Medya     //     Arşîv

 

      26 / 02 / 2008 / Sêşem

 

 

Google   

  
Magazîn, henek, gilî û gazin....Bê lotik nemînin....Lotikxane dengê netewperwerîya Kurd e....info@lotikxane.com.....lotikxane@hotmail.com

H. Belê

 

Nav û dengê min

F.Devliken

 

Bijî civaka qûnekan

B. Ronahî

 

Ezê vî têxim kîderê

L. Şêxo

 

Tiştonek

A.Dûran

 

Di qal û qîrê de

B. Rewşê

 

Selmano

M. Badilî

 

Miletê Sûriyê

Arşevîn

 
Itaro

 

 

 

Programek teybetî li ser pirsa gelan li Turkiyê di Euronews de tê weşandin

Euronews di nava programa xwe de bi navê Parlemento weşaneke teybetî li ser pirsa gelên li Turkiyê diweşîne.

   Li ser Ermeniyan, Laurent Leylekian, Federasyona Euro-Ermenî, li ser Kurdan, Derwêsh M. Ferho, Enstituya Kurdî ya Brukselê û li ser Turkan, Dogan Özgüden, Info Türk, daxivin. Program di ro ûsaetên cihê de tê weşandin.

Şemî, , 23/02 – saet 7.15 – 11.15 û 20.45; Duşem, 25/02, 12.15 – 16.15 – 21.45; şem 26/02  û În, 29/02,  saet, 12u15 – 16u15.

Şehîtler olmez haa! Wille û bille olur, hem jî poxipoxine qardaşlar!

Tecawizcî Coşqûn- 24/02/08-Stenbol- Belê, şer germ bûye û dê weledê xwe davêje.

   Eskerên qûnbicilikên Tirk, bi gotina wan Mehmetçîkkkk, lotik li ser lotikê dixwin û cendekên wan li bajaran belav dibin. 

   Tabî ji generalan re ne xem e canim, çawa be zarokên xelkê tên kujtin. Kezeba wan naşewite û kî hat kujtin ji kîrê wan ve.

   Êêêê, ka we digot şehîtler olmez cîgerlerim?

   Wille û bille olur, hem jî poxipoxineeeeeeeee!

 

Hecî Ûsivê Dêrî emir da hazira

Welatparêzê Kurd, bavê rojnamevan û moderatora Kurdistan TV Hêvîdar Zana, xezûrê rojnamevan Dilbixwîn Dara Hecî Ûsivê Dêrî çû ser heqîya xwe û emir da hazira.

   Em ji malbat, dost û hogirên wî re sebr û selametê dixwazin.  

Lotikxane

 

Tê derxin

 

Tê derxin û qezenc bikin. Gelo çend zarok di zikê herdu mirovan de hene?

   Heçê tê derxe emê kîlok sêv, nîv kîlo pirteqal, 2 bîhok, 2 hirmî û nîv kîlo hejîr bidin wan.

   De yellaaaa...Xwedê bi we re be rebbî!

Ezê vî têxim kîderê?

Bavê Ronahî- 21/02/08-

Li gundek ji yên Sûrica Rihayê mirovek pêncî salî bi navê Xelîl Brahîm heye.

   Helil Brahîm ji ber ku eqilsivik e,  kesî keç nedayê û wusa ezeb maye. Makera wan ya pîr ku dîya wî ji bo sicûxçêkirinê difiroşe tucarên Qeyserîyê, rewşa Helîl Brahîm xirabtir dike.

   Rojekê li hewşa malê çend jinik rûniştine hirîyê vediçirînin. Xelîl Brahîm jî li cem wan rûniştiye.>>>>>

Mêhdîyê me nameyek qirase ji Abdûllah Gul re şand

Zinar Qelemşûr- 21/02/08-Stenbol- Kekê me Mêhdî Tanrikûlû nameyek qirase ji Serokkomarê Tirkiyê Abdûllah Gul re şand û lotikek xweş avêt.

   Wek hûn zanin, serê Mêhdîyê me û dadgehên Tirkiyê bi hevre ketiye belayê û hakim û dozgerên segbav bela xwe ji Mêhdî venakin.

   Ji ber ku Mêhdî Tanrikûlû paraztina xwe bi Kurmancî kiribû, li zora qûna dozgerên Tirk çûbû û ji wê rojê de wî li dadgehan dibin û tînin.

  De neyse, ji berê de dibêjin "Berxê nêr ji bo kêr". Îcar kekê me Mêhdî jî ji Kurdayetîya xwe nayê xwarê û dozgerên Tirk kezebreşî dike.

   De nameya ku ji Abdûllah Gul re şandiye bixwînin bê çi dikeve serê we. >>>>>

Ev jî hêkên Ingilîzan e

20/02/08-London-Kesî ji we dîtiye "hêk ji nava hêkê" derketibe? Lê li Ingilîztanê dibin. Jinikek Ingilîz gava hêkê dişkîne û dixwaze biqelîne, dibîne ku hêkek din di hindurê hêkê de ye.

   Îcar niha ev bûyer li Ingilîztanê wek "bûyerek ecêb û nîşana roja qiyametê tê şirovekirin".

   Werhasil, li welatên din zarokên duserî, heywanên çarlingî çêdibin, lê mirîşkên Ingilîzan jî hêkên xwe dixin hev da ku fîşeng di van re derbas nebe.

    Îcar gelo wê Ingilîzên ku van hêkan bixwin çi bikin? Ew jî hêkên bet û qazê nekin gelo!

Perwerde û Perwerdeya Xwemalîn

Ezîz Xemcivîn

Dibistana seretayî a perwerdeyê mal e.

Perwerde giringtirîn razeya civakî ye.

Kesê ko ne perwerdekirî be, nikare kesekî din perwerde bike.

Perwerdekirina kes, ji kêlîka pêşîn ya ko bihna jiyanê dikişîne, dest pê dike.

   Mijarên abûrî û konevanî têkildariyên civakî ne, ew xwe bi xwe hev tekûz dikin.

Heke di avakirina kesayetiya merov, civak û welatekî de bin, bêguman hêmanin bingehîn dihêlin ev pêwendiya diyalîktîkî di navbera wan de diyar bibe. >>>>>

Wille û bille mêrik rast dibêje

Ergenekon Fexrî- 19/02/08- Endamê Dewleta Kûr-Enqere- Serokwezîrê Tirk Kasimpaşalî Receb di bernameyel televizyonê de behsa operasyona li ser Ergenekonê kir û pesnê hikûmeta xwe da.

   Kasimpaşali Receb got:“ Yaw qardeşim, heta niha kî wek me çûye ser çete, diz û keleşên dewletê hêê? Ji me pêve kê lotik li Ergenekonê xistiye? Ev hê lêlê yer, lolo jî maye. Emê yeko yeko bi guhê wan bigrin û ji qullê derêxin“ filan û bêvan.

    Yaw birastî heta niha kes wek hikûmeta Erdogan çûye ser van çete, diz, çeqel û keftarên dewletê? Bawer nakim. >>>>>

 

Ê de bixwe haaaa!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Polat Erdem-  17/02/08-Izmîr- Brazîyê Şakirê Mûşî Ozcan Denîzê Tirk, li bajarokê Çeşmeyê lotikek xwar û ket nexweşxanê.

   Ozcan Denîzê ku rojekê tenê jî behsa Kurdbûna xwe nekiriye û dilê wî ji Kurdayetîyê dixele, di konserekê de stranekê li ser jinekê dibêje. Dostê jinikê Mûstafa Adaş jî gava dibîne Ozcano çavê xwe berdide dosta wî û av bi devê wî dikeve, hema yekê nake didu û demançê li ser Ozcan efendî direşîne.

   Werhasil, fîşengek li lingê Ozcano dikeve, hestîyê lingê wî dişkê û wî radikin nexweşxanê. >>>>>

 

Ev çi dahbe ne

ya xweda!

 

Sofî Xelef-16/02/08- Ya rebbî tu me ji dahbetî, nezanî û hovîtîyê biparêzi.

   Ya rebbî tu me bi navê ol û dîn, xwendin û teswîfa xelet kor neki.

   Ya rebbî tu me neki wek van Tirk, Ereb û Ecemên ku bi navê dînê îslamê li dijî hezkirin û evîna insên derdikevin.

   Û ya rebbî, rojek berî rojekê nîrên koledarîya van mexlûqatan ji stuyê me Kurdên reben derêxe. Amînnnnn!

   De ji xwe re li van dahbeyên jor binerin û bifikirin.

   We di kîjan dînî de dîtiye ku dîndar li dijî hezkirin û evîna insên derkevin? Di kîjan pirtûk û ayetên pîroz de  hezkirin hatiye qedexekirin?

   Em zêde nakin. Hema li wêneyên van dahbeyan binerin hûnê fêhm bikin bê dîn çawa tê berevajî kirin. >>>>>

Rûken

   Zoryar Tehlo

 

Li min bipirse rûkena min

Çima tu wisa bêdenge

Dilê te ji min maye îro

Dem dibhure derenge

Ma qey tej bîra kir evîna me

Ew roj û raborînên me

 

Gazina ji min neke canê

Bawerke ne bi destê mine

Ez jî  jibo te disojim

Şev û rojan dijmêrim

Bê te nîne neyaz û geşbîn

Jiyanek  tarî  û  reşbîn >>>>>

Mêrik dixwaze tirrê gamêşan bike

Raca Xan-15/02/08- Hindistan- Yaw ev mexlûqatên bi navê “insan” çi timakar û jixwerazî ye hayhooooo.. De ji xwe re li vî hacûcî binerin. Helbet ew jî insanek weke me ye. Tu gotinek me ji insanetîya wî, ji bejn û bala wî re yuneye. Lê babam, mêrik 90 santîm e lê dixwaze tirrê gamêşan bike ha, wîî!

   Adîtya Romeo Dêw 19 salî ye, lê xwedê ew qesifandiye û di 90 santîmî de ji bejna wî re gotiye STOPPPP!  Paşnavê wî çi xweş e ne ? Dêw!

   Yaw brê min, ma ji kesên 90 santîmî dêw çêdibin bavê min! Ma go paşnavê te CIN ba ne çêtir bû?

   Werhasil,  >>>>>

Wênesaz ev wênesaz in

14/02/07- Ma kî nikare wêneyan li ser kaxez û paçikan bineqişîne?  Huner ew e ku meriv karibe li ser laş û bedena insên wêneyan binerqişîne û bedenê bixemilîne.

   De ji xwe re li van zîtirkvanan binerin hûnê fêhm bikin bê em dibêjin çi. >>>>>

NE KURD Û NÎV TİRK

 

    Farûqê Devliken-13/02/08-Mêrdîn-Li Qoserê grûbek derketîye; vê grûbê malperek avakirine û navê malpera xwe jî kirine “yeni perspektif”. Erê lo, çend qeşmer, tewtewe, zengopiv, eşûr û zebenî li hev vehewîyane û ev malper sazkirine.

Camêran dibeliqînin ser çavên xwe, bi çavên entellektuelî li xwe dinerin. Hêlînên xwe dibin hezar hêkî, lê mixabin ji wan hezar hêkan jî, neh sed û nod û neh jê xerabe û a din jî pûç e.  >>>>>

Xalê Pînokyo

Temel Satilmiş-12/02/08-Ordû- Xalê me Mihemed Gul ê 80 salî di zarotîya xwe de dikeve û hestîyê pozê xwe dişkîne. Dişkîne lê ji dê û bavê xwe re nabêje. Piştî şikestina hestî, goştê pozê wî roj bi roj ber bi jêr daliqe û dirêj dibe. Îro dirêjîya pozê wî 14 santîm e û xalê Mihemed qet jê aciz jî nabe.

   Xalê Mihemed dibêje:”Min bihîstiye hinek ji pozdirêjîya xwe dikevin pêşbirkan û pirtûka rekorê a Guînnesê. Jina min ji min berdayî be, heger ez têkevim wan pêşbirkan ezê tirrê ji pozdirêjan berdim. Di dirêjîya poz de ez gunikreşan di ser xwe re nabînim” filan û fîstan.

   Îcar heyran, kesê ku di nava Kurdan de wêribe lingê xwe li lingê Mihemed Gul ê Laz xe, bila kerem bike dakeve meydanê....

Entegre nebin, nebin Tirk û zimanê xwe biparêzin

Tacdîn Baran- 11/02/08-Koln-Elmanya- Serokwezîrê Tirkiyê mîster Receb Tayyip Erdogan hat Elmanya û çend lotikên Tirkane avêtin.

   Erdoganê ku ji bo asîmîlekirina Kurdan çi ji destê wî tê dike, ji Tirkan re got.”Tirkino, zarokên Asenayê, Elmanî hîn bibin, lê nasname, ziman û çanda xwe biparêzin. Zêde entegre nebin (nebin wek Elmanan). Bazdin ser jinên Elmanan, perê wan bixwin, wan bikin Tirk, lê eman eman hûn nebin Elman” filan û fîstan.

   Yaaaaaa! Hûn dibînin bê sermezino ji bo Tirkên xwe çi dixwaze û çi şîretan li wan dike newlo! Lê piranîya Kurdên me yên li Elmanya çi dikin? >>>>>

Bêhna xwînê ji herdu alan jî tê

Cemîl Cewher- 10/02/08-Hewlêr- Belê, piştî guhertina ala Seddam Hisên, ala nû a dema Ebdilkerîm Qasim li Kurdistanê hat hildan. Yanî, kumê Xelo danîn serê Celo.

   Bi namûsa mêrên berê, bêhna xwînê ji herdu alan jî tê. Ha ala Seddam û ha ala Ebdilkerîmo, qet û qet ferq nake. Al ala Erebên bêderpî ye û xelas!

   De neyse, heta alek din bê çêkirin xwedê kerîm û rehîm e. Hew we dît Erebên Iraqê li Erebbûna xwe poşman bûn û ala Kurdistanê kirin ala Iraqê ma kî zane!

   De xwezî bi wê rojê....

 

Qaçaxçîtîya Vîagra û gunikreşên Kurd

 

Senger Îloz-09/02/08-Kurdistan- Wey wey wey ev ji me kêm bû, îcar kaçaxçiyên me bûn qaçaxçiyê Viagrayê jî! Li Batmanê bi saloxa 1000 lib viagrayên ku bi qaçaxî ketine nav welêt hatine girtin û du kes jî ji ber vê qaçaxê hatine girtin. Gunreşên Kurdistanê rabûn ser piyan û xwestin kesên ev qaçaxçîtî kirine lînç bikin.

   Dîsa tê gotin ku, ji zaroyên 7 salî heta kalên 77 salî viagra wekî bêxîretkirina zilamtiyê nirxandine û dest bi meşa şermezarkirinê kirine!  >>>>>

Were Lotikxanê emê hemwelatîyê pêş te bikin

Tecawiczî Çoşqûn-08/02/08-Stenbol- Ev jinikên welatên Balkan û Rûsyayê ewqasî berdîberdayî û bêşexsîyet in ku carna dilê meriv dixelînin. Meselen lotikvana Romen Tatîana Marînescû xanim.

   Tatîana 25 salî li welatê xwe rojnamevanî xelas kiriye lê qîma xwe bi rojnamevanîyê nayne û illeh dixwaze xwe berde çolê û bibe manken û model. Ê ji xwe tazîbûn di xwîna wan de ye. Gava xwe tazî nekin weke ku tiştek nekiribin.

   Îcar Tatîana xanim gazî rayedarên Tirkiyê dike û dibêje:“Hewarêêêêê, ez di bextê we û xwedê de me, ez dixwazim bibim hemwelatîya Tirkiyê, dixwazim bibim Tirk, zû alîkarîya min bikin“ filan û fîstan. >>>>>

Kî dibê Kurd nikarin bifirin?

Firokewanî kiştukalî Kurdistan:

Le amade başîdan bo rûberûbûnewey hemû derd û afatêkî kiştukalî

 

Kiştukal binemay serekî aborî hemû wilatêke. Le Kurdistanî xoşmanda diwa be duway raperîn û dananî planî stratîjî wezaretî kiştukal bo pêdaçûnewe le girift û tegerekanî berdem pêşkewtinî em kerte zînduwe.

   Hewl û koşekan hemîşe be arastey bûjandinewey em binemaye bûn, le nawbirdin û qelaçokirdinî afat û derdu nexoşiyekan berhemî kiştukal yekêke le bernamey stratîjî em wezarete.

   Diyare le nawbirdinî em derdaneş pişt be amêr û hokarî pêşkewtuwî zanist debestêt. Boye firokewanî kiştukalî rûyekî dîkey em hewlaneye.>>>>>

Hawar... Hem sorî ye, Hem zorî ye..!

Nûrî Çelîk- 06/02/08-

Parçeyek ji welatê me, Başûrê Kurdistanê, ber bi Dewletbûnê ve diçe, hîmên pêşeroja serxwebûna Kurdistanê li wî beşî tê avêtin. Divê ev, serbilindî û kama dilê her Kurdekî be, her Kurdek destê alîkarî û piştgiriyê dirêjî vî beşî bike da ku rojek berî rojekê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin.

   Di demek wek îro de ku dagîrkerên Kurdistanê bi her şêweyî êrîşî Başûr dikin û dixwazin destkeftinên heyî ji holê rakin, mafê tu Kurdekî tuneye ku ve aramî û ahengîya heyî ji bo berjewendîyên zareva an herema xwe tev bide, serok û dezgehên Başûrê Kurdistanê jî divên li gor heqîqet û berjewendîyên Kurdistanê xizmetê bikin. >>>>>

 

 

Xwerista Kurdistanê -III-

 

Bavê Jîndar- 26/02/08-Colemêrg-

Di wan deman de, berf û baran zehf dibarîya, berf hinqeder zêde dibarîya ku rêwingan pîyên xwe datanîn ser serê dîrekên têlefonê û benên gorên xwe girêdidan.

   Lê li ber hinde befrê, ne aşûtîyan xusar dida, ne jî li ber baranê lêmîştî û lehî çêdibûn.   

   Berderîyê her malekê çend hespên suwarî û baran, hêstir û ker hebûn. Li her malê çend çêlek li ser kap’an ( girêdayî ) bûn. Kesên herî hêjar bi kêmanî 50- 60 pez hebûn. Hinek kesên ketxuda ( xwedî pez û heywan)  hebûn ku hejmara pezên wan ji hizaran zêdetir bû.

   Di wan deman de navbera bajarê Wanê û Colemêrgê 240 km bû. >>>>>

 

Li xwe veger-II-

 

Remzî Çakin-26/02/08-Stenbol-

Çalekîyên Kurd-kav’ê ên dema zivistanê ku bi navê li xwe veger, a duemîn 23 / 02 / 2008’an de roja Şemîyê li salona Kurd-kav’ê pêk hat.

    Nêzî 60 beşdarî panel li sêrî, heta dayî yê guhdar kir. Civata panelê îcar zêde xortên xandewan geş kir.  

    Despêka panelê de şerê ku leşgerîya Tirk li Hêrema Kurdîstanê darxistî hat şermezar kirin.

    Sekreterê Wakfa Lêkolîn û Çanda Kurdî Remzî Çakin anî ziman ku: “Ev şerê qirêj û bêheş tucaran bi ser nakeve. Armanca Dewleta Tirk jî wek ku tê gotin ne tenê PKK ye. Armanca  wan têkbirina çareserîya pirsgirêka Kurd û Kurdîstana Federe ye. Ev şer jî, ê hîn zêde cudayî yê têke navbera gelan. Bi çek û çekan tu caran azdîya gelan çareserî nebû ye û neqedî ye. Careserî!  bi mêjîyekî siwil û demokrat dîyalox e.” >>>>>

Welle keçko te kir tirrrr!

Arkeologê Lotikxanê-25/02/08-Ezmanê Hefta- Ya rebbî te çima Tirk dan dinyayê? Te çima ev mexlûqatên xwînheram kirin bela serê insanetîyê?

   De neyse, dîsa em gunehkar nebin û bên ser mijara xwe.

 

   Zanyara Tirk a UFO yan (Cismên ku ji dinyayek din serdana me dikin) Farah Turkozu tirrek wilo kir ku ne insan bawer dikin  ne UFO û ne jî heywan. Li dinyayê tiştek nema ku nekirin Tirk. Li dinyayê mexlûqat û heywanek nema ku koka wan bi Tirkan ve girê nedan. Îcar UFO mabûn, wa xanimê UFO jî kirin Tirk. Erê kuro ey hewarrrrrrr! Bi namûs hindik maye ku bêjin „ma ji xwe xwedê jî Tirk e“ ellawekîl!

    Li ser bextê melayîketê xwedê Melkemot (Ezraîl) be, dibêjin xwedêteala jê re gotiye:“Kuro Melkemot, evan Tirkan kesekî ku nekiribin Tirk nehiştin lao. Ellawekîl ez ditirsim min jî têxin nav wî qewmê xerabe haa“ û tirsa dilê xwe anîye zimên.

   Werhasil, Farah Yurdozu ya tirrek di civînekê de dibêje: „Medenîyet ji alî UFO yan ve hatiye avakirin. Gokturk ( beşek ji Tirkên kevnare ne) jî ezmanî bûn. Ji ber vê jî UFO yan bi Tirkan re nîjadek melez (xwînheram, bîjî) çêkirin. >>>>>

 

Xalê me Zinarê Xamo dîsa dest bi lotikên Kurdewarî kir

 

Cemîlê Çargurçik- 25/02/08-Stockholm- Belê, ev demeke ku çend mişkên Stockholmê ketibûn nav komputera xalê me Zinarê Xamo û komputera wî ji hevde xistibûn. Xalê me Zinar jî mecbûr mabû ku ji xwe re komputerek baştir ku mişk nikaribin têkevinê, bikire.

   Ê tabî heta komputera wî hat wext derbas bû.

   Werhasil, niha xalê me Zinar dîsa ketiye ser pişta komputera xwe û dest bi lotikên Kurdewarî kiriye. Heçê bêrîya lotikên wî kiribin, karin serdana bloga wî  http://zinarexamo.blogspot.com/ bikin û nivîsên hindik û rindik bixwînin.

   Ê de serketin yabo qurban!

Lêxe gerîlla lêxe, serê wan di quzê kerê xe!

Gerîllayê Bênav- 24/02/08- Bagok- Êdî şer û qiyamet e. Serekerkanîya Artêşa bêbav a Tirk û hikûmeta sermezinê Erdogan a xwe kirin yek û êrîşî başûrê welatê me kirin. Her çiqasî armanca wan a sereke ne PKK be jî, lê bi sedema hebûna PKK dixwazin li deverê herêmek tampon ava bikin, destdirêjîya başûrê Kurdistanê bikin û di herêmê de bimînin.

   Helbet di vî şerî de wê qûna reş û spî li meydanê kifş bibe. Lê dil dixwest ku gerîllayên me êdî dev ji wê serhişkîya berê berdin, berê xwe bidin bajarên Tirkan û metropolan li wan bikin cehneme.

   Kî çi dibêje bila bêje, ez bi xwe bawerim ku heta di bajarên wan de agir bi doxîna Tirkan nekeve, ewê tu çareserîyekê ji pirsa Kurd re nebînin. Êdî divê şer ji Kurdistanê derkeve qardeşim. Heta ku kuçe û kolanên bajarên Tirkiyê li Tirkan neherimin, ew biaqil nabin.

   Heta Tirk li ser doşekên jinên xwe dengê teqîna kurê ciwamêran nebihîzin, qûnek nabin. Û heta Tirk sedî sed qûnek jî nebin, nabin humanîst û pirsgirêka Kurd çareser nakin.

  Xelas! 

Lotikek ji xalê me Robert

Hesen Almas- 24/02/08-Waşîngton- Ev Emerîkî wek şeytên in. Hem rê didin Tirkan ku derbasî başûrê Kurdistanê bibin, û hem jî radibin li dij wan derdikevin ku karibin xwe li beramber awira gelemperî biparêzin.

   Werhasil, li ser bextê fesad û ewanên kolanên Waşîngtonê be, dibêjin wezîrê paraztinê ê Emerîkayê Robert Gates ji yawerekî xwe re gotiye:“Kuro lao serê van Tirkan wek serê kerê hişk e. Em dibêjin û nabêjin tiştek nakeve serê wan. Ma Tirk nizanin go di wan çiyayên asê de nikarin zora PKK bibin qardeşim! Ma Kurdistan Kibris e ku bi hêsanî dagîr bikin? Kurd nevîyên Rustemê Zal û Selaheddînê Eyyûbî ne, ewê tirrê ji Tirkan berdin ellawekîl!“ filan û fîstan. 

   Werhasil, Robert Gates ji çapemenîyê re jî got ku „bila Tirk ehmeqîyê nekin û rojek berî rojekê ji Kurdistanê derkevin“. Îcar Tirk derdikevin dernakevin girêdayî lotik û pehînên gerîlla ye.

   Heger gerîlla qûn li wan çirand û cendek li ser cendekan bi ser Tirkiyê de şandin, ji xwe wê Tirk jî polîpoşman vegerin. Na heger gerîlla dîsa dest bi çîrokên bratî û demokratîk cimhûrîyetê bikin, ji xwe wê Tirk jî li ser koka me rûnên û xelas!  

Werin em li bajarê Koln ê lotikan li Tirkan xin

Hevalno, Kurdino

Wek hûn zanin, serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan begefendî di 10 ê meha Sibatê de li bajarê Koln ê çend zîtirk avêtibûn û Tirkên xwînheram anîbûn galeyanê. Kasimpaşali Reco di derbarê asîmîlasyonê de gotibû ku “asîmîlasyon sûcekî mirovatîyê ye”. Dewleta ku Receb Erdogan  serokwezîrê wê ye, ev 80 sal in Kurdan asîmîle dike û tehamilî tu pêşveçûna li ser navê Kurd nake.

    Em wek welatperwerên Kurd hem ji bo şermezarkirina sûcên ku Erdogan li dijî gelê Kurd dike, û hem jî ji bo protestokirina êrîşên li ser başûrê Kurdistanê li bajarê Koln ê, li ber balyozxaneya Tirkiyê çalakîyekê li dar dixin. Wext û dema çalakîyê li jêr hatiye nivîsandin. Em hêvîdarin wê Kurdên me beşdarî vê çalakîyê bibin û vê tirrê ji Recebo re nehêlin.
 
Cîh:Balyozxaneya Tirkiyê

      Luxemburger str 285, Hurt

Dem: 25. 02. 2008
 

Bi silavên germ û nerm

Elî û Melek Polat

                                   -----------------------

Xwerista Kurdistanê  - II

 Bavê Jîndar-23/02/08-Colemêrg-

Herwekî tê zanîn, Tirkan li ser bingehên inkar, winda û tunekirina Kurd û Kurdistanê dewleta xwe damezirandine. Li gor wê bingehê tevdigerin û bernamên xwe yên sitratejîk ên dûr û nêzîk çêdikin û pêk tînin.

   Ji wan bernaman a herî giring ji bo dema dirêj xurabkirina xwerista (ekolojîya ) Kurdistanê ye . Li gor qanunên xweristê, hertişt bi hevre girêdayî ye û hertişt bi sîqal e (pîvan – denge ). Dema di xweristê de sîqal – denge- xura bû û hilweşîya, bi xwe re xurabî, hilweşîn û felaketên mezin jî tîne.  

   Ji boy ku em wê stratejîya dewleta Tirkan a xurabkirina ekolojîya Kurdistanê çêtir fahm bikin, hewceye em bi kêmanî pênçî salan şûnde herin û binêrin. Berî niha pêncî salan rewşa ekolojîya kûrdistanê çawa bû û niha çawaye. Dewleta Tirko çawa û çilo ekolojîya Kurditanê xurab kir raxin ber çavan. >>>>>

Dixin wan naxin wan têr naxwin

Lotiko-23/02/08- Leverkusen- Lîztikvanên fûtbola Tirkan li ber namûsa qûna xwe nakevin. Mêrikan ewqas gol û lotikên kesanedî dixwin lê dîsa jî ne xema wan e. Bawer kin ji xwarina golan qûna wan bûye wek çaroxa xalê min Mistoyê cotkar.

   Werhasil, taxima Tirk Galatasaray ku piranîya hezkirên wê Kurdên bêaqil in, bi Leverkusena Elman re bi fûtbolê lîztin. Galatasaray ewqasî ji xwe bawer bû ku bawer dikirin ewê zora Leverkusenê bibin û bi serbilindî vegerin welatê xwe.

    Lê Leverkusenê namûsa wan anî pênc qirûşên xerabe û qûn li wan qetand 5-1! Yanî, Elmanan 5 qiraseyên nîvmetro xistin Tirkan û dawa wan li serê wan pêça. Tirkan jî golek avêt Leverkusenê û serê qiraseyekî Elman ji xwe derxistin lê fêde nekir.

  Hîna 4 qirase di wan de ne û bi wî halî jî vegerîyan Tirkiyê.

Mêş jî tirrê ji kesên wek te berdidin haaaa!

Mêşa Hingiv- 23/02/08- Enqere- Kurmê şîrî heya pîrî ye. Kevnegeneralê Tirk sayin segbav Hurşît Tolon dîsa zimandirêjîya Kurdan kir û qaşo dilê xwe rehet kir. Ji wan weye ku gava Kurdan biçûk bikin û gotinên nexweş ji wan re bibêjin, wê emrê wan dirêjtir bibe û duayên wan biqebilin. Lê nizanin ku qiraseyên 50 milyon Kurd dikevin wan û li ser kezeba wan disekine.

    Tolon efendî di civînekê de Kurd wek “mêş” bi nav kir û serok Barzanî jî wek serokê eşîrekê raber kir. Yanî, eynî çîrok û eynî fissekîyên berê.

   Ê law ewladim, kerê min heywanê xwedê, zirbavê te sayin Bûşh efendî serok Barzanî wek “Mîster Presîdent” qebûl dike, îcar ma gotin li te dikeve zindiq! Bila tenê xwedê zanibe bê wî serokeşîrî çi tirr û fis ji we berdane û hew! Em wek îmana xwe zanin ku helwest û Kurdewarîya serok Barzanî doxîn li we daxistiye kabokê qardeşimmmmmm!

   Haaaaa, te go te ji Kurdan re gotiye MÊŞ? Êêêêê, heta rojekê ew mêş bi derqûna te vedin. Lan ewladim, binere Kurd ne mêşên reş in haa, xwe nexapîne! Kurd moz in, mêşên hingiv in, mozqirk in, heger bi qûna te vedan ne doktor û ne jî derman te ji lotika wan xelas nakin ellawekîl!   

Eskerên Tirko dest bi zîtirkan kirin

Cembelîyê Botî- 22/02/08-Colemêrg- Di civîna Konseya Ewlekarîya Tirkiyê MGK de biryara êrîşa bejayî derket û Tirkan da ser şopa bapîrên xwe Cengizxan, Hûlagû û Tîmûrleng.

   Tirkên ku ji xwîna Kurdan têr nabin û ji dêlegura Asenayê bûne bela serê dinyayê, bi bahaneya hebûna PKK dest bi êrîşa bejayî kir û ket xaka başûrê Kurdistanê. Lê êdî dîk û mirîk jî pê hesiyane ku armanca wan ne PKK ye, dîsa lipaşdexistina referandûma Kerkûkê, çavtirsandina Kurdên başûr û bicîhbûna li başûrê Kurdistanê ye.

   Wek hûn zanin, referandûma Kerkûkê şeş mehan hatibû paşdexistin û çend mehên din wê pêvajoya referandûmê dîsa dest pê bike. Werhasil, bi vê êrîşa bejayî wê hikûmeta sermezinê Erdogan hem mijara laçikê (turbanê) bincil bike, bi xelkê bide jibîrkirin û hem jî dixwaze dîsa pirsgirêka Kurdên bakur bicemidîne.

   Lê xwelî li serê me Kurdên bakur be ku em jî wek pez û garana nava gund sersar in, bêdeng in û di bajarên wan de jiyanê li wan naherimînin. Kuro dijminê ku welatê me xira dike, jiyanê li me dike jehra Silêmanî, çima emê heman belê neynin serê wan yaw?

   Yaw em Kurdên bakur çi mexlûqat in? Kanîn ew rêxistinên ku digotin emê Tirkiyê li Tirkan bikin cehneme qardeşim? Ma hema hûn karin lotikan li Kurdên welatperwer xin û çavê xwe ji Tirkan re bigrin gurçiklerim!?

Ev jî lotikek xweş bû

Zinar Êlihî-22/02/08-Êlih- Wek we bihîstiye, berî niha bi demekê polîs û eskerên dewleta virqo di meşa Êlihê de wekîlê DTP Bengî Yildiz û şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan dabûn ber lotik û pehînan. Bêbavan bêyî ku rutbe û payebilindîya wan li ber çav bigrin, bêrêzî û bêhurmetî li himberî wan kiribûn.

 

Îcar niha Bengî Yilmazê me gotiye:“ Ew êrîş bi zanetî li himberî me hatiye kirin. Kesên ku me nasnekin û rêzê ji me re negrin, em sed û salekê wan nasnakin û rêza wan nagrin. Heger ev helwesta bêbavî berdewam bikin, wê walî nikaribe walîtîya xwe, midurê emnîyetê nikaribe midurîyeta xwe û wekîlên AKP jî nikaribin bên li Êlihê siyaseta xwe bikin. Emê tirrê ji wan berdin“ filan û fîstan. 

   Huseyîn Kalkanê me jî lotikek Kurdewarî avêtiye Erdogan û gotiye: „ Sermezinê Recebo di nava du rojan de Kosovaya ku 2 milyon nifûsa wê heye nas dike, lê daxwaza federasyona 20 milyon Kurdên nav xwe nas nake, qebûl nake. Ka qaşo Kurd brayên we bûn?“ filan û dîsa fîstan.

   Werhasil, Bengî Yildiz û Huseyîn Kalkan du lotikên Kurdewarî li Tirkoleran xistin û tirr ji wan berdan ellawekîl! Her bijîn!

 

Xwerista Kurdistanê -I-

Bavê Jîndar-21/02/08-Colemêrg-

Ekolojî “dan û standin, girêdanên ruhberan ên navxwe û yên derdora xwe” ye. Sîstema ekolojî jî ”tewahîya ruhberan û neruhberan”e. Bi kurtî; xweza, xwerist, sirût û tebîet, û tevgêra wê bi xwe ye.

 

Dema mirov qala dar û ber, teyr û tilûr, gîya û pincar, dahbe û dirinde, çîya û zozan, deşt û lat, mêrg û çîmenên welatê xwe dike, bê hemdî mirov diçe demên zarotî û xortanîya xwe. Ew demên berê wek rêze filimekî di ber çavên mirov re derbaz dibin.

   Mirov dema xwerista welatê xwe ya demên berê û niho dide ber hev, ferqî û cudatîya wan jî xweştir dibîne. Sedemên nemayîn û nehiştina wê çêtir şirove dike, datîne ber çav. Me di çend hejmarên Lotikxanê de qala pezkûvîyan, dahbên wek hirç û heftiyar (leopard ) û hinek gîyayan kiribû. Hinek sedemên wê yên biçûk jî me raxistibû ber çavan. Lê paşê me nêrî di vêderê de hinek tişt kêm in.

   Dema me rewşa ekolojîya Kurdistanê ya berê û ya niho da ber hev, derket holê ku ew tiştên me ji bo parastina çend cûreyên dahban, ên ku neslê wan berbi vindabûnê ve diçin û hewceyî parastinê ne bang dikir, têr nake. Mesele gelek kûrtir, kevintir, û giringtir e. >>>>>

“Dilşad Ebdulrehman”!

               Farûqê Devliken-21/02/08-Mêrdîn-

Me gotibû çi?

Ziman, man û neman e!

Me gotibû çi?

Ziman, xîret û namûs e!

Me gotibû çi?

Ziman, ax e, welat e!

Me gotibû çi?

Ziman, kesayet e, şexsîyet e!

Me gotibû çi?

Ziman, netew e!

Me gotibu çi?

Ziman, kok e, reh e, dil e, mejî ye, gurçik e kezeb e, fatreşk e; ziman nefes e, nefes!

Ziman ku hilqite, ne ez dimînim, ne tu dimîni û ne jî em!..>>>>>

'Rojnivîska Dînekî' derdikeve turneyê!

 

Lîstika Teatra Avesta ya bi navê "Rojnivîska Dînekî", li Mêrdîn Qoser û Farqîna Amedê derdikeve ser sehneyê.

 

Lîstika Gogol ya bi nav û deng "Rojnivîska Dînekî" 23'yê sibatê seat; 18.00 û 20.00 wek du seas li Qoserê li Navenda Dîtbarî ya Tenduristiya Dayik û Zarokê têlidarxistin. Lîstik cara yekem bi organîzasyona Egîtîm-Sen a Qoserê tê lidarxistin. Di lîstika ku derhêneriya wê Cîhan Şan kiriye de Aydin Orak rol digire. Lîstik piştre 24'ê sibatê seat; 19.00'an bi organîzasyona Şaredariya Farqînê li salona şaredariyê tê pêşandan. Lîstika ku Aydin Orak wergerandiye kurdî wek mijar jiyana karmendekî ku bi awayekî psîkolojîk tevlihev dibe girtiye dest.>>>>>

 

Bajo Fethullah beg bajooo, Kurdistan bi te maye!

Cemîl Cewher- 19/02/08-Hewlêr- Êdî dinya û alem, heta bi mişk û dûpişkên binê erdê jî dizanin ku cemeeta Fethûllah Gulenê Tirk di xizmeta dewleta Tirk de dixebite û bûye wek „Şîrketa Asîmîlekirina Gelên Dinyayê“. Terîqeta Fethûllah Gulen li her welatê ku dibistanên xwe ava dike, zimanê Tirkên bêbav dide xwendin û di binê projeya wan de Tûranîzm, û avakirina Împaratorîya mezin a Tirkiyê heye. Ji ber vê helwesta wan a qirêj jî, dibistanên Fethûllah Gulen li hinek welatên wek Rûsyayê hatin girtin û niyeta wan eşkere bû.

    Lê mixabin ji me Kurdan re her roj dawet û dîlan e. Bi ser ku em bi qumaşê Fethûllahçîyan dizanin, lê dîsa jî em qîmetek kesanedî didin wan û qaşo xizmeta ku ew ji bo asîmîlekirina keç û xortên Kurdan dikin, dipesinînin. Werhasil, dibêjin li Hewlêrê destûr hatiye dan ku Zanîngeha Fethûllah Gulen „Zanîngeha Işik (şewq)“ bi fermî bê vekirin.

    Wey ne ser xêrê be rebbî! >>>>>

Çeto Omerî jî bû bajarî

19/02/08-Swêd-Serokê eşîreta www.pekenin.comê Çetoyê Omerî ji gundîtîyê xelas bû û bû bajarî. Mêrik hew qîma xwe bi gundîtîyê anî. Rabû malpera xwe kir PHP û ket nav karwanê mode û nûjenîyê.

   Werhasil, Pêkenîn li Kurdan pîroz û bimbarek be. Xwedê miradê Çeto Omerî bi 25 jinên nermik û germik bike rebbî!

Ji dewleta Tirko lotikek Kurdî

Ehmed Beyan- 19/02/08- Enqere- Serokwezîrê Tirkiyê Receb yoldaş biryar da ku televizyona dewletê TRT di kanalek xwe de dest bi lotikên bi Kurdî, Erebî û Farisî bike. Kî çi dibêje bila bêje ev lotikek baş e. Helbet wê ev weşan ne li gora dilê me bin, wê bi piranî têde behsa lotikên Erdogan û hikûmeta wî bê kirin, lê dîsa jî wê feydeyekê li zimanê Kurmancî bike.

    Piştî ku Erdogan di bernameyek televizyonê de ev mizgînî da, serokê TRT Îbrahîm Şahîn jî yeka Erdogan nekir didu û dest bi zîtirkan kir. Şahîn ji çapemenîyê re got:”Ji xwe biryara me li ser tirr û fisekê mabû, piştî ku serokwezîrê me pif kir wê tirr û fisê, emê jî di demek pir nêzîk de dest bi weşana Kurdî bikin. Bingeha me amade ye, xebatkarên me temam in û emê bi taybetî giranîyê bidin xebatên çand û kulturî” filan û fîstan.  

   Yabo bi sê telaqên jinberdanê ev biryarek baş e. Ma ka televizyonên me wek TRT giringîyê didin ziman û kulturê qardeşim!  Ma televizyonên me Kurdên bakur ne ji nîvî zêdetir bi zimanê Tirkî weşanên xwe dikin? Êêêêêê, îcar kîjan baştir û bixêrtire cîgerlerim? >>>>>

Dilê min şewitî!

Miradê Omerî- 18/02/08-Zurîch- Rojbaş  gelî xebatkarên Lotikxanê.
Ez doh li nav sûka Zurîchê, li ser vegera malê li koma tirrekên Kosovayiya rast hatim.
Min dizanîbû go ewê serxwebûna xwe wek welatik azad diyar bikin. Helbet bi xêra Emerîka û Ewropayiyan.
Lê kolan bi wan tirreka mabû, îca vir vira wan bi trimpêlêt nû, çûn û hatina wan bû.
   Dilê min bi min şewitî gava go min wan dît. Çawa hinik tirrek, mirovnî bê esîl bûn xwedî welatik azad û milletekî wek me go em ji wan bi deh qata zêdetirin, hîna bindest û xwelî li ser in. Bi xêra hizba eloka û xwarzîyên Tirka, bindestiya me dom diki.

   Çiyê babam " demokratîzm,  sosyalîzm, dijminatiya Emerîka û quzelkert!" Ma go ne bi xêra Emerîka û Ewropîyan be em azad dibin?

   Wextî ez bibeecim ji kerbê van mirovên go me ji xwe re bikartînin ellawekîl!. >>>>>

Hûn çi ji serokê Kurdan dixwazin qardeşim!

Hesen Almas-17/02/08-Waşîngton- Birastî min hê jî fahm nekiriye, çima rewşenbîrên Kurd (!) zû tên lîztika xelkê û dijminatîya berjewendîyên xwe dikin?

   Çima kesên ku çend rêz û reşbelek nivîsandine xwe wek rewşenbîr û berdevkê vî milletê reben dibînin? Bi çi heq û hiqûqê dijminatîya kesayetên Kurd dikin? Çi ked dane, çi xwîn û xwêdan rijandine heta ku wî mafê dijminatîya kesayetên ku îro bûne sembola doza milletekî dikin?

   Helbet mafê her Kurdî heye ku rexneyan li A yan B bike. Lê gava rexne bûn tawanbarî û sînorên rexneyê hat çirandin, êdî rexne dibin lotik, cotik, zîtirk û hetta pehînên bergîla.

 

Werhasil, em vegerin ser mijara xwe û zêde serê xwe û we neêşînin. >>>>>

Ji bona raya giştî

 Li ser axaftina serokwezirê Tirk ku li Elmanya bajarê Kölnê gotibû: "Asîmîlatîon sûcê li dijî mirovantiyê ye", wek Lotikxane me Hiqûqnas, Parêzer, Şêwirmend û Pisporên xweyê sererd û binerd civandin û ji wan xwest ku li ser asîmîlatîona li Kurdistana bakur lêkolinekê bikin bê ka cawa û bi çi awayî asîmîlatîon tê kirin.

    Mala wan camêran ava be, xwe westandin, lêkolînek hûr û kûr kirin û encamek qirase ji me re derxistin.

Em jî encama vê lêkolinê pêşkêşî lotikvanên xwe dikin.

 

Asîmîlatîon bi du aliyan li ser gelê Kurd tê kirin.

1.Dîrekt, vekirî û eskere( dewlet)

2.Îndîrekt, bi zanayî yan nezanî (alîkar) >>>>>

Ewladê zinê destdirêjîya koka Kurdan kir

Zinar Qelemşûr- 15/02/08-Stenbol- Di nav Tirkan de bûye mode. Heçê ji jina xwe aciz dibe, radibe pirtûkekê li ser koka Kurdan dinivîse û Kurdan dike Tirk.

   Heçê qûna wî duxre, radibe pirtûkekê li ser koka Kurdan dinivîse û Kurdan bi Tirkan ve girê dide. Heçê jina wî xwe bikşîne, wê heyfa qehpitîya jina xwe di serê Kurdan re derxe û wan bike Tirk. Heçê ji xwe û koka xwe bi şik in û di kerxaneyên bajarên wek Selanîk û Stenbolê de hatine dinyayê, dixwazin milletê Kurd jî wek xwe bêesil û heramzade bikin û radibin pirtûkan li ser dîroka gelê Kurd dinivîsin û qaşo wan dikin Tirk.  

   Yek ji wan jî serekkomîserê êşkencecî Omer Ozuyilmaz e. >>>>>

Tu li wî û tu li şaşika wî

Diyar Baban-15/02/08-Mahabad- Ayetûllah Elî Sîstanî ku bi xwe qûnalêsê dewleta Îranê ye, lotikek li Kurdan xist û ji îmana xwe derket. Sîstanîyê ku ne dîn pêre heye û ne jî îman, di bin perda dîn de siyasetek qirêj dimeşîne û dijminatîya Kurdan dike. Sîstanî vê dawîyê di derbarê pirsgirêka Kerkûkê de lotikek avêt û kir tirre tirrrrrrrr.

   Sîstanî di malpera înternet a bi navê Kîtabet de dibêje:”Kerkûk wek şaşika min û Iraqê ye. Ezê rê nedim ku ev şaşik ji serê me bikeve. Divê Kerkûk ji bin kontrola hkûmeta Iraqê dernekeve û nekeve bin hikmê Kurdan” filan û jerh û ziqûm. 

    Ê law hey xwedê ruhê te stendo, lingekî te li dinyê  û yek jî di mezel de ye, tirr di qûna te de nemaye, tu çi ji Kurdan dixwazi hey tarikselat!

   Here têkeve bin eba û çarçefên Mehmûd Ehmedînejad û ji xwe re ayet û fatîhayên roja qiyametê bixwîne wî, ma îş û karê te nemaye tu lotikan li Kurdên reben bixî, zindiq! 

 

ST Valentînes day

Roja evîndaran pîroz be!

 

Serxweşê Evînê-14/02/08- Lotikxane

Çîroka roja evîndaran dirêj e, xwe digehîne sala 1738 an. Eman eman ji bîr nekin, dilê evîndar û evîna xwe xweş bikin. Ne hewceye ku hûn dîyarîyên buha bikirin. Hûn dikarin tiştên ji alîyê diravî de bê qimet, lê ji alîyê manewî de qedirbilind in bikin. Pêşnîyazên Lotikxanê ev in:

    1- Hûn dikarin gulek sor bikirin.

    2 – Hûn dikarin bi rûja lêvan û qirêma tiraşê li ser neynika serşokê yan li ser anîya xwe “ez gelek ji te hez dikim” binivîsin.

    3- Gotinên evînîyê binivîsin û têxin çante, qewlik an jî li ser nivîn û balgîyê deynin.

    4- Hûn dikarin ji bo xwirînîyê (taştê) kezeb an gurçika xwe jê re sor bikin û biqelînin.

    5- Heger bi kezeb û gurçika we qaîl nebû, hûn dikarin sînga xwe biqelêşin, dilê xwe jê re derxin, têxin nav nanê sêlê û bi îskanek şeraba sor pêşkêş bikin.

    6-Na heger bi wê jî qaîl nebû, zimanê xwe di qurmik de jêkin, bikin wek lûfik û pê pişta hev bifirkînin. Piştî ku we pişta hev nermijand, îcar fatîhe û qulella we ehed bixwînin û hevdu bidin ber lotik û cotikên roja “ST Valentînes day”.

   Bi vê wesîlê em roja evîndaran li hemi Kurdan pîroz dikin û hêvîdarin hûnê di vê roja pîroz de cot cot, sisê sisê zarokan bînin.

Festîvala herî mezin paraztina ziman, berhem û peykerên Cegerxwîn in kaka!

Cemîl Cewher- 13/02/08-Hewlêr- Belê, festîvala seydayê Cegerxwîn lidarket û kêfa me hat. Dibêjin ji bo lidarxistina festîvalê 490 hezar dolar hatiye terxan kirin. Dîsa kêfa me hat. Çawa be pere pir in û petrol jî ji Kurdistanê kêm nabe.

   Lê gelo ne baştir e ku festîvalên Cegerxwîn bi pêşdebirin, xwendin û hînkirina Kurmancî û bikaranîna tîpên latînî bên lidarxistin? Gelo di çend zanîngeh û dibistanên başûrê Kurdistanê de bi Kurmancî û tîpên latînî xwendin dibin? Gelo li çend bajarên Kurdistanê peykerên Cegerxwîn hatine çikandin? Ma hema bîranîna Cegerxwîn bi lidarxistina festîval û terxandina dolara ye kaka?

   Bawer bikin, kîjan roja ku we li bajarên Kurdistanê peykerên Cegerxwîn çikandin, kîjan roja ku we di dibistanan de bi Kurmancî û latînî xwendin da destpêkirin, aha wî çaxî emê karibin bêjin “me Cegerxwîn bi bîr anî” û festîvala herî mezin jî ew e...

   Yan na!?

 

Aha medenîyeta Tirkan ev e:

Medenîyeta GÛ...!

 

Xortê Behdînî-13/02/08-Duîsbûrg-Elmanya- Tirk gellek caran dibêjin: “Me medenîyet anîye dinyayê. Heger ne ji me bûya wê dinya di nava gû û rîxê de bifetisiya” filan û bêvan.

   Îcar emê jî niha nimûneya medenîyeta Tirkan pêş we bikin. Wê rojê ez derketibûm navenda bajarê Duîsbûrg a Elmanya. Ez li kêleka hawizê avê rûniştim. Min dît jinek Tirk û kurê xwe jî hatin wir. Kurê jinikê ji dêya xwe re got:”Anne, poxûm geldî”. Jinikê jî yekser got:”Oxlim, tuwalete 10-20 cent vermîyelim, pantolonûnû îndir ve hemencecîk bûrda poxûnû yap. Nasil olsa gawûr memleketîdir”.

    Werhasil, kurê jinikê yek nekir didu û hema li wir dest bi gûkirinê kir û bêhn bi ser bajêr xist. Îcar ji xêra xwedê re wek ew Elman bidîtina. Rebenan şaşomaşo bibûn û devê wan ji hev vekirî mabûn. Piştre jinika Tirk bi kaxezekê rahişt qûyê kurê xwe û avêt nav hawizê avê. Ew hawizê ku rojê bi hezaran kes tên û li dora wê seyranê dikin.

   Îcar we medenîyeta Tirkan nas kir gelî xwendevanan? Ez karim bi serê xwe û we sûnd bixwim ku ew jinik ne kêmî 30-40 sal in li Elmanya dijî. Lê ji berê de dibêjin: “Qiz qereçî xatûn olmaz”.

   Îcar Tirk diçin ku medenîyeta xwe bi xwe re dibin. Medenîyeta GÛÛÛÛÛÛÛ!

(Li wêne binerin >>>>>

Xalê Ehmê, ma bîzim kezeb ne oldî qurban!

Serdar Mirad- 12/02/08-Amed- Piranîya me Kurdam Diyarbekir, yanî Amedê wek paytexta bakurê Kurdistanê bi nav dikin. Lê gava bê ser rastîyê û meriv bi wîjdan biaxive, paytexbûna Amedê derewek virt û vala ye. Ma we paytexta ku ji %75-80ê wê bi zimanê dijminê xwe, bi zimanê Tirkî biaxive dîtiye yabo? Herin li paytextên xelkê binerin heger ne bi zimanê xwe diaxivin ji xwe ez bi tiştekî nizanim.

   Werhasil, min bi xwe ji zû de paytextbûna Diyarbekirê ji guh xwe avêtiye. De neyse, em bên ser mijara xwe û xalê Han.

   Dibêjin xalê me Han rojnamevanekî Koreya Başûr e, ji Kurdan û zimanê Kurdî pir hez dike û qaşo hatiye paytexta Kurdistanê (!!??) ku Kurdîya xwe pêşdetir bibe. Lê rebeno li hatina xwe polîpoşman bûye û bawer kiriye ku hatiye Stenbolê yan Enqerê.

   Rebeno 3 sal û nîv e li Amedê ye, lê xuyaye çend gotinên Kurmancîya ku hîn bûye jî li serê wî bûye bele. Xalê me Han gazinan ji Qirix û pêxwasên Diyarbekrê dike û dibêje:>>>>>

 

BİJÎ CİVAKA QÛNEKAN!

    

Farûqê Devliken-26/02/08-Mêrdîn-

Di destpêkê de ez lêborîna xwe ji nîvxanima Bulent Ersoyê dixwazim.

Berî nuha bi salekê min li ser vê nîvxanimê nivîsarek nivîsîbû û bi zimaneki tund min ew rexne û şermezar kiribû. Lê xuyaye nîvxanimê Lotikxanê dişopîne û bêje bi bêje, hevok bi hevok, quncik bi quncik dixwîne jî. Xuyaye nîvxanimê nivîsara ku min li ser wê nivîsîbû xwendîye, lê hebekî dereng hişê wê bi serê wê de hatîye.

   Tişt nabe yabo! Bila bi serî de hatibe, ew jî nahmete…De tew îja hin bêbavan malik li xwe xera dikirin û agir bera malên xwe didan, digotin Bulent nîvxanim bi Kurdî nizane.

   Çawa nizane yaboo!

   Bi telaqê bêjî Misto, nîvxanimê bi kurdî dizane û qûnê li gelek “welatparêz”, “rewşenbîr”, “sazî”, “rexistin” û “hunermend”ên me diqetîne…

Bulent nîvxanim, spasîya te dikim!

Bulent nîvxanim, bejna xwe li ber te ditewînim! >>>>>

Lehmecûncî Îboş dîsa da navê

Hozan Vitvito-25/02/08-Beyoglû/Stenbol-

Belê, Lehmecûncî Îbo û Cîgercî Ehmê nin oxlî Îbrahîm Tatli dîsa dest bi Tirkbûna xwe kir û di bernameyên televizyonan de propaganda eskeran kir.

   Tatligû di bernameya televizyona Starê de xwe wek Tirk oxlî Tirk pesinand û serê xwe li ber Mehmetçîkên qûnbicilik xwar kir.

   Ûlan ewladim, qûnalêsê xelkê, Mehmetçîk şehîd in ma gerîlla ne şehîd in oxlim?

   Ma çi fêde law, tu li ser pişta Kurdên ehmeq bû împarator, lê tu xiyarê Tirkan dixi xwe û eslê xwe înkar diki. Wey xwelî li serê me Kurdan be ku em li te guhdarî dikin û hew!

Mehmetçîk pîs pîs vegerîya

Cerdevanekî bê nav- 25/02/08- Şernex- Qaşo yekîneya herî zîrek a artêşa virqo berî bi 4 rojan derbasî başûrê Kurdistanê bibû û Tirkan bawer dikir ku wê Kurdistanê serûbinê hev bike. Lê piştî ku tirr di wan de neman û qirasê Kurdan kete wan, gellek leş û cendekên xwe li dû xwe hiştin û pîs pîs vegerîyan bakurê Kurdistanê.

   Yekîne ji 100 trimpêlan pêk dihat. Di vegera wan trimpêlên eskerî de hat xuyakirin ku çendek ji wan vala vegeriyane. Yanî, eskerên di wan trimpêlan de bi cehnemê şa bûne.

   Werhasil, îcar çapemenîya Tirk ku derewtirîn û bêbavtirîn çapemenî ye, dest bi propagandê kirin û gotin:” Tilîlîlîlîîîîîî lehengên me vegeriyan” filan û bêvan.

   Ûlan gotlaqlar, çima qehreman Mehmetçîk (!) vegeriyan lan? Ji tirsan re ewladim ji tirsan re! Ma ew qûn bi Mehmetçîk re heye ku karibe xwe çend rojan li çiyayên Kurdistanê bigre oxlimmmmmmm!

 

Ê here masiyan qûna wî şil dibe cîgerlerim!

 

Li wêneyên qûnbicilikan binerin bê ka şehîd dimrin yan namrin >>>>>

Keçê ma Tirk çi ji îstîkrarê fêhm dikin kezîkurê!

Şemal Amedî- 24/02/08-Emerîka- Dibêjin wezîra kar û barên derve a Emerîkayê xaltîka me Condoleezza Rice di derbarê êrîşa Tirkan de gotiye: „ Haya me ji lotikên Tirkan heye. PKK dijminê me teva ye. Lê em hêvîdarin wê Tirk îstîkrara Iraqê û Kurdistanê xira nekin. Xirakirina îstîkrara Kurdistanê li dijî berlewendîyên Emerîkayê ye“ filan û bêvan. 

   Keçê porkurê, agir bi doxînê ketyê, ma Tirk çi ji îstîkrarê fêhm dikin hêê? Ma Tirk ji xerakirinê pêve tiştekî din dizanin?

   Ez bi rengê te ê reşik kim, heta hûn xwe bidin pişt Tirkan we negot xwezî bi îro û hew!

   Îcar îstîkrar haaaa! Hem jî Tirk û îstîkrar!?

Sextekar-Der

Hecî Emînê Şirnexî-24/02/08-Stenbol- Min bi xwe wek Tirkan milletekî sextekar û hov ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Destê xwe bavêjin çi, wî tiştî bi sextekarî bikartînin û bi navê insanetî û îslamê durûtîyê dikin. Meselen Komela Mafên Perwerde û Ramana Azad (OZGUR-DER).

   Erê navê vê komelê navê ramana azad e, lê bawer bikin gerek navê xwe bikirana “SEXTEKARLAR-DER”. Ev komela ku di bin navê mafê perwerde û ramana azad de fikra “Senteza Îslamî ya Tirk” dimeşînin, di derbarê mafê Kurdên misilman de ker û lal dibin, kor û hittim dibin. Lê gava mesele tê ser mafê Filistîn û hinek qûnekên din, zimanê wan metroyekê dikşe derve û wek keran dizirin, mafê Filistînîyan diparêzin.  Werhasil,  >>>>>

Kurd û Danîmarkî dest bi lotikên Kurdewarî dikin

Yilmaz Yildiz-23/02/08-Danîmarqa-

Ev wextê we bi xêr lotikvanên hêja ên lotikxana Kurdistanê!

    Piştî ku Kurdên me bi salan li welatên Ewropa têra xwe dan lotikan, vêca niha jî ev lotik li xweşîya hemwelatîyên Ewropîyan jî cûye û ew jî ji niha û ne zû dixwazin bikevin nav lotikên Kurdewarî.

   Bi saya serê lotikvana Kurd Özlem Sara Çekic, ku lotikvana (endama) parlamentoya Danîmarqa ye, wê cara yekemîn li parlamentoya Danîmarqa cejna Newrozê bi kokteylekê û lotikên Kurdkî-Ewropî bê lidraxistin û girgirekên Kurd û Danîmarqî bikevin nav lotik û pihînên Kurdewarî.

   De xwedê lotikên wan zêde bike rebbî. Belkî ev lotik di nav hemi lotikvanên Ewrûpî de bibe destpêk ji bo gelik lotikên bi vî rengî.  

   Di kar û xebata we da serkeftin. Hûn bi lotikên xwe her hebin. >>>>>

Me jî digot çima ev qûnek ewqasî dijminatîya Kurdan dike

Tecawizcî Coşqûn-23/02/08- Stenbol- Yek ji wan Tirkên ku herî zêde dijminatîya Kurdan dikir qûnekê ewladê zinê Vedat Yenerer bû. Yenererê ku qaşo rojnamevan û teresbavekî naskirî ye, di her wesîlê de lotik li Kurdan dixistin û nalet li bavê xwe tanî.

   Lê piştî eşkerekirina hinek ji endamên rêxistina qûnekan a bi navê Ergenekonê, derket holê lu Vedato jî endamê heman rêxistinê ye û di beşê çapemenîyê de wezîfedar e.

   Yanî, sayin dêqehp Vedat Yenerer jî endamê Ergenekonê derket, qiraseyek xwar û hat girtin. 

   De li ser xêrê be û aqûbet li serê qûnekên wek wî be rebbî!

Hêdî bajo Mamooooo!

Mihemed Soran-22/02/08-Silêmanî- Li ser bextê PUK medîayê be rebbî, dibêjim tam di dema ku segbavekanên Tirkekan derbasî xaka Kurdistanê bûne, serokkomarê Tirk ê qaşo misilman Evdoyê Gulgulî telefonî Mam Celal kiriye û ew dawetî Tirkiyê kiriye.

   Mamê me jî di wê hingedingê de şaşo maşo û ecêbmayî maye û di bersiva xwe de daweta Evdo qebûl kiriye û gotiye ezê di demek nêzîk de bêm qehweyek te vexwim, filan û bêvan.    

   Yaw Mamo, canekem, ruhekem,  kezeb û girçikekem, ma ev çi helweste kaka! Tirk xaka te dagîr dikin, zarokên Kurmancan dikujin, dixwazin Tirkmenan li serê te bikin bela, û weke ku tiştek nebûbe tu jî dikî biçî serdana tûleyên kerxanecî Mistoyê Selanîkî  kakaciyan!

   Yabo bi telaq û namûs, were di vê teqûreqa nexêr de neçe serdana wan bêbavan, emê tam salekê goştê elokan bidin Mamê xwe. Ma çak nîye kaka!

Xwedê teala ji Kurdan re bêtifaqî û ji Hindûyan re jî ehmeqî kiriye qismet

Raca Xan- 21/02/08-New Delhî- Meseleyek heye dibêjin:”Gava xwedê teala aqil belav kiriye, Kurd di xewê de bûne. Heta ji xewê neciniqîne dîtine ku xwedê para wan jî daye hinekên din û Kurd ji wê rojê de bêaqil û bêtifaq mane” filan û bêvan.

   Helbet di vê çîrokê de para dagîrkeran jî pir e. Ji bo ku Kurdan wek bêaqil û nezan bidin nîşan dan, li ser vê çîrokê hatiye zêde kirin. Lê rastîyek jî têde heye haaaa! Erê wê hinek Kurdên me bi gotinên me bêşin, lê ev parçeyek ji rastîya me ye ellawekîl!

   Ez jî wek Kurdekî ku li Hindistanê dijîm û bermayê ola Zerdeştî me, bi vê çîrokê dêşim lê mixabin rastîya me jî ev e:Em ji xwe re bêaqil û dijmin, lê ji xelkê re aqilmend û dost in!

   Werhasil, mesela me ne ev bû lê hat ser wê. Îcar hinek xelkên wek Hindûyan jî hene ku xwedê teala ne tenê bêaqilî, lê herweha ehmeqî jî kiriye para wan. >>>>>

Komîta Hevkarî serdana Erîk Ûllenhag kir

 Şandeya Komîteya Hevbeş (Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê,Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û ÎKS) bi sekreterê Partiya Gel (Folkpartiet) ya Swêdê re kombûnekê pêkanîn.

    Kombûn roja 19.02.2008an, li Stockholma paytext, di avahiya Parlamena Swêdê de pêk hat.

    Şandeya Komîteya Hevbeş, Şefîk Kaya, Arî Şêxnûrî, Selahedîn Salih, Selam Cizîrî û Ehmed Elîpûr digel sekreterê Partiyê Erik Ullenhag ku beşdarê Hikûmeta Swêdê ye, civîyan. Şandeya kurd bi kêfxweşî û bi hestên germ hat pêşwazî kirin. >>>>>

Xêra xwedê

Rozê- 20/02/08-London Pirsgirêka Mihemed Selîm û malbata wî li Brîtanyê wek nepoxê nepixiye û ji Ingilîzan re bûye serêşandinek mezin. 11 zarokên Mihemed Selîm hene, Ew û jina xwe jî tam dibin 13 nefer. Îcar salê tam 29 hezar sterlîn ji dewletê distînin.

   Mihemed Selîm ji rojnameyekê de dibêje:”Oxxxxxx, xêra xwedê ye. Ma ezê çima bişuxulim û xwe bêşînim. Salê 29 hezar sterlîn zêdeyî serê min û bavê min e” filan û bêvan.

   Îcar Ingilîz jî rabûne ser tapana û dibêjin:”Ev pere ji bêrîka me, ji ked û xwêdana me dikevin bêrîka Mihemed Selîm efendî. Yan divê ew karekî bibîne û bixebite, yan jî divê çareserîyek bê dîtin” û tirr û fisên Brîtankî dikin.

   Werhasil, heçê li Ewrûpayê xwedîyê 10-11-12-20 zarokan bin xwedê daye wan û xelas!

   Ê me me mala xwe bir mîratê û heta me zarokek anî dinyayê çavê me û bavê me derket.   

   Lê yabo hinek Kurdên me wek febrîqê ne maşelle, febrîqeeeeeeeeee! 

Kurdê gunikreş da bin dûvê Tatlises

     Aran Perînas-20/02/08-Swêd-Ji Kurdistana Iraqê me dengek kesanedî bihîst, ya starrrr, zilgil e zilgil!  Li gorî çavkanîya ku ji alî sîxur, mît û dewleta kûr a Lotikxanê ve ketiye destê me,  neûzûbilleh deng dengekî zêr e.  

   Navê dengbêj hîn ne dîyar e, wextê dîyarbûnê jî nayê xuya kirin. Lê heger hinek xwedî lê derkevin, dikare di wextekî kin de gelek meşhûr bibe û lotikvanekî qirase jê derkeve

   Lawik di firina nanpêjîyê de kar dike. Dûvre hevalekî wî telefona xwe derdixe, dest bi qeydê dike û dûvre jî di înternetê de diweşîne  filan û bêvan.

    Dengbêjê Kurd bi eynî awayê Ibrahîm Tatlises distirê, dengê wî hema hema wek dengê wî ye, lê wek wî rûn û tewaş naşewitîne.>>>>>

Ji xelkê re adet e ma ji Kurdan re qebhet e xanimê!

Silêmanê Dîko-19/02/08-Emerîka- Belê, Kosovaya ku nifûsa wê 2 milyon in, serbixwe bû û ket nav rêza insanan. Di vê heyamê de milletên ku ne serbixwe û azad bin, wek insan nayên dîtin û herkes pêl serê wî dike. Meselen Kurd.

   Kurd hê kole û qurbeserên xelkê ne. Ji ber vê jî kes pîvazekê bi wan nade û hesabê wan û kîrê xwe nakin. Lê ku serbixwe û azad bûna? Wê wî çaxî xelk bibûna xulamên me û meyê lotik li wan bixista. Werhasil, mesela me li ser Kosovayê bû.

   Dibêjin Wezîra Karûbarên Derve Condoleezza Rice a reşik û xwîntehl di derbarê serxwebûna Kosovayê de gotiye:” Bila hinekên din kêfa xwe neynin û Kosovayê ji xwe re nekin nimûne. Serxwebûna Kosovayê bûyerek taybet e” filan û jehr û ziqûm. Yanî xanimê dixwaze bêje:”Bila Kurd Kosovayê ji xwe re nekin nimûne û serxwebûna xwe êlan nekin. Kurd ne layiqî serxwebûnê ne” filan û  bêvan.

   De îcar li me û li vê dêlika reşik binerin yaw! Keçê porkurê, kezîkurê, ma ji xelkê re adet e ji Kurdan re qebhet e hey gewende? Ma Kosovayî ji Kurdan çêtir û bi namûstir in hey xwedê ruhê te stendê?

 

PANÊL ( SÊMÎNAR )

Li Kurdistanê Rewşa siyasî

 

 

HEVKARI ya Rêxistinên Kurdistan li Elmaniya sêmînarek giştî û berfereh li ser rewşa siyasîya her çar perçeyên Kurdistanê rêk dixe (saz dike).

Gotarvan:

Dr. Musa Kaval

Ferîdon Mitran

Dana Alî Seîd

Heybet Mihemed

Bi navê HEVKARÎ em we hemiyan vexwendî sêmînarê dikin!

Bi beşdariya we, wê gengeşe (diskusyon) dewlemendtir bibe >>>>>

Ma hûn karin wî bi kar bînin oxlim!

Zinar Qelemşûr- 19/02/08-Stenbol- Gava li qûna hinek Tirkan zor tê hew we dît xwedî li Abdullah Ocalan derketin û xwe avêtin tor û bextê wî.  Lê di firehîyê de herkes kurê bavê xwe ye, Ocalan nayê bîra kesekî. Meselen sayin qûnek Tûncay Ozkanê Kemalîst kurê Kemalîstan.

   Em wek îmana xwe zanin ku heger Ocalan têkeve destê kesên wek Tûncay Ozkan, ewê firek av lê venexwin û destê xwe têxin qirika wî. Lê mêrik îro radibe xwedî li Ocalan derdikeve û dixwaze ku dewleta Tirk Ocalan ji bo aştî û bratîyê bi kar bîne.

   Ûlan oxlim, ewladim, ma sayin Ocalan zaroke hûn wî bi kar bînin lan!

   Yaw qardeşim, hûn dixwazin wî bi kar bînin, Sûriyê dixwest wî bi kar bîne, Yewnan dixwest wî bi kar bîne, Rûsan dixwest wî bi kar bîne, Emerîka û Ewrûpa dixwestin wî bi kar bînin, ma bû çiiiiiiiii law errrreeekkkkkkk! Dinya û alem dixwaze Ocalan bi kar bîne yaboooooo…..

   Bi her sê telaqên jinberdanê tenê hêzek sayin Ocalan bi kar nayne.  Lotikxane!!!!!!  

 

Beyrût cihekî helkeftî ye

bo dînbûna kesayetîya min

 

Sîrwan Qiçço - 18/02/08- Beyrût

Xewnên min li Amûdê şîn hatin û li Beyrûtê bişkivîn. Hîn bihna bîranînên zaroktiyê ji nava tiliyên min tê û ez bi van der û deran ketime….

Çendîn min dixwest ku careke dî vegerim wan kolanên kevnetor û tozgirtî û careke dî xwe di nav axa wan malên kelpîçî de bidim.

   Xwezî ez dîsa vegeriyabama zarokekî biçûk û wekî her caran min bi dawa bavê xwe girtiba,  min ew hembêz kiriba.

Ez bawer dikim ew roj nema û çûn xwe li paş    dergehên bêrîkirinê veşêrin.

Nuha, ez ji nû ve dîwarên jiyana xwe bilind dikim, renge qedereke dî were pêşwaziya min , tevî ez xweş zanim ku qedera mirovê kurd her ew qedere. Qedereke reşe…nenase..

 û têkçûyî ye ! >>>>>

Ha wilo wê alê biçirîninnnnnnn!

Selîmê Şernexî- 17/02/08-Şernex- Wek hûn zanin, berî bi çend rojan di xwepêşandanê de hevalê me Yehsa Menekşe ji alî polîsan ve şehîd ket û rehma xwedê kir.

   Êêêêê, ma em xortên Şernexî disekinin, na canimmmm!

   Me jî rabû dîsa xwepêşandanek kir û me tirr ji esker û polîsên Tirko berda ellawekîl. Me ala wan a bi xwîn ji serê ban daxist, pêde mîzt û şewitand.

   Îcar çapemenîya Tirkên hov hatin galeyanê û hêsir li ser şewitandina ala xwe barandin. Qûndeyên ku li ser kujtina xortên Kurd hêsran nabarînin û kêfa wan bi kujtina Kurdan tê, ra dibin li ser piçek paçikê bi xwîn dikin qarewar.

    De neyse, me bi a la wan de mîzt, şewitand û kêm be jî me heyfa xwe li erdê nehişt.

   Heta şewitandina alek din xwedê kerîm û rehîm e!

Di derbarê nav û dengê min de

Hesê Belê-16/02/08-Amed-

 

Piştî ku nivîsa min di Lotikxanê de hat weşandin, emaîl bi ser min de barîyan. Xwendevanên ku navê min û hunera min meraq dikin pir in. Min bixwe gava bersiva xwendevanekî daye, min gotina „karî“ bi kar anîye, lê wî wek „kari-jin“ fêhm kiriye û gazin ji min kirin. Min jêre pirtûka helbestên Mehmet Akîf „Safahat“ pêşniyaz kir ku bi Eyyuhel Karî ango ey xwendevan dest pê dike. 

   Heger em bên ser meselê, navê min meşhûr e. Ji brayên ku min nasnakin re; dixwazim gotina Tirkan „Mihemed Axayê Potînzer“ bînim bîra wan.

   Lê esasê ku divê hûn meraq bikin huner e. Ev hunera me zayendî ye. Bi du nimûne û serpêhatîyan, dixwazim biryara hişmendîya me ji xwendevanên birêz re dihêlim. >>>>>

Li Kurdistana bakur qezayên trafîkê

Cembelîyê Botî-16/02/08- Colemêrg-

Em dibêjin “li welatê me şerê qirêj heye, gelek kes tên kuştin û birîndarkirin”. Dê werin em li statîstîkan binêrin, ka di şer de yan jî di qezayên trafîkê de pirtir kes tên kuştin û brîndarkirin.

   Li gor raporên  statistikên trafîka 2007 an, tenê li rojavayê Kurdistana bakur “Tirk jêre dibêjin Doxû Anadolû “  21 hizar û 19 qeza çêbûne. Di van qezayan de 270 kes mirine û 9513 kes jî birîndar bûne.

   Îcar we dît neeee! Ka mirî di kîderê de zêdene? Bêgoman ev mirî û brîndar jî beşek ji yên şerê qirêj in. >>>>>

Leopardên Kurdistan

Bavê Jînê-16/02/08-Ewrûpa-

Gelo we zanîbû ku li Kurdistanê heftiyar (Leopard ) hene? Dibe ku gelek ji we cara yekem e vî tiştî dibihîzin . Lê rast e. Mixabin wek her tiştên Kurdan, dahbên Kurdistanê jî bûne malê koledaran û bi wan tên navkirin. Di lîteratorê de jêre tê gotin leopardê zinaran an jî Pers an

 ( Farisan) „Persische Leopard“. Herwekî ji pezkûvîyên spî (mih û beran ) re Armania, û  Kurd jî wek Tirk, Ereb û Farisên çîyayî tên navandin. Ev Heftiyarên (Leopardên) zinar û çîyan li Afganîstan Kurdistan û Îranê hene.  Lê mixabin nivşê wan gelek kêm bûye. >>>>>

Gelo çima brûsk li Hz.Îsa ket?

Keşe Mûsa- 15/02/08-Dêra Zehferanê Berî bi çend rojan brûkê li peykerê Hz. Îsa xist û ew brîndar kir. Peykerê ku li Brezîlya bajarê Rîo De Janeîro ye, peykerê herî mezin ê Hz. Îsa ye.

   Werhasil, li ser bextê fesad û ewanên bajarê Rîo be, dibêjin di navbera xwedêteala û kurê wî Îsa de ( wek hûn zanin hinek ji filehan – krîstên katolîk) Hz. Îsa wek kurê xwedê qebûl dikin) pirsgirêkên siyasî derketine û nîqaşên xurt di navbera wan de dest pê kiriye.

   Xuyaye Hz. Îsa ji ser gotina xwe nehatiye xwarê û li dij bavê xwe derketiye. Îcar xwedêteala jî rabûye brûskek avêtiye kurê xwe Îsa. Lê Hz. Îsa xwe ji ber brûskê daye alî û brûskê rasterast berê xwe daye peykerê wî ê li bajarê Rîoyê. Di êrîşa brûskê de peykerê Îsa brîndar bûye û çend dilopên xwînê jê niqutîne.

   De neyse, em vê roja xêrê xwe gunehkar nekin û nekevin navbera kur û bav.

   Helbet heger Hz. Îsa ne neheq bûya, wê bavê wî jî brûsk navêta kurê xwe û hûn sax!

Kurdino, nanê xwe ji Osmanê me bikirin!

Nanfiroş-15/02/08-Nisêbîn- Li ser bextê çapemenîya Tirko be, dibêjin sayin Osman Ocalanê me dest bi nanfiroşîyê kiriye û dixwaze "Zincîra Firinxaneyên Kurdistanê" ava bike. Helbet ev jî kar û xizmetek baş e. Ma go nan tunebe wê Kurd çawa bijîn qurban? Ji xwe xwarina Kurdan nan e.

   Îcar xuyaye kekê Osman tespîtek pir baş kiriye. Her bijî! Ji dêvla ku Tirk bên li Kurdistanê firinxaneyan vekin, bila Kurdên me vekin qardeşim!

   Kurdino, ji îro û pêde nanê xwe ji Tirk, Ereb û Eceman nestînin! Perê xwe bidin nanfiroşên Kurd û di serî de jî nanê xwe ji Osmanê me bikirin!

   De haydê serketin û bijî nanê tenûrê!

Hûn herin erş hûnê dîsa bên ber terkê reş cîgerlerim

Ehmed Beyan- 15/02/08- Enqere- Nivîskarê Tirk Mehmet Alî Bîrand di nivîsa xwe a nû de rastîyekê tîne zimên. Bîrand piştî ku behsa şerê li dijî PKK û hatina buharê dike, meselê tîne ser têkilîyên dewleta Tirk û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.

    Bîrand bi aqlêselîm band li rayedarên dewleta xwe dike û dibêje:”Lan oxlim, dev ji vê serhişkî û zirt û virtên xwe berdin. Binerin Îran û Sûriye têkilîyên xwe i Kurdistanê re datînin, lê em li holê tunene. Mesele bi hatina Celal Talabanî safî nabe. Serê hefsêr di destê Barzanî de ye. Heta em bi Barzanî re rûnenên û têkilîyên dostanî pêre daneynin, wê her û her serê me di nava qûmê de be û qûna me jî ji derve belbelotî be. Em herdu alî jî hewceyî hev in” filan û fîstan. 

   Werhasil, Bîrand gellek tiştên aqilane dinivîse, pêşiya xwe dibîne. Lê ka go sermezinên wek Erdogan û Buyukanit bi a wî bikin. Gotinek me Kurdan heye dibêjin: “Tu heri erş tê dîsa bê ber terkê reş”. 

   Îcar sayin Tirk qardeşlerim, bi sê telaqan hûn herin erş hûnê dîsa bên ber terkên Kurdên reş!

Xwezî em jî wek te xwedî xîret bûna!

Fernandez Perez- 14/02/08-Meksîko- Manuel Urîbe wek zilamê herî qelew ketibû pirtşka rekoran a Guînnessê. Manuel Urîbe bi 57o kîloyên xwe qelewtirîn lotikvanê dinyayê bû. Werhasil, mêrik qelewbûna xwe ji xwe re wek “bêxîretî” qebûl kiriye, soz û peyman daye ku ji wî goştê heram xelas be û tirrê jê berde.

   Werhasil, mêrik radibe bi alîkarîya mamosteyekî sporê dike, lotik û zîtirkan davêje, pehînên îep û rast davêje, û di nava salekê de tam 230 kîlo jar dibe. Niha ji 570 kîloyî daketiye 340 kîloyî. Manuel  soz daye ku dakeve 130 kîloyî û bibe wek mirovekî nûçêbûyî. 

   Werhasil, gava xîret û namûs bi yekî re hebe, tu dixwazi bila malê dinyayê ê wî be, zû bi zû xwe winda nake û bi ser dikeve. Lê gava pozê meriv ji derûdorê, ji heval û hogirên meriv neşewite, pozê meriv tim di nava gû deye û têkçûna meriv misoger e.   

   Îcar mesela me Kurdên bakur û asîmîlasyonê jî ev e. >>>>>

 

Ji bo Wezîrê Perwerde Ebdurehman Dilşad

 

Mamosten Kurd-13/02/08-Swêd-Di 4.2.2008ê malperên kurdî «www.netkurd.com» û «www.nefel.com» ê de hevpeyvîneka we ji bo rojnameya Kurdistanî Niwê bo xwendevanên kurd hat weşandin.

   We di vê hevpeyvînê de baweriyên xwe û yên Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê yên li ser xwendin û nivîsîna bi «Kurmancîya Jorî» bi kurtî ji bo raya giştî eşkere kirine.

   Berî hevpeyvîna we, Dezgeha Perwerdeya Silêmanîyê jî bi sedema “ji mamosta û şagirdan re zehmet e”!!! xwendina dersên bi kurmancîya jorî bi dawî anîbû. Li gor hevpeyvîna we, hûn gazindan ji Dezgeha Perwerdeya Duhokê dikin, ji ber ku bi kurmancîya jorî dinivîsînin: >>>>>

Wî jî qebûl kir

Zinar Qelemşûr-13/02/08-Stenbol- Nizanim tê bîra we yan na. Nivîskarê Tirk ê meşhûr Azîz Nesîn digot: "Ji %60 ê Tirkan ehmeq in". Hinek li dij derdiketin û hinek jî bêdeng diman.

   Îcar niha nivîskarê Tirk Îlhan Selçûk jî hat ser rêya heqîyê, îmana xwe ji Azîz Nesîn nas kir û di nivîsa xwe a vê dawîyê de dibêje: "Min berê ji Azîz Nesîn bawer nedikir. Lê ez jî gihame wê qeneetê ku ji %60 ê Tirkan ehmeq in".

   Werhasil, xuyaye heta serê nivîskarên Tirk li hêt û dîwaran nekeve û aqilê wan nayê serê wan, rastîyê nabînin.

   Ez jî di vê derbarê de dibêjim: "Sayin Azîz Nesîn rast gotiye lê kêm gotiye. Gerek bigota ji %75ên wan ehmeq in. Ji %25 jî di sînorê ehmeqîyê de sekinî ne. Ne pêş de diçin ne paş de".

Tê derxin û bibin milyoner

12/02/08-Tê derxin û bibin milyoner. Heçê tê derxe bê kî di binê çarçefê de ye, emê 2 kîlo dendikên şebeşa, tenekeyek zeytûnên Efrînê, nîv kîlo penîrê sîrik û 150 gram tûtina Xursê bidin wan.

 Îro heye sibê tune, vê fersendê nerevînin..

Doza tazmînatê bikin qardeşim!

Firildeq Elî-11/02/08-Elmanya- Wek hûn zanin, Partîya Sosyalîsta Kurdistanê PSK ji 1974an û heta niha federasyonê diparêze û li ser gotina xwe maye. Rêxistin û partîyên din PSK wek reformîst bi nav dikirin û ew didan ber lotik û pehînan.

    Lê dem û dewran derbas bûn, piranîya rêxistin û partîyên Kurdistanî hatin ser gotina PSKê û bi gotina wan "ew jî bûn reformîst".

  Îcar, birastî çima PSK dengê xwe nake û li mafê xwe xwedî dernakeve yaw!? Çima hûn wan rêxistin û partîyan nadin Dadgeha Mafê mirovan û doza tazmînatê li wan venakin qardeşim!

   Temam, ew rêxistin û partî tev birçî û parsek in, miflis in,  lê hema çi ji bêrîka wan derket kar e ellawekîl! Qe nebe hûnê mesrefa komele û pêşangehên xwe derxin cîgerlerim!

Ê de haydê, ji me gotin yaboooo! Piştre nebêjin Lotikxanê em hişyar nekirin haaa!

 

s© lotikxane 20-02-2006