin û hînî zimanê xwe yê nazdar Kurdî bibin.

    Elhamdü lîllâhî rabbîl'âlemîn...
Bi ya min be, kesê ku bi ser Lotikxanê de digire, ew nêremok e û hew.
Her bijî Lotikxaneya Kurdistanê!
Bi hêviya ku dê Lotikxane lotikên bi hêztir bavêje, yaaa rebbîîî!
   Bila rehma Kurdistanê li ser û dor û nav Lotikxanê be! Amînnnnn !

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de lotika kekê me Yilmaz Çamlibel

KOMKAR-01/02/08-

Semînera siyasetmedar-nivîskar Yilmaz Çamlibel, „Gilîdax Bê Xwedî Nîn e!“ wê di nav bernama Peşangeha Pirtûkên  Kurdî ya KOMKARê de bê pêşkêşkirin.

    Wek tê zanîn, serokê Weqfa Kurdî ya Istenbolê û yê Partiya Demokrasî û Aşîtiyê (DBP) ê berê Yilmaz Çamlibel, li ser serhildana netewî ya Kurd ya Agiriyê pirtûkek nivîsî û pirtûka wî bi du zimanan (Kurdî û Tirkî) çap bû. Pirtûk ji aliyê dewleta Tirk ve hat qedexekirin.

    Yilmaz Çamlibel li ser serhildana Agiriyê li seranserê Ewrupayê bi dehan seminer dan. Di roja 3 Sibat 2008 Yekşem, saet 13.00´an de li bajarê Wuppertalê, di nav bernama Peşangeha Pirtûkên Kurdî de semînera Yilmaz Çamlibel jî tê pêşkêşkirin.

 

Birêz Lotikxane'ya esîl, ezîz û dilovan!

 



31/01/08-
Min îro nûçeya we ya bi sernavê "dijminahiya Lotikxan'ê" xwend. Ya rastî ez bi xwe tu heq û mafî di gotinên wan camêran de nabînim.

   Li gorî dîtina min Lotikxane him Kurdî ye, him Kurdewar û him jî bi temamî Kurdistanî ye. Ez bawer im ku hûn bi xwe jî "kurdok-tirkok"ên weha nas dikin...
   Bi hêviya ku hûn ê dest ji prensîbên Lotikxanê bernedin û "lotikekê" Kurdî, Kurdewarî u Kurdistanî li wan xêrnexwazan bixin!
Bila serkeftin hertim ya Lotikxanê be!
B. Şahîn.....

DÎSA ÎFTIRA Û GEF

FÛAD SÎPAN

Almanya, 31.01.2008

Rêxistina PKK-ê ya leşkerî “Hêzên Parastina Gel” di malpera xwe ya înternetê de bi îmzeya Aram Masîs di derbarê ronakbîr û siyasetmedarê Kurd Ibrahîm Guçlu de nivîseke bi navê “Ajanê dewleta kûr” belav kiriye û wî bi gotinên gef, heqaret, biçûk dixe, herwisa bê delîl û îspat wek “ajanê dewleta kûr” îlan dike.

   Ew mirovê bi navê “Aram Masîs” di ser de jî di dawiya nivîsa xwe de li ser ji bo holê rakirina birêz Ibrahîm Guçlu wiha dinivîsîne, “Pir gotin ne pêwist e bê gotin. Ciwanên welatparêz baş dizanin û dinasin, çawa ev seyên ku xwe gur dihesibînin û dizûrin bêdeng bikin” >>>>>

 

Sipî herdem ne nîşana şarezayîyê ye

 

 Mahmûd Hac Mûsa-30/01/08-

Mirov bi gelek nexweşiyan dikevin, bêyî ku destê wan tê de hebin. Ev bi penceşêrê dikeve yê din bi kirîza dil û gelek caran jî dermankirin ne hêsan e.

   Lê dema ku raman û mejîyê mirov nexweş be û wî ew bela bi serê xwe de anîbe û nikaribe jê rizgar bibe, tevî guherînên ku dikevin dem û çaxên mirovan û guherînên ku dikevin rengê porê simbêl û seriyan. Wê demê dibe mûsîbetek mezin.

    Ew nexweşiya ku li derve belav dibe, tenê dikare nav lê bibe (pêşverû). Mirov nav lê dike û wek nimûne û lêvegera têr û bêr, mirov dikare navê vê nexweşiyê li berêz M .S. Alûcî bike, yê ku ji zû ve pê ketiye û nema kare xwe jê rizgar bike. >>>>>

Li wê jî rabû, waweylêêê!

Sosin Bermal-29/01708-Berlîn- Bedewa melez, lotikvana çîkolatayî Rihanna jî bi ser xwe ve çû û dest bi zîtirkan kir.

   Rihannaya ku zêde xwe venedikir û xelkê jê hez dikir, piştî ku çend qirûş ketin xurcika wê, îcar dest bi lotikên „tazî-mazî qilopazî“ kir û xwe ji kovarek Elman re berda çolê.

   Rihanna xwe ji Kovara FHM re şût û rût kir û doxîn daxist kabokê.

   De neyse, hûn lê dinerin nanerin hûn zanin…>>>>>

 

s© lotikxane 20-02-2006