Lotikxane    

                                                                                                                                                                 Medya   ///   Arşîv

H.Belê

Sal 1925

F.Devliken

Çilvirî

B.Ronahî

Etê lêmexe

L.Şêxo

Rêxa CHP

A.Dûran

Kemalîzm  

Kerîmo

Kawik û Mawik-5

D.Xanê

Tenûr

 
 
Google
 

Ziravê tûrîsta qetandin

Mihemmed Mistefa El Kerîm- 23/04/08-Fas- Li Fas ê pirsgirêka tûrîst û melayên welêt berdewam dike. Ji ber ku melayên bajêr di heman wextî de bi hevre banga nimêjê dikin û ezanê dixwînin, tûrîst diqutifin û ziravê wan diqete.

   Wezîra Malbatê Nûzha Skallî di vê derbarê de dibêje:”Beşek mezin ji hatina aborîya  me li ser van tûrîstên biyanî ye. Lê melayên me di dema nimêjê de tev bi hevre bang didin û ezanê dixwînin. Ev jî dibe sedema ku tûrîst bitirsin û ji welatê me birevin. Divê em çareserîyekê ji vê meselê re bibînin” filan û fîstan.

   Îcar parlamenterên dîndar rabûne ser tapana û Wezîra Malbatê Nûzha Skallî dane ber lotik û pehînên qirase. >>>>>

 

Minareya mala xwedê qetil kirin

 

Melle Ehmedê Serhedî- 22/04/08-Tokat- Lêkirin û xerakirina mezheftan di destê insên de ye. Herçiqasî mizgeftê wek „mala xwedê“ binav dikin jî, lê gava dilê wan dixwaze lorikekê li mala xwedê jî dixin û îşê xwe dimeşînin.

   Li bajarê Tokatê berî demekê mizgeftek û bi minareyek 35 metro bilind hatibû lêkirin. Lê xwedêgiravî ji ber ku dirêjîya minarê ji balafiran re dibû asteng, rabûn minare qetil kirin û dirêjîya wê daxistin 18 metroyan.  

   Îcar melleyek ji melleyên Tokatê çi bibêje başe? Dibêje:“Hefsar di destê me de ye. Em karin fitûyan li gora dilê xwe derêxin, mala xwedê jî û mala nizanim kê jî serûbinê hev bikin qardaşim!“ filan û bêvan.

   Werhasil, li cem Tirkan her cî deşt e. Piştî ku îskanek araq vexwarin û pêde, ne xwedê nasdikin û ne jî pêxember ellawekîl!

   Îcar minare, xwedê û Tirk li  hev û hûn sax!

Bû 36 salî lê xwedê zane wê hîna çend mêrên din bike

Şemal Amedî- 21/04/08-Hollywood- Belê, lotikvana agirpêketî, doxînsista Emerîkî Carmen Electra 36 salîya xwe pîroz kir û xwe li erdê xist.

   Ji xwedê pêve kesekî din nizane bê heta biha Carmen xanimê çend mêr kirine. Ji xwe yên di ser û ber re nayên hejmartin.

   Lê li gora ku di remil û fala qereçîyê de derketiye, dibêjin wê Carmen xanim heta roja mirina xwe 31 mêrên din jî bike û bi dilekî bextewar berê xwe bide cehnemê.

   Werhasilî kelam, îcar di nav agirê cehnemê de mêran dike, dizewice nazewice tenê xwedê zane û hûn sax! >>>>>

Tenûr bi tirr û fissa germ nabe! 

Dilyarê xanê- 21/04/08-

Rewşa abûrî li Sûriyê ro bi ro xerab dikeve. Hin ji mewadên xwarinê serê sedî sed hatiye ser û pirên mewadên din ji xwe sînor ji buhabûna wan re nema ye.

   Wek berê em dizanin ku her tişt li vî welatî bê fesad nemaye. Heta bi exlaqê xelkê li ber niga çû ye û ji xwe ji berê de pere û mal tev de ji nav wan dane hev. Çi bi eşkere, çi di riya qanûna xwe re û di bengan de dinalin, li bende xwedyê xwe ne .   

   Dibêjin: Yabo ma xwene li cem me tenê mewad buha bûne, va ye li dinyayê tevdî ev çîrok û rewş e. Tew mazot û mewadê betrolê li cem me kêmî xelkê tevda ne!! >>>>>

Lotikxanê jina Panayatov bi du bizinan kirî

Cemşîdê Bizinfiroş- 18/04/08-Sofya- Berî bi çend rojan cotkarê Bûlgar Panayatov jina xwe Elena bi bizinekê guhertibû û kiribû berdêlî.

   Tu nabê hevalê wî dilê xwe bijandiye jina Panayatov û jê re gotiye:”Kuro Panayatov, malmîrat, va jina te Elena zarokan nayne, ji xwe te têra xwe lotik lêxistine, a baş jina xwe bide min û ezê jî bizinekê bidim te” filan û bêvan. Panayatovê serker jî gotiye “ehlen we sehlen” û jina xwe bi bizinekê daye hevalê xwe.

   De bifikirin lo, zilamê go jina xwe bide bi bizinekê hûnê çi navî lê bikin gelo? Ker kurê kerê!

   Werhasil, piştî bûyerê rabû me jî têkilî bi Panayatov re danî û jê re got:”Hey min di te kiro, ma mero jina xwe dide bi bizinekê xiyar? Em wek Lotikxane amadene du bizinan bidin te. Here jina xwe vegerîne û du bizinên xwe bistîne”. >>>>>

 

  

Tirr di qûnê de nemaye lê mêrik dizewice kuro!

Tacdîn Baran- 17/04/08-Elmanya- Kevneserokwezîrê Elmanya Helmût Kohl jî ket nav karwanê lotikvanan û mêrik piştî 70 salîya xwe dixwaze bizewice. Îcar ne bi yeke li gor xwe re haaa, bi yeke 43 salî, nermik û germik re.

   Dr.Maîke Rîchter 43 salî ye, agirpêketî û lotikxwazek temam e. Lê Helmût Kohl? Fîşekên wî nemane, tirr tê de bûne fis û hew kare bê “kip” ellawekîl.

   Ê law Helmûto, malmîrato, ma wê jinika 43 salî çawa bê lotik û pehîn debar bike hêê? Ê law textorên te tilya xwe jî dixin qûna te dîsa li te ranabe bavê mino, wîî!

   Werhasil, vê şîreta me ji serê xwe dernexe cîgerim. Piştî ku tu ket xewa giran û bû xirexira te, wê xanima te Maîke xaima 43 salî dest bi qaçaxîya xiyaran bike û ha ha lotikan bavêje ellawekîl! Piştre nebêje jina min îxanet li min kir qardaşim. Bi namûs çare ji kanserê re heye lê ji nexwarina xiyaran re tuneye û tu sax!  

 

Kem - Al - Îzm

Wîî.. tê de bimîzim!

Ew kîye lo?

 

Adil Dûran- 17/04/08-

Ez nexweş bûm û çûbûm nexweşxanê.

Hekîm piştî ku laşê min miayene kir gote min:

-Vîrûs (mikrob) ketiye te…!

-Ma ez computer im hekîm beg?

Bi ken gote min:

- Ji sedema îdeolojiyên welatên zordest av, hewa û tabiat û jiyana mirovan xira bû..Lawir, teyr û tilûr û mirov nexweş ketin. Ji hin nexweşiyên berê re derman hat dîtin, lê îro gelek nexweşiyên din pêda bûne ku em wanan wek vîrûs bi nav dikin..

-Ma hekim beg..Te got  ji sedema îdeolojiyên welatên zordest…. 

   Çi peywendiya xwe bi mîkroban re heye? >>>>>

Kî dibê Komunîzm ne başe qardeşim!

Çang Çîng Çong- 16/04/08-Pekîn- Belê, me bi salan xizmeta komunîzmê û welatên komunîst kir. Yan em kor bûn û yan jî ava reş bi çavê me de hatibû bavo.  Ma yabo di wê kele kela germa xortanîya komunîstîyê de dê weledê xwe davêt wey, wîî! Ma ji heyecana çepîtîyê me tiştek didît? Na yabooooo!

   De ji xwe re li komunîzmê û li welatê komunîst Çînê binerin. Li gora Amnestî Înternasyonalê welatê herî ku xelk lê tên îdamkirin Çîn e. Tenê di sala 2007an de 470 kes hatine îdamkirin û ketine ber lotikên Partîya Komunîsta Çînê.

   Îcar ev tenê ên ku eşkere bûne haaaa. Ên ku veşartî hatine îdamkirin jî nayên hesêb. Îcar kî dibê komunîzm ne başe qardeşim? Ez dibê qey himûketa Çînê dixwaze bi îdamkirina xelkê nifûsa xwe kêmtir bike we go çi? >>>>>

Weyla qede bi wilo insanetî keve erê welle!

Abdullah El Kurdî-16/04/08-Yemen- Birastî ev çi mejî û ramanek gennî û kevnare li ser van misilmana ye ka hûn nabêjin? Yaw ma kes keça xwe a 8 salî dide mêr ey hewar! Keça 8 salî kuro, zarok haaa, hîna bêhna şîr ji devê wê tê ya rebbî!

    Li paytexta Yemen Sanaa yê bavekî Ereb nalet li bavê xwe anî û keça xwe a 8 salî da zilamekî 31 salî. Îcar qiraseyek 30 salî li ku û keçikek 8 salî li ku ka bifikirin. Îcar ma ev bû insanetî, ma ev bû misilmantî? >>>>>

  

Etê lêmexe

 

B.Ronahî- 16/04/08-

Li gundek Aqçedaxa Meletyê zaroyekî pir hûrik ji malbatekê re çêdibe, navê wî jî datînin Pehlewan.

   Pehlewan dibe çarde salî, bavê wî bi jana zirav (werem) dikeve, rojek ji rojên zivistanê rewşa bavê wî zehf xurab dibe.

   Dîya wî hîviya xwe ji bavê wî dibire û ji Pehlewan re dibêje: Kurê min, rewşa bavê te nebaşe, tu here govê (axur) alif û ava heywanan bidê, himbêzek daran jî  bi xwe re bîne dibe ku çîran bêne serdana bavê te. >>>>>

Bi telaq derewe û xelas!

Tacdîn Baran- 15/04/08-Elmanya- Dibêjin jina Peter L ê Elman 22 salan ew xapandiye û di 22 salan de zêdeyî hezar zilamî beras er xwe daye. Yanî, di nava 22 salan de têra xwe lotikên Elemanî xwarine.

   Piştî ku gundî û cîran ji Peter L re dibêjin:“Kuro peppûko, qiriko, ma ne jina te xelkê bera ser xwe dide malmîrato“, Peterê me jî radibe tehlîla DNA dike û dibîne ku her 3  zarokên wî jî bîjî ne û ne ji wî ne.

   Werhasil, ê min bi xwe ez bawer nakim ellawekîl! We go çima? Ê lao ma go jina wî 22 salan têra xwe lotik li xwe xistibin, ma wê rojekê nehatima mala me jî yabo? 

   Helbet wê rojekê xanimê bigota:“Kuro Tacdîno, xiyaro, ê de ka were xêrekê bi xwe bike û tehlîla bedena cîrana xwe bike hêê“, wîî!

   Na qardeşim na, bi telaq heta ez nebînim û neceribînim qet bawer nakim û hûn sax!

 

 

Li awirên Huseyîn Kalkanê me binerin

Nûroj Hebizbinî-22/04/08-Êlih- Belê, şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan û Fermandarê Artêşa Tirko Mûrat Kirkaya di vekirina merasîma febrîqeyê de dest dan hev û li hev hatin. Herdu lotikvanên ku nedixwestin di tu warî de silavê jî li hev bikin, talîya talî destê aştîyê dan hev û kirîvantîya xwe danîn.

   Bi taybet leşkerên Tirk di merasîmên cejnên fermî xwe nedixwestin bên cem DTPî yan. Lê xuyaye vekirina febrîqê ew mecbûr kirin ku rû bi rû bibin û destên xwe bidin hev.

   Îcar ji kerema xwe li awirên Huseyîn Kalkanê me binerin û şirove bikin.

   Gelo Huseyîn Kalkanê me bi van awiran dixwaze çi bêje hûn zanin? Li gora me dixwaze bêje:De bixwe haaa min di te kiro! Hûn herin erş jî hûnê dîsa bên ber terkê Kurmancên reş qardaşimmmmm! Filan û fîstan.

   De îcar ka hûn şirova xwe bikin babam!

Nivîskarên Soranîstanê lotikek li Kurmancên Kurdistanê xistin

Şîndar Berwarî- 22/04/08-Duhok- Xuyaye wê pirsgirêka Kurmanc û Soranan heta roja qiyametê jî berdewam bike. Qey ev jî di qedera me Kurdan de hatiye nivîsandin.

   Werhasil, li ser bext û namûsa fesadên kolanên Hewlêr û Silêmanîyê be, dibêjin 52 nivîskarên Soranîstanê daxwaza rakirina lehçeyên Kurdî yên ji derveyî Soranî li hikûmeta herêmê kirine û gotine: Soranî û bes! Yanî, kakacan dixwazin Soranî bikin zimanê fermî û pehînek malkambaxî li Kurmancî xin.

   Dibêjin serkêşîya van 52 lotikvanên Soran jî kesên wek Şêrko Bêkes, Şêrzad Hesen, Bextiyar Elî,Tariq Fatîh, Azad Berzincî, Bextiyar Kerîm, Refîq Sabir, Rêbwar Sîweylî, Rêbîn Ehmed Herdî, Fetah Zaxoyî, Merîwan Urya Qanîh, Hogir Mihemed Ferec, Ferûdîn Ebdul Berzincî, Ehmed Mîre û kesên wek wan Soranîperest dikin.

   Çi ecêbe ku yekî Zaxoyî jî rabûye tev li karwanê van Soranîperestan bûye û xwedê zane bê çend milyon dolar bertîl xistiye bêrîka xwe. >>>>>

 

Lotikvanê Duhokê hat guhertin!

 

Binav Sindî- 21/04/08-Duhok

Li ser bextê fesad û ewanên bajarê Duhokê be, dibêjin van rojan axaftinek nû di nav jin, mêr, zarok û mezinên bajarê Duhokê de belavbûye û dibêjin ku Serokatiya Kurdistanê lotikek li parêzgarê Duhokê xistiye û dixwazin yekî dî li cihê wî damezrînin.

   Dibêjin dema ku Serokê Kurdistanê ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê seredana Duhok û devera Behdînan kiriye, xelkê pir gilî ji parêzgarî kirin û ji serok re gotine ku piştî Temer Remezan bûye parêzgar jimareya axayan li deverê zêde bûye, cunkî wî bavê xwe û cend mirovên xwe jî kirine axa û bi pereyê dewletê palas jê re cêkirine. Ango wî begatî û axatî nûjen kiriye.!

   Loma serokatiyê biryara guhertina parêzgar daye. Herwesa dibêjin ku cend lotikvanên nû  ji bo posteya parêzgarî hatine kandîd kirin, ew jî ev in;

Sêx Rehîm Barzanî

Fazil Umer

Hemîd Elî

 

De bela li ser xêrê be û ya bi xêr çibe xwedê wê bike

 rebbî!

 

Xalê me Zinarê Xamo bûye Eloyê Xemxur

 

Cemîlê Çargurçik-21/04/08-Swêd Belê, xalê me Zinarê Xamo di bloga xwe de dibêje ku “ez bûme wek Eloyê Xemxur” û li ber her bûyerên ku tên serê Kurdan dikeve.

   Îcar ji ber ku bûye Eloyê Xemxur jî li ciyê karê xwe gêjo-mêjo dibe, dikeve û li nexweşxana xelkê vedirşe.

 

Werhasil, derbasbûyî be xalê Zinar! Eman eman hay ji xwe hebe qardaşim, bi sê telaqan hevalê lingê ketî tuneye haaaa! Derdê me Kurdan nayê kişandin, zêde li ber wan mekeve û xwe meke Eloyê Xemxur cîgerim! A baş wek Zinarê Xamo bimîne û tu sax!

   Bi serê min û te, ez jî wek te bibûm Eloyê Xemxur lê çi hat serê min tu zani xalê Zinar? Tirr di min de bûn fiss û min hew rêya ber lingê xwe dît. Heta ez bi xwe ve hatim û min Kurd naskirin, hasil giha Mûsilê ellawekîl! Boşverrrrrrrrrr....

   De neyse, nivîsa xalê Zinar bixwînin û bibînin bê çi bi serê wî hatiye û xelas!

 

http://zinarexamo.blogspot.com/

                              -------------------

 

The Iraqi Basketball Assn. is trying to train the national team, but it faces a lack of funds and an increasingly conservative culture.

 

By Kimi Yoshino, Los Angeles Times Staff Writer

 

SULAYMANIYA, IRAQ -- The tallest player on the women's national basketball squad is 5 feet 7 inches. She and her teammates cannot practice in the nation's capital because of poor security. And in northern Kurdistan, where they are now based, they practice outdoors, often in frigid temperatures.
   Nonetheless, what they lack in height they make up for in enthusiasm, said Deb Packwood, an American consultant hired to develop the fledgling team, which aims to raise its international profile and someday compete in the Olympics.
>>>>>

 

Guftugoya “Teorîya Neteweyî û

Kurd” li Kurt-Kavê hate çêkirin

 

Stenbol /20/04/08- Guftugoya bi navê “Teorîya Neteweyî û Kurd”, bi beşdarîya 50 kesan ve li avahîya Kurt-Kavê, hat lidarxistin.

   Wek tê zanîn Kurt-Kav ji mêjve ye bi navê “Li xwe Veger”, guftugoyan li dardixe. “Teorîya Neteweyî û  Kurd” ji, wekî 5emîn rêzeguftugo hate li darxistin. Axaftvanê guftugoyê birêz Ayet Aram bû. Rêvebirîya guftugoyê ji Fehim Işikî endamê rêvebirê Weqfê pêkanî.

   Ayet Aram, akademîsyenekî ciwan e û  sosyolojîst e. Ew, di destpêkê de bi kurtahî li ser kurtedîroka neteweyî rawestîya û  du re peyv anî ser peyvên di vî babetê de têne bikaranîn. Bi vê yekê ve girêdayî peyva dîrok û  etnîsîte jî şirove kir. Bi gor raya Aram, neteweyî hêzekî sîyasî ye û  gel, ji rayen sîyasîyên din dehî zutir tîne ba hevu du. Her çiqas neteweyî an jî netewebûn di destpêkê de hayalî be jî, îro bi hevdîtina ru be ru ew bûye rastîyekî gewre û  tesîra xwe zêdetir li ser gel dike. >>>>>

Hunermend dibêjin:”Êdî beseeee!

Polat Erdem-19/04/08-Izmîr- Dibêjin êdî hunermendên me jî hatine galeyanê û dixwazin bêjin êdî beseeeeeeeeee!

   Li ser bextê çapemenîya Kurdî be, dibêjin wê hunermendên Mezopotamya Kultur Merkezî (MKM) bi deng û tembûra xwe li Amedê bên ba hev û li dijî operasyon û zordarîya dewleta Tirko bêjin: Êdî bese bavê min êdî beseeeeee! Wê hunermendên me di 19ê Nîsanê de li Amedê bimeşin û tirrê ji dewleta virqo berdin.

   Werhasil, ez jî wek endamê Navenda Çanda Lotikxanê piştgirîya hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya dikim, lê lotikekê li wan dixim û dibêjim: Ji navê Mezopotamya re êdî bes e! Ji navê Kurdistanê re erê! Ji bo ku navê Kurdistanê ji holê rakin hinekan rabû navê Mezopotamya kir bela serê me, ji înkarîya navê Kurdistanê re êdî bes e! Ji şildim-bildima Tirkî re êdî bes e! Ji zirre zirra stranên Tirkî re êdî bes e! Ji xwarina doner kebabê re êdî bes e! Bijî mehîr, bijî kutilk û bijî şorba nîskê!

   Ê de serketin yabo qurban serketin looooooo!   

 

Xaltîka me Aysel xanim dîsa verşîya

 

Rojda Aydin- 18/04/08-Stenbol- Başûrê Kurdistanê û pêşketinên li wêderê di çavê dost û dijminên gelê Kurd de bûye pîj û kelem. Tirsa herkesî ewe ku li başûr dewletek serbixwe avabibe û Kurdistan di dilê wan de bibe xincer. Ne tenê xincer, hetta bibe sing û li ser kezeba wan bisekine.

   Niha meriv helwesta dijmin fêhm dike, tirsa dijmin fêhm dike. Lê Kurdên ku li ser navê Kurdan diçêrin û qaşo xwe wek berdevkê wan dibînin çima ji Kurdistanek serbixwe ditirsin, ciyê pirs û fikrê ye. Meselen xaltîka me Aysel Tûglûk.

   Aysela me ji roja pêşîn de lotikên li dij başûrê Kurdistanê davêje û bi zimanê dewleta Kemalîsta Tirk diaxive. Kêfa artêşa Tirk tîne û rûn li ser nanê wan dike. Em wek hinek malperên Kurdî ji xaltîka xwe re nabêjin “Alçax”. Ev ji ehlaqê me dûr e.

   Aysel Tûglûk xanim baş be, xirab be, jinek Kurd e û îro li ser navê Kurdan di meclîsa Tirko deye. Helbet dîtin û nerîna her Kurdekî ne weke hev e, nikare bibe wek hev jî. Lê ev nayê wê maneyê ku wê Kurd di her fersendê de êrîşî Kurdistana azad bikin û kêfa dijmin li me bînin. >>>>>

Li Kurdistanê namûs bûye bexdûnis

Cemîl Cewher-17/04/08-Hewlêr- Li ser bextê rojnama Rûdawê be rebbî, dibêjin li başûrê Kurdistanê 10 hezar keçên Kurd perda keçkanîya xwe dirûtine û eyba kuna xwe veşartine.

   Dibêjin xwedêgiravî jina Kurd Fewzîye xanima 48 salî hingî perda keçkanîya keçên Kurd dirûtine, bûye pispora dirûtina perde û arkuna jinan. Yanî, jê re dîplome ne lazime. Heger Fewzîye xanim bi a me dike, bila serî li pirtûka rekorê Guînnessê xe û em bawerin wê yekser bibe yekemîn! Hesab li cem we. 10.000 keçên Kurd û dirûtina perda keçkanîyê?

   Li ser bextê fesad û ewanan be, dibêjin ev 10 hezar keç ji alî gencên qûnde, berpirsiyarên doxînsist, mela û şêxên zinêkar ve hatine xapandin û lotik li ser lotikê li wan ketiye. Îcar qaşo Fewzîye xanim jî qencîyê bi wan dike û ji bo ku neyên kujtin perda keçkanîya wan bi ta û derzîyê (ê hinekan ji ber ku qalind e bi şûjinê) didrû û dîsa wan tîne ser sêhra berê.

   Êêêêêêêêê, gelî berpirsiyar, mela û şêxên zinêkar! Ma we ji bavê xwe fedî nekir hûn namûsa keçên Kurdan biherimînin kakaaaaaa!? >>>>>

 

Dadgeha Edaleta Tirko

 

H.Sezgîn- 16/04/08-Amed-

Wek hûn dizanin rêveber , şaredar, rojnamevan , nivîskar û xwediyên pênûsan her kesê ku bi zimanê Kurdî mijûl dibe li ber deriyê dadgeha Tirkan bûne rêz.

   Yek ji van dozan doh bi encam bû, doza li dijî 53 şaredarên DTP yên ku ji bo piştgiriya Roj Tv name şandibun ji serokwezîrê Danîmark re. Dadgeha bê edaletiya Tirkan 2 meh û 15 roj cezayê zindanê li şaredaran birî û ew ceze kirin pere , her şaredarê ku 1875 ytl bide dadgehê wê nekeve zindanê.

    Osman Baydemîr û gelek şaredarên din gotine, “başe mala xwedê ava em neketin zindanê ,meaşê mehekê ne lazim, serê wan bixwe. Heke bixwazin emê di ser de her yek kundirekî bidin wan”. >>>>>

 

"Ez tehamil nakim ku Kurd bêjin min te çima Kerkûk firot!"

 

Cemîl Cewher-16/04/08-Hewlêr- Li ser bextê Zagros TV be, dibêjin Serok Barzanî bi endamên Baroya Şernexê re civiyaye û çend lotikên Kurdewarî avêtine. Serok Barzanî anîye zimên ku dema şer bihurîye û divê Kurd ramana xwe biguherin, bi rê û metodên demokratîk û modern xebata xwe bimeşînin filan û bêvan.

   Wekî din pêwistîya danûstendinên bi dewletên cîran re anîye zimên û ji dewletên cîran xwestiye ku dev ji înkarkirina hebûna gelê Kurd berdin û aqilê xwe bidin serê xwe. Lê a herî balkêş û giring eve ku di derbarê Kerkûkê de wek serok Mistefa Barzanîyê nemir gotiye:“ Ez tehamil nakim ku Kurd bêjin min te çima Kerkûk firot“ filan û çend tiştên din. >>>>>

Sarioglan qûş li Kurd û Tirkan qetandiye

Ehmed Beyan- 16/04/08-Enqere- Serokê partîya CHP sayin qûnek Denîz Baykal û serokwezîrê AKP sayin sermezinKasimpapalî Reco wek du dîkên ser sergo rabûne hevdu û hevdu bi alîgir û dijberîya Atavirqo şermezar dikin.

   Erdogan ji Denîzko re dibê:“Xwe di pişt Atatirk de veneşêre min di te kiroooooo“ û Denîz jî ji Erdogan re dibêje:“Ez xwe venaşêrin lan, ê de tu jî Atatirk meke alava siyasetê qûndeeeeeeee“ filan û bêvan.

   Yanî hemi siyasetmedar û partîyên Tirkiyê bi xêra wî Sarioglanê kerxana Selanîkê gepik nanê xwe dixwin.

   Haaaaaa, dev ji siyasetmedarên Tirko berdin, ma siyasetmedar û hinek serokên me jî bi xêra Mistoyê Kor û Kemalîzmê gepik nan naxwin qardeşim? Belêê! Êêêê?

   Ezê zêde dirêj nekim û bi kurtî biqusînim; evî bêbavê Sarioglanê Selanîkî heta bi ber xistiye Kurd û Tirkan û hûn sax! Gelo ku sax bûya wê çiqasî di me de bibira ew jî xwedê zane!

Çima xwendevanên Kurdî kêm in? 

Berzo Mehmûd

23. 4. 2008

Ev kêşeya han çend babetên hawpêwend pevre tîne meydanê, û hemî jî li gel hev pêwendîdar in ku ew jî "ziman" û "xwendin" û "xwendevan" in. Ev hersê mijar pevre di cokê de birêve diçin û yek li dû ya dîtir diçe, û evane di nav hev de kêşeya kêmbûna xwendevanên Kurdî peyda dikin.

   Inca em dikarin kêmbûna xwendevanên zimanê Kurdî ji ber gelek hoyan bênin ziman, ku ev jî dikevin nav du coreyan de: 1-Hokarên dervî viyana Kurdan 2-hokarên navxoyî bi viyana Kurdan >>>>>

Malpera Serokatîya Kurdistanê jî lotikek li Kurmancî xist

Cemîl Cewher- 22/04/08-Hewlêr- Belê, malpera Serokatîya Kurdistanê dest bi lotikên weşana xwe kir û ket nav karwanê weşangerîya Kurdî. Malper bi sê zimanan Soranî, Erebî û Ingilîzî weşanê dike. Lê xuyaye yan serokatîya Kurdistanê Kurmancî wek ziman nehesibandiye û yan jî ji bîr kiriye ku têxe malpera xwe. 

   Lê zêdebûna ser kezebê çiye hûn zanin? Malpera Serokatîya Kurdistanê û daxwaza 52 rewşenbîrên Soran di heman demê de diweşin û herdu alî jî xwe ji Kurmancî bi dûr dixin. Gelo ev lihevrasthatinek e yan çi mesele ye?

   Werhasil, xuyaye kes hesabê Kurmancan û Kurmancî bi pîvazek xerabe jî nake. Em ji dêrê jî bûne û ji mizgeftê jî. Wey weleddddd bê em Kurmanc çi peppûk û rebenên xwedê ne waweylêêêêêêê!

   De malpera Serokatîya Kurdistanê pîroz be yabo, em û xwedê û hûn û xwedê li hev!

http://www.KRP.org

 

Bajo Gursoy beg bajoooo!

 

Dr.Mihyedîn- 21/04/08-Stenbol- Dibêjin, Serokê Konseya Navendîya TTB (Turk Tabipler Birligi) Gencay Gursoy di civîna Lijneya Giştî ya Hilbijartinên Odeya Doktoran (ÎTO) de çend lotikên qirase avêtine û bûye sedema ku civîn bi alozî derbas bibe. Gursoy di axavtina xwe de tenê li ser du xalan sekiniye û beşdar dane ber lotik û pehînan.

   Gursoy gotiye: Rastî tehle qardaşim. Min heta niha di derheqê pirsa Kurd de du tişt gotin. Ji niha û pêde jî ezê bêjim û tirrê ji we berdim. 1-Pirsa Kurd heye û divê bê qebûlkirin. 2-Divê Tirkiye bi Kurdên xwe re li hev bê. Ewqas! Îcar heçê qebûl neke ji kîrê kurê min ve û xelas!

   Werhasil, sayin Gursoy lotikek ademî avêt û hişt ku doktorên qûnek ên nîjadperest rabin  zîtirkan bidin xwe.

   De neyse, em bi navê Yekîtîya Textorên Lotikxanê vê helwesta sayin Gencay Gursoy pîroz dikin û qûna textorên nîjadperestên Tirk dax didin.

 

Hesê Belê-21/04/08-

 

Sal 1925

Xalê Îso

 

Amed- Ji ber dîroka me bi berfirehî nayê lêkolîn, gellek tişt û bûyer winda dibin yan nayên zanîn.

 

Cenabê min, min li ser navê we meraq kir û pirsî. Bersiv ecêb in. Me tevan gundê Zîlan, lehengî û jiyana niştecîyên gundê Zîlana Erxenîyê bihîstiye.

     Di dema serhildana Şêx Seîd a 1925 an de Erxenî wek dema îro qeymeqamî bû. Serokê eşîra gundê Zîlanê Xalê Îso jî tev li serhildanê dibe, li kerê xwe yê sipî yê Şamî siwar dibe û berê xwe dide nehîyê.

   Gava Erxenî ji alî mirîdên Şêx ve tê stendin tukes li meqamê qeymeqamtîyê rûnanê. >>>>>

Bavê Gulistan û tirimbêla biriqandî

Mîr Ronas- 20/04/08- Êlih-

 Ka ezê îro behsa yekî meyî Êlihî û tirimpêla wî bikim ji we re yabo...Navê wi Bavê Gulsitan e.

   Îca Bavê Gulistan wuha ji tirimpêla xwe hez dike nayê gotin û salixdan. Gava tu li tirimpêla wî siwarbe, pêwiste tu pêlava xwe derîni û divê bêhn ji gora te neyê. Divê kincê te jî paqij bin ha, wille û bille loo!

   Îca rojekê diçe gundekî Êlihê, dîsa tirimpêl biriqandî ye, bûye wek marê reş. Yanî meriv xwe têde dibine wulo baqije. Radibe diçe gund, tirimpêla xwe jî li pêşberî xwe datîne. Çi dibe çi nabe. >>>>>

Agir ketye dilê wî, xew nakeve çavê wî

Ebû Hirço-19/04/08-Şam- Herçiqasî halîhazir di navbera Israîl û Sûrî de bêdengîyek hebe jî, lê rayedarên dewleta Sûrî li ser êgir in û bawerin wê rojek ji rojan Israîl tirrê ji wan berde û êrîşî Sûrî bike. Xuyaye piştî germbûna şerê Libnanê yekcar xew nakeve çavê serokê Sûrî Beşar El Esed û xewnên şevan lê dibin kabûsa Israîl.

   Werhasil, wê rojê di civînekê de Beşaro tirsa dilê xwe anî zimên û got: „Bi ser ku ez şerekî di navbera Sûrî û Israîl de dûrî aqilan dibînim jî, lê divê em tim amade bin ku wê rojek ji rojan Israîl di xewa şîrîn de bigre ser malên me û tirrê ji me berde. Ji ber vê em xwe ji bo rewşa herî xerab jî amade dikin“ filan û bêvan. 

   Ez serê ne neêşînim, li ser bextê dergevanê Beşar Esed be, dibêjin xwedêgiravî Beşaro gava diçe ser doşeka jina xwe jî demança wî di berde ye. Hetta gava lotikan li jina xwe dixe jî demançê ji destê xwe bernade.

   Îcar rast yan derew xêr û guneh di stuyê xelkê Şamê de be rebbî!

Mafê çêrê parastî ye

Zagros Osman 18/04/08-

Hindebo şivanek ji gundê me bû, piştî buhabûna ceh û kayê xwedyê pez mihên xwe firotin hindebo ma bê kar , kir û nekir karekî din bi dest neket. Rabû berê xwe da Qubrisê , lê bi şaşî ew ketbû kemyek Emerîkanî, wesa di yek carê de xwe li emerîka dîtibû. Dema wî naskir ku ew li Emerîka ye, di bin sinbêla re keniya û ji xwe re got: Ofyannnn, piştî vê kûçkaniyê xweda bi albeke mezin da min

   Wî berê bihîstibû ku Emerîka pere lê rijandî ne, lê çend roj çûn kesekî guhneda wî.  Li kolana ma bê cî, tazî û birçî. Hindebo rabû ji xwe re kurtêlê  ji ber devê xelkê diman didan hev û dixwar. Carna gepek  peyda dikir û carna birçî dima. Rojekê hingî birçî bû xwe avêt gulîstana Sera Sipî, cîgeha serokê Emerîka ye û dest bi xwarina gihayê hewşê û pelê darê wê kir. Polîsa hat ew girtin û birin ba serok Bûşh.>>>>>

Iraq and the United Nations

A Kurdish conundrum

Apr 17th 2008 | KIRKUK
From The Economist print edition

 

Can the United Nations help solve a perennially bitter territorial dispute?

 

AFTER Saddam Hussein's fall five years ago, there were high hopes for the northern city of Kirkuk. It is surrounded by some of Iraq's most fertile land—and lies above a huge underground lake of oil. Its ethnic and religious mélange of Sunni and Shia Arabs, Christians, Kurds and Turkomans seemed fairly harmonious. Yet the future status of both the city and the province around it remains hotly and sometimes violently disputed. >>>>>

Dilê mêrik bi jinkê nexweş bû go hevîr diki qû……….!!    

   

Dilyarê Xanê -17/04/08-

Go teyrek hebû teyra gişa lê dixist, ewî jî dihat li çêlîkê xwe dixist! Yahooo , tê bê qey rewşa ku miletê me têde ye têra van siyasetnokê tevgera Kurda li Sûriyê naki.

   Yahoo xelk ji alîkî di ji birçîna dimrin û ji alîkî dijmin cavê wî sorbûni û xwîna xorta dirjîni, ji çar hawêr rê li wan teng diki û wan di bajarê xerîbyê re derdixin, kuro ez benî, heya bi xwedê jî li Kurdan hatiyi xezebê! Nema baranê ji wan re dişîni weyy!

   Ma îja ev hevbenda bi nav, çi dawê li hev dikin ez qurban? >>>>>

Aqûbet li serê Kurdan be rebbî!

Vladîmîr Kurdo- 16/04/08- Letonya- Li ser bextê rojnama Kommersantê be, dibêjin têkilîyên Rûsya û welatên baltîk her ku diçin xerabtir dibin û Letonya jî ket nav refê welatên li dijî Rûsyê.

   Li gora ku tê gotin, Wezareta Perwerdeyê zimanê Rûsî qedexe kir û lotikek li Rûsan xist. Çi di zanîngehên taybet û çi jî di zanîngehên dewletê de be, wê zimanê Rûsî êdî neyê bikaranîn.

    Îcar aqûbet li serê Kurdan be rebbî! Bawer bikin heta Kurd zimanê dijminên xwe li dibistan û zanîngehên xwe qedexe nekin û lotikekê li wan nexin, wê pişavtina zimanê Kurdî her û her berdewam be.

   Îcar gelî Kurdino, ji helwesta xelkê fedî bikin û wî zimanê Tirkî ji devê xwe bavêjin cîgerlerim!

   Qey pozê we naşewite babam!?

Lao ma lehmecûn û Guînness?

Hemdulîllah Xwedêda-16/04/08-Tirkiye- Nexweşîya pirtûka rekoran a bi navê Guînnessê belav dibe û ji êşa mirîşkan xerabtir anîye serê insên. Heçê radibe dixwaze tiştekî kesanedî çêke ku navê wî/wê jî têkeve vê pirtûka ku wek dosya mehkemê ye û navekî bi dû xwe xe.

   Werhasil, li bajarê Antalyê Kurdekî Ruhayî rabûye lehmecûna herî dirêj (1 metro û 89 santîm) çêkiriye û qaşo tirro jî dixwaze têkeve pirtûka Guînnessê. Lehmecûn kuro!?

   Niha go tiyare yan ûfoyek çêkira erê, ker yan bergîlek bifiranda erê, îsotên Rûhayê bikira dims erê, zebeşên Diyarbekrê bikira hêkên mirîşkê dîsa erê, lê lehmecûn?

   Law ma kî nikare lehmecûnek 2 metro çêke hey malmîrat? Ma ne hevîr e, hûrgoşt e û pîvaz e, wîî!

   Na qardeşim na, ka hûn Ruhayî berê girava Îmralî dagîr bikin û "Ûrfa Îsot Cûmhûrîyetî" li wir ava bikin yabo, ketina pirtûka Guînnessê hêsane ellawekîl!

 

Biçirîneeee!

 

Hesen Keleş- 15/04/08-London- Yaw ev insan çiqasî karin biçirînin û derewan bikin ya starrrrr! Lotikvana rindik û mindik, agirpêketya doxînçiryayî Marîah Carey dîsa lotikek avêt û toz û dûman bi ser serê xwe xist.

   Marîah Careya 38 salî heta niha bê hed û hesab lotik li xwe xistine û di encama wan lotikan de kîlo stendibûn û bibû wek dermala malê. Lê xuyaye xwe çend kîloyan zeîf kiriye û kêfa wê li cî ye.

    Îcar ji kêfa re dibêje:“Oxxxxxxx, ez bi serê xwe û we kim, bedena min bûye wek bedena keçikek 12 salî“ filan î fîstan.

   Werhasil, jina 38 salî û bedena keçek 12 salî lo? Ê keçko, ka were em jî bedena te saxtî bikin, tehlîlek Lotikvanî li ser can û bedena te bikin bê ka raste yan na! Te go çi? Ma hema bi gotinê ye xanimê?

   Bi telaq heta pisporên Lotikxanê tehlîl û lêkonînek kûr li ser bedena te nekin, kesek ji te bawer nake û xelas! Ê de were deeeeeee…..

Ji KADEPê lotikek bi Tirkî

 

Av.Medenî Ayhan jî lotikek bi Tirkî avêt

 

                          info@lotikxane.com    lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006