Medya     //     Arşîv

 

      07 / 03 / 2008 /În

 

 

Google   

  

Magazîn, henek, gilî û gazin....Bê lotik nemînin....Lotikxane dengê netewperwerîya Kurd e....info@lotikxane.com.....lotikxane@hotmail.com

H. Belê

 

Hişmendî ji dê, mêranî ji bavê tê

F.Devliken

 

Rewşenbîrên Tirko

B. Ronahî

 

Bihostek ji axa Almanya

L. Şêxo

 

Tiştonek

A.Dûran

 

Di qal û qîrê de

B. Rewşê

 

Selmano

M. Badilî

 

Bawerî bi rejîma Turkiyê nayê

Arşevîn

 

Çima xerîbî

 

 

 

 Yadî şehîdanî serbazî gelekeman li Qamislo û Helebçeyî şehîd

Bo bîranîna Helebçeya şehîd û (şehîdanî Qamişlo,Mahabat û Amed.)

HELEBÇE

20 sal derbas bû

Seremoniyek ji bo bîranîna karesata bombebarankirina bajarokê HELEBÇE >>>>>

 

S.Ç.H.R.K. 1.dest bi lotikên Festîvala Strana Rojavayê Kurdistanê dike


Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ya derveyî welat, yekemîn festîvala strana rojavayê Kurdistanê li dardixe.

Ji bo ked û xebata di helbest û strana kurdî de ya Yusif Berazî (Seydayê Bêbuhar), festîval bi navê Festîvala Bêbuhar ya pêşbirka Sitrana Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.

   Festîval wê 04. Gulanê 2008`an li bajarê Almanya Hannoverê pêk were û wê rojê sê stranên herî baş werin destnîşankirin. >>>>>

 

Strana berxwedana başûrê Kurdistanê

Kerîmo
De bêje mêrxaso!
ko kurd ji tîna agire
ji çiyan jî kevitire
ji asman bilind tire
ji sawêran mestire. >>>>>
 

SİYASETA Bİ WESAYET

 

 Nûrî Çelîk-04/03/08-

Hinek alî ji rexne lêgirtina sîstema bêhiqûq û siyaseta biwesayetê ve girêdayî, ji pêvajoya tasfîyekirina siyaset û sîstema wê û ji pêşketinên di vî warî de zêde xwe aciz dikin.

   Acizîya wan bi awayekî tund li dij kesên ku şerê demokrasîyê didin û dixwazin cîh li alîgirên sîstema wesayetê teng bikin,dide der. >>>>>

 

Zubêr Salih:

Ez û saza xwe bi hevre mezin bûn!

 

   

Hisên

Ehmed

Zubêr Salih hunermendekî hêjaye û di asmanê strana Kurdî de bi qedir û qîmete. Wî cihekî bilind girtiye nemaze li ba ciwamêrê gelêrî yên ji stranên resenî hez dikin.

   Ew stiranên kevnar û têr meqam, dema merov li wan guhdarî dike can û derûna merov zelal dibe û dil şa dibe. Bezma van strana ji vîna sofîdara ye.

   Ev curê hanê kirî berbi nemanê ve biçe lewra hunermend Zibêr Salih di hizrê xwe da van sitrana û gewher di wande dîtibû >>>>

 

Selah Mihemed

Hevalekî ne guhdar!

Hevalo …

Ma te diye û

Bihîstiye ku …

Gulek çar pelî be ???!!!

Ma te diye an …

Bihîstiye ku …

Ew gul .

Sê rengî be ???!!!

Nebêje na

Nebêje na …

Hevalo …

Li gulîstana cîhanê .

Bi gere tê

Ewê gulê

bi bîne

Tê bibîne …

Bawerî bi rêjîma Turkiyê nayê

Mehmûd Badilî

Hemû rasteqîn û destnîşanên dîrokî li ser dirêjahiya demê û ji alîyên siyasî, rewşenbîrî û civakî ve çesipandiye ku bawerî bi rêjîma Turkiyê naye.

   Nebûna vê bawerîyê jî bêtir li kiryar û rêgehên vê rêjîmê digel danûstandina wê bi pirsa kurdî re di hindirê turkiyê de bi taybet û bi pirsa Kurdî re li ser asta

Kurdistanê bi gelemperî vedigere.

>>>>>

 

Yarê

 

Zoryar Tehlo

Yara mine yarê

Tu ye perwana buharê

Sorgula avdarê

Dildarê te me yarê

De were yara min were

Bê te sebra min nayê >>>>>

Fîftî fîftî xanim!

Hesen Keleş-29/02/08-London- Piştî ku di sala 2004an de bû bedewa Brîtanyê, Danîelle Lloyd meşhûr bû û bû lotikvanek baş. Îcar piştî ku çend qirûş ketin bêrîka wê, xanimê pozbilind bû û ket çav xwe.

   Werhasil, dibêjin niha xanim Danîelle Lloyd bedena xwe bi 4 milyon dolar sîgorte kiriye.

   Yanî, gava ji tirsa mişkekî be jî tiştek bi bedena wê bê, wê sîgorte bi milyonan dolar pere bide xanimê. >>>>>

Li Kurdistanê dê weledê xwe davêje, ew jî ketine taya kujtina heywanan kuro!

Elî Efrînî-29/02/08-Sydney- Ev rojavayî ecêb in. Bi taybet endamên rêxistina PETA yê aqilê xwe xwarine û hew zanin bê çi dikin.

   Dewleta Tirk ketiye Kurdistanê, qîr û qiyamete, lê weke ku tiştek nebûbe, endamên PETAyê jî rabûne vê carê mafê boxe, ga û ciwangeyan diparêzin, xwe ji bo wan berdidin çolê û şût û rût dikin. 

   Ê law hey bêmiradino, >>>>>

Dev ji icûrê Tirkan berde, were xiyarê Kurdan biceribîne xanimê!

Tecawizcî Coşqûn-28/02/08-Stenbol- Lotikvana germik û nermik Vîktorîa Sîlversted hat Stenbolê da ku beşdarî bernama Çerxîfelek a M.Alî Erbîlê qûnek bibe.

   Vîktorîa xanim  di gotinên xwe de anî zimên ku "zilamên Tirk pir baş in, lihevhatî ne û têr pere ne" filan û fîstan.

  Yaw Vîktorîa xanim, dev ji icûrên Tirkan berde, ka were carekê jî xiyarên Kurdan biceribîne ma çi dibe? Erê perên me tunene, lê bi serê te em jî lihevhatî ne, seksî ne û em bazirganîya xiyaran jî dikin ellawekîl!

   Hem jî xiyarên qeşartî haaaaaa! Ê de were deeee! >>>>>

 

Xwepîşandana Amedê

Nameyek Şaristanî ye

 

 

 Berzo Mehmûd-27/02/08-Qamişlo

Xwepîşandana Amedê nîşaneke pir biwata û bihêz e, ku Kurd xwe wek hebûn, wek milet û têkoşîn dide xuyakirin, xwe wek aştîxwaz dide nîşankirin.

   Ev xwepîşandan watayên hebûna miletekî jîndar dide, ku tihniyê mafê netewayetî ye.

   Xwepîşandana Amedê taybetiyeke xwe giran heye, ji ber ku ev bajar ne wek bajarên dîtirî kurda ye, Amed paytexta Kurdistana bakur e, ji ber vê yekê rabûna Amedê giraniyekê hem li nik kurda û hem jî li nik dijmin drust dike. >>>>>

Kurê xwe jî bîne û were yawrûmmmmm!

Gerîlla Mihê- 26/02/08-Mexmûr- Lotikvana qereçî, xwînherama bê esil, qûndeya heram Ebrû Gundeş, di bernama Popstar Alaturka de li dij Bulent Ersox xanimê derket û got:"Ez amade me hertiştî fedayî vî welatî bikim. Heger kurekî min çêbibe ezê wî bişînim şer" filan û fîstan.

   Ebrû Gundeşa ku kes nemaye û baznedaye ser wê û doxîna wê neçirvirandiye, ji Tirkekê zêdetir Tirkparêz e. Ji xwe evên koçber û heramzade hene ya, ew ji Tirkan zêdetir Tirkîtîyê dikin û Kurdan bera ser xwe didin.

   Ê keçko, madem tu dixwazi xwe fedayî Tirkiyê biki, hema de were em li bendî te ne ellawekîl!

   Tu zani emê çi bînin serê te heyatim? Bi telaq emê ji çêleka nav garanê xerabtir bînin serê te, cîcîmmmmmmm...!

Programek teybetî li ser pirsa gelan li Turkiyê di Euronews de tê weşandin

Euronews di nava programa xwe de bi navê Parlemento weşaneke teybetî li ser pirsa gelên li Turkiyê diweşîne.

   Li ser Ermeniyan, Laurent Leylekian, Federasyona Euro-Ermenî, li ser Kurdan, Derwêsh M. Ferho, Enstituya Kurdî ya Brukselê û li ser Turkan, Dogan Özgüden, Info Türk, daxivin. Program di ro ûsaetên cihê de tê weşandin.

Şemî, , 23/02 – saet 7.15 – 11.15 û 20.45; Duşem, 25/02, 12.15 – 16.15 – 21.45; şem 26/02  û În, 29/02,  saet, 12u15 – 16u15.

Şehîtler olmez haa! Wille û bille olur, hem jî poxipoxine qardaşlar!

Tecawizcî Coşqûn- 24/02/08-Stenbol- Belê, şer germ bûye û dê weledê xwe davêje.

   Eskerên qûnbicilikên Tirk, bi gotina wan Mehmetçîkkkk, lotik li ser lotikê dixwin û cendekên wan li bajaran belav dibin. 

   Tabî ji generalan re ne xem e canim, çawa be zarokên xelkê tên kujtin. Kezeba wan naşewite û kî hat kujtin ji kîrê wan ve.

   Êêêê, ka we digot şehîtler olmez cîgerlerim?

   Wille û bille olur, hem jî poxipoxineeeeeeeee!

 

Hecî Ûsivê Dêrî emir da hazira

Welatparêzê Kurd, bavê rojnamevan û moderatora Kurdistan TV Hêvîdar Zana, xezûrê rojnamevan Dilbixwîn Dara Hecî Ûsivê Dêrî çû ser heqîya xwe û emir da hazira.

   Em ji malbat, dost û hogirên wî re sebr û selametê dixwazin.  

Lotikxane

 

Tê derxin

 

Tê derxin û qezenc bikin. Gelo çend zarok di zikê herdu mirovan de hene?

   Heçê tê derxe emê kîlok sêv, nîv kîlo pirteqal, 2 bîhok, 2 hirmî û nîv kîlo hejîr bidin wan.

   De yellaaaa...Xwedê bi we re be rebbî!

Ezê vî têxim kîderê?

Bavê Ronahî- 21/02/08-

Li gundek ji yên Sûrica Rihayê mirovek pêncî salî bi navê Xelîl Brahîm heye.

   Helil Brahîm ji ber ku eqilsivik e,  kesî keç nedayê û wusa ezeb maye. Makera wan ya pîr ku dîya wî ji bo sicûxçêkirinê difiroşe tucarên Qeyserîyê, rewşa Helîl Brahîm xirabtir dike.

   Rojekê li hewşa malê çend jinik rûniştine hirîyê vediçirînin. Xelîl Brahîm jî li cem wan rûniştiye.>>>>>

Mêhdîyê me nameyek qirase ji Abdûllah Gul re şand

Zinar Qelemşûr- 21/02/08-Stenbol- Kekê me Mêhdî Tanrikûlû nameyek qirase ji Serokkomarê Tirkiyê Abdûllah Gul re şand û lotikek xweş avêt.

   Wek hûn zanin, serê Mêhdîyê me û dadgehên Tirkiyê bi hevre ketiye belayê û hakim û dozgerên segbav bela xwe ji Mêhdî venakin.

   Ji ber ku Mêhdî Tanrikûlû paraztina xwe bi Kurmancî kiribû, li zora qûna dozgerên Tirk çûbû û ji wê rojê de wî li dadgehan dibin û tînin.

  De neyse, ji berê de dibêjin "Berxê nêr ji bo kêr". Îcar kekê me Mêhdî jî ji Kurdayetîya xwe nayê xwarê û dozgerên Tirk kezebreşî dike.

   De nameya ku ji Abdûllah Gul re şandiye bixwînin bê çi dikeve serê we. >>>>>

Ev jî hêkên Ingilîzan e

20/02/08-London-Kesî ji we dîtiye "hêk ji nava hêkê" derketibe? Lê li Ingilîztanê dibin. Jinikek Ingilîz gava hêkê dişkîne û dixwaze biqelîne, dibîne ku hêkek din di hindurê hêkê de ye.

   Îcar niha ev bûyer li Ingilîztanê wek "bûyerek ecêb û nîşana roja qiyametê tê şirovekirin".

   Werhasil, li welatên din zarokên duserî, heywanên çarlingî çêdibin, lê mirîşkên Ingilîzan jî hêkên xwe dixin hev da ku fîşeng di van re derbas nebe.

    Îcar gelo wê Ingilîzên ku van hêkan bixwin çi bikin? Ew jî hêkên bet û qazê nekin gelo!

Perwerde û Perwerdeya Xwemalîn

Ezîz Xemcivîn

Dibistana seretayî a perwerdeyê mal e.

Perwerde giringtirîn razeya civakî ye.

Kesê ko ne perwerdekirî be, nikare kesekî din perwerde bike.

Perwerdekirina kes, ji kêlîka pêşîn ya ko bihna jiyanê dikişîne, dest pê dike.

   Mijarên abûrî û konevanî têkildariyên civakî ne, ew xwe bi xwe hev tekûz dikin.

Heke di avakirina kesayetiya merov, civak û welatekî de bin, bêguman hêmanin bingehîn dihêlin ev pêwendiya diyalîktîkî di navbera wan de diyar bibe. >>>>>

Wille û bille mêrik rast dibêje

Ergenekon Fexrî- 19/02/08- Endamê Dewleta Kûr-Enqere- Serokwezîrê Tirk Kasimpaşalî Receb di bernameyel televizyonê de behsa operasyona li ser Ergenekonê kir û pesnê hikûmeta xwe da.

   Kasimpaşali Receb got:“ Yaw qardeşim, heta niha kî wek me çûye ser çete, diz û keleşên dewletê hêê? Ji me pêve kê lotik li Ergenekonê xistiye? Ev hê lêlê yer, lolo jî maye. Emê yeko yeko bi guhê wan bigrin û ji qullê derêxin“ filan û bêvan.

    Yaw birastî heta niha kes wek hikûmeta Erdogan çûye ser van çete, diz, çeqel û keftarên dewletê? Bawer nakim. >>>>>

 

Xwerista Kurdistanê û Qumar-VIII-

 

Bavê Jîndar-07/03/08-Colemêrg-

Qumar jî wek fihûşê beşek ji sîyaseta xurabkirina exlaqê civakê ye. Qumar ne tenê malê yên qumarê dilîzin dide derdan, her weha wan kesan ditevizîne. Dest û lingên wan ji hemû kar û xebatan sar dike. Di mejîyê kesên dilîzin de wek kurmekî rûdinê . Dema radizê jî tim di xewn û xîyala wan de, qumar û amîretên lîztinê hene.

   Her weha Qumar di nava kesan de, tovê dijminahîyê û ezayetîyê diçîne. Dema du kes li miqabilê hev rûnên û bilîzin, tenê armancek hehe, ew armanc jî yê li hember bi binxe û parê vî jê bibe. Kurmê qumarê malkanbaxî ye. Yê ku hîn bibe ne mal û eyal ( jin û zaro) ne jî bi pirsgirêkên civakê re eleqeder dibe.

   Dema dewleta Tirkên koledar û xwînxwar dest bi xirabkirina xwerista (ekolojî) Kurdistanê kirin, di heman demê de, li bajar û bajarokên Kurdistana bakur qlûb, qumarxane û qahwexane vebûn. >>>>>

Hernêêêêê, xanimê xwe derxist mazatê....!

Şemal Amedî-07/03/08-Hollywood- Lotikvana şîrîn, jek ji bedewên herî seksî û germ Scarlet Johanson, xwe di înternetê de derxist mazatê û xwe da ber firotinê. Johanson ji bo ku alîkarîya zarokên bêxwedî bike, xwe di internetê de da ber bazarê.

   Heçê ku herî zêde qelenê wê bide, wê bi Johanson xanim re xwarinekê bixwe. Îcar piştî xwarinê kî dike kê, kî tirrê ji kê berdide, ew tenê xwedê û Lotikxane zane!

   Heta niha herî zêde yekî 8 hezar dolar pêşkêş kiriye.

   Îcar Kurdino, vê fersendê bernedin. Perê xwe bidin, xwarina xwe bixwin, û piştî xwarinê jî li ser jêhatîbûna we maye. Heger hûn lotikvanekî baş bin, ji xwe xwedê da we û hûnê Scarlet xanimê li ser doşeka nermik û germik bigevizînin. Na heger hûn lotikvanekî nebaş bin û tirr di qûna we de nemabe, ji xwe wê Scarlet xanim tiliya xwe bavêje bin qwûna we û hûn sax!

De serketin yabooooo!

Raymondê me çewalekî din xist serê Tirkan

Av.A.Dîlan-06/03/08-Enqere- Korgeneralê Emerîkî mîster Raymond Odîerno, wek “Generalê ku çewal xistibû serê eskerên Tirk” meşhûr bû û Tirk lê hatibûn xezebê.

   Mêrik rabû çewalekî din xist serê Tirkan û got:” Êdî bes e! Tirk çi dikin bila bikin, divê rêyên danûstendinê bi PKK re bibînin qardeşim! Ma heta kengî wê Tirk hebûna pirsgirêka Kurd înkar bike û PKK wek terorîst îlan bike” filan û bêvan. 

    Îcar sayin qûnekên çapemenîya Tirk dikin qarewar û dizirin, dibêjin:”Way îbne way, tê çewalekî din têxi serê me haa!” û li rebeno tên xezebê.

   De neyse, mîster general Raymond lotikek xweş li dewleta virqo xist. Bila lotikên wî ji serê Tirkan kêm nebin rebbî!

    I love you mîster Raymond!

 

Baydemîr lotikek pîroz avêt

 

Serdar Mirad-06/03/08-Amed- Serok Osman Baydemîr bi minasebeta 8ê Adarê beşdarî gellek çalakîyan bû û di vir de gotinên xweş û lotikên pîroz avêtin.

   Baydemîr bi taybet di derbarê paraztina zimanê Kurmancî de ji jinan re bi Kurmancî got:” Em bi saya dayikên xwe bi Kurmancî dipeyivin. Jin û dayik di malê de wek dibistanekê ne, divê hûn di malên xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin” filan û gellek tiştên din.

   Ez serê we neêşînim, bawer bikin heger siyasetmedar û rewşenbîrên me heman şîretan li jinên Kurd bikin û bêjin:”Dev ji zimanê “şildim-bildim”a Tirkî berdin, li her derê bi Kurdî biaxivin. Yan na wê xwedêteala li axretê hesab ji we bipirse û yekser we bavêje nav agirê cehnemê”, wê xêrekê mezin bi xwe û zimanê xwe re bikin. 

     De a bi xêr....

 

Rojekê bibe mêvanê Lotikxanê jî kaka!

Cemîl Cewher-04/03/08-Hewlêr- Dibêjin serok Barzanî li hewlêrê serdana xwendegehekê kiriye û di nav şagirtan de rûniştiye, gundarî kiriye.

   Yaw birastî tiştek hat bîra min, gelo çend serokên me wek kek Mesûd nefsbiçûk in û karin di nava xwendevanan de, li ser kursîyên hişk rûnin? 

   Kaka ciyan, carekê jî serdana xwendegeha Lotikxanê bike qurban! Erê kursîyên me tunene, lê emê kulavekî koçeran ji te re raxin erdê ellawekîl!

   Werhasil, henek li alîyekî, lê nefsbiçûkî mezinatî ye. Hinek serokên me hene ku di jiyana xwe de neketine nav xwendevan û şagirtên xwe û hetta li xwe danaynin silavê jî bidin wan.

   Îcar kî biçûke û kî mezine hûn bêjin?

 

(ji bo ku R. TEYO bixwîne hatiye nivîsandin)

 

Helbesta vegerê

 

Soro-04/03/08-Kurdistan-

Vegerin berxên min vegerin

Zû ji wan çiyan vegerin

Gerîlla û çiyayên Kurdistanê li me hatin xezebê

Zû vegerin

Xwedê jî li me hat xezebê

Berxên min

Li pişt xwe nenêrin û vegerin

De lez bikin

Û…

Artêşa me têk çû

Malik li me xera kirin

Top û gullên me jî neman

Eman! ji destê wan şerwanan

Ev çi bû law!!

Ev çi bû hat serê me

Vegerin berxên min vegerin

Li pişt xwe nenêrin û vegerin

Nebû…

Çû ji me ve…Tirr ji me hat berdan..Vegerin oxlimmmm!

Bimre goştê heywana, bijî goştê insana

Hecî Cimo-03/03/08- Kurdistan- Yaw qardeşim, piştî go min Lotikxane nas kir û bûm mirîdê wê, êdî exlaq û hisûsîyetên min jî hatin guhertin ellawekîl! Ez sê caran çûme mala Xwedê, yanî Hecê. Lê babam, rastî û xweşîya ku min di Lotikxanê de dîtiye, li Siûdî Erebîstanê jî tunene, wîî! Ma ez rabim piştî vî temenî derewan bikim? Naaaa!

   De neyse ez bêm ser mesela xwe û vegetaryanan. Piştî ku min Lotikxane nas kir û ez çav li wan jinikên xweşik ê wek horîyên bihuştê ketim, xwîna min kelya, ez li xortanîya xwe vegeriyam û min simbêl badan. Ji xwe wan model û lotikvanên ku xwe ji Rêxistina Mafê Heywanan (Peta) re tazî dikin henin ya, ewan malik li min şewitandiye û ez har û dîn kirime. Bi sê telaqan ez niha bûme wek ciwangeyekî nava garanê û ha ha poş û qiloçan li nogon û çêlekan dixim, wille û bille loo! 

   Îcar ez serê we neêşînim, min sûnd xwariye ku ez dev ji xwarina goştê heywana berdim û bibim endamê rêxistina PETA yê. >>>>>

Bê şirove

Wêne ji me şirove li we yabooo....

Ev ji me kêm mabû hayhooo!

Nûroj Êlihî-02/03/08-Êlih- Her tişt safî bû, welat azad bû û tenê navê kolana Bulent Ersoy ji me kêm mabû wa ew jî çêbû, kilîlîlîlîlî! Law em Kurd çi reben û xwelîliser in hayhoooo!

   Yaw qardeşim, çima hûn navê qûnekekî Tirk li kolanên Batmanê dikin brê min?  Yanî hûn bawerin ku Bulent Ersoy ji Kurdan hez dike haa? Ê law rojev e qardeşim rojevvvv! Qûneko/qûndeyê dixwaze xwe di rojevê de bihêle û kasetên xwe bifroşe ey hewarrrr!

   De ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî ku Bulent Ersoy temamê me Batmanîyan qûnek bike û hûn sax! Bi telaq em Kurmanc bi kêrî pîvazekê nayên, xelas!

   Law ma ku we navê Lotikxanê li kolanê bikira ne bixêrtir bû sayin Huseyîn Kalkan?

 

Ka go tu bihata şer!

 

Pêxwasê Mêrdînê

02/03/08-Bagok-

 Hewce nake em behsa provokatorî û bêbavîya çapemenîya Tirko bikin. Çapemenî wilo tîne serê civaka Tirk ku tirrê jê berdide û namûsê pêre nahêle. Hetta civakê qûnek dike.

   Meselen lotikvana berdîberdayî, xanima çiryayî Aysûn Kayaci.

   Çapemenîyê ew jî qûnde kir û kir esker. Aysûn Kayaci xanim di bernameyek televizyonê de ji bo şerê başûr dibêje:” Dibe ku hinek  zarokên xwe neşînin şer. Lê minê ê xwe bişanda. Hetta ez di xewnên xwe de xwe wek siwarekî ordîya Moxolan dibînim. Ger pêwist be ezê bi serbilindî herim eskerîyê bikim” filan û jehr û ziqûm. 

   Werhasil, sayin Aysûn xanim! De ji kerema xwe li mehîna xwe siwar be û were çiyayê Bagokê. Ezê li vir li bendî te û ordîya te a Moxol bim. Emê bibînin bê çend mû bi qûna te ve ne xanimêêêêêêê!

   Ji te weye ku şer û eskerîkirin wek lotikên pawyon û kerxana ne haa! Ê de were yawrûûûûmmmmm!

 

Bîranîna koçkirina Barzanîyê nemir li Hengelo

Dîndar Koçer-02/03/08-Hengelo-

Evro (01/03/08) di dîroka Kurdistanê de rojeka dîrokî ye, berî 29 salan Mistefa Barzanî yê nemir emrê xwedê kir. Barzanî yê nemir bi salan ji bo tevgera bizava azadîxwazî ya Kurdî xebat kir û serkêşê Şoreşa Eylul ya mezin bo ko li 11 Eylola sala 1961 destpêkir ta meha Adara sala 1975 dema nekse bi şoreşê keftî.

   Barzanîyê nemir wezîrê pêşmerge î  bo sala 1946 di Komara Kurdistanê de bi serokatiya nemir Pêşewe Qazî Mehemed, temenê Komara Kurdistanê yek sal kêşa û Komara Kurdistanê hate dagirkirin, Barzanî yê nemir bi 500 pêşmergan ve koçberî Soviyeta berê bo ta sala 1958.

   Li 16 tebaxa sala 1946 Barzanî yê nemir Partiya Demokrat ya Kurdistana Îraqê avakirin û her wesa Yeketiya Qûtabî û Lawên Kurdistanê ji li jêr serokatiya vî rêberê nemir hate damezirandina li 18 Subata sala 1953. >>>>>

Her bijî xortê 60 salî!

Tacdîn Baran- 01/03/08- Nivîskarê me Bavê Ronahî 60 salîya xwe dagirt û ji felekê re got:"De bi wirde here lêêêêêê!" Nebêjin Bavê Ronahî bû 60 salî û hew kare lotikan bavêje haa, eman eman.

   Bi hersê telaqên jinberdanê, lotikên wî ji yên xortekî 14 salî hişktir û xurttir in ellawekîl! Ji xwe dilê wî wek dilê xortekî 18-19 salî ye, ne pîr dibe û ne jî disekine.

   Bavê Ronahî yek ji wan xebatkarane ku bi nivîsên xwe malpera me Lotikxane.comê dixemilîne û xizmetek giranbiha ji ziman û çanda Kurdî re dike.

   Em wek xebatkarên Lotikxanê 60 salîya brayê xwe ê mezin Bavê Ronahî pîroz dikin û dibêjin:"Bajo xortê 60 salî bajoooo! Em bawerin xebata ku em bi hevre di Lotikxanê de dikin, ne 60 salan lê wê piştî mirinê jî di dilê Kurdên lotikvan de bê pesinandin. Ev jî nîşana nemirinê ye ji ber ku Lotikxane bû beşek ji dîroka Kurd û Kurdistanê. Ê de haydê, xwedê bikim tu 60 salên din jî bijî û xwedê 25 jinên nermik û germik bike qismetê te rebbî!"

      Ê de bajo xortoooooooo!    

Çekên kîmyewî û xwerista Kurdistanê-V-

Bavê Jîndar-01/03/08-Colemêrg-

Ji boy çi çekên kimyewî tên xebitandin û çi bandorê dikin ?

Ji ber ku tesîra wan ya fîzyolojîk, ruhberan di kurtedem û dirêjdemê de dikûje, seqet dihêle û brîndar dike.

Gul û gîyayan pûç dike, disoje û jehrî dike.

Hewa , erd û avê jehrî dike.

Pîsîkolojîya mirovan xurab dike.

Xweristê ( ekolojîyê ) serûbin dike. >>>>>

Manşetên Azadiya Welat tirr ji dijmin berda

Xwendevanekî lotikvan-29/02/08-

Piştî ku dewleta tirko dest bi êrîş û dagirkerina li ser axa Başûrê Kurdistanê kir dengê Kurdan li çar aliyê Kurdistanê bû yek û ew jî; ‘Ji îşgala tirko re na’. Gerîlayên HPG’ê jî bi lotikên mezin cewaba Artêşa Tirro da û korê wê ji Şamê borand.. Lê tiştek hebû hêjayî gotinê ye… Tekane û yekena rojnameya Kurdî li Bakurê Kurdistanê Azadiya WELAT bi manşetên xwe dijmin teqandin…

 

Roja ewil: Hûn bi xêr hatin mehşerê

Roja duyê: Îşgal e

Roja Sêyem: Seferberî

Roja Çarem: PKK li Amedê ye

Roja Pênçemîn: Fotografê têkçûnê

Roja şeşemîn: Desteya Qehremaniyê tê nivîsandin

Roja heftemîn: Aqûbeta Îskender

Roja heştemîn: Siwar hatin peya çûn

Bijî Azadiya Welat û bijî lotikên ku ew li dewleta tirko û Artêşa Tirro dide

Li Qoserê atolyeya şanoyê

Şanoger Aydin Orak li Qosera Mêrdînê bi lîstikvanê Şanoya Egîtîm-Sen a Qoserê re atolyeya şanoyê pêk anî. Di atolyeya ku sê rojan dom kir de lîstikvanî û pîvanê şanogerekî baş vegot.

    Li avahiya Egîtîm-Sen a Qoserê ku gelekên ji wan lîstikvanê nû yê şanoya bûn, atolyeya şanoyê weke work-shop ji aliyê şanoger Aydin Orak ve hate dayîn. Atolye bi gelemperî li ser lîstikvaniyê bû, jê pê ve bi taybetî li ser jest, mîmîk û bi sekna li ser sehneyê berdewam kir. Atolyeya ku sê rojan berdewam kir, bi 15-20 lîstikvanan re rojê sê seatan dom kir.

   Şanogerê Kurd Aydin Orak ku di çerçoveya turneya lîstika xwe ya bi navê “Rojnivîska Dînekî” de ev atolye lidarxist, wek xebatek ku dîroka wê ji zû ve hatibû dayîn pêk anî. >>>>>

hadê, ablaniz sîze qurban olsin!

Kalê 60 salî- 29/02/08- Berî her tiştî ez hunermenda „çelqo-belqo“ sayin Bulent Ersoyê pîroz dikim û herdu çavên wê yên reşbelek radimîsim. Gerçî lêvên wê jî ne xerabin lê de neyse..

    Hunermenda Tirk Bulent Ersoyê lotikek li rêvebirên  dewlet û  artêşa Tirk  xist, qiraseyek nehgirê û diwanzdeçik xiste wan û qûnalîsên wan.  Bulent xanimê gotibû: Ez zarowê xwe ji bo şerê hinekên din  nadim kuştin.  Bi van gotinan tabû  û newêrekîya li Tirkîyê şikand. Lotikek ku heta niha neqewimî bû li wan xist.  Li hember hemû tehdîdan jî li pişt gotinên xwe sekinî. Li pey wê, xanm Sezen Aksu, Pakize Suda, Perîxan Magden û hinekên din piştgirî dan awira Bulent xanimê.

    Lê tiştê em meraq dikin, gelo wê kengî stranbêjên Kurd wêrekîyê bikin û wek mêran ji hinek alîyan re bêjin:” Em êdî naxwazin ji bo Demoqratîk Cumhurîyetê û şerê rantê zarowên xwe bidin kujtin qardeşim!” û hinek tabûyan bişkênin!

   Tu her bijî Bulent xanim... Te jî wek Lotikxanê tabû şikand ellawekîl! Em amade ne bê qewl û şert te bikin endamê Lotikxanê, hem jî belaşşşşşşş!  Heke tu ji ber Kurdbûna me nabî endam, wê demê Lotikxaneke Tirkên rast û wêrek veke.  Tirk xema we û Kurd xema me,  emê tabûwan bişkênin û her bişkênin... Emê lotikên wêrekî û şêhrane li wan xwedîyên tabûwan û newêrekên bi wan ve girêdayî xin. 

   Dê hadê, “ ablaniz sîze qurban olsun.... !“

 

Çêlîkên maran bê jehr nabin

 

Sofî Xelef- 29/02/08-Serokê Dîyaneta Lotikxanê-Ji berê de bav û kalên me dibêjin:"Çêlîkên maran bê jehr nabin". Îcar ji xwe re li cewrikên AKP û sermezinê Erdogan binerin û bifikirin. "Zanin bê şehadet çiye û ew amade ne herin başûrê Kurdistanê Kurdên misilman bikujin!?"

   Law hey minafiqno, hey kafirno, hey sextekarno, ma hûnê herin şerê kê bikin? Hûnê di ber çi de şehîd bikevin oxlimmmm!? Ma kesê ku Kurdekî misilman bikuje şehîd dikeve hey ewladên xwînheram!?

    Ê law ma ezê ji we re bêjim çi, wey liminnnnn! De bila PKK Kurdistanî bûya, bila Karayilan biryarên Îmralî biçirviranda, bila metropolên we serûbinê hev bikira, bê birastî hûnê biçûna başûrê Kurdistanê! Bê birastî ew mêranî di qûna we de hebû hûn van zirtan li me bikin!

   De neyse, ê xerabe em in qardeşim, hûn çi ji me re bêjin heq e û hîna misteheq jî maye û xelas!

Kilîlîlîlîlî, PDK-BAKUR ji xewa şîrîn şiyar bû!

Lotiko- 28/02/08-Ezmanê Hefta- Şikir ji xwedayê dilovan re. PDK-Bakur ji xewa şîrîn veciniqî û lotikek avêt. PDK-Bakur a ku serê wê ji pirsgirêkên navxweyî xelas nabe (pirsgirêkên ku mejiyê çûkekî jî danagre), bi belavokekê hebûna xwe îspat kir û got:"Binerin nebêjin PDK-B tuneye haaaaa, va em hene qardeşim!" Yanî, heger ne ji vê daxuyanîya dawî bûya, meyê bigota qey PDK-B dev ji dinyayê berdaye û çûye li MARSê xebata xwe dike ellawekîl!

   Yaw qardeşim, cîgerlerim, gurçik û kezeblerim, heta kengî hûnê xwe veşerin û bi vê bêdengîya xwe xizmetê ji Kurdan re bikin hêê? Çima hûn nikarin siyasetek serbixwe û bi şexsîyet bimeşînin abêêêêê! Ma hema heta bi mirinê wê çavê we li devê derîyê xelkê be kaka?

   Yaw başûrî têra xwe hene qardeşim, hinekî berê xwe bidin bakur jî wey! Ne dostên xwe aciz bikin û ne jî zimanê xelkê li ser xwe dirêj bikin babam! Yan wek Osman Ocalan dev ji siyasetê berdin û dest bi bazirganîya firin û nanfiroşîyê bikin, yan jî wek ciwamêran kumê xwe deynin ber xwe û lotikan bavêjin.

   De neyse canim, ji me gotin. De ka daxuyanîya PDK-Bakur bixwînin bê çi dikeve serê we. >>>>>

Şerê çekdarî û xwerista Kurdistanê -IV-

 Bavê Jîndar-28/02/08-Colemêrg-

Dewleta Tirko pîştî beşek mezin ji ekolojîya Kurdistanê xurab kir,ya mayî jî bi hêceta şerê çekdarî û terorîzmê wêran kir.

   Emê dûr û dirêj qala şerê çekdarî nekin. Lê kurt û Kurmançi emê bibêjin, parçeyek bernama xurabkirina ekolojîya Kurdistanê li serdaxwaza dewleta Tirk, Sûrîyê û bi piştgirîya hinek alîyên Kurd dest pê kir. ( Bê goman heryek ji bo berjewendîyên xwe ) Hem jî şerek pilankirî, lihevkirî, û hay ji hevdu heyî. Ku ne wisan ba wê di nava van 25 salan de, hema ji bo ku bibe nimûne, divyabû gundek hatiba rizgarkirin.

    Ji ber şerê qirêj yê çekdarî û pilankirî, gund hatin valakirin. Xelkê gundan bûn koçber û çûn bajaran. Pez û heywanên, di destên wande heyî ji neçarî bêqîmet û pir bi erzanî firotin. >>>>>

Ji KOM-KAR ê lotikek Elemanî

Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR, li dijî êrîşa dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê, li Elmanya, bajarê Kolnê mîtîngekê li dar dixe. Mîtîng, di 1´ê Adarê, roja Şemiyê, saet 13.00´an da, li ber Dêra Domê tê li dar xistin.

    KOMKAR, bang li hemû welatparêzên Kurdistanî dike, ku beşdarî mîtîngê bibin û helwesta xwe li dijî dewleta Tirk eşkere bikin.

    Roj roja xebat û xîretê ye!

 

Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR

 

Cihê Mîtîngê: Kölner Domm, Roncalliplatz

Mêjû û saet: 1 Adar 2008, Şemî, 13.00

Zava zava zava zava kekê mino zava!

Mihemed Soran- 27/02/08-Akre- Xwedê ji kesî re xira neke rebbî. Lê ku xira kir  ava jî dike. Li ser bextê gundî û cîranên xelkê Akrê be, dibêjin xanima Osman Ocalan a berê Kewê û brayê xwe mala Osmanê me a li Hewlêrê bi nîvheqî firotine û revî revî revyane û Osmanê me sêwî hiştine. Ma wê rebenê Osmanê me çi bike? 2 zarok di stuyê wî de ne, dest bi bazirganîya firina nan kiriye, êêêêêê? Wê çawa bê jin îdare bike? Nabe kaka, wille û bille nabe. Ne zilam bê jin îdare dike û ne jî jin bê zilam îdare dike.

   Werhasil, îcar dibêjin Osmanê me mecbûr maye dîsa bizewice da ku herdu zarokên xwe ji hezkirina dê bêpar nehêle. Îcar dibêjin daweta xwe li Akrê kiriye, 200 mêvan beşdarî dawetê bûne û dinya bûye qîr û qiyamet. De li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî!

   Lê tiştê bala me kişand, Osmanê me jî wek hinek siyasetmedarên me por û simbêlê xwe reş boyax kiriye û bûye wek xortekî 14 salî ellawekîl! Yaw kaka can, ji kerema xwe marka vê boyaxa xweşik ji me re jî bêjin bavê min! Wille û bille ez hew wêrim ji ber vî porê spî têkevim ber jina xwe wey, wîî! Ez li ber çavê wê dibim wek kalekî 70-80 salî heyran, waweylê!  Ez dikim û nakim nikarim wî rengê ku hûn didin porê xwe bibînim brao!

   Werhasil, dîsa pîroz be kek Osman. Çawa be qewlê xwedê û şerîeta Mihemed 4 in, Heta bi 4 jinan mafê te heye, Lê ku te kir 5 em qebûl nakin haaaaaaaaa!

Ev helbest hêjayî xelata Nobelê ye ellawekîl!

Mîrzo- 27/02/08- Endamê Komîta Xelatên Nobelê- Xwedê û pêxember ji Dilbixwîn Dara razî be. Mêrik rabûye helbesta helbestvanê Kurd Ferhad Pîrpal ji Soranî wergerandîya Kurmancî û lotikek pîroz avêtiye.

   Ferhad Pîrpalê me helbestek wilo nivîsandiye ku hêjayî xelata Nobelê ye û divê Kurd wî pîroz bikin. Navê Helbestê çiye hûn zanin? Bi Tirkiyê de bimîzin! Gerçî em bûna meyê navê helbesta xwe bikira „Bi Tirkiyê de gû kin“ lê de neyse, mîz jî destebrakê gû ye.

   Yabo qurban, kekê Ferhad Pîrpal, em wek endamên Komîta Xelata Nobela Lotikxanê, te pîroz dikin û tên çavên te. Em hêvîdarin tuyê navê helbesta xwe a duyem biki „Bi Tirkiyê de gû kin“ û kela dilê me hênik biki kakacan! De helbesta Ferhad Pîrpal bixwînin bê çi dikeve serê we.

 

Bi Tirkiyê de bimîzin

Bi her tiştekî Tirkiyê de bimîzin

Bila ziman û çanda mirovên baş nebe,

Wekî din bi her tiştekî Tirkan de bimîzin >>>>>

 

Wêne ji me û şirove li we

 

Em bi xwe tu şiroveyê di derbarê van sermezinan de nakin. Hema hûn baş li wêne û rayedarên dewleta Tirko binerin û şirova xwe bikin.

 

Dê herreeeeeee!

Cembelî-07/03/08-Kurdistan-

Îro wê Serokkomarê Iraqê Mam Celal Telebanî bi heyetek pênc kesîn bête Enqerê.

   Bê goman wê mam Celal, her wekî adeta wî ye, wê ji Tirkan re xweş bike û hinekî li gor dilê wan baxive.  Meselen dikare bibêje: Pkk  terorîst e. Dewletek Kurdan xeyalî ye. Kerkûk bajarek atonom e hwd.

   Lêre Şerefê  Idrîs hat bîra min . Şeref berî çel û pênc salan li bajarê Cûlemêrgê  dikanek beqalîyê vekir. Tiştên di dikana wî de pir bi qalîte bûn. Dikana wî xîtabê memûran dikir, lê ne memûrên xwecihî, xweser (teybet)  ji bo yên bîyanî wek;  polîs, hakim, defterdar, mamhoste û subayên artêşê. Mişterîyên wî ji % 90 Tirk bûn. Şeref gelek zimanxweş bû. Lewre dikarîbû ji mişterîyên xwe re pir xweş bike. Tiştê lîreyekê bi du lîreyan bifiroşe.

   Mişterîyê ji bo tiştekî hatiba sê tişt pê bidan kirîn.  Lê exlaqekî wî hebû, ku mişterî tiştên xwe kirîn, ew jî bi mişterî re derdiket, mişterîyê xwe bi rê dixist. Ku mişterî bîst mitroyan ji dikana wî dûr diket, vêca şerf digot:  Dêêê herrrre ! Min dîya ta na , min tu jî xapand!

   Mam Celal jî berê wê dilê Tirkan xweş bike, paşê wê di dilê xwe de, ya şeref gotî bibêjê.

   De bajo Mamooooo....!     

 

RESEPSIYONA NEWROZÊ

 

                   

Înî, 21 Adar 2008, ji saet 17 heta 19

    Newroz, sembola serhildanê dijî bindestiyê, ji bo mafên neteweyiya Kurdî,

cejna gelemperî ya destpêka jiyaneke xweş, mizgîniya bihara rengîn li Rojhilata Navîn e.

    Em we vexwendî resepsiyona Newrozê dikin ku bi hevra

daxuyaniya jiyaneke aştiyane û azad belav bikin. Bi hatina we em serfiraz dibin. Eger hun nikarin werin jî Newroza we bi dil û can pîroz dikin!

Agahdarî

Enstituya Kurdî ya Brukselê

tel.: +32 (0)2 230 89 30 yan kib@skynet.be

 

 Derwich M. FERHO

 Koerdisch Instituut te Brussel

Bonneelsstraat, 16 - 1210 Brussel

Tel. 00 32 02 230 89 30,  Fax 00 32 02 231 00 97

  www.kurdishinstitute.be

 

Bibîranîna 105 saliya rojbûna Barzanîyê Nemir

 

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanê li Swêdê, ji bo rêzlêgirtin û bibîranîna 105 saliya roja pîroz ya

jidayikbûna rêber û serkirdeyê Gelê Kurd Barzanîyê Nemir, dêlindêziyeke taybetî lidardixe.

Kat: 13 00 - 16 00

Dem: Şemî 2008 03 15

Cîh: ABF Sveavägen 41 Z Salen 1 tr

Têbinî: T- Bana Rådmansgatan /Stockholm

Hûn bi xêr bên!

Barzanî ji wan re bûye kabûs

Zinar Qelemşûr-06/03/08-Stenbol- Xuyaye serok Barzanî ji temamê Tirkan re bûye kabûsa xewnên şevan û wan bi penceşêrê dixîne. Berî niha bi çend rojan TKP (Partîya Komunîsta Tirkiyê) mîtîngek li dar xist û zimandirêjîya Emerîka û serok Barzanî kir. Qaşo li gora wan komunîstên sextekar serok Barzanî zilamê Emerîkayê ye û xizmeta emperyalîzmê dike.

   Qûnekên wek TKP ku bi salan xortên Kurd bi navê sosyalîzm û komunîzmê xapandin, îro dîsa derketiye piyasê û dixwaze vê nexweşîya komunîzm û bratîya sexte di mejiyê xortên Kurd de bireşîne. Helbet di binê vê de dijminatîya başûr û serxwebûna başûrê Kurdistanê heye.

   Çi keramet e ku ji misilmanên wan bigrin heta bi komunîstên wan bi heman zimanê dewletê êrîşî Barzanî û Talabanî dikin û di heman hewdikî de avê vedixwin. >>>>>

Xwerista Kurdistanê û fihûş-VII-

Bavê Jîndar-05/03/08-Colemêrg-

Dibe ku  ev tiştên em dinivîsin ji hinekan re zor bê, nikaribe daqurtîne û pê bawer jî neke. Dibe ku hinek li dij jî derkevin û rexneyên giran jî li me bigirin. Dibe ku bi kêrî şuxulê hinekan jî neyê. Lê em wek serxwegirtîyek, (vatinî ) dibînin ku şikênana tabûyan û rûçikên dewleta Tirkên koledar, sîyaseta wan ya şerê qirêj, xurabkirina exlaqê civatê, qasê ku em pê dizanin aşkera bikin.

   Herwaha divê bê zanîn ku ew parçek ya sîyaseta dewleta Tirkan ya windakirin, inkarkirin û tunekirina Kurda ye.  Lewma gunehkar û tewanbarên van karan ne em in. Ew şermizarî ya dewletê û yên jêre dibin allate. Guneh û tewana me, bi tenê me neşiyabû pêşîya wê bigirin û li pey wê hatine rakişandin.

   Kî çi dibêje bila bibêje. Îro fihûş li  Kurdistana bakur bûye rêyek ji yên nandestxistinê. >>>>>

Heywax em hetikîn!

Mîr Ronas-05/03/08-Êlih-

Xwedê kesî nexe devê Lotikxanê yabooo! Ev şaredarê me Husên KalKan em hetikandin. Ev çi tofan bû hate serê me Êlihiyan? Ev nîvxanim Bulent Ersoy em di nav Mêrdînî û Diyarbekiriyan de hetikandin ellawekîl!.

   Lê em Batmanî her tim alternatîfa me heye haa, nebêjin Batmanî bê alternatîf in qardeşim!. Ma Batmanî her tim tiştên yekem tînin rojevê? Lê qey meraq nekin,  emé di rojên nêz de Parîs Hîlton,Mîckael Jakson û hetta Fatîh Urek jî bînin Batmanê hûn zanibin!

   Yabo ev demeke min ji we re nivîs neşandibû, xwedê hez bike ji vir û pêde ez li vandera me, ji vêga ve çavê we ronî be yabo!

   De bimînin di nav şeqê nîvxanin Bulent Ersoyê de...Amînnnn!

Rûreşî û referandûm!

Sofî Xelef-04/03/08-Lotikxane- Li ser bextê xelkê û alemê be, dibêjin ji bo ku Batmanî navê sayin qûnek Bulent Ersoy li kolana herî mezin a Batmanê bikin, wê herin referandûmê.

   Yanî, pirsa referandûmê ev e:"Batmanîno, hûn dixwazin em jî wek Bulent xanim bibin TOP (qûnek) yan na? Heger hûn dixwazin doxîna xwe sist bikin bêjin ERÊ! Heger hûn naxwazin doxîn li we sist bibe bêjin NA!" filan û fîstan.

   Îcar hûn dibînin bê civaka me çiqasî bêşexsîyet bûye gelî xwendevanan? Çima ne navê Cegerxwîn, Pîremêr, Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Dildar û wekî din, lê navê qûnekekî ku dijminê Kurda ye û hem ji pêş de dixe xwe û hem ji paşde!? Yanî ev ne rûreşî û bêşexsîyetî be çiye gelo?

   Belkî gellek ji we ji gotinên me aciz bibin, lê rastîya me ev e qardeşimmmmm! Em xerabe ne, bêşexsîyet û beredayî bûne û hûn sax!

Xwerista Kurdistanê û fihûş -VI -

Bavê Jîndar-04/03/08-Colemêrg-

Sedemê xurabkirina ekolojîya welatekî ji boy xurabkirin û kanbaxkirina exlaqê civakê ye”.  Lewre fihûş, qumar, alkol, madeyên tevizandinê , parçeyek sîyaseta dewletê ya kanbaxkirin û ji rêderxistina civakê ye. Hewceye wusan bê nirxandin.

   Ji ber ku dewleta Tirkan baş dizanîbû bi kuştin û bi zora çekan, wê neşêt nirxên Kurdayetîyê û xebata Kurdayetîyê bi temamî ji holê rake. Ji bo ji holê rakirinê hewcebû exlaqê civakê xurab bike.

   Nirx û adetên wan yên pîroz, bi wan bide ji bîr kirin û bigehe armanca xwe. Ji bo wê jî hewcebû berê ekolojîya Kurdistanê xurab bike. Ku ekolojî xurab bû, şertên jîyanê dijwar dibin û koçberî dest pê dike. >>>>>

 

Kî kirê kîîîîî!

 

Cembelîyê Botî- 03/03/08- Şernex- Ez nizanim gelo qet bala we kêşaye ku li Kurdistanê dîkil (dîk -keleşêhr ) spêdê (serê sibehê) radibin dikin qêrîn, bang didin û çi dibêjin? Ew dibêjin:  KÎ KIRE KÎÎÎÎÎÎ ?

   Ew çend rojin her kes ji xwe dipirse: Gelo di êrîşa gurên har ên devbixwîn û şêrên zoznan de qevimî de, kî kire kî ?. Ez jî spêda 29.02 2008 şîyar bûm. Min televîzyon vekir ku vaye leşkerkerên Tirko xwe ji başûrê Kurdistanê vedikêşîne.

   Ew tirrekên ku digotin: Emê demek dirêj li wir bimînin, ji xwe re di nav tixûbên başûrê Kurdistanê de navçeyên dagirkerîyê saz bikin, heta em qira terorîstan neynin jî em ji wir dernakevin, por û poşman vegerîn û li miqabilê tevahîya alemê rûreş derketin; rezil û riswa bûn.

   Lê tirrek li ber xwe nakevin. >>>>>

Bandora xirabûna xwerista Kurdistanê-V-

Bavê Jîndar- 03/03/08-Colemêrg-

Li herêmên ku çekên kîmyewî lê hatine ceribandin, ew jehr tevli axê, avê û hewê bûne. Di wan deveran de piranîya gîya û pincaran, winda bûne, an jî sotî ne. Yên mayî jî ne wek berê tamdar û kêrdar in.

   Bervajîyê wê, ji ber jehrîbûna wan, nexweşî jê peyda dibin. Fêkî, serzewat ne wek berê bêrdar û tamdar in. Darûber zû hişk dibin. Goşt bêtam e.

   Nixte ( berf, baran, zîpik ûhwd ) kêm dibarin. Heke bibarin jî ne wek berê xêrdar in. Bileeks xusarê didin. >>>>>

Here kuro here, çawa be xîret bi me re nemaye!

Ehmed Beyan- 02/03/08-Enqere- Serokwezîr Erdogan ruyê xwe eşkere kir ku ew dîn dijminê milletê Kurd û doza wî ye. Her çiqasî êrîşa başûrê Kurdistanê tirr ji dewleta Tirk û artêşa wê berdabe jî, lê dîsa jî niyeta Erdogan ne şerîf e. Mêrik ji eskerekî zêdetir serhişk e û lotikên bergîlkî li Kurdan dixe.

   Werhasil, dibêjin wê sermezinê me di meha Adarê de sefera Kurdistanê bike û prestîja ku di vî şerê qirêj de winda kiriye, dîsa kom bike. Tabî canim, çawa be em Kurd ehmeqên berê ne, tu serê wan li dîwaran jî xe ewê dîsa bi dînê îslamê bên xapandin û pêşwazîya Erdoganê sermezin bikin ellawekîl! >>>>>

 

Rewşenbîrên Tirko, leşkûçikên Misto

 

   Farûqê Devliken-02/03/08-Mêrdîn-

Rewşenbîrên Tirko

Bawer nekin ji dek û dolabên Misto

Mistoyê bêjî

Da ser pişta rovî

Hîn bû ji rovî zexelî

Qetand qûş li Tirkên bê mejî

 

Rewşenbîrên Tirko

Zimanên wan dirêje wek ê nav nigên Qolo

Qolo kûçikê ber pezê mala Soro

Soro bazda ser Misto

Misto ma mamoste û rêber ji bo yên wek qûşim Aydin, Fatîh Urek û Arto >>>>>

Hişmendî ji dê, mêranî ji bavê tê

Hesê Belê-02/03/08-Amed-

Berî ku em zanîna xwe a derûnî bi we re parve bikin, em berdewamî mijara xwe bikin. Ji bo ku meraqê di dilê xwendevanên xwe de nehêlim dibêjim ku; hişmendîya bi me re ji dê, mêranî jî ji bavê tê. Weke ku ji rîwayetan jî tê fêhmkirin; jinên Kurd pir zekî (bi aqil), mêrên wan jî mêr in. Ezê niha hinek bûyerên ku ez bûme şahidê wan bi we re parve bikim.

   Me nû dest bi dibistana navîn kiribû. Me zimanê Tirkî baş nizanîbû, çunkî ji bo me zimanekî biyanî bû. Hetta em bêjin zimanê dagîrkeran bû rasttir e. Li gel vê jî di bersivandinê de me zehmetî nedikşand. Ji xwe Hamza yê Çermûkî hebû ku ( wek Rustemê Zal bi heybet bû) bersivên pir maqûl û di cîh de didan. Rojekê mamostê me jî wek me meraq kir û pirsa zanîna wî jê kir. >>>>>

 

Seydayê cegerxwîn di helbestek xwe de digot:

 

 Cercûro-01/03/08-

"Dan ber pozê kerê reş

Gulek bîna wê pir xweş

Ne bîn kir û ne jê xwar

Axîn kişand go qîvar"

   Ez bawerim heke Seyda li jiyanê ba

wê îro ji bo hinekan dîsa bigota: >>>>>

 

Lotikek ji gerîlla

 

>>>>>

 

Hawar e ! Tirko doza çi li me dike?!

 

 

Konê Reş

 

1

Hawar e!

Tirko doza çi li me dike?!

Her ku em li berxwe didin

Û serê xwe bilind dikin

Tirko zîtirka dide..

Her ku em cihê xwe xweş dikin

Tirko dicefile..

Her ku em darekê diçînin

Tirko diricife..

Her ku em avaniyekl ava dikin

Tirko dînomîno dibe..

Tirko doza çi li me dike ?!

Haware  desthilanîn fereca xêrêye  

Em jî, li fereca xêrê digerin…

Û ferece

Di dest wan deye

Hawar e, qey Tirko hebûna me

Di nebûna xwe de dibîne?!! >>>>>

Roj roja revê ye!

Hemîdo qêriya got „min di şerefa we û bavê we.. xwe bidin alî îro roj roja revê ye..“

 

 

M.N. Yekta-29/02/08-

Îro vê sibê ez di internetê de digeriyam, ez rastî bûyerek dîrokî bûm. Wek nivîsên liser bûyerê dibên ku di demekta leşkerên roma tirrek (Roma Tirrek kî ne ez nizanim lê bigor agahiyên mezinan hin dibêjin toximên Yecûc û Mecûc in, hin dibên toximên Bizansa ne, di demekê de rojhilatê Ewrûpa, Anatoliyê û rojavayê Kurdistanê dager kirine.

   Bi rastî jî ne kifşe ye da ku ewana kî ne, lê çi ku mezinan ji wan re gotine roma tirrek em jî wisan dibêjin) dema hin herêmê Kurdistanê dager kiribûn îja berê xwe dabûn çiyayên Kurdistanê. >>>>>

Sefînê me ziravê Tirko qetand

Ehmed Beyan- 29/02/08- Enqere Tirk xwe wek şêrê Elî û Rustemê Zal dibînin.

   Hingî rojnameya Hurrîyetê dibêje:“ Bîr Turk dunyaya bedeldîr“, eskerên Tirk jî bawer dikin ku birastî jî Tirkek bedelî dinyayê ye. Lê gava di rastîya jîyanê de gunikreşan di ser xwe re dibînin, dibin wek pisîka nava malê û bi xwe de dirîn.

   Werhasil, di êrîşa ser başûrê Kurdistanê de Tirk di navbera Xelo û Celo de mane. Bi her awayî dixwazin ku PDK û malbata Barzanî PKK wek terorîst qebûl bikin ku karibin Kurdan bi hev bidin kujtin.

    Lê Kurd jî hinekî biaqil bûne haaaa,  heta niha nehatine lîztik û dek û dolabên Tirkên qûnreş. Werhasil, >>>>>

MAM CELAL

      Farûqê Devliken-29/02/08-Mêrdîn-

Mam Celal, tê kengî ber xwe bide?

Mam Celal, tê kengi li ser xwe biedile?

Mam Celal, tê kengi wek Kurdekî bifikire?

Mam Celal, tê kengi wek Kurdekî tevbigere?

Mam Celal, tê kengî bi Kurd be, Kurd?..

 

Qey bira Kurmanc û Soran ji hev cudane?

Qey bira dilê te li ser Kurmanca naêşe?

Qey bira tu me Kurmanca ji xwe nahesibîne?

 

Jixwe Tirk, Ereb û Farizan me ji hev tîştîşî kirine!..

Jixwe Tirk, Ereb û Farizan me ji ber hev xistine!..

Jixwe Tirk, Ereb û Farizan me ji hev perçe perçe, qet qetî kirine!..>>>>>

Ê de Werin haaaa!

 

Evîna Amedî-28/02/08-Amed-

Werin mehmetçik werin

Lê hûnê çawa vegerin

 

Hun pilingê bicegerin

Gavekê bi pêş de werin

 

Gerîla li hêviya we ye

Çave wa li riya we ye

Ji zûve li banda we ye

De lêxin roja we ye >>>>>

 

Lotikek ji Kurdên Hollanda

 

Sîdar Bengîn Epozdemîr

 Roja şemiyê, roja 1ê Adarê li bajara Lahey (Den Haag) a Hollanda xwepêşandanek tê lidarxistin ji bo şermezarkirina operasyonên leşkerî yên Tirkiye li Kurdistanê.

    Xwepêşandana roja şemiyê ji bal rêxistinên cuda-cuda çi serbixwe, çi girêdayî bi partiyên kurdan ve tê lidarxistin. >>>>>

Lotikek ji Komîta Hevbeş  

Komîteya Hevbeş êrîşa Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî protesto, şermezar û rûreş dike!

   Piştî êrîşa hewayî ku zererekî mezin dabû hinek navçeyan, bê rêzgirtin û guhdana bîr û raya dewlet û dezgehên navnetewî, di roja 22. 02. 2008an de, artêşa Tirkiyê bi balafir û helîkopterên cengî digel bi hezaran leşker êrîşeke bejayî biriye ser hinek navçeyên Başûrê Kurdistanê û hîn jî berdewam e. >>>>>

Dev ji peran berdin, doza tazmînata axê bikin kaka can

Şêrzad Zebarî-27/02/08-Hewlêr- Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe a awarte de biryarên baş û pîroz li himberî Tirkên bêbav wergirtin û çend lotikên çak avêtin. Biryara herî balkêş ew bû ku parlamento dixwaze doza tazmînatê li Tirkiyê veke da ku xisara cîh û warên ku hatine wêrankirin ji Tirkan bistîne.

   Lê em dibêjin; Dev ji tazmînata peran berdin kaka. Çawa be petroka Kurdistanê pir e û pere jî xelas nabin. Lê doza tazmînata axa bakurê Kurdistanê li Tirkan bikin. Di qada navnetewî de wan bidin mehkemê û bêjin:“Tirkan parçê mezin ê Kurdistanê dagîr kiriye. Em doza tazmînatê dikin, doza axa xwe dikin“ filan û bêvan.

   De neyse, tazmînatê li wan bêbavan vekin çi tazmînat dibe bila bibe. Bes ku hûn vê tirrê ji wan re nehêlin û serê wan têxin ciyê ku jê derketiye û hûn sax!

 

Hizbil şeytan û Kurmancên ehmeq

 

Nûroj Hebizbinî- 26/02/08-Êlih- Gellek caran en gunehê xwe bi xwe tînin û xwe bi xwe dibêjin:”Yaw ma me Kurdan çi qebhet kiriye ku yeka me nabe didu, çima em ji xelkê paşdemayîtir û wek xelkê ne serbest û azêtir û binamûstir in. Lê mixabin ew wek me ne ker in, wek me ne bê şexsîyet in, û wek me ne tarûmar in.  >>>>>

s© lotikxane 20-02-2006