Lotikxane

 

                                                                                                                                             Medya   ///   Arşîv       

            Google   

H.Belê

Hişmendî ji dê

mêranî ji bavê

F.Devliken

Şanên Kurdî û Kurdewarî

B.Ronahî

Bihostek ji

axa Almanya

L.Şêxo

Heqê diya min

A.Dûran

Di qal û qirê de    

M.Badilî

Rejîma

Turkiyê

D.Xanê

Rewş û name-3

B.Rewşê

Selmano

  

Ev lêlê ye, lolo jî bi dû deye

Mihemed Soran- 20/03/08-Bexda- Rayedarên dewleta Tirko digotin “Em balyozxanê li Hewlêrê, li paytextê eşîretan venakin” û qaşo nedixwestin Kurdan mixettab bigrin. Lê ji berê de dibêjin “reva pisîkê heta dawîya kulînê ye”.

   Tirkan dît ku çare nîne, Ewrûpî, Emerîkî, Asyayî, Rûsî li Hewlêra paytext balyozxaneyên xwe vedikin û dixwazin dostanîya Kurdan qezenc bikin, îcar li gotinên xwe poşman bûn û tifa xwe alastin. Balyozê Tirkiyê ê Bexdayê Derya Kanbay efendî, di hevdîtina bi cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî de lava kir û xwest ku Tirk jî li Hewlêrê balyozxana xwe vekin û zîtirkan bavêjin.

   Werhasil, bav û kalên me dibêjin:”Destê ku tu nikaribi bitewîni, ramûse”. Îcar xuyaye Tirkan destê Kurd û Emerîkîyan netewand, îcar hêdî hêdî, şiwey şiwey dixwazin ramûsin.

   Ê de haydêêêêêê qardaşlar! Kurdistana xoş geldiniz ewladlerim!

 

NEWROZ

 

 

  Zoryar Tehlo- 20/03/08-

Newroze îro newroze

Sersal û cejin û pîroze

Bo me Kurda himbêze

Gelê  arî  diparêze

 

Bîst û yekê  avdare

Li cîhanê  navdare

Leheng Kawa serdare

Ji keleha  pêdare >>>>>

Tirr di qûnê de nemaye jina 26 salî tîne

Abdûllah El Kurdî- 19/03/08-Mekke- De werin li vê ecêbê û li vê neinsanetîyê binerin. Li Siûdî Erebîsyanê, gundê Taîfa Mekkeyê, Ehmed Ateeq El-Harîrî El-Zahranî ê 100 salî, cara sêyem dizewice û lotikekê davêje.

   Ehmedê ku lingekî wî dinyayê û lingê din li axretê ye, jinek 26 salî, nermik û germik xwestiye û wê di van rojan de bizewice. Keça ku 74 salan jê biçûktire, wê têkeve ber vî çermolaqîyê yextîyar û qaşo bighêmirad ş mexseda xwe.

   Lê bawer kin, ne insan û ne jî xwedêteala vê neheqîyê qebûl dike. Lê ji ber ku dînê îslamê rê dide zewaca 4 jinan, neheqîyek mezin li keç û jinên reben dibe û mecbûr dimînin ku bi qûnekekî wek Ehmedê 100 salî re bizewicin.

   Werhasil, tirr di qûna Ehmedê 100 salî de nemane. Lê ku nikaribe lotikan li jina xwe xe, em wek Lotikxane amade ne alîkarîya wî bikin û heyfa wî hilînin. De xwezî bi wê rojê rebbî!

Mêr ev mêr in haaa!

Dûrmûş Satilmişoxlî- 19/03(08-Tirkiye- Kî dibê di nav Tirkan de zilamên qirase tunene? Hene babam , wille û bille hene. Aha ji we re Alî B ê 22 salî.

   Jina Alî B Seyma B bêyî mêrê xwe 2 cigareyan dikşîne ser kezeba xwe. Xuyaye dilê wê bijyaye kişandina cigarê û gava mêrê wê ne li malê ye du cigare vexwariye. Tam di wê navberê de mêrê wê Alî B dikeve hundur.

   Gava dibîne jina wî cigarê dikşîne, rahiştiye şerîtekê, wê dixeniqîne û dikuje. Yanî, qûnekê Alî B ji bo kişandina du cigaran jina xwe xeniqand û şand cehnemê.

   Îcar kî dibê li Tirkiyê zilam tunene qardeşim!

   Gelo kesî dîtiye ku zilamekî jina xwe ji bo du cigaran kujtibe?

Belengazî bela serê Kurda ye

Bêrîvan Al- 18/03/08-Amed- Kurd çi belengaz û reben in wey liminnnn! Ji ber feqîrî û hejarîya wan tişt nemaye go nehatiye serê wan. De ji xwe re li malbata Kana binerin. Malbata Kana keça xwe ji ber xizanîyê naşînin dibistanê. Dixwazin ku keça malê di nav malê de alîkarîya dêya xwe bike û neçe dibistanê.

   Helbet di vir de bawerîya olî jî sedemekê dilîze, lê sedema mezin feqîrî û belengazî ye. Qeymeqamê bajarokê Hênê Nesîm Babahanoglû jî rabûye sarincek (dolaba cemidandinê) ji malbatê re kirîye, ew bi sarincekê qanih kiriye û li hev kirine ku keça malê bişînin dibistanê. Yanî, malbatê keça xwe kirin berdêla sarincekê. 

   Wê ji niha û pêde keça bi navê Fatma Kana (12 salî) biçe dibistanê û li dibistanê lotikên Tirkî bavêje.

   Îcar hûn bifikirin bê Kurdên bakur di çi rewşê de ne gelî xwendevanan!

 

Nedixwest bizê lê zarokê zora wê bir

 

Şemal Amedî-18/03/08-Hollywood- Lotikvana esmer û xwînşîrîn Halle Berry (41)  za û keçikek jê re çêbû. Herçiqasî navê zaroka xwe  vedişêrin jî, lê dibêjin keçik jî li dêya xwe çûye û ji niha de lotik û pehînan davêje dê û bavê xwe.

   Werhasil, Halle Berry xanim di hevpeyvînek xwe de dibêje:“ Kêfa min pir ji hemilbûnê re hat, xwezî zarok derneketa û ez tim ziknepixî bimama“ filan û fîstan.  

   Rabû me jî bi rêya emaîlê şîretek lê kir û got:>>>>>

Dildar Ismaîl

Helebçe

 

Roj hemî dûmane

Leylane li ber çavên bê ronî

Dîlan û qîr û zare zar

Şeveqa bê hêvî

Lorîkên bê şîr

Kezeba sincirandî

Dilê peritandî

Agirê dijwar

Xwîna tar >>>>>

Selah Mihemed

ji bo bîranîna Helebçe

 

Bi hemû zincîran

bi hemû pozê bilind

çiya tê

bi hemû kewan û darên berûwan

û guhbel û riwan

bi wan siteyrikên daliqandî li jor

tilî tên

rex riyan dadigirin

ji cihê bilind dinerin

bi dara ve têne sernixûnkirin

û reh berdidin

di tilî û cihan de >>>>>

Xuşk û bra ne lê tirr ji hevdu berdane, ya starrrrr!

Sosin Bermal- 16/03/08-Berlîn-  Patrîck S û Sûsan K xuşk û brayên hev in. Herdu qûnek berî çend salan dil ketin hev û hevdu dan ber qirase û lotikên elemanî.  Niha herdu xuşk û bra dê û bavê 4 zaroka ne.

   Halîhazir li Elmanya nîqaşek mezin li ser zewaca bi xizman re (wek xuşk û bra) dest pê kiriye. Hinek lotik û zîtirkên xuşk û bratî normal dibînin, hinek jî wek „îşê şeytên“ bi nav dikin. 

    Li gora destûra dewleta Elman, lotikên xuşk û bratî qedexe ne. Lê Patrîck û Sûsan guh nadin qedexeyê û hevdu çirandine, kirine çarox.

   Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan, guh nedin Patrîck û Sûsana gewende. Bi a şeytên nekin û xwe ji van fikr û ramanên heywankî bi dûr bixin.

   Îcar dibêjin: „Çima elametên qiyametê peyde dibin?“ Ê insan rehet nasekinin qurban, wîî! Ê wek Patrîck û Sûsan adet, tore û qeyd û şertên jiyanê dikin kafir kerafî bavê min, îcar wê çilo qiyamet ranebe û dinya xera nebe hûn bi qedrê xwedê kin!

 

Beranê Giravê poşek li Teyyib û Gul da!

Senger Îloz- 16/03/08- Stenbol- Beranê Giravê bang, li serokwezîr û serokomarê Tirkiyê Teyyib û Gul kir ku berî biharê werin îmanê! Beranê me kurdan got ku bila bi pakêtên diyariyên xapinok neyên ser kurdan.

   Ellawekîl ku biqeherim ezê poşekê li van herdu xwedêgiravî serokan bixim kul li erdê mexel bimînin! Beranê me dibêje serokomar û serokwezîrê Tirkiyê Gul û Teyyib, ew li giravê ji bo mêvandarî û ezimandinê her amadeye ku werin pêre çend lotikan bavêjin!

   Di domahîka daxuyaniya xwe de li ser babetê wiha gotiye: “Lawo ma hûn weke serleşkeran jî wêrek nabin. Beriya niha generalên we hatibûn cem min û digotin bibore kaka em nikarin bi leşkerî we têk bibin. Lewra çareriya me bi demokratîkbûnê ye hew.” >>>>>

 

Lotika wê lê vegeriya

Sosin Bermal-15/03/08-Berlîn- Endama Partîya Sosyal Demokratên Elmanya û siyasetmedara 50 salî Bîrgît Aûras xwest lotikekê bavêje, lê lotika wê paşûpê lê vegeriya û serê wê xwar. Bîrgît xanim jî xwest di internetê de hînî tirr û fisan bibe û rabû wêneyên xwe yên şût û rût belav kirin. Lê piştî ku wêneyên wê eşkere bûn û lotikên wê lê vegeriyan, mecbûr ma namzetîya xwe a ji bo beledîya bajarê Neustadtê paş de bikşîne û li ser dûvê xwe rûnê.

   Bîrgît xanim ji me re got:”Qey qedera min e bavo, min jî xwest ez piştî 50 salîya xwe çend lotikan di internetê de bavêjim û ji xwe re qiraseyekî zilaman bibînim, lê fesad û ewanên ser tenûran nehiştin, ji min hesidîn û tirr ji min berdan” filan û fîstan.

   Werhasil, tembîya min li we be heyran, heger we xwest di internetê de hînî tirr û fisan bibin, çarçefekê li xwe kin, berçavkek reş têxin ber çavê xwe û piştre wêneyên xwe biweşînin. De haydê serketin yaboooo....  

Darîn jî ya xwe got

K.Kurdson-14/03/08-Swêd-

Hema bi xwedê tu mêri lo. Wê gelek bêjin ma mêranî wilo ye ezê bêjim erê û sed erê!

   Heger ciwanekî wek Darîn, ku di stranê de sitêrka Swêdê ye û hîn bîst û yek salî ye, wey rebî bibe hezar û bîst û yek! Dev ji karê alboma xwe y aku Swêdî bi perakî pir mezin li Almanya jêre amade dikin, berda û berî da Swêdê tenê jibo ku beşdarî bîranîna Helebçe bibe.

   Îca gelek komel û dezgeh deh caran telefonî kesê betal jî dikin û narin. Ya herî kambax ku dibêjin weleh û  bileh jina min ji min berdayî be min ji bîr kir lo, wîî!

   Wey rebî bîra te li te venegere û tu riya sosyalê jibîr biki erê welle! Wey perên sosyalê li we bi jehr û ziqûm bin rebbî!

Em ji vê re bêjin çi?

Raca Xan- 14/03/08-Hindistan- Di van salên dawî de kerametên ecêb diqewimin. Hinek dibêjin „hikmeta xwedê ye“, hinek dibêjin „na baba, xwerist û jiyana civakî serûbinê hev dibe“, û hinek jî dibêjin „ kuro de lihevrasthatine canim“ filan û bêvan. 

    Îcar niha jî li bakurê Hindistanê elameta qiyametê rû da. Keçikek durûyî hat dinyayê û xelkê herêmê li himberî vê bûyerê behitî ma. Keçika ku hê zaro ye û nav lê nehatiye kirin, ji alî xelkê ve wek zarokek fîraz (miqeddes) hat qebûlkirin û xelk jê re ket sicûdê.

   Werhasil, hikmet û qudreta xwedayê mezin nayê pîvan. De a bi xêr çibe bila xwedê wê bike û hew, tevdîrrrrr!

Bêaqilî zêdetir dibe

Hesen Almas-13/03/08-Emerîka Dinya bûye dinya bêaqilan û her ku diçe bêaqilî li dinyayê zêdetir dibe. Hinek radibin mafê heywanan diparêzin, xwe ji bo wan şût û rût dikin. Hinek radibin natûrîzmê (xwezayê) diparêzin û dixwazin wek dema Adem û Hawa şilfî tazî bigerin. Hinek dixwazin welatê qûnekan jî hebin. Hinek dixwazin mirîşk û ker bi hevre bizewicin û hezar quzilqurtên din.

   Lê Corrîne Bayraktaroglû çi dixwaze? Wê jî rabûye cil û berg ji daran re dirûtîye û li wan kiriye. Xanimê dilê wê bi daran dişewite û naxwaze ew dar di zivistanê de li ber sermê biqefilin. >>>>>

 

Bila tu jina min ba û bila cixara Marlboro li min û bavê mn heram ba û hew!

 

Firildeq Elî-13/03/08-Zanîngeha Seksolojîyê- Lucy Pînder yek ji wan lotikvana herî meşhûr e, nermik û germik e. Wek mewîjên Hibabê bê dendik (bê sîsik) û wek sêvên Meletê sorgevez e. Ji xwe memikên wê wek şebeşên Diyarbekrê mezin û wek goka nav lingê Maradona girover in.

   Werhasil, em ji zû de bi dû Lucy xanimê de bûn ku carekê xêrekê bi xwe bike û xwe ji bo xwendevanên Lotikxanê jî berde çolê.

   Lê xanimê perakî pir mezin dixwaze. >>>>>

Ev jî nameta sosyalîzmê ye

Bengîn Elegez-12/03/08-Moskova- Piştî ku sosyalîzmê ber avêt û Gorbaçov civak serûbinê hev kir, xelkê Rûs jî çelqo-belqo bûye û di navbera sosyalîzm û kapîtalîzmê de gêj bûye. Ji xwe alkol û vodkayê hiş di serê wan de nehiştiye û ew qûnek kirine.

   Werhasil, dibêjin grûpek ku qaşo mafê heywanan diparêzin çûne muzeya ji muzeyên Moskovayê û çalakîyek kesanedî li dar xistine.

   Di muzeyê de doza mafê paraztina heywanan kirine, lê di wê navberê de li wan rabûye û ji bo xatirê heywanan hevdu dane ber lotik û zîtirkan. Muze kirine kerxane û tirr ji hevdu berdane. >>>>>

Min got na!

Aştîxwaz-12/03/08-Mêrdîn

Ji min re gotin bibe cahş û cerdewan

Em ê zêr û zîvan bi te din

Min got na…

 

Ji min re gotin li ser xwîna mirovan bazirganîyê bike

Em ê qesr û qonaxan bi te din

Min got na…

 

Ji min re gotin brayê xwe bikuje

Em ê te bikin serokê gelê te

Min got na…>>>>>

Piştî têr gon bixwe wê xanimê bibe hecî, heheyyyyy!

Tecawizcî Coşqûn-11/03/08-Beyoglû-Stenbol- Me berê jî behs kiribû, heçê ev lotikvan û doxînsistên Tirk in, piştî ku têra xwe zinê dikin û qûş li wan dibe çarox, îcar qaşo xwe dinixumînin û dibin misilman.

   Berê misilmanî nayê bîra wan, lê ku têr lotik li xwe xistin îcar berê xwe didin Mek û Medînê û qaşo dibin melayîketên xwedê. Meselen Şenay Akay.

   Şenay Akay jî niha dibêje:“Gava ez diçûm qursa quranê û min quran dixwend, malbata min nehişt ez serê xwe bigrim. Lê piştî çend salên din ezê jî wek her misilmanî herim mala xwedê û bibim hecî“ filan û fîstan. >>>>>

Ka go hûn serê zilamên xwe bixwin û hûn bi me bimînin!

Xalê Guhbel-11/03/08-Ezmanê Hefta- Civaka Tirk ewqasî serûbinê hev bûye, ewqasî tirrek bûye ku êdî jinên wan dest bi serjêkirina serê xezûr, xesû û mêrê xwe kirine. Li gellek bajarên Tirkiyê serpêhatîyên serjêkirinê zêdetir dibin û çi ecêbe ku ev jî bi destê jinên wan tên kirin.

   Berî heftakê li bajarê Dînar a Konyayê du jintîyan mêrê xwe, xesû û xezûrê xwe dan ber kêr û meqesan û serê wan ji hev hilqetandin. Niha jî li bajarê Tokatê dêya 5 zarokan B.A xezûr û xesûya xwe da ber kêran û ew şandin cehnemê.

   Tiştê balkêş ew e ku Tirk ji Kurdan hovtir in, xezûr û xesû ewqasî tadeyê li bûkên xwe dikin ku Kurd ji ber wan ve dibin melayîketên xwedê.

   Werhasil, jinên Tirk êdî dest bi kujtin û serjêkirina mêrê xwe kirine. De xwezî bi wê rojê ku mêrên we biqelin û hûn bibin qismetê qiraseyê Kurdan rebbî! Amînnnnnnnnn!

Mizgînîya me li we, Hirço li jinekê digere!

Çang Çû-10/03/08-Asya- Belê, mirovê herî bi pirç, kilê çavê keçên nûhatî, xortê xweşik û çeleng Yu Zhenhuanê 29 salî dev ji hezkiriya xwe berda û niha ji xwe re li jinekê digere.

   Yu Zhenhuan ewqasî bi pirçe ku ji hirçekî xerabtire.

   Me ji hezkiriya wî Toyo Mayo pirsî: “Keçê qirikê, çima te dev ji Hirço berda? Ma qiraseyekî wek Yu Zhenhuan zû bi zû peyda dibe?” Wê jî bersivand:” De herin loooooooo, heta me lotikek davêt ez di nav pirça wî de difetisîm. Ne li wan lotikan be û ne li wê pirça Hirço be” filan û fîstan. 

   Werhasil, Hirço niha azib e, li jinekê digere û haya we jê hebe. Piştre nebêjin Lotikxanê xeber neda me û em di mala bavê xwe de man haaaaaaa!

Di her lêkolînekê de tiştên kesanedî derdikevin holê, waweylêêêê!

Şemal Amedî-10/03/08-Hollywood- Ev lêkolîner jî mirovin ecêb in ellawekîl! Tiştek namîne ku lê nakolin û encamekê jê dernaxin. Meselen lêkolîn û ankêta li ser orgazm (lê xweş hatin) û seksê.

    Li gora lêkolîn û ankêta ku li ser xweşlêhatin û seksê hatiye kirin, derketiye holê ku jin herî baş di dema hemilbûnê de li wan xweş tê. Di dema hemilbûnê de jin zêdetir zîz û nazik dibin û bala wan a li ser seks û lotikan zêdetir dibe. Ji ber vê jî, di dema vê zîzîyê de jin hez û xweşîyek bêhempa ji seksê distînin, filan û bêvan.

   Pispora seksê Yvonne Fulbright dibêje: >>>>>

Helbesta dayika min

 

Saher Mîro Al_Baedrî

Min gelek bêrya te kir
Min xwarin xem û qehir
Lê min dî çû fêde nekir
 
Min got bitinê ye vegerîn
Derman bo evî derdê min
Heger bibînim dayika şêrîn
Dê sipî bite bextê min
>>>>>

---------------

Yadî şehîdanî serbazî gelekeman li Qamislo û Helebçeyî şehîd

Bo bîranîna Helebçeya şehîd û (şehîdanî Qamişlo,Mahabat û Amed.)

HELEBÇE

20 sal derbas bû

Seremoniyek ji bo bîranîna karesata bombebarankirina bajarokê HELEBÇE >>>>>

 

S.Ç.H.R.K. 1.dest bi lotikên Festîvala Strana Rojavayê Kurdistanê dike


Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ya derveyî welat, yekemîn festîvala strana rojavayê Kurdistanê li dardixe.

Ji bo ked û xebata di helbest û strana kurdî de ya Yusif Berazî (Seydayê Bêbuhar), festîval bi navê Festîvala Bêbuhar ya pêşbirka Sitrana Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.

   Festîval wê 04. Gulanê 2008`an li bajarê Almanya Hannoverê pêk were û wê rojê sê stranên herî baş werin destnîşankirin. >>>>>

 

Strana berxwedana başûrê Kurdistanê

Kerîmo
De bêje mêrxaso!
ko kurd ji tîna agire
ji çiyan jî kevitire
ji asman bilind tire
ji sawêran mestire. >>>>>
 

 

Hûn çi ji Barzanîyan dixwazin qardeşim!

Cemîlê Çargurçik- 20/03/08-Swêd- Birastî ez tê nahigêm bê hinek ji rewşenbîrên bakurê Kurdistanê çi ji başûrîyan û bi taybet jî çi ji Barzanîyan dixwazin. Îş û karê wan nemaye, yan jî tu mijarek din nabînin ku li ser binivîsin, îcar malbata Barzanî di devê xwe de kirine qajik (benîşt) û ha ha êrîşî wan dikin.

    Van çend rojên dawî jî îcar Nêçîrvan Barzanî ji wan re bûye pirsgirêk. Pirsgirêka çi? Na çima Nêçîrvan Barzanî gotiye “Tirkiye brayê gewre ye” filan û bêvan.

   Ê babam, got got! Ma dinya xira bû? Ma dîplomasî ne zimanê nermik û germik e? Ma sîyaset ne rêzanî û çareserî ye? Ma kesê keştîyê xilas dike ne kapîtan e? Belê! Êêê, bi çi awayî xilas dike ji we re çi qardeşim!

    Yaw babam, li ser Demokratîk Cimhûrîyetê binivîsin, li ser Mîsakî Millî binivîsin, li ser Kemalîzmê binivîsin, li ser çûk û çivîkan binivîsin, li ser “hêk çawa tên qelandin” binivîsin, li ser “fêda nok û fasûlîyan” binivîsin, li ser “hêk ji mirîşkê derdikeve yan mirîşk ji hêkê derdikeve” binivîsin, ma hema pênûsa we bi malbata Barzanî ve zeliqîye cîgerlerim! >>>>>

Em hêvîdarin wê Kurmancî li ber lingan neçe

Cemîl Cewher-20/03/08-Hewêr- Li ser bextê malpera Pukmedîa be, dibêjin Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Wezîrê Xwendina Bilind Idrîs Hadî kiriye ku dest bi yekkirina zaravayên Kurdî bê kirin. Kek Idrîs Hadî jî civînek awarte bi mamosteyên zimanê Kurdî re çêkiriye û pêvajoya lotikên yekkirina zaravayên Kurdî daye destpêkirin. Xwedêgiravî wê bi vê lotikê zaravayên Kurdî bigihên hev, bi hevre bizewicin û bi vê zewacê zimanekî standart derkeve holê.

   Dibêjin kek Idrîs Hadî bang li mamosteyên zimanê Kurdî yên li zanîngehên Kurdistanê kiriye ku hazirîya vê pêvajoyê bikin û ji lotikan re amade bin. Îcar xuyaye wê zimanê Kurdî yê zaniztî û edebî bibe yek. Lê zimanekî çawa tenê xwedê zane!

   Kurmancî, Soranî, Dimilkî, Hewremanî, Goranî, Duhokî, Zaxokî, Botankî, Lotikxanekî û gellek zaravayên din.

    Em hêvîdarin wê zaravayê Kurmancî wek demên berê li ber lingan neçe û ji vê hewldan û xebata hêja “zimanê çûkan” ku kesek nikaribe jê fêhm bike dernekeve.    

   De serketin û lotikên bi xêr kaka!

Heger niha Mazlûm Dogan sax bûya!

Zinar Qelemşûr- 19/03/08-Stenbol- Hûn zanin, ji roja ku PKK ava bûye, çi hatibe kirin, kê kiribe, hemi ji Abdullah Ocalan re bûye mal, jê re kirine mal. Bi zanîn yan nezanîn, hem neheqîyê li wî dikin û hem jî li xebatkarên PKK dikin.

   Wek dostekî PKK ez bi vê helwestê dêşim. Çima ked û xwêdana kesên wek Mazlûm Dogan ji xwedîyê kedê re nabe mal?  Meselen afîşa Newrozê.

   DTP afîşek Newrozê ku çav û awirên Mazlûm Dogan li ser hatibû neqişandin (Ji ber Mazlûm Dogan ji alî dilxwazên PKK ve wek Kawayê hemdem tê binavkirin) çap kir. Lê dewleta Tirko bi zanetî ew çav şibandin ê Ocalan û afîş qedexe kir. Gelo li gora we dewlet nizane bê ew çav çavên kê ne? Ma nizane ku çavên Mazlûm Dogan in? Belêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêê! Lêêêê? Li hesabê wan nayê qardeşim!

   Dewlet zane ku Mazlûm Dogan milîtan bû, Kurdekî qirase bû û beranekî bi qiloç bû. Ji ber vê jî xwestin vê afîşê qedexe bikin. Lê heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskane yabooooooooooooooooooo!

  Gelo niha Mazlûm Dogan sax bûya, wê bigota çi????

Rovyê heşandî, çima te ji me re neşandî!

Pîrkemal-19/03/08-Lotikxane- Nivîskarê me Farûqê Devliken rovyê heşandî hepişandiye devê kurê xwe Cemîl û ji Mêrdînê silavek ji me re şandiye. Yaw Farûqo, malnexerab, ma em ji Eyşika Ereb in qardeşim!

   Hema te beroşek rovyên heşandî bi postê ji me re jî bişanda, ma dinya xera dibû cîgerim! Ma te nego niha xebatkarên Lotikxanê birçî ne, ev 3-4 salin rovî nexwarine û wê agir bi kezeba wan keve hêê! Hey bêwîjdan!!! De neyse, cara bê me ji bîr neke qurban. Heger perê şandina postê bi te re tunebin, hema beroşekê tije rovî bike û bi emaîlê ji me re bişîne babam!

   Ê de haydê noşîcan be, xwedê bikim Cemîlê me bi wan rovyên heşandî bibe xortekî qirase û wek bavê xwe bibe nivîskarê Lotikxanê rebbî!

Yekîtiya êş û dozê, pirbûna çîrok û gotinê

Rewş û name-III

   Dilyarê Xanê-18/03/08-

Gelî bira.. Ne veşartiye ku miletê me di Kurdistana Sûrî de hîn di qonaxeke bindestiya  netewî de ye. Yanî, hîna tê êşandin ji ber ku Kurd e. Berxwedanê dike ku nasnama  xwey netewî biparêze.  Emê di van çend xalên jêrî de rewşa vê bindestîyê û hin ji  rengê zilm û zora ku li ser miletê me tê meşandin binivîsin. Di pêre li ser pirbûna  çîrok û gotinê bipeyivin..

   1-Hûn dizanin ku ne hêzên miletê me bawerya xwe bi hebûna me naynin. Yanî, ew  ferqê naxin navêna vê partyê yan partiya din. Ji ber wilo jî me Kurda tevdî ji pişikdarîya di desthilatdariya Sûrîyê de bêpar dikin. Me ji wezîfê bilind bêpar dikin. Kesî ji me nakin wezîr yan sefîr û ne jî rêdidin xortên me ku di ekademiyatên eskerî û  siyasî de bixwînin.

   Ger em bala xwe bidênê, ji destpêka çêbûna Sûrî de û ta roja îro  kesên ku îdara deverên me dikin ji parêzgehên din in. Pirên wan şofînî nin. Ji ber wilo jî deverên me di warê civakî û abûrî de li paş manin. >>>>>

Qetlîama Helebçe û şahîya Newrozê

 

Cembelîyê Botî- 18/03/08-Colemêrg-

16 adarê bîranîna qetlîama Helebçê ye. Ango roja girî, şînê, xemê, nalet lê barandina wê Hîroşîma Kurda ye.

   Lê sed heyf û sedhizar mixabin hinek partîyên ku digotin: Em ji bo miletê Kurd dixebitin, ji alîyekî qetlîama Helepçê bi bîr tanîn, mitîng li dar dixistin û ji alîyê din li bajarê Mêrsîn, Adana, li Wanê taxa Hecîbekir, li Stenbolê û li Marsilya Firansayê cejnên Newroz ê pîroz dikirin. Di roja şîna Kurdan de, li ber agir û dahol û zirnan govend girêdidan û şabûna xwe nîşan didan. Ango, bi xwedîyê mirî re digirîyan û bi kujerê mirî re kêyf dikirin.

   Ew partî û sazîyên ji Helepçê re rêzê negirit, herçend Kurd be jî rûn li ser nanê  Seddamê xwînxwar û Elî Kimyewî dide. Ew kêsên ku rêzê ji Helepçê re negirin, rêzê ji çi şehîdan re nagirin. Tinê li ser navê wan parsê kom dikin.

  Madem hûn rêzê ji bo çi nirxên Kurdan yên pîroz nagirin, qet nebe bi tenê roja qetlîama Helepçe li ber dahol û zirnan nereqisin qardeşim!

   Gelo ma em tîştekî zêde ji we dixazin?  Ji me gotin, hûn dikin an nakin hûn û wijdanê xwe!

 

Em vê helwestê pîroz dikin

 

Sofî Xelef- 17/03/08-Lotikxane- Li ser bextê xelkê be, dibêjin dewleta Tirk gava penaberên Kurdên başûr di sînor de digre, bi hevringê (meqesê ku pê pirça pez tê qusandin) dikeve ser serê wan û wan dike wek golikên nav garanê, golikên beş.

   Em bi navê Lotikxanê vê helwesta dewleta Tirko pîroz dikin û dibêjin:"Cîgerlerim, cara bê ne tenê porê wan biqusînin, darekî jî têxin qûna wan û wan bi qûnektî bi ser mala bavê wan de bişînin".

   Yaw birastî jî, ev Kurdên başûr çima ji welatê xwe direvin ka hûn nabêjin? Niha Kurdên bakur û rojava ji ber zilm û êşkenca dewletê terka welatê xwe bikin erê, lê Kurdên başûr? Hûn ji ber çi û ji ber kê direvin kaka? Dewlet dewleta we ye, partî partîyên we ne, ma derketina Ewrûpayê şeref û xîretek mezine? Naaaaaa! Giyayê hewşê tim tehl e branoooooo! (Çavkanî Hemdem.com)

 

Dûrbûna rewşenbîrên Kurd ji

xebata siyasî

 

(Rewş û name-II )    

 

Dilyarê Xanê-17/03/08-        
Wek ji dîrok û çîroka mileta hatiye naskirin ku tu milet li pêşnakeve ger rewşenbîrên wî  miletî, di siyaseta pêşvebirina wînî civakî, abûrî û zanistî de ne pişikdar bin.Yan jî dûrî  çîroka siyasî ya miletê xwe bin.

   Bi nisbet me Kurdên Sûriyê, ger em bala xwe bidin vê

 çîrokê, emê bibînin ku pir kêm ji nivîskaran 

yan ji zanistkaran wek textor, mihendis ûhd di nav rêza  partiyên Kurda dene. Wilo jî pir kêm ji maldaran yan 

ji bazirgankaran di nav rêza xebata  siyasî denin.

   Ev çîrok dibe ku bibe sebeba lipaşketina biryara siyasî

 Kurdî û helbet bûye sebeba qelsbûna karîn û imkanatê 

tevgera siyasî Kurdî. Bi tevayî ji aliyê karê berçav wek  vekirina telefizyonekê ji Kurdên Sûrîyê re. >>>>>

Ew jî ket Guînnessê hayhoo!

Ro-16/03/08-London- Ev ketina pirtûka rekoran Guînnessê jî bûye mode ha. Heçê radibe dixwaze lotikek kesanedî bavêje da ku têkeve bêxwedîka vê pirtûkê.

   Niha jî telefonek ket pirtûkê, hem jî heta bi ber ketê. Telefona ku ji zêr û elmasan hatiye çêkirin, bi 1 milyon û 600 hezar dolarî ye û tenê nimûneyek ji wê heye.

   Ji ber buha û xemla wê a bi zêr û elmasan, telefon ket pirtûka rekorê û lotikek dîrokî avêt. Telefon ji alî Şîrketa GoldVîşh ve hatiye çêkirin.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin ev telefon bi kê re be mirina wî tuneye. Ne melkemot xwe nêzîkî wî dike û ne jî cin û pîrebok wêrin li dora we bigerin. 

   Werhasil canim, bi namûs milyarên min jî hebin ez telefonekê bi 1 milyon û 600 hezar dolarî nakirim wîî! Ezê bi van peran ji xwe re 100 xortên nermik û germik têxîm paxila xwe û xelas! Hem jî ê 18-19 salî haaaaaaa.....

Pozê Kurdên Rojava jî şewitî

Kurê Çeqçeq-16/03/08-Rojava-

Kurdên Rojavayê Kurdistanê rabûn ser tapana û tep li serê xwe dan û gotin: Wey li aqilê me be.. em bûn ardûyê şoreşa Berzanî û Talebanî û Ocalan û me xwe jibîr kir.. em man li dawiya karwan û di nav tozê de man.. ji niha pêve emê bibin xwedanê parçeyê xwe .. em nema dibin heyvanê şîrê parçeyên din..

   Li ser bextê jêderan be, Kurdên Rojavayê Kurdistanê  bi navê Tevgera Azadiya Kurdistanê tevgerek nû damezrandin û karê çekdarî jî xistine bernameya xwe û di şeva 9-10/3/2008an de lotika yekem li navendek polîsên Sûriyê xistin, li gundê Sêgirka yê ser bi Qamişlo û bavê wan tirr ji wan berdan..

   Jêderan keysa xwe ji axaftinê re anî û gotin: Gropa bi navê Mefrezeya Silêman Adê ew kar encam daye û hêzên desthilata Sûriyê navqetandî kiriye…

   Her weha Tîrêj Ahmedokî ji ajansa Al Malafpress re gotiye ku ewê di kar û têkoşîna xwe de berdewam bin heya Kurdistanê seranser rizgar bikin.

   Bi xwedê îcar mero hesaba ji Kurdên Rojava dike, mêrka nema tên xapandin û çav li Kurdên başûr û federalîzmê ketine. De xwedê miradê wan bike rebbî!

 

 

   Ji Hejar-S

----------------------

Bandora xirabûna xweristê û xirabûna psîkolojîyê

Bavê Jîndar-15/03/08-Colemêrg-

 

Psîkolojî bi kurtî  zanistîya hiş (zêhn ) e. Ew bi ser tevgera hiş, ruh, lebat, bizav, livîn û tevgerên wan ve mijûl dibe. Du cureyên wê hene. 1- Ya neferî .   2- Ya girseyî . Ji ya girseyî re van salên dawîyê ya garanî jî tê gotin.  

   Bê goman wek me berê jî gotibû, em ne pisporên van karanin. Ya me tenê ewe ku em peyamekê bigehînin eleqederan. Bixwe ilmek bi serê xwe ye û bijîjkên wê yên xweser hene.

   Me di nivîsên xwe yên berê de gotibû armanca xurabkirina xwerista Kurdistanê ji bo xurabkirina sinçî (exlaq) û pîsîkolojîya Kurdan e.         

   Xurabûna psîkolojîyê, nexweşîyeke. Ew nexweşîya xurabûna tevgera hiş, hest, bizav û lebitîna lebat û ruh e. Bi kurtî nîşanên wê ev in. Zû aciz bûn, teralî, di miqabilê bûyeran de bê awir man. Ezezîtî, xwe ji herkesî meztir dîtin, bawerîya xwe bi kesî neanîn. Ji xwe meztir û zanatir kes nedîtin. Di ser xwe re kes kebûlnekirin. >>>>>

 

Ji Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata

Pêşverû Kurdî li Sûriye

 

Di vê dema nazik û balkêş de ku herêm bi tevayî û welatê me Sûriye û miletê Kurd bi taybet têre derbas dibin, di dema ku bi şiyarî li hemberî her bûyer yan tiştên nûderdikevin holê li vir yan li wir pêwiste bête sekinandin daku miletê xwe dûrî karesat û xerabiyê bihêlin.

   Di dema ku di xebata xwe de em li dijî siyasetên şovînî yên ku li ser miletê me yê Kurd li Sûriyê tê meşandin disekinin, em li ser xebata xwe ya siyasî ya dîmoqratî û aşitî ya ku tevgera siyasî Kurdî ji 50 salî zêdetir wek rasttirîn şêweyê xebatê bikartîne dubare dikin;  em hemî gotinên çewt û xerab ên ku li ser devê kesên winda û veşartî tên belavkirin pirotisto û şermezar dikin.

   Ew kes dixwazin agirê berberî û nakokiyan gurtir bikin, ew agirê ku qet xizmeta tu beşî ji miletê Sûrî û di pêşî de miletê Kurd nake. >>>>>

Başe go jina min ne Çînî ye qardeşim!

Çang Çîng Çong- 14/03/08- Pekîn- Em Çînî mexlûqatin ecêb in. Bi taybet jinên me agirê sor in, belakir in û îşê nemayî tînin serê zilamên xwe. Ji ber vê jî ez wek zilamekî Çînî bi jinek Çînî re nezewicîm û min mala xwe nebir mîratê.

   Dibêjin li eyaleta Hubeî yê „Wang“ û „Lûo“ ji hev hez dikin û bi hevre dizewicin. Lê piştî heftakê dest bi lotikên nîqaş û raberizandinê dikin û wek dîk û mirîşk radibin hevdu.

   Li gora ku ajansa Xînhua radigihîne, dibêjin êvarekê dîsa herdû rabûne hev. Jinikê gotiye: „ Yan wê gotina min derbas bibe û yan jî xelas!“ Mêrik jî lingê xwe li erdê xistiye û qîriyaye:“ De herreeeeee gewenda heram, ez mêrê te me, ez çi bêjim gerek bi a min bibe“ filan û fîstan. Werhasil, >>>>>

 

 

Piştî girtina Ocalan yeka Kenyayîyan nebû dudo

Kurdekî Reşik- 13/03/08-Kenya- Piştî ku serokê PKK Abdullah Ocalan li Kenya hat girtin û pêve, yeka Kenyayîyan nebû dudo û şerê navxweyî ji wan kêm nebû. Heta niha bi hezaran kes ji hev kujtine û wek gurê ku têkeve nava pez hevdu diqelînin.

  Werhasil, dibêjin piştî ku fîşekên wan nemane, îcar niha jî bi tîr û kevanan ketine nav hev û tirrê ji hevdu berdidin. Heta niha me digot qey tenê Kurd dijminên hev in û ji bo mirîşkekê hevdu dikujin. Lê qardeşim, bi namûs Kenyayî û hinek eşîrên Afrîkî 101 carî ji Kurdan paşdetir in û qûnê li hev dikin çaroxxxxxxxxxxxx!

   Ez serê we neêşînim, ahê Abdullah Ocalan ji Kenyayîyan re nema. Hûnê serokê PKK bidin girtin haaaaaa..Ê de bixwin loooo, ma ahê Ocalan ji kesî re dimîne oxlimmmmmmm!

Xwedê lotikek li wan xist

Xalê Guhbel-13/03/08- Ezmanê Hefta- Xuyaye heta bi xwedêteala jî ji Tirkan û derewên wan aciz bûye. Yan na ma wê çima bela xwe di Tirkan de bida!

   Îro çend roj in çend bajarên Tirkiyê û Kurdistanê hejiyan û 5 zelzeleyên cûrbecûr pêk hatin. Di van hejandinan de Tirkan ji tirsan re bi xwe de rît û bêhn bi xwe xistin.  Zelzele li Yalova, Bîngol, Elezîz, Enqere û Sêwasê pêk hat.

   Xuyaye bela Tirkan li Kurdan jî dikeve. Yan na, xwedêteala zû bi zû bela xwe li Kurdan naxe û wan şerpeze nake. Lê hingî Tirk derew, zinêkarî, dizî, talan û bi navê îslamê sextekarîyê dikin, bela wan li Kurdan jî dikeve û di erdhejê de peşkên wan dipijiqin serûçavê Kurdên reben jî.

   Werhasil, ji berê de dibêjin “go agir bi dehlê ket terr û hişk bi hevre dişewitin”.  Îcar xwedêteala lotikan li Tirkan dixe lê mixabin Kurd jî pêre dişewitin...

   De a bi xêr çi be bila xwedê wê bike û hûn sax!

 

Me carekê gotibû cîgerim,

hûn herin erş hûnê bên ber terkê reş!

 

Ehmed Beyan-12/03/08-Enqere- Me carekê ji Tirkoleran re gotibû “Hûn herin erş hûnê dîsa bên ber terkê reş”. Xuyaye ev gotin û dua me qebilî û Tirk hêdî hêdî tên ber terkên Kurdên reş.

   Serokwezîr Erdogan di hevpeyvîna xwe a di rojnama New York Times de ji rojnamevan Sabrîna Tavernîse re behsa reformên ku wê li bakurê Kurdistanê bike dike û çend lotikan davêje. Kasimpaşali Receb dibêje:”Emê di nava 5 salan de rojhilata Tirkiyê (Kurdistanê) bikin Parîs. Emê rê û barajan çêkin. Emê piştî çend mehên din dest bi weşana Kurdî bikin. Wê kanalek tenê bi Kurdî, Farisî û Erebî be. Wê ev gav rê ji bidestxistina mafê çand û kulturî re veke” filan û fîstan. >>>>>

 

Çalekîyên Kurd-kav’ê ên dema zivistanê    

 


Remzî Çakin-12/03/08-Stenbol-

Çalekîyên Kurd-kav’ê ên dema zivistanê ku bi nave, li xwe veger a sêemîn 08/ 03 / 2008’an de roja Şemîyê li salona Kurd-kav’ê pêk hat.

    Îro yek ziman, yek dîn, yek Netewî, yek al di kîjan Îslamê de heye. Ma Îslam fabrîkasîyon e. Tayîp Erdoxan dikare bi nave kîja  Îslamê vê şiroveke. Dikare bi yek ramanê şiroveke, ew jî Netewperestî ye.

Bîla êdî Mislimanê ehlî Quran, bi va ramanê Neteweperestî nexapîne.>>>>>

 

Daxuyanî

 

Sîrwan Qiçço-11/03/08-Libnan-Bi  berdewamiya kiryarên tewş ên ku rêjîma Sûriyê wan li dijî gelê Kurdên Kurdistana Sûriyê bi kar tîne, desthelatên Sûriyê siyasetek nû şopandin ku rê li ber viyana Kurdan bigire. Berî çend rojan hejmarek mezin ji hemwelatiyên Kurd li ser sînorê Libnanê bi mebesta lêpirsînê hatin rawestandin. Hêjayî gotinê ye ku piraniya pirsan li ser nasîna çalakiyên siyasî û rewşenbîrîyên Kurdên Sûriyê yên ku li Libnanê pêk tînin, bû! Herweha bi mebesta ku cihê kar û rûniştina wan nas bikin.

   Em Partiya Yekîtîya Kurd li Sûriyê (Rêxistina Libnan) van kirinên çewt yên rêjîma Sûriyê ya koledar  şermezar dikin û di heman demê de em ji vê rêjîmê re dibêjin ku dest ji ser tunekirina Kurdan hilîne. Em wê tewanbar dikin bi vê rewşa abûrî ya xirab ku Sûriyê bi tevayî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî tê de derbas dibe.

Partiya Yekîtîya Kurd li Sûriyê ( Rêxistina Libnan)

11 – 3 – 2008

Yekiti.lebanon.press@hotmail.com

Aşxane kirin kerxane

Serdil Hevêrkî- 11/03/08- Hambûrg Ez bi xwe ji %100 bawerim ku xwedayê mezin jî poşman bûye ku Tirk xuluqandine û ew kirine bela serê dinyayê. Lê tiştê çûye bi paşde nayê.

   Neyse, li bajarê Hambûrg a Elmanya, aşxaneyek Tirk bû kerxane û ket devê çapemenîya Elman. Aşxana (restaûrant) ku qaşo naskirî û navdar bû, bû kerxane û di mitbexa wê de bû çirik û virika lotik û zîtirkan. Dibêjin piştî ku aşxane hatiye girtin, karkerên wê çend qehpikên Tirk anîne mitbexa aşxanê, ew li ser masa xwarinê vezilandine û hevdu dane ber lotikan. Çend mişterîyên ku di ber aşxanê re derbas bûne, mane ecêbmayî û bûyer kişandine kamerayê.

   Werhasil, haya we ji aşxanên Tirkan hebe qardeşim! Heger we xwarin li aşxanên wan xwar, bifikirin ku her masa xwarinê lotikek li ser hatiye avêtin û bêhna tirr û fisên wan jê tê û xelas!

Mirin û Kiçînî berê xwe da Berlînê

Silêmanê Elîxan- 11/03/08-Elmanya- Piştî

Pişşanogeriya “şahiya xwînê“ ku li rojên 08,09/03/2008 ji aliyê Koma Şoreşvan ya hunera şanoyê li bajarê Mulheima rojavayê Elmanya bi şêweyekî serkeftî hat pêşşkirin, rêveberiya Rewşenbîrî û Huneri ya Parêzgeha Duhokê, li roja şembî 15/03/2008 li Berlîna Paytextê welatê Elmanya wê şanogeriya “Mirin û kiçînî“ pêşş ket.>>>>>

 

Dîndar Koçer filfil xist qûna Tirkên li Hollenda

 

Kerîm Xan-10/03/08-Holland- Dibêjin televizyona Hollendî hevpeyvînek bi berpirsê Yekîtîya Qutabî û Lawên Kurd li Hollenda Dîndar Koçer re kiriye.

   Dîndarê me jî filfil xistiye qûna Tirkên li Hollenda û gotiye : »Tirk dibêjin PKK rêxistinek terorîst e, lê ew ne rast e. Kurd tev amade ne vegerin Kurdistanê û welatê xwe biparêzin » filan û bêvan.

   Piştre Dîndarê me nexşeya Kurdistanê nîşan da û nerazîbûna xwe û  temamê Kurdan li ser parçekirina Kurdistanê anî zimên. 

   Werhasil, piştî weşandina vê bernameyê, xwê ket qûna Tirkên li Hollenda û Tirkan televizyona Hollendî protesto kirin. Protesto kirin lê fêde nekir, ji ber ku Dîndarê me filfil xistibû qûna wan û êdî hew ji wan derdiket.

   De neyse, heger her xortê Kurd li kesayet û Kurdistanîbûna xwe xwedî derkeve, em bawerin emê rojek zûtir bigihên armanca xwe û hûn sax !

Kurdistan ket Cemîl Çîçek

Ehmed Beyan-10/03/08-Enqere- Emê zêde nîqaşa serdana Mam Celal Telebanî nekin. Helbet di dîplomasîyê de gellek tiştên ku ne li gor dilê hinekane dibin. Lê li gora min hatina Mam Celal erênî bû. Ji xwe Emerîka zor dabû Tirkan ku ji başûrê Kurdistanê derkevin û têkilîyên xwe û Kurdan xweştir bikin.

   Hatina Mam Celal hinekî jî girêdayî vê daxwazê bû. Her çiqasî Mamo bi awayekî fermî wek serokkomarê Iraqê (ji ber ku Kurd e) nehatibe pêzwazîkirin jî, lê rayedarên wek serokkomar Gul û serokwezîr Erdogan mecbûr man pêre danişin û xwarinê pêre bixwin. 

   Mesela me li ser wezîrê dewletê Cemîl Çîçek e. Cemîl efendîyê ku hetanî doh ji Mam Celal re digot ”Potînalês” mecbûr ma 24 seetan xizmeta Mamê me bike û potîna Mam Celal (hetta ciyekî din jî) balêse.

   Li ser bextê fesadên salona meclîsê be, dibêjin gava Mam Celal di Koçka Çankaya de gotina “Kurdistan” gotiye, Cemîl Çîçek di bin xwe de berdaye û tirr têde bûne fis. Qûneko ewqasî dijminatîya Kurdan dikir ku gotina Kurdistan wek xincerek Soranî li ser nav û dilê wî sekinî.

   Ê de bixwe ha ewladimmmmmm! Îcar kî potînalês û kî qûnalêse oxlimmmm!

   Wille bi serê Atavirqoyê we, Mamo tirr ji we berda û Kurdistan di dilê we de çikand cîgerlerimmmmmm! Ê de yurruuuuuuuuuuu!

Xîret û bêxîretî

Cembelîyê Botî-09/03/08-Şernex-

Gotina bêxîretîyê di van rojên ku serokê dewleta Iraqê Celal Telebanî ji alîyê dewleta Tirkan ve hatiye vexendin, gelek populer bûye. Hinek sazî û kesayetên Kurdan hatina  Mam Celal ya di vê demê de bi bêxîretî ( bênamûsî-bêşerefî ) bi nav dikin.

   Ez bixwe ji Mam Celal qet hez nakim.... Û min çi deman jî jê hez nekiriye. Lê gotinên weha ji bo Kurdek kalemêr, sîyasetvan, nivîskar (ku bûye serokê dewleta federe ya Kurd û Iraqîyan) re laîq dîtin, heke ne bêexlaqî be, bêşermî û bê edebî ye.

   Heke hatina Mam Celal bêxîretî ye, başe ew kesên ku bi dehan salan di girtîxanên Tirkan de razane, her cûre êşkence dîtîne û bûne parlementerê wê dewletê; li ser parastina al, welat û dewleta Tirkan sûnd xwarine , emê çi navî li wan bikin? >>>>>  

Mêrik dest avêt doxîna xelkê jî

Tecawizcî Coşqûn- 08/03/08-Beyoglû-Stenbol- Serokwezîrê Tirkiyê Recebo dest bi pirsgirêkên doxîna xelkê kir û ji dayikên Tirkan xwest ku her malbat bi kêmanî sê zarokan çêkin. Li gora Erdoxan zarok bereket in.

   Lê di rastîyê de mebesta Erdogan ev e: Nifûsa Kurdan her ku diçe zêdetir dibe û ev jî ji bo Tirkan xeterek mezin e. Ji ber vê, divê Tirk dest bi anîna zarokan bikin û bi kêmanî her malbat sê zarokan ji xwe derxin. Yanî, li gora Erdogan sê zarok normal in. Ji ber ku gava jinên wan zêdeyî sê zarokan bînin, wê bibin çarox û xêr di nav şeqê wan de namîne.

   Werhasil, em jî wek Lotikxane ji Kurdan re dibêjin: Kurdino! Hûn jî bi kêmanî 25 zarokan çêkin. Hema bi şev û roj ji ser hev ranebin, hevdu bidin ber lotik û pehînên Kurdewarî, bazdin ser hev û hevdû bigevizînin. Tirk sê zarokan çêdikin, hûn 25an çêkin. Çawa be karê betala ye…De haydêêêêêêêêêêê!

Wille yabo te kir tirrrrrrrrrrrrrrr!

Nûroj Hebizbinî-08/03/08-Êlih- Bila Tirk êrîşî başûr bikin, xortên Kurd bikujin û bila li Batmanê hinek qûnek keçên Kurd bikujin!? Tirrrrrrrrrrrr li bin qûna we û mêranîya we! Law ma kujtina keçên Kurd mêranîyek e oxlimmmmmm! Ma wîjdan bi we re tuneye hey xwedê ruhê we stendino?

   De ji xwe re li qûnekê Abdurrahman Îlhan binerin. Abdurrahman Îlhan rabûye dotmama xwe daye ber kêran û rebenê kujtiye. Çima kujtiye?

   Dotmama wî Lalîhan Îlhan jê re gotiye:”Pismam, dilê min li te venabe, em wek xuşk û bra ne, here bi keçek ku ji te hez bike re bizewice” filan û bêvan. Abdurrahman efendî jî rabûye gotiye:”Kekko braooo, ez Abdurrehman û tu qîma xwe bi min neyni haaaa!?” û Lalîhan daye ber kêr û xinceran.

   Werhasil, em Kurd ji hevre xurt in, em gurê keç û jinên Kurd in. Em nikarin bi kerê lê dibezin kurtên. Îcar Abdurrehman efendî jî mêranîya xwe di serê rebena Lalîhanê re derxist. Ê de bixwe haaaaaaaaa, tu jî di gulika hepsê de rakeve oxlimmmm!

 

Kûçik efendî piştgirî da DTP

Ehmed Beyan-20/03/08-Enqere- Wek hûn zanin, seg, çeqel û keftarên Tirk bi hev ketine û tirrê ji hev berdidin. Piştî ku serdozgerê dewletê Abdulrahman Yalçinkaya xwest partîya Erdogan AKP bê girtin, xwê ket qûna hinekan û Tirkiye tevlihev bû, wek serxweşên eraqvexwar hat serê wê.

   Di vê derbarê de Prof. Yalçin Kûçik dîtinên xwe anîn zimên û lotikek avêt. Kûçikê ku dixwaze AKP bê girtin dibêje: “Yaaaaaa, hûn dibînin bê çi agir ketiye qûna Erdogan newlo! Gava girtina DTP tê xwestin hûn li çepikan dixin, lê gava dor tê we, hûn dibin wek pisîka nav mêst, ê de bixwin ha min di we kirino!“ filan û fîstan. 

   Werhasil, sayin qûnek Kûçik efendî qardeşimiz vê carê lotikek ademî avêt û piştgirî da partîya me DTP. 

   Aferîn lan Yalço!

Bajo kek Ehmed bajooooo!

Serdar Mirad-19/03/08-Amed- Van rojan di malpera Kurdistanpost de nîqaşa li ser HAK-PAR û KADEP ê tê kirin. Xuyaye dîsa çîrokên berê dibin sedema pirsgirêkên nava KADEP ê û nexweşî dîsa nexweşîya serokatîyê ye.

   Xuyaye kekê me Ehmed Acar wek me gelekan, hîna bi dilê xwe ê paqij bi hinek alîyan ve tê xapandin û hinek alî dixwazin li ser pişta wî kabên xwe bavêjin.

  Ehmedê me bi tundî yekîtîya navbera hêz û partîyên Kurdan diparêze ku em jî wek Lotikxane bi vê helwestê re ne. Em tev zanin ku bê yekîtî, bê tifaqek netewî wê tu hêzên Kurd bisernekevin û nebin mîr û paşe.

   Lê ji berê de dibêjin "Kurmê şîrî heta pîrî ye" kek Ehmed. Ma tu serokên partîyên me nasnaki qurban? >>>>>

ŞANÊN KURDÎ Û KURDEWARÎ

 Farûqê Devliken-19/03/08-Mêrdîn-

Êş, xem û dijwarî

Tî, birçî û qefilî

Fikarî, keslanî û tiralî

Jixwenehez û mirovhezî

Girtî, sêwî û merezî

Kwîrî, kerrî û lalî

Bêhişî, ehmeqî û nizanî

Ne dost dîyar û ne jî dijmin dîyarî

Ji bo murittîya hin kes, şexsîyet û rêxistin bi hev re dikin pêşbazî

Ji birakujîyê re serkeftî

Li ber tayê tolikê direqisî

Ziman xav û çand herimî

Ji bixudandin û nepixandinê re kes ser re tunî. >>>>>

Wey şikir ji xwedê re, qûnekên me jî çêbûn!

Şîndar Berwarî- 18/03/08-Duhok- Em Kurd milletek in. Helbet wê di nav Kurdan de jî qûnek û lezbîyen (jinbazî) jî hebin. Lê çi ecêb e ku heta niha qûnekên Kurd  (bi navê nermik û germik nêrbazî – gay – homoseksuel) xwe eşkere nedikirin û wek xiltê binê erdê xwe vedişartin.

   Lê niha dibêjin li başûrê Kurdistanê navçeya Şemamkê 12 qûnekên Kurd hatine girtin. Lê çi ecêbe ku kesên hatine girtin, temenê wan di bin 18 salan re ye. Yanî, qûndeciwan in haaa! Xuyaye ji gana keran têr bûne îcar xwestine xwe li hev biceribînin.

   Werhasil, şikir ji xwedê re, qûnekên me berî ku şoreşa qûnekistanê bikin hatin girtin. Weleddddddddd!

   Bi namûs, niha Sazîyên Qûnekên Ewrûpayê vê xeberê bibihîzin, wê yekser hikûmeta Kurdistanê bidin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê û bêjin:“Kurd mafê qûnekan binpê dikin kaka!“ û doza tazmînatê li Kurdan bikin ellawekîl!

Timayî xerabmalî ye

Satilmiş Serkeroxlî- 18/03/08- Antalya- Ji berê de dibêjin “Timayî xerabmalî ye”. Îcar ev jî mesela me û qûnekê Şaban K ye.

   Şaban K xwedîyê apartûman û têra xwe pere ye. Lê bêbavo ji malê dinyayê têr nabe û radibe bi ser de parsê dike, hestîyên ku xelk tavêjin ber wî dikevêje.

   Werhasil, di encama girtina wî de derdikeve holê ku Şaban efendî têra xwe dewlemend e û tew apartûmana wî jî heye. Yanî, mêrik bi parskirinê apartûman (avanî) çêkiriye lê dîsa jî dev ji parsê bernedaye.

   Îcar emê ji qûnekên wek Şaban K re bêjin çi gelo?

   Hey min di te kiro, ma tê wî malî bi xwe re bibi axretê oxlimmmmm!

Ruhê şehîdên Helepçê Kurdîstana azad ava kir. Ev ji bo me hemi Kurdan serbilindîyek pîroz e.

Remzî Çakin- 18/03/08-Stenbol-

Kurd-Kawê li salona xwe ya Istenbolê bîranîna Helepçê, 16 yê Adarê roja yekşemê bi sinevîzîyona jenosîda Helepçê bi bîr anî.

   Nêzî 100 kes beşdarî bîranîna Halepçê bûn. Lê bi giranî xortên xwendevan rengê xwe dan birnanînê. >>>>>

 

Mamosteyên me dest bi lotikên konferansê dikin

 

Pêncemîn konferansa mamosteyên zimanê Kurdî yên li Swêdê di 8ê gulanê de pêk tê. Pirtir agahdarî di malpera www.dibistanakurdi.com de.

 

 

Xortê Nisêbînî berê xwe da Swêdê

 

 

“Rojnivîska Dînekî” li Stockholmê

17/03/08-Lîstika bi kurdî ya Teatra Avesta “Rojnivîska Dînekî” piştî tûrneya Bakûr û Başûrê Kurdistanê niha jî li Stockholmê ye.

Lîstika Gogol a bi navê “Rojnivîska Dînekî” ku ji aliyê Aydin Orak ve li kurdî hatiye wergerandin û tê lîstin, di 12ê nîsanê de dê li Stockholmê bê lîstin.

Lîstika ku ji aliyê Cîhan Şan ve tê birêvebirin û ji aliyê Aydin Orak ve tê lîstin, di 12ê nîsanê de saet di 18.00 de li Stockholmê Şaredariya Sollentunayê dê bê pêşkêşkirin.

Aydin Orak di vê lîstika ku wergerandiye kurdî de travmaya psîkolojîk a karmendekî û tevlîheviyên jiyana wî ya trajî-komîk dilîze. >>>>>

Zimanê nivîsandinê û xwendevan

Rewş û name

 

Dilyarê  Xanê-16/03/08-         

Gelî  bira, wek hûn dizanin dibistanên me tinenin, tîpên me ne wek ê Erebînin, zimanê me aniha ne ê kirîn û firotinê ye, rê li pêşiya belavkirinê girtiye. Zimanê Erebî ji xwendevan û gellek rewşenbîran re bûye ê rewşenbîrî û siyasetê. Lewra îro çi  tê xwestin ji bo em zimanê xwe biparêzin?

 

1-Berî hertiştî bi tîpên Mîr Celadet nelîzin û nekevin çîrokên vala. rêtengkirina li ber  zimanê kurdî ne duriste.  îro dema zanebûnê bilez dimeşe, cîhan di warê rewşenbîrîyê de bi serhevde dicive.  Zimanê hêsan û sivik ew cî digre. >>>>>

Ji bo zarokên Kurd mizgînîya Newrozê: 

"ZIMANÊ ME"

Bi hevkarîya Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê û Weşanên DILJEN pirtûkeka dersê ya nû derket. Pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û ji aliyê Haydar Diljen û Sabîha Otlu ve hatiye nivîsîn.

   Haydar Diljen li Swêdê wek mamosteyê Kurdî  û Sabîha Otlu jî wek pedagoga pispor kar dike. Wêneyên pirtûkê Leyla Atak çêkirine. Pirtir agahî û ji pirtûkê çend rûpelên pdf yên wek nimûne hûn dikarin di malpera dibistana Kurdî de bibînin.

www.dibistanakurdi

 

Heqê diya min

 

      Lezgîn Şêxo-15/03/08-

Kuro li ser bextê Sofî Brahim be, sofî dibê Kurdekî menî binxetî diya wi nexweşe dibe Şamê ser textor.Dema digihên Şamê, êvarî ji xwe re li hotelekê erzan digerin ku wê şevê lê razên..Piştî qederekê digerin ji xwe re hotelekê erzan ku seva wê bi 200 wereqî ye peyda dikin.

   Wê şevê lê radizin. Serê sibehê zû radibin dadikevin binî ku perê xwe bidin û herin. 200 wereqê xwe derdixe dide xwedî yê hotelê, xwedi dibê: Na ne 200, tu yê 350 wereqi bide. Kurdê me dibê: Heyran ma ne em bi 200î li hev hatibun ma çima 350?

Xwedi dibê: Erê 200 ji bona razanê bû, lê ji xeynî wê 50 ji bona serşokê.  

Kurdê me: Heyran me xwe neşûştiye bavo!

Xwedî: We xwe bişûşta bavê min!

Xwedî:50 jî ji bona taştê >>>>>

Hechecîk

      Farûqê Devliken-14/03/08-Mêrdîn-

Dewleta Tirko dewletek ecêb e.

Ne ji çepger û rastgerên wê tê fêmkirin…

Ne ji demokrat û lîberalên wê tê fêmkirin…

Ne ji netewhez û nijadperestên wê tê fêmkirin…

Ne ji şêx, hecî û sofîkên wê tê fêmkirin…

Û ne jî ji qûnde, qûnek û beradayîyên wê…

    Mînak: Şenay Akaya nermik, rindik, bejn û bal xweşik û nav nig hênik…

Xanimê ji xêndî me nivîskarên Lotikxanê tu kes nema ku nekişand ser xwe; tu kes nema ku şeqên wê nedan navên xwe…>>>>>

Dinya ji te re jî nema, me di te kiroooooo!

Zinar Qelemşûr-14/03/08-Stenbol- Nîjadperest û qûnekê Tirk, serokek ji ê cewrikên dêlegura Asenayê û parlamenterê berê ê partîya MHP Mehmet Gul, tisqa Lotikxanê lê ket, beicî û berê xwe da cehnemê.

   Mehmet Gul xwe li ber pehînên Lotikxanê negirt, kezeba wî xwe berda û li Ukraynayê çû serdana serokê xwe Alparslan Qûnreş.

   Mehmet Gul yek ji wan keftarên herî xedar û dijminê gelê Kurd bû. Kûçikbavo te digot qey Kurd di ser jina xwe de dîtine, ewqasî ku ji Kurdan aciz bû û neyartîya wan dikir.

    Werhasil, me heta bi ber kire wî û ahê Kurdan ji wî re nema.

   De ciyê te cehneme be rebbî! Tu jî çû, me di te kirooooooooo!  

 

Midur kerxanecî bin,

 serokên dewletê çawa ne?

 

Diyar Baban-13/03/08-Mahabad- Li ser bextê fesadên kolanên Tehranê be, wê rojê di çayxaneyekê de dikirin pistepist û digotin:”Midurê emnîyeta Tehranê Riza Zareyî di kerxanê de hatiye girtin. Hem jî bi şeş jinên nermik û germik re kuro!” filan û bêvan.

   Girtina Riza Zareyî wek sirrê dewletê tê veşartin. Zareyî qaşo qûnekekî ewlekar bû û wê bajarê Tehranê ji gemar, zinêkarî û qehpikan paqij bikira. Lê Riza Zareyî dît ku ew  bi xwe qûnekekî doxînsist e û nikare doxîna xwe bijdîne, radibe şev û rojên xwe di kerxaneyên Tehranê de derbas dike û jinên Îranî dixe dora tenûrê.

   Îcar bi navê çi dike hûn zanin ne? Bi navê îslamê!! Dînê îslamê ji xelkê re ewqasî bûye lîztika zarokan ku heta bi wî navî kerxanecîtîyê jî dikin û xelkê dixapînin.

   Werhasil, midurê emnîyeta Tehranê kerxanecî derket, gelo rayedarên dewletê çawa ne?

De ji xwe re li dêqehpan binerin

Ş.Şeşfîşek-13/03/08-Kurdistan- Sala çûyî trêna ku ji bajarê Qersê bi rê ketibû, hatibû bombekirin. Di vê bombekirinê de qûnekê bi navê Tûran Erdogan wek gumanbarê teqînê hatibû girtin.

   Lê niha eşkere bû ku Tûran Erdogan zilamê JÎTEM ê ye û trên ji alî dewletê ve hatiye teqandin da ku Kurdan pê gunehbar û rûreş bikin. Parêzerê Tûran Erdoganê kurê kerê di mehkemê de got:“ Miwekîlê min ne endamê rêxistinek terorîst e. Miwekîlê min bi hêza eskerî a alaya Sêrtê û Cendirmên herêmê re xebitîye. Ji ber wê jî ew ne terorîst e“ filan û jehr û ziqûm. 

   Hûn dibînin newlo? Dewlet bi xwe bombeyan diteqîne û wan dixe stuyê PKK yan hêzek din. 

   Îcar hûnê çi navî li van dêqehpan bikin gelî xwendevanan?

Çi keşeyekî baş looooo!

Kevîn Kurdson-13/03/08-Florîda- Li Emerîka û gellek welatên Ewrûpî hevduberdan bûye mode. Jin û mêr piştî ku di çend mehan de ji hev têr dibin û dilê wan ji hev dixele, îcar hevdu didin ber lotik û zîtirkên hevduberdanê û herkes berê xwe dide alîyekî, li qismetekî din digere.

   Yanî, di dema îro de zewac bûye wek lîztika zarokan. Ne xîret maye û ne jî namûs. Namûs bûye wek baqê bexdûnis.

   Îcar ji bo ku rê li ber hevduberdanê bê girtin, keşeyê eyaleya Florîdayê Paûl Wîrth rabû fitûyek derxist û got: >>>>>

Wê xalê Evdo pirsgirêka Kurd çareser bike

Av.A.Dilan-12/03/08-Çankaya- Kî dibê serokkomarê Tirkiyê xalê Ebdilla Gul ne mirovekî demokrat e qardeşim? Ellawekîl demokrat e û hem jî tirrê ji demokratbûnê berdide û hew!

  Niha go em bûna, meyê partîyek ku piştgiriya rêxistinek cudaxwaz dike dawetî serokkomarîyê bikira? Bawer nakim! Lê xalê me Evdo kir.

   Xalê me Evdilla Gul cara yekeme ku rayedarên DTP dawetî Koçka Çankayê kir û destê wan hejand. Dibêjin xwedêgiravî Gul gotiye: >>>>>

Madeyên tevizandinê-II-

Bavê Jîndar-12/03/08-Colemêrg-

 Wan heyaman ji ber ku li Tirkîyê kêm dihat kêşan û ji kêşeran re jî biha dihat, piranîya eroîna ji Afganîstan ji Îran û Tirkîyê ji rêyên cuda dihat Holanda. Kê anîba, çawa hatiba, hinek rêxistinên Kurd dibûn şirîkê wan û bahra xwe distandin.

   Ji ber ku kesên ew di kolan û kuçan de difirotin, piranîya wan zarowên Kurdan bûn. >>>>>

Meşhedanî qiyamet rakir ellawekîl!

Şêrzad Zebarî-11/03/08-Hewlêr- Birastî gellekan ji me meraq dikir û dipirsî: “Gelo ev serokê meclîsa Iraqê Mehmûd Meşhedanî çima ji Kurdan hez dike?“ filan û bêvan.  Yanî, yekî Tirk, Ecem û Ereb zû bi zû ji Kurdekî hez nake, lê ev mesela Meşhedanî çî bû?

  Werhasil, mêrik li Hewlêrê di civînekê de sedema hezkirina Kurdan anî zimên û avek hênik li kela dilê me kir. Meşhedanî azî zimên ku „ milletê piştî parçebûna Împaratorîya Osmanî bê dewlet mane Kurd in. Kurdan di dema Osmanî de nexwest ji brayên xwe yên Ereb veqetin. Hinek sedema hezkirina min û Kurdan meraq dikin û dibêjin qey ez alîgirê Kurda me. Sedema nêzîkbûna min ev e ku, ez ji Kurdekî gundê xwe hînî nimêjkirin û şertên dînê îslamê bûm. Wekî din di jiyana min de gellek hevalên min ên Kurd çêbûn. Ev bûn sedema ku ez ji Kurdan hez bikim“ filan û fîstan.  

   De neyse kaka, dostek jî dostek e. Hema kî bibe dostê Kurdan û kevirekî ji wan re deyne ser hev, xêr e. Şukran ya hebîbî!

Ne şerm maye ne fedî

(Tablo: Arşevîn)

Sertûj Belawo- 11/03/08-Hollenda- Ji hinek Kurdan re dinya çelq û belq e. Ne rojên şînê tên bîra wan û ne jî rojên pîroz. Meselen roja karesata Helebçe.

   Karesata Helebçe di 16.03.1988an de pêk hat. Ev bûyera dirinde û ne insanî di dîroka Kurdan re wek rojek reş, şîn û êşê ciyê xwe girt. Ango; divê Kurd di vê rojê de Helebçe bi bîr bînin û di heman rojê de şahî û Newrozan li dar nexin. Lê mixabin ji hinek Kurdan re her roj dawet û dîlan e. Kurd qir bûne, hatine kujtin, qet xema wan nîne û radibin di heman rojê de Newrozan li dar dixin. Yanî, di 16.03.2008an de Newrozê li dar dixin weke ku di vê rojê de 5 hezar mindal, jin û mêrên Kurd şehîd neketibin.

   Werhasil, xwedê aqilekî bide hinek Kurdên me û xelas! Kurdayetî ji wan re bûye bazara berjewendî û terîqeta olî. Ma ji wan re çi Helebçe û jehr û ziqûm!

    Ê de bajoooonnnnnn, çawa be li gora we ji we pêve Kurd tunene yaboooooo!  

 

Heta bi ber xistin hev

 

Xalê Guhbel-10/03/08-DinyaHewce nake em zêde behsa zinêkarî û bêbavîya wan bikin, çawa be Lotikxane li ser kezeba wan disekinîne. Werhasil, emê niha nimûneya binamûsbûna Tirkan bidin we.

   Li bajarê Ispartayê du pismaman jinên hev revandin û hevdu dan ber zîtirkan. Cuneyt Donmezê 28 salî diçe jina pismamê xwe Ertan Donmez direvîne û dawa wê li serê wê dipêçe. Piştre jina Cuneyt Donmez jî diçe cem Ertan Donmez û jêre dibêje:“Kuro Ertano, mêrê min kire jina te û ew revand. Va ez hatime, têxe min û tu jî min birevîne peppûko! »

   Werhasil, Ertano jî radibe jina Cuneyto direvîne û dawa wê li serê wê digerîne. Îcar piştî revandina jinên hevdu, herdu pismam dikevin nava hev, repppp û terppppp hevdu didin ber demançe, kêr û xinceran.

   Ez serê we neêşînim, di encamê de herdu pismamên Tirk namûsa hev dikin pênc qirûşên xerabe, 8 kes brîndar dibin û bi ser wîqasî de jî digotin: "Ne mûtlû Tirkim dîyene ! "

   Ê tabî canim, hem di jinên hev nin û hem jî bêjin " ne mûtlû Tirkim dîyene", oxxxxxxxxxxx !

Madeyên tevizandinê û xirabkirina exlaq

Bavê Jîndar-09/03/08-Colemêrg-

Me di nîvîsarên din de jî gotibû, avakirina dewleta Tirkên koledar li ser bingeha windakirin, inkarkirina Kurdan û Kurdistanê hatiye damezirandin.

   Tirkan ji ber ku zanîbûn neşên bi kuştin, talan û qetilkirinê hest û fikrên netewî ji nav Kurdan bi temamî ji holê hilînin, çareserî di xurabkirina exlakê civakê û toreyên ji bav û bapîran dûrxistinê de dîtin. Ji bo wê jî hewcebû berê ekolojîya Kurdistsnê bê xurabkirin. 

   Şênî (xelk ) ji cih û warên wan bên dûrxistin. Û bi vî awayî bi hêsanî ji nirxên xwe yên pîroz dûr bikevin û exlaqê wan bêt xurabkirin. >>>>>

Cejna jinan pîroz be!

Bavê Jînê- 08/03/08-

Îro 8. Adarê roja jinên kedkar ya navnetewî ye. Li piranîya cîhanê jin, vê rojê bi awayên cuda pîroz dikin. Em bixwazin, nexwazin nîvê nifûsa dinyayê jin in.

   Bixwe ku jin nebin, wê mêr çawa bikin û çawa hebin? Ser hindê de jî di nav civatê de neheqîya herî mezin li wan tê kirin. Her çend li hinek dewletên Ewropa ( û di van salên dawîyê de beşek ji Kurdan ) zilam neheqîyê ji destê jinan dibînin jî, lê ev rastîya li cihanê dibe naguhêre. Li gor statîstîkan, li dinyayê di salê de di navbera 113 – 200 milyon jin, keç û zaroyên mê, bi awayên cuda winda dibin. Her weha li dinyayê 4 milyon jin di sektora fihûşê de tên xebitandin. Lewre jî li miqabil van neheqîyan bi dijwarî sekinîn, mafê jinan e. 

   Hewceye em zilamên demoqrat jî pişgirîya wan bikin. Ez dixazim lêre serpêhatîyek ku dibêjin di 8. Adarê de qewimîye bi were parve bikim. >>>>>

Zarokên rojê û helwesta Mamê me!

    Farûqê Devliken-08/03708- Mêrdîn-

Dewleta Tirko, li kesî gohdarî nekir û xwe li başûrê Kurdistanê qewimand. Armanc: PKK ji xwe re bi mahne ke û Kurdistanê dagirker bike!

Lê mixabin, hesabê malê û sûkê li hev derneket, devji dagirkerina Kurdistanê berde, sînorê xwe jî derbas nekirin. Zarokên rojê gû li wan kir şima!

   Nijadperestên kûçik bi awayekî nêçîrane xwe li wî çîyayê bê îman, li wî çîyayê ku zarokên rojê ji ber gur û çeqel û rovîyan ji xwe re kiribûn stargeh qewimandin.  >>>>>

 

Mamo hat û Mamo çû!

(Foto analîz)

 

Wêne bitikînin

Dê herreeeeeee!

Cembelî-07/03/08-Kurdistan-

Îro wê Serokkomarê Iraqê Mam Celal Telebanî bi heyetek pênc kesîn bête Enqerê.

   Bê goman wê mam Celal, her wekî adeta wî ye, wê ji Tirkan re xweş bike û hinekî li gor dilê wan baxive.  Meselen dikare bibêje: Pkk  terorîst e. Dewletek Kurdan xeyalî ye. Kerkûk bajarek atonom e hwd.

   Lêre Şerefê  Idrîs hat bîra min . Şeref berî çel û pênc salan li bajarê Cûlemêrgê  dikanek beqalîyê vekir. Tiştên di dikana wî de pir bi qalîte bûn. Dikana wî xîtabê memûran dikir, lê ne memûrên xwecihî, xweser (teybet)  ji bo yên bîyanî wek;  polîs, hakim, defterdar, mamhoste û subayên artêşê. Mişterîyên wî ji % 90 Tirk bûn. Şeref gelek zimanxweş bû. Lewre dikarîbû ji mişterîyên xwe re pir xweş bike. Tiştê lîreyekê bi du lîreyan bifiroşe.

   Mişterîyê ji bo tiştekî hatiba sê tişt pê bidan kirîn.  Lê exlaqekî wî hebû, ku mişterî tiştên xwe kirîn, ew jî bi mişterî re derdiket, mişterîyê xwe bi rê dixist. Ku mişterî bîst mitroyan ji dikana wî dûr diket, vêca şerf digot:  Dêêê herrrre ! Min dîya ta na , min tu jî xapand!

   Mam Celal jî berê wê dilê Tirkan xweş bike, paşê wê di dilê xwe de, ya şeref gotî bibêjê.

   De bajo Mamooooo....!     

 

RESEPSIYONA NEWROZÊ

 

                   

Înî, 21 Adar 2008, ji saet 17 heta 19

    Newroz, sembola serhildanê dijî bindestiyê, ji bo mafên neteweyiya Kurdî,

cejna gelemperî ya destpêka jiyaneke xweş, mizgîniya bihara rengîn li Rojhilata Navîn e.

    Em we vexwendî resepsiyona Newrozê dikin ku bi hevra

daxuyaniya jiyaneke aştiyane û azad belav bikin. Bi hatina we em serfiraz dibin. Eger hun nikarin werin jî Newroza we bi dil û can pîroz dikin!

Agahdarî

Enstituya Kurdî ya Brukselê

tel.: +32 (0)2 230 89 30 yan kib@skynet.be

 

 Derwich M. FERHO

 Koerdisch Instituut te Brussel

Bonneelsstraat, 16 - 1210 Brussel

Tel. 00 32 02 230 89 30,  Fax 00 32 02 231 00 97

  www.kurdishinstitute.be

 

Bibîranîna 105 saliya rojbûna Barzanîyê Nemir

 

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanê li Swêdê, ji bo rêzlêgirtin û bibîranîna 105 saliya roja pîroz ya

jidayikbûna rêber û serkirdeyê Gelê Kurd Barzanîyê Nemir, dêlindêziyeke taybetî lidardixe.

Kat: 13 00 - 16 00

Dem: Şemî 2008 03 15

Cîh: ABF Sveavägen 41 Z Salen 1 tr

Têbinî: T- Bana Rådmansgatan /Stockholm

Hûn bi xêr bên!

                          info@lotikxane.com    lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006