Lotikxane     

                                                                                                                                                                 Medya   ///   Arşîv

H.Belê

Xaltêya Medê

F.Devliken

Çilvirî

B.Ronahî

Kurd meselesî

L.Şêxo

Rêxa CHP

A.Dûran

Heval!   

Kerîmo

Kawik ü Mawik-4

D.Xanê

Li xwe vegerin

 
 
Google
 

Nikare bi mêrê xwe îcar wê artêşekê îdare bike kuro!

Fernando Peres- 15/04/08-Madrîd- Vê carê qiyamet li Ispanyê rabû. Serokwezîr Jose Luîz Rodrîguez Zapatero lotikek wilo avêt ku ji lotikên ker û bergîlan xerabtir bû. Mêrik rabû di hikûmeta xwe de cîh da 9 wezîrên jin û nav bi dû xwe xist. Erê lo, ji 17 endamên kabîneyê 9 jê jin in.

   Yanî, Zapatero efendî ketiye xêra xwedê, ketiye nav 9 jinan û wê têra xwe wan bide ber lotik û pehînên Ispankî.

   Werhasil, îcar Zapatero begefendî wezareta paraztinê daye xanima ziknepixî Carme Chacon a 37 salî. Xanimê zikê wê li ber devê wê ye û wek terektora ku barê wê giran be û tiretir ji eksoza wê bê, giran giran teqlan dide xwe.

   Ez serê we neêşînim, ez fêhm nakim, jina ku ji mêrekî zik li xwe bike meşk û heban, gelo wê çilo xwe li ber lotikên artêşekê bigre û artêşekê îdare bike!

   De xwedê alîkarê wê be û hew!  

Bi telaq derewe û xelas!

Tacdîn Baran- 15/04/08-Elmanya- Dibêjin jina Peter L ê Elman 22 salan ew xapandiye û di 22 salan de zêdeyî hezar zilamî beras er xwe daye. Yanî, di nava 22 salan de têra xwe lotikên Elemanî xwarine.

   Piştî ku gundî û cîran ji Peter L re dibêjin:“Kuro peppûko, qiriko, ma ne jina te xelkê bera ser xwe dide malmîrato“, Peterê me jî radibe tehlîla DNA dike û dibîne ku her 3  zarokên wî jî bîjî ne û ne ji wî ne.

   Werhasil, ê min bi xwe ez bawer nakim ellawekîl! We go çima? Ê lao ma go jina wî 22 salan têra xwe lotik li xwe xistibin, ma wê rojekê nehatima mala me jî yabo? 

   Helbet wê rojekê xanimê bigota:“Kuro Tacdîno, xiyaro, ê de ka were xêrekê bi xwe bike û tehlîla bedena cîrana xwe bike hêê“, wîî!

   Na qardeşim na, bi telaq heta ez nebînim û neceribînim qet bawer nakim û hûn sax!

 

Xwarina goştê teze bû mode

Şemal Amedî- 15/04/08-Hollywood- Dinya ber bi bûhranek mezin ve diçe, dewlemend dewlemdntir û hejar jî belengaztir dibin. Di dema îro de kî têr mal û pere bin mîr û paşa ne.

   Werhasil, zewaca bi kesên jixwebiçûktir re bû mode. Keçê perê wan hebin bi yekî/yeke jixwebiçûktir re dizewice û têr goştê teze dixwe. Êêêêê, helbet lotikên teze, xurt û şidyayî xweş in canim, ma çi xêr ji kal û pîran derdikeve, hêêç!

   Neyse, Ivana Trump a ku berê jina milyarderekî Elman bû, zewaca çaremîn kir û lotikek ciwan li xwe xist. >>>>>

 

Karîkatur: Serwer

Melle derew kir, mizgeft teqîya

Diyar Baban-13/04/08-Mahabad- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin li bajarê Şîrazê bombeyek di mezgeftekê de teqiyaye û 8 kes mirine û 20 jî brîndar bûne.

   Xeberên ku ketine destê me, dibêjin hingî melleyê mizgeftê derew li ser derewê kirine, mizgeftê hew xwe girtiye û gotiye “boommmmmm” û teqiyaye.  

   Ev melleyên Îranî jî pirr derewan dikin babam, wîî! Ellawekîl evqes zelzele û erdhejînên ku li Îranê çêdibin, hemi ji ber derewên wan e û hûn sax!

   Kuro diçirînin babam, wille û bille diçirîninnnnnnn!

 

Sînema Kurd û şerê Tirkî

Yan jî, çîroka nû a filmê Davîdê Tolhildan

 

Carek din rejîma Tirk di riya Qunselisên xwe de mudaxele dike, ku filmê kurdî „Davidê Tolhildan“ were qedexekirin.

   Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelîl „ Davîdê Tolhildan“ carek din rû bi rû li ber çavsoriya rêjima Tirk ma. >>>>>

Keçika dildiz

Saher Mîro Al Bedrî-13/04/08-
Keçikek hat bi rengê nêrgiza
Û xwe xiste ber bêhna min
Min nezanî ew keçik dildiz
e
Dê ji min dizit vî dilê min
 
Bêhna wê gelekî xweş bû
Gelek bêhna wê min bêhn kir
Piştî dilê min dîn û şaş bû
Dil ji singa min derxist û bir
>>>>>

 

Pirtûka Gulşen Çelebî bi Almanî derket

Hêdî hêdî fîşekên wî qelp dikin

Firildeq Elî-12/04/08-Stenbol- Belê, lîztikvanê fûtbolê, pozmezinê bi nav û deng, gula taximê Fenerbahçe, lotikvanê Brezîlî Roberto Carlos ket 35 salîya xwe û tirr di qûnê de neman.

   Li ser bextê cîranê wî Gotlaq Temel be, dibêjin hêdî hêdî fîşekên Roberto Carlos qelp dikin û keleşkofa wî ji hevde dikeve.

   Hevalê wî Gotlaq Temel ji me re got ku, “willeh, billeh û tilleh, Roberto bûye wek terektora jihevde ketî û eksoza wî dike tirre tir. Ne dohn têde maye û ne jî mazot” filan û bêvan. 

   Werhasil, heta 40 salî kêm zêde fîşek tên teqandin. Lê piştî 40 î heger bi due, nivişt û bazbendan rabû rabû, na go ranebû ji xwe mala Roberto Carlos çû mîratê û hûn sax!

   De 35 salîya te pîroz be kundir!

Het Besçrijf û Enstituya Kurdî ya Brukselê pêşkeş dikin

 

Wêjeya Kurdî li Bruksel: bi beşdariya Şahinê Bekirê Sorekli (Rojavayê Kurdistan/Australia), Hêvî Berwarî (Başurê Kurdistan/Germania), Hasan Kaya (Bakurê Kurdistan), Ferhad Pirbal (Başurê Kurdistan), Konê Res (Rojavayê Kurdistan), Ibrahim Salman (Başurê Kurdistan/Holanda), Helim Yusuf (Rojavayê Kurdistan/Almanya) >>>>>

Hay ji kelefên xwe hebin

Dr.Mihyedîn-11/04/08- Qelewbûn bûye bela serê insanetîyê. Bi taybet jinên ku raserî qelewbûnê tên zûtir berê xwe didin axretê, zarokên xwe sêwî û mêrê xwe jî çavlider dihêlin.

   Li gora lêkolîna ku li Los Angelasa Emerîkayê çêbûye, derketiye holê ku jinên qelew û bi taybet jî jinên ku ji kelef û kulîmekên xwe qelew in, zûtir dimrin. Bez û tewaşê ku li derûdora kelefên jinê kom dibin, giranîyek mezin didin ser beden û îskeleta jinê û jinê ji hal de dixin.

   Îcar heyran, hay ji jinên xwe û qelewbûna wan hebin babam! Heger hûn naxwazin ku jinên we zû bimrin û zarokên we li ber dîwaran sêwî bimînin, nehêlin jinên we zêde xwarinên bi tewaş (rûn) bixwin û binepixin. >>>>>

 

 

HELEZ

 

 

   Zoryar Tehlo - 11/04/08-

 

Helez im helez im

Gula mêrga her ez im

Gul im bi hilm û bîn im

Dost û yaran dicivînim

Li her deverê xweş war im

Bo evîndara yadgar im

 

Heleze helîzane

Bûka gulîstane

Ciqas xweşik û bedewe

Rewşa buharê her ewe

Piştî baranê xunave

Xemla cem û delave >>>>>

Raya me ji Milly xanim re ellawekîl!

Antonîo Vêga- 10/04/08-Roma- Di 13-14 Nîsanê de hilbijartinên Îtalyê dest pê dikin û ji niha de partî, dezgeh û namzetên serbixwe lotik û zîtirkan davêjin. Di nav wan namzetan de star û lîztikvanên pornoyê (seksê) jî hene ku yek ji wan jî Milly D'Abbraccio ye. Mîlly xanim bi şêweyek wilo ketiye hilbijartinê ku herkes bawer dike wê ew têkeve parlamentoyê û biserkeve. >>>>>

 

 

Xizmetkarê gelê Kurdistanê bin

Cemîl Cewher- 09/04/08-Hewlêr- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin serok Barzanî di civîna PDK de xweş axivîye û dîsa çend lotikên Kurdewarî avêtine.

   Serok Barzanî di civînê de bala kadir û alîgirên partîyê kişandiye ser pêwistî û girîngîya xizmeta gelê Kurd û gotiye:“Divê kadir û alîgirên partîyê erkên xwe wek erkên netewî bizanin, xwe wek memûrekî dewletê nebînin û di xizmeta gelê Kurdistanê de bin“ filan û bêvan.

   Yabo bi namûsa mêrê qenc, em wek Lotikxane her û her di xizmeta gelê Kurdistanê de ne.

   Yabo qurban, heger kadir û alîgirên PDK ne di xizmeta gelê Kurdistanê de bin û wek memûrên dewletê kar dikin, wan bişînin zanîngeha Lotikxanê. Bi her sê telaqên jinberdanê, emê wan bikin wek agirê sor û bikin ku ji %1000 xizmetkarên qirase ji wan derkevin. >>>>>

Her kes li xwe vegere!

 Dilyarê xanê-09/04/08                  

Gelî bira , pirên we rewşa zilm û zora li ser xwe di Sûriyê de baş dizanin. Hûn dizanin ku ji kevn de van bêbava we bê keramet kirine, nehiştine zarokên we bi zimanê diya xwe bixwînin û binivîsînin, nehiştine hûn jî bi serbestî bêjin em jî mirovin.

    Namûsa we, erdên we ji we stendin û dan Ereba, nifûsa we ji we kişandin, we tar û marî hev kirin û we di welatê xerîbyê re derxistin. Gelek xort û qîzên we di binê zindanan de ew ji desthilanîn xistin, xêra welatê we xwarin û dizîn û we şûtî rût hiştin.

   We derbasî desthilatdarîya Sûriyê ne kirin û wek heywana we hesibandin. Kuro law,heta bi xwendina bilind we jê bê par kirin, >>>>>

Were Lotikxanê jî xanim!

Tecawizcî Coşqûn-08/04/08-Beyoglû-Stenbol- Lotikvana Tirk a nermik û germik Dîdem Erol, yek ji jinên herî bedew tê hesibandin. Gerçî me hîna laş û bedena wê saxtî nekiriye û lêkolînek hûr û kûr li ser bedena wê nekiriye, lê li gora ku gundî û cîran dibêjin, xanimek welatparêz e, merd e û ji kesekî re nabêje naaaaaa!

   Werhasil, Dîdem Erol wê rojê li xwe mikur hatibû û gotibû:"Ez di nava malê de tazî, şût û rût digerim. Ji xwe ez ji cil û bergan hez nakim" filan û fîstan. >>>>>

Wille û bille helal be cîgerim !

Nûrojê Hebizbinî- 07/04/08-Êlih- Yaw birastî jî van DTPî yan xwe dayêyê ha. Bi telaq heçê heqê wan bixwe wê rasterast berê xwe bide cehnemê, wîî! Mêrikan natirsin û gotina "Kurdistanê” ji ser zimanê xwe navêjin.

   Werhasil, dibêjin wekîlê DTP kekê me Bengî Yildiz di kongreya DTP a şaxê Êlihê de gotiye:”Cîgerlerim, canlarim, gurçiklerim, Kurd êdî doza Kurdistanek otonom dikin. Kurd efûyek giştî dixwazin, ji sîstema Îmralîyê re dibêjin naaaaaa!” filan û fîstan. >>>>>

Sarioglan qûş li Kurd û Tirkan qetandiye

Ehmed Beyan- 16/04/08-Enqere- Serokê partîya CHP sayin qûnek Denîz Baykal û serokwezîrê AKP sayin sermezinKasimpapalî Reco wek du dîkên ser sergo rabûne hevdu û hevdu bi alîgir û dijberîya Atavirqo şermezar dikin.

   Erdogan ji Denîzko re dibê:“Xwe di pişt Atatirk de veneşêre min di te kiroooooo“ û Denîz jî ji Erdogan re dibêje:“Ez xwe venaşêrin lan, ê de tu jî Atatirk meke alava siyasetê qûndeeeeeeee“ filan û bêvan.

   Yanî hemi siyasetmedar û partîyên Tirkiyê bi xêra wî Sarioglanê kerxana Selanîkê gepik nanê xwe dixwin.

   Haaaaaa, dev ji siyasetmedarên Tirko berdin, ma siyasetmedar û hinek serokên me jî bi xêra Mistoyê Kor û Kemalîzmê gepik nan naxwin qardeşim? Belêê! Êêêê?

   Ezê zêde dirêj nekim û bi kurtî biqusînim; evî bêbavê Sarioglanê Selanîkî heta bi ber xistiye Kurd û Tirkan û hûn sax! Gelo ku sax bûya wê çiqasî di me de bibira ew jî xwedê zane!

rabû dêya xwe kujt

Tecawizcî Coşqûn- 15/04/08-Beyoglû-Stenbol- Hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, kesî dîtiye ku keçek ji bo zewacê dêya xwe bide ber kêran û wê bikuje? Lê keçên Tirk dikin qardeşim!

   Li bajarê Bûrsayê Zeynep D a 27 salî dêya xwe Fatma D da ber kêran û berê wê da axretê. Çima hûn zanin? Li Zeynebê rabûbû, dixwest bizewice û ji kerbê xiyarekî dabû kerambera. Lê dêya wê Fatma xwazgînî nediecibandin û dixwest qiraseyekî baş ji keça xwe Zeynebê re peyde bike. Ne carek, ne du car, ne sê car, çi kesên ku dihatin xwazgînîya Zeynebê, dêya wê fatma ew paşde vedigerandin.

   Werhasil, rojekê dîsa qiraseyekî zilaman tê Zeynebê dixwaze. Lê dêya wê Fatma dibêje:Naaaaaaaaaaa! Gava dibê naaaa, kêr digihê hestî. Hema Keça wê Zeynebê radibe dêya xwe Fatma dide ber kêran û kurp û hey kurp wê parçe parçe dike.

   Werhasil, dêya xwe bi cehnemê şa dike û ew jî berê xwe dide qulika hepsê.

   Îcar gelî xwendevanan, gelî Kurda, keçên xwe di malê de pîr û kal nekin. Nehêlin ku ew jî wek Zeyneba Tirk ji kerbê xiyarekî we bidin ber kêr û xinceran brê min!

   Ji me gotin..Piştre nebêjin Lotikxanê bala me nekşand haaaaa!

Divê em ji vî kûçikî fedî bikin

Beytarê Lotikxanê-15/04/08- Dibêjin kûçik bi xwedîyê xwe re sadiq in. Helbet di nav kûçikan de jî dêqehpên xayîn û destebrakên guran hene, lê bi piranî kûçik sadiq derdikevin.

   Me sadiqîya kûçikan dît lê ne bi ecêba vî kûçikê Emerîkî.

   Kûçikê bi navê Sam gava dibîne ku xwedîyê wî Teddy Crockarell dimre û ji ber çavê wî winda dibe, dîn û har dibe û dibe kûzekûza wî. Radibe dide rê, bêyî ku goristana lê veşêrin zanibe li xwedîyê xwe digere.

   Werhasil, dibe kûrekûra Sam beg, hem digrî û hem jî li xwedîyê xwe digere. Piştî ku wek serxweşan 11 kîlometro digere rastî goristanê tê û tê li ser gora xwedîyê xwe li sînga xwe dixe, porê xwe hildike û dike kûzekûz. Îcar kesên li ser mezel li şarezayî û sadiqîya Sam beg dimînin hebitî û hinek ji wan bêhiş dikevin.

   Gelo em Kurd wek Sam beg sadiqê doza xwe, millet û welatê xwe bûna, niha Kurdistan ji zû de rizgar nebûbû gelo? Bi namûs belê! >>>>> 

Ev çi edalete ya rebbî!

Raca Xan-15/04/08-Hindistan- Ev çi edalete ya rebbî! Wey liminnnnn! Yaw ma qey cehneme û belengazî para xelkê reben ketiye? Ma hema heta dinya hebe wê dewlemend kêfa doxîna xwe bikin û belengaz jî doxîna xwe ji wan re daxin? Wey ez di nava wilo edalet de bimîzim erê welle!

   De binerin bê xelkê reben çawa keç û qîzên xwe yên 13-14 salî bi çend qirûşan difroşin dewlemendan.

   Li Hindistanê bajarê Jaîpûrê dê û bav keçên xwe yên di navbera 13-18 salî difroşin tûrîstan ji bo ku çend qirûşan qezenc bikin û pê zikê xwe têr bikin. Keçên qîz (ên ku hîna keçik in û ji keçkanî neketine) bi 600 sterlînê Ingilîz, û yên çirvirandî jî bi 1.30 sterlînî pêşkêşî tûrîstan tên kirin.

   Îcar hûn bifikirin bê insanetî çiqasî ketiye bin lingan û bê çawa insan bûne heywan!

   Wey tifûûûûûûûûû li vê edaleta bê wîjdan be û hew!

Sê pirsên li ber sekeratê

Bavê Jîndar-14/04/08-Colemêrg-

Zanayek gelek mezin li ber sekeratê ji kurê xwe re dibêje:  Lawê min, ez di wê bawerîyê de me ku min jîyanek ji gelek kesan xweştir bihurand. Bê goman, min di jîyana xwe de hinek xeletî jî kirin û curmê wan jî bi zêdehî kêşand.

   Lê dema mirov dikeve ber sekeratê sê pirs tên bîra wî.

1- Bi zanetî jiyam an ne?

2- Birastî evand

(hej jê kir) an ne?  

3- Xizmeta min kir bes bû an ne?.

 Em dixwazin van gotinan bi kurtî vekin. Ka mexsed ji van gotinan çiye ? Li gor têgihiştina xwe şirove bikin. >>>>>

 

Te çi PKK safî kir ma dora başûr

 

Mihê Çawîş-13/04/08-Dergevanê Qereqola Enqerê- Bav û kalên me ji berê de dibêjin:”Filankeso nikare bi kerê dibeze kurtên”. Îcar ev jî mesela me û Tumgeneralê Tirk Osman Pamukoglû ye.

   Kevnegeneralê derkenar Osman Pamûkoglû li bajarê Bolûyê beşdarî civîna cewrikên Asenayê bû û çend lotikên Asenakî avêtin başûrê Kurdistanê. Pamukoglû got:”Qardeşim, li başûr dewleta Kurdî ava bûye. Bila kes xwe nexapîne, dewlet ava bûye û bingeha vê dewletê jî 126 şîrketên Tirk datînin. 126 şîrketên me Kurdistanê ava dikin û ev nayê fêhmkirin. Emerîka û dewletên din heta 30 salên din jî ji wir dernakevin, îro başûrê Kurdistanê û sibê jî wê dor bê bakurê Kurdistanê. Ji me re zilamên qirase, ekîbek tirtire û siyasetek nûjen pêwist e. Em bi vê hikûmetê nikarin gûyekî bixwin” filan û fîstan. >>>>>

Lotikek li peppûka Pîppa jî xistin!

Mîr Ronas-13/03/08-Êlih- Erê dinyayê, kevoka aştîyê, bûka serbixêlî Giuseppina Pasqualino (Pîppa Baaca) jî ket ber lotikên bêbavekî Tirk û emir da hazira. Ê yaw xuşka minê, diya minê, ma çi îş û karê te li Tirkiyê hebû hêê? Ma aştîya dinyayê bi serê te ketibû xaltîka Pîppa? Zir dewletên mîna Emerîka û Rûsya nikarin aştîyê bînin dinyayê, îcar aştî bi te mabû newlo?

Yahewlelwela qiwetille billehilezîm!

   De neyse, xaltîka me Pîppa Baaca, hunermenda Îtalî bi xemla bûkanî derket rê û berê xwe da Israîlê. Ji Îtalya destpêkir, Slovekya, Bûlgarîstan, Romanya û hat xwe li nav gûyê Tirkan danî. Rebena Pîppa digot qey Tirk jî insan in û wê qedrekî mezin bidin wê û helwesta wê a aştîyê. Lê nizanîbû ku Tirkan hîna çerm û eyarê hovîtî û nijdevanîyê ji xwe nekirine û nebûne insan. Erê dişibin insana lê di mejî û xulqîyeta xwe de hîna gur û dêlegurên Asenayê ne. >>>>>

 

Luqman Cemîl û klîpa Qamişlo

 

 

 

ÇİLVİRÎ

(Dîyarî ji bo Hêmo)

 

 Farûqê Devliken-12/04/08-Mêrdîn-

Serê peyvê, binê peyvê, em dibên "çilvirî"...

Çilvirandin; ji dest derketin e...

Çilvirandin; ji ber hev çûyin e...

Çilvirandin; pêşî nelêkirin e...

Çilvirindan; rojeva Tirko ye. Belê belê, çilvirandin; rojeva Tirko ye.

   Rojeva Tirko bûye jina qûnde û ji bo berjewendîyên xwe her yek bi hêla xwe de dikişkişîne.

Sererkan û grûba xwe bi hêlekê ve dikşîne...

Serok wezîr û grûba xwe bi hêlekê de...

Denîz û grûba xwe bi hêlekê de...

Bahçelî û grûba xwe bi hêlekê de... >>>>>

 

Ji xwe tu ji me kêm mabû!

 

Ehmed Beyan- 12/04/08-Enqere- Çi dema ku cîh li Tirkan û partîyên wan teng dibe, wek insanên ku têkevin behrê û keftelefta azadîyê bikin, dest davêjin mesela Kurdî û qaşo dixwazin pirsa Kurd çareser bikin.

   Ji Çoban Silo (Silêman Demîrel) bigrin heta bi Ecevît, Tansû Çîller, Mesût Yilmaz û gellek qûnekên wek wan ji bo ku ray û dengên Kurdan bigrin hebûna pirsa Kurd qebûl kirin û digotin:”Rêya Ewrûpayê ji Amedê derbas dibe” filan û fîstan.  Lê piştî ku girêka xwe li pişt xistin û hatin ser hikim, îcar Kurd ji bîr kirin û dest bi dijminatîya Kurdan, kujtin û lêdana wan kirin. Îcar ev jî mesela me û Ûmût Oran efendî ye. >>>>>

 

Rayedarên Başûr ji bo pêşerojê çi ji Kurdan re amade dikin?

 

Serdar Mehabadî-12/04/08-

Berî niha du caran min li ser mijara saziya Islamo-Turk, cema’at u xeterên wê ji bo Kurdan nivisîbû.

   Di hin nivîsarên din de me behsa rewşa Başurê Kurdistan kiribû.

   Serekê Cema’etê Fethullah Gulen e û li derdora wî gelek şewirmendên nijadparêzên Turk hene. Pirraniya wan xwedî dîplomeyên xwendina bilind in, di qadên bilind de li nav dewleta Turk cîkirî ne. Yan li dewletên cihê di ciyên giring de kursiyên wan hene. >>>>>

Destê kê di bêrîka kê deye kes nizane

Dilcan Îzol- 11/04/08-Antalya- Wek we bihîstiye, berî demakê li zanîngeha bajarê Antalyê pevçûnek mezin di navbera du grûban de derketibû û qûş li hev qetandibûn. Di vê pevçûnê de ji herdu alîyan jî çek hatibûn bikaranîn û rûn li ser nanê rêxistina terorîsta Ergenekonê kiribûn.

   Werhasil, di çapemenîya Tirko de ev bûyer wek bûyerek ku „li ser hezkirina keçekê“ hatibe kirin şirove bû. Lê derket holê ku rastî ne wisa ye. Tahîr Denîz Uysal û jina wî Ayşegul Uysal du xwendevanên wê zanîngehê ne. Lê di çapemenîyê de herdu wek sedema çêbûna bûyerê dihatin destnîşankirin. >>>>>

Lotikxanê jî têxin komisyonê babam!

Ehmed Beyan-11/04/08-Enqere- Dibêjin serokê Komisyona Ewrûpayê Manuel Barosso serdana Tirkiyê kiriye û çend lotikên ademî avêtine Tirkan. Barosso di meclîsa Tirko de, di dilê dewleta dagîrker de pêl zikê Tirkan kiriye û tirr ji wan berdaye.

   Xalê me Barosso di meclîsê de axavtinek qirase kir, behsa demokrasîyê û çareserkirina doza gelê Kurd kir. Barosso pirr vekirî got ku divê Tirk dev ji serhişkî û zîtirkên bergîlkî berdin û di çareserkirina doza gelê Kurd de gavên demokratîk û siyasî bavêjin. Yan na ewê Tirk sed salên din jî li ber devê derîyê Yekîtîya Ewrûpayê bisekinin û li ser lingan biqerimin. 

   Werhasil, >>>>>

Rîxa heywanên me bêhn bi meclîsa wan xist

Av.A.Dîlan- 10/04/08-Enqere- Ev parlamenter û wekîlên partîyên Tirk çi celebmirovin ya starrrrr! Bêbavan tiştek namîne go naynin serê hev. Îcar cîh li kîjan partîyê teng dibe û doxîn lê sist dibe, xwe davêjin bext û namûsa Kurdan û li ser xwîna wan siyasetê dikin.

   Partîya Kor Kemalê Selanîkî CHP di her wesîlê de lotikan li partîya AKP û serokê wê Kasimpaşalî Kundir Receb dixe û tirrê jê berdide. Ji bo ku qaşo xwedî li Kurdan derkevin û pirsgirêkên wan bînin zimên, îcar çûne çend tepik û sergînên rîxa heywanên Kurdistanê anîne meclîsê û pê AKP rûreş dikin.

   Wekîlê CHP ê Erdexanê Ensar Ogut dibêje:“Zarokên rojhilatê Tirkiyê (qûneko newêre bêje zarokên Kurda) di dibistanan de tepik û sergînên rîxê dişewitînin û xwe pê germ dikin. Li rojhilatê Tirkiyê 2.5 milyon kes bê avdestxane ne. Ji ber ku zarokên me bi tepik û sergînên rîxê xwe germ dikin, serê wan naxebite û wek zarokên bajarên rojava nikarin di dersên xwe de biserkevin“ filan û jehr û ziqûm. 

   Yanî, ev jî pakêta ku CHP ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd amade kiriye haa! Wille û bille lo, wîî!

   Werhasil, ji pakêta Erdogan kundir  û ji a CHP jî tepik û sergînên rîxê derket û xelas!

 

Nexweşîya mirîşka

 

 

 

Kekoyê me da bin dûvê Kasimpaşalî Reco

 

Ehmed Beyan-09/04/08-Enqere- Dibêjin 16 sazîyên sivîl ên Diyarbekrê berê xwe dane Enqerê paytexta Antîdemokratîk Tirko Cimhûrîyetî û xwestine bibînin bê ka di meclîsê de çi derew, dek û dolab tên gerandin.

   Dibêjin di serdana serokê çeteyên meclîsê Kasimpaşalî Reco de nîqaş û raberizandinek di navbera Kasimpaşalî Reco û beranê Diyarbekrê Av. Sezgîn Tanrikûlû de derketiye û hevdu dane ber lotik û pehînan. Çima ku Tanrikûlû doza perwerde û xizmeta bi zimanê Kurmancî kiriye, agir ketiye qûna Kasimpaşalî sermezin Reco û dest bi heqaretan kiriye, ji Sezgînê me re gotiye:"Tu derewan diki lan, tu ne dirustî cîgerim" û xwe ji bin barê qantirê daye alî. 

  Ê tabî Sezgînê me jî yeka Recebo nekiriye didu, lotikek li der qûna wî xistiye û gotiye:"Derewkir tu û sed bavê xwe ne oxlim, gava li zora qûna te tê û wek pisîkê cîh li te teng dibe tu êrîşî derûdorê diki haaa, min di te kiroooooo" û ji meclîsê derketiye der.

  Werhasil, em wek Lotikvanên Kurd vê helwesta kekê xwe Av. Sezgîn Tanrikûlû pîroz dikin û qûna Erdogan bi şîşek sor dax didin û xelas!

 

 

 

Chelsea heta bi ber xist Fenerbahçe

 

Brahîmê Sertop- 09/04/08- London- Ev Tirk pir bi ser xwe ve diçin. Hema go zora taximekî fûtbolê birin xwe wek “Bîr Tirk dinyaya bedeldîr” dibînin û bi wê xeyalê dijîn. Lê ji bîr dikin ku gunikreşên go tirrê ji wan berdidin jî hene.

   Werhasil, taximê Tirk Fenerbahçe li himber taximê Ingilîz Chelsea bi garankî lîzt û da zîtirkan. Lê ga û ciwangeyên Chelsea bi poş û lotikan ketin nav çêlekên Fenerbahçe, tirr ji wan berdan û namûsa wan anîn pênc qirûşên xerabe. Chelsea du golên qirase xistin Fenerbahçe û kir go Fenerbahçe rêya ber lingê xwe nebîne.

   Ez serê we neêşînim, Chelsea dilê me rehet kir û di Fenerbahçe de bir. Hem jî li ser kezeba wan sekinand û xelas!

   Ofyannnnnnnnnn.....Tu bila ev tirr ji Kurdên ku xwe ji bo Fenerbahçe didin kujtin re nemabe û hew! Erê kuro,  gellek Kurd ji Tirkan zêdetir qûna Fenerbahçe dalêsin hûn namînin ecêbmayî, ey hawarrrrr!

 

Kî dibê Laz ne govendgêr in?

 

 

 

Me dîsa dest bi lotikan kir

 

Pîrkemal-07/04/08-Lotikxane- Belê, çend rojan em ketibûn temara mirinê û deng ji me dernediket. Em zanin, belkî kêfa hinekan li me hat, belkî dilê dostan bi halê me şewitî û belkî jî xwendevanên me ketin mitale û meraqa Lotikxanê. Lê emê wek hinekan bi derewan nebêjin "Hackerên Tirk lotikek li me xistin". Na!

   Hackerên me ji malê bûn. Yanî, mişkên malê ketibûn nav program û sîstema kompûtera me û ji şerê Emerîka û Seddam xerabtir anîbûn serê rebena komputerê. Wilo anîbûn serê kompûterê ku rebenê rê, rêbaz, armanc û rota xwe tevlihev kiribû û ji kelandina şorba nîskê xerabtir hatibû serê wê.

   Em serê we neêşînin, heta me komputera xwe neşter kir û ew cebirand wext derbas bû. Lê niha komputera me bûye wek zêrê zer ellawekîl! Ji xwe piştî ku me sekretera xwe Qirdik xanima 40 zimanî girt û ew kir seroka navenda lotikan, ne mişk karin xwe nêzîkî me bikin û ne jî çeqel û keftar.

   De li sekretera me Qirdik xanimê û li bedewîya wê binerin (Wêne). Îcar hûn bi qedrê xwedê kin, ma ji îro û pêde kes kare bela xwe li Lotikxanê bide?

 

 

 

 

Biçirîneeee!

 

Hesen Keleş- 15/04/08-London- Yaw ev insan çiqasî karin biçirînin û derewan bikin ya starrrrr! Lotikvana rindik û mindik, agirpêketya doxînçiryayî Marîah Carey dîsa lotikek avêt û toz û dûman bi ser serê xwe xist.

   Marîah Careya 38 salî heta niha bê hed û hesab lotik li xwe xistine û di encama wan lotikan de kîlo stendibûn û bibû wek dermala malê. Lê xuyaye xwe çend kîloyan zeîf kiriye û kêfa wê li cî ye.

    Îcar ji kêfa re dibêje:“Oxxxxxxx, ez bi serê xwe û we kim, bedena min bûye wek bedena keçikek 12 salî“ filan î fîstan.

   Werhasil, jina 38 salî û bedena keçek 12 salî lo? Ê keçko, ka were em jî bedena te saxtî bikin, tehlîlek Lotikvanî li ser can û bedena te bikin bê ka raste yan na! Te go çi? Ma hema bi gotinê ye xanimê?

   Bi telaq heta pisporên Lotikxanê tehlîl û lêkonînek kûr li ser bedena te nekin, kesek ji te bawer nake û xelas! Ê de were deeeeeee…..

Ji KADEPê lotikek bi Tirkî

 

Av.Medenî Ayhan jî lotikek bi Tirkî avêt

Ma bû çi kaka, errrreeekkkkkkkkk!

Mıhemed Soran-14/04/08-Silêmanî- Li ser bextê gundî û cîranan be kaka, dibêjin cîgirê Mam Celal Ebdûllahê Hecî Seîd ji rojnama Aso re behsa milyoner û milyarderên Kurd kiriye û qiyamet rakiriye.

   Xwedêgiravî dibêjin li Silêmanîyê 3 milyarder û 1000 milyonerên dolaran hene. Li Hewlêr û Dihokê jî 7 milyarder û bi hezaran milyoner hene.

   Ma çawa çêbû  gidîîî, errrrreeeeeekkkkk! Yaw di Îran, Tirkî û Sûrî de 10 milyarder tunene bavo! Ma wan milyarderan xezîna dolaran dîtiye babam? Yan ji gendelî û dizîyê zikê xwe mezin kirine?

   Îcar ev ne milyarder û milyonerên siyasî ne ha, îcar bifikirin bê milyarder û milyonerên siyasî çend dewlemend in, çend trîlyoner û mîr û paşa ne!

   Em feqîrên xwedê jî emê zikê xwe bi nan û pîvazê têr bikin haaa?

   Êêêêêêê, em jî milyarderên pîvazane kakacannnnnnnnn!

 

Jina xwe ji xwe berda

 

Enwerê Mûşî-13/03/08-Varto- Partîya CHP berê xwe daye Kurdistanê û ha ha dixwaze bi çîrokan gelê Kurd bixapîne. CHP wekîlên xwe yeko yeko dişînin Kurdistanê da ku Kurdan ji AKP û DTP veqetînin û têxin nav refê partîya xwe. Îcar çîrok çiye? Çîrok dîsa çareserkirina mesela Kurd û pakêta CHP ye.

   Wekîlê Samsûnê û cîgirê serokê CHP Halûk Koç jî ket nav karwanê virrekan û li Vartoyê çend lotik avêtin. Koç got:”Emê CHP nûjen bikin û bikin ku xelk û CHP bibin wek goşt û nenûkê.

>>>>>

Garan

Bavê Jîndar-13/04/08-Colemêrg-

Di van çend mehên dawî de, li Tirkîyê gelek tevlihevî û arêşeyên bê ser û şûn hene.Herroj girseyên cûrbecûr derdikevin kolanan meşan û xwepêşandanan dikin. Di meş û mitîngan de pevçûn çêdibin.

   Lê ya herî xurab ewe kes nizane ka jiboy çi van pevçûnan dikin û armanca wan çiye. Her ku diçe di nav girseyan de dijminatî kûr dibe. Serê wan tevlihev bûye êdî hew dikarin bifikirin. Xêrnexazên girseyan ew ji girsetîyê derxistine, wek garanê berê wan kurde didin girse jî di wî alî de diherikin.

   Mixabin li Kurdistana bakur ew rewş ji zûde destpêkiriye. >>>>>

 

Kurds and the future

Qubad Talabani -April 12, 2008

 

Since Iraq's liberation, almost five years ago, the Kurds of Iraq have constantly mediated between Iraq's various political factions, while also making difficult compromises of their own. At the same time, Kurdish soldiers have been helping their American allies to restore order in Iraq's non-Kurdish areas, such as Baghdad.
   Yet while all Iraqis struggle to pass outstanding pieces of legislation, including the elusive hydrocarbons law, some American policy analysts consider the Kurds the problem. >>>>>

 

PRESS STATEMENT

 

EUROPEAN TURKEY CIVIC COMMISSION ( EUTCC)

 

Kariane Westrheim

 

11 April 2008 , Press Release: For immediate release

Kurdish spokesperson Leyla Zana convicted to two years in prison

    Leyla Zana, a well know political spokesperson for the Kurds in Turkey has been sentenced to two years imprisonment by a Turkish Court in the southeastern city of Diyarbakir. The court’s judgment said she violated Article 7/2 of the Anti-Terrorism Law after a speech she held at a Kurdish Newroz Festival in 2007. >>>>>

Welatê mîladan, Kurdistan

Cembelîyê Botî- 12/04/08-Colemêrg-

Li welatê me Kurdistanê berê  wek milad Cejna Newroz ê û Roja koça mihemet ji mekê jibo medînê dihat qebûlkirin. Pêre pêre rojabûyîna Îsa pêxember jî , ji alîyê Ewropayîn ve kete welatê me.

   Di van salên dawî de jî îcar roja girtina Ocalan di nav sîyasetvanan de bû mîladek nû. Niha jî roja jidayikbûyîna Ocalan dikin mîlad. Lê çi mîlad ne bi vî rengê rojbûna Ocalan e. Ji ber ku mîladên din kî bixwaze pîroz dike, kî naxwaze pîroz nake. Kes pê eleqeder nabe. >>>>>

Small people in a big world

Written by Owei Lakemfa   

Friday, 11 April 2008

The international community accepts or rejects genocide depending on the perpetrators.

The world condemned Hitlerite Germany for trying to exterminate the Jews and the Pol Pot regime in Cambodia for turning the country into “Killing fields”. But humanity is silent in Turkey’s determination to wipe out the Kurds.

     Weekly, Turkey sends tens of Kurds to early graves either within the country or neighbouring Iraq. On a monthly basis, it crosses into Iraq using F16s and making no difference between civilians and fighters.>>>>>

 

 

 

The Kurds Ascending: The Evolving Solution to the Kurdish Problem in Iraq and Turkey

 

Michael Gunter

Michael M. Gunter offered a brief overview of his new book titled The Kurds Ascending, which discussed the recent events that improved the Kurdish situation in Iraq and Turkey.

   He mainly attributed positive developments in Kurdish rights to the US wars against Saddam Husayn, and Turkey’s successful EU candidacy along with Justice and Development (AK) Party reforms within Turkey. >>>>>

Rêxa CHPê

   Lezgîn Şêxo- 11/04/08-

Gelî xwendevanan, gelo li gora dîtina we, ev rêxa CHP ê tê çi wateyê? Hûn bawer dikin ku CHP bi vê rêxê dixwaze rewsa zarokên Kurd bide xuyakirin? Ez bi xwe bawer nakim. Li gora dîtina min dibên "Kurdino, em ne maf, ne azadî, ne welat û ne tiştekî, binerin em vê rêxê jî nadin we". Wateya vê tenê eve.>>>>>

Meqerne û rewjî

Bavê Jîndar-10/04/08-Colemêrg-

Ev bû heyamek dirêje hinek alî gotina meqerne û rewjî (komir) di devê xwe de kirine benîşt, dicûn û her dicûn. Vêcar cûtin bes nake, dikin peqoşk û dipeqînin.

    Dibên: Deng (rey) ên ku AKP ê ji Kurdistanê sitandine hemi ji boy ku wan meqerne û komir li Kurdistanîyan belav kirine, lewre Kurdistanîyan dengên xwe dane wê partîyê.

   Êêêêh  brayên mino! Vî şerê lihevkirî xelk birçî hiştiye birçîîîî!!!! >>>>>

Hê zû ye, ecele meke cîgerim!

Mihyedîn Çawîş-09/04/08-Tabûra Eskerî-Enqere- Belê, qeder û ecelê Serokerkanê Artêşa Tirkiyê nêzîk dibe û qaşo gerek di meha Tebaxê de derkenar (teqawît) bibe.

   Li ser vê, Yaşar Buyukanit ji çapemenîyê re gotiye:"Min bahola xwe amade kiriye, ezê wezîfa xwe dirêj nekim û nehêlim kesek din jî wezîfa min dirêjtir bike. Bese yaw! Tirr di min de nema qardeşim, ma heta bi mirinê ezê derdê van eskerên qûnbicilik bikşînim babam" filan û fîstan.

   De neyse, yaw cîgerim, ma çi ecela te û teqawîtbûnê heye wîî! Di şûna xwe de Îlker Başbûgê sermezin teqawît bike çêtire ellawekîl! Çawa be tu hinekî seksî û lihevhatî yî, kêm zêde tu tê xwarin haaa!

  Werhasil, ji Kurdan re ferq nake, ha Yaşar efendî çûye û ha Îlker Başbûg hatiye ciyê wî. Çawa be dîsa emê ê şeg û pegan bin û xelas!

   De oxira te a Filîtê Quto be cîgerim, bay bayyyyyyyy

Nurten Ural: There is no Kurdistan

Genocide, diplomacy and terrorism

Nurten Ural, president, Assembly of Turkish American Associations:

Ural: There is no Kurdistan.

Block: Northern Iraq — the northern part of Iraq, which, yes, there is a Kurdish population there, but primarily the companies that are doing all of the infrastructure development there are Turkish companies …
>>>>>

Rûdawê dest bi lotikan kir

   Silêman Alîxan-08/04/08- Rojnameya Rûdaw dest bi lotikan kir û hejmara yekem di 07.04.2008an de derket. Rojnama Rûdaw ji bo rojnamenivîsên Kurd yên xwedî qelemên azad sekoyekî fereh e û giringîyê bi gotar û nivîsên Kirmancî bi tîpên Erebî jî dide.

   Xwedîyê vê rojnameyê Kompanîya Rûdaw e û serokê civata rêvebirina wê “Nûreddîn Weysî” ye ku li welatê Kanada dijî. Sernivîskarê wê jî rojnamevanê çeleng Ako Mihemed e ku berî niha sernivîskarê rojnameya Mîdya bû. Çend hevkar peyamnêrên wê rojnameyê li Ewrûpa û Emerîka jî hene.

   Rûdaw wê hemi rojên duşembî bi bîst rûpelan derkeve. Werhasil, heçê bixwaze lotikên azad bavêje û bibe lotikvanekî qirase, dikare di rojnama Rûdaw de binivîse. De serketin yabooooo!

www.rudaw.net

Serfirazî hertim ya Lotikxanê ye!

Cîgerim Lotikxane,
Ez ji herdu çavên we yên belek, ji herdu çavên we yên Kurdî û Kurdistanî bi têra xwe paç dikim ellawekîl.

    Herweha dayika min ya nexweş jî derdê canê xwe berdaye û jibo we diayên Kurdistanî dike.
 

Bila her bijî Lotikxaneya Kurdistana qedîm!

Bernasê we yê Kurmanc -08/04/08-

-----------------------------------

A battle for land in northern Iraq

 

Ned Parker / Los Angeles Times

IN MOSUL: A Kurdish security forces veteran serves in the military in Mosul. Secret Kurdish units are accused of killing Arabs. Kurds say Sunni militants commit killings and kidnappings.

   A struggle between Sunni Arabs and Kurds has torn apart the city of Mosul and could play a crucial role in drawing the region's boundaries. >>>>>

Tevgera Kurdên li Sûriyê û Cejna Newrozê  

 Dilyarê Xanê-07/04/08-   

Di salên pir kevn de Kurdan cejna xwe bi dizî di malan de pîroz dikirin, neyaran Kurdîtî qedexe kiribûn û nedihiştin Kurd bi serbestî Kurdayetiya xwe di Newrozê de bişopînin.

   Lê di Newroza sala- 1982-  û bi hatina rewşin taybet li Sûriyê tevgera Kurda berê miletê xwe da buharê û li derdorên bajaran Newroz bi govend û dîlan û stirana pîroz kirin. Helbet dîsan rijêmê asteng ji wan re çêdikirin û xort û keç dixistin bin çavdêriya xwe.

   Di sala 1986 an de li bajarê Şamê rijêmê nehişt ku Kurd derkevin çolê û Newroza xwe wek salên berê li buhra/ xûta/ pîroz bikin. Rabû Kurd tevî tembûr û hêviyên xwe û cil û bergên xweyî Newrozê daketin kolanên bajarê Şamê û nerazîbûna xwe dan xuya kirin. >>>>>

We em teqandin qardeşimmm!

Mîr Ronas-06/04/08-Êlih-

Ey gelê Lotikxanê! Çi bûye ji we qurban, ma ev teknîk meknîka  we  qet xelas nabe bavê min! Ma em li benda we qerimîn wey!

   Gelo perê we xelas bûne? Tirka we xistiye bin çava?  Zelzele li ba we çêbuye? Ma yabo em karin alikariyekê bidin an na? Em di meraqê de ne wey.

   De bavê min welle jiyan bê lotikxane nameşe.

   De bijî Lotikxane û xwedê alîkarê we be rebbî...

Kakacan dînan derbasî Kurdistanê nakin

Cemîl Cewher-03/04/08-Hewlêr- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin hunermendên germik û nermik Aydin û Dîno hatine Hewlêrê lê asayîşê derî li wan xilqandiye û dîsa bi balafira ku pê hatibûn paşûpê şandine Ewrûpayê.

   Dîsa li ser bextê xelkê be, dibêjin asayîşa balafirgehê ji navê “Dîno” pir tirsiyane û bawer kirine ku ewê li Kurdistanê dînîtî-mînîtîyan bike û serê wan têxe belayê.

  Ji ber vê jî, dengbêj Aydin jî bi agirê navê “Dîno” şewitîye û polîpoşman vegeriyane Ewrûpayê.

   Yaw qardeşim, Dîno! Yan navekî xweştir li xwe bike û yan jî ellawekîl çi cara ku tu biçî Kurdistanê wê te vegerînin û tu sax!

   A baş navê xwe bike “Biaqilo” û hew!

    Ê de derbasbûyî be cîgerlerim.....

                          info@lotikxane.com    lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006